8
Kurd, Adar û Bihar Amadekar: Kakşar Oremar Email: [email protected] 21ê Adarê di dîroka Kurdistanê da xwedî cihekî taybetî ye. Bûyer di vê rojê da wisa zêdene ku mirov dibêje qey bav û kalên me hemû hêza xwe ji rojeke wisa ra ştine. Hem di warê siyasî-aborî û hem jî di warê civakî da bizaveke nû bi vê rojê ra dest pêkirine. Îsal jî Newroz li hemû bakurê Kurdistanê xwedî mesajên pir watedar bû. Her sal bi hatina 21ê adarê ra Kurd jî çend pêngava xwe nêzî serkeftinê dikin. Xweziyên siyasî ku 1000 sale Kurd bi armanca gehiştina bi wan tên kuştin, girtin, dagirkera dikujin û hebûna xwe jî didomînin. Lê ev 30 salin ku Newroza Kurdistanê her sal ji sala berê zêdetir û mîna gulekê baştir dibişkive, mezin dibe û bêhna xwe ya xweş li her dera Kurdistana mezin belav dike. Bihar ji sirûştê ra demsala vejîna nû û di yekemîn roja biharê da Kurd bi hilkirina agirê Newrozê ronahî û evîna dilê xwe ya ji paşeroke xweştir ra, didin kifşê. Werin em hinek bûyerên 21ê adarê heya roja îro bihevre bişopînin: _ 21ê adara her salê, roja têkoşîna li dijî nijadperestiyê, Newroz: cejna netewî ya hemû gelên Arî û destpêka biharê ye. _ Di 21ê adara sala 1982an de, qehremanê millî Mazlûm Dogan: yek ji kadroyên sereke û endamê komîta navendiya PKKê ji bo protestokirina xiyeneta Kurda ya li dijî hev, dijberiya li hemberî sivkatîkirin, zor û zulma dewleta totalîtera Tirkiyê û bilindkirina dengê doza gelê Kurdistanê, li zindana Amedê bi sê darkên şixartê, Newroz pîroz kir. Wî bi fedakirina canê xwe careke din têkoşîna Kaweyê Asinger zindî û dilê dagîrkerên Kurdistanê jî lerizand. Ev kar bû sedema vebûna rûpelekî nû di dîroka têkoşîna Kurdistanê. _ Di 21ê adara sala 1985an da, li pey berfirehbûna têkoşîna netewî li bakurê Kurdistanê, Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan(ERNK) hate damezirandin. _ Di 21ê adara sala 1986an de, dewleta

Kurd, Adar û Bihar · Kurd, Adar û Bihar Amadekar: Kak şar Oremar Email: [email protected] 21ê Adarê di dîroka Kurdistanê da xwedî cihekî taybetî ye. Bûyer di vê

Embed Size (px)

Citation preview

Kurd, Adar û Bihar Amadekar: Kakşar Oremar

Email: [email protected] 21ê Adarê di dîroka Kurdistanê da xwedî cihekî taybetî ye. Bûyer di vê rojê da wisa zêdene ku mirov dibêje qey bav û kalên me hemû hêza xwe ji rojeke wisa ra hêştine. Hem di warê siyasî-aborî û hem jî di warê civakî da bizaveke nû bi vê rojê ra dest pêkirine. Îsal jî Newroz li hemû bakurê Kurdistanê xwedî mesajên pir watedar bû. Her sal bi hatina 21ê adarê ra Kurd jî çend pêngava xwe nêzî serkeftinê dikin. Xweziyên siyasî ku 1000 sale Kurd bi armanca gehiştina bi wan tên kuştin, girtin, dagirkera dikujin û hebûna xwe jî didomînin. Lê ev 30 salin ku Newroza Kurdistanê her sal ji sala berê zêdetir û mîna gulekê baştir dibişkive, mezin dibe û bêhna xwe ya xweş li her dera Kurdistana mezin belav dike. Bihar ji sirûştê ra demsala vejîna nû û di yekemîn roja biharê da Kurd bi hilkirina agirê Newrozê ronahî û evîna dilê xwe ya ji paşeroke xweştir ra, didin kifşê. Werin em hinek bûyerên 21ê adarê heya roja îro bihevre bişopînin: _ 21ê adara her salê, roja têkoşîna li dijî nijadperestiyê, Newroz: cejna netewî ya hemû gelên Arî û destpêka biharê ye.

_ Di 21ê adara sala 1982an de, qehremanê millî Mazlûm Dogan: yek ji kadroyên sereke û endamê komîta navendiya PKKê ji bo protestokirina xiyeneta Kurda ya li dijî hev, dijberiya li hemberî sivkatîkirin, zor û zulma dewleta totalîtera Tirkiyê û bilindkirina dengê doza gelê Kurdistanê, li zindana Amedê bi sê darkên şixartê, Newroz pîroz kir. Wî bi fedakirina canê xwe careke din têkoşîna Kaweyê Asinger zindî û dilê dagîrkerên Kurdistanê jî lerizand. Ev kar bû sedema vebûna rûpelekî nû di dîroka têkoşîna Kurdistanê.

_ Di 21ê adara sala 1985an da, li pey berfirehbûna têkoşîna netewî li bakurê Kurdistanê, Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan(ERNK) hate damezirandin. _ Di 21ê adara sala 1986an de, dewleta

Suriyê li dijî hemwelatiyên Kurd li Qamîşlo û Şamê hêrişî xwepêşanderên Newrozê kir. Lê Kurda bi hemû astengiyan ra daxwazên xwe yên siyasî-netewî di wê roja dîrokî da bi dengekî bilind beyan kirin.

_ Di 21ê adara sala 1990an da, keça Kurd Zekiye Alkan, li ser bircên Amedê agir berda bedena xwe û bi şewitandina canê xwe cejina Newrozê pîroz kir.

_ Di 21ê adarê sala 1992yan de, Rehşan Demîrel(Sosin), li taxa Qedîfeqeleya bajarê Îzmîrê agir berda bedena xwe û bi agirê canê xwe Newroza Kurda pîroz kir. _ Di 21ê adara sala 1992an da, di serhildanên Nisêybîn û Cizîrê li bakurê Kurdistanê, li pey şer û dijberiya gel ya ji bo bidestxistina daxwazên siyasî, 93 kes Kurd ji aliyê hêzên taybetî yên komara Tirkiyê ve hatin şehîd kirin. _ 21ê adara sala 1992an li pey pîrozbahiyên Newrozê li bajarên: Wan, Cizîra Botan û Adana, 38 kes Kurd hatin kuştin. _ Di 21ê adara sala 1994an de, her du keçên Kurd Berîvan û Ronahî li bajarê Manhaimê li welatê Elmanyê, di roja Newrozê de, agir berdan canê xwe. _ Di 21ê adara sala 1995an de, dewleta Tirkiye ku heta wê rojê pîrozbayîyên cejina Newrozê li bakurê Kurdistanê qedexe kiribûn, hêrişî wan kesan kir yên ku rengên kesk, sor û zer hildigirtin. Lê piştra bi armancên siyasî û

bêrengkirina bandora siyasî ya Newrozê li Kurdistanê, îlankir ku cejina Newrozê ya Tirkiyêye û bi dehan sale tê pîroz kirin.!! Hilanîna vê pêngavê di qada siyasî da wiha hate şirove kirin: Vê biryarê hêdî-hêdî Tirk li hemberî daxwazên netewa Kurd yên siyasî xistin ser çoka.

_ 21ê adara sala 1937an serhildana Dêrsimê ya di bin serokatiya Seyîd Rizayê Dêrsimî li bakurê Kurdistanê, dest pêkir.

_ Û ev çend sale ku 21ê adara her salê li Ameda paytexta Kurdistanê zêdetir ji yel milyon Kurd li dora hev kom dibin û cejina xwe ya netewî Newrozê pîroz dikin. Bi vêra gelo ma em nikarin bêjin ku di roja îro da êdî Newroz li Kurdistanê hêceta hebûn, mayîn, jîn û vejîna me Kurda ye?

NEWROZA mêrxas û qehremanê Imraliyê, Newroza hemû girtiyên azadiyê, hemû gerîlayên qehreman û hemû hemwilatiyên min pîroz be.

Kurd û bûyerên rojên din yên meha Adarê Em Kurd bi hafza xwe ya dîrokî zêde bihêz nînin. Belkî ev xala balkêş jî bûye sedem ku tirajêdî, şikest û poşmanî di jiyana me Kurda da dubare û çend bare dibin. 21ê adarê di jiyana Kurda da pir taybetî û tejîye ji bûyerên xweş û nexweş. Li vira min xwest hûn bizanin ka di rojên din yên adarê da jî çi qewimîne. Kurda çi kirine û dagirkerên

Kurdiatanê li hemberî daxwazên wan çi helwest nîşan dane. Di van rojan da Kurd carna li dijî dijiminên axa xwe rabûne ser piyan. Ev jî bûye sedem ku dijimin jî bi hemû şêweyan dijberiya me bike. Werin em bihevre herin nava dilê rûpelên çend rojên dîroka xwe: Di 11ê adara sala 1970an de ji aliyê hukûmeta Îraq û Partiya Demokratsa Kurdistana Îraqê bi daxuyaniyekê mafê otonomiyê di çarçoveya Îraqê da ji Kurdan ra hate diyar kirin. Deklerasyona fermî ji aliyê Saddam Huseyen û Mela Mistefa Barzanî ve hatibû îmzekirin. Di daxuyaniyê de 15 bend hebûn ku li ser bingeha peymana Kurdan ya Nîsana 1963an û parastina mafê Kurdan yê sala 1966an ava bibû. Lê belê ev îlan ji ber mesela Kerkûkê di piratîkê de pêknehat û bû sedem ku li sala 1975an şoreşa di bin serokatiya general Mistefa Barzanî da rastî şikestê bê. Di 11ê adara sala 1974an de jî dema ku li ser peymana otonomiyê ya Îraqê lihevhatin çênebû, dîsa di navbera hêzên Îraq û PDK.Îraqê de şerên dijwar destpêkirin. Di 11 adara sala 1991an da bi serhildana gel ya li dijî Beesiyên cinayetkar, li başûrê Kurdistanê serhildan li bajarên Hewlêr û Xaneqîn destpê kir û ev bajar jî ji aliyê gel ve hatin azadkirin. Di 12 adara sala 1991an da li bajarokên Başûrê Kurdistan Mexmur û Pirdê

serhildanê destpê kir û ji aliyê gel ve hatin azadkirin. Di 12ê adara sala 1994an de nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên tarî û Mîta Tirkiyê ve li Sîweregê hate revandin. Heya niha jî qedera wî ne diyare.

14ê adara sala 1903an lîderê navdarê Kurd general Mistefa Barzanî li gundê Barzan li başûrê Kurdistanê di nava malbateke oldar û Kurdperwer da hate dinê. Piştî Selahedîn Eyyûbî Mistefa Barzanî kesayetiyê herî meşhûrê Kurd e ku di dîrokê da xwedî cihê xwe yê taybetiye.

20ê adara sala1988an dema ku şerê di navbera her du dewletên dagirkerên Kurdistanê(Îran û Îraq)ê da germ bû, bajarê Helepçê li başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma dagirkera Saddam û Beesiyên cinayetkar ve bi bombeyên kimyayî hate bombarankirin. Di encava vê cinayeta û tevkujiya dîrokî da 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin kuştin û zedetir ji 10000 kesan jî birîndar bûn. Hejî gotinêye ku tevkujiya li Helepçê piştî Hîroşîma û Nakazakî di cîhanê de komkujiya sêyemîn û ya herî mezine ku bi rêya çekên kîmyayî pêkhatiye.

Di 18ê adara sala 1993an de Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ya bi rêyên diyalogê agirbesta yek alî ku di 17 adara sala 1993an de îlankiribû, di 18 adarê de kete pratîkê. PKKê heta 15 nîsanê bi awayeke yek alî li hemberî

artêşa Tirka şer rawestand. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve ti bersivek erênî ji bo agirbestê nehate dayîn.!! Di 19ê adara sala 1991an da li bajarê Kerkûkê li başûrê Kurdistanê serhildaneke hemû alî li dijî rejîma Beesî destpê kir. Bajar ket destê hêzên Kurda yên siyasî û Erebên ku bi siyaseta Teirîbê ra anîbûn Kerkûkê, ji bajar reviyan.

Di 20ê adara sala 1995an de dewleta Tirk bi 35 hezar leşkeran xwe hêrîşî ser Başûrê Kurdistanê kir û bi dehan gundiyên Kurd hatin kuştin. Ev hêrişa mezin ya dewleta Tirk weke „Çelîk operasyonû" tê naskirin.

Di 22ê adara sala 1999an li pey hewldanên rayedarên komara Tirkiyê ji bo kipkirina dengê Kurda, weşana MED TV hate rawestandin û lîsansa wê ya weşanê hate betal kirin.

Di 23ê adara sala 1960an da, sazûmankarê civata Nûr, Bedîuzeman, Seîdê Nûrsî an jî Seîdê Kurdî, di temenê 82ê saliya xwe da li Rihayê wefat kir. Kemalîstan ji tirsa bandora kesayetiya Seîdê Kurdî ew li cihekî nediyar veşartin. Bi awayekî ku heya roja îro jî kes nizane tirba Seîdê Kurdî li kûye! (Sala 1878 hatiye dinê)

Di 24ê adara sala 1998an da, keça Kurd Sema Yûce li girtîgeha Çanakkaleyê li Tirkiyê ji bo şermezarkirina xîyanetê agir berda canê xwe. Sema di 27mîn bihara jiyana xwe da gehişt karwanê şehîdên doza Kurdistanê. 24ê adara sala 1239an Tîmurleng Impertaorê Mogol bajarê

dîrokiyê Diyarbekir li bakurê Kurdistanê dagîr kir.

25ê adara sala 559(beriya zayînê) hezretê Zerdeşt pêxember hat dinê. Pirtûka Zerdeşt Pêxember Avêsta derheqa jiyana civakî û zagûnên hiqûqî, xwedî naveroke felsefî û pir cewherdar e.

Di 25ê adara sala 1930an de, rojnama “Rêya Teze” li paytexta Ermenistan-Êrîvanê, dest bi weşanê kir.

Di 25ê adara sala 1976an de, general Îhsan Nûrî Paşa, şoreşger û serokê serhildana Agirî ku piştî sala 1930an hemû temenê xwe li dûrî Kurdistanê û li jêr çavdêriya êstixbarata Îranê derbas kir, di qezayekê bi şûbhe da, li bajarê Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Di 27ê adara sala 1991an de, bajarê Kerkûkê ku ji aliyê gelê Kurd ve hatibû rizgar kirin, ji aliyê rejîma Îraqê ve bi qasê heftiyekê careke din hate

dagirkirin. Di encama dagirkirinê de, bi sedan Kurd hatin kuştin, gelek ji wan jî, ber bi çiyan û sînoran ve der bi derbûn. Di 28ê adarê sala 1986an de, fermandarê “Hêza Rizgariya Kurdistan HRK”ê, Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd bû. Egîd di 1956an li farqînê hatubû dinê. Ew weke “Che”yê gelên rojhelata Navîn e.

Di 30ê adara sala 1995an de, yekemîn Tvya satalît di dîroka Kurdistanê da MED-TV bû ku dest bi weşana xwe ya ceribandin(test)ê kir.

Di 31ê adarê sala 1947an da, serokkomarê Kurdistanê: Pêşewa Qazî Mihemed, wezîrê parastin û artêşê Mihemed Husên Seyfî Qazî û endamê parlamanê Ebulhusên Sedirî Qazî, piştî dadgehkirineke formalîte ji aliyê dewleta navendiya Îranê ve li meydana Çarçira hatin îdam kirin. Di 31ê adara sala 1991an de, gelê Kurd li başûrê Kurdistanê, bi îşara an jî “OK”kirina Emerîka û ji ber hêrişên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin, ku bi milyonan kes ji cîh û warên xwe bûn û derketin derveyî sînorên axa başûrê Kurdistanê. Vê reva mezin qedera siyasî li başûrê Kurdistanê guherand. Lê bi vêra çend hezar kes û bi taybetî jî zaroka jiyana xwe ji dest dan. Jêder û çavkanî: www.wikipedia.org ( Bi zimanên: Farsî, Kurdî, Tirkî, Ingilîzî, Erebî û Elmanî )