Upload
others
View
0
Download
0
Embed Size (px)
Citation preview
Sibat
2018
Hejimar
'67'
Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe …..
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Damezrandin di
22 Nîsanê 2012
Rewşa kurdistanê a dawî dilê gelê kurd bi tevahî xemgîn kiriye.
Xweşî û coşa giştpirsînê ji me windakir.
Gelo çi dibe?
Çima wilo dibe?
Tenê serkirdayetiyên dewletên mezin karin bersivê bidin.
Gelê kurd li kurdistana başûr bi serkirdayetiya serok Mesûd Berzanî xwe ji bo
giştpirsînê baş amadekiribûn, her ew ji hevalbendên xwe yên derve piştrastbûn
ku ewê kêfxweşiya xwe ji giştpirsiyê li Kurdistanê bînin ziman, her û ha wê ji
wan re alîkar bin, ji ber ku kurd aştîxwazin û ji bo ku pêşmergan bi tundî li dij
Daişê bi salan şerkirine û gelek canfîda ji pêşmergan di aniyên şer de bûne
qurban.
Bêguman kurd li şûna cîhanê bi tevahî şerkirina û bi awakî serekî li vê pirsê
nerîne, ji lewra ew gelekî piştrastbûn, ku hevalbendên wan ti carî wan bê omîd
û bê pûte nakin.
Bê guman ku daxwaza gelê kurd ji salan ve hebû, ku bi vê giştpirsînê rabin, lê
Emêrîkanan rê ne didan wan û herdem digotin (li paşxin ) hîna dem ne hatiye, û
soz dan wan ku piştî şerê li dijî Daişê wê karibin giştpirsînê li darxin
Lê weke herdem derew û fotên xwe dikirin. Êdî Kurdistana Başûr li gor
texmînên xwe û piştî biryareke giştî ji rêxistinên kurdî bi tevahî, ji bilî (Goran) di
25/9 ji vê salê gelê kurd bi coş çûne ser sendoqên dengdanê û daxwaza xwe bi
cî anîn. Dengdan 92 ji sedî herêkirin û gotin belê, êdî gelê kurd li her çar perçên
Kurdistanê kêfxweş û bi coş man.
Gelek neçû, dijminên gelê kurd jehra xwe verêjandin û bi tundî li daxwaza gelê
kurd nerîn, bê guman bi alîkariya hin aliyan ji gelê kurd dijminê xwînxwar êrîş
berda ser Kerkûkê û hemû cihên ku hîn li ser tê şerkirin, bi dijwarî şerê daxwaza
gelê kurd kirin û bi alîkariya Amêrkana, Ferensa û Ingillîza îrada gelê kurd
şikandin û ew cî tev dagîrkirin, gelê wê perîşan û penaberkirin.
Careke dî Dewletên mezin daxwaza me şikandin û omîda gelê kurd şikandin.
Belê.., dijminahiya wan hîn berdewame, careke dî gelê Kurdistana Başûr ketin
bin yase û bendên qerêj ku desthilata Baxda li ser wan biryar dide.
Serok Mesud Barzanî bi serbilindî dîtin û rewşa dawî da zanîn, û dest ji
serkirdayetiya kurdistanê berda, da ku bimîne pêşmergeyekî tekoşer.
Bê guman ev rewş wilo namîne. Gelek caran sosretên dijwartir ser gelê Kurd de
hatiye, lê li dawî li ser lingê xwe sekinîne .
Dilê me teva xemgîne, em dizanin êdî wek serok dibêje ; “Hevalên gelê Kurd
tenê çiyayên wane”. Hêvîdarin bi zûtirîn dem, ev rewş çareser bibe, û
yekîtiyeke rast di nav gelê kurd bi tevahî çêbibe, da ku dijmin nikaribî pilanên
xwe yên qerêj li ser gelê kurd pêkbîne.
PELÊ PÊNÛSA NÛPELÊ PÊNÛSA NÛPELÊ PÊNÛSA NÛPELÊ PÊNÛSA NÛ
Koçkirina dawî ya helbestvanekî
ji mezintirîn helbestvanên dawî
yên Kurd yên klasîkî …
Xorşîd Şûzî
Di pêşî de em sersaxiyê ji me hemya re, û ji gelê Kurd
hemûyî re, dixwazin, bi koçkirina dawî ya têkoşer û
helbestvanekî mezin, yê ko bi gotinên xwe, û bi vîna xwe ya
ko şaxikên Zeytûnan bilind kiribû, bi heval û hogirên xwe re
beşdarî kiribû di ronîkirina rê û rêbazên têkoşîn û azadiyê
de, ji bo hilanîna sitem û zordariyê ji ser gelê Kurd .
Bêgumane ko, piştî roja Mîdiyan çû ava, di
her qonaxekê ji qonaxên mêjûya gelê me
de, mêr û mêrxas hebûn ko bi hêz û
hinereke bilind, û gelekî bi zanebûn,
dixebitîn, da ko xewna gelê xwe ya ko ji wan
hatibû dizîn, bicihbînin; piştî ko gelê me, û
gelên din yên hawîrdor li gor pilanên wan
dewletên xwedî hêz, yên ko ti nirxên
mirovaniyê nasnedikirin, tenê xêr û hebûna
van welatan talandikirn, hate perçekirin,
gelê me û xaka wî li ser gur û hirç û çeqelan
dabeşkirin, da ew jî kurtêl û jibermayan ji
xwe re birevînin, bibin ….
Rewşenbîrên Kurd herdem bi bîr û baweriyên xwe şer dikin, berxwedanê dikin,
dijî hemû kar û awayên tunekirin û bişaftina netewî yên ko ji aliyê dagîrkeran
derbarê gelê wan de dihatin kirin û pêkanîn, dixwazin ko bi hişmendiya xwe, bi
destên xwe mêjûya gelê xwe duristbikin …. Xelîlê Sasonî, bi rastî, yek ji van
rewşenbîrên têkoşer bû; mane ew bixwe kurdekî kurê malbateke têkoşere, ko
şerê Turkan kiribûn, dijî sitem û zordarî û êş û azara ko li Kurdan dikirin, loma ji
vê malbatê gelek şervan û têkoşer derketin ….
gava ko mero xwedî hinera afiraner be, ziman û gotin bi hesanî bi ya mero dikin,
ji ber ko ziman hilgirê wate û nîşaniyane, ew alavê têkiliya mirovane; û ji ber ko
helbestvan bi xwe rewşenbîrin, ew dizanin çawa tiştan li cihê şayiste deynin, ew
gelekî hestyarin li himber kilametan, di êş û azarên wan de digihên, waneyan jê
werdigirin, têgihîştiyên felsefeya hebûnê û wateyên yên kûrin, xweşbawerin ko
zindîbûna herdem tenê ji xaka wan ya pîroz û têrhavil re ye ….
Helbesta Kurdî bi rehên xwe yên bingehîn, xak û mirov, nimûneyên afiraner yên
gelekî mezinin, ne tenê di asmanê wêjeya Kurdî de, lê di asmanê wêjeya cîhanî
de jî; wêjeya Kurdî, di beşê xwe yê giring de, karîbû li dijî hemû wan helûmercên
ko dixwestin wê ji navbibin û tune bikin, biserkeve, û beşekî mezin ji wêjeya
devkî biparêze, di nav de jî tiştê ko hinek rojhilatnasan, û hinek Kurdan jî,
nivîsîbû; lê mixabin gelek ji wan Durr û Gewherên wê wêjeyê windabûn, ji ber ko
Kurdan, herdem, gelên din yên ko bi wan re dijîn, didan pêş, ew di ser xwe re
digirtin, û xwe û bidewletbûna xwe li ser xaka xwe jibîrdikirin, loma xwe li ser
rêya helandin bişaftinê didîtin, nemaze gava ko biyaniyan ….. Rûp 2 …..
Rewşa kurdistanê
a dawî
Boniye Cegerxwîn
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
2
weke: Hisênê Tewfo, Adilê Hiznî, Mihemedemîn, û
hinekî din ….
Ji helbestên wî yên xweş yên ko gelekî belav bûbûn:
Dengê birçiyanim (1977)- Roja jinên cîhanê- Kavil-
Kurdistana ez dixwazim, û bi sedan helbestên din yên
hema di rojên wî yên dawî de hatin çapkirin, gelek
helbestên wî bi dengê çend stiranvanan hatin stiran
weke: Hisênê Tewfo, Adilê Hiznî, Mihemedemîn, û
hinekî din ….
Folklornas :
Li tenişta helbestan, Xelîl guhdida folklorê Kurdî jî, bi
taybetî stiran û awazên folklorî yên resen, di vî warê
de hevkarê hunermendê mûzîkjen Hisênê Tewfo bû,
bi hevre du salan çavdêriya koma Newroz kirin, bi
dehan stiranên folklorî danehev, ewên ko di zeviyên
nîsk û ceh û geniman de dihatin stiran, yên ko
dayikan di ber dergûşên zarokên xwe de
dinehirandin, yan di ber destaran de di hatin gotin, li
ber kelandina savar û dankutanê de xelkê distiran,
herweha (Beylûteyên Feqeyan), û stiranên ber
dîlanên weke Hûrizî û Pêşmalka, û yên xwazgîniyan û
dawetan ko li Rojavayî Kurdistanê dihatin stiran ….
Kêferata bi nexweşiyê re :
Sasonî di sala 2008an de bi nexweşiya penceşêra
sîngê ket, li Şamê du carî neştergerî jêre hate kirin,
bidû de rewşa wî gelekî başbû, ji ber ko bi mêranî li
himber nexweşiyê disekinî, herdem digot ezê zora vê
penceşêra pîs bibim; ji ber rewş û mercên ko li Sûriye
peydabûn, neçar bû berê xwe da bakurî Kurdistanê û
li Batmanê ma, li wir gelek kes ji malbata wan hebûn,
kurê wî Mihemedelî yê doktor jî li wir bû, û li Amedê
dermanê xwe distand, lê mixabin, di dawî de
nexweşiyê zora wî bir ….
Berhem û xelat :
- Sê berhevokên helbestan yên mezin ko ketine
gewrepirtûkekê bi navê : ``Şîpek ji berfa Mereto´´ .
- Berhevokek ji stiranên folklorî yê corbicor ji rojavayî
Kurdistanê dabûnehev .
- Pirtûkek ji hezaran pend û zargotinên gelêrî, li gor
tîpên alfabêyê hatine rêkxistin .
- Lêkolînek bi zimanê erebî li ser wêjeya seydayê
Cegerxwîn .
- Çend pirîsk ji serhildana Sasonê, bi zimanê erebî .
- Xelata komîteya bijartina baştirîn helbest di
sedsaliya şîna Barzanî de, sala 2003an .
Xelîl pênc zarokên wî hene: Perwîz, Mîdya, Şevîn,
Mihemedelî û Gîvara ….
Xwendina xwe heya Bekelorya li dibistanên bajarê
Qamişlo xwendiye, û li zankoya Helebê, li fakûlteya
Mafê, xwendiye, sala 1970yî lîsansa mafdariyê
standiye; di ber xwendina zankoyê re, li bajarê
Qamişlo mamosteyê dibistanê bû, piştre li banka
çandiniyê weke cîgirê rêvebir xebitî, nikarî bû weke
parêzer karbike ji ber ko nasnameya wî ya sûrî
tunebû, ew li gor serjimêra şovînî ya 1962an, ko li
parêzgeha Hisiça hatibû çêkirin, navê wî weke biyanî
hatibû tomarkirin, wilo jî ew biribûn leşkeriya neçar;
di leşkeriyê de, û li ser daxwaznameya wî bi rêya
wezîrê berevaniyê, nasnameya sûrî jêre hat ….
Ji ber givaşên hêzên ewlekariyê li Qamişlo, dest ji
karê xwe li banka çandiniyê berda, û ji ber duristî û
destpakiya xwe serê xwe ji sextekarî û bertîlxwarina
ko wan jê dixwestin neçimand, sala 1981ê dest bi
karê xwe weke parêzer kir heya sala 2008an, dema
ko ji ber nexweşiyê xaneneşîn bû ….
Helbestvan û têkoşer :
Xelîl ji biçûkaniya xwe de ji helbesta Kurdî hezdikir, û
her cara ko mamê xwe Sebriyê Şêxo didît jê dixwest
ko hinek helbestên seydayê Cegerxwîn jêre bixwîne,
wî dicîde ew ji berdikirin, piştre dîwana (Pirîsk û pêt)
bi dest wî ket, ji wê hînî xwendina Kurdî bi tîpên latînî
bû ….
Gava ko Cegrxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî
Can, û Hesen Hişyar naskirin, ji ber ko carê dihatin
mala wan, bêtir ji helbestê hezkir, û hîna 15 salî bû
kete nav rêza Partî de, ew yek ji xwendevanên Kurd
yên zankoyê yên pêşî bûn ko helbest bi Kurdî ristin,
di sala 1961-1962 de du helbest nivîsîn, yek bi navê ` ̀
Barzanî´´ bû, gava ko şoreşa Êlûlê nuh destpêkiribû,
ya dinjî bi navê `` Doktor´´ bû, bi mebesta Nûredîn
Zaza sekretêrê Partî, gava ko ew û çend serkirdeyên
din li zindana Mezzê girtî bûn; helbesta helbestvanê
ereb Ibrahîm Nacî ya bi navê (Eletlal), ango Kavil, ko
Umkelsûm distira, wergerand zimanê kurdî, herweha
helbesta helbestvana Amerîkî Cîl Hêrn ya bi navê (
Waytî li ser Heyvê ye ) wergerand zimanê Kurdî, piştî
çend salan bû weke rêber û piştgirê gelekan ji nifşê
nûhatî ko guhdan bi wêjeya kurdî dikirin ….
Ji helbestên wî yên xweş yên ko gelekî belav bûbûn:
Dengê birçiyanim (1977)- Roja jinên cîhanê- Kavil-
Kurdistana ez dixwazim, û bi sedan helbestên din yên
hema di rojên wî yên dawî de hatin çapkirin, gelek
helbestên wî bi dengê çend stiranvanan hatin stiran
destên xwe danîn ser xaka wan, û xwestin ko bi
jinavbirina wan xwe avabikin ….
Niha, piştî koçkirin yek ji wan helbestvanên
kilasîkiyên dawî yên Kurd, gelo wê pênûsa min karibe
hinek ji wan êş û azarên min li ser koçkirina wî
rêzbike??!! mane ez û wî ji biçûkanî de bi hev re
mezin bûne, em herdû mal jî weke malekê bûn, û
piştre bû zavayê mala me... hestên min jî tenê
kêlîkên windakirina wî dihejmartin û pêdediçûn…
giyanê mero wiloye gava ko ji ber xwe ve xwe xemgîn
dibîne, hêsrên mero têrê nakin, bêdengî jî carna
ûcdanê mero birîndar dike, diêşîne, gava ko
helbestvanek ji vî nifşê kilasîkî yê dawî xatir ji mero
dixwaze û koça dawî dike.…
Xelîlê Sasonî kiye?:
Ew ji malbata Eliyê Yûnis axa yê Sasoniye ( li ser navê
çiyayê Sason, li bakurî Kurdustanê, ko dikeve rojavayî
herêma Xerzan, bakur û rojhilatî Farqînê) ew malbata
ko bi mêranî û desthilanîna xwe li dijî desthelatdarên
Osmanî û Kemalîst navdare, xwediyê şoreşa Sasonê ji
sala 1925an heya sala 1935, pêşî beşdarî şoreşa Şêx
Seîd bûn, û piştre agirê şoreşê li çiyayên xwe vêxistin,
lê piştî ko gelek ji malbata wan û merivên wan di wan
şerên dirindane de ji destçûn, neçarbûn, bi pêşkêşiya
Ebdirehman axa, daketin binxetê ko di bin destê
Firansiyan de bû ….
Xelîl, li gel wan helbestvanên mezin û navdar yên
hemdemên xwe, weke seydayê Cegerxwîn, Tîrêj,
keleş, Palo û yên din, di zengînkirina pirtûkxaneya
helbesta Kurdî de beşdarî kiriye, û digel ko gelekî li
himber nexweşiyê di ber xwe de dida, û ew di
helbesteke xwe de bi tirsok bi nav dikir, lê heya rojên
dawî jî helbest dinivîsîn, helbesta wî ya dawî li ser
giştpirsiya herêma Kuerdistanê bû ….
Mamoste û Parêzer :
Xelîlê Sasonî kurê Mihemedelî ye kurê Mihemedê
Eliyê Yûnis axa ye, bavê wî biraziyê Ebdirehman axa
ye, diya wî Zarya keça Mistefayê Eliyê Yûnis axa ye,
ango keç apa bavê wî ye, jineke gelekî aza, şervan û
têkoşer bû, bi mêranî beşdarî serhildana Saonê bûbû;
sala 1944 li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, hevjîna wî
Fedîle ya Şûzî ye, keça têkoşer û kesayetiyê
welatparêz yê binavûdeng Mela Ehmedê Şûzî ye, ko
yek ji damezrênerên Komela Xoybûn bû sala 1927an,
beşdarê şoreşa Şêx Ebdirehmanê garisî bû, û yek ji
damezrênerên Partiya Azadî bû sala 1958an ….
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
3
- Xelata mehrecana mûzîka Kurdî li Silêmaniyê sala
2005an .
- Xelata Cegerxwîn ya afirandina helbestê, ji bal
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ve, di
sala 2009an de hate bexşîn .
- Xelata mehrecana helbesta Kurdî sala 2011an .
- Xelata Palo ya afrandinê ji bal Y.G.N.R.K. ve, sala
2016an hate bexşîn .
- Rêzname ji bal P.Y.D.K.S. ve hate bexşîn ji ber
çalakiyên wî di ber çand û kultûra Kurdî de .
Xelîlê Mihemed Eliyê Ûnis ê Sasûnî
Keça Kurd
Hevalê rastgo, parêzer,
helbestvan û nivîskar.
Dilovaniya xweda li ser canê
wî ê pak û pîroz be.
Mamoste Xelîl kurê Mihemedê Eliyê Ûnis e. Bêguman
her wekî ku ji dîrokê ve xuya ye, malbata Eliyê Ûnis
sitêreke geş ya li asmanê serhildanên çiyayên Sasonê
ye. Malbata Xelîl û ya mamê wî ji Kurdistana bakur
revî bûn, li Kurdistana rojava û li bajarê Qamişlo
rûdiniştin. Xelîl bixwe li bajarê Qamişlo ji dayik bûye
û hatiye ser rûyê jiyanê.
Bêguman dema ku mirov bikare, gotareke hêja li ser
helbestvanekî binivîse, divê hinek ji berhemên wî li
ber dest bin, da mirov bikare gotara xwe bi hinek ji
naveroka nivîsînên wî bixemlîne. Lê mixabin ta niha
ne helbest û ne jî ti berhemên mamoste nehatine çap
kirin.
Dûrbûna min jî ji bajarê Qamişlo ku eve demeke
dirêje, paş wê gur û germiya simînar û şevbiwêrkên
ku me bi hev re li dar dixistin, destê min ji wan
berhemên mifadar û serketî yê mamosta vala hiştiya,
ji ber vê jî mixabin ku ezê nikaribîm li ber barê birakê
xwe, dostê xwe yê salên dirêj rabim.
Gotineke civakî heye, dibêjin, mirin li pêşiya her kesî
ye! Raste mirin heye, û koçkirineke bê vegere. Lê ev
mirin û koçkirin jî du rengên wê hene: Mirovek
dimire, navek û şûnmayekî genî bi şûn xwe de dihêle.
Mirovek jî, heye bi laşê xwe koçdike, lê namire, li paş
koçkirina xwe, navekî bi rûmet bi şûn xwe de dihêle.
Dost û hevalên wî di her civateke xwe de, şûnmayên
wî dipelênin û her demê hest bi hebûna wî dikin.
Bêguman mirovekî weke mamoste Xelîl di nav
rûpelên pirtûkên xwe de û di dilê gelê xwe de, dê
her û her sax bimîne. Peyvên wî li ser zimanê gelek
nifşan dê bêne xwendin. Sason dê bi wî bimîne
serfiraz û bi bablîsoka helbestvanê xwe re dij bi
bahoza dagîrkeran helpere. Û weke çawe Sasonî li
cara pêşî pîrevoka Penceşêrê şikand, dê hêza
helbestên wî bibe hêvî û hêza xweragirî ji bo nifşê
paşerojê,
paşerojê, û penceşêra li nav Kurdistanê ji qurm rakin,
hêviya Sasonî azadiya Kurdistan bicih bînin..
Naskirina min û mamostayî
Ez mamostayî ji demeke dûr û dirêj ve dinasim, ez
baş wî dinasim. Ez pêpelûka evîna wî ji gel û welatê
wî re dinasim, dilovaniya wî, dilpakiya wî, dostanî û
hevaliya wî a rast û bêmînak baş baş nasdikim.
Di kelegeriya kurdêniyeke bêsînor de, li destpêka
avakirina partî dîmuqratî Kurdstan- Sûriye , me hev
nas kir.
Ez li gundê Abrê bûm, lê ez gelekî li Qamişlo li mala
xalê xwe Mele Silêman dimam. Mele Ehmedê Şûzî ji
pênciyan ve dostê bavê min bû. Û yek ji endamên
civata Xuybûnê bû, û nivîskarê karûbarên serhildana
Sêx Evdirehmanê Garisî bû..
Li bîra min tê li mala Mele Ehmedê şûzî, Ez û
Mamoste Xelî me guhdarî li peyvên Mele Ehmed,
yên dîrokî dikir, nemaze serpêhatiya wî bi şêx
Evdurehmanê Garisî re, çawe Necmoyê Sêrtî Serê şêx
jêkir û bire ji Tirkan re, mele Ehmed ji me re digêra.
Şûzî bi şêx re li nav beg û axayên Kurdan digeran, ji
bo xwe ji serhildanekê re berhev bikin, lê Necmoyê
bêbext rê li ber wan girt..
jêkir û bire ji Tirkan re, mele Ehmed ji me re digêra.
Şûzî bi şêx re li nav beg û axayên Kurdan digeran, ji
bo xwe ji serhildanekê re berhev bikin, lê Necmoyê
bêbext rê li ber wan girt..
Ez û Xelîl û yên ku di nifşê me de bûn, em di wê gura
xebatgêrî de, bi hêza partiya xwe re mezin di bûn. Ji
xwe ku tihna tava wê roja ku ji çiyayên şûreşa
Kurdistanê ve li me dihilat, em germtir dibûn. Û em ji
bo her qurbaniyekê amade bûn. Vêce mirovekî weke
vî mamostayê ku di xorewiştê xwe de, mirovekî rast,
dilovan, evîndarê gel û welat, bi canekî sivik her û
her li ser piyan bû, bêrawestan dixebitî.
Li sala 1962 jinên Qamişlokê Cejna Newrozê li mala
Mele Ehmedê Şûzî lidar xistin. Ev cejna Newrozê a
pêşî bû ku li Qamişlo ji aliyê jinan ve li dar ket. Min di
wê Newrozê de gelek ji helbestên Cegerxwîn û hin
helbestên dî xwendin.
Mele Remezanê Berzemcî yê ku li Gundê Cumayê bû
hat û Newroza jinan pîroz kir û weha bi degelî û
çelengî ji me re Helbesta Cegerxwîn ya bi navnîşana:
EY QEHREMAN MILETÊ KURD
Xwend û bi hêrz digot:
Ey qegreman miletê Kurd şerme tu razî
Meydan bidî dijmin û li qada te bibazî
Her çar terefan tehqîr û tinazî
Ger heq tu nexwazî kiye heqê te bixwazî
Mamoste Xelîl ji min re got ku ew Newroz bi alîkariya
wî û ya Fedîle pêkhat.
Di wê şevê de me soz da hev ku roja şûnde em
derkevin çolê û cejna xwe li seyranekê bikin. Em
birek ji jin û keçan derketin wê çola ku hingê dikete
başûrê Gumrika Qamişlo, ya ku wê ser demê hêşte
ava nebû bû; taxeke ji malên hindik hebû..Me li wê
çolê Newroza xwe pîroz kir. Lê baranê rê bi me neda
ku em xweşiya wê bidawî bikin. Baranê em neçar kir
in, em revîn, bilez û bez me xwe pelû mala Elî xan kir,
mala wan ji me nedûr bû.
Jinên Qamişlo gelekî bi partî re alîkar bûn, lê bê
rêxistin bûn. Vêce mamoste ji min re got, ku wî hewl
dida, da ku di nav jinan de jî rêxistinekê li darxin.
Vêce dibêjê, min carekê ji Xalid meşayix û Derwêşê
Mele Silêman re got, çima hun rêxisinekê ji bo jinan
lidar naxin!? Bersv nedan, li min nêrîn û beşişîn.
Mamoste Xelîl goman kiri bû ku belkî rêxistina jinan li
sala 62 damezrabe, ango li wê dema ku wî ji wan pirsî
bû.
Lê min jêre got na mamoste! Xalid meşayix ji min re
got” li sala 63yan carekê ez li dirbêsiyê li cem Hemîdê
Hacî Derwêş bûm, ji min re got, rêxistina jinan
çêbûye. Min got, kê çêkirye!? Hemîd got, Derwêşê
mele Silêman..Û bi vî rengî Rêxistin ava bû. Paşê me jî
Mele Ehmedê tûj kire berpirsê wan, weke xeleka
hevgihandina li navbera rêxistina jinan û Partiyê de.”
Li bîra min jî tê li sala 1964an paş ku bavê min mala
me guheste Qamişlo, civînek me li mala Mele
Ehmedê Tûj(xezûrê min) li dar xist. Mele Ehmed bi
mere rûnişt û Fedîleya Mele Ehmedê Şûzî berpirsa
jinan bû.
Fedîle keça Mele Ehmedê Şûzî berpirsa jinan bû, hîn
ji beriya ku rêxistin li dar bikeve. Siltana Neyo ji min
re got, ji ber ku Fedîle ya bitenê xwendevan bû di nav
jinan de, vêce deng û basên partiyê û belavokên
diketin destên wê, ji me re dixwendin..
Ji dema ku Fedîla şûzî û mamoste Xelîl bûne
malbatek, Vêce malbatên me bihtir bi heve hatine
girêdan.
malbatek, Vêce malbatên me bihtir bi heve hatine
girêdan.
Malbata Mihemed û ya şûzî jî gelek dost bûn,
serdanên me tim hebûn.
Li ser helbestvaniya wî jî, weke ku li bîra min tê û min
ageh lê heye, ji kesên di nifşê min û wî de, Xelîl ê pêşî
ye li bajarê Qamişlo ku dest bi nivîsîna helbesta Kurdî
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
kiriye. Ma gelo eva ha jî ji wî re ne serbilndiye!?
Mamoste hê ji zû dilovanê wêjeya kurdî bûye. Ji ber
wê jî ew dostê herî nêzîk yê çegerxwîn bûye û gelek
hej helbestên Cegerxwîn dikir.
Ji xwe dostaniya min û wî di pêşî de, bi helbestên
Cegerxwîn pêk hat, ji ber ku min gelek helbestên
Cegerxwîn ji ber kiri bûn û wî jî ji berdikirin, vê jî
dostaniya me xurtir kiri bû..
4
Wiha min helbestvan
Xelîlê Sasûnî naskir!
Ebdulbaqî Huseynî
Naskirina min bi nemir Xelîlê
Sasûnî vedgere dema heyştê ji
çerxê çûyî, dema em li yek
bajarî, li Qamişloka rengîn,
diman.
Derfeta pêşî ku min ew naskir, dema ku ew û çend
hogirên xwe hatin cem min dukanê û hin pere bo
alîkariya xelkên Helebçeyê xwest, ew jî di sala
1988an de bû, ku ew karesata kîmyawî bi ser
bajarê Helebçe ve hatibû, di wê demê de tevgera
siyasî kurdî alîkarî ji bo xelkên wê re didanhev.
Di wê çavpêketinê de, mamoste Xelîlê Sasûnî xwe
da nasîn û ji min re got, ez cîranê teyî sûkê me,
nivîsgeha min a advoqatiyê nêzîkî vire, bêguman
emê gelek caran hev dû bibînin.
nivîsgeha min a advoqatiyê nêzîkî vire, bêguman
emê gelek caran hev dû bibînin.
Derfeta didwan ku min ew dît, dema dostekî min bi
navê Konê Reş (Selman Ebdo) di sala 1989an de
hate cem min û ji min re got; were em herin cem
advoqat Xelîlê Sasûnî li nivîsgeha wî, û emê
hejmarekê ji kovara (Gurzek Gul) bidênê. Di wê
demê de, min û Konê Reş kovareke folklorî-
çandeyî bi zimanê kurdî derdixist û navê wê
(Gurzek Gul)bû. Em çûn cem mamoste Xelîl, li
nivîsgeha wî, ewî ligel pismamê xwe advoqat (Nezîr
Mustefa) li cihekî bûn.
Nemir pêşwaziyeke pir gerem ji me re kir, û kêfa
xwe ji kovara me re anî, û piştevaniya da xuyakirin
û nav di me de da, û got; Divê ev kovar berdewam
bibe, ez soz didim we, ku her hejmar helbestekê bo
we hinêrim, wekû hûn dizanin ez helbestvanim berî
ku ez bibim advoqat. Û birastî jî xwedî li gotina xwe
derket. Helbesta yekê ku ji kovarê re rêkir binavê
(Te dil guvaşt)bû, û bi navê (Bavê Mîdiya)
morkiribû. Ji ber wê demê, rewşeke awerte bû û
desthiladariya Sûriyê mirov dixistin bin çavan de.
Ew helbest di hejmara pênçan de , çirya paşî sala
1989 hate belavkirin.
morkiribû. Ji ber wê demê, rewşeke awerte bû û
desthiladariya Sûriyê mirov dixistin bin çavan de.
Ew helbest di hejmara pênçan de , çirya paşî sala
1989 hate belavkirin.
Û bi vî rengî helbestvanê me helbestên xwe bo me
rêdikirin û her car binavekî cûda. Di hejmara
heftan de helbestek wî bi navê (Nameyek bo yara
min) bi navê (Bavê Hoşimîn) hate belavkirin.
Bi vî rengî hevalbûna me berdewamkir, û her
demekê me hevdû didît. Di wê demê de gelek
mirovên rewşenbîr ên kurd ji Ermenîstanê û
Sovyata kevin hatin bajarê me Qamişlokê, û
herdem civînên me digel van kesan di nivîsgeha
Xelîlê Sasûnî de bûn, çimkî nivîsgeh di nîvê sûkê
de bû, û mamoste Xelîl û pismamê xwedi van
hawan de dilfirehebûn û welatperwerbûn. Ji wan
kesên ku serdana Qamişlo kirin evbûn: Pro.
Ordîxanê Celîl, Şeref Çerkes Eşîriyan, Teymûr Xelîl
Miradov û Tosinê Reşîd bûn. (Digel vê gotarê
wêneyek heye van kesan himbêz dike: Konê Reş,
Xelîlê Sasûnî, Şeref Çerkes Eşîriyan û xanima wî, û
Ebdulbaqî Huseynî).
Bi vî hawayî me hersiyan (Kon û Xelîl û ez) weke
komeke çandeyî hevbeş di wê demê de karkir, û
ew kom dora du salan berdewamkir.
Tê bîra min, di destpêka 90î de, Dr. Aho Yûsiv ji
alîyê kovara (Dîrasat Îştîrakiyê) a ku Partiya
Quminîstên Sûriya derdixist, hate cem me û xwest
ku hevnivîsekê (melefekî) li ser çand û zimanê
kurdî belavbike, me çavpêketinek ligel wî kir,
mamoste Xelîl bi rengekî baş beşdarî wê hevnivîsê
bû.
Tê bîra min, di destpêka 90î de, Dr. Aho Yûsiv ji
alîyê kovara (Dîrasat Îştîrakiyê) a ku Partiya
Quminîstên Sûriya derdixist, hate cem me û xwest
ku hevnivîsekê (melefekî) li ser çand û zimanê
kurdî belavbike, me çavpêketinek ligel wî kir,
mamoste Xelîl bi rengekî baş beşdarî wê hevnivîsê
bû.
Paş re hinek dûrbûn di navbera min û Xelîl de
çêbû, sedema wê dilmaniyek di navbera min û
Konê Reş bû, ew jî li ser berdewam û belavkirina
(Gurzek Gul) bû, Kon xwe ji rewşa zordariya
regîmê tirsand, û nema xwest ku kovarê
berdewam bike, lê ew tirs tucarî nekete dilê min, û
min digotê; ev dem derfeteke zêrîne ku em mafê
xwe yê çandeyî bikarbînin.
Mamoste Xelîl bi vê dilmaniyê bihîst, xwest ku di
navbera me de xweş bike, rabû komek ji
rewşenbîrên rojava dane serhev, da ku di nav me
de xweşbike, ji nav wan kesên ku amedebibûn
evbûn:Deham Ebdulfetah, Heybet bavê Helebçe,
Alan Osman, nemir Ferhadê Çelebî û Xelîl. Ewan
me li hev anîn, û biryar dan ku divê em bi hev re
kovarê berdewam bikin. Li ser daxwaza min, min
hezkir ku Ferhadê Çelebî bi me herdûkan karbike
û têkeve komîta birêvebir a kovarê, û hebûna wî
bo terazûwê an jî (belansê) ye.
Piştî wê civînê, em hersî çend caran li hev civiyan,
da ku em pilanekê nû bo kovarê deynin.
Pêşinyarek min hebû, ku em kovara xwe berfireh
bikin û navekî taze jê re peydabikin, ew nav ligorî
naveroka wê be. Gelek nav hatin pêşinyarkirin, li
dawî em li ser navê ”Zanîn” gihan hev, û pêşinyar
a Konê Reş bû. Herwiha me xwest em vê kovarê ji
folklorî-çandeyî bikin çandeyî-torevanî. Min gote
wan derfeta çapkirina kovarê li Şamê heye, ku
dostê min Selah Berwarî (Dilovaniya Xwedê lê
be), dikare alîkariyê bi me re bike.
Em hersî li ser van xalan gihane hev. Dema ku me
destpêkir, Konê Reş xwe da alî, û çû cem mamoste
Xelîl û bê bextîyek li me kir û gote wî; Ebdulbaqî û
Ferhad nema dixwazin (Gurzek Gul) derxînin, û
dixwazin kovarekê cûda bi navê (Zanîn) derxin,
angowan xwe ji kovarê veqetandine. Kon bervajî
rastîyê ji mamoste Xelîl re veguhest. Lê mixabin
mamoste Xelîl hemî çîroka nerast ji Kon bawerkir,
û xwe ji me xeyidand.
Piştî ku hejmara yekê ji (Zanîn) bi reng û xemla
xweyî nû derket, Kon jî xwest ji aliyê xwe ve
hejmara (13) ji Gurzek Gul derîne, da ku nerast-
gotiya xwe biperçimîne û bêje rehmetî Xelîl, vaye
gotina min rast derket.
Dû vê bûyerê, min hewildan da ku di navbera min
û mamoste Xelîl xweş bimîne, gelek caran di
civînên toreyî û çandeyî me rêzgirtin ji hev re
digirt. Li himber wê mamoste Xelîl hêdî-hêdî
rastiya me û Kon naskir, û dinavbera wan de jî
nexweşbû.
Qederê hişt ku ez dûrî welat bikevim, di dawiya
sala 1998an de min ji Qamişlokê barkir û berê
xwe da Europa. Peywendiyên di navbera min û
dostên min li welat de pir kêm bûn, herwiha min
nema tiştek li ser mamoste Xelîl naskir.
sala 1998an de min ji Qamişlokê barkir û berê
xwe da Europa. Peywendiyên di navbera min û
dostên min li welat de pir kêm bûn, herwiha min
nema tiştek li ser mamoste Xelîl naskir.
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Ta vê dawiyê û piştî ku teknolociya li pêşket û
Facebook çêbû, dîsa jî Ez û Xelîl bûn hevlê hev.
Peywendiya pêşî, piştî vê dema dirêj ku kete nav
me de, destpêka 2016an bû, dema ku me wek;
Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li
Sûriyê (YNRKS) xelata helbestvan Ehmedê Palo a
helbestê diyarî wî kir, û berî vê jî, dema navê me;
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
(HNRKS), me xelata helbestvan Cegerxwîn a
dahênana helbestê di sala 2009an de wî xelat
kiribû.
Di wê peywendiyê de me çêla wan herdû xelatan
kir, piştî ku heval Ibrahîm Yûsif gote min, ku
mamoste Xelîl gazinan ji me dike, ku ta ana me
herdû xelatên wî ne gihandinê. Min soz dayê, ku
nêzîk ezê herdû xelatan bighînim wî. Ji ber dil û
hişê me li cem wî bûn, ku eve serê çend salane
nexweşe û azariya pençeşêrê dikşîne.
Paş re me wekû (YNRKS) hewildan da ku herdû
xelatan jê re amedebikin, û du kopîyan jê re rêkin
Batmanê û yên orîjînal bidne keç û kurê wî, Mîdiya
û Perwîz li bajarê Essen li Elmaniya.
Me di (YNRKS) hewil dida ku em hevnivîsekê li ser
jiyana mamoste di rojnameya ”Pênûsa Nû” de
belavbikin, lê qederê ew ji nav me barkir, û
hevnivîsa me bû hevnivîsa şîn û xemgînîyê, ku em li
ser berhemên wî binivîsînin.
Sermedî bo helbestvanê nemir Xelîlê Sasûnî, ewê
ku wê bi berhemên xwe û helbestên xweyî
niştimanî-netewî di nav me de zindî bimîne.
Şanik: Di vê hejmarê de, emê çend helbestên Xelîl
Sasûnî belavkirin.
kare bêje ku ew ji dibistana Cegerxwîn bû, bi wata
ku em bêjin bandora Seyda li ser wî û helbestên wî
baş xuya dibû.
Xelîl Sasonî ne tenê ji mêvanên oda Cegerxwîn bû, lê
belê weke hevalekî pir nêzîk yan jî birakî xoşewîst, ji
me endamên malbata Cegwrxwîn re dihate nasîn.
Ji lewra Xelîl herdem di civatên mala me de amade
dibû, û bi dilgeşî guhdarî devjenkên Seyda dikir,
pirsa netewa kurdî bi hevalên din re gotûbêj dikirin,
devliken û bi geşbîn dipeyivî, bala guhdaran dikşand.
Belê bîranînên wê demê min vedgerînin paş û weke
wêneyeke rengîn li ber çavê min derbas dibin.
Bêguman jiyana wê dema ku bûrî pir xweş û dirust
bû, mirov gelek caran dixwaze ew rojên ku çûne dîsa
li me vegerin.
Bajarê Qamişlo jî, bajarê evînê, bajarê leheng û
navdaran bi hest û ramanên xwe yên netewî
navdare, tevî ku wê demê zîl û belengazî hebûn, lê
hez, dirustî û wefedarî jê meztirbûn, ji lewma bi
heza xwe pir navdare.
Bi vî awî demên me derbasbûn û çûn, em jî li gor
demê ji hev belabûn, malbata me berê xwe dane
welatê Swêdê, li wir em bi cî bûn, lê pirî caran jî em
diçûne Qamişlo, me bêriya bîranînên xwe li wir dikir.
Li wir dîsa min birayê hêja û delal Xelîlê Sasonî dît,
bi dîtina wî û hevalan em gelek şa dibûn, me bihevr
bîranînên xwe vedgerandin û em bi dilgeşî
dikeniyan, wê demê birayê me ê delal Xelîl
xwendina zanîngehê qadandibû û wek Bervedêr
kardikir, belê li bajarê Qamişlo kardikir û helbest
dihûnandin, civîn û semîner bi helbestên xwe
birêvedibir û dilê bîneran geşdikir.
Ji nivîs û derhênerên wî:
- Sê pirtûkên helbesta klasîk sazkirine.
- Nivîsek li ser huner û edeba Cegerxwîn, kopiyek jê
diyarî me kiriye.
- Hin sitranên kurdî yên folklorî berhevkiriye.
- Hin pend û gotinên pêşiya yên kurdî civandiye.
Herwiha geleg karên din ku ez pê ne aga me
derhênandiye.
Xelîl du xelatên helbestê ji Yekîtiya giştî a Nivîskar û
Rojnemevanên Kurd li Sûrya wergirtine, yek jê
xelata Cegerxwîn ya helbestê ye, û ya din xelata Palo
ya wêjeyî ye, herwiha xelata Mehrecana helbesta
kurdî jî bi şanazî wergirtiye.
Dibe ku hin xelatên din jî wergirtibin.
Weke min gotiye Xelîl ne tenê hevalekî me bû, lê di
navbera malbata me û ya wan de dostaniyeke tund
û kevn hebû, em hevalên hev yên wan rojên geş
bûn, malbata wan ji dostên me yên ku hîna kirasê
dirustî û wefadariyê li xwekirine.
Mixabin û sed carî bedaxewa, ew hevalê hêja, ew
dostê wefadar nexweşket û bi sala di nexweşiya xwe
de azarî kişand, bi tundî rojên xwe derbasdikir, û li
dawî nexweşiya penceşêrê zora wî bir, û
helbestevanê me ê hest tenik û nazik bi kotekî ji nav
me revand, belê ji kerwanê hebestevan û nivîskaran
ew bi dûrxist, ji zarok û malbata wî ew sorgûn kir.
Di roja Şemiyê de 03/12 /2017 de helbestevanê
peyva kurdî yê dilovan koça xwe ji nav me teva
barkir û xemgîniyeke bê hempa di dilê dost û
hevalên xwe de hişt.
Bi çûna wî sitûnek ji avahiya çand û wêjiya kurdî
hate rûxandin.
Oxir be helbestevanê me ê hest tenik û dilovan.
Oxir be ey dilê pak û rewan.
Oxir be birayê xoşewîst û hêja.
Emê her û her bi hesreta te bin delal.
Civîn û şevbuhêrkên me li Kurdistanê û li dervey
welat, wê her û her te bibîr bînin.
5
Helbestevanê hêja Xelîlê Sasonî
Boniye Cegerxwîn
Li mala me, mala bavê min
seydayê cegerxwîn û di
civatên wî yên çand û hunerî
de, di rûniştinên civakî û
siyasî de, û ji bo gengeşe û
gotûbêja peyva kurdî, da bi
ritim û awaz bê vejandin û di nav destê
helbestevanên kurd de bi menge nîgar bibe û belav
bibe, herwiha li Qamişlo bajarê evînê, bajarê ristevan
û tekoşeran, min helbestevanê hêja Xelîlê Sasonî
naskir.
Xelîl Sasonî xortê delal û çeleng, dêm bi girnij û
devliken civata me bi gotin û gengeşên xwe geş dikir,
herwiha bi helbestên xwe bala teva dikşand.
Belê Xelîl yek ji kesên ku timî beşdarî civata bavê min
dibûn, û bi pûte û balkêşî li devjenkên Cegerxwîn
guhdar dikir, da helbesta klasîk şîrove bikin û her yek
bi awakî li gor teybetmendiya xwe kirasekî lêke, û bi
awazên xwe rengê wê nîgar bike, bê guman êdî mirov
kare bêje ku ew ji dibistana Cegerxwîn bû, bi wata ku
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
6
Mîdya Xelîl Sasûnî
Xuşk û birayên hêja,
amadekarên birêz, sipas ji
hatina we re, ku hûn beşdarî
behiya bavê min bûne,
Yezdan wî bi dilovaniya xwe
şad bike.
Bêguman hûn miroven dilsozin, ku li vî welatê
xerîbiyê hûn di vê xemgîniyê de li kêleka me
amedene!
Bavê min helbestvan Xelîlê Sasûnî wekû hûn
dizanin; ji malbateke tîkoşere, ku ew malbat lidijî
stemkaran ve rabibû û şoreşa Sasûnê li darxistibû,
ew şoreşa binav û deng, ku di ber rizgarîyê û
azadiyê de bû.
Bavê min ji biçûkaniya xwe de hez ji helbesta kurdî
dikir, û hezkirina wî zêdetirbû dema ku
helbestvanê nemir Cegerxwîn, Osman Sebrî,
Nûredîn Zaza, Qedrî Can û Hesen Hişyar
naskiribûn, dema ev kesên navdar dihatin serdana
bavê wî, û ew hîn xoretekî gênc bû.
Di xortaniya bavê min de herdem ligel helbestvan
Cegerxwîn re bû, û Cegerxwîn bi xwe helbesta pêşî
a bavê min li ser “tîptilîka” xwe nivîsandibû, navê
helbestê “Ronak” bû, ewî kopîyek ji xwe re hişt û
yek da bavê min.
Bavê min xwendina xwe li zanîngeha Helebê, şaxê
dadmendiyê di sala 1970 de tewakirbû, paşre wek
edvoqatekî karkir, bi rengekî mirovatî û hestekî
helbestvanî.
Ew ji şagirtên yekemîn bû, ku helbest bi zimanê
kurdî nivîsandibû, helbesta wî a pêşî bi anvê “
Barzanî” bû, di sala 1961 de nivîsandibû, dema ku
şoreşa Berzanî lidarbû.
Ew gelekî bi folklor mijûldibû, gelek stran û awaz
dane serhev û berhevkirin, paşre têkilî bi hin
hunermendên kurd re kir, da ku wan sazan bide
wan, ji wan hunermendan: Husênê Tewfê, Adilê
Hiznî û Beha Şêxo bû.
Ji ber dilê wîyî mezin têkilî bi hemî nifşan re dikir, û
bi taybetî bi xortan re, ewên ku hezkirina wan ji
folklorê kurdî re mezinbû. Ew li kêleka wan sekinî
û piştevaniya wan kir û berhemên wan serrast
dikir.
Bavê min di helbestên xwe de behsa êş û azarê gelê
xwe gelekî kiriye, li ser jinê, zarokan û qada
belengazan gelekî nivîsandiye, ewî didît ku ev hemî
kêşin mirovatiyê ne, ku ne kêmî kêşa netewî ne.
Xuşk û birayên hêja, amadekarên birêz, sipas ji
hatina we re, ku hûn beşdarî behiya bavê min bûne,
Yezdan wî bi dilovaniya xwe şad bike.
Ewî di gelek mihrecanan û şahiyên netewî û
niştimanî amedebibû.
Sê dîwanên wî di yek pirtûkê de hatine
berhevkirin bi navê “ Sipek ji berfa Mereto” ew
pertûk hate çapkirin berî koça wî bi çend rojan bû.
Berhemeke dî heye, ku gelek stranên folklorî û
gotinên pêşiyan têde hene. Herwiha vekolîneke wî
li ser toreya helbestvan Cegerxwîn bi zimanê erebî
jî heye. Û pirtûkek ser şoreşa Sasûnê jî heye. Ji ber
berhemên wî ên spehî gelek xelatên toreyî
wergirtine.
Bavê min di sala 2008an de bi nexweşiya
pençeşêra fişikan ket, du caran li Şamê hate
emelîkirin, lê ji ber vîna wî xurtbû, karîbû zora
nexweşiya xwe bibe û heyşt salan temenê xwe
dirêjbike. Ewî bi vê pêdariya xwe hezkirina jiyanê
bi me şêrînkir û berhemeke mezin ji me re hişt.
Çendî berhemên te giranbuhane bavo, çend tu li
ser rastiyê bû.
Berhemên te û şûnwarên te ew hezkirina xelkê û
jiyanê bû, ew paqijîya ku em têde xwedî bibûn, ew
deng û navên teyî navdarbû, nepaybûna te bû,
hezkirina te ji biçûk û mezna re bû, alîkariya xelkê
bû, hevalên te bû, ewên ku te ji wan malbata xwe
avakiribû, û herwiha malbata me ên ku em bi wan
bextawerin.
Ji bo canê te aşîtî û sermedî, em bi te bextiyarin, û
gelê me bi te serbilinde di jiyana te û mirina te de.
Xwedê te bi dilovaniya xwe şad bike.
Û sipas bo we tevan!.
Cemîl Birahîm
Birêzan malbata Xwedê jê xweş
Xelîl Sasonî…
Xuşk û birayên hêja, amadebûyên birêz:
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên
Kurd li Sûriye em bi xêrhatina we dikin, û em ji dil û
can sipasiya amadebûn û beşdar bûna we dikin, di vê
rojê de, ji bo sersaxiya helbestvanê bi nav û deng
Xelîlê Sasonî, Xwedê wî bi dilovaniya xwe û bi
buhişta dêrîn û rengîn şabike, bera serê hemû malbata
wî saxbe, serê hemû dost û hezkiriyên wî, û serê gelê
me saxbe ….
Mamoste Xelîl, li bajarê Qamişlo, di sala 1944an de ji
dayik bûye, bavê wî Mihemedelî ye kurê Mihemedê
Eliyê Yûnis axa ye, diya wî Zarya keça Mistefayê
Eliyê Yûnis axa ye, malbata wan, ko li binxetê, bi
navê Qewmê çiyê dihatin binavkirin, li herêma
Xerzan, li navçeya Sasonê, çend şerên dijwar û
qehremanane kirin, li dijî artêşa turkan, û li dijî
siyaseta Kemal Ataturk ya hovane ko derbarê gelê
Kurd
Kurd de birêve dibir, gelekî bi mêranî serhildan û
raperîn, heya sala 1935an, û piştî ko gelek ji malbata
wan, û ji merivên wan di van şeran de bûne qurbanî,
neçar bûn daketin binxetê, û li bajarê Qamişlo niştecî
bûn ….
Bê gumane gava ko mero di malbateke wilo de mezin
bibe, wê hestê netewî li cem mero gelekî bilind be,
mamoste Xelîl xwedî hesteke netewî gelekî bilind,
nazik, û zelal bû, ji biçûkanî de gelek helbestên
seydayê Cegerxwîn jiberkiribûn û herdem li nav
hevalên xwe, û li civatên mezinan jî, bi dilgermî ew
dixwendin, û ji ber ko mala wan nêzîkî mala seydayê
Namî bû, gelekî seredana wî dikir û helbestên wî bi
destnivîsa xwe ya gelekî xweşik jêre dinivîsandin;
piştî ko seydayê Cegerxwîn vegeriya Qamişlo seraqet
seredana wî dikir, û li ser dîktîlo ya seyda dîwana
xwe ya bi navê Ronak nivîsî, çend berhemên wî yên
din jî hene, çi helbest û çi nivîsên din bin, yên çapkirî
û yên hîna nehatine çapkirin, gelek ji helbestên wî bi
deng û awazên gelek dengbêj û hunermendan bûne
stiran û sirûd; xebateke wî ya dirêj û berbiçav di nav
rêzên tevgera Kurdî de jî hebû, ko ji biçûkaniya xwe
de ketibû nav rêzên tevgerê ….
Min bi xwe di Adara sala 1970 êyî de ew naskir, di
ahengên Newroza piştî rêkeftina 11 ê Adarê de,
helbestek xwe ya gelekî xweş bi coşeke mezin
xwend, yek bi yek li ser wan ahengan digeriya û
helbesta xwe dixwend, piştre, di salên dawî yên
heftêyan de, û piştî wan jî, em gelekî bi hevre xebitîn
û têkiliyên gelek hebûn ….
Ji sala 1981an heya sala 2009an, li bajarê Qamişlo
parêzer bû, û cihekî wî yê başqe di nav parêzeran de
hebû, û bi çavekî bilind lê dinêrîn, ji ber ko
parêzerekî destpak û rast û durist bû ….
Gelekî mixabin ko ji sala 2008an ve bi nexweşiya
penceşêrê ketibû, gelekî bi xurtî û bi mêranî li ber
xwe dabû, serî li ber wê nexweşiyê hildabû, lê di
dawiyê de, nexweşî lê giran bûbû, û ji ber wê
koçadawî kir, çû ser dilovaniya xwe ….
Careke din Xwedê wî bi dilovaniya xwe şabike, cihê
wî buhişt be, bera serê malbata wî, dost û hevalên wî,
serê gelê me hemûyan saxbe ….
Gelek sipas ji bo hatin we, ji bo guhdarî kirina we,
her bimînin di xweşiyê de ….
Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên
Kurd li Sûriye
Gotina malbata nemir Xelîlê Sasûnî …û Gotina
Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriye
hejimar "67" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
7
Fewaz Ebdê
Bazê SasûnêBazê SasûnêBazê SasûnêBazê Sasûnê
Dilê te ji berfa Sasûnê rengê wê bir
Ji volkanên çiyayê
wê germiya wan wergirt û
Te canê Eliyê Ûnis hilgirt û
Per û paskê xwe li ba kir
Tu Firiya
Li beriya Mêrdînê
Deşta Heranê
Li derdora Amûdê
Te hespê xwe daxistî cirîdê
Li Qamişlo te lûsek ji xwe re çêkir
Ew lûs
Hêdî hêdî te kir hêlîn û
Helbestek tê de çand
Ew helbest tovê evîniyê bû
Yê hezkirinê
Û rehên xwe di axa welêt de berdidan
Dibû stiran
Dengê karker û cotkaran
Li Amerîka
Afrîka
Li çarhawîrê cîhanê
Li nav azadîxwazan digeriya
Baskekî helbestê
Baskekî evînê
Diketin bin cengê te
Tu hildigirtin û difiriyan
Ji derya Wanê te av vedixwar û
Li çiyayê Sasûnê tu danîn
Şevbuhêrkên Sasûnê bêriya dengê te kiribûn
Kaniyên wê bêriya dana te kiribûn
Şkeftên wê bêriya kenê te
Di serê meha Berfanbarê de
Te serê xwe danî ser sênga yabo
Sênga Eliyê Ûnis
Te çavê xwe girt
girt û nema vekir.
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
8
≈ore∆a Barzan 1945-1958
Birê diwem
Daner:Mes'ûd Barzanî Werger. Merwan Mistefa
Cenga yekem(cenga qarawa)
Di ber banga roja29.4.1946an de hêzek ji leşkerê
Îranê ber bi Ordîgeha Seqez ve bi pêşve hat, bi qasî
du hengan bû ewajî di nêv Enya hengê yekem de bû.
wisa ordîgeh dagîr kirin,top jê kişandin piştre ber bi
bilindiyên Qarawe ve çûn li jorê li ser (kumbet) çend
rişaşe çikandin, herêm bi tevayî ma di bin siya agirê
wan de.
Lê vê hêzê Di ciyên xwe de gelekî dirêj nekir, hengê
yekemînî Barzanê hêrîşek dijwar ji nişkave ajote ser
bi ser dariya ferman darê heng sertîp Bekir ebdul
kerîm bi hersê leqên xweve wisa cengek germ li dar
ket, tewa bû bi vegerandina kumbeta Qarawa û bi
şikestina leşkerê Îranî ku bobelatek mezin bi ser de
hat wisa jî şer ta (êvarê) ro ber ava berdewam kir.
Evê danyarê pirtûka (Komara Mihabadê) dide
xuyanîkirin, lê Mihemedê isa ku yekî ji yên pişk
darbûn di cengêde, dibêje ku çêbûna wê di roja 3 an
ji meha gulanê de bû, ango bi navbera çar rojan ji
dîroka li jorê hatî xuyanîkirin.
Leşkerê Îranî karekî zor kir bo vegerandina cihên ku
ji wan hatibû standin wisa ji bi alikariya hêza asimanî
jî û top û tengan jî. şer bi şikestina ewan tewa bû,
çemê qarawa jî bû sedem ku nehişt barzanî dest
deynin ser (pila topê) a çikandî bû li cihekî pêşîn li
bakur-bareşî Seqezê.encama cengê:
80leşker hatibû kuştin di nên wande jimarek efser
bûn ku laşê wan li meydana şer mabûn. 120 dîlvan jî
ketin nêv destê Barzaniyan, û gelek alav û dest kevti
qezenc kirin, ji wan: 17 reşaşê giran û 2 top û 200
tifing. Wisa Barzaniyan jî kuştiyek tenê jî ne danîn.
Dîlvan di rêya Hemamiyan ve birin Mehebadê,
mirovên gudên ser rê bi rêz sekinî mabûn wisa jî
xelkê Mehebadê derketibûn ta seyra dîlvana bikin,
çiko eva bo wan wek tiştekî ne dihat bawerkirin
mina percoyekê bû.
Ev serkewtina ne li bal, hestê wan herî bilind kir ew
navtêdan kirin, rewanê netewî li nik wan bilind kir,
wisa ji wan re û ji gelê kurdistana Îranêre hate
çespandin jêhatî bûn û şehrezaniya Barzaniyan a şer,
cihên ewan di çavê wande bilind bû,roja din piştî
evê serkewtina mezin Qazî Mihemed û Berzanî çûne
eniyê hengê yekem ber bi çav kirin yê ku bi cengê
rabû û serkewtin pêk anî,nefer û efserên wê sipas
kirin Qazî Mihemed (14000) toman diyarî pêpelûkê
pêpelûkê heng kir.
Fermanderê heng sertîp Bekir ebdulkerîm,rabû û ji
herdû pêşewan re got: bo dîrokê dibêjim ev leheng
ji mirinê natirsin jiyanê bi arzanî dibin bo bergêriya
erkê ji wan tê xwestin bikin, vêce netewa kurdî dive
xwe bilind û pesindar bibîne ku lawnî wê wisa hene,
tucarî gumanên wê pûçnakin.
Wisa jî xwest nîşanên mêraniyê pêşkêşî hersê
serleqan bikê, tevlî evan jî: Mîrza axa reşo, Ezîz
mihemed dolomirî, Melko zazokî, Ibrahîm yûsif,
Nebî ser asin,Laoko mamend, Melko zêro, Hesen
silêman, Emer hostanî, ji bo rola wanî lehengî a
serkirdayetiyî mezin.
Ta hinganê jî zaroyên herêmê ne ageh darbûn pêvî
hindikî bê ka Barzni çi karîbûn bikin di meydana
cengê de.vêce cenga Qarawa cihê ewan bilindkir ne
tenê di çavê zariwên herêmê de, belê di çavên xelk
û gelên Kurdistanê tevan de.
Cenga didwan(cenga mil qernî)an
(mame Şah):
Pêvî ordîgeha seqez, dû ordîgehên din yên leşkerê
Iranî hebûn yek li (Bane) û a din li (Serdeşt) bû. Vêce
rêçên yarmetiya herdû ordîgehan di bin destê
kurdan de bû.
Di sisê yê gulana 1946an de Ceneral Razmara gihişte
seqezê bi hêviya geft û goya bi niwênerê kurdan re
bikê, qene rêçên yarmetiyê bo herdû ordîgehan
vekirî bimînin (eva li ber çav).
Lê armanca wî a serekî (wek ku piştre xuyanîkir) ew
bû ku pîlaneke leşkerî amede bikê bo hêrîşeke nuh
berdê hêzên komarê ta ku Rûreşiya gihiştibû
ordîgeha seqez di cenga qarawa de ,hilênê.vêce
pilana hêrîşê damizrand û ordîgeh seqez bi hêzne
zêdetir amede kir, piştî bazdana wanî kirêt.
Çilo Razmara gihişt,bi rewanek Azerbêcanî, kurdî
hevbeşre, rûnişt .ku hazir bûbû bi seroktiya
sercengoş Cafer kerîmî bo axaftinê bikin di babetên
girêdayî bi sînor ve.
Civata kurdî bi seroktiya sercengoş Cafer kerîmî bû û
sertîp Izet ebdulezîz wisa jî serdar Ibrahîm salih.
Endamê azerbêcaniyan jî ev bûn: Ibrahîm elî zad,
Xelîl arzêd kan, Hesen Cewdet, lihevhatin li dar xistin
ku rêça ragiyandinê (çûn û hatinê) vekirî bimînê ser
herdû ordîgehên ku hatibûn nişankirin li jorê .hêzên
komara kurî lihevjatin bi cî kir, pêk anî, xêzên (rêçên)
yarmetiyê vekirî hişt, xwe valakirin qene cihê xwe
asêbike ta ku berbanga roja 15 hizêranê hat, roja ku
berê hatibû nişankirin bo pilana Razmara a leşkerî bi
cî bibe.di evê rojêde Razmara wisa gazî leşkerê xwe
kir: (şerefa leşkerê Iranî ser evê cenga ku hûn îro pê
rabin, maye).
Di katjimêra 5 an de tîpek ji leşkerê Iranî hêrîşek
dijwar ajote ser cihên hengê 2 li(milqernî)ro avayî
seqez, eva cengek xwîniyî dijwar bû, leşkerê Iranî
hişikbûnek asê da xuyanîkirin hemî çek têde bi kar
anîn bi rengekî çak û zanyarî baştirîn ji cenga berê.
Di pêşîde leşkerê Iranî bi ser ket, Balafiran yardimi
yek zor da girûpên peyedeyan wisa jî tang û topan.
Leqê yekem bi sergirdayetiya Mihemed emîn mîrxan
ji hengê yekê bi hewara hengê didwan ve hat yê ku
giranbûna hêrîşê li ser bû, baştirîn yardimî ji hevalê
xwere pêşkêş kir bi pêşveçûne xwe ve jî gihişte
pêşbera Seqez ji rexê rojhilat ve widajî agirê hengekî
ji topan vemirabd, birî,vêcr barekanê ordîgeha
Seqez ket bin siya agirê tiving û reşaşê leqê yekem,
wisa jî berhelistiya dijwar ji layê hengê didwanve,
tundiya hêrîşa Iranî şikand, vêce bergêrî bûn
hêrîşvan, çi zû rêveçûna cengê hate guhartin, piştî
katjimêrên nîvro yên pêşîn,hêzên leşkerê Iranî nema
xwe girt, careke din şikest.
Zirariyek girsane gihiştiyê de di can û alavan de.
komên mezin jî ji çek û alavan jî hate zevt kirin.çend
ji Barzaniyan birîn dar bûn û yê nemir ket ev
bû:Xoşevî lawê xelîl xoşevî, yek ji serdarê hêrîşa dijî
bû, nemir xort bû, temenê wî ne bêtirî 19 salan bû
Barzanî û lawên herêmê tev pê êşiyan. Çiko
serdarekî kênc bû wisa jî mêrxasekî bê sînor bû.
Piştî evê cengê hate xuyanîkirin ji serdarên leşkerê
Iranî re ku cihên ku Barzaniyan girtine asêne nikarin
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
9
tucarî wan jê bileqênin, leşkerê Iranî dil sar ma ji çi
serkewtinê di çi hêrîşêde, tevlî ku sregirdayta wî ma
bê çar ku nikarîbû pêvî jimara jêre hatibû danîn di
evê cengêde zêdetir bikê.
Piştî evê cengê hate xuyanîkirin ji serdarên leşkerê
Iranî re ku cihên ku Barzaniyan girtine asêne nikarin
tucarî wan jê bileqênin, leşkerê Iranî dil sar ma ji çi
serkewtinê di çi hêrîşêde, tevlî ku sregirdayta wî ma
bê çar ku nikarîbû pêvî jimara jêre hatibû danîn di
evê cengêde zêdetir bikê.
Wisa Barzaniyan rêç teng kirin ser Seqez ji hemî
rexan ve, li hevhatina berê lexûkirin, avêtin, rêça
yardimiyê ser ordîgeha Bane û Serdeştê qutkirin.
Li Mehebadê hengê çaran ji Barzaniyan amede kirin
ta ku rêkin xêza eniyê bi seroktiya sertîp Bekir
ebulkerîm serdarê hengê yekem, ku servan
Mihemed salih şûna wî danîn û şandin Serdeştê.
Nexweşî bi Barzaniyan dikeve:
Belê Barzaniyan di mehên pêşîde ji gihiştina wan li
Kurdistana Iranê pir zor dîtin, ewan mal û
mewdanên xwe hemî li herêma xwe hiştibûn, yekî ji
wan jî nikarîbû tiştekî tenê jî bi xwere bînin, tevlî ku
biraderên wanî Kurdistana Iranê alîkariya ku ji wa
hat pêşkêşkirin, lê yezdan kesekî bihtirî hêza wî
pêdan nakê, lê wek metelok dibêje: (merev biyane
ta di mala birayê xwe de).
Wisa ev yarmetiye ku bi comerdî û xwe jibîrkirî di
hat pêşkêşkirin kêm bû, têra wan nedikir di hêla
giringên noşdariyê de wisa jî alavên parastinê ji
nexweşiyên vegirtî.
Nexweşiya Tîfoîdê (êşa giran-Bîvirî) di nêv wan de
belav bû ta ku jiyana /1500/ kesî ji wan bir di her
şeşên mehên pêşîde ji sala 1946an.
Û bi seba nebûna bijîşkan û alavên derman bûnê,
nexweşiyan ji Barzaniuan birin bihtirîn ji yê ku di
ceng û efsanên xwe de danîn, wisa ew nexweşî û
sers di nêv wan de ma belav kirî ta sala 1947an.
Lê belav bûna wê kêmbû piştî gihiştina bijişkê
sofyatî tevlî tibabek ji dermana. Encama dawî
nexweşiyê bihtirî ji /2000/ Barzanî bir nêvbera mêr
û jin û zarokan. wisa ku gundek li Kurdistana Iranê
nema nemaza herêmên Mehebadê, Aşnoyê,
Bokanê, ku tirbên Barzaniyan li wan çênebûn, û tevlî
evê bobelatê, erkê serekî û giringtirîn avêtin ser
milê barzaniyan ew bû ku berevaniya Komarê
bikin.wisa jî li gorî gûmana birayê xwe bûn ku ev
serbarî dane wan.
Û wisa ew bûne zendê berevaniyê ji komara
Mehebadê re nemaze piştî ku hêzên êlên cî bi erkê
xwe ranebûn.vêce bela wela ji cihên ku têde
berevaniyê bikin vekeşiyan,çiko nikarîbûn demên
dirêj di eniyê de bimînin, pêvî vêjî wan êlan bixwe jî
berevaniyê bikin li hev
li hev nedikirin, ne di nêvê êlekê de ji û ne her êlekê
bi hev re jî, ew rewanê lêbanî nêv wan de peyda
nedibû lome gotina wan ne yek bû, gelek caran
qerabalix û pevçûn di nêv wan de çêdibû, dûrî
berjewendiya gel bû.
Wisa jî erkê niştimanî, mîna pevçûna ser erda anjiyê
ser arziyê… tiştê xelkê Barzaniyan jê mat mayi
mabûn ew zilim û zora ku (Şêx) an jî (Axa) yê wan bi
xelkê xwe dikirin bi awakî ne wijdanî, vêce
Barzaniyan eva tucarî yeqîn û bawer nedikirin û li ba
Şêxên xwe qe nedîtibûn, pir caran barzanî mecbûr
dibûn ku link milet biseknin bo paristina wan ji xedra
axayên wan, vêca çav reşi di avêtin Bazaniyan di
xwestin bi çi awayi mabê bêtara ji wanre çêbikin,
wek qutkirina nan û xarinê (Erzaq) ser malbatên
Barzaniyan ku di herêma wan de dijîn.
Bi cîkirina herî rind ji erkê xwere û erêbûna baş ji
feremanan re ku Barzaniyan pê dikir wisa jî dûrbûna
wan ji bêtaran re, rêzgirtina komarê wergirtin wisa jî
rêz û hijêkirna milet jî,ev pakreftarîya tevayî hişt ku
efserên sofyat yek ser tikiliyê bi Barzani re bikin, ku
xwe ser gişan ferdkir.vêce tevan şêwra wî di hemî
karan de dixwestin,ne kêmî wan jî karê leşkreî jî. ku
ti pêwendî yek ser di nêv Barzanî û sofyat de ne bû
berî cenga qarawa û mil qernî.
……… Dumahî heye ………
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
10
JÎNA MIN YA PÊŞÎ
Xwedê sala 1907an ez li ser dinyayê dam, di gundê
Şûz de, Şûz gundek ji gundên wilayeta Sêrtê ye,
dikeve qeymiqamiya Xezxêr de.
Şûz wî wextî li dor dû sed malî hebûn, du êl ji êlên
Botan têde hebûn, yek jê navê wê Burdiwa bû, ez
jême, û ya dî navê wê Saliha bû, pismamên me
bûn... Her dem di nav wan de dibendî bû, û şerê hev
dikirin.
Dema temenê min bû çar sal, diya min pişta xwe da
cihanê, çû cem Xudaiyê xwe, piştî çûna wê, bi pênc
salan, di sala 1916 an de, bavê min Ebdirehman axa
kurê Şahîn axa hate kuştin, bi destê êla Saliha, û bi
arîkariya hinek ji êla Burdiwa û hinek ji êla Eruh.
Gelek ji herdû êlên Şûz digel hinekan ji êla Eruh şerê
bavê min û hevalên wî kirin, û şer li dor bîst rojan
dirêj kir, lê mixabin, gelek mêrxas û egîd hatin
kuştin, li dor 25 mêr ji herdû aliyan ketin gorê.
Piştî şer sekinî Aqûb axa serekê êla Eruh digel bavê
min û şûziya lev hatin, û ji ayîna wan bû hevdû
bixwazin ser xwarinê, û ji ber ku bavê min axa yê
gund bû, û mezinê wan bû, ew xwestin xwarina lev
hatinê.. bi wî rengî bavê min xwestin cem xwe.
Dema xwarin danîn û tevan dest bi xwarinê kir,
hinek ji aliyê wan bi tifing derbasî hundir bûn, bavê
min bi bêbextî girtin, ew digel mamê min Brahîm û
sê kurmamê min:”Ebdûllah, Hamid û Sebrî” kuştin.
Dema bavê min hate kuştin, êla me piştî çend roja
poşman bûn ku bi êla dî re sekinî bûn, lê nema
poşmanî havil dike, ji ber bavê min zilamekî zana û
mêrxas bû, û xortekî pir çeleng û xweşik bû, temenê
wî 35 sal bû.
Piştî ez mame bê dê û bav û ez zarokê 9 Salî me,
dijmina karê kuştina min dikirin, ji ber ez ê mezin
bûm, divê ez ciyê bavê xwe bigrim.
Zilamek navê wî Ezîz bû, kurê xalê bavê min bû, ez di
malekî de çend rojan veşartim, di vê navê re xaleta
min “Xedîce” pîreka Şêx “Huseyn Heqî”, şêxê Botan
bû, bi kuştina bavê min bihîst.
Zilamin bi navê şêx hatin ku min bibin cem, ji berî
ew bighin, Ezîz û du peyayên dî, bi şev ez ji gund di
Ehmedê Ebdirehman Axa
Kurê Şahîn Axa Şûzî
riya çiyayî derxistim, ez birim Dirîşkê gundê xalê min
“Remzan axa”, li wir xaleta min hêviya min bû, li
cem birayê xwe, û ji wir ez birim cem xwe li Basret
gundê şêx Huseyn (rehmeta Xwedê li wî be).
* tê bîra min çend carî bavê min ez bi xwe re dibirim
nêçîrê, û dema em dighîştin ber çem digote xulamên
xwe, wî hîmê sobariyê bikin, û piştî ez ji avê
derdiketim ji min re digot: kurê min divê peya her
tiştî zanibe, merov nizane ev cîhan bi çi rengî wê
bimeşe...
JÎNEK NÛ
Li Basret ez li cem xaleta xwe mezin bûm, ewê ez
xwedî kirim bi qencî û delalî, ez ji bîr nakim heya
rojekî min li ser vê dunyayê heye, ji ber ew diya min
a bi rastî bû, ne dihişt tiştek ji min kêm be, û wê
qur’ana kerîm ji min re dixwend û ez hîn dikirim ku
ez bixwînim. Piştre, wê ez dame xwendin, li cem
mela Mihemed melayê Basret, wî babetên “nehû û
serf” ê ayînre dida min.
Sala 1921 ê, ez çûme Şernex, ji bo xwendina xwe pêş
pêş bêxim, salekî ez mame li wir, û pişt re ez
vegeriyam Basret cem xaleta xwe, da li cem Şêx
Brahîm Heqî bixwînim (rehmeta xwedê li ser ruhê wî
bit).
Min li cem Şêx xwend, heya şoreşa Şêx Se’îd ê Pîranî
dest pê kir, di sala 1925 de, û piştî şoreş şikest, tirka
ew û gelek hevalên wî girtin, û bi darve kirin.
TEVGERA SALA 1926 AN
Dema şoreşa kurda di sala 1925an de dest pêkiri bû,
Şêx Birahîm Heqî nûçe dabû hemû axa û êlên Botan,
ku arîkarî bi şoreşê re bikin, lê mixabin, geleka xwe
neda ber vî barî, ji nezanî, an ji hovî, an ji tirs û pîsî.
Piştî şoreşa serfiraziya kurda pêk nehat, Mistefa
kemal serokê Turkan, feremanek derxist ku hemû
Şêx, beg û axa ên Kurdistanê dûr bibin ji cihê wan, û
teva rêkin nav Turkan.
Leşkerên Turk ji nîşkekê ve girtin ser gundê Basretê,
û serleşker gote Şêx Birahîm: divê tu û mala xwe
hazir bin, bo hûn herin ciyê em ji were bêjin. Şêx lê
vegerand got: xwedê em li vir dane û li vir emê
bimînin.
Serleşker Şêx girt, birin bi xwe re, lê bi şev miletê
Basretê û dora wê, êrîş berdan ser ciyê zêndanê, û
gelek leşkerê Turk kuştin, û Şêx derxistin riha kirin.
Di vî çaxî de maliyên Şêx xwe amade kiribûn, û me
tevan barkir, me berê xwe da Iraqê... bi rê ve me pir
zor û dijwarî dît, û pirê meşa me bi şev bû, carna bi
roj em di şikeftna de diman, lê me gelek arîkarî ji
millet dît, dibhîstin ku mala Şêx derbas dibe diber
gundê wan re, geleka xwarin ji me re rêdikirin.
Bi wî awayî me qedand, ta em ketin Îraqê de, me
berê xwe da Mûsilê, wextê em gîştin bajarê Mûsilê,
bîna me fire bû, Şêx çû cem qeymeqamê Mûsil, jêre
got: me ji ber Tirkan dev ji welatê xwe berda ye, û
em bi hêvîne ku ferwerîya Iraqê arîkariya me bike..
Qeymeqam gote Şêx:
hûn mihvanê mene, ezê we bêxim penaberê poletîk.
Di vê demê de, li gundê Robariya ser navçe ya
Xezxêr bûyerek çêbû, bi kurtahî ev bû:
Fermandarê hêza cendirmeyan a navçe ya Xezxêr
Husnî Şero, agehdar bibû ku Gurgîn axa û hevalên
Ji bîranînên TêkoŞerekî Kurd
(Xeleka 2)
Xorşîd Şûzî
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
xwe, li pey tevgerekê ne, lê ne dizanî ku ew tevger
çiye? ji ber vê yekê, qasidê xwe şand gundê Robarî,
xwest Gurgîn axa bê cem wî li Xezxêr.
Gurgîn axa bersiva qasidê wî da, got: Ez nayêm cem
wî, tu karê min cem wî nîne.
Ev mirovê mêrxas, ne dizanî ku dijmin li pey wî ye,
amadekariyên wî li dijî êrîşên dijmin tune bûn, ne
ber hêvî bû ku dijmin ji nişka ve bavêje ser wî.
Rojekî bê ol Husnî Şero bi cendirmeyên xwe ve, di
nîvê şevê de bi rê ketin û berê xwe dane gundê
Robarî, berya mêja sibehê dora gund dorpêç dikin, û
çeperên xwe çêdikin, xwe cih dikin.
Bi hatina sibehê re, şivan û gavan û ên xwestin ji
gund derkevin, ji aliyê leşkeran ve, hatin girtin, şer
despêkir wextê derketina mirovan ji çûna mizgeftê,
bo mêj bikin, berikê tifekan weke taviyên teyrokê li
ser wan barîn, lê mixabin, derfet û karînên van
qehremanan nîne, her aliyên wan hatiye girtin,
nikarin ji malên xwe derkevin, li kulek û pencereyan
re, tifekan berdidin dijmin.
Di navbera leşkran de û çekdarên gund de, şer dirêj
dike heya berî êvarê, dema berikên tifekan li cem
mêrxasan namîne.
Di encama vî şerî de, Ebdirehman axa ê bira ê
Gurgîn axa û mamê wî Birahîm axa şehîd ketin,
Cemîl ê Emer ê Mela û çend gundî brîndar bûn, û
mala Gurgîn axa dorpêç dikin.
Fermandar Husnî Şero, bang dike dibêje:
Gurgîn axa, tu çare û derfetên te nemane, xwe
radestî me bike, eger tu radest nabî, ezê agir berdim
xaniyê te, hingê tu diçî, û zarokên tejî diçin.
Ev mirovê ser bilind, bê çar ma, xwest ku di wê gavê
de berikek lê ketiba, mirin ji vê rewşê xweştir bû, lê
bi kul û xemên xwe ve, radestî dijmin dibe.
Dijmin destên wî girêdidin, li hundirê mala wîde
qalikên fîşekên wî kom dikin, dibin û diçin Xezxêr.
Dema dighin Xezxêr, wê şevê wî di bin çavan de
dihêlin, sibehê, Husnî Şero fermandarekî li gel 20
leşkeran ve amade dike, Gurgin axa radestî wan dike
û berê wan dide bajarê Sêrtê.
Wê rojê, piştî nîvro digihin “pira kilîs”, Avê dabû ser
pirê, bi dijwarî pir derbas kirin, dikevin rê, êvar nêzîk
dibe hîn ne gihane “pira Samana”, dighin ciyekê jêre
dibêjin “Gundo”, êla koçerên Alîka konên xwe lê
vedabûn.
Fermandar bandike serokê êlê, jêre dibije:
Em îşev mîvanê tene. serokê êlê konekî mezin ji
wanre vala dike, mirêbayê wî kulav û balgihan rast
dikin.
Piştî rûniştin destê Gurgîn axa vekirin, serokê êlê
destûr xwest, çû cem, rû yê wî maç kir, got:
11
Tê zanîn ku di wê serdemê de, li kurdistanê medrese
hebûn, mixabin zimanê xwendinê erebî bû.
Şêx Ebdirehman keça mela Emîn ê Xerxorî- Xecê
biribû, du keçê wî hebûn: Lutfiye û Cennetî... Lutfiye
jina Şêx Mihemed Şefîq ê Şêx Huseyn Heqî bû,
Cennetî jina mela Nûredîn ê Xerxorî bû.
Şêx Ebdirehman, di doza kurd û kurdistanê de gelek
hişyar û zana bû, Dema bihîst ku tirka Şêx Brahîm
Heqî girtin, û millet îrîş dane ser zêndana wî, ew ji
destê dijmin derxistin, û dema Gurgîn axa giha cem
wî, zanîbû ku dora wî nêzîke, rabî tevgerek çêkir digel
êla xwe, û êla Eruh, û êla Şûz, xwe ji bo şerê tirkan
amade kirin. Hersê êl kirin du parçe, parçek çûn şerê
Dihê, û parçê dîn cû şerê Xezxêr.
Dihê û Xezxêr jî qaymiqamî bûn, herdû êlekê êrîş
berdan ser qeymiqamiyekî, şerekî mezin kirin digel
leşkerê tirkan, qehremanên kurda zor ji turka birin, û
divî şerî de bihtirî “200” du sed leşkerê tirka hatin
kuştin, di gel du serekê cendirma, û serekê mezin ê
leşkerê Xesxêr kuştin, herdû qaymeqam digel serekê
leşkerê dihê girtin... Herdû seray şewitandin, herdû
deboyên ku çek tê de şikandin, û çek birin. Heçî
leşkerên tirk li Dihê û li Xesxêr de man, bûn êsîr.
Heçî şêx Ebdilrehman bû, zilamek pir zana bû. Dizanî
hevalên wî nikarin bi tena xwe şerê tirka bikin, rabû
malên xwe rêkirin da herin Iraqê ji berî şer
destpêbike, hemî êsîr berdan, ew ne kuştin.
Hevalên xwe vegerandin malên wan, û berê xwe da
Îraqê ta gihîşte Zaxo.
Dema Şêx giha Zaxo, berê xwe da Bexda yê, û çû cem
”Mendûbê Samî” ê Ingilîzî, alîkarî jê xwest bo kurdan
da ku şer bi Turka re ne sekine, ”Mendûbê Samî” jê
pirsî, û jê re got:
“şerê we bi tirka re şerekî êliye yan rêjêmiye?”
Şêx jêre got:
“heya ana êliye, lê bi arîkariya we wê bibe rêjêmî”..
”Mendûbê Samî” lê vegerand:
Em nikarin arîkarî bi were bikin, eger şerê we rêjêmî
ba, me yê arîkariya we kiriba (wî wextî, ne di bala Şêx
de bû, ku Inglîz destê wan ê gemar, di parçe bûna
kurdistanê de heye).
Şêx bê hêvî ji Bexda vegeriya û çû cem malên xwe li
gundên dora Zaxo. Bi dûv re çû li Mûsilê rûnişt.
….…Dûmahîk heye….…
bi gorî, ez gelek xemgînim, ka çi ji tere pêwîste?
Gurgîn axa lê vegerand gelek spas, ji ber tirsiya ku
leşker êla wî biêşînin .
Piştî şîv dixwin û dema razanê tê, tev xew dikin bilî
dû leşker nubetê digirin . Nîvê şevê ye, şeveke reş û
tariye, baran xweş dibare, çirûsk û birûskin giran
barîn, çêlêkek ji ber dengê şerqîniyê revî, berê xwe
da kon, ket hundirde, Gurgîn axa xwe avêt derve, pê
xas wek tîrekê revî, leşkera bi dû wî re fîşek
teqandin.
Gurgîn axa azad bû, ji leşkera dûr ket, li bin darekê
mezin rûnişt, xwe ji ber bahozê parast, piştî bihna wî
xweş dibe, nîzîkê sibehê baran disekine, berê xwe
dide gundê Şûz di nav deviyan û zinaran de, wext
dibe piştî nîro dighe zinarê “Tehtên vajî” derekî
bilinde gelek, li wir dimîne ta sibehê ronî da, riya
xwe digre dimeşe pêxas bi lingekî xwîn û qelişî.
Deravekî dibîne, bi çelepka derdikeve ser, li wêderê
dimîne asê, ne digare derkevê ser lata dawî û ne
dikare vegere, xwe dirêj dike demekê, dengek
dikeve guhê wî, dilê wî geş dibe, bi dengekî bilind
bandike: Bira, pismam, birazî, li hana min were... dû
xort, bi lez li ser lata jora wîre xuya kirin, desmalên
serê xwe û pişta xwe vekirin, bi hevre hişk girêdan,
jêre daxistin, ew kişandin.. rû ê wan maç kir û
spasiya wan kir, xwe bi wan da naskirin, gelek kêf
xweş bû dema bihîst ku herdû xort şûzî ne hatibûn
nîçîrê.. xortekî ji wan çaroxa xwe kir nigê wî û
desmalên xwe lê girêdan da cilê wî yê qetiya bûn
veşêrin, û berê xwe dane Şûz.
Dema Şahîn axa mihvanê xwe dît ku di çi rewşî de
ye, xwe avêt stowê wî, hevdû maç kirin, û ser saxî da
mîvanê xwe.
Piştî du rojan, Gurgîn axa destûra xwe dixwaze bo
herê gundê “Medresê” cem Şêx Ebdirehman ê
garisî, Şahîn axa tifekek û rextekê dide Gurgîn axa, û
10 zilamên çekdar amade dike, bi mihvanê xwe re
dişîne, ta wî dighînin gundê Medresê.
Gundê Medresê, gundek ji gundê êla Garisa ne, ev
gund li binê çiya yê Helekorê deye, li aliyê rojavayî
çiya, zeviyên gund hemû avîne û darê gozan zehfin
lê.
Gund ê mîr Hemedan ji mîrê Botan e, lê mixabin em
dîroka jiyana wê nizanin. Vî mirovê mezin li vî gundî
medresek (dibistan) û tekiyek ava kir di tenişta hev
de, û kirin weqf li ser xwende karan (feqeyan), û
seyda ên wan, rêdan daye ku rêwing jî ji vê tekiyê
xwarinê bixwin.
Li ser fermana mîrê Botan, kalikê şêx Ebdirehman bû
seyda yê xwendekaran, bi dû wî re bavê wî mela
Ebdillah bû ye seyda.. sala 1894 an de, li gudê
Medresê Şêx Ebdirehman hatiye cihanê, li ser destê
bavê xwe îcaze wergrandiye...
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
12
Hişê xwe deyne ser maseyê – 4 [Bi dostan re di zindanê da be, baştir e ji baxê tijî neyar]
Cankurd
Paş mirina şahê xûrêj ê Girîkî Kypselos, kurê wî Pêriyander,
ku ciyê bavê xwe li bajêrê Korinth girt, nizanîbû çewa
deselata xwe bigerîne û wekî bavê xwe bibe padişahekî
navdar. Rabû merivekî xwe yê pê bawer hinart başahê
zorbaz ê bajêrê Milet, ku ji wîre şêwrekê bîne, û bê ku
kesek li wî haydar bibe, vegere bajêrê Korînth.
Şahê Milet xêrhatin û silaviya şandê Pêriyader kir, hema li
ber peyrewên xwe tiştek ji wîne pirsî û negot. Tenha jê re
got: „Were em biçin ji xwe re li nêv zeviyan bigerin.“ Ew û
mêvanê xwe bi tenê xwe ji seraya şahanî derketin û çûn, û
di rê de pirs ji wî şandeyî li ser memleketa Korinth û
padişahê wê kirin. Dawî mêvanê wî gotê:“Şahê mezin ê
gelê Milet, va We ji min gelek nûçe li serpadişahê min
Pêriyander bihîstin, ka hûn çi şêwrê li padişahê min dikin?“
Padişahê Milet, ku mirovekî zorbaz û hişmend bû, tiştek ji
mêvanê xwe re negot. Wî nedixwest ku mezin û
seraserên bajêrê Korinth gotinekene baş ji aliyê wî ve li
serpadişah û bajêrê xwe bibihîsin û ji berhindê tev bibin
neyarên wî û bi zûkî destên xwe deynin ser Korinth û
Pêriyander bikujin.
Şande dest vala vegeriya mal û li berpadişahê xwe
xemgîn û serîçemandî rawesta. Padişah gelek caran
pirskir, ka şêwra padişahê Milet çibû! Bersiva şandeyê wî
her evbû:“Şahê min î giranbiha, wî tew tiştek bo min
negot.“
Padişah ji merivê xwe yê pêbawer sil hat(xeyidî) û ji ba
xwe der kir.
Roja dî pîremêrekî zana û şirovekarê jîn û mirovatiyê bû,
hate seraya padişahê dilşikestî. Padişah derd û kula xwe
jê re got. Pîremêr piçekî hizirî û piştre got: „Wekî ez
dizanim, padişahê bajêrê Milet kesekî wêrek e. Nabe ku
tiştek negotibe. Bêguman wî nameyek bo We hinartiye,
hema ew çi nameye, divê ez bi xwe bi şandeyê te re
bipeyivim. Pêriyanderê bêçare û bêhîvî mabû, yeksere
rêkir.
Pîremêr ji şande pirsiya, got: „De were ji min re çêroka
çûyîna xwe ba padişahê Milet, gav bi gav bibêje. Te çi kir
û wî çikir, te çigot û wî ê got.“ Pêriyander gelek
hosanbûbû, hema baweriya wî bi hişmendiya feylesofê
pîremêr hebû. Lewre bêdeng guhdariya wî kir.
Şande ji destpêka çûyîna xwe de heta derketina wî bi
padişahê Milet re nêv zeviyan, hûrik-hûrik salix da. Dawî
pîremêr jê pirsiya: „Gelo, gava te ji wî re li ser padişah û
bajêr û kêşeyên bajêrê mekatkir (xeber da), wî çi got?“
Şande bi çavin tijî hêstir li wî nêriya û nikanî bû dîsa
bibêje: „Wî tiştek negot.“ Pîremêr di xwe de ponijî û
piştre pirskir: „Baş e, ez bawer dikim, ku wî ji te re tiştek
negot, hema çikir, gava wî hemî mijarbihîst? “Şande
bersiv bi dilsarî de, got: „Ew ji rê kete nêv geniman û
destêd xwe avêtin seriyêd genim anyên tev bilind û
mezin, ewana yek û yek jêkirin, di destê xwe de pişaftin û
avêtin xarê û bi solên xwe pêlêkir.“
Pîremêr qîriya û ji cîh hilpekiya û gote padişahê Korinth:
„Eve nameya mirovekî hişmend û padişahekî zorbaz û
wêrek. Ew ji We dixwaze…“
Padişahê, ku wekî rêwiyekî ji nişkave lehiya geliyê bi ser
de bê, nehêla pîremêr gotina xwe bibeserî, li wî qîriya,
got: „Ka name? Çi name? Ez tênegihîştim mebesta te
çiye.“
Pîremêr bi rovîtiyeke diyar gotê: „Hele raweste, raweste,
berî her gotineke dî, ka çiqineke zêr bide vî hejarî, ku ji
padişahê xwe re şêwreke baş ji bajêrê Milet aniye, piştre
ezê bo We bibêjim.“
Padişahê Korinth dilêşandeyê xwe bi dayîneke şahanî
geşkir û pîremêr jê re got: „Şêwra wî bo We eve: Divê hûn
seraser û malmezinên bajêrê xwe tevan bikujin, tenha
wilo hûnê wekî bavê xwe zorbaz û hêzdar bibin. Padişahê
Milet bi devê xwe tiştek negot, hema seriyê mezin û
berzên geniman jêkirin. Tu niha têgiha şêwra wî?“
Gelo, qey kesek li vê cîhanê nîne, ku çareyekê ji
seraserên me re jî çareyekê bibîne?
hejimar "67" DDDDîrok
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
13
«Nîştecîhên herêma Ermenîyan ên ku li ser vî axêda
aborijînalin (resenin, eslîne, xwecihîne) nav du
kokan - Ermenî û Kurdan - de dabeş dibin. Kurd
(kurdukên qedîmê (Kardoxên kevnedemê))
qewmekî kevne ê ku Haykê (kalikê ermenîyan) li
welatekî di bin Erez de hatibû û dîtibu. Ihtimale ku
ew (Kurd) û Partên kevnar ji eynî qewmîne (eşîrê
ne), wan Partên kîjan ku Romîyan nikaribûn
rêveberiya (îdare) wan bikin! Ne mimkine ku Kurd
wek avtoxtonê (resenê, eslî) vî welatî neyên nasîn,
ew heman Kurdukin (Kardoxin) ku Ksênofon
derheqa wan de li Anabazîsê de behs kiriye. Û bê
guman ew aîdî bingeha (koka) giştî (amî) ê sanskrîtî
ne. Ji zaravayên xwecihî (eslî, aborîjînal, orîjînal)
kevintirîn divê ku ya kurdî be». Îvan Şopên (1798-
1870) – dîrokzanê rûs, nijadnas û dewletmedar.
«Kurd nevîyên Partên kevnarin ên ku li Asûrê û
Mezopotamya yê bi cih bûn. Bi zimanê sûrî Partan ra
digotin Kerad, piştî demekê peyva Kerad hat
veguhartin û bû Kurd». Kaçênovskî M.T. (1775-1842)
– dîrokzanê rûs, wergêr, profesorê Zanîngeha
Moskovayê.
Rojhilatnas û tirkologê (tirkzanê) Sovyetê, akademîk
Vladîmîr Alêksandrovîç Gordlêvskî (1876-1956)
nivîsîbû ku "kelhên ku di demên mêjeyî de Kurdan ji
xwe re avadikirin", hê bi xanedana XVIII ê fîrewnên
Misrê ve dihatin bîrhatin.
Rojhilatnasê Sovyetê Îvan Omarovîç Farîzov (1923-
2012) nivîsîbû ku folklora (zargotina) Kurda bi
pirrengînîya janr (şêwe, nimûn) û fabil (hikayet,
rîwaye) ên xweva di nava zargotinên gelên Rojhilata
Navînda cîyê yekem digire.
Rojhilatnas, qefqaszan û zimannasê mezin ê rûs
Nîkolay Yakovlêvîç Marr (1864-1934) ji Kurdara
digot "nevisên dîrokê". N.Marr nivîsîbû: «Di nav
Kurdan de elemanên (hêmanên) çanda kevnar a
Rojhilata Navîn mane ji ber ku ewan neslê (nifşê,
nevîyên) nîştecîhên avtoxtonî (resenî, eslî) ne».
«Heta nîveka sedsala borî gelê Kurd bi giştî dihate
hesibandin çawa miletekî bênivîs (nekitêbî) ku çanda
xwe ya neteweyî ava ne kiriye. Lê ya rastî ewe ku
abîdeyên wêjeya kurdî ya hezar salîne… Ne şerên bi
xwîn û ne jî sîyaseta Dewleta Osmanî ya tepisandina
kêmnetewan serxwebûna Mîrîtîyên kurdan
neşikandin, Mîrîtîyên ku hebûna xwe serbixwe
berdewam dikirin. Di têkoşîna dijwar de li dijî
dagirkeran Kurdan karîn serxwebûn û çanda xwe
biparêzin». Rûdênko Margarîta (1926-1976) –
wêjevana rûs, fîlolog-oryantalîst, rojhilatnas,
nijadnas (etnograf).
Zanistvanê rûs û kurdnasê navdar, dîrokzan,
rojhilatnas, profesor Mîxayîl Sêmyonovîç Lazarêv
(1930-2010) derbarê Kurda da nivîsîbû ku "gellekî
zehmete ji bo dîtina miletekî wek kurda ên ku li ser
xaka xwe ya neteweyî wisa demeke pir dirêj jîyaye".
«Qedera kurdan trajîk (kovanî) ye. Serhildanên wan
ê neteweyî bi hovîtî dihatin perçiqandin; daxwazîyên
wan yên li ser otonomîya (xweserîya) netewî û
çandî, mafê perwerdeya zarokên xwe û weşandina
pirtûk û rojnameyên xwe bi zimanê Kurdî heta niha
nehatine bicîhanîn. Gellek eşîrên Kurdan bi zorê ji
axa xwe ji Kurdistanê li herêmên navendî yên
Tirkîyeyê di nava xelkê Tirk de dihatine bicîhkirinê ji
bo ku bileztir Kurd di nava Tirkade bihelin bibin Tirk
û bi vî awayî pirsa Kurd bête "çare serkirinê"».
Dîrokzanê rûs, profesor D.Ê.Ê rêmêyêv.
«Gelo tê hişê kê ku sedema pir xemgînîya
xaçperestan Selahedîn kurd bû, ku emîrên Çepildirêj
(Mxargrdzêlî) ên ku di dîroka Ermenîstanê û
Gurcistanê de rewnaqin (mihteşem, bi rûmetin) ne
tenê wek serleşkeran lê wisa jî çawa damezrînerên
(avakerên) çandê bi eslê (koka) xwe kurd bûn, ku
Şedadîyên ku li Îranê hukimdarî dikirin û li Qefqasê ji
bo sazkirina dewleta xwe bi Gurcistanêra ketibune
hevrikê (reqabetê) kurd bûn, şaîrê (helbestvanê)
mezin (gewre) Nîzamî ê ku bi farisî dinîvîsî eslê
xweva bi nivî kurd bû». Îosîf Abgarovîç Orbêlî (1887-
1967) – rojhilatnasê Sovyetê, dîrokzan, akademîkê
Akademîya Zanistan ya Sovyetê (1935), akademîkê û
yekem serokê Akademîya Zanistan ya Ermenîstana
Sovyetî (1943-1947).
«Ji bo ku demeke dirêj Cihû bi Kurdan re dijîyan,
Cihûyan çanda wan hildabûn (wergirtibûn), bi kurdî
diaxivîn. Û her çiqas jî merasima (rituala, rêûrisma)
dînî ya xwe bi zimanê aramêyî bikirina dîsa jî di bin
tesîra kûrdî da bûn. Û piştî çûna (guhartina) wan ji
warê Kurdan Cihûyan dîsa jî xwe wek Kurd
dihesibandin. Proseyên analojî (pêvajoyên eynî) di
têkîlîyên Kurd û Aşurîyan de (Suryanîyan) jî dihatine
dîtin (dîyarkirin)». Olga Jîgalîna – nijadnasa
(etnograf) rûs, profesor, doktorê zanyarîyên dîrokê.
«Rûsya yekemîn bû ku fêm kir ku Kurd miletekî
neadî (cihêwaz) û egîdî ye û di çareserkirina
pirsgirêkên jeopolîtîk de dest pê kir Kurdan bike
alîgirên xwe. Di jîyankirina li ser sînorên şaristanan –
ê erebî, tirkî, rojavayî, vî gelî (Kurd) mucîza
(kerameta) zindîtîyê (jîyanîtîyê) nîşan dida. Û ew pir
nêzîkî gelê Rûs bûn û ji ber vî vekolîna akademîk ya
çanda Kurd bi rêya sempatiyê (dilsozîyê) û
têgihîştinê birêve diçû. Bingeha kurdzanîya cîhanê
zanistvanên (ilmdarên) rûs yên xebatkarên Ênstîtûta
me ne: Lêrx, Marr, Orbêlî, Mînorskî». Îrîna Popova –
dîrokzana rûs, çînnas (sinolog), professor, rêveberê
Enstîtuya destnivîsên rojhilatî ya Akademîya
Zanistan ya Rûsyayê li St. Petersbûrgê.
«Kurda rêyekî gellekî zehmet a dîrokî derbas bûn, lê
karîn zimanê xwe, çand û folklora (zargotina) xwe ya
xweş biparêzin. Peyva "kurd" zêdetirî şeş hezar
salîye cîhan dizane û wateya wî "egîdê siwarî" ye. Lê
ev gelê kevnar ne tenê bi şervantîya xwe ve navdar
e. Vî gelî cîhanêre gellek navên (mirovên) xweş
daye. Mînak yekî wek helbestvan, fîlozof û
ramanvan Ehmedê Xanî ê ku lêkolîner bi Firdewsî û
Şota Rûstavêlî ve di rêzekî de datînin. Kurdistan
bêşîka çanda cîhanîye». Zara Yûsûpova – profesor,
doktorê zanyarîyên fîlolojîyê, xebatkarê zanyarîyê ya
Enstîtuta Rojhilatnasîyê ya Akadêmîya Zanistan ya
Rûsîyayê.
«Kurd cengawerên cesûrin, şerrvanên mezinin».
Gêorgî Îlyîç Mîrskî (1926-2016) – dîrokzan ê rûs,
rojhilatnas-erebzan, sîyasetnas, doktorê zanyarîyên
dîrokê, profesor, xebatkarê zanyarîyê yê Enstîtûta
Aborîya Cihanî û Pêwendîyên Navneteweyî ya
Akademîya Zanistan ya Rûsyayê.
«Ermenîstan û Azerbaycan ser (ji bo) axa Kurdan şer
dikin ji ber ku newala Laçînê ê ku li Qerebaxa Çîyayî
de xala (dota, niqta) dijbûna Azerbaycan û
Ermenîstanê ye ev erdên (xaka) Kurdane, hetta li
Sovyetê hinek dem li vir herêmekî otonomî bi navê
Kurdistana Sor hebû». Dîrokzan û sîyasetnas ê rûs
Vadîm Makarênko.
«Kurd şerrvanên bicesaretin û tenha hêze ku bi
realîte (bi rastî, bi heqîqetî) şerê li dijî têrorê dike».
Stanîslav Mîxaylovîç Îvanov - doktorê zanyarîyên
dîrokê, xebatkarê zanyarîyê yê Navenda ewlekarîya
navnetewî ya Enstîtûta Aborîya Cihanî û Pêwendîyên
Navneteweyî ya Akadêmîya Zanistan ya Rûsyayê.
Dîrokzanên rûs di derheqa Kurdan Dîrokzanên rûs di derheqa Kurdan Dîrokzanên rûs di derheqa Kurdan Dîrokzanên rûs di derheqa Kurdan de!de!de!de!
Amadekar û werger: Silêman Barî
Îosîf Abgarovîç Orbêlî (1887-1967) - rojhilatnasê Sovyetê.
hejimar "67" ZZZZiiiimmmmaaaannnn
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
14
Pirtûka mamoste: Beyar Robarî
Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî
(xelek 23)
Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;
1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan
4. Tîpa dubare 5. Taybetmendiya tîpa (U) .
6. Taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. Xîmên zimanê kurdî .
Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.
114
Dewarên dirinde: predators.
şêr piling hirç
rovî gur heftar
penter pisîka bejî çeqel
Sîvorek timsah neheng
113
Hîndarî -64
Bersîvên pirsên jêrîn, ji nîvîsera ROJA MIN derîne û binivsîne .
1- Rêber demjimar çendan, sibê ji xew radibe?
………………………………………………………………………
2- Rêber sibê çi dixwe?
………………………………………………………………………
3- Piştî xwarinê Rêber çi dike?
………………………………………………………………………
4- Demjimar çendan Rêber ji mal bi rê dikeve?
………………………………………………………………………
5- Çiqasî dirêj dike ji mala Rêber ta ciyê kar?
………………………………………………………………………
6- Ta çi demê Rêber kar dike?
………………………………………………………………………
7- Çiqas mirov di hevpareya wan de kar dikin?
………………………………………………………………………
Hîndarî -65
Bersîvên pirsên jêrîn, ji ba xwe bide.
1- Tu demjimar çendan ji xew radibî?
………………………………………………………………………
2- Tu rojnaman sibê dixwûnî, ger erê navê wan çî ye?
………………………………………………………………………
3- Tu kengî dest bi kar dikî?
………………………………………………………………………
4- Çiqas dirêj dike ji mala we ta ciyê karê te?
………………………………………………………………………
5- Karê te çî ye?
………………………………………………………………………
6- Tu va çend salin vî karî dikî?
………………………………………………………………………
hejimar "67" ZZZZiiiimmmmaaaannnn
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
15
Pirtûka mamoste: Selah Mihemed
Ferhenga Ferhenga Ferhenga Ferhenga ZZZZimanimanimaniman Erebî - Kurdî
(xelek 5)
kirya pala
karane
kirê bar
qepanî
serkirê
Gir – giro – gurî
Mal û navmal
qebare
Hilû-hulû
gurr kirin
kurîsk
por xelek
Veciniqandin
bi derengî xist
merg
dereng
Dan rûniştin – rûniştandin
Çûçê
Belê – erê – A – Ê – herê – A
Bi tevayî
yek dengî – kom dengî – gelemperî
Dehl – tûk
Devî
tûm
Ciwantir
Biyanî – avî – daylan – havî – avî
Keftedan – rencdan
Îs
Beravêtin – Ji ber çûn – Berxistin – ji ber kirin
rojkor
Baştir – xastir
xuloxe
nifş
gurîn – gurînî
rêncber – rêjber – berdest – şagirt
yekan
yek kite
tek şane
Çarpar – daxistin – Dor lêgirtin – rex û rû kirin – têwer
dandin – ve bestin
rasipartin-sipart
اجرة الحصاد
اجرة العمل
اجرة الحمولة
اجرة التقبین
اجرة إضافیة
اجرب
اجزاء البیت واساسھ
اجش الصوت
اجاص
اجج النار
اجعد
اجعد الشعر
اجفال
اّجل
أجل
آجال
اجالس
اجلس تستعمل لالطفال
اجل
)حرف تأكید(اجل
على العموم –اجماال
اجماع
اجمة
اجمة كثیفة من اشجار
قصیرة
اجمع
اجمل
اجنبي
اجھاد
اجھاش
اجھاض
اجھر
اجود
اجوف
اجیال
اجیج
اجیر
آحاد
احادي المقاطع
احادي الخلیة
احاطة
Hilkişandin – xeritandin
xeritî
kotekî
kotekî li me kir
kayîn
wêra-wêrit
Firkirin
Borî – buhurî
Derbas bûn
Berbirin – navre ajotin
Civakî – komelkî
Civîn – civet
xergel
vêk ketin
Civiya
talan kirin
Buhartin – rabûrîn – rêborîn
rabuhertin
kaya – ve kaya
nedanî
poz birî
tabûq – acûr – xişt – qermîd
seza
Damxe kirin
Girêv kirin
Guf kirin
Gumrik kirin
Hecam kirin
Bêndervanî
Galgal kirin
Bicî anîn
nîşan kirin – nîşan kirin
lava kirin
şîrove kirin
şewat kirin
tif kirin
temxe kirin
sîqal kirin
kirdariş
Dest miz – kerwe – kirê – biha
mehane – mehîtî
kirya rêveçûnê
اجتثاث
اجتث
اجباري
اجبرنا
اجترار
اجترأ
اجتراع الماء وغیره من السوائل
اجتاز
اجتیاز
اجتیاح
اجتماعي
اجتماع
اجتماع الناس من تزاحم وتجمھر
اجتماع الشمل
اجتمع
اجتیاح
عبور –اجتیاز
اجتر
إجحاف
اجدع االنف
آجر
اجر واستحقاق
اجراء الوشم
اجراء االضراب
اجراء القفز
اجراء الجمركة
اجراء الحجامة
اجرة حراسة البیدر
اجراء اللغط والجلبة
تنفیذ –اجراء
اجراء الخطوبة
اجراء التوسل واالبتھال
اجراء االستنطاق
اجراء الشرح والتفسیر
اجراء الحریق
اجراء التف
اجراء الدمغة
اجراء عملیة الصقل
اجراءات
اجرة
اجرة شھریة
اجرة السفر
hejimar "67" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Feqihê TeyraFeqihê TeyraFeqihê TeyraFeqihê Teyra
(Xeleka 4)
Luqman Silêman
Feqe ji Mîr e got: belê Mîr ê min, lê belê hin tişt
hene beriya kû ez ji tere bêjim gerek tu xwarinekî ji
teyra re çêkê, da tev werin ser xwarinê bixun, dibê
kû ew cihê xiznê şanî me bikin!
Mîr ji Feqe re got: em ê çêkin, lê ka ji min re bêje em
ê çawe çêkin?
Feqe got: Mîr ê min tê çil pêncî sewalî serjêbike û
bavêje wê newala xizne lê, û ya dî li min bihêle..
Wek Feqe dixwest Mîr çil pêncî sewal serjêkirin,
avêtin wê newalê, bihna goşt bi deverê ket, teyîr li
ser bihna goşt hatin.
Teyîrekî ji diya xwe re got: dayê rebî yê kû ev ezîme
ji mere çêkirî rebê Alemê wî bibe cinetê.
Diya wê jêre got: qîza min ma tu wî nasnakê?
Çêlîka wê jêre got: na dayê min ne dîtiye?
Diya wê jêre got: ev Feqe Mihemed ê Ertûşiye, eslê
wî ji Makoye di hidûdê Eyran û Tirkî deye, Eslê wî ji
war Ezîzê ye padî şahê meye, zimanê me dizanê, Mîr
ê Botan lê bûye înad dibêjê tê xizna min derênê yan
ez ê serê te jê bikim, ev pêlana hajî ya Tûma ye,
Tûma jî wê di binê çadirê deye, piştî kû Feqeh Tûma
ji Zozana bi xwe re bixire ciran anî, vêce neheqiya
hatî ser Feqeh, sebeba vî Filehî, û di çem ê Qesrikê
de jî Filan teyîrî û filan Teyîrî jî ji Feqe re gotin, wê
Tûma li te xayîn bê, Feqeh ji Teyîran re got: ma wê
çima li min xayîn bê?
Teyîra ji Fqere got: hete ew roj bi ser te de bê, û va
ew roj bi ser de hat, û Tûma lê xayîn bû, ev
şehdebûna ha Tûma lê da.
Qîza wê jêre got: dayê?
Teyîra mak jêre got: belê.
Qîza wê jêre got: madem Feqeh ev qenciya ha ji
mere kiriye, min soz bê ez sibihî bi rojhilat re bi
zeraqa rojê re li ser devê xiznê hêk bikim, û ez ê vî
Feqehî ji vê izyetê derêxim!
Diya wê destê xwe li serê wê da, jêre got qîza min
padîşahê me heye, Amirê me heye, wê ser ê te
jêbikê.. Qîza wê jêre got: hema bila rihê min fidayî vî
Feqehî be.
Feqe serê xwe rakir ji nav laşa jêre got: “cezakelah û
xeyîren kesîren ya heywana Xwedê”.
Dema Feqeh ji Mîr xwestî kû sewala serjêbike û
Bavêje newalê ji teyîra re, Feqe jî xwe di nav
sewalan de veşartibû da dengê teyîra bike, ka wê çi
ji hev re bêjin.
Dema kû Feqe wisa ji teyîre got: teyîr jî bersiva Feqe
da jêre got: çavê te li min bê kû rojê avêt diniya yê,
çavê te li min be ez ê herim li ser devê xiznê hêk
bikim, mizgîniya min li te.
Feqh jêre got: mizgîniya te ya xêrê bê.
Wextê bû roj, û roj derket, ji fir fira teyîra Feqe
nizanî kîjan teyîre ji ber ew wî teyîrî nasnake, çavê
Feqeh ma li refê teyîra, dî wa teyîrek piçûk wek
çêlîka mirîşka xwe ji nav refê teyîra dûr kir û xwe ji
nîvê teyîra avête nîvê çêm, hêkek li erdê kir, û rabû
û bû şîqe şîqa padîşahê teyîra ji teyîran re got: li pey
wê herin wê ji min re bînin, wê bê izna min xizne
derxist, hê teyîr mane ji beledan tên wê para xwe ji
xwarinê bixwin, wê bê izna min çawe xizne derxist.?
Teyîr pey wê teyîrê ketin, lê heywan xilas bû Kes ne
gihayê.
Feqehê teyra jî çû xîşkek li dora hêka wê da, û gazî
yekî kir jêre got: here ji Mîr ê Botan re bêje, bila
were xizna wî derket!
Çûn ji Gorgîn re gotin here ji bavê xwe re bêje xizne
derket!
Gorgîn çû ji bavê xwe re got: xizne derket!
Mîr ê Botan hat, got Feqe; xizne derket?
Feqe jêre got: belê Mîr ê min, xizne derket.
Mîr jêre got: Feqe ka xizne li kûye?
Feqe jêre got: wa di bin wê hêkêde ye.
Mîr ji Feqe re got: pênsed emelê min hene, ka ez ê
gazî wan bikim, li cem min nivîsîne kiye kurê kiye,
navê wan li cem min e, ez ê gazî emelê xwe bikim,
bila werin xiznê derxin!
Feqeh ji mîr e got: Mîr ê min emelê min ê eyîrî hene,
lazime ez emela bigrim?
Feqeh ji Mîr e got: zêr barê çil deve haye, ez ê rojê
her emelekî zêrekî bidimê, qey barê devehekî
bidime emela, çil kêm yek bar wê ji tere jî bimînê.
Mîr ji Feqeh re got: belê Feqe, tu dizanê hema kû tu
xiznê derxê tu dizanê!
Vêce Feqe rabû çend Feqe û Sofî û mele û Şêx û xelîfê di Cizîra Botan de hebûn, Feqeh lîstek çêkir û şande pey wan, go her yek qazime û kûrikî xwe bênin û werin, emel roja we bi zêrekî ye. Ê wey li wî
Sofî û melayî vêce riha xwe bike devê xwe de
mehlûm zêrek pire hatin kupênî ji erdê anî, pênc
deqe neçûn, digotin tep û tep erd dikulan, Feqe ji
wan re got: bese kes qarişî nebê heta êvarî, suhbeta
xwe bikin qesîda ji xwe re bêjin, werdê xwe bikşînin
payîdoz.
Ew Feqe wê ji êvara bikevin axiftin û qesîda bavêjin
ber hev, û li ser Şêxê xwe bêjin û subeta xwe bikin ta
rojadî dîsa hakeza.
Sih rojî lê şuxulîne, roja her yekî bi zêrekî bû, sih rojê
wa ev her kî sih zêr kir.
Eslê wê bi xwe bostek ax li ser xiznê nebû, raya Feqe
kû ew Feqe û mela têr pere bibin, da her yek tiştek
perê baş bighê wan.
Nikilê kulingê Feqehekî li qaqiba xizna ewil ket.
Ew bixwe çil qaqibin, hemû li ser hevin, dema nikilê
qazimê Feqeh li qaqibê ewil ket zêr derketin, Feqehê
Teyîra tep tep jêre got te çi zû derxist…?
Feqehê dî ji Feqihê Teyran re got: heyran Xwedê
qebûl nekir, heyata musteqir ji vê axê re nema, bese
ev sih roje em lê dibitin, ma me çi îş kiriye..?
Feqihê teyîra ji xulamekî re got: ilim bidin Mîr bêjin
xizne derket..
Yekî çû ji Gorgîn re got: bêje bavê xwe va xizne
derket…
Gorgîn çû ji bavê xwe re got: dibêjin xizne derket?
Keyfa Mîr gelekî hat, da xwe çû ji Feqe re got: ha
Feqe ka xizne derket…?
Feqihê teyîra jêre got: belê Mîr ê min, xizne derket.
Mîr jêre got: kanî xizne Feqe..?
Feqeh jêre got vane Mîr ê min, rabû her çil qaqib
derxistin, mil dane hev li wê rastê danîn.
Mîr go; Feqe..!
Feqe go; belê Mîr ê min.
Mîr jêre got: xayeta min ev bû kû xizne derkeve, ez
ne ji kula zêra ketibûm, ji min re bibû derd, vêce te
divê nîvî ji te re, û nîvî ji min re, û te divê sê behra te
behreka ji min re te divê tev ji tere elaqê min jê
tune..?
Feqihê teyîra got: na Mîr ê min, şertekê min heye..
Mîr jêre got: bêje Feqe..?
Feqihê teyîra ji Mîre got: wele bi serê Mîr kim, kû tu
ne li ber serê Tûma zêra bikşînê ez razî nebûm, îca
keyfa Mîr e…?
Mîr ji Feqe re got: Tûma kiye..?
Feqihê teyîra got: ew zilamê te ewê ev çend heyve
tu pêdişêwirê û ji tirsê min di çadirê de veşartiye,
here wî derêne, bêne vêdê, serê wî jêke, da kes tu
bê edbê dî wer xayîntiyê li hevalê xwe nekin..
Mîr got: Gorgîn..?
Gorgîn go belê baba.
Mîr jêre got: here bêje wî kafir kurê kafira, wî
16
hejimar "67" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
17
De Mîr ê min bixatirê te û zêrê te jî min navin..
Her Mîr ê Botan jêre got: Feqeh were keremke zêrê
xwe bibe, wer têra xwe zêr bibe..?
Feqeh jêre got: na Mîr ê min, xwedayê Alemê ji min
re kafiye, ez ne mihtacî zêrê te me..
Feqeh ji cem Mîr berê xwe da ava mezin, di qarişê
Birca Belek re çû, di ber avê re çû, giha Mîr Hesen di
qarişê avê de, buxçekek heye kete wê derê de û di
ber re di qarişê avê re dimeşê, giha geliyê Qesrikê, bi
banî ket de vê cê wê li ava mezin dê, eşqa xweda
girtiye aqil di serê wî û huba xweda lê daye, vêce
qesîde avê te ser avê û av kete pêşiya wî de.
Bistiranî wê Feqe bêje:
Feqeh gote ava mazin; tu ji kû tê, tê çê kû dê... tu ji
kengî ve di diniyayê de çê bûyî... der dê te çiye... xaya
te çiye, ev çi mirmir û nale nala ji nava te tê... tu
nahêlê milet razê..(( dene beriya hingî dengê ava
mezin li çiya yê Şingalê disekinî, ji mirmir û nale nala
wê ji hîngî de ava mezin soz li ber destê Feqihê teyîra
daye, kû nehêlê dengê wê derkevê)).
((wê niha divê çîrokê de were xuyakirin)).
De niha hûn dibînin, çemikek di nava gunda re diçê çi
deng jê tê de îca ew nehîta ava mezin, wextê kû
dihat qirqir û nalnala wê kes ne diraza ji heybetê
xweda)), îca Feqe qesîde avê te ser di wextê nebiya
de, tu hebûyî tu nebûyî diwextê bavê meyê Adem de,
tu hebûyî tu nebûyî.. Feqe wisa sû’ala ji avê dikê bi
qesîdetî eşqê girtiye davê jê ser avê.. avê jî lê
dihisênê û di bihûrê wî jî daye nav avê avê daye
kaboka wî.
Li vir Feqeh bistiranî dibêjê:
Got ey ava hayî hayî hoyî hoyî ma tu bi eşiq û
muhbetê... hoyî hoyî hayî hayî... mewcuh pêla tavêjê
mila bê sekin û bê rahe tê, hoyî hoyî hayî hayî.... bi
rehetî bi sekine yan aşiqê baxê xweyî... yîyî hoyî.....
yan şibhetê qelbê meyê hayî hayî hayî hoyî hoyî..
eşqa kes natebitê... yêyî yêyî hoyî hoyî... ji eşqa kîyê
tê û tê heta kengî tu beyî û bê..
yêyêyê hoyîhoyî hoyî... ji bo min bêje heyrana tebim
tu ji kêre dikê vê tahetê.. yêyêyêy hoyî hoyî hoyî...tu
ji kêre dikê zikrê bihat qet guj guj û vê mir mirê nakê
betal.. hayî hayî hayî hoyî hoyî... di şubhetê ev meh
wisa, lê li şev û roja li te xew netê.. hêyî hêyî hêyî
hoyî hoyî..... şev û roja tu bê xewî ji ber ezyeta kê
ditewî… hoyî hoyî hoyî yêyî yêyî… çi sebebe tu
nahewî…hoyî hoyî hoyî hêyî hêyî... lê şev û roja tê li
dawetê…..hoyî hoyî hêyî hêyî.. şev û roja tu dawet
dikî go kete çilê zivistanê tu qet lê dikê... hêyî hêyî
hoyî hoyî...ma ne zilme tu vê dikê... hoyî hoyî hêyî
hêyî... qey tu natirsê ji Rebê îzetê… hêyîhêyî
hoyîhoyî.. şev û roja tu bê xewî….Ji ber muhbeta kê
ditewî….Şev tariye lê tu qet nahewê.... dayîm diçê
dengê te tê... dengê te tê bê pî û gav lê tahet dikê bê
qelb û dev…. Peyda dibin ji te mewc û kef sibhan ji te
şahê qudretê....gih sipî şibhetê şîr qet muslê te nînin
tu tê ser dengê te tê yar tê nebî lê meyla hebîb jî
çûna netê.... ev vî qasî Feqe ji avê re dibêjê muheqeq
muhbeta te heye yan dosteka te heye yan telebeka
zendîqî bila bê vê derê..?
Gorgîn çû go Tûma..?
Tûma go ha.
Gorgîn go bavê min gotiye ecele bila bê vê dê, xizne
derket mizgînî min li te.
Keyfa Tûma jî hat, li ser milê xwe meyzand ji fikra wî
de, wê ritbe bi milê wî ve bibin.
Tûma ji Gorgîn re got: ma kî li cem bavê teye..?
Gorgîn jêre got: Feqe li cem bavê min e..
Tûma jêre got: Feqeh bi min dizanê ez li virim..?
Gorgîn go ji xwe Feqeh gotiye bila Tûma werê vir.
Dema Gorgîn wisa got: rayê dilê Tûma xwe ji cih
berdan, lê nikare neçe.. Da pey Gorgîn, lê gavekî bi
vir de diçê, gavekî bi wir de diçê, ji tirsa ew e nakeve
erdê.
Tûma çû bi qarişê Feqe ket, Feqe ji Tûma re got: wer
Tûma wer wextê li geliyê Qesrikê teyîra ji min re got
tê bîra te..?
Tûma got belê tê bîra min.
Feqe go eha binê va ew roja hate rêya me, qenciya
kû min bi te kirî, te ne qencî kire dewsê, te ser ê min
bire ber birînê, lê Xweda yê Alemê li min hate
rehmê..?
Mîr go Tûma?
Tûma go belê Mîr ê min.
Mîr jêre got: geleka weka te di qarişê Feqehê me
misilman de dirabin, zendîqê kurê zendîqa.. Tûma
got Mîr ê min, min dixwest xiznê ji tere pê derxim.
Mîr jêre got: zêde neştexle, zendîq kurê zendîqa,
gawir, û şûrek avê te serê Tûma serê wî jêkir.
Serê Tûma anîn di teneziyê de danîn, û zêr avêtin
fera mêzînê A dî lê çiqas zêra tavêjinê nehrê, serê
Tûma li erdê dimînê û mêzîn diçê banî çiqas zêr
avêtin ber, lê serê Tûma ji erdê ne dirabû..?
Rabûn du qaqibê dimsê hebûn yê kû carê demisê di
wan de dikelandin, ew beroşê reza yê kû savar jî di
wan de dikelandin anîn, kirin mêzîn, û dar êxistinê û
serê Tûma kirin yekê de û ya dî tijî zêr kirin lê kengî
serê wî ji erdê dirabê..?
Rabû Feqehê teyîra go Mîr ê min..?
Mîr go belê Feqe..?
Feqeh go musaheda te hebê?
Mîr go keremke Feqe!
Rabû Feqeh libek ax kire çavê Tûma de, û libek kire
devê wî de, û kulmek zêr avê te fera mêzînê, herdû
ferê mêzînê beram berî hev sekinîn.
Feqe ji Mîr e got: Mîr ê min serê vî zendîqî ne ji axê
têr bixwe ji malê diniya yê têr naxwê, de îca ev li ber
serê wî hatiye, ez ê vî zêrî vê kulma zêra bibim ji
zarokê wî re, va mane sêwî, ew hate kuştin ez ê va
zêra bibim ji zarokê wî re, ev weraseta bavê wa ye,
xwîna bavê wa ye, ez ê ji wan re bêjim xelkê bavê we
kuşt, va min xwîna wî ji were aniye.
te heye ji lew tu bê edebî tu tazyî heya li te nîn e
nexwe neha te ciwab ji min re dabû... Vî qasî Feqe
tehna didê avê...
Lazim te mehbûbek heye yan dost û metlûbek, heye
yan mayîl û mensûbek heye tu lew tazyî tu bê
keswetî, tu lew bê lîbas û tazyî, tu bi reqis û seyîr û
gazyî... tu ji kêre dikê şehbaziyê geriyam li mehra
xurbetê... geriyam li mehra dunê tu qet nahewê na
hedinê... tu wek şihbetê qelbê min ê bi dest dikşînê
muhbetê..... zehmet pirin muhbet geşin lê li te
nazikê tebhet xweşê... bê roh li erdê di meşê bê dest
û pê tu ji kûve tê û tê bikûve çê.... bê dest û pê bê
çeng û per ev pêl û mewc û ger.. tu ji kêre dikê ev gir
û xem tu nakê beyana iletê... vê iletê beyan bike bes
vî sirî li min stra bike.... carek li min izhar bike da ez
bizanim heyatê... da ez bizanim vî sirî tu ji hindikî tê
yan ji pirî ji mehneya vê gir girê... tu ji kêre dikê vê
tahetê... yan ez bizanim meselê lê cizek ji behsa
ewelî... ji duniya bû menzilî ji dewran û çerxa
adetê... bê darê diniya sertemî... tu ava Rebê Alemê
tu hadisê yan qedemê yan tu nizanê tiştekî..
Li vir cardî bi gotin dibêjê:
Yan tu netû tiştî, yan tu ji binî netûyî, yan tê ji min re
bêjê derdê te çiye, tu ji kengî de heyî, tê herê kû û
xaya te çiye tê ji min re bêjê..?
Vî qasî av li Feqeh dihisênê, wê av ji nû ciwaba
Feqeh bidê.
Av bi stiranî wisa bersiva Feqe didê, û dibêjê:
Avê digot; ez ava Rebê Zûcelal…. Bûrî li min çend
meh û sal… qet kes nekir ji min ev sû’al…. heta
giham vê sa’etê.. heta gihame vê demê….ma yekê
weka te nebû li pişta Ademî… ma kes nebû li vê
alemê bi fikire bi halê vî şetî .. xelqê Xwedê aqil kirî…
hem arif û kamil kirî…. Nûrihek di dil de hilkirî… eslê
qisê wê bi ser metê..
Av bi gotin bi Feqe re daxivê: Avê go Feqe..?
Feqe go belê.
Avê jêre got: misilman ê Feqîr ne ilmê te heye ne
wextê te heye, tu weka dînekî weka heywanekî tu
bê teftêş va pirsa dikê, haşa ma tu ji va nebiya ji va
weliya ji va pêxembera mestirî ji bavê me Adem û
heya bighê te, di ara wede sê sed û bîst û çar hezar
pêxember rabûne, xeynî ewliya ka qey tu ji va qasa
mestirî, ka kû kesî sû’ala vê avê ne kiriye, tu îro vê
sû’alê ji min dike…?
Cardî avê bistiranî bakire Feqe jêre got: Avê go ey
Feqehê misilman ê ilim û wa… tu mecnûn û heywan
û sifa… bê teftîş pirsa dikî.. bê ruhnîme bê babetî…
pirsa Feqeh bi cih nebû..
Ji lewra Feqeh ji avê re got: erşê Xwedê li ser tebê..
avê gelo li bîra te tê..?
Avê ciwaba Feqe da got: ev sexî.. zeman nebû hal û
kew nemî... remzek padîşahê ezim, sibhan ji vî
sultanî... sibhan ji mehbûdî li ser kêjî Xwedê rabit
xeber.. em şakirin anîn e der gênc bûn di rimza
qudretê.. (Dûmahiyek heye)
................ dûmahiy heye ...............
hejimar "67" ççççîrrrrooookkkk
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Û belkî gihiştbae temenê dawî(yê rezîl) ger ne ji bobelatê
bela wele yê rijandî ser rêça jiyanê ne tenê hemberî
Rawej karên dem rast, belê pêşberî Rawej karên nehênî
yên bira û Rawej karên qesrê jî û wilo rawej karên din jî, û
ta ewên ku şîrete li kesî nakin, wisa jî ji kesî naxwazin.
Vêce li Bitrisborgê dijminekî zor yê her kesê ku çar sed
rûbilî di salêde yan jî nêzî wilo distênê, heye.
Ew dijmin jî bê guman Serma bakurê meye, tevlî ku
dibêjin herî başe bo noşdariyê.
Di dest pêke katjimêre nehê sibêde û bi taybet di dema ku
celde têndagartin Ji kesên ku diçine kar, hinganê serma
dest bi vedana bêvilan bi xurtî dike bê mêlî, ta karmendên
belengaz hew dizanin di kûve bêvilên xwe veşêrin û di wê
kêlîkê de xwediyê karên bilind jî bi êşa eniya xwe ji sermê,
dihestin (di hisin). rondik ji çavê wan tên xwar, lê Rawej
karên demrastî belengaz carne bê paristin dimînin.
Xilasbûna wanî tenê ew bû ku bazbidin tevlî qapûtên
xweyi riziyayi bi herî xurtibûn ta ku pênç an şeş celdan
derbas bikin.
Û li derabzûnê bi hêz lingê xwe li ardêxin qene bi vî awayî
her tiştê ku birêde cemidî ji çalakî û pêk anînên ku akamê
li kar dikin bi helênin (daweşênin) .
Ekakî Ekakîvitş ji demek nêzîk ve bi êşek tûj di heste
nemaze di pişt û navmilên xwe de , tevlî ku timî dixwest ku
bi herî bez rêça xwe qut bike dawî rama: çima ne ji hin
kêmansiyê ku di qapût dene.û dema li malê baş ew she
kir, dît ku va di du,sê cihan de perpitye nemaze di pişt û
nav Milan de . enê çewal bûbû, wisa tenik bûbû ta ku Ba bi
hesanî têve derbas dibû betanê wîjî bi tevayî riziyabû ,
dive em hayî bibin ku qapûtê Ekakî Ekakîvitş bûbû benîştê
devê kar mendan timî tinazê xwe pê dikirin , nave
Tiranşikotê delal ser rakiribûn, guhartibûn bi qapût,
birastîjî nifşê wî biyanîbû Berstika wî sal bi sal biçûktirîn
dibû,çiko qul û milên din pê pînedikirin vêce ewan parçan
ne şehrezayîye terzî diyar dikir , wisa bi rengekî fehiş û pîs
dixuyan.
Û dema Ekakî Ekakîvitş rastî naskir, biryar da ku qapûtê
xwe bibê ba Bitrofitş terziyê ku rûniştî li war xanekê li qata
çaran ji aliyê Pêpelana (yerdewana) kolevanan –
bermaliyan – berdestan – ve.
Evî terzî tevlî kor bûnê û riwê xweyi xurî dirûtinek delal
dikir, bi serkewtinek mezin qapût û şerwal û cilê
karmendan pîne dikirin, çêdikirin .
Helbet dema ku şiyar ba û ti pêlan di serê wîde nebane
ew bixwe ev terzî ne hêjaye ku ew qasî em ser bi peyvin lê
bûye wek adetekî , di çîrokan de Jîwerê her kesî dive bi
tevayî bête gotin,vêce mefer nîne ka Bitrofitş jî Ji mere
pêşkêş kin, bi hesanî berê jêre digotin Girîgorî, kolebû, liba
QAPÛT (2) Çîrok: Nîqolay Gogol
Wergirandin: Bavê Zozanê
Mîrzêkî di erde kar dikir, piştre bi navê Bitrofitş hate
naskirin, dema ew ji kolwtiyê azabû, wisa dest bi
vexwarinek zor kir nemaze di rojên cejnade ,di dest
pêkêde di cejnên mezinde tenê, piştire di hemî cejnên Olî
de bê mêlî wisa jî çilo ku xaç di rojnemê de li ber ewê
didît.
Vêce Ekakî Ekakîvitş çilo lingê xwe danî ser pêpelanê qene
ber bi Bitrofitş ve hilkişê bi perê ku jê bistînê rama, biryar
da ku bihtirî du rûbila nedyêde . derî vekirîbû çiko xwedya
xênî masî dibraştin kîler ji dû hatibû dagirtin, ta ku te
nikarîbû sirsirka bixwejî bibînê Ekakî Ekakîvitş di kîlerê ve
derbas bû bê ku xwedya xênî bibînê dawî gihişta odekê,
dît ku va Bitrofitş li pişt maseke pehnî tepî bê boyax kirî ,
rûniştiye, lingê xwe din binve ramadandiye mina paşekî
Turkî .
Wisa jî mîna hemî adetên terziyên ku li ser karê xwe
dirûnin, pê xwas bû di cîde çavê Ekakî Ekakîvitş bi tilha
wiyî mezin ket, a ku navê wê derkitibû xwedya neynûka
xwar. tilha qelewî,qewîn,mina hestiyê Reqê.
ji qirikaBitrofitş komek ta û hevrîşim dihatin xwarê ..ser
çoka wî heşwek hebû , ev bihtirî sê bihnikan dixwazê ta di
qula derziyê ve derbaskê, lê nikarîbû loma ji tariyê
engirîbû û ji ta bi xwe jî,diber xwede dikir pitepit:ev teres
derbas nabê,hey mel,ûn te ez felişandim,Ekakî Ekakîvitş bi
hatina xwe di evê kêlîka kuBitrofitş engirîbû.aciz bû,
hesdikir ku qewîtîkê jê bi xwazê di dema kuBitrofitş ser
xweş bane, an jî çewa jina wî digot:evî Şeytnê kor serê
xwe ji evê meyê dagirtiye.
Di evê dema wisade Bitrofitş dilê kesî ne dihêlişt, bi kêf
digot erê, Sipasiya xwe jî dikir, erê piştre jina wî dihat
gazin dikir, ku mêrê wê Ser xweş bû, loma bi bihakî arzan
erê kiriye, lê dawî bêtar bi deh Rûbilê zêde tenê çare ser
dibû..
Lê ane Bitrofitş diuxyê ku ne ser xweşe ..lome cir
nexweşe, nerm nabê, bê Guman wê bihakî zêde jî
bistînê,Ekakî Ekakîvitş ket vê baweriyê, lome xwest ku
vegerê mal lê nema giha , çikuBitrofitş bi çavê xweyî tenê
mîna nîşanê awirnî kûr jê vedan hişt kuEkakî Ekakîvitş bê
hemdî xwe Warxan:mal-pêpelan:yerdewan.
Bi peyvê:-merhebaBitrofitş- ehlen ji were mîrzê min,
Bitrofitş lê vegerand û bi qorziye çavê xwe li destêEkakî
Ekakîvitş meyzand, bê ka çi nêçîr jêre aniye - va ez hatim
ba te Bitrofitş …mi…ev…ango… dive em zanibin kuEkakî
Ekakîvitş timî bi tîpên pê pest û nîran û dawî bi alavên bê
wate dest bi ramanên xwe dikir.
Û eger babet herî dijwar be, tucarî hevok tewa nedikir, bi
gotinên ne ber hev dest pêdikir: Ev birastî..ango …piştre
tiştek ne digot, xwe jibîr dikir, di bawerya wî de ku her tişt
18
gotiye.. ev çiye?Bitrofitş got û bi çavê xwey tenê baş li
qapûtê Ekakî Ekakîvitş nerî, ji berstikê ta mila, ta piştê, ta
singê, ta cihê pişkoka, wise her tişt li nik xuyanîbû, çiko
çêkirna destê wîbû, ev adetê terziyaye,terzî pêşî evê dike
dema te di bînê… - û vame, Bitrofitş ango… qapût…
çûx..biner..di hemî ciyên din de hîn.
Qewîne, piçekî sipîbûye, wek kevin bûye, dixuyê, lê hîn
nûye, Tenê di cîkî de ango.. ser piştê û li vir jî ser vî milî
piçek qetyaye..û piçek ser milê dîjî, te dît ev hemi tişt bû,
karekî kindike…
Bitrofitş rahişte qapût û ser masê raxist baş lê temaşekir
,sere xwe hejand, destê xwe avête pencerê, qotiye
nişûkê a girover ku wênê ceneralekî Ne penda li serbû
kişand (derxist), ceneral ne dihate naskirin, çiko cihê
riwê wî ser qotîkê hatibû qulkirin û bi kaxezek çar koçe,
girtibû.
Bitrofitş nişûk kişand, qapût di nêv destê xwede raxist, li
ber ronahiyê lê nerî, dîsa serê xwe hejand, ew qulpand li
betan nerî dîse serê xwe hejand, dîsa qelpaxa qotîka
ceneralê rû veşartî bi kaxezê, vekir, bêvila xwe dagirt
nişûk, qotîk girt û veşart, dawî got:
Na , nayê çêkirin, cilek kevne.
Ekakî Ekakîvitş dema ev gotin bihîstindilê wî êşiye.
- çima çênabê Bitrofitş? bi dengekî melûl mîna yê
zarokan, Ekakî pirsî, mane ser milan tenê piçekê sivik
bûye ,pîne jî helbet li ba te peyda dibin..
- belê pîne tên peydakirin, pîne hene, Bitrofitş got,lê
pêve nayên dirûtin cawê te hemî rizyaye , derzî têve
derbas bê wê ji hevdû herê.
- bera ji hevdû herê.. tu cîde pîneke û hew..
- cihê pîne têde tune, ma tê wan bi kûve bikêhemî
rizyaye, bi nav çûxe, ger ba lê bixê wê liber bifrê..
- hewl bide ku tu çêbikê, çilo nexwe,birastî..ango..
- na,Bitrofitş bi zirt got, tu karî nikarim bikim.. lê qapût
dixuyê, yekî Tîpên pêbest:hirûf cer-nîr: zerf-alav:adat
nuh dive tu çêbikê, …dema gotina nuh bihîst, ber çavê
akakî tarî bû her tiştê li odê tevlî hev bû li ber, neme
tiştek bi xweşkayî dît, pêvî Ceneralê rû veşartî bi kaxezê
ser qotîka nişûka Bitrofitş.
- qapûtek nuh çilo? got û mîna hîn razayî bû, perê min
jêre nînin.
- erê,nuh,Bitrofitş bi dengekî hêmeniyî hovîtî , got.
- û eger ex mecbûrî qapûtekî nuh bibim, çiloye vêce,
ango..
- mebesta te hêjaye çi? ........ dûmahiyek heye........
hejimar "67" ççççîrrrrooookkkk
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
19
Hisên Şeyxî
Kawa û çiyaKawa û çiyaKawa û çiyaKawa û çiya Kawa li himber çiya rawestiya. Ew ricifî gava awirên
wî li bilindbûna çiya û şînbûna ezman ket. Çiya ezman
maçî dikir. Rok piçik picik diçû ava, wext buhar bû,
bêhan kulîlka difûriya. Bayekî hênik herdû aliyên
gumlekê wî ji hev vekir û mûyên sînga wî digidgidan.
Kawa kêf xweş bû, dilşad bû.
Berî ku tirk kawa texin zindanê, roj nedima ku Kawa
nedihat himberî çiya ranewestiya. Wî karî bû ji sibehê
hetanî evarê, li kevir û kuçikan, li rê û rêçikan, li
zinara meyzê bike. Kawa çiya nas dikir wek bêrîka
xwe, navê gurmika, çûçika, sewalan giştika nas dikir.
Wî navên pincara jî nasdikir û zanî bû kijan pincar tê
xwarin û kîjan nayê xwarin. Wî ji deştê heznedikir û
digot:
• Li deştê bêhna min teng dibe û laşê min dixre.
Di tûrikê wî de çend perçên nan û hinek qatix(penêr),
û cewdikek av hebû, li newqa wî rextê fîşeka û
xincera wî giredayî bû, tivinga Berno avetibû milê
xwe, ew kêf xweş bû, hindik hindik hildikişiya, lê bi
hilkişandina wî re tevzînokin germ hildikişiyan ji
tilîkên nigên wî hata kumika serî wî. Qederek wext
derbas bû, ew gihişt ber zinarekî, hinkî rawestiya û ji
xwe re got:
• Şevreşî ketiy e, dijmin bi zor kari min bigre,
pewîstê ku ez paydos bikim.
Kawa tivinga xwe sipart wî zinarî, tûrikê xwe ji milê
xwe daxist, xincera xwe û rextê fîşeka ji newqa xwe
vekir, gişt danî ber lingên xwe. Ew li ser qelavîzka
rûnişt, pişta xwe da zinar. Ew ket raman û mitala û ji
xwe re got:
-Ez vegerim gund, tirk cardî Karin min bişînin zindanê,
ya baş ez li çiya bibim mêvan.
Kawa rabû dû dîwar li pala wî zinarî ji kevira ava kir,
şaxen dara avet ser û ji xwe got:
• Ev jî qûnaxa min e.
li ber deryê qûnaxa xwe, Kawa çarmêrkî rûnişt, kîsê
tûtinê bi çeqmaq re ji berîka xwe derxit, û danî ber
çoga xwe, rahişt cewdikê avê, qurtek av di devê xwe
de werda, û paşrê çend qurt av vexwar. Bêhnek dirêj
kişand, ew him bi kêf bû û him bi xem bû. Ji xwe re
çixarak pêça, çixara xwe vêxist, agirê çeqmaqê wî
qûnax ruhnîkir, kêfa wî hat, bi ruhnayê hinkî xemê
xwe jibîr kirin, cardî çeqmaqê xwe vêxist û vemirand,
vêxist û vemirand. Ew rabû, komek êzing danhev,
hinek darik, qirşik, û pelên dara kir bin koma êzinga û
agir berda ye. Agir gûr bû, ruhnayî mezin bû û kawa
dilşa bû. Wî qûnaxa xwe gelekî sipehî û mezin didît,
wî ji nivşkekê ji xwe re got:
• Qûnax bê al nabe !
Kawa darek li devê derîyê qûnaxa xwe çikiand,
destmalek ji bêrîka xwe derxit û bi serê darê vekir û ji
xwe re got:
• Ev jî ala min e.
Kawa rep li peşiya ala xwe rawestiya, berê wî li ala wî
bû, herdû lingênn wî li ber hev, herdû zendên wî bi
kêleka wî vê, serê wî bilind, bi awakî leşkerî gavek bi
pêş de avêt, gava didiwa, bi lingê çepê dest pêkir û
lingê rastê bi şerpînî li ber lingê çepê danî. Bi ser
bilindî, silavek li ala xwe kir, helbesta Ey Reqîb xwend,
xwendina helbestê kuta kir, gavek bi paş de avêt, bi
serê xwe « xatir » xwest û çû xwe di bin ala xwe de
xwe ramidand. Qederek wext derbas bû, xewna şûna
ramana girt:
• Mîrzê Kawa, hakim jê pirsî, ala kurdistanê çend
rengîye?
• Hakimê bi qedir û qîmet, ez çi zanim ala kurdistanê
çend rengîy e ! Kawa lê vegerand.
• Mîrzê Kawa, cardî hakim jê pirsî, gava leşker
Ôzturk te girt, di paxila te de rojnemak hebû, di
rûpelê pêşî de, li jor, di qorzîya çep de, alek hebû,
ew ala kîjan welatiye?
• Hakimê min, gava leşker Ôzturk ez girtim, ez ji
komkirina êzinga dihatim malê, min ew çend
rûpelên ku hûn je re dibêjin «rojnemê» li ser
xaçirêka xwe dîti bû. Min dixwest wan rûpelan ji
pîra dêka xwe re bibim ji bona ew êzingên xwe pê
vêxe. Hakimê bi qedir, ez nizanim bixwînim û ne jî
binîvisînim, dibistan jî li gundê me nîn e, ez pepûkê
Xwedê çi zanim ew ala kîjan welatiye?
Hakim ji ser rûniştoka xwe rabû ser lingan, di destê wî
de rojnêma KURDISTAN, wî ala kesk û sor û zer nîşan
da kesên li mehkemê pêşdarbibûn û got:
• Mîrzê Kawa, tu jî wek min zanî, kesên ku vê
rojnemê dinivisînin û dixwînin, ew dixwazin welatê
me, Tirkya, perçe bikin. Tu jî raman û armacên
wan beladikî, tu jî, wek wan, dixwazî Kurdistanekê
ava bikî. Heger xortên başûrî Tirkî, yên hûn ji wan
re dibêjin kurd, vê rojnemê bixwînin, ew ne tenê
karin agir berdin êzinga, wek pîr dêka te, lê ew
karin agir berdin, Tirkîya, welatê me.
Hakim ji leşkeran re got
• Vî terorsîtî têxin zindanê.
Bi gotina zindanê, kawa veciniqî, Wî gelek sal di
zindanên tirkan de derbas kiribû, zilm û te’da dîtibû.
Wî bi nîv çavên vekirî li ala xwe meyzekir û got:
• Pêwîste, ku em kurd rojekê di bin sîka ala xwe de
bê tirs û bê pirs razên.
Kawa cardî çavên xwe girt, ew di nîvxwe de bû,
dengek li ber guhên wî ket û wek hinek je re bibejin:
• Xorto, ji xew rab e û nobetê li ber ala xwe bikir e,
al bê nobet nab e .
Kawa xwe ji kêleka çepê xwe qulipand kêleka rastê,
çogen xwe kir zikê xwe, destekî wî di bin sere wî debû
û destê din di paxela wî de bû. Deng ji guhên wî
derneket, rabe nobetê bigir e, rab e nobetê bigir e.
Ew rabû li ser qûna xwe rûnişt, ji sermê ew diricifî,
gurigura bahozê bû. Wî li qunaxa xwe meyzekir,
bahozê nîvê şaxên ku wî avêtibû ser revandibû, bi lez,
destên xwe danî li ser nîvê mayî, bahoz xurt bû, nîvê
mayî jî ji nav lepên wî revand. Ala wî jî winda bibû.
Hesrên wî wek baranê diherikîn. Wî pişta xwe da
zinar û got:
• Xwedê! Xwedê! Ma min çûçikên te perpitan dibû!
Ma min kurmikên te perçiqan dibû ! min ji xwe re
li ser bihustek ax qûnaxek ava kiribû, min dixwest
têde xwe ji serma zivistanê û germa havînê
biparesim.
• Xorto, li ezman meyzenek e, Xwedê ne kesek têr
kiri ye û ne jî kesek birçîkiri ye, ew li jor e, ew di
karê mirovan de tiştekî nabeje, ez çiya mim, ez bav
û dayika te mim. Xorto ji destlanî nekev e, jîna
qûnaxên bê bingeh nedirejin, ez şîretekê li te
dikim, cardî qûnaxa xwe ava bik û ala xwe li ber
deriyê wê biçikîn.
• Belê, çiyayê bilind, Kawa lê vegerand; tu bav û
dêka minî, lê tu kul û derdên min nasnakî, dijmin
nenûkên te hilnekirinin, bi çop û qermêçan li tê
nexistiy e, zilm û te’da li te nekiriye, şevên reş te di
zindanan de derbas nekiriye. Ez jî di şûna te de
bama, minê bigota «cardî qûnaxa xwe ava bike û
ala xwe li ber deryê we biçikîne»
Xorto! çiya got:
• Derdê min û te yekin, ev çend sed salin dijmin bi
top û tankên xwe li ser pişta min dilîz e, bihustek ji
laşê min nemay e bê birîn, Diclê û Firat ji hêsrên
çavên min diherikin. Meyzeke! Ez rût mam e, wî
dar û ber tev şewitandin e, kevir û zinar gişt
sorbûn e ji xwînê, lê ezê şîreteke din li te bikim,
her tişt bi zanebûnê ye, şer bi zanebûnê.
Kawa cardî ket mitala, tiving û xincera xwe li cîkî asê
veşart û ji xwe re got:
• Rokê çekên min wê ji min re lazim bibin, niha ez
diçim dibistan zanebûnê.
hejimar "67 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
20
Êlên bakurê rojhilatê
Kurdistanê (2) --- Dr.O.Blau
(Jêder: Kurdische Sammlungen von Albert Socin, St.-Pétersbourg,1890)
Wergerandin ji Elmanî: Cankurd gavanan hevser in bo 40 rojên havînê ye, ango ji
Gulanê ve ta bi destpêka Abê.
Di vê demê de, ên ku li ber zireya biçûk a navê qiracê
jê hatiye hetanî çêrgeh şîn dimînin, qoçandariya tirkî
li hember wan e, di rêya karwanên ku ji Tebrîzê ve bi
bar û pertalên xwe ve, li wir pênc rojan cîwar dibin.
Bi ser ve jî, ji ber şînbûna geya wilo dixuye, ku
delîveyeke asan bo talanê çêdibe, ewa ku hewesa
Kurdan bilind dike, û dihêle, ku ewan ji berqefên
zinaran ve binêrin, ka sewalek verê bûye, an xirarekî
pertalan bê pawan li nêzîk wan e, derdora rêyên
qoçandariyê, ku karbidestên wê di vê çadirgeha
havînê de, bi kêmtir paristina çekdar mane.
Lê gava qoçandarî ji çadirên xwe vedigerin
zivistangeha Kizil-Dize (Kela Sor –Wergêr) nav
kunkên erdê (maxên di zevînê de- Wergêr), Kurd jî
dev ji çêrgehên wê tengenewalê berdidin, û Celalî
hinek ber bi rûyê Araratê ve vedikişin û hinek jî bi
pişta çiyan ve, bi aliyê Diyadînê ve diçin. Di wê navê
de hinek obên Kurdan ên din tev li wan dibin, ji ewên
ku zivistangehên (qişlaqên) wan li herêma turkî an
rûsî ne, û bi wan re çêrgehan parve dikin, an jî
penahendên, ku ji aliyê xûnê ve kurdin, tev li wan
dibin, ewên ku ji ber ramyariya karbidestên turk a ji
cîhilkirinê an jî ji ber tirsa Nîzam, mîrzayê mezin, an
Sar (Keyserê Urisan-Wergêr) xwe didin aliyekî û dîsa
vedigerin jîna koçeriyê.
Wilo qelfê Celaliyan her sal bi gelek seriyên din
dirêjtir dibe, bi taybetî ji destpêka cengên rûsî-turkî
yên dawîn ve. Êlên biçûktir, ku di zozanan (yayleyan)
de tev li Celaliyan dibin, Edemî, Sipirlî û hinek şax û
binemalên Heyderanlî. Êlên ku ji aliyê fermandariya
turkî ve li Diyadînê û li derdora wê hatine cîwarkirin
evin: Sivkanlî, Me’manlî, û Edemanlî ne, ên pêşîn ji
van, ê Sila’lî ye, evin ku emê careke din bên ser wan,
ên din jî di koka xwe de Heyderanlî ne. Li gorî nêv
ewan ji Edemî yên koçerin. Wilo pir êlên kurdî bi du
navan tên navkirin, yekî kurt û yekî dirêjtir, bê ku
ciyawaziyek di wateyê de bite bi cih kirin, bi kar tên.
Wilo mera Sîvkîlî li gel Sîvkanlî, Kazîlî li Kazkanlî,
Maneklî li gel Manûkanlî,Mela li gel Melanlî, Sumayî
li gel Sumaylî, Marçor li gel Malçoranlî dibihîse;
…………………………………………………………………. 1[7] ) Wagner a. a.O.II, Rûpel 231û 311
................ dûmahiyek heye...............
Ovaçîkê. Ji ber vê yekê Elî Xan bi 3000 çekdar avêt
ser Ovaçîkê û gef û gurr dan, ku ewê tev bide ber
agir û şûr gava dota wî û zavayê nehezkirî nedin dest
wî.
Hîngê Urisan di cengên xwe yên paşîn de dij bi
Turkan Beyazîd bi dest xwe ve an bûn, û hêzeke Uris
jî li nêzîka sînorê li girên Kasdîolê bû. Kulî Xan ji
tengerewşê alîkarî ji serdarê wan xast, û wan jî bi
gotineke hişk, ji ber têkiliya baş bi Elî Xan re, ku
dostanî di nav wan de hebû, kanî bûn wî bo vekişanê
ji wir bilivînin. Ew vegeriya çû, lê her sal Celaliyên
xwe dişandin ser wan, ku ziyanên talanê bigihînin
navçeyên Kulî Xan, ku seriyê qeralê şah diêşandin.
Di dema ku hovîtiya pîremêr delîve ji xwe re distand,
Kerîm Axa û Fatme Xanim di qonaxa Kilissakend de
dijiyan, ewa ku li dergahên wê du gur û du qoç û
qoçikên koviyan, ku ji nêçîrê bi dest ketine, hatine
tijî kirin û daliqandin. Jîneke xanedanî derbas dikirin,
ew mîna Nemrûdê çiyan, û ewa din jî wek durreya
Ovaçîkê.
Gava ku Celalî xwe di dijwariya pêşvehatina
cendirmeyan an hêzên fermî de dibînin, tenê ji wan
ve rêçûna şevekê pêwîste, ku xwe bigihînin nav
herêma tirkî. Ev qiracê biçûk ê Kasî Golê ye, lê têr
çêrgeh e, ew der, ku çadirgeha hemî Kurdên ji
Celalî di teviya vê navçeyê de hêzdartirîn û
belavtirîn êl e. Çembera barkirina wan parekê ji
çiyayên sînorî yên Farisî-Turkî digire, ku li başûr û
rojhilatê deşta Kara-Ainahê ye, rojavayê
DiyadînBalikgolê tê sînorkirin, û bakur- û ber bi
bakurê rojava ve herêma Ararat ta bi qeraxê Araxes
(Araks).
Hema berfa çiyan dest pêdike ku bih’ele, ewan dev ji
Kişlakê (Zivistangehê) xwe berdidin, ku ber bi
Yayleyên (Zozanan-Havîngehên) xwe bar bikin. Ew
bi pezên xwe ve, di serî de, bi çem re di robarê re
dadikevin, ewê di nihalê Kara-Ainah re ber bi Mako
ve diherike û pişt re xwe bi rêbirrkî davêjin ser rêya
karwanan, ewa rêya ku Erzerum û Tebrîzê bi hevdu
ve girê dide, û di 3 katan de li jêriya Bayezîdê sînorê
tirkî derbas dikin. Li gorî pêketina wan, ku li vê
herêmê an li wê çêdibe, û vî rûyê çiya an wî rûyê din
digirin, da bavêjin ser karwanên biharê. Van talanan
di Gulanê an Hizêranê de her sal çêdibin û wilo dirêj
dikin, ta sînorparêzên Faris an Turk pêwîst dibînin,
ku bi deselatdariya çekdar wan ji vê yekê rawestînin.
Dema ez di Hizêran a 1857ê de di wê sînorê re
derbas bûm û min şevîna xwe li Kilisakendê kir, bi
hatina me re qeral bi nişkî hat agahdar kirin, ku
Celaliyan di şevînê de bi hezar konan li Defîlê, di
rêya pan de, ku katekê dûrî çadiregeha qeralgehê
ye, kon vegirtine, hema pezê du gundan derkirine û
karwanek şelandine, û di pevçûna wan de li gel
karwanê hinde kes birîndar bûne. Ji ber xedarbûna
dijwar û çalakiya ku Celalî pê hêrişên xwe yên
talanên xwe dikin, tirs avêtine dilên hemî
daniştvanên aşt ên li deştê. Hîn piştvaniya çekdar
cilên xwe ne kirine ber xwe, talankeran xwe bi şûn
ve kişandibûn berqefên çiyan, ku kesek nema bi pey
wan dikeve. Ji dehan sal ve rêwî tev li ser van
kiryarên xwînî yên Celalî dipeyivin.
Di dema nû de egereke taybet pêda bûye, ku dihêle
ewan bi bêtir viyan, bavêjin ser herêma Ovaçîk a
qeralê Faris. Ev jî Xelîfe Kolî Xan e, ewê ku Wagner
di bin navê Xul Xan de dinase (1[7]), kurekî wî heye,
Kerîm Axa, yê ku demeke dirêj li xangeha Elî Xan ê
Mako derbas kiribû. Li wir Fatme ya bedew, dota
„qîza“ tenha ya serwerê kurd ji wî hezkiribû, û loranî
bavê wê minê ne kiribû keça xwe bide wî, ew keç
piştî gelek karên nebaş û dijwar revand navçeya
Ovaçîkê. Ji ber vê yekê Elî Xan bi 3000 çekdar avêt
hejimar "67 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
21
Ji Hewarî ya
Haciyê Cindî...
(2) Çetoyê Zêdo
“cendek” cesed- 392
“pelemîskî” pejikî-394
“qayîm” hişk î qewîn- 394
“Neyse”, “Dêmek” “Bi xwe qolayî nîn bû” r.52- 131
“olacaxên dinyayê” r.56,
“Dinyaligê de” r.59,
“Qeymîşî te nekir” r.76,
“de gidî birev, qaç, lê bi kû de?” r.78
“Efendim sene de jî qalmez” r.89,
“teyrekî atmece” r.92,
“arxalix” r.110,
“anegorî” 115,
“oyîn” r.124,
“Şikyat” 137,
“yazix in” 141,
“tek tûk mabûn” r.144,
“teyamiş” 153,
“yoxse”155,
“cab” “yolê”156,
“Kosegeldî” 161- 352,
“Seyramîş” 171,
"Efendim” 172,
“yazix” 175,
“beter” 180,
“îtoxliyê îtoxlî” 208,
“Çetinayiyan alt dike” 216,
“yazî”224,
“bilmîş bibim” 223,
“Çox şukur” 232,
“ruşet” 264,
“degme” 271,
“Batmîş” 273,
“dizgîn” 283,
“sizû”284,
“riya gêden gelmezê” 295,
“Çobanaxaoxlî” 314,
“ayrî” 345,
“tutar di me de nema”365,
“Kulîmek” 263
“Mekişîne” 265
“Kulekek” mihek an bizinek- 266
“Zozanêd me- Reşkonêd me- 268, Çavêd -270
“Kulbîrin got” 271
“Kinezek” keçikek 274
“Sûd” mahkeme- 284
“Diqurçimand” “Hesirên xwe di xwe diqurmuçand” 302
“Kewşen” bêndera vekirî ya dûr î çolê- 303
“Hey mailk avayo” 305
“Qulix kirin” xulamtî- 307
“Oxweş” 307
“tivdarekên rêwiyan” haziriya rêwiyan- 316
“Papax” kum- 316
“Alif” û “mehes” timar kirin-317
“veqepiçî ser vê kêlekê û ser vê kêlekê” qulaptin- 326
“di nava rişk û sipiyan de hedimîn” 328
“Xweyî hebûn” maldarî- 328
“bixalifiya” biqefiliya- 331
“Stansî- stesyon-332
“Qirme” sêleh- 334
“sivre”-sifre-334
“Malên binerd” 337
“Zarongên”-zarokên-337
“Kurxal”-335
“Stêr” kulîn û nivîn- 338
“hemîn” ji xwe- zaten- 339
“Hurom” rûm- 340
“Kulfet” jina malê- 342
“Dilsarbûn” 350
“Hêwî” 350
“Pesinname” teqdîrname- 355
“Hêja” wê çaxê- 356
“Paşopêlî” paşûpên- 358
“lap”(bi temamî)- 368
“Çast” (wargeh)- 370
“qestbend” ji qazî ve- 375
“tomik” dahf- 383
“Oro filankeso” 164
“tek- tenê” 164
“arxayîn”- rehet 166
“eşedbillah” 167
“xirmîniya gulleyan” 169
“Dîktor Nûrê” 171
“Perwaz da çû” 172
“Pêşewitiyên xwe” 172
“Moxdarekî din- mohletek din” 173
“Dadiçiviya” şellaf 180
“Pêrenc” heqê rê 181
“Nevîçîrk” neviyê nevîyan 182
“Hilbirî” rakir 185
“Avê bixwin” 186
“Şerjêkirin” 198
“Cîşihitî” 200
“Ruhstîn” 202
“Seybisan” mirovê pîsî kuçikbav, 206
“Ez dabayî te dikim” xelat kirin diyarî- 214
“duta” dubare- 220
“Sapok” sola dirêj- potîn 221
“Nahke” mahr- 225
“Pîra keftor” 230
“dêl” 232
“benijî” vegeriya temam nekir, 232
Metêlmayî, 232,
“teletel” bêdeng 234
“fizirand” derket 234
“elb” 234
“Holtag- gog 236
“êr bi êr gotê” yek bi yek- 238
“tevîhevdu” 239
“Kurap” 239
“Malbavanên min” 244
“Nivijandin” dûruk gotin li xwe xistin, 247
“Sipesax” 249
“Risas” 250
“Şilet” 258
“Mewicî” tê de mayîn 260
hejimar "67 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
22
“êzdî xoroş- ûris xoroş” r.100, “kapî aç” 124, “îçeriyê” 127, “canim” 129
“birat-bira” 339,
Melekan- 364-370
Bîr û Baweriyên Êzdiyan û Qewlê wan:
“Xwendin guneh hesap dibû”r.34-
Cewar Axayê Brûkî û Soxomon Êxşyazarov (mektep û xwendin herfên kurdî Tibîlîsiyê- r.100) Xaçatûr Abovyan( Kurdolog-1845) r.
112-113-333-344,349,
“Cixîza gilover” r.87
“Bi êzîdê sor sond xwaribû” 158
“Xwedanê malê, ango Stêrê” 159
“Xidirnebî” 159 rojî û qerf 159
“rojîya bûk û zavên teze 160-
Rojiyê Êzîd û Xidirnebî- 341,
“Tîreq” 341,
“Şilet” 341-344-345- 446
“Qewal”341
“Gazî Heft Mêrên Şêx Adî kirin” 172
“Moriya karîbar” û parsa heft mala- 301
“Lê peyê bi adetê destê xwe nedayê, silava wî ji dûr ve vegirt û razîbêna xwe gotê” 304
“Êzdî kincên şîn li xwe nakin” 325,
“Goştê xinzîra naxwin-324”
“Şabaş, şabaş”332,
“Porê jinan nexwêne- serqot(servekirî)” 338,
“Tawis” 343,
Pesindayîna Sovyetî:
“Axir hukimetê her mecal dane me ji bo bipêşdebûnê, zanebûnê.” R.35
“Em li rûyê dinyayê winda bûna, heke wan salan Lênîn hewara me re negihanda.” R. 41,
Şoreş- 366- 367-
Hin temayên sereke:
“Ji xelayê dê ewladê xwe dihişt.” R.41
“Baweriya te hebe, heke ew êtîmxane nîn bûya,
ew zarokên din jî wê ji destê me biçûna.” R.42, “Nûrê… Texnîkirina Kurdan a Pedagojiyê kuta kirin, bûne dersdar û terbiyedarên zarokan. Êdî
wê çawa be?” 43
“…bûne hîmdarên lîteratûra û kûltûra Kurdan a sovyetiyê” r.44
Dîroka 1830-1934 (r.69) hevkariya û Biratiya bi Ermeniyan re (r. 70-96- 158-)
Qelen -224-225-307,
Beranberdan- 300,
“Çêkirina goşt” 316,
................ dûmahiyek heye...............
“Ya min gor û cehenneme” 204
“Eşîr bavê eşîre ye” 208
“Tu kêr em penêr, devê te li çi digere bibêje” 223
“Gilî ji devê hev du direvandin” 227
“Hûkî dikirin mûkî” 227
“Kerrayiyek bêperegal per veda” 227
“Bi dîwaran re xeber dida” 229
“Mêrê roja teng” 240
"Dinya li hev diket” 252
“Tenê şîrê teyran kêm dima” 257
“Gunehê xwe pê dianîn” 259
“Qudûm di ling de nemabû” 260
“Kesekî xwe di siyê de nehişt” 264
“Bertîl keviran nerm dike” 267
“Êl maka meriv e” 268
“Wê gavê te bikuşta, çilkek xwîn çi ye wê jê nehata” 274
“Terkeserî dinyayê bim” 280
“Ya Elah, ya Xwedê” 289
“…. Qesasê serê mêran” 295
“Bila li şaristanê be, ne li goristanê be” 295
“Bila rê be, bila dûr be” 319
“Çakuç î yek e” dol -321
“texdîr bû” mirin- 322
“Min kşriye tu neke” 328
“Ne ew bû bigata berde, ne ew bû bigota bihêle” 328
“Xwîn e, dikişîne” 329
“Çavê me li riya wî qerimî” 335
“Bila meriv mêr be, rojekê li dinê be” 336
“Rûviyekî geriyayî ji şêrekî ne geriyayî çêtir e” 344,
“Benîştê devê xelqê” 354
“Ji destê tunebûnê” 355
“neçim û sêwiyên xwe neynim, nebînim, “li min
heram be” cî û nivînên jinê” 356
“Dunya alem bi çvekî tu jî bi çavekî” 362
“Ava wan di riyekê de nediçû” 363,
“Xwedê jê stendiye” 382
“Mirin çeka cindiyan e” 385
Vegotina Peyvên Biyanî û yên Rûsî:
Respûplîk (Komar) r.29
Revolyûsîner(Şoreşger) r.30-363 “Şoreşa Kewçerê” 370,
Kolxoz (Sovyetî)
Komsomol( Rêxistina xortên sovyetê) r.51
Çêrvonês(Zêrên rûsî yê berê) r.59
Naçalnîk(serok) 218
Avtomobîl r.40
“kîmkîme bû” 379,
“qardaş” 381,
“ataler, aneler, arvedler” 393,
Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Teybet:
“Ne bi lezê, ne bi bezê, kes nagihîje tu mirazê” r.28
“Ez xebara wî bi şekir dibirim” r.28
“Heke ez bibêjim setekê tu bibêje dudu” r.39- 92-
“Lingê gerê nayê bin berê”
“Bi xêra xwezî” r.40(Ji xêra xwedê), “xêra xwezî qe
mirin tunebûya” 166,
“Gunehê xwe bi wan dianî” r.43
“Nan di ber de nediçû” r.43
“Lingên min erd nedigirtin” r.47
“Patika hustiyê xwe dixurandin” r.51, “Pişta stûyê xwe xwurand” 165
“ Xwe çargoşe dihejîne” r.59
“Xwîn dimîst” r.72
“Sonda mêrê berê xwar” r.72
“Hûtê binê behran” r.81
“Dil kirîn” r.87
“Çi ku ji destê te bike” r.88
“Xwe li ser me dikuje”r.100
“Ji haziran ne çêtir” 101
“Por û poşman” 103
“Dev ji devan direvînin dibin hezar dev” r.106
“Gava ku derd dibe, derman jî dibe” 106
“Gund bi gundîtî” 107
“Porê xwe kur kir” 107
“Bi kulman tê nava çavên xwe” r.107
“Di ber dilê min de dihat” 108
“Em ji hiş birin” 116
“Serî hebû, binî tunebû” 117
“Meriv ne bikira, ne bixwara, hema lê binihêriya” 117
“Porê xwe vedirût” 146
“Xew wê biketa çavê kesekî” 146
“Devê te li çi bigere, bixwaze, gidiyo”150
“Bi wî pêwimberî” 154
“Kesekî nedixwest lingê xwe bavêje şêmîka wî” 158
“Serê min bi qurban be” 159
“Dîkê sibê dixulxuland” 160
“Birûskê lê dabû” 162
“Eyda hev du bimbarek î pîroz kirin” 162
“Ez ji aqil biribûm” 164
“Erê bi serê te” 166
“Hesen Axa nebêjî, Berxê Xwedê bibêjî” 179
“Mala êqil şewitî” 181
hejimar "67 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
23
Hayku curekê helbesta japonîye, bi çend peyvekên
sivik û sakar, derbirînê ji hest û nestên kur diket.
Hayku ji malkekê pêkdihêt, hevde birgên dengî yên
japunî ne, hemîşe sê rêzkan bi xweve digirît ؛pênc,
heft, paşî car din pênc. destpêka derketina vî şêwê
derbirînê vedgerîte sedisaliya sêzdê.
Heta niha vî curê helbestê cihekê taybet di edebê
japonî de heye. li vî welatî ku cihê zayîna haykuyane,
pêtirî pêncî kovarên taybet bi haykuyan ve hene, ev
kovare di mehekê de, heştê hizaran ji van kurtîle
helbestan belav di ken.
Helbestvanê haykuyê bi rêka çend peyvekên sakar,
sivik, durî gezav û yarîkirinê bi peyvan, bê wekî
dibêjn 'senî û menî', dîmenekî, buyerekê, bê
kuhizrkirneka kur têde bihête kirin, salux di den,
dirust mîna derbirînên zarokan.
Hejî gotinê ye amaje pê bi deyn, ku pir cara peyveka
girêday werzên salê, cî di haykuîê de di girît, wî demî
radgehînît, yê helbestvan bas jê di ket,ev peyve di
van tiştan de di hête berceste kirin; canewer, teyru
tewal, mêş û mur, ruîbar û cum, gul û gulzar, kanî,
çiya, befir, bahoz, zivirok, hirr, baran, tîjav, darubar,
kulîlk û her kereste û ruîdaneka xwezayî, ku
derbirînê ji rewşa jîngehê japonê biket. Holê û bi vî
awayî helbestvan rewşa derwnî, civakî, rewşenbîrî û
helwîstên xwe, bi çavekê japonî di helbestê de zil û
berbiçav di ket.
Ev rewş û helwîste di çend peyvekan de di hêne
givaştin, bi wênekê sakar di çarçuvê serbureka
kesukî da, yawêkêlîkê, eva ku hayku pê hatiye
vehandin.
Wergêrê van haykuiyan ku şarezayekê Hollendîye di
ziman û edebê japonî de, sebara wergêrana van
haykuiyan nivîsî ye dibêjît:
’Ji ber taybetmendiya zimanê Japunî û ciyawaziya
Wî di gel zimanên rojavayî, nemaze zimanê Hollendî,
wergêrana van haykuiyan ne karekê bi sanahî bu,
karekê estem bu, lewma min pena bire ber dû
bispurên ziman û edebê Japonî,yekê kurî û yê din yê
çînî.
Heta wan karê min erê nekirîn, ne pejrandîn,
minbelav nekirin, ka ca ez çawan di van haykuiyan
têgeheştîme û heta çi rade min armanca xwe di
wergêranê de bo zimanê Hollendî hingaftiye '.
Hayku yên Japonî (1)
Wergêr: Nizar Mohemed Se'îd
çend pêşeng û mamostayên
haykuyê..
Basho Matsuo (1644 - 1694)
Weku mamosta û serkêş û babê hayku yê di hête
nasîn, li sedisaliya hevdê, haykuîê li ser destê vî
helbestvanî geşe kiriye û goherînên mezn bi xweve
dîtîne. Gelek sal ji jiyana xwe li perêsgeheka budî li
bajêrê kîutu burandîne, mişe hewadar û hejêker
hebûn, loma heya niha kartêkirina wî li ser
dundehên nu maye.
Vî helbestvanî şîreteka karîger bo hewadarên xwe
heye dibêjît: 'li rêça mezinan ne gere, lê liwêbi gere,
ka ew li çi di geran'.
Tonigucho Yasa Buson
(1715 - 1827)
Li gundekê biçuîkê japonê ji dayk buye, her ji
bçuîkatî malbata wî mala xwe vedgohêzne tukîyu, li
wir dest havêtiye nivîsîna haykuiyan, li kêleka
nivîsînê destekê baş di hunerê şêwekarî jî da hebû.
heta niha karên wî yên hunerî li entîkxanên navdar li
welatê wî di parastîne.
Issa Kobayashi (1763 - 1827)
Mamostayê meznê sisyîan ye vî curê helbestê, kurê
cutkarekê hejar bu, hêj nebuwiye sê sal deyka wî
wexer kir, babê wî jineka din anî, wî û jinbaba xwe
vêk nekirn, rabu jimal derket, qesta tukîyu ya
paytext kir. Bo dabînkirina parîyê jiyanê gelek curên
karan kirin. Mîna helbestvanên dinyên navdar, ew jî
navdar bu, rêzu bihayê xwe dinava xelkî da hebûn.
Vî helbestvanî jiyaneka pir nexoş bire ser, pir
nehametî bi çavê xwe dîtin, jinka wî hêj xurt bi çar
zarowan ve, yêk lipey yêkî mirin, ew jî piştî çend
salekan ji hejarî û derdeserîyê, tuşî nexweşîkê dibît û
di mirît.
Masa OKa Shiki
(1867 - 1902) Li durava şîkuku ji dayk buye, diyazde salîê de helbest vehandiye, di şazde salîê de çoye tukîyu, li wir karê xwe kire hayku xwandin û nivîsîn, di sîh û pênc salîyê de çuwiye ser heqiya xwe.
Helbijardek ji helbestvanên di vê pertukê de cî girtîn:
Basho Matsuo
Ciwaniya reha
golan bi pîran ve di înit
weku bîrhatin
***
Ku dema sihar geheşt
dinêv hêsrên gerim de bi hujî
***
Ku min axft
lêvên min yên sar
dê bin serma dawîya salê.
Buson Yoso (1716 - 1783)
Li baxçeyê dêrîn
tevaya rojê
bulbul stirana xwe distirît
***
Piştî alike
gareş û xilmaşe
yên li bin dara xuxê
***
şemalkek bi şemalkeka din helkir
êvareka buharê
***
Li jêr taveheyvê
dara spî ya allu
car din dara zivistanîye.
Issa Kobayashi
Weku diyarîya sala nu
ya zaroy ji min re
hejimar "67 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
24
du destên biçuk li ser sîngê min di leyîzin
***
Li ber tev deran
herriya sulan
wa serê buharê hat
***
Ji îro pêve hun
qazên japonîne
niha di tenahîyê de rakevin
***
Ji purtê reşutankî
hîna tarîtir çûn
kêtkên evîndar
***
Dinêv kulîlkan de
yê xezalanê di kin
sivyank
***
Parsekî bi xwe jî
li ser pirê
gohdariya kokoxtî di kir
***
Wî ez dîtim u
ne'îma xwe tirş kir
beqa pîr
***
Mirov ji mêşeka teniya
pêvetir nine
li cihekê pan û berîn
***
Vê siharê
hêdî û nepenî
yekemîn pelê payîzê weriya
***
Heya nav dilê min
berfa li "şînanu" ketî
***
Min derebeg dît
heya gomlekî yê şil bî
weî pa mala mina germe
***
Li şeva dawiya sale
qula biçuka di pencerê
kunsêrteka bilurê li darxist
***
Leqên pêşiyan jî
cihê dilxweşî û şanazîyêne
bo kesê bi tenê
***
Ger hat û ez mirim
hîviya min ji aqarî ewe
bibime pasewanê mêş û muran
***
Car din zivirîn ew
her wekî çu çênebî
qelereşk û dara çinarê
***
Heya xopana gondî
mirovî ji perindan
stiran dibihîstin
***
Vê mêşa destinexweş
ez dixwazim bikujim
hêvetir ne hêy
***
Tevî şevê meymînkê hizir di kirin
ka ca bi çi rê
dê heyvê dagîrkit
***
Vî demê hinde dirêj
çawan vê golebaxê zanî
rengên xwe yên nazik bi parêzit
***
Li tave heyvê xîzê sipî
mîna murî û mercanan
dibirisqî
***
Golebax
li van rojkan dê mirin
ku sir za
***
Mij hat
hêdî hêdî çiya hindabîn
lê kelhe wekî xwe ma
***
Li rêça kevin hevrikîya mirinêye
li nêvbera keviran û
giyayê havînê
***
Mîna banan
li wêrahe girr û gorrî hestan
heyva zivistanî
***
Tevî ku berf barî
çiya sorxemrî bîn
demê êvarî
***
Roja zivistanê
çîdî birincê diseviyan de
ne gerim di kit ne hişk
***
Piştî birusîyên bi gef û gor
pêşî jî hindabîn
ev çi teniyaîye
***
Sala berevdawî dice
kêtkê di kuşa min de
xwe werbadaye
***
Di ava zalal de
weha xoyaye yên di herikin
bereşîşk di tîjavê de.
Baishitus
Nizanim heyv bî
yan kukuxtî
berî niha gazî kirî.
................ dûmahiyek heye...............
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
25
Evîna welatEvîna welatEvîna welatEvîna welat
Bi rengê te
Bi dengê te
Dinivîsim
Te evînk bê sînor da dil
Evîna min ji bihna te
Ji dilê te
Geş dibê
Welatek nû ji canê te ava dibê
Welatê min bi aşqa te sînor dibê
Ji Qamişlo
Ji Rojava
Ji Kurdistana hingivîn
Ji war hezarê qurbanan
Ji warê wan evîndaran
Ji warê Kurda yê pîroz
Evina te û vî warê
Min geş dikê
Min bi can û rewş dikê.
Ser milet û ser welat
Gelo kî ji we karê
Ji milet re bêje rast
Mamoste ji mer bêj
Ka wateya vê yekê
Mamoste yê bê ziman
Bê xwndin û bê bingeh
Ka em bakin dozgera
Ka mafê bav û bira
Ka yasa ku we xwendî
Bi çi rengî ti bû xwedî
Ka em herin cem wezîr û fermandara
Behrîn Osê
Di têzanbûn û qerebalixa jiyanê
Tenê bêje beyanî baş
Da roja min rind û coş bibê
**
Destê min di destê te de
Dil bi dil re
Gava te ji dûrya welat dibînim
Can li bir te
Evîndare!
**
Mîna zarokek biçûk
Dilê dê û bav ji xwe re dibînê
mal û war
Ez canê te ji xwe re dixwazim
**
Ev welatê hejar
Bê kes û bê heval
Bû kedera dilê me
**
Evîn olek bê peyambere
Ti ji dilê min re bo ew
peyamberê pak û birêz
**
Wênya canê min
Bi dengê te rengî dibê
**
Ti welatek bê sînorî ji can û dil re
Ti jîyanî bi rengê coşê
**
Di dema şerê di nava min de
Ti pengihê ji canê min re
**
Li ber dengê vehsane dilê te
Canê min dîlanê digerînê
**
Ezê sînorê xewnê te şikênim
Tenê ez û te li şevbêrke dilê te
rûnim
**
Welat bi rengê xwînê sînor bû
Evîn bi welat ve girêda dil û can
Destê cekdar û keslîse ser welat
Jan dan canê hemû evîndare
Derya û zemîn
Xwîn û kuştin
Di navbera can û can
**
Tenê Qamişlo li dor canê xwe
Can û dilê gelê evîndare
**
Kirin bazin
Tenê Qamşlokê
Dor bûn nêzîk kir.
Ev rêveberya dîmoqratEv rêveberya dîmoqratEv rêveberya dîmoqratEv rêveberya dîmoqrat
Ka de bêjin wata vaqas caran
Hey nûnerê neyaran
Dostê dijmin û dagîrkeran
Ka welat kî têda ma
Kanî xort
Kanîn ciwan
We ji dijminra kir kedek temam
Welat hiştin bê xwedî
Bê can
Hin we kuştin
Hin we hiştin bê welat û bê mekan.
welatê bê sînor
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
26
Beyar Robarî
5
Nekiryarê jina me
Ez evîndarê dila me
Bersîva min vaye
Jibo te û hemû baba ye
Kesê bixwaze qelengaye
Nîne namûsa xwe ye
*
Wî got:
Ger nedî tu 150 hezarî
Şanê nadim te ticarî
Gotin gotina min e
Û biryar bi dest min e
Keçik çi bibêje vire
Evîn liba min bayê kure!
*
Min got:
Tu zanî seyda tu zanî
Ez dizanim tu xwediyê malî
Em du mirov cûda ne
Gor em ji yek ol û netewîne
Erê birê min erê
Ka tu gazîke dîlberê
Da zû were vê derê
Da zanibe em gihîştin ku derê”
Şan hat gelek zû
Min jê pirsî û got:
Hev çiye xanim çiye
Bavê te bê şerm û fediye
Te bihîst xwestek çiye
Ez bawerim ev dawî
*
Wê got:
Bihêna xwe fereke
Min nabê ti qelenge
6
Mexeyde delal mexeyde
Xalî li mil û peran be
Û mirovê wan daxwazke
Û keça xwe bazarke
Min nabê milk û mal
Derdê min evîne lo delal
Ev çi hal û rewşe
Dengê cane (2) Bab jibo peran dike cenge
*
Min got:
Gelek silav yar li te
Ez li gel gotina te
Pir riswaye babê te
Derdê wî xwarin û pere!
Hêjaye evîna te
Te got çi, min bi ya te
*
Wê got:
Ez bigorî û heyran
Barê me zehmet û giran
Jibo xatirê van çavan
Guh medê ew nezan
Ey şêrîno dilovan
Ez te nadim bi cîhan
Min got:
Hay tune yarê tune
Dadmendî ticar tune
Hin li jêr û hin li bine
Ev rewşa gelê min e
Min dile dostê dile
Gotina min ji qinyata dile
Tu li ba Beyêr
Şêrîntir yar û jine
7
Agirî xan agirî
Dilê min xurtî jiber te didagirî
Tu çûka dilşa û firî
Dêm şêrîn lêv şekirî
Mûma te vêxistî dadimirî
Şevê ronî jê bir û dizî
Pora min sipî bû bo hêrî
Û deriyê malê morbû zengirî
Bixwûne canê bixwûn
Ristên seydayê Cîgerxwûn
Destana Zembîlfiroş û Xatûn
Jibo evîndaran hêvî û mûm
*
De nîne lewendê nîne
Heşê dayîka te nîne
Derdê xwe xwarin û pale çinîne
Wê her koleya mêr bimîne
Bese delalê bese
Babê te mezin terese
Jê kême dûv û merese
Ev rastiya wî ye, ne helweste
Rihana tayî zirav
Tewa bû çîrok lê hinav
Efrîn herêmek zor ciwan
Te xwe firot pir erzan
Min tune yarê tune
Bawerî bi qismetê tune
Min digot belkî te jî derd evîne
Min nizanî xwasteka te,
bes mêrekî bîne!
*
Wê got:
Ey çima çima çima
Te ez hîştim jibo xeman
8
Dinav bêheş û kêm aqilan
Û ev mirovên wekî hovan
Wey lehengê rebenê
Delav li min bû tengê
Kesî negot min te çi derdê!
Were ji min re lo xeber de
Çima dengê te hat derenge
Piştî ez hatim kirîn û firotin
Bi zêt û zêtûn û kerenge
Wek bizinan bê denge
*
Çima delal te wekir
Ez di dojehê werkir
Dilê nerindan bi min şakir
Jiyana min reş û qutrankir
Ez heyrana te dilovanî
Tilî û ew ristên te hûnandî
Dilê min hîro şikestî
Ranabe ew rawestî
Ez dinalim ji hestî
Serboriya min tu kanî bi helbestkî
Lo delalo dil biro
Dilê min li ba te ye, lo kuro
Ji cîgerê te ez kiro
Jiyan bê te delal mirino
*
Wey nayê yaro nayê
Bê te arama min nayê
Xew nabîne çavayê
Bihêna min tengbûyî ji jiyanê
Ma ez çi kanim bikim
Ez keçim nexurtim
Bê per û baskim
Ez tenê kanim gazkim
9
An ji nav vê civakê barkim
Yan laşeyê qaz û arkim
Civaka me ya mêran e
Jin dijîn li bin lingan e
Piştî Îslam hat nav kurdan
Mafê wan hat du pûlan
Jin hatin asoya koleyan
Tên bikaranîn, jibo kar û zaro û razan
Ka ew wekheviya civaka Kurd
Ya me hebû dema Zaredeştê merd
Hîro karê jinê bes razîke mêr
Û amede nivîn û xarin û nên!
*
Min got:
Lê dîlberê lê şanê
Tev hemû xeman, ji dilê min tu narê
Tu têde hatî çandin, gulbuharê
Şînhatî wek nuçê darê
Dema dara me bilind bû
Nerindan anîn xarê
Çavên wan derên
Kesên bûnî sedem lê nazdarê
Kû nehîştin em bihevdû şabin evîndarê.
25 - 02 -1998
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
27
Bi dûr Kevin,
Hûn nikarin,
Agirê dilê me,
Sarkin ….!
Werin,
Xatir bixwzin,
Û ber bi ….
Derya yên ….
Rew rewka de,
Dîsa bar kin ….
Werin,
Ewrên kul û êşa,
Li ezmanê me,
Tar û mar kin ….
Werin ….
De werin ….
De werin ,
W .. e .. r .. i .. n ..
Ji xwere ,
Bi bînin ….
W .. e .. r .. i .. n ..
Mal per ..
Mal pera weye,
Bi destên xwe,
Kelen dor û kelem pera,
Ji baxên wê rakin,
Û .. gul û çîçeka …
Bi çînin ….
Werin ….
De … werin,
Ev helbestdiyarî jib o malpera
Amûdê bi helke ftina derbas
bûna du sala di ser dame ziran
dina wêre .
Di kovara – nivîs – de hejmar – 20 . 21
. 9 . 2002, hatiye weşan din
Di m.tv bi dengê sîrwan hatiye
xwendin di roja du salyê de
Ferhad îcmo Selah Mihemed
Hewar. Dîne …?!
Hewar …..
Li ser sînga te
Li paşeroja kurdistanê.
Dike ku bibe êvar… !!!
Te jî weke min,
Pencera dilê xwe
Li refên bersivan girtiye
Û bê dengî ji tere,
Bûye dost û ar….!!
Tu jî weke min
Ji rastiyê bi tirse
Û tu naxwaze ku dostên te,
Ji ezmanê hêviya
Bêne xwar….!!
Erê … hewar,
Ne tu bi tenê
Li sikakên bajarê raketî,
Maye bê bihar…!!!
Bi hezara wekî te
Hemberî pirsên qedexe,
Xew di xwere dibin..!
Û dimînin bê biryar….!!
Her roj ez te dibînim,
Li ber dîwarên,
Bajarê raketî,
Tu û xewnên xwe
Û nîşanên şoreşên serjêkirî
Dimînin şiar…!!
Gelo …
Hûn çi ji hevre dibêjin ?
Li ser
Rewşa menî ber avêtî
Di nav perdên …,
Wa şevên sar ….. !!!?
Hger bi rastî tu dînba !
Tê du siteyrikên din,
Ji ezmanê hefta,
Ji bo nîşanên mile xwe
Baniyana xwar….!!!
Lê di navbera
Dînbûn û jîrbûnê de,
Tayekî zirav,
Rastiye …
Dike piç û par …!!?
21.12.1999
Ev helbest di govara bihar
hejmar 7 sal 2000 û govara peyv
hejmar 24 sal 2002 hatiye
weşandin .
De werin….
Werin,
Dergehê dilê evîndara,
Ji xwere vekin,
Û li malpera amûdê,
Binerin ….
Werin,
Da em dîroka rûreş,
Û çîrokên bext reş ,
Bi yek destî ,
Bug herin ….
Werin ,
Werin em bi hevre,
Li nav baxê xanî û cizîrî
Bi serbestî,
Bigerin….
Werin
Em pirtok xaneya şermola,
Dîsa vekin,
Û li nûçeyên orkêşê,
Vegerin….
Werin,
Em bi baskên,
Nivîskar û helbest vana
Di ser zozanê kewistanê re
Bifirin ….
Werin ….
De werin ….
Werin
Li şoreşa dilê me,
Guhda kin….
Werin,
Pêmayên ser hildana,
Daxwazên me,
Weke bira,
Li herdû parkin….
Çendî hûn,
Ji dilên me,
De werin
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
28
Boniye Cegerxwîn
Diponijim
Diponijim
Li bîranînên te
vedgerim
Bi şûnewaran
girêdayî me
Bi min re ne
Ew tim û tim
Ji ramanan
cûda nabin
Ji hestên min
qet dûr nabin
Bêhna kulilk û çîçekan
Ji hinasa winda nabin
Dengê zarokên taxa min
Ji hembêza guhê min ew
Qet dûr nabin
Bêrya te dikim welato
û bi te ez girêdayî me
Ta ez hebim li vê jînê
Bîranîn û helwestên te
Ji min qet ew cuda nabin.
Helbest Ibrahîm Yûsif
Prîska min
Prîska tû bi xêr hatî sebra min,..
çendî xweşe ku te neqişandî jiyana min
dibêjin xweşe hilma misk û ember...
ne kirne hilma Prîska jiber
Him şekire û him hingive ..
wek wê ne li azîman û ne li zemîn heye
nevî û xwarz û birazya şêra ye ...
ewe ewe prîska ye...
Tilyên wê mîna mûma
kê ew dî matmayî ma
Tiştên ku min hêj xwe ne kirî
bigorî bo xatrê te prîska
hezar car bibim bigorî ...
mîna cil û berbiskên te yên porê
Pirprîke mizgînî ji me re anî...
buhişt di bin lingê me de danî
Prîska rehete ne nexweşe ...
lê em çi bikin ev hemî delaliya qiza ye
Ewe eweee Prîska ye!.
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Destê XiyanetêDestê XiyanetêDestê XiyanetêDestê Xiyanetê
Dîsa destê xiyanetê
Vîna netewî hedimand
Serê gelek çiyan çemand
Ruhê şehîdan lerizand
Tovên nakokiyan reşand
Xwîna egîtên me hirşand
Çira gelê me temirand
Xewa mala mezin firand
Bişkê destê xiyanetê!
Dîsa destê xiyanetê
Dîrok bi paş da zivirand
Gelek mêrxasin biecand
Koşka yekîtiyê rifand
Dil, hinavên me peritand
Dilê dayîkan şewitand
Rondikên xîretê barand
Pişta mala mezin şikand
Bişkê destê xiyanetê!
Dîsa destê xiyanetê
Bav û kur va ji hev qetand
Keda sed salan hilweşand
Kirasê pîroz fesiland
Azadiya me fetisand
Hêviyên zarokan revand
Istêrkên bextê me rijand
Serê mala mezin tewand
Bişkê destê xiyanetê!
16/10/2017
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
29
Helbesvan: Evîn Îbrahîm
Wergerandin: Cankurd
Êşekeku bi evînê ne ciwankare
Êşaevînê…
ezboevînêhişyarkirim
Agirpijekeberfê
Di salbirrekenenas de..
Zorawaryaneyên (1)jîna min a hilçûnîbir
Ezjiêşaxweyaşaristanî
ya li sazxistîbêcilkirim
Ji min re pêlik û lîstikên min vegerandin
û koçkêndaraSicê…
Ezgaltûgepekereviyayîme
Ber bi nenasiyêve
Min bîrêkirî
Dayê…Tu li kuyî?
Xwezîeznebama…
EymêrêKurd ê kevnar
Êdîji min rehûrikiyênte ne pêwîstin…
Seravênniştênte
Jitirsanalînê…
Min êşaevînêkuşt
Ne jiberevdaliyê
An tolhildanêjisalêntemenêxwe
Min nepejirand,
Kudestên min bi lekeyênşikestinênrevînatebibin…
Ezjiwindabûnekê di wijdanateyekevnar de ditirsim
Ezberxwedariyatedikim,
kutemêbûna min bi cîhkir…
û teşeyê min û neynûkên min li min vegerandin
Hema tu wekîqedera min a kurdîyî
Êşeke Tu derenghatî
Wekbaranê, tu derenghatî
Wekî her tiştekîrindik,
ku di gorarojên min de,
li serkeviyabêgumaniyê
Hatiyeçalkirin.
Ezjineka, kuxwejinavê de diçemînim…
Wekîserbilindiyaqederê
Di binêdemakûr de
Beravêtinaronahiyekeşikestîye…
Jidestpêbûnarastiyêdireve
Eza kurdim…
Ezêşanîvroxewa (2) xweyaherdemîdilêvînim
Ezpêdivêdirazê (3) me
Lêezlaldibim, kuasîman min bipejirîne
Ezlorînaranavê (4) me
Loreloratermcawê(5) hosaniyatirsokim…
Jinavberka (6) çavrah im…
Barke..Barke..
Bihêleezbijîm…
Sermestiyamirinaxweyagavgiran.
(1): Waryane: Tiqûs- طقوس
(2): Xewanîvrokî – قیلولة
(3): Diraz: Duaa‘-دعاء
(4): Ranav: Widan û Ddemîr- ضمیر
(5): Termcaw: Kefen - كفن
(6) Navberk: Berzex–برزخ
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
30
Hewar Zahir (Bavê Elend)
Reşo û Rewşê (2)
Rewşê got: şeve ez naçim tu her
Berî ro hilê zû li min veger
Ji ber wê sibe cendirme bên gund
Bêje çikûzo hinek zêr bi mind
Reşo çû rûnişt li cem çikûzo
Ji lêdana pir gundî tev bûn têr
Reşo û Rewşê hatin girêdan
Li dû du hespan belê heyfa wan
Axe kêf xweş bû leşker ew birin
Li paytexta Tirk ew bi cî kirin
Emîlê tirka Axê bê xîret
Qet ji bo Kurda azadî ne xwest
Regezperist bû neyarê milet
Gelek hil tanî ji dijmin minet
Tirka ji bo xwe ew kiribûn terî
Berdan nav Kurd bê hiş û serî
Wan xweş zanîbû bivî rengê han
Wê milet wilo bi mine nezan
Reşo û Rewşê li cem xwe girtin
Li qereqolê girtîxan hiştin
Lê gundî bûn yek Soro rêber bû
Xortekî zane ew pir bîrwer bû
Parêzgerek dî nave wî Ciwan
Merekî Kurde zane û rêzan
Li dadkeha wan ew xweş sekinî
Bi dengê bilind bakir ez benî
Ger gur êrîşke pezê şivana
Ewê bê kuştin kes nabê na na
Ma qey ji bo çi Lewndê Axê
Wê bi şev bigire ser jinê taxê
Ji bo namûsê pir mêr tên kuştin
Bi xwîna qirêj pir eyb tên şiştin
Qadî deng hilda li wê mehkemê
Serê meheye roja sêşemê
Lewnd hat kuştin ew çû ji kîs xwe
Reşo û Rewşê herin mala xwe
Xweş vêketin xetîr û mûm û find
Reşo û Rewşê vegeriyan li gund
Li canê Axê çêbûn sed ilet
Ew gundê Dara dîsa bû cinet
Milk û male wî gundiya jê kişand
Lat û hoxê wî kesekî ne çand
Kurtêl xwerê wî ji gund qewrandin
Kesî ji kurda ew ne hewandin
Qet bax pê nekir gemar û pîso
Got: şivanê xwe rab pez bib çêrê
Bakir jina xwe êm bik wê kerê
Lawê min tu her genim bibe aş
Deynê min jî bîn ji cem ê qeraş
Demek derbas bû Reşo rûniştî
Çikûzo gotê: bi rûkî şûştî
Ger dive pere li ba min tine
Tû xweş dizanî bi halê mine
Reşo gotiyê: belê ez zanim
Yek bi dehaye cardî ka bid min
Reşo hat male têra xwe anî
Li ber jina xwe ew pere danî
Dema bû sibe leşker hating und
Li ser serê wan qamçî bûn bilind
Biçûk û mezin kal û jin û mêr
Axê setemkar serê xwe danî
Mirin pîroz be lê bi erzanî
Bo me ma dîrok ev ser pêhatî
Bijî herkesê ro lê hilatî .
1997
Narîn Omer
Barîn a Kûbanê Barîn delala min
Te dastana evîniyê
di dilê kurd û cîhanê de
bi gul û kulîlk kir
Te şîrava mêbûniyê
di henasên jiyanê de
xweştir kir
Ewan ji tirs û sawa
dilê te yê kêfxweş û
canê te yê polat
cendikên te talan kirin
Kenê te
ew bê çare hiştin
Kenê te
Ew ji zemîna mirovaniyê
Koçber kirin
Navê wan li ser koka
hov û mirovxwaran tapo kirin
Dengê te
Banga hawarê ye
Ji gelê te re
Kû çawa diminên me yekin
Em jî divê bibin yek
Tu ji wan mezintirî
Tu ji wan bihêztirî
can vajîna kurdan.
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
31
Yadê, şêrînê yadê, wa yadê
dengê melûl, awirên sikratê
ji jara vê beza jîna demê tê
kahnîya şînê, kes guh nadê
Divim, bes, bijîm, li vê xakê
nan bixwum, û vaxwum avê
bêtirs, dûr, bazdim, li çolê
pir têr bibim, ji şewqa rojê
Idî bi xwe, bi milîona, nav im
ahîn û nalîn im , ardû û ar im
Mîna çemekî xulmaş..
Diherikin… gavên te
Mirinê...
Ji asoyekî lal didoşin
Û tiliyên temenê mayî
Bi hêrs gez dikin.
Erêêêê.. erê koçbero!
Tabloyeke biyan
Girnijîna berbangên şîrmij
Ji min û te dizî
Êşên te
Di piyalên şikestî de meyandin
Û hawarên min
Li newqa çiyayên payî gerandin
Lê tu hay nebû!
Omîdê Aşîtî (Dr. Nîdal Husên)
Vejîna Kurd
Pîroz dikim te, xakê bi vî mêhvanî
şêrê welat, pêşmerge Wehîd Kovalî
pêşmergekî tev rûmet, hêz û mêranî
agîdekî bi xwînê, ala rengî bilind danî
kekê Wehîd te xatir xwest bi dilovanî
birceke bilind şûnda bi navê xwe danî
li deşt û çîya, nav lat û çem û kanîya
li hemî bajar û gundê vê xaka Mîdîya
Wehîd Kovalî
Dengê melûl
brîn im ez, kûwinêra bişax im
zarok im, yadê, lê idî kal im
Xwişk û brayên min tev girtin
bav û mamên min biderxistin
ray û rawanên min tev kûştin
birçî, tî, tazî û winda hiştim
Ji nav vê qîrêj û çirava bêzanistî
bi van kederan û basikên şikestî
li vê xakê, her ez dimînim xwedî
bilind hildidim ala xwe ye rengî.
îro serbilendayitî bixwe Pişmergatî ye
Pişmergatî bixwe hebûn û serfirazî ye
bi şîlan û berfîn, çîçek û nêrgiz û corî
nav û keda te, her dem wê bê bîranîn.
Leylaneke xapînok
Hêviyên min ên porsipî civilandin
Û dilê te yê kovandar
Li şopa xewneke mijokî bezandin
Û tu hay nebû!
Dêmên sibehan
Bi rondikên min hatin şuştin
Û piiiiir hawar û gazin
Li zimanê te yê mîxkirî banîn
Û tu hay nebû!
Li deşta sîngê min
Bagerine xwînî
Demsalên birîndar jenandin
Û di bin çermê te de
Sed û yek kovanan
Sed û yek kovanan
Paytexta poşmaniyê ava kirin
Û tu hay nebû!
Dem di hilma bêdengiyê de fetisî
Peyvên tarî
Mîna berxikan
Di lênûsa dîrokê de mexelîn
Cîhanê tinaz bi min û te kirin
Û dîsa tu hay nebû!
Tu yî koçberê rêwindayî
Û ez im welatê sêwî
Tu yî vedenga hawarê
Û ez im lorandina dayikê.
Ma tu nizanî
helbestek ji te
helbestek ji te
Û awazek ji min
Hesret û birînên me
Di nav baxê bîranînan de dikin
xewê
Û xulmaşbûna gulan
Bi berîka salan de vedişêrin
De bêje kuro!
Em li kîjan demsalê
Û li ser kîjan xakê
Li şopa kenê windayî bigerin?!
Û bi tîna kîjan peyvan
Tevna birînên xwe em birêsin?!
12.01.2018
KOÇBERO!
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
32
Gelê ku dijî hevduye dîrokêda cîyê wî tune
Gelê ku xwe nasnake nikare pêşkeve
Her gel bi gorî hiş û hêza xwe dijî Û dimeşe.
Gelê têgêhîştî tudem bindestîyê
qebûl nake.
Bila ew milet şerm bike ku
Nikare welatê xwe
Ê wêran kirî
talan kirî
belabûyî
dagir kirî
Ji rûxandinê rizgar bike.
Bila ew milet şerm bike ku
Nikare ewledên xwe
Ji zulm zorê
Ji derbên hovan
Ji lêdanê
ji kuştinê ji qetlama
ji girtinê
Ji penaberîyê
ji koçberîyê
ji helandinê
ji firoşgeha biparêze.
Bila ew milet şerm bike ku
Kujerê resena xwe ra xizmetê dike
Tê kar anînê tê xapandinê
Yek û yekî pêpez dike
Derbêd giran li hev dixe.
Bila ew milet şerm bike ku
Li meydana li bin alên cuda xuya dike
Her yek jî xwe pêşeng
rêber
serok û çê dihesbîne
Tanga hevda xemsar û xaîne
Hemberî dujmin nikare
Yekbûna xwe ava bike
Bê biryar bê taqete
Bila ew milet şerm bike ku
Jîyanek erzan rezîl derbaz dike
Li ser axa welatê xwe
Bê cî
bê par
bê war
bê destûr
Emrekî bê rûmet derbaz dike
Nikare dijî xwefiroşan bimeşe.
Bila ew milet şerm bike ku
Hezar sale li bin zulm û zora
Barbarên dîrokê de dinale
Dagirkerîyêda tê zêrandin înkar kirin
Birîndare bi heware
Lê mixabin azadîyê ji kê dixwaze.
Bila ew millet şerm bike ku
Hevdu serwext nabe
Hevbeş nameşe
Şepirze û bê rûmete
Hevdu qebûl nake
Pêşeroja xwera îxanetê dike
bêsavad
nezan
bê tifaqe
Hertim tê xapandinê
Hertim têk diçe.
Bila ew milet şerm bike ku
Beş beşîye kevneşope rezîle
Vê rewşêda ji dunya durî kujer
u dagirker
Ji fahîşê mirovahîyê
Ji cîhana xwînxar
sîtemkar
bê exlaq bê tore
Bêwar Barî Teyfûrî
Bila ew milet şerm bike ku
Xwe nasnake.
Bila ew milet şerm bike ku
Şeref û namûsa wî
Ji dest diçe
Li bazaran tê kirîn firotanê
Lê hela hê jî ji alema dagirker
qûnek
Alîkarîyê cavra dike.
Bila ew milet şerm bike ku
Nezane olpereste
Berekhese
Sextekar dilxar cavnebare
Yek û yekî qe hes nake
Bi îxanetî bi vaîskarî
Hemberî hevdu dimeşe
Nûjenbûnê qebûl nake.
Bila ew milet şerm bike ku
Bindest berdest penabere
Nikare resena xwe raxwedî derkeve
Xemsar û bê cesarete
Nikare xwe
Ji zulm û zorê ji qetlama
Ji hovîtîyê xelaz bike
Dijî hevdu radiweste
Pêşeroj çi tişte nizane xelqpereste
Nikare kesayet û navdarên xwera
Xwedî derkeve
Tê zêrandin şikêstandinê
Bila ew milet şerm bike ku
Nikare azad bijî
Nikare ewladên xwe ên hêja binirxîne
Hemberî hevdu xemsar û dilsare
Ji pêşketinan bêxebere
Bê fehm û barkaşe.
Rizgarîyê wekhevîyê
Hîvî dike…
*** *** ****
Ey mileto
Ez çawa pesnê te bidim ku
Neyarê te berê te daye mirinê
Ji cî ware xwe diqetî
Kuda diçî ne dîyarî
Penaberî şepirzeyî
Hezar sale tar û marî
Hela hê jî serwext nabî
Vê rewşêda
Bê yekbûn
Ji tera tune jîne
Ev cîhan ji bo te nîne
Şerme
mafê xwe jîyanê
Ji dest bernede
Bê yekbûn ji tera jîne tune
tune
tune
Xwe nexapîne
Ey mileto
Ey kurdo
Ey meyto
Bê kenîyo……
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
33
Wergerandin:
Tengezar Marînî
helbestvan û pexşane nivîsa elman, Francisca Stoeklin, ji bavekî bazirgan Niklaus
Stoeklin (1859-1923) û dêyeke malmezin Geovefa Fanny Müller, ko navê Stoeklin
jî piştî şokirinê hilgirt (1859-1939), di 11.09.1894an de, li Basel ji dayik bû. Birayê
wê Niklaus (1896-1982) hunermendekî şêwekarî bi nav û deng bû. Farncisca
dixwest zû ji mala bavê xwe bireve. Ew yeke xwedan baweriyên taybet bû û
nedixwest di bin darê dê û bav de bimîne. Francisca, dixwest bibe hunermend.
Giyan Binere, giyanê min kevokek e,
wisa peran li bask dide û spî û pirtik nerim.
Mişt nazenîn û bawerî.
Peyambera roniyê di mîrneşînê de.
Û giyanê min wek kevî,
cihê giyanên xerab, tarî xwe vedişêre.
Belê dixwaze wêneyê wê bêkêmasî bin
Kevok, ya bê êş û guneh.
Farncisca Stoeklin
„Fransîska Ştoklîn“
Ez li hespekî reş siwar bûm
li dirêjahiya şevê.
Çi hizra min tune bû,
ko weha serberzî û xemgîniyê bike.
Ez xortekî asilzade bûm,
bergên zêrîn li ber min bûn.
Belê xweşiya dewlemendiyê stêrik bûn.
Wan nikarîbû min bihedinînin
Hemî li te digerin
tu li her derî sist dikî.
Ji hezar çirisînê xwe vedidizî
ji qermîçên ruyê xwe.
Lê tenê kêmtir
tu hêviya didî,
rojên xweş, zelal.
Gul dilovaniyê bi te re dikin,
giya şerim dike,
perwan bilind û gerim difirin;
kovîbûna ba
û derya herdem xwe diguherîne.
Havîn disotîne
di belgên xwînî û tirî de.
Hîn careke din dipişkuve
baweriya rojê.
Oh evîn, têr bike,
Mirov, cinawer û daran!
Ev hemî,
di xewnê de dibawişkin.
Di sala 1914an de, bi birayê xwe û hevala xwe Getrud Burkhardt re, berê xwe dane München. Wê li wir gelek hunermend û nivîskar naskirin, ji wan Karl Wolfskehl,
Johannes R. Becher, Hugo Ball û Emmy Hennings. Di wê demê de München metropola hunermedan bû. Lê dema cenga cîhanî yeke dest pêkir, vegeriya Swêsra, welatê
xwe. Di sala 1920an de, bi xwedanê weşanxanekê re, Harry Betz, şolkir. Di gel ko rewşa wan nexweş ya aborî nebaş bûbû, lê gelek geşt pêk ve bo Berlin, Paris, München
dikirin. Piştî berdana wê, di sala 1925an de, ji mêrê wê, rewşa wê nexweş bû û salekê di nexweşxaneya Clara-Spital li Base, ma û di 01.09.1931 ê koça dawî kir.
Berhem ên wê yên hatin weşandin: Helbest, Bern sala 1920an - Berê stranê, Zürich 1925
min nizanîbû, ji kû ve hatim.
Min nizanîbû, berê siwariya min bi kû ve ye.
Tenê min dizanî, êş nedihate pesindan.
Kuç û dar, bêgane bûn li derûdora min.
û cil ên min yê giran
qerisî bûbûn mîna meşkekê.
Di Xewnê de
Straneke Payîzê
Gul Ez di êşê de û taya rûsariyên.
- li wir mirovan gul danîbû ser textê min –
rondikên min ji xweşiyê dibariyan,
Mîna min gul di jiyana xwe de qet nedîtibe.
Min bêhna wê vexwar, destê xwe di ser re dibir,
û wisa kêfxweş, ko di evînê de winda dibûm.
Êdî min bi zanebûn û hayedarî ew zeft kiribû.
Êdî wê di nav destên min de şax da.
Hîn bilûrvan
ahenga kevin digêre.
Ordeke bi tenê
di cokek sar de.
Diherrike û diherrike,
pirtikên diçirisin,
niha gulên bênirx.
- Ma wê Leda careke din were -?
Oh evîn, têr bike,
Mirov, cinawer û daran!
Ev hemî,
di xewnê de dibawişkin..
Bo Evînê
Tu ronahiyê didî
ji çav ên mirovan,
yê dilbera xwe
himbêz bike,
bilindî asîmanê bi stêran
xemilandî dibe.
Di giyanê dilerize
li devereke nêzîk
di nav mirin û jiyan de diçe û tê.
Min navê xwe nema zanîbû,
cihê qesra xweşî vexwaribû.
Seyrbûn ji dûr ve bo min xuyaye,
û xewr dibe.
- carekê min bi mirovan re jî
azar û xwe? –
Niha ji xwe biyan im û wek hespê xwe bê nal im.
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Her awirek ji her dû çavên te
Di gindirînin dilê min ser girê deştê
Em ber biçûkbûnê du jîndarin
Demsoza min..
Bi cergbûn sêwirên me
xwe Ne veşartin ji hêsrên gerim
der bi der bûn gûtûbêjên sar
hevdîtinên bê deng
distirin şeva tenahiyê
Enkêt dikên gengeşiyên penaberiyê
lê herdem dêmê teyî geş ezgerîdikê giyanê min
zimînê dengê te dilivînê eywana dilê min
Eyazek ji bêhina te sax dikê miriyên bin gorê
34
Berbanga giyanê
Ji ronahî tu dur hatî
Ez û tu bûne wek cotek
Kevok em çûne nav daran
Di agir de
Di hejîn im şeva xemsar
Di daristana dildaran
Penaberbûm di çavê te
Di girtîgeh de ez dijîm
Ji ber dûrbûn goristane
Kovana êş û ahînê
Ji ber te dîl bû valahî
Diweşya hêsra hayînê
Keça min xanima agir
Tu dengê hêsirên çavan
dil û cergê gulîzaran
tîrmeh/2013
Rêber Hebûn
Têkurk dibim bijîm di hembêza te de
Barkim ji vê nakokiyên ademîzadê
Narvîn mîna xiwazokekî qîrîn dikê paş guhê min
Û tu mîna periyeke xemgîn
hêsrên te wek xizxizok dibarê ber min
bin pencera mala te bûme pûtek ji berfê
çirvirî paşeroj
ser milê raberdu
tev bûn ber çavê me
wêneyê felekê virnas
bi tenê bîranîn dimînine
û ew jî virmor dibin
BendewarimBendewarimBendewarimBendewarim
hejimar "67" Heeeellllbbbbeeeesssstttt
Sibat
2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
35
Helbestvan: Şêrko Bêkes*
Kurmancîkirin: Ednan Bedreddîn
EvînEvînEvînEvîn Min guh da dilê xakê,
behsa dildariya xwe û baranê bo min kir.
Min guh da dilê avê,
behsa evîna xwe û kaniyan bo min kir.
Min guh da dilê darê,
behsa evîna xwe û pelan kir.
Dema min guh da dilê evîndara xwe,
Behsa serbestiyê bo min kir.
FiratFiratFiratFirat Çemê Firatê,
gelek caran bêhn çikayî,
tê û li ba min dirûne.
Dest bi ser riha şepolane ve dibe,
û dibêje:
Helbestan birêse!
Ava dilê min û helbest in,
ku qet hejaran ji bîr nakin.
BizaneBizaneBizaneBizane Ger heyv ji te ciwantir bûye,
min qet hez ji te nedikir.
Ger dengê mûzîkê
ji yê te xweştir bûye,
min ticaran guhrdarî te nedikir.
Ger bejna sulavê,
ji ya te naziktir û rindtir bûye,
min qet temaşe te nedikir.
Eger bêhna bexçe
ji ya te xweştir bûye,
min qet tu bêhn nedkikirî.
Û ger li helbestên min bipirsî
bizane, ger ne mîna te ciwanbûne,
min ew qet nedinvîsîn!.
MêvandarîMêvandarîMêvandarîMêvandarî Baran bû mêvanê
oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
gulek bo min hişt.
Roj bû mêvanê
oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
neynikeka biçûk bo min hişt.
Dar bû mêvanê
oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
şaneyek bo min hişt.
Û dema tu,
ey keça ciwan,
bûyî mêvanê oda min,
te li gel xwe,
gul û neynik û şane birin.
Lê li şûna xwe,
te helbesteka pir nazik
bo min hişt.
Mala minMala minMala minMala min Îşev hemû çira geş in,
lê mala min her tarî ye.
Çima tu ne vegeriyayî?
Îşev hemû çira vemirî ne,
lê mala min ronî ye.
Ma tu vegeriyayî?
* Ev helbestan ji dîwana helbestvanê kurdê mezin
Şêrko Bêkes (1940- 2013) ya bi navê "Le çawî ziriyan de" hatine helbijartin.
Eger..Eger..Eger..Eger.. Eger ji helbestên min,
gulan derînî,
ji çar demsalên min, yek dimire.
Eger yarê derînî,
dido dimirin.
Eger nan derînî,
sisê dimirin.
Eger azadiyê derînî,
sala min dimire,
û ez jî pê re.
PerperîkPerperîkPerperîkPerperîk Xeman mexwe...perperîkê
Temenê te pir korte, lê...xeman mexwe
Ew jiyana ku tu,
di vê kurtedemê de didî helbestan,
emrê Nûh nedaye wan.
DaxwazDaxwazDaxwazDaxwaz Min dixwest hespek bûme,
lê bi mercê ku siwarê min aşiq bûye.
Min dixwest neynikeka bilind bûme,
lê bi mercê ku di oda jeneka ciwan de bûme.
Min dixwest bexçegulekî sor bûme,
lê bi mercê ku di roja "Valentine" de,
pêşkêşî yarê bihatime kirin.
Min dixwest nanek bûme,
lê bi mercê ku bibûme taştê,
jibo jineka birçî.
Min dixwest rûbarek bûme,
lê bi mercê ku di nava Silêmanî de biçûme
Û herî dawî,
bê hîç mercek,
min dixwest te hembez bikim
û bere edî mirin bihate.
AlaAlaAlaAla Pêş alayê,
ez azadiyê bo rengên wê dixwazim.
Berî sirûdê,
ez serbrstiyê bo peyvên wê dixwazim.
Berî radio,
ez rizgariyê bo hemû dengan dixwazim.
Berî TV,
ez serxwebûnê bo herkesî dixwazim.
Lê berî hemû van tiştan
ez:
zembîlek bo nan,
denek bo avê,
çirayek bo dîwar,
kirasek bo belengazên
welatê xwe yê tazî
dixwazim.
Li welatê min
Rojname lal jidayik dibin
Radio k'er jidayik dibin
Televizyon kor jidayik dibin
Li welatê min..
Tiştê seyr li welatê min
Li welatê minLi welatê minLi welatê minLi welatê min Ewan ên sax jidayik dibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan k'er dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min!
Sernivîser Derhêner
Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir
- Boniye Cegerxwîn
- Hemîd Yûsif (Kasî)
- Mizgîn Hesko
- Xorşîd Şûzî
Ji bo hinartina berhemên kurdî :
Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :
www.penusanu.com