View
238
Download
2
Category
Preview:
Citation preview
ÇîROKAMALBATA EVDO
:Firat Cewerî
NÛDEM
ÇîROKA MALBATA EVDO
ÇîROKA MALBATA EVDO
1'irat Cewerî
NÛDEM
Weşanên NûDEM 39Çîroka Malbata Evdo
Stockholm: 1999
@ Weşanên NûDEMPer~la bergê il cöpelan NûDEM
Wêneya bergê: Beşek ji bergê pinllka Yilmaz Guney ya bi navê "BoynuBükük Oldüler"
Çapa bergê: ]akobsber~ TryckeriISBN: 918859z-391
Box 177177 z3]:irf';illa-SwedenTd ilFax: 8-580 13162
8-58356468
ÇENOGOTlN
Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyereke rasô hatiye hûnan-
din. Navên gernasên çîrokê û navên cih û deran jî rast in.
Gernasê vê çîrokê Evdo, pismamê min e. Min bûyer bi çavên
xwe dîtiye û ez ji destpêkê heta dawiyê bi wan re bûm.
Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê serpêhatiyê
kiribû û di dawiya sala 1980yî de ew li Swêdê xelas kir. Min hingî
ev çîroka ha lÛşarû R. Zîlan jî dabû. Şîret û pêşniyazên wî yên di
derheqa zimên de pir bi kêrî min hatibûn. Ez gelekî spasî wî dikim.
Paşê min di sala 1981ê de çîroka xwe bi deqtîlo nivîsand û çend
kopyayên wê derxistin. Min dixwest ez çap bikim lê îmkan nıne-
bû. Di sala 1983an de min kopyayeke wê ji rehmetiyê Qanatê
Kurdo re şand Lenîngradê, da ku ew jê re pêşgotinekê binivîsîne.
Qanatê Kurdo bi nameyekê hezkirina xwe arûbû zimên û li ser ji-
yana min hin agahdarî xwestibû. Lê berî ku Qanatê Kurdo bigihî-
je pêşgotinê binivîsîne, wî wefat kir. Çıroka min ma. Mmin bêtir
meyla xwe berdabû ser prosa yê (nesrê) û min dev ji nivîsandina bi
vî celebî berdabû. Paşê îmkanê çapê çêbû jî lê min nexwest ez çap
bikim. Min nedixwest ez bi vî şiklî çap bikim. Ez demekê fikirîm
s
ku wê llÛna roman an jî piyes binivîsînim, lê ew jî nebû. Mmin
ew bi tenê weke bîranînekê rulaıû bû. Piştî 17-18 salan, min îsal
ew derxist û xwend. Min xwend û min rojên buhurî bi bîr anîn.
Rewşa karkerên pembo û bêçaretiya wan hat ber çavên min. Di
bîralÛna salên buhurî de resimekî salên heftêyî di serê min de diyar
bû. Gelek tişt hatin bîra min. Wê ji ber tesîra 18 salên surgunê û
dûriya ji welêt be, ez rusî bûm. Loma min biryar da ku ez vê ber-
hemê çap bikim û gernasên wê di bîranînan de zindî bihêlim. Çi di
aliyê zimên de çi jî di aliyê naverokê de min tu guhertin di vê ber-
hemê de nekir.
Bêguman ger min îro ev berhem binivîsanda min ê bi awayekî
din, bi raman û felsefeyeke din, bi celebekî din ê edebî binivîsanda;
lê ez ê tu carî evqasî realîst nêzîkî mijarê nebûma û ez bawer na-
kim ku min ê bikarîba zimanekî weha zi~dî û xwezayî bi kar bi-
anıya.
Bi hêviya ku wê bi dilê we be ...
Firat Ceweri
Stockholm 1998
6
ÇÎROKJ~MAL8A 'fA EVdO
Maleke donzdeh kul1etYa Evdo lawê Eshed
Li Balfisê dijiyanHûr û mezin dil bi jan
TIm li nav çol û erdanKevir û kuç vêdidan
Ji bo ku wek hevalanEw jî rûnîn bêr malan
Ne min got donzdeh kes bûnJi bo wan ew ne bes bûn
Heft heb law û sisê qîzTev paqij wek rûnê hîz
Diya wan a nav ZergêDigot qey wê rojek bê
7
8
Vê qedera bêmirêzEm ê bixînin bi hêz
Wan pir rê didan ber xweDa ku bibin serbixwe
Li beriya DêrikêWek qijnik û gêrikê
Geh xizmet û geh palîDikirin li her alî
Lê rebenan tim birçîTim belengaz tim bê cî
Ew li hev rûdiniştinBi gazin û bi gotin
Ax livê cîhana hanEm reben û perîşan
Timî stûxwar in emBê rêzan û devbigem
Mezinê malê EvdoDigot xêr e çi ye lo?
Vê dêlika felekêWê me têxe ser rêkê
Hingî em ê jî helbetParîk nanê bê minet
Bixwin weke însanaWê bimire ev jana
Li wî gundî tenê ewBê şîr û mast û dew
Req û rût û birçî bûnBê erd û bê xanî bûn
Rokê dawiya havînWan li malê kir civîn
Wextê çinîna pembûDa ku ew jî herin zû
Ew deynin qûtê salêDîs vegerin bên malê
Li hev kom bûn jin û mêrLi mal hiştin ên bêkêr
9
LO
Bi koçmalî ketin rêDîsan wek karê berê
Çûn hêla NisêbînêXizmet bikin bo jînê
Kon vegirtin li nav erdJi xizanî dil bi derd
Ji deh salî ta pêncîLi ser pembo bûn bi cî
Tenê Evdo û BesêEw mabûn li Balfisê
Evdo tim carna digotXwezî ez bibûma xort
Lê çi mixabin hûn xortBûne naylon wek min got
Çi ye digot ev çi halHûn bê welat û bê al
TIm digot dest bidin hevWek bira hûn rabin tev
Pêşverû bû û dilxwazLê hewceyê rûn û gaz
Piştî çendakî ew jîKet rê bi hiş û mejî
Çû gihîşt ba karkeranDa bide hev pir peran
Karkerên li ser erdanNe xerîb bûn tev pismam
Evdo ji wana pirsîHûn çawan in balfisî?
Peyakî henekker bûBi emir navsere bû
Pir henek kir wê şevêTevî çîroka devê
Dû re Evdo zû pirsîKanî bermalya Weysî?
Çavên wî zûka lê ketWeke tîrek li dil ket
Li
12
Got ev çi ye Helîmê?Jehr têkeve vê jînê
Helîmê bûka wî bûPîreka kurê wî bû
TIm nexweş bû rebenêLê kar dikir wek genê
Ji bo ku peyv neyê serWê kar dikir bê hember
Gava Evdo weha gotDil û ceger li wê sot
Zergê gote civatêDerbas bin hundur ba tê
Şîva wan a li ser arZergê çû ew danî xwar
Dû re got şîv hazir eŞîv tirşik û bulxur e
Kerem bikin ser sifrêWextî kekê Elî bê
Evdo dîsan keniyaGot hey xezala çiya
Zergê jina Evdo bûEslê wê ji Kelê bû
Ne jin bû wek zilamaNe xwende bû lê zana
Evdo pesnê wê didaDigot şikir ji Xweda
Ku ev jina daye minEz kirime serbilind
Zergê sifre hazir kirPêşî bang zilaman kir
Zilam çûne ser sifrêGişan gotin ya Xwedê
Evdo pîvazek jî xwastGot ma heye çeqilmast?
Mahmûdî pê keniyaGot heye goştê miya
i}
Mahmûd peyva xwe dom kirBerê xwe b' Evdo vekir
Dîsan keniya û gotPezên ku me îşev dot
Ka wî şîrî hûn bîninBer Evdo axa dînin
Bi kêf û bi henekanDixwarin tirşik û nan
Zîna Mamê got EvdoKa rewşa gund bêje lo
Dev ji henekan berdinEm tev bi kul û derd in
Ji birçîna bûn koçerDigerin li çol û der
Hinan ji me mal hiştinHinan jî zarok û jin
Zînê hîn jî pêş de hatDil radibû dadihat
Lawê Zînê ê mezinJi wan ew mabû li gund
Zînê ji ber bi tirs bûBer ku lawik durust bû
Şoreşger bû û zanaJi bo mafê însana
Wî kurî tim şer dikirŞerekî baş û ji dil
Ji ber vê yekê ZînêDigot ax li min dînê
Ger ev kur were girtinPêt dikeve mala min
Çavên Zînê zû şil bûnDilê wê tije kul bûn
Evdo bersiv da û gotEw zîrek in xort in xort
Ew ê tim bikin xebatTa ku em bibin felat
IS
16
Zilaman êdî têr xwarJi tirşikê û girar
Zilam paş de vekişyanDor êdî bû a jinan
Îcar zarok û pîrekLi ser sifrê bûne yek
Li pir hêlên KurdistanHê jî ev toreya han
Zilam digel pîrekêRûnanin ser sifrekê
Tim berê zilam dixwinDû wan re zarok û jin
Zilaman merş raxistinCigarên xwe vêxistin
Pişta xwe dan behlîfanLingên xwe ber xwe berdan
Dinya baş tarî bûbûTenê ji kon diçû dû
Ji gundê nêzîkî wanKûçik bilind direyan
Şev ker bûbû û tarîEwr xwe dabû her alî
Carna dikire gir-girCarna jî barana gir
Konê wan zûka şil bûHew ji kon bilind bû dû
Ba û bahoz û baranDengê birûsk û ewran
Li wê çolê belav bûPir neçû lehî rabû
Zarok û jin û zilambê zar û bê çare man
Hinan gotin bismilahHinan got emrê Elah
Lê dîsa Edvo rabûGot gidî çi bela bû
17
18
Zarokên hûr ên şîrmijBi ser avê ketin giş
Qîr û wîra pîrekandigihîşte asûman
Qaf û qûtê rebenanTevî nan û danê wan
Giş bi ser avê ketinDigel wî konê mezin
Nav wî zevî bûbû cengQîj û wîj eman û deng
Evdo wa bi dengê hêlGazî kir got dihêt pêl
Hûn tev xwe bidin alîEv xezeb e dibarî
Bi zar û zêçan ketinGot em dev ji mal berdin
Li ser riya qîr û ziftHatin ser hev pale gişt
Lê kon û xwarina wanBelav bû li nav erdan
Tenê req û rût mabûnJi mirinê xelas bûn
Piçkî çû dinya vebûEwrî ji hev belav bû
Ba û baran rawestînEw ber bi gundan revîn
Xwe gihandin gundekîHer yek çû mala yekî
Kincên li xwe guhertinDi cihê xwe de ketin
Lê wisan zarokên wanDinaliyan digiryan
Evdo giş vehewandinGot xwe kar bikin rabin
Em bidin rê herin malJehr têkeve mal û kar
19
20
Apê Elî got nabeDivê pembo xelas be
Evdo pirsî got çima?Nabînî rewşa jina?
Elî got ev qet nabeAxa mafê me nade
Dibêje pemboyê minHûn ê gişî biçinin
Elî çawîşê wan bûHem jî merivê wan bû
Wê çi bikira rebenNezanê hem dev bi gem
Evdo îcar wa bi hêrsBi qûnkişkê hate pêş
Elî re got bide rêEm herin mala axê
Elî got Welleh nabeEw dev ji me bernade
Evdo îcar bi hêrs goRabe bide dû min lo
Bê razan û bê sebirWan ew şeva derbas kit
Paşê herdu derketinBi ser riya gund ketin
Rê bi herî çirav bûDîs lehî li wan rabû
Bi zor xwe gihandin gundKincên wan şil bûbûn rind
Di gund de ew berjor bûnBer bi mala axê çûn
Li ber hewşê sekinînEw hinekî fikirîn
Tev pêlavên bi herîHêdîka çûn ber derî
Li derî kirin teqteqKurekî axê derket
11
Got ma hûn çi dixwazin?Çima evqas dikazin?
Wan bi zûka bersiv danGotin me nîn e hedan
Wan zû pirsîn ji lêwikKanî bavê te kurik?
Got lioda banî yeDema xwarina wî ye
Pêlikan de berjor bûnBer bi oda banî çûn
Hêdî liderî xistinDengekî nizim kirin
Ka derbas bin hûn kî ne?Mêvan in an gundî ne?
Hêdî derî vekirinWan çav li axê kirin
Rûniştibû çarmêrkîXezeb difûrya ji wî
Hundur tev raxistî bûTev paqij û şuştî bû
Li hawîrdora dîwêrNeqişandî weke zêr
Çarmedorî behlîf bûnTev behlîfên hirî bûn
Wêneyekî bavê wîBi dar de bû li ser wî
Rawestan li ber derîMîna du kesên mirî
Axê her xwarin dixwarSerî ranekir ji xwar
Sifra wî sifrek fireJi wan siniyên gire
Ji xwarinê ew mişt bûTIje goşt û birinc bû
Kevçiyê dawî danîNû serî hilda banî
Got wan solên bi herîDeynin ber devê derî
Û derbas bin hunduroKa bê we xêr e wilo
Solên xwe ji pê kirinŞelwerên xwe hilkirin
Û ew derbas bûn hundurBi dilên keser û kul
Xwe dane ser çokên xweÛgotin ya dilê xwe
Axayê me ê delalZaro divên herin mal
Êdî baran û lehîBi serê te Wellehî
Em hew karin biçininMe divê êdî biçin
Berî zar û zêçên meew herin ji destên me
Destûr bide axê meBide keda destên me
Axayê wan vê carêXwe dirêj kir cigarê
Bi nermî çend hilm kişandDest û rûyê xwe şidand
Paşê tirş û tal bû zûNêv simbêlan berda dû
Cigara ku di destanXwelîdankê de çikand
Serê xwe bilind kir jorDest avêt simbêlên sor
Berê xwe bi wan vekirBirûyên xwe bilind kir
Dû re devê xwe dagirtGot min xwe pir li we girt
Ev pemboyê weke zêrMirovên wek we bêkêr
Tev li ber lingan birinMala min xera kirin
Hûn hîna jî bê fedîPera divêtin gidî
Heta ku vî pemboyîHûn neçinin hemûyî
Ez çerxîkî nadim weGer Xwedê be bavê we
Evdo hebkî pêş de hatÊdî li ber axê hat
Got binere tu axaEv kar nameşe weha
Berî ku birêje xûnDivê ku em bê pevçûn
Li hevdu bên wek biranBide mafê karkeran
Axê li Evdo nêrîGot li min xwelî serî
Li kincik Û rewşa wîMin re dike berberî
Elî got na xêr axaEm neghane wan çaxa
Çi ji me re berberîEz bi qurbana serî
Em feqîr in belengazBo parîk nan û pîvaz
Ji xwe re dixebitinÇi berberî û kuştin
Dîsan axa peyivîGot nadim we yek çerxî
Hûn ê vî pemboyê minBiçinin gişî ji bin
Îcar Evdo û ElîLi çavên hev nihêrî
Paşê Evdo destê xweBi lez xist bêrîka xwe
Qutya xwe derxiste derJi tûtina xwe ya zer
Cigarek qalind pêçaElî re got le vêca?
Dû re wî cigara xweXist nav herdu lêvên xwe
Bi hestê xwe ê berêVêxist serê cigarê
Du hilmên kûr li ser hevDû berda di poz û dev
Wa hêdîka îcarêwî berê xwe da axê
Got çima wa dibêjîTe fêhm nekirî hê jî?
Em ji te re dibêjinEm feqîr in bê hêz in
Ev zarokên me ên hûrSer hev de dikin zûr-zûr
Ger ew nexweş bikevinEm ê bin de bikevin
Ber ku em belengaz inHewceyê rûn û gaz in
Bê dirav û bê mal inJi feqîrî dinalin
Bê çare ne em rebenEm xwediyên kul û xem
Destûr bide em herinDa zaro ji dest nerin
Mehek hate dagirtinKu em zar û mêr û jin
Li nav vî erdê pemboDiçinin bi şev û ro
Lê em çi bikin nihaÊdî nameşe weha
Di konan de nexasimEm qet nikarin razin
3° '
Em bê nan û xwarin manEm tev reviyan gundan
Lavelava jinên meQîrînên zarokên me
Wan em ji guhan kirinHişê serê me birin
Dibêjin em nikarinDigirîn û dikalin
Axa îcar bi qîrînGot ez ê birjînim xwîn
Ez qet nadim we diravBes hûn bikin lavelav
Ger hûn dixwazin herinLi cendirman bigerin
Hûn limin gilî bikinQala mafê xwe bikin
Evdo û Elî nerînPere nake bergerîn
Lê ne ji xwe bi zorêAxa nade wan dorê
Bi wan dilên bi birînHerdu bîskê fikirîn
Paşê rabûn ber derîSolên xwe ên bi herî
Xistin herdu lingên xweRahiştin çakêtên xwe
Dîs berên xwe dan axaGot wê bimre ev çaxa
Gava ew derketin derDîtin segekî mexel
Wî segî êrîş bir wanLê zûka revî gavan
Segî ji wan veqetandCihê wî de rawestand
Elî Evdo û gavanEw bi hev re meşiyan
Evdo wa di ber xwe deGot jiyan kul û derd e
Gavan li wî zîvirîGot ji bo çi ez gorî
Elî got lo ez xulamRast e derd e ev jiyan
Derdên xwe jê re gotinDil û ceger lê sotin
Gavan bi wan re daketTa ku ji gund bi dûr ket
Peyivîn ew li ser gundSer mirovên pîs û rind
Peyv zîvirî û peyv hatHate ser kar û xebat
Evdo got xort rabûneBo azadî kar bûne
Pir pêwîst e ku em wanBiparêzin bi çavan
Şer dikin bi roj û şevBi zanyarî û bi dev
Ji bo jîna wekhevîJi bo mal û bo zevî
Ew hertim vê dibêjinYên ku xwînê dirêjin
Em ê wana bixîninErdan ji wan bistînin
Li gundiyan belav kinAxan ji navê rakin
Gavên got lawê min jîTIm ji min re dibêjî
Dibêje ku divê emBişkînin merbend û gem
Derdê axê nemazeKurê min qet ranaze
Piştî ku peyv xelas kirDerxist qutî û agir
33
Sê heb cigare pêçaJi bo xwe û ji bo wa
Cigarên xwe kişandinXatir ji hev standin
Gavan vegeriya gundEw jî rê ve çûne rind
Gihîştin gundê berêCê karker li wê derê
Zarokên wana ên hûrHatin pêşya wan ji dûr
Çend pîrek û çend zilamBer derî bendî wan man
Ta ku Evdo û ElîEw gihîştin ber derî
Bi hev re ketin hundirBerên xwe bi wan ve kir
Bi dilekî bi birînWan rewşa axê pirsîn
Evdo piçkî hizirîPaşê li wan zîvirî
Got paleno mixabinEm ê pembo xelas kin
Yan na mîrzayê axaWê me bişîn destvala
wî got hûn gilî bikinQala mafê xwe bikin
Ez çerxîkî nadim weGer Xwedê be bavê we
Bi hêrs got gelî palaWeha ye ev pergala
Em rencber bin bê rûmetWê rewşê ev be helbet
Divê em hişyar bibinLi xebatê kar bibin
Van axan û van beganEm wan bidin ber lingan
3S
Yan na em ê weha binEw ê tim ejderha bin
Gava Evdo weha gotJi wira hol bûn çend xort
Xwestin herin ser axêwî têxînin bin axê
Bi gotin û bi ga:ûnEvdo ew rawestandin
Paşê got xortên delalWê bikeve ev pergal
Divê li hember dijminEm pirî bi sebir bin
Va keç û xort rabûneBo azadî kar bûne
Nemaze bo kark~ranJi bo mafê rencberan
Bi xurtî ne bi sistîXebatek bi zanistî
Dajon li dijî axanLi dijî stemkaran
Heçî karker û gundîPêwîst e ku peywendî
Bi wan kesan re bikinBi kuştin û bi girtin
Evdo hîn dipeyivîLi ser axa û zevî
Baş vebûbûn çavên wîJi wî difûrya hêvî
Dem derbas bû ji nîvroBer bi ava diçû ro
Rabû mazûbanê wanXwarinek danî ber wan
Palan destên xwe şuştinLi dor sifrê rûniştin
Piştî ku xwarin xwarinAv bi ser de vexwarin
37
Cigarên ku li ber wanPêxistin dûman berdan
Evdo li der nihêrîRabû ber devê derî
Dest danî paş qûna xwePonijî li jîna xwe
Ber bi derve meşiyaÇakêt li nava piya
Serê wî di ber de bûCigare di dev de bû
Hebkî din jî meşiyaWî berê xwe da çiya
Got hûn cihê mêran inHûn cihê pilingan in
Paşê serî berda jêrÛgot em in ên bêkêr
Roya ku li ber avaEw êdî diçû ava
Tîrêjên wêna yên tûjDicemidî weke bûz
Ji rojantî ketibûWek heyvê lê hatibû
Hêdîka çû paş benêDest avête doxînê
Vekir wê doxîna sistBi şelwer girt û rûnişt
Roya bûbû weke hêvDaket xwarê roj bû şêv
Evdo rabû ber bi gundMeşiya bi gavên rind
Ser sergo de berjor bûBer bi malikê ve çû
Li derî xist ket hundirWeysî namek pêşê kir
Got bavo va ev nameGundîkî anî da me
39
Behcet ev nivîsiyeLi halê me pirsiye
Paşê jî ew bi gazinDibê pera dixwazim
Xwe davêje bextê meDibê ez bê pere me
Berî ku mala EvdoHerin ser erdê pembo
Lawê Evdo î BehcetKetibû bin çek û rext
Ango ew bûbû leşkerDûr çûbû ji welêt der
Evdo hebkî ponijîEw name girt ji Weysî
Got tişt nabe lawê minEm ê pera bişînin
Lê kengî ku ev pembûEw ji bin de xelas bû
Hingî ez ê bidim rêHerim ba mala axê
Pera ji wî bistînimJi lêwik re bişînim
Paşê berî da palanÛgot gelî hevalan
Bi xêr em ê sibê zûHerin ser erdê pembû
Pêwîst e ku hûn îşevFiraxên xwe têxin tev
Ji bo ku çer em rabinBi ser riya erd da bin
Karkeran gotin baş eEvdo rast e ne şaş e
Ew piştî şevbuhêrkêHer yek çûne hêlekê
Firaxên xwe xistin tevJi eş.. derbas bû şev
Îcar bû çaxê xewêGiştik raketin li wê
Piştî ku bû sibê zûEvdo berî wan rabû
wî bang palan gişan kirYek bi yek ji xew rakir
Gava ku karker rabûnLi firaxên xwe kar bûn
Ew dan û savarên xweDanîne ser milên xwe
Paşê ji gund derketinBi ser riya erd ketin
Zarok, pîrek û zilamGiş bi rê de meşiyan
Bi qasî nîvsaetêEw gihîştin ser xakê
Çûn şûna xwe a berêCihê kon li wê derê
Kon ji erdê rakirinJi heryê paqij kirin
Paşê ji wan çend zilamSing di erdê de kutan
Konê xwe zû vegirtinPêşmalên xwe wergirtin
Gişan berî dan pemboJi bîr kirin kulên do
Ketin serê berên xweÛ gotin kilamên xwe
Piçkî nav pembo de çûnPêşmalên wan tije bûn
Çûn vala kirin telîsDîs ewrekî reş î pîs
Bi ser wan de xwe berdaWan berên xwe dan Xweda
Gon ca bila dilê teBisote bi halê me
43
Gotin ev çi xezeb eQe tu dev ji me berde
Lê wê tavê wa bi hêrsXwe berda ser wan bi hêz
Wek merşekê li esmanWê xwe vekir li cîhan
Bû girîn bi dû wê reWek tu esmên bihêre
Wisa baran bariyaEwr wek ziha kişiya
Dîs li wê çolê bû dengCih li wana baş bû teng
Vir de wê de reviyanEw zû bi kon ve gihan
Xwe epişandin ser hevEw roj li wan bû wek şev
Hingî ew ava bû şetKonê wan ser wan de ket
Xwarina wan a mabûNav avê de wenda bû
Dîsan zarok giriyanEvdo got nema jiyan
Ax û wax bi wan ketinJi binê kon derketin
Dîtin ku wî ewrê hanDîsan kişiya esman
Girîna ewr hat birînLê di wan de nema jîn
Belengazan zû rabûnLi danîna kon kar bûn
Wan konê xwe vegirtinXwarinên xwe wergirtin
Ji wê xwarinê gişîJi wan kîsikên tijî
Tenê kîsikek mabûBaş bû ku tije nan bû
45
Lê şil bUbû.ji avêVekir danîn ber tavê
Demê nîvro li paş hiştKarker pir birçî bûn gişt
TIştekî wan nema bûNe xwarin ne nan û dû
Ji bil nanê wan ê şilNe pêxwarin ne bulxur
Lê ramanek pir paqijKarker lê fikirîn giş
Çend zarQk hilbijartinJi bo kuvarkan rakin
Zarok şandin kumikanBê sebir benda wan man
Ew zarokên kuvarkvanPir zûka vegeriyan
Wan pir baş rakiribûnTûrê xwe dagirtibûn
Nanên ku li ber tavêEw ziwa bûn ji avê
Zergê çû anî hundirLi karkeran belav kir
Wê her yek perçek da wanDi tûr de sê-çar nan man
Wan zû ew kuvarkên sarŞuştin danîne ser ar
Wextekî kurt tê de çûKuvarkan bilind bû dû
Beroşê peqilk vedaKuvark zûka keliya
Zergê rabû ew xwarinBelav kir li mêr û jin
Paşê para zarokanWê danî ser nanê wan
Çend parî kuvarkên dinSêniyê de hilandin
47
Xwarna wan a êvarîTenê mabû çend parî
Evdo rahişt şewqê xweBerepaş da serê xwe
Paşê berî da palanGot de gelî hevalan
Va me zikê xwe dagirtEm rabin ser pembo xurt
Çend saetan bid in hevBerî li me bibe şev
Karker giş rabûn ser xweGirêdan pêşmalên xwe
Çûn ketin serê pemboEwr çûbû xweş bûbû ro
Çinîn nîv-saetekêJi nav pîrekan yekê
Kir qîrîn got dilê minJi hevdu ket ew ji bin
Verşiya li serê berVerşîneke rengreş û zer
Hin karker çûn ser wênaEw vekşiyan ji bêhna
Ew jinik bîskê li wirWek tu agir berdî dil
Digot bavo dilê minWelleh perçe bû ji bin
Bavê wê lê nihêrîGuhertinek tê de dî
Dît ku rûyê wê ê sorBûye kesk û zer û mor
Wan çavên reşbelekîEw bûbûn zer û spî
Ji devan girêz diçûDev bostekê vedibû
Bav got xêr e înşallahEv çi bobelat e Ellah
49
5°
Xwe daqûl kir ser keçêDestê xwe da rûyê wê
Zû destê xwe kişand jêWek tu agir berd iyê
Çi rûkî sincirî bûwî rûyê wa nedîbû
Destên xwe da bin çenganDa wê rake ser lingan
Dît ku hejiya û ketNikarîbû rabe qet
Hîn bi wê dilebikînKirin dengekî îskîn
Keça Weysî FedîlaBi qîrîn digiriya
Hin karker çûn ser wê jîEw digiriya hê jî
Kir nekir neverşiyaPaşê rabû ser piya
Dilê wê li hevdu ketRabû ser xwe dîsa ket
Paşê diya dilşewatHelîmê bi ser de hat
Got keçika diya xweHela tu rabe ser xwe
Karkerên ku li nik wanRûnişt li ser tûtikan
Lê keçik ranedibûTenê çav lê vedibû
Ew jî wek pîreka dinCarna dihat hejandin
Piştî wextekî kurtWê herdu çavên xwe girt
Qîrîn bi Helîmê ketGot ji dest min çû ev keç
Dît ku dîsa çavên wêVebûn mîna ên berê
51
p-
Keçik piçkî rûxweş bûRiwê wê liwê geş bû
Serê xwe hilda banîGot dayê avnê bînî
Dê bazda ber bi şerbikJê tije av kir tasik
Anî da destê keçêWê vexwar bi carekê
Wan jina din jî anînLi ba Fedîla danîn
Karker tev hatin ser hevSaetek ma bibe şev
Pêşên xwe girêdan zûÇûn ketin serê pembû
Çinîn piştî şêst deqanWan dev ji pembû berdan
Dawên xwe vala kirinRahiştin kîsan birin
Berî dane qapanvanLi bênderê civiyan
Wan pembo wezinandinKaxezên xwe standin
Paşê çûn ba nexweşanHinek ket bin milên wan
Rahiştin firaxên xweBerî dan çadira xwe
Ne me got xwarina wanNemabû têra gişan
TIştê ji ber wan mabûEw zipî ziwa bûbû
Wan ew danîn ser êgirLi hev kom bûn hûr û gir
Sê-çar nanên bin kîsikZergê çû ew jî derxist
Gava ku kuvark germ bûDîsa Zergê rabû zû
54
Çû ji ser êgir daxistRahişt sifrê û raxist
Kuvark danî nîvekêNanê xwe da kêlekê
Her yekî hinek xwarinBi dû re av vexwarin
Ew hemû nîvbirçî manMan bê xwarin û bê nan
Ji bo qismetê sibêWan xwe spartin Xwedê
Yek ji nava pîrekanBi lez rabû ser piyan
Çû çira anî daxistTIje don kir û pêxist
Ew şev pir tarî bûbûLê tenê kon rohnî bû
Çend stêrkên li esmanEw yek bi yek rijiyan
Ne me got şet rabûbûLê erd zû ziwa bûbû
Çend heb merşikên kevnikÇend heb jî kevnekincik
Wan li binî raxistinPaşê kulîn daxistin
Nivînên xwe rast kirinXwe li ser dirêj kirin
Pal dan li ser nivînanPayiz bû ne zivistan
Ne pir sar bû ne pir germLê ew ditirsyan her dem
Heger bihata baranWê biketa konê wan
Baş bû ku wê şeva hanBaran nehat ji esman
Lê raketin dilbitirsNêr û mê û hûr û girs
55
56
Hin xewnên tewlomewloDi xewê de dît Evdo
Xwêdan lê bûbû zîpikPir hêrs bûbû ew bê şik
Birûyên wî ên qalindEw şil û pil bûbûn rind
Di wê navê de kabûsBi awirên xwe ên tûj
Xwe tije kir xwe dagirtXwe li ser Evdo raxist
Xwêdana li ser EvdoHîn bêtir bû bû wek co
Evdo xwe piçkî leqandKabûs hebkî wê de şand
Paşê jî bi yek derbêGot ya Ellah û Xwedê
Rabû li ser xwe rûniştDerve dihat xişte xişt
Gava ew rabû ser pêDît ku dinya diçe tê
Dîs xwe girt û zû derketÇavên wî li Mahmûd ket
Mahmûd daqûlkirî bûBi verşînê bilî bû
Evdo lezand çû ser wîDît ku herdu çavên wî
Bûne wek du fıncananFireh bûne wek tasan
Evdo rûnişt li nik wîGot xêr e Mahmûd gidî
Mahmûd got apo mirimTu dibê qey bê dil im
Evdo got de ka bêjeKê dera te diêşe
Mahmûd got ser û hundirEw li min bûne agir
57
58
Nişkav Evdo hejiyaÛgot belq û verşiya
Çav di serî de vebûXwêdan dîsa lê der bû
Piçkî man çend gedên hûrWan jî kirin zûrezûr
Bi kurtebirî ew gişBûne mîna ên bêhiş
Hemû derketine derRiwên gişan bûbûn zer
Dest î li ser zikên wanWan diviyan verşiyan
Evdo got xêr e gidîEv çi tiştên kesnedî
Ma ev çi bobelat eBi serên me de hate
Mîna êşa mirîşkanKetibû di nêva wan
Cihê xwe de gêj dibûnDiketin û radibûn
Giş ecêbmayî mabûnEw bi dian ketibûn
Nizanîbûn ku çi yeEv nexweşî ji çi ye
Ew dinya reş û tarîVedibû hêdî hêdî
Wê sar û seqema hanXwe berdidane ser wan
Bi girî û bi îskînJi êşê dirikrikîn
Nexweşya hina ji wanPir dijwar bû û giran
Yên ku rewşa wana başLi çîrokê mabûn şaş
Wan rahiştin lihêfanAvêtin ser nexweşan
59
60
Pîrek û zarokên hûrHer dikirin zûre zûr
Çav li wan bûbûn sorînHêsir bûbûn weke xwîn
Bêdeng bûn ew li erdêXwe spartibûn Xwedê
Hebkî çû dinya vebûDorhêl êdî rohnî bû
Roj derket ji paş çiyanTIrêjên xwe ên giran
Berda nav çol û erdanXwe berda nav konê wan
Di kon de jî derbas bûDerbasî hunduro bû
Îcar ew roja hanêBûbû weke hêlkanê
Xwe davêt vir û wiraEw bilind bû ji gira
Pîrek û zarokên hanHîna jî digiriyan
Nexweşên dirêjkirîBûbûn wek meytên mirî
Evdo wa bi yek derbêGot ev çi ye lo Xwedê
Berê xwe da karkeranDîsa got gelî palan
Got divê ku em rabinBi ser van riyan da bin
1irimpêlkê em bîninVan nexweşan hilînin
Gava Evdo weha gotRabûn ser xwe sê-çar xort
Bi lezîn û bi revêWan berên xwe dane rê
Dîtin ku texsîk spîEw weke ba dipekî
61
61
Gava gihîştin ser rêDîtin yeka din jî tê
Destên xwe jê re hildanŞofêrî dan rawestan
Yek nêzîk bû jê re gotMe hene çend keç û xort
Ew nexweş in pir giranJi bo xatirê Yezdan
Em wana zûka rakinDa ku em wan xelas kin
Şofêrî ji wan re gotMa ka li ku ne ew xort?
Yekî ji wan bi destaKon nîşanî şofêr da
Bazara texsî kirinSer peran li hev kirin
Paşê ketin riya konÇûn sekinîn li ber kon
Dengê giriyê jinanDîsa diçû asûman
Tew zarok qutifi bûnHemû zer û şîn bûbûn
Evdo gote şofêrîAlî me ke ez gorî
Wan alî hevdu kirinNexweş ji wir rakirin
Yekî baş hilbijartinNexweşan re hinartin
Şofêrî ajot Û çûBer bi Nisêbînê bû
Ew di rê de weke baMîna teyrên li hewa
Wisa xurt û zû diçûRê winda dibû ji dû
Li herdu aliyên rêKevnerêçikên berê
Ji rêwiyan ew mişt bûnTev xizanên bi rişk bûn
Hin erebokên hespanHin peya hin bi keran
Ber bi Nisêbîn diçûnBo şekir û kîlok rûn
Lê texsiya nexweşanWeke ba û bageran
Pekî ji wan bihurîHin nexweşan bi girî
Got zû bajo bi qurbanDi me de nema jiyan
Şofêr ajot îcar xurtMakînên din li paş hişt
Zîvirî kete bajêrNexweşan re got bi xêr
Hûn ê hemû xelas binRehet bibin û rabin
Ajot ber nexweşxanêNexweşekî got anê
Şofêr çû kete hundirBi dengekî gur bang kir
Got hey bijîjkên zanaRehetkirên însana
Ji bo xatirê XwedêHûn bi lez rabin ser pê
Çend doktorên cilspîZû derketin ber derî
Erebok derxistin derEw nexweş danîne ser
Derencan de hilkişyanNexweş danîne odan
Li ser text dan rûniştinCilên li wan derxistin
Çend şûşên tije dermanAnîn danîne ber wan
65
66
Milên wan tazî kirinEw hemû derzî kirin
Pere nekir ew dermanNexweş giş dihejiyan
Doktor li wan nihêrîDerzî nake tu perî
Çûn pirtûk li hev xistinDerzek din jê derxistin
Ji bo jehra kuvarkanSerûm berda canê wan
Lê ew nexweşan hê jîWek bê hiş û bê mêjî
Dirêj bûbûn ew bêdengCih li wan baş bûbû teng
Ku demek di nav re çûÊdî çavên wan vebû
Piçkî ser xwe ve hatinHinan ji wan av xwastin
Li wan nêrîn doktoranKu baş dibe rewşa wan
Divê ew avê ji binQurtekê jî venexwin
Yê bi wan re hatibûDît ku rewşa wan baş bû
Îcar wî xwest ku hereLi yên dinê binere
Destûr xwest ji doktoranTembîha wana da wan
Wek bayê derket derêÇû rawesta li ser rê
Li makînê siwar bûTenga zevî peya bû
Berî da kon û lezandJi Xanî helbestek xwand
Helbest li ser kurdan bûSer kurdên perîşan bû
68
Hîn wî ew helbest dixwendQîj û wîjek pir bi deng
Hat herdu guhên wînaCih de bû mîna dîna
wî gavên xwe ramedanÛ reviya bi bazdan
Çû li ber kon sekinîJi xwe re çi dibînî
Hin zarok diperpitinDeverû ketine jin
Zarokên diperpitînBûbûn wek mirovên dîn
Zer û şîn û kesk dibûnÇavên wan fireh dibûn
Carna jî bi derbkê reWek mirov wan bihêre
Bi xurtî diqîriyanQîrîn diçû asûman
Tew tiştên ku kesnedîwî di zarokan de dî
Ew zarok carina jîDibûn wek darên bejî
Lê tenê diranên xweDiavêtin laşên xwe
Goştikên xwe dibirînLaşê wan tev dibû xwîn
Pîreka Evdo ZergêBerê xwe dida Xwedê
Gazî dikir eshebanHem şêx û hem ewliyan
Lê hal tê de nemabûBi çerm û hestî mabû
Hinarîkên wek sêvanBûbûn wek çermê solan
Birhên wê ên pênûsîBûbûn wek tayên rizî
70
Gepên wêna kort bûbûLê nema bû poz û rû
Evdo li wê nihêrîGot dê bimre Wellehî
Dû re çû ser zarokanGot bi navê esheban
Ger evên ha xelas binWê mirî hemû rabin
Lê ji xwe wîna bi xweHer dixware laşê xwe
Lêvên wî daliqya bûÇav serî de nemabû
Rûyê wî yê giroverBûbû kesk û mor û zer
Simbêlên wî yên spîEw bûbûne têl têlî
Tê de nemabû jiyanBûbû rengê miriyan
Bi wê rewşê got ZergêZû rabe ji bo Xwedê
Em xwe bighînin bajêrDi me de nemaye xêr
Zergê li wî nihêrîGot te divê tu herî
Tu tim li me wa dikîMala me xera dikî
Evdo ma tu nizanePerê doktor giran e
Evdo got keçê rabeJehr di nav peran da be
Zergê dîs li ber xwe daGot bi navê esheba
Ez ji vir nalebitimGer zanibim bêm kuştin
Dû re bi dilşewatîGot ma Evdo te nedî
71
71
Behcetkê min ê zîrekPê re nemabû ribek
Bo me silav şandibûJi me pere xwestibû
Dîsa Evdo got keçêZû rabe ji bo Xwedê
Em herin ser doktoranDa em nekevin devan
Bila qet xelk nebêjinEvdo tev zarok û jin
Wan ruh û canê xwe danJi bo mal û bo peran
Hingî Zerga min û teLi erdê bû berate
Herdu çav hatin girtinWê xwe winda kir ji bin
Evdo bang kir got WeysîLawo hûn mane sêwî
Zûka bazde lawê minHûn makînekê bînin
Weysî derket û bazdaDi rê de çû weke ba
Gava ku gihîşt ser rêDît ku wa ye texsîk tê
Herdu destên xwe hildaXwe bi ser rê ve berda
Gava texsî nêzîk bûEw ber bi texsiyê çû
Şofêr got hey lo ehmaqMafê te ne çend şîmaq
Got ma te xêr e wisanXwe davî ber makînan
Weysî got ji bo XwedêDest min diçin bav û dê
Kerema xwe re bajoBerî here ava ro
73
74
Şofêr tew guh neda wîBi xurtî ajot texsî
Weysî bi dû de bazdaGot lawo ji bo Xweda
Welhasilî da gazêWî Weysî hişt li ser rê
Pir neçû texsîke dinJor de hat xuyakirin
Weysî hêrs bûbû ji xweDa ber çavan canê xwe
Gava texsî hat berêWî xwe avêt orta rê
Dîsa got ji bo XwedêDest min diçin bav û dê
Şofêr lê derî vekirBerê xwe bi wî vekir
Dû re got xêr e qurbanBo çi ye ev kelecan
Weysî çîrok jê re gotDil û ceger li wî sot
Şofêr got siwar bibeRê nîşanî min bide
Texsî serberjêrî bûBi xurtî ber bi kon çû
Dîtin ku ew rebenanKetine rengê dehban
Zergê û çend jinên dinJi xwe ew ber xwe didin
Tew Evdoyê qehremanTê de nemabû jiyan
Weysî got zûka rabinLi texsiyê siwar bin
Dê çi bikin rebenanNikarin rabin piyan
Evdo got rabe ZergêQey ev e bela Xwedê
75
Gişan alî hev kirinJin li texsiyê kirin
Şofêr xurt ajot û çûBer bi Nisêbînê bû
Nexweşan hew nihêrînEw gihîştin Nisêbîn
Lê wê rojê ew sûkaJi mezin û biçûka
Bi dev re tije bûbûTev jin û mêr û zarû
Ji ber ku ew roja hanPir xweştir bû ji rojan
Dinya sar bû wê demêLê wê rojê ji germê
Mirov çakêt diavêtTena qutik û atlêt
Hingî zehf xweştir dibûJi ber ku ew roj germ bû
Di wê navê de texsîWeke bazdana tazî
Di sûkê re derbas bûBer bi nexweşxanê çû
Wê sûka bi pir însanHemû ecêbmayî man
Hinan got neyarî yeHinan jî got qeza ye
Lê hin jî ji wana çûnNexweşxanê hazir bûn
Ew nexweşxana hanêKetibû rengê xanê
Yên ku kuvark xwaribûnZêdeyî bîst kesî bûn
Lê ji bilî wana jîHebûn çend kesên din jî
Welhasil ew odenaTIje bûbû ji wana
77
Wê demê ez nanpêj bûmWestiyayî û gêj bûm
Lawikek hate nik minGiriya û gote min
Got xweha te HelîmêHatiye Nisêbînê
Ew lawik dîsa girîMin tişt fêhm nekir ji wî
Min got te xêr e kuroMa ev çi rewş e wilo?
Got apo zûka heydêApo Evdo te divê
Min dîsa jê fêhm nekirMin her nanê xwe vekir
Firina min sor bûbûJi wê qet nediçû dû
Nanê ku pê venijîPir zûka digermijî
Perçak ji wî nanê germ1irşikek xweş jî li cem
Min da bo wî kurê hanwî her got apo eman
wî devê:xwe nedayêBerê xwe jî nedayê
Hingî min zû têderxistMin pêşmala xwe daxist
Min zû bazda û ez çûmRastî Elyê Remo bûm
Got birazî bo XwedêXwe bighîn nexweşxanê
Gava çûm nexweşxanêRast bû bûbû wek xanê
Meşim û ketim hundurXweha min çav li min kir
Bi derbkê re çavên wêHerdu bûn mîna avê
79
80
Bi dilekî pir şewatHêsir ji çavan dihat
Ku min berê xwe guhertÇavên min li ên din ket
Te digot qey BalfısêRabûye hatiye vê
Biçûk û mezinên wanDigel jin û mêrên wan
Li wir hatibûn ser hevDevên wan ketibûn tev
Tev nezan bûn bê zimanVir de wê de baz didan
Wan doktorên cilspîLiwan nedibûn xwedî
Ez bûbûm wek doktoranDigeriyam li ser wan
Geh min ji wan dipirsîGeh jî min dinivîsî
Ji nav rewşa wan gişanTenê rewşa pênc kesan
Zehf xerab û pîs bûbûDi wan de nemabû rû
Ez çûm oda doktoranMin wa bi hêrs gote wan
Min got rabin ev mirinCa hûn li wan binerin
Yek ji nav wan zû rabûBer bi nexweşan ve çû
Bo wan nexweşên giranHerkê derzîk nivîsand
Dû re min ew xewle kirMin pirsa rewşa wan kir
Got weHeez çi bêjimNikarim tiştkî bêjim
Min got doktor bo XwedêBo min rastiyê bibê
81
Got ez nizanim kuroRewşa wana a îro
Ew meşiya ji nik minHingî min got giran in
Dîs vegeryam çûm ser wanMin dest da eniya wan
Eniya wan wek ar bûRuh di wan de nemabû
Ji wê odê çûm a dinMin dît hin ber xwe didin
Zû reviyam çûm ser wanDikirin ax û eman
Rûyên wana zer dibûnÇav li wan spî dibûn
Kulmên xwe dişidandinÛdihatin hejandin
Dîsan ji wir derketimSer riya doktor ketim
Ez çûm min derî vekirDoktor li min mêze kir
Got xêr e çi ye dîsanHatiyî bikî pirsan?
Min got doktor beg mirinÇend zarok û çend heb jin
Min got zû rabe qurbanBinêre li rewşa wan
Hingî ew rabû ser xwewî rahişt alavên xwe
Em bi hev re meşiyanÇûne ser wan nexweşan
Doktor li wan mêze kirGot rakin Diyarbekir
Kula mezin îcarêBi ser me de hat xwarê
Ji xwe çîroka peranEw bû ya herî giran
Çil rojî kar kiribûnLê pere nestandibûn
Xwediyê pembûyê wanTu pere nedabû wan
Min dît ku tune çareRakima nexweşan re
Hingî ji wir derketimÇûm nik doktorekî din
Bi bergerîn û lavlavMin got me re bibe bav
Min got em qet tuneneBê mal û bê pere ne
Min got ma qe çi dibeMakînekê bidin me
Wana gotin çênabeNîne makîneyên me
Dîsa li ber geriyamMin got ji bona Yezdan
Min kir Û nekir nebûEw doktor jî nerm nebû
wî ne makîne da meNe jî bû xwedî li me
Dîsan paş de vegerîmMin dît ku hin digirîn
Hin ji hişê xwe çûbûnHinek jî raketî bûn
Ji oda herî jêrînDengek hat min bi qêrîn
Bi wî dengî daketimEz çav li Menco ketim
Keça wê a ku li destDi destên wê de,dişkest
Çavên wê beloq dibûBi wê re nedima rû
Rû bûbû wek gîha şînDi nav re dikir qîrîn
85
86
Meneo berê xwe da minGot qurban mir keça min
Ji bo xatirê XwedêJi doktoran re bibê
Bila werin vê derêBinerin li vê keçê
Min got baş e jinamêEz herim bêjimê
Lê min ê çi bigotaAn ji kê re bigota
Min serê xwe xist ber xweCigarek xist devê xwe
Ez weha bi poşmanîHilkişiyam çûm banî
Apê min Evdo dîsanGot li me diêşe can
Ma ev çi doktorî yeEv çi nexweşxane ye?
Li vê nexweşxana hanNîne ji bil du sûtan
Qaşo ew ên zane nePir dîtî û xwende ne
Jehr têkev xwendina wanGer ev be nêrîna wan
Dibînin ku em dimrinEw li me nafikirin
Min got apo tişt nabeTu bi ser sebrê da be
Got çi tişt nabe kuro!Ma qey ev dibe wilo?
Îcar em derketin derRûyê wî baş bûbû zer
Çû li quncikê rûniştDîsa qutya xwe derxist
Wek rengê esrarkêşaCigarek qalind kêşa
88
Piştî wê ew verşiyaJê hat ûrîna ziya
Ez gêj bûbûm wê demêBûbûm mîna makînê
Dîsan reviyam hundirMin dît dimrin hûr û gir
Me pere peyda kirinBangî makînan kirin
Ûnexweş siwar kirinJi wê xanê rakirin
Me ew birin MêrdînêDa bidin wana jînê
Doktor zû hatin ser wanWan jî serûm berdan wan
Lê paşê ew winda bûnNizanim bi ku de çûn
Nexweşên me ên giranDi dêv de sist bûn ziman
Bi hejmar deh nexweş bûnYên din hemû rabûbûn
Lê ev deh nexweşanaÇi bêjim bo we zana
Hemû zer û şîn dibûnDimirin û radibûn
Ji bo wê nexweşya wanNe av û ne parîk nan
Diviyabû ew nexwinQet nexwin û venexwin
Ji nav doktoran yekîHat ser wan bi xweşikî
Got ger ku hûn bixwazinDikarin bixwin xwarin
Wê demê hin nexweşanQurtek av û parîk nan
Wan xistin ber dilê xweJi bîr kirin kulên xwe
Lê piştî wê xwarinêSerî hilda mirinê
Keçek biçûk çar salîMir li oda wî alî
Weke êşa mir:şkanKet nava wan beşeran
Diketin diperpitînDi wan de nedima jîn
Me dît rewş xerabtir bûHer ku çû girantir bû
Lê êşgiranbûna hanPiştî wê xwarina wan
Xuyabû serî rakirDilê wana perçe kir
Di wê navê de EvdoGazî kir got lo derdo
Paşê serî bilind kirBerê xwe bi min ve kir
Got birawo em mirinMe ji vir rakin bibin
Nexweş pirî tirsiyanJi wana çû ruh û can
Gotin ger rewş weha beKesek ji me ranabe
Em fikirîn ponijînKu wê bimre ji wan hîn
Ji bo em wan xelas kinDivabû em zû rakin
Me pirsî bo AnkaraDa em wan bibin wira
Ankara dûr bû ji wirDiviyabû perên pir
Nas û dost û hevalanDixebitîn ji bo wan
Nemaze şoreşgeranJi bo wana didan can
91
Di wê demê hinekanLi wira kirin civan
Got em rakin AmedêDoktor pir baş in li wê
Ji bonî wan nexweşanMe vir de wê de bazdan
Welhasil bi mirîtîMe bar kirin bi xurtî
Du dolmîşên wek agirBerî dan Diyarbekir
Rê de diçûn weke baWek makînên daweta
Gava çûn Siltan ŞêxmûsQudretê tenê got kûz
Paşê deng jê biliyaÊdî hew tevliviya
Lê hîn diçûn pir bi xurtRêwî tev lidû dihişt
Baqî pir bi heyecanBerê xwe da nexweşan
wî xwest ku cara pêşÎBibîne bavê Weysî
Ew ditirsiya heroJi bo apê xwe Evdo
wî pêşÎ dest da ser wîLi dev û çavan nêrî
Dît ku ew hîna dijîDilebitin çavên wî
Paşê dest da QudretêBaş nêrî li çavên wê
Çav bûbûn weke tasanLing bûbûn wek misasan
Baqî got ax mala minWelleh mir dotmama min
Lê nehişt dê-bavê wêBibhîzin mirina wê
93
94
Mîna ku tunebû tiştEvdilbaqî dîs rûnişt
Ew dolmîşan hîna jîWek kîroşk û wek tajî
Bi tîtîn û bi girînLi dû hev diçerixîn
Ku gihan DiyarbekirEvdo çavên xwe vekir
Bi dengekî ne zelalDu peyv ji dev hatin xwar
Got Evdilbaqiyê minÇawan in zarokên din?
EvdilbaqîgotapoRewşa wan pir baş e lo
Paşê Baqî jê pirsîGot apo qet metirsî
Bi xêr hûn ê tev rabinJi vê rewşê xelas bin
Piştî wan peyvên hanêGihîştin nexweşxanê
Nas û dost û hevalanHemû hatin alî wan
Ew daxistin û birinLi odan dirêj kirin
Qudretê keça xamaDolmîşê de tenê ma
Hin ji wan nexweşnêranDawiyê pê hesiyan
Bihîstin ku QudretêZûde çûye rehmetê
Tenê nexweşên giranBi wêna nehesiyan
Îbram û EvdilbaqîEvdilqadir û Weysî
Herçar lihev rûniştinHin rê ji hev derxistin
95
Gotin em vê keçikêFlakin bibin Balfisê
Îbram ji xwe neqandinBi keçikê re şandin
Hersên din bi dilkulîFena sê kesên mirî
Di derî re derbas bûnBer bi nexweşan ve çûn
Dîtin ku nexweşên wanDikin qîrîn û eman
Lê doktorên cilspîÊdî li wan bûn xwedî
Ji bo wê nexweşya wanVir de wê de baz didan
Pirtûk li hev dixistinRê ji hev derdixistin
Wana hîn ew nexweşîNedîtibûn li kesî
Gava ku ew vegerînGon lazim e hinek xwîn
Kuvark tev bi jehr bûneXwînê de belav bûne
Ji ber jehra giran eDamar tev riziyane
Loma wana gotin xwînZû bigerin û bibîn
Kula mezin û giranNû ve xwe berda ser wan
Ew ê ji ku bibîninXwîna mirovan bînin
Nexweşnêrên li nik wanXwîn nemabû di giyan
Belkî çar rojên temamNexwaribûn av û nan
Ber vê yekê bûbûn şînSekinîbû don û xwîn
97
Hîn wilo EvdilbaqîLi doktor kire gazî
Doktor rabû çû nik wîGot xêr e çi dixwazî?
Wî got doktor min divêEz ji xwe berdim xwînê
Nemaze bo apê minGer zanibim bimirim
Doktor li wî nihêrîGot hela wê de herî
Xwîna di te de mayeEw hemû ziwa bûye
Wê demê de çend ciwanKom bûn li nik doktoran
Milên xwe rapêçandinTim diçûn û dihatin
Wan digotin me divêXwînê bidin wek avê
Baqî ji wana pirsîGot me qet hûn nenasÎ
Xortan lê vegerandinGon hevalan em şandin
Baqî got heval kî neHûn ji me re şandine?
Xortan gon em şoreşgerYên kar dikin ji bo gel
Hingî Baqî got fermoHûn sed carî bijîn lo
Doktoran ew dan dû xweBirin hundur oda xwe
Qutikên wan jê kirinLi ser text dirêj kirin
Derzî xistin milên wanSerê şexs şûşek xwîn dan
Doktor bi lez û bezanXwe gihand ser nexweşan
99
LOO
Xwîn tevî serûman kirBerda canê wan ji dil
Hingî ew nexweşên hanBaş bûn piçkî kewiyan
Nexweşxane mişt bûbûTije hûr û gir bûbû
Du birîndarên giranLi oda nêzîkî wan
Ruh ji wan çû û mirinXwedyên wan hatin birin
Belkî pêncî heb mirovTev rebenên ku ne hov
Bi qîrîn digiriyanQîrîn diçû asûman
Nemaze jineke pîrBi wan destên wek hevîr
Ser çavên xwe diqelaştHedan ji Xweda dixwast
Bi dilşewatek giranSitiran davêt ser wan
Zarok û pîrekên dinBi girî û bi him him
Vir de wê de bazdidanWan jî davêtin ser wan
Piştî demek tê re çûEvdo got Zergê çi bû?
Zergê got Welleh nizamHin ji derve digiryan
Evdo got nebe keçêHin ji me bin bo Xwedê
Zergê got dengekî nasNehat guhê min evqas
Hîn welê dipeyivînÇavên Zergê lê livîn
Evdo got keçê xêr îQey tu dikî bimirî?
101
102.
Deng ji Zergê derneketDiranên wê li hev ket
Evdo dîsa jê pirsîÇi dibe diya Weysî?
Lêvên Zergê çû û hatBi zor du peyv jê derhat
Got Evdo va dimirimLê rewşa Behcetkê min
Dengê dawî ku derketDîs peyivî bo Behcet
Got wî pere xwestibûGotibû bişînin zû
Îcar bû mîna lalanLê aliqî ew ziman
Bi lêvan dipeyivîÇavên wê hew lê livî
Evdo got ax mala minQey mir î bermalya min?
Hêsirên çavên EvdoBû wek çem û weke co
Xwe vir de wê de livandEw serûm ji xwe kişand
Xwest xwe bighîne ZergêCarkê hemêz bike wê
Kir û nekir ranebûÇav serî de fireh bû
Xwe vir de wê de livandTIm kulmên xwe dişidand
Evdilbaqî ket hundirWek xencerkê têxî dil
Kir gazî û kir qîrînHêsirên wî hatin xwîn
Serê xwe da ser EvdoBi qêrîn got lo Xwedo
Paşê serê xwe rakirÇavên Evdo mêze kir
10}
~°4
Çavên wî jî bûbûn tasLing lê jî bûbûn misas
Tenê herdu lêvên wîMîna ku dipeyivî
Sê-çar caran çû û hatGotin ji dev dernehat
Hingî Baqî reviyaBerê xwe da gundiya
Got gundîno birevinApo û amojin mirin
Gundiyan gon xêr e loMa ew çi rewş e wilo?
Baqî dîs got birevinAp û amojin mirin
Pîrek û xort û zilamGiş bi xurtî reviyan
Hatin ser wan sekinînÊn dilşewat zû girîn
Tenê di wê odê deEvdo û Zergê tê de
Textikên wan li nik hevÛçavên wana ji hev
Qîj û wîjek pir bi dengMirov digot bûye ceng
Wisan li wê deverêLi ser Evdo û Zergê
Ên porên xwe weşandinÊn ku rû qelişandin
Nemaze jî pîrekanPir bêtir digiriyan
Qîj û wîja wan denganLi wê odê olan dan
Baqî got bisekininEm wan zû rakin bibin
Nexweş nemabûn ji binÊn rabûn ên ku mirin
LOS
106
Çend peyayên rîsipîGuh dane peyvên Baqî
Zûka makîne girtinDi nav xwe de hilgirtin
Ew xistine makînêBerî dane Mêrdînê
Gava nêzîkî gund bûnGundî li pêş wan rabûn
Porê hinek pîrekanBûbûn wek ên lawikan
Gişan reş girêdabûnHêsirên wan dihat xûn
Gava Evdo û ZergêDaxistin danîn erdê
Hingî bi yek derbê reWek mirov wan bihêre
Li ser Zergê û EvdoHêsir bûne weke co
Dirêj kirin yek bi yekDayik bav û hem jî keç
Hersê jî wek hev dirêjPir paqij bûn ne qirêj
Zarokên wan ên hûrikLi wan perçe bûn dilik
Ji girînê çavên wanBûbûn derya hêsiran
Wê hewşa wan a mezinTIje biçûk û mezin
Gundî tev hatibûn wêBerên xwe didan Xwedê
Berî vê bi sê mehanDîsa jî evqas însan
Li wir hatibûn ser hevHeftekê bi roj û şev
Gume-guma defê bûZire-zira zirnê bû
~°7
108
Lê hingî kêf û henekKincên xweşik ên bi reng
Gişan li xwe kiribûnTIje xort û keçik bûn
Hingî daweta wan bûMenduhê pak zava bû
Dayika zavê ZergêDia dikir ji Xwedê
Digot ev lawê sisyaKu min ew kirin zava
Hertim serê govendêDestmal di destê Zergê
Bi çarpîne bi lîlîEw govend diherikî
Lê şûna wê kêfa hanBûbû axîn û eman
Gundî diçûn dihatinTIm hêsir dirijandin
Ji bonî wan mey tên hanMeytşo kom bûn li ser wan
Ew şuştin bi fatîhanDia kirin ji bo wan
Paşê ew kefen kirinHer çaran yek rakirin
Nîvê gund dane dû wanKetin riya goristan
Bi hev re ew veşartinVegeriyan û hatin
Zarokên Evdo ên hûrWan dikirin zûre-zûr
Bi ser hev de digiryanWan re namabû jiyan
Lê nemaze AydinkêHertim digot dayikê
Tu min jî bibe ba xweMin têxe hemêza xwe
109
110
Ji kekê xwe ê mezinWeysî re dikir gazin
Weysiyê wek zinarkîBûbû wek darikekî
Xwîna wî sekinî bûReş û zer û şîn bûbû
Wî ji bilî cigarêTIştek nedavêt xwarê
Ew roj di ser wan re çûGundî hemû belav bû
Wê şevê ta bi derengJi Weysî derneket deng
wî zor dabû cigarêDifikirî bo malê
Di gumanan de pir çûGot gelo axa çi bû?
Malik li me şewitîMe ev axa qet nedî
Wî ne mafê me da meNe xuya bû li nav me
Weysî sê caran got axVê feleka malkambax
Eger em tev mirov inQey hin reben hin hov in?
Hin xwedî zevî û erdHin jî xwedî kul û derd
Hin dimirin bi malîHin kêf dikin sed carî
Piştî wan peyvên hanêWeysî bû wek hêlkanê
Pirça wî li wî gij bûÇ~vên serî lê gir bû
Xwêdan li ser bû zîpikHerikî ta binê ling
Wê şevê bi wî halîJê re nebû debarî
III
111
Bi hêrsbûn Û bi fikirwî ew şeva derbas kir
Ew xwedî dost û nas bûnHemû pê hesiyabûn
Gava ku bilind bû roHatin şîniyên Evdo
Ji dorhêlên DêrikêZarên ap û metikê
Ji Nisêbîn û BatmanHatin pismam û dotmam
Diyarbekir û WêranşarJê hatin dost û heval
Welhasil ji wan deranDost hemû lê vehewyan
Şîna wana mehekêDom kir li ser wê xakê
Nêviyê gund ê bêtirHîn neguhertibûn cil
Lê ji xwe heçên zilamDirêj bûbûn rihên wan
Li nav gundê BalfisêGişan digon mêrê çê
Ew tu caran pir najînLi vê dinya derewîn
Lawê Evdo ê leşkerWilo li wir mabû kerr
Wî name li ser namêDişandin boyî malê
Lê ji malê tu kesîNedida bersiva wî
Ji ber vê yekê ew kurDihizirî pir ji dil
Digot ger ev sax bûnaWê bersiv bişandina
Nama wî a dawî hatWeysiyî bersiv hinart
Got keko em kar dikinBi malî çûk û mezin
Em çûne NisêbînêKar dikin li gundê wê
Em ê îsal pir peranBidin hev bi hezaran
Bi xêr piştî mehek dinTê xelas kî werî gund
Em ê bi wan perên hanXwe re bikirin deh ban
Bi kirîn û firotinEm ê kare kê bikin
Piştî name xelas kirCanê wî bû wek agir
Bêî hemd hêsirên wîRijiya ser nama wî
Wî ew name wisa şandPir neçû Behcet stand
Gava ku Behcet vekirHêviyên wî bûne gir
Piştî wê nameya hanBehcet bû wek mirovan
Dikenî û kêf dikirwî her digot pir şikir
Berê tim difikirîBi îskîn û bi girî
Wî tu name nedistandLê wî her name dişand
Wextê Behcet bi kêfiDerbas dibû li wî cî
Rojin ser de derbas bûLeşkerya wî xelas bû
Ew dûr bû li QibrisêPirî dûrî Balfisê
Kinc mincên xwe dane hevTev hevalên xwe bi şev
lIS
116
Li cîkî vehewiyanKêf kirin wek mirovan
Paşê kete makînêBerê xwe da Mêrdînê
Rojekê û du şevaEw bi Mêrdîn ve giha
Behçet rahişt çentê xweBerê xwe da gundê xwe
Berî berbanga sibêBehcet gihîşt Balfısê
Di nav gund re derbas bûBer bi mala xwe ve çû
Çû ber derî sekinîJi kêfan tim dikenî
Bi xurtî wa bê sebirWî bangî diya xwe kir
Çû ber pacê sekinîLi pacê kir teqînî
Got lê dayê derî vekEz im kurê te Behcet
Hingî zar û zêçên hûrSer hev de kirin zûr-zûr
Weysî got Helîm rabeNe Behcetê bira be?
Behcet got belê ez imDe hûn hebkî bilezin
Hesen lawê deh salîHingî rabû ber derî
Behcet re derî vekirDû re hêsir paqij kir
Behcet got çi bû ye kur?Ûbi êrîş çû hundur
Bavo ew çi bibîneSê heb di mal de nîne
Hingî Behcet kir qîrînHêsirên wî hatin xwîn.
1979-1981
117
<+ Bûka Evdo, pîreka Weysî, Helîmê, ku xwişka min a mezinbû, di sala 1989an de gava mîna berbû ji Qiziltepeyê diçin Di-yarbekirê, otomobîlên wan li Siltan Şêxmûsê radiwestin û berbûbêhna xwe berdidin. Di wê navê re keçika wê ya biçûk ku çarsalî bû diçe ser rê. Gava diya wê dibîne ku ji jor de otobusek tê,bi xar baz dide ser rê da ku keçika xwe xelas bike, lê otobus liherdiwan jî diqelibe û herdu jî dimirin.
<+ Kurê Evdo, Weysî, di dema destpêka avabûna partiya HEPêde serokê HEPê yê Mêrdînê bû. Ew niha sekreterê KomeleyaMafên Mirovan yê şaxê Mêrdînê ye û di YSEê de karmend e. Jinû ve zewicî ye û mala wî li bajarê Mêrdînê ye.
... Keça Weysî, Fedîla, niha di ser bîstî re ye. Ji ber jehra kuvar-kan stûyê wê xwar bûye. Ew li ba bavê xwe, li Mêrdînê dimîne.
<+ Kurê Evdo, Hesen, niha komûtanekî gerîla ye. Li ku ye, saxe, mirî ye, nayê zanîn.
.:. Kurê Evdo, Menduh, ji ber xebatên siyasî niha ji muebedê li
Trabzonê di girtîgehê de ye.
+:+ Kurê Evdo, Aydin, ku ji ber biçûkbûna xwe di çîrokê de bi
navê" Aydinkê" dibuhure, niha zewizî ye û mala wî li Mêrdînê
ye.
+:+ Kurê Evdo, Behcet, mala wî li Manîsayê ye. Li gora agahda-
riyên ku gihîştine min ew niha di girtîgehê de ye.
+:+ Pismamê Evdo, Evdilbaqî, ji ber xebatên xwe yên siyasî
mehkûm e.
+:+ Gundê Balfisê, ku li jêrî Dêrika Çiyayê Mazî ye, van salên
dawiyê ji aliyê dewletê ve gelek tade û neheqî dîtiye. Gundî di îş-
kenceyên nedîtî re derbas bûne, iê belê rûmeta xwe parastine û
ra nehiştine sîlehên dewletê.
12.0
Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyere-
ke rastî hatiye hûnandin. Min di sala 1979an
de li welêt dest bi nivîsandina vê çîrokê kir û
ew di sala 1981ê de li Swêdê xelas kir. Min
heta niha ev çîroka ha li tu derê çap û belav
nekiriye, Lêmin ew mîna rohniya çavên xwe
parastiye. Ji ber ku ez yek ji şahidê trajediya
gernasên çîrokê me, her ku min ev çîrok
xwendiye dilê min ewçend perçe bûye, ez
ewçend li ber wan ketime û bîranînên salên
buhurî di serê min de ewçend zindî bûne. Ji
xwe armanca min bi çapkirina vê çîrokê ew e
ku cr. gernasên vê çîrokê di bîranînan de zin-
dî bihêlim û rewşa karkerên welêt ya kambax
raxim ber çavan.
Bêguman, ger min îro ev çîrok binivîsanda,
min ê ew bi celebekî din, bi uslûbeke din a
edebî, bi nêrîn û felsefeyeke din binivîsanda, lê
cr. bawer nakim ku cr. ê evqasî realîst nêzîkî
mijarê bibûma û dîsan bawer nakim ku min ê
bikarîba zimanekî weha zindî û hêsan bi kar
bianiya.
Firat Cewerî
Recommended