View
222
Download
0
Category
Preview:
Citation preview
Bi keda herdu qedîsan Polis û Petrusî, Felebûnê rêka xwe
bo nav empiratorîya Romanî peydakir, ew (qedîs)ên
rêkxistina civakên Kirîstîyanî yê, yên destpêkî bo wan
vedigerît, ewan hîmayên lahota Kirîstîyanî danayne û hîmên
peristgeha Katulîkî ya cîhanî rêkxistîne, di çerxê êkê yê
zaynî da tîreyên Kirîstîyanî ji herêk deverên Felestîn û
bajêrên rojhelatê mîna entakîya û eskenderîye û Qertacê
pêk dihat, zêdebarî Roma, heta li bidumahîka çerxê êkê yê
zaynî, êdî di her herêmek ji herêmên Romanî yên ser kinarê
derîya naverast da revendek Kirîstîyanî hebû.@
Peristgeh Û Sazîya Empiratorîya Romanî Ya Pîroz@
Binemayên Felebûnê, li destpêka çêbûna xwe,
metirsîyeka mezin li ser desthelata empiratorîya Romanî ya
bitperistî peydakir, bi taybetî, ko li wî demî Feletî bi
şoreşeka civakî‐ abûrî, li dijî stemkarîya ne wekheva
çînayetî, ya li wî çaxî di nav empiratorîya Romanî da hebû,
dihate hijmartin. desthelatên Romanî hêrşên çewsandinê
yên berdewam li dijî Feleyan dikirin, li ser dema empirator
Kilodyosî (41‐54), Feleyên naskirî ji bajêrê Roma derxistin, li
serdema empirator Nîronî (37‐68) Feleyan gelek corên
çewsandinê dîtin.@
Belê di ser ewê hemû çewsandinê ra, Felebûn ya
berdewam bû, rêka xwe ji bo belavbûnê, dinav cwînên
gelêrî yên li nav empiratorîya Romanî vedikir, heta li çerxê
sê yê Kirîstîyanî bûye hêzeka metirsîdar li ser empiratorîya
Romanî, ji ber mişebûna peykevên wê, ew bû eger, ko
empiratorê Romanî Deqldîyanos (284‐305) paldayî bi
dijwarî wan bi çewsînît, nemaze hijmara zora Feleyan dinav
rêzên leşkerî da, gef li ser nemana tagîrîya ewan serbazan ji
bo empiratorî û empiratorîye dikir. heta ewî li sala (303)
birek fermanan derkirin; têda ferman da peristgehên
Feleyan biherêfin û nehêlin ew nivêjan biken, pertûkên wan
bisojin û Keşîşên wan zîndan biken, wan (Feleyan) ji nav
rêzên leşkerî û karên hukmetê der biken, her wesa gelek ji
Feleyan di serdema Deqldîyanosî da hatin kuştin, lewra
serdema dumahîkê ji desthelatdarîya Deqldîyanosî bi
(serdema şehîdan) bi nav diken.@
Dema Qustentînî (306‐337) textê empiratorîy li Roma
wergirtî, bi xaleka giringa dîroka Feletîyê dihête hijmartin,
heko evî empiratorî ragehandina xwe ya navdar binavê
(mîlano) derkirî, giringîya vê ragehandinê ji bo Kirîstsîyanan,
bo wêrê vedigerît, ko danpêdan hatekirin, olê Feletîyê bûye
êk ji olên destûrday û hevbere digel olên dî yên putperistî
di nav empiratorîya Romanî da, heta wî delîve bi Feleyan da
ayredên xweyên olî biken, bi mercekî sîstemî têk neden,
her wesa peristgehên Kirîstîyanî mafê xudanî yê wergirt, di
ser hindê ra Feletî li wî serdemî nebû olê fermî yê dewleta
Romanî, belê digel olên dî hate hemberkirin, Qustentînî
hevsozîyeka mezin digel Kirîstîyanan hebû, heta
Kirîstîyanan nasnavê (Qustentînê pîroz =alqedîs qustentîn)
li wî kirbûn.@
Di ser wê çendê ra Qustentînî bi goreyî şîyanê hewlda
helwîstekî navincî li navbera Fele û putperistan wergirît,
belê piştî mirna Qustentînî li sala 337 her sê kurên wî
(Qustentînê du yê û Qustentînîosî û Qustanzî) hevdijî
sîyaseta babê xwe reftarkirin, ko ewan heweka hovane li
ser putperistan kirin û milk û malên peristgehên wan
standin û nehêlan qurbanan ji bo xudayê xwe biden û heta
dumahîkê bi ewê gehiştî, dergehên peristgehên wan bigirin.@
Belê wesa çêbû, li ser destê hindek desthelatdarên
Romanî, mîna empirator Jolîyanî (361‐363), yê navdar bi
varêbûy, çunko ew ji Feletîyê vegerîya bû, dubare putperistî
vejîteve, Jolyanî peristgehên putperistan vekirineve û pitir ji
dêrê çavdan bi wankir, zêdebarî wê, ewî Fele dûrkirin û
hêdî... hêdî ji karên leşkerî û rêvebirinê derkirin, da
putperistan li cihê wan danît. belê ev hişîyarbûne gelek
dirêj nebû, nemaze çaxê empirator Erkadîosî (395‐408)
desthelat wergirtî, ferman da peristgehên putperistan ne
hema bigirît, belê ew herifandin û ber û keristên wan ji bo
avahîyên giştî bikarhînan.@
Her wesa empirator Gistinîyan (527‐565) li dijî
putperistan rawestîyabû û birîyar da, zanko ya Ethîna (kelha
putperistan) li sala 529 girt û yê karê wanebêjîyê biket
heramkir, ji ber ewan pesnd nekirin bawerîye bi Feletîyê
bînin, milkên wan jê standin. heko kaûdanên jîyanê li
feylesofên putperist tengbûyn, neçar bûn berev welatê
Farisan çûn, Kîsra Enûşêrwanî bixêrhatina wankir, belê ew
giravî berev welatê xwe vegerîyan piştî Gstinîyanî soz bi
Enûşêrwanî dayî bihêlît ew bi azadî peristina bawerî yên
xwe biken; ew jî piştî peymana aştî yê li sala 532z bû, belê
ew çakî ji bo Gstinîyanî vedigerît, ko bi êk carî putperist li
herêmên Asîya biçûk nehiştin û şîya ewên mayî bi diravî û
cilikan razî biket, olê Kirîstîyanî pesnd biken.@
Hevrikîya Serwerîya Olî Dinavbera Roma Û Qustentînê Da@
Pêşveçûna rûdanên ramîyarî, li pişka rojhelata
empiratorîya Romanî ya cudabû ji pişka rojava, ew bû egera
dîyarbûna pileyên olî dinavbera peristgeha rojhelat û rojava
da, li rojhelat peristgeha Qustentînê û peristgehên dî,
karûbarên xwe radestî empiratorên Pîzentî kirin, ewana
maytêkirina xwe dikarûbarên peristgehê û hevrikî yên
bawerdarîye da pitir lêkirin, heta empiratorê Qustentînî yê
bi rengekî qeyserîyeka Papayî, anko civandina desthelata
ramîyarî û olî bihevra kirî, tîtalên Romanî yên kevin, ewên
empiratorî dikene serokê bilindê olî û çavdêrê karûbarên
peykevên olî, di serdema Kirîstîyanî da her mabû,
empiratorên Pîzentî serwerîya olî li ser peristgeha rojhelat
hebûn û xwe bi parêzvanên wê dihejmartin û êk sîstem li
wêrê di paristin. her wesa peristgehê piştbestineka mezin li
ser dewletê dikir, da hîmên xwe mikum biket.@
Belê li rojavayê Ewropa, kaûdan bi rengekî cuda ji
rojhelata Pîzentî pêşveçû, çunko empiratorîya rojava piştî
parvekirina cîhana Romanî lawaz bibû, ne dişîya mîna ewa li
rojhelat peydabûy, desthelata xwe li ser peristgehê û
dewletê pêkve bi sepînît, bilez kaûdan hatin guhartin û
pestgeha rojava desthelata xwe di kesatîya Keşîşê Roma da
dît, ewê kursîya berev Papayê hatîye guhartin, desthelata
bilind li ser piranîya welatên cîhana rojava hebû.@
Kevtina textê empiratorîye li Roma bidestê berberîyan, li
sala 476, Papayê rojavayê Ewropa kire serwerê êkane, her
wesa di heman çaxî da ew ji desthelata empiratorê Pîzentî li
Qustentînî yê dûr bû, ew bû egera nemana desthelata
empiratoran li rojava û Papayan li Roma cihê empiratoran
girtin, nemaze hêrşên (Lîmbardîyan) berberîyan û herftina
civakê Romanî, bûne egera bihêzbûna sazîya Papayî li
Roma. piştî evê sazî yê şîyana xweragirî û ramîyarî ya xwe di
bihavê gotubêjên li gel berberîyan dîyarkirî, zêdebarî şîyana
wan li ser birêvebirina bajêran, bû egera çespandina
desthelata Papayî û xurtîya wê pitir lêkir.@
Her wesa peristgeha Roma behaneyên xwe hebûn, ko
daxwaza kursîya Papayê li cîhana Kirîstîyanî biket, ji ber ko
her ji destpêka çerxên navîn hizirek belav li nav peristgehên
Ewropa rojava hebû, bi ankoya mezine Keşîşê Roma bi
cêgirê qedîs Petrusî dihête hijmartin, (Petrus) jî bi dîtina
rêberên olî, bi cêgirê Îsayê Mesîh li ser erdî dihête
hijmartin, eve ji alîyekî ve. ji alîyê dî ve, peristgeha Romanî
hewlda desthelata xwe ya olî bilind biken û bi ser astê
desthelata ramîyarî ya empiratorî bêxin, ew jî, heko Papa
Gîlasosê êkê (492‐496) şîayî (nêrîna du şûrî) yê bînît, ewa
heta çerxê yazdê pesndikirineka berfire dinav Ewropa da
wergirtî, bi gotina wî: du hêz hukmdarîya cîhanê parve
diken, ew jî desthelata Papayan û empiratorî ye. lê belê
berpirsîyarîya ya êkê ji ya duyê mezintire, ji ber ko li ser
Papayane muhasbeya şahan biken, her wesa çunko
empirator kurê peristgehê ye û erkê wî ye fêr bibît, neko
rênimayan li ser pirsên olî bidet.@
Peristgeha Roma, ne tinê hizira serkêşîya fakterê olî
ragirt, lê belê peristgehê ji alîyê abûrî ve rehên xwe kûr
dahêlabûn, ji ber ko wê gelek destkeftên giring ji hukmeta
empiratorî bidestve înabûn. ji hemûyan giringtir bexşîn û
lêborîna bacê bûn, zêdebarî wê (peristgehê) kertên berfire
yên erdî hebûn, dahatên mezin jêra dihatin û we li ewê
kirin, pêdivî bi harîkarîya desthelatdarên Elmanî nebn. evê
wekir, samanê Papayî berfire bibît û hîmê abûrî yê
desthelata Papayî û xweserîya wî ya ramîyarî û olî û abûrî
mikum bibît, her wesa wan dahatan şîyanek wesa bi wî dan
hindek deman leşkeran berhev biket, da berevanîyê ji
desthelat û sermîyanên wan biket.
Zêdebarî wê çendê, ji ber li dwîv êkhatina birek ji kesatî
yên bihêz bo ser kursîka Papayî, pişkdarî di blndikirina
sazîya Papayê da kirîye û desthelata wê ya ramîyarî û olî li
rojavayê Ewropa çespandîye. li serdema Papa Girîgorê êkî
yan yê mezin (590‐604), Papayî yê ruxsarek cîhanî yê bihêz
wergirt û li hemû çerxên navîn ya dîyar bû. Girîgorî bi
bilîmetîya xwe di gotubêjîn digel Lîmbardîyan da, binavê
milletê Romanî şîya aramî yê ji bo Roma peyda biket û karî
ew cengên bi dirêjîya sîh salan dinavbera wan da bidumahîk
bînît. Girîgorî bizavkir, desthelata Papayî ya sivîl li hemû
parçên mayî yên Îtalîya belav biket. zêdebarî ewa kirî
desthelata Papayî birastî berev Efrîkîya û Espanîya û
Engltera jî bir û karkir kîşa (mezhebê) Katulîkî li nav Qotî
yên rojava belav ket, bi wê çendê Espanîya jî îna dinav
himbêza peristgeha rojava da û her wesa pişkdarî di
belavkirina Feletî yê li Engltera da kir.@
Di ser hindê ra, ko peristgeha rojhelat ji hev parçe bû,
cudahî yên bawerîy dinavbera peristgeha Qustentînî yê û
peristgehên dî yên piştevanî li helwîstên Papayî yê li Roma
dikirin da peydabûn. di ewê hemû hevrikîya kîşî da, her
peristgehekê ji wan hewl dida alîgirîya peristgeha Roma ya
Papayî, bo xwe bidest ve bînît.@
Di ser hindî ra, li sala 451 serkêşên peristgeha rojhelat
civîneka olî, ya navdar bi navê civata Xelqdunîya girêdan,
dako misoger biken, ko wekhevîya pile û payedarîye
dinavbera kursîya Roma û kursîya Qustentînî yê da heye,
belê nûnerê Papa Lîo yê êkê (440‐461) herdem li dijî evî
boçûnî bû, bi hizira, ew şûngirên qedîs Petrusî ne, heta
hemû esqefîyên rojava li çerxê pazdê danpêdan bi
serwerîya wan kirin û ji bilî peristgeha rojhelat çi hevdij
nebûn, her wesa empirator Valntaynê sê yê li sala 455
fermanek da; divêt hemû Keşîşên rojava milkeçî Papayî
bibin.@
Bizava Dêrê@
Li demê hêdî hêdî Feletî li nav empiratorîya Romanî belav
dibû, bizavek olî peydabû, li destpêkê ya serbixwe bû û
dinav peristgehê da nebû, belê gelek nema û pişkek serekî ji
sîstemê peristgehê vegirt. jîyana zuhdê û rebenîya ji
Feletîya berahîkê cuda bû, belê ev renge heta çerxê çarê li
rojhelat bernîyas nebû û li rojava jî li çerxê pêncî navdar bû.@
Dinav civakî da bizava vegirtin û zuhdê, wek karvedaneka
nêgetîv li ser hevdijîyên civakî û gendelî û tepeserkirina
Felehan bidestên desthelatdarên ramîyarî, li çerxê çarê
peyda bû. ko hindek ji Felehan dîtin, xwe ji cîhana derdorê
dabbirin û bi rêka pakijî û nivêjan li qurtalî yê bigerin, bi
taybetî piştî wê stemkarîya Fele li ser dema Deqldîyanosî
toşbûynê, ew bû eger hindek qurtalbûy paldayn; berev
cihên dûr birevin, da hewarê bo hizir û wijdanê bibin.
hindek ji vekolerên rojavayî dîyarda xelwetinişînî wesa
şirove diken, ko ew (derbirîneke ji wê nerazîbûna ji ber
têhelbûna hizirên bîyanî û mijûlbûna kesên oldar bi
karûbarên cîhanî ve, bi ser bawerîya Kirîstîyanî da hatî).@
Ya dîyare, ko xelwetinişînî dîyardeka giştî ye, di hemû
olên kevinar da heye, belê sebaret Kirîstîyanî yê,
Kirîstîyanên Misirî yên berahîkê bûn ev rengê jîyana olî
jîyayn, navdartirîn kesê wan li Misirê qedîs Entonyos (251‐
356) bû, ewê xelwet ji bo rebenan çêkirîn û ji bo her
rebenekî xelwetek taybet avakirî, belê li ser hemûyan bû
pişkdarî yê di peydakirina pêdivîyên xwe yên xwarnê û
cilikan da biken.@
Dîyarda xelwetinişînî yê li destpêkê ya takan bû, paşî
hijmarek ji xelwetinişînên Kirîstîyanî li cihekî civîyan û dêrên
taybet damezrandin. reben li bin çavdêrîya serokên xwe
têda dijîyan. ewî serperistîya rêkxistina jîyana wan li nav
dêrê dikir. jîyana rebenî yê ji Misirê destpêkir, berev sorîya
û Asîya biçûk hat, ji navdartirîn reben (xelwetinişîn)ê Sorî
Sem'anî Emodî (390‐459) bû, ewê ji bo dema sîh salan li ser
koçekê jîyayî.@
Ji ber ko bizava dêrî li serdema çerxên navîn, rolek mezin
di dîroka Ewropa da gêraye û ew di gelek biwarên jîyanê da
xwîaye:@
Di biwarê rewşenbîrî da, bi dirêjîya çerxên navîn, dêr
navendên serekî yên rewşenbîrî û fêrkirinê man. di ser
hindê ra, ko çerxên navîn bi alozî û mijdarîye dihêne
binavkirin, belê berdewam dêr regezê bitinê yê aramîya
civakê Ewropî man û li ser veguhastina keltûrê şaristanî
dinavbera rêviştan da kardikirin. dêran daneyên pertûkan li
ber dnivîsîn (kopî dikirin) û heta hindekan ji wan başnivîs ji
derveyî dêrê kirê dikirin, dako digel rebenan pertûk û
destnivîsan li ber libên resen binivîsn û bi xemlînin. dêr
mîna embarên paristina pertûk û destnivîsên degmen lê hat
bûn. aferîna nivîsandina dengubasên çerxên navbera
hêrşên berberên Germenî û avabûna zanko yên Ewropî li
nîva duyê ji çerxê dwazdê bo dêrnişînan vedigerît@
Di biwarê abûrî da, dêrnişînan pişkdarîyeka çeleng
dikirîyara berhemê abûrî (çandinê û pîşesazî û bazirganî û
xudankirina gîyaneweran) da li Ewropa rojava kirin; li demê
reben bi nûjenkirina erdên nû rabûyn, ewên ew lê akincî
bibûn, piştî ew berhevkirîn çandin, her wesa li ser
zuhakirina goman (zelkawan) û pakijkirina daristanan
karkirin. rebenan tîtalên Romanîyan yên girêdayî çandinê
veguhastin û dahînanên nivîserên Romanî li ser çandinê
nivîsabûn paristin.@
Belê dibiwarê civakî da, dijîyana civakî da, dêr bi rolek baş
rabûn, pişkdarî dikêmkirina wan arîşan da, ji tengasî û
hingam û qeyranan, ewên civakî Ewropî di ber dinalî kirin,
her wesa bi karê belavkirina harîkarîyan radibûn, ji ewan
harîkarîyen xêrxwazan ji bo wan terxan kirbûn; her wesa
dêr bibûn nihanî, jar û zîvar û nexweş û birîndar pêşwazî
dikirin, li deverên hêrşên berberî û Germenan pijkandibûn,
harîkarî yên nojdarî û xwarin pêşkêşî wan dikirin.@
Belavbûna jîyana dêrê, bo egera peydabûna du corên
oldaran, ew jî:@
Cwînê dêrê yên rêkxistî, ew olperist bûn, ko milkeçî
sîstemê dêrê yê dîyarkirî bûn, her wesa navê (Eklîrosên
fermî) jî li wan dihêtekirin.
Cwînê dêrnişîn, ew jî kesên li dêrê diman, ji Metiran û
Keşîş û Şemasan bûn, ew bi cîhanî hatîne binavkirin, çunko
ew pitir ji rebenan maytêkerên jîyana cîhanî bûn û pitir
têkhelî civakî bûn. her wesa navê (Eklîrosên hevçerx yan
serdem) li wan dihêtekirin.@
Di ser wê ra, her ji çerxê çarê, bizava dêrî cihekî dîyar
dinav jîyana olî û cîhanî da girt, belê ji alîyekî dî ve, ew bû
fakterekî civakê Kirîstîyanî, nemaze li nîva du yê ji çerxê
çarê, heko civakê cangira li sala 362 guman ji livînên bizava
dîrî kirî, birastî ew bibû egera pijikandina xêzanê û pitirîya
dergehên jîyana giştî êflîckirbûn. li vî çaxî, tirsê hukmeta
Romanî vegirt, ji ber pitirîya wan takan firoşgeh û zevîyên
xwe dihêlan, dako têkhelî kertê dêrî bibin, Estinî yasayek
derkir û têda heramkir ewên erkê xwe yê leşkerî nekirî
biçine dinav dêrî yê da.@
Belavbûna Bizava Dêrî Li Îtalîya@
Dîyarda rebenî û damezrandina dêran ji bo vê meremê, ji
Misirê û Asîya biçûk berev Ewropa rojava çû, ji berahîk
dêrên li Ewropa avabûyn dêra Galîyan bû.@
Heta çerxê şeşê zaynî, galîya welatê êkanebû, dinav da
sazîyên dêrî yên rêkxistî peyda dibûn, hewl didan li nîva du
yê ji çerxê çarê, rebenan bihnêrin Îtalîya, ji wan Keşîş
Etinasîos bû, belê boçûnên wî , ji ber dijwarîya wan ya di ser
şîyanên xwe li ber girtina siroştîya mirovan ra, li rojava
serketin bidestve nehînan; belê di ser hindê ra li çerxê şeşê
bo êkemîn car sazî yên dêrî li Îtalîya avabûn, zahdê navdar
Bendektî pişkdarî di avakirin û pêşvebirina wê da kirîye.@
Ji ber ko qedîs Bendekt, bi xudanê rolê serwer di
avakirina sîstemê dîrî da dihête hijmartin, lewra bi navî
(Bendektî) hatîye binavkirin, ewa wekirî bizava dêrî li Îtalîya
li rojava berahîk bît, eve piştî sîstemî Bendektî şûna sîstemê
dêrî yê berê li Ewropa berbelav girtî, her wesa bo êkemîn
car piştevanî û dilovanî ya Papayî bidestve hînan.@
Bendektê Norsî (480‐543), ji binemalek navdara
dewlemend bû, ji bo fêrbûnê hinartîne Roma, belê ew ji
dîyardên gendelî yê bêzar dibît, xwe ji civakî veder diket û
xelwetinişîn dibît, li şkefteka çîyayî li nêzîkî Roma jîyaye.
nav û dengên vî xelwenişînê zahd gelek belav bûn, hijmarek
peykevan û rahban li dorên wî civîyan û paşî birîyar dan,
dêrekê ji bo ewan zahdan û rêkxistina jîyana wan ya olî
damezrînin, li sala 520 dêra Mont Kasînoyî (anko çîyayê
Kasîno) ji bo rahban li ser bermayên peristgeha xudavendê
Romanî Epoloy damezrandin. ew êkemîn dêr bû li Îtalîya,
paşî bi şêwazê wê, gelek dêr li piranîya deverên Ewropa
rojava belav bûn.@
Bendektîyan lîsteya jîyana rebenî yê belavkirin, her
binavê wî (Bendekîn) hate binavkirin û têda xelwetinişîn
daxwazkirin, ko jîyana vederî û xelwetinişînî peyrew biken û
mîna endamên civakek hevkar û li bin desthelata tunda
serokê dêrê bijîn, milkeçî û bi tinêman û destberdana ji her
tiştê wan hey ji bo dêrê li ser wan sepand, her wesa ferman
li wan kirin, ji bo berjewenda dêrê kar biken. hêdî hêdî ew
rêçk (sîstem û hîm)a Bendektî li kinarên rojavayê Ewropî
belav bûn, pişkdarîyeka xurt dibiwarê pêşveçûna mirovî da
kirin. Bendektî sîstemek ji bo evê dêrê dana; ji sê koçên
serekî (neykirina xudî û milkeçî û karkirin)ê pêkhatî bû, wî
hewl da guncanekê li navbera peristinê û karî û sepandina
pakî yên Feletî yê biket.@
Li dumahîka çerxê nehê, sistî û lawazî di nav dêrên
Bendektî da peydabûn, heko mîr û desthelatdar û şahên
Elmanî, bi ser wan dêran da zal bûyn. ewan Elmanîyan
destpêkir serokên wan dêr û peristgehan ji kesên serdem
damezrandin, ko xizmeta berjewendîn wanên ramîyarî û
abûrî biken. her wesa mîrên derebeg dest pêkirin,
maytêkirin di samanên wan peristgeh û dêran da kirin,
ewên diketine dinav sinûrên rêveberîya wan ya derebegî
da, ew çend ji ber hindê çêbû, ko kesên berjewendparêz bi
plên bilindên olî gehiştin. ewan giringî bi behayên sncî ne
didan û pwîtedan bi berjewendên xwe yên kesatî û
berjewendên wan mîrên ew bi ewan pileyan digehandin
dikirin.@
Qeyrana Peristgehê Di Dawîyên Çerxên Navîn Da@
Di maweyê, nîva çerxê nehê û dumahîka çerxê yazdê da,
kaûdanên peristgehê li empiratorîya Romanî têkçûn. êdî
Papayî, desthelatdarî li ser peristgehên firehejmarên
rojavayê Ewropa, li Ferensa û Îtalîya û Engltera û Espanîya
nema, her wesa Keşîş bûne kesên alîgirên derebegên ser bi
şah û mezine doqan ve, her wesa hevsergerîya wan, bû
egera hindê, ew berev civandina samanî biçin, da ji bo
zarokên wan bimînît.@
Her wesa Papayî yê, her ji çerxê nehê hewl dida,
desthelata xwe li ser şahan û kesên dî yên rêveberên
peristgehan ji alîyê ramîyarî ve bi sepînît, ji bo pêgehiştina
wê çendê rêveberên peristgehê berev zrî û sextekarîye çûn,
dako belgeyên kevinar dirist biken û Papayî piştbestinê li
ser biket, eve birêka belgenameya navdar bi navê (xelatê
Qustentînî) kirin, ew pêkhatîye ji fermaneka sexteya digotin
ji nik empirator Qustentînî derketî ye, heko Roma ya nû
(Qustentînî) avakirî, fermandaye û têda destberdan bo
Papayî yê ji Roma ya kevinar kirîye, heta destberdan ji
hemû erdê empiratorîya rojavakirîye. peristgehê berdewan
belgename bikardihîna heta li nêzîkî sala 1440 bi destê
dîrokvan Lornzo Valayî li serdema rênîsîyansa Îtalî
sextekarîya wê hatîye aşkirakirî@
Ji ber ko astê peristgeha Katulîkî hêşta nizim bû, ko
rêgirîye li Papayên Roma biken, ji bexşînên bi navê (çekên
bexşînî) rawestinînin, ya dîyare, ko çekên bexşînê êk ji
alavan bû, yên Papa Orbanî yê du yê (1088‐1099) han bû
birî, dako milletên Ewropî han bidet pişkdarîye di cengên
xaçperistî da biken, ew cengên meremên wan rojhelata
Îslamî bûn, nemaze Felestînê, ko li beramber Papa bexşînê
bi wan bidet, eger hat û Orbanê du yê li destpêkê karî bît;
bi daxwaza pişkdarîye di van cengan da, li nav civakê
Klîrmonî (başûrê Ferensa) li sala 1095 behayê peristgehê
bilind biket û li bin dirûşmê bexşînê leşkerî li rojhelata
Îslamî bicivînît; belê zû peristgehê hewl da xwe û pêgîrîyen
xwe di pişkdarîya di cengan da vedizît, ew birêka
ragehandina wê, ko ew dê bexşînê bi wan cengaweran
bexşît, yên li şûna wan diçine cengê û bi samanê xwe
pişkdarîye, di êk ji hewên xaçperistî yê da diken li şûna ew
bixwe pişkdar bin. ji ber ko berfirebûna Papayî bi karhînana
hizira xaçperistî li cengên dijî hevrikên xwe li nav Ewropa
Katulîkî bixwe, dergehê kirrîna bexşînê bi diravî vekir, ew bû
ya arîşa çekên bexşînê dîyarkirî, ta paşî Martin Loter (1483‐
1546) li dijî wê rabûy.@
Her wesa mişebûna arastên Elmanî, yên dewletên
Ewropa rojava û bizava şahan ji bo sepandina desthelatên
xwe yên navendî, dinav herêmên xwe da, bo egera
lihevkevtina digel desthelata rewanî ya peristgehan dinav
welatên wan da, ew bû egera hevrikî yên dijwar dinavbera
Papayî û empiratorî da, nemaze ko Papayî di serdema
Girîgorê heftê (1073‐1085) da, bi rêka pêgîrbûn bi nêrîna
(pîrozîya Papayî) li ser desthelata wî ya rewanî dijwar dibû.
ji encamê wê çendê bû, ko Papayî digel desthelata serdemî
ya kesê desthelatdarê Engltera (Wêlîyemê alfatih)î bihevçû,
ewî ew çend pesnd nekir û her wesa empiratorên Ferensa û
Elmanîya dij rawestîyan. dûrketina dinavbera herdu
desthelatan; rewanî û cîhanî mezin bû, nemaze, ko
desthelata rewanî bi astekî bilind gehişt, heta kar bi ewê
çendê gehiştî, Papa Girîgorê heftemîn fermana heramkirinê
sebaret empirator Hênrî yê çarê derkirî û hevrikî dinavbera
Girîgorî û Hênrî da dijwar bû, heta bi ewî radeyî gehiştî,
Papa Girîgorî li dijî hevrikê xwe Hênrî, daxwaza hewarê ji
Normandîyan kir û kar bi ewê bidumahîk hat, Normandî bi
xurtî çûne dinav Roma da, bi sotin û wêrankirin û
hetkberîya xelkê wê rabûn, ew bo egera dijderketina raya
giştî li beramberî Papa Girîgorî, yê egera serekîya wê
karesata li wî demî bi ser Îtalîya da hatî bû.@
Her wesa peristgeha Katulîkî, ji ber egera lawazîya sazîyên
xwe bêhêz bû, ji ber ko gelek ji rêveberên olî, bi firotina
pileyên xwe bi samanî rabûn, ewe ya binavê Sîmonî yan
bazirganîya pileyên olî dihête nîyasîn. Sîmonî: ji bo Sîmonê
cadoger vedigerît; ewê hewldayî qedîs Petrusî li beramber
hindek diravî razî biket, ko karê wî li ewî pîroz biket, qedîsî
bersiva wî da û got: "tu bi zîvên xwe ra wêranî, çunko tu
bizavê dikey pîrozîya xudayî bi derheman bikirî".gelek ji
Papayan hewldan birêka dûrxistina wan oldarên pileyên
xwe bi samanî kirîn, berhingarîya Sîmonî yê biken.@
Zêdebarî wê çendê, gelek demên dirêj peristgeh lawaz
dibû, ji ber arîşa hevsergerîya kesên oldar, heko pitirîya
Keşîş û oldarên biçûktir hezkirîn hevserîye biken; ji ber ko çi
yasayek nebû hevsergerîye li karmendên peristgehê qedexe
biket, nemaze li çerxê dehemîn, arasteyek hebû, ko berev
wêrê diçû, ko erkên derebegî berev şûngirîye dibirin, ew bû
eger kesên oldarên mezin û bi jin, kurên xwe li şûna xwe li
ser karên oldarîye danin, ew bû wekirî, ew çîneka şûngirî yê
bin û zîyan bi sîstemê peristgehî gehandin.@
Li beramberî wê çendê, kîşwerê Ewropî bizaveka
berfireha guhartin û werçerxan dipitirîya alîyan da bixweve
didît:@
Bo nimûne; dibiwarê abûrî da, li serdema çerxên dwazdê
û sêzdê, li kîşwerê Ewropî, pêşkevtinek berçav dibiwarê
çandinê da peydabû, ew birêka bikarhînana erdê çandinê û
hişkkirina derîyaçe û gom û birîna daristanan bû, zêdebarî
wê çendê, pitirbûna berhemê çandinê, bo egera lêgerîyana
bazarî ji bo xerckirina berhemê zêde, bi wê çendê, bajêr
bilivîn ketin û pişkdarîyeka baş di vejandina pirojên
bazirganî û pîşesazî û pêşvebirina wan da kir.@
Di ser wê çendê ra, bajêrên Îtalî piştî lawazbûna
desthelata Îslamî li deverê, dema Normandî li derîya
naverast dîyarbûyn, bizava xwe destpêkirin ve, her wesa
hêrşên Mengolîyan bo deverên Rosîya û rojhelata naverast,
guhartinên giring di hevsengîya abûrî û rojhelatê da
peydakirin, cenewayê ji bo Mengolan navendeka giring bû,
belê venîzîyayê di peywendîyên xwe yên bazirganî da digel
rojhelat, bi rêka derîya sor piştbestin li ser Memalîkên
Misirê dikir.@
Lewra, li çerxê sêzdê, ji encamê mişebûna arasteyên
cîhanî dinav civakên Ewropî da, peristgeha Romanî dest bi
hindakirina mezinîya xwe ya cîhanî û rewanî kir, ji ber ko
arastên abûrî yên pêşkeftî bi rengek serekî di hevdijî wê
oyîngêrana peristgehê bûn, berfirehîya daxwazên qazancê
hevdijîyeka xurt li navbera hezkirinên takan û bawerîya wan
peydakir, êdî rênimayên peristgehê nikarî berbendan li
beramber daxwaza qazancên mezinên danît.@
Di biwarê ramîyarî da, hizira samanên netewî li Ewropa
bilind bû, pwîtepêdana şahên Englîz û Ferensî û yên dî, pitir
berev berjewendyên netewî çû, pitir ji pwîtepêdana wan bi
berjewendên cîhana Kirîstîyanî ya Papayî bû. nemaze piştî
hesta nerazîbûnê ya şahên Ewropî li beramberî maytêkirina
Papayî di planên wanên navxweyî û derve da pitir lêhat,
zêdebarî hindê, heko hesta netewî li şûna hesta olî
werarkirî, hêdî hêdî çû dinav peristgehên niştimanperwer
da, êdî rêverên olî dinav şanişînan da hestpêkirin, ko
berjewendên dewleta wan ji berjewendên peristgeha
Papayî li Roma dgiringtirn.@
lê belê dibiwarê zanistîda, kîşwerê Ewropî; pêşkeftinek
berçav bixweve dît, nemaze li herdu çerxên dawî yê ji
çerxên navîn, ew çend bi saxletên rênîsîyansa Ewropî
dihête hijmartin, seba pêşveçûna abûrî ya rêjeyî û
mişebûna arastên Elmanî û ewên ji encamê hevrikîya li
navbera desthelata olî û cîhanî peydabûyn, her wesa
kartêkirinên Pîzentî û Îslamî bi rêka Endelus û Seqîlîayê û
erdê pîroz rolekî giring di evê rênîsîyansê da hebû@
Zêdebarî berfirebûna hişîyarîya rewşenbîrî li nik çîna
rewşenbîrên Ewropî, bi taybetî piştî peydabûna zankoyan li
dumahîkên çerxên navîn, ewên bi giringtirîn navendîn
rewşenbîrî û zanîyarî li Ewropa dihêne hejmartin, ji
giringtirîn zanko yên li çerxê duwazde dîyarbûyn; zanko ya
polonîya li Îtalîya û zanko ya parês li Ferensa bûn, ko zanko
yên dî yên Ewropî li çerxên navîn ji wan çêbûyne, heta li
dumahîkên wan çerxan hejmara wan bi kêmasî bi heştê
zanko yan gehiştîye.@
@ @
jêder
@ @
QM@@@Ší—ÉÜa@À@biŠìa@„îŠbmLŠí’bÈ@bnÑÜa@‡jÈ@‡ïÉ
LôíÜaI†LpìiOpNH@@
RM@@@@@@óîŠí aàþÜ@óïÔ‹“Üa@óbïÜa@L‹Èb“Üa@ðznÐ@‡á«
LóïäïjÜaILò‹èbÕÜaQYYXYNH@@
SM@@paŠb›¨a@„îŠbmLçì‹‚aì@Šbºa@êäa@ãbÉÜa@I@çì‹ÕÜa
ôíÜaHLILpìiQYVXHwàLSN@@
TM@@@@@ó»‹mLôíÜa@Ší—ÉÜa@À@biŠìa@„îŠbmLæîi@ñ‹åèZ@@óïÈ
Lð–íÕÜaILò‹èbÕÜaQYVVNH@@
UMLóïjïÝ—Üa@l싨a@óïèbàLâbÔ@ë‡jÈ@âbÔILoîíÙÜaQYYPNH@@
VMLôíÜa@Ší—ÉÜa@À@biŠìa@òŠb›yLkï©a@‡á«ILÖ“à†RPPVNH@@
WM @@War and Peace in Ancient and Medieval History. edited by: Philip de Souza and John France. Cambridge University Press 2008.
XM @@The Oxford Illustrated History of Medieval Europe. Edited
by: George Holmes Oxford University Press 1988
YM@@@@@óïäïjÜa@óîŠí aàýaLça‹áÈ@‡ïÉ@†íá«
b›yìLbémŠILpìiRPPRNH
Recommended