56
SEROK û SOKRATES D i y a l o g Hüseyin Kartal Di vê pirtûkê de ş“ û „ç“ „sh“ û „ch“ hatine nivîsandin 1998 PROLOG SEROK: Ma emê chima bikevin nav diyalogan? Eger em bi xwe bixwazin bash e lê chi karê nivîskar bi me heye ku gotinan bi me bide gotin? SOKRATES: Bi rastî mafê tu kesî tune ku bi me gotinan bide gotin. Mesela Platon bê haya min bi cîldan pirtûk ji devê min nivîsandine, ez nizanim chi bikim? SEROK: Divê em pirsa mafê nivîskar zelal bikin. Gelo nivîskarek dikare bê haya mirov li ser mirov tishtna binivîsîne? SOKRATES: Bash e, ev nivîskarê ku dixwaze li ser me tishtna binivîsîne chi nivîskar e? Xwediyê chi cesaretî ye yan xwe chi dihesibîne ku quretî dike, dibêje ew nebe, em nikarin bikevin pêwendiyê? SEROK: Wî bi xwe divê em nas kiribin, beriya nivîsa wî bi salan ez û tu em di pêwendiyê de bûn û metodên me eynî bûn. Vêga rabe quretî bike eyb e ji wî re. SOKRATES: Pirsgirêk ev e ku emê bi wî re chawa bikevin têkiliyê, divê em pirsên xwe ji wî bikin ka ew chi, chima, chawa difikire?

SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK û SOKRATES D i y a l o g

Hüseyin Kartal

Di vê pirtûkê de „ş“ û „ç“ „sh“ û „ch“

hatine nivîsandin

1998

PROLOG SEROK: Ma emê chima bikevin nav diyalogan? Eger em bi xwe bixwazin bash e lê chi karê nivîskar bi me heye ku gotinan bi me bide gotin? SOKRATES: Bi rastî mafê tu kesî tune ku bi me gotinan bide gotin. Mesela Platon bê haya min bi cîldan pirtûk ji devê min nivîsandine, ez nizanim chi bikim? SEROK: Divê em pirsa mafê nivîskar zelal bikin. Gelo nivîskarek dikare bê haya mirov li ser mirov tishtna binivîsîne? SOKRATES: Bash e, ev nivîskarê ku dixwaze li ser me tishtna binivîsîne chi nivîskar e? Xwediyê chi cesaretî ye yan xwe chi dihesibîne ku quretî dike, dibêje ew nebe, em nikarin bikevin pêwendiyê? SEROK: Wî bi xwe divê em nas kiribin, beriya nivîsa wî bi salan ez û tu em di pêwendiyê de bûn û metodên me eynî bûn. Vêga rabe quretî bike eyb e ji wî re. SOKRATES: Pirsgirêk ev e ku emê bi wî re chawa bikevin têkiliyê, divê em pirsên xwe ji wî bikin ka ew chi, chima, chawa difikire?

Page 2: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Em bi wî re hertim di têkiliyê de ne lê têkiliya me bi xwe, rê nade ku em bi wî re bipeyivin. SOKRATES: Chawa yanî? SEROK: Cesaret nake derkeve pêsh me. Dixwaze dûrî me bi me re be û xwe di nav char dîwarên mala xwe de hepis kiriye, van tishtna dinivîsîne. SOKRATES: Derkeve pêsh me, bi me re bipeyive nikare hîn bêtir û xurtir binivîsîne? SEROK: Ew dixwaze ji tesîra me dûr bimîne. Li gor fikrên wî divê nivîskar azad be. SOKRATES: Bila dîsa azad be, ma em jê re nabêjin wiha û wisa binivîsîne. Ma mafê me nîne ku em li ser tishtên derheqê me de tên nivîsandin agahdar bin? SEROK: Ew dibêje kengê nivîs tewa bû mafê Serok û Sokrates heye ku li ser wê ramana xwe diyar bikin, rexne bikin. Ya rastî ez naxwazim xebera min ji karê nivîskaran hebe ka ew chi dinivîsînin ji ber ku gava mirov ramana xwe bibêje, dibe ku di tesîra wê de bimînin. SOKRATES: Tu dibêjî, em dev jê berdin, ew chi dinivîsîne bila binivîsîne? SEROK: Tu chi difikirî? SOKRATES: Ez chi bifikirim, nivîskar wê gotinên li gor dilê xwe bixe devê min. Ez bixwazim nexwazim ewê gotina xwe bike, ne chêtir e ku em dev jê berdin? SEROK: Belê, chi dinivîsîne ew û wîjdana xwe. SOKRATES: Ya bê wîjdan be, li me îftira bike? SEROK: Dîsa ew û wîjdana xwe. Em ji xwe bawer in; kî chi dibêje, dinivîsîne ew zane! SOKRATES: Ez jî, mîna te difikirim. SEROK: Wê demê em dest bi diyalogên xwe bikin. Diyalog - I - Kevir û Serê Kurdan SOKRATES û SEROK SOKRATES: Te got kevir li serê Kurdan bikeve, serê wan nashkê kevir dishkê? SEROK: Belê, lê ne her car. SOKRATES: Ev tishtekî gelek ecêb e, ez dixwazim zanibim, mebesta te chi ye? SEROK: Ez dizanim tu fîlozofekî pir mezin î, te mebesta min fam kir. SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne, chawa? Ma kevir ji serê mirov ne hishktir e? SEROK: Kevir ji serê mirov hishktir e. Tu van tishtan bash dizanî, lê ez metodên te dinasim; tu dixwazî cewhera her gotinê bi pirsên hêsan zelal bikî. SOKRATES: Tewecuha te ye. SEROK: Ez pircaran ramankevirên gir davêjim serê Kurdan, lê kevirên min parche parche dibin û plansaziya min mîna dilê min dixwaze pêk nayê. SOKRATES: Ecêb e, ev Kurd chi mirov in? SEROK: Di dema we de ji Kurdan re digotin Mad, Kardox ûwd. Rola Kurdan di dîrokê de ji rola gelên din ne kêmtir e. Lê rewsha strateciya welatê wan hîshtiye ku ew bi hezar salan di bin destê dagîrkeran de bimînin... SOKRATES: Pirsa kevirê... SEROK: Belê, ezê bêjim. SOKRATES: Gelo kevir hishk e yan serê Kurdan?

Page 3: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Ma tu dizanî ku kevir ji serê mirovan hishktir e. SOKRATES: Lê ez nizanim ka kevir ji serê Kurdan jî, hishktir e yan na. Ji ber ku min tucar serê Kurdekî bi kevir re nedaye ber hev. SEROK: Mebest ne hishkbûna hestî û gosht e. SOKRATES: Mebest mejî ye? SEROK: Belê, Kurd jî, ji gelên din ne cuda ne. Bi aqil in, lê her tim ji bo mafê xwe nafikirin. Ji bo xwe ne ewqas berepêsh difikirin. Kes tên welatê wan digirin, li wan dixin, zar û zêchên wan dikujin, ew ji vê yekê re tu chare nabînin. Yek chare bide pêsh wan jî, bi cî naynin. SOKRATES: Hîch sher nakin? SEROK: Dikin. Pir caran sher dikin lê dost û dijmin ji hev cuda nakin. Bashî û xirabî ji hev cuda nakin... SOKRATES: û dichin serê xwe li keviran dixin, dishkînin? SEROK: Mirov dikare wisa bêje. Lê di cewherê karê de mejiyê xwe bê ku bigîje kevir parche dikin. Kevir li ba mejiyên wan nerm dimîne. SOKRATES: Ez hîch tisht tênagîjim. SEROK: Dema hun di ´demokrasiya Athen´de dijiyan, demokrasî hîch tunebû. Ji wê rojê heta roja me 2394 sal derbas bûn, demokrasî hîch chênebû, lê dîsa navê wê di devê herkesî de ye. Te digot ku herkes mîna hev bi aqil e. Tu li ser kolanan digeriyayî û bi herkesî re dipeyivî We digot kole jî, bi kêmayî mîna yên ne kole bi aqil in, lê we tenê bi peyv digot, we tu rêxistin ava nekir. Dîsa jî, ew demokrasiya bi navûdeng te kishand sêpê, bi dar ve kir. Rast e te lehengî kir, dev ji gotina xwe berneda, xwe fîda kir, lê ji vê yekê chend kes ders girtin? SOKRATES: Nizanim. SEROK: Tenê Platon pichek jê ders girt û têgihisht ku tu demokrasî tune. SOKRATES: Platon xortekî bash bû. SEROK: Ji ber ku kevir ji serê wî hishktir bû. SOKRATES: Nizanim, min hîch kevir li serê wî nexist. SEROK: Min jî, hîch kevirê kevir li serê Kurdan nexist. SOKRATES: Tu chawa dizanî ku serê wan ji kevir hishktir e? SEROK: Dema wan tu bi dar ve kirî shûn ve di mejiyê mirovahiyê de guhertin chêbûn. Platon ûwd. xwe li ser jiyana civakê bi fîlosofî kûr kirin. Mirovahî gelek nirxên hêja ava kirin. SOKRATES: Ji wê demê re dibêjin antîkdem (kevnedem). SEROK: Antîkdem dema destpêka rûmetên raman û avahiyê ye. Lê hîn char sed sal derbas nebûn ku dema herî xirab di dîroka mirovatiyê de dest pê kir. SOKRATES: Bawer im yekî bi charmixê kirin, ne? SEROK: Jê re digotin Isa. Pishtî wî bi charmixê kirin chend sedsal shûn ve demeke dest pê kir ku ji aliyê pêshvechûnên raman û avahî zor xirabî berepêsh xist. SOKRATES: Ji wê demê re nabêjin Navîndem, yan jî, tarîdem? SEROK: Belê. SOKRATES: Di Navîndemê de serê desthilatdaran ji kevirê ne hishktir bû? SEROK: Mirov dikare wisa bêje. SOKRATES: Ma serê Kurdan di wê demê de ji kevirê ne hishktir bû? SEROK: Mirovahî, di pêvejoka vê demê de pir zor û zehmetî kishand. Hezar sal zêde di vê dema tarî de chîrûskên ronahiyê dem bi dem vedidan, lê zû dihatin fetisandin. Gelek kesên mîna we hêja di vê demê de hatin kushtin. Avahî hatin xirakirin. SOKRATES: Na, ez bi hêja û nehêja bawer nakim. Tenê dikarim bêjim ku serê min ji kevirê nermtir bû û gava kevir lêxistin dîsa jî, neshikiya lê ez mirim. SEROK: Belê her tisht di vê gotina we de veshartî ye. Hun nemir in, hun dijîn. Herê serê we neshikest lê pelixî, mejiyê we belav bû, xwe berda ser cîhanê. Pishtî hezar salî zêde derbas

Page 4: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

bûn, dem dîsa xwe guhert. Nûdem dest pê kir. Lê nûdem jî, di nav xwe de besh bi besh heta dema nûjen belav bû. Mirovahî pir pêsh ve ket. Mirovahî chiqas pêsh ve ket ewqas jî, pash ve chû... SOKRATES: Ez tênagîjim, mesela kevirê û serê Kurdan!.. SEROK: Ne tenê. Ew dilopek ji deryayê bû. Rast e, mirov bi teknîk û raman pêsh ve chûn. Lê her pêshvechûn bi xwe re pashketinek jî, tanî. SOKRATES: Ev ne zagona surushtê yê. SEROK: Ne tenê. Zagona surushtê her tim pêsh e. Lê carna hêz û bedewiya pêshketinê bi felaketek ji holê radibû, mirov pir tishtan ji nû ve dest pê dikirin. SOKRATES: Chawa? SEROK: Wekokek herî teze ew e ku hin dewlet bi durushmên armancên Mirovahî ava bûn û carekî din têk chûn. Ji ber ku tenê durushme nikarin jiyana civakê bidomînin, pêwîst e durushme di jiyanê de pêk bên, li anegora jiyanê bin. Her tisht ji nû ve divê bê hêzkirin... SOKRATES: Baweriya min bi qiweta raman heye. SEROK: Em bên pirsa serê Kurdan û kevir. SOKRATES: Ez pir bi heyecan im. SEROK: Mînak ez sed caran gelek pirs bi komikên mirovan re zelal dikim... SOKRATES: Ez hêza te ji hêla rêxistin, raman ûwd. bash dizanim. SEROK: Lê pir caran cardin vedigerim û ji serî ve dest pê dikim. SOKRATES: Sebr û heyecana te ji bo kar bash hîs dikim.. SEROK: Mînak ez carna gotinek li ser beshekî civakê dibêjim, shash tê famkirin. Gava dilêshiya xwe li ser hin awayan diyar dikim, hinek hene bê ku tê bigîjin ez chi dibêjim, min tekrar dikin... SOKRATES: Tekrar bash e... SEROK: Tekrar bash e, eger mirov bi naverokê bash tê gihîshtibe. Lê mirov tê negihîshtibe tekrar pir zerar e. SOKRATES: Tu pir bi êsh î... SEROK: Ji êsha xwe chareyan derdixim. Pir kes ne êsha min ne jî, chareyên didim pêsh fam dikin. SOKRATES: Lê dîsa jî, mîna ku fam kiribin shanî didin? SEROK: Hîn xirabtir. Pir caran avahiyên pêkhatî xira dikin, ramanên serkeftî vala derdixin. SOKRATES: Heyf. Ev chi mirov in, chi kar dikin? SEROK: Piranî ji wan wezifeyên gelek pîroz hilgirtine ser milên xwe. Hin durushman davêjin, lê mana wan durushman di jiyanê de chi ye(?) li ser nasekinin. Tu dibêjî qey mirovên navîndemê ne. SOKRATES: Mînak ji kerema xwe... SEROK: Mînak ez dibêjim, gundîno hun xwedî li welatên xwe dernakevin, tirsonek in, li ber leshkerekî dilerizin; roja din gelek kes hene ku xwe rewshenbîr dibînin, bi dev hêrîsh dikin gundiyan. Ji ber ku bingeha gotinê nafikirin, dest bi dijûnan dikin. SOKRATES: Ew chawa rewshenbîr in? Ma chima gelê xwe, gundiyên xwe hishyar nakin, eger bi xwe hishyar in? SEROK: Roja din ez gotinek li ser rewshenbîran dikim, dibêjim rewshenbîrên Kurd bi wezîfên xwe ranabin, ronahiya serê xwe gur nakin û nadin gelê xwe. Ez dixwazim hemû bi kar hev mezin bikin, mezin bifikirin, chalakiyên mezin bikin, herkes ji yên din fêr bibe; lê hin ji wan radibin dixwazin dersê bidin yên din. Ez dibêjim pirs têgihishtina demê ye, hinek radibin mîna mamosteyên dibistanan dûr û dirêj li ser ´rewshenbîr chi ye´ dipeyivin; ma yekî ku nizanibe rewshenbîr chi ye, ji xwe chi têkiliya wî bi rewshenbîran re heye. Gava ez hin nirxandinên wisa dikim, hema hin kes dest pê dikin, rewshenbîran didin ber dijûnan; tishtên ecêb dibêjin. Ji wan re dibêjin hun kûsî ne, nizanim chi ne...

Page 5: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Qey ji ber kûsîtî serê wan kevir dishkîne? SEROK: Pirsên provokatîf dikî Sokrates! SOKRATES: Bibexshe! Bi rastî karê we pir zor e. Ez ji mamostetî bêtir xwe timî shagirt dihesibînim. Ez dixwazim ji Kurdan û li ser Kurdan hûrkolînek chêbikim. Hêvî dikim ku emê hîn pir diyalogan deynin. Ez nizanibûm ku Kurdbûn evqas zor e. SEROK: Mesele ew e ku mirov bersiva pirsên zor bide, kar û barê mirov chiqas zor be jî, xwe bêchare nebîne. Ez mirovên Kurd bash nas dikim, ji wan ne bêhêvî me. Helbet emê diyalogên xwe hîn bidomînin... SOKRATES: Tu dibêjî wê rojek bê ku wê kevir karibe serê Kurdan bishkîne? SEROK: Tu pirsê pir bash fam dikî. Ew roj ne dûr e. Diyalog -II - Form û Giyan SOKRATES REWSHENBÎR, NALSRAZOB û SEROK SOKRATES: Ka ji min re diyar bikin hun chawa rewshenbîr in; navê we rewshenbîr e, yan jî, beshê hun li ser dixebitin wisa bi nav dibe? REWSHENBÎR: Bibuhre mîrza Sokrates, ez bash tê negihîshtim, hun ji min chi bersiv dixwazin? SOKRATES: Mirov pirsan bi pirs nabersivîne. Bash e, ka ji min re diyar bikin maneya rewshenbîr mîna nav û maneya rewshenbîr mîna jiyan yektisht in yan na? REWSHENBÎR: Ez dibêjim ne yektisht in lê hevbesh in. SOKRATES: Yektisht bi xwe yektisht e yan dibe pirtisht? Eger yektisht dibe pirtisht, chima em dibêjin yektisht û eger pirtisht yektisht e, chima em qala pirtisht dikin? REWSHENBÎR: Ez dibêjim yektisht nikare bibe pirtisht, eger ew bi rastî yektisht be û tishtek pirtisht be, ew jî nabe yektisht. SOKRATES: Hun bi bersivên xwe pir bi lez in. Birêz Serok ji min re gotibû ku kesên xwe rewshenbîr dibînin, bê ku têbigîjin pirs chi ye bersivan didin. Birêz Serok tu dixwazî ramanên xwe li ser rewshenbîran ji min re zelal bikî? SEROK: Ez dixwazim hun hinek din berdewam bikin, bawer im wê ji ramanên min re pir gerek nemîne, gava ez te gohdarî dikim, pir tisht fêr dibim. Bila kesên xwe tishtek dibînin pichek di nav lepên we de nezaniya xwe bibînin. SOKRATES: Tu pir bi sebir î. REWSHENBÎR: Birêz Sokrates wisa dibînim ku hun bi bersivên min ne dilxwesh in! SOKRATES: Ez ji her bersivan ders derdixim, gelek tisht fêr dibim. Hun ji xwe re dibêjin “ez rewshenbîr im?” Gava dibêjin chima dibêjin? REWSHENBÎR: Hun jî, ecêb in, ji ber ku ez nivîskar im, min zanîngehê tewa kiriye, ez tixtor im, abûqat im, navê min heye, ma ev hemû ne bes in? SOKRATES: Giyan û raman beriya her tishtan tên. Beriya ku forma mirov, yanî lashê mirov hebe jî, giyan û raman hene, lê ne xwedîqalib in. Kengê qalibê xwe dibînin tê de bi cî dibin. REWSHENBÎR: Chi pêwendiya vê gotinê bi axaftina me heye? SOKRATES: Carna giyana mishkekî belkî bi shashî bikeve shêrekî; ma ew shêr pisîkê bibîne nareve, ji tirsan xwe venashêr e? REWSHENBÎR: Belê.

Page 6: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Em bêjin giyana shêrekî bikeve mishkekî, wê demê ku mishka shêrgiyan pisingê bibîne qey dibeze? REWSHENBÎR: Bawer nakim, ji ber ku mishk xwe mîna shêr dibîne. SOKRATES: Bash e; ma pising wê hêrîshê mishkê shêrgiyan neke û wî parche neke, nexwe? REWSHENBÎR: Belê, ji ber ku ew dîsa mishk e. SOKRATES: Em bêjin, mirovek heye, ne zana ye lê xwe zana dibîne. Xwe chiqas zana, pispor bihesibîne jî, nizane. Gelo ne mumkun e ku giyana yekî zana ketibe forma yekî nezan û herdu li hev nayên. Em bêjin giyana goshtfiroshekî (qesab) ketibe qalibê tixtorek, gelo ew qalibtixtor wê bikaribe li nexweshan mêze bike, derman binivîsine? REWSHENBÎR: Bawer nakim. SOKRATES: Emê hêdî hêdî hevdu fam bikin... REWSHENBÎR: Hêvî dikim... SOKRATES: Em bêjin kesek heye xwe rewshenbîr dibîne, lê giyana wî ne giyana rewshenbîrek e, giyana kûsiyek e. Forma wî jî, forma rewshenbîr e. Gelo wê kûsîgiyan karibe welew ku di qalibê rewshenbîrekî de be jî, bigîje têgîshtin û afirandinên rewshenbîrgiyanek? Em bêjin di qalibê rewshenbîrekî Kurd de giyana biyaniyek heye û ev giyan ne kurdperwer e; ma wê dilê wî rewshenbîrî bi Kurdan bishewite, ji bo gelê Kurd xebat bike? REWSHENBÎR: Chi pêwendiyên van pirsan bi min re hene birêz Sokrates? SOKRATES: Bi rastî kevir ji serê Kurdan nermtir e. Ez dixwazim bersiva ´chi pêwendiyên van pirsan bi te re hene´ birêz Serok bide. SEROK: Min qala kevir û serê Kurdan kiribû... SOKRATES: Ya rastî vêga bash têdigîjim, mebesta we chi bû. SEROK: Yek û yek dibe chend birêz Rewshenbîr? REWSHENBÎR: Yek û yek dibe dido, ma ev chi pirs e? SOKRATES: Hun pir bilez in birêz rewshenbîr... SEROK: Chima yek û yek dibe dido, ji kerema xwe Nalsrazob tu bersiva min bide! NALSRAZOB: Hin tisht hene bê sedem in, ne pêwîst e mirov li egerên wan bigere. SOKRATES: Bê eger hîch tishtek nîne. Eger bê eger be ew tenê hînbûneke shash e. REWSHENBÎR: Bi rastî êdî pênagîjim hun chi dibêjin.. SEROK: Tisht nabe, tu ji xwe li pash hertishtî mayî... Yek û yek dido ye û ne dido ye jî. Rewshenbîr rewshenbîr e û ne rewshenbîr e jî, ne wisa ye mamoste Nalsrazob? NALSRAZOB: Ma ez ne mecbûr im her tishtên hun dibejin qebûl bikim.. SOKRATES: Pir bash. Divê hun timî bi shik nêzîkê tishtan bibin. Lê sedemê shika xwe jî, divê hun bêjin. Eger hun sedem û îspatan neynin û gotina me jî nerizînin, tu maneya gotina we namîne, hun nikarin bibin rewshenbîrekî Kurd û fîlozof; biyanî dimînin. SEROK: Birayê Nalsrazob, rewshenbîrê hêja, mebesta min rabûna her Kurdekî ye. Bi rabûna Kurdan, mezinlîstina wan ez pir serbilind dibim. Biyanîbûna we rewshenbîran ji pirsê re bes e. Mirov divê bi kêmayî li pash dijmin nemîne, rastiya dijmin dibîne gerek hun jî, karibin bibînin. Mîna mamosteyê mezin Sokrates jî, dibêje, mîna ku di forma we de biyaniyek, nezanek hebe, ev rewsh beriya herkesî divê we aciz bike, hun hesabê ji xwe bipirsin. Eger birastî hun rewshenbîr in, ne tenê di forma rewshenbîran de ne, xwe bi gelê xwe mezin bikin. Ehmedê Xanî mînak bigrin, wî bibuhrin... SOKRATES: Eger nivsha nû ya kevn nebihure, di wê civakê de pêshketin nache ser. SEROK: Wekokan bide, Sokrates! SOKRATES: Eger Platon (Eflatûn) nebûya, hunê îro nizanibûna ramana min chi ye. Eger we tenê mîna serokatiyên pêsh xwe bikira, serketina we ne mumkun bû. We berjewendî ji tecrûbên hemûyan girt lê mîna wan nekir.

Page 7: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

REWSHENBÎR: Hun her car qala tishtek dikin, ez pê nagîjim. We gotibû yek û yek dido ye û ne dido ye, chima? SEROK: Bash ku me dest bi geometrî nekir, ev rebenê han hîn di destpêka arîtmetîkê de maye. Bersiva wî bide mamoste Sokrates. SOKRATES: Yek û yek dido ye ji ber ku du heb yek tên ba hev dibin dido. Yek û yek ne dido ne ji ber ku her yek bi serê xwe yek e, ne dido ye, yanî du heb yek in. Yek dikare bibe nîv dîsa ne yek e. Char heb nîv dikarin bên cem hev dîsa dibin dido. SEROK: We fam kir rewshenbîr? Yanî yek yek e yan ne yek e, ew jî pirs e. Yek chima yek e, chima dibe nîv, chima dibe dido, li ser van pirsan jî, hun bifikirin... SOKRATES: Mînak rewshenbîr jî, hebû; chima rewshenbîr? Kî dibêje, chima dibêje, mirov bêje dibe, yan sedem gerek e? Sedem hebe dibe yan ji mirov re wisa dixuyê? Her tishtê ji mirov re bixuyê jî, wisa ye yan ne wisa ye? Wisa be chima, ne wisa be chima wisa dixuyê, em chima wisa bi nav dikin? SEROK: Mamoste Sokrates pir zor neke. Ka bila ew bersiva hin tishtan bidin, emê karibin rojên pêsh hîn jî, sohbeta xwe bidomînin. SOKRATES: Tu Kurdên xwe pir bash dinasî! SEROK: Ew ne tenê Kurdên min in, ez jî, Kurdê wan im. SOKRATES: Lê ew te fam nakin. SEROK: Rojek bê wê min bash fam bikin. Ez bi dil û can bi wan re me. Ew dichin xulamiyê ji pir kesên noker re dikin, li ser min jî, dixwazin axatî bikin. SOKRATES: Aliyekî axatî her tim xulamî ye. Ji xulamî axatiyê tund derdikeve. SEROK: Belê. Kurd pircaran ji dijmin re xulam, li hember hev axa ne. SOKRATES: Heyf. Xwezî ne axa ne xulam bûna! SEROK: Armanca min rakirina xulamtî û axatî bi her awayî ye. SOKRATES: Serkeftin pêsheroja te ye. Daxwaz û ceht mirov dibe serkeftinê. Di te de herdu jî, bi awayekî xurt dibînim. SEROK: Armanca min mezinkirina insanan e. Eger yek rewshenbîr be, bila bi rewshenbîrî mezin be, gundî be bila bi gundîtî mezin be, cahîl be bila hîn bibe, bibe zana. Bila zanatî dilnermî be, ne pozbilindî; ji ber kesek tune ku her tisht bizane, herkes hin tishtan bi sînor dizane. Her tisht, zanyarî jî, bi sînor e. SOKRATES: Mirov nikare bibe zanayê tewa, lê dikare zanebûna xwe bi tecrûban binexshîne. SEROK: Te pir xwesh anî ziman. SOKRATES: Spas. Ez dixwazim em sohbetên xwe bidomînin. Ez ji we pir tecrûbe digrim, pir tishtên nû fêr dibim. SEROK: Tewecuha te ye. Sohbeta te ji bo me tijî ders in. SOKRATES: Ez chiqas Kurdan dinasim, pirsa wan bala min bêtir dikshîne. SEROK: Bi hevxebata te emê gelek dilsha bin, Sokrates. Pir Kurd hene xwe nêzîkê me nakin. SOKRATES: Chi heyf. Ew chiqas feqîr in. SEROK: Belê. Em dixwazin ew jî, dilberz bin. SOKRATES: Belkî ew bash tê nagîjin hun ji wan chi dixwazin, carekî din ji wan re bêjin! SEROK: Em her car dibêjin, emê her car jî hîn bêjin. SOKRATES: Chi ji destê min bê ez bi vê nezaniya xwe amade me bi we re bim. SEROK: Emê bi zanyariya we serbilind bin. Diyalog - III -

Page 8: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

Sohbet li ser Wêje SOKRATES EHMEDÊ XANÎ, REWSHENBÎR û SEROK SOKRATES: Serokê birêz, va ye Ehmedê Xanî, li vê derê ye, em dikarin ji wî hin pirsan li ser wêje ûwd. din bikin, ew jî, bi zanebûna xwe ya giran û bi rûmet bi bersivên xwe me ronî bike. SEROK: Rast e. Fermo dest pê bike, chi dixwazî pirs bike! SOKRATES: Birêz Ehmedê Xanî, kûrê gelê bindest, hozanê sedsalan nemir, hun ji me re li ser rewsha wêjeya Kurdî nûjen chi dikarin bibêjin? EHMEDÊ XANÎ: Li min fedî ye ev pesn û rûmet / li pêsh mirovên zana û qiwet / hîn zû ye gotin li ser demwêje / wêjeya nûjen pêsh û dirêj e. SOKRATES: Rast e, hîn bishkuvên wêjeya nûjen dest bi vebûnê nekirine, lê hun li ser pêsherojê chi difikirin? Gelo wê kengê cosha nivîs bi mistewa bilind xwe ronî bike? EHMEDÊ XANÎ: Berî hertishtî pêwîst bû tacek / daku bi kesî nebe muhtacek / ji bo kurd nebin bindestên timî / ji xwe re deynin bingehek hîmî / Ziman û wêje zû dibin ronî / ger mirov bingeh bo welat danî / pêshketin û pêshvechûn û nûjenî / hemû dest pê dikin bi vî cewherî. REWSHENBÎR: Ya rastî ez ne pirsên Sokrates ne bersivên birêz Ehmedê Xanî tê nagîjim, ji kerema xwe hun dikarin mebesta xwe hîn zelaltir bînin ziman? SOKRATES: Bash e. Hun chi kar dikin, pîsheya we chi ye birêz Rewshenbîr? REWSHENBÎR: Min îlmên fîlosofî û sosyolojî xwandine, niha jî, li ser Ehmedê Xanî û helbestên wî dixwazim xebat chêbikim. SOKRATES: Tu pirsên min ji bo we nemane, bersivên ez bidim we birêz rewshenbîr ji kok hîch nîn e. SEROK: We fîlosofî xwandiye, bash e. Hun Sokrates dinasin? REWSHENBÎR: Belê, fîlozofek Yonanî ye. SEROK: Xwe li ser chi beshî kûr kiriye, di kîjan demê de jiyaye û chawa têkoshîn daye? REWSHENBÎR: Bawer im, pir kevn e, min hîch berhemên birêz Sokrates nexwandine. SOKRATES: Berhemên min nîn in. REWSHENBÎR: Chawa? Navê te chima li ser hemû fîlosofan e? EHMEDÊ XANÎ: Va ye rewsha me, tac û fîlozof / bizanin chima wêje pash û qof / lê hêviya min ew dem ne dûr e / ronahiya nûjendem jî, pir kûr e. SOKRATES: Li ser wêje pirsên min neman. REWSHENBÎR: Ma, ka tu bersiv jî, nehatin. Eger hun rê bidin ez dixwazim hin pirsan ronî bikim, ka chima wêjeya Kurd ewqas li pash maye, yan jî pêsh nache... SOKRATES: Ez bawer im, birêz Ehmedê Xanî bersiva min bi kurahî da, lê tu dikarî dîsa jî, ramana xwe ji me re bînî ziman, daku em hîn jî, ronîtir bibin. REWSHENBÎR: Sedema pêshneketina ziman û wêjeya Kurdî ew e ku tu îmkan di destên Kurdan de, bi taybetî jî, nivîskar û rewshenbîran de tunebûye... SOKRATES: We bê îmkan zanîngehê tewa kir? REWSHENBÎR: Hun zanin hin taybetiyên nivîskar û rewshenbîran hene, divê mirov wan bide ber chav. Lê di me Kurdan de kes rûmeta nivîskar û rewshenbîran nizane. SOKRATES: Ne we got derfet tune. Eger derfet tune û we tishtek nekiriye, hun dikarin bikevin kategoriya nivîskaran? REWSHENBÎR: Chima na? Ma derfet hebûn ez nebûm nivîskarekî, fîlozofekî mezin? SOKRATES: Hun ji kî, bi chi awayî alîkarî dixwazin? We bi awayekî anî ziman ku wêjevan, fîlozof ûwd. yên mezin ji ber bêderfetiyê chênebûne...

Page 9: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

REWSHENBÎR: Belê. SOKRATES: Tishtek chênebûbe, mirov dikare rûmeta wî bigre, alîkarî bike, yan jî, jê re derfetan pêshkêsh bike? REWSHENBÎR: Na, nikare. SOKRATES: Wê demê gotina ku derfet nîn in jî, bê mane dimîne. Derfet ji bo kesên bixwazin tishtan bikin hene. Derfet ew kes bi xwe ne. Nivîskar bi xwe nikaribe biafirîne, hun derfetan gish bixin xizmeta wî jî, nikare. Fîlozof ji bo ku fîlosofî bike, li anegora min pêwîstiya wî bi tu derfetan jî, nîn e. SEROK: Birêz Sokrates, tu hîn rewshenbîrên me bash nas nakî. Piranî tên qala derfetan dikin, em bi gish derfetên xwe dixin xizmeta wan lê dîsa jî, gava ji chav winda dibin ji bîr dikin. Wekî din we pir bash anî ziman, bi gotina ku derfet tu rêyên mezin ji afirandinan re venake. Divê di mirov de, di mejiyê mirov de teqandin chêbin. Yek nikaribe mejiyê xwe mîna volkan pêk bîne, bi agirên mejiyê xwe ronahiyên mîna rojê biberiqîne, di destê wî de ji gilî û gazin bêtir tutisht namînin. SOKRATES: Te pir xwesh anî ziman, tam ji dil û hishê min... SEROK: Rewsha nivîskar û rewshenbîrên me ya vê demê gilî û gazin e. EHMEDÊ XANÎ: Heyhat ev derfet îro bo Kurdan / Dîrokê binêr talan û tofan / Ev rabûn û serhildan / Ev zanistî û Berxwedan / Yekemîncar e ji bo Kurdistan / Ji bo Kurdistan wek baxcha gulan REWSHENBÎR: Nizanim hun hemû qala chi dikin? Tu dibêjî qey Kurdistan serfiraz bûye , tenê ez pê nizanim... SOKRATES: Rast e, te bash got. Kurd tirsê tirsandine, giyana xwe ji qirêjiyê paqij dikin. Kesek îro bixwaze Kurdan fam bike, pêwîst e bi metodên berê xwe nelivîne. SEROK: Hun chi diponijin, birêz Nalsrazob? NALSRAZOB: Ez chi bêjim. Tu dibêjî qey hin tisht ji min re jî, ronî dibin, lê bi rastî ez pê re nagîjim ku rewsha xwe li vê anegorê zelal bikim... SOKRATES: Eger we dest bi shikê kiribe bash e mîrze Nalsrazob. REWSHENBÎR: Ez nizanim ev Nalsrazob chima dest bi shikê kiriye, ji bo chi? Ez tênagîjim Ehmedê Xanî chi dibêje, Sokrates dibêje tu berhemên wî tunene, ew chawa ewqas bi nav û deng bûye, ezê ji kî bipirsim, wê kî bikaribe bersivên min bide... SOKRATES: Hun dest bi pirsan bikin, wê rojek bê hunê bikarin bersivan jî, doz bikin? Tishtê bash ew e ku mirov hertim pirs bipirse. Bi pirsan mirov dikare ronî û zelalî bibîne. Divê mirov hîch nebêje “ez zanim”, mirov chiqas zanibe, ewqas nezan e. Mirovê herî bi aqil ew e; ew zane ku tishtek nizane. REWSHENBÎR: Ez we hîch fam nakim birêz Sokrates. Ez ne we, ne birêz Serok, ne jî, birêz Ehmedê Xanî hîch yekî ji we fam nakim. Ez êdî birêz Nalsrazob jî, fam nakim. Ez hîch tishtek nizanim... SEROK: Belkî cara ewil e ku we gotineke rast got. Bash e, emê hev hêdî hêdî fam bikin. Zanistiya herî mezin ew e ku mirov xwe mezin nebîne, xwe zana nebîne. Eger mirov zana be, bi zanistiya xwe li pêsh chav e, ne bi pesna zanistiya xwe. Birêz Sokrates, emê karibin bi rewshenbîrên nûjen serkeftineke chandî, hunerî pêk bînin yan na? SOKRATES: Ez bawer im. SEROK: Tu bi chi bawer î? SOKRATES: Ez bi hêza te bawer im, ez bi rewshenbîrên Kurd bawer im. Ev chekê tu didî destê wan ne bichûk e; wê rojekê bikarin pêk bînin. SEROK: Birêz Ehmedê Xanî, tacê helbestvanan, fîlozofê nemir û gelperwer hun chi difikirin? EHMEDÊ XANÎ: Herwiha berdewam be serkeftin / Salên pêsh me êdî Kurd ne bindest in / Afirandina ziman, wêje û dewlet / Girêdaye bi serxwebûna siyaset SOKRATES: Ehmedê Xanî fîlozofekî, zanayekî, wêjevanî berz e...

Page 10: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Belê. Em dixwazin di dema me de jî, Ehmedê Xanî derkevin. SOKRATES: Ji ber vê yekê hun pir zor didin rewshenbîran, nivîskaran... SEROK: Belê. Eger me zor nedaba gerîla, tirsa Kurdan ne dishkiya. Ma Kurdên feqîr û belengaz karibûn rabin ser xwe û bala dinyê bikshînin ser pirsgirêka xwe? Ma wekî din Kurd karibûn xwe bikin bombe biteqînin. Ev rewsh ji bo her beshî civakê derbas dibe. Mirov zor nede, zayîn chênabe, zor pîrika zayînê ye pir caran... SOKRATES: Tu jî, mîna min pîrikî dikî, ji kesên ducan re, ne? Diya min bi xwe pîrik bû û jinên ducan dida zayînê. Ez jî, ji wê pîsheyê fêrbûm ku mirov chawa dide zayînê. Eger ez bi mirovek re dest bi axiftinê bikim, metodên pîrikî pêk tînim, bi vî awayî kesên herî nezan jî, gelek tishtên zana dizên... SEROK: Mirov dikare pichek bide ber hev, lê karê min hîn jî, dijwartir e. Pircaran dergûsh hîn di rihma diya xwe de, ne tendurust in, divê ez dergûsha berî zayînê jî, derman bikim ku tendurust bizên. SOKRATES: Belê, ez bash têdigîjim. Lê diya min nikaribû di zikê dayê de zarokan derman bike... SEROK: Lê tu dikarî Sokrates, ez zanim tu bash dikarî. Tê bîra min te chawa ramanên hin shagirtên xwe hîn ku nehatibûn ziman, bi pirsên xwe rast dikir. SOKRATES: Lê ez dibînim riya we gelek serkeftî ye. Ya me tenê raman û axaftin bû, ya te zor e ji ber ku tu jiyanê jî, diguhirînî... Diyalog -IV- Tevgeriya Xopan SOKRATES MAXO, REWSHENBÎR û SEROK SOKRATES: Ya rastî ez Maxo nas nakim, cara yekemîn e ku ez wî dibînim. SEROK: Min digot qey hun hev dinasin, ji ber ku ew xwe zû nêzîkê mirovê mîna te dike û heya jê bê dixwaze dûrî me bixîne. SOKRATES: Chawa? SEROK: Herî bash ew e ku tu bi xwe pê re sohbet bikî. SOKRATES: Ezê gelek dilxwesh bim, ger bikarim ji wî hin tishtna fêr bibim. SEROK: Em hêvî bikin, belê ka were Maxo, tu Sokrates dinasî? MAXO: Fermo Serokê min, ser seran; eger hun bixwazin emê wî binasin. SEROK: Bawer nakim tu wî binasî. Lê hêviya min, tu dostaniya me pê re daniye, xira nekî! MAXO: Na, Serokê min, ezê wî tevger bikim. SEROK: Sokrates rewshenbîrekî Yonanî ye... MAXO: Serokê min ev rewshenbîr tucar nabin mirov... SEROK: Chima, qilochên wan hene? Berî mirov gotina xwe li ser tishtan dawî lê bîne, tu hema biryara xwe li ser wan didî. Daxwaza min tu hinek bi Sokrates re sohbet bikî, pashê emê dîsa bên ser mijara xwe. SOKRATES: Birêz Maxo, we got, rewshenbîr tucar nabin mirov. Ez dixwazim bizanim, gelo ka rewshenbîr chi ne, chi karî dikin? MAXO: Binêrin hevalê delal, wisa dixuyê ku haya we ji rewshenbîran hîch tune. Divê mirov berî hertishtî welatparêz be. Bi ehlaqê hurdeburjuva kesek nikare bibe welatparêz, ji bo welatê

Page 11: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

xwe xebat bike. Rewshenbîr ew e ku bersiva pirsgirêkên gelê xwe bide. Ma rewshenbîrên me wisa ne? Na, ew mîna axa ne, dixwazin reheta wan li cî be û navê wan mezin be. SOKRATES: Hun qala tishtên gelek girîng dikin birêz mamoste Maxo. We got bersiva pirsgirêkên gel; hun dikarî chend mînakan bidin daku ez bashtir têbigîjim, mebesta we chi ye? MAXO: Li welat gelek nirxên gel hene, gelê me zehmetkêsh û perîshan e; gerek mirov vî gelî nas bike, fam bike, ji derdên wî re bibe melhem... SOKRATES: Bash e. Mîna têdigîjim gelê Kurd di bin zordariyeke mezin, di nav zorkêshiyeke tewanbar de ye. Pirsa min ev e: li anegora ramana we chare chi ye? Bersiva pirsgirêkan bi chi awayî divê bê dayîn? MAXO: Binêre hun naxwazin fam bikin. Ji bo kesên bixwazin fam bikin, mesele gelek vekirî ye, hun chima pirs di devê xwe de dibin tînin? SOKRATES: Mebesta min têgîshtina meselê ye. Lê hun bersiv nadin min, tenê qala zor û zehmetî dikin. Ez dixwazim chareserî chi ye, bizanim. MAXO: Tênegîshtina vê meselê chi ye? Ji xwe hun hemû rewshenbîr wisa ne. Gava hun devê xwe vedikin pir mezin dipeyivin, lê gava mesele chareseriya pirsê, bersiva demê be, hun ji kar direvin. Kî zane gelê we ji destê we chi dikshîne! SOKRATES: Daxwaza min jî, ferbûna riyên chareseriyê ne. MAXO: Ma pirs evqas zelal e û ku hun dîsa jî, tênagîjin, ez chi bikim? Heval, birêz mamoste, navê we chi bû? SOKRATES: Sokrates, Sokrates mêrê Xanthippe. MAXO: Ha hevalê birêz Sokrates divê hun ji bo gelê xwe bixebitin. Pirsa Kurdan giran e, dev jê berdin, serê xwe pê neyêshînin, têgîshtina pirsa Kurd zor e. REWSHENBÎR: Mamoste Maxo, dîsa jî, mirov hinek zelal bike, ji bo dostên me bash dibe. Sokrates fîlozofek Yunanî bi navûdeng e... MAXO: (Bi dengekî nizm ku Sokrates nebihîse) Chi karê vî bi me heye. Fîlozof e, yan serê xwe xwariye yan jî, li ser hesabê biyaniyan dixebite. Ne wisa ye heval? REWSHENBÎR: Bawer nakim, rewshenbîrekî gelek giranbiha ye... MAXO: Ji xwe ev hewesa we rewshenbîran li ser biyaniyan mal li me Kurdan shewitandiye, ji bo hun ji bersiva wezîfeyên xwe birevin, hun xwe dispêrin felsefe, xwe li serê me zana dihesibînin, nivîskar... SOKRATES: Dengê we bash nayê min, ger hun dengê xwe hinek bilind bikin wê bash bibe. REWSHENBÎR: Belê, heval Maxo, hun dikarin sohbeta xwe bidomînin. SOKRATES: Em hîn li ser bersiva pirsgirêkan mabûn. Gelo mirov nikare bêje divê herkes li ser besha xwe bi awayekî xwe kûr bike, bibe pisporê karê xwe ku berjewendiya wî zêdetir bibe? MAXO: Rast e, divê wisa be, lê ka? SOKRATES: Eger herkes di karê xwe de shareza be, ber bi pisporî biche hin bersiv dernayên holê? Chareseriya pirsgirêkan hin asantir nabe? MAXO: Tu chi dibêjî, ma kî naxwaze wisa be. Lê bawer bike rewshenbîrên me ne di karê xwe de ne jî, di karên din de tutisht nizanin, tishtên zanin jî, nakin. SOKRATES: Chima nakin, yan jî, chi zanin û nakin? MAXO: Ma mirov bixwaze chi nizane! SOKRATES: Bash e. Em li ciyekî nêzîkê hev dibin: mirov bixwaze dikare fêr bibe, tishtên fêr dibe jî, dikare bixe jiyanê... MAXO: Rewshenbîrên me ne fêr dibin, ne dikevin jiyanê. SOKRATES: Jiyana chawa? MAXO: Jiyana xizmeta gel.

Page 12: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Maxo, hun timî li der û dorê tishtan digerin, naxwazin pirsê binasin, nahêlin mirov bersiv jî, bide. MAXO: Ma bersivên we ji yên din ne pir pêshtir in, hun jî, mîna rewshenbîran chareserî di gotinan de digerin.. SOKRATES: Gotin nebe chareserî nabe! Divê mirov berê plansaziya chareseriya pirsgirêkan derxe û pashê jî, li ser bifikire, ka wan chawa bixe jiyanê. Hun ne bersiv didin, ne jî, dihêlin em bersiv bidin. MAXO: Ma bersivên hunê bidin chi ne? Ew jî ne gotin in, hun chi bibêjin ji bo min kêrî pênc qurush nake, mesele pratîk e. Mesele jiyan e. Hun di jiyanê de hebin bash e, wekî din heta sibê hun bipeyivin jî, tu mane nade. SEROK: Maxo! MAXO: Belê, Serokê min. SEROK: Tu nahêlî kes ramana xwe jî, bibêje. MAXO: Em gelek demokrat in Serokê min, herkes dikare gotina xwe bibêje. SEROK: Lê tu mîna shûrê Demokles li ser serê wan bî, kes nikare rehet ramana xwe bîne ziman, ne wisa ye? MAXO: Belê, wisa ye Serokê min, lê mirov rû dide wan, derdikevin ser serê mirov. SEROK: Sebra te tune, tu guh bidî Sokrates, bawer nakim ku bi vî awayî demokrasiya te têr û kêrî rewshenbîrên Kurdan bê. Divê em xwedî li hemû beshên gelê xwe derkevin. Rewshenbîr jî, beshek ji gelê Kurd in. MAXO: Lê em rexne nekin, ew tu karî nakin... SEROK: Rexne divê li ser bingeheke pêshvexistinî be, ne pash ve bikshîne. REWSHENBÎR: Serokê min, heval birêz Maxo, gava rexne dike, xwe dixe ciyê we, shûrê we digre destê xwe û li serê me dixe. SEROK: Chawa? Kes nikare bi shûrê min li kesî bixe! REWSHENBÎR: Pir caran kesên din, gava rexne dikin, xwe dispêrin bin perdeya rexnesîwanê we. Gava kesek bi shûrê we sher dike, heqê shûrê we nikare bide. Ew shûr tenê di destê we de xûrt e, bi tesîr e. Di destê kesên din de tesîreke ters shanî dide. SOKRATES: Rast e. Herkes dikare bi shûrê xwe sher bike. Mînak, dema Iskenderê Zulqerne shûrê xwe bigirta pir xurt bû. Tukes nikaribû bi shûrê wî sher bike. Rojek yek ji generalan wî xwast bi shûrê wî sher bike, Iskender bi shûrê xwe serê generalê xwe jêkir REWSHENBÎR: Bawer im Sokrates shash fam kir, mebesta min bi shûr... SEROK: Sokrates shash fam nekir, hun jî, mîna Maxo nekin; wer dipeyive ku dibêje qey Sokrates tênagîje. Hun hîn Sokrates nas nakin, ew hertim meydana sher gelek fireh digre, heta dijminê xwe tê de biwestîne û pashê wî serpishtkî li erdê dixe. Hun û Maxo serpishtkî li erdê ne, lê haya we jê tune. SOKRATES: Spas, ya rastî tu min ji min jî, chêtir zelal vedikî, tu min didî shermê; ez ji te pir tisht hîn dibim. SEROK: Qusura Maxo û Rewshenbîr mêze neke, dilê wan paqij e, lê serê wan tishtan dereng digre. Ewê rojek peyva te ya îro fam bikin. SOKRATES: Ez ji axaftina wan aciz nînim, lê dema me gelek teng bû, me gelek tisht bê bersiv hîshtin... SEROK: Carekî din emê karibin hîn zelaltir bikin. Peyvên me, diyalogên me gish kin in, emê rojek karibin dûr û dirêj baxivin. SOKRATES: Hêvî dikim! SEROK: Maxo, bi rexneyên xwe li ser rewshenbîran heqê wî hebe jî, riya rexneyên wî ne rast e; mirovan direvîne, nêzîk nake. Rewshenbîr jî, pir mizmizok in, mezin nalîzin; em dixwazin ew pir mezin bin.

Page 13: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Gava rexne ji hêla te tên, bawer nakim ku kes jê aciz be. Mesele, divê herkes hêz û sînorên xwe zanibe. Wer dibînim ku di vî warî de kêmasî hene. SEROK: Derdê me jî, em dixwazin ev kêmasî ji holê rabin. Ev kêmasî nebin, rê ji mirovên mîna Maxo re jî, tê girtin. REWSHENBÎR: Hun peyvên gelek rast dikin! SEROK: Ya shukur ku hun jî, hêdî hêdî têdigîjin û muhrê xwe lê dixin. MAXO: Serokê min, ji xwe karê Rewshenbîrên me muhur li dest belê-na kirin e SEROK: Karê te jî, xirabkirina navbera me û rewshenbîran e! MAXO: Em dixwazin wan tevger bikin... SEROK: Nekeve navbera me û xirab neke, bes e. SOKRATES: Têkoshîna raman û mejî ji têkoshîna chekan dijwartir e. SEROK: Ger mirov bash pêk bîne. SOKRATES: Belê, ger mirov bash pêk bîne! Diyalog -V- Karakterê Kole û Têkchûyî SOKRATES DIBIX û SEROK SOKRATES: Roj bi roj kêfxweshiya min bilind dibe. Hertim hin Kurdên din dinasim û bi vî awayî dikarim li ser Kurdan di serê xwe de hêdî hêdî wêneyek chêkim. SEROK: Min digot qey hun Dibix dinasin! SOKRATES: Na, yekemîncar e ku birêz Dibix dibînim. Min birêz Nalsrazob û birêz Maxo nas kiribû. SEROK: Nalsrazob xwe pir mezin dibîne, li ser gelê Kurd mamoste dihesibîne lê haya gelê Kurd ji wî tune. Maxo mirovekî nekêr bû lê me ji wî re gelek îmkanan vekir ku pêsh ve biche, feyda wî bigîje gel. Rabû îmkanên me li dijî me xebitand, gish karên me yên girtibû ser xwe têk bir û dawiyê chû li mala xwe rûnisht. Dibix saf e, niyetqenc e lê mînakek balkêsh e ji bo têkbirin û têkchûna rewshenbîriyê. Ew gish karê me tevlihev dike, nikare zebesh û xiyaran ji hev cuda bike. DIBIX: Serokê min..! SEROK: Dengê xwe bichek kêm derxî û hînî guhdariyê bibî ji bo te xirab nabe. Chi zanim tu jî, sibê mîna Maxo nekî! Ma tu ji wî ne chêtir î. SOKRATES: Birêz Dibix chi karî dike? SEROK: Dest davêje her karî, lê tu karî jî, nabe serî. Xwe nivîskarek mezin dibîne lê heta vêga tu berhemeke wî ya cidî tune. Xwe partîzan û polîtîkzan dihesibîne lê heta vêga chi karî girtibe ser xwe nebiriye serî. Xwe pir xwedîqudret dibîne lê heta vêga me tu qudretên wî nedîtine. SOKRATES: Min xwast bizanim chi pîshe? SEROK: Birêz Sokrates dixwazî bi Dibix re bipeyive, pashê ezê fikrê xwe bêjim. SOKRATES: Birêz Dibix we xwe li ser chi kûr kiriye? DIBIX: Mebesta we chi ye, hun dixwazin ez li ser chi agahdarî bidim we? SOKRATES: Ez mirovek nezan im, hema hun li ser chi min ronî bikin, ezê ji we re spasdar bim.

Page 14: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

DIBIX: Hun bi chi serê xwe dêshînin, pîsheyê we chi ye? SOKRATES: Ez bi xwe shagirtê herkesî me ku min li ser hin tishtan ronî bike. DIBIX: Bêjin, hun chi bipirsin ezê bersiva we bidim. Ez bi xwe nivîskar im. Helbestan jî, dinivîsînim, dixwînim, serê xwe bi fîlsofiyê dêshînim, ma hun zanin fîlosofî chi ye? Karên siyasî, dîplomasî, zanistî dikim; carcaran jî, dem hebe shervanî dikim. SOKRATES: Hun ji Xenophon zêdetir xwedî qudret in? DIBIX: Dibêjin Xenophon jî, shervan bûye, nivîskar bûye, lê nizanim chawa bûye! Ma di dema wî de mirovahî pir pêsh nebû, bawer nakim ew pir tisht kiribe. Agahdariyên we li ser Xenophon hene? SOKRATES: Hinek, xortekî jîr bû. Kesê yekemîncar li ser Kardoxan yanî Kurdan tisht nivîsiye Xenophon e. Xenophon shervan û nivîskarek bash bû, hozanê gelê xwe bû. DIBIX: Hozaniya min jî, ji ya pir hozanan ne kêmtir e. Ez bixwazim ji pir dengbêjan xweshtir distrêm, lê tembûr û keman nikarim lêxim, dixwazim fêr bim. SOKRATES: Hozaniya ez qal dikim ne stranbêjî ye, lê hozanên stranbêjî jî, gelek hebûn. Ger hozaniya we hebe, wê demê hun Rhapsodên Helenî bash dinasin. Min ji Sappho gelek hez dikir. Gava qala wê dibe, dilê mirov bi êvînê tê dagirtin. DIBIX: Rhapsode chi ye? Sappho kê ye? SOKRATES: Rhapsode yanî hozan, dengbêj. Sappho hozaneke êvîniyê bû, gelek bi nav û deng bû lê Pindar hîn bêtir dihat parastinê; ji ber ku Pindar pesna shervanî û lehengiyê dida. DIBIX: Bash e, em dev ji kevnedem berdin, daxwaza we fêrbûna chi ye? SOKRATES: Hun pir zû dikin. We qala dema Xenophon kir, em li ser demê bipeyivîn. Pashê ez nikarim dev ji kevnedem berdim, ez hîn jî, di wê demê de dijîm. Bash e em li ser demê bipeyivin. DIBIX: Chawa? SOKRATES: Dem chi ye? DIBIX: Dem dem e, yanî wext e, xeyo. SOKRATES: Dem dem e, rast e lê eger dem dem be, tê wê maneyê ku dem ne dem e jî. Hun dikarin li ser wesfên demê rawestin? DIBIX: Yanî chawa? SOKRATES: Dem bi tam e, bi reng e, bi tevger e, bê tevger e, bichûk e, mezin e, kin e, dirêj e, shil e, ziwa ye, hishk e, nerm e, dûr e, nêzîk e, nizm e, bilind e ûwd.? Hun li ser demê chi difikirin DIBIX: Yanî chi, hun dixwazin chi fêr bibin? SOKRATES: Hun chi fêr bikin ji bo min bash e. DIBIX: Binêre kalo, ez nizanim hun kî ne, lê wer dixuyê ku hîn haya we ji tevgera Kurd û welatparêziyê tune. Belkî hun nizanin gel kî ye, chi dike. Wisa dixuyê ku hun ji gel gelek dûr in û ji êshên wî bê xeber in... SOKRATES: Em bêjin gish gotinên we rast in, lê chi têkiliya vê bi pirsa min heye? DIBIX: Divê hun beriya her tishtî gel binasin, jiyana gel binasin, pashê dest bavêjin fantaziyan, ka dem chi ye, nizanim chi... SOKRATES: Rast e, lê we bersiva min neda. DIBIX: Bersiva we, divê hun serê xwe bi pirsên gel bêshînin, ji ciyê xwe rabin xwe berdin nav gel û serê xwe bi êshên wî bêshînin. Pashê pirsa demê bikin, bikevin xeyal û xewnên rewshenbîriya tiraliyê. SOKRATES: Spas. Lê ez dixwazim hun ji min re bêjin ka dem chi ye? DIBIX: Ez ji we re chi bêjim bê feyde ye. Hun ji gel gelek dûr in. Ma min got: Dem dem e, wext e. Hun saetê jî, nanasin. Li saetê binêrin hunê bizanin dem chi ye.

Page 15: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Ez saetê dinasim lê dem û saet ji hev dûr in. Dem dem e lê ne dem e jî. Dem saet e lê ne tenê saet e. Hun li ser pirsa welatparêzî, nêzîkbûna êshên gel radiwestin. Ev tishtên hun dibêjin bi hezaran sal pêsh bûn. Pir gel xwe berî bi sedan sal ji vê pirsgirêkê rizgar kirine lê hun chima hîn li ser van tishtan radiwestin? Sedema ferbûna mina demê ji devê we Kurdan ji bo min gelek girîng e. Gelo hun chima bi sedan sal pash xelkê li ser hin tishtan radiwestin? Tê bîra min dema ez hîn dijiyam polîtîka we ya dewletî ji vêga pêsh ve tir bû. Gelek kesên sefera rojhilat dikirin ji hemû gelan bêtir qala we dikirin. Lê vêga di hebûna hêza demê de navê we tune. Ev chend salên dawî dîsa qala we tê kirin, chima? Chima dem bi dem bêdengiyek kûr li ser we heye? Chima vêga pirsa we dîsa xwe derxist pêsh? Hun dikarin bêjin pêwendiya van tishtan bi demê re nîne? Hun vêga du hezar û char sed sal ji min dûr dijîn lê em dîsa jî, dikarin bi hev re baxivin, chima? DIBIX: Chawa? SOKRATES: Ez beriya zayînê 399 sal hatim kushtin, hun 2395 sal shûn ve dijîn. Destpêka demê heye? DIBIX: Belê, chawa tune? Ez ji axaftina we tisht fam nakim. SOKRATES: Dem ji kuderê, kengê chawa dest pê dike? Eger dest pê dike berê wê ber bi kuderê ye? Berê demê ber bi aliyekî be, ev chi alî ye? Aliyên demê hene? Wesf û sheklên demê hene? DIBIX: Ma hun vê yekê jî nizanibin, ezê ji we re chi bêjim! SOKRATES: Dawiya demê heye? DIBIX: Divê hebe, li gor diyalektîkê destpêk û dawiya her tishtî heye. SOKRATES: Dawiya demê li kuderê ye, kengê ye, chawa diqede? Dawiya demê dirêj e yan kurt e? Li gor chi, chawa? Dûr û kûr ber bi kîjan aliyê ve dûr û kûr in? Dûriya demê, kûriya demê bi chi tê pîvandin? Pîvan û dem di nav chi têkiliyê de ne? Dem zû ye yan hêdî ye? Li gor chi mirov dikare kûr, dûr, zû û hêdibûna demê bipîve? Hebûn û tunebûna demê xwe bi chi ispat dike? Dem hebûna chi ye? Hebûn xwe di demê de chawa diyar dike? Rengê demê chi ye? Hun dikarin demê bibînin yan bi dest, dev û hîsên xwe bigirin? Bingeh û navenda demê hene, hebin li kuderê ne? Maneya jiyanê di demê de chi ye? Di demê de jiyan heye yan jiyan di demê de heye? Dema jiyanê dirêj e yan jiyana demê dirêj e? Em dikarin bi hezaran pirsên din bikin, divê mirov li ser gotinan sivik raneweste, li ser bingeha wan raweste. Mirov nikare bersivên sivik bide. Pirs û bersivên sivik hene? Ji bo bersiva pirsên ku li me sivik dixuyên mirovahî chend sal bihurandine heta ku bersiv dane? Mirovahî chend sal bihurandiye heta pirsek bike ku li me giran neyê? DIBIX: Bi rastî tishtên hun qal dikin ji min re vala tên, nebe têkiliya we bi gel re gelek zeyif mabe, yan jî, hun gel hîch nas nakin? SOKRATES: Ez pir kêm tisht dizanim, gel jî, kêm dinasim... DIBIX: Wê demê têkiliya we bi welatparêzî jî, ne xurt e, dibe ku hun rewshenbîrekî gel jî, nebin? SOKRATES: Ez rewshenbîr nîn im. Têkiliya min bi gelê Polis re xurt e, ji bo Polisê xwe sher dikim, diparêzim jî. DIBIX: Min dizanî, di we de nerastiyek heye. Hun tenê polîs gel dibînin û polîs diparêzin û hatine bi min re li ser tishtên vala mîna “dem chi ye” qise dikin! SEROK: Birêz Sokrates, ji kerema xwe bihêlin ez pê re pichek bipeyivim. Hun dikarin pashê bidomînin. Hun chi bibêjin bêjin, ew guh nade we, tishtên hun dibêjin fam nake. Di serê wî de hin shekil hene, xwe li gor wan sheklan dilivîne. SOKRATES: Spas. Bawer im, ez û birêz Dibix ji zimanên hev fam nakin. Lê ger axaftina me bidome emê hêdî hêdî hev nas bikin, zimanê hev fam bikin. SEROK: Min ji te re gotibû: Kevir ji serê pir Kurdan nermtir e. DIBIX: Rast e, li gundê me mirovek hebû... SEROK: Serê wî mîna yê te hishk bû, ne?

Page 16: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

DIBIX: Min dixwast bêjim... SEROK: Bê deng be, guh bide min vêga. Tu chawa birêz Sokrates nas nakî, te me jî, nas nedikir. Tu bi niyetekî bash nêzîkê tishtan bibî jî, nezaniya te li pêsh te astengeke mezin e. Ne wisa ye? DIBIX: Belê Serokê min. Ez demeke ne zêde ye ku we dinasim. SEROK: Belê, tê vêga bêyî ser demê. Birêz Sokrates jî, qala demê kiribû, lê te ji wî tishtek fam nekiribû. Polis ne polîsê tu dinasî, maneya wê bajar e. Polîs ji bo dema birêz Sokrates dihat mana welat jî, kî bajarê xwe neparasta, ne welatparêz bû. Sokrates hem welatparêz hem jî, mirovparêzekî mezin e. Pishtî mirina wî bi 2395 sal jî, kes negihîshtiya edeb û ehlaqê wî. Ew mînakek balkêsh e ji bo parastina prensîbên ehlaq û wîjdana mirovahiyê. Gelek dînên samî di bin tesîra ehlaq û felsefeya birêz Sokrates û dema wî de mane. Pishtî mirina wî pir komeshop (girûbên li ser rêya wî) ji bîr û baweriya wî derchûne. Ji van komeshopan yên herî girîng Akademiya Platon, Stoa, Kynes, ûwd. bûne. Tesîra wan digîjin heta dema me. DIBIX: Ez nizanibûm ew kî ye, bila li min bibuhre! SEROK: Berî ku mirov yekî nas bike, divê li ser wî tishtek nebêje, rast e? DIBIX: Rast e, min dixwast... SEROK: Em vegerin ser me. We em nû nas kirine, chend sal in: Hun bawer dikin ku we em nas kirine? DIBIX: Wê demê, têgîshtina me li ser we kêm bû. Min digot qey hema chend tisht bizanim bes e; vêga têdigîjim ku ne bes e. Ez di xwe de valahiyeke mezin dibînim. SEROK: Bawer nakim te nas kiribim. Bash e, ji vê demê pê ve tê chi bikî? Tu di xwe de qiwet dibînî ku tishtên bash bikî. Mîna tu dibînî dem pir girîng e, em dichin dizîvirin dîsa tên ser demê lê em tucar nikarin demê zelal bikin, bash binasin. Pashê ezê te cardin bidim destên birêz Sokrates daku demê bi te pichek be jî, bide famkirin. Em vegerin ser karê xwe: we me li vir bash nas kir? Qiweta te ji bo mesha bi demê re heye? Em chawa dikarin te binasin? Tu berê chawa bûyî, vêga chawa yî û tê ji vir shûn ve chawa bî? DIBIX: Serokê min, beriya pênc salan bû ez ketim nav kar. Ez hinek perwerde bûm lê têkilbûna min ne li ser bingeheke rast bû. Bi tesîra hin hevalan ketim kar; hin cangorî bûbûn li ser min gelek tesîr kirin. Nêzîkiya min beriya pênc salan mîna vêga bûya, minê gavên pêsh avêtiba. SEROK: Eceb? DIBIX: Bi vê nêzîkbûnê ketim nav xebat, teng mam. Di kar de pir nezan bûm, tenê bi niyeta bash nêzîk dibûm. Heval jî, pir alîkarî nedan min. SEROK: Himm! DIBIX: Hevalekî berpirsiyar te digot qey li dijî min bû, te digot qey ezê ciyê wî bigirim! Lê hatina min ya cem we ber min ronî kir. Ez vê hatinê destpêkeke nû dihesibînim. Di jiyana xwe ya nû de ezê jiyana we bingeh bigirim. Ez bi xwe bawer im û di dema pêsh de bi roniya nasîna vê jiyanê dixwazim bimeshim. SEROK: Tu bi axaftina xwe re bi rastî jî, rast î? Te li ser vê bingehê biryar da? DIBIX: Belê Serokê min. SEROK: Em bêjin biryar heye lê zanebûn tune, we ji peyvên me yên fireh hin tisht girtin? Berê sheklî bû, mîna pirtûkek; nav li ser heye lê gish rûpelên wê vala ne, yanî di bingeh de tishtek nîne. DIBIX: Rast e Serokê min. Ez dikarim bêjim min jiyan û nirxepeyvên serokatî gelek bash fam kir, pir di bin tesîra wan de mam. SEROK: Berê jî te dinasî, tishtna digot, te vêga dît chiqas bêbingeh bûyî? DIBIX: Ez dikarim vê bêjim ku Serokatî ji navê xwe û gotinên min sahkirî jî, berz û mezintir e. SEROK: Mezintir e ha! Lê ne tenê mezin, kurtir e jî, ne? Û belayek mezin e di hundirê dilê we hemûyan de. Hunê chawa ji bin rabin, tê chawa ji bin rabî?

Page 17: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

DIBIX: Em mecbûr in Serokê min. Mehkûmê vî tishtî ne... SEROK: Di jiyana te yê berê de giraniya Serokatî tunebû, pir sergerde bûyî ne? DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ev tarzê keshmekêsh ne yê serokatî ye. Te xwe tishtek dihesiband lê tu pêwendî bi giranî tunebû. Bingeheke bash bavêje. Tishtên naverokvala ne giran e jî. Dibe ku te hin tishtan dikir lê tu ji bingeha rastî pir dûr bûyî. DIBIX: Li vê derê têgihîshtim ku salên derbasbûyî salên ketî bûn. SEROK: Salên ketî, salên xew, salên bê bingeh. Teyê bi xebat serkeftin biafiranda. Hin Kurdên ehmeq hene, gelek rewshenbîr heta gelek shervan wisa ne, tê jî, mîna wan bibûyayî. Yek li serê chiya, yê din li Ewropa winda kiriye hîch ferq nake. Bêbingehbûna te rê nade serkeftinê. Girîngî ew e ku tishtên mirov digire, dane ser xeteke rast û zana. Perwerdedor mirov dixe nav erdhejiyê, dichirîne ber bi kar. Di te de jî, herhal ev chêbû. DIBIX: Rast e, Serokê min. SEROK: Ne wisa? Tu jî, hinek ketî nav erdhejiyê û cherxerast bûyî. DIBIX: Demên ewil hinek ketim tengiyê. Bi daxwaza Serokatî hatim vê derê lê gava min Serokatî dît, eleqe shanî min neda. SEROK: Eleqe hebû lê xebera te jê tunebû. Ev jî, bêbingehiyeke din e. Em berê roj bash, pashê chawa yî dibêjin. DIBIX: Pashê fêr bûm, sedem pir bash têgihîshtim. SEROK: Tu edetê Kurdan dixwazî. Pichek xwedî shan û shohret î. Min bi zanistî “ chawa yî, bi xêr hatî” negot. Ev usulek kevn û basît e, têgihîshtineke bash ji bixêrhatinê nîne. Kesan nayne ser bingeha rast, pash ve dixîne. Tishtê girîng ew e ku te vê fam kir. DIBIX: Rast e, têgihîshtim serokê min. SEROK: Em dixwazin ji bo te jî, sha û bi hêvî bin. Lê mîna berê nabe. Em naxwazin bi kemasî û nexweshiya te, ne em ne jî, tu xirab î. Tu jî, bibe xwedîtishtek. Bila nav, cî û bingeha te hebe. Xwedîmeziniyek be. Ber bi meziniyê hin tishtan bimeshîne. Derfetên te hene. Partî nabêje xwe bixapîne, em dixwazin tu jî, bibî tishtek. Em bawer in tu jî, vî tishtî dixwazî, naxwazî ji xeta partiyê dûr bimînî. DIBIX: Belê, Serokê min. SEROK: Lê zanabûn û pêkanîn ji hev re pêwîst in. Ji vê shûn ve wê chi ji destê te bê. Saziya tu jê hatiyî binêre, tijî kêmasî ne, dibînî? DIBIX: Belê Serokê min, hertishtî dibînim. SEROK: Dibe yên ji te nechê û ketî jî, tê de hebin; nikarin du gotina li hev bînin. Ez nabêjim ne durust in lê kar bi niyet nameshe. Xebata dîdebîneran ji hêla milyonan tê sêrkirin, ger her gotina te li ser wan tesîreke bash neke, tu kêrî pênc qurush nakî. DIBIX: Gel pir li dij derket. SEROK: Wer pir li dij derket ku min fedî kir, serê min êshiya. Xortek din heye, li dijî wê derketin hîn zêde ye. Ew xwe winda kiriye. Dêvla bername ji bo gel chêbike, xwe shanî dide. Tu zanî em vê rewshê napejirînin. Ne ji bo xwe, divê ji milyonan chêbikî. Tu dibînî, ez xwe chawa deqîqe bi deqîqe ji bo gel dipîvim, bal didim ser daxwaz û rexneyan. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ew chi rewsh bu tu ketibîyî nav. Te xwe maf kiribû. DIBIX: Di destpêkê de kemasî wilo derketibûn. Ev ji bêtecrûbetî bûn Serokê min. SEROK: Te digot “ji min hez dikin, min dipejirînin”; ev bingeha ramana te bû. Min berê ji hin kesên din re gotibû: “divê tu ji xwe ne razî bî, ne êvîndarê xwe bî. Divê tu hertim kêmasiyên xwe bibînî ku rastiya te bê famkirinê. Ev ji bo te diyalektîka jiyanê ye”. Ev gotin ji bo te jî, derbas dibin. Xapînokpeyv jiyana derew e. Ez ji sedî yek jî, mîna te ji xwe ne razî me. Tu bi vê rewsha xwe chawa dibî êvîndarê xwe, ji rewsha xwe kêfxwesh dibî! Ez bi vê hêza xwe heta derdikevim pêsh gel û saetek dipeyivim, pir zor didim xwe, xwe pir dêshînim. Tu

Page 18: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

hîch zor nadî xwe, dibêjî “ji min razî ne”. Wisa nabe. Tu bi vî awayî berevajî nikarî pêsh ve bichî, berz bibî. Kesên li welatên din karên mîna yên we dikin mîna generalan e, ji ber ku xwe bash pêsh ve birine. Hun dixwazin bê ked bên ser tishtên hazir. Bash bala xwe bidin karên xwe. Rewsha we mîna zaokan e, dibêjin “min vî cilê nû li xwe kir, ez xweshik bûm”. Rewsha te mîna rewsha kecha 15 salî ye ku cilek li xwe dike, dibêje “ez chiqas xweshik bûm”. Qusurê mêze neke, ev ji bo rexne ye. DIBIX: Belê Serokê min, mîna we anî ziman, kêmasiyên me yên mezin chêbûn SEROK: Mirov bêbingeh, bêxem nagîje tu tishtî; mezinî divê tu bi xwe pêk bînî. Ger ez ji xwe razî bama, ezê ji zû ve rûnishtibama. Min bigota “tishtên min chêkirî bes in, xweshik bûm”, rastejiyana gelê me nikaribû vî sherî bidomîne û bîne vê mistewayê. Van noqtan bash têdigîjî! DIBIX: Pir bash têdigîjim Serokê min. SEROK: Bawer im hin tishtan digirî. Tecrubeyên te jî, hene. Hêviya min, tu li ser van gotinên min bi balkêshî bisekinî û ji vî shûn ve, ji xwe re, rêyek rast û medotek hîn shoreshgertir bineqînî. DIBIX: Ez bi xwe bawer im, Serokê min. SEROK: Bi xwe bawer î, ne wisa? DIBIX: Pir bawer im, Serokê min. SEROK: Dikarî pêk bînî? Tecrubeyên we jî, ne kêm in. Wer difikirim ku tu tam bi biryar î. Bash e, te ji dewrê wekî din chi girt? Vêga em jî, gotina te ya dawî guhdar bin. DIBIX: Serokê min, li vê derê xebat û têkilbûn chawa be, fêr bûm. Mirov chawa têkildar be û pêshengî bike... Mirov xwe ne bi xwe tenê sînor bike, chiqas pêsh ve chû be jî, xwe têr nebîne, xwe nexapîne; bi vê felsefeyê xwelivandin li vê derê fêr bûm. Wekî din divê mirov serkeftin bingeh bigire -dikarim bibêjim ku me berê tenê rojên xwe derbas dikir-, xwe bi rojanejiyan sînor neke... Berê me roja xwe derbas dikir, digot: “me îro jî, bernama xwe anî cî, sibe xudê mezin e”. SEROK: Bi vê tengnêrînê mezinbûn û birêvechûn mumkun e? DIBIX: Li vê derê van kêmtêriyan hîn bûm, Serokê min. Iro bi sibê, sibê bi îro dibe. SEROK: Ger tu bixwazî kurdayetî bi awaberz biafirînî, divê li ser her tishtî pir tîtîz rawestî. Xew nabe, bi pînechavî nêrîn tê maneya windakirinê. Ew talûke hîn heye û berdewam e. Heroroj dibin bela serê min. Partîbûn fam nakin, serokatî fam nakin. “Hertisht ji bo kêfa min e” dibêjin. Ne mumkun e, tu dibînî ku ev agir e. Zagoneke partî ye. DIBIX: Gelek cidî ye lê em bi cidiyeta ku Serokatî dida, nêzîkê kar nedibûn. SEROK: Tabî ew xebata we bû. Hun mîna min cidî nêzîk nedibûn. DIBIX: Nêzîkbûna me gelek bêbingeh bû. SEROK: Nêzîkbûn tunebû. Bi ser de jî, we derfetên li pêsh xwe charchûr kir. Kes chênedikir, hevkarî û kolektîvîzm hîch tunebû. DIBIX: Ji dêvla chêkirinê, em gish jê direviyan, panîkek hebû di nav me de. SEROK: Ev nêzîkbûna dijmin e. Ger panîk hebû, ma di nav we de kontergerîla hebû? Ji xwe tu birevî, ezê bêjim “ew kontergerîla bû”. Kontergerîla li kuderê, kî ye, zarokatî nekin. DIBIX: Rast e Serokê min. Panîk tucar ne bash e. Rev îxanet e. SEROK: Kesê bireve, tabî winda dike. Zarokatî nekin. Tishtên girîng, noqtên tu gihîshtiyî ne hindik in; di warê huner, di warê wêje, bawer im ji dewrê, te pir tisht girtin. DIBIX: Belê Serokê min. SEROK: Di warê wêje de li vê derê tishtê zêde li te tesîr kir, chi bû? DIBIX: Serokatî neyê nasîn, shoresh neyê nasîn, sher neyê nasîn; ne mumkun e ku hîch wextek wêje pêsh ve biche. SEROK: Hun bi cewhera shoreshê tênegîjin, nikarin bibin wêjevan. DIBIX: Cewherê wêje shoresh e.

Page 19: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Ji shervan û shoreshvanekî zêde divê tu shoreshê nas bikî. Dibe ku gerîla polîtîka pir kûr fam neke lê tu wêjevan î, divê tu vê yekê fam bikî. Xwîn chawa dirijê tu dizanî, ji shervanek zêde van tishtan dizanî. Divê tu heqê wêje bidî. DIBIX: Bawer im min ji hevalên ku ji mêj ve tevlî refan bûne pir tisht girtin. Min jiyana gerîlayan, jiyana cangoriyan û pratîka têkoshîna wan pirsî û fêr bûm. Ev ji bo min tishtên girîng in. SEROK: Ne tenê jînetisht, gelek pirsetisht li ser mijara sher hene, divê tu hîn bibî. Tu jînediyalektîka partiyê fêr nebî, nikarî wêje pêk bînî. DIBIX: Li ser van bingehên taybetî wêjeya kurdî dikare pêsh ve biche. Wekî din pêshvechûna wê ne mumkun e. SEROK: Ehmedê Xanî di civaka Kurd de ciyekî girîng digre, tê zanîn. Hin ristenirxên min di derbareyê Ehmedê Xanî de chêbûn. Hin kesên ji xwe re dibêjin “wêjevan” gava ramana Ehmedê Xanî li ser êvînê tînin ziman xwe ji naveroka wî dûr dixînin. Mîna zarokan e. Bênasîna Ehmedê Xanî, chawa dikarin wî bidin nasandin, li ser wî raman diyar bikin. Diyar e ku ew dîrokê berovajî dikin. DIBIX: Chawa yekî ku êvînê nas neke, nikare li ser evînê raman diyar bike; di derheqê helbestvan û nivîskarekî mezin mîna Ehmedê Xanî de jî, ne mumkun e ku ew kes pirtûk binivîsînin. SEROK: Helbet kesê êvînê nenase, ketina Kurd nenase, pechebûna Kurd nenase, jihevketina Kurdistan jî, nizane; herwiha kesê dîrokê nizanibe, sher nizanibe nikare tutisht bîne cî. Derketina nivîsên wiha nefam di bin navê wêjeyê de, bi navê wêjezanist bê shansî ye. Piranî ji wan sextekar in. Ji ber vê yêkê em dibêjin xwe bi hêz bikin, berpirsiyarî di xwe de bibînin. Ji vê shûn ve rola xwe bi vî awayî bilîzin. Kesên wejeya vê têkoshînê dinivîsin divê xwediyên wê yên esasî bin. Divê kevnetaybetiyên kesayetiya Kurd ji holê rabin, dêvla wan nûtaybetî bên danîn. Hun civak nas nakin, tutisht nas nakin. Mesela ez bixwazim dikarim ji we chêtir û zêdetir pirtûkan binivîsînim. Ji xwe dinivîsînim jî. Her xebata min pirtûkek e. Ez li we dinêrim, êsh dikishînim. Civaka Kurd, malbata Kurd, kesayetiya Kurd, mêrê Kurd, jina Kurd û pêwendiyên Kurd chawa ne, hun nizanin. Mirov derheqê tishtekî ku nizanibe chawa dikare binivîsîne. Romana Kurd; divê hun sherê Kurd, jiyana Kurd, mirina Kurd, ketina Kurd ji her alî ve binasin ku derheqê wî de berhem biafirînin. Li Kurdistan gelek tîpên kifsh hene, min piranî ji wan vekirine, yanî ji bo wêjê jî, min gelek derfet pêshkêsh kirine. Lê giyan pêwîst e. Wêje vekirina wan e. Ronîkirina wan e. Kevnegiyan chi ye, nûgiyan chawa be! Giyana teslîmiyet û giyana berxwedan neyê naskirin, roman nikare bê nivîsandin. Chi hez dike, chi hez nake nizanibî, nikarî roman binivîsînî. Evîn chawa ye, kî vê dizane, maneya vê chi ye, nayê zanîn. Tu derneketibî berziya êvînê nikarî tishtek bikî. Buyera êvînê nenasî, nikarî roman binivîsînî. Tê xwe mîna zarokan bixapînî. Bi xwe êvîndarê xwe bî û bibêjî “ez pir bash im” dawiya te bash nabe. Divê ji vê shûn ve cidî bî. Madem dixwazî ji bo wêjeya kurdî hin tishtan bikî, wê demê guh bide van gotinên min. Wekî din nabe. Tishtên dervayê vê lîstik e. Tu rewsha wanên li Swêd, vê derê, wê derê dibînî. Mirov ji rewsha wan fedî dike. Goya wêje afirandine. Ne wêje ye, ne pirtûk e, teslîmbûn e. û herî girîng jî, mînakek bêgiyanî ya herî xirab e. DIBIX: Mesela yek bi navê Nalsrazob heye. Pircar hat vexwandin lê nehat. Têkiliyên wî gelek teng in. SEROK: Ew miriye. Ew di wêjeyê de rewshenbîrê mirî ye. Mumkun be li ser wî romanek binivîsîne. Ew êdî ne rewshenbîr e jî. Mirî ye. DIBIX: Dijî-najî diyar nîne Serokê min. SEROK: Kurdek chawa ye? Em Kurdê mirî bêjin, chi bêjin! DIBIX: Serokê min, dixwaze navê xwe bi Mem û Zîn bijîne. Lê êdî kes bi wî jî, bawer nabe. SEROK: Li ser Mem û Zîn herkes dikare shirove bike, lê bila ew neke, shirovekirina wî heqaretek e li Mem û Zîn. Bawer nakim ku ew Mem û Zîn fam dike, ji ber ku di giyana wî de valahiyek heye. DIBIX: Nirxandinên Serokatî di vê derbarê de li ser min gelek tesîr kirin.

Page 20: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Dema min hebûya, karibûm bi we hunermendan re hîn bi awayekî din binirxanda. Ger hun bixwazin bi rastî bigîjin kurahiyê, pêwîst e hun ji dil bawer bin. ... Gune ye, heyf e; kesên bê armanc tijî saziyan nekin. Xwedîderketina nirxan ev nîne. Bi nêzîkbûna serserîtî, bêdaxwaz, keyfî hunermendî nabe. DIBIX: Serokê min, ji dêvla ku tewanên xwe pêsh ve bibin, bi pêsîra hev girtine. SEROK: Ev e sherma mezin. Em wan têr dikin, bi xwîn têr dikin. Layiqê vê nabin. Gish ev tishtên tên chêkirin tenê tên maneya chîrkêfiyê. Vekirî dibêjim, kesên wiha bê chavgirîna wan, emê biqewitînin. Me te ji bo xizmet girt vê derê. Ezê bala xwe bidim te. Ger tu kerê berê bimînî, ezê te jî, biqewitînim. Vekirî dibêjim, pîvanên min hene, ger hun li gor wan nelivin, divê hun bizanin kar wiha nameshe. Diya min ji bo min “hez nakim, qiymet nadim lê dîsa jî, ezê gish mîrasê xwe li ser wî tapû bikim” gotiye. Chima? Ji ber ku li vê derê qiymetgirtin heye. Zanibû ku ezê wan nirxan biparêzim, gotiye. Hurmeta herî mezin ji bo dayikan min pêsh ve xist. “Gava bichûk bû ecêb dihat ser min” gotiye diya min “ez nikaribûm wî bigrim bin kontrola xwe” ji hevalekî re gotiye. Tê li vê derê noqteyek fam bikî: Kesekî bi temenên bichûk li dijî diya xwe sher kiriye, eceb chi tîne serê min? Tu dizanî ez vêga ne zarokekî 7 salî me jî. Wê demê ne bi hêz bûm lê vêga gelek bi hêz im. Hîch demek evqas bi hêz nebûm. Divê tu vê yekê fam bikî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Vêga xwedî hêz im. DIBIX: Ji vê shûn ve tukes nikare keda Serokatî înkar bike. SEROK: Diya min dixwaze mal û mulkê xwe li ser min tapû bike. Ev ji bo xwe bide efkirinê ye lê têr nake. Ya girîng ew e ku mirov di riya welat, die riya shoresh û di riya mirovahiyê de bimeshe. Di vê riyê de bimeshî, rûmeta te heye. Ger nemeshî, pashê nebêje “min chêkir lê nedan min”. “Ez milîtan bûm, ew dîktator bû”; mesele ne milîtan û dîktatorî ye, mesela tu dikarî chêbikî yan na? Divê bi lehengî vê yekê bêjî. Tu xwediyê vî karî yî yan nînî, qiweta te heye yan nîne? Ev e mesele. Kesê ne leheng ez chawa mîna leheng bipejirînim. Mînak, chima ez qiymet didim Agît? Heval Agît bash tê bîra min; xwe bi her awayî perwerde kiribû. Wê demê D. jî, hebû; min demek bang li wan kir, anî pêsh xwe. Heval Agît bi leza piling gihîsht cem min, D. bi mesha xwe ya nîvnig pir bi shûn ve ma. Ev nîshana hin tishtan bû. Lezliv karê kesên meshezexm e. Giranî jî, karê kesên ji her awayî pashvemanan e. Mîna tê zanîn, Dawud li nîvê rê ma, ket. Ji ber ku nikaribû bi leza me berz be, ket. Lê Agît bi leza pilingekî meshê bir encamê û gihîsht zîrweyê. Me li ser Agît hin tishtan nivîsand. Ev nîshana nirxdana me bû. Ji ber ku heta nefesa xwe ya dawî bi me re bû. Tu jî, ger vê durustiyê û lehengiyê shanî bidî, rûmeta te dibe. Ez rûmeta vala napejirînim. Mesela gava tu hatî vê derê, min ji te re negot “bi xêr hatî”. Vê serokatiyê wiha binase. Serokatiyeke ecêb e. Qiweta te tunebe, dest navêje rakirina talîmatên serokatî. DIBIX: Ev gish ji bo min tecrube ne Serokê min. SEROK: Ez her tishtî ji we re vekirî dibêjim, naxwazim kesî bixapînim. Gava tu talîmat bigirî, pêwîst e bi giraniya wê têbigîjî. Ger tu carekî din guh nedî talîmatê min, li anegora kêfa xwe hereket bikî, Mirovahiya te namîne. Ji ketiyan hîn ketî dibî. DIBIX: Tucar xwedî bedniyet nebûm. Hertisht ji bashniyetiya min chêbû. SEROK: Li vê derê tishtê girîng pratîk e, talîmat e. Talîmatên serokatî dîrokî ne. Xwe li gor talîmeta nelivîn mirin e. Mirina miletekî ye. Ev kar li gor kêfa kesan nabe. Binêre, tu dibînî, evqas ristenirxan chêdikim. Ev ji bo qedera miletekî ne. Van gish dibêjim ku girîngiya talîmatan zelal bikim. Ger tishtek tenê jî, ji bo shexsiyeta min be, vê yekê pozîtîf napejirînim. Ger tu durust bî, welatparêz bî, bi partî re bî û bibêjî alîgirê xweshikiyê me, divê gish tewanên xwe ji bo vê yekê bi kar bînî. Pêwîstiya xwelivîn li gor talîmatan heye, divê tu li gor van pintan(noqte) xwe bilivînî. DIBIX: Min li vê derê hertishtî fam kir. SEROK: Jiyan tê chi maneyê, te fam kir? Pashê “min ji bîr kir, xwe da qisedanê” bêjî, qiymeta te namîne. Ne tenê tu, em dibînin, hemû hunermendên ku li gor jiyana partiyê nikarin

Page 21: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

bimeshin û direvin, gava demek shûn ve pash ve tên ji bo li xwe biborînin bi gotinên “hatim xapandin, hatim xistin" guneh derdixin. Tê vê yekê terk bikî. DIBIX: Tishtên min ji vê herêmê girtiye, ezê hewl bidim ku di pratîkê de pêk bînim Serokê min. SEROK: Bi van gotinên min, bi rastiya me tu dikarî mezin bibî. Wekî din mezinbûna te ne mumkun e. Tishtên te girtin, bi jiyana xwe ve bikî yek û di pratîkê de pêk bînî, mezinî bi dest bixî... Te ev hemû fam kirin vêga? DIBIX: Gotinek Serokatî hat bîra min: “Serok bûn tîcareteke mezin e, dewlemendiyeke mezin e”. Chiqas hebe, ewqas dewlemend dibe, ewqas berz dibe. Ev peyv ji bo min rê shanî didin. SEROK: Ger tu ji bo xwe difikirî, em dikarin te bishînin gundê te. Em pêdiviyên te jî, temîn dikin. Lê bi navê partî, bi navê serokatî bixwazî jiyana xwe bidomînî, li hember te zarok tune. Chima ez zarok im? Dibe kesek min tisht nehesîbîne lê ez bawer im ku ez hêzek im. DIBIX: Hêzek mezin Serokê min. SEROK: Nizanim, lê madem ez hêzek im, chima tu li dijî min sekinî? DIBIX: Nenasîn hebû Serokê min. SEROK: Mîna min di mînaka diya xwe de da, hin taybetiyên serokatî hene. Ezê wan heta nefesa xwe ya dawî biparêzim û pê ve girêdayî bimînim. Ez naxwazim barê we giran bikim. Niyeta we bash e, hun durust in lê nizanin pêk bînin, dibe ku qiweta we tunebe! Lê ji dervayê serkeftinê tu chareserî tune. Hertisht ji me re dibêje “tê wiha bî, carekî din wiha bî”, hertisht ji me re dibêje “tê wiha derkevî ser, tê wiha sher bikî, wiha ber xwe bidî û wiha xweshik bî”. Ev emirên dîrokî ne. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Hat famkirinê? DIBIX: Hat famkirinê Serokê min. SEROK: Wekî din chi dibêjî? DIBIX: Ez dikarim soz bidim ku ezê carekî din wiha nekim, Serokê min. SEROK: Gumana min carekî din bi rûreshî dernekevî! Bi xwexapandinê carekî din dernekevî pêsh kesî: DIBIX: Tucar Serokê min. SEROK: Li pêsh kî dibî bibe,bichûk-mezin ferq nake, tê hertim bi terza nêzîkbûn û cidiyeta partî xwe bilivînî. Tê bi terz, lez û tempoya partî xwe bilivînî. Bash e? DIBIX: Ji vê shûn ve bawer nakim ku astengiyek derkeve, Serokê min. SEROK: Giranîtempoya te ya xebatê xwe diberiqîne ser gish jiyana te jî. DIBIX: Di navbera hîtapterza serokatî û ya me de ferqên mezin hene, Serokê min. SEROK: Tabî, tu nikarî komî ser hev bikî. Ji xwe min vê netêriyê dît ji ber vê yêkê gazî te kir. Ez ji dêvla we nîv saet bipeyivim, gel radibe ser xwe. Her peyvên te dive mîna gule bin, bi mane û tama shekir bin. Xwe wiha bike. Ciyê hunê bichin, emê we bibînin; wê demê tishtin hun dikin, ezê raxim ber chavên we daku hun kirinên xwe bibînin. Yê ne li ser rê, yê nechê, yê rê nezan, ezê noqte bi noqte shanî we bidim. Ji bo hun gish van negatîviyan bibînin, ezê hin dersna bidim we. Hun xwe mîna zarokan dibînin. Hun pir nechê ne le ji hev re dibêjin “ez pir xweshik im”. Hin kesên nexweshik hene, xwe xweshikên dinyayê dibînin. Ew tucar naxwazin rastiya xwe bibînin. Partî, tîpên wiha êvîndarê xwe qebûl nake. Partî, kesayetiyên durust û bi rastî xwe fedayê gel kirine, dipejirîne. Ji ber vê yekê em dibêjin, ger hun nikarin pêk bînin, derhal îstîfa xwe bidin. Ger rexne ji karên te ne, xwe parche parche û ji nû ve biafirîne yan jî, îstîfa xwe bide, li ciyê xwe rûnê. Durustî ev e. DIBIX: Rast e Serokê min. Berê lêgerîn û lêpirsîneke wiha tunebû. Me hertisht li gor kêfa xwe chêdikir. SEROK: Ew mantik ne mantikê partî ye. Hun nikarin bi “ez chi bikim ji min re dimîne” re sebra xwe bînin. Ev mantik mantikê axatî ye. Kesên dibêjin “ez ji herkesî xweshiktir im”

Page 22: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

nechêyiya xwe vedishêrin. Terzê xebat û nêzîkbûna serokatî ne ev e. Ji xwe hîch ne razî ye. Têkoshîna xweshikayî dide, têkoshîna nûjînî dide. Yê girîng ne ew e ku tu tenê ji bo xwe tishtan chêbikî, yê girîng ew e ku tu ji bo dora xwe, ji bo gel chêbikî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Bash, gotina dawî tu dikarî chi bibêjî? DIBIX: Ez bawer im ku ezê girêdayî soza xwe bim. Kêmasiyên min hene, lê ji bo ku ez van kêmasiyên xwe telafî bikim, ezê kedrêjiyeke sift sirf bikim. Ezê ristenirxên serokatî ji bo xwe bingeh bigrim. Û ezê ji wan dersan derxim. SEROK: Ne tenê dem bi dem, divê tu vê yekê roj bi roj îspat bikî. DIBIX: Belê Serokê min. Ez bawer im, ezê netêriyên xwe telafî bikim. SEROK: Em bawer in ku tê bi gotina xwe girêdayî bimînî. Tê, ji vî shûn ve, bi gish hêza xwe pêsh ve bichî. Wekî din, ne mumkun e, em te bipejirînin. Ne mumkun e tu jî, xwe bipejirînî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Xwe ji bo herêma sher jî, amade bike. DIBIX: Ezê hewl bidim ku xwe amade bikim, Serokê min. SEROK: Tu xwe ji sher re amade nekî, giyana te mirî ye. Gava em bang li te bikin, divê tu ji bo sher amade bî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ev jî, prensîbek, madeyek partî ye. DIBIX: Rastiya sher dizanim Serokê min. SEROK: Bash e, soz bide û xwe li gor soza xwe bilivîne. DIBIX: Soz didim ku ezê ji bo têkoshînê singa xwe bidim hember her zehmetiyê, Serokê min. Ez soz bi navê jiyanê didim. SEROK: Birêz Sokrates, hun dikarin axaftina xwe bi Dibix re bidomînin. SOKRATES: Pishtî peyva we ji min re bi mane nayê ku bidomînim. We jiyana rast li ser jiyana shash derbas kir. Hêviya min dersên we di jiyanê de bên famkirin. Baweriya min bi bashiya mirov heye, bashiya mirov dê li ser mirovê nebash re derbas be. SEROK: Hêviya min bi jiyanê, jiyana mina bi hêvî ye. Ez bi gotinên mirovan tenê bawer dikim eger ew gotin xwe di jiyana mirov de bilivînin. SOKRATES: Bê liv jiyan, bê lez dem nabe. Dem dilezîne eger lez bi demê re be. Hun hêviya xwe didin ser demê yan demê didin ser jiyanê? SEROK: Ez hêviya xwe dikim jiyan di nav wê demê de ku hebûna xwe hîn ispat nekiriye. SOKRATES: Dem bi lez e lê jiyan bi bez e, lê ez bawer im ku dem bê liv e di nav tevgera bi lez de û ji lezê bêtir dibeze. Hun lez û mesha Kurdan li gor chi dipîvin? Lez û beza wan têrî serfiraziya dema wan dike? SEROK: Kurd di nav demê de bêdemiyê dijîn, chawa di jiyanê de miribin wisa jî jiyanê di xwe de dikujin. Xebata me di hêviya serfiraziya xweishikiya tê de ye, têk neche. Em berê jiyanê ji mirinê vegerînin ser jiyanê, di jiyanê de mirin dimire. SOKRATES: Mirin ne cêwiyê jiyanê ye, hun chima rê didin ew bimire? SEROK: Mirin bi hebûna xwe jiyanê dixe xeterê lê tunebûna wê jiyanê bê mane dike. Qiweta tu kesî nagîje ku mirinê tune bike lê mirin di xwe de bimire nikare hukum li ser jiyana jiyanê bike. Jiyana jiyanê ji bo mirina wê ye. Bê jiyan jiyan nikare bimire û bê mirin hukmê jiyanê dimire. SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê mirin mirin, bê jiyan mirin û bê jiyan jiyan nabe? SEROK: Em dixwazin jiyanê bi mirinê bijînin. Bi mirina jiyanê mirinê bimirînin û mirinê li ber jiyanê ji astengiyê derxînin. Jiyan xwe li mirinê bike xwedî, mirin nikare xwe li ber jiyanê hilgire. Jiyan chiqas ji mirinê bireve, mirin ewqas dikeve pey jiyanê.

Page 23: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê jiyan mirin nabe. Mirin hem mirin e hem jiyan e. Jiyan chiqas dijî ewqas najî. Mirin chiqas dimire ewqas namire. Jiyan bê mirin e lê mirin bi jiyan e. Mirin kûr e yan jiyan? Jiyan dirêj e yan mirin? Jiyan berê ye yan mirin? SEROK: Dibix rabe, zû biche, fîlosof kete nav efkareke kûr. Ew êdî me ferq nake! Tu ji wî ji xwe tutisht fam nakî. SOKRATES: Jiyan bi chi tê pîvan? Mirin bi mêtre, bi elbik yan bi barê kerê tê pîvan? Bash ker zêde dijî yan mirov? Eger mirov ji kerê zêde dijî, wê demê ker zêde dimire yan mirov? Eger mirov ji kerê zêde dijî, ker bi aqil e yan mirov?... Diyalog -VI - Gelkujiya Almanya SOKRATES MacKANTHER û SEROK SOKRATES: Li gor min, mafê tukesî tune ku ji gelekî re, ji tevgereke azadî re bêje ew terorîst in. Bêje jî, bê mane ye. SEROK: Dev ji gotina terorîst berde, jiyana gelekî, tevgerekê qedexe dikin... SOKRATES: Chawa? Kî dikare jiyana gelek qedexe bike. SEROK: Birêz Sokrates, ger hun bala xwe hinek bidin ser buyerên dawî, gelek tisht dibin ku tukes nikare ne tenê li ser xwe, li ser kesên din jî, bipejirîne. Birêz MacKanther berpirsiyarê dewleteke bi hêz e. Hêza dewleta xwe li dijî gelên bêhêz pêk tîne; alîkariya kesên bihêz dike. SOKRATES: Ez MacKanther nas nakim, ew Kurd e yan chi mirov e? SEROK: Alman e. Lê ji netewî be ne muhîm e, muhîm ew e ku kesên wiha ji mirovahiyê fam nakin. Têgihishtina wan ji mirovahî darê zorê ye, qiweta wan e. SOKRATES: Chi karê vî camêrî bi Kurdan ketiye, camêr be tishtên wiha nake. SEROK: Hun dikarin bi wî re baxivin û ji nêzîk ve binasin. Ew dijminiyeke tund li hember gelê me dajo. SOKRATES: Birêz MacKanther tu ji Kurdan chi dixwazî? MacKANTHER: Ez ne li dijî wan im lê ew ji hedên xwe derbas dibin, mêvaniya xwe nizanin. SOKRATES: Bawer nakim. Ger tu Xenophon yan jî, Minorosky ûyd. bixwînî, Kurd pir bi edeb, mêvanperwer û camêr tînin ziman. MacKANTHER: Ew Kurdên berê bûn lê yên niha terorîst in, zerar didin mafê me. SOKRATES: Chawa yên berê, niha jî, dostên minên Kurd yên zor bash hene. MacKANTHER: Hin Kurd hene em ji wan gelek razî ne; bêdeng in, em chi bibêjin rast dibînin, dixwazin mîna me bikin. Tu zerar nadin mafê me. SOKRATES: Ew chawa Kurd in ku gish gotinên we rast dibînin! Nebe têkiliya wan bi Kurdan re tunebe? Ew kurdayetiya xwe bi chi diyar dikin? Her gel bi rengê xwe diyar be dikare dostanî bi gelên din re ava bike. SEROK: Kurdên me nikarin rengên gelê xwe diyar bikin. MacKANTHER: Li welatê me rengê netewa Alman derbas dibe. Herkes rengê netewa xwe diyar bike anarshî chêdibe, mafê me zerar dibîne. SOKRATES: Bi diyarkirina rengên netewek, chawa netewên din zerar dibînin? Ew welat hîn rengîn û xweshiktir nabe. MacKANTHER: Lê di diyarkirina rengê Kurdan de zerarên me gelek in. Kurd têkiliyên me bi dewletên dost re xirab dikin.

Page 24: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Chawa? MacKANTHER: Mînak, Kurd sherê xwe li Tirkiyê dikin em tisht nabêjin lê dixwazin li Almanya jî sher bikin, têkiliyên me bi dewleta Tirk re kêm bikin. SOKRATES: Em yek bi yek zelal bikin chêtir e. Berê mesela Kurdan. We got Kurd hene ku mîna we dikin, ji gotina we dernayên. MacKANTHER: Belê, ew Kurdên bash in. SOKRATES: Hun chima alîkariya wan nakin daku ew bi ser bikevin û Kurdistanek mîna hun dixwazin ava bikin? MacKANTHER: Em naxwazin Kurdistanek ava bibe. Kurdistan ji bo me zerar e. SOKRATES: We got Kurd gotina we dikin. Ji bo wan Kurdan ava bikin ku hun berjewendî jê bibînin. MacKANTHER: Hêzên wan nîne. Em pir dixwazin ew xurt bibin ku Kurdên terorîst kêm bibin. Lê bê feyde ye, terorîst xurt dibin, ew nabin. SOKRATES: Hun tu maf ji bo Kurdan layiq nabînin... MacKANTHER: Chawa, em dixwazin lê têkiliyên me yên dewletî, navnetewî hene. SOKRATES: We got Kurdên terorîst zêde dibin, yên bash nabin. Gelo ewên hun terorîst bi nav dikin welatek, zimanek, alek, netewek naxwazin? MacKANTHER: Dixwazin. Ala wan zerar dida me, me qedexe kir, daxwaza wana danîna welatek em nikarin bipejirînin. Ji bo ziman û chand jî, em hin gavna dixwazin bavêjin lê tirsa me ew e ku ji vê yekê terorîst feyde bigirin. SOKRATES: Hun ji aliyekî naxwazin sher bînîn welatê xwe, ji aliyê din jî, li ser Kurdan zilm dikin. Ev ne mixrik e? Ger hun bixwazin Kurd sherê xwe neynin Almanya, chima hun mafê nefesgirtinê nadin wan? Hun timî peyva terorîst tînin ziman, ji min re wer dixuyê ku hun gish Kurdan wiha bi nav dikin. Ev xetere û shashiyek nîne? MacKANTHER: Hun Ewropî ne, hun ji chanda me ne birêz Sokrates, ji we re chi hun Kurdan diparêzin? SOKRATES: Ez ne ji chanda we me. Chanda ez li ser pêl didim nivî ji Mezopotamya nivî ji Misirê ye, ez bingeha xwe ji chandên gish gelan digirim. Hun me jî, dixwazin bikin shirîkê karê xwe lê pêwendiya me mîna hun difikirin ne xurt e. Di dîrokzanî û nirxandina kevnedem de gelek kêmasî û nerastî hatine holê. Nerastiyeke herî ber bi chav jî, ew e ku têkiliya me û Ewropa mîna têkiliya rojhilat ne xurt e. Hun hertim tishtên bash û xwesh ji xwe re yên xirab ji kesên din re dineqînin. Ez ji dîrokê gelek polîtîkvanên mîna we dinasim. Bawer im hun bi hishkayî û polîtîka xwe ya rojane nikarin dema hun tê de dijîn jî, bi serkeftinî derbas bikin. Heyf! Pishtî bi hezaran sal li ser demokrasiya Athen derbas bûye jî, tu pêshketin nebûye. Hun hîn wê gotinê di devê xwe de dicûn û her diche dirizînin û mirovahî jî, pê ve dirizê... MacKANTHER: Min nexwast em bikevin nav gengêshiyeke kûr. SOKRATES: Rast e, hun nikarin bikevin jî. Ez birêz Serok û gelê wî hin ji nêzîk ve dinasim, daxwaza wan ji bo azadiyê dinasim û fam dikim. Hun bi hin termên qirêj dixwazin têkoshîna vî gelî hêja û dîrokî winda bikin. Lê bizanin ku pir kes û dewletên xwedîtewan, ji we pir bi hêztir vê daxwaziyê bi hezaran sal ne anîn cî; gelo wê temenê we, temenê dewleta we têr bike ku hun vî gelî têk bibin, wiha kole zevt bikin? MacKANTHER: Hun ajîtasyona terorîstan tekrar dikin birêz Sokrates, ne hedê min e we îkaz bikim lê hun dikevin ser riya wan. SOKRATES: Tabî ne hedê we û bavê we ye. Bavên we sêwiyên ber destê me bûn. Chi hedê we ye hun me îkaz û îhtar bikin! MacKANTHER: Birêz Sokrates hay ji gotina xwe hebin! SOKRATES: Hun hay ji gotin û kirinên xwe hebin! Ez tucar wiha hêrs nebûbûm, niha we emanetê birêz Serok dikim. Ez dixwazim berê hun pirsgirêkê hinek binirxînin, pashê ezê dîsa vegerim ser axaftina xwe.

Page 25: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Birêz Sokrates, tu dilê xwe hênik bigire, ev MacKanther û hukumeta wî ji bo gelê me ji dîroka nûjen bichûkdem in. Rûreshiyên zû derchû ne. Wê mîna bayê derbas bin bichin. Gelê me qedîm e. SOKRATES: Rast e. Min ji mêj ve bi polîtîkvanên dewletfermî qise nekiribû, ez dibînim ku rewsh gelek xirab bûye. Dema me gelek pêshvetir bû. SEROK: Pêshvechûna nûjendem ne raman û Mirovahî ye, piranî teknîkî ye. Hun dizanin teknîk jî, kî bixwaze bash yan xirab dikare pêk bîne. Teknîk di destê dewletên dewlemend de ye, li gor mafê xwe bi kar tînin. Em li dijî bikaranîna teknîkê nînîn lê li dijî bikaranîna wê ya li dijî mirovahiyê ne. SOKRATES: Bash e ku em di antîkdem de jiyane. Ez pir caran difikirîm ku nûjendem bi teknîk û ronîleza xwe bigîje dema me bash e. Bash e ku mirovahî hîn negihîshtiye konaxa ronîlez. Wê bihatana bi teknîka xwe huzura me jî, birevandana... MacKANTHER: Niha jî, nizanim hun qala chi dikin! SEROK: Hunê hîch demek fam nekin, em qala chi dikin. MacKANTHER: Rast e, zimanê me û terorîstan cuda ye. SEROK: Tishtên em dikin terorîstî bin nebin, em ji we fêr bûne. Hun gelek tisht fêrî me dikin, dixwazin bikin lê em naxwazin. MacKANTHER: Niha ev ji kuderê derket, em terorîstî fêrî we dikin! SEROK: Karxanên we hene? MacKANTHER: Em di îndustrî de pir pêsh ketine. Made in Germany li dinyê bi nav û deng e, hun pê nehesiyane? SEROK: Chawa! Em pê hesiyane. Piranî chekên dijminên me ji karxanên we derketine. Teknîka mirin û kushtina gelê Kurd bi navê Made in Germany e. Em bi pêshketina teknîka we bawer in. Ne ji teknîka chekên we bûya dewletên dostên we zû ve ji hev ketibûn, mafê gelê me hatibû cî. MacKANTHER: Em ji chekan bêtir makînên mezin chêdikin. Em tucar chekan nadin kesî ku Kurdan yan jî, kesên din pê bikujin. Em hertim garantiya wê digrin ku li dijî sivîlan pêk neyê. Ev îftîrayek e, ne rast e ku Kurd bi chekên me tên kushtinê. SEROK: Hun ne tenê chekên bichûk didin Tirkiyê, rast e. Hun tank, top, helîkopter, firoke ûwd. makînên gelek mezin jî, didin. Ji xwe ew makînên we zora gelê me dibin, gelê me bi wan makînên we tên kushtin. MacKANTHER: Di dinyayê de herkes tîcaretê dike, hun chima tenê me dibînin; em chek nedin dewleta Tirk wê welatên din bidin. Bazar azad e, em mecbûr in malên xwe bifroshin. Em nefroshin divê em karxanên xwe bigrin. SEROK: Bazara azad heye, herkes dikare chekan bikire lê em bi chekên we dimirin. Hun nefroshin, em dikarin zor bidin yên dinan jî. Hun ne tenê chek difroshin, hun alîkariya dewleta Tirk jî, dikin. MacKANTHER: Chawa? Em hîch alîkariya wan nakin. SEROK: Hun polîs û tîmên taybetî perwerde dikin, hem li Almanya hem li Tirkiyê. Hun pisporên xwe dishînin wê derê, qefle qefle tîmên taybetî perwerde dikin. Hun qefle qefle tîmên taybetî tînin li Almanya perwerde dikin. Chima hun chavên xwe li van rastiyan venakin? Ji ber ku mafê we di kushtina Kurdan de heye. Hun tîcareta xwe li ser kushtina Kurdan ava dikin û gava Kurd li Almanya xwepêshandanek chêdikin hun hema polîsên xwe dishînin ser wan. Hem li wan dixin, dixwazin mesha wan belav bikin hem jî, hema qala mafê mêvanî û qanûnên sert dikin. MacKANTHER: Kurd otobanên me dixetimînin, terorîstî dikin, pir fanatîk in. SEROK: Mesela terorîstiya chi dikin, bi chavên we terorîstî chi ye? MacKANTHER: Kurd fanatîk in, xwe dishewitînin... SEROK: Edeba xwe bizanin, zimanê xwe dirêjî lehengî û cangoriya Kurdan nekin! Hun qala otobanên xwe dikin, Kurd otobanên we dixetimînin... Hun nahêlin Kurd ji bo miriyên xwe

Page 26: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

xwepêshandanek chêbikin. Malên Kurdan, gundên Kurdan, navche û bajarên Kurdan, xweza û heywanên Kurdan, daristanên wan, bi chekên we, bi alîkariya we dishewitin. Dê, bav, zarûzêch tên kushtin, kech û xortên cheleng tên kushtin; di van kushtinan de shopa Made in Germany eshkere dixuyê, gava Kurd li dijî van protesto dikin, xwepêshandanek li dar dixin, hun hîn bi ser de polîs û tîmên xwe yên herî tûj dishînin ser wan, nahêlin ew qêrîna xwe jî, bînin ziman. Bi ser de jî, hîn hun dibêjin Kurd terorîst in, fanatîk in. MacKANTHER: Mafên me yên dewletî girîng in, em rê nadin ku kes zerarê bigîjînê. Têkiliyên me yên navdewletî jî, ji bo me shert in, em naxwazin zerar bibînin. Kurd li Almanya mêvan in. Mafê mêvanan nîne ku rabin xwe li ser otobanan bishewitînin. SEROK: Hun pirsê hertim pir teng û bichûk digirin. Min qala shewitandin û xirabkirina Kurdistan, kushtina Kurdan kir. Chima hun li ser vê yekê tisht nabêjin. Divê em li ser van tishtan baxivin. Mirovek xwe bishewitîne, ev ne terorîstî ye, ew xwe feda dike. Lê chekdayîna dewleta Tirk, alîkariya perwerdeya leshkerî û encama van xirakirina Kurdistan, kushtina Kurdan; ev e terorîstî. Hun welatê Kurdan dishewitînin, Kurd dixwazin meshek li welatê we bikin vê yekê protesto bikin, hun qala terorîstî û mafê mêvanî dikin. Hun Kurdan dikujin, Kurd naxwazin bimrin, derdikevin ser cadeyan diqêrin, hun dibêjin ew fanatîk in, rêyên me dixetimînin. Hun pirsê hertim bichûk û basît dikin. Pirs ne ewqas sivik e. Hun chiqas zêde biqêrin, dengê we, dengê medya û chapemeniya we chiqas bilind be jî, nikarin ji neheqiyê bifilitin. Tecrubeyên we yên sedsalan jî, we ji rewsha rûreshiyê xilas nake. Ji bîr nekin, Kurd bi sebir in û dijminiya tu gelan nakin. Hun chiqas bên ser me, rewsha rastî ji gelê Alman veshêrin jî, nikarin heta hetayî wiha bidomînin. Dengê gelê me nizm be jî, kêm be jî, hêdî hêdî digîje gelê Alman û gelên din. MacKANTHER: Kurd hemû ne mîna we ne. Em bi we re têkilî chênakin. Kurdên bash hene. Emê bi wan re têkiliya xwe deynin. Hun zerar didin mafên me yên aborî û siyasî, em naxwazin ji rûyê we zerarê bibînin. SEROK: Bash e, ev rewsheke polîtîk e, hun chima di bin navê qanûnan de dajon û dibêjin ku Kurd bêqanûnî dikin? Kurd bêqanûnî nakin. Hun zor didin huquqên xwe, bingeha qanûnên xwe qels dikin. Pirs polîtîk e, ne huquqî ye, hun chima qedexe di bin navê qanûnê de datînin. Em ji dîroka we zanin, tecrûbeyên we hene, hun bixwazin dikarin di nav demeke kin de gish huquq û qanûnên xwe, demokrasiya xwe bigrin bin lingan û mêvanên xwe yên Kurd bavêjin derve yan ji holê rakin. Hun bi hêz in. Hêza we li ser teknîk, derew û demagojî ye. Hun qala Kurdên bash dikin; mîna birêz Sokrates anî ziman, hun chima alîkariya wan nakin, dibistan û derfet ji wan re venakin? Ji ber ku hun jî, bash dizanin, Kurdên we yên bash ji Kurdan gelek dûr in û tu têkilî û tesîra wan li ser Kurdan nîne. Hun ketine rewsheke wiha ku nikarin jê derkevin. Hêdî hêdî rewsha we xwe digîjîne rewsha dewleta Tirkiyê. MacKANTHER: Hun nikarin sherê xwe li ser xaka me bikin. Mesele li Tirkiyê ye, bichin li wê derê chareser bikin. Em rê nadin ku Almanya bibe ciyê sher. Emê di nav charchova qanûnên xwe de rê nedin hun sherê xwe bînin welatê me. SEROK: Tu niyeta me tune ku em sher bînin Almanya nîne. Hun berî hertishtî alîkariya xwe ya Tirkiyê di bin chav re derbas bikin. Derd û kulên we em bash fam dikin. Bi gotina Kurdên bash hun dixwazin mesajan bidin me ku em xwe biguhirin, ramana xwe biguhirin, armanca xwe, shexsiyeta xwe biguhirin, lê ev xewn û xeyalek e ku hunê tucar nebînin. Em chawa bin wisa ne, mîna xwe ne, ger hun bixwazin pirsa Kurd chareser bibe dev ji Kurdan berdin, wan rehet bihêlin, alîkariya dijminên wan nekin. MacKANTHER: Kurd hertim sembolên qedexe shanî didin. Sembolên qedexe shanî nedin polîs hêrîsh nabe ser wan. Divê hun hurmet ji qanûnên me re nîshan bidin. SEROK: Ne hedê kesî ye ku sembolên Kurdan qedexe bike. Kurd bi salan e di bin sembolên xwe de sher dikin, ji bo sembolên xwe xwîna xwe dirjînin. Qanûnên sembolên gelan qedexe bikin ne hêjayê hurmetê ne. Ew ne qanûn in, biryarên polîtîk in. Bêguman hurmeta me, hurmeta gelê me ji gelên din re, ji qanûnên gelan re heye, lê ew qanûn jî, divê qanûn bin, ne mîna polîs û leshkeran bin. Huquq, polîs û leshker nashîne ser gelekî û pashê nabêje hurmeta me bigre. Gelê me hurmeta zordarî bigirta niha bûbû dîrok, li rûchkê dinyê nemabû. Dewleta

Page 27: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

Tirk, Ereb û Ecem jî, hertim gelê me bi bêqanûnî îtham kirine. Dewletek dest bavêje bêqanûniyê, pir zêde behsa qanûnan dike; hêviya min hun ji xeletiya xwe zû pash ve vegerin. MacKANTHER: Ger hun bixwazin di nav ashîtiyê de bijîn, pêwîst e mîna me bikin, li dijî gotina me dernekevin. Helbet emê rojek fikra we bikin... SOKRATES: Birêz MacKanther, bi rastî ez nizanibûm ku qanûnên we evqas bê adalet in. Hun bi vî awayî ne mafên xwe, hunê nikaribin qanûnên xwe jî, biparêzin. Ez vêga bash têdigîjim ku qanûnên we zordarî, mafên we gelkujî pêwîst dibînin. SEROK: Birêz Sokrates ne hêja ye tu serê xwe bi van tishtan biwestînî; ez bawer im, MacKanther bash dizane ku ew neheq e, sîstema wan neheq e, lê parêzkerê wê sîstemê ye. Ew dizane ku jiyana wî û ya pir kesên din rehet e, ji ber ku gelek kesên din dimirin. Ew jiyana xwe û dewleta xwe li ser kushtina gelan ava kirine. Do Cihû bûn, îro Kurd in, kî dizane sibê kîjan gel e! MacKANTHER: Huquqa me li dijî mafê we be jî, hun divê hurmet nîshan bidin... SEROK: Yanî em hurmet nîshan bidin ku di kushtina me de mafê we heye! MacKANTHER: Em we nakujin, pirsgirêka we ne bi me re ye, bi Tirkan re ye. SOKRATES: Hun dostên dewleta Tirk in. Em ji dostaniya we re tisht nabêjin, li hev mibarek bin, lê hun chima chek, tank, top didin wan, pere didin wan, tîmên taybetî perwerde dikin? MacKANTHER: Na, em dewleteke huquq in; mafên me yên siyasî, navnetewî hene. Em mafê xwe diparêzin. Heqê her dewletek heye ku parastina hebûna xwe, parastinê mafên xwe bixe pêshiya hertishtî. Bila Kurd jî, mafê xwe biparêzin, me negotiye bila neparêzin; ger parastina mafê wan zerar bide me, heqê me heye ku em qebûl nekin, li dijî rawestin. SEROK: Pir bash, bi kêmayî hun hêdî hêdî hînê rastiyê dibin birêz MacKanther. Em jî, ji we daxwaz dikin ku hun hertim wisa vekirî bipeyivin, xwe nespêrin pash huquq û qanûnan. Mafên we yên aborî, siyasî, dewletî li pêsh huquq û edaleta we ne; em dixwazin hun hertishtî wisa vekirî deynin holê, berovajî nekin. SOKRATES: Ez ecêbmayî me. Zimanê min nagere êdî tishtekî din bibêjim. Bash e ku ez û MacKanther ne hemdemê hev in. Bawer im wê di kushtina min de jî, tiliya vî camêrî hebûya. Ji bo jiyana xwe yâ qirêj bidomîne, ev camêr dikare hertishtî bike. Tu gotineke min ji wî re nemaye birêz Serok; ez naxwazim di sohbeta namerdên gelkujan de zêde beshdar bimînim. SEROK: Bîna xwe teng neke birêz Sokrates; tu bînfireh û zanayekî berz î. Ez jî, heyf dibînim ku tu gotinên xwe yên xweshik, demên xwe yên biha bi vî camêrî re derbas bikî. Min dixwast tu carek binasî, ka kî dixwaze xwedî mîrasa we derkeve û bi wê mîrasê barbariya xwe veshêre. SOKRATES: Ez êsha Kurdan hîn bêtir fêr dibim. Heta Kurd bigîjin azadiyê, ezê xwe Kurd bihesibînim. Ji îro pê ve ez jî, Kurd im û ezê li dijî barbariya ku maskeya demokrasiyê ji xwe re dike perde tê bikoshim. MacKANTHER: Ez bi guhên xwe bawer nabim.Birêz Sokrates dixwaze bibe terorîst... SEROK: Hun nizanin ka wê hîn kî bibin terorîst; J.W. Geothe, K. Marx, F. Schiller, F. Engels, H. Heine, R. Luxemburg, F. Nitsche, K. Liebknecht, A. Bebel, W.A. Mozart û bi hezaran nivîskar û hunermendên Alman yên kevn û nû. MacKANTHER: Ev tishtên hun dikin bê qanûnî ne. Hun nikarin van kesan hemû bixapînin, bigrin aliyê xwe! SEROK: Qanûn ji bo we chi ye? Hun qanûn û rêkûpêk nafikirin. Mesele ew e ku mirov chi dike bike, di bin navê qanûnê de bike, neyê girtin; tishtên dike dizî bike. Emê qanûna xwe bi xwe chêbikin lê ne mîna we. Emê vekirî bikin: Maf, ne tenê li gor hêz û meziniyê ye. Emê nehêlin ku masiyên mezin masiyên bichûk daqurtînin. Di qanûnên we de gelkujî, bi zorê xwedîmafbûn heye, emê hewil bidin ku nekevin xeletiya we. MacKANTHER: Min dixwast bêjim... SEROK: Ji bo we kesên bêqanûniyên mezin dikin gerek neyên girtin. Ger bên girtin jî, roja din serbest in, lê kesên bichûk û jar tishtek bikin, mîna kêchek tên perchiqandin. Huquqa we

Page 28: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

ne ji bo qelsan e, ji bo xwedîhêzan e. Alîkariya we hertim ji bo dewletên metîngeh e. Mirina mirovan astengî li ber firotina chekên we nake. Hun her diche zêde chekên modern chêdikin û didin dewletên serdest. Ji bo we tenê tishtek girîng e: Hauptsache die Kasse stimmt (Mesele kasa tijî be). Diyalog -VII - Etîka Moral û Raman SOKRATES ISVANES, YASKO û SEROK SEROK: Birêz Sokrates, îro du mêvanên me yên hêja û zana li vê derê ne. Hêviya min ew e ku em bi hev re sohbeteke xwesh bikin. SOKRATES: Ez pir bextiyar dibim, gava hin mêvanên birêz, zanayên Kurd dibînim. Dilê min xwesh e ku ez carcaran bi Kurdên jîr re jî, sohbet dikim; ez bi xwe ji xwînmijên pozbilind mîna MacKanther pir aciz im û eger mafê Kurdan tê de nebînim bi kesên wisa re hîch sohbet nakim. SEROK: Xwînmij û gemar ciyê xwe di sergoya dîrokê de dibînin; dîrok kesên wisa ef nake. Kesên mîna Meletos, Anîtos û Lîkon ku biryara kushtina te dan, îro di sergoya dîrokê de ne; tu hîn bêtir bi heybet dijî. Dîrok ronahiya rastiyê ye, tariyê mahkum dike. SOKRATES: Birêz Serok tu peyvên gelek xwesh dikî. Peyvên te chiqas rast in! Rastî carna di jiyana mirov tê de ye zor e, nayê kishandin lê pashê ku mirov difikire, poshman nabe ku tishtên rast kirine. Baweriya min ew e ku hin kes wê ciyê xwe di sergoyan de jî, nikaribin bibînin. SEROK: Rast e. Mirov vê yekê jî, ez bawer im pêwîst e bîne ziman ku hertisht bi du aliyan e; welew ku mirov carna aliyek bibîne aliyê din nebîne jî. Bash û xirabî jî wisa... SOKRATES: Mirov bash li xirabî bikole, ji ber pêshderxistina bashî eynik e. Tûj û kûr, tûj û kor, tûj û shirîn chiqas dijbertî bikin jî, yek tisht in. Newal berovajî bikî ji chiya dûr nakeve. Mirov xwe ji ciyê xwe hîch tev nede jî, di saniyê de 30 kîlometir hereket dike, ji ber ku cîhan li dora xwe û rojê dizîvire... YASKO: Birêz Sokrates, birêz Serok hun pir kûr bichin, ez bi we re nikarim bigîjînim, ji kerema xwe me jî, di nav sohbeta xwe de bi cî bikin! SEROK: Bibuhrin, bi rastî em dixwazin bi hev re sohbet bikin, me ji nishka ve dest pê kir... SOKRATES: Li me bibuhrin birêz Yasko û birêz Isvanes. ISVANES: Na, hun tishtên girîng dibêjin. Hun bipeyvin, emê pashê ramana xwe bibêjin. Ne wisa ye birêz Yasko? YASKO: Belê. Lê em pêbigîjin chêtir e. SEROK: Belê. Birêz Sokrates rast e: Mirov li ciyê xwe bisekine jî, di saniyê de 30 kilometir hereket dike, lê ev hereket pasîv e. Mirov bi xwe nake, bi hereketeke mezin re kash dibe, yanî bê daxwaza xwe pê re ye... SOKRATES: Bi daxwaza xwe mirov nikare ewqas zû bilive. Mînak mejiyê mirov bixwaze dikare ji hereketa cîhan û rojê zûtir be. Lê her mejî vê zûbûnê ranake. Zû û hêdî jî, du aliyên ji hev dûr û gelek nêzîk in, mirov dikare bibêje di nav hev de ne. SEROK: Ferqa wan ne di hereket, di rawestana wan de ye. Em mînaka mejî bigrin; mejiyê bê hereket mejiyê mirî ye. Hin mejî bê hereket dixuyên lê di nav wan de bahoz û bager dilivin. Gava mirov li ronahiyê binêre tu hereket nabîne, lê leza ronahî di saniyê de 300 hezar

Page 29: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

kîlometir zû ye. Ronîlez lezek e ku heta vêga jî, tu lez ji wê zûtir nîne. Li gor baweriya min leza mejiyê ji ronîlez jî, hîn bi leztir e. SOKRATES: Ger mirov rê li ber leza mejiyê negire, rast e. Mejî di lez de bê pîvan e. Kesên leza mejiyê xwe hêdî dikin, ber lê digrin, xwe ji rizînê nikarin bifilîtînin. SEROK: Belê, mînak hun ji ber ku di mejiyê xwe de zû ne û hertim di hereketa mejî de ne, em dikarin di saniyê de 2400 sal bigîjin hev. SOKRATES: Tenê hereketa mejiyê min têr nake. Pêwîst e du mejî di hereketê de bin daku bigîjin hev. Di pêvejoka we de bi mîlyaran mirov dijîn lê ez bixwazim jî, bi wan re nikarim bikevim têkiliyê. Hun bi mejîleza xwe digîjin dema min û demên pêsherojê; bi vî awayî lihevhatin û lihevlivîn chêdibe. YASKO (Ji Isvanes re): Bawer dikim emê ji vê sohbetê gelek feyde bigirin lê wê dora peyvê kêm bê me. ISVANES (ji Yasko re): Xem nake. Em bash guh bidin wan, sohbeteke zor balkêsh e. SOKRATES: Bibuhrin, me dîsa bê we berdewam kir. Belê birêz Yasko, rewsha we chawa ye? Hun chawa ne birêz Isvanes? YASKO: Rewsha me rewsha Kurdan e. Kurdbûn gelek zor e birêz Sokrates. Polîtîkvan, nivîskar, rewshenbîrê Kurdan bûn hîn zortir e. ISVANES: Birêz Sokrates, ger dema me bimîne ez dixwazim rewsha hin heval û dostan bipirsim. Mesela Herakles, Thales chawa ne. Li ser Kurdan mefqûfê wan chi ye...? SOKRATES: Dem bimîne, ezê behsa wan jî, bikim; lê ew jî, pir meraq dikin ka hun chi dikin. Ez dixwazim ji we pir agahdarî bibim. Herodot û Thukîdides pir silav dikin û dixwazin li ser dîroka Kurdistan ya nû agahdarî bigrin. Jina min Xantippe jî, Kurdan pir meraq dike; hin nivîsên we xwandine, pir bi kêfa wê ye. Pir silavên Europîdes li Mûsapos hene. Ez hêvî dikim emê karibin rojek bi Musapos re jî, sohbet bikin! SEROK: Belê, emê karibin. Mixabin Mûsapos vêga di nav gel de pir karên pratîk hilgirtiye ser xwe, em dikin nakin bernade nayê. Jiyana wî ji yên me gishî xweshtir e, bi mejiyê xwe ji hemû Kurdan azad û serbestir e. Ew ji we fîlozofan pir hez dike, dixwaze bê cem we. SOKRATES: Thales ji min re behsa wî kiribû. Lê ew me kal dibîne. Rojek ji Platon re gotiye ew ji fîlozofên xort mîna Descardes, Rousheau, Sartre, Kierkegaard, Schopenhauer, Nitsche, Marx ûwd. hez dike. Min ji Arîstoteles bihistibû ku navbera wan gelek bash e. Xenophon ji wî pir hez dike, hertim behsa wî dike ji me re. YASKO: Ma kî ji kekê Mûsapos hez nake. Dijmin jî, li hember wî hustîxwar e. Mûsapos di dilê gelê Kurd de pîroziyek e. Rojek dema me hebe birêz Sokrates, ez dixwazim bi we re bêm cem we daku gish agahdarî li ser Mûsapos bidim. Ez mîna kurê wî bûm, dostaniya me zêdeyî 30 salan kishand; mirov ji wî têr nabe. Hun ji bo Platon chawa ne, Mûsapos jî, ji bo min wisa ye. SEROK: Gish wesfên rewshenbîrî û zanabûna Kurdî di wî de hebûn. ISVANES: Ew ji bo me hemûyan mînakek e ku ehlaq û mirovahî chawa be! SEROK: Bi vî awayî em dikarin dest bi sohbeta xwe bikin. Sohbeta me li ser hertisht e, lê em dîsa jî, pichek bi sînor bikin chêtir e bi baweriya min. Li ser morala raman, ehlaqê mejî, afirandina rewshenbîrî ûwd. em dikarin sohbet bikin. SOKRATES: Bi vî awayî ezê karibim du ramanên bijarte ji civaka Kurd binasim. YASKO: Hasha! Hasha birêz Sokrates tewecuha we ye. Em xizmetkarê gelê xwe ne. Heta ji me bê, li gor zanabûn û qiweta xwe em dixwazin xizmetê bikin. ISVANES: Birêz Sokrates gelek kîbar e, ne! Tabî birêz Serok ew mijara hun pêshniyaz dikin gelek girîng e. Em îro li mêzêna êtîk yanî ehlaqê raman û mejî binêrin û rewsha Kurdan bidin ber chav, em dikarin kêm ked di vî warî de bibînin. Rewshenbîriya Kurd herchiqas mirovên mezin di dîrokê û di dema me de derxistibe jî, ev têr nake. Em Kurd bi morala ramana xwe neliviyane. Me hertim ehlaqê mejî ji bo dervayê xwe pêk aniye. Pêwîstî berî hezar sal bi vê yekê hebû, îro jî, heye.

Page 30: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

YASKO: Kurdbûn zor e bavê min. Ehlaqê avakirina hin tishtan ji bo civaka xwe, di me de kêm e. Ji ber ku em hertim li gor êtîka berjewendiya mejiyê derva liviyane, me yên malê hesab nekirine; di parastina teng û mafên bichûk de mane, me nikariye ji bo xwe, ji xwe re bibin xwedî êtîka raman. SEROK: Belê. Gish mesele ev e. Di dîroka mirovahî û sharistaniyê de Kurdên xwediyê êtîk yên mezin derketine. Kurd xizmeta mirovahiyê kirine. Lê îro ev xizmet bê xwedî ne. Chima? Ji ber ku kes tune biparêze. Parastina wan ne bi navê wan e. Ger mirov bê nav be û bixwaze xizmeta navê cîhanê bike, di cîhanê de wê rûmeta mirov jî, bê nav be, bê xwedî be. Rastî ew e ku mirov li ser zemînek bilind bibe. Bilindiya bê zemîn berovajiya wî ye. Tu li ser rûmetek bilind nebî, nizanî berjor yan berjêr dichî. Nikarî wê ferqê jî, îdrak bikî. Kêmasiya êtîka raman ne ji niyeta xirab yan ji bê ehlaqiyê tê, ji tunebûna zemîn, ji kêmasiya rûmeta der û dor tê. SOKRATES: Rast e. Mirov chiqas cîhanî be jî, divê zemînekî hebe ku mirov xwe li ser bilivîne. Ev zemîn netew dibe, gel dibe, welat dibe, erdê herêmeke chandî dibe; lê bê civak nabe. Civak mîna malbat e. Malbat mezin dibe, dibe civak, civak dibe gel ûwd. Bê pejirandin û xwelivandina li gor van rastiyan mirov chiqas bixwaze jî, nikare bibe xwedîmoral. SEROK: Mirov bi tena serê xwe li serê chiya be, ji mirov re ehlaqekî mirovî ne gerek e. Mirov dikare tazî bigere, biqêre, birchî bimîne ûwd. Li wê derê ehlaqê xwezayî derbas dibe ku ev qanûn e; qanûnên xwezayî. ISVANES: Xebata me ya li ser êtîka ber bi ramana ji xwe derketî, ber bi xwe ji bo xwe û ji derva anî ber bi xwe ji bo xwe, ji bo demeke ne dûr be jî, pêwîst e. Emê hewl bidin ku hîsên me yên moralî û organî li ser gelê me bin. Kesayetiya berzedil ji bo dilberziya netewî ber bi xizmeteke cîhanî ye. Xizmet ji xwe der berz bibe serfirazî ye. YASKO: Heta ji min bê ezê guh bidim we daku bash têbigîjim. Ez ji fîlosofiyê zêde fam nakim lê ji bo ramana xwe bînim ziman ezê jî, carcaran bipeyivim. SOKRATES: Peyv bi serê xwe chi mane îfade dike? Ma peyv ji bo peyvê ye yan ji bo têgîshtina peyvê ye? Têgîshtina peyvan ji peyv bi xwe mumkun e? Peyv ji xwe der, ber bi derva têgîshtinê asan dike yan ji derva ber bi xwe? Li ba me hin fîlosof hebûn ferqa peyvên wan ji yên taciran nebûn. Ew hertim ji xwe der, ber bi xwe û ji der, ber bi xwe û bi xwe li ser xwe di rastiya têgîshtina jiyanê de bûn. Rastiya wan di jiyanê de derewên jiyana rastiya wan bû. Hin fîlosof êtîk û morala raman ber bi mejî di mejiyê materî de didîtin lê di mejî û raman de materî nedidîtin û chîrûska êtîk ji raman ji bo wan mane îfade nedikir. Eger em qala raman bikin gelo ne pêwîst e ku em bingeha wî bînin ber chav; bingeha mejî em li ser chi ava bikin? Êtîk parcheyek ji hebûna materî ye yan na? SEROK: Êtîk mîna materî bê girtin xwe dide ser kîjan beshê organan? Mîna metafîzîk dervayê materî bê girtin îspata hebûna wî chi ye? Gelo em dikarin ji derva ber bi derva, ji hundir ber bi derva, ji derva ber bi hundir, ji hundir ber bi hundir yan jî, li derva bi serê xwe, li dervayê derva bi serê xwe qala rastiya-nerastiya êtîk, raman û moral bikin? Em dikarin ehlaq bi dest bigrin, bi chav bibînin; bi organên materî hîs bikin? Îspata hîsan ji derva mumkun e? Îspat nebûn bi xwe tê maneya îpatê yan îspata materî, îspata organan nayê maneya ne îspatbûnê? SOKRATES: Xwenasîn îspata dervayê xwe nasîn e yan dervayê xwenasîn înkara xwe bi xwe ye? Homer jiyaye nejiyaye bê îspat e lê dîsa jî, ne îspat e ku jiyana wî diyar e yan na. Jiyana Homer mîna nejiyana wî ye ji ber ku bê îspat e. Ji ber ku nejiyana wî bê îspat e, ew jiyaye. Homer kes bû yan gel bi xwe bû nayê zanîn. Tishtê tê zanîn, bi navê wî berhemên gelê Yonan yên herî girîng hatine afirandin. Lê ev berhem chima girîng in? Girîngî mîna zewqên rengan e, li gor herkesî, her gelî tê guhertin. Homer ji bo min girîng be jî, ji bo we ne girîng e; pêwîstiya girîngiya wî jî tune. YASKO: Homer ji bo min girîng e ji ber ku dîroka gelê Yonan e. SOKRATES: Dîroka gelê Yonan chima ji bo te girîng e? YASKO: Gelê Yonan gelekî xwedî kultureke bilind e, li ser rojhilat û rojava tesîr kiriye.

Page 31: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Lê pirs ev e ka zêde tesîr kiriye yan zêde di bin tesîra wan de maye? Tesîr yek alî nîne, hertim xwediyê du aliyan e. Yonan kultura xwe ji kuderê anîne ku didin rojhilat û rojava? Gelek bi tena serê xwe dikare bibe xwediyê kultureke cîhanî yan cîhan hebûna xwe di gish kulturan de nade xuyakirin? ISVANES: Dîrok bi me dide zanîn ku kultura gelekî bi serê xwe nabe. Kultur hertim cîhanî ye welew ew ji aliyê kesek jî, berepêsh hatibe birin. Kultura Yonan kulturên din di nav xwe de diberiqîne lê welatên Ewropa tenê qala Yonan dikin ji ber ku ew Yonan mîna xwe dibînin. Ewropa dixwaze cehaleta xwe ya dema antîk bi kultura Yonan tijî bike. Lê Yonan bi xwe înkar nake ku ew bingeha kultura xwe piranî ji rojhilat û Afrîka girtiye. YASKO: Yanî Ewropa derewan dike? ISVANES: Mirov nikare derew bêje lê înkar û pozbilindî heye. Ewropa gish cîhana dervayê xwe bê medeniyet dibîne; bi xwe ji kuderê xwediyê medeniyet bûye jî, nikare îspat bike. Medeniyeta wî chi ye bi xwe nizane? Xwe davêje ser Yonan... YASKO: Ewropî jî, mîna Tirkan dikin? ISVANES: Hîn bi aqiltir in. Ew ne bi înkar, bi pejirandina tishtan naveroka wan vala dikin. YASKO: Yanî chawa? ISVANES: Mînak tu îspat bikî ku Homer ne Yonan lê ji eshîra Hûhû bûye; ewê dest bavêjin pesna eshîra Hûhû û di kesayetiya Homer de Hûhû mezin bikin. Pashê wê lêkolînan li ser eshîra Hûhû bikin û îspat bikin ku Hûhû zêde xizmeta sharistaniyê nekirine. Ji eshîra Hûhû tenê Homer bi kultur mezin bûye û ew jî qala kultura Yonan kiriye. Bi vî awayî Homerê Hûhû dîsa ji sharistaniya Ewropa bûye. Gelek metodên wan hene, ew bixwazin dikarin pêwendiya her tishtên bash bi xwe ve girêdin. SOKRATES: Ez ji vê yekê gelek aciz dibim. Ewropî hertim qala min dikin û ji xwe dihesibînin. Birêz Isvanes hun nikarin di dîrokê de îspatan bibînin ku tu pêwendiyên min bi Ewropa re nebûne, ez ne ji kultura wan im? ISVANES: Em dikarin bibêjin ku Sokrates ji eshîra Bêrtî ye lê ferqa me û Ewropiyan namîne; em naxwazin mîna wan bikin. Derew û zanyarî ne dost in. YASKO: Bi rastî hun ji eshîrekî Kurdan bana hîn xirabtir dibû; wê demê wê Tirk li we xwedî derketana û hun ji wan xilas nedibûn. Li hember Ewropa hun dikarin hebûna xwe ya Yonanî biparêzin, li hember Tirkan gelek zor e; ferqa we û Yunus Emre nedima. Bash ku hun ne Kurd in birêz Sokrates. SEROK: Henekên we gelek xwesh in. Ger em cardin vegerin ser mijara xwe; eger di mejiyê mirovekî de valahî hebe, gelek zor e. Em vegerin ser rewsha Kurdan, heta dor bê Ewropa hîn gelek dem dixwaze; em berê serên bê mejî li ba xwe binirxînin. SOKRATES: Bawer bike li gor min mejiyê Ewropiyên herî bi aqil mîna mejiyê shivanê gundekî we jî, nîne. Ez naxwazim di vê mijarê de kûr bichim lê ev ramana min e. Gava mirov peyva mejî tîne ziman, aqil pê re difikire yan tenê organ tîne ziman? YASKO: Helbet gava peyva mejî tê ziman divê pichek jî aqil pê re mijara gotinê be, ev ramana min e. Mejiyê bê aqil dibe yan aqil bê mejiyê organ dikare hebe? ISVANES: Belê ev pirseke girîng e. Mirov pir caran ji yekî re dibêje aqil pê re nîne lê ev nayê wê maneyê ku mejî pê re nîne. Em mejî mîna organ bigrin dest, nikarin tê de aqil bibînin, lê mejî dest bi chalakiyan bike tê de tê dîtin ka aqil heye yan na? YASKO: Ma aqil bê mejî, mejî bê aqil dibe? ISVANES: Helbet em nikarin hebûn û nebûna vê yekê îspat bikin lê em bi gotinan dilîzin, dibêjin ev bi aqil e, ev bê aqil e ûwd. Lê nizanim aqil di kîjan mejiyê de heye! YASKO: Mirov nikare aqil bibîne lê hîs dike, ji gotinan derdixe ka xwediyê gotinan di rêzkirina hevokan de chiqas rast e. ISVANES: Rêzkirina hevokan li gor chi rast e? Rastiya rêza wan bi chi tê pîvandin? Peyvên rêzkirî ji yên nerêzkirî chima bi aqiltir tên dîtin?

Page 32: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Mirov bi tena serê xwe bijî, ji bo wî ev tishtên em tînin ziman, derbas nabin. Mînak mirovek bi xweza re bi tena serê xwe ye; ew chi bêje-nebêje, bike-neke ne chewt û rast e. Ji bo ku em rengdêran (bash-xirab, chewt-rast ûwd.) bi kar bînin, hertim pîvan gerek e. Pîvan, li gor civakan tê guhertin. Her civak ji xwe re pîvanan datîne û li ser wan pîvanan her kesên wê civakê li hev tên. Ev lihevhatin ne peymaneke konstant (daîmî) e. Carna guhertin dikevin nav van lihevhatinan. SOKRATES: Em bêjin hin peymanên civakî hene û ez naxwazim van peymanan bînim cî, xwe li dervayê wan dilivînim? YASKO: Nabe birêz Sokrates, wê demê tu li gor peymanên civakê dikevî dervayê civakê. SOKRATES: Ez li dervayê peymana civakê me û mîna wan nakim, ez peymana wan rast nabînim û xwe li gor xwe dilivînim? SEROK: Belê, dikarî. Lê wê demê civak te qebûl nake. Dibe ku xwelivandina te ji peymana civakê bi mantiqtir be jî, dîsa dikevî dervayê civakê. Ji xwe pirsa me ew e ku chima em di nav peymanekê de dizên bê ku em wê dipejirînin. Peymanên xweza ne mîna peymanên civakê ne. Xweza bi xwe xwe durust kiriye û tu xwe li gor jitîna (înstîkt) tecrubeya mîlyon salan tê de rast dilivînî bê ku bizanî chima û chawa. Lê xwelivandin li gor peymana civakê pishtî zayînê fêr dibî. Gava tu fêr dibî, dibî yek ji wê civakê. Xwe chiqas li hember civakê asê bikî jî, nikarî bi temamî jê xilas bikî. SOKRATES: Ji ber ku ez xwe jê xilas nakim dibe ku li hember hin beshên wê derkevim, wê demê pêwîst e ku civak min bavêje dervayê xwe? SEROK: Li vê derê pirsa mejî-aqil, ehlaq-raman derdikeve holê. Civak carek hînê qaîdeyek bibe bi sedan sal guhertin nabe. Her qaîdeyê ku civak fêr dibe ji nivsheyên pêshî tên, mirov nikare di rojekê de li hember derkeve û qebûlkirina hemberderketina xwe bixwaze. Pircaran edet û teqelîd yanî peymanên civak bi dem re dihelin, winda dibin, ciyê xwe didin hin fêrbûnên nû lê ji bo vê yekê pîvan roleke mezin dilîze. Guhertina pîvan dibe sedem ku di peymana civak de guhertin chêbe. SOKRATES: Ji bo guhertina peymana civak pêwîstî bi guhertina pîvan heye? Bash e pîvan li gor chi û chawa dikare bê guhertin? Guhertina pîvan bi chi girêdayî ye? YASKO: Mirov nikare bi carekê ve civak qulopanî bike? ISVANES: Tu civak bi carekê ve qulopanî bikî, ev dibe shoresh. Lê em bêjin te qulopanî kir, hertisht guhert û chi? Tê chawa bimeshînî, alternatîvê te chi ye? SEROK: Ev yeka pir girîng e! Bê alternatîvek rêkûpêk mirov nikare civak biguhire. Pirs guhertina civak nîne, pirs alternatîv e. Pirs pishtî guhertinê chi be ye. Eger tu xwe ji pishtî guhertinê re amade nekî, guhertina civak nayê cî, shoresh provake dibe. Divê mirov zanibe, gelo ew pishtî shoreshê chi dixwaze? SOKRATES: Em bêjin mirov zane lê tenê bi zanebûn pirsa pishtî shoreshê chareser dibe? SEROK: Na. Pêwîstî bi amadekirina pîshtî shoreshê heye. Divê mirov hîn di dema shoreshê de mejiyên nû ji bo pishtî shoreshê chêke. Mirovên nû; bi ehlaq, raman, giyan... Ji bo pishtî shoreshê xebat berî û di dema shoreshê de pêk neyê, pashê dereng dibe. Vêga em di nav shoreshê de ne, hertisht bi heyecan dimeshe lê sherê germ bisekine, heyecan jî sar dibe. Ji bo heyecan germ bimîne divê giyana mirovan bilind, dilê mirovan berz be, mirov ji berê zêdetir xwedî êtîk bin, moralê wan bilind be. Ev taybetî fîdakarî di kesayetî de dixwazin. Xebata me ya herî girîng kesayetiya nû ye. SOKRATES: Tedbîrên pratîk chi ne? Jiyan chawa guhertina xwe bi dilberzî dikare bîne cî? Mirovên nû kî ne? Ev mirov chawa ne, chi ne; hun chi didin wan, ew bi chi perwerde dibin? Perwerdeya shoreshê ji bo pishtî shoreshê chi ferqê dixe nav ya berê? SEROK: Mirovên Kurd pêwendiya xwe bi koletiyê zû bi zû nashkîne. Bi sedsalan bindestî fêkiyên tal gihîshtandine. Em xeyalan nakin, em mirovên xwe civaka xwe bash nas dikin ji ber vê yekê jî, xebata me piranî li ser kesayetî ye. Em dixwazin di kushtina kesayetiya kole de, kesayetiya Kurd ya rastîn ava bikin. Kesên bi kesayetiya kevn nikarin di shoresha me de zêde bijîn. Em jiyana shoreshê li ser dilberziya giyanê ava dikin, jiyana kole ji vê yekê direve,

Page 33: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

nayê jiyana paqij. Paqijî jiyana gemar disho, tune dike; karakterên zeyif tê de winda dibin. Em dibêjin, kêm be jî, mirovên mezin, kesayetiyên dilberz, xwediyê moral û ehlakê bilind pêwîst in. Xebata me li ser vê yekê ye. SOKRATES: Hun ferqê dixin nav jiyana civak û pêshengên civak? Di jiyana pêshengan de zeyifî nabe lê qelsiya jiyanê di civakan de derdikeve holê û ev jî, beshek ji jiyana wê ye, li ser vê yekê chi kar hene? YASKO: Kekê Sokrates, birayê delal, bi rastî di civaka me de qelsî hene lê gelê me hewl dide ku qelsiyên xwe ber bi xurtî biqulibîne. Piranî qelsî ji me ne; ji pêsheng û rewshenbîrên Kurd in. Eger em karibin li gor jiyana nû, kesayetiya dilberz xwe bilivînin, gel amade ye, gel fîdakar e. ISVANES: Belê, gelê Kurd pir fîdakar e. Dijmin bi gelê me pir lîstiye lê dîsa jî, gel pir li ser xwe ye. Gelê me di sherê azadiyê de ye, li ser koletiya xwe sherê azadiyê dimeshîne. Li dijî koletiya xwe pir hishk e, ji bo azadiya xwe nerm e. Eger pêshengên gel karibin bibin berdevkên wî, baweriya min bi shoresha me xurt e. Li ser civaka nû û peymana civakê dixwazim bêjim ku gish pîvanên kolonyalîstan shash in. Divê em gish pîvanên wan rakin, pîvanên xwe deynin. SOKRATES: Di jiyana rojane de, pishtî shoreshê peymana we li gor chi pîvanê ye? Koletî, kolonyalîzm û kirinên wan tishtên xirab in; tishtên hun datînin chengkirinek e li ser van, lê beriqîna wan di jiyana rojane de wê chawa be? Kurdên kole sher dikin ji bo azadiyê; ferqa Kurdên azad ji ferqa Kurdên kole îro sher e, shoresh e, lê wê sibê pishtî shoreshê chi be? SEROK: Bersiva pirsa te naveroka shoresha me ye. Ez azadiyê, serfiraziyê tenê di derketina kolonyalîstan de nabînim. Kolonyalîzm tenê ne li ser xaka Kurdistan e. Kolonyalîzm di mejiyê Kurdan de ye. Rizgarkirina xaka Kurdistan armancek ne dûr e, pirsgirêk rizgarkirina mejiyê Kurdan e. Em di Kurdistaneke azad û serfiraz de bi Kurdên mejîkole chi bikin? Pirsgirêk ew e ku Kurd xwe bi xwe, kesayetiya xwe ji koletiyê azad bikin, serfiraziya mezin jî, ev e. Em sher dikin û zanin emê xaka xwe ji destê dijmin derxin û Kurdistan ava bikin lê avakirina Kurdistan bi koleyan nabe. Ji vêga de xebata me li ser serfiraziya kesayetiya Kurdan e. Divê her Kurd li dijî xwe sher bike, kesayetiya xwe ya kole bikuje û ji nû ve ava bike. Ji jiyana kole, mirina azad sed car bi shereftir e. Herkes nebêje ez azad im û kêmasî di yên din de bibîne. Koletî daye heta qirikê, gemarî ji poz bihuriye û kesek ne li dervayê vê yekê ye. Bila kes nebêje ez bi xwe azad im, heta ew civaka xwe bi xwe re azad neke, azadiya wî kêrî tishtî nayê. Êtîka raman ji me azadiyeke gishtî dixwaze. Nîv-azad, nîv-kole nabe. Nîv-ehlaq, nîv-kesayetî nabe. Mafê kesî tune bi hinek-serfirazî kêfa xwe bîne. Serfirazî, azadî, kesayetî nîvcû nabe, ya heye, ya nîne. Azadî ne zebesh e mirov bi parcheyek razî be; ne nan e mirov gepek jê bigre; ne av e mirov dilopek vexwe. Heta mirov di azadiyê de nexenike, azad nabe. Serfirazî navêje ser serê mirov, gemarî paqij nabe. SOKRATES: Ez bi serfiraziya Kurdistan bawer im lê hêviya min kesayetiya kole wê di nav kolonyalîzmê de bixeniqe, nikaribe derbasî azadiyê bibe. Ciyê azadî lê hukumferma ye, koletî winda dibe. Di mejiyê mirovan de koletî pir e yan azadî? Aqil di mejî de hebe, rê dide koletî yan na? Aqil û koletî zêde bi hev re ne yan aqil û azadî? SEROK: Fêrbûna koletiyê hêsan e yan fêrbûna azadiyê zor e? Pîvana azadiyê yan pîvana koletiyê dirêj, kûr, nizm, bilind, dûr, nêzîk e? SOKRATES: Tama azadiyê shêrîn e yan koletî tûj e? Tuj shêrîn e yan shêrîn tûj e? YASKO: Birêz Serok û birêz Sokrates xwe kishandin nav ramana xwe, êdî dengê me nagîje wan. ISVANES: Bila be, bash e. SEROK: Kesayetiya qirêj heye, kesayetî dikare hebe û gemar be? Sed sal xwarin bash e yan rojek azad jiyan? Kurd pir in yan koletiya wan zêde ye? Kurdên kole kurd in yan ew tenê kole ne? Kurd û kole, mirov û kole dibe yan nabe? SOKRATES: Sed kole pir in yan yek azad zêdetir e? Mafê koletiyê heye ku azad be yan tishtek dikare hem kole hem azad be? YASKO: Em bichin birêz Isvanes?

Page 34: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

ISVANES: Na, em guh bidin efkarê wan SOKRATES: Madem kole hene chima azad jî hene? Dinya zû dizîvire yan zû disekine? Dinya heye yan tune ye? Ez ji kuderê zanim ku dinya heye, îspata min chi ye? Îspata min chi ye ku ez heme, hebûna xwe bi chi dipîvim? Diyalog -VIII - Qatîlhezî Chima Kurd ji qatîlên xwe hez dikin? SOKRATES ARZAN, ALABAN ASIMQEND, BERKEND, TIRZO û SEROK SOKRATES: Chawa? Bi rastî ez hîch tênagîjim! SEROK: Rastiya me Kurdan ev e. SOKRATES: Mirov chawa dikare ji qatîlê xwe hez bike? SEROK: Têgîshtina vî tîshtî li me chiqas giran be jî, mixabin wisa ye; Kurd qatîlhez in. Bê qatîlên xwe nikarin bijîn. SOKRATES: Chima qatîlên Kurdan chawa ne? Chi didin Kurdan, ji wan chiqas hez dikin yan jî, chi dikin ku Kurd ewqas ji wan hez dikin? Ez chiqas bixwazim baweriya xwe bi vê yekê bînim jî, dîsa li min gelek giran tê... SEROK: Li min gelek giran dihat û tê, ji ber vê yekê jî, bi salan e li hember sher dikim. Ez naxwazim ji qatîlê Kurdan hez bikim; chi hezkirin, divê ew ji min quncik bi quncik birevin, nekevin destê min... SOKRATES: Mumkun e ku Kurd fîlosofîk difikirin û ji vê hêlê xwe di nav pêwîstiya hezkirina qatîlê xwe de dibînin! Belkî ew ne hez e, nefret e! SEROK: Chi fîlosofîk! Kurd ji rebenî û bêcharetiyê ketine vê rewshê; ji pepûktiya wan tê ku ji dijminê xwe hez dikin. Hez chi, ew êvîndarê dijiminê xwe ne. Di nav êvîneke kûr de ne. Tu nikarî ji dijminên wan re tishtek bibêjî, diqehirin. Dijminên Kurdan ne mîna dijminên xelkê ne, gelek dijwar in, bi barbariya xwe dijwar in. Ewchend zor û zulum li Kurdan kirine ku rêyeke din ji bilî qatîlhezî ji wan re nehîshtine. Sedem zelal e, lê serhilnedan ne zelal e. Divê ew li dijî vê yekê bên hishyarkirin. SOKRATES: Divê mirov vê yekê zelal bike. Meraqa min li ser Kurdan her diche zêde dibe. Ez êdî nikarim bê pirs û ramana Kurdan jiyanek bifikirim. Eger nikarim jiyanek bê wan bifikirim, divê têkiliya xwe hîn xurtir bikim. Ezê bi hin nasên xwe re jî, li ser qatîlhezî bipeyivim ka ew chi difikirin. Nizanim li welatê Helen qatîlhezî heye yan tuneye, ezê ji gish nasên xwe bipirsim daku agahdariya min li ser vê yekê chêbe. Lê ez bawer im ku ger Diogenesê Sînopî vê yekê bibihîse wê gelek kêfa wî bê. Ew hertim li pey tishtên ecêb digere. Ez jê re qala vî tishtî bikim, belkî ew biche Kurdistan, cem Kurdan û bixwaze bi wan re bijî. SEROK: Berî ku tu bi Helenan re bipeyivî, dikarî bi hin Kurdan re derbarê vê yekê bipeyivî, agahdariya xwe fireh bikî. Va Kurdên ji her aliyê Kurdistan jî, ber bi me tên, kerem bike, em bi wan re sohbet bikin. Belê, binêre ev birêz ARZAN e, yê li cem wî ALABAN e, her du jî, ji bashûr in. Evê li ser milê me yê rastê ASIMQEND e, ji rojhilat. Yê ku di navbera wan de ye BERKEND e, ji bakûr. Ewê serê xwe dixurîne TIRZO ye, Kurdê Ewropa ye. Kesên din nehatine. SOKRATES: Birêz Arzan li min bibore ku ez tishtan zû bi zû tênagîjim, hin pirsên min hene ji bo ku ji min re zelalî chêbe...

Page 35: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

ARZAN: Belê keremke, lê mafê tu kesî tune ku dev bavêje dostên me û navbera me xirab bike. Em tucaran rê nadin vê yekê, ne wisa ye birêz Alaban? ALABAN: Chi ji destê me bê, emê bi cî bînin daku dostaniya me bi dijminên me re têk neche. Dibe ku em di hîch tu tishtî de li hev nekin lê di vê yekê de fikrê me bi birêz Arzan re her tim yek e. SOKRATES: Min hîch tutisht ji we fam nekir birêz Arzan û Alaban! Eger fikrê we yek e, hun chima û chawa du kes in. Eger hun du kes in û ne bi hev re ne, chawa fikrê we yek e? ASIMQEND: Mafê me heye ku em bi herkesî re, ji bo pêshvebirina têkoshîna xwe têkilî deynin. Dost û dijmin ferq nake, dîplomasî pêwîst e. Dîplomasî di têkiliyan de dost û dijmin ji hev cuda nake. SOKRATES: Min dixwast bizanim... BERKEND: Em tucar naxwazin dewleteke me ya serbixwe hebe. Em dixwazin bi dijminên xwe yên dost, bi hev re bijîn; xem nake bila dewlet ya wan be, emê jî, li ber destê wan bijîn. Ma mirovahî miriye! TIRZO: Ma gelo em Kurd kengê dibin mirov, derdikevin nav mirovan. Ez fedî dikim bi dostên xwe re qala Kurdên me bikim, ew li me bi chavekî gelê natûrel, yanî bê medeniyet mêze dikin. Heqê wan jî heye, em hîn nikarin bi der û dorên xwe re bijîn, emê chawa bi Ewropa re li hev bikin. Ew dirindeyî ku tifing digrin destê xwe û dichin ser chiya îmajek ne bash li ser me dide xuyakirin. Ez tucaran vê yekê napejirînim. Divê em li hember hîchkesî destê xwe ranekin, tisht nabe, bila ew li me bixin, ma ew jî, ne mirov in; divê em mafê mirovan biparêzin, ger ew li rûyekî me bixin, divê em rûyê xwe yê din bixin bin shemaqên wan. Bila kes nebêje em dirinde ne, ya rastî em Kurd mirovhez in û herî zêde jî, em ji qatîlên xwe hez dikin. Ev jî, tishtekî surushtî ye, humanîzm e... SOKRATES: Ez tutisht fam nakim. Hîn min tu pirs nekirine, bersivên ecêb digirim. Ez nizanim chi bipirsim. SEROK: Tisht nabe. Tu dikarî bi pirsên xwe bidomînî. Tu chi dipirsî bipirse, bersivên wan ji berê ve hazir in, ewê mîna xwe bersivan bidin. Lê demek shûn ve di nav sohbetê de tê karibî hin bersivan bibînî. SOKRATES: Kesek dikare ji min re ronî bike, sedema qatîlheziya we chi ye? Eger hun jê hez dikin, ew chima dijmin e, eger ew dijmin e hun chima jê hez dikin? ARZAN, ALABAN, ASIMQEND, BERKEND, TIRZO (gish bi hev re): Na, ne rast e. SOKRATES: Chi ne rast e? ARZAN: Ew ne dijminên me ne. Em ji wan gelek dilxwesh in. ALABAN: Em bê wan nikarin, qiweta me nîne. ASIMQEND: Ew nebin kes bi me re diplomasî nake. BERKEND: Em bê wan chi bikin ji Kurd û Kurdistan. TIRZO: Em humanîst in. Maneya humanîzm mirovhezî ye. Heta niha tukes li ser humanîzmê tishtekî rast negotiye, ezê hewl bidim ku ronî bikim ka ev chi ye! Mîna birêz Napoleon dibêje: pere, pere, pere! SOKRATES: Bash e, yek bi yek em tishtan zelal bikin. Birêz Arzan hun dikarin rastiya vî tishtî; eger nebe nerastiya vî tishtî; eger nebe chewtî û nechewtî; eger nebe zelaliya rewshê ji me re ronî bikin, eger hun nikarin ronî bikin, tarîbûn chi ye, shanî me bidin? ARZAN: Ez bi xwe pir tisht li ser vê yekê nizanim. Tenê eger ez sozek bidim li ser soza xwe disekinim lê birêz Alaban di vê rewshê de pispor û mamosteyê me ye, dibe ku ew bersivên pirsên we bide. ALABAN: Hasha! Hun hostayê min in, ez di dibistana we de mezin bûme. Birêz Serok jî, li vir e, emê rastiyê bînin ziman. Mesele gelek asan e lê hin kes naxwazin têbigîjin. Em polîtîkvan in, polîtîkvan chi dikin; polîtîka. Em jî, ji kesî hez nakin, êvîndarê kesekî nînin, em polîtîka û dîplomasî dikin. Di polîtîka û dîplomasî de qatîlhezî hebe, emê wî jî bikin. Chi

Page 36: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

lazim be, emê bikin. Polîtîka û dîplomasî li gor dilê mirov nameshe; wê demê divê dil û daxwaza mirov li gor wan xwe bilivîne. SOKRATES: Gelo polîtîka û dîplomasî rê didin qatîlhezî? Mirov moralê gelê xwe hesab bike yan na? Moralê gelê mirov rê dide êvîndariya qatîlheziyê yan na? Chima mirov nache nav gel û hertishtî vekirî chênake? ASIMQEND: Birêz Sokrates hun dijminên me nas nakin... SOKRATES: Chima nas bikim! Ez naxwazim dijminê Kurdan, ez dixwazim gelê Kurd bash nas bikim. Gelo gelê Kurd qatîlhezî dipejirîne...? BERKEND: Ma gelê me hez neke, em chima bikin. Gel reben e, perîshan e, nizane ji chi hez dike, ji chi nake. Pêwîst e em rê shanî gelê xwe bidin. SOKRATES: Rêyeke din ji bilî qatîlhezî tune, mirov nikare dijminê gel pê bash bide naskirin? Gelê Kurd dijmin nas bike, ne chêtir e? ARZAN: Na, mafê me di vî tishtî de nîne. ALABAN: Gelê me dijmin bash binase, em nikarin diplomasî bikin... ASIMQEND: Gel ji polîtîka dûr bimîne chêtir e. Hun dizanin em dîplomasiya dizî dimeshînin û xetere pir in; ji bo gelê me di rêya dîplomasiya dizî de têk neche, nizanibe chêtir e. Yên dizanin piranî tên kushtin, dijmin xurt e. Divê em di vê rêyê de têk bichin lê gelê xwe biparêzin. BERKEND: Pirsgirêk ew e ku em gelê xwe, gelê me jî dijminê xwe bash nas nake. Divê em dijmin bi gel bidin naskirin daku gel bibîne dijminê me ne ewchend xirab e û dev ji sher berde, pê re bijî. TIRZO: Ya rastî pirs gelek zelal e. Divê em rêyek bibînin ku gelê me gish bê Ewropa. Li Ewropa tisht nayê serê gel ji ber ku demokrasî heye, mafê mirovan heye, chi zanim... heye û heye. Eger em nikarin gel bînin Ewropa, pêwîst e em Ewropa bibin Kurdistan. SOKRATES: Ma li Ewropa chi heye? Mîna birêz Serok ji min re gotibû, ew chek û top difroshin dijminên Kurdan, chima ew ji bo Kurdan bash bin? Demeke berê em bi berpirsiyarekî wan re, bi MacKanther re, peyivîn, ew mafê Ewropa di kushtina Kurdan de didît, îcar tê chima Kurd bibî Ewropa yan Ewropa binî Kurdistan? ARZAN: Birêz MacKanther dostekî me yê herî hêja ye. ALABAN: Eger birêz MacKanther û yên mîna wî nebûna wê Kurd hîn bi chekên îptidaî bihatana kushtin. Ew chekên humanîst didin dostên me yên dijmin ku Kurd bê êsh û êshkence bên kushtin. Ev yek jî, shanî me dide ku ew chiqas humanîst in, can bi gorî ji dijminên wiha re. ASIMQEND: Di vê yekê de ez bi we re ne di eynî fikrê de me. Saddam qatîlekî hov e; ne tenê bi chekên kîmîkî, bi her awayî Kurdan dikuje. ARZAN: Birêz Asimqend hun bichin serê xwe bi dijminên xwe re bêshînin, chima dev davêjin dijminên me. Me tucar tishtekî xirab li ser dijminên we gotiye; na. Em hertim bi dijminên we re di nav xebateke bash de ne û mîna bira ne. BERKEND: Bi rastî wiha ye. Têkiliyên we bi dijminên me re jî, gelek bash in. Em di vê yekê de gelek spasdarê we ne. Herchiqas hin Kurdên chewt û mewt li dijî dostaniya we bi dijminên me re derdikevin jî, li wan biborin, ew cahîl in, hîn negihîshtine tama hevkariyê bi dijminên me yên dost re. ALABAN: Dijminên herî dost jî, eger mirov rastiyê bibêje ew in, lê hin kabirakayên hêja vê yêkê fam nakin. Li ser pirsa Ewropa û dostên me yên li wê derê ez dikarim bêjim ku ew ne mirov in, melayik in. Hingiv in, shekir in. (Bi dizî ji guhê Serok û Sokrates re) hêvî dikim neche guhên yên dinan, ew segbavê Ewropa û Amerîka ji hemûyan xirabtir in, ew dixwazin em nigên wan pachî bikin. (Cardin bi dengê bilind) ew camêr in, bi kultur in, humanîst in... SOKRATES: Ez ji van kesan chi fam bikim? Bi chi aliyê wan bawer bikim? Mumkun e ku ev nûner û berpirsiyarên gelê Kurd bin? Ez bawer nakim gelê Kurd mîna wan bifikire!

Page 37: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Helbet wiha nafikire. Lê hîn jî, hin kes hene muhtacê wan in. Chi bikin, jiyan tenê bi polîtika nameshe, nan jî, ji bo jiyanê pêwîst e. Em jî, ji ber vê yekê sherê xwe heroroj bilind dikin daku rojek berê gelê xwe ji vê esaret û ji lepên van kesan azad bikin. Realîta jiyanê rê dide ku hîn ramanên wiha chewt jî, li ser zemînê Kurdistan shîn bibin. SOKRATES: Pirsgirêk gelek giran e. Xwezî vêga hin dostên minên sofî û fîlosof li vê derê bûna yan jî, nishtevanek ji Athen, Platon li vê derê bûya chêtir bû, ji ber ku wê gish peyvên me binivîsanda. Tishtên wiha bên nivîsandin ji bo pêsheroja dîrokê bash e. SEROK: Tu meraq neke, gish tishtên li vê derê tên gotin, zevt dibin. Birêz Yasko û Isvanes li pisht perdeyê ne, hertishtî dinivîsin. Min xeber dabû hin waqanivîsên nû, ew jî, li vê derê ne. Tu axaftina xwe berdewam bike. SOKRATES: Xwezî Xenophon jî, li ba me bûya! SEROK: Ew jî, li menzela dinê ye, not digire. SOKRATES: Ez bi guhên xwe bawer nakim, bi rastî tu her tishtî difikirî... SEROK: Platon jî, li ba Xenophon e, yek kêm bihêle, yê din temam dike. Eger her du jî, pê negîjînin wê Herodot rê li ber kêmasiyan bigre. Ji ber ku Herodot pir di bin bandora Homer de ye, carna ji dêvla dîrokê chîrokan dinivîsîne; min Thukiydides jî li ba wî daye rûnishtandin. Min got belkî tu bêriya Xantippe bikî, ew jî, chend mal ji me dûr li taxa jorê, bi zarokan re li cem malbateke Kurd in. SOKRATES: Ez nizanim chi bibêjim! Bash e, emê sohbeta xwe berdewam bikin. Birêz Tirzo hun bi salan e li Ewropa ne, we chi bashiya wan ji bo gelê Kurd dîtiye ku hun ewchend pesna wan didin? TIRZO: Ma min chi feyde nedîtiye, nizanim qala chi bikim! Ew ez kedî kirime. SOKRATES: Feydeya we yê shexsî napirsim, feydeya gelê Kurd dipirsim... TIRZO: Ma gelê Kurd ne ez im, ez gelê Kurd yê herî xas im. Em Kurdên li Ewropa vegeriyane ser eslê xwe, em medenî ne. Em li bajarên paqij dijîn, mûsîka Beethoven, Michael Jackson, Haydn guhdarî dikin. Em pirtûk, kovar û rojnameyên wan dixwînin, li fabrîkên wan kar dikin. Têkiliya me hertim bi medeniyetê re heye. Fîlosof, nivîskar, dîplomat û jinên zerik; meyxane û xwaringehên paqij, ma ev hemû ne feyde ne ji medeniyetê? SOKRATES: Ev tishtên hun dibêjin medeniyet be, ez tutisht ji medeniyetê fam nakim. Mumkun e ji bo we ev medeniyet be, ez ji medeniyeta we û Ewropa fam nakim. Belkî jî, jiyana em qal dikin; ez, birêz Serok û gelê Kurd, medeniyetek e ku hun naxwazin haya we jê hebe. Ez bi xwe hîch tishtek nizanim. Tishtê ez pê dizanim ew e ku ez dixwazim ji medeniyeta hun qal dikin, gelek dûr bim, naxwazim di ber re jî, derbas bibim û bê wê medeniyetê cahîl bimînim. Bash e ku Diogenes ne li vê derê ye, feqiro wê ji kerba bimira! Birêz Arzan carekî din em vegerin sohbeta xwe: Hun di qatîlê Kurdan de chi dibînin, ji wan hez dikin? Ma ne ew bûn ku di rojekê de bi hezaran Kurd li Halebche û ciyên din qetil kirin? Ma ne ew dostê we yê Saddam bû ku hesht hezar Kurd winda kirin, heta niha mirov nizane chi hatiye serê wan? ARZAN: Birêz... hun kî ne, navê we chi ye? Hun chima timî hêrîshê dostên me dikin? Ma ez nizanim ew dijminê me ne! Lê mîna birêz Alaban hîn chêtir tîne ziman, em dîplomasî û polîtîka dikin. Eger em bixwazin gotina me li cem hin kesan pichek jî, derbas bibe, pêwîst e em hertishtî bikin, ne wiha ye birêz Alaban? ALABAN: Chawa? Tu di vê yekê de chi bibêjî, em mîna hev difikirin. Lê tenê di vê yekê de. Xem nake bila hin kes me shash fam bikin, ma em nikarin tishtna bikin ku bichin xwesha herkesî! Em carna tishtna dikin; em dizanin xelet û xetere ne lê divê em bikin ji ber ku qedera gelekî di destê me de ye. ARZAN: Ma ew kes chima qedera xwe dane destê me? Ji ber ku dixwazin em qerarê li ser qedera wan bidin. Eger ew bi xwe vê yekê dixwazin chima em nekin? SOKRATES: Eger gelê Kurd rûmetek dide we, chima hun bersiva vê rûmetê nadin, hertisht naxin xizmeta gelê xwe?

Page 38: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

ALABAN: Hertisht di xizmeta gelê me de ye. Em têkilî bi dijmin re datînin daku ew gelê me nekujin, mafek bidine me. ASIMQEND: Em xwe feda dikin daku gelê me di pêsherojê de rehet bijî. BERKEND: Em nebin, gelê me pir asî ye, wê sher bike û di demeke kin de bi serê xwe bimîne; bi tena serê xwe man tishtek nebash e. Gelê me hînê xwe îdarekirinê nebûye, wê anarshî derkeve. Em nahêlin, rê li ber digrin daku gelê me bê anarshî di nav gelên din de bijî. Gelekî bi tena serê xwe, bê girêdanê der û dor êdî zevt nabe, mirov nikare wî îdare bike. TIRZO: Birêzan hun ji dilê min dipeyivin. Ez ji anarshî nefret dikim, divê hertisht rêkûpêk be, mîna li Ewropa. Azadî hebe, azadiya rasteqîn; ger kesek bixwaze li dijî rêkûpêkiyê derkeve, bi chengilê wî bê girtin, ceza wî bê dayîn. Mirov chiqas xwe li gora rêkûpêkiya civak û dewletê bilivîne ewqas azad dibe, yanî îradeya xwe di nav îradeyeke mezin de dihelîne. Mîna fîlozofê mezin Bismarck gotiye, divê civak bi dîsîplîn be! Mirovê bê dîsîplîn ji azadiyê chi fam dike! SOKRATES: Nizanim, ma tu pêwendiya Bismarck bi fîlosofan re heye! Gelo fîlosof hene ku bi dîsîplîna hun qal dikin re pêwendiya wan hebe? Ew tishtên hun dibêjin piranî polîtîka dewletên dîktator in. Bash e, em vê yekê berdin. Birêz Asimqend, bi fedakariya we baweriya min heye, lê gelo ev fîdakariya dema shovalyetiyê nîne? Mirov dîplomasî, polîtîka û fîdakariya vekirî bi gelê xwe re bike ne chêtir e? Fedakariya we ya ku hun bi jiyana xwe didin, ji bo gelê we berdelek ne giran e? ASIMQEND: Belê giran e, lê divê demê de ji destê me tishtekî din nayê... SOKRATES: Lê hun dikarin xwe bi gelê xwe yê bakûr ve girê bidin, têkoshîna xwe bikin yek. Ew di têkoshînê de gelek li pêsh in. Hun chima nikarin bi hev re bixebitin? ASIMQEND: Em dikarin, tu asteng li pêshiya me nîn in ji bilî tevlîheviya me ya ku em vê dawiyê tê de ne. Dijmin gelek zor da me û gelê me. Em bê taqet mane. SEROK: Lê hêviya rabûna ser xwe hîn venemiriye, ne? ASIMQEND: Na, lê westan û tirs hene. Dijminê me chavê gel zor tirsandiye, derman pê divê. SEROK: Derman sher û têkoshîn e. ASIMQEND: Ev yek taqet dixwaze, rêxistinên xurt dixwaze, kesên fîdayî dixwaze. SEROK: Ger mesele tenê ew tisht bin ku hun qal dikin, hemû hene. Pêwîst e em rewsha li ba me bixin nav gelê xwe li parcheya we, ma em nikarin bi hev re bixebitin? ASIMQEND: Em dikarin, lê chawa? SEROK: Bash e, emê li ser vê yekê bi hev re rûnên û bipeyivin... SOKRATES: Birêz Alaban heta ku hun enerjiya xwe li dijî hev xerc dikin, sherê birakujî dikin, hun gish bi hev re bibin yek, xwe li dijî dijmin xurt bikin ne chêtir e? ALABAN: Ez bi salan e di nav hêz û rêxistinên Kurdan de mîna polêzê trafîkê dichim û têm, dixwazim hemûyan li hev bînim. Pir caran gelek kesan li hev tînim. Ew li hev tên, îcar navbera min bi wan re xirab dibe. Ne tenê hêzên Kurd, têkiliya Kurd û dijmin jî, bi min didin kirin, pashê yê di nav de xirab e, dîsa ez im. Ez nizanim chi bikim! Ez ji hemûyan bêtir têkilî datînim lê ew jê feyde digirin û hîn bi min jî, qayîl nabin. Ew ne ji dîplomasî ne ji polîtîka dinyê û ne ji axretê fam dikin û nahêlin ez li gora dilê xwe kar bikim. Derdên min pir in. Rojek dema we hebe, em danishîn, ez qala tishtên hatine serê xwe bikim, hun qerar bidin û bêjin ka ez chi bikim! SOKRATES: Na, spas birêz Alaban, ez naxwazim tiliya xwe bixim nav polîtîka rojhilat ku tutisht jê fam nakim û bi we re kap avêtin, hasha! Ne karê min e. Ez pichekî din guh bidim we, pêwîst e bibim shirîkê kar û kirinên we. We min li ser birakujî yan jî, kurdkujî zelal nekir. Pircar Kurd bi dijmin re dibin yek li dijî Kurdan, ev nabe birakujî, dibe kurdkujî; hun chi difikirin? ALABAN: Ya rastî muhatabê vê pirsê ne ez im. Di vê pirsê de bi kirinên xwe birêz Arzan pispor e, ew dikare bersivê chêtir bide.

Page 39: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

ARZAN: Nizanim ji xelkê re chi, em birayê xwe dikujin. Ma ew ne birayê me ne. Divê mirov hinek azad be, bi kêmayî di kushtina birayê xwe de. Pashê em ne bi kêfxweshiya dilê xwe birayê xwe dikujin, em nekujin, xelk dikuje. Ma birayê me bi destê xelkê bê kushtin chêtir e? Pashê feydeya gelê me di birakujî de zêdetir e; divê hin ji me feda bin daku yên din azad û serbest bijîn. Emê ji bo mafê gelê xwe chi ji destê me bê bikin, ne birayê xwe, eger pêwîst be emê dê û bav, zar û zêchên xwe jî, bikujin. Em chi dikin ji bo mafê xwe dikin, ma ji bo mafê xelkê nakin. ALABAN: Di peyvên birêz Arzan de rastiya Kurdistan pir xwesh diberiqe. Chare nîne xeyo. Chare hebe mirov chima bi dijmin re bixebite? SEROK: Chawa chare nîne? Eger hun hîch chare nabînin, xwe bikin bombe û di zikê dijmin de biteqînin. Ma haya we ji lehengên me jî, nînin? ALABAN: Lê em bombe di xwe de biteqînin êdî nikarin dîplomasî bikin, ji bo gelê xwe sher bikin. Pashê hun chima hema wiha zû xwe dilivînin, pichek sebir pêwîst e. SEROK: Bi hezar salan e eynî stran: sebir. Kevirê sebrê teqiyaye haya we jê tune. Em chil mîlyon mirov in, heta chil mîlyon bê sheref dimînin, bila chend mîlyon xwe fîda bikin daku yên din bi sheref bijîn. ALABAN: Ez bi xwe naxwazim ji wan chend mîlyonan bim, ez dixwazim ji chil mîlyonan bim. Mafê herkesî heye ku qedera xwe bi xwe tayîn bike. SEROK: Mafê te ye. Lê wê demê dev ji wan Kurdên ku dixwazin bi sherefa xwe bijîn, berde, rê li ber wan negire. Chi ye, tu derketiyî bi navê dîplomasî û polîtîka gish Kurdan sherpeze dikî! Nikarî, dev jê berde; na eger îdîa te hebe, dev ji chewtî û lîstîkan berde. ALABAN: Yanî ez dîplomasî nekim?.. SEROK: Ew tishtê tu dikî, ne dîplomasî ye. Tu rabûyî, dixwazî bi Mitterrand, Helmut Kohl, Bill Clinton ûwd. re dîplomasî bikî. Ew bi sedsalan e dîplomasî dikin, tu nikarî li ser zemînê wan, di salonên wan de bi wan re dîplomasî bikî. Walsa dîplomasî bê qiwet nabe, ma qiweta te, yan jî qiweta me Kurdan di vî warî de chi ye? Ew mîna guran e, mirov di bin de dibin û tînin lê tutisht naxin lepên mirov. ALABAN: Bi rastî min jî, vê yekê fam kiriye, ma em chi bikin, dev ji dîplomasiyê berdin! SEROK: Na, em dîplomasiya dizî nekin. Divê em bizanin ku dîplomasî walseke zirav e, di salonan de tê kirin. Dansa di salonan de piranî car di navbera chend kesan de chêdibe; mirov hînê vê yekê nebûbe, dikare mîna jinên navber, sozê bide pir kesî û nikaribe bîne cî, mîna dîlbereke di holê de bimîne. Salonên me yên dansê nînin, em govendê li meydanan digirin. Di govenda meydanan de hertisht vekirî ye, kî bi kî re, chawa, chi soz, zelal in. Divê em vê demê di meydana govendê de dîplomasî bikin heta em bigîjin hêza ziraviya salonan. Berî hertishtî pêwîst e em hêzên xwe bikin yek, bi kêmayî yek dev bin. Gava dost û dijmin yekîtiya hêzên me bibînin, nikarin mîna dilê xwe bi me bilîzin. Me cidîtir digrin. Gotina me pere dike, dîplomasî û polîtîka wê demê bash dimeshe. Lê em parchikparî xwe dixin destê dijmin, ew jî, li gor kêfa xwe bi me dilîze. Ne wisa ye? ALABAN: Ma mirov ji gotina rast re chi bêje! Lê tu hewl bide ku Kurdên din bînî ba hev, mesele ez bim, ez ji do ve amade me. SOKRATES: Birêz Arzan chi mafê birayên we hene ku ew bi destên we bên kushtin? Ma ferq di nav mirina ji destê bira yan dijmin de heye? ARZAN: Chawa tune! Lê ya rastî em jî, vê yekê ne ji kêfxweshiya dilê xwe dikin; dijmin xurt e. Em nekin ew hîn barbartir dikin. Em bi wan re li hev tên daku chend Kurd ji me bikarin li jiyanê bimînin. SOKRATES: Yanî hun ji bo jiyana chend kesan gelê xwe fîda dikin? ARZAN: Ma ew chend kes jî, gelê me ne; em mafê gelê bi xwe re dikarin biparêzin, qiweta me nîne ku em gish gel biparêzin. Ne ku em naxwazin, bi rastî em êvîndarê gelê xwe ne, chi parcheyê Kurdistan dibe bila bibe. Lê zora me nache dijmin. Em realîteya xwe dizanin, em dizanin zora me diche kî. Ji bo me li dijî Kurdên parcheyên din sherkirin hêsantir e; dijminên

Page 40: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

me zor zêde ne, em nikarin bi wan. Qiweta me neche wan, pêwîst e em hustîxwariya xwe li pêsh wan bipejirînin û diyar bikin. SOKRATES: Gelo hun nikarin têkiliyên xwe bi dijminên xwe re wisa deynin ku ew têkilî zerar nedin Kurdên parcheyên din? ARZAN: Em dikarin lê dijmin qebûl nake. Mafê wan jî heye ku shertan deynin pêsh me. BERKEND: Ez dikarim shahîdî bikim ku di têkiliyan de birêz Arzan gelek li ser disekine ku her du alî jî, zerarê nebînin. SOKRATES: Yanî aliyê dijmin û birêz Arzan. Bash e, li ser aliyê Kurdên din chi ked û xebat hene? Ji bo parastina wan chi tê kirin? SEROK: Tishtek nayê kirin birêz Sokrates. Ew dev ji Kurdên din berdin bes e. Lê bi têkiliyên xwe, ji êvîndariya xwe bi dijmin re, ew parcheyên din nafikirin. Em dizanin ew mecbûr in bi dijmin re hin têkiliyan deynin. Lê ew bi têkiliyan nasekinin, dibin pepûk û êvîndar; ev yek li gish Kurdên din gelek zor tê. SOKRATES: Ev êvîndarî ji tirs tê, ji chi ye? SEROK: Hun dizanin ku giyana mirov dikeve gelek rewshan. Carna êvîndarî, xwe diguhizîne nefreteke mezin, carna jî, tirs û nefret xwe diguhizînin êvîndariyê. Di rewsha li pêsh me de her du jî, rast lê nayên. ARZAN: Pêwîst e em ji wan mirovan hez bikin, mirov ji hinekan hez neke, nikare pê re bixebite. Em jî, dostaniya xwe li ser rastiyê datînin. Em nikarin kesî bixapînin; ev di mêraniya me de nabe. Divê em durust bin. SEROK: Birêz Arzan, eger hun li durustiya dema shovalyetî digerin, ew yek ji zû ve miriye. Di polîtîka û dîplomasî de bi dijmin re durustî desrbas nabe. Hun chiqas durust bin, dijmin ewqas ji we feyde digire. Durustiya mezin divê hun bi gelê xwe re bikin. Pêwendiyên we bi gelê we yê parcheyên din re pêwîst e durust bin. Lê hun bi sedema durustî û peymana bi dijmin re li dijî gelê xwe dikevin nav sher, gelê xwe dikujin; durustî li kuderê ma? Herkes mafê gelê xwe diparêze, hun rabûne qala soz û peymanên durust bi dijmin re dikin. ASIMQEND: Bi rastî jî, ez tu durustî di vê yekê de nabînim. Ji min re gelek tisht ronî dibin. Kes nabêje pêwendî daneyne. Divê pêwendiya mirov datîne, zerar nede Kurdên parcheyen din li Kurdistan. SEROK: Dijmin me parche kiriye, ev rastiya me ye; lê em chi dikin li dijî vê rastiya neheq? Pirs di vê derê de ye, gerek em ne li dijî hev dijî rastiya xwe sher bikin, ew rastiya ji hêla hêzên biyanî li serê me teshîrês bûye. ARZAN: Dibe ku gotina we rast be, lê rastiya me û ya we ne yek in. Em ketine rêyeke din û ji bo me jê veger nîne. Me ne tenê soz û peyman dane, em bi wan kesên ji bo we dijmin in hev bash fam dikin. Herkes ji xwe re, mafê we tune, hun li ser qedera me biryarê bidin. Em bi kî re, chawa dixebitin azad in. SOKRATES: Eger azadiya hun dixwazin zerar bide Kurdên parcheyên din? BERKEND: Em bi xwe ji parcheya mezin in û tu zerarê tê de nabînin. TIRZO: Ma di pêwendiyên dîplomasî de chi zerar hene? Ez bi xwe li gel vî tishtî me ku têkiliyên me tenê bi mirovên medenî re hebin. Kurd piranî ji medeniyetê fam nakin, em bi Ewropiyan re bixebitin chêtir e. Ji xwe min têkiliya xwe ji zû ve ji Kurdan biriye. Ez bi wan re sherm dikim. Wê rojê min telefonê malê kir, gish xortên eshîra me chûne serê chiya. Ez pir qehirîm, min ji diya xwe re got ez carekî din li wan nagerim, ma ev chi barbarî ye. Diya min telefonê li ser rûyê min girt û got lawo shîrê min li te helal nebe! Ew jî, chend lîtir shîr daye min hertim qala shîrê xwe dike, chi îptîdayî. Eger ew li Ewropa bûya, minê bi sedan lîtir shîr bikiriyana, bidanê. Ma shîr chi ye? SEROK: Birêz Sokrates tu guh didî, mejî û giyanên pir Kurdan tevlîhev bûne, nexwesh in, derman pêwîst e; lashê wan dermanê gelê me êdî nagire. Divê em dermanek bibînin ku li dijî vê nexweshiyê bi kêr bê.

Page 41: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Thales li Mezopotamya pir geriyabû, li wê derê fêrî magî yanî sihêr bûbû, pashê chûbû Misirê hekîmî fêr bûbû; li gor wî kesên wan welatan dermanê her nexweshiyê dîtibûn. SEROK: Dermanê nexweshiya giyan û laresh (kangren) chi ye li gor Thales? SOKRATES: Ew digot, ger nexweshî kangren bûya jêdikirin daku navêje gish lashê. Lê Hippokrates hîn li ser nexweshiya kangren dixebite, nizanim chareserî dibîne yan na! Gava diya min li cem jinên ducan bû, carna zarok dernediket. Eger zarok dernekeve digot diya min, ji dê re jî, xetera mirinê heye; ji ber vê yekê wê li gor rewshê xilaskirina dê yan zarok digirt pêsh xwe daku her du bi hev re nemirin. Zayîn hertim bi êsh e lê carna bi mirin dawî lê tê. Ji bo zayîn bê mirin be, pêwîst e mirov hertishtî bike. Lê carna mirov bê chare ye, ne wisa? SEROK: Carna, pircar. Eger ew zarok Kurdistan be hîn bêtir. Emê bê westan li dermanan, li chareseriyê bigerin. ARZAN: Li gundê me pir zarok seqet dizên, pir caran dayik dimirin, mixabin. SEROK: Mirov dibîne. ARZAN: Chi dibîne? SEROK: Pir caran zarok seqet dizên. ARZAN: Chawa? SEROK: Ma hun hîch li ser kar û kirinên xwe nafikirin? Karên we karên mejuyê tendurust in? We gish taqeta xwe daye ser dostaniya bi dijmin re û hun jî, bash dizanin ku tu rûmeta we li ba dijmin tune. Tirzo nizane chi dipeyive, heyrana Ewropa ye. Li ser nafikire, Ewropa ew rehetiya xwe, dewlemendiya xwe ji kuderê digre. Ewropa li dervayê sînorên xwe chiqas barbar e hun naxwazin bibînin. BERKEND: Em naxwazin kes dev bavêje dostên me. Medeniyeta me ji wan tê, em heyranê wan in; ma emê heyranê kevirên serê chiyan bin? TIRZO: Em ji chiya û heriyê hez nakin. Em naxwazin vegerin jiyana sefîl. Kengê we Kurdistan xilas kir û gihand medeniyeta Ewropa, emê wê demê bên û alîkariya we bikin. Em vêga qala welat dikin li Ewropa lê em dijûnan bi sher û chiya dikin. Em wiha nekin, dostên me û mirovên Ewropî bi chavekî barbarî li me dinêrin, em naxwazin kes li me bi chavê ne sivîl binêre. Ewropî gelek chek û sîleh hildiberînin lê ew dest nadinê, bi xwe kesî nakujin. Kesên welatên pashvemayî chi dikin, wan chekan digrin destên xwe hêrîshê der û dorên xwe dikin. Na, ez vê yekê tucar napejirînim. BERKEND: Rast e birêz Tirzo, lê divê mirov xwe li gor rewshê bilivîne. Em jî, ji chekan nefret dikin. Ji chekan ji dijmin, emê destê xwe dirêjî dijmin bikin, jê dostanî bixwazin. Dibe ku ew bi chekan bên ser me lê em mirovhez in, em sher naxwazin. Xem nake bila ew li me bixin, rojek ewê ji kirinên xwe bi xwe poshman bibin. TIRZO: Pirs ev e birêz Berkend, bihêle bila dijminê te ji kirinên xwe poshman bibe. Ew li te bixe, tu jî, rabî lêxî nabe. Divê aliyek xwe bi aqil bilivîne. Dijmin ne kevir e, ew jî, mirov e; wê carek te bikuje, ma nikare deh caran te bikuje. Tisht nabe bila carek em bimrin, ma chi dibe, mirovahî nemaye. Pêwîst e em humanîst bin yanî mirovhez; herî zêde jî, divê em ji dijmin û qatîlên xwe hez bikin, wê rojek bê ewê poshman bin... SEROK: Kurdo feqîro, Kurdo sherpezeyo! SOKRATES: Nizanim, eger Thalesê Milletî li vê derê bûya wê chi bigota! Bash e ku Diogenes ne li vê derê ye! Hêviya min Hippokrates di demeke kin de dermanek li dijî bêaqiliyê bibîne. Pishtî ez guhdariya birêz Tirzo dikim, hîn bêtir bi êsha Kurdan dihesim û hîn bêtir barbariya Ewropa fam dikim. Gelo em xwe nekshînin nav sohbeta xwe bi Kurdên xwe yên din re? SEROK: Ev jî, Kurdên me ne lê Kurdên me yên din in. SOKRATES: Yanî bi du awayî Kurdên me hene, her du jî, bi awayek Kurdên me ne û her dû jî bi awayek Kurdên me yên din in?

Page 42: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Kurdên me yên din Kurdên me ne. Ev Kurd jî, Kurdên me ne lê ne bi awayê Kurdên me yên din. Ji aliyê din jî, ev Kurd Kurdên me yên din in lê ne mîna Kurdên me yên din Kurdên me ne. SOKRATES: Mesela sêveke me heye lê ew sêv hem ya me ye hem ne ya me ye. Ew sêv bi awayek ya me ye ji ber ku ji dara erdê me ye, lê ew bi awayekî din ne ya me ye ji ber ku ji dara erdê me qetiyaye, ketiye destê kesên din. Lê sêva di destê kesên din de sêva me ye. Ji ber ku ew di destê kesên din de ye, ne ya me ye. SEROK: Ev Kurd jî wisa, lê bi awayekî din. Ferqa van Kurd û sêvê ew e ku ev dikarin daxwaz diyar bikin lê sêv nikare. Eger sêv nikare daxwaz diyar bike, em nikarin bêjin ew ya me ye yan ne ya me ye. Ew dimîne li ser hêza me ya têkoshînê li ser sêvê. Ev Kurd yên me ne lê daxwaz diyar dikin ku ne yên me ne lê dîsa jî, ew yên me ne bi awayekî din. Kurdên me yên ku daxwaz diyar kirine ew ji xwe yên me ne. Ji ber ku em li ba Kurdên daxwaz ne diyarkirî ne û Kurdên me yên daxwaz diyarkirî, ne li vê derê ne; ew Kurdên me yên din in. Lê em li ba van Kurdan e ku bi daxwaza xwe, ne Kurdên me ne, ji ber vê yekê ji me dûr in û em li ba wan bin jî, ew Kurdên me yên din, bi awayekî din in,. SOKRATES: Mirov dikare li ser daxwaz tesîr bike lê nikare biguhire. Ma em nikarin bikevin sohbeteke kûr daku em li ser wan tesîr bikin? SEROK: Em dikarin. Emê hertim jî, biceribînin. Ji bo sohbeta kûr divê kûrahî hebe. Ez di piraniya van Kurdan de ku hem yên me ne û hem ne yên me ne, kûrahî nabînim. SOKRATES: Em nikarin bi wan re zelal û bi gotinên vekirî hêdî hêdî bipeyivin? SEROK: Em dikarin lê ew guh nadin peyvan. Dijmin bi wan re napeyive, wan cidî nagire û dijmin e lê ew dîsa pê re ne, chima? Ji ber ku dijmin bi hêz e, dihêle ew û chend kesên wan bijîn, alîkariya diravî dike. Mirovê birchî û tazî bi peyvên xwesh qanî nabe. Bi gotinan mîna me bifikirin jî, heta ku em ji dijmin bi hêztir nebin û hinek jî, alîkariya wan nekin, ew venagerin nav me. Em realîst in, rastiya welatê xwe dizanin. Du rê li pêsh me hene. SOKRATES: Û ew du rê chi ne? SEROK: Yek: pêwîst e em hêza xwe bidin ser gelê xwe yê ku dixwaze li pey îdeal û meziyetên bilind bimeshe û hewl bidin ku tesîra netewhezî û welatparêzî bilind bibe. Bi vî awayî emê bikarin rê li ber xurtbûn û tehrîbata kesên wiha bigrin. Ev rê herî rast e. Du: divê em xwe gelek xurt bikin ku karibin ji aliyê diravî alîkariya wan Kurdên xwe yên durust bikin ku ji ber qelsiya xwe di nav lepên dijmin de mane. Gish qiweta me divê li ser milê gelê me be û ew hêza me ya bingeh be; polîtîka û dîplomasî bê pêwendiya gel nameshe. Divê di hertishtên tên kirin de gel xwediyê rola eslî be, ne fîguran be. SOKRATES: Li ser Kurdên di bîr û baweriya chewt û xeyalan de ne, dikare chi bê kirin? Tê dîtin kesên li Ewropa di chi cahîliyê de dijîn... SEROK: Ne gish. Tirzo mînakek negatîv e. Kurdên wisa mirov dikare bi tiliya bijmêre, ne zêde ne. Ew sah kiriye li Ewropa medeniyet heye û bi xwe nizane medeniyet chi ye, ketiye pey bîna û jiyana li gor xwe xweshik dibîne. Ew nîvxwende ye. Dereng dest bi tishtan kiriye, piranî shash fam dike, tishtên dixwîne, chewt shirove dike. Navê hin nivîskar û zanayên Ewropa hatine guhên wî, hemûyan tevlîhev dike. Haya kesên wisa ji dewlemendiya chand û dîroka wan, ji serfiraziya gelê wan nîne, ketine pey hin tishtan, li gor xwe rast dibînin. SOKRATES: Lê Tirzo hîn nizane ka kî fîlozof e, kî chi difikire, qala wan dike. Ma mirov tishtekî nizanibe dibe heyran? Gelo mumkun e ku mirov rojek bêje ez vî tishtî zanim? SEROK: Mirov bizane, xwe navêje ser tishtên wisa. Ew heyrana Ewropa ye, hîn nizane Ewropa bi chanda we, fîlosofiya we serbilind e, pesna xwe bi we dide. Ew zanibe chima venegere ser chanda xwe, têkoshîna parastina chand û welatê xwe? Ew bajarên beton ji dêvla chiya û xwezayê Kurdistan tercîh kirine. Lê emê hewl bidin ku hemû Kurdên xwe, bi her awayî ji êsh û derdên wan azad bikin! SOKRATES: Baweriya min ji vegera kesên wisa tune. Lê hêvî hertim li pêsh e. Xebata Kurdan gelek hêvî dide min.

Page 43: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

Diyalog - IX - Pirsgirêka Kalemêran SOKRATES û SEROK SOKRATES: Te got piranî Kurd problem in lê problemên herî mezin jî, piranî rûspî û pîremêrên Kurdan e? SEROK: Belê. SOKRATES: Lê eger ew pîremêr û rûspî ne, chima problem in? Na, eger ew problem in, chima rûspî û pîremêr tên hesibandin? SEROK: Ez jî, hertim vê pirsê ji xwe dikim! SOKRATES: Bersiva te chi ye? SEROK: Mîna tu dizanî, derdê Kurdan ne yek û dido û sisê ûwd. ne. Di civaka me de gelek tisht li hev nayên, li hev diqelibin; bi salan bindestî nehîshtiye karaktereke serbixwe biafire, kesayetiyeke azad derkeve. Hertim eynî pirsgirêk: Kêmasî û nebûna kesayetiya li ser xwe ji bo civak, ji bo civak li ser nigên xwe, ji bo xwe bi civak û bi civak ji bo parastina nirxên kesayetiya dilberz. SOKRATES: Pirsgirêkên Kurdan fam dikim. Civaka Kurd di nav xwe de gelek bi mixrik e, ev tishtek sirusht e. Hemû civak di nav xwe de bi mixrik in, bê mixrik pêshketina civak û kesayetî jî, li anegora pêshvechûna taybetiya xwezayê ne mumkun e. Tishtê ku ez fam nakim; li beramber evchend mixrik û pêshvechûna civakê chima kesayetiyên mezin, kesayetiyên dilberz, bi bîneriya dûr û dirêj zêde dernakevin? Gelo derdikevin ez nabînim yan ez dibînim ew dernakevin yan ew dernakevin ez nabînim yan jî, ez nabînim ew dernakevin? SEROK: Di van salên dawî de civaka me bi lez pêsh ve ket. Lezîna pêshketinê bi xwe re astengên pêshvechûna nerast jî anî. Gava civak ji pashvemaneke tund bi lez derbasî pêshketineke tund bibe, ev rewsh bi xwe re hin astengiyan tîne ku ev tishtekî ne ecêb e. Tishtê herî ecêb ev e ku ew kesên di lezîna pêshketinê de xwedî kar û qudret in, zêde astengî dernaxin, yên ku zêde asteng in ew kes in ku bi salan temenê xwe derbas kirine lê bi carekî ve bi xwe hesiyane û rabûne ketine nav mesha azadî. Mesha azadî diherike, mirov dikare hertim pê re bimeshe, ne shert e ku ji destpêk pê re bûbe. Ji xwe destpêk û dawiya mesha azadî nabe, mirov ji ciyekî tevlî wê dibe û diherike. SOKRATES: Bash e, ew pîremêr yanî rûspî tevlî mesha azadî nebûne? Eger bûne chawa û chima bûne, eger nebûne chima nebûne? SEROK: Gelek ji wan tevlî têkoshînê bûne; piranî ji wan berê jî, têkosher bûne, ber xwe dane lê ne bi awayê me. Ew hatine nav me, ma ji xwe ev têkoshîn ya wan e, ya hemû Kurdan e. Ne tenê ya Kurdan ya gish kesên mirovhez, bindest û azadîxwazan e. Hinek ji wan tên nav têkoshînê, li me minetan dikin, tu dibêjî qey ew ji bo min vî karî dikin! SOKRATES: Ez hîch ji kal û pîrên qarqarok hez nakim. Pîremêr pircaran bi kêr nayên. Emrê xwe vala derbas dikin. Mirovê emrê xwe vala derbas bike ji bo min mîna darekî ziwa ye. Chi pêwîstiya we bi wan heye, nexin nav xwe! SEROK: Nabe birêz Sokrates. Pîremêr gish ne wisa ne. Em qala qelsiya xwe dikin daku chareyek jê re bibînin. Rast e mirovên emrê xwe vala derbas dikin mîna darê ziwa ne lê darê ziwa jî, mirov dikare zivistanê bishewitîne, xwe li ber germ bike. Yên me piranî bi kêrî shewitandinê jî nayên lê em chi bikin, mezinên me ne, emê rûmeta mirinê bidine wan. SOKRATES: Tu dikarî ji min re pichek qala wan pîremêran bikî? SEROK: Pîremêrên me du gotin ji bo têkoshînê dibêjin, mîna ku welat ji destê dijmin rizgar kiribin ji me rûmetê dixwazin. Pircaran gava bi navê me dipeyivin dikevin nav ajîtasyonan,

Page 44: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

teng dibin û bi navê me hin dostên me jî, ji me dixeyidînin. Ez karê her kesekî bi rûmet dibînim lê kesên me pircaran rêzdana me chewt shirove dikin. SOKRATES: Ev kal û keftar chi dikin, pîsheya wan chi ye, ji kîjan beshên civakê ne, qudreta wan chi ye? Bi chiyên xwe bawer in ku karên we hîn giran dikin? SEROK: Ji her beshên civakê ne: tixtor in, abokat in, mamoste ne, feqî û mele ne, nivîskar û rojnamevan in, muhendis û zimanzan in, karmendên dewletê ne, helbestvan in ûwd. Tishtê herî neqenc jî, ev qencên me ne. Em qala qenc û neqencên dervayê xwe nakin. Piranî nivîskar in, nizanin binivîsînin. Zimanzan in tenê dikarin Kurdî bixwînin û binivîsînin, tu bibêjî ziman chi ye, ew zimanê xwe ji te re derdixin. Tixtor, tenê aspirînê nas dikin, bi xwe bi salan e nexwesh in, nizanin nexweshiya wan chi ye. Abokat in deriyê dadgehê nas nakin. Feqî û mele fêrî fêlbaziyê bûne. Hinek ji wan dikarin ji te re quranê ji ber bixwînin lê ne xweda ne pêxember dikarin li hember wan gotinek bibêjin. Helbestvan; heta vêga min Kurdek nedîtiye ku ne helbestvan be. Hemû Kurd helbestan dinivîsînin lê nizanim kî van helbestan dibîne, dixwîne yan fam dike? SOKRATES: Bi rastî rewsh ne ewchend hêsan e. Ez ji pîremêrên Kurd tirsiyam. Bash e, ew nikarin bi karên xwe, bi bash û xirabiya xwe li hember dijminê xwe tishtna bikin? Chima bela xwe li we didin? SEROK: Tu ji wan bipirsî gish kar û pêshketin bi xebata wan e, lê di rastiyê de ew pircaran li ber xortan asteng in. Kech û xort, ciwanên Kurd li gor qudreta xwe ji bo welatê xwe chi ji destên wan bê dikin. Ez nabêjim shashî û kêmasî nakin; hin ciwan jî gelek bedbextî dikin lê niha mijara me pîremêr in, emê li ser wan rawestin. Kal û pîr carna mîna zarokên pêncsalî ne. Ew dixwazin hertim mirov gotina wan bike û pishta wan miz bide, pisho pisho bêje. Aliyê bash yê kar û xebat hertim ji xwe re dixwazin. Bi ya wan be pêwîst e li dora wan gelek ciwan mîna perwane bigerin. Xasma ciwan ji wan gelek zêde kar dikin û di karên xwe de rast û zana ne. SOKRATES: Heyfa ciwanên Kurd ji destên van pîr û kalan. Hun chima wan nashînin nav dijmin, li wê derê feyda wan ji we re ne zêdetir e? Pîremêr hertim, di her civakê de mîna zarokan e lê pîremêrên civakên hin welatan gelek jîr û bi feyde ne. SEROK: Mixabin di civaka me de pîremêrên jîr kêm in. Hin pîremêrên me yên jîr hene lê bi gelemperî pîremêrên me mîna zarokan e. Tu chi karî bidî wan nabêjin na! Di civînan de kar digrin ser xwe, ji civînê shûn ve deng ji wan dernayê; karê girtine ser xwe davêjin ser kesên din. Lê ev rewsha hemû Kurdan e. Karaktereke netewî ye: Kurd tucar nabêjin ew nizanin yan nikarin. Herkes hertishtî dizane û tukes tutishtî nake. Gava tu karekî bidî ser Kurdekî divê tu kesekî jî bidî ba wî ku ew wî karî bimeshîne. Carna divê tu kar bidî yekî û yekî din û yekî din û yekî din, dawiyê dîsa hesaba xwe bikî ew kar li ser te dimîne. Kurd di civîn û civakan de hertishtî dikarin lê tenê di civîn û civakan de. Kurd ji xwe re kêmasî dibînin ku bibêjin ez nizanim, ez nikarim, ew hertim dizanin û dikarin lê nakin. SOKRATES: Gelo chima, sedem chi ne? SEROK: Chend sedemên girîng ev in: a-Kurd quwet û qudreta xwe kêm dinasin, b-plan û program chênakin, c- di jiyana rojane ya Kurdan de na, nizanim, nikarim, nebash im gotinên biyanî ne, d- gurura feodalî di wan de heye, bi lorikên mêranî mezin bûne, e- dixwazin bikin, lê bê hesab in, f- ji gotin û rexneyan ditirsin, naxwazin rexne bê ser wan, g- digrin ser xwe nakin, me jî, xwe jî dixapînin, h- bi ramana nûjen dest navêjin tishtan, i- ew tevgera gelê Kurd bash nas nakin... û bi sedan sedemên din hene. Lê em ne psîkolog in, em siyasetê dimeshînin, sebra me jî, bi sînor e. Tishtê herî girîng ew hesab nakin ku sebra me jî, heta sînorekî ye. Ma emê chima rûmet bidin kesên kêrnehatî û bi ser de jî, dibin bar li ser pishta me. Em dixwazin rêzdana vala, rêzdana bê ked rakin, ji rêzdana feodalî xilas bin, hinek jî, me carekî din dikshînin nav wê rewshê. Em rêz didin ked û zanebûna mirov, em rêz nadin temenê mirov. Rêzdariya temenê bi sînor e. Em rûmeta temenê bigrin, emê rûmeta dar û keviran bigrin, ji ber ku temenê wan gelek e. Hin zinar milyon salî ne, chima em rûmet nadin zinaran? SOKRATES: Min jî dixwast vê yekê bînim ziman. Me tucar rûmet nedida Thales, Anaximanders, Heraklit, Zenon ûwd. ji ber ku ew pîremêr bûn. Me rûmet dida raman û zanyariya wan. Bash tê bîra min ku tu shagirtên min ji bo temenê min rêzdariya min nedigirt.

Page 45: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

Heta, pishtî min shagirtek bi navê Diogenes hebû ew rêzdariya tukesî nedigirt. Rûmet dida jiyana segan, li gor ramana wî seg ji herkesî bêtir heqaretê didîtin û ew jî, mîna seg dijiya. Lê divê ez vê rastiyê bînim ziman ku têgîshtina Diogenes zor e. Em fanî pêwîstî bi hin tishtên vê cîhanê dibînin. Belê li cem me wisa bû ku kes rûmetê nedida temenê mirov. Hertim me rûmetê bi hêza ramanên xwe digirt. Gava em kom dibûn daku em li ser pirsekê bipeyivin, ciwan bi pirsên tûj dihatin ser me. Heta jina min Xantippe jî, tucar rêzdariya temengirtinê fêrî zarokan nedikir. SEROK: Te pircaran Xantippe birchî dihîsht, lê pîremêrên me ne birchî ne jî. SOKRATES: Rast e, ez bi xwe hertim birchî bûm lê nan û xwarin hîch nedihat bîra min. SEROK: Tê bîra te, tu li kucheyên Atîna havîn û zivistan bê shekal digeriyayî, tenê ebayek li ser te bû. Ma li te ne sar hebû? SOKRATES: Sar û germ, hishk û ziwa, tûj û shêrîn, têr û birchî ûwd. ma mirov dikare van tishtan bigire, bibîne yan ji holê rake? Gelo ew hene yan em wisa hîs dikin? Min biryar dabû ku tishtên ji dervayê min û îradeya min hene, tishtên ez wan nikarim bibînim û tesbît bikim, ji xwe re nekim pirsgirêk. Min nedixast hîsên min li ser min hukum bikin, min hîsên xwe dixist bin îradeya mejiyê xwe; ji ber wê yekê jî, hebûna wan ji min re giran nedihat. Hebûna wan tunebûna wan îspat dikir, tunebûna wan ji min re dida diyarkirin ku ew hene. Min nedihîsht tishtên netisht ji dervayê eztisht û eznetisht li ser min tesîr bikin. Bi vî awayî netesîrkirina wan bi min dida hîskirin ku ew di rastiyê de li min tesîr dikin. Li min tesîrkirina wan îspata netesîrkirna wan bû. Min hebûna wan li dervayê hebûna xwe, nehebûna wan dikir hebûna xwe. Hebûna min hebûna wan û nehebûna wan îspat dikir. Hun nikarin hebûna pîremêrên xwe mîna nehebûna wan bihesibînin? SEROK: Belê, ew hene lê ew heyînê najîn. Mirov dikare nebûna neqenciyê mîna hebûna qenciyê bihesibîne lê nebûna neqenciyê îspata nebûna qenciyê ye jî, chawa ku hebûna qenciyê îspata hebûna neqenciyê ye jî. Chiqas qencî û neqencî bê hev nebin, ewqas jî, bi hev re nabin. Sar, germ, hishk, ziwa, chima û chawa hene, yan hebûna hîsên me hebûna wan bi xwe re tîne? Bash e, îspata hebûna hîs chi ye? Em dikarin hîs bînin ber chavên xwe bê ku tesîrek ji derva lê bikeve? Bê tesîra derva hîs diyar nebe, gelo ev ne îspata nebûna wî ye? Di îspata nebûna tishtekî de hebûna wî jî tune? Hebûn bi xwe ne berîqîna nebûnê ye? Eger hebûn beriqîna nebûnê ye, em nikarin hebûnê bi nebûnê yek bibînin? Eger em hebûnê bi nebûnê re yek bibînin, gelo nebûn jî nabe hebûn. Hebûn nebûn be chima ew ne yektisht e, eger ew yektisht e, chima em qala du tishtan dikin? Mezin bichûk be, bichûk jî, mezin e. Lê chima em carek mezin, carek bichûk bi lêv dikin? Hebûna mezin ne îspata hebûna bichûk e, hebûna bichûk ne nebûna mezin e? Nebûna bichûk, nebûna mezin e jî, lê nebûna bichûk û mezin hebûna wan e jî. SOKRATES: Ji ber vê yekê pêwîst e, mirov carekî din jî, rewsha pîremêran bîne ber chav. Pîremêr bila mîna dîkê serê sibê neqêrin; ew qerîna xwe ji ciwanan digrin. Ciwanî nebe, kalî jî nabe. Hebûna kalî bi hebûna ciwanî, tunebûna ciwanî jî, ne tunebûna kalî ye? Bersiva pirsa kalî yan ciwanî berê ye, mumkun e bê dayîn? Cehalet berê bû yan zanyarî? Mirov dikare bêje ciwanî û cehalet berê ne? Eger cehalet berê ye zanyarî pashê ye, lê pashê dîsa cehalet nayê? Beriya berê chawa bû? Pashîya pashê chawa ye? Pashiya berê û beriya pashê dikare bê bersivdan? SEROK: Gish xebata min li ser wê yekê ye ku ez ji Kurdan re bidim zanîn, ew xwe, hebûn û nebûna xwe, der û dora xwe nas nakin. Gotinên di devên wan de piranî tenê gotin in. Ma gotin bê mane dibin? Eger gotin bê mane bin chima tên gotin? Eger tên gotin chima bê mane ne? Mirov ne mecbûr e hertim xwe bi gotinan bîne ziman. Carna bêdengî ji gotinan zêdetir mane îfade dike. Gotin xwedî kirin bin mane îfade dikin. Divê her gotin xwediyê kirina xwe bi xwe be, rastiya xwe bîne ziman, karê xwe bîne cî. Kes ji kesî re nabêje gotinên bê mane bike yan neke, lê heqê herkesî heye ku rêzdariya gotinên ne di ciyê xwe de ne, negire. Beriya ku mirov xwe davêje ser gotinek, ser karek divê hesabê xwe bash bike û dawiya bûyerê bifikire. Pirsgirêkek jî ew e ku gotin û kirin pircaran li pêsh hesabê ne. SOKRATES: Pîrejin chawa ne, ew jî, mîna pîremêran e?

Page 46: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Te pirseke bash kir. Rewsha jinan di civaka me de tishtekî din e. Ez naxwazim li ser rewsh û pirsa jinan bisekinim lê hinek rastiya wan bînim ziman. Li Kurdistan hertim li hember derva, karên derva gotina mêran derbas bûye. Gotina jinan hebe li malê ye. Jin bi derva re pir neketine nav têkiliyan, di sînorê mal û civaka xwe de mane. Ji ber vê yekê jî, jin neqencî negihîshtandine civaka xwe. Neqenciyên ji aliyê jinan gihîshtine civakê jî, bi riya mêran gihîshtine. Tu li dîroka Kurdistan binêrî, tê nikaribî jinek bibînî ku xayîn bûye, cahsh bûye; bi riya mêr, bav û birayên wan pêwendiya wan bi derva û dijmin re chêbûye. Pîrejinên Kurd tu astengî li ber kar û bar dernaxin. Kêmhejmara jinên rewshenbîr û xwedîpîshe rê li ber xwedîpeyvbûna wan teng hîshtiye. Pîrejin ji pîremêran shoreshgertir in, fîdakar û nermtir in. Kechên Kurd di shoresha me de ferqa navbera xwe û xortan rakirine; ji xortan bihurîne. Ew di nav xebata dereng bixwehesînê hîn bêtir fîdakarî dikin, pêwîstî pê dibînin ku hîn bêtir xwe bidin pejirandin û efsaneyan diafirînin. Ez vê pirsê li vê derê kin digrim. SOKRATES: Bash ku jinên we ne mîna jinên me ne. Xantippe bash bû lê zor bû. SEROK: Jinên me yên ne qenc jî, hene. Jineke min hebû, Xantippe li ba wê melek dima. Xantippe bi welat û civaka xwe re durust bû. SOKRATES: Bi rastî Xantippe gelek welatparêz bû. Ew di sherên Potidaia, Amfîpolis û Delion de kêfxweshiya xwe bi tevlîbûna min anî. Xwedîkirina zarokan girt ser xwe ji min re bû alîkar. SEROK: Ango di civaka we de jî, sher karê mêran bû? SOKRATES: Hinek wisa bû. Jin di mîtolojî de rol digirtin ser xwe lê di jiyana rojane de rola wan mîna jinên civakên din bi mal û zarok ve bî sînor bû. Di demokrasiya Atîna de mafê hilbijartinê yê jinan tunebû. Lê em vegerin ser xala xwe; ew pîremêrên we chima mutewazî xizmeta civak û welatê xwe nakin? SEROK: Tu ji wan re wisa bibêjî, te xayîn, ajan û nizanim chi bi nav dikin. Etîka mirovahiyê, etîka raman û rewshenbîriyê di mirovên me de hatiyê kêmkirin. Dijmin mejiyê mirovên me shêlandiye, parche parche kiriye, daxwaza me ew e ku em komî ser hev bikin. Mejiyê Kurd piranî ji bo biyaniyan xebitiye. Ev tishtê em dikin emeliyat e, em di mejî de emeliyat dikin ku cardin komî ser hev be û bikeve xizmeta Kurdan. SOKRATES: Di emeliyatan de mirin jî heye, hun natirsin? SEROK: Tirsa me mirin nîne. Em hewl didin ku pishtî emeliyatê ucubeyekî din dernekeve. Em li dijî jara dijmin sherbeta vegera Kurdayetî û mirovheziyê didin wan; em dizanin ku pir pozîtîv dikare negatîv bi xwe re bîne. Em bi sebir li ser tedawiya pozîtîv disekinin û emê bi vê yekê bidomînin jî. Ji ber ku hin mînakên negatîv jî, tedawiya nexweshiyê li pêsh me hene, em bash nabînin. Ev yek carna serketî be jî, shopên gelek neqenc pash ve dihêle. Zor û zehmetiyên me hene. Civaka me bi êsh e, em nakevin xeyala hêsaniyê, lê daxwaza me heta ji me bê xewnereshk kêm bin! SOKRATES: Hun ji niha ve tedbîran nagirin? SEROK: Chawa! Mirov chiqas tedbîran bigire jî, têr nakin. Her tishtên civakê pêwîst e ji nû ve ava bibin. Pircaran pêwîstî bi avasaziya tishtan derdikeve pêsh, tisht tên damezirandin lê pircaran tenê bi damezirandinê dimînin. Saziyên tên damezirandin îro pêwîst in lê piranî ji bo duwarojê ne. Avakirina saziyan têr nake, ji wan re pispor jî divên. Pisporên me gelek kêm in; kêmahiya wan rê dide kesên nepispor, kesên nezan. SOKRATES: Tedbîr ji bo pishtî shoreshê? Bi rastî ev gelek girîng e. Lê mîna hun dibêjin zor e, bi vê zoriyê hunê chawa serî derkevin? SEROK: Ez naxwazim li ser gish beshan rawestim. Niha li ser pîremêr û hin saziyan lê bi rastî jî, pir kes zehmetiyên me fam nakin. Ji min re shikayetên wisa tên ku zarok pê dikenin. Ma ez nizanim bi shoreshekê re kar meshandin zor e. Pir kes derdên xwe ji min re not dikin lê perspektîf û plan nanivîsin. Bi ciwanan re xebat zor e lê xwesh e jî. Pîremêrên me bi ciwanan re mîna heval naxebitin, ew ji wan rêzdarî hêvî dikin. Mîna ku kêmasiyên ciwanan dibînin yên dijmin nabînin. Tu dibêjî qey dixwazin heyfa xwe ji ciwanên Kurd hildin mîna ku ew dora xebatê ji wan girtibin. Ma ew beriya van ciwanan nebûn? Chima tishtek nebirine serî? Ez qebûl dikim ku ciwanên me gelek xeletiyan dikin, kêmasiyên wan hene...

Page 47: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Xeletî nekin, kêmasî nekin chima ew ciwan in? Bila ew keftar ciwaniya xwe bînin bîra xwe ka chi kurt û kêmasiyan kirine, chi guzan shikandine! SEROK: Ew ne tenê li hember ciwanan wisa dikin. Pîremêr gish li dijî hev in. Tishtê ku ez jê gelek aciz dibim jî ew e ku emrê wan ji 50, 60 bihuriye lê mîna zarokan bi hev dikevin, li hember hev dexesiyê dikin. Gava tu xeletiyên wan didî rûyê wan, chewtiya xwe bi tund diparêzin; gava rê ji parastina chewtiyên wan re nemîne, îcar xwe li dîniyê dikin, serê xwe li heft dîwaran dixin, bexshandina xwe dixwazin, chend roj shun ve dîsa dikevin wê rewshê. SOKRATES: Eger ew dîn in, chima nachin nabin bela serê dijmin, chima nakevin ciyê dînan? SEROK: Nizanim, gelo ciyê wan di nav dînan de heye? Ew dînên aqilê xwe ne, xwezî bi rastî dîn bana. SOKRATES: Ez nizanim chima; bi xwe keftar im lê ji wan hez nakim? Di ser û dilê xwe de keftarî qebûl nakim. Birêz Serok vekirî bibêje, tu min mîna keftarekî chawa dibînî? SEROK: Tu xortekî 18 salî yî, chi keftar! SOKRATES: Spas, ji kerema xwe re, li pêsh Xantippe jî, wisa bibêje! Gelo rast e, gava lashê mirov dirize giyana mirov jî, dirize? SEROK: Li gor shagirtê te Platon dibêje, fikrê te mirin û pîrbûna giyanê qebûl nake. Li gor te giyan û raman namirin, narizên, ne wisa ye? SOKRATES: Mirov dimire, raman û giyan jê derdikevin li hewayê li ciyekî dinyayê dijîn wiha dibêje Platon ne? SEROK: Tishtek wisa! SOKRATES: Ev Platon jî, bi destûra te, pistepist kiriye zanyarî. Min bi hezaran car tishtên wiha û newiha gotine, ew tenê bi dûvika vî tishtî girtiye. Dînek kevirek avêtiye binê bîrê, sed zanyar dernexistine; pishtî Platon her kes rabû li ser gotinên wî, rexne li min girt yan parast. Ma problemên civaka me ji yên we kêmtir in? Yek bi navê Aristoteles derket hertishtî qilopanî kir û mîna rêzê têkûz kir, ma mirov raman û giyan dixe rêzê? Tu pêwendiya min pê tune dîsa gava qala fîlosofî dibe, navê min pir zêde derbas dikin. Heta fîlosofî du besh dikin, berî min û pîshtî min. Ez rebenê xwedê, ma min tishtek nivîsiye? Na, ez nivîs nizanibûm. Em dichûn Agora, me ji xwe re sohbet dikir, nizanim chima ew bêbextî gish li ser navê min chêbûn, ma keftarê me ji yên we chêtir in, ma ciwanên me ji yên we chêtir in! SEROK: Xem nake birêz Sokrates. Tishtên bi navê te tên kirin ewqas ne xirab in. Ez peyva yên xwe bikim, tê nikaribî sohbeta xwe bidomînî. Ez tenê hin mînakên bichûk bidim; ji ber ku dema min tune, dêvla nivîs bi dev dibêjim, ciwanên me digrin kasetê, pashê jê derdixin dinivîsînin ser kaxiz. Dema min nîne bixwînim, îcar ew peyv dibin pirtûk. Carna ku dem dibînim li pirtûkên bi navê xwe dinêrim, dimînim ecêbmayî. Pir kes tên ba min, kî tê teyîb û pênûs di dest de ne, makîna sûretan jî tînin, sûretên xwe bi min re digrin û pirsan dikin. Piranî nizanin chi bipirsin jî. Dema carekî din vedigerin ciyê jê hatine, kes nikare ji wan re tishtekî bibêje. Bi navê min bê destûra min shûr digrin destên xwe û kî neche xwesha wan li serî didin. Gelek ciwanên me yên bi shûr hene, hemû shûrên min li hember hev pêk tînin; îcar karibin jî!.. 'ûrê xwe ez bi kar naynim, heta xebera min jê dibe pircaran kesek namîne ku ji shûr filitîbe! SOKRATES: Na, min tehamul nedikir. Min nedihîsht kes sûretên min bigre û ji min pirsan bike. Ez bi xwe pir pirsan dikim û li bersivan digerim. Ew aletên tu dibêjî di dema me de hîn tunebûn, bash ku tunebûn. Dibêjin aletin hene ku mirov tê de tishtan temashe dike, gava dipeyive hevdu dibîne ûwd. Rast e ku makînên ji bayê zûtir dichin hene? SEROK: Ba chi ye, makînên ji deng zûtir dichin hene! SOKRATES: Belkî mirovên mîna makînan jî chêbikin daku kes bi kesî re nepeyive! SEROK: Makîne shûna mirovan ji zû ve girtine, têkiliya mirovan bi makînan re, ji têkiliya bi mirovan re zêdetir e. Li Ewropa pir kes tenê ne, nazewicin bi jin û mêrên naylon re dijîn. SOKRATES: Hun nikarin ji dêvla pîremêran hin makîneyan deynin û ji wan re minet nekin? Carna henek serê min vedike. Di vê pêshvechûnê de hîn Kurd bindest in û ne xwediyê welatekî azad in; ev rewsh pozê van Kurdên birêz nashewitîne?

Page 48: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Bawer im yên hinek ji wan carna dishewitîne. Kurdên em li ser dipeyivin yên bash in. SOKRATES: Eger ev bash in, yên nebash chawa ne? SEROK: Yên nebash nebash in. Nebashên nebashan jî hene. Ez ferq naxim nav Kurdan, ji Kurdên jîr û zîrek hez dikim. Ez ji Kurdên bi giyan û raman kole nefret dikim. 'erê min hertim li dijî koletiyê ye lê koletiya bi dil ya herî xirab e. Em li vê derê peyva pîremêrên ku di dil û mejiyên wan de hin ronahî mane dikin. Ez pêwîstî nabînim ku mirov peyva Kurdên peyayên biyaniyan e, bîne ziman. SOKRATES: Peyayên biyaniyan ji xwe peyayên biyaniyan e, ma chi têkiliya wan bi Kurdan re heye, yan chi daweya wan bi Kurdan re heye? SEROK: Peyayên biyaniyan bi ser de jî, ji xwe gelek razî ne. Ew ji bo mafê xwe yên biyanî welatperweriyê nadin tukesî. Welatparêziya wan firotina nirxên Kurdan e. Di wan de tu nirx nemaye ku bifroshin, kes qirushek jî nade bi wan, ew di quncikên tarî de bazariya xwîna Kurdên têkosher dikin. Ger em carekî din vegerin mijara xwe, ez dikarim bêjim, pêwîstî pê heye ku ew Kurdên dilpak li dora tevgera rizgariya netewî rewsha xwe heroroj di bin chav re derbas bikin; destê xwe bidin ser wîjdana xwe ka ew chi ava û chi xira kirine. Heroroj muhasebeya wîjdanê di mirov de dilpakî û baweriya kesayetî xurt dike. Ne tenê pîremêr, divê ciwan û kesên din jî, hertim vê muhasebeya wîjdanî bikin. SOKRATES: Bê muhasebeya wîjdanî ferq di navbera mirov û lawir de dimîne? SEROK: Ne tenê mirov muhasebe bike, herwisa chareyan jî, bigere û bibîne. Divê mirov li dijî kêmasî û shashiyên xwe hîn tûj û tund be. Ez hertim dikarim shashî û kêmasiyên hevalên xwe ef bikim lê yên xwe tucar ef nakim. Divê mirov dijminê xwe jî, ef bike lê xwe ef neke. Efa chewtî, kêmasî û neheqiya xwe gerek mirov di jiyanê de bîne cî. Pîremêrên me serê xwe wisa berjor kirine ku tenê chewtiyên dervayê xwe dibînin. Ew serê xwe pichek ber bi xwe vegerînin wê ji shashî û kêmasiyên xwe bitirsin, ji ber vê yekê ye li xwe nanêrin. SOKRATES: Dibe ku haya wan ji wan bi xwe tunebe! Mirov nikare odeyek tijî eynik bike û wan yek bi yek tê de derbas bike daku ew di eynikê de xwe bibînin? SEROK: Kesek nexwaze bibîne tu eynik bixî nav zikê wî jî, qebûl nake. SOKRATES: Aletek tune ku gava yek chewtî, kêmasî û neheqî dike bîne bîra wî? SEROK: Heye: Wîjdan. SOKRATES: Di dema we de jiyan bûye makîne, nebe ku wîjdana mirovan jî êdî bê makîne naxebite? SEROK: Kurdên di nav makînan de dijîn lê di dema we de mirov ji makînan chi fam dikir, hema hema ewqas jê fam dikin! Lê henekên xwe zêde neke birêz Sokrates, dema me kin e. Divê ez hîn bi hin ji wan pîremêran re bipeyivim ku kar hîn bêtir tevlîhev nekin. SOKRATES: Ji kerema xwe silavên min li wan bike û rica min ji wan bila pir ezîtî nekin. Ezîtî civakan difelishîne, kesayetî teng dike. Bila ji ciwanên xwe pir hez bikin û xwe bi qurbana wan bikin ku ciwan kar û barên ji wan mane hilgirtine ser milên xwe û dimeshînin. Rûmet û rêzdarî taybetiyên mirovahî yên herî bash û xwesh in. Eger kes layiqê wan bin ji bo van peyvan dem rol nalîze. Bila ciwanên Kurd bi rûmet û rêzdariya xwe pîremêran bidin fedîkirin. Bila pîremêr jî zanibin ku rûmet û rêzdarî ji keftariyê re nabe. Divê mirov nebe keftar û zewzek. SEROK: Pîremêr dilê xwe ji te negrin bash e. SOKRATES: Ez li gor dilê kesî sherbetê nadim; kêfa kî ji gotinên min re nayê, bila bichê serê xwe li heft zinaran bixe. SEROK: Zû teng nebe, te hîn ji wan kes nenasîne jî... SOKRATES: Bi rastî tu bi sebir î. Min Nalsrazob dîtibû, keftarek antîpatîk bû. Hêviya min yên din sempatîk in! SEROK: Te Isvanes û Yasko nas kiribû. SOKRATES: Belê sohbeta wan gelek xwesh bû.

Page 49: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SEROK: Lê ew jî, hertim ne wisa hêsan in. Pircaran divê bi rojan bi wan re li ser tishtan bipeyivî heta hin tisht zelal bin. SOKRATES: Sebra te zêde be! Nizanim wekî din chi ji destên min tê? SEROK: Ji me re sebir û dua bike bes e. SOKRATES: Bi sebir û dua av ji bîrê hilnakishe! SEROK: Lê mar ji kunê dedikeve. SOKRATES: Bi zimanê shêrîn? SEROK: Sohbetên bi te re serê min taze dike, bîna min fireh dike. SOKRATES: Sohbetên bi te re zarokiya min tîne bîra min. Tu zanî zarok chawa li ber mezinan dilerizin gava dipeyivin? SEROK: Peyva mezin heye lê peyva mezinan tune. SOKRATES: Kes heye kes e lê kes heye di kesayetiya ronahiyê de ye. SEROK: Kes heye ne kes e û di ronahiya kesayetiyê de ye. SOKRATES: Kesayetiya bê ronahî tenê kes e? SEROK: Bi vî awayî kevir jî kes e. SOKRATES: Ronahiya kevir dichirisîne ji ronahiya kevirkes ne kêmtir e. Ronahiya keskevir di reshiya shevê de chi ye? SEROK: Reshiya shevê di rojê de chi be ew e. SOKRATES: Ronî pir e yan tarî? SEROK: Roniya raman tenê ji tariyê pirtir e. Tarî chavgirtin e lê tariya chavê vekirî ji tariya tarî tarîtir e. Tariya tarî ji tariya raman ronîtir e. SOKRATES: Roniya chavê min pêwîst be bigre ji Kurdan re! SEROK: Roniya dilê te besî Kurdan e, roniya mejiyê te ji dinyayê re pir e. SOKRATES: Roniya we pêwîstiya roniya organên dervayî rakiriye, gelo ez chawa dikarim xizmeta ciwanên Kurdan bikim, mîna pîremêrek? Diyalog -X - "Dil, Êvîn û Îxanet" SOKRATES MUSAPOS, ISVANES, EHMEDÊ XANÎ YASKO, MELE EVDILA û SEROK SEROK: Tu li ser "êvîn li ba Kurdan" pirsan dikî. Bersiva pirsa êvînê gelek zor e. Ne tenê li ba Kurdan, êvîn li her derê bê bersiv e. Lê êvîna herî bê bersiv li ba Kurdan e. SOKRATES: Kurd êvînê mîna tishtekî ku mirov li pey bashî û rastiyê be, nanirxînin? SEROK: Li ba piranî Kurdan êvîn û îxanet di nav hev de ne. Carna ew dikevin pey îxanetê dêvla êvînê. Ew êvîna dil û dila bi êvîn mîna hev dinirxînin pircaran. Ez qala hemû Kurdan nakim, hin ji wan wisa ne. Lê bi gelemperî Kurd ji êvînê tenê tîbûn û birchîbûna gosht, daxwaza lash fam dikin. SOKRATES: Ma ew nizanin ku gosht tucar têr nabe heta mirinê? Têrkirina gosht li ser bingeha jitîn (înstîkt) e, chi pêwendiya jitînê bi êvînê heye? SEROK: Ez vê pirsê bi salan e ji xwe dikim û li bersivan digerim. Bersivên tînim chiqas xurt bin jî, Kurd tênagîjin. Tu ji Kurdan bipirsî, kes mîna wan ji êvînê fam nake, ew êvîna li

Page 50: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

cîhanê xurt kirine, pesna xwe bi êvîna xwe didin lê gish vala ye. Ez pênc qurush nadim êvîna piranî ji wan. SOKRATES: Eger ew li pey xwesh û bashiyê digerin û xweshî di dilê xwe de mîna dila bi êvîn û êvîna di dil de dibînin, chi xirabî tê de heye? Ma ew êvînê tenê mîna tishtek di lash de dibînin yan êvîna lash dixin xizmeta êvîna dervayê lash? SEROK: Ew êvînê piranî di lashê xwe û di lashê dervayê xwe de dibînin. SOKRATES: Ma ew nizanin ku êvîn ji lash revîn e? Ma ew nizanin ku pêwendiya lash êvînê vedimirîne û nahêle êvîn nêzîkê mirov be? Ma chi pêwendiya lash bi êvînê re heye; eger hebe bersiva chawa, chima chawa didin? SEROK: Bersiva Kurdan mîna tu difikirî ne giran e. Ew di êvînê de fîlosofiyê nabînin, fîlosofiya êvîna xwe chêdikin. Bi sedan bersiv didin te lê di bersivên wan de bersiv tune. Bersivên xwe li ser belengaziya xwe û li ser mafê xwe yê shexsî ava dikin. Kurd di rewsha koletiyê de dijîn, bersivên koleyan nabe, derew û xwe xapandinên wan hene. Mirovê kole dikare peyva êvînê bîne ziman? Evîn bi xwe ne jahrê koletiyê ye? Kurdên me ji dîliya xwe dil fam dikin, ji ber vê yekê ji êvîna xwe re dibêjin dîl-ber. Ew li ber tishtan dîl in û vê dîlîtiya xwe mîna dilhezî û êvînê fam dikin. Di mejiyê koleyan de tenê êvînek heye, ew jî, êvîna dîlî, ne êvîna dil e. Gava peyva dil tînin ziman, ew qala dilê xwe yê gosht dikin. Dilê gosht dikare barê êvînê hilgire ser xwe? Ma dilê gosht bi xwe ne di nav lashê mirov de zîndanî ye? Lashê mirov ji bo dil ne girtîgeh e? Mirov dikare dil mîna dîlê lash binirxîne, lê dil nikare êvînê temsîl bike. Di êvînê de azadî heye, di êvînê de dilberzî, mezinî, firehî, kûrahî heye. SOKRATES: Ez bi xwe gihîshtina êvînê gelek dûr dibînim. Emrê mirov têr nake ku mirov bigîje wê dûrahiyê, ne wisa? Mirov dilê xwe ber bi dîlî mîna êvîn bibîne, gihîshtina êvînê di dilê dîl de bibîne, xwe naxapîne? Xwe xapandin berovajiyê êvînê bûn e. Ma ew fam nakin ku ew xwe bi vî awayî ji êvînê hîn dûr dixînin? SEROK: Hin ji wan fam dikin lê xwe dixapînin û hin jî, bi wan dixapin. Mînak Dibix û Hîvarok. Hîvarok dîl-beriya xwe yanî dîl-diliya xwe mîna êvîn nirxand û reviya, yanî ji êvînê reviya lê ew dibêje qey bi êvînê re reviya ye. Mirov nikare bi êvînê bireve lê mirov dikare ji êvînê bireve. Di Kurdan de hev xapandin û revandin bûye kultura rojane. Koriz hebû reviya xwe spart îxanetê; ew di wê baweriyê de bû ku azad bûye. Bi Koriz re Kariz jî xapiya, reviya ji êvînê. Her kesê ku xwe ji êvînê direvîne koletiya xwe dipejirîne. Koriz û Kariz di hemêza dijminên xwe de îxanetê bi azadiya xwe dikin. Maxo li ser azadiyê gelek zulum kir bi navê êvîna azad; xwe bi vî awayî ji azadiya êvînê dûr xist, chû mala xwe, xwe di nav dîwaran de hepis kir. Berê ew di girtîgeha dijmin de azad bû, vêga di mala xwe de girtî ye. Xansor bi xwe gelek bawer bû ku ew ji êvîna giyanê fam dike, bi jineke bêgiyan xwe ji êvînê dûr xist. Di nav me de gelek kes hene ji êvînê fam nakin û dev ji peyva êvînê jî, bernadin. Bi sedan kes hene, ez naxwazim li vê derê bînim ziman, xwe dixapînin; hin ji wan azadiyê di îxanetê de dibînin, hin jî, ketine derdê jiyana koletiya xwe ya bêmane. SOKRATES: Ev mînakên balkêsh in. Li ba me xortek pir xweshik bi navê Alkibiades hebû, êvînê di têrbûna gosht de ditît, hertim bela xwe li min dida û dixwast ez pê re bikevim têkiliya lash. Agathon pir xweshik bû lê tenê xweshik bû û xweshikahî pir sheklî digirt. Platon bash bû; ew êvîna rastî hinek fam kiribû lê ew jî, êvînê kiribû tishtekî tenê xeyal. Jina min Xantippe ji min hez dikir lê têgishtina wê li ser êvînê kêm bû. Meletos rastiya êvînê di kushtina min de didît ji ber vê yekê fermana kushtina min da û ez gihîshtim êvîna rast. Pirsgirêkên Kurdan ji yên me gelek zêdetir in, divê ew hîn êvînê ji nû ve ava bikin. Ji bo chareserkirina têgîshtina êvînê chi tên kirin? SEROK: Em ketine pêvejoka têgîshtina êvînê, lê rê hîn dûr e. Li ba me Kurd hene, dest pê kirine kulîlkên êvînê li ser chiyan dichînin. Li bajaran hin Kurd di nav xebata têgîshtina êvînê de ne; dîsa jî, ji min re pirs dûr û dirêj dixuyê. Pir mirovên me yên zana hîn nizanin ew chi dizanin yan ew chi nizanin ji ber vê yekê jî, ew dibêjin qey ew hertisht dizanin. Hin ji wan hîn nizanin nan bixwin. Nan xwarin destpêkeke kultura mirovahiyê ye lê ew hîn nizanin ferq bixin nav nan xwarin û êvînê. Gava Kurdên me qala êvînê dikin, piranî mînakên wan li ser xwarinê ne. Jinan mîna tishtên xwarinê dizanin. Dibêjin ev jin mîna sêvê xwesh e, lêvên wê kiraz, bejna wê shitil, nizanim rûyê wê hinar, singê wê shîr, nizanim kudera wê petêx û

Page 51: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

zebesh. Jinan bi spehîtiya xwezayê danberhev bash e. Lê ji xweshikiya xwezayê wisa nakin, ji ber ku jin mîna xwarinê dibînin. Bi heywanan re didin ber hev. Navê heywan û fêkiyan li wan dikin. Li ser mêran jî, tishtên wiha tên ziman. Ez van tishtan ne ji bo rexnekirinê dibêjim, dixwazim sheklek bidim ber chav. Ev ne tenê di kultura Kurdan de wisa ye, di kultura gelên din de jî, wisa ye lê ez dixwazim li ser Kurdan rawestim. SOKRATES: Eger em carekî din mijara xwe hinek teng bikin û vegerin ser dil û êvînê; ji bo Kurdan giyan chi rol dilîze, rewsha giyana dilêvîn li ser dilêvîna giyanê chi tesîr dike? Daxwaza dil ji êvînê chi ye, êvîn ji dil chi dixwaze? Dil dixwaze xwe bi êvînê bigre û ji girtîgeha xwe, xwe rizgar bike yan daxwaza wî êvînê bîne ba xwe, bixe girtîgehê? Lash girtîgeha dil e lê giyan azad e. Dil xwe di nav parcheyeke gosht de dîl kiriye; dilê dîl dîltir e yan dîlîtitiya dil dîltir e? SEROK: Mirovahî dîroka xwe pir mezin dike, xwe pir mezin dibîne û bi pozbilindî nêzîkê xwezayê dibe. Xweza dixe bin tesîra xwe lê ew nizane ku ew chiqas hukumdariya xwezayê bike, ewqas koleyê wê ye. Hukumdar bê kole ne hukumdar e. Ew hukumdar e ji ber ku koleyên wî hene. Ne kole bê hukumdar ne jî, hukumdar bê kole nabe. Kole xwe bi tishtna girêdan ferz dibîne. Ev tisht dibe mirovek be, dibe tishtek be. Mirov bi tishtekî ve neyê girêdan, nabe kole. Kole tisht bi xwe nîne, girêdana bi tishtekî ve koletî peyda dike. Koletî girêdan e. Hin kes xwe bi dilê xwe ve girê didin û xwe azad dibînin. Mirov ji dilê xwe re jî koletî bike, ev koletî ye. Dil di nav parcheyeke gosht de girtî ye, xwe ber dide êvînê lê naxwaze bi êvînê re bireve, dixwaze êvînê bîne ba xwe û bixe nav girtîgeha parcheyeke gosht. Dil ji girtîgeha xwe razî ye, fikra gihîshtina giyana dervayê gosht tê de tune. Ew bi qedera xwe ya kole kêfxwesh e, serbilind e. Em dixwazin giyana dil li êvînê siwar bikin û wî ji nav girtîgeha parcheyeke gosht û girtîgeha mezin lash rizgar bikin. Dil ji dîlîtiyê dil nake; dil bi dîlîtiyê, xwe azad dizane. Dil dîl-ber e. Em dixwazin dil êvîn be, dil bi êvînê re li ser ewran govendê bigire, ber bi galaksiyan bikeve rê. Dil bibe giyana serfiraziyê. Em dilê Kurdan bilind dikin, ew chiqas bilind dibin serfiraz dibin; gava ji bilindiyê dikevin pir xirab dikevin. SOKRATES: Eger mirovek pir bilind be, li gor bilindiya wî ketina wî jî, kûr nabe? Gava mirov xwe davêje nav avê, chiqas ji bilindiyê bavêje, ewqas kûr diche bin avê. Gava mirovên bilind bûne dikevin, ciyê dikevin zêde xisar dibîne, ne wisa? SEROK: Belê. Mirovek zana berovajî bikî nezaniyê, nezaniya wî ji nezaniya yekî nezan pir zêdetir dibe. Mirovên bilind gava tam bilind nebin, negîjin stêrkan, xetera ketina wan heye. Gava dikevin xirab dikevin. Li gor bilindiya xwe nizm dibin; nizmiya wan xwe digîjîne îxanetê. Mirovê zana îxanetê bike ji mirovê nezan gelek zêdetir zerarê dide. Herkes li gor zana û nezaniya xwe zerarê dide. Nizmiya mirov li gor bilindiya mirov e. Mirov chiqas bilind be ji nizmiyê ewqas dûr e lê mirov chiqas dûrê nizmiyê be ewqas zû dikeve nizmiyê; ger ew vegerê dabe ber xwe. Ixaneta Kurdên nezan pir zerar nedaye Kurdan lê îxaneta Kurdên zana pir zerar daye. Mirov nêzîkê azadiyê be, xwe ji koletiyê dûr dibîne. Koletiya mirovê nêzîkê azadiyê ji koletiya mirovê dûrê azadiyê zûtir e, kûrtir e. Mirov azadiyê bibîne û koletiyê hilbijêre, ji mirovê kole sed car koletir e. Mirov bi azadiyê re bimeshe, îxanetê bike erdem, ew mehlûqê herî pîs e, herî bi zerar e. Kesek bi zanayan re dostanî bike û pesna cehaletê bide mafê wî yê jiyanê tenê newala miriyan e. Di Kurdên me de her meziyet hene. SOKRATES: Meziyet bi awayê pozîtîv bash e lê meziyet ber bi negatîv birin ne bash e. Meziyet negatîv dibe, bibe ew dîsa meziyet e yan na? Mirov chima li pey meziyet, mafê rast û bashiya giyan direve, chima li azadiyê digere, chima ketiye pey tishtna? SEROK: Va hin Kurdên din jî hatin, em dikarin sohbeta xwe bi hev re bidomînin. Tu hemûyan dinasî. SOKRATES: Birêz Isvanes, Yasko, Ehmedê Xanî hun bi xêr hatin. Lê min ew her du camêrên din nas nekirin. SEROK: Te pir dixwast tu yekî ji wan bibînî; ev Mûsapos, ev jî, birêz Mele Evdila. SOKRATES: Ev ji bo min surprîzeke mezin e, pir kêfxwesh bûm, kerem bikin. Birêz Mûsapos mamosteyê me hemûyan e, ji aliyê etîka raman.

Page 52: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

MÛSAPOS: Hasha bavê min, tu pîrê me yî. Em hatin guh bidin sohbeta we, em naxwazin bi xwe zêde bipeyivin. YASKO: Bê nukteyên te yên xwesh tama sohbet nabe. SEROK: Sohbeta me li ser dil, êvîn û îxanet e. MÛSAPOS: Li ser dil û êvîn em nikarin pir tishtan bibêjin lê li ser îxanetê em pir zanin ji ber ku dîroka me bi îxanet û koletiyê derbas bûye. ISVANES: Emê behs bikin. Azadî, dil, êvîn lê ez dixwazim guhdarî bikim. MELE EVDILA: Ciyê ilim û îrfan hebe ez ji guhdarkirinê re gelek jîr im, lê ne ji peyvê re. Em mele li camiyan ewqas dipeyivin tishtek nache ser, ne pêwîst e em li pêsh zanayan jî bipeyivin. Peyvên me meleyan ji bo cahilan e. Ciyê zana lê bin divê em bêdeng bin. SOKRATES: Kurd chiqas kîbar û mutewazî ne. SEROK: Kurd dîsa dest bi kîbariyê kirin. Bi gotinan nabe birêz Sokrates, mereq neke ewê gelek bipeyivin. Tu hîn fêrî Kurdan nebûyî, ew bi kîbariyê gotin di dile xwe de nahêlin. MÛSAPOS: Ma em devê xwe bi carekî ve nagirin Serokê hêja; me got em zêde napeyivin, me negot em ji kok napeyivin. Ne wisa mamoste Xanî. EHMEDÊ XANÎ: Xanî ji kemalê bê kemalî, meydanê kemalê bibîne xalî, yanî ne ji qabil û xebirî, pêwîst bidîta zêde dipeyivî. SEROK: Hun mele bash in lê bashî têrî gihîshtina êvînê dike? Mele êvînê tînin ziman lê di jiyanê de êvîn chi ye? ev e pirs. EHMEDÊ XANÎ: Ger dê hebûya me padîshahek, layiq bidiya xwedê kulahek, tayîn bibûya ji bo wî textek, zahir vedibû ji bo me bextek, hasil bibûya ji bo wî tacek, helbette dibû me jî rewacek. SEROK: Ji xwe pirsgirêk di vê derê de ye. We chima ji xwe re tacek danenî, nebûn xwedîmaf mîna netewên din? Birêz Xanî hun li pey êvîna rast bûn, bi êvîna rast reviyan lê rewsh nehîsht ku hun êvîna xwe bikin êvîna jiyanê, êvîna jiyana netewek! Em dikarin bidomînin. Birêz Sokrates fermo hun ji pirsan dakevin bersivan. SOKRATES: Gish emrê min li pey êvîna serfiraz, azadiya dilberz derbas bû. Di dema me de mirovahî di konaxeke teng û pash de bû. Kêm kes li pey êvîna berz digeriyan. MÛSAPOS: Xem nexwe bavê min, di dema me de mirovahî di wê hêlê de ji dema we ne pêshvetir e. Mirovahî pishtî kushtina we dev ji lêgerîna erdem û dilberziyê berneda lê zêde jî, pêsh ve nechû. Pêshvechûna teknîk mirovan hîn egoîst kir. Herkes xwast ku ew zêde feyde ji tishtan bigire; mirov bû derewkar. Camêrî nema, qeleshî dest pê kir. Qiweta kî hebû, qiymeta wî zêde bû. Mirov ji aliyê raman jî, gelek pêsh ve chû; ramana xwe xist xizmeta mafê xwe yê shexsî. Hin kes kom bûn, hêzek ava kirin û zulum li yên din kirin, erdê wan, nanê wan ji destê wan girtin. Pashê pir sînor pir kishandin, dewlet chêkirin. Hertisht bû zêde parastina mafê EZî. Hin kes bi qiweta raman hin bi qiweta dest û chek, teknîk û komên leshkerî zulum li yên din kirin. Erdê mirovahî parche parche par ve bû, jiyana hin kesan bi yên din ve hat girêdan. Barbar û mêrkuj bûn xwediyê afirankarên kultur, kesên xwedîkultur bûn kole. Ez chi bêjim, bi rojan bêjim naqede. Em Kurd jî, bûn chîrokvan. SOKRATES: chawa, chima chîrokvan? MÛSAPOS: Ji ber ku miletên din gish kar di nav xwe de par ve kirin, ji me re jî, tenê chîrokgotin ma! SEROK: Birêz Sokrates, tu hîn fêrî henekên birêz Mûsapos nebûyî, ew ji derdên dilê xwe bûye henekvan, mirovan dikenîne, di nav henekên wî de ders tijî ne. MÛSAPOS: Em dixwazin hun ji me re fikrê xwe li ser êvînê bibêjin birêz Sokrates. SOKRATES: Ez êvînê nas nakim, tishtekî ku ez nas nekim, chawa li ser fikrê xwe bibêjim? SEROK: Hun jî, metod û edetên Sokrates nizanin, ew hertim bi nezanbûna xwe ya li ser tisht dest pê dike; pashê pirsan zelal dike. MÛSAPOS: Wê demê tishtên hûn nizanin ji me re bibêjin bavê min, ezbenî.

Page 53: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Berê min digot qey êvîn hezbûn e, ne hezkirin e. Lê êvîn ne hezbûn û ne hezkirin e, di navbera herduyan de ye. Min digot qey êvîn tenê xweshik e. Eger evîn xweshik be, kesê xweshikahiyê bixwaze, chi dixwaze? Dixwaze xweshikahî jê re be. Bash e, xweshikahî jê re be, chi dibe? Ger em dêvla xweshikahî bashî bigrin, kesê daxwaza bashiyê bike, dixwaze bigîje bashiyê. Bigîje bashiyê chi dibe? Ew dibe bextewar. Bextiyarî ji bextewaran re bextiyarî ye. Li vê derê bersiva chima tune, ne pêwîst e jî. Evîn lêgerîna bashiyê ye. Mirov bashiyê nebîne hertim xirab dimîne, nagîjê êvînê. Lêgerîna bashiyê ne ji bo dîtina wê ye, lêgerîna wê bi xwe êvîn e. Mirov hertim li pey bashiyê nebe nagîje êvînê; gihîshtina êvînê, bashiyê ji holê radike, divê mirov ji pey bashiyê, ji pey êvînê neqete. SEROK: Gava mirov li pey bashiyê digere, rastî hin xapînokan tê û dev ji lêgerînê ber dide, xwe davêje ser tishtê ku dîtiye, dibêje qey gihîshtiye êvînê. Bi vê xwexapandinê nahese û tishtê herî xirab jî, naxwaze pê bihese. SOKRATES: Hemû mirov bi bereket in, hem ji aliyê jiyanê hem ji aliyê giyanê. Ber bi emrê dirêj, xwezayê mirov bereketa xwe ya lash winda dike. Mirov tenê di spehiyê de bi bereket e, nikare di nespehiyê de bizê û bizayîne. YASKO: Êvîn xwe dide ser chi bingehê, ne ser xweshikiyê? SOKRATES: Ne tenê, xwe dide ser afirandin û zayîn di xweshikiyê de. YASKO: Afirandina chi, chawa? SOKRATES: Ji ber ku afirandina zayînê her bêdawî ye û bêmirin e; ma di mirinê de jî, ne wisa ye? Kedrijiya pey bêmirinê bi bashî re, ger êvîn bi ser de biche jî, hertim xwedîbûna bashiyê ye. Li gor vê êvîn jî, xwe dide ser bêmiriniyê. Bi bashiyê re kedrijî ji bo nemiriniyê, têkchûna êvînê bi xwe re bîne jî, pêwîstî ye. Lê êvîn xwe dide ser bêmiriniyê ji ber vê jî, di mirinê de be jî, jîn dide. Mirin siya xwe deyne ser êvînê, ew mirin bi xwe vedije, xwe ji holê radike. Ma ciyê êvîn hebe mirin dikare bijî? SEROK: Ciyê mirin hebe êvîn konê xwe digre û bar dike, diche ciyê bêmirin. Hertim ciyê ku êvîn li wê derê xuya bike, mirin konê xwe ji wê derê radike. Ew ji hev ewqas dûr in ku di nav hev de ne, ewqas di nav hev de ne ku nagîjin hev. ISVANES: Lê berdewamiya jiyanê xwe di chi de diyar dike, tishtê dijî chawa ciwaniya êvînê didomîne? SOKRATES: Ciwanî li ser kalî, nû li ser kevn ava nabe? Jiyan xwe ji mirinê ber bi bêmirinê nabe? Jiyan ber bi pîriyê, gava xwe qels dibîne chi dike, xwe nade ser zindîbûnê? Ev zîndîbûn ne êvîn e, ne jiyaneke nû ye? Di gish mehluqan de rewsha xwenûkirin, nûzan û li ser jiyana nû êvîn û li ser êvîn nûvejîn pêk nayê? Bi vê pêkhatinê nîne ku afirandina jiyanê berdewam e? Di xweza de her besh û besher xwe ji bo berdewamiya jiyana xwe bi êvînê naxemilîne, êvîn hertim jiyana nû navejîne? Pey êvînê bûn bê ked dibe, ciyê ked lê hebe êvîn chênabe? Ciyê êvîn lê chêdibe bi xwe ne jiyan e? YASKO: Ev rewsh xwe di rastiyê de wisa dilîvîne, mîna tê gotin? SOKRATES: Em bêjin mirov bi aqil xwe dilîvîne, ji ber vê yekê wisa dike; emê li ser heywanan chi bêjin? Ew ji bo jiyanê bidomînin êvînê pêk naynin lê di êvînê de dafdaneke navîn heye ku zindî dixe pey xwe. Jitîn (instikt) jê re tê gotin û bê wê afirandina jiyanê ne mumkun e. Pir aliyên êvînê hîn jî, xwe didin ser jitînê, ji ber vê yekê carna ferq di navbera mirov û heywanan de namîne. Mirov êvînê li ser bingeheke maqûl pêk neyne chi ferqa wî ji heywanan dimîne? YASKO: Lê ferq di nav mirov û heywan de divê hebe! SOKRATES: Nizanim. Mirov xwe bi aqil dilîvîne, bi plan û hesab. Ji xwe re hin sedemên ehlaqî peyda kirine. Pishtî mirinê bi bêmirinê bawer e, ji bo bêmiriniya navê xwe dikare bimre. Ev meziyetên mirovahî ne, heywan pishtî-mirinê plan nake, ne li pey navê xwe ye; li gor jitînê xwe dilivîne. Carna mirov û heywan mîna hev bixuyên jî, dîsa ferq di nav wan de heye; mirov hertim bi plan e, ne wisa? SEROK: Hun bi giranî li ser êvîn û afirandina lashî radiwestin, afirandina giyan û raman, êvîna giyan û raman...

Page 54: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

SOKRATES: Ferqa herî mezin di nav mirov û heywan de, ne ew e ku mirov li pey afirandina giyan û raman e jî? YASKO: Afirandina giyan û raman chi ye, ew chi dikarin biafirînin? SOKRATES: Me qala êvîna etîk û raman kiribû, bê etîka mirov afirandina jiyanek dibe jiyana mirov? Afirandina giyan û raman zanyarî, huner, musîk û gish tishtên xweshik in, bê wan jiyan dibe? Bê wan jiyana mirov chi jiyan e, êvîn chi êvîn e? Bê berhemên raman û giyan wekhevî, rastî, adalet chêdibe? Azadî, heza mirov û xweza, perwerdeya ehlaq û moral chêdibe? Spehî, xweshikahî û bashî di giyan û raman de nebe di lash de dibe? Bê giyan spehiya lash chi ye? Kesê êvînê diafirîne dikeve pey lashê bê giyan? Di lashekî bê giyan de êvîn pêk tê? Xweshikahî dikare bê afirandin? ISVANES: Mirov chawa dikare bigîje xweshikahî, bê ku bi xweshikahiya lash bixape? Ferqa xweshikahiya lash û giyan xwe di chi de diyar dike, rê chi ye ji bo mirov bi êvîna xwesh û bash re bimeshe? SOKRATES: Xweshik û nexweshik xwe bi dîtina ji derva diyar dike? Carna xweshikahî di lashekî de ye ku ji derva spehî naxuyê. Di hemû mirovan de xweshikahî heye, perwerdeya pishtî zayinê dikare rê li ber wê bigre. Divê mirov bi xortanî bikeve pey bashî û xweshikahiyê û di ciwaniyê de xweshikahî bi êvînê bigijîne; bê ked êvîn chênabe, bê êvîn xweshikahî pêk nayê, bê xweshikahî bashî nayê afirandin û bê afirandina bilind giyan û raman zanayî û dilberzî peyda nakin. Girîngiya giyan û raman rê li ber êvînê veke, pêwîstiya tirsê ji nexweshikahiyê namîne. Divê mirov xwe pir nede pey spehiya lash, spehiya lash li pey spehiya giyan e. Di giyana spehî de afirandina jiyan û êvînê dilberziya gihîshtina bashiyê ye jî. Bi jiyana giyanê azadiya serbilindî divê, ji ber ku êvîn û jiyan, xweshikahî û bashî di koletiyê de jîn nadin. SEROK: Tishtê ku li vê derê ji bîr nebe ev e ku xweshikahî li gor kî, li gor chi? Kî chawa spehîtî tayîn dike, chi li gor kî xwesh û bash e? SOKRATES: Pêwîst e li ser vê yekê bi taybetî bê rawestin. Hêviya min tu bikevî peyvê li gor rewsha nû; ma bê pinta(niqte) mirov lê ye peyva spehî, bashî, giyana dilberz, êvîna jiyanê mane îfade dikin? Ma xweshikahî ne dureyek e diberiqe, berîqîna xwe shanî herkesî nake? Spehî neberiqe, chiruskên wê em ronî nekin, ne bê mane ye? SEROK: Belê, min dixwast em der û dora mijarê hinek fireh bikin daku em karibin firehiyê ber bi tengbûneke têgîshtinê ve bînin. Hun gelek li ser afirandin û zayînê peyivîn. Afirandina zayînê di spehîtiyê de. Afirandina zayînê di spehîtiyê de be jî, bê parastina wê, chi mane îfade dike? SOKRATES: Bê parastina spehîtiyê zayîn dikare tê de bê afirandin? SEROK: Pirseke girîng e parastin. Parastina zayînê dema afirandinê di xweshikahiyê de bê serfiraziya mejiyê azad dibe? Mejiyê azad chiqas ji koletiyê dûr e yan ew di nav koletiyê de azad e? Koletî dikare azadiyê di nav xwe de biparêze? SOKRATES: Bersivên pirsên tu dikî gelek girîng in. Koletî dikare xwe li pêsh êvîn û azadiyê bixe asteng? Azadiya ku koletiyê ji astengbûnê dernexe dikare wisa bê binavkirin? MÛSAPOS: Hun pirsan gelek dirêj bikin wê kî bersivan bide? Koletiya hun qal dikin chi koletî ye? Eger hun qala koletiya me Kurdan dikin, ez dikarim ji we re bersivan bidim lê bawer im hun gelek kûr dichin; em rebenên xwedê chawa bi têgihîshtinê zelal bin? SEROK: Hun chend rengên koletiyê dinasin birêz Mûsapos? Koletî xwediyê rengan e yan reng di koletiyê de hene? Têkiliya koletiyê bi tarî yan bi ronahiyê re zêdetir e? SOKRATES: Kole pir in yan koledar? Ferqa kole û koledaran heye, hebe chi ye? Têkiliya êvîn bi koletiyê, têkiliya dil bi koledariyê ve heye? SEROK: Kole chiqas xayîn e? Koledar ji azadiyê chi fam dike? Bê koletî azadî, bê koledar serfirazî chi ye? Evîna serfiraz di koletiyê de chiqas îxanet e? Parastina koletiyê yan neparastina azadiyê xirabtir e? Parastina êvînê ber bi lash, parastina dil di lash de chiqas azad e, chiqas kole ye? Mafê êvînê heye? Mafê koletiyê heye? Kîjan maf li dijî xwe zêde dixebite?

Page 55: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

MELE EVDILA: Tishtê ez pir meraq dikim, hun li ser zebaniyan chi difikirin? Zebanî kole ne yan na? Eger kole bin, mafê koleyan heye bikevin bihîshtê yan na? Hûrî li bihishtê azad in yan kole ne? Eger ew kole bin, gelo mafê min heye ku ez hûriyan red bikim? Mafê redkirinê nedin min, dikarim li bihishtê bimînim yan na? MÛSAPOS: Lawo Mele Evdila tu van pirsên xwe chima ji me dikî, biche mesela xwe bi xwedayê xwe re chareser bike. Ma em chi zanin ka di bihishta te de êvîn û maf chawa ye? Ez bi xwe li bihishtê me lê heta niha min tu hûrî nedîtine. MELE EVDILA: Mesela min jî, ji xwe ev e, ka digotin li wê dinyayê chil hûrî didin; hîn nedane min, lê dema hûrî bên, ez chi bikim? SEROK: Em hîn nikarin pirsên vê dinyayê zelal bikin, îcar hun chûn ser pirsên dinyayeke din! YASKO: Xelk ji bo jinek xwe ji azadiyê pash ve dikshîne, Mele Evdila jî, dixwaze xwe ji chil hûriyên bihishtê rizgar bike. SOKRATES: Bihisht li kuderê ye, welatê kî ye? SEROK: Ev pirs û bersivên van tishtan dirêjin, em vegerin ser mijara xwe, ji bo henekan dema me kêm e. ISVANES: Lê pirsên Mele girîng in, ew divê bizane diche kuderê. MÛSAPOS: Ciyê nizane bila nechê. Emê ji kuderê zanibin, ewê biche kuderê? MELE EVDILA: Bavo min pirsên xwe pash ve girtin. Ez bersivên pirsên xwe zanim, spas. Em vegerin mijara xwe lê pirsên min jî, ji mijarê ewqas dûr nînin. SOKRATES: Birêz Mele Evdila hun naxwazin nechin wê derê. Ma pêwîst e hun bichin ciyekî ku dilê we naxwaze? SEROK: Em li ser parastina afirandina zayînê di êvîna xweshikahiyê de mabûn. Bê parastin êvîn nabe, kesê êvînê dil dike, divê parastina wê jî bigre ser xwe. Gish xebata me li ser parastina azadiya êvînê ye lê hîn êvîn xwe serfiraz nekiriye hin kes dixwazin pê bilîzin. SOKRATES: Bi êvînê lîstin, chawa yanî? Kî dikare bi êvînê bilîze, bi chi cesaretî? SEROK: Cesareta nezaniyê. Nezanî pir bê cesaret û bê hesab e. Berê dike, pashê difikire, poshman dibe lê poshmanî dereng e. SOKRATES: Qiwet digîje ku mirov bi êvînê bilîze? SEROK: Qiweta tukesî nagîjê lê diceribînin. Bi êvînê lîstin, bi jiyanê lîstin e, bi azadiyê lîstin e, kes nikare. SOKRATES: Kî bi êvînê bilîze, gelo ew bi xwe nalîze? SEROK: Pir kes ji bixwelîstinê ne aciz in. SOKRATES: Ew chi kes in ku bi xwe û bi êvîna xwe dilîzin? SEROK: Ew chi deng e, dîsa bang li min dikin, divê ez bichim... SOKRATES: Gelo chi bûye? SEROK: Ez bawer im dîsa hin kes teng mane, nikarin xwe ji lîstika êvîne ber bi êvîna jiyanê bi reê ve bibin. Di eniya sher de tisht heye, wekî din bang li min nedikirin. Hun sohbeta xwe bidomînin, ezê pash ve bêm. YASKO: Birêz Serok diche, em chi bikin? ISVANES: Heta ew bê em dikarin sohbeta xwe bi Sokrates re bidomînin. MUSAPOS: Bash e, em pirsa Mele Evdila zelal bikin, mesela wî û êvîna li bihishtê, ka mirov dikare li wê derê bi êvînê re bilîze yan na? MELE EVDILA: Serok chû, lê ka Sokrates? YASKO: Sokrates jî, winda bû... MUSAPOS: Ez bawer im ku bê Serok em nikarin bi Sokrates re bipeyivin ji ber ku ew ji me gelek dûr e û em mesafeya di nav xwe de nikarin bigîjînin hev. ISVANES: Vêga bash fam dikim. Dema Serok chu, Sokrates mîna sir ji holê winda bû.

Page 56: SEROK . SOKRATES - Mirovek û Pirtûkek = Bir insan Bir ... · SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne,

MELE EVDILA: Em nikarin sohbeta xwe bidomînin? YASKO: Kekê Mûsapos jî, winda bû. ISVANES: Ka Mele Evdila, ne vêga li kêleka min bû. YASKO: Ez bawer im, bê Serok em nikarin bi wan re jî, têkilî deynin. ISVANES: Em tenê man. Em carekî din li ser mijarê bipeyivin chêtir e. EPÎLOG SOKRATES: Em van diyalogan bipejirînin yan na? SEROK: Ez dibêjim pejirandina me bila li ser nirxandina bîr û raya gishtî be. SOKRATES: Bîr û raya gishtî hîn demokratir e lê haya wan ji sohbeta me nîne. Ew tenê tishtên ku ji hêla nivîskar pêshkêsh bûne, dinase. SEROK: Em dikarin carekî din gish diyalogan di ber chav re derbas bikin, ciyên ne bi dilê me bin, nepejirînin. Ez bi xwe ji ramanên azad, ger ew li dijî min bin jî, aciz nabim lê mafê min heye ku ez jî, bi awayekî li dijî wan ramanan rawestim. SOKRATES: Nizanim. Ez bi xwe fêrî wan tishtan bûme ku kes bê xebera min li ser min, bi navê min binivîsînin, ne bi dilê min bin jî, fikrê wan e. Ma Platon ji nivîskarê vê pirtûkê kêmtir û chêtir kiriye, ew min daye naskirin bê haya min. SEROK: Xenophon jî, li ser te bîranînên xwe nivîsandibûn. SOKRATES: Tishtên Xenophon ji yên Platon nêzîktirê jiyana min in. Lê ez li ser nivîsên nivîskarê Kurd naxwazim pir qarqarokî bikim. Ew hîn xort e, dibe ku shashiyan bike, tisht nabe. SEROK: Birêz Sokrates me gotibû, em rûmetê nadin temenê mirov... SOKRATES: Nizanim, bawer im ew jî, fikrê nivîskar bû, bi me dabû gotin. Ez bash dibînim ku bîr û raya gishtî chawa dixwaze bila wisa binirxîne. Em mafê xwe yê parastinê nedine wan? SEROK: Ez hînê gelek tishtên wisa bûme. Bash e, em vê rûpelê wisa bihêlin, bila vekirî bimîne. Em rabin nivîskar rexne bikin, dibe ku hinek shash fam bikin û hewesa kesên din bishkê. Ya rastî ez naxwazim hewesa nivîskarên Kurd bishkînim, ji ber ku yên bi Kurdî dinivîsînin bi hejmara tiliyan e. Tu chi dibêjî, em Diyalogên vî camêrî wisa bihêlin? SOKRATES: Em nehêlin jî, ewê mîna xwe bike û gotinan li gor hêza pênûsê bi me bide gotin. SEROK: Bash e, em rê li ber nivîskaran vekirî bihêlin! SOKRATES: Daku cesaretê nivîskarên din neshkê, ew jî, ramana xwe azad binivîsînin? SEROK: Rast e..

serî malper