of 28 /28
Mehane Wêjeyî Çandî Rewşenbîrî û Serbixwe … Damezrandin di 22 Nîsanê 2012 E. Mail: [email protected] malpera rojnamê: www.penusanu.com Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî Derhê ner: Xorşîd Şûzî Nivî sara hejmarê Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî, hemî xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-navîn diqewimîn bi rengekî olî (dînî) bûn. Prosêsa cidabûna dîn û siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên sosyalîzm û lîberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de belav bû, û partiyên siyasî li ser bingeha îdeolojîyên cida ava bû, destpêkir. Hingê ramyarên ewropî di berhem û analîzên xwe de digot; serdemên pîroz (muqedes) li Rojhilata- navîn borî, dîroka Ewropayê xwe li Rojhilatê dubare dike. Jacques Berque, Îslamolog, sosyolog û lêkolînerekî fransî ye, dibêje: — Miletên Rojhilata-navîn pişta xwe da serdemên muqedes û hêdî hêdî derbasî dîrokê dibin. Lê belê rewş wekî analîzan nebû, tayê di navbera ol û siyasetê de nehat birîn, berevajî wê grêdaneka kûr di navbera desthilatên dîktator û opozîsyonên dînî yên fanatîk de ava bû, desthilatên dîktator carinan eşkere û carinan bi nehênî grupên fanatîk li dijî guhertin û avakirina sîstemeka demokratîk bi kar anî. Kontrasta balkêş ew bû ko ewropiyan bixwe ew desthilatên dîktator li Rojhilatê bi cih kir, bixwe jî piştgirî dan avakirina opozîsyonên dînî. Dewletên rojavayî bi piştgiriya hêzên dînî Împaratoriya Osmanî têkbir, wan dizanî ko ne bi rêya hêza olî be dê nekarin xelkên Rojhilatê qane bikin, da li dijî osmaniyan şer bikin. Hejimar '59' / Avdar 2017 Ewropiyan digel Şerîfê Mekeyê li ser hêz û desthilata piştî ketina osmaniyan li hev kir. Tîtela Şerîfê Mekeyê ava hêdî livand, reaksiyonên li dijî osmaniyan gur kir û şoreşeka dijwar li dar ket. Desthilatên dema îro yên li Rojhilata-navîn, mîrateya ewropiyan û cîhana rojavayî ne. Li bin destê wan desthilatên bi nav sekuler (îlmanî) de mafê mirovî, mafê kêmîneyên etnîkî û mezhebî nîne û azadiya ragihandinê, xweîfadekirin û xweorganîzekirinê lê peyda nabe. Bi kurtî ti têkiliya wan desthilatan bi sekularîzmê nîne. Partî û tevgerên opozîsyonê jî di bin kontroleka dijwar de ne. Di dema şerê sar de, Emerîkayê û dewletên rojavayî li dijî belavbûna komunîzmê, dîndarî û nijad perestiya mezhebî li Rojhilata-navîn xurt kir, medyaya desteka wan, opozîsyonên li Rojhilata- navîn wekî dîndar û kafir anjî terorîst bi nav kir. Di şoreşên li dijî dîktatoran de, fitîla agirî di nêv herdû milên opozîsyonê de vêxist û wan bixwe şerê hev kir. Sovyeta berê bi slogana "rizgarkirina miletên bindest" hest û daxwazên serwxebûnê li nik milet û kêmîneyên Îranê hişyar kir. Partiya Tudehê li Azerbêcana Îranê, kurdan jî li Mehabadê Komara Kurdistanê ya serbixwe îlan kir. Xewna Stalîn ew bû, ko di paşerojê de, ew komar tevlî Sovyêta berê bibin û sînorê desthilata xwe berfirehtir bike. ……………… Rûp (2) ……………… Rindê Çaçan Di bîranîna 38 salan li ser koça dawîa a Melle Mustefa Barzanî ve Xuşk û birayên ezîz Nûnerên partiyên Kurdistanê Endam û serperştên Partîya Dîmoqratî Kurdistan ”Zilma ku li milletê me hatiye, em lê agahdarin, ta bi nefsa dawî, emê li dijî setemkar şer bikin”. Bi van gotinan herdem Barzaniyê nemir civata xwe dixemiland. Dîrok û xebata Melle Mustefa ji biçûk û meznan ve xuyaye, em çendî di derheqê vî mirovê payebilind bêjin kême, çimkî navê wî bi navê Tevgera rizgarkirina niştiman dîmoqratî Kurdistan ve hateiye girêdan. .......... Rûp (6) .......... Hêza olî di Rojhilata-navîn de Boniya Cegerxwîn Hêlîna KurdîDi dawiya sala 1982 an de ez hatim welatê Swêdê,li Stockholmê ez û malbata xwe bi cî bûn. Di sala 1984 an de, Meha Avdarê,min li Swêdê dest bi kar kir,piştî ku min xwendina zimanê Swêdî salekê qedand. Min li “Hêlîna Kurdî”dest bi kar kir û li wir min berdewamkir ta ku min bi sedema nexweşiyê karê xwe bi dawî kir. Îro ez dixwazim li ser Hêlîna Kurdî hinekî we agadar bikim,ji ber ku hebûna hêlîneke bi vî awî,bûyereke pir giring û belû bû di dîroka jiyana Kurdên li Swêdê de her û ha di dîroka Kurdistanê bi tevahî de. Ez bawerdikim ku gelek li ser vê Hêlînê ne agadarin,ji ber ku giringî li ser karê bi vî awî jêre rêklam çênebûne tevî ku min gelek cara dost û heval û rêxistin li Qamişloli ser agakir. Sala 1984 an Hêlîna kurdî ya yekemîn li Swêdê û li rojavayê Ewrûpa dest bi karê xwe kir. Li taxa Tênista yê û li ser daxwaza dê û bavên kurd hate vekirin û di avahiyeke serbixwe de kar û xebata xwe dikir........... Rûp (2)

Hêza olî di Rojhilata-navîn deDamezrandin di 22 Nîsanê 2012 E. Mail: [email protected] ... bindest" hest û daxwazên serwxebûnê li nik milet û kêmîneyên Îranê

  • Author
    others

  • View
    0

  • Download
    0

Embed Size (px)

Text of Hêza olî di Rojhilata-navîn deDamezrandin di 22 Nîsanê 2012 E. Mail: [email protected]

  • Mehane Wêjeyî Çandî

    Rewşenbîrî û Serbixwe …

    Damezrandin di 22 Nîsanê 2012

    E. Mail: [email protected]

    malpera rojnamê: www.penusanu.com

    Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî

    Derhêner: Xorşîd Şûzî

    Nivîsara hejmarê

    Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî, hemî

    xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-navîn diqewimîn

    bi rengekî olî (dînî) bûn. Prosêsa cidabûna dîn û

    siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên

    sosyalîzm û l îberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de

    belav bû, û partiyên siyas î li ser bingeha

    îdeolojîyên cida ava bû, destpêkir.

    Hingê ramyarên ewropî di berhem û anal îzên xwe

    de digot; serdemên pîroz (muqedes) li Rojhilata-

    navîn borî, dîroka Ewropayê xwe li Rojhilatê

    dubare dike. Jacques Berque, Îslamolog, sosyolog

    û lêkolînerekî frans î ye, dibêje:

    — Miletên Rojhilata-navîn pişta xwe da serdemên

    muqedes û hêdî hêdî derbasî dîrokê dibin.

    Lê belê rewş wekî analîzan nebû, tayê di navbera

    ol û siyasetê de nehat bi rîn, berevajî wê

    grêdaneka kûr di navbera desthilatên dîktator û

    opozîsyonên dînî yên fanatîk de ava bû,

    desthilatên dîktator carinan eşkere û carinan bi

    nehênî grupên fanatîk li dijî guhertin û avakirina

    sîs temeka demokratîk bi kar anî.

    Kontrasta balkêş ew bû ko ewropiyan bixwe ew

    desthilatên dîktator li Rojhilatê bi cih ki r, bixwe jî

    piştgi rî dan avaki rina opozîsyonên dînî.

    Dewletên rojavayî bi piştgi riya hêzên dînî

    Împaratoriya Osmanî têkbir, wan dizanî ko ne bi

    rêya hêza olî be dê nekarin xelkên Rojhilatê qane

    bikin, da li dijî osmaniyan şer bikin.

    Hejimar '59' / Avdar 2017

    Ewropiyan digel Şerîfê Mekeyê li ser hêz û

    desthilata piştî ketina osmaniyan li hev ki r. Tîtela

    Şerîfê Mekeyê ava hêdî livand, reaksiyonên li di jî

    osmaniyan gur ki r û şoreşeka dijwar li dar ket.

    Desthilatên dema îro yên li Rojhilata-navîn,

    mîrateya ewropiyan û cîhana rojavayî ne. Li bin

    destê wan desthilatên bi nav sekuler (îlmanî) de

    mafê mirovî, mafê kêmîneyên etnîkî û mezhebî

    nîne û azadiya ragihandinê, xweîfadekirin û

    xweorganîzeki rinê lê peyda nabe.

    Bi kurtî ti têkiliya wan desthilatan bi sekularîzmê

    nîne. Partî û tevgerên opozîsyonê jî di bin

    kontroleka dijwar de ne.

    Di dema şerê sar de, Emerîkayê û dewletên

    rojavayî li di jî belavbûna komunîzmê, dîndarî û

    ni jad perestiya mezhebî li Rojhilata-navîn xurt ki r,

    medyaya desteka wan, opozîsyonên li Rojhilata-

    navîn wekî dîndar û kafi r anjî terorîs t bi nav ki r. Di

    şoreşên li di jî dîktatoran de, fi tîla agi rî di nêv

    herdû milên opozîsyonê de vêxist û wan bixwe

    şerê hev ki r.

    Sovyeta berê bi slogana "ri zgarki rina miletên

    bindest" hest û daxwazên serwxebûnê li nik milet

    û kêmîneyên Îranê hişyar ki r. Partiya Tudehê li

    Azerbêcana Îranê, kurdan jî li Mehabadê Komara

    Kurdistanê ya serbixwe îlan kir. Xewna Stalîn ew

    bû, ko di paşerojê de, ew komar tevl î Sovyêta berê

    bibin û s înorê desthilata xwe berfi rehti r bike.

    ……………… Rûp (2) ………………

    Rindê Çaçan

    Di bîranîna 38 salan li ser koça dawîa

    a Melle Mustefa Barzanî ve Xuşk û bi rayên ezîz

    Nûnerên partiyên Kurdistanê

    Endam û serperştên Partîya Dîmoqratî Kurdis tan

    ”Zilma ku li milletê me hatiye, em lê agahdarin, ta bi nefsa dawî, emê li di jî setemkar şer bikin”.

    Bi van gotinan herdem Barzaniyê nemir civata xwe dixemiland.

    Dîrok û xebata Melle Mustefa ji biçûk û meznan ve xuyaye, em çendî di derheqê vî mirovê payebilind

    bêjin kême, çimkî navê wî bi navê Tevgera rizgarki rina niştiman dîmoqratî Kurdis tan ve hateiye gi rêdan.

    .......... Rûp (6) ..........

    Hêza olî di Rojhilata-navîn de

    Boniya Cegerxwîn

    “Hêlîna Kurdî” Di dawiya sala 1982 an de ez hatim welatê Swêdê,li

    Stockholmê ez û malbata xwe bi cî bûn.

    Di sala 1984 an de, Meha Avdarê,min li Swêdê dest bi

    kar ki r,piştî ku min xwendina zimanê Swêdî salekê

    qedand.

    Min li “Hêlîna Kurdî”dest bi kar ki r û li wir min

    berdewamkir ta ku min bi sedema nexweşiyê karê xwe

    bi dawî ki r.

    Îro ez dixwazim li ser Hêlîna Kurdî hinekî we agadar

    bikim,ji ber ku hebûna hêl îneke bi vî awî,bûyereke pi r

    gi ring û belû bû di dîroka jiyana Kurdên li Swêdê de her

    û ha di dîroka Kurdis tanê bi tevahî de.

    Ez bawerdikim ku gelek li ser vê Hêlînê ne agadarin,ji

    ber ku gi ringî li ser karê bi vî awî jêre rêklam çênebûne

    tevî ku min gelek cara dost û heval û rêxistin li Qamişloli

    ser agaki r.

    Sala 1984 an Hêlîna kurdî ya yekemîn li Swêdê û li

    rojavayê Ewrûpa dest bi karê xwe ki r.

    Li taxa Tênista yê û li ser daxwaza dê û bavên kurd hate

    veki rin û di avahiyeke serbixwe de kar û xebata xwe

    dikir...........Rûp (2)

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    2

    Sovyeta berê soz dabû ko dê wan biparêze, lê wê û Emerîkayê li

    hev ki r û leşkerên xwe ji Îranê kişand. Temenê herdû komaran ji

    salekê zêdeti r di rêj neki r. Îranê bi sedan endamên Tudehê û

    şoreşgerên kurd, Qazî Mihemed û hevalên wî bi dar ve ki r.

    Xewna guhertinê li Îranê dewam ki r, partiya Tudehê û hêzên

    çepgir bingeha şoreşekê li di jî şahê Îranê Muhemmed Reza

    Pehlewî amade ki r. Emerîkayê zanî ko Pehlewî dê têkbiçe. Ji bo

    ko Tudeh û hêzên çepgir bi ser nekevin, rê da Xomeynî û hêza

    dînî da xurt bibe û serkêşiya şoreşê bike. Piştî têkçûna

    osmaniyan ew cara yekemîn bû ko îslama siyas î wisa bi xurtî bi

    ser diket. Sedemeka dî ya xurtki rina hêza dînî li Îranê,

    di jwarki rina dubendiyên mezhebî di nêvbera Sunî û Şîiyan de bû.

    Farisan berê jî ji bo xurtki rina hêza nijada xwe hestên mezhebî bi

    kar aniye. Di dewleta Emewiyan de, bi sloganên ol î piştgi riya

    muxalefeta li di jî desthilata Qureyşiyan ki r. Emewiyan zora

    dilxwazên Îmam Elî bin Ebî Talib "Ehl el-Beyt" bi r, piştî hingê

    farisan ew muxalefet ji nû ve gur ki r, emewî têkçûn û dewleta

    Ebasîyan ava bû. Hêza nijada farisî di dewleta Ebasîyan de, her

    weha li Misrê di dewleta Fatimîyan de jî xurt bû. Heta niho

    dîroka kîn û nefretê di nêvbera sunî û şîiyan de dewam dike.

    Ma ne bi rêya hêza dînî bûya dê Emerîkayê çawa bikariya berê

    cîhadiyên dinyayê bide Efxanistanê da şerê Sovyeta berê bikin. Bi

    qeweta hêza ol î Sovyeta berê di demeke kurt de şikest û da

    Sovyet ti caran li Efxanis tanê venegere. Desthilat dan destê

    Talîbanan ko yek ji di jwarti rîn tevgerên fanatîk e.

    Agi rê ni jadaperestiya dînî li rojhilatê zêde dibe, ji kontrola

    rojavayiyan derdikeve, ji bo ewlehiya dewletên rojavayî jî

    meti rsiyeka mezin e. Barê paqijki rina herêmê ji fanatîkan dane

    ser milê kurdan, ev qurbanîdana gi ran bihayê azadî û

    serxwebûna wan e.

    Renaud Girard rojnemavanekî pisporê Rojhilata-navîn ye, nêrîn û

    analîzên xwe di rojnameya "Le Figaro" de belav dike. Ne ji mêj ve

    pi rtûkeka wî belav bû, navê pi rtûkê "Le monde en marche” ango

    ”dinya bi rê ve diçe” an jî ”dinya dilive” ye.

    Renaud Girard dûrûdirêj behsê dike û dibêje, ko pîvana guhertin

    û pêşketinê li Rojhilata-navîn cuda ye, û îradeya wan ne di destê

    wan de ye, lê belê di destê hêzên mezin de ye. Nexşeya Rojhilata

    nû, dewletên biçûk yên dînî û mezhebî ne. Kurd jî dê ji vê

    parçebûna nû ne bêpar bin. Berê krîstiyanên kurdan di nêv

    Ermeniyan de asîmîle bûn û xwe wekî ermenî pênase ki rin,

    herçend zimanê wan yê dayikê kurdî bû û ermenikî nedizanîn jî.

    Niho jî beşek ji Êzîdî û Elewiyên kurdan dibêjin ew êdî ne kurd

    in.

    Li Rojhilatê, siyaset ti caran ji ki rasê dînî derneketiye: ti rk, ereb û

    farisan ji bo xurtkirina hêza ni jada xwe dîn bi kar anîne, kurd jî di

    bin siya sloganên dînî de hertim bûne qurban. Di şerê Osmanî û

    Sefewiyan de, li herdû milan kurd dihatin kuştin.

    Vê gavê nijadperestiya dînî di nêv miletê kurd de kêm e, lê belê

    kurd di bin siya îdeolojiyên cida de parçe dibin. Rûsya û

    Emerîkayê herçend belgeyên xwe zelal nekin jî plan û projeyên

    xwe, li gorî berjewendiyên xwe amade ki rine.

    Îro mafê her kurdekî heye ko lê bihizi re û bipi rse: Gelo piştî

    ewqas qurbanîdanê ka projeya me kurdan çi ye. Em dê xudanê

    îrade û projeyên serbixwe bin, yan jî dê careka dî ji

    berjewendiyên xelkê re bibin qurban. Em dê hespê xelkê bin an jî

    dê lehengê azadî û serxwebûna xwe bin?!.

    NNNNeeeerrrrînnnn

    ÛÛÛÛ

    Gotar

    Berdewama Nivîsara hejmarê

    re jî zimanê Swêdî bi kar tannin.

    Di Hêl înê de, rojên netewî dihatin pîrozki rin

    û kar û xebat jêre bi meha dibû her û ha

    dîlan,folklor, teati r,çîrok,lîs tik û stran û

    helbestên Kurdî jî me ji wan re amade diki r û

    pêk tanî û me xwarina kurdî ji wan re

    çêdikir.

    Gelek ni fşên zaroka di wê Hêlînê de derbas

    bûne û tev jî anha di xwendina xwe de

    biserketine û bêhtirê wan cihekî bilind di

    civatê de ji xwere çêki rine.

    Gelek Mamostên Kurd têde karki rine, yek ji

    wan ez bûm.

    Mamoste û karki rên kurd ku têde karki rin

    gelek bûn,tevde jî zane, xwendevan û xwedî

    taybetmendiyekê bûn wek (Mehmûd

    Lewendî, Hesamettîn Erselan, Fîdan

    Arusuglu, Cîhan Barzanî, Siyamend Kaya,

    Hîwe Zindî, Mencê Aldurû gelek din nayên

    bîra min. Hêlîna Kurdî baxçê gula bû ji herçar

    beşê Kurdistanê Mamoste û zarok têdebûn.

    Hin ji wan cîgi r yan jî demên kurt li Hêl înê

    kardiki rin. Min karê xwe yê li Swêdî bi tevahî

    li Hêlîna Kurdî qedand.

    Ev yek ji hêviyên min bû ku ez zarokê kurda

    bi ziman û çanda kurdî perwerde bikim,guh

    bidim wan û bi wan û malbatê wan re

    gi rêdayî bim.

    Ji bo min û mamosteyên din ev karekî gelek

    gi ring û gi ranbuha bû,îro roj ez xwe

    bextewer dibînim weke ku min di

    Kurdistaneke azad de karki riye.

    Bi hest û helwestên bi coşekî kurdî me

    kardiki r di wê asta ku, dema karê me

    diqediya û dem jî derbasdibû em bi xwe ne

    aga bûn,bê guman ji kêfxweşiya kar.

    Me bi hevre Kurdis taneke biçûk avadiki r, bi

    dil û can bi zarok û malbatên wan re me

    pêwendî datanîn û me karê xwe diki r.

    Ji bo min karê li Hêl îna Kurdî,sebilindiyeke

    mezin bû û kêfxweşiyeke bê sînor bû, ji ber

    ku ez xwe yek ji damezirên Hêlîna kurdî

    dibînim û pê serfi razim.

    Bawer dikim nêzîkî 20 sala ev Hêlîn karê

    xwediki r, lê piştî ku zarok kêm bûn û ji aliyê

    êkonomî jî kar hindik ki rin, Hêl îna kurdî tevl î

    yên din ki rin, lê tu carî jî Hêl îna Kurdî ji bîra

    min naçe, zarokên ku bûne xort û xwedî

    zarok mînakin li ber çav.

    Hêvîdarim ku min karibû hinekî

    Di destpêka veki rina wê de, desthilata

    Turkya protêstoki r û ji Swêdê daxwazki r ku

    ev Hêl în bête rûxandin lê welatê Swêdê

    bi ryar û yasayên taybet pê hene, kesek ji

    derve nikare têkeliyê di karê wan de bike,bi

    vî awayî Hêl îna Kurdî berdewamkir.

    Grûpa xebatê ji 5 kesan bû;

    Mamosteyeke Swêdî û berpirsiyara hêlînê jî

    Swêdî bû û sê kesên Kurd ji bo zimanê Kurdî

    û perwerdekirina zarokan.

    15 zarokên Kurd,ji her çar beşên Kurdistanê,

    di temenê 2-6 salan degirûpa Hêlînê

    avadiki rin.

    Bêhti rê zarokan zaravê kurmancî diaxivîn,

    yên mayî jî bêhti rê wan Soranî diaxivîn.

    Hêl îna Kurdî di bingeh û karê xwe yê rojane

    de wek hemû hêl înênSwêdî yên din bû,êdî

    çima navê wê (Hêl îna Kurdî) bû!

    Ne her kes hestê biyaniyê nasdike ji bil î me

    biyaniya pêve.

    Em tenê zanin çiqas di jwarî pêrgî zarokên

    biyanî û malbatên wan dibe,ji lewma ez

    dixwazim hin xalan bînim berçav.

    Derketina ji welat û bicîbûna li welatekî

    biyanî,destvalabûyereke pi r di jware,bi

    taybetî ji zarokên kurda re ku ti carî weke

    Kurd nehatine pejrandin êdî,

    - Çawa îro wê xwe pêşkêş bikin?

    - Çawa wê xwe perwerde bikin?

    - Kîjan ziman bingeha kesayetiya wan ava

    dike?

    - Çawa wê ki rîsa nasnameya xwe çareser

    bikin?

    Ev xalên gi ring bersivê tine berçav, Ji lewma

    pêwîstiya zarokên Kurda bi Hêl îneke cuda

    hebû da karibin herdû jiyana di ber hevre

    bikin û nasnama xwe ya rastî wek kurd belû

    bikin, her û ha ji ki rîsa windabûna kesayetiyê

    xwe biparêzin û rêzgar bikin.

    Mamosteyên kurd bi zimanê Kurdî bi zaroka

    re diaxivîn, her û ha çand û normên kudî di

    hêl înê de pêk tannin,weke ku mirov li welatê

    xwe Kurdistan be,ev jî dilxweşiyek taybet

    dida me teva,êdî bi coş û daxwazeke bilind

    me kardiki r û carna jî dem bi ser dema karê

    mediket û me berdewam diki r.

    Mamosteyên Swêdî jî ziman û çanda

    xwe,zarok hîn dikirin. Bi vî awî herdû kul tur

    bi hevre pêkdihatin, zarok jî bi Mamosteyên

    kurd re, zimanê kurdî diaxivîn, bi yên Swêdî

    re

    Berdewama “Hêlîna Kurdî”

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    NNNNeeeerrrrînnnn

    ÛÛÛÛ

    Gotar

    3

    Di nav gelên Rojhilata nêzînk û navîn de gelê kurd

    yê herî kevnareye. Kurda di dîroka van herêman

    da dewseke (şopeke) barbicav hiştine. Ev gelê

    kevnar, mêrxas û dîrokî xemleke mezin daye çand

    û dîroka gelên cuda û pêşdaçûyî, dewlemendbûna

    kul tur û menewîyata wanda roleke gi rîng

    leyîs tîye. Dibêjin gelê bê çand bê kesayete. Her

    cejin, merasîm, urf-edet ni rxeke çanda gele, him jî

    pareke bingeha çanda netewî ya dîrokîye.

    Her gel jîyanêda anegorî menewîyata xwe çanda

    xwe diafrîne. Eyd-cejin, merasîm û li wanva

    gi rêdayî erf-edetên cuda-cuda di pêş ketina çanda

    netewî û cîvakî de roleke gellekî mezin diliyizin.

    Di van cejn û merasîman de helwesta mirovan li

    derbarê jîyanê de tê xuyaki rinê. Dem tên

    dubuhurin hinek cejin, eydên kevn an wêneyên

    xwe duguherin, an jî ji hiş û bîra gel û cîvakan

    dertên, lê hinek cejin, eyd jî hene ku çiqasî jî dem

    bên derbazbin jî di her demî da terî û jîr dimînin û

    bi coşîya gur, bi heytehol tên pîroz ki rin. Ji van

    cejnan yek yê herî kevnar cejna Newrozêye. EV

    CEJIN ev çend hezar salin bandorî li ser

    menewîyat û zêhnîyata mirovan û gelan dike.

    Newroz di dîroka gelê kurda da û jîyana wanda

    cîyekî hêja û maqûl gi rtîye û digi re. Cejnên ku bi

    qedera gelan va , bi ri zgarî û şoreşêva têkîlîyên

    wan hene, an jî bi wan va gi rêdayîne (di al îyê

    gelan va) di bîranîna wana da hertim di jî, an jî

    derbazî jîyana wan, derbazî dîroka wan dibe her

    dem bi hub û hizki rin, bi şadîmanî, bi coşîyek alavî

    tê ni rixandin, ni ti randin û parastin.

    Newroz di efrandarîya gelê kurdan da cîyekî pi r bi

    rûmet û sîyanet digi re. Newroz jîyana meda

    sembola serhildanê û rojbûyîna azadîyêye, nîşana

    ri zgarîyêye. Newroz destpêka buharê, vejîna

    tebîetê (siruşt), silava jîyana nû û vemirandina

    zulm-zorê û sîtemêye.

    Newroz destpêka emrekî bi rûmete, wekhevîye,

    nêt û meramên qencin.

    Newroz altindarî û parastina mafên mirovan ê

    xweza î û gerdûnîye.

    Newroz cejna xastekên pîroz ê mirovahîyêye.

    Newroz ji bo kurda cejnek dîrokîye, cejna şeîdane.

    Newroz ji bo kurda SERKEFTIN û serbilindayîye.

    Newroz salname kurd û Kurdistanêye.

    NEWROZ RONAHÎYA PÊŞEROJEYE.

    NEWROZ JÎYANE A BI ŞEREF.

    NEWROZ ALTINDARÎYA JÎYANÊYE.

    Dîrok dide kifşê di berî zayînê, li berî heyamê me

    hukumdarên Assûrîyayê li ser axa Kurdis tanê û li

    rojhilatêda hetanî 400 salî desthilatdarî ki rine. Berî

    zayînê 612-salê 2610 sal berîya me 21-ê adarê bi

    serwêrtîya mêrxasê efsanewî (lêgendar) Kawa xaka

    Kurdistanê û gelên rojhilatê ji bin bandor û

    dagirkerîya Assûrîyayê tên azad ki rinê. Dû vê

    al tindarîya dîrokî ve dewleta kurd a yekemîn

    Mîdîya tê ava ki rinê. Jî vê bûyerê şûnda her sal 21-ê

    adarê tê hesibandin çawa destpêka edlayê,

    bi ratîyê, wekhevîyê, emrê şa û aza , roja nû. Bi kurdî

    nohroj - Newroze.

    Bi navê Newrozêve gi rêdayî gellek lêgend û cîrok

    hatine gotinê. Ji van lêgêndan yek jî bi nave hedad

    ê engal Kawayêva gi rêdayîye. Navê Kawa li

    Kurdistanê sembola azadîyêye. Li Kurdis tanêda

    lêgend weha destpêdibe: wextekî li Kurdis tanêda bi

    nave Dehoq hukumdarekî zalimî, bê bext, bê

    wîcdan hebûye. Ew gellekî qeddar bûye, hertim

    bobelat anîye li serê gelê Kurdistanê.

    Rojekî li ser mile vî kujerî du damarê wek mer şîn

    dibin. Çiqas hekîm û loxman derman çê dikin ku evî

    hukumdarî devxwîn ji vê xezebê xilazkin. Lê car lê

    nedibû. Dawîyêda hekîm û loxman dicivin biryar

    dikin ku hero mêjûyên du xortên kurd bidine wan

    meran ku zi rarê nedin hukumdar û wî xeza nekin.

    Wê rojê şûnda hero du xorta dukujin mejûyê wan

    didin van mera. Binel î, gundî di dest wî zalimî

    tengezar dibin.

    meran ku zi rarê nedin hukumdar û wî xeza nekin.

    Wê rojê şûnda hero du xorta dukujin mejûyê wan

    didin van mera. Binel î, gundî di dest wî zalimî

    tengezar dibin.

    Rojekê dîsa mirovên wî kujerî tên ber derê Kawa

    ewladê wî dawîyê dixwazin. Kava mirovekî hesinkar

    bû, ewî bi hesina mirov çêdiki r. Kawa heyşt zarê

    xwe qurbana Dehoq dabû. Lê vêcarê yê dawîyê ê

    neha nade. Miqabilî Dehoq ê zalim û bê xweda bê

    wîcdan cînar û gundîyan beşdar dike sozê xwe dikin

    yek êrîşî li ser qesira wî dikin.

    Kawa bi çakûçê xweva sere Dehoq ê xwînmêj

    diperçqîne û wî dikuje,leşkerê wî tar-mar dikin.

    Kawa qesi ra wî zulumkarî de rûdinê dibe

    hukumdar. Gundî hevdu dicivin Kawa dibêje- îro

    şûnda li welatê me wê xwîn neri je, kesek ê s îtem û

    zorê nebîne, emê dewletek, jîyanek nû serrastkin,

    agi ran vêxin, govendan bikşînin, bila roja îro-bîs t û

    yekê adarê roja cejnêbe, roja undabûna

    zordestîyêbe, destpê bûna emrê şa û aza be, bila

    rênîşa azadîyêbe NEWROZ…

    Ev lêgend ji kûraya dîrokê tê. Lêgêndêda rastî heye.

    Qewimandin li ser rastîyê, heqîyê hatîye efi randin.

    EW rastî, buyer îro jî li ser axa Kurdistanê didome.

    Gel di jî merê çar ser şer dike. Geç û xortên

    niştimanê bi laşên xwe agi rê Newrozê gur dikin û

    ronayê,azayê di gelê bindest û berdest ra tînin.

    Îro agi rê Newrozê dilê hemû kurdê welatparêz de

    vêdikeve û zûti rê li welatekî serbixwe û azadda

    agi rê Newrozê yê ronîbe, ev agir ji bo kurda

    sembola jîyanek serbest û serbilinde.

    Belê Kurdis tan bi xwîna şeîdanva ava dibe û em her

    kurdên bi namûs şerefeke mezin dikşînin, serkeftin

    dixwazin û dibêjin – «Heta dibî çêleka çil (40) salî

    bibe boxê rojekê» an jî «Mirina bi şeref ji emrê

    bindest çêti re».

    Îro em bi ruhê xwe, bi ramanên xwe, bi nefesa

    xwe, bi xwîna xwe êrîşî li ser merê çar ser dikin, em

    rêça KAWA didomînin. Heqê kurdan tune vî şerî

    bidin der. Hesreta me, daxwaza me, ola me,

    bawerîya me Kurdistane. Kurdis tan gazî dike, hîvî

    dike, gelê kurd xwe hertim pêş dixe, jîyanêra

    dimeşe û dîroka xwe bi xwîna xwe dinîvs îne.

    Bi bawerîke mezin jîyanek bi şeref,bi s îyanet

    didomîne, çandek nûjen diafrîne, li dîroka mirova

    hîyê de belgeke nû vedike, belga wekhevîyê,

    qehremanîyê û vê belgeyê bi xwîna xwe a sorva

    dixemlîne, belê kurd îro cejna azadîyê li qadada

    pîroz dikin, nêzînkî armanc û daxwazên xwe ên

    tewrebilind dibin. Agrê Nevrozê heya kurd hene

    venamire yê bişuxule. Ev agi r bê şik ê bibe helebêtî

    (meşel) li welatê şeîdan de. Em kurd bi bawerî

    hîvîdarê wê roja aza a bi rêzin…

    Newroz pêşeroja kurdane

    Newroz ji bo gelê kurd cejnek di rokîye û mecala

    çaresarki rina pi rsgi rêkane. Newroz ji bo mirovên

    kurd jîyanek bi wete û bi rûmete. Newroz dîroka

    çarenûsa kurdaye.

    Newroz ji bo kurdan vejîna safîyê, bi ratîyê,

    wekhevîyê, azadîyê, yekbûna gelan, lihevhatinê,

    aşîtîyê, lêborînê, çewsandina zulm, zorê, koletîyê û

    dîdema pêşerojek ronîye.

    Newroz salnama azadîya gelê Kurdis tanêye,

    zindîbûna suruştê û gelên mezlûme. NEWROZ

    sembola berxwedana jîyanêye… NEWROZ

    sembolaa edaletê û rastîyêye, daxwaz, armanc,

    xastek û nêt meramên qencin ji bo mirovan.

    Newroz dîroka yekbûn, berxwedan û al tindarîya

    kurdane…

    BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

    Newroz cejnek me’newî û dîrokîye

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar " 56" Çilê Pêşî 2016

    ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    4

    Rewişta gelemper ya dîroka neteweya Kurd ew bû ku ew ne neteweyeka

    talanker û dagîrker bûye. Di lêkol înên berê da jî, bi me ra derbas bû ku ew bi

    gelemperî di serdema pêş Îslametiyê da neteweyeka xizmetkar ji dewletên

    faris î ra bûye û piştî wê jî neteweyeka xizmetkar bûye ji bo dewletên ku bi navê

    Îslametiyê serdarî ki rine. Kurdan Îslameka Siyasî kurdî bi kar neanîne ku

    xizmeta pi rojeyeka neteweyî kurdî bike; wek ku cîranên wan Ereb, Faris û

    Turkan ki rine.

    Niha pi rs eve: Gelo çima Kurd nebûne neteweyeka talanker û dagîrker?

    Ji bo dayîna bersiva vê pi rsê divêt em du hêmanên sereke bînin ber çavan, yên

    ku pi rojeyên talankerî û dagîrkeriyê di dîroka kevin ya Rojhilata Navîn da

    pêkanîne (em niha behsa talana koloniyalîs tî ewropayî di dema niha da nakin;

    hêmanên wê cuda ne). Ew herdu hêman evin:

    1 – Erdnîgariya pêkhatinê û pêwîstiyên geo-siyasî û geo-aborî ku ji wê peyda

    dibin.

    2 – Çanda pêkhatinê û taybetmendiyên îdeologî û derûnî ku ji wê peyda dibin.

    Gelo rewşa neteweya Kurd û van herdu hêmanan çawa ye?

    Erdnîgariya pêkhatinê:

    Dîrokzan Arnold Toynbee gotiye ku ji bo her bizaveka ji bo “şîrovekirina

    suriştiya pêşveçûn yan jî afirandinê divêt peywendiya gênan (gen) li gel

    hawîrdorê li ber çav bê girtin”. Helbet wê rast be ku em çarçewa teoriya

    Toynbee hinekê fi reh bikin û li rola erdnîgariyê (hawîrdorê) di pêkhatina

    kesayetiya gelan da di aliyê biyologî, derûnî, çandî û di ramana siyasî da jî

    bikolin.

    Hêjayî gotinê ye ku em bêjin: Pi rojeyên talankeriyê yên here gewre di dîroka

    Rojhilat ya kevin da gelên biyabanê pê rabûne. Wek ku xuyadike, sedem jî ewe

    ku biyaban hawîrdoreka bi berheman pi r belengaze, li di jî ji yanê ye, bera

    mirovan dide û wan neçar dike ku herin talana erdnîgariyên têr, yên bi

    berheman dewlemend, bikin û têxin bin destê xwe. Helbet, ev jî ji bo wan ne

    pêkane heger ew, heya radeyên here tund ji zor û perçiqandinê, ne bi çek bin.

    Sê hawîrdorên biyabanî talanên here navdar di dîroka Rojhilata Navîn da

    peyda ki rin:

    1 – Beşê bakur ji biyabana Cezîra Erebî hên pêş mîladê talanên Kenaanî َكْنعاني,

    Akkadî, Babîl î û Aşûriyan peyda ki rin û wisa talanên îslamî jî di sedsala

    heftan ya mîladî da.

    2 – Biyabanên welatê Faris, warê bingehîn yê Farisan (li başûr û nawenda Îrana

    niha) talanên farisî di sedsala şeşan pêş mîladê da peyda ki rin.

    3 – Biyabanên nawenda Asiya talanên Megolî, Xewarizmî, Selcoqî, Osmanî û

    Tatarî ji destpêka sedsala diwanzdan ya mîladî da peyda ki rin.

    Lê belê erdnîgariya pêkhatinê, ya ku di wê da kesayetiya kurdistanî di warê

    biyologî, derûnî û çandî da peyda bû, herêma çiyayên Zagros , Agi rî û Torosan û

    tixûbên wan li rojhilat, rojava, başûr û bakur bû. Di vê erdnîgariyê da baran û

    berf pi re, çem û kanî û mêrgên têreti jî ji bo xwedîki rina lawiran dewlemendin;

    di wan da deşt û germiyan tijî şînkahî, dar û berin. Ev erdnîgarî erdnîgariyeka

    têreti jî ye; ew mîna supermarkêtekê ye ku têda hemû pêwîstiyên jiyan û lê

    mayînê hene, çiqas bi sînor be jî, pêwîstiya gelê wê herêmê bi talan û

    dagîrkeriyê nîne.

    Çanda pêkhatinê:

    Biyaban wek erdnîgariya bi rçîbûnê çanda talankeriyê peyda ki riye; mebesta

    me çand bi hemû mane û şopên xwe yên giştî va ye. Zaniyar Edward Burnett

    Tylor gotiye ku çand „ew tişte ya ku ji zanîn, ayîn, huner, rewişt, urf û adetên

    civakî û her şiyanên ku mirov wek endamekî civakê distîne hevedudanî ye“2.

    Di tar û çarçewa (çanda talankeriyê) da (îdeologiya talankeriyê) wek bingeheka

    giyanî û derûnî ji bo pi rojeyê talanki rinê peyda bûye. Herwisa (ramana siyas î) jî

    peyda bûye, ya ku pi rojeya talankeriyê dike rastî û pêktîne.

    Li hember wê (erdnîgariya têrbûnê) çanda aştî û mêşiniyê peyda ki riye. Wek

    nimûne ji bo vê babetê, Hindî û Çînî – tevî ku hejmara wan zore jî – dîrokeka

    wan ya xwedî rewişteka talankerî nîne û ti pi rojeyên talankeriyê pêk neanîne.

    NNNNeeeerrrrînnnn

    ÛÛÛÛ

    Gotar

    Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) werger ji erebî: Mustefa Reşîd

    Xelekên Gotaran

    Kurd û Dagîrker Xelek 29

    Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

    (Beşê yekem)

    Dîmenek ji biyabanê

    Dîmenek ji rojhilatê Kurdistanê

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    5 NNNNeeeerrrrînnnn

    ÛÛÛÛ

    Gotar

    Xelek 28

    Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd Çima neteweya Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

    (Beşê duwem)

    wan ya xwedî rewişteka talankerî nîne û ti pi rojeyên talankeriyê pêk neanîne.

    Bi va jayî wê, Çîniyan (Dîwarê Çînê yî Gewre) avaki rine ku xwe ji talanên

    Megolan ku ji biyabanên bakur dihatin biparêzin. Di demeka pi r dereng da û

    piştî talanên Megol î li ser bakurê Çînê di navbera sedsala diwanzdan ya mîladî

    da , û wek gaveka berevaniyê, Çînê beşek ji Mengoliya û Turkmani stanê dagîr

    ki r. Ayînên hindûsî û bozî nimûneyên aşkera ne ji bo çanda aştîxwaziyê3.

    Wisa jî sebaret bi Kurdis tanê. Ew (erdnîgariya besbûn û têrbûnê ye), wê çanda

    (besbûn û aştîxwaziyê) peyda ki riye. Di hembêza vê çanda (besbûn û

    aştîxwaziyê) da di kesayetiya kurdistanî da bizava (xwe paşva kişandinê) û

    (ti ştê ku dest da heye bese) peyda bûye û têda rûniştiye. Vê bizavê di

    kesayetiya wî da ramana (xwe parastinê) û ne ramana talankeriyê peyda

    ki riye. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe ku beşê mezin ji dîroka neteweya

    Kurd li dor vegerandina êrişên talankeran, berevaniya di ber welat da û

    şoreşên li di jî dagîrkeran dizîvi re.

    Di rewşên pi r kêm da Kurd ji berevaniyê derbas êrişê bûne; ew jî wek bersiv li

    ser êri şên dervayî yên li pey hev û pi r dirinde. Êrişên Akkadî, Babilî û Aşûriyan

    hêşt ku Gotî herin û padîşahiya Akkad dagîr bikin, wisa jî ki r ku Kaşşî herin

    padîşahiya Babil dagîr bikin û dîsa ku Mîdî êrişê bibin ser padîşahiya Aşûr û wê

    bi roxînin.

    Tevî ku beşê Ammûrî yê Babiliyan, yê ku paşê bi navê (Aşûrî) hate naski rin,

    pêş wê, erdnîgariya Sûbarto ya Hûrî dagîr ki ribû, têda padîşahiya xwe

    avaki ribû, navê xwedayê Sûbarî (Asûr = ê Sor = Roj) ji xwe ra bi ribû, û ev nav

    li xwedayê xwe bi şêwazê (Aşûr) yê Babil î ki ribû; û wisa bi navê (Aşûrî) hate

    naski rin.

    Heya di van rewşên êrişkarî pi r kêm da ku pêşiyên Kurdan herêmên hevsêyên

    (cîranên) xwe talanki rin, ew di talankeriyê da pi r dûr nediçûne. Wan bi

    desthilata li ser herêmên ku ji wan da êriş dihatin welatê wan, bes diki r, daku

    war û kanên êrişkariyê vemirînin; bi va jayî Akkadî, Babilî, Aşûrî, Faris, Ereb û

    Turkan ku welatên gelên gelek ji wan dûr talanki rine.

    Jêder:

    Arnold Toynbee û Daysko Ikida: Dozxwastinên mezin, rûpel 24.

    2 Kamil Al Ĥac: Al Mawsuaa Al Muyasara fi Al Fiki r Al Felsefî we Al I jtimaai,

    rûpel 168.

    3 A. W. F. Tumlin: Fîlozofiya rojhilat, rûpel 241. W. Durant: Çîroka Şaristaniyê,

    3/77. Dr. Ali Rayoor: Fîlozofiya Hindî, rûpel 86, 286.

    Daku her pi rojeyeka talankerî împeratorî pêkwere, divêt çar hêmanên

    bingehîn li meydanê hebin: Îdeologiya talankeriyê, rêveberekî tund û zordar,

    dewleteka nawendî hêzdar û hêzeka şervan û perçiqandêr. Gelo heya çi

    radeyê ev çar hêman bi hev ra di dîroka neteweya Kurd da hebûn?

    Îdeologiya talankeriyê:

    Pêwîstiya pi rojeya talankeriyê bi îdeologiya (baweriya) talankeriyê heye.

    Erka wê ewe ku gel yeko yek û çîn bi çîn bicivîne, wan di bin yek alayê da û ji

    bo yek armancê bike yek, û wan ber bi wê rewşê da tûj bike ku ew bê sînor

    xwe bi hebûn û giyanê xwe gorî bikin.

    Ev îdeologiya talankeriyê dikare ayînî be (wek Aşûriyan di bin alaya xweda

    Aşûr da, wek Îbraniyan di bin alaya xweda Yehwa da, wek Bîzantiyan di bin

    alaya Ki rîstiyaniyê da, wek Ereb û Turkan di bin alaya Îslametiyê da û wek

    Megolan di bin alaya xwedayê esîmanê Şamanî da).

    Ev îdeologiya talankeriyê dikare neteweyî be jî ku bi awayekî şaristanî hatiye

    boyaxki rin (wek Yûnan, Roman û koloniyal îzma ewropayî ya nû). Yan jî dikare

    neteweyî ni jadî be (wek Almaniya nazî û Îtaliya faşî).

    Mi jara Kurdan ew bûye ku „çanda pêkhatinê“ ya kurdis tanî wek encama

    „erdnîgariya têrbûnê“ peyda bûye. Ji lew ra ew bi kêrî îdeologiya talankeriyê

    nehatiye. Wê „ayîna Yezdanî“ pêkaniye.

    Ev ayîn ayîneka aştîxwaz û mêşin bûye; ew ne talankere, ne jî arezûya zor û

    perçiqandinê li ba wê heye. Heya niha jî bingehên wê yên fîlozofî bi şêwazên

    cuda di ayînên Bozî, Zerdeştî, Êzîdî, Yarsanî (Kakayî), Alewî (Halawî), Dirûzî,

    Babî û Behayî da mane.

    Bi bandora „çanda pêkhatinê“ ya kurdistanî, Kurdan ji bo xwe Îslametî

    neki rin destek ji bo pi rojeyeka talankerî împeratorî; wek ku hevsêyên wan

    Ereb, Turk û Farisan ki rin. Tevî ku Dewleta Eyyûbî di serdema îslamî da ji

    dewletên Kurdan ya here mezin bû jî, lê sul tanên Eyyûbiyan ew welatên ku

    serdarî lê ki rin neki rin milk û samanê Kurdan.

    Ne jî zimanê kurdî li ser wan gelan ferz ki rin û ne jî xêr û bêrên wan welatan

    talanki rin ku pê bajar û gundên Kurdis tanê ava û geş bikin. Bi va jayî wê,

    Dewleta Eyyûbî hêz û şiyana şervanên Kurd xis te xizmeta berevaniya gelên

    Rojhilata Navîn li dijî talana Fi rengan û ji bo xizmeta „Dewleta Xîlafeta

    Ebbasî“; hem di warê siyasî, hem jî di warê çandî da . Sul tan Selaheddînê

    Eyyûbî xwe di nameyên xwe da ji bo xelîfeyê Ebbasî li Bexdadê wek

    „xizmetkar“ bi nav dike.

    Rêveber, dewlet û hêzdarî:

    Çanda pêkhatinê ya kurdistanî di hişyariya kurdî tevayî da ramana

    „rêveberiya bijarte“ çespandiye. Mebesta me rêveberiya olîgarşiya êlîtiyê ye

    (serekên hoz û êlan). Li gor vê ramana siyasî rêveberî her di destê “civata

    hilbjêr” (Kon Gir) da bû, û ne di destê (rêveberekî/serwerekî) yekane da bû.

    Divêt em bêjin ku şêwazê rêveberiyê (Kon Gir) di navbera piraniya gelên

    ariyanî da mîraseka hevbeş bû.

    Ew tê wateya têgîna „Congress“ ya siyasî ku ji (Kon Gir) peyda bûye. Ev

    ramana siyasî di kesayetiya kurdî da wisa rûniştiye ku ew herdem li dijî

    sernermiya beramber „rêveberê yekane“ ye, û herdem ji desthilata nawendî

    di reve.

    Ev diyarde bixwe di dîroka Sûmeran da jî xuyaye ku ew ji erdnîgariya çanda

    Guzana ya kurdistanî derhatine (ji wir koçbûne û çûne başûrê

    Mêzopotamiya). Ev diyarde di ramana siyasî da li ba Gutiyan, Hûriyan û

    Mîdiyan (pêşiyên Kurdan pêş serdema Îslametiyê) jî aşkera ye.

    Em wek nimûne dibêjin ku endamên komîteya (Kon Gir) ya Gutî ji nav xwe

    kesê herî hêja û jîr wek padîşah tenha ji bo şeş salan hildibijartin. Hilbijartina

    wî nedihate nûhkirin, tenha di hin rewşên awarte da. Hilbijartina „Deyako“

    (Dehyako) wek yekem padîşahê Padîşahiya Madan bi lihevkirina endamên

    (Kon Gir) ya êlên Madan bû2.

    Di dîroka kurdî da gelek nimûne hene ku endamên (Kon Gir) ya kurdî

    rewiştên pîroziyê nedidan ew rêveberê bilind ku dihate hilbijartin; wek ku

    Farisan pêş serdema Îslametiyê diki r û wek ku Ereb û Turkan jî di serdema

    Îslametiyê da diki rin. Dema ku padîşah dibû dîktator û guh nedida endamên

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    NNNNeeeerrrrînnnn

    ÛÛÛÛ

    Gotar

    6

    (Kon Gir), ew li dij wî radiwestiyan, û ev yek dibû sedema berberî û pevçûnê

    ku bi encama wê padîşahî lawaz dibû û diket destê di jminan. Nimûneyê herî

    diyar padîşahiya Mîdiya ye ku di sala 550-î p.z. da kete destê Farisan; bi

    sedema hêrsbûna hin serekên Madan beramber zordestiya padîşahê Madan

    yê dawîn Ezdehak3.

    Nimûneyê din ji Dewleta Eyyûbî ye. Tevî ku Selaheddîn sul tanekî bi saw bû,

    dîsa jî hin serekên êlên Kurdan hin caran bi hişkî li di jî fermanên wî

    derdiketin. Lê wî hêrsa xwe digi rt û bi awayekî nazik bi wan ra dida û dis tand.

    Heyanî kesên ne Kurd yên li gel wan ji vê yekê mat diman. Rastî ewe ku

    Selaheddîn ras tiya ramana kurdî di warê desthilatdariyê da baş nasdiki r.

    Ev jî bû yek ji sedeman ku wî êdî koleyên Turkan bi hejmareka mezin xis tin

    nav leşkerê xwe, ji ber ku wan fermanên wî bê „erê-na“ pêkdihanîn.

    Sul tanên din yên Eyyûbiyan jî l i ser şopa wî çûn, û di encamê da Dewleta

    Eyyûbî di sala 1250-î b. da kete destê Memalîkan4.

    Ji ber hawîrdora çandî ya guncaw ji bo pêkhatina îdeologiya talankeriyê

    peyda nebû, û ramana siyasî ya ji bo peydabûna rêveberê yekane, û ji bo

    avaki rina dewleta nawendî tund pêknehat, helbet, ti ştekî suriştî bû ku hêza

    şervanî ya talanker û perçiqandêr jî peyda nebe, ya ku tûjbûna xwe ji ramana

    talankeriyê dis tîne û fermanên rêveberê yekane bê „erê-na“ pêktîne û bê

    sînor amade ye ku xwe gorî bike; û di warê rewiştî û derûnî da amade be ku

    zora bê sînor pêkbîne.

    Gel û çarenûs:

    Ji aliyê mirovayetî û rewiştî da neteweya Kurd bexteware ku nebû

    neteweyeka talanker, û serbilindiya xwe li ser dagîrki rina welatan, ri jandina

    xwînê, kolonîzeki rina gelan, standina samanên xelkê û a jotina cemawerê dîl

    û koleyan ber bi bazarên fi rotina mirovan avanekir. Ji lew ra ti ştekî suriştî ye

    ku ramana neteweya Kurd ramaneka berevanî be, li ser aştîxwaziyê hatibe

    avaki rin, û ne ramaneka êrişkar be ku armanca wê koleki rina gelan be.

    Lê belê, gotineka pêşiyan heye dibêje: Her tiştê ku ji sînorê xwe derbas bû,

    vedigere û dibe dij“; û ev rewş bixwe bi serê neweteya Kurd hatiye. Çanda

    wê ya berevaniyê û aştîxwaziyê ki r ku nikaribe li hember xwediyên ramanên

    talankeriyê li ber xwe bide.

    Xwediyên wan ramanan tenha zimanê hêza tund fêhmdikin. Encam ew bû ku

    Kurdistan bi di rêjahiya 25 sedsalan bûye pi rêzeya dagîrkeran. Van dagîrkeran

    bi wê jî neki rin ku Kurd kolonîze ki rin, şiyana wan û xêr û bêrên Kurdan

    wan jî xis tin xizmeta pi rojeyên xwe yên koloniyalîs t, hên hatin û dîroka Kurdan

    jî wendayî dikin, çanda wan a niştîmanî kavil dikin û kesayetiya wan a neteweyî

    jî çepel dikin.

    Belê, çanda pêkhatinê ya kurdis tanî aştîxwazî di serdemên dagîrkeriyê da hate

    çepelkirin û bû çanda „destjixweberdanê“, belkî li ba hin Kurdan jî bû çanda

    „koletiyê“ û bi xwe ra çanda siyasî ya ti rsonek û revok peyda ki r.

    Encama şoreş û cangoriyên sedsala 19-an ew bû ku Kurdis tan êdî ji aliyê çar

    dewletan da hate dagîrki rin ku pêş wê tenha ji aliyê du dewletan da dagîrki rî

    bû. Û piştî ewqas şoreş û cangorî bi di rêjahiya sedsala 20-an va ye Kurdistan

    hên jî dagîrki rî ye, û va ye pi rojeyên „hemwelatiyê“ di çarçewa dewletên

    dagîrker da pi rojeya ri zgarki rina Kurdis tanê dide aliyekî.

    Pi rs niha eve:

    Gelo aliyê neyînî yê çanda pêkhatina kurdis tanî li ser me çarenûseka ebedî ye?

    Gelo çarenûsa Kurdan ewe ku ew ta ebed di vê rewşa kambax da bimînin?

    Helbet, na. Rola gelan di çêki rina çarenûsa wan da pi r gi rînge, û gelê Kurd jî ne

    awarteya vê qeydê ye. Tiştê ku ji Kurdan ra pêwîst, ji bo çêkirina çarenûsa xwe,

    ewe ku ew xwe ji vê rewşa kambax derbixin, ku ew çanda xwe ya kurdis tanî

    resen ji gil û gemara serdemên dagîrkeriyê paqij bikin, wê ji çanda ti rsonek û

    revok azad bikin, û kesayetiya kurdî ji rewiştên koletiyê ri zgar bikin.

    Bi gotineka hên zelal: Tiştê ji Kurdan ra pêwîst ewe ku ew bîreweriya kurdistanî

    avabikin, hişyariya kurdistanî pêkbînin, hevgirêdana xwe ya kurdi stanî

    biçespînin û ni rxên kurdis tanî xurt bikin. Bi saya van çar pêkanînan ewê

    bikaribin dawiyê li vê rewşa neteweyî û mirovayetî awarte û bi şerm bînin.

    Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di radeya yekem da berpirsiyarên pêkanîna

    vê yekê ne.

    Jêder: 1 Abo Shame: Oyon Al Rawdateyn, 3/67, 86, 88.

    2 Samuel Kramer: Ji ta bloyên Sûmer, rûpel 79. Dyakonov: Midia, rûpel 111, 112, 115-116.

    Abdulhamid Zayed: Rojhilatê hemdem, rûpel 574-575.

    3 Herodotos: Dîroka Herodot, rûpel 93.

    4 Ibin Shedad: Al Newader Al Sultaniye, rûpel 64-65. Ibin Shahin al Meleti: Seyrana efsaneyan,

    rûpel 63-64.

    Ewî zêdî 50 salî xebat di ber milletê xwe de ki riye, û hîn jî xebata wî li ser

    destê Kak Mesûd û hogirên wî berdewame.

    Gelên cîhanê tev bi navê kurd û kurdis tanê di riya xebata nemir Melle M.

    Barzanî de naski rine, û bawerî pê anîne..

    Barzaniyê mezin dîroka Kurdis tanê bi tîpên zêrîn da nivîsandin, û eve diyare

    ne bes ji alî kurdan ve, lê ji alî dujminan jî ve. Çi kesê ku li ser nemir Barzanî

    nivîsandiye, hemiyan bi rengekî posîtîv nivîsand, base xebata wî ya netewî

    ki rine, basa exlaqên wî yê bilind ki rine, basa mirovatiya wî ya bê s înor ki rine.

    Li vi r ez hez dikim çend gotinên helbestvanê ereb (AlCewahirî) di derbarî

    Barzaniyê nemir de bixwînim; بحیاتھ عند التخاصم تقسم... باسم األمین المصطفى من أمة

    Ango, li cem milletê kurd dema nakokiyek çêdibêt, da ku li hev bên, bi heyata

    Barzanî sûnd dixwin.

    Navê Barzanîyê nemir bi navê Kurdayetîyê hatiye gridan, û ana navê kurdan bi

    Barzaniyan tê xuyaki rin. Û riya Barzanîzim tê şopandin.

    Tê bîra min dema şoreşa Êlûnê lidarbû, di dema 1970î de, em kurdên rojava bi

    dil û can ligel vê şoreşê bûn, me piştevaniya wê diki r, nûçeyên wê dişopandin,

    ji ber hezki rinek û baweriyek me bi Melle Mustefa Barazî ve hebû. Digel ku

    hikûmeta Sûriyê wê demê gelekî şofînî bû, û her ti şt bo Kurdan qedexebû, lê

    meletê me di Rojavayî Kurdistanê de nemerdî neki rin, dest ji netewa xwe

    bernedan, çimkî hêvîyeke wanî mezin bi seydayê Barzanî ve dihat, û

    dihat, û pêşerojeke bi ronî datanîn ber çavan.Û îro em dibînin bê çawa xebata

    Barzanîyê mezin bi xebata serok Mesûd berdewame, çawa s înorê Kurdistanê

    roj bi roj zelal dibe.

    Bi rano; di vê munasebeta pîroz de, hez dikim bêjim, ku pi raniya miletê kurd li

    ser rêça Barzaniyê nemir e, û xebata wî berdawem dikin, û li kêleka serok

    Masûd in, li di jî dujminên gelê kurd û peyên wan ji kesbazan.

    Şerê ku duh li Sinonê (li Şingalê) di navbera pêşmergeyan û hin şervanên PKK

    çêbû, em tev dizanin, ku çendî destên qi rêj li dû vî şerî de hene. Lê di eynî

    demê em dizanin ku mirovekî mîna serok Mesûd di nav kurdan de heye,

    zaneye, ku ew tucarî nahêle şerê bi rakujî di nav kurdan de hebe.

    Em tev ligel siyaseta hikûmeta herêmêne, ku xebata xwe bo avakirina

    dewletek serbixwe pilandike, çimkî çendî dujminên gelê kurd xurt bin, lê

    îradeya û vîna gelê me xurtti re.

    Dilovaniya Xwedê li canê nemir Melle Mustefa Barzanî be.

    Sermedî bo şehîdên Kurdis tanê

    Bi jî kurd, bi jî Kurdistan

    Oslo - 04.03.17

    Ebdulbaqî Huseynî

    Serokê Yekîtîya giştî a Nivîskar û Rojnamevaên Kurd li Sûriya

    Berdewama: Di bîranîna 38 salan li ser koça dawîa

    a Melle Mustefa Barzanî ve

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    7 ççççîrrrrooookkkk

    Çi hebû, çi tune bû…

    Li gundekî hejaran, ku di ber daris taneke mezin de

    bû, keçeke piçûk a sêwî li nav malan di jiya , parsa

    nanê xwe ji gundiyan diki r û di rewșeke pi r wêran

    de rojên xwe yên tehl û ti rș derbas diki rin.

    Zivistanên sar jî ew bê cilin, ku wê ji serma û

    seqemê biparizin, dima. Solên wê jî tune bûn.

    Kesekî ji xwe re xwedîki rin an paristina wê sêwiyê

    nekiribû bar.

    Karbidestên deselatî jî tew haj rewșa mirovên hejar

    nediki rin. Hîn di dehsaliya xwe de, wê sêwiyê zanî

    bû, ku kar û barên jiyana wê tenê histobariya wê

    ne. Lew re ew di dilê xwe de dihizi rî, çewa ew ji

    xwe re solin germik pêda bike, û ji ber wê yekê, di

    ber dikana koșkarekî solan re çû û hat û bi dizîka li

    wî temașa ki r, çewa ew çerman dibi rre û solan

    didi rû. Ji wê re çerm, șûjin û nexekî șimakirî pêwîst

    bûn.

    Keçika sêwî jîr û jêhatî bû. Di demeke kin û kurt de,

    dest bi di rûtina solekê ki r. Soleke ku rengê wê yê

    sor dîna keçikê bi ser xwe ve kișandibû. Ew bi karê

    xwe serbilind bû, sîngê wê yê piçûk nema têra dilê

    wê diki r. Pêyêd xwe yên xas xis tin cotê solên sor,

    piș t re hate bîra wê, ku divê ew ji bo rêzgirtina wan

    solên sor, lingêd xwe yên qerêj paqi j bișû.

    Solêd xwe xis tin bin çengêd xwe û çû di coyekî ava

    sar de lingêd xwe șuștin. Ji serma bêçiyên pêyêd

    wê șîn bûn, lê ji ber xati rê wan solên sor ên hezki rî,

    ji xwe re digot: Xem nake. Herçend gavan gavdiki r

    carekê dawa kincê xwe yê kevnar, di destekî xwe

    de, kom ser hev diki r, û bi bin kabêd xwe de

    dinêriya , da ew solên xwe bibîne. Ew hem dilșad û

    hem jî serbilind bû bi karê destên xwe, lê gava

    dihate bîra wê, ku dibe ew dîsa wê rojê bi rçî di

    axurekê de rakeve, ji dilê wê kesereke kûr û di rêj

    hildikiș î.

    Rojekê ew jî di nav hinek zarokên dî de rawestiya

    bû, ewên wekî wê hejar û sêwî bûn. Wan li aliyekî

    rê destên xwe bo parsê vegi rtibûn, û çavrêya hinek

    kesan diki rin, da pariyeke nan an penesekî bidin

    wan. Ji aliyekî ve çar koleyên qanat û bi hêz hatin,

    ku di nav xwe de mehfeke hevrîșmî ya zer û sipî, li

    ser du dîrakin di rêj hilgi rtibûn.

    Ewana hatin li ber zarokan rawestiyan û mehf ji

    milên xwe daxis tin tenga kabêd xwe. Ji hindirê

    mehfê jineke navsalî his to û destekî xwe bi derve

    de di rêj ki rin, rûyê xwe yê nîvpêçayî ber bi wan ki r,

    bi destê xwe hinde quruș avêtin ser wan, ku zarok

    giș li hev xurcilîn û her kesekî xwest ew bêti r

    qurușan ji erdê rake, û bi ser hev de ki rine ci reci r.

    Tenha xudana solên sor, di cîh de, bêliv rawestiya ,

    CanKurd

    Solên sorSolên sorSolên sorSolên sor (Kurdîkirina efsaneyeke Almanî-Hungarî)*

    wekî ji wê pare tew ne pêwîst bûn. Diyar bû mehf û

    xudana mehfê teviya hișê wê revandin û nema

    dizanî çi bike. Jina xanedan carekê bi du çavin

    kesek, ên wekî yên pis îkekê, ji jor ve ta bi solên wê

    nêriya û bi tliya xwe nîșanek dayê, ku biçe ba wê.

    Keçika solsor ber bi mehfê ve çû, jina xanedan bi

    çeplê wê gi rt û kaș ki r, keçik hilkișiya nav mehfê.

    Jina ku di ber ki rasekî rengîn, tenik û di rêj de bû, bi

    destê xwe yê dî zengilekî piçûk hejand, her çar

    koleyan bi hev re mehf hildan ser milên xwe û

    yekser ji wir bi rêketin û zarok bi pey wan ketin. Di

    teviya rê de, keçika solsor bi mehfa wekî hezêlekê

    dihejiya dilșad bû, ji ber ku wê tiștekî wilo berê

    nedîtibû û nebihîs tibû. Jina xanedan jî herdem

    bêdeng li cilên wê û li solên wê yên erzan û sor

    dinêriya .

    Mehf giha ber dergahê koçkeke mezin û kevnare,

    ku tenha baron û axayên maldar dikanîn di maleke

    wilo de bijîn. Paș ku ew li pey xanimê di

    nerdewanekê re derbas nav koçkê bûn, tiș tê

    xanimê di serî de bo wê gotiye ev bû:

    „- Va cil û solên xwe yên erzan û gemar ji xwe

    deyne, bila jinên berdest seriyê te pak bișûn û cil û

    solên te bavêjin nav agi rê.“

    Dilê keçikê hate gi rtin, hema nedizanî çi bersîvê

    bide wa xanima ku ew ji nav hemî zarokên hejar û

    sêwî hilbi jartiye û bi xwe re aniye mala xwe. Du

    jinên qelew ku cilên wan wekî yên așkaran bûn

    hatin, xwe ji navê de bo xanima xwe piștxûz ki rin,

    heryekê ji wan bi çeplekî keçikê gi rt, ew dane nav

    xwe û bi xwe re bi rin. Bihna goștê xav û gelek

    xwarinan bi hev re ji wan hate di fna keçikê.

    Paș ku cil û solên sor ên keçikê avêtin nav agi rê,

    dilê wê pi r xemgîn bû, ji ber ku wê ew sol bi xwe

    çêkiribû û ji rengê wê sor pi r hezdiki r. Kesereka kûr

    kișand û bê xwarin çû razanga ku ji wê re hatibû

    amadekirin, cara yekemîn bû ku wê seriyê xwe danî

    ser balifekî nerm, çavên xwe dan hev û bizava xwe

    ki r ku solên xwe yên sor ji bîr bike…

    Roja yekșembê, ku gundî tev diçûne dêrê bo

    nimêja xwe bikin, xanimê çavrêya keçika sêwî ki r

    ku ew cilin paqi j û hêja di ber xwe ke û bi wê re

    biçe dêrê. Keçik li soleke hêja û paqi j geriya , dît ku

    di sandiqeke darî de gelek solên cihê-cihê û ji gelek

    rengan hene, hinek zi rav wekî nikilê qazan dixuyan,

    hinek pehnîbilind ku wekî du s tûnên zi rav ên di

    binê solê de dixuyan û hinek jî wekî fîlurên bê

    pehnî, sivik û nermik, lê yeke bi rengê sor tune bû.

    Dawî dît ku tiș tekî di taqeke malê de dixuye, wekî

    çi raxekê șewq dide. Sandiqa solan kaș ki r ber

    dîwarî, hilkișiya û destê xwe avête hindirê taqê, dît

    ku coteke solên sor e, lê pi r ji yên wê çelengti r,

    nûti r û baști r di rûtî ye.

    Ew pi r dilșad bû. Bi zûkî pêyêd xwe xis tinê û bi

    derve de beziya , lê gava çavêd xanimê li solên wê

    ketin, rûyê wê tehl û ti rș bû, hema tiștek negot.

    Di dêrê de, gelekan bi dîtina keçika sêwî, ku bi wê

    xanimê re hatibû, dilxweș bûn, hema gișan bi

    nevînî ‚kurh‘ li solên wê yên sor nêriyan û rûyêd

    xwe ji wê guhartin. Keçikê nizanî bû ji çi ra ewana ji

    wan solan hez nakin, û di dêrê de nebaș bû, ku ew

    bi xanima xwe re, ku wekî mezineka gundiyan tê

    nas în, li ser sola xwe ya nû bipeyive.

    Ji nișka ve, keçikê dît ku ji șabûna wê bi wan solên

    sor, dilê wê hilperkê ‚reqsê‘ dixwaze. Pi r bizava

    xwegirtinê ki r, lê viyana dilan gelek hêzdar e. Ew ji

    nav gundiyan derket û li pêș wan hilperikî, wekî

    ordeka ku bi vegera hevalê xwe dilșad bûye, vi r de

    û wê de, difi rre û basikan di ser ava golekê re li ba

    dike. Hinek ji nimêjvanan keniyan û hinek jî xeyidîn,

    hema xanima ku ew keçik bi xwe re anî bû dêrê, bi

    nêrîna wan re rûzer bû, lê bêdeng û bêlivîn li wê û

    li wan temașa ki r.

    Di rêya vegerê de, ku keçik di teniș ta xanimê de, di

    nav mehfê de, li ser doșekeke gi ran û rengîn

    rûniștibû, cotê solên xwe jî xistibû dawa xwe, wekî

    bûkel îstokekê, xanimê gotê:

    „-Keça min a kubar, qey te ev cotê solan

    hilbi jartiye?“

    „-Min ji solên sor hezdikim.“

    „-Ma te nedît, çewa hemî gundî ji te sîv hatin?“

    „-Min dizanî ku ewana hejarî û sêwîtiya min

    nepeji rînin.“

    „-Dibe jî, hema haj xwe bike, bila em di nav

    gundiyên xwe de nebine leng û pêkenok.“

    Roja dî, dewateke mezin a lawekî xanedan li

    gundekî dî hebû. Xanim jî hatibû vexwendin. Ew çû

    dewatê û keçika sêwî jî bi xwe re bi r. Di dîlanê de

    çavêd dîlangeran gișan li solên sor ên wê keçikê

    bûn, hema kesekî bo wê tiș tekî nebaș negot. Wê

    rojê ew pi r hilperikî, sema bi dilê wê bû, û carina jî

    di orta dîlanê de, bi tenê xwe, hildiperikî. Diyar bû

    ku solên wê yên sor viyaneke bi hêz xis tibû dilê wê.

    Li dawiya wê rojê, berî ku ro biçe ava, xanim bê

    keçika sêwî vegeriya mal , ji ber ku keçik ji dîlanê

    derneket, û tew guh neda bangên wê. Keçik bi

    solên xwe yên sor, bi hilperkîna xwe ve gêro bûbû.

    Di navbera gundê ku dewat lê hebû û koçka xanimê

    de, rêyeke di rêj û berwar hebû, bi kaș û gelî bû, û

    carina rê dikete nav daristana mezin a ku

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    ççççîrrrrooookkkk

    8

    li paș wê koçkê bû. Keçikê dît ku asîman sor û mor

    dibe û lew re bizava xwe ki r bo vegerê, hema nikanî

    bû ji hilperikînê raweste, solên wê teng bûbûn, an

    jî pêyêd wê werimî bûn û wilo diyar bûbû ku

    bîçiyêd pêyêd wê s tûr û qelewti r bûne, tew nema

    dikanî cotê solan ji lingêd xwe bike.

    Dawî têgiha ku solên wê yên sor wê binzor dikin, ku

    hilperikîna wê bigude û neyê rawestandin. Wê

    piș ta xwe da dewatê û berê xwe da rêya ku tê re

    dema taștiya hatibû. Kesekî ji gund negotê:

    „-li vir bimîne“, ji ber ku dewat bû û her yek bi karê

    xwe ve, an bi mêvanê xwe ve gêro bûbû. Keçik di rê

    da hilperikî û di wan si rt û newalan re ber daris tanê

    ve çû.

    Dema ew gihaye nav daristanê, êdî ro çû bû ava û

    tariyê perdeya xwe bi ser daran de daxistibû. Siya

    keçikê ku li binê si rtekê dixuya, ji ber hilperkînê

    dihilat û dadihat, êdî winda bûbû. Hêza wê nema

    bû, hema solên wê yên sor li wê zor diki rin ku ew

    hilperikîna xwe bigudîne… Ji dûr ve dengên rovî û

    çeqelan, beraz û guran hatin guhên wê û ti rs xis tine

    dilê wê, hema ew bê rawestan hildiperikî.

    Paș kurtdemekê, rê giha nav darin qelew ên ku

    wekî komeke mêrên serxweș, xwe bi hevdu pesarti

    bûn da nekevin, û giș ji navê de dihejiyan.

    Li wir rê bû du șax, șaxek bi aliyê rastê de û yek jî bi aliyê çepê de. Keçik di cîhê xwe de ziq rawesta , êdî

    nema dizanî ku ve biçe.

    Dema bi xanimê re hatiye, ewana di nav wê mehfê

    de bûn, ku li ser milên çar koleyan bû, wê tew dîna

    xwe neda bû rê. Ew hizi rî, ka bi kijan alî ve biçe,

    hema ji ber hilperikîna xwe hișê wê baș kar nediki r.

    Li dawî bi aliyê çepê de çû, lê wê nedizanî ku ew rê

    diçe kûraniya daristanê, û di tariyê de winda dibe.

    Demekeê di rêj ew hilperikî, ta giha ber malekê, ku

    çi rûskeke ronahî di taqeke malê re xuya bû. Bi

    hilperikînî giha ber deriyê ku ji daran çêki rî bû, û

    carekê bi gurmista xwe lêda, derî bi zûkî vebû,

    Pîremêrekî gi rs û qanat derî veki r û bi çavin hûrik ji

    jor ve li wê nêriya , dît ku ew di cîh de hildiperike, lê

    pi r westayî dixuye. Pîremêr carekê desetekî xwe

    avêt riha xwe ya di rêj û sipî, piș t re bi hindir ve çû û

    keçik jî li pey.

    Keçikê di ber hilperkîna xwe re gotê:

    “-Mamo, ji nîvro de ez di vê rewșê de me, ez

    nikanim rawestim, ji bo Xwedê harîkariya min bike.

    Derdê min ji cotê solên sor e.”

    Pîremêr ta nîva șevê gelek bizav ki rin, da cotê solan

    ji pêyên keçikê bike, hema ew bi ser neket. Ta sibê

    ew bi kutekê orta xaniyê xwe ve girêda, lê gava ew

    ji nav ben û kêndirê azad ki r, dîsa ew hilperikî, hilat

    û dahat, ku tiș tek ji xwarinê di zikê wê de nama.

    Li dawî, gava çare neman, keçikê ji wî xwest ku ew

    palte bîne û lingêd wê di gûskan re bibi rre. Pîremêr

    bi ya wê ki r, lê wilo bi zûkî û zanayî, ku keçikê ji

    nișka ve xwe bê pê û bê sol dît. Ji ber êșê hiș ji

    seriyê wê çû û pîremêrê ku di jîna xwe de gelek

    caran ji ber karê darbaziyê bi rîndar bûbû, dizanî

    çewa lingêd wê yên birrandî derman bike.

    Paș du rojan keçik li xwe hișyar bû, dît ku ew nema

    hildiperike, û ew bê pê ye, solên wê yên sor tew ne

    li wir in. Pîremêr gotê ku pêyêd wê yên jêki rî di

    wan solan de hilperikîn û bi pașiya daristanê de çûn

    winda bûn.

    Bi ser wê yekê de, keçikê kotikek ji pîremêr stand.

    Du aliyên wê qulki rin, benek têre derbas ki r, ew

    kotik bi milê xist, û ji wir derket, li nav gundan bi

    parski rinê jiya , xwarina ku jê re dixis tin kotikê, li bin

    darekê, bi tenê xwe, berî razanê, dixwar. Ne ew

    careke dî li xanima maldar pi rsiya û ne jî kesek li wê

    pi rsiya . Paș mirina pîremêrê darbirr, ew hate mala

    wî, ya ku di nav daristanê de bêxudan mabû, û

    jiyana xwe ya mayî di wê malê de bi r serî.

    ---------------------------------

    (*) Kurdîki rina efsaneyê li ser kurtiya wê, ku xanim

    a navdar Clarissa Pinkola Estés di pi rtûka xwe ya

    gi ranbiha „Gurejin“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî

    hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîki rin

    ne wergerandine. Cankurd

    R R R R EEEE N N N N GGGG ÊÊÊÊ XXXX UUUU NNNN AAAA VVVV

    Xunav Xunav Xunav Xunav SalihSalihSalihSalih

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    Merwa Birîm

    LENGERGEH

    Wê sibehê roj dereng ji nivîna xwe rabû, desmalên

    esîmên ên şîn zuha ki rin, piştî bê penageha ewran

    bi kevanên zêrîn ri zand, teşiya xewnan li milên

    bajarê têrevîn banî.

    Hîn baranê nikilê xwe ji ser cama rodankê nedabû

    yan NERVÎNê bi porê xwe cama nazik peşi rand û

    liplipa qebaqên çavan dilê wê lerizand.

    Hîn çiqina navbera ebriwan gi rêdayî ye, di ber xwe

    de digot:

    - Ma gelo ew çi dijmêre..?

    Perikên kulîlka mêst ên di deşt û pesarên temenê

    wî de weşîne..?

    Lê kêl îkên pişt xûz dûz dike da ku çînçîna guharên

    dayikê bi s îwarê xewnan be û hinekî di hungulka

    biçûkiyê de raweste..?

    NERVÎNê neçar bi dilekî sar vekişî kolana guf wê

    hîngê royê pişta xwe bi dîwarê mala wî dixwirand.

    Govenda pi rsan fi reh digere di mejûyê bêguneh de.

    Ji nişke ve bû zîrke-zîrka derî mîna gi riyê zarokekî

    şîrmi j, bi lez çavên keçê di ser bedena wî re bezîn.

    Dest danî eniyê wek mirovekî rê winda û zincîra

    seqo ta ber qi rtikê kişand, dest avêt qutiya

    çixareyan yek da nav lêvan û çizinî bi hinavên ti tûn

    xis t.

    Tenê pis îkeke gewir gilover di ber lingên wê re

    digerî dûv di ser solan re dixwişand.

    -Roj baş.

    Dengê NERVÎNê ew di cî de tevizand û di ser

    gurmikê çepê re di tengavên çavên wî de bû

    xumxuma deryayê kavilki rî.

    berisva silavê li ser zimên li baskên hilma ku ji dêv

    di fi rî nîşt û dêmê wê bi herdû lepan dorpêç ki r :

    -Tu çawa gihaye vi r,,?

    Fi rmêskan gul di herdû rûçikan de av didan û bi

    coş seriyê NERVÎNê danî ser s îngê xwe careke din li

    çavan temaşe ki r:

    - Tu çawa gihaye vi r....?

    Pilatforma lengergehê bi çend gavan ji wan dûr bû.

    Li ser keviya qeyêkeke kevnar rûniştin, pêdiviya

    wan bi axaftinê nîne, ji ber ku hevdîtinê tûrikê

    peyvan dûr avêt, di nav gerdenê teyrikên avî re

    bala xwe dida masyeke textî û vale, bi dehan reng

    lê ri jîn bûn, tiliya hilavêjkê danî ser dêv û got:

    -Hissss dengê xwe hil mede, bila ba jar ji xew şiyar

    nebe, ez keriyek qeyêk tîmar dikim, mîna çavên te

    yên behîvkî, ku tenê di PAYÎZÊ de li ser şaxên min

    dipeqin delala min, û gava pêl qeyêkan kal dikin,

    em li ser wê maseyê dest bi şerê rengan dikin û

    careke din bi ciwaniyê şa dibin qeyêkên min.

    Çavên NERVÎNê bi xalên dor çavên wî dilîstin.

    Carek din deng vêket:

    -Sibeh bi sibeh, gava roj giloka deziyên zêrîn bi ser

    ba jarê min de vedirşîne, ez qehweya xwe li ber wê

    maseyê vedixwim.

    Wê hîngê qelfê xecxecokan di dêmê wê de bezîn û

    nêhrîn barandin:

    -Tê bîra te..? Ji mêj te soza peyala qehweyê da bû

    min li qehwexaneya rodank şîn.

    -Ez hîn xwediyê soza xwe me, rabe!.

    Tava bîrêki rinê tamarên wî germ ki r bû, guvguva bê

    û es îman bi cawekî reş pine ki r û dest bi verşandina

    kêliyên baranê ki r, dest di rêj ki r ku dilopan ji nav

    porê reş dawşîne, lê ew bi vêketina bi rûskan re bûn

    dilopek baran di nav pêlan de winda bûn.

    Hîskiniyeke kûr NERVÎN vecinqand, destê dayîka

    wê bi dilovanî enî dipeland û peyala qehweyê danî

    tanişta nivînê.

    -Roj baş, rabe keça min.

    -Lengergeha kevnar dayê..

    -Te çi got..?

    -Ne ti şt, ma xewn jî derewan dikin...?

    Di ber hilma qehweyê re xewna xwe di s îngê

    lengergehê de çarmîx kir, ji ber ku xewn nameyên

    pêximberan in, belkî li sibehekê di ber peyala

    qehweyê re teyrikên avî xewnê di guhên wî de

    bixwînin.

    ççççîrrrrooookkkk

    9

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    ççççîrrrrooookkkk

    10

    Nizar Mohemed Seîd

    Mêhvanê koçkê

    Têbînî

    Li vî welatî, her kesê li mafê xwe xwedî derkeve, li

    dadperwerîyê bi gere, yan ki rêgi rtîyê Amêrîka ,

    Is raîl î, Suvyêtî ye, yan muxeribe, yan tabûrê pêncê

    ye, yan pla (qadiş)î di rêkxi raweka Masunî de heye,

    yan çi di serî de nîne, yan jî yê dîne. Em yên din

    nabîjîn, hûn dizanin dê çi bêjim hewce nîne.

    ***

    Pênasa jiyana wî ya nexweş, hem bi rudêmê wî

    vebî, hem jî bi cil ûbergên wîve. Welê şep û şûr bî,

    dema di ber mirovî re di bûrî, da bêjî qey dê herfe,

    bi ser te de were. Hindî heye, barana hîviyekêji

    hîvîyên wî nebariye.

    Hizran berê bêhna wî bernedidan, her tim da bînî,

    serê xwe nevî ki riye malxuliyanê dike, digel xwe

    diaxve, di ber re distekê xwe dilivlivîne. Tevî ku

    areq-mareq venedxwarin, da hizirkî qey serxweşe,

    ew bi xwe neserxweşe. Bi dîtinekê, erê bidîtinekê,

    çavên mirovî dê tama xuna wî jî sehkin, ku neya

    tehle.

    Zîndanê Wil û qîq û qarît ki riye, bayekê bi hêz

    were, bawere xwe li ber nagi re. Pi r zîndanan ji nêz

    nas dike, zîndana dînan tênebe, hê neçuyê, lê gelek

    çîrok û çîvanuk ji kesên siyasî bihîs tîne, evên ku

    demekî li van zîndanan bîne mêhvan.

    Pi ti riya xelkê bajarî dinasin, hejê dikin, ji ber ku

    kesanekê zanaye, xwe bi xweve mandî ki riye,

    eziman xweşe, axftinên wî di tev biwarên jiyanê de,

    di çêki rî û di cihê xwe dene, bi cîne. Ku dîsan ji cixza

    xewn û xemên milletê xwe jî, qet derneketiye û

    dernakeve.

    Kesekê aram û balfi re, bêkare, lê ney hejare, luma

    jî li ba ki teka xelkî, cihê sawîr û gomanê ye. ji alîyê

    bêrûmetiyan ve; vi ran, gezavê, pesn ûzi rtan,

    mirovekê rûte, çiplaq. Ku mirov li xîmê wî diçe,

    avek zelale, qi rşekî jî têde nabîne.

    Gelek gotgotk jî derbarî wî hene; hin dibêjn polîsan

    alav û amîrên di rav çêki rnê li mala wî dîtîne, hin

    dibêjin ki rîn û frutina meya qaçax dike, ji gondên

    êzdiyan û xi rs tiyanan li derdorî ba jarî, hin dibêjin

    sîxurê hukmetêye, hin jî dibêjin karê siyaset-

    miyaseta dike û...heta dawîyê.

    Geh geh, behanekê lê derdixin, ti ştekî bi du

    vedinin, gonehekê jêre çêdkin. Hin cara digel

    hawtemnên xwe damanê diki r, lê ev demeke toza

    berdîwarkan, namîne bi şelê wî ve.

    Sola wî jî, êdî kulanên bazarê bajarî venaqute, ew

    kulanên

    kulanên sê çar caran di rojê de dipîvan, digel xwe

    diaxftû di ber re destekê xwe di livlivand. hewl

    Derazînka mala xwe jî, çîdî newêre tarî bike.

    Caniyeke, hindî hewl didin, bi tu rêkan pê

    nawestin, wî ram bikin. Lê li dawîyê, piştî çendîn

    dekû dulaban, ket lepên wan.

    ***

    Şanşîna Îraqê

    Babet: erzu halû daxwaziyek

    Binavê xudayê meznû mîhreban

    Bo destê şahê xoşevî, hêjaû bihagiran, xudê

    biparêze.

    Ez, beniyekê hejar, welatiyekê cenabê we yê

    dilovan, dixwazm ji kerema xwe, behra min ji

    dahatê welatî destinîşan bikî, ka çi vi ber min

    dikeve, bi kiye destê minû ez bixêrû hûn selamet.

    Bo cara yekêû dawîyê ye ez daxwaza mafê xwe

    dikim.

    Behr û pişkên min, yên salên dahatî ji dahatê

    welatî, hindî ezê sax bim, ez ji te re dikim diyarî,û

    gerdena te aza heta roja qiyametê.

    Wesselam xitam

    Îmza: welatî

    Osoyê Xidir temera

    Duhok- nêzî gorstana Şimik zera

    Wênek bo:

    - Wezareta dînan- pişka werzişê.

    - Rêveberiya binbirki rna germê, pêşiyanû kêçan.

    - Berpirsê rêveberiya nehêlana curdên serberday-

    pişka nîskêû nanê şewitî.

    - Rêveberîya karubarên gorstanê.

    ***

    Çawa çavên berpirsê kuçka şahî, bi vê namêlkê

    ketin, hiş di serî nema, gazî ski rtêrê xwe ki r, dengê

    hêrsa xwe berda:

    - Têlekê lêdin, ev kese gere di demê bîs tû çwar

    demjmêran de, bigehe Bexda.

    ***

    Hîna kulanê ki rasê tarîyê ji ber xwe nekir bî,

    dinduka serê şêrî li ser, ji nişkekêve Oso hilpekand

    ji gildê deranî, ew êkemîn şev bî, piştî demekî, ew li

    mala xwe dinive.

    'Musteşfa elmecanîn’mandîbuna wî tev bi r,û hişên

    wî anîne serî. dikîn

    hevdem mejîyê wî jî xis te karî. Car bi xwe dikenî,

    car jî hest pêdikir xuna wî ya dikele.

    'Nedişdaşê xîç xîç dan min, neqawişa min nîşa min

    dan û necihê min. Hema gotin; here, ji xwe re

    bigere, lê miqatebe ji evên li nav hewşê, lingên wan

    digi rêday, nêzî wan nebe, heta em gazî te dikîn.

    ‘Hindî ser bimîne, qun dê çi rîseta bîne’! Ya min

    nebihîs tî, nexwandî, nebînay, îro min dît, dilê min ji

    min reş bî, dilê min ji ji yanê reş bî. ez hin tiştan jî

    hînbum. ku yekî serpêhatiya van kesan carekê ji

    min re gêraba, min jê bawer nedkir, da bêjm qey

    eve yê gezavê dike, çîvanukên aşûpî di vehîne'.

    ***

    Hin ji wan ji mala xudanî di heşftîne, hin jî li vi r

    hatîne heşaftin.Yekê rus , çiplaq, liser textekî li

    hember nêzî bîst kesekan rawesta, gotarek xwand:

    "çi tiştê ez bêjim gere hûn bawerbikin, ji berku min

    diktura ya bibnbir ki rina dînatîyê hey, jiûnivêrsi tîya

    Kambiric". çawa ji textî vi xwar ket, yekê din xwe li

    cihî da , ew jîyê rus bî.

    Ji nişkekê ve pol îsek hat li kêleka min rawestiya ,

    darê xwe li pehinka destê xwe dida, wî jî xwe re

    zewq çêdiki r, li filmî mêze diki r, min bi derfet zanî,

    ez jê pi rs îm:

    - evne çima di rusn? bişkorî got:

    - dê spêdê dişdaşey kîne ber, heta danê nîvro

    tîvarêskekê jê nahêlin!

    - çi lê dikin?

    - çi rçi r dikinû di xun!

    - ma hun çi nadinê?

    - belê, çawan em çi nadînê, bawer bike me bi

    nîskêû nanê şewitî di randin!

    - çi rçi r dikinû di xun!

    - ma hun çi nadinê?

    - belê, çawan em çi nadînê, bawer bike me bi

    nîskêû nanê şewitî di randin!

    luma jî tevaya wan - tu hêvderê- dê bêjî qey

    bersoja lê. Hîn kincên taybet nedayne min -ya ji

    minve- pol îsî hizi r ki r, ku ez karmendekê nu me,

    luma bersiva min da.

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    ççççîrrrrooookkkk

    11

    Me gohê xwe da gotara yê din jî, basê aliyekê

    jiyana xwe ki r got: "Di demê leşki rîyê de, min xwe

    şaş di peraşutê de havêt, ez ketim serbanê kuçka

    şahî, herdu destên min çûne alekî, herdu lingên

    min çûne alê din, qerqudê serê min jî di banî de

    gi rêl bî, ket nav baxçê golan.Di gavê de, her ti şt

    xis tine cihê wîû ez anîm vi r, ma nebaşbî?!".

    Gotû ji textî hat xwar. Me tevan çepk jêre lêdan.

    Sê çwarek rabîn da bi serkevin, yekê 'ur meşk

    destên xwe dane her sê çwaran, dane alekîû ew bi

    ser ket, dengek qelew berda: "xwe bidine paş geha

    mine". Pêveçû got: erdekî di da .

    "Evro pêşî ez werim vi r, telefunek ji merîxê ji min re

    hat, got şi'rên te bizimanê merîxê derketin, xelkê

    merîxs tanê şere liser"! çepk. çend şi 'rek xwandin,

    her tefşek li erdekî di da .

    Di du re serê xwe hejand, bidengekê melul û

    damay got: "qeda vi hukmetê bikevin, xelk vê di

    înte serê şa 'i rên xwe?! Piştî îşkencê, ez ki rme

    pakîta cehdê, rojane hizarû yek sol di ser min re

    dihatinû diçûn". ‘’Cigare têde neman dê pakîtê

    havêjin, tu çi hizi r dikî?!’’.

    Yekê keys maquîl bi çavê xezebê lê nêrîû got.

    Dengek bilnd bî jê re got: "min ji nu zanî tu şa'i rî, ka

    carê tu hêve nahêyî, ez te baş nas bikim?". Bersva

    wî bibişkorînek sar da got: "Na, zemanê puçaye,

    bawerî ne maye, ez di ti rsim ş'i rên min bi dizî!".

    Yekê xwehir, bi tiyekî di çû, hedara wî li erdekî

    nedihat, di gi rî,û gazî dayka xwe d ki r: "Daykê tu li

    kuvey were bi gehe min, were tana min, tu li kuvey

    daykê".

    Yekê porgi j, dişdaşê wî di berde, bibî divêl divêl

    vêda şûr bibî. car serê xwe yê mezin, car jî lingê

    xwe yê tazî, li dîwarî didan, bi herdû destan bi

    dîwarî dadidaû di gi rî. Yekî li kêleka wî s ti ran

    digotin: "Rebêtek sxeyrun hesen, lêş enkertinî î î î".

    Yek dinêv wan de li ser serê xwe di zivi rî, yek di

    leyzî, yekî biherdû destan xwe di xurand, yekî bang

    dida.

    Di wan kêl îkan de tep hate yekî, li ser piştê destû

    lingên xwe di bay diwerandin, kef bi ser devî ketbî.

    Yekê herî qi rêjî bê hêveû huve, ço ser xwasteka

    xwe got: "Ez serok wezîrê we me, hun dibînin, ma

    qusurek li min heye?". çend dengek bi hevre têk

    werbîn: "wn'im". tliya navêû ya şehdê, tl îyên reşên

    mîna didanên milhêbê, li hindavî purê xwe yê spî

    bilnd ki rin, anînû bi rinûberdewamî da axftina xwe:

    "Hun min hosan nebînin, du rojên din, erê, du

    rojên din, sehkene min, çawan dê felstînê rizgar

    kim"!

    Jinşkekêve dengek bilnd bî:

    - min pi rsiyareka hey?

    - fermu bêje. gi rnjî gotê.

    - heke me felstîn ri zgar ki r, çêdibe jinên cihuiyan

    îxtîsab bikîn?!

    - heke te felstîn ri zgarki r, paşî were min îxtîsab ke

    lawo! tevayan li ti rîqîniyan dan, heyameka xweş

    betal neki rin.

    ***

    kevi r vi bi tunê re anîû bir, heta baş xîçka wî xoya

    ki rî. yekî ji evên li derdurên wî jêre got:

    Yekê çav zîqê bi goştû gewde, kevrek di destî de bî,

    xîçek liserbituna li nêv hewşê dikêşa, çend carekan

    - tu nabêjî ew tu çi dikî?

    Serê xwe serevraz bilnd ki r, destê xwe ki re di qula

    dişdaşê xwe de, pakîteka cigarên Xazî jê deranî

    gi rnjîû got:

    - her kesê ji we dibin vê xîçê re biçe, ezê cigarekê

    dimê, ma ne başhe?

    ***

    Oso maqûl li ser kurs îkê, li hember dixturî rûnşt.

    Piştî hin pi rsiyar derbarey malbat, xêzan, jinû

    zarowyên wî jê ki rîn, çend pi rsiyarekên din jî jê

    ki rin. Di xwast her tiştî ji ji yana wî bizane;şêwe û

    rêja xemukîyê, guhorînû têkçunên hewes î,

    waswasû corên wê, nexweşîyên dûserk,

    nexweşîyên dilerawkîya dirêjxayen, ti rsiyan ji

    mirovan, ti rs îyana tuja jinişkave, têkçûnên ji

    sedema rûdaneka cerg bi r peyda dibin, yan ji egera

    ki riyareka ne ji hejîû bê rûmet di derheqa mirovî da

    di hête ki rin. Dixturî furmeka çwar pênc ropel î

    dagi rt, bi dawî anîû dengê dergey hat:

    - ezê li benda Oso î, erdek min nehişt ezê lêdgerim.

    Karmendekî got.

    - nexweşekê bê raporte, luma ez dixwazim ji nêz

    liêşa wî vekolim.

    - serê xwe pêve kêj neke dixtur, eve mêvanê kuçkê

    ye!

    - nebabo ne! da li destpêkê we bêjî, xudê ji te razî,

    ma xwene ez xêvzankim.

    ***

    Li gorepana zîndanê ya çîmentukirî, hjimareka

    s tunên asnî li vi rû liwir hebîn. her yekê ji van,

    dînekê pêve bizincîrê gi rêdayn, tevaya wan, civîn

    didan, hewil didan xwe vekin, lê toza hewlên wan

    erd nedigi rt.

    Li hember kesê ku bi kevrî, xîçkek li liser btuna

    hewşê dikêşa, hjimareka mirovan qeresukanê

    dikirin, pêşbazin yê xwe berhev dikin, dibin xîçkê re

    biçin, her yekî dixwast li pêşiya yê din re bike.

    Yeko yeko danka dişdaşê xwe yê pertî, bi herdû

    destan gi rtibî, sê çar gaveka xwe ji xîçê didan paş,

    dibezînû xwe lê didan, dixwastin di bin re biçin.

    ***

    Mehek biserve neçû, şîşekê dû kîluîy, ji şîşeyên

    berê yên duşava tematê, miştî hingvînê çiya î ki rû

    yella Bexda tu li kuvey.

    Roja paşti r hîna rêveberê 'musteşfa lmecanîn’

    qehwa xwe ya siharê venexwarî, berdestkê wî li

    derî da:

    - Seyda, Oso yê li ber derî dixwaze cenabê te

    bibîne?

    - bila bêt. bi dû çavên hêbetgi rtî ve got. Bi jûr ket,

    destê seyday hejand, rûnşt, telîsê şêşê hingvînî

    deyna ber lingên xwe.

    çawa fi ra yekê li qehwa xwe da, bişkurî, fincana

    xwe deynaû got:

    - seyda min diyarîya te ji bîr neki r baş bî.

    - diyarîa çi?

    - hingvînê çiyayî.

    - tu ji ber hingvînî hatiye Bexda?

    - na, ezê bikarekê din jî hatîm.

    - da ji te re bêjm Oso, gohê xwe hêve bîne.

    çavên xwe li jurê gêrandin, çavên xwe bilez xis tine

    derû penceran, destê xwe yê rastê rast veki r, tilya

    beranî xis te berçêlka xwe ya bi goşt, tilya şehdê

    xis te serê di fna xweya mezin, stuwê xwe bi alê

    Osoy ve jêk kêşa, bi dengekê nizim got:

    - demax siz, min mebestek pê hebî, dema min ji te

    re gotiy, hingvînê çiyayî ji min re bîne, min çima

    çiya pêvekir?! Tu li ba vê hukmetê, xwe bimrî jî, tu

    her gonehbarî.

    - bi revim?

    - tu dizanî.

    - dînû revîn! yên gere bi revin xwe nas dikin. Gotû

    xwatir xwast.

    ***

    çi çayxana Oso diçuyê, xelk,Bigi re ji nasan heyaku

    hevalûhogiran, dema li ba wan di runşt, bihane ji

    xwe re vedidîtinû jiwir radibîn.

    Her kesê rastî dihat, xwe berhev diki r, slav kitê, lê

    sertîra wî vikevi rî diket, patka xwe didanê.

    Goropê damanê jî, eve heyameka ji ber wî, dev

    jikarê xwe berdayn. Kesû karên wî jî, weku caran

    derazînka wî tarî nakin.

    Ji roja navê ‘’mosteşfa lmecanîn’’ çuye ser, pi ranîya

    xelkê ba jarî, mejîyê xwe ki ryne di qula hukmetê de.

    Li dîmenê dawîyê ji , yê vê şanogerîyê, şihîna vî

    dindlê yaxî jî diqi rkê de hiştin, piştî saleha salan,

    hefsarê wî jî di destê xwe de gi rtin.

  • ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

    hejimar "59" Avdar 2017

    12

    FFFFoooollllkkkklllloooorrrr

    Luqman Silêman

    CenbelîCenbelîCenbelîCenbelî

    Xeleka ( 13 – 14)

    Pîrekê gund sewal-mewalê xwe ji malê derdixin,

    qerebalix bi nava gund ketiye, wek ku ji nû ve jiyan

    hatibê gund, mirov li kolana xuyadikin, zarok

    ji xwere dilîzin, mirîşk li serê tinga bi hev di Kevin,

    dengê Evdile ji rojhilatî gund tê, badikê pîreka

    çêlekê xwe bînin. Lê ezê herim, bû dereng, ma ezê

    ji nûve bi kuve herim, we hûnê li min bikin nîro!

    Pîrek li pey çêlekê xwe bazdidin, ber bi gavên

    diçin, hin çêlekê nû zayîn, li malê vedigerin, Evdile

    li pey wan dikevê bi zorê berê wan cardî didê nav

    dewêr, dengê xwe li garanê dikê, badikê pîreka,

    dibêjê; va ez çûm ya ku çêleka xwe gihande min

    ji xwe giha, lê ya ku negiha êvarî doza çêleka xwe li

    min nekê. Û vi rde-wired di ber garanê de bazdide,

    wa didê ser hev, berê garana xwe didê quntara

    çiyê Qereçox..

    Zilamê gundî jî weka berê her kes ji malê xwe

    derketiye çûye karê xwe. Tevger li nava gund

    çêbûye xwîn bi wan de hatiye, dema ku tîrêjê rojê

    dane ser pişta tariyê ji nava kolanê gund

    qewirand, xortên ku li derdora xaniyê Cenbelî

    cîgi rtibûn dawî li şevê anîbûn, bê ku ti incamê bi

    dest bixin, lê ji xwere digotin; em vê carê bi ser

    ketin Cenbelî, ji ber hebûna me li dora mala wî

    newêrî were mala xwe, lê xwezî me bizaniya ka

    ew li ku maye?

    Cemîl berê xwe da Cehfer devê xwe bi re ber guhê

    wî, bi dengekî nimiz jêre got, dibê ku hayê wî ji me

    hebû, ji lewma xuyanekir!

    Xort li kosera başûr ya xaniyê Cenbel î kombûne

    ketine axaftinê, her yek ji wan tiştê ku şevê dî

    hatiye pêşiya wî yan li ber çavê wî çêbûye ji hevalê

    xwe re dibêjê, ew nehatina Cenbel î weka

    serkeftinekî ji xwere dibînin, ji lewma jî ew jixwere

    dibêjin emê çawe li pêşiya wan ti rsonekê ku şevê

    dî ji civatê vekişîn ji ti rsa Cenbel î nediwêrîn bi

    mere derkevin zêrevaniyê, li vî zilamê ku jiyana me

    ki riye dûjih bikin...

    wek leşkerê ku di eniya şer de bi ser biketibin,

    wisa li xorta hatiye, şûr simbêlê wan nabire, tîqe

    tîqa kenê waye, destê xwe li destê hev didin, ta

    hinek ji wan gotinê ne di rê dejî li ser gundiyê ku

    şevê dî ji civatê vekişîn dikin, lê hîn kesî newêriye

    gotinê ne di rêde li ser Cenbel î bêjê, heger ku

    şahiya wan di rêj biki ra dibê ku ew gotinê ku li ser

    gundiyên xwe di gotin li ser Cenbel î jî bi gotan! Lê

    xuyakirina Cenbel î ji nişkîve ew gêjo-mêjo ki rin,

    zimanê wan di devê wan de hate gi rêdan, nema

    gotin ji wan çêbû, tev mane behitî devê wan ma ji

    hev zîq, li hev meyzandin, ziman nebû ku ji hev bi

    pi rsin, hemî di cihê xwe de mane cemidî, teyê bi

    gota ew potin!.

    Cenbelî di oda xwe de li gundiya guhdar diki r,

    ramanek di şeva bê di rande hate hişê wî, ji xwere

    got: ji min re lê ket, de bila hûn di kefa destê minin,

    hûnê qelewîzê li min bigrin, Xwedê ji min û were

    mezine, madem hûn evin dermanê wê li cem min

    e!.. Cenbel î gi raniya xwe danî ser xap û fena pîlan,

    didû pîlanê bi serê gundiyê bê çar de anîn.

    Gundiyên qelewîz gi r qune-qune ji odê dûr dikevin,

    xwe tavêjin ber anîşk û qurçikê xaniya , da ku

    Cenbelî wan nasneke dema ku ji mal derkevê.

    Gundiyê ku çûbûn malê xwe di ber jinê xwede

    xewnê sero-bino didîtin, ew jî yeka yeka ji malê

    xwe der dikevin, serê xwe di ber qurzîkê xaniyare

    derdixin, dixwazin nasbikin ka şevê dî çi bi gundiya

    re çê bûye..? Li oda Cenbelî meyzandin, lê kes ji

    gundiya li dora odê xuyanakê gund kerre, bêna

    xiyanetê ji sefernê xaniya derdikevê. Ti rs dikevê

    dilê wan cardî, yeka yeka xwe ji hev didizin bi

    şûnde li malê xwe vedigerin.

    Gundiyê ku ji şevê dî ve li dora odê ne dibêjin wele

    vê carê me ew gi rt, wê ev kul ji dilê me derkevê,

    emê dawiya vê tirsê bînin, wê dawiya vî zilamê

    winda werê xuyakirin, emê wî ji gundê xwe bi

    qewtînin?

    Nîvek ji gundiya bûne zilamê Cenbel î bê ku ew bi

    hev zanibin, tevlî ku di civatên xwe de li ser wî

    dişdînin, lê piştî ku civat bi dawî dibê her yek bi

    rêyên xwe yê taybet xwe dighînê wî û ti ştê ku di

    civatê de li ser wî hatî gotin, û helwesta her mirov

    gundî jêre bi ferehî dibêjin!.

    Ji her yekî weye ku ew bi tenê bûye zilamê

    Cenbelî? Lê carna dema ku hin diçin agahiya dibin ji

    Cenbelî re û ti ştina jê di veşêrin yan ji bîrdikin,

    Cenbelî tînê bîra wî jêre dibêjê mane ev ti şt jî di

    civatê de çêbûye: yê gundî vê yekê bi gi rêdana

    Cenbeliya bi xwedê ve gi rê didê...

    Di vê xi re-ci rê de ne hew dîtin ku Cenbel î di

    kolanekî ji kolanê gundre derket, şaşikeka kesik li

    ser serê wiye, ji wan re dibêjê; Gel î camêra Xwedê

    xêrkê serê vê sibihê hûn çidkin, li çiyê xwe

    digerin..!? çaxê ku Cenbelî vê gotinê ji wan re

    dibêjê û bi rêya xwe de diçê û namînê li benda

    bersiva wan?

    Gundî ji hev dikevin, lê ta ku gundî li xwe zîvi rîn ew

    ji ber çavê wan winda bû, te di got qey bû peşkek

    av û wê zimînatî ew vexwar, yan bû teyrek hilkişa

    ezmanê kur û vala…

    gundî matmayî man, behitîn, dest bi xwendina

    Yasîna ki rin, ji hev re gotin te dît keska li ser serê

    wî? Hinê dî gotin ma we nûriha ji rûyê wî diçû dît?

    Zilamê li hev civayî ketine gotûbêjê her yek bi

    rengekî pesin û nislekî ji wî re çêdike?

    Hecî Ehmed qi rika xwe paqijki r, got; Gelî camêra

    binêrin ji dema hizretê Pêxember û bi şûnde pi r

    mirovê weka Cenbel î xwedê jê razî be bereketa wî

    hazi r be, Xwedê ew şandine nav evdê xwe da, ku ji

    wan re bibe ibret? Gelî misilmana Xwedê ji me û

    karê me ne xafile ew her ti ştî li ser evdê xwe

    dizanê, bawer bikin dizanê em êvara di nav livînê

    xwe de çidikin? civet bi baldarî li Hecî Ehmed

    guhdar dikin, wisa li hev mi jûl bûne hayê wan ji

    tiştekî nema ye, ji nişkêve Cenbelî baki re wa, ha j

    xwe hebe, diz hene, ezê we çîk bikim ha, û bi vê

    gotinê re ji ber çavê wan cardî winda bû!

    *** *** ***

    Mela dixwazê Wanêsê Ermenî nasbikê, lê nizanê

    wê çawe xwe bighêniyê li Xelîlo jî zû bi zû

    ewlenabê. Carna dilê wî li Cenbel î xi radibê ku ew

    yek ji hevalê Wanêse, ji lewma xwe ki riye di ve

    temtêlê de da ku gundî gomana jênebin û hatiye da

    ku bihti r zaniyariya li ser gund ji Wanês re bibe, ma

    em ji ku dizanin? dibê ku ew hevdû dibînin û çi

    agahiyê ku di Kevin destê wî didê Wanêso. Mane

    xwe ev çon û hatina wiya weka diza li gund ji bo

    çiye? Ma raste ku ew li va kerton-mertona û kîsik û

    qutîkê bêhacêt digerê, bi Êlim ev na kevê serê

    min..? na divê ez bi lez ti ştekî ji vî Wanêsko

    fêmbikim?. Dema ku melê Wanêsê Ermenî dît û

    pêre kete bazarê gi ran. Melê xwest Wanês bi

    şemitînê ji lewma ber lingê wî sabûn ki r, lê Wanês ji

    melê jêhatîti r bû wî lingê xwe bi zanebûn avête ber

    lingê melê!.

    Mela mecbûr ma ku rû bi rû û bi zelalî ji Wanês re

    bêjê. Bi rê Wanês ti dizanê ez mela me û çi bandore

    min li şêniyê gund heye? ji Kevin de em mela xwedî

    rolin di jiyana miletê xwe de, ji lewma ji te re

    dibêjim heger ez û te destê xwe bixin destê hev em

    dikarin pi r tiştê baş bi hevre bikin? Wanês heger ku

    em baweriyê bi hev bînin emê ti ştê nebûyî bi