16
KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ 15 Sibat 2020 Şemî HEJMAR: 275 Politik Kurmanciya Berferêt WÊNE: KONRAD HELBIG

Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

  • Upload
    others

  • View
    6

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ

15 Sibat 2020 Şemî

HEJMAR: 275PolitikKurmanciya Berferêt

WÊNE: KONRAD HELBIG

Page 2: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

Medya Presse-und Werbeagentur GmbH [email protected]: Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ Ver. Redakteur: Özgür ReçberlikHans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Li Diyarbekirê gava zarok teşta nanê ji firnê tînin...

CLA

UD

IO P

OLE

SEL/

ÎTA

LYA

WÊN

E: VED

AT ASLA

N

WÊNE: FATHER THEODOR

“Ji qewmê pezkoviyan re xew heram e”

Rênas Jiyan

Page 3: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

3

Zincîreyên çiyayên Binboga-Nurhaq-Engîzekku dikeve nav herêma Antîtorosan (Navto-rosan) di nav çand û hunera Kurdên Elewî

de cihekî xwe yê taybet heye.(Di zimanê Ewrûpiyan de ji bo van deveran

Antî Toros yan jî Navtorosan dibêjin. Ez bi xwepeyva Navtorosan tercîh dikim) Li ser vêyekê mirov dikare bêje, ger gewdeya kulturaKurd-Elewî a Antîrorosan Mereş be, şaxênwê yên esas jî Sêwas, Meletî û bi rêya ŞahHatayî, Nesîmî û Fuzulî heta digihîje erdênMezopotamyayê. Elewiyên li Mereş û li derû-dora wê hema bêje bi temamî Kurd in. Lomajî li wir bargiranên kultura Elewitiyê yên mînapîr, şêx, aşiq, bab giş Kurd in. Ev derên hanê jiSelçûqiyan heta Osmaniyan bûne şahidê gelekserhildan, komkujî, û meseleyên civakî. Heta wex-tekê miletên wir di nav xwe de bi Kurdî qise dikirin,û di ayîn û rêûrêsmên Elewîtiyê de jî li gel Kurdîcarna ayet û beytên bi Tirkî jî digotin, bes miqamdîsa yên Kurdî bûn. Hebûna Kurdî di kultura Elewî-tiyê de bi serê xwe reng û zengîniya ziman û edebi-yata Kurdî bû. Lê piştî wextekê, Kurdî şikestek xwarû pêre pêre Tirkî belav bû di rêûresmên wan de,

heta mirov dikare bêjegelek gulbang, beyt ûayetên Kurdî wendabûn, çûn. Lê helbet se-bebên wan hene, em êniha bi kurt û Kur-mancî berê xwe bidinwan.

Tirkkirina KurdênElewî ji Tevgera Îtthadû Teraqqiyê heta Ke-

malîstan, her dewam kir. Jixwe, di dema Kemalîstande ev bû plana sereke a dewletê. Her wiha kadro-yên Îttîhadê xwestin wekî Îslama-Tirk, Bektaşîtî bikindewsa Elewîtiyê, ji ber zimanê îbadetê ya Bektaşi-yan bi Tirkî û bi vî rengî jî wê Tirkî di nav KurdênElewî de bi pêş biketa. Divê mirov vê jî bêje, gavaKomara Tirk jî ava bû, Elewî bi hêviyeke nû xwe bihikûmeta komarê ve girê dan, û ji bo ku xwe bi wanşîrîn bikin û ji îlegalîteyê derkevin, legal û resmîbibin, zûka berê xwe dan îbadeta bi zimanê Tirkî.Her wiha em siyasetê bidin aliyekî, hebekî jî normalbû, ji ber ku Elewî baweriya xwe bi mirovheziyê tîneû pê re jî ji kulturên din re jî hurmetkar e. Loma jî xe-rabî nedîtin gava ayetên bi Tirkî yên ji hêla hozanênTirk, Kurd an ji miletekî din, dihatin gotin, di merasî-mên xwe de bixwînin. Ji kîjan miletî dibe bila bibe,Elewiyek dikare deyîş, nefes û zêmarên bi Tirkî jî bi-bêje. Ma ne Şah Hatayî, Seyîd Nesîmî, Fuzulî ku bieslê xwe Kurd bûn lê bi Tirkî berhem jî dane, dîsa jîmêze nakin bê ka Pîr Sultan Evdal, Kul Hîmmet, Vî-ranî û Yemînî bi eslê xwe ji kîjan miletî yan qewmîne. Ev navên ku me jimartin jî her heft hozanênmezin ên Elewîtiyê ne.

Li Ewrûpayê xwe elimandinxwendin û nivîsandina KurdîKurdên li mintiqa Bînbogalarê ku ez jî lê mezin

bûme, hema hema bi temamî Elewî ne. Bi taybetî jîdi dema Komarê de yên ku bi Tirkî deyîşên Elewi-yan nivîsandine hema hema giş Kurd in, Melulî,Mucrîmî, Perîşan Guzel, Îbretî, Fedaî, Hudayî, Meç-

hulî, Mahzûnî, Nesîmî, Emekçî, Temelî, Vîcdanî, ÎsmaîlÎpek, Nurşanî, Turabî, Meftunî, Mecalî, Ahmet Guven,Alî Balî, Yetimî hin ji wan kesên navsere ne. Ew hoza-nên hanê, bi Kurdî difikirîn û bi Tirkî dinivîsandin. Bialfabeya Kurdî nedizanîn, loma jî nedikarîn bi Kurdîbinivîsin. Çend ji wan piştî ku berê xwe dan xerîbiyêyanî li Ewrûpayê xwe elimandin xwendin û nivîsan-dina Kurdî û bi vî rengî bi Kurdî jî berhem dan.

Gava behs bû asîmîlasyon û komara Tirk, divêteqez mirov behsa Pîlana Islahkirina Şerqê (Şark Is-lahat Planı) bike. Ka hema em tenê li xala 17’an a Pî-lana Islahkirina Şerqê mêze bikin:

''Divê li hin bajarên li rojavayê Ferêt zimanê Kurdîli Kurdên ku li hin herêman belav bûne, miheqeqbê qedexekirin, û divê girîngî bi dibistanên keçanbê dayîn û mecala xeberdana wan bi zimanê Tirkîbê çêkirin.''

Li rojavayê Ferêt kî hene? Bêhtir Kurdên Elewîne. Armanca wan çi ye? Asîmîlasyon û TirkkirinaKurdên Elewî. Ew pîlan 1926’an kete meriyetê, besbela ku Kurdan li pey hev şerê rejîma Kemalîst kir,bi temamî bi ser neket. Bes piştî têkbirina şerêKurdan, hikûmeta Kemalîst di sala 1930’î de ji hêlaWezareta Karên Hundir ve ''Genelge''yekê (fer-mannameyekê) dişîne.

Di xalên vê ''fermannameyê pirr girîng û veşartî'' deku li gorî Pîlana Islahkirina Şerqê hatibû hazirkirin, û jirêveberiyên bajaran re hatibû şandin, ne tenê behsa

qedekirina ziman dihat kirin, ji stranan heta bidawet û cilûbergên Kurdan, behsa qedexeyên

her cure detay û hesabên kulturî hebûn. Hedefa polîtîkayên Komarê ew bû ku di

serî de cihên mîna Dêrsim/Sêwas/Meletî de-verên ku xelkê Kurd-Elewî lê ne, bikin Tirk. Bivan polîtîkayên Komarê re xelkê hin cihanbûn Tirk, hin cihên din jî di karûbarên hunerîde dêhn û meyla wan çû ser Tirkî ku dew-letê jixwe çi veşartî çi eşkere Tirkî teşwîq û

şîrîn dikir. Ha di vê meselê de, du dewrên gi-rîng hene ku yek jê jixwe zor û zexta hikûmeta

Kemalîstan bû, ya din jî ew bû ku piştî salên 1950’îkoçkirina ber bi bajaran ve û pê re jî piştî salên dar-beya 1960’î bi pîlan û qest xwestin Tirkî belav bikinû wêjeyê jî bikin ''Tirk'' Wê yekê jî kir ku di nav Kur-dên xwende û nivîskar de û pê re jî di nav hozanênKurdan de Tirkî belav bibe; jixwe hingî jî perwer-deya bi Kurdî qedexe bû. Her wiha ger mirov bêjehingî hereketên sosyalîst ji bo strandina bi Tirkî bûnpalpişt, ez dibêm qey wê ne şaş be.

Ev jî heye, hozanên Kurd û Elewî, erê di mala xwede bi Kurdî xeber didan û bi Kurdî difikirîn, bes hayawan ji zimanê nivîskî yê Kurdî tinebû, vê jî dikir kuberhemên xwe bi Tirkî biafirînin. Hinek ji wan dimekteban de bi Tirkî perwerde bûbûn, bes wan jî biKurdiya nivîskî nedizanî. Em jî dizanin hin dengênKurdî hene ku di alfabeya Tirkî de tinene, wekî; î, ê,w, q, x, xwe. Heger hozanekî/ Kurdî bifikire û niza-nibe alfabe û nivîsa Kurdî, ew ê çawa karibe bi Kurdîbinivîse? Loma jî gelek gulbang, lawij, beyt û ayetênKurdî ji ber ku nehatin nivîsandin, ji bîr çûn. Herçîbapîrê min Haydar Bayrak bû, em bêjin 20 beyt ûayet digotin, lê kurê wî Hacî Bayrak karîbû encax jiwan 10 beyt û ayet bigotana. Lê divê em vê jî bêjin,erê niha kilam û beytên hinekan êdî bi Tirkî ne, besnihurandina wan Kurd û Elewî ye.

Helbestvaneke jin: Fidan ÇolakFîdan Çolak 1961’ê li Elbistanê tê dinê. Hê 16 salî

ye, wê dizewicînin, niha li Fransayê dimîne. Ji sala2006’an û vir ve helbestan dinivîsîne. Ew împrovîze(ji ber xwe ve) dinivîse, heta niha du pirtûkên wêçap bûne. Çend helbestên wê yên bi Kurdî jî hene,piştî ku bihîstiye ez qîmet didim helbestên Kurdî ûdi kitêbên xwe de cih didime wan, helbestên xwenîşanî min jî kirin.

Du çavên min bûna kanîDostê ava xwa hilanîFalak tu ma rahat bardaMa mirazê xwe hilnanî

Azê êl bi êl dagarimNizanim ku az kuva tarim Falak tu ma rahat barda Azê ja ve êlê harim

Helbestvaniya bi Kurmancî: Alî Matur (Maksudî)Maksudî jî li Ewrûpayê dimîne, bi Kurdî gelek hel-

bestên wî hene. Yek ji wan li ser Qetlîama Mereşêye. Divê mirov bêje, li ser Qetlîama Mereşê gelek

Hedefa polîtîkayên Komarêew bû ku di serî de cihênmîna Dêrsim/Sêwas/Meletîdeverên ku xelkê Kurd-Elewîlê ne, bike Tirk. Bi van politi-kayên Komarê re, xelkê hincihan bûn Tirk, hin cihên din jîdi karûbarên hunerî de dêhn ûmeyla wan çû ser Tirkî kudewletê jixwe çi veşartî çi eş-kere Tirkî teşwîq û şîrîn dikir.

Kengî û çawa berê xwe dan Tirkî?

Mehmet BAYRAK

Kurdên li Navtorosan. Sûret sala 1906´ê an jî 1907´ê

ji alî Hugo Grothe ve hatiye girtin.

Page 4: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

4

kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, AlîIşçimen, Alî Matur, Şah Sultan, Aşik Turabî, Ozan Vîc-danî, Zaferî (Ahmed Dillice), Zeynel Oztaş.

Çend rist ji helbesta Alî Matur li jêr in:

Maraş na destpêka ne jî dawî yeÊdî ji xavê rabin dost dujmin kî yeLîstik û xapandin nabin hêvî yeKuştin wan bi sadan can la Maraşê

Dengbêjekî bi navûdeng: Hasanî TosinPiştî şeş salan li xeribiyê, ji bo ketine pey şopa Fata-

reş û berhevkirina muzîkê, piştî cih û warên kalikênxwe yanî Dêrsimê, min berê xwe da Mergê (Bi TirkîGokçayir) ku li quntara Çiyayên Engîzekê ye. Min liwir dengên hin dengbêjan qeydî kasêtan kirin. Paşêku hin pê hesiyane ez muzîkan berhev dikim, qaladengbêjê binavûdeng ê vî herêmî Hasanî Tosin jimin re kirin. Navê wî dengbêjî nîvkor min berê bi-histibû, li Elmanyayê bi rêya merivên wî min hinkasêt û vîdeoyên wî peyde kiribûn. Hingî jîmin fêhm kiribû ku ew deng dengekî werebû ku li gel dengbêjiya xwe muzîk û helbest jîli hev dianîn. Mirov dikare ji bo Hasanî Tosinbêje, dengbêjê dawî yê klasîk ê Antîtorosanbû. Wî emrê xwe di navbera salên 1918-2007 an de li gundê Bazarcixê Salmanpakêbihurand. Ew 8 salî bi nexweşiyekê dikeve kuçavên wî nebaş dibin, ji ber bêmecaliyê jî nayêdermankirin, loma jî çavên wî ji sedî 80 nedidîtin.Di 10 saliya xwe de tesîra dengbêjekî gerok li serçêdibe û hêdî hêdî dilê wî li dengbêjiyê germ dibe.Hingî dielime lêxistina sazê jî. Carna bê saz, carna jî bisaz dest bi dengbêjiyê dike. Li gel meseleyên mehelîû herêmî, destanên naskirî yên Kurdan ên wekîMemê Alan, Siyabend û Xecê ji ber dike, gund bigund digere û çîrok û kilamên xwe dibêje.

Ez ê behsa bîranîna xwe jî li vir bikim. Berê mindi rojnameya Ozgur Politika de nivisîbû ku têkiliyaxwe bi Hasanî Tosin re heye. Gava min bihîst dupersonelên Wezareta Çand a Tirkiyeyê çûne Antî-torasan û li wir 6 seatan dengê Hasanî Tosinêqeydî kasêtê kirine ku tê de destan û kilamênKurdî hebûn, min xwest xwe bigihînim vê kasêtê.Min Mudirê Giştî yê HAGEM ê, Seyhan Livaneli-oglu dît û jê kopîyeke vê kasêtê xwest. Piri Er ê kuberhevkarê folklora Kurdî bû li gel mudir SeyhanLivanelioglu bû, wî ji min re got, "Me ev qeyd anîlê ji bo arşîvkirina wan îzna Wezîr gerek bû. Me jibo iznê ji Wezîr Îsmaîl Kahraman pirs kir, (ÎsmaîlKahraman hingî Wezîrê Çandê bû û di salên2015–2018 an de jî Serokê Meclîsa Tirkiyeyê bû),wî ji me re got, derhal wana îmha bikin. Me gotwekî dezgeh karê me ew e ku em wan berhev

bikin, wî jî got, nexwe têxin arşîvê bes nedin tikesî." Piştî behskirina vê meselê wî gote min, lomaem nikarin bidin te. Bira jî nedan min, ez jî nizanimçi bi serê wê kasêtê hat.

Li Ewrûpayê berê xwe da Kurdî: Aşiq TemelîSala 1948’an li gundê Dallikavak ê Sarizê ku Sariz

jî bi ser Kayseriyê ye, hatiye dinê. Di civata kalê xweHaydarê Gir de (Haydar Bayrak) hê biçûk e, dielimeli sazê bide û deyîş û ayetan bêje. Sala 1973’yandiçe Elmanyayê û li wir bêhtir berê xwe dide Kurdî.Kasêta wî ya duyemîn, 'Hozanê Şoreşgerî Demoq-rat’ 1976 an derket ku temama wê bi Kurdî bû. Ew

kasêta wî belkî yek ji wan kasêtan e ku pêşî li Ewrû-payê bi Kurdî hatiye belavkirin. Pê re jî dest bi nivî-sandina şiirên Kurdî dike. Ji gelek kovar ûrojnemayan re dinîvîse. Piştî çend kitêbên xwe yênbi Tirkî, vê carê bi Kurdî kitêban derdixe. 'Namirim'(1998) û 'Zimanê Me Derûna Me' (2009), 'KurdiyaMe Rih û Rîçikên Me' (2009) derdixe ku şiirên wî yênbi Kurdî tê de hene. Her wiha kitêba wî Hesreta SedSalan-Yüz Yılların Hasreti' jî bi Kurdî û Tirkî ye.

Em ê di vir de cih bidin çend ristên helbesta wî'Jiyîn mafê te ye‘:

Jiyîn mafê te ye, dinya xwe çêkeBona jiyîna xwe gişî bi rêkeSerê xwe xwar neke, enya xwe rakeGazî ke, hewar ke, dengê xwe mebir.

Dijminên me pir zalimin, dizanimFêl û fikra wan li wan dixwînim

Pêwîst eli qewlê xwe wan bigihînimBi gernasî xwe berev ke û megir.

Berhelist ray pêde ba lê xiş bi pozBila bê zanîn bê dawî ye hêz, dozLawên mêrxasan e tim û tim bi berzBimînin tu carna xuy xwe meguher.

Ozanvaniya bi temamî Kurmancî: Ozan Şah Sultan

Ozan Şah Sultan bi eslê xwe ji gundê Nargele yêElbistanê ye. Heta niha 250 kilamên Kurmancî çêki-

rine. Sala 2011’an li Berlînê dîwana wî ya 654 rûpelançap bû ku hema hema nîvê wê bi Kurmancî bû. Bi qasîem dizanin, heta niha 6 albumên wî yên muzîkê belavbûne. Bi Kurmancî helbesta xwe ya yekemîn di sala1973 yan de nivîsand. Ez jî ji vê salê û vir ve wî nas dikim.

Min ji nifşên berê, navsere û ciwan jî di nav degelek hozanên ji Antîtorosan nas kirin. Wana li gelKurdî bi Tirkî jî berhem didan. Lê ferqa Şah Sultanew e ku hema bêje tenê bi Kurdî kilam gotine, ew jîhêjayî qalkirinê ye. Mesele û qewmînên li herêmê bizar û awazên xwe digotin û kilamên wî digotin jî bipirranî eydê wî bûn.

Mijarên kilam û helbestên Şah Sultan ev in: Xerîbî,Elewîtî, dil, êşên dê û bavan, bîranîn, tekoşîn û aşitî...

Li wir em dikarin bi çend ristan helbesteke wî liser evîn û eşqiyatiyê neqil bikin:

Azê tim la çiyakî bim La yayle wa giyakî bimSavê xatirê ta rindeAzê ba eşqiyakî bim…

* Ev gotar ji hêla Îbrahîm Bulak ve ji nivîsên MehmetBayrak hatine berhevkirin û tercumekirin.

Mirov dikare ji bo HasanîTosin bêje, dengbêjê dawî yêklasîk ê Antîtorosan bû. Wîemrê xwe di navbera salên

1918-2007ʼan de li gundê Ba-zarcixê Salmanpakê bihurand.8 salî ew bi nexweşiyekê di-

keve ku çavên wî nebaş dibin,ji ber bêmecaliyê jî nayê der-mankirin loma jî çavên wî ji

sedî 80´î nedidîtin.

AŞIQ TEMELÎ FÎDAN ÇOLAK

HASANÎ TOSIN

ŞAH SULTANALÎ MATUR

Page 5: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

5

Li ser devoka Kurdiya Mereşê carna tiştên ne-rind dibên. Heta car caran pê dikenin û li servê henekan dikin, ji xwe re pêkenokan çêdi-

kin. Devoka ku di vê nivîsê de ez ê jê re bêjim “de-voka Mereşê”, ne ew devok e ku tenê kesên jiMereşê pê deng dikin, kesên bi vê devokê dengdikin li coxrafyayeke hîn firehtir belav in.

Hinek cûdatî di navbera wan de hebin jî li gelekbajarên Kurd lê ne, ev devok tê qisekirin. Ka em livan mêze bikin. Li Rojavaya Kurdistanê Efrîn, li BakurDîlok, Qirixan, hemû navçeyên Meraşê (pirranîyavan Bazarcix-Markaz, Albistan û Nûrheq), her derêMeletî, Semsûr, li rohilata Ruhayê, Kayserî (Sariz û Pi-narbaşi), li navçeyên başûrê Sêwazê, li Elazîzê nav-çeyên Baskil û Kebanê, hin gundên Pertag,Çemişgezek û Xozatê, Kurdên Enqerê, Qonya û Qir-şarê hetanî Xorasanê jî xelkê ku bi devoka Mereşîdeng dikin, henin. Ku mirov bi çavekî objektîf li vanbajaran binêre dê bibîne ku ger mirov bêje, “de-voka Mereşê” lê rûnanê. Divê em bona vê navekîdin binînin. A rast, Ehmedê Xanî di berhema xwe yapîroz Mem û Zînê de Kurdîya van herêman bi navkiriye jixwe;

Bohtî û Mehmedî û SilîvîHin lal û hinik jî zêr û zîvî

Ev sê devok jî devokên zaravayên Kurmancî ne.Kurdên Mereşê jî ji şaxekî şêweya Mehmedî ne.

Rexneya bi Tirkî nivîsandinêTiştekî din jî heye, hema ger behs bibe Kurdên

Mereşê, di cîh de rexneya, Kurdên Mereşê hemû bi-şavtî ne û ti berhemên Kurdî nedane, tê kirin. Herê,heta derekê ew rexneyên hanê rast in. Ji Mereşêwêjevanên ku bi Kurdî dinivîsin pirr hindik in. Nivîs-kar û lêkolînerên Mereşî pirranî nivîs û lêkolînênxwe bi Tirkî dinivîsîn. Lêkolînvan Mehmet Bayrak(ew li Sarizê hatiye dinê, lê eslê wan ji Mereşê ye û jiGoçaryan çûyina Sarizê) yek ji wan kesan e. Meh-met Bayrak li ser Kurdolojiyê gelek berhem dane,pêşkeşî xwendevanan kiriye. Ne bi tenê xwendeva-nan, boyî dîroknas û kesên ku bi zargotina KurdênElewî re elaqedar in jî berhemên Mehmet Bayrakçavkaniyên baş in. Herçî berhemên wî yên bi Tirkîne jî, bi ya min divê mirov wan giş wergerîne Kurdî.Bi vî rengî jî ew berhem bibin hîmên pirtûkxaneyazimanê Kurdî.

Ji Meraşê Xeberek HatGer ez ne şaş bim, sala 2003 yan bû, ez rastî ki-

têba li “Ji Meraşê Xeberek Hat” hatim. Ev pirtûk jiWeşanxaneya Pêrî derketibû. Ji hêla Alî Alxasî ve ha-tibû nivîsandin. Kitêb bi çend bûyerên ji hêla Mereşû Meletî dest pê dikir (wekî Qirkirina Mereşê, ÇîrokaMeyrikê, Qasimoxlu Mamadolî û wekî din) û bi kur-tejiyanên hozanên vê herêmê jî tê de, û bi şorên ki-lamên van dewam dikir. Min cara yekem xwe dikitêbeke de dîdit, û seba vê jî ez him heznî bûbûm,him jî kelecanî. Berhevkarê me bi armanca folklorîk,ev kitêb pêşkeşî me kiribû. Lê meriv bi çavekî objek-tîf li pirtûkê mêze bike, esas kêmasiyên pirtûkêhebûn. Bi ya min heke berhevkarek dixwaze xeba-teke folklorîk derîne holê, divê ji zimanê herêmê ve-

neqete. Çira? Pêwîst e, piştî salên dûr û dirêj, ger zi-manzanek an jî zargotinzanek rojekê niyet bike liser Kurdiya Mereşê kar bike, û li vê pirtûkê mêzebike, divê bêje “Himm nexwe Kurdên Mereşê wisadiaxivîn”. Ku wer nebe ew xebat nabe xebatekefolklorîk.

Bo mînak: Hevoka ‘Ez diçim’ li Mereşê dibe ‘Azî/êtarim’. Lê berhevkarê me li berhevoka xwe de‘Azî/ê tarim’ kiriye ‘Ezî terim’. Li ser vê meseleyê ezê zêde dirêj nekim. Dîsa jî ez nabêjim xebatekenexweş e. Eşkere ye ku bona vê gelek ked daye.Jixwe berhemên bi vî rengî bi kedeke mezin têneder. Lê bona devokên ku mîna Kurdiya Mereş û de-vokên ku dûrî ji Kurdiya nivîskî ya berbelav e, xeba-tên folklorîk pirr girîng in.

Taw DiloBerhevokeke din jî bi navê ‘Taw Dilo’ çap bû. Ev

berhevok ji hêla Weşanên Enstîtuya Kurdiya Sten-bolê ve hate weşandin. Bi ya min ev berhem berhe-meke bêhempa ye. Berhevkarê vê carê MehmetKomur e.

Tiştên ku me li jor qala wan kir, em nikarin derbarê Taw Dilo de bêjin. Taw Dilo jî wek xebatekefolklorîk çap bûye. Pirtûk bi pêşgotina birêz Maz-lûm Doxan dest pê dike. Ew bixwe jî ji Albistanê yeû di pêşgotina xwe de ji me re derbarê devoka Me-reşê de gellek tiştên girîng dibêje. Li ser taybet-mendî û cudatîya devoka Mereşê geleknimûneyên balkêş dide. Van nimûneyan jî ne ligora rê û rêbazên zimanê nivîskî, li gora bilêvkirinawê axzê (hêl, alî) dide berçavan. Peyv ji devê insa-nên wê derê çitolî hatine der, werga hatine nivîsan-din.

Kitêb bi gotinên pêşiyan, dewam dike. Û bi biwêj,nifir, metelok, navnûtik û hejmarokan bi dawî dibe.Taw Dilo kitêbeke werga ye ku herçî dixwaze li serdevoka Mereşê lêkolînan bike an jî meraq dike,gereg ew pirtûk li cemê jî hebe.

Dengê Bavê MinWexta ku mirov behsa berheman dike, siftê tiş-

tên nivîskî yanê pirtûk tên bîra me. Lê sînema jî diqada hunerê de cihekî xwe yê girîng heye. Dibe kuwe nebihîstiye, lê Mereşiyan bi Kurdî sinema jî çêki-riye. Heta ji destpêkê heta dawî bi Kurdîya Mereşêfilm çêkirine. Bi ya min ev film pirr bi qîmet bû.Çima? Berî her tiştî bi Kurdî bû. Hem jî bi Kurdîya kuher kesî pê tinazê xwe dikir.

Dengê Bavê Min ji alîyê derhêner Orhan Eskîkoyû Zeynel Doxan ve hatiye çêkirin, di sala 2012 ande. Film qala malbatekê dike ku ji qirkirina Mereşêxelas bûye û gelek tesîr li wan bûye. Me behsaziman kir, lê film tenê bi Kurdî ye û serketî ye, hemdi warê lîstikvanan de hem jî di hûnandina mijarêde gelekî serketî ye. Ka hûn jî lê temaşe bikin! Hingîhûn ê bibînin, tiştên min gotî rast in yan na.

Şûna gotina dawiyêWek gotina dawî ez dibêm devoka Mereşê zêrê

zer e. Kî çi dibêje bera bibêje, berhemên wiha wêre-kîya me zêde dikin û kesên ku dixwazin bi devokaxwe tiştinan çêkin, riya wan vedikin. Herkes êş ûelema xwe encax dikare bi zimanê ku ji diya xwe bi-hîstîye, şirove bike. Ez ji standardkirina zimên re tiş-tekî nabêjim. Bawer nakim ku kesek jî rexneyê li vî

tiştî bigire. Lê belê, heger kesekî/ê xweli nava tiştekî/ê nebîne jê sar dibe û jêdûrdikeve. Mesela TV 10 jî mînakekerind bû. Her cara ku ez diçûme malê, diya min li ber-nameya TV 10´ê temaşe dikir. Her çiqas televizyo-nên din jî hebûna, diya min xwe di vantelevizyonan de nedidît. Bi vê kanelê re bawerîyaxwe bi zimanê xwe anî. Berê bi min re bi Tirkî dengdikir. Vêsta jî bi nevîyên xwe re bi Kurdî. Divê emberê, bi Kurdîya xwe ve li hev werin.

▼ Meftun ATAKAN

Li ser devoka Mereşê

Page 6: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

6

Pîr Alî Balî gava sala 2005’an bi navêDîwan-a Heq bi Kurmancî Cêmê Elewî-tiyê kitêba xwe derxist*, li ser cem, gul-

bang û nefesên cemên Elewiyên Kurmanc kêmtişt dihatin zanîn. Di wê kitêbê de aliyekî balkêşagahî jî bin, aliyê bi rastî jî xasî kitêbê sentezekbû: Sentez, belkî konsensusa zarê Berferêt û Kur-manciya ji bo nivîsê êdî belav weke standarddihat bikaranîn. Min sala 2014’an meqaleyek jibo kitêbeke li ser diyanetên Kurdistanê, xasma jibo rexnekirina oriyantalîsta Fransînivîs IréneMélikoff ev kitêba hanê ji xwe re kire mijar** ûbersiv da pirsa vê oriyantalîsta hanê ya weke,“De ka vêca em lê binihêrin, Elewî heta bi ku di-karin xwe li Kurdbûnê daynin” (1998, p. 264)***.

Helbet li vir bersiva pirsê ne bi maneya ElewîKurd in yan na Kurd in, lê awira oriyantalîst a kuxwe di ser mijarê û di ser tişteyên mijara lêkolînêre jî digire û xwe dixe şûna Xwedê; yanî bêyî ku ci-vakê û xwe terîfkirina wê, nasnameyên wê bibîne,li gorî qalibên derveyî wê civakê, nasnameyekedin bi rengê destwerdaneke li dirûvgirtina nasna-meya wê civakê çêdike û heta mirov dikare bibêjeli ser ferz dike. Axir Kurmanciya Dîwana Heq û Kur-manciya gulbang û nefesên tê de bi hêsanî evteza hanê pûç dikir. Beriya wî sala 1992’yê jî bi Kir-manckî Duzgun, Comerd û Torinêcengî gelek dua,gulbang û nefes weşandibûn, Arî Mezin jî sala2001’ê bi heman zarê Berferêt û heta yê hemandevera Pîr Alî Balî di kitêba xwe de cih dabû gelekdua û peyvên dema rîtuelan ên Elewiyên Kur-manc****. Lê Pîr Alî Balî bi awayê munztezam jiserî heta binî cemên Elewiyên Kurmanc bi zimanêwan vedigot. Heta ew rakirinajiholê ya çê û xirab licem Xwedê, ya ku bi ya min bi kêm delîl û muhte-melen bi şaşî weke reformeke Zerdeştî tê binavki-rin a Zurvan, xwe di gulbangên wî de dida der: Wîpeyva “ocaxî Zervan” (rr. 51, 61, 75, 79) û “nûrê Zer-van” (r. 55) bi kar dianî û eynî ew Zurvanê di demaSasaniyan de navê wî hatiye hildan û nivîsandin.Di Kurmanciya îro de hîna ev nav weke zeman ûdem di nava xelkê de heye, lê kêm kes bîr dibin kuzeman weke têgeheke Xwedayê her tiştî, bêyî du-bendiyeke çê û xirab hatiye sêwirandin.

Ezafe ya Berferêt eLê îro ez ê berê awirê xwe bidim Kurmanciya wî

ku bi ya min hem di ware peyvan û fonolojiyê dehem jî di ware gramerê de konsensusek e. Helbettenê bi çend mînakan û ne kite bi kite. Em ji dest-pêkê ve forma ezafe ya tê de nêr û mê ne li gorîKurmanciya belav e, dibînin. Di beşa “Derî, Rêber ûKetinê Rêyê” (r.7) de hê di sernivîsa beşê de em vêdibînin û ku di nava zarê Berfêrêt de belav e. Di Kur-manciya belav de mesderên lêkeran mê ne û diezafeyekê de weke “ketina rê(yê)” tên bicihkirin. He-voka pêşî ya bêşê bi heman rengî dewam dike:“Înakirinê (bawerkirin) Elewî bi misahibiyê dimeşe.”Yanî ev forma ezafê li vir ne carekê, lê bi awayekî sîs-tematîk hatiye bikaranîn. Ji bo çêtir fêmkirina me-selê em li ezafeyên bi navdêrên nêr binihêrin. Dibeşa “Nefesê Êşikê Malê Cemê” de dibêje, “Ocaxîmirazan, nûrê ronî” (r.14). Em bi rehetî dibînin ku livir ocax nêr hatiye dîtin û nûr jî mê, lê ne weke Kur-manciya belava bi rengê “ocaxê mirazan, nûra ronî”.Pirraniya Gulbang û nefesan bi gotina, “bi navî heq”dest pê dikin (weke nimûne binihêre li r.64 û r.65) û“nave heq” nehatiye gotin.

Lê nivîskar weke di serî de jî min behsa wê kir,sentezekê dike. Em di seranserê kitêbê de kesan-dina dema niha ya lêkeran li gorî Kurmanciya stan-dart a belav dibînin. Ji bilî “dimeşe” ya li jor û lidestpêka kitêbê, di nava gulbangan bi xwe de jî nî-vîskar ev senteza hanê û belkî konsensusa hanê ki-riye û kesandina lêkeran ne bi bilêvkirina zarêBerferêt kiriye. Di beşa “Nefesê Êtê (Dak, Dayik)Post” de murşîd dibêje, “Me destûrê xwe ji nefesêHeq hilanî, em dixazin ji canên kamil pirsê pirskin ûji wan jî nefesê Heq bibîzin.” (r.77) Li vir “dixazin” eş-kere xwe digihîne “dixwazim” û forma mirov libendê ya weke daexazim***** jî nehatiye bikara-nîn. Ev konsensûsan hanê ji bo kesandina lêkeran bigiştî kêm û zêde mirov dibîne.

Deng û kesandin di navbera Xelîl û Celîl de neDi ware fonetîkê de ji bilî dengê “ae” dengê “a” ya

dirêj ku di Kurmanciya belav de weke “a” ya bi elîfaErebî ye, lê di Kurmanciya Berferêt de “a”yeke dirêj eku di destpêka wê de lêv li tîpên gilover yanî o,w,uvekirî ye. Ez dikarim li vir weke “oa” wê binivîsim. Pir-raniya nivîskarên ew nivîsandine, ew weke “o” nivî-

sandine. Helbet mirov bi rehetî dikare bifikire kukesek dikare “Li cemê Elewiyan, avê Seqe pir pîroz ûmiqedes e” (r.65) weke “Lae caemê Oalewiyan, oavêSaeqe pir pîroz û miqaedes ae” bixwîne. Lê hinge jî“a” ya dirêj ku di wî zarî de her wiha heye, wê çawabê xwendin? Yan jî ji vê ya din çawa bê derxistin? Ewmeseleyek e. Li aliyê din em dibînin ku ew bi hemanrengî fonolijiya zarê Berferêt jî tercîh dike; çawa ewdi rûpel 22 de dibêje, “Pîrî Balî bi neçarî/Berx bû qur-ban, beran kalî/Li bangê me were Elî/ Derdo derdovê dermano.” Wî her wiha dikarî bibêje “bê der-mano” lê forma Berferêt “vê dermano” tercîh kiriye.

Tişta gramerê ya ku ji serî heta binî reng û dirûvêzarê Berferêt dide zimanê kitêbê, tewanga nêr anavên di wan de “a” û “e” heyî ye. Di beşa “Nefesêber Post” de dinivîse, “Mirazî dilan, nefesên ku bên(werin) zimên, bi destûrê Xwedê heq bin.” (r.40). Dibeşa “Nefesê Semê” de jî dinivîse, “Navberê erd ûezmên çerx bû bi hejînê semê…” (r.46).

Helbet aliyê herî zêde ji ava zarê Berferêt vexwarîpeyv û gotin in, em ji mînaka li jor karin berê xwebidin “çerx bûnê”. Wekî din peyva “bina” (bi ma-neya bila, bera) ji serî heta binî di kitêbê de hatiyebikaranîn. Em wekî din lêkera "nazbûnê" (weke ni-mûne r. 27), peyva "carê siftê" (weke nimûne r. 39)yan jî bilêvkirinên taybet ên weke "rêxistin" (bi ma-neya raxistin, weke nimûne r. 71) dibînin ku îşaret bizimanê Berferêt dike. Di dawiyê de tevî ku li gelekdeveran ew hisa, wergereke wê kêliyê ya Pîr bi xwediyar be jî, em di nivîs û zimên de konsensuseke(lewma dibe ku sentez helemanek be) di navberaaliyê Kurmanciya Berferêt û Kurmanciya di nivîsêde belav bi rehetî dibînin, ku weke nimûne ArîMezin tercîh nekiriye.

* Bali, Pir Ali. Diwan-a Heq: Bi Kurmancî Cêmê Elewîtiyê, Düssel-dorf: Yol erkan Yayinlari, 2005.

** Turgut, Lokman. "An Inside View of the Kurdish Alevis: DîwanaHeq of Pir Ali Bali", in Omarkhali, Khanna (ed.), Religious Minorities inKurdistan: Beyond the Mainstream. Series: Studies in Oriental Religi-ons, vol. 68. Harrassowitz, Wiesbaden, 2014, rr. 159–172.

*** Mélikoff, Iréne. Hadji Bektach, un mythe et ses avatars, Leiden,Boston, Köln : Brill, 1998.

**** Arî Mezin. Kurdên Elewî di dorpêça agir de, Ateş Çemberin-deki Kizilbaş Kürtler, 2001.

Düzgün, Mustafa; Comerd, Munzir û Tornêcengi, Hawar. Dêrsimde diwayi, qesê pi - kalikan, erf u mecazi cibenoki, xeletnayêni, An-kara: Berhem, 1992.

***** Ez “a” ya kurt ji bo jihevderxistina ji “a” ya dirêj (a bi elîfaErebî), weke “ae” li vir dinivîsim. Pirraniya nivîskarên wê, “e” yan jî “a”jib o nivîsandina wê bi kar tînin.

▼ Luqman GULDIVÊ

● Di wê kitêbê de aliyekî

balkêş agahî jî bin, aliyê bi

rastî jî xasî kitêbê sente-

zek bû: Senteza zarê Ber-

ferêt û Kurmanciya ji bo

nivîsê êdî belav weke

standard dihat bikaranîn.

● Tişta gramerê ya ku ji serî

heta binî reng û dirûvê zarê

Berferêt dide zimanê ki-

têbê, tewanga nêr a navên

di wan de “a” û “e” heyî ye.

û Kurmanciya nivîsê de konsensusekDi navbera Berferêt

Page 7: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

7

Her ziman bi devokên xwe dewle-mend dibe. Ji ber ku her devok li gorîxwe gotin, biwêj, tiştanok, kilam, lorî,

şîn û gotinên pêşiyan diafirîne. Kengî dewle-mendiya devokan dikeve nav zimanê nivîsê, wêçaxê zimanê dayikê dibe okyanûs.

Devok di her zimanî de hene. Wek mînak: El-manya dewlet e. Bi têrî xwe zanîngehên xwehene. Lê bi devokên xwe navdar e. Ango ti heznikare devokan ji holê rake. Ew rastiya xwezayamirov e. Gelek devokên Elmanî hene, gelek jê jîne devok in, ziman in û hin jê jî şêwezar in. Lêgava bi Elmanî xelkên van şêwezar û zimanandipeyivin, êdî ew jî dibe devokeke taybet. Ji berwê zimanê Plattdeutsch hebe jî, gava axêverênwê bi Elmanî dipeyivin, devoka wan jî bi hemannavî tê binavkirin. Zaravayên weke Saksonyayî,Kolşî, Hessî, zimanên weke Schwitzerdeutsch jîbi heman rengî ne. Gava axêverên wan bi Elmanîdipeyivin, navê ziman û şêwezarê wan dibe navêdevoka wan jî. Lê Elman çawa ji hevdû fêmdikin? Bi zimanê dibistanê. Elman jê re dibêjinHochdeutsch.

Herkes li mala xwe bi devoka xwe diaxive, lêli dibistanê fêrî Hochdeutscheê dibe. Rojname ûkitêb bi zimanê dibistanê derdikevin. Radyo ûtelevîzyonên nete-weyî bi zimanê di-bistanê weşanênxwe dikin. Loma jîhemû Elman jihevdu fêm dikin.Heger herkes bidevokên xwe ki-têban derxîne,dibe ku Elman jihev fêm nekin.Loma zimanê di-bistanê muhim e. Yekîtiya gel çêdike.

Wekî din jî li Elmanyayê her devok xwe di-parêze. Gelek kes li mal, gund û bajarên xwe bidevokên xwe diaxivin. Dîsa gelek televîzyon ûradyoyên devokan hene. Li gelek ciyan jî ma-moste bi devoka wî bajarî diaxivin. Lê nivîs zi-manê dibistanê ye.

Elman û pirraniya gelên li cîhanê ev derdêxwe di sedsala 19’an û 20’an çareser kirine. Lêem Kurd çawa bikin? Dewleta me tine ye. Dagir-kerên welatê me naxwazin ku em bi zimanê xwebiçin dibistanê. Îro tenê li Başûr û Rojavayê Kur-distanê dibistanên me hene. Loma jî Kurd hemûnikarin bi zimanê dibistanê bixwînin û binivîsin.

Pirsgirêkek jî alfabe ye. Em Kurd bi sê alfabeyandinivîsin: Latînî (Kurdên Bakur û Rojava), Erebî (Başûrû Rojhilat) û Kîrîlî (Kurdên Qafqasyayê). Ango hegerkesek bixwaze kitêbên Heciyê Cindî giş bixwîne, jiber ku kitêbên wî hemû nebûne Latînî, ew kes wêmecbûr be ku alfabeya Kîrîlî jî zanibe. Dîsa şêwezarû devokên me jî têra xwe hene. Loma em mecbûrin, zimanê dibistanê jî bi pêş bixin.

Zimanê dibistanê çima muhim e? Em li mî-naka Swedê binihêrin.

Li dibistanên Swêdê mafê fêrbûna xwendinû nivîsandina zimanê Kurdî jî heye. Kurdekî jiTorê li mala xwe bi devoka Toriyan, Kurdekî ji

Konyayê jî bi devoka Berferêt diaxive. Lê li dibis-tanê fêrî zimanê dibistanê dibin. Heger bixwa-zin, nameyan bi zimanê dibistanê ji hevdû redişînin. Kitêban bi zimanê dibistanê derdixînin.Loma jî herkes ji hev fêm dike.

Medeni Ferho û devoka ToriyanNivîskar Medeni Ferho ji Torê ye. Romana

xwe ya bi navê “Xaltîka Zeyno” sala 1997’an hatweşandin. Gelek rexne lê hat kirin. Çima? Ji berku Medeni Ferho gelek gotin û biwêjên devokaToriyan bi kar anî. Wî rexne qebûl nekirin û got,“Ez xizmeta zimanê Kurdî dikim. Zimanê niviskî jinû ve bi pêş dikeve.” Salên bihurîn, gotinênFerho piştrast kirin. Ferhengên nû derketin. Medît ku gotin û biwêjên Ferho nivîsandîbûn di fer-hengan de cihê xwe girtine.

Nexşeya devoka BerferêtHerkes dikare li ser Youtubeê jî bibîne. Kur-

dên Efrîn, Dîlok, Bazarcix, Elbistan, Meletî, Çorum,Konya, Kirşehir û Yozgatê bi devoka Berferêt dia-xivin. Kilamên xwe bi vê devokê dibêjin. Angomirov dikare bêje, herî kêm 4 mîlyon Kurd bi de-voka Berferêt deng dikin.

Gundê QaşanêGundê Qaşanê (Kaşanlı) ser bi Yarpûzê

(Afşin) ye. Ev gund bi aşiqên xwe navdar e.Emekçî, Vicdanî, Perîşan Guzel, Perîşan Alî, ÎsmaîlÎpek û Meçhûlî ji gundê Qaşan in. Lê navên kume gotî bi Tirkî gotin. Wek mînak Emekçî bisedan kilamên bi Tirkî çêkirine û bi dehan hu-nermendan kilamên wî gotine. Berî nifşa wan

gundê Qaşan bi beytdar û dengbêjên xwe venavdar bû. Piştî sala 2000’î du hunermend liQaşan derketin û bi Kurmanciya Berferêt CDderxistin. Yek ji wan Hasan Yildiz e û yê jî FiratImîrza ye. Û gelek kêfa gelê me ji dengê wan rehat. Her wiha Firat kilam, lorî û şînên gundê Qa-şanê jî berhev dike. Niha di arşîva wî de li ser 50kilamên bi devoka Berferêt hene ku hetanî îro jialiyê nifşê nû ve nehatine gotin. Firat dibêje, “Ki-lamên berê çîrokên xwe jî hene.”

ŞêxoHunermend Şêxo sala 1959’an li gundê Ka-

rolmazê (ser bi Markazê) hate dinê. Hetanî îroneh berhem kaset û CD derxistin. BerhemênŞêxo ev in:

* Aşık Dertlî (1977)* Hawar Hawar (1979)* Ji Bo Bîranîna Cegerxwîn (1985)* Prangalar (1994)* Poesie Der Wurzeln-Wurzeln Der Poesie

(1995)* Dengê Axê (2002)* Li Ezmanan Hezkirin (2005)* Dengê Avê (2009)* Dengê Agir (2013)* Dengê Hewa (2017)

Hunermend Şêxo projeya “Çar Anasir” dapêşiya xwe û çar berhemên bi navê Ax, Av, Agir ûHewa bi devoka Berferêt derxist. Şêxo sala1977’an çû Elmanyayê û bû endezyarê makîne-yan. Li Elmanyayê ew di nav endezyarên ku En-dustrî 4.0 anîne de cîh digire.

Devok û zimanê dibistanê

FIRAZ BARAN

Herkes dikare li ser Youtubeê jî bibîne. Kurdên Efrîn, Dîlok, Bazarcix, Elbistan,Meletî, Çorum, Konya, Kirşehir û Yozgatê bi devoka Berferêt diaxivin.

HOZAN ŞÊXO

Page 8: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

Şah Sultan di berhe-mên Koma Reç de jîkilam gotin. Koma Reç

komekê muzîkê ye û enda-mên xwe jî hemû Elbistanîne. Koma Reç bi devoka Ber-ferêtê kilaman dibêje. Dikomê de Şah Sultan, Muzaf-fer Yildiz, Îsmaîl Yapici, AzîzGuzel, Dursun Kul, MehmetYildiz û Halil Yildiz cîh digire.

Şah Sultan di kilama Dayêde ku muzîk û gotinên wî ne,wisa dibêje:

Çimo ame darbadarinOy oy dayê xarîb dayêAm ja hav bê xabarinOy oy dayê xarîb dayê

Kas darde kasî nobîniOy oy dayê xarîb dayêAv dawrono qa nomîniOy oy dayê xarîb dayê

Doste sadiq endi namonOy oy dayê xarîb dayêMîno bokî* hot-çû zamonOy oy dayê xarîb dayê

Min çi kir?Piştî salên 2000’î li herêma Elbistan û Markazê

bi dehan CD yên bi devoka Berferêt derketin.Mehmet Bayrak jî di kitêba bi navê "Muzîk Dansû Şarqiyên Kurdî" de 250 çarîn û bi dehan stra-nên bi devoka Berferêt weşandin. Kurt û Kur-

mancî, em dikarin bibêjin, her kudiçe berhem zêde dibin.

Min jî piştî sala 2009’an dest bilêkolînên herêmî kir. Kilamên BilalGoksungur, Hasanî Qarayilên, Se-ciye Rençberlik û wekî din berhevkirin û weşandin. Di sala 2018’ande jî kitêba bi navê "Mayrik"ê minderxist. Kitêbê de şîn û çîroka May-rikê heye. Şîn 50 çarîne ye. Min bipêşniyaza sopranoya Kurd PervinChakar şîn him bi devoka Berferêt,him jî nivîsa dibistanê weşand.Wek mînak çarîneyek wisa ye.

Bi devoka Berferêt Bi nivîsa dibistanêLê dêr a dêr a lê têli dêr a Lê dar e dar e lê têlî dar eLê ti nagara têli qansêr a Lê tu negere têlî qansêr eÎwo la dorê lo ta da garim Îwo li dora lo te digerimAz pandirim ki ti kêr a Ez pendirim ku tu kêr eAze Mayrike doxima jêr a Ezê Meyrikê daxima jêr e

Lê la minê Mayrik la minê Lê li minê Meyrik li minêTa orak bardo lê cone minê Te arek berda lê canê minê

Yek jî cara yekemîn 180 gund û gundikênMarkazê, min bi Kurdî nivîsandin. Pirraniyanwan cara yekemîn min qeyd kirin. Gund ûgundikên Elbistanê jî wisa. Dîsa ez navênzozan, ziyaret, newal, çiya, av, şikeft û wekîdin jî bi Kurdî dinivîsînim. Min bi hezarannavên erdnîgariya Elbistan û Markazê biKurdî qeyd kirine.

* Bayekî

Rûmet Alxas 1990’an li bajarê Aachenê (Elmanya) jidayîk bû. Ew doxtor e. Zanîngeha Bonnê xelas kir û

li nexwaşxaneyê dixebite. Her wiha Rûmet kilamên bitarza popê çêdike û dibêje. Hetanî niha 50 kilamên Kur-mancî û Kirmanckî nivîsand û mûzîka wan çêkir û li stud-yoyê jî qeyd kir. Kilamên wi bi Kurmancî piranî bi devokaAlxasî ne.

Dayîka Rûmet Elman e. Bavê xwe Kurd e. Ew berê Elmanîhîn dibe. Dibistanê jî fêrî zimanê Ingîlîzî, Fransî, Latînî û

Yewnaniya kevn dibe. NihaKurmancî û Kirmanckîjî dizane. Pîrik a RumetKurmancî, bavkalêxwe jî Kirmanckî dia-

xive. Rûmet dibêje, "Ez berê liser kitêban Kurdî fêr bûm. Paşe çûm cem pîrika

xwe. Min dît ku devoka me û zimanê kitêban cûda ye. EmAlxasî ne. Niha ez devoka Alxasî jî diaxivim."

Li Elbistanê 26 gund û mezrayên Alxasiyan hene. EşîraAlxasan cîranên gundên Kurecîgê ne. Hin deng hene ku liKurdistanê tenê eşîra Alxasî û Kurecîgî derdixînin.

Me çima Rûmet mînak da? Ji ber ku di nav ciwanên El-bistan, Markaz, Kurecîg û Sarizê de axaftina Kurmancîkêm dibe. Lê Rûmet di ciwantiya xwe de bi serê xwe fêrîKurmancî bûye û xwe pêş xististiye.

8

Koma Reç

Malê Me Nargale"Malê Me Nargale" navê kitêbekê ye. Bal-

keş e, kitêb 391 rûpel e û hemû bi devokaBerferêt hatiye nivîsandin. Ez bawer im evcara yekemîn e.

Nivîskarê kitêbê Mustafa Yildiz e. Ew bixwe ji gundê Nargaleyê (ser bi Elbistanê).Kitêb di sala 2018 an de li Enqereyê di navweşanên Sîtav de hat çapkirin. Kitêb berfi-rehî qala gundê Nargaleyê dike. Nivîskar hinbiwêjên ku li Nargale tê gotin wisa nivîsan-diye (Rûpel a 117):

Dav haya ziman tuna ya.Na sariya na biniya.Şave jî haqakî xwa î haya.Tu qâlâ sân daka. (sân: se, kuçik)Sarsotakî êra.Çav têrnabûn.Pişt lê fîra.Nav dinân da baqil nawin.

Mînaka Nifşê Nû: Rûmet Alxas

Page 9: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

9

Cengiz Aslan ji gundê Ku-recîgê ye. Di sala 1985’ande ji dayik bû. Beriya bi

du salan wî CD’yek bi navê “Ki-lamê Dilan û Şîn” derxist. CengizKurecîgê jî baş nas dike. Me biCengîz re hevpeyvînek kir.

Cengiz çend gundên Kurecîgêhene? Navên wan ê kurdî çine?

24 gundên Kurecîgê hene.Navên wan fermî Tirkî ne. BiKurdî û bi Tirkî navên gundênme wisan in:

Kurdî TirkîÂmokân Taşevler Bayramân Bayramuşağı Bakirân Bekiruşağı Bîlamân Çakılpınar Çarkazân Çerkezuşağı Çawurma Çevirme Damircîân Demirciler Hâcîân Dutlu Hârûnân Harunuşağı Kelân (Çelân) Gürkaynak Kelleran KellerKêxân Kahyalı KirliuşağıKorsulêmânân Durulova (Körsüleyman) OrtaköyQâjikân Yaylımlı Şarân KepezQâsimân Kasımuşağı Qubâtân Tataruşağı Şamîskân Düvencik (Güneşli) Tapkinîân AksütTâricîân Darıca Tumukân Dumuklu Xançarlîân Hançerli

Tu çima tîpa â bi kar tînî?Ez ne zimanzan im, lê li herem a Kurecîg, Elbistan û

Markazê (Pazarcik) dengek heye. Di navbera tîpa a ûo’yê de ye. Loma em wî dengî wek ‘â’ bi kar tînin.

Tu gund bi gund digerî û kilam û şînan berhev dikî.Kîjan şînê bala te kişand?

Şîna Mala Mêcir bala min kişand. Di sala 1916’an deRûs êrişî Erzînganê dikin. Alî Macir malbata xwe windadike. Wê çaxê 10 salî ye. Dikeve ser rêyan û hetanî Kure-cîgê dimeşe. Li gundê Hârûnân, Malê Çorli wî dikinmêvan. Dem derbaz dibe û dibe zarokek vê malbatê.Mezin dibe, dizewice û dibe kesekî Kurecîgî. Lê çîroka

xwe ji bîr nake. Şînekê dibêje. Mal-bata xwe çawa winda kiriye, çawaketiye rêyan û çi hatiye serê wî dişînê de derbas dibe. Cara yekemînez vê şînê bi we re parve dikim.Şîna Alî Macir wisa ye:

Macir la goçan danîştin Li tu dare rûnanîştin Darê ki bê û baran dibari Koz* la şuna xwe dahîştin

Ja Erzirom pazê mor teŞivanan xwa daye orte Qurban navê „maciran“ la ma

non Ku navê xarîbon la ma non Çi qand la ma ê bi zor te

Am macirin ne ja virinAm goçarin ne ji virin Welatê xarîb em xwarin Xwarin dîsa teva kirin

Dema ku tu li Kurecîgê digerî çi tesîr li te dike? Gun-dên vala, kal û pîrên me...

Em civakeke koçber in. Berê em bihar û havînan diçûnzozanan, lê zivistanê em vedigeriyan. Îro em diçin û paşxwe meze nakin. Yek jî pîrên me ê 80-85 salî li min tesîrkir. Bi tenê dijîn, lê wek peykerekî li ser lingan in. Di xani-yên axî de kutak hene. Kutak tawanê digirin. Hin xaniyandîwar hildeweşin lê dîsa jî tawan li ser lingan in. Halê mewisa ye. Pîrên me wan kutakan temsîl dikin. Dapîra minjî 98 salî bû. Xaniyê xwe kevn bû lê terk nekir. Marekmezin jî ketê. Dîsa derneket. Bi wî marî re ma. Pîra min jiber ku mala xwe terk nekir. Li gorî min mîrasa herî mezinew e.

Li Kurecîgê kesên ku bi şînên xwe ve tene nasîn kî ne?Dema ku mirov digere dibîne ku li gundên Kurecîgê

hemûyan çîrokbêj hene. Lê kesê ku şîn dikin jî zêde ne.Ên navdar ev in:

- Rahmetî Totik Xaça, Zizê Mala Apce û dapîra minKofê Aslan.

Ê ku jiyan dikin jî ev in: - Mayrika Mala Apçe: Ji gundê Kepezê- Asur Kaplan: Ji gundê Bakirân- Baxde Polat: Ji gundê Çawurma- Pîrê Tamik: Ji gundê Hâcîân

* (Koz: Ji bo zarokan dibêjin. Keça Alî Macir Altikê MalaMêcir min re wisa gotibû: “Wê demê gelek zarok mi-rine.”)

Cengiz Aslan û Kurecîga

Evkilama şeva hinê min ji devêSultana Mala Bille ya ji gundê

Zînkan (ser bi Markazê) bihîs"ye. Min evkilama muzîka wê gelêrî ye, berhev kiriye:

Atê rowa mi dogir aE ki mi ban deri bigir aAtê azêk wa bûk bimTi wa dû min magîr a

Çi dorik o ki dave şat eBo lêtexi qol diqat eOnê onê ê pirê zor aWaxtê ki kaçik la molo bove vadaqat e

Bûk dowayste la dave deriŞorpê surê la sar seriBûkê hara gûlo gûloŞone te mazîlê xwa baya seri

Bûk dowayste la sar ov ePorî dirêj hata nov eAv bûkê ki wa bûk biTêr nawû ja molo bov e

Bar darî ma î wa dor aDeri bigir hawayî sor aOnê, "Ti çimo da gîriLowikî ma jî êvorî neya mol a"

Sultana Mala Bille dayîka hevalê meErdal Aliçpinar e. Xal$ka Sultan ne huner-mend e. Lê li ser bûyerên êş û bextewarî jinişka ve kilam û şînan derdixîne. Ev ki-lama şeva hineyê jî di dawetekê de go-"ye. Xal$ka Sultan li bajarê Kolnê jiyandike. Min li mala wan li kilamê guhdarî kirû qeyd kir.

Li herema Elbistan û Markazê li ser şevahineyê kilamên gelêrî hene. Min hin disala 2010’an de berhev kirin û di kitêba binavê "Pazarcik"ê de weşandin. Hin çarî-nên gelerî yên ji vê kitêbê ev in:

E ki tena qon"rinSar bore xwa son"linDava pêyşe la bo wûZova la bûke şo wû

Nolê hon nolak a kûr aLê da çeri mosî hûr aLê molkê bûkê ma bidinMolkingê ma yê dûr a

Hinê bûka la taştekinPê haske ove lêkinBonga bovî bûke kinOyce da dilî de kin

Hara bûkê haraKîworê haraKi " nixwoş bûKî ye sarî ta vada

Kilama ŞevaHineyê

Ji gundê Maxsiyan yê ser bi Markazê daweteke kevin. Li gori texmînan wêne yê salên 1950’yî ye.

Page 10: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

10

Roland Barthes di dersa xwe ya dest-pêkê ya profesoriyê de li Collège deFranceê sala 1977’an wê xetên "Etî-

keke zimanê wêjeyî (éthique du langage litté-raire)" xêz kirin. Li gorî vê di her "biwêjê […]gelek ziman" hene û qanûnçêker yekîtiyekezimên ranagihîne, lê belê hînbûn û bikaranîna zi-manên cihê di nava zimanê Fransî - lewma ewbehsa vî zimanî dike - teşwîq dike. Bi pirrhejmar-kirina zimanekî pêşî hewldanek xwe dide der ûew hewldana xwe xilaskirinê ye ji wan meylênyekkirin û besîtkirinê yên di warê zimên de ho-mojenker. Ji bo vê jî cihêtî û xislet beramberî nî-zama zimên a hegemoniyal tên nîşankirin û dinava çandeke yekrengker de tên kedîkirin, û ewdi binê doza homojenkirinê ya zimanekî stan-dart yan jî zimanekî bilind ê di nava mekanekîyekgirtî yê zimanî de winda dibin û namînin.Devok weke yekê ji gelek zimanên di nava "zima-nekî" de û her wiha şiira devokê weke şiira dinava nîzama nirxan a kanonên wêjeyê de ya kuweke zimanê perwerdeyê û bilind hatiye şîfreki-rin, di heman demê de "çavka-niyên çandî" ne. François Jullienji wan re dibêje, lê ev fenomenileh bi awayekî madî çandêntemam dernaxin holê. Tehlûkeli ser wan heye ku di bin zextameylên homojenker û împer-yalîst de tine bibin û careke dinvenagerin. Helbet ew derfetheye ku xweser ji çavkaniyaxwe ya cihî weke hêmana çandîli nava civakê belav bibin.

Ziman di warê siyasî de her tişt e, lê ne bêguneh e. Ne ku tenê bi gotinên Ludwig Witt-genstein, dinya me (yan jî têgihiştina me ya din-yayê) di warê strukturel de tenê heta wê deverazimanê me digihêjiyê, diçe; ji vê û wê de, bi di-yarkirina xetên mekanekî yekgirtî yê zimanî,doza ji bo erdekî netewe dewletê yê di warêetnîk, dînî û çandî - êdî ev çi dibe bila bibe - dehomojen jî pirrcarî xwe dide der. Çawa IvanČolović di ceribandina xwe ya rexnegir a li serterora çandê li Balkanan de zelal darîçav kiriye.Dîroka mêhtingeriyê jî nîşan dide ku ziman be-şeke diyarker a stratejiyên împeryalîst bû û îro jîwisa ye. Bi van stratejiyan zimanê mêhtingeran liser civakên kirine mêhtingeh hatine ferzkirin; vêjî li ser wan ferz kiriye ku weke "çavkaniyênçandî" yên cihî, dev ji zimanê xwe berdin û berêxwe bidin zimanê serwerên zirhêz. Ev ne tenê jibo dîroka kevin a mêhtingeriyê lê ye, ev ji bo he-gemoniya zimên a zimanên dinyayê jî lê ye. Sta-tuya van zimanan bi xêra hêza aborî û siyasî ye, ûkarê hin civakan hêsan dike ku dozên xwe yêngerdûnîbûna "çandî" û modelên xwe yên jiyanêbi zimanê xwe bê navber belav bikin, bibin wela-tên din, nav civakên din.

Helbet pirrengiya zimanan di nava erdekî deher wiha dikare rê li ber pirsgirêkên komunîkas-yonê veke. Ev mesele ye, ji ber ku ji bo bihevreji-

yanê jihevfêmkirin bivênevê ye. Lê ji perspektîfateorîk pirsek xwe dide der, gelo her tişt divê timîli hev bike û bi tevnekê bi hev ve girêdayî be?Gelo yekkirinazimanî di zanîna roja me ya îro yaaborî de dawiya dawî ne tenê ji bo wê ye ku heri-kîna mal û sermayeyê ya global heta mumkin ebê pirsgirêk misoger bike? Devok berxwedan inû pirsgirêk in, û mirov dikare li wan di vê dijbe-reya doza gerdûnîbûnê ya zimanên împeryal ûnîzamên wan ên nirxan de serwext bibe.

Cihê qutbûna ji nîzamên mezinKitêba Walter D. Mignolo ya bêqisûr a li ser

Epistemischen Ungehorsam (Îtaetnekirina Epîs-temîk) devokan weke formên ‘cihê qutbûna’ jinîzamên nirx û dinyayê dibîne, û ew timî di nava

ziman de hişk bicihkirî ne. Li gorî WalterD. Mignolo bîreweriya xwe disipêre hel-wêsteke tevî ‘çavkaniyên çandî’ yên cihîpêkhatî yên ku struktur û adetên wanaso û zanînên din dihewînin, weke ‘zi-manê piçûk’ dibe ku derfeta sînorênvekirîtir ber bi dinyayê (û têgihiştinawê) ve vekin. Ew li vir wan li ber zima-nên ‘mezin’ ên standard digire û di-bêje, berevajî gerdûnîperestiya zimana modern, ew dikin ku mirov karibe li

nîzameke "plurîversal" (pirrdinyayî**) a "dinya-yeke siberojê ya global a ku gelek dinyayan di-hewîne" jî bifikire. Bi ‘qutbûna’ ji nîzamênhegemoniyal ên dinya, nirx û heta yên zimanî reelaqeya xwetecrîdkirineke nasnameyî ya li dijîbiyaniyan nîne, berevajî vê, elaqeya wê bi aza-diya ji modelên zirhêz ên hegemoniyal ên‘çandî’ re heye. Ev modelên zirhêz ên hegemoni-yal xisleta xwe (ya zimanî) weke gerdûnî yan jîqet nebe weke lipêştir dibînin. Heger mirov ka-ribe xwe ji vê zextê xilas bike, hingê derfet peydadibe ji bo "diyalogeke pirrdinyayî ya hevtayan",hingê li gorî wî "avahiya komunal û pirrdinyayî"bi "plana sereke" ku wê di pêvajoyeke komunalde bê bipêşxistin, mumkin dibe. Zimanên vê ava-hiya hanê jî wê weke dinyayên tê de bicihbûyî,pirreng be.

Xewn û xewnereşka ya piçûkJi bo qutbûna ji nîzamên hegemoniyal şertek

heye û ew jî qutbûna ji cih û mekan e (Deterrito-rialisation). Gilles Deleuze û Félix Guatarri di ni-vîsa xwe ya li ser Kafka de behsa "xewnê" dikin;ev xewn jî ya "karîna piçûkbûnê ye, ya biserxisti-neke piçûbûnekê ye", da ku mirov karibe xwe ji‘zimanê mezin’ ên zirhêzan û her wiha ji ‘wêjeyamezin’ a kanonê (qaîdeya sereke) xilas bike. De-leuzes û Guattari di hizra xwe ya li ser ‘wêjeyapiçûk’ de dibêjin: "Bikaranîna pirrzimanîbûnê di

zimanê mirovî bi xwe de […] ew e ku bindestêdi zimên de li ber serdestên di zimên de radibin,dîtina mekanên neçandê û paşvemayîna zimanîye, dîtina wan herêmên Cihana Sêyem a zimanîye ku pê zimanek difilite." Lê herçî şiira devokîye ew nimûneyeke bidestnîşandanê ye ji bo wêşiirê ya ku heta bi zelûliyeke mutleq tîr dibe û jiwê jî xweseriya xwe ya dijdîskursîf*** bi destdixe. Mesela şiirên H.C. Artmann ên bi navê Şii-rên Viyanayî (Wienerische Gedichte) li tecrû-beya bihîstina dengan a axaftvanên zimanêstandart hatiye anîn. Rêzimana wan, peyvênwan û bilêvkirina wan xwe ji maneya ji rêû-resmê ya zimanê hegemoniyal vedidize û vêweke çalakiyekek şoreşgerî ya jimekênqutkirinêdike, û pê re jî ew hem xatirê xwe ji zimanê stan-dard û hem jî ji mane û xuyên nirxan ên vî zi-manê standard dixwaze. Hema ku tiştek dikevedirûvekî ku neyê fêmkirin, ew dibe xwediyêefekteke kenê mirovan tîne, hewayek yan jî au-rayeke tirsnak ya ku zehmet e mirov lê serwextbibe, tesîreke acizker, havîker e ev. Û ev tesîrqebqebûyî dike li zimanê hegemoniyal û pê re jîwan zirhêzên siyasî, lewma, êdî tehlûke heye kuew tişta ku ew dibêjin, dibe ku bêmane bibe. Evhizr ji bo teoriya wêjeyê ya Formalîzma Rûsî, Di-bistana Frankfurtê yan jî Michel Foucault, û De-leuze û Guattari navendî ye. Devok vê teoriyê bikar tîne bi wê yekê ku xwe ji zimanê standardmekanî qut dike û di heman demê de rehênxwe cihî berdide erdê. Rehet e di lihevnekirinabi yên din re, henekê xwe dike, tevna mezin amaneyan ji ber israra wê ya li ser ya ‘piçûk’ biawayekî îronîk beloq dibe. Gava vê dike ti doz ûîdîaya wê ya serwerî û hegemoniyê nîne ku biyên mezin û hêzdar yan jî zimanên mezin û hêz-dar re qayişê bikişîne. Devok dibe xewneke ser-hişk a kêfoyî ya karîna piçûk bûnê, ya wê yekêku mirov êdî ne mecbûr be di şerê mezinan dehebe, mirov karibe vekişe, da ku ji wir ve xwe jitemama mezin xilas bike, jê bide alî. Ev xewn qetnebe wê dewam bike heta ku ev devok xwe biefsane û ji nû ve bi mekên ve girêdana xwîn ûerdê, derfeta nîzameke pirrdinyayî ya dinya ûnirxan berhewa bike. Lewma di ya ‘piçûk’ dexewnereşka nasnameperestiyê jî li cem xewmapirrdinyayîbûnê heye.

Wergera ji Elmanî: Luqman GULDIVÊ

* Germanîstîk û Fîlozofî xwendiye û doktorayaxwe li ser Zanista Nû ya Wêjeya Elman kiriye.

** Plurîversal weke dijbera unîversal (yek-dinya/yekgerdûn); têbîniya wergêr.

*** Li vir bi dijdîskursîf îşaret bi ya li dijî gotaramainstream a li ser babetekê tê kirin.

Sebastian LÜBCKE*

Devokdi navbera jimekanqutkirin û cihîbûnê de

Page 11: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

11

zimanê Kurdî ên li Londonê Îdeolojiyên zimên û nasname li sinifên mîrate û

Ev gotar bi îdeolojiyên zimên ên di navawan xwendekarên zimanê mîrateyê(HLL) ên Kurmancî li du sinifên di nava ci-

vakê de yên li Londonê, dadi-keve. Daneyên ku gotar xwedispêrinê çavdêriyeke 18mehan a li van sinifan û hev-peyvînên nîvstrukturkirî yên ji2011’an heta bi 2013’an ên dinava civaka Kurd a li Londonêde. Du cureyên Kurmanciyêxwe didan der ji şiroveyên me-talînguîstîk ên beşdarên vanhevpeyvînan de ku ji bo analîzêbalkêş bûn: Kurmanciya Bohtan, pirranî weke ya"munasib" dihat binavkirin, û Kurmanciya Me-reşê ku bi pirranî weke "ne munasib" dihat terîf-kirin. Herçî zimanê van dersan dixwest fêr bikin jîKurdiya "akademîk" bû û têkiliya wê jî bi Kur-manciya Bohtanê [nivîskar li vir behsa têgihiştinali cem xelkê Mereşê dike; têbîniya wergêr] redihat danîn; lê belê pirraniya xwendekaran biKurmanciya Mereşê dipeyivîn. Gotar wê xwe bi-sipêre teoriyên li ser îdeolojiyên ziman (Irvine ûGal 2000; Piller 2015), îdeolojiyên zimanê stan-dart (Milroy û Lesley 1985) da ku li gotarên (dis-kursên) ji hînbûna zimanî xwe didin der û ka dinava sinifên dersê de îdeolojiyên zimên çawatên avakirin, muzakerekirin û li ber wan tê rabûn.

Xwendekarên van sinifên hînbûna Kurdî yên ke-tine ber awirên vê lêkolînê, di astên cihê de bi Kur-mancî dizanin û ji bo behremendiya xwe yanivîsandin û xwendina Kurmanciyê bi pêş bixin. Evxwendekar bi piranî çalakger bûn û weke sedemênhînbûna Kurmanciyê li Londonê jî wan got:

- Ew dixwazin hînî zimanê xwe (weke xwendin ûnivîsandinê) hîn bibin ji ber ku ji ber zexta li Tirki-yeyê, wan nekarî van behremendiyan bi dest bixin;

- Ew dixwazin xwe ji wê tecrûbeya lînguîstîk xilasbikin, ya ku ku dikir ew xwe bê hêz hîs bikin;

- Ew dixwazin bi rabihuriya xwe re ji nû ve têkiliyêdaynin;

- Ew wê zextê hîs dikin ku li Meliktiya Yekbûyî

divê "ew bi zimanê xwe zanibin", ji ber ku zimanweke beşeke muhim a nasnameya etnîk tê dîtin licihana rojavayî (Yilmaz, 2016)

Li Meliktiya Yekbûyî qebûleke fermî yaKurmanciyê û piştgiriyeke înstîtusyonal jînîne. Ew ne weke zimanekî hindikahi-yekê ne jî weke zimanekî koçberan têqebûlkirin. Tevî ku hikûmetên cihê, şare-darî nivîs, agahiyên bi Kurmancî û Soranîdidin û xizmeta bi van zimanan dikin jî,gelek beşdarên vê lêkolînê gotin, ew ni-karin ji van xizmetan sûdê wergirin jiber ku behremendiyên wan ên xwen-din û nivîsandina bi Kurmanciyê nînin.

Bi ser vê de jî tiştekî din heye, Mehmet Bayrak, ni-vîskareke ku xwe weke Turkolog û Kurdolog terîfdike, îdîa dike ku Kurdên "din" rexneyan li Kurman-ciya Mereşê dikin û ev jî dibe sedem ku mirov bitir-sin bi Kurmanciya Mereşê bipeyivin((http://www.binboga.org/maras-Kürtcesi-soylemi-nin-sakincalari-0/ [accessed 29 November 2015]).

Ev gotar jî weke Bakhtin, bê ka ziman ne çi ye, liziman dinihêre; ziman "[…] ne sîstemeke mucer-red a kategoriyên rêzimanî ye, lê ji wê û wê deziman weke îdeolojîk têrkirî be, weke nihêrîneke lidinyayê be, heta weke fikreke berçav be tê dîtin;ev jî di warên jiyana îdeolojîk hemûyan de jihev-fêmkirineke herî zêde misoger dike." (Bakhtin1981: 271)

Piştî vê em dikarin behsa wê bikin ka ev gotarçawa li îdeolojiyên ziman dinihêre, wan çawa fêmdike: "rêzek baweriyên li zimên yên ku bikarhênerweke rasyonalîzekirin yan jî rewakirina strukturazimanê mirov pê dihisin û bikaranîna wan, wanîfade dikin" (Silverstein 1979: 193). Çawa ku Piller(2015) dibêje:

Îdeolojiyên zimên destekê didin bikaranînazimên, ew jî ji aliyê xwe ve dirûv dide îdeolojiyênzimên; ew xizmeta armancên civakî dikin, bi goti-nên din hedefa îdeolojiyên zimên ne lînguîstîk in,lê civakî ne. Weke her tişta civakî, îdeolojiyênzimên jî peywendîdar, pirrhejmar in û li ber wantê rabûn. (Piller 2015: 4)

Modela ji bo analîzêJi bo analîzkirina awayê avakirin, muzakerekirina

îdeolojiyên zimên û berxwedana li dijî wan, ez mo-dela Irvine û Gal (2000) bi pêşxistî bi kar tînim, ew jibo vê têgeha pêvajoya semiyotîk [di zimanzaniyêde nîşandêr; nîşeya wergêr] bi kar tînin: "Îkonkirin; dinava wê de veguherîneke nîşana peywendiya dinavbera cure û îmajên civakî de heye ku pê ew bihev ve girêdayîne. Lixwevegerîna fraktal: tê de pro-jeksiyona di asteke din de ya peywendiyeke dijberû beloq a di astekê de. Jêbirin: ev jî pêvajoya ku têde îdeolojî bi hêsankirina meydana sosyolînguîstîk,dike ku hin kes yan çalakî (yan jî fenomenên sosyo-lînguîstîk) xuya nekin. (Irvine and Gal (2000: 87–89)

Ev model dikare bi daxuyaniyên weke “MaraşKürtcesi çor e” yan “Maraş Kürtcesi şikestî ye” (Yil-maz 2016) bi kurtî bê terîfkirin; ev jî xwedî wê po-tansiyelê ye ku axaftvanên Kurmanciya Mereşê yanjî Kurdên Elewî weke "çor" yan jî "şikestî" bên îkonî-zekirin. Ev terîfên hanê dikarin weke nûneriya îko-nîk ji bo xelkê Mereşê bên şirovekirin. Herçîlixwevegerîna fraktal e, dikare bi têgehên "wekhevî"û "cihêtî" elaqedar bê dîtin; gava ku kom yan jî ferddaxuyaniyên ji helwêstên hember îfade bikin, wekenimûne, "Kurdiya me têkelhev e bi Tirkî re“; ev jî di-kare bê şirovekirin weke zimanê "me" li gorî zimanê"wan" têkelhev e û ne munasib e û wekî din. Herçîpêvajoya dawî ye, yanî, jêbirin, maneya wê çi ye, ça-lakiyên zimanî yên hin ferdan êdî xuya nakin, li virpirrengiya navxweyî ji holê radibe. Min di sinifan degelek mînakên înteraksiyonê dîtin ku mamosteyanhema welê hîç îhtîmam neda zimanên herêmî yêşagirtan. Lê belê, şagirtan pirraniya caran li ber xweda li dijî fermanên ji jor ve bi rêya muzakerekirinanasnameyên xwe.

Li vir ez Lippi Green (1994) bi bîr bixim ku dibêje."Pirraniya cihêbûna zimanî li dora nasnameya civakîava bûye. Lînguîst bi vê dizanin, lê ne lînguîst jê pêdizanin, û li serê kar dikin; aksan vediguhere terz ûnavgîna ji bo liderhiştinê. Rastî ev e, her cara mirovaksanekî red dikin, ew di heman demê de nasna-meya kesê dipeyive jî red dikin: nijada wê/wî, mîra-teya etnîk, kokên neteweyî, girêdanên herêmî yan jî

Dr. Birgul YILMAZ

Page 12: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

12

çîna aborî. (Lippi Green 1994:165)Ji ber vê yekê cihêrengiya zimanî ji nêz ve elaqe-

dar e bi nasnameya civakî re, "ji ber ku axaftvandibe ku cihêtiyên dengsaziyê bi kar bînin da ku nî-şana komên civakî yên ku ew xwe ji wan hesabdikin, hildin” (Hudson 1996: 45). Cihêtiyên îdeolojîkên girêdayî cihêrengiyên zimanî ne, di warê naskiri-nên me de xwedî maneyên çandî ne. Piştî danînagirêdana nêzîk a teorîk a di navbera cihêtiyên zi-manî, îdeolojiyên ziman û nasnameyên civakî, ez pirkurt behsa rêbazên ji bo analîza daneyên ji du sini-fan min berhevkirî, bikim.

Etnografiya lînguîstîkRêbaza ku vê gotarê xwe spartiyê, xwe disipêre

agahî û zanîna ji etnografiya lînguîstîk. Di çarçoveyavê lêkolînê de Etnografiya Lînguîstîk weke rêbazekepêremiamelekirinê ya rêbazî û analîtîk hat bikara-nîn, ji ber ku Etnografiya Lînguîstîk bala xwe didenivîskîbûn, ziman, etnîkbûna cihî, nasname û ne-wekheviya li nava sinifê; îdeolojî û dînamîkên çandî:sinif weke meydaneke bihevre danûstendinê; û hîn-

kirina zimên (Creese 2008). Rola din a EtnografiyaLînguîstîk di vê lêkolînê de tercîha berhevkirina da-neyan bû: hevpeyvînên nîv strukturkirî, notên ji lê-kolîna meydanî, çavdêriyên beşdaran, qeydêndeng. Rola sêyem a Etnografiya Lînguîstîk di vê go-tarê de ew e ku analîza min xwe disipêre bikaranînazimên a cihê wê diyarkirî (Copland and Creese2015: 29), li vir ez bi kar tînim "nêzîkatiyeke ji jêr berbi jor ve, di nava vê de kirina cihî û bihevredanûs-tendin di nava dinyayeke civakî ya firehtir de hatinebicihkirin (Creese 2008: 233); û ez wan mijar û gota-rên ji danûstendina beşdaran dayî der analîz dikim,li şûna ku kategoriyan ji jor ve daynim.

Daneyên ev gotar xwe disipêrê wan du cure ne.Ya yekê analîza kite bi kite ya lînguîstîk e nexasimyên dengsaziyê yên weke [ ]~[æ], û peyvên kuweke nîşanên nasnameya komê didin der. Asta di-duyê ya analîzê xwe disipêre sê pêvajoyên semîtîkên li jor min behsa wan kir: îkonîzekirin, lêvegerînafraktal û jêbirin.

Li herdu sinifan jî şagirtan Kurmancî weke zi-manê xwe bi nav dikir û pesnê xwe pê didan ku ewhewl didin xwendin û nivîsîna zimanê xwe hînbibin, ew zimanê derfeta wan nebû li Tirkiyeyê hînîbibin. Ji bo gelekan ji wan Kurmancî ne zimanê ji-yana wan a rojane bû, belkî ji bo bi kal û pîran re bi-peyivin, bi kar dianîn. Mamoste, Hînker (asta 1 ê ta3 yê) bi kar dianî. Ev kitêbeke dersê ye ku mamos-teyê Kurdî yên di perwerdeya mainstream a li Tirki-yeyê de kar dikin. Kitêb texlîda kitêbên dersê yênIngilîzî yên li Tirkiyeyê ye û pirsên sereke yên elaqe-darî çînên civakî der dixe pêş. Weke nimûne pirra-

niya karekterên di kitêbê de ji çîna navîn a Kurd in.Kitêbên beriya niha yên weke ya kitêba gramerê yaBaran Rizgar (1996) "Learn Kurdish: a multi level co-urse in Kurmanji", ya li Meliktiya Yekbûyî weşandî,cih dida karakterên cotkar û gundî û tê de Kurdweke gundiyan dihatin nîşandan. Herçî du kitêbêndin in, Wezareta Perwerdeyê ya Tirk ew hazir kirine,li ser Sirûda Tirk û wêneyê Atatürk hene. Di kitêbayekê ya Gulmez û yên din de (2015), karakterên dînîhebûn, weke jinên sergirtî. Di kitêba din de ya Yildi-rim û yên din (2015) cih dabû zarokan jî, û karakte-rên laîk nîşan didan. Ev her du kitêb di sinifên liLondonê de nehatin bikaranîn. Bi her halî, meylêncihê yên îdeolojîk yên kitêbên dersê meylên siyasî ûîdeolojîk ên nivîskaran nîşan didin. Ev materyal te-sîrê li danûstendina li nava sinifê jî dikin. Û di vêrewşê de kitêba dersê Hînkerê dubendiyek di nav-bera axêverên Bohtan û Mereşê de hilberandiye ûpê re jî nakokiyên di navbera şagirtên ji çîna karkerû yên ji çîna navîn de hilberandine. Mîkaîl ê ma-moste, ji herêma Bohtanê bû û ti paşxana wî ya per-werdeyî ya ji bo mamostetiya Kurdî weke zimanê

mîrateya çandî nîne; lê belê tecrûbeya wî ya pratîkîdi dersdayîna Kurmanciyê li Tirkiyeyê hebûye. Wîxwebexş kar dikir û materyalên xwe yên dersê bixwe amade dikirin.

Tevî ku sinifa li başûr û ya li rojhilatê Londonê dimeseleya bikaranîna Kurmanciyê de xwedî dînamî-kên cihê bûn. Di sinifa li başûrê Londonê de şagirtbi pirranî Kurdên ji Tirkiyeyê bûn, di sinifa li rojhilatêLondonê de Kurdên ji Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyeyêhebûn. Lê dîsa jî gotarên li vir hilberandî dişibiyanhev di warê avakirin, muzakerekirina wan û berx-wedana li dijî wan de jî.

Avakirin, muzakerekirina îdeolojiyên ziman û nasnameyan û berxwedana li dijî wanDi sinifa li başûrê Londonê de çalakgeriya siyasî

serwer bû di nava şargirtan de, herçî sinifa li rojhi-latê Londonê bû, xwediyê wê îdîayê bû ku siyasîbêalîtir e. Gava min dane analîz kirin, sê tişt kifş bûn:● Avakirina cihêbûna zimanî û gotarên serwer● Muzakerekirina cihêbûna zimanî û gotarên

serwer● Berxwedana li dijî guherînêDi sinifa li başûrê Londonê de tesîra çalakgeriya

siyasî zêde bû. Çavdêriyên min û notên min ên li jêrwê vê çêtir îfade bike û her wiha nîşan bide kîjanziman di dersê de herî zêde dihatin bikaranîn.

"Di sinifê de […] ez Tirkî û hinekî Ingilîzî dibihî-sim… Pirraniya axaftinan li ser siyaseta li Tirkiyeyêye. Weke ku her kes hev pirr baş nas dike li vir. Pirra-niya şagirtan jinên ciwan ên baş perwerdebûyî yêndi 30 saliya xwe de ne û azib in. […] Ders bi çavlê-

gerandina rêzimanê dest pê kir, xwendina metnekêyan jî xwendina ji kitêba dersê Hînkerê û temaşeki-rina bernameyeke siyasî ya li ser komputera ma-mosteyî dewam kir. Piştî bi saetekê navberekeçixare kêşan û çay vexwarinê hebû. Piştî navberê şa-girt tên cem hev û rêzimana Kurdî û peyvên Kurdîhîn dibin. Ders bi lîstikeke peyvan bi dawî dibe ku têde şagirt hewl didin ji hev bibihurin. Ez dibihîsim kuhin şagirt bi pistepist dibêjin, ‘biz böyle söylemiyo-ruz’ (Em wisa nabêjin). Rêwîtiya min li vir dest pêdike: ez kifş bikim ka maneya "em" çi ye…"

(22 yê Adara 2012 an, têbîniya lêkolîner, sinifa libaşûrê Londonê)

Li beramberî vê, di sinifa li rojhilatê Londonê debeşdar di serî de Soranî, bi şêwezarên din ên Kurdîû zimanên din ên weke Erebî, Farisî Ingilîzî û Tirkî di-peyivîn. Li sinifa rojhilatê Londonê jî pirraniya şagir-tan Kurdên ji Tirkiyeyê bûn û wan dixwest hînîKurmancî bibin. Lê çendek xwendekarên din hebûnji deverên Kurd ên Sûrî, Îran û Iraqê, ew bi Erebî, So-ranî û her wiha bi Ingilîzî jî dipeyivîn. Li sinifa li ba-şûrê Londonê bi xwe, şagirt bi pirranî bi Tirkî û

Ingilîzî dipeyivîn.Ev sinifa hanê bi min gelekî guhertî xuya bû, ji ber

ku Kurdên ji Îran, Iraq û Sûriyê hebûn di sinifê de ûmamoste li wir ji Tirkî bêhtir meyldar e bi Ingilîzî bi-peyive. Herçî şagirt in, bi pirranî dêûbavên zarokênwan diçin Dibistana Yekşemê [li KCC dersên Ingilîzî,Fen û Kurdî ji bo zarokan dihatin organîzekirin; têbî-niya wergêr] ne.

(2 Kanûna 2012 an, têbîniya lêkolîner, sinifa li roj-hilatê Londonê)

Şagirtên sinifa li rojhilatê Londonê, bi pirranîdêûbavên zarokên diçin Dibistana Yekşemêbûn. Muhim e li vir ez bibêjim, rewşeke duzi-manî di navbera dêûbav û zarokan de hebû û vêrewşê kiribû ku sinifa li rojhilatê Londonê bê da-mezrandin. Yanî, zarok hînî Kurmanciya standartdibûn, lê hin dêûbav bi Kurmanciyên herêmî di-peyivîn û hin dêûbav Soranîaxêv bûn û wan hîçbi Kurmancî nedizanî. Fînansmana vê dibistanêji meclisa şaredariyê ya deverê dihat û destpêkêsinifa li başûrê Londonê ji bo zarokan hatibû da-mezrandin. Bi her halî, bi demê re ji bo dêûba-van jî sinifek hat organîzekirin. Bi zarokên wan redi heman demê de, dêûbav jî ketin dersê, lê lidersgehên cihê. Gava ku fînansman hat rawes-tandin, van sinifan salekê dewam kir û sala piş-tre nekarî dewam bikin.

Ji ber ku eyarên ziman û siyasî yên li her du na-vendan ne weke hev bûn, bikaranîna zimên û pey-wenda înteraksiyon tê de çêdibû jî diguherî. Bi herhalî beşdarên her du peywendan jî bi înteraksiyonû danûstendinên xwe îdeolojiyên dişibin hev ên

● Cihêrengiya zimanî ji nêz ve elaqedar ebi nasnameya civakî re, "ji ber ku axaft-van dibe ku cihêtiyên dengsaziyê bi karbînin da ku nîşana komên civakî yên kuew xwe ji wan hesab dikin, hildin”. Cihê-tiyên îdeolojîk ên girêdayî cihêrengiyênzimanî ne, di warê naskirinên me dexwedî maneyên çandî ne.

Page 13: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

13

zimên ava kirin: Kurmanciya Mereşê di herdu pey-wendan de jî hat nerewakirin.

Avakirina gotarên li ser cihêkirinên lînguîstîk û serwerîZimanê ku dersê dixwest hîn bike Kurmanciya

“baş” yan jî “akademîk” bû. Beşdaran ev Kurmancîbi ya Bohtanê re elaqedar dikir. Ev îdeolojî xwe dideder gava jineke Elewî ya baş perwerdebûyî Elîf ku biKurmanciya Mereşê dipeyive, (Meletî bajarekî nêzîMereşê ye û axêverên ji vî bajarî jî weke Kurmancîa-xêvên ji Mereşê tên sinifandin), dibêje, jineke ji başûrrojava [Behsa Bakurê Kurdistanê dike; têbîniyawergêr] (herêmeke ku teqrîben Botan e)* şîret lê ki-riye da ku bi Kurmancî nepeyive, ji ber ku Kurman-ciya wê çor e û zehmet e bê fêmkirin.

Ev mînaka Elîfê delîla neewlebûna lînguîstîk aKurdên ji Meletiyê û Mereşê ye, ev dibe ku encamaşiroveyên bi pêşhukm ên beramberî vê devokêbin. Şiroveyên jê re dikin, dibêjin bila ew "bêdeng"be, li şûna ku ew ê bi devoka xwe bipeyive, bila ewbi Tirkî bipeyive. Di hevpeyvîna me de Elîf ji min regot, Kurdiya wan herêman [Diyarbekir, Çewlik ûMûş] Kurdiya "baş" e. Elîf Kurdiya Mereşê û derdorawê weke di warê gramatîkê de ne rast, û peyvênwê kêm terîf dike. Ji gotinên Elîfê em bi pêvajoyaîkonîzasyonê dibînin ku xisletên zimanî elaqedarîîmajên civakî ne. Ew dengê /a/ bi xelkê Mereşê retêkildar dike û dengê /æ/ jî bi yên din re. Îmaja ci-vakî ya Elîf pê axaftvanên Bohtan [li vir ev peyv jibo giştîkirinê hatiye bikaranîn, ne ku bi rastî axaft-vanên Bohtî ne; têbîniya wergêr] weke di Kurman-ciyê de "rewan" terîf dike, ji bo wê, peyvênaxaftvanên Kurmanciyê yên ji Mereşê kêm in û ewTirkî bi kar tînin. Bi ya wê dengên weke [ ] yên kuxelkê Mereşê bi kar tîne jî "hişk" in.

Elîf hem xwe li nav karê hilberîna îdeolojiyên ser-wer dixe, bi wê yekê ku Kurmanciya Bohtanê weke"baş" bi cih dike û îşaret bi ne"rast"bûna Kurman-ciya Mereşê dike. Hem jî ew di heman demê de bî-reweriya xwe ya metalînguîstîk a elaqedarî rêzimanû bilêvkirinê jî derdixe pêş.

Asta duyê ya cihêkirina zimanî ya ku di peyvênElîfê de xwe dide der lêvegera fraktal e; ev hê avaki-rina dubendiyên nû yên elaqedarî rêziman û bilêv-kirina herdu şêweyên zimanî ye, û pê dewamkirinaîxtîlafeke din e. Di liberhevgirtina wê de gava wê/æ/ ya nerm û / / ya hişk de, wê / / sê caran li ser hevgot, da ku min qaneh bike ku haya wê ji qaîdeyênrêzimanê heye û ew dizane ku Kurmanciya wê ne"munasib" e. Elîf wekî din dibêje, ew bi vê dizane jiber ku ew beşdarî dersan bûye. Ev mihum e, ji berku ew nîşan dide ka çawa ji peywenda sazûmanîdide der ka kî axaftvanekî rewa û kî ne yê rewa ye.Eyarên sazûmanî yên li sinifê alîkar dibin ji bo rewa-bûna Kurmanciya Bohtanê zexmtir bibe û ew jî

dibe sedema pêvajoya dubendkirinê ku di peyvênElîfê de jî hatiye avakirin.

Muzakerekirina cihêtiyên zimanî û serwerî Mijareke din a di sinifan de ew bû ku Kurmancîa-

xêvên ji Mereşê Tirkî û Kurdî "têkilhev dikin". Fikra tê-kilhevkirina Tirkî û Kurdî hisên têkilhev beramberîgotara serwer diafirînin. Di sinifa li rojhilatê Lon-donê, mamoste Mîkaîl dersekê dide şagirtan, wî lirêza yekê 5 ta 6 peyvên destpêkê bi Kurdî nivîsîne, lêlêker bi Tirkî. Ji şagirtan Yeter, dikare weke Kurman-cîaxêv a prototîpîk a ji Mereşê bê terîfkirin. Ew, yek jişagirtên kêmtir başperwerdebûyî ye. Ev dikare yek jisedeman ka çima bêhtir bi wê hat kenîn. Piştî ku Mî-kaîl ew metina bi mubalexe behsa Kurmanciya Me-reşê dikir, xwend, Yeter got, ev tam weke Kurdiya"wê" bûye. Li aliyekî Yeter dibîne ku "têkelhevkirina"Tirkî û Kurdî bi wê nexerîb e. Li aliyê din jî ew metel-mayî ye ji ber ku bi gotinên wê, "ev hemû Tirkî ye".Sedema metelmayîna wê peywenda sinifê ye;lewma eyara sinifê ew e ku lê Kurmanciya "rast" hîndibe û ne li bendê bû ku mamoste Tirkî û Kurdî"têkel hev bike". Wekî din Yeter li ber xwe dide û di-bêje, ev awayê ew dipeyive. Lê di heman demê deew îdeolojiya serwer a ku dibêje Kurmanciya Me-reşê bi awayekî "xwezayî" têkelhev e. Ev danûstan-dina Yeterê bi Mîakîl re îkonîzasyona KurmanciyêMereşê weke "têkelhev" nîşan dide. Lê ew ne kutenê vê qebûl dike, ew her wiha li ber xwe dide, isrardike ku Kurmanciya xwe bi kar bîne û pê nasna-meya xwe ya herêmî diparêze.

BerxwedanPeywenda sinifê wekî din derfetê dide şagirtan

ku îdeolojiyên zimên ên ku mamoste û peywendahînbûna Kurmanciya standart li ser wan ferz dike,muzakere bikin û li dijî wan li ber xwe bidin. Kur-mancîaxêvên Mereşê bi îndekskirina nasnameyaxwe û otantîkbûna varyanta xwe li ber gotarên ser-wer ên ku pê rewabûna Kurmanciya Bohtanê cîbicîbûye. Danûstandina di navbera Yeter, Gulbahar, Ka-muran û mamoste Mîkaîl a li sinifa li rojhilatê Lon-donê de mînakeke baş e. Li vir bi Yeterê dikeniyan.Cihêtiyên herêmî yên weke ‘dilîzim û ‘dalîzim (Kur-manciya Mereşê ), yan jî têkelhevkirina morfemênKurdî û Tirkî yên weke ‘yozmişke dibûn sedem kugelekî bi wê bê kenîn, nexasim jî ewên bêhtir per-werdebûyî û ne ji herêma wê bi wê dikeniyan.

Mamosteyê Yeterê gelek caran Kurmanciya Ye-terê rast dikir û israr dikir da ku ew dengên weke“da”, ber bi “di” ve biguherîne; lê carinan jî wî dev jêber dida û israr nedikir ku Yeter nîşanên devokaxwe biguherîne. Gelek caran aloziyên bi vî rengî biwê yekê dihatin çareserkirin ku mamoste digot, evtenê cihêtiyên herêmî ne û şagirt dikarin kîjan var-yantê dixwazin wê bi kar bînin. Tevî ku armanca Mî-

kaîl hînkirina Kurmanciya standart bûye, ji ber berx-wedana şagirtan carinan ew neçar maye qebûl bikeku beramberî Kurmanciya Mereşê "xweşbîn" be.

Herçî peyv in, Mîkaîl ew qebûl dikin, lê ji bo xisle-tên dengsaziyê yên yeterê wî alternatîf pêşniyaz di-kirin. Yanî Mîkaîl neçar bû ku hêmanên "bi pirsgirêk"ên di varyanta Yeterê de di warê veguherîna dengde muzakere bike. Berxwedana Yeterê beramberêvê veguherîna dengî elaqedarî pêvajoya avabûnanasnameyê ye. Yeter repertuwara xwe zimanî yacihê ji bo avakirina nasnameya xwe ya herêmî bikar tîne û ew li dijî guhertina nîşanên devoka xwe liber xwe dide bi wê yekê ku ew girêdana xwe ya he-rêmî bi bîreweriya xwe ya metalînguîstîk bi gotinênweke "Em wa dabên" derdixe pêş.

Berxwedana di nava sinifê de nîşan da ka nas-name çawa bi dîskursan tên avakirin û muzakereki-rin, û ji ber vê jî ew ne homojen û statîk in.Peywenda sinifê jî nîşan dide ka çawa fikra “stan-dard” jî di peywenda hînbûna Kurmanciyê de têmuzakerekirin û serweriya “standard”ê çawa ji nûve tê hilberîn.

ÇavkanîBakhtin, M.M. 1981. Dialogic imagination: Four Essa ys. Michael Hol-

quist Ed. Caryl Emerson û Michael Holquist (Trans.). Austin: University ofTexas Press Slavic Series.

Copland, Fiona & Angela Creese. 2015. Linguistic ethnography: Col-lecting, analysing and presenting data. London: SAGE Publications Ltd.

Creese, Angela. 2008. Linguistic ethnography. In K. A. King & N. H.Hornberger (eds.), Encyclopedia of language and education, 2nd edn,vol. 10 (Research methods in language and education), 229–241. NewYork: Springer.

Özhan & Abdurrahman Kardaş. 2015. Kurdî Kurmancî 5. Milli EgitimBakanligi Yayinlari.

Gülmez, Gülbeddin, Hasan Gümüş, Ahmet Eyer, Ramazan Yaman, Lok-man Kartal, Abdurrahman Özhan & Abdurrahman Kardaş. 2017. KurdîKurmancî 5. Türkiye: Milli Egitim Bakanligi Yayinlari.

Hudson, R.A. 1996. Sociolinguistics, 2nd edn. Cambridge: CambridgeUniversity Press. Irvine, Judith T & Susan Gal. 2000. Language ideologyand linguistic differentiation. In P.V.

Lippi Green, R. 1994. Accent, standard language ideology, and discri-minatory pretext in the courts. Language in Society 23. 163–198.

Piller, Ingrid. 2015. Language ideologies. In K. Tracy, C. Ilie & T. Sandel(eds.), The

International encyclopedia of language and social interaction, vol. 2,917–927.

(The Wiley Blackwell-ICA international encyclopedias of communica-tion). West Sussex: Wiley-Blackwell Publishing.

Silverstein, Michael. 2003. WP121 Michael Silverstein in conversation:Translatability and the uses of standardisation. Silverstein 2013 intervie-wed by Blommaert & Van der Aa. Skutnabb-Kangas, T. 2010. Crimes aga-inst humanity in education, and applied linguistics – corporateglobalisation or geopolitical knowledge glocalisation? In: Plenary atBAAL. 9-11 September 2010, Aberdeen, Scotland.

Yıldırım, Kadri, Abdurrahman Adak, Hayrullah Acar & Zulkuf Pertev Ra-mazan Ergun. 2015. Kurdi 5. Türkiye Milli Egitim Bakanligi Yayinlari.

Yilmaz, Birgul. 2016. Learning “my” language: Moments of languagesand identities among Kurds in the UK. Unpublished PhD Thesis. SOAS,University of London.

Wergera ji Ingilîzî: Luqman GULDIVÊ

* Nivîskar li vir şaşiyekê dike, lê mirov dikare wisa qebûl bike ku şagirtgava dibêjin başûrrojhilat û gava dibêjin Bohtan jî ne Bohtanê li hemandevera Kurmancîaxêv pê terîf dikin ku ew bi Kurmanciya standart reweke hev dibînin; têbîniya wergêr.

● Berxwedana di nava sinifê denîşan da ka nasname çawa bi dîskur-san tên avakirin û muzakerekirin, û jiber vê jî ew ne homojen û statîk in.Peywenda sinifê jî nîşan dide kaçawa fikra “standard” jî di peywendahînbûna Kurmanciyê de tê muzake-rekirin û serweriya “standard”ê çawaji nû ve tê hilberîn.

Page 14: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

14

Nûcîhan HEZA▼

-Keça min ka wan şimikên limêjê bide destmin.

Dengê wê nizm bû, heçku ji xwe re diştexilî. Bi vêgotinê re jinikê devlingê kirasê xwe hinekî dî bi hewaxist. Her du kevîkên çarika xwe ya spî xiste pişta gûhêxwe. Ji bêvila wê û ji hinarokên wê ya sorik dilopênavê diherikîn; bi destê xwe yê rastê ava li ser wechêxwe paqij kir. Serê xwe ji ber deriyê hemamê, ber biodeyê ve dirêj kir;

-Eytanê, wa Eytanêê!Dengê wê hinekî dî bilintir bûbû. Ji metbexê dengê

xirexirekê hate guhê wê, lê pêjna kesî nehat.-Estaxfirulla, estaxfirulla... Rebbê alemê hefza me ji

ya mezintir bike.Di ber xwe de, fena minminekê çend gotinên wilo

kirin. Dît ku pora wê di ber çarikê re derketiye. Çarikaxwe jê kir û kevîka çarika xwe kire devê xwe. Lastîkaxwe ya spîçolkî ku li ser pora wê jidandî, bi destê xweyê rastê derxist. Pora xwe ya ji nîvî bêhtir spî (Xwedêdizane ku ji mêj ve hene nekeribû) bi her du destan liber qemçika xwe kom kir; ew lastîka xwe ya spîçolkîdîsa li pora xwe bada û çarika xwe li serê xwe pêça.

Vê carê bi dengekî hê bilindtir bang kir;-Keçê Eytanê, lawo ez li hêviya te me. Hey la agir bi

dijminê te ketê! Hema carê ji ber xwe ve bîra tiştanbibin.Ma qey her gavê em ê şîretan li we bikin.

Hê xebera wê di devê wê de,dengekî ziravok ûmelûl ji metbexê hat;

-Va hatim yadêpîrê. Xaltîka Fatîmayê beroşa me yabafûnî xwestibû, gote ez ê mehîrê çêkim, min ewdayê.

-Ê de bera be.De ka lawo,de ka bilezêne..Hê wilo, di destê wê de tevî cohtek şimikê şînik û

lastîkî ber bi hamamê ve hat Eytanê. Di bin etekê wêyê qehweyî de ku heta bi gwîzeka wê xwe diberda,bêcemeyê wê yê pembayî xuya dikir. Her du milênxwe ber bi pêşiya xwe ve qof kiribûn. Di bin fanêreyêwê yê penyeyî, xemrî û fireh de sîngê wê weke du xa-rikan hema hema xuya dikirin. Kezîka wê ya reş kuxweşik hatibû hunandin, ji ser milê wê yê çepê ber bijêr ve xwe berdabû. Lêvên wê yên ziravok terikîbûn,sor dikirin. Sê çar pirzik li êniya wê xuya dikirin, yek jêjî bi xwînî bûbû. Çavikên wê yên hûrik û qehweyîmelûl melûl bûn. Bi carekê xwe tewand ku şimikên li-mêje deynê ber lingê yadêpîra xwe;

-Ha va ye yadêpîrê!Yadêpîrê lingên xwe yên şil, dikir ku têxe şimikan;-Ma keçka min, hewce ye ku ez her car bêjim te?

Hema carê ku te dît ez destilmêj digirim, bê çipûçip ûhere şimikên min bêne devê derî. Yadê qubanê, mane tu êdî ne biçûk î; tu kamil î.

Keçikê dengê xwe nekir, ti tişt negot, mehdê xwe jîtirş nekir; hema wilo bê his û bê deng li pîrika xweguhdarî dikir. Na na, guhdarî nedikir, hew li nav çavêpîrika xwe dimeyzand. Pîrika wê çima her gav hemantişt digotin?

Heta ku pîrika wê gotinên xwe qedandin, ew jî çûwê odeya ku somya lê.

Wexta ku bi hêdîka çû ser somyayê, hema zîqzîqekji textixên wê hat. Heta ku her du kabokên xwe ber bizikê xwe ve kişandin, her du çengên xwe li dora kabo-kên xwe zîvirandin û serê xwe danî ser kabokên xwe,dengê zîqzîqê dewam kir. Berê xwe da ber şibakeyê.

Şibakeyek girtî bû, yek jê jî li piştê vekirîbû û perde-yeke spî li pişt şibakaya vekirî kom kirîbû. Di şibakeyavekirî re çavê wê li dara gwîzê ket. Dengê wîçewîçaçûkekê jî dihat; dibe ku ne çûkek be, du an jî sê…Çavê xwe li gwîzan gerand, qaşûlên wan hê jî şîn bûn.Gwîzeke cêwî hate ber çavê wê, bişirî. Wexta ku zarobûn, ew gwîzên ku du an sê bi hev ve bûn ji wan redigotin ‘Gwîzên cêwî’. Çiqa kêfa wan dihat ,wexta kugwîzên cêwî didîtin. Nexasim wexta ku sê gwîzên bihev ve didîtin ji eşqa difirin, ew û hevala xwe Esmakê.Lê êdî ne zaro bûn; pîrika wê wilo digot. Bi carekêdengê pispista pîrika wê hate guhê wê;

-Siphanalla, siphanalla, siphanallahh. Rebbil ‘ezîm.“Xwezî nihakê ez ne di sinifa 7’an de bûma; me yê

xeta bilîstana bi Esmakê re” digot di dilê xwe de Ey-tanê. Lê na, nabe. Ma ne pîrika wê digot, tu êdî kamilbûyî. Heke li derve bilîsta yê xelkê bigota bavê wênîne, li derve ewaretiyan dike. Dîsa pispista pîrika wêhate guhê wê;

-La îllaha îllalah, Muhammed Resurullah. Estaxfi-rulla estaxfirulla...

Tiştekî, xwe li cama wê şibakaya girtî xist, hemahema dengê wê hat. Eytanê berê xwe da aliyê şiba-keya girtî. Tivîlk… Tivîlkeke reşik. Na, ne tenê reş; dû-vikê wê spî. Çar pênc caran li hawîrdora xwe meyzandtivîlkê, serê wê bi kîjan alî ve diçû hema sûkra wê jî bipê re dizîvirî. Ji nişka ve, weke ku tirsahabe kire firrîn ûçû. Dengê firrîna wê hate guhê Eytanê. Qederekê,hema wilo çavên wê li dû tivîlkê man. Piştre dîsa çavêwê çûn ser dara gwîzê; lê şewqa tavikê li ser darêçûbû. Wîçewîça çûkan, belkî jî çûkê, firk bûbû. “Xwezînihakê di sinifa 5’an de bûma; ez ê çûbana serê daragwîzê” ji xwe re digot Eytanê. Lê na, nabe. Ma ne pî-rika wê digot, heke ji darê bikeve yê keçkaniya wê jîxera bibe. Yê xelkê jî bigota bavê wê nîne û nizamçi… Ma qey keçikên kamilbûyî qet diçin ser darê? Na!

-Ya rebbê ‘alemê, tu hefza me ji neqancan bike, tume neke direka bêbavan, bêbextan.Ya rebbî tu mehefz bike…

Bi dengê pîrika xwe, ji cihê xwe hindikî lebitîbû Ey-tanê. Lê dîsa jî serê wê li ser kabokên wê bû. Dizanî hêdiayên wê neqediyane, hê jê re heye. Na na, ne diayênxwe; hewarên xwe. Ma ne pîrika wê digot, diayên ke-zebşewitiyan nînin, hewarên wan hene.

-Hewara min li te ye ya Xwedayê mino, bi xatirê

peyxemberê Resûlullah, ehlê Xwedê! Tu ji sersebebanre nehêlê, xwîna çavreşê min li erdê nemêne.Ya ŞêxEvdilaqadirê Geylanî, ya Xoceyê Xizir, herin ricayê jiXwedayê min re ku heqê me li dijminê bavê Eytankamin nemêne. Waa Eytanê! Keçê lawo, bavê te pêlawanbû, çawa wan şîrheraman ew kirin bin erdê?

Dengê pîrika wê kelogirî bûbû.-Ew bejna bilind xistin bin axa sar. Axa sar… Ew

çavên reş wenda bûn keçê Eytanê! Ya Xwedayê mino,ya Rebbê ‘alemê tu dengê hewara min bike, tu heqême ji zaliman re nehêle.

Dengê giriyê pîrika xwe bihîst Eytanê, weke wanrojên dî. Ew ji cihê xwe nelebitîbû, hê jî serê wê li serkabokên wê, çavên wê li dara gwîzê. Carekê weke pis-tepistekê ji devê wê pekî;

-Bes, bess...-Ma çi sûncê berxê min hebû? Ya Xwedayê mezin,

tu dengê hewara min bike, heqê me nehêle, çawa kukezaba min şewitî tu kezaba wan jî bişewitêne. Negi-hijta miradê xwe berxê diya xwe. Keçê waa Eytanê,lawo bavê te pêlawan bû, nestêleh bû! Ya ResûlêEkrem here hewara min, bera xwîna berxê min li erdênemêne.

Çavên Eytanê li dara gwîzê, serê wê li ser kabokênwê. Wilo hêdî hêdî dihejand serê xwe. Di neqebalêvên wê yên terikî de pistepisteke hûrik hebû, wekehilmeke ku hema bêj nedihat bihîstin;

-Bes, bes, bes, bess...Dengê pîrika wê qut bû. Bayekî nermik xwe li

wechê wê xist, biska wê ya reş û dirêj hat ser çavê wê;lê neediland. Çembilê şibakeyê hêdîka li dîwêr ket,dengê wê kir. Bayekî dî xwe li bedana wê pêça, wekku hînkayiyek hîs kir. Lerizî..

-Bess...Serê wê li ser kabokên wê, çavên wê li dara gwîzê.

Bawerzînekê bêhna dara gwîzê anî ber bêvila wê;bêhn kir, bêhn kir… Keserek berda, bêyî ku zanibekeser çi ye.

…..-Ya rebbî hezar bar şikir ji te re… Eytanê, rabe lawo

rab! De ka em kara şîva xwe bikin.Dengê pîrika wê ne bi girî bû, ne jî bi kelogirî; ne bi-

lind bû ne jî nizm bû. Hew zelal bû. Tu dibê qey, ewdengê wê yê hewarî wenda bûbû.

Ma gelo hewarên wê gihiştin Xwedê?

Eytanê

◗ Çar pênc caran li hawîrdora xwe meyzand tivîlkê, serê wê bi kîjan alî vediçû hema sûkra wê jî bi pê re dizîvirî. Ji nişka ve, weke ku tirsahabekire firrîn û çû. Dengê firrîna wê hate guhê Eytanê.

Page 15: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

15

Heger meriv rabe û îlam, dirûvekî bi hunerêbixe û tiştekî bibêje; bi hawakî strukturelkewareke mêşan e. Her malikeke vê ke-

warê jî şaxekî wê temsîl dike. Gava malikek jî hil-weşe, kêm bibe an jî bişikê, tu bikî nekî tesîrê litevahiya kewarê dike. Dibe ku her malikek xwedîxweseriyekê be, lê li gor pêçûn û xwendina minaxirê bi hawakî tên li heman kewarê dilûsin. Tişta jiwan hasil dibe jî, tiştkî kolektîv e.

Lewma meriv dikare bêje, huner tev ji kaniya hevvedixwin û dixwazin deng, reng û teamên jiyanê dixwe de bihewînin. Wekî hemû huneran, muzîk jî jikaniya gelek huneran vedixwe. Pirî caran xwe li ne-qebeke di navbera peyv û risteyê de datîne. Nexa-sim muzîka bipeyv, bi ku ve biçe jî axirê li tingîniyadengan û melodiya xweser a risteyan datîne. Wekîgorbuhişt Arjen Arî jî gotî, peyv ji bo her muzîkêserkanî ye û muzîk bi amûran govendê li dû û dorapeyvê digerîne. Bi vê govendgerînê jî dike ku heqî-qeteke hevpar a ruhî, coşeke kolektîv aj bide.

Huner weke meydaneke xilasiyêHelbet ev pêwendî û kolektîvbûyîna di navbera

muzîk û peyvê de, xwe disipêre dîrokeke qedîm kugelek kesan ji pencereyên cihê bi lêv kirine. Wekîxwedawerivandinê, qetandina zincîran, hayjixwehe-bûnê, armoniyekê... şirove kirine. Ji bo civak û ferdbi darî hev kevin û hay ji rewşamaddî û arişî ya heyî çê bibin,barekî katartîk (pakbûn, dawe-rivîn) û ontolojîk li muzîk ûpeyv-helbestê bar kirine.

Yek ji ehlê vê pêwendiya rastjî Nietzsche ye. Li gor wî, divêev pêwendî rast bê danîn.Çimkî, bêyî hunerê ne mimkune mirov ji weziyeta “mirovê tra-jîk” ber bi weziyeta “mirovê bi-lind” ve biçe û ne mumkin e, behsa civakan bike.Heger mumkin be jî wê navê vê vederkirin an jî tec-rîd be. Ew civak wê civakine çolax û kulek bin.Lewma bivênevêya civakîbûnê ye. Xasma jî gavamirov bi siyaset, polîtîka, zanist û wekî din nikarinnêzîkayîtêdana xwe ya ji bo xwezayê tehlîl bikin, ni-karin ruhê xwe têr bikin û dixitimin, yekser berêxwe didin hunerê. Ji lewre, xelasiya civaka ku diwarê aqil, exlaq û heqîqetê de tê rûxandin û ketibenav çiravekê, bi taybetî bi hunerine wekî muzîk ûhelbestê pêkan e. Loma li ber tirs û felaketa hebû-niyê, hunerê wekî rizgarkerê jiyanê û helbestkar/hu-

nermend jî wekî dengdanê li kendal û hevrazên he-bûnê pênase dike.

Coşa kolektîf û TovÎjar di heyamekê de ku ruhê mirovan tê ko-

lekirin, nasname û estetîka mirovan tê qijilan-din, carinan ji her wextî bêhtir pêdivî bi têkilîû pêwendiyeke wisa çê dibe. Car heye, ew coşû hêza ku melodiyek, peyvek an jî ristek li hevbar kirine, dibe sedema bêhnberdan û bêhn-vedaneke mezin. Mirov bi saya vê çirûskê di-kare bi ser hemdê xwe ve bê. Yanî ew ruhêmirov yê zor û tehde lê hatiye kirin û tengi-

jiye, çivan dide xwe û ji wê weziyeta heyî ber bi rew-şeke xurt ve şiyar dibe. Dibe destgirê jiyanê. Dike kumirov careke din li tişta der barê dîrok û cîhanê deşiyar bibe, di parzûna xwe re biparzinîne. Dike ku rêli ber azadiya xwe ya hundirîn veke û di tarîtiyê debibe çûkê Mînerwayê û di wesfê şoreşê de li rasti-yekê deyne.

Belkî jî ev pênase, herî pir li civaka Kurdî tê ku lidij qirkirina çandî, muzîk û helbest kozikên wê yînayê têkşikandin û ji heqîqetên wê yî sereke ne.Car heye ji bo wê helbest stran e, stran helbest e ûdi hemû şevereş û reşetariyan de bi hawara wê ve

tên û coş ûperoşiyekekolektîvpeyda dikin.Yek ji vê coşakolektîv amuzîk û hel-bestê jî albûma “Tov” a Rewşanê ye.

“Tov”, bi sewta xwe careke din nîşan dide, bêmuzîk di navbera edebiyat û helbestê de xwe lineqebeke çawa û qewî datîne. Nexasim jî bi stra-nên bi navê “Dinya Ha Ye”, “Wisa Dixwazim” û“Gulîzera min” ku her sê jî helbestên Fêrîkê Ûsivin, bê çawa peyv-helbest serkaniya muzîkê ye,bê çawa muzîk bi amûran govendê li dû û dorapeyvê digerîne, bê çawa gava peyv-helbest ûmuzîk li sewtekê dibin yekpare û hêzeke çawadiafirînin, bê çawa coşeke kolektîv diafirînin, bêruhekî çilo li mirov hasil dikin, bê çawa ji bo ewruhê mirov yê zor û tehde lê hatiye kirin û têxwestin li qeyd û kelemçeyan bê xistin, dibinhavên, bê çawa di hundir de hêla insanî şiyardikin, bê çawa wê jiyana heywanî red dikin, bê liber qijilandin û kolekirina nasnameya ruhî û es-tetîkî rabûneke çawa peyde dikin...

◗ Car heye ji bo wê helbest stran e, stran helbest e û di hemû şevereş û reşe-tariyan de bi hawariya wê ve tên û coş û peroşiyeke kolektîv peyda dikin. Yekji vê coşa kolektîv a muzîk û helbestê jî albûma “Tov” a Rewşanê ye.

Rêdûr DÎJLE

Coşe

ke k

olek

tîv:

Helbest stran estran helbest e

FÊRÎKÊ ÛSIV

Page 16: Politik - Closte...4 kesan şîn girtiye û li ser vê şînê jî bi Kurdî helbest ni-visîne û stran gotine. Hinek ji wan kesan ew in, Alî Işçimen, Alî Matur, Şah Sultan,

WÊNE: NESÎHO ASÎRAKÎ

Ba

le t

e ne

mîn

i

... Bê,

hat

im ç

ûm b

er d

erê

we

de

Te b

tjna

zir

av r

ay m

in n

eda

Ba

le t

e ne

mîn

iD

ê tu

xw

ar b

e, /

ê b

e se

r m

in d

eEv

çi h

alî k

u em

da

(Kas

im D

urm

uş ê

ji H

arûn

an)