Click here to load reader
Upload
osmanoca
View
44
Download
4
Embed Size (px)
DESCRIPTION
were helbesta kurdî,
Citation preview
WERE...
Li dûrî min tu li ber dîwara hîştine
Diwên(Dibêjin) ku te bêriya rêkê mala xwe kiriye,
Nanê ser sêlê
Berfa ser çîyan li min werda,
Li dûrî te ar(agir) xuyê li dilê min werda
WERE
Were ku tu halê min bibînî
Were ku ez dûrî te ketime çi halî
Dar-berê me ar(agir) kirin
Kitawa me, qatixê me tal kirin
Ocaxa me xewê kirin
Ser kaniyan navê te pirs kim
Qet kesekî şuna te negot
Roniya çavê min bindiryana (binihêrtina)
Nav dilê min ê tu bidîna
WERE
Ser çiyayên xelkê ber bi min were
Were ku ti halê min bibînî
Were ku ez dûrî te ketime çi halî
Roka(Roja) ku tu çûyî
Li ser berfê rêça te geriyam
Rêçên te li ser berfê ne
Di hêstirên çavên min de dîtîn
Zanin ku tu îçî(nav) dilê min de yî
Wê sewê şûna te li min xistin
Tu bidîna hember zar-zêçên te, ê te xistina
Ku tu çûyî şunde
Xwîna dilê min li dûy te tuna (mîna) ferêt xwe nav çiyayên xelkê de xwe berda
Ku tu çûyî şunde
Xwîna dilê min li dûy te tuna (mîna) dar-beran bê av nav canê min de hişk b3u
Teze tu ucê(dawiya) dunyê bî jî
Bizane ku tu nav dilê min de tev xwîna minî
Bizane ku tu sewê axê xwe
Sewê xelkê xwe
Ser çiyayên xelkê ketiye van halan(a)
Sewê hemberê zulmê
Sewê hemberê heqsiziyê
Sewê tune(mîna) meriyan jiyan bikin
Sewê tune (mîna) meriyan çavê xwe li hev re kin
Sewê qederê xelkê xwe
Qederê ku tarî ku ketinê
Sewê xatirê xwedê ku diwê(dibêje) ser xwe hember zulmê histuyê xwe xwar mekin
Sewê xatirê zar-zêçên bê guneh, te xwe da hemberê zulmê
WERE
Ber bi min were ku tu çûyî şunde min çi kişand
Ku tu çûyî şunde
Ên ku xwedê nas nakin xwîn kirin dilê me
Min destê xwe rakirin, bang li xwedê kir
XWEDÊWO XWEDÊWO! FIRSENDÊ MEDE DEST ZALIMAN
XWEDÊWO XWEDÊWO! FIRSENDÊ MEDE DEST ZALIMAN
***:::::Werger: Osman Kurê Şêran:::::***