626
Bêbuhar Yûsif Berazî (Bêbuhar) Berhemên Giştî Amadekirin û Sererastkirin Besam Mistefa

Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

  • Upload
    others

  • View
    6

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1

Bêbuhar

Yûsif Berazî (Bêbuhar)

Berhemên Giştî

Amadekirin û SererastkirinBesam Mistefa

Page 2: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

32

Bêbuhar

Page 3: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

54

BêbuharDayika dilovan 116Evîn 117Çi bikim bi gerdûn 118Qirakê reş 119Xwendegeh 121Xwendevanê delal 122Mêşên çirav 124Gulnaz 125Yara dilkevir 127Maristan 129Hey lê şoxê 130Dilawerê Zengî 131Jîna serok Barzanî 133Jîna ku tê birçî bibim 136Çi xwe li min mezin dikî 137Xortên Kurd 139Em riziyan 140Lewendê 142Bêkêr 144Halê birçiyan 145Zehî mame 148Eman Eman 151Ferman 152Nalînek hat 155Bejnzirav 158Ez biyan im 159Fayiq Bucak 161Cegerxwîn û Barzanî 163Ji bêtêlê bi çîntir im 164Baskê demê 165Awirê yarê 166

Bang - Dîwana Duyem [1996] 168

Barzanî 169Celadet Beg 171Kurd namirin 173Li gerdûnê 174Li ber çavê min î Rewşen 177Cûdî 179

Naverok

Pêşgotin 16Bi Kurtî Jîna Min 19

Zindan - Dîwana Yekem [1988] 61

Hebs û zindan 62Karkerên Kurd 63Keça Kurd 66Mela 69Şêxê Sebsebî 71Ez bûm firar 73Şîrîn 74Di tarî de 76Çi bikim bi can 77Koça min 78Bêbext felek 79Hat xweş buhar 80Temen dibûre 81Rabin ji xewê 83Bi xwezî ez nebûm xazî 84Ne bawer im 87Zivistan 88Newroz 91Xanimê 96Dilê min her bi ahîn e 97Cejna Newroz 99Dotmamê 100Yarê şeh kir 101Çima yarê 103Şîna Mezlûm Dogan 104Pismam rabe 105Ahîn 107Keça bextreş 108Şeva tarî 110Dayê 111Kurdo 112Sedam û Bekir 114

Page 4: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

76

BêbuharXişma evîna gulperî 275Gava Ereb 277Malê dinê 281Delala min 282Roja Kawa 284Giriftar im 289Şîna Mihemed Şêxo 291Vegera Barzanî ji Amerîka 294Demokrasî 298Yara min 302Rojkê dilê min 303Pakrewan 305Ehmedê Xanî 308Zengilo 311Bila rind zanibin 312Ez Kurd im 314Kurdistana Swêd 316Sî roj 318Şîna Helebce 320Gelê Kurd 324Êrîşa Tirkan 326Raperîn 328Şîna Qeladizê 330Leyla Qasim 332Laleş 335Heyva li çardan 337Bextê gelê Kurd 339Şehîd Kemal Ehmed 341Şîna heval Hemze Niwêran 344Dostên nedost 347Şîret 350Buhar e 352Şîna Doktor Ebdilhelîm 354Ji bêwarî 357Gulnazê 358Kesê bindest 359Yarê 360Mirina tal 361

Serxwebûn - Dîwana Çarem [2006] 364

Helbesta zarokan 182Serok Mesûd 184Dîl û perîşan im 187Nameyek ji Pêşmerge re 189Xanim 190Yara delal 193Dewlemendê berjewend 195Seyda 197Jîna du reng 198Ol û wijdan 201Yara xwe 208Çima yarê silav nadî 209Welat 211Nazik 213Gerden bi zêr 215Gelê min 218Xaça Sor 221Gerdûna rast 224Mêrê nekes 226Ên ehmeq 229Cegerxwîn 231Gerdûna derew 233Hevbendî 235Newroz 237Avdar 238Yarê 242Parleman 245Şîna Rewşen xanim 247Yarê 250Nesrîn 251Yên nezan 252Welatê min 255Nikarim 259Tu car bilbil 262

Raperîn - Dîwana Sêyem [2002] 266

Elî Seydo Goranî 267Heval Mûsa 270Avdar de bes 274

Page 5: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

98

BêbuharCegerxwîn 451Yezdan 454Zimanê bav û dê 455Mîr Bedirxan 457Jina Kurd 459

Pêşketin - Dîwana Pêncem [2007] 463

Pûtperest 464Şîna Şêx Maşûq Xeznewî 467Şîna Mizgîn û Rustem 470Tu Kurdistan 474Nerastî 476Gulistanê 477Tiştek tune 478Mirovên qenc û neqenc 480Nêr û mê 482Qelsmêr 486Serpêhatiya Kurdan ji Îslamê 487Kurdistanê 490Ên pîs 491Heval Salih 493Li cîhanê hûn mêze kin 495Çiqasî ez 499Kesê ehmeq 500Bi tirsê 502Helbestvan 504Terîqet 506Dîk û mirîşk 506Şîrîn 508Şoxê 509Pîrbûn 510Tiştê min xwest 512Felek 514Dayika minê 516Zend û Avest 519Hey hey mirov 520Sê reng mirov 522Hemû hov 523Ehmeq û biaqil 525

Çewserên zirz 365Welatê min 368Bê tov 370Kobanî 371Ez bawer im 373Halê me Kurdan 376Seydayê Tîrêj 377Derdan çi ez 380Bobelat 381Şîret 383Şîret li tev Kurdên welat 385Ji bo yarê 387Mêrê çikûs 389Dayika min 390Stalîn 392Franso Herîrî 394Gulistan 400Divê em Kurd 401Kurdno de bes 403Em in Kurd 405Serê Kanî 412Tu Kurdistan 415Perda dizan 421Bulent Ecevîd 423Ku sed salî 425Gelê Kurd 427Tirk kafir in 429Em Kurd çima 430Yara bi wê winda bibî 432Sînemê 433Nalîn 434Rabin 435Evîndar im 436Çûna Sedam 438Barzaniyê bav 440Mêrxas 441Bi merdî 443Bedîuzeman 445Yara min Rewşen 447Çaxa ku da 449

Page 6: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1110

BêbuharÊşên gelan 599Hey mêro 602Şaha min 605Çûna Kobanî 607Ax ewrê reş 611Welatê me 613Lawê min 614Xortê serhişk 616Bavên qîzan 618Rabin xortên Kurd 621Bîstê Abê (1966) 621Xewnek xweş bû 624Rabe bira 624Newroz 626Nizanim 627Ez derxistim 631Şîn bû rîhan 632Kurdistan 633Zarok bûm 635Zarokên biçûk 640Em Kurd in 641Nûh 642Xortên koneger 646Delalê 648Dîlber 650Mafê me 652Rewşê 655Karker û cotkar 658Jîn 660Destê bi tenê 661Dem 663Keça min 664Zivistan 666Dêm cewherê 669Apo 674Lawo negirî 676Çavreşê 679Pêşmerge me 680Di pesnê de 682Şeva tarî te ronî da 683

Roj û kevir 527Îslam û file 529Nebî Îsa û Barzanî 531Xelkên Ewropa 533Ji min yarê 536Mirovê qels 537Li dinyayê 539Şeylan 540Firar im 541Darekê biçîn 542Kembed 544Tawankar 545Nesrîn 548Dinya derew 549Gula naylon 550Bilbil 552Şemlan 553Agir 555Şêx Bekir 557Çaldêran 559Mirov 561Zêr û xwê 563Hey Amedê 564Sulavê 567Ereb hatin 568Li dinyayê 573Şehîd 575Alp Aslan 576Ên pakrewan 578

Serketin - Dîwana Şeşem [6] 582

Dotmamê 583Lawê min 584Yar û evîn 586Cîhana bêbext 588Jîna ne xweş 590Evrenê dijwar 592Zerdeşt 596Çemê Şikestûnê 598

Page 7: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1312

BêbuharNexapin 16Rewşen 16Perî 16Derd û xem 16Ji Kurdê çewt 16Yara şox 16Dayika min 16Kemalê bêşerm 16Kurdên bê ziman 16Şerab 16Gora zindiyan 16Xortên Kurd ên zan 16Evîn 16Ji Kenan heta bi Kenan 16Çavên belek 16Min dî ji jor 16Bejna bilind 16Tirk hatin 16Şahnaz û Şiyar 16Em aştîxwaz in 16Xortên gernas 16Gelê Filistîn hûn çil sal 16Bavên me 16Mafên gelan 16Kurdno 16Her kes 16

Aramî - Dîwana Heştem [8] 16

Xweda 16Welatê Kurd 16Ka çi tê xwestin 16Derew û rast 16Hebû me Kurdan 16Gewherfiroş im 16Ji kur bînim 16Zehî mame 16Lo pismamo 16Hejaro 16Hemû dê 16

Dost û neyar 684Agirê welat 686Dinivîsim 687Fermandarê bêrûmet 689Bira 690Hene du neyarên min 692Ewrê reş hat ser Cezîrê 695Şehîd Leyla Qasim 697Xorto 699Eger ji min bi berkevî 699Kulê dil 700Zehakê dijwar 701Em in Kurd 705

Azadî - Dîwana Heftem [7] 706 Xortê Kurd im 707Narîn 708Gelê Filistîn 710Zînê 713Ev zindan 714Gelek êşiyam 716Lêxin 717Gêj im 719Cotkar û karker 720Kesên berjewend 721Yara naz 723Gulê 16Mirina Qanatê Kurdo 16Her kes 16Kurdên cîhangîr 16Dilvîn 16Wan çavên te 16Olberên sextekar 16Dilê min 16Jîn û şîna Îdrîs Barzanî 16Jînê 16Bê nimêj 16Doza te 16Kurd im 16

Page 8: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1514

BêbuharTev bawer in 16Canbêzarî 16Gul delalê 16Hey Helebce 16Şarê Amûdê 16Hey gelê Kurd 16Bi şevê xewa min nayê 16Kesên qenc 16Birayên misilman 16Kesên rind û pîs 16Derdê evînê 16Ê hiş teng 16Rakirina Qeladizê 16Şîna Ebdilrehman Qasimlo 16Kesê rind wî nas nekî 16Demokrasî 16Hey gawirê 16Xortên derewker 16Mafê jinan 16Qehremanên Kurd 16Avdar 16Mêrên şindok 16Gerdûn 16Yara xwe 16Ên perwer û pakrewan 16Ji rehê xwe de pîs be 16

Dîwana Nehem [9]Helbestên Şîretan 16Beşê Yekem [1]

Dîwana Dehem [10]Helbestên Şîretan 16Beşê Duyem [2]

Page 9: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1716

Bêbuhar Pêşgotin

Ronakbîr û helbestvanên me emanet in di stûyê me de. Ji me tê xwestin em wan ji bîr nekin û li mîrata wan xwedî derkevin. Ji ber ku wan jiyana xwe terxanî çand û peyva kurdî kir, lewma divê keda wan neyê piştguhxistin û em herdem wan bi bîr bînin. Wek endamekî Tora Medyayî ya Rûdawê, ez timî bi hevkarên xwe re hewl didim di raporên televizyonî yên taybet de wan kesên qedirgiran û birûmet bi bîr bînim ku yek ji wan helbestvanê Rojavayê Kurdistanê yê hêja Yûsif Berazî (Bêbuhar) e.

Yûsif Berazî (1931- 2009) di roja 15.01.2009an de koça dawî kir. Di salvegera wî ya heştem de, ango di 15.01.2017an de, min raporeke taybet li ser rehmetiyê Bêbuhar amade kir ku li ser ekrana Rûdawê hate weşandin. Herwiha hevkarê min ê hêja Imer Kalo wê demê di Radyoya Rûdawê de, di Bultena Rojavayê Kurdistanê de, pêşkêş dikir. Imer wê rapora min dike dosyeya bultena xwe ya wê rojê û neviyê Bêbuhar Azad Berazî jî ji Serê Kaniyê dike mêvanê bultena xwe. Herdu bi berfirehî behsa kar, xebat, jiyan û berhemên Bêbuhar dikin. Bi taybetî balê dikişînin ser wê yekê ku hîn gelek berhemên Bêbuhar destnivîs in û nehatine çapkirin. Kekê Azad diyar dike ku wan bi zor û zehmetiyeke pir mezin destnivîsên Bêbuhar parastine û tîne ziman ku ji ber şerê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wan destnivîsên Bêbuhar ji bajarekî birine bajarekî din û bi gelek dijwariyan ew ji neman û windabûnê parastine. Lewra destnivîs li gelek deveran digerin, wek Serê Kaniyê, Reqa, Kobanê, Ruha, Swêreg, Amed, Qoser û dîsa vedigerin Serê Kaniyê û piştre kekê Azad wan bi Imer Kalo re digihîne destê min li Hewlêrê.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî li wê bultenê guhdarî dike. Hema ku bulten xilas dibe ew yekser pêwendiyê bi Kalo re dike û jê re dibêje pêwendiyê bi Azad re

bike û bila wan destnivîs û hemû berhemên Bêbuhar bigihîne destê me û em ê wek Rûdaw hemû berhemên Bêbuhar ji nû ve çap bikin û diyarî malbata wî bikin. Di heman rojê de kekê Ako pêwendiyê ligel min dike û ji min re hizra xwe pêşniyar dike. Min jî wiha li kekê Ako vegerand û got: “Tu wek Kurdekî Başûrê Kurdistanê xwe didî ber karekî wiha, ma ez wek Kurdekî Rojavayê Kurdistanê çawa xwe nedim ber karekî wiha ji bo helbestvanekî Rovajayê Kurdistanê!” Bi kurtî ramana çapkirina vê kitêbê wiha derket holê.

Helbestvanê Kurd yê hêja û qedirgiran Yûsif Berazî (Bêbuhar) yek ji helbestvanên navdar yên Rojavayê Kurdistanê bû. Şiîr û helbestên wî di nav Kurdan de belav bûne û cihê xwe di nav dil û wijdana Kurdan de girtine. Herwiha gelek helbestên wî bi dengê hunermend û stranbêjên Kurd bûne stran û goranî. Yûsifê Berazî di jiyana xwe de gelek zehmetî û dijwarî derbas kirin û derdê xizanî û bindestiyê kişand. Wî gelek caran baca hizr û ramanên xwe yên neteweyî jî da û di zindanên neyarên gelê Kurd de rastî îşkenceyên pir mezin hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand.

Bêbuhar di sala 2009an de koça dawî kir û heta wê çaxê pênc dîwan çap kiribûn bi navên “Zindan – Bang – Raperîn – Serxwebûn û Pêşketin.” Lê mixabin ji ber nizmiya asta çapê û kalîteya xirab a wan berheman û şaştiyên curbicur ku di wan de cih digirin, pêwist bû hemû berhemên Bêbuhar ên çapkirî û neçapkirî jî ji nû ve û bi awayekî rêkûpêktir bêne çapkirin. Ji xeynî her pênc berhemên çapkirî, rehmetiyê Bêbuhar jînenîgariyeke xwe ya kurt û sê dîwanên din bi navên “Serketin, Azadî û Aramî” nivîsandibûn, herwiha du beşên helbestên şîretan jî nivîsandibûn ku hemû di vê pirtûkê de cih digirin.

Naveroka helbestên Bêbuhar bi awayekî giştî li ser êş û azarên miletê wî ye. Bêbuhar herdem axa, beg, sofî û melayên sexte yên ku ol bi awayekî çewt û ji bo berjewendiyên xwe

Page 10: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

1918

Bêbuharyên taybet bikar dianîn û Kurdên hejar pê dixapandin, bi tundî rexne dike. Di vî warî de ew di bin bandora Seydayê Cegerxwîn de maye û xwe wek şagirtekî wî dibîne. Bêbuhar diqîre û hawar dike û doza yekîtiyê li gelê xwe dike. Herwiha doza pêşketin û xwendinê li kur û keçên gelê xwe dike. Ew helbestvanekî Kurdistanî ye, li ser hemû parçeyên Kurdistanê helbestan dinivîse û lîder û şehîdên Kurd pîroz û nemir dike. Herwiha dilê xwe yê nazik jî ji bîr nake û helbestên evîndariyê jî dinivîse.

Bi rastî karê amadekirin û sererastkirina hemû berhemên Bêbuharê nemir karekî pir zehmet û westêner bû, lê ez bi hêvî me ku ev berhem wê cihê xwe di pirtûkxaneya kurdî de bigire û bibe jêder û çavkaniyeke sûdmend ji hezkerên helbest û edebiyata kurdî û cîhana edebî ya Bêbuhar re. Li vir ez spasiya birayê hêja Ako Mihemed û Rûdawê dikim ku xwe dan ber erkê çapkirina vê kitêbê. Herwiha ez spasiya neviyê seydayê Bêbuhar kekê Azad Berazî û hevkarê xwe Imer Kalo û hevjîna xwe Lorîn Çeto dikim ku ji min re bûne alîkar û keda wan jî di vê berhemê de heye. Herwiha ez spasî û rêzgirtineke taybet pêşkêşî mamosteyê hêja Xalid Cemîl Mihemed dikim ku ev kitêb hemû di bin çavan re derbas kir û sererast kir.

Besam MistefaHewlêr 05.03.2018

Bi Kurtî Jîna Min[Jînenîgarî]

I Bi navê Yezdanê pak û dilovan, ez bi kurtî bîranînên xwe dinivîsim. Min gelek pirtûkên dîrokê xwendine. Kurd serbixwe û xwedî dewlet û kiyan bûn. Lê piştî hatina

Îslamê, Emewî, Ebasî, Selcûqî, Osmanî û Kemalîstan welatê Kurdan bi kuştin û talankirinê dagîr kir. Wan nehiştin Kurd serê xwe rakin. Wan di nav Kurdan de mizgeft ava kirin, lê dibistan û xwendingeh ava nekirin. Lewma, Kurd nexwendî mabûn û dîrokê ew ji bîr kiribûn.

Koledaran yek ji hevalên xwe dikirin melayê mizgeftê. Wan melayan bi navê Îslamê pesnê koledaran didan. Ji aliyekî din ve, dagîrkeran hinek şêxên terîqetan dikirin hevalên xwe û wan jî pesnê koledaran didan û digotin ku kîjan mirov li dijî dewleta ola Îslamî rabe, ola wî nîne; jina wî jê tê berdan; cihê wî dojeh e û ew buhiştê nabîne. Bi awayekî din jî, hinek ji Kurdên hevalên xwe dikirin axayên êlên Kurdan.

Bi vî rengî, wan Kurd berdidan hev û Kurdan hev dikuştin û dibûn neyarên hev. Di encamê de, Kurdan dijminên xwe ji bîr dikirin; birayên xwe yên Kurd didîtin wek dijmin û koledarên xwe didîtin wek dost. Li ser Kurdan, şêxan bi xiştên xwe û melayan bi niviştên xwe kar dikirin. Hinek jî begên koledaran li ser Kurdan bûn, beg bi halan axa bi talan. Koledaran şêx, mela, beg û axayên qenc û rind ji Kurdan dikuştin. Lewma, gelê Kurd nezan mabû û welatê Kurdan wêran mabû.

Wê çaxê telefon nebûn; herwiha internet, televizyon, kompûter, vîdyo, tomarok, firoke û otomobîl nebûn. Eger mirovek ji êleke Kurd li hespê xwe siwar bûba, nikarîbû biçûya nav êleke din a Kurd a ku neyarê hev bû. Yan ew dikuşt, yan jî hespê wî ji wî distand. Belê, ev tişt li nav Kurdan çêdibûn. Kurd ji hev qetiya bûn; xeberên wan ji hev qut bûn û nav hev nedidîtin. Koledaran çi xirabî li serê Kurdan bikira, kesekî Kurd li cihekî din nedibihîst. Xwendeyên me Kurdan beg û mela

Page 11: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

2120

Bêbuharbûn. Ji koledarên Kurd û îslamî re dinivîsandin bi xizmetî û zimanê erebî dixistin nav dîroka Kurdan.

Lê belê, “telefona” gelê Kurd tenê li ba dengbêjên Kurd ên nexwendî mabû, ku çi xirabî bi ser Kurdan de bihata, wî dengbêjî tembûra xwe digirt û datanî ser çoka xwe û davête ser wî tiştî. Yekî dida yekî heta li tevahiya Kurdistanê belav dibû û hemû Kurdan dibihîst. Li gundên Kurdan, ku rewşa yekî xweş bûya yan mixtarê gund bûya, eger mêvanek ji derve bihata, wî mêvan vedihewand.

Gundiyan jî bi roj kar dikirin. Ên diçûn pez û dewar diçêrandin. Traktor nebûn, bi ga, bergîl û hêstiran cot dikirin. Ceh û genim û nîsk diçandin. Ên ku zeviyên wan ne pir bûn, cotkarên beg û axayan bûn. Bi êvaran re, gundî ji karê xwe dihatin; li malên xwe xwarina xwe dixwarin û diçûn dîwanxaneyê. Yên halxweş avakirî rûdiniştin, qehweya tal vedixwarin û çîrok digotin.

Eger yekî çîrokvan hebûya, çîrok digot û wê civatê hemûyan li wî çîrokvanî guhdarî dikirin. Sibehan, hinek ji gundiyan li hesp, hêstir an li keran siwar dibûn û diçûn bajaran û alav û pêdiviyên xwe dikirîn. Êvaran, vedigeriyan malên xwe û xwarinên xwe dixwarin û diçûn bi hev re rûdiniştin. Wan çi nûçe li bajaran dibihîstin, ji civatê re digotin û wê civatê jî lê guhdarî dikir. Hinek caran, yekî dengbêj dihat gund, diçû dîwanxaneya gundiyan. Gundiyan xeber didan hev û ji hev re digotin ku dengbêj hatiye dîwanxaneyê. Êvarê, hemû li dîwanxaneyê diciviyan. Dema wî dengbêjî distra, kesên li wê civatê hemûyan lê guhdarî dikirin. Gundiyan şevbuhêrkên xwe bi vî awayî derbas dikirin.

Ez jî yek ji wan gundiyan bûm ku çaxê ez zarok bûm min ji gotinên dîrokî hez dikir. Li gundê me kalemêr û pîrejin hebûn. Yek ji wan pîrika diya min bû. Di sala 1942an de temenê wê, li gor ku wê digot, 116 sal bû. Yek ji kalemêran navê wî Bekê Ebdê bû. Pîremêrekî din jî wek wî hebû navê wî Heciyê Mayil bû. Hişê wan li serê wan bû. Wan jî gotinên dîrokî digotin. Ez li ba wan rûdiniştim û tiştên ku wan digotin min ji ber dikirin.

Ango, dîrok û telefonên me ew dengbêj û çîrokvan bi xwe bûn. Li gundan xortekî keçek ji bavê wê dixwest, gundî diçûn mala bavê bûkê; destên bûkê hine dikirin; dawet çêdikirin; aşiq dianîn; def, zirne û govend digerandin û dengbêjan bi dehan stran digotin. Bi xêra wan, me zimanê xwe winda nekir, lewma em Kurd li ser piyên xwe man.

Dema ez biçûk bûm, Sûriye di bin ala dewleta Fransayê de bû. Axayê me, Besrawî, dihat aliyê Helebê, diçû gundê me Til Circê, ku li bakurê bajarê Babê dikeve. Ew dibû mêvanê pismamê bavê min Hec Şêxo. Li dîwanxaneyê em li ba wî rûdiniştin. Bavê min ji wî dipirsî û digot: Axa, tu ji Kobanê tê aliyê Helebê û diçî kîjan deverê li wir ranazî. Ji bo çi Besrawî Axa îlle tê li ba me radizî? Wî bersiva bavê min dida û digot: Elî, hûn Almameda mirovên min ên pêş in. Ji ber vê yekê, ez li ba we radizim. Digot: Sê birayên hev hebûn. Yek navê wî Daban bû û yek navê wî Mehmûd bû û yek navê wî Ehmed bû. Digot ji Dabên Dabanlî çêbûn; ji Mehmûd Mûsikan çêbûn û ji Ehmed jî Almamedan çêbûn. Digot: Em jî Mûsikî ne û Dabanliyan Dabanlî ne. Digot: Ku em û hinekan şer dikin, hûn li hawara me tên, ji ber ku em merivên hev in.

II Gelî xwişk û birayên Kurd, ez ne dîrokvan im û min ti lêkolîn çênekirine. Lê ez ji ber gotinên bav û bapîran dinivîsim, gotinên wan gotine û yên min ji ber kirine ez

wan dinivîsim. Digotin êla Berazan şeş ber in: Elîdînan, Pîjan, Dîdanî, Şedadanî, Şêxan û Kêtikan. Ev ber şaxê xwe jî hene û her birekî axayê xwe heye. Li ser hemûyan mîr heye, yê ku jê re dibêjin Mîrê Berazan.

Ez bi xwe Kêtikî me, ji Kêtikan Al Memedî me, ji Al Memedan Remhecî me. Kêtikan li başûrê Berazan e. Li başûrê avayê Kêtikan, êlên Ereb û Tirkmen dihatin pez û garanên Kêtikan talan dikirin. Sê egîdên Kêtikan ên sereke hebûn: Hemê Mûsikê, Kinê Mûsikê û Hec Eliyê Ebasokê, diçûn talan vedigerandin. Hec Eliyê Ebasokê Al Memedî bû. Ew yek ji bapîrên min bû.

Page 12: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

2322

BêbuharDi sala 1819an de, şerek di navbera Kêtikan û Tirkmenan de

çêbû û Hec Elî di wî şerî de bi destê Tirkmenan hate kuştin. Wê çaxê, Dewleta Osmanî xort dibirin û dikirin leşker. Osmaniyan şerê dewletan dikir û welatên xelkê dagîr dikirin. Gelek xortên ku diçûn şer dihatin kuştin û venedigeriyan. Berazan digotin em leşkeriya Osmaniyan nakin û xortên xwe nadin Osmaniyan.

Di sala 1822an de, di navbera êlên Berazan û Dewleta Osmanî de şer çêbû û wî şerî sê salan dirêj kir. Di sala 1825an de, Berazan şikestin. Leşkerên Osmanî ketin welatê me û wêran kir. Wê çaxê gelek ji Berazan welat berdan û penaber bûn û ber bi bajarên Heleb, Hema û herêma Dîlokê “Entabê” ve çûn. Li wan deveran bi cî û war bûn. Lê Kêtikan bi serweriya Kinê Mûsikê û Hemê Mûsikê şer berdewam kirin, lê mixabin ew jî şikestin. Şeş kurên Mûsikê hebûn, pênc ji wan bi destê Dewleta Osmanî hatin kuştin. Hem jî hate girtin û serê wî hate jêkirin. Kenan jî hate girtin û ew birin. Kesekî nizanîbû wan ew bi ku ve bir.

Navê gundê me Rovî ye. Ew 12 km li başûrê bajarê Kobanê ye. Bapîrên min jî gelek di wî şerî de hatin kuştin û wan jî gund berdan û penaber bûn û ber bi bajarê Dîlokê ve çûn. Ew li aliyê Tirkmenan cîwar bûn û hinek li gundê Qandewrê bi cî bûn. Hinek jî li gundê Bizlicê bi cî bûn. Wan û Tirkmenan herdem şer dikirin. Tevî ku bi salan li wê deverê mane, lê zimanê xwe ji bîr nekirine. Hinek ji wan vegeriyan welatê xwe û hinek jî li wir man.

III Gundê Bizlicê yê ku em lê bûn li bakur- rojhilatê bajarê Helebê bû û bajarê Babê li rojhilatê bajarê Helebê ye û gundê Til Circê di navbera gundê Bizlicê

û bajarê Babê de ye. Rojekê ji rojan birayê bavê min, ji bavê min mezintir bû û ew sermiyanê malbatê bû, karekî xwe li bajarê Babê çêbû. Ew li hespê xwe siwar bû, da ser rê û gihişte gundê Til Circê.

Mirovên ji gundê Til Circê dostên apê min bûn. Apê min yê din pêrgî apê min hatibû û apê min bernedabû û jê re gotibû tu

îşev mêvanê min î. Navê wî Şêxo Mişdî bû. Got tê sibehê herî Babê, ji apê min re pezek serjê kir, şîva apê min çêkir, xwarina xwe xwarine û şevbuhêrka xwe kirine. Apê min ji xwediyê malê pirs kir û got: Şêxo, rewşa te çawa ye? Wî bersiva apê min da û got: Mihemedê Şêxo, rewşa min xirab e û halê min ji destê van Erebên li dor min tune ye. Ew pir in û ez bi tenê di nav wan de me, lewma ez dikim gundê xwe bifroşim û ji vir bar bikim û herim.

Apê min li wî vegerand û ji wî re got: Şêxo, eger tu gundê xwe bifroşî, ez ê bikirim. Wî jî got: Ez ê bifroşim te. Bi vî rengî, herduyan bazara xwe kir û dem çû û li hev kirin. Sibehê, piştî ku apê min Mihemedê Şêxo çû bajarê Babê û karê xwe qedand, vegeriya gundê Bizlicê. Dema ku gihişte mala xwe, pezê xwe û dewarê xwe bir bajarê Babê. Ew pez û dewar firotin û çû gundê Til Circê û pereyên Şêxoyê Mişdî dayê. Bi vî awayî, wî gundê Til Circê jê kirî.

Gava ew vegeriya gundê Bizlicê, mala xwe û malên pismamên xwe ji wî gundî bar kirin û anîn gundê Til Circê. Yek jî bavê wan yê lawên apê hev bûn û navê wî Îbrahîm bû ku hinek erd da wî jî. Lê wê çaxê Ereban şerê xwe di apê min dida, ji ber vê yekê, apê min hinek mirovên Kurd ên ku li dor xwe hewandibûn bera wan Ereban da. Lê vê carê Ereban bi alîkariya hikûmetê zor dane ser apê min û apê min çû Helebê ba mala Cabirî ku di hikûmetê de xurt û destdirêj bû.

Apê min hinek erd ji gundê Til Circê da wan û wan jî apê min ji hikûmetê parastin. Da nema êdî Ereb îşê xwe ji apê min bînin. Li ser bextê pêşiyan be, gotinên ku min ji wan bihîstine, ez dinivîsim. Kalikê min Şêxo jî, wê çaxê miribû. Piştî ku apê min Mihemed mir, sê pismamên bavê min hebûn. Şêxo û Hiso lawên apê bavê min Elî bûn û Mistefa jî lawê apê bavê min Îso bû. Şêxoyê ku bi temen mezin bû, ew bû sermiyanê malbatê. Bi gotina wî, berê jî, yê mezin çi bigota, kesekî jê re nedigot na.

Gundê Til Circê neh hezar donim in. Her pismamekî para xwe bir, jin anîn û zarokên wan çêbûn. Di sala 1931ê de, ez ji diya xwe bûm û ji bavê min Elî Şêxo. Em çar bira û xwişkek

Page 13: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

2524

Bêbuharbûn. Ez, Îsmaîl, Bilal û Mihemed. Li aliyekî din, ji lawê apê bavê min Mistefa Elî çêbû, herwiha lawê apê bavê min ê sermiyanê malbatê, çû hecê û navê wî bû Hecî Şêxo. Ew mirovekî dirêj û lihevhatî yê gewr û spî bû. Çavên wî mêşinî bûn. Ango ew pir xweşik bû. Gundek li başûrê gundê me Til Circê hebû û navê wî gundî Sorsomate bû.

Rojekê, dawetek li wî gundî çêbû, xwediyê dawetê xelatek ji Hecî Şêxo re şand. Hecî Şêxo çû wê dawetê û Meyra Hesetîtê dît. Ew jî keçeke reş, pozmezin, kin û qalind bû. Ti carî nedihate qebûlkirin. Dilê Hecî Şêxo ket wê keçikê. Ew keçik ji bavê wê xwest û ji xwe re anî û ji wê du kur û du keçên wî çêbûn. Her çar jî mîna diya xwe reş bûn. Navê kuran: Navê yê mezin kirin Mayil û yê jê biçûktir jî navê wî kirin Nûrî.

Lê Mayil ji her sê bira û xwişkan reştir bû, nêzîkî Afrîqiyan bû. Ew mirovekî ne baş bû û dilê wî jî wek rûyê wî reş bû. Çawa ku diya wî jineke şerûd û dexes bû û xêr ji kesekî re nedixwest, Mayil jî wek diya xwe bû, xêr ji kesekî re nedixwest. Hecî Şêxo sê par ji wan erdan diçand, parek dabû bavê min û lawê apê wî Mistefa. Bavê min mirovekî dilpak bû, deng nedikir û digot bila be, tişt nabe.

Kurê apê wî Mistefa jî wek wî deng nedikir, herdu xizan û feqîr man. Lê belê, Hecî Şêxo bû dewlemend û lawê xwe Mayil da xwendin. Mayil xwend û bû zana. Dîwanxaneyek ava kir, qehwe dikeland û mêvan dihatin dîwanxaneya wî. Hikûmeta Fransayê Mayil kir mixtarê gundê Til Circê. Navê wî bû Mayil Axa. Wî xwe bi hikûmetê ve girêda. Hikûmet bû hevalê wî.

Ji gund kesekî nikarîbû li ber wî devê xwe vekira û gotin bikira. Wê demê, ez zarok bûm. Min tiştek nizanîbû û birayên min jî wek min û bavê min jî nizanîbûn ku Mayil Axa bi emrê hikûmetê mesah “kadestro – erdpîv” anîbû û erdê gund pîvabû. Para me û para xwe bi ser xwe û birayê xwe ve tapo kir.

Bavê min ji wî pirsî û got: Mayil, ev ji bo çi bû ku te erdê gund pîva? Wî ji bavê min re got: Ji bo ku em sînorê gundê xwe û gundên derdora xwe nas bikin. Bavê min û pismamê xwe Mistefa bawer kirin û xwe kerr kirin.

Piştî sê salan, bavê min û kurê apê xwe Mistefa bihîstin ku Mayil Axa bêbextî û derew li wan kiriye. Pişkên wan li ser xwe û birayê xwe Nûrî tapo kirine. Birayekî wî heye navê wî Xelîl e, erd neda wî jî.

Bavê min çû bajarê Babê, ba parêzer Mihemed Elî Zên Şihabî û ew çîrok ji wî re got. Lê parêzer ji bavê min re got: Çiqas çêbû? Bavê min got: Sê sal çêbûn. Lê parêzer ji bavê min re got nema erd ji we re derdikeve. Wî got: Eger ku berî neh mehan bûya, dibû, lê piştî neh mehan gilî nabe. Bavê min û pismamê wî li dadgehê gilî kirin, lê tiştek ji wan re derneket.

Ango, kor û poşman vegeriyan mala xwe. Bavê min û lawê apê xwe Mistefa, li ba Sûad Efendî Cabirî bûne cotkar. Wê çaxê, Şerê Cîhanê yê Duyem bû û milet birçî bû. Ji leşkerên Fransayê re digotin Leşkerên Milîs. Ew diketin malan û çi arvan, savar û genim hebûna radikirin, dibirin û didan leşkerên Fransayê yên li derveyî Fransayê. Ji ber ku Alman ketibûn paytexta wan Parîsê û dewleta wan ji hev ketibû.

Bavê min ji tirsa Leşkerên Milîs di hewşa mala me de erd kola û çalek çêkir û kaya zuha bi binê çalê wer kir û genim bera hundir dida û dora genim ka dikir heta ku çal dadigirt. Ser gênim jî ka girte ser û bi axê ser kayê girt û qirş li ser danî. Qazên me hebûn li ser wan qirşan hêlîn çêdikirin û çêlîk derdixistin.

Gava ku Leşkerên Milîs dihatin û tiştek nedidîtin, destvala vedigeriyan. Diya min heska mehîrê digirt û bi wê heskê genim ji çalê derdixist û bi destarê kevirê reş dihêrand. Ji me re nanê rojê çêdikir. Her yekî sê nan dida me. Me ew nan dixwarin wek ku me hingiv dixwar. Em çar bira bûn û xwişkeke me jî çêbû. Bavê min navê wê kir Emîne.

Li gundan jî dibistan û xwendingeh nebûn. Li bajarê Babê xwendingehek tenê hebû. Jê re digotin Techîz. Rêveberê wê navê xwe Mihemed Elî Muxrebî bû. Navê lawê wî Selah bû yê ku hevalê min bû. Hikmet Şihabî û Selah Derawşe û Cuma Yûsif Ilês hevalên min bûn. Gava ez diçûm bajarê Babê ez diçûm ba wan. Navê bavê Hikmet Ebd el- Xelîl Ebûd bû. Dikana wî bi du

Page 14: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

2726

Bêbuharderiyan bû.

Min û hevalên xwe li wir hev didît. Em diçûn çemê Nehr el- Dehebê ku di navbera bajarê Babê û gundê Bizlicê de bû. Me xwe li wir dişûşt. Dareke mezin li wir hebû. Em derdiketin ser wê darê û me xwe ji ser wê darê diavêt avê. Wan li xwendingehê dixwendin, min ji xwendinê pir hez dikir, lê bavê min xizan û hejar bû û nikarîbû min bişîne bajarê Babê da ez li wir bixwînim.

Min pirtûkên kevin ên salên borî ji wan hevalên xwe distandin û bi awayekî serbest ji xwe re dixwend. Wek zarokê şîrê diya wî nebû û hîn xwarin nedixwar û şîrê frencî “ewropî” nebû li malan digerandin, jinên bi zarok ew zarok bi xêra xwe dimêjandin heta mezin dibû û xwarin dixwar.

Li aliyê din, Mayil Axa pereyên wî û birayê wî Nûrî hebûn. Wî kurê xwe Mihemed û kurê birayê xwe Nûrî Ebdilrehman şandibûn bajarê Babê da li wir bixwînin. Ez diçûm ba wan. Min ji wan û ji xeynî wan ders dibirin, lê min rêziman û rênivîs pir dixwendin. Di çaxê ezmûnan de, ez diçûm bajarê Babê ba hevalê xwe Selah ê ku bi min re diçû ba bavê xwe Mihemed Elî Muxrebî ku rêveberê xwendingehê bû.

Min ji wî re dixwend û wî jî li min guhdarî dikir û ji min re digot: Tu serketî yî, tu pir baş î. Wê demê, wî ez dixistim rêzeke din. Min çar rêz xwendin. Wê çaxê li bajarê Babê ji xeynî pênc rêzan nebû. Ew wek bakalorya “lîseya” niha bû. Li bajaran ên ku parêzgeh bûn ji xeynî rêzên nehan nebûn.

Wê çaxê rêzên pêncan dibûn mamosteyên xwedingehan û dibûn çawîşên derekan “jendirmeyan”. Niha ji wan re dibêjin “Şurte - Polîs.” Mirovekî ku dixwest bakalorya bixwenda diçû Libnanê, li bajarê Beyrûtê xwendingehek hebû, li wir dixwend. Rojekê Sûad Efendî Cabirî hat ba bavê min û jê re got: Elî, ez dikim erdê xwe bifiroşim, hûn pêştir in, ku hûn bikirin ez ê bidim we.

Bavê min hinek dewar û pezên wî çêbibû. Bangî pismamê xwe Mistefa kir û bangî hinek mirovên xwe û yên erdê wan nebûn kir û bi Sûad Efendî re bazara xwe kirin û li hev kirin.

Meta min jî, jina Hecî Şêxo û jinbava Mayil Axa, zêrê xwe da bavê min. Mayil Axa pê hesiya û di bin re çû ba Mihemed Elî Muxrebî. Herdu çûn ba Sûad Efendî Cabirî û pere zêde dane wî. Wî erd kirî. Bavê min û hevalên xwe pez û dewarên xwe birin bazara Babê, lê hinekan xeber dan bavê min. Ji bavê min re çîroka Mayil Axa gotin ku çi dûbare çêkir û çawa Mihemed Elî Muxrebî erdê di destên wî de kirî. Ji ber vê yekê, bavê min û hevalên wî pez û dewarên xwe kor û poşman vegerandin malên xwe.

Bavê min çû ba Mayil Axa û jê re got: Te çima wiha kir, te erdê me li ser xwe û birayê xwe tapo kir û te nehişt em vî erdî jî bikirin. Ji bo çi? Wî li bavê min vegerand û got ku merivên min li dor min nebin wê dijminên min jî nebin. Bavê min hat malê giriya û rabû û çû gundê Bizlicê, gundê ku jê hatin. Li gundê Til Circê, wî cî ji me re dît û hat hewşa me firot û bar kir.

Em çûne Bizlicê û du salan li wir man. Me dît qewm û kesûkarên me li wir nemane. Tirkmen ketine şûna qewm û xizmên me. Hedana me li wir nehat. Me ji bavê xwe re got ku em li vî gundî rûnanin. Bavê min vegeriya Til Circê û çû ba Behadîn Cabirî û li ba wî cotkarî dît. Li wir xanî nebûn da ku em têkevinê, lê hewşek hebû di bin destê Mayil Axa de bû.

Me ji Bizlicê bar kir û em hatin Til Circê û em ketin wê hewşê. Hinek mirov li wî gundî mirovên me bûn, lê bi mirovanî hinekî ji me dûr bûn. Ew jî wek me li ba Behadîn Efendî cotkar bûn. Wan ji me hez nedikir. Pismamê bavê min ji ber Mayil Axa xeyidî. Wî jî wek bavê min hewşa xwe firot. Wan erebeyên Mihemed Elî Muxrebî anîn gundê me û ji gund bar kir.

Kurê pismamê bavê min bi navê Cereh bû. Erdê wî hebû. Ew li gund mabû. Ji ber ku cotkarên Beha Efendî pir bûn û em jî hindik bûn, li bavê min xistin. Ne Mayil Axa û ne jî birayên wî Nûrî û zarokên wan alîkariya me nekirin. Birînên bavê min xedar bûn. Me bavê xwe bir bajarê Babê û xist nexweşxaneyê. Piştî ku mehekê di nexweşxaneyê de ma, ew xweş bû lê ma nîv mirov.

Yek ji wan kesên ku li bavê min xistin navê wî Hemoyê Dirêj

Page 15: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

2928

Bêbuharbû. Min û birayê xwe Îsmaîl, ew li çolê girt û wek wan li bavê min kirin me jî wiha li wî kir. Mayil Axa ne tenê alîkariya me nekir lê bi ser de jî got ji hewşê derkevin, hewş ne ya we ye. Mayil sebr nekir em ji gund bar bikin û malek xist ser mala me. Di sala 1947an de, me ji gundê Til Circê bar kir û em çûne bajarê Minbicê.

IV Wê çaxê ti kar nebû, lewma ji ber neçariyê birayê min Bilal li ba Ebdilqadir Şenen baxçe girt û bû baxçevan û baxçe diçand. Herwiha, birayê min

Îsmaîl li ba berber “portiraş” Hisênê Kilislî bû şagirt û li ber destên wî fêrî berberiyê bû. Herwisa, bavê min ez danîme ber destê yekî Ermenî yê qondere çêdikirin “solker” ku navê wî Artîn bû, ji bo ku ez bibim solker.

Ew pîşeyeke gemarî bû. Min ji wê pîşeyê hez nekir, lewma min dest ji wî karî berda û ez çûm bûme şagirtê yekî berber ê Ermenî ku navê wî Nêrsîs bû. Li ber destê wî ez fêrî berberiyê bûm. Ji ber ku pereyên me nebûn ku ez û birayê xwe Îsmaîl ji xwe re saloneke berberiyê vekin, em herdu man şagirt li ba xelkê.

Birayê min Îsmaîl di sala 1949an de bajarê Minbicê berda û çû Helebê li ba berberê helebî kar kir. Bavê me, yê ji ber wê lêxistina li gundê Til Circê nexweş bû û nikarîbû kar bikira, xerîb bû û kesek nas nedikir. Hertim, gundê Til Circê dihat bîra wî û wiha bi tenê di hundirê malê de rûniştîbû. Ji xeyd, keser, ax û ofê teqiya heta ku di sala 1952an de mir û ji vê dinyaya fanî bar kir.

Xelk û mirovên xerîb ên ku cîranên me bûn hatin termê bavê min rakirin û li mezelê bajarê Minbicê xistin bin axa sar. Em salekê li bajarê Minbicê man û birayê min Îsmaîl ji Helebê careke din venegeriya bajarê Minbicê.

Ew windayî bû. Di sala 1954an de li çarşiya Minbicê li geraja otomobîlan, camêrekî navê wî Elî Beko bû ez dîtim û ji min re got: Min birayê te Îsmaîl li bajarê Serê Kaniyê dît ku ew li wir li ba yekî berber li saloneke berberiyê kar dike. Ez bi wê xeberê

pir kêfxweş bûm.Dema ez hatim mal, min ji diya xwe û birayê xwe Bilal re got

ku birayê min Îsmaîl li Serê Kaniyê ye. Herwiha min ji birayê xwe Bilal û diya xwe re got ku ez ê herim Serê Kaniyê û birayê xwe Îsmaîl bibînim û binerim rewşa wî çawa ye. Hedana min nehat ez neçim ji ber min pir ji wî hez dikir. Ez çûm bajarê Cerablusê li tirêna Tirkiyê siwar bûm û çûm li Serê Kaniyê daketim û li bajêr geriyam.

Min ji hinek camêran pirsî. Wan ew nas kir û ez birim ba birayê min Îsmaîl. Dema min ew dît û wî jî ez dîtim, min û wî hev hembêz kir û me hev maç kir. Em pir kêfxweş bûn. Min dît kar li Serê Kaniyê ji Minbicê pirtir e. Ez li ba birayê xwe Îsmaîl mam.

Dema birayê min Bilal dît ku ez venegeriyam Minbicê, ew jî hat Serê Kaniyê ba min û Îsmaîl û em herdu dîtin. Ew jî pir kêfxweş bû û du rojan li ba me ma. Wî ji min re got xwe amade bike ku em herin mala xwe. Min ji wî re got ez nema diçim Minbicê û ez ê li ba birayê xwe Îsmaîl bim.

Îsmaîl ji Bilal re got ez birayê xwe Yûsif bernadim; wê li ba min be. Li Serê Kaniyê kar ji Minbicê pirtir û çêtir e, here mala me bîne vir. Birayê min Bilal qayil bû û vegeriya Minbicê. Di sala 1954an de, me mal ji Minbicê bar kir û anî Serê Kaniyê. Mirovê ku birayê min Îsmaîl ji Helebê anî Serê Kaniyê navê wî Behdê Şamiyê bû. Ew jî berber bû. Min û Îsmaîl salona wî ya berberiyê kirê kir. Me herduyan tê de kar kir û birayê me Bilal, ji xwe re dikaneke beqaliyê vekir û kar kir.

Wê çaxê, birayê min Îsmaîl di Partiya Komunist de kar dikir. Hevalê Osman Sebrî, Cegerxwîn û Reşîdê Kurd bû, lê min ew nas nedikirin. Dostekî min hebû, navê wî Xalidê Hesoyê Dêrikî bû, hat ba min û ez birim mala xwe. Min dît hinek genc û xort li mala wî rûniştine. Min dît mirovekî temen navsere li aliyê jor rûniştî ye.

Min ji Xalid pirsî û got: Xalid, ev mirov kî ye? Ji min re got: Ev Reşîdê Kurd e, berpirsê Partiya Komunist e. Ji wan xortan re gotin dikir. Min ji wî hin tişt pirsîn û bersiva min da min.

Page 16: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

3130

BêbuharMin ji wî hez kir. Wî jî ji min hez kir û ez bûme dostê Partiya Komunist. Piştî çend rojan, mirovek hat mala me ba birayê min Îsmaîl.

Min ji Îsmaîl pirs kir ew mirov kî bû, ji min re got ku ew Cegerxwîn e. Ez pir kêfxweş bûm. Min ji Cegerxwîn gelek pirs kirin û wî bersivên min dan, li ser Partiya Komunist û di serê min de cih girt. Di sala 1956an de, min Reşîdê Kurd û Cegerxwîn nas kirin. Reşîd her çend rojan dihat Serê Kaniyê û em fêrî xwendina kurdî dikirin. Ez yek ji wan kesên di xwendinê de serkeftî bûm. Wî rêzimana kurdî afirandibû, ji min re yek anî û da min. Min ji berî hevalên xwe xweşik ji ber kir.

Cara din jî Cegerxwîn hat mala me ba birayê min Îsmaîl, ji min re dîwana xwe ya yekem anî û da min. Mirovek jî navê wî Mele Mehmûd bû, ji bajarê Amûdê bû û li ba hikûmetê di mîra gênim de kar dikir, dihat salona min a berberiyê û porê xwe diqusand. Wî ji min hez kir û bû dostê min. Wî dît ku ez ji xwendina kurdî hez dikim, lewma “Nûbihar”a Ehmedê Xanî û dîwana Mele Ehmedê Cizîrî ji min re anîn û diyarî min kirin.

Nûbihara Ehmedê Xanî pêlawazên kurdî bû. Min pêlawaz dixwend û min hinek jê ji ber jî kir. Xortek hebû cîranê min Ereb bû. Navê wî Ehmed Ebdilselam bû. Ew li nav Kurdan mabû û bi zimanê kurdî xweşik zanîbû. Wî li Zanîngeha Helebê, Edebiyata Erebî dixwend û di ber re jî Farsî dixwend.

Min pirtûkeke wêjeya Farsî ji ba wî anî. Min helbestên Şîrazî û Fîrdewsî û Xeyam xwendin û pêlawazên wan ji ber kirin. Di sala 1956an de, mirovek hat bajarê Serê Kaniyê. Ew ji bajarê Dirbêsiyê bû û navê wî Ebdê Sebtê bû, berpirsê Partiya Komunist bû. Wî xeber da me û got sibe Yekê Gulanê ye, Cejna Karkerên Cîhanê ye, hûn ê çalakiyan li dar bixin.

Dema bû sibe em xort li hev civiyan û di bazara Serê Kaniyê re meşiyan. Wê çaxê Mihemed Elî Xelîl Begê Îbrahîm Paşa berpirsê Partiya Qewmî Sûrî “Partiya Neteweyî ya Sûrî” bû. Ofîsa wan di hewşa mala Xelîl Begê Ibrahîm Paşa de bû. Partiya xwe şandin pêş me û me li hev xist. Me hevdu birîndar

kir. Wê çaxê serê min şikest. Birînên serê min mezin bûn. Ji ber ew burjuwazî bû û ew hevalê hikûmetê bû, wî wiha kir. Serokê polîsan, navê wî Ehmed Heswê bû, polîs şandin da me bigirin.

Eyn hevalên me xwe dane alî, lê wan em çar kes girtin: Ez, Eyûb Rizo, Îzedîn Mihemed Remedan û Hemze Hesko û em birin mexferê “navenda polîsan” û li me xistin. Em şevekê li ba xwe hiştin û sibehê em berdan. Em serbilind û kêfxweş hatin malên xwe.

Wê çaxê du xort birayên hev bûn, navê yekî Elî bû û navê yekî jî Seyidxan bû û ji bajarê Licê yê girêdayî Ameda Bakurê Kurdistanê bûn, digotin em kurên Mistefayê Perîşanê ne û em ji ber hikûmeta Tirk reviyane vir. Ew di hewşa cîranê me de bûn, ez diçûm ba wan.

Carekê axaftin di navbera min û wî de çêbû. Min ji wî re qala Partiya Komunist kir. Min pesnê Komunîzmê da û min got ku Komunist baş in. Ew gelekî rewşenbîr bû, min dît mirûzê wî zer bû û xeyidî û ji min re got: Ma ne şerm e tu vê gotinê dikî! Herwiha got: Dijminên Kurdan ên herî mezin Komunist in, tu nizanî ku Lenîn û Stalîn çi anîne serê Kurdan? Wan li Yekîtiya Sovyetê mafê gelan hemûyan dane wan, lê mafê Kurdan nedan wan, wan Kurd li neh komaran bela kirin û nîvê welatê Kurdên Sovyetê dan Ermenan û nîvî jî dan Azeriyan û wan Kurdistana Sor winda kir, Stalîn alîkariya Tirk û Îraniyan kir û çar şoreşên Kurdan şikandin.

Herwisa ji min re got: Eger tu xortekî bi namûs bî, ji miletê xwe re kar bike, eger tu ji miletê xwe re kar nekî, xelk ji miletê te re kar nakin. Rabû, çû û pirtûkek ku destnivîsa Dr. Nûredîn Dêrsimî bû, ku bi zimanê tirkî nivîsandibû anî. Ez jî bi zimanê tirkî xweş dizanim. Wî ji min re ew pirtûk xwend heta qedand. Min nas kir ku haho çi bi serê miletê Kurd kirine. Min nas kir ku gotinên Elî rast in. Yê ku bi kêrî xwe neyê, bi kêrî ti kesî nayê.

Wî mirovî welatparêzî û kurdperwerî di mejî û dilê min de çandin. Wê çaxê min dest ji Partiya Komunist û îdeolojiya Komunîzmê berda û ez bûm murîdê wî xortî û nema ji wî qetiyam. Di sala 1958an de, yekîtî di navbera Misr û Sûriyê de

Page 17: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

3332

Bêbuharçêbû. Di sala 1959an de, li Sûriyê dest bi girtina Komunistan hate kirin. Navê Rêveberê Navçeya Serê Kaniyê Munzir Mûsilî bû. Munzir Mûsilî polîs anî mala me û ez û birayê min Îsmaîl girtin û birin û xistin zindanê.

Polîsan ez berdam, lê birayê min Îsmaîl birin bajarê Qamişlo. Seydayê Cegerxwîn bazda û çû Iraqê, bajarê Bexdayê ba Ebdilkerîm Qasim. Reşîdê Kurd girtin û birin û ew bi îşkence û lêdanê kuştin. Osman Sebrî jî girtin û birin û ew gelekî êşandin. Cemal Çerkez û Ferecella el Hilû jî bi îşkence û lêdanê kuştin. Birayê min Îsmaîl du mehan li Qamişlo li ba Mebahisê “Beşa Ewlekariya Dewletê” di zindanê de ma û piştî du mehan ew berdan û ew hate malê. Dema ku hate malê, min ji wî re gotin kir ji bo ku dest ji Komunîzmê berde.

V Di dawiya sala 1960î de, mirovek hate ba min û got: Silavên hevalên partiya Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran ji bo te hene, tu yê Partî Kurdî li Serê Kaniyê

damezirînî. Wî mirovî nameyeke mohrkirî jî derxist û da min. Min ew name xwend û min ji wî mirovî re got: Navê te çi ye? Ji min re got: Navê min Şêx Dawûd e. Min ji wî re got: Tu li ser çavên min hatî.

Dema ku bû roja din, ez çûm ba birayê xwe Îsmaîl û min ew çîrok ji wî re got. Wî ji min re got: Tu yê berê herî ba xortên Kurd ên xwendekar ên baweriya te bi wan heye. Tu di pêşiyê de wan bikî hevalên xwe. Pêşî ez gihiştim Eyoyê Xatûnê û min ew kire hevalê xwe. Wî jî Medanê Ebdê anî û bû hevalê me. Wan Imerê Xelefê Heso anîn û min ji wan hersêyan re komikek çêkir. Şeş mehan dirêj nekir, min ji xwendekaran çar komik çêkirin û ez gihiştim welatparêzên Kurd ên hêja, mêr û netirs û min ji wan heval pir kirin.

Di sala 1962an de, yek hate ba min, Komunist bû û navê wî Îzedîn Mihemed Remedan bû. Wî ji min re got: Mirovek hatiye mala min li te dipirse. Min ji Îzedîn re got ew mirov kî ye, tu wî nas dikî? Ji min re got: Na, ez wî nas nakim.

Ez bi wî re çûm mala wî û ew mêvanê wî pêrgî min hat û

destê xwe da destê min û silaveke germ li min kir û ji min re got: Silavên Mihemed Bozan ji te re hene. Wî bi zimanê kurdî yê zelal bi min re deng kir. Min li wî mêze kir. Rengê wî zer e, çavên wî zer in û diranên wî firk in, porê wî bronzî û kurrkirî ye û temenê wî dora sî salî ye û teşeya wî ne sivîl lê leşkerî ye.

Min ji wî re got: Tu Mihemed Bozan ji ku nas dikî, te ew li ku dît? Wî ji min re got: Hevalên partiyê ez şandim ba wî û min ew li Ceylanpinarê dît. Min ji wî re got: Navê te çi ye û tu ji ku yî? Wî got: Navê min Reşad e û ez ji bajarê Silopiya me. Min got: Tu çi ji min dixwazî û tu ji bo çi hatî ba min?

Çîroka xwe ji min re got: Ez li Stenbolê dixwînim û di havînê de xwendin nîne, ez çûme Kurdistana Iraqê û min alîkariya şoreşa Barzanî kir, çaxê ku dema xwendina min hat, ez çûme Stenbolê. Fesadî li min hate kirin. Ji tirsa ku wê hikûmeta Tirk ez bigirtama, min bazda û ez hatim vir ba te ji bo ku tu min derbasî Kurdistana Iraqê bikî da ez bigihim şoreşa Barzanî. Ez nema vedigerim Tirkiyê.

Lê, gotinên wî neketin serê min ji ber ku di meha Îlonê de deriyê xwendinê vedibe; va piştî serê salê, di meha Gulanê de, piştî 8 mehan fesadî li vî kesî kirin. Herwisa ti raçêtên partiyê bi vî re tune ne. Herwiha ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdên Tirkiyê ji partiyên Kurdên Sûriyê xurttir e û sînorê Kurdên Tirkiyê û Kurdên Iraqê çiyayên bilind in û di wir re derbasbûn hêsantir e.

Min di mejiyê xwe de pirsî: Gelo çima ev mirov di wir re derbas nebû û neçû û negihişt şoreşa Barzanî! Min ew mirov nerast dît. Min ji wî re got: Rabe em herin mala min. Dinya êvar bû. Min ew nebir mala xwe. Min ew bir mala dostekî xwe û min ji jina xwediyê wê malê re got: Ji vî mêvanî re nebêjin ev mal mala kê ye, xwarinê bidinê û neçin li ba wî rûnenin. Ez ê sibê zû werim û wî bibim û ez çûm mala xwe.

Min raçêtek ji partiyê re nivîsand û min got: Bila haya we ji we hebe. Ez vî mirovî dirust nabînim û divê hûn bi wî re lêkolînê bikin. Ez razam û di berbangê de ji xew rabûm û çûme ba hevalekî xwe yê ku otomobîleke wî hebû. Min ew bir ba yê

Page 18: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

3534

Bêbuharmêvan û min ê mêvan xiste otomobîlê û ew şand ba hevalên partiyê û wan bi wî re lêkolîn çêkiribûn. Hevalên partiyê ew ji cihekî biribûn cihekî din, ji bajarê Dirbêsiyê heta gihandibûn bajarê Dêrikê, gundê Mozelanê, ba mala Mîro.

Lê tiştên siyasî nedabûn destê wî, tenê bi mêvanî ew hewandibûn. Hevalên me yên partiyê di bin re ji hevalan mirovek şandibûn Tirkiyê ba Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û wî hevalî çîroka wî mirovî ji wan re gotibû. Mirovekî wiha ye û kilîşê “sûretê” wî jî bi xwe re biribû û dabû destê wan. Wan jî lêkolîn li ser wî kiribûn û ew nas kiribûn ku Sertîpê Yekem “üsteğmen”ê leşkerê Tirkan e û di Peymana Atlasî “NATO” de ye û navê wî Hesen Boliş e û ji bajarê Yozgatê ye.

Wî bihîstibû yek ji hevalên partiyê çûye Tirkiyê, lêkolînê li ser wî dike ku li wir e. Wan ew nas kirine û gotine wî bigirin û bernedin. Lê çûye û xwe spartiye hikûmeta Sûriyê û Mebahisên hikûmeta Sûriyê. Berê herdu hikûmet li ser Kurdan hevalên hev in. Ew bi destê hikûmeta Sûriyê hatibû nav me. Ji bo ku herdu dewlet alîkariya hev bikin û nas bikin ka Kurd çi karî li dijî wan dikin.

Hesen Boliş çûbû mala kîjan hevalê partiyê, navê wî dabû hikûmeta Sûriyê. Mebahisên Sûriyê çûbûn malên wan û ew yek bi yek girtibûn û xistibûn zindanê. Mebahisên Sûriyê bi wan re lêkolîn kiribûn û ji wan pirsîbûn ka Hesen Boliş hat ba wan çi dikir. Mebahisên hikûmeta Sûrî hatin Serê Kaniyê, ez jî girtim û avêtim zindanê.

Li cem wan, dema ku bû êvar, ew hatin ba min û bi min re lêkolîn kirin û ji min pirs kirin: “Hesen Boliş ji Tirkiyê hate ba te çi kar kir?” Min ji wan re got: “Ez Hesen Boliş nas nakim.” Ez bûm nola nexweşekî têkeve destê Îzraîl.

Çavên wan sor bûn. Ji min re gotin: “Tu derewan dikî, ji me re rast bêje ew hatibû ba te û li mala te razabû?” Min ji wan re got: “Hesen Boliş derewan dike. Ne ez wî nas dikim û ne jî ew min nas dike. Wî bînin ba min û bila zanibe ez ji kîjan deverê me û navê bavê min çi ye, navê diya min çi ye. Wî bibin Serê Kaniyê û binerin ka ew dizane mala min li ku ye. Ma ne rast

dibêje! Lê ku nizanîbû, ev tê wateya ku ew derewan dike!”Wan pir li min dan, lê min gotinên xwe neguhertin. Gotinên

min hertim yek bûn. Wan ez du rojan li ba xwe hiştim, lê di dawî de wan ez birim dadgehê. Li ba dadwer ê ku navê wî Cûzêf Kubê bû, min şeş hevalên xwe dîtin. Yek Diyabê Mîro bû û yek Ebdilmitelib bû û yek Xalid Meşayix bû û yek Ebdilîlah Mele Elî bû û yek Mihemed Şûzî bû û yek Mihemed Mistefa bû.

Dadwer bangî min kir û pirs ji min kirin. Ew gotinên min ji Mebahisê re gotin, min ji dadwer re jî gotin. Dadwer em her heft sekinandin û got: Wan bibin zindanê. Ez li ber şibakê bûm, min Hisênê Hacî Derwîş ê apê mamoste Ebdilhemîd Derwîş ji Dirbêsiyê ji gundê Qermanî ye li derve dît sekinîbû. Wî jî ez dîtim. Ji min re got çawa bû. Min ji wî re got em sekinandin û wê me bibin zindanê. Ew çû xeberê bide hevalên Partî Kurdên Sûrî.

Polîsan destên me xistin kelepçeyan û em di bazarê re birin. Xelkê digotin her bijîn xortên Kurdan, her bijîn. Serokê polîsan ji polîsan xeyidîbû û ji polîsan re gotibû çima we ew bi meş birine zindanê, we ew bi otomobîlan biribana. Wan em gihandin zindana Qamişlo, deriyê zindanê vekirin û em avêtin hundir.

Mirovek pêrgî me hat, em birin ba xwe. Min ji hevalên xwe pirsî ev mirov kî ye. Hevalan ji min re got ku ev mirov Mihemed kurê Cemîlê Seydayê Licê ye. Min ji wan re got wî çi kiribû heta ew xistine hebsê. Wan ji min re gotin wî nexşeya Kurdistanê çêkiribû û bajarê Dêrezorê xistibû ber.

Li dadgehê, dadwer ji wî pirsîbû û jê re gotibû ku hikûmeta Îsraîlê heta Firatê dixwaze; hûn Kurd jî heta Firatê dixwazin; gelo êdî em Ereb bi ku ve herin! Mihemed Cemîl Seyda ji dadwer re gotibû cihê we Yemen e, herin Yemenê!

Dadwer cezayê du salan zindan li Mihemed birî û du salan jî wê neyê bajarê Qamişlo. Ez ji ba wan derketim hewşa hebsê û ez digeriyam. Min ji xwe re li girtiyan mêze dikir. Min dît sê xortên nûgihayî bi hev re dimeşiyan û bi kurdî diaxivin.

Min xwest ez wan nas bikim gelo ew kî ne û ji ku ne. Min silav

Page 19: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

3736

Bêbuharli wan kir, wan jî silava min vegerand û me destên xwe da hev. Min ji wan re got hûn ji kîjan deverê ne? Wan got em ji bajarê Nisêbînê ne. Min got hûn çi kes in? Wan got em Omerî ne. Min got çima hûn di hebsê de ne? Wan got em bi paseportê hatin ba merivên xwe, lê polîsên Sûriyê em girtin û birin mehkemê û hakim em xistin hebsê. Min got hûn li Tirkiyê li xwendingehê dixwînin? Wan got erê em dixwînin.

Min got gava hûn dikevin xwendingehê mamosteyên we çi ji we re dibêjin? Wan got berên me didin alê û sondê bi me didin xwarin ku em bêjin: “Ez Tirk im; diya min Tirk e; bavê me yê mezin Ataturk e.” Em jî wiha dibêjin.

Min ji wan re got hûn derewan dikin, hûn Kurd in û dê û bavên we Kurd in. Ev gotin bênamûsî ye û hûn ji Xwedê natirsin û hûn kufir dibin û hûn tirsonek in û hûn bi tirkî dixwînin. Divê hûn bi kurdî jî bixwînin. Şerm e hûn bi kurdî nexwînin.Wan got ma xwendina kurdî heye? Min got erê heye, ez ê niha raberî we bikim.

Dema min tîpên kurdî ji wan re dinivîsandin, tu nabê yê polîs li jor li me mêze dikir. Ew hat ez girtim û birim ba rêveberê hebsê. Tu nabê ji Kurdên Şamê ye û navê wî Edîb Dirbas bû. Yê polîs ji wî re got ev girtiyan fêrî xwendina kurdî dike. Rêveber ji yê polîs re got: Derkeve derve.

Polîs derket û rêveber ji min re got: Fermo rûne. Ez rûniştim. Ji min re got: Tu Kurdê ku yî? Min got: Ez Kurdê bajarê Serê Kaniyê me. Wî got: Tu ji bo çi ketî hebsê? Min got: Ji bo kurdîtiyê. Wî li min vegerand û got: Ez ji Kurdên bajarê Şamê me. Herwiha wî ji min re got here û careke din wiha neke. Wî got ku ne ez bûma, wê te biêşandana.

Ez vegeriyam ba hevalên xwe. Wan ji min re got tu li ku bûyî? Min ji hevalên xwe re rast negot. Min got ez ji xwe re digeriyam.

Ez neh rojan di zindanê de mam. Ez bi kefaletê hatim berdan û hevalên min du mehan piştî min derketin. Piştî min foto û kilîşên xwe bi hev re girtibûn, niha kilîşê wan hevalên min danîne ser rûpelên pirtûkan. Ez jê mehrûm mam. Xwezî ez ji

hebsê derneketama, tev wan bûma!

VI Piştî ku ez ji hebsê derketim, ez hatim mala xwe. Min deriyê xwendina bi kurdî ji hevalên xwe re vekir. Min hevalên xwe bi kurdî dan xwendin.

Dayikên Kurd ên ku zarokên wan çêdibûn, dihatin ba min, min navên kurdî li zarokên wan dikirin. Min karê siyasî dikir. Min sê kar bi hev re dikirin. Du caran Mebahisa hikûmeta Sûriyê ez xwestim û ez çûm bajarê Qamişlo.

Wan ji min re digotin tu bûyî dewlet; te dibistan û xwendingehên kurdî vekirine. Min ji wan re digot: Na ne rast e. Ez mirovekî hejar û xizan im, karê min berberî ye. Ez ji sibehê heta êvarê li salonê li ser lingan kar dikim, ez ê çawa xwendingehan bi zimanê kurdî vekim û xortan bi kurdî bidim xwendin!

Lê wan ji min bawer nedikir. Wan ji min re digot tu ne rast dibêjî; tu derewan dikî. Li min dixistin û digotin rast bêje. Carekê du rojan û carekê pênc rojan ez berdidam. Ez dihatim mala xwe û min karê xwe dikir.

Hemzeyê Niwêran mala xwe anî Serê Kaniyê. Wê hingê pişta min rast bû. Berî ku Hemze mala xwe bîne Serê Kaniyê, şêwira min bi birayê min Îsmaîl re bû. Dawî Hemze û Îsmaîl bûn, ji ber hevalên me li bajar û gundan gelek bûn. Lê mixabin Mebahisan girtin ser mala Hemze. Hemze ne li mal bû. Xeber gihişte Hemze, lê wî xwe da alî û xwe neda destê wan. Her roj digirtin ser mala Hemze. Kesî newêrîbû here mala Hemze, lê ez bi dizî diçûm.

Hevalekî me hebû, navê wî Mihemedê Mehmo bû, tevî polîsan heres ango nobedar bû. Wî xeber dida min û digot xeberê bidin mala Hemze, bila ew neyê malê, em ê bigirin ser mala wî. Min jî xeber dida mala Hemze.

Carekê ez bi dizî çûm mala Hemze. Demsal zivistana sar û qerisî bû. Ji ber ku sope nebû, zarokên wî di nav nivînan de paldayî û nexweş bûn. Min ji diya Hemze pirs kir û got: Metê, ev çi hal e? Wê got: Lawê min, mazot nîne ji bo ku em sopê pêxin, lewma ew ji ber sermayê nexweş in.

Page 20: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

3938

BêbuharJi wir ez çûm ba Salimê Îbrahîmê Xidir. Ew jî hevalê min bû.

Min çîrok ji wî re got. Wî bangî birayê xwe Bedran kir û birayê xwe şand du bermîlên mazotê kirîn û birin mala Hemze.

Wê çaxê ku mirov radyo bida ser stranên kurdî, polîsan radyo dişikand. Xelk ji polîs û Mebahisan ditirsiyan.

Di sala 1963an de, mirovekî ji bajarê Dêrezorê di postexaneyê de kar dikir. Navê wî Turkî Baxçeçî bû. Ew mirovekî Beisî bû. Mala wî di hewşa cîranê min de bû. Rojekê, diya cîranê min mir, ez çûm şîna wê. Hinek mirov li wir rûniştî bûn. Ew mirovê Dêrî “ji Dêrezorê” jî li wir rûniştî bû.

Çax havîn bû. Wê çaxê Emîn Hafiz (1921- 2009) serokê Komara Sûriyê bû. Wê çaxê wî leşkerên Sûrî bi serokatiya Fehed Şaîr şandin şerê şoreşa Barzanî. Li civatê di nav me de, ev gotin çêbû. Min dît mirovê Dêrî got Kurd xayîn in. Di nav civatê de ez tenê Kurd im. Min ji wî re got ên xayîn hûn in, Kurd ne xayîn in, Kurdan Sûriyê ji destê dewleta Fransayê derxist û kire dewlet.

Ez û wî li hev rabûn ku em şer bikin, lê camêr ketin navbera me. Ez ji wir derketim û hatim mala xwe. Wê çaxê Daîreya ango Dezgeha Mebahisan li Serê Kaniyê nebû. Polîs hatin û ez birim polîsxaneyê ba fermandarê polîsan ê ku ji min re got te dijûn û xeber ji hikûmeta Sûriyê re dane.

Navê fermandarê polîsan Omer Cemaledîn bû û ew ji bajarê Hemayê bû. Min çîrok ji wî re got. Min dît ku çawîşekî polîsan, File “Mesîhî” bû, ji bajarê Laziqiyê bû. Navê wî Tewfîq Dibanê bû. Wî şemaqek li min xist û ji min re got: “Inte Kurdî Barzanî, inte xayin – Tu Kurdekî Barzanî, tu xayin î.”

Min li wî vegerand û ji wî re got: “Ne gunehê te ye, lê gunehê Xwedê ye ku kur û neviyên Selahedînê Eyûbî bûne xayin û yên wek te zaroyên Selîbî û Xaçparêzan bûne welatparêz û bişeref.”

Bi vê gotinê re, hêsir ketin çavên fermandarê polîsan ê ku ji çawîş re got: Tewfîq kerr bibe, bes gotinê bike. Ji min re jî got sibehê tê herî bajarê Qamişlo ba Mebahisan ên ji min re gotin te ji hikûmeta Sûriyê û Partiya Beisê re dijûn û xeber dane.

Min ji wan re got mirovê ev gotin ji we re gotine, nerastî û derew kirine. Min çîroka xwe û Turkî Baxçeçî ji wan re got. Ji min re gotin em ji te bawer nakin. Tu rehet rûnanî. Gelek raçêt bi navê te û li ser te ji me re hatine.

Wan ez li ba xwe girtim heta roja din nîvro ez berdam. Ji ba wan ez hatim bazarê ba hevalekî me. Navê wî Ebdilbaqî bû, ji wî re digotin Ebdilbaqî Botî. Min dît hevalekî me yê din, Ebdilbasit Mele Xelîl jî li wir e. Me silav li wan kir û ez rûniştim. Min ji wan re negot ji bo çi ez hatim Qamişlo. Ebdilbaqî em birin mala xwe. Piştî ku me firavîn xwar, min ji wan re got ez ê herim mal, Serê Kaniyê.

Wan ji min re got: “Na, îro tu mêvanê me yî. Em ê herin cihekî, karekî me heye. Tê jî bi me re werî.” Min nizanîbû em dikin bi ku ve herin. Em li jêpeke Wilis siwar bûn. Em çûn Dêrikê, gundê Zixatê, ba mirovekî navê wî Mecîd bû. Em li mala wî rûniştin. Min nizanîbû dema ew diçûn derve ji hev re çi gotin û çi dikirin.

Em ji wir rabûn û çûn gundê Zihêriyê, ba mirovekî navê wî Mihemed Elî Torî bû. Dikaneke wî ya beqaliyê hebû. Wî em birin mala xwe. Hevalên min û wî derdiketin derve û bi hev re gotin dikirin. Min nizanîbû çi digotin. Berî rojavabûnê em ji mala wî rabûn û çûn gundekî li hemberî Çiyayê Bêxêr.

Dem li me bû êvar gava em gihiştin wî gundî. Em çûn mala camêrekî navê wî Salih yan Selah bû. Min navê wî camêrî ji bîr kiriye. Em li mala wî rûniştin. Piştî du saetan, me dît sê mirovên çekdar ketin hundir. Wan got: “Ev Pêşmerge ne.”

Me û wan dest da hev û me hev ramûsa. Çi kar di navbera wan de hebû wan qedand. Ka çi kar bû nizanim. Ji me re xwarin anîn. Piştî ku me şîv xwar, em li makîneyekê siwar bûn. Saet yek; şevê em gihiştin bajarê Qamişlo û ez li mala Ebdilbaqî raketim.

Sibehê ez rabûm û hatim li gerajê siwar bûm û hatim malê. Li bajarê Serê Kaniyê, min tiştek ji hevalên xwe re negot, îlle di civîna ku em di serê mehê de rûdiniştin, min ji hevalên xwe re digot. Me raçêta xwe dinivîsand û ji rêberiyê re radikir.

Page 21: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

4140

BêbuharJi bo hevalên me netirsin êdî girtin û berdana hikûmeta

Sûriyê bi min hêsan bûbû. Çiqas zor didan ser min, min hevalekî xwe tê neda. Ez pesnê xwe nadim. Hevalên min sax in, zanin ku min mirin dabû ber çavên xwe. Ji kerema Xwedê ez hîn sax im, ne mirî me “Bêbuhar di 15.01.2009an de wefat kir – Amadekar.”

Bila zordar û çewserên ku welatê min dagîr kirine bimirin. Ez ji çewser natirsim, ji ber ez wî ji xwe mezintir û di ser xwe re nabînim. Ez wî ji xwe biçûktir dibînim. Xwedî maf ji yê bêmaf mezintir û xurttir e, ew natirse. Mirovê ji çewser bitirse, li mafê xwe napirse. Mirovê ji çewser netirse li mafê xwe dipirse.

Lê sed heyf û mixabin, di sala 1964an de Partî parçe bû. Em, heval, bi hev ketin û me bi gotinan hev êşand. Ez gelekî westiyam, lê birayê min Îsmaîl şîret li min dikir û ji min re digot: “Divê tu xemsar nebî û wek xwe bimînî. Rast xwar nabe. Sebr bike.” Min bi ya wî kir, min sebr kir. Çiqas parçebûn çêbûn, min rêça Barzanî berneda. Ez û birayê xwe Îsmaîl têr meşiyan û hîn em bêwest diçin.

Di sala 1966an de, hîn sibe bû û em razayî bûn, deriyê hewşê hate lêdan. Diya min derî vekir, dît birek polîs û Mebahis li ber derî ne. Wan ji diya min re got: “Em hatin mala we vekolîn bikin. Bila Îsmaîl û Yûsif bêne ba me.” Diya min bangî min û Îsmaîl kir û got: “Herin, va polîs û hinek mirov bi wan re ne bangî we dikin.”

Em herdu daketin û çûn ba wan ên ku ji me re gotin: “Em ê bêne hundir.” Birayê min Îsmaîl ji wan re got: “Xwe ragirin, bila jin cil û kincên xwe li xwe bikin.” Em çûn hundir, me deng li jinan kir û me got: “Kincên xwe li xwe bikin û xwe bidin alî.”

Piştî ku wan kincên xwe li xwe kirin, hinek tişt hebûn ên Partiyê bûn, min dan xanima xwe. Min jê re got: “Wan bixe paşila xwe.” Wê ew xistin paşila xwe û em derketin. Me ji wan re got: “Kerem kin.”

Ew hatin û ketin hundirê hewşê û ketin xaniyan. Wan deverek nehişt û velo nekir, lê wan tiştek nedît û gotin: “Em ê jinan jî velo bikin.” Cîranên me Kurd bûn. Ew çûn û jina wî anîn,

Quran danîn ber wê û ji wê re gotin: “Tê bi Quranê sond bixwî ji bo tu derewan nekî û tê rast bibêjî ka çi bi jinan re heye, tê bidî me.”

Jinikê bi Quranê sond xwar û jin velo kirin. Wê dît ku hinek tişt li ba xanima min hene, lê ji wan re got min ti tişt nedît. Lê tevî vê yekê jî, wan destên min û birayê min Îsmaîl xistin kelepçeyan û em birin polîsxaneyê.

Me dît li pêş me Bûbûyê Kinê û Hemze Niwêran û Xalidê Daşî û Kenanê Egîd ku bi mêvanî hatibûn Serê Kaniyê jî girtibûn û anîbûn wir û destên hevalên me jî xistin kelepçeyan. Wan em birin Daîreya Mebahisan û em her yek xistin hucreyekê.

Wan ez xistin cihekî ku min tê de peykerê Cemal Ebdilnasir dît û komek rojnameyên Partiya Komunist avêtine wir. Min li ser wan palda heta bû êvar ku em birin Hebsa Merkezî (Zindana Navendî) Wan em xistin hundirê hucreyan.

Ji Dêrikê heta Serê Kaniyê, em 54 kes bûn. Ji Serê Kaniyê ez, Îsmaîl, Hemze Niwêran, Bûbûyê Kinê û Xalidê Daşî bûn. Ji Dirbêsiyê Mihemed Cemîl Paşa, Mistefa Mihemed Cemîl Paşa, Xelef Hecî Salih, Emîn Mûsa, Xidir Hec Hesen Biro, Bedran û Hisên Kiya, Ebdilhemîd Silêman û Cemîl Silêman bûn. Ji Amûdê jî: Salih Şiwêş, Mihdî Hec Ebdo, Silêman Kalo, Elî Şêxmûs û Seîd Hec Şêxmûs bûn.

Herwiha ji Qamişlo: Mele Mistefa, Cemîl Haco, Medîd Haco, Husnî Licî, Silêman Omer, Ebdulah Silêman Omer, Salih Silêman Omer, Ebdilbaqî Ecmo û Ebdê Ceifer Axa bûn. Ji Dêrikê: Dehamê Mîro, Ebdilmitelib Mîro, Ebdilezîz Heso, Ebdilkerîm Ebdilfetah, Micahid û Mihemed Îsmaîl, Hec Qasim û Hec Yasîn bûn. Ên ku têne bîra min ev in.

Ji ber qedexekirina hevdîtinê di navbera me û xwediyên me de, xwediyên me nizanîbûn em li ku ne. Wan xwarin jî nedane me û hinek ji me pere jî bi wan re nebûn. Bi min û birayê min Îsmaîl re jî pere nebûn. Hinek ji hevalên me pereyên wan hebûn. Me bi wan re dixwar. Me daxwaznameyek ji serokê Mebahis re nivîsand û ji wî re şand, lê wî li me venegerand. Wî ji me re negot hûn çi dixwazin, xwe kerr û nebihîstî kir.

Page 22: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

4342

BêbuharHinek mirovên Kurd hebûn di bin re alîkariya me dikir

û hinek xwarin didane me. Zêdeyî mehekê ez bi tenê di hucreyekê de bûm. Wan nedihiştin kesek bi min re gotinê bike.

Li Zindana Navendî pênc xewgeh hebûn. Di her xewgehekê de 100 girtî hebûn. Her pênc xewgehan li hev dinerîn û berê wan li hev bû. Di orta wan de birkek ango çaleke avê hebû. Carekê me dît çar kes ji Mebahisan hatin hewşê û bangî Hemze Niwêran kirin. Wan ew bire hewşê û her çaran bi hev re bi daran lê da. Hemze kete xwarê. Wan li erdê pê li wî kirin û wan ew di erdê re kaş kir.

Me ji xwe re digot ka gelo Hemze çi kiriye? Piştî ku wan wiha li wî kirin û ew anî, êdî wan Mihemed Beg bir. Kurê wî Mistefa bi bavê xwe re çû. Dema ku wan li Mihemed Beg da, Mistefa xwe avête ser bavê xwe, lê wan li herduyan dan heta herdu li erdê rast kirin û berdan.

Vê carê wan gazî Mele Dawûdê Zeynê kir û wan li wî jî wek wan kir. Êdî carê wan yek derdixist û wiha li wî dikir. 500 zindaniyan li wan mêze dikir. Ew sibehê diwestiyan, diçûn û berî rojavabûnê dihatin em derdixistin û li me didan.

Yek ji Mebahisên ku dihatin û li me didan, destyar “musaid” bû û navê wî Rifhet bû. Yek jî çawîş bû û navê wî Ewad bû. Wek ku me bavê wan kuştibe, fena seg û kûçikên har dihatin me. Yekî din jî ji wan polîsê derî bû, reş û serî mezin û çav şaş bû. Mîna fîtekî bû. Dema yek ji me dihate bangkirin, wî derî vedikir û deriyê hesin li sînga wî dixist û boksek lê dixist û dida destê wan.

Wan bangî birayê min Îsmaîl jî kir û bir û li wî dan. Wan kî jî dibirin lê didan û ji wî re digotin bêje: “Yesqut Barzanî – Hilweşe Barzanî.” Lê kesekî wiha nedigot.

Carekê ez, Mele Silêman, Evdî Ceifer Axa û Ebdilbaqî Eçmo rûniştî bûn. Mele Silêman ji min re got: “Wan li birayê te Îsmaîl dan, vê carê dora te ye.” Min got: “Bila be. Ma ez ji hevalên xwe ne çêtir im. Ez jî wek wan im.”

Mebahisan ez nû ji hucreyê derxistibûm û anîbûm nav hevalan. Mirovek bi navê Mihemed Şamî hebû û berê

qehweciyê mala Haco bû, ew jî li wir girtî bû. Ez nizanim ew ji bo çi di hebsê de bû. Me dît got: “Haho! Namûs nema, rûmet nema, Wan Cemîl Axa kuşt!” Min got: “Kê ew kuşt?” Wî got van seg û kûçikên Mebahisan ew kuşt.

Me wiha li wan mêze kir ku va Cemîlê Haco avêtine erdê û bi dar û pehînan lê didin û ji bin piyên wî xwîn tê û li erdê sor dike. Di şibakeyê re, hebsî hemû wî dibînin. Hiş di serê min de nema.

Piştî wî, min dît ew kûçikê har ê Mebahis ku navê wî Ewad bû, bangî min kir û got: “Yûsif Berazî.” Wî sixêf û dijûnên pîs ji min re dan û got: “Were vir.” Min ji wî re got: “Va ez hatim.” Min saeta xwe ji zendê xwe derxist û berçavka xwe ji ber çavên xwe danî. Min ew dan mirovekî girtî û ez ber bi Ewad ve çûm.

Polîs derî vekir û sîleyek li min da. Ez jî li ber wî sekinîm û heta ji min hat min boksek lê da û ew li wir gêj kir û totlanî erdê kir. Dema ez gihiştim Ewad, min dît ku qondereya wî di destên wî de ye. Wî ji min re got: “Ez ê qondereya xwe bixim devê te.” Wî nizanîbû ez dikim wiha li wî bikim. Min bi destê wî girt û destê wî bada û qondereya wî xiste devî wî. Di lihevxistinê de ez û wî meşiyan, lê yekî ji paş ve li serê min da. Lê rind e ku ez li wî fitilîm. Gava min dît ew musaid Rifhet e, min dest avête porê serê wî û enîşka xwe li nav milê wî da. Ew li erdê rûnişt. Porê wî di destê min de ma û eniya wî rût bû. Min serê Ewad xiste bin çengê xwe û guvaşt. Min bi boksan li dev û pozê wî da. Sê çar kes li min wer hatin, kirin nekirin min ew berneda. Girtiyan li çepikan dixistin û dijûn û xeberên pîs ji wan re didan.

Wan ez avêtim birka avê. Ewad di bin min de bû. Wan ez rakirim, lê min dîsa Ewad berneda. Wan ji pê bi boksan li zikê min da heta ez ketim. Ew li ser min siwar bûn, lê min hêza xwe kir û ez ji bin wan derketim. Xertûmek di destê yekî ji wan de hebû. Min xertûm ango sonde ji destê wî girt û ez bi nav wan ketim. Ew ji ber min reviyan.

Min dît ew kesê çawîş hat. Navê wî Ebû Reşîd bû, ji Horanê bû, min ew berê nas dikir. Wî ji wan re got: “Wî berdin.” Ew

Page 23: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

4544

Bêbuharji min dûr ketin, nema nêzîkî min bûn. Dîsa polîs hatin û ez xistim hucreya hebsa bitenê.

Hestiyê sînga min û bazinê stûyê min şikestibûn. Wan ez nebirim ba doktor. Di hucreyê de, laşê min diêşiya. Tevî wê yekê ez birçî jî hiştim. Ez ne bi şev û ne jî bi roj radizam. Dihat bîra min ku ez helbestekê binivîsim, lê lênûsk û pênûs li ba min nebûn. Dihat bîra min ku ez bi darê niftikê li ser dîwarê spî binivîsim.

Polîsek navê wî Ebû Hesen bû, berê li Serê Kaniyê bû, dihat salona berberiyê û porê xwe li ba min çêdikir. Dema min dît ew dibuhure, min bangî wî kir. Ew li min zîvirî, hat ba min û ji min re got: “Tu çi dixwazî?” Min ji wî re got: “Niftikekê bide min.” Wî henek kir û got: “Tu dike xwe bişewitînî?” Min got: “Netirse, ez xwe naşewitînim.” Ew çû û niftikek ji min re anî. Min darekî wê vêxist û şewitand û pêlawaza helbestê nivîsand û êdî min dest bi nivîsandina helbestê kir. Min ala Kurdistanê kir gula xwe û min got:

Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayêJi eşq û evîna gulê ketim belayêGula min vebî bîn da li serê çiyayêMin got gula min wer vir gul bê dem nayê***Gula min rengîn e gula min geş eGula min bi xelkê tal e, bi min pir xweş eDinya li ser min ron e dem li min reş eDest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe***Gula min kesk e û sor gula min zer eHebs û zindan tê de riziyam gul bê xeber eGula min bindest e heyran bi kul û keser eDest ji gulê bernadim can bidim ser e***Hebs û zindan kûr û tarî tê de dinalimJi eşq û evîna gulê gelek bêhal im

Gula min bindest e pir dem û sal inKî gulê bistîne bi xwîn pê re heval im***Gula min tu xeyidî min guneh çi kirTe ji min re çi got min bi can û dil kirMin mal û can da ser gelek hindik kirRiya min gelek dûr bû va eşqê kin kir

Di nav 23 rojan de, rojê du caran sibehê û êvarê li me didan. Li Mele Dawudê Zeynê didan ji ber nameyek bi wî re dîtibûn û wan ew girt. Ji Mele Dawud re digotin: “Kê ev name daye te? Te ji ku derê anî? Rast bêje.” Lê Mele Dawud mikur nedihat û heta dawî jî mikur nehat. Laşê wî tevî ku bi lêdanê şewitî jî, lê ew wek xwe ma û serê wî li ber Mebahisan daneket.

Mebahisan ez jî ji hucreyê derxistim û anîm nav hevalên min. Hinek Beisiyên Yemînî (Beisiyên Rastgir) hatibûn girtin û ew anîn hucreyan şûna me. Yek ji wan, navê wî Seman Xaçob bû, parêzer bû û serokê Şaredariya (Belediyeya) bajarê Hesekê bû. Ew di hucreyan de bû dema ku ez di ber wî re buhurîm. Wî bangî min kir.

Min ji wî re got: “Tu çi dixwazî?” Wî ji min re got: “Hîn tu nemiriyî, tu hîn sax î?” Min got: “Na.” Wî ji min re got: “Laşê Kurdan ne ji goşt e, laşê Kurdan ji hesinê pola ye.” Herwiha got: “Gava li te dan û te bi wan re şer kir, ez tirsiyam û ez ji wê tirsê nexweş im.” Paşê, min bihîst ew bi wê nexweşiyê mir.

Piştî du mehan, wan em derxistin û birin hewşa hebsê û navê me xwendin. Wan em ji zindanê berdan. Lê belê şeş mirov di zindanê de hiştin. Piştî çar mehan ew jî ji zindanê hatin berdan.

VII Di sala 1967an de mirovek hate ba min, deftera xwe vekir û lê mêze kir û ji min re got: “Tu Yûsif Berazî yî?” Min got: “Erê.” Wî got: “Sibehê

demjimêr 10 tê herî Qamişlo. Tu yê li ba Mebahis bî. Were li ser defterê îmze bike.” Min îmze kir.

Page 24: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

4746

BêbuharRoja din ez çûm Qamişloyê. Ez di demjimêr 10 de gihiştim ba

Mebahisan. Min dît yek ji wan li ber deriyê hewşê ye. Min ji wî re got: “Mamosteyê we li vir e?” Wî got: “Erê, ew li vir e.” Min got: “Ji wî re bêje Yûsif Berazî ji Serê Kaniyê hatiye ba te, te ew xwestiye.”

Ew çû kete hundir, vegeriya û got: “Here ba wî.” Ez derbasî hundir bûm. Min dît Xelîl Cuhmanî li ser kursî rûniştiye, mase li pêş wî ye. Min silav lê kir û destê xwe dayê, lê wî destê xwe bi sistî da destê min. Ji rûyê wî jehr û axû dibariya. Wî ji min re negot “rûne” û ez ji pê mam.

Wî ji min re got: “Tu di kîjan partiya kurdî de kar dikî?” Min ji wî re got: “Ev pirsa ku tu ji min dikî, ne ez dibêjim ku ez Partî me û ne jî tu ji min bawer dikî ku ez ne Partî me.” Min ji wî re got: “Divê mirov nebêje filankes diz e. Çaxê ku te tiştê wî diziye di destê wî de girt û dît, wê çaxê ew mirov diz e. Ku te negirt, ew ne diz e. Ez ne partîzan im.”

Wê çaxê du partiyên kurdî hebûn. Wî got tu partîzan î. Min got: “Na, ez ne partîzan im.” Wî ji min re got: “Niha tê bi lêdanê mikur werî.” Çavsorî kir û zirtên xwe kirin. Min guh neda wî. Bêtirî demjimêrekê min û wî serê hev êşand. Wî ji min re got: “Here û êvarê dîsa were.” Min ji wî re got: “Ez dikim herim, lê nema vedigerim. Kesek li ba me tune. Niha ji min re bêje ka tu çi ji min dixwazî.”

Min dît wî pênûsa xwe danî ser maseyê û serê xwe bera ber xwe da û honijî. Ew hinekî bêdeng ma. Wî serê xwe hilda û li min mêze kir. Vê carê bi nermî ji min re got: “Fermo rûne.” Ez rûniştim. Wî ji min re got: “Ez ji te dixwazim tu bi me re kar bikî. Ev kar ne şerm e, welatparêzî ye. Li ba hikûmetê, em tev lawên vî welatî ne. Eger ku xatirê te hebe, tu bi ku ve herî wê karê te bimeşe, tê serbest bibî û bi xatir bibî û tê di Partiya Kurdî de kar bikî û netirsî û ji hikûmetê re xeberan bibêjî. Tu bi sê çar zimanan zanî û baweriya Kurdan bi te tê. Ez ê bihêlim mirovekî ku gumana kesekî li ser wî nebe bigihe te. Tu yê raçêtên xwe binivîsî û bidî wî. Bi vî awayî çi hebe tê bigihînî me!”

Wê çaxê erdê çandiniyê ji xwediyên wî distandin û didan xelkê. Wî ji min re got: “Bi şerefa min û hikûmeta Beisê be, ez ê bihêlim Îslah Ez- zirahî (Çaksaziya Çandiniyê) çargoşeyek erd bide te, çargoşeyeke 1000 donim û traktorekê bide te û li ser navê te tapo bike.”

Lê min nekir. Eger min bikira, wê niha 1000 donim ji erdê min hebûya, wê qesra min çar qat bûya, wê taksiyeke Mazda di bin min de bûya - û şahidê min jî heye.

Di sala 2002an de, ez berber bûm û min porê xelkê çêdikir, lê ez ne poşman im. Hespê kihêl çiqasî zebûn û bêgav be, navê wî hesp e. Ker çiqasî qelew be, navê wî ker e. Çiqasî pêxember û serwer bi pereyan nebûn pêxember û serwer, li ba mirovê binamûs xiramek namûs ji kîloyek zêr buhatir e. Mirov bi xelkê bilind nabe, belê bi miletê xwe bilind dibe. Balinde bê bask nafire. Miletê mirov baskên mirov in. Bila ez bimirim û miletê min sax be. Mirovên rind nav dimîne.

VIII Di sala 1967an de, dema ez li bazarê dimeşiyam, min dît Nûrî kurê Hemzeyê Niwêran pêrgî min hat. Wî ji min re got: “Apo,

Mebahis hatin mala me, wan bavê min girt û dikin wî bibin. Lê xercî bi wî re tune. Bavê min ez şandim ba te û pereyan ji te dixwaze.” Pere bi min re nebûn.

Ez dageriyam ba mirovekî dikandar û min ji wî re got çiqas pere li ba te hene? Wî qase vekir, lê nihêrî û got: “21 kaxez hene.” Min ji wî re got: “Ka bide min.” Wî mirovî ew pere dane min, min jî ew dane Nûriyê kurê Hemze Niwêran. Roja din, min dît Mebahis hatin salonê, ba min û ji min re gotin: “Tu Yûsif Berazî yî?”

Min got: “Erê.” Wan got: “Kerem ke, bi me re were, çimkî karê me bi te heye.” Wan ez bi otomobîlê birim, ez xistimê û berê xwe dan bajarê Hesekê û ez li ba xwe xistim zindanê. Roja din, wan bangî min kir û ez derxistim û birim jor ba mezinê xwe. Min ew dît ku li paş maseyê, li ser kursî rûniştiye. Rûyê wî tal e û jehr jê dibare.

Page 25: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

4948

Bêbuhar

Wî ji min re got: “Tu û Mehmûdê Baxistanî û mirovekî din bi we re bû, hûn li mala Hemze Niwêran bûn. We alîkariya pereyan ji Hemze re dida ser hev.” Min ji wî re got: “Ev derew e, ne rast e.” Herwiha min got: “Eger rast e, de bibêje ez û Mehmûd Baxistanî û kê bûn. Mirovê sisêyan kî bû? Bila ji we re bihata gotin filankes e. Tu jî zanî ku ew yek ne rast e. Hemze li ba we hatiye girtin û çav li ser mala wî ye, ma cihekî din nema em li mala Hemze rûnin!”

Çavên wî sor bûn. Wî sixêf û xeberên pîs ji min re dan û got: “Mirovê ji me re gotiye, ji te û bavê te rasttir û şerîftir e.” Ji bo vê gotinê, ez xeyidîm û hiş di serê min de nema. Min ji yê muxbir (ajan) re dijûn û xeberên herî pîs dan. Min got: “Eger ew şerîf bûya, nedibû muxbir.”

Min destê xwe li maseyê xist û hibir bi ser kaxezan de rijiya. Min dît sê kes hatin min. Me şer kir, lê carekê min dît em li salonê ne. Di bin derenceyan de serê min di nav boriyên soban de. Min dît ê ji hemûyan mezintir hat û bi wan re xeyidî. Bi destê min girt û ez birim ba xwe û got: “Rûne.” Piştî ku ez li ser kursî rûniştim, wî ji min re çay anî. Min çay vexwar.

Wî cixareyek da min. Min ji wî re got: “Ez venaxwim.” Wî ji min re gotinên xweş kirin ku em birayên hev in; em hemû lawên vî welatî ne û divê em alîkariya hev bikin. Min li wî vegerand û got: “Ku em birayên hev in û di navbera Kurd û Ereban de ferq tune, lê ev çi stemkarî ye hûn li me dikin? Hûn me digirin, bê sedem dixin zindanan û li me didin. Çawa ku Cihû li Filistîniyan dikin, hûn jî li me dikin!”

Min dît ew pir xeyidî. Wî ji min re got: “Ez ê te bişînim Zindana Navendî, ba Hemze Niwêran ku tu şeş mehan tê de bimînî.” Min got: “Bila şeş sal bin!” Wî got: “Wiha?” Min got: “Erê.”

Wî li zêngil da. Min dît mirovek hat. Vî ji wî re got: “Vî bibin Zindana Navendî.” Wî ez birim û xistim otomobîlê û birim Zindana Navendî û xistim hucreya ku ez salekê berê tê de bûm. Hemze Niwêram ez ji dûr ve dîtim û ji min re got: “Ji bo çi tu anîn vir?” Min got: “Ji bo te.” Mebahisan sê rojan ez di wir

de hiştim û roja çaran hatin ez ji wir derxistim û birim ba xwe xistim zindanê.

Ez şevekê tê de razam û roja din wan bangî min kir û dîsa ez birim ba wî kesê ku mezinê wan e. Wî ji min re got: “Ez ê te berdim, lê tu yê biaqil bihewî.” Min ji wî re got: “Berê ez biaqil im, ez ne dîn im.” Wî ji min re got: “Tu yê rast herî mala xwe.” Min ji wî re got: “Ez dikim herim Amûdê, karê min li wir heye.” Wî ji min re got: “Here.” Ez ji ba wî derketim û çûm Amûdê ji ber ku karekî min li wir hebû. Min karê xwe qedand û ez vegeriyam Serê Kaniyê.

Piştî salekê di sala 1966an de, hinek helbestên min çêbûn. Min helbestên xwe birin bajarê Qamişloyê, ba Seydayê Cegerxwîn (1903- 1984). Min şiîr û helbestên xwe nîşanî wî dan. Wî ji min re li wan mêze kir û gelekî li ser wan ma. Seydayê Cegerxwîn berçavkên xwe ji ber çavên xwe danîn û zîq li min mêze kir. Ez ji wî tirsiyam ka wê çi ji min re bêje.

Wî ji min re got: “Kuro, te şopa Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî şopandiye û te daye ser rêça wan. Te herdu rêç li ku dîtin? Helbestên te wek helbestên wan bi pêlawaz in. Niha helbestvan nikarin wiha binivîsin. Tu çawa fêrî pêlawazan bûyî?”

Min jê re got: “Seyda, min dîwanên wan û Nûbihara Ehmedê Xanî û helbestên Omer Xeyam û Fîrdewsî û Şîrazî xwendine. Ez ji wan fêrî pêlawazan bûm.” Dema min wiha got, Seydayê Cegerxwîn gelekî kêfxweş bû. Ez jî pir kêfxweş bûm. Wî ji min re got: “Tu rewşenbîrê helbesta kurdî yî, seheta te xweş be. Binivîse.”

Bi vê gotina xwe, wek ku Seydayê Cegerxwîn xelatek da min. Min helbestên xwe rakirin û ez vegeriyam Serê Kaniyê, hatim mala xwe bi serbilindî. Moralên min bilind bûn. Ez rabûm bêwest ku helbestan binivîsim. Berê jî li bajarê Helebê, min li ba muzîkvan Neîm Delal hinekî muzîk xwendibû. Ez rabûm helbestên xwe ji xwe re bi awaz bikim û tembûrê jî lêdim û bistrêm. Mirovên ku stranên min dibihîstin, digotin dengê te xweş e.

Page 26: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

5150

BêbuharKirîvekî min ê Xiristiyan heye. Di sala 1968an de daweta

kurê xwe çêkir û xelatek ji min re şand. Ez çûm gundê wî da beşdarî dawetê bibim. Wê çaxê def û zirne hebûn. Ew dawet pir xweş bû. Dema şevbuhêrkê, min dît yek li ûdê dide. Wî bi erebî strana Ferîd Etreş “Ewil Hemse” distra. Dengê wî pir xweş bû, hema wek Ferîd Etreş distra.

Min ji kirîvê xwe pirsî û got: “Ev xort kî ye û ji ku ye?” Wî ji min re got: “Ev Mehmûd Ezîz e, ji bajarê Dirbêsiyê ye.” Min got: “Ew Ereb e yan Kurd e?” Wî got: “Kurd e.” Ez çûm ba wî û min xwe bi wî da naskirin. Min û wî hev nas kir. Min ji wî re got: “Tu Kurd î, lê tu bi erebî distrê. Çima tu bi kurdî nastrê?” Wî ji min re got: “Ez dixwazim bi kurdî bistrêm, lê sermiyanê min tune.”

Min ji wî re got: “Ez ê stranan bidim te.” Wî got: “Çi çaxê bême ba te?” Min ji wî re got: “Roja înê.” Wî got: “Ez mala te nas nakim.” Min got tu yê werî Serê Kaniyê, li mala Yûsifê Berazî pirs bike, wê te bînin ba min.” Piştî ku dawet qediya, ez hatim malê, Serê Kaniyê. Dema ku bû roja înê, min dît Mehmûd Ezîz Şakir hat ba min. Min strana “Hebs û Zindan” û strana “Rabin ji xewê, çavên raketî” û strana “Xewnek xweş bû şeva çûyî di xew de bûm” dane wî.

Ew çû Iraqê, li bajarê Bexdayê di Radyoya Kurdî de her sê stran tomar kirin. Dema ku careke din jî ew hat ba min, min pênc stran dan wî - tevî yên berê bûn 8 stran. Dîsa çû Radyoya Kurdî, ew jî tomar kirin. Her 8 stran helbest û awazên min bûn. Paşê, Mehmûd Ezîz Şakir û Seîd Gabarî hatin Serê Kaniyê, ba min malê. Min sê stran dan wî. Her sê jî ji helbest û awazên min bûn.

Di sala 1973an de, Mihemed Şêxo hat Serê Kaniyê, ba min malê. Min şeş stran dan wî. Her şeş jî ji helbest û awazên min in. Wê çaxê, wî ji min re got: “Ez ê herim Kurdistanê bigihim şoreşa Barzanî û li vir namînim.” Ew çû Kurdistanê û gihişt şoreşa Barzanî.

Di sala 1983an de, Mihemed Şêxo vegeriya bajarê Qamişlo. Ew û Ebdilayê Mele Elî di meha Adarê de bû hatin Serê Kaniyê, ba min malê. Em derketin seyranê ber av û kaniyan. Dema

Kurdên Serê Kaniyê bihîstin ku Mihemed Şêxo hatiye Serê Kaniyê pir hatin ba wî. Dema bû êvar, em vegeriyan malê, min şeş stran dan wî. Ew jî ji helbest û awazên min in.

Paşê ew careke din hat ba min, min pênc stran dan wî. Du ji helbest û awazên min in û sê yên din wî ji xwe re awaz kirin. Yek ji wan “Derdan çi ez diljar kirim, ey felek” e; yek jî “Çi bikim bi can piştî here jîna ciwan” e; ya sisêyan jî “Ez bûm firar” e. Min 54 stran ku helbest û awazên min in dan dengbêjan. Ez ji Seydayê Cegerxwîn qut nebûm, hertim diçûm ba wî.

Di sala 1979an de ez çûm ba wî û min hinek helbestên xwe nîşanî wî dan. Wî ji min re got: “Ez dikim roja duşemê herim Swêdê.” Min got: “Seyda, tu yê me sêwî bihêlî.” Wî ji min re got: “Na, ez ê vegerim.”

Lê sed heyf û mixabin, Seydayê Cegerxwîn di sala 1984an de li me vegeriya, lê ne sax vegeriya, mirî vegeriya. Min nema seydayê xwe dît, oxir be Seyda! Vaye ez jî têm ba te, seydayê min! Cihê min li ba xwe çêbike da ez bibim cîranê te!

IX Di sala 1970an de, dema ku ez li dikanê bûm, min dît du mirov hatin ba min û ji min re gotin: “Tu Yûsif Berazî yî?” Min got: “Erê.” Wan ji min re got: “Kerem

ke, bi me re were, karê te li ba me heye.”Min ji wan re got: “Hûn çi ne?” Wan ji min re got: “Em

Mebahis in.” Piştre, wan destê min kirin kelepçeyê û ez xistim jêpa xwe. Wan ez birim bajarê Hesekê, li ba xwe xistim zindanê heta roja din nîvro ku ew hatin ba min û ez ji zindanê derxistim.

Wan kelepçe xistin herdu destên min û ez birim û xistim basa sivîl. Yek bi min re hat. Ez nizanim wê min bi ku ve bibin. Min dît basê riya Helebê girt û meşiya. Em gihiştin bajarê Helebê. Li geraja Helebê jî em li basa Şamê siwar bûn. Roja din, nîvro, em gihiştin bajarê Şamê. Wî ez birim ba Mebahisan. Wan ez xistim zindanê û ez şevekê li wir mam.

Roja din hatin ba min û ez ji zindanê derxistim û xistim

Page 27: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

5352

Bêbuharotomobîleke sergirtî, lê belê ez nizanim ez bi ku ve birim. Min dît otomobîl sekinî û derî hat vekirin. Ez daxistim û di deriyekî vekirî de ez xistim hundir û wan derî li min girt. Neh rojan min nizanîbû ez li ku me. Ez di hucreyê de bi tenê bûm. Hucre pir in. Her mirovek di yekê de ye. Kes kesî nabîne. Her 24 saetan carekê dihatin ba min û ji min re digotin: “Tu yê çi bixwî?”

Xwarina nekelandî ji min re dianîn. Min nikarîbû bixwara. Av û kepîne (destavxane) di hundir de bûn. Ez li ser betaniyan radizam. Li Serê Kaniyê dema ez hatim girtin, kurê birayê min Şewket ez dîtim. Min ji wî re got: “Şewket, zû pêjameyê min û pereyan bîne.” Lê heta ew çû û hat otomobîl meşiya. Şewket li pey me reviya û gihişt otomobîlê û pê de hilperikî. Lê belê wan bi daran li destên wî dan. Wî bi zorê pere da min, lê nikarîbû pêjame bigihanda min. Di hucreyê de, ez bi kincên xwe radizam.

Roja dehan, mirovek hat bihurî. Min ji wî pirsî ev der çi ye? Wî ji min re got ev der Hebsa Şêx Hesen e. Berê min bi navê vê hebsê bihîstibû ku serokê Sûriyê Edîb Şîşeklî (1909- 1964) ev hebs ji bo îşkenceyê ava kiribû. Dihate gotin ku di wir de seg û kûçikên har bera mirov didan û wan mirov parçe parçe dikir. Di wir de jî her sibeh saet sisê bi girtiyan re lêkolîn dihat kirin. Girtiyan didan haho, qîr û hawaran.

Piştî diwanzdeh rojan wan bangî min kir; wan lêkolên bi min re kir; gotin: “Tu li Serê Kaniyê teşqeleyan dikî; tu civînan ji xortên Kurd re çêdikî; wan bêyî ruxset didî xwendin; tu cejna Newrozê li mala xwe çêdikî; salona te ya berberiyê bûye cihê civînên siyasî; tu stranên siyasî dinivîsî û didî dengbêjan; tu alîkariyan didî ser hev û ji Barzanî re dişînî; Kurdên Iraqê tên ba te; tu li dijî Partiya Beisê yî; Kurdên Tirkiyê tên ba te salonê û tu wan hişyar dikî; gotinên siyasî dikî; te li ba rêveberê zîraetê (çandiniyê) ji hikûmetê re dijûn û xeberên pîs daye; gelek raçêt li ser te hatine nivîsandin ku em te bernedin û nehêlin tu vegerî Serê Kaniyê!”

Wî got: “Tu çi dibêjî? Ma ev tişt ne rast in?” Min ji wî re got: “Ne rast in, ku rast bûna, li wir hikûmet heye, dê wan li Serê

Kaniyê ji min pirs bikirana. Ma li wir hikûmet tune? Çima hûn min tînin Şamê?” Wî kir nekir; tiştek ji min havil nekir. Li zengil da. Du zebanî hatin, kebçûk anîn û dar di destên wan de bûn. Ez rûniştî bûm dema ew li ser min siwar bûn. Wan li min dan û ez rakirim; ez xistim kebçûkê û li min dan û hey li min dan û wan ez vegerandim hucreyê.

Roja din, wan dîsa bangî min kir; ez birim cihê lêkolînê û yê lêpirsîner ji min re got: “Ji min re rast bibêje yan ez ê te bikujim!” Min ji wî re got: “Ev tiştên te ji min pirs kirin, hemû derew in.” Wî dîsa li zêngil da û dîsa jî zebaniyên wî hatin; kebçûk û dar di destên wan de bûn, wan wekî berê li min kir, lê belê wan tiştek ji min havil nekir. Êdî ji zebaniyên xwe re got wî bibin cihê wî. Wan ez birim; xistim hucreyê û hew bangî min kir.

Ez 14 rojan li ba wan mam. Roja 15an, wan ez xistim otomobîleke sergirtî; birim xistim Hebsa Kelehê ya Şamê. Ez şevekê li birca kelehê di hucreyê de razam û roja din ez birim nav girtiyên siyasî, min hebsî tê de dîtin ku wek pêz li erdê mexel hatine; bêyî text li ser betaniyan rûniştine. Min nizanîbû ez li ku rûnim.

Min ji mirovekî pirsî gelo kes ji bajarê Qamişlo yan ji bajarê Hesekê li vir hene? Wî nîşanî min da û got: “Evên han ji Qamişloyê ne.” Ez çûm ba wan û min got: “Hûn ji Qamişloyê ne?” Wan got: “Erê, em ji Qamişloyê ne.” Wan ji min re got: “Tu ji ku yî?” Min ji wan re got: “Ez ji bajarê Serê Kaniyê me.” Wan got: “Ehlen we sehlen, tu bi xêr hatî.” Herwiha wan got: “Rûne; li ba me be.” Ez li ba wan rûniştim. Yek ji wan Osmanê Biro “Bavê Şihab” bû û yek jî Yûsifê Eho bû.

Wê çaxê Partiya Komunist girtî bû. Ev herdu ji Partiya Komunist bûn. Ez çardeh rojan li ba wan mam, lê Mebahis hatin ez ji wir derxistim; destên min xistin kelepçeyê; ez birim gerajê û xistim basa Qamişloyê. Du mirov ji Mebahisan bi min re hatin Qamişloyê. Lê wan ez nebirim Qamişloyê, lê ez li Hesekê peya kirim û birim ba Mebahis; xistim zindanê.

Roja din ez ji zindanê derxistim. Destên min xistin kelepçeyê;

Page 28: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

5554

Bêbuharez xistim otomobîleke Mercedes û ez birim Qamişloyê ba Mebahisan, ez xistim zindaneke bi hucreyeke dirêj bi du metro pehnî û metroyek dirêjî. Betanî nebûn; balîf nebûn; ez li erdê rûdiniştim; pantolon, gumlek û pêjameyê min di wir de genî bûn. Ji ber ku ez 58 rojan di germa havînê de dimam, herwiha ji ber xuhdan û neşûştinê, hilma genî êdî ji min dihat. Ez ji birçîna dixewixîm.

Carekê min dît yek ji wan li ber derî ye. Min bangî wî kir. Ew hat û got: “Çi ye? Tu çi ji min dixwazî?” Min got: “Ez birçî me!” Wî laqirdî û henekê xwe bi min kir û got: “Tu yê biskewîtên zarokan bixwî?” Min ji wî re got: “Erê, ez ê bixwim, ê ji min re neyîne kûçik cewrikê kûçikan be!” Ez li wî rabûm. Wî xwe kerr kir, serê xwe bera ber xwe da û meşiya, çû.

Di wê germa havînê de, wan rojê du caran derî li min vedikir û ez derdixistim hewşê ji bo ku ez derkevim destavekê yan ji bo avvexwarinekê. Min ji henefiyê ava germ vedixwar. Piştî wê, wan ez vedigerandim û dixistim hucreyê. Xwarin nedidane min. Min bi pereyên xwe xwarin ji xwe re dikirî.

Mirovek ji wan Dêrî (Ji bajarê Dêrezorê) bû, navê wî Ebdilkerîm bû. Wî diçû û xwarin ji min re dikirî. Min pere dida wî û min ji wî re digot: “Ji min re kebabê bîne.” Lê ew diçû ji min re yan fûl (paqila) yan jî humis (nok) dianî. Ez li wî xeyidîm û min ji wî re got: “Ev ê ku fûl û humisê difroşe merivê te ye yan şirîk û ortaxê te ye.”

Ji ber wê, wî xwe xeyidand. Bû roja din min pere da wî, min got: “Ji min re kebabê bîne.” Ew çû û kebab anî. Wî kebab û zelete ro kirin ser nên û firax birin. Ez xeyidîm û hiş ji serê min çû. Min lingê xwe li xwarinê da û ew avêt derve û êrişî wî kir. Ew reviya. Min ew zeft nekir.

Min serê xwe li derî da û serê xwe şikand. Min bi dengekî bilind xeber û dijûn ji wan re dan. Min dît mezinê wan bi rev hat. Dema wî dît xwîn ji serê min tê, wî got: “Ev çi ye?” Min ji wî re got: “Ez Îsraîlî me, ez casûs im. Berê hûn dikin min bi darve bikin, lê hûn çima xwarinê nadin min?” Gava min wiha ji wî re got, wî bangî yê Dêrî kir, li ber wî sekinî û bi qasî Xwedê

hêz da wî, şimaqek li yê Dêrî xist û jê re got: “Niha ev mirov bimire, di stûyê kê de ye?!” û ew bir.

Ji ber îşkence û lêdana ku Mebahisên Şamê li min kirin, di gozeka lingê min de birînek vebû û lingê min werimî û jan dida. Min ji wan re got min bibin ba doktor lingê min derman bikin, lê belê wan guh nedidan min. Ji ber vê yekê, ez bi şev ranedizam. Gava wan ez dibirim ji bo ez avê vexwim, min boçikên cixareyan li erdê didîtin. Min ew ji erdê radikirin û tûtin û arê cixareyan dixist birînên lingê xwe. Lê wan nola agirekî birînên min dişewitandin. Bi vî rengî birînên lingê min rehet bûn.

Min wisa li erdê paldida ku kî ji wan bihata ba min, ez ji cihê xwe ji ber wan ranedibûm. Carekê min dît derî li min hat vekirin. Du mirov ketin hundir û hatin ba min. Ez ji ber wan ranebûm û min guh neda wan. Yekî ji wan ji min re got: “Rabe ser xwe. Ev serokê me yê nû ye, navê wî Mihemed Necar e.” Min dît serokê nû bi kurdî ji min re got: “Tu çawa yî, tu baş î?”

Min ji wî re got: “Ez ji ku baş im! Ma tu min nabînî ku ev çil rojên min bûn ez bêyî pêjame me û bêyî xweşûştin û bêyî nivîn li erdê, li ser çîmentoyê radizim. Xwediyên min nizanin ez li ku derê me ji ber ku hûn nahêlin kesek bê ba min û xeberê nadin wan. Gelo ma ez Eli Cohen im an ez Îsraîlî me? Ma ez casûsê Îsraîlê me? Çima hûn wiha li min dikin?” Wî serê xwe hejand û got: “Tişt nabe, bêhna xwe fireh bike. Em ê niha çareyekê ji te re bibînin.”

Roja din xezûrê min û kurê birayê wî bihîstin ku ez li Qamişloyê, li ba Mebahisê di zindanê de me. Ew hatin ba min, cil û kinc ji min re anîn û gotin: “Tu çawa yî?” Min got: “Ev Mebahis ji min re ne baş in, lê serokê wan ê nûhatî Kurd e, belkî ji min re baş be.” Kurê birayê xezûrê min navê wî Îzedîn bû, keniya û ji min re got: “Serokê Mebahis ê nû ne Kurd e, helebî ye ji bajarê Helebê ye. Ew pênc salan li ba me, li bajarê Amûdê, li Xwendingeha Xezalî rêveberê me bû, lewma ew bi başî û rindî fêrî kurdî bûye, ji ber wî hawî ew bi kurdî zane.” Herwiha wî got: “Em niha ji ba wî hatin, ji bo te me tembî li wî

Page 29: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

5756

Bêbuhar

kir. Ew ê ji te re baş be.”Piştî ku ew ji ba min çûn bi rojekê, serokê nû yek ji peyayên

xwe şand. Ez derxistim û birim qata jor li ba xwe û fîncanek qehwe ji min re anî û ez şandim Zindana Navendî.

Ez sê rojan li wir mam. Piştî sê rojan, ez vegerandim Qamişloyê û berê min dane dadgehê. Ez bi kefalet hatim berdan. Piştî du mehan û rojekê, ez vegeriyam mala xwe, lê ez du caran çûm dadgehê. Di dawî de, wan ez bêsûc û bêrî kirim. Gava ez û birayê xwe Îsmaîl ji hebsê derketin û hatin mala xwe, Kurd newêrîbûn bihatana ba me. Wan digot eger me silav li we bikira, em jî dê bihatana girtin. Lewma wan digot ku em neçin ba wan.

Min salona xwe ya berberiyê vekir, lê Kurd newêrîbûn bihatana ba min ji bo porê xwe çêkirana. Ereb jî nedihatin. Ez wiha li salonê bê kar rûdiniştim. Êvaran, ez destvala dihatim malê.

Yekî sîxur (muxbir) ku min ew xweşik nas kiribû ku ew muxbirê Mebahisan e, hat ba min û di salonê de rûnişt. Wî ji min re got: “Tu bi xêr hatî.” Min got: “Tu sax bî.” Wî ji min re got: “Ez û te, em ji welatekî ne. Ez piştî te hatim vî welatî. Te tiştek neda ser hev, lewma tu xizan î. Tu ji bo kurdîtiyê her roj di hebsan de yî. Ma kurdîtî ji te de ketiye. Dest ji vê kurdîtiyê berde. Bes e, kuro!”

Min li wî mêze kir û min bi xeyid ji wî re got: “Zendên jina qehbik tije bazinên zêr in. Gelo tu dikarî ji wê re bibêjî ne qehbik e û bi zêran navê qehbîtiyê ji ser wê rakî? De rabe û ji vir here! Tu mîna jina qehb î!”

Min wê çaxê helbestek nivîsand û Mihemed Şêxo jî ew kir stran. Min di wê helbesta xwe de got:

Derdan çi ez diljar kirim hey felekÊdî nikarim bijmêrim bûn gelekBarê xizanî jî li min hîn ne besSerde ji pîsa re çi ez bûm henek***

Mêrên gemar îro hemû pêş ketinKarê ne baş îro ji war baş ketinKûçik li ser hestiyan bi lez kom dibinMêrên dirust nabin xulam paş ketin***Wê tişt nebe parek ji çem qels dibeBa tê gemar dajo li ser kom dibeLê qet gemar ava çeman nagireAv xurt bibe dajo gemar pak dibe***Zor nê bi min birçî û bêwar û jarLê baz tu car naxwe ji goştê mirarZanî tu car nabim xulam hey felekTim bergir im razî me ez Bêbuhar***Cerdên xeman wan dest li min dane hevPêşde bi lez ew tên bi meş geh bi revPiştî ku ez mam Bêbuhar narevimDem bê bi cengê ez bixim wan ji hev

Di sala 1970ê de, ez bawer im konferansa neteweyî li Kurdistanê çêbû. Barzanî lê beşdar bû û konferans bi serweriya wî bû. Wê çaxê herdu partiyên Kurdên Sûrî çûbûn wê konferansê û ji her çar parçeyên Kurdistanê lê hebûn. Wan xwestin herdu partiyên Kurd ên Sûrî bikin yek, lewma wan hilbijartin ji herdu partiyan re çêkirin û ew kirin yek û Dehamê Mîro kir sekreterê partiya nû.

Lê sed mixabin, ew nebûn yek. Ji ber ku gava ew vegeriyan Sûriyê, her yek ji wan vegeriya karê xwe yê ku berê dikir. Navê rêberiya partiyê bû “Qiyadeya Muweqet – Serokatiya Demkî”, lê belê li cihê xwe herdu jê qetiyan û partiyên Kurd ên Sûriyê bûne sê. Ez û hinek hevalan, em şaş û sermat man ka gelo em bi kîjan partiyê re kar bikin.

Di dawî de, Barzanî, Elî Sincarî şand ba me û got: “Hûn ê bi Dehamê Mîro re kar bikin.” Ango me tevan bi “Qiyadeya

Page 30: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

5958

Bêbuhar

Muweqet» re kar kir. Li Sûriyê sê partiyên kurdî çêbûn. Me koledar ji bîr kir, ji ber ku me şerê hev dikir. Em rabûn li ser cade û kolanan ji hev re sixêf û xeberan bidin.

Di sala 1972an de, konferansa partiya me ya Muweqet li Kurdistana Iraqê çêbû. Birayê min Îsmaîl çû konferansê. Konferansê navê partiya Muweqet kir “Partî Dîmoqratî Kurdî fî (li) Sûriya, El- partî” û Partî û herdu partiyên din ên ku yek ji wan bi navê “yemîn – rast” û ya din bi navê “yesar – çep” bû, şerê hev dikirin û ji hev ketin.

Hîn ew ne bes e, di sala 1974an de hikûmeta Beisê, Erebên Reqa û Helebê yên ku bi navê Xemir hatin naskirin, anîne Cezîrê û xistin erdê Kurdan û erdên cotkarên Kurd dane wan. Cotkarên Kurd di gundên xwe de bêyî erd man.

Herwiha di wê demê de jî, rêveberên Partî hatin girtin ta ku sê kes man. Mebahis hatin birayê min Îsamîl girtin û birin Qamişloyê û ew çend rojan li ba xwe hiştin û piştre berdan. Dema ew hate malê, min ji wî pirs kir: “Ji bo çi wan tu girt û bir; çi ji te re digotin?”

Birayê min Îsmaîl got: “Ji min re digotin, te belavok belav kirine û tu Kurdan li dijî hikûmetê tevradikî. Em te nas dikin tu çi dikî.” Herwisa got: “Min ji wan re got ne rast e, lê wan ez pir êşandim. Wan tiştek ji min havil nekir. Di dawî de, ez berdam û ez hatim.”

Hikûmeta Beisê dida pey me; her roj em digirtin û çavdêriya me dikir; ti teim di me nedida; bi çavê neyarî li me dinerî; em jî gund bi gund digeriyan û me bi Kurdan dida naskirin û ew hişyar dikirin ji bo ku ji gundên xwe dernekevin û neçin. Me ji wan re digot herin bi xwe her karî bikin, lê malên xwe yên gund bernedin da ji Erebên Xemir re nemînin. Wan jî bi ya me dikir û gundên xwe bernedan. Belkî diçûn li derve kar dikirin û dihatin mal û gundên xwe.

Ji ber wî hawî, Beisî ji Partî pir dixeyidîn, lewma wan hertim didan pey me, tevî ku rêberên Partî di zindanê de bûn, lê hê jî Komîteya Herêmî û Şaxî li derve bûn.

Ew jî ne bes e, di sala 1975an de, şoreşa Barzanî jî şikest û

pêşmergeyan çek danîn û 620 Pêşmerge hatin Sûriyeyê. Bi ser de jî Partî parçe bû. Em hindik man Partî.

Me yên bi mal, 200 li gundan bi cî kirin û me yên din jî li bajaran bi cî kirin. Sê mal hildan ser Serê Kaniyê, li ser min. Me alîkarî kom dikir û dibir Qamişloyê. Ku min ji wan re bi şev çi kar dikir, sibehê muxaberatan dihatin ez digirtim û dibirim ba xwe. Bi min re lêpirsîn çêdikirin.

Salekê, ez 21 caran hatim girtin. Tu nabêjî havalekî me muxbir (ajan) e! Wî navê min dida hikûmetê. Me çavdêriya wî kir. Me ew zeft kir û bi dest girt û ji me re îmze kir ez muxbirê hikûmetê me. Ew çûbû konferansa partiyê ya sala 1972an ku li Kurdistana Iraqê çêbû. Piştî me ew zeft kir hevalekî wî navên hevalên me yên Serê Kaniyê kom kiribûn û ew yek bi yek dabûn hikûmetê. Hikûmet hat malên hevalên me, yên ku endamên Partî bûn û ew yek bi yek dan îmzekirin ku ew dê karê partiyê nekin.

Bi vî rengî, Partî li Serê Kaniyê nema û kar sekinî. Şeş xortan ku navên xwe ji min re rakiribûn ku bibin hevalên Partiyê, Partiyê ew nas nekiribûn û li ba min man. Yek ji wan kurê birayê min Îsmaîl, Şewket bû. Partî sê salan li Serê Kaniyê sekinî.

Di sala 1978an de, Seydayê Tîrêj û xortek bi wî re bû hatin Serê Kaniyê, ba min malê. Wan got ku hevalan silav li min dikirin. Wan ji min xwest ku ez li Serê Kaniyê ji nû ve partiyê damezrînim. Min got erê û me soz da hev ku em ê hev li bajarê Hesekê bibînin.

Ji wan şeş xortan, sê leşker bûn. Min sê bi xwe re birin Hesekê, mala Seydayê Tîrêj. Yek ji wan Şewket kurê birayê min Îsmaîl bû; yek Teyar Bekê bû û yek Ebdilbaqî Mecîd bû. Me li mala Seydayê Tîrêj ew xort birêxistin kirin û me li Serê Kaniyê ji nû ve dest bi karê partiyê kir. Di sala 1982an de, rêveberên Partî ji zindanê derketin, lê wan nema karê partiyê kir.

Di sala 1983an de, çaxê Tirkan êrîşî Kurdistana Iraqê kir da Kerkûkê bistînin, dîsa Partî bû du parçe. Me karê xwe dikir û me rêça Barzanî berneda. Di sala 1988an de Sedam Hisên

Page 31: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

6160

Bêbuharbi çekên kîmyawî li Helebce û Xormalê xist. Dîsa partiya me parçe bû. Dîsa me rêça Barzanî berneda û me karê xwe dikir.

Di sala 1998an de, dîsa Partî hat parçekirin û xwe kirin Barzanî. Vê carê yên ne Barzanî em man û hinek bêbextî li me kir û têkilî bi wan re çêkirin. Yên Partî parçe kir ew man. Yên rast û yên ku koledaran nikarîbûn em pûç bikirana, lê wan em pûç kirin. Lê belê, em pûç nabin, ji ber ku em rast in. Dîwarê rast nakeve, em Partiya rojên teng in.

Zindan

Dîwana Yekem [1988]

Page 32: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

6362

BêbuharHebs û zindan

Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayêJi eşq û evîna gulê ketim belayêGula min vebû û bîn da li serê çiyayêMin got gula min wer vir gul bê dem nayê***Gula min kesk û sor gula min zer eHebs û zindan tê de riziyam gul bê xeber eGula min bindest e bi kul û keser eDest ji gulê bernadim can bidim ser e***Gula min rengîn e gula min geş eGul bi xelkê tal e bi min pir xweş eDinya li ser min rûne dem li min reş eDest ji gulê berandim ku xwîn bimeşe***Hebs û zindan kûr û tarî tê de dinalimJi eşq û evîna gulê gelek bêhal imGula min bindest e pir dem û sal inKî bistîne bi xwînê pê re heval im***Gula min tu xeyidî, min guneh çi kirTe ji min re çi got, min bi can û dil kirMin mal û can da ser, dîsa hindik kirRiya min gelek dûr bû va eşqê kin kir

Karkerên Kurd

Karkerên Kurd hûn zanibinÇima hûn maf winda neDi welat de hûn nexweş inTev bi derd û bela neAxa û beg tev dijmin inSimsar şêx û mela neHezar sal bûn jana ziravDerdê we tev ji wan e***Şêx û mela zekatxwer inEw bi xişt û nivişt inHûn kor kirin nezan kirinTev li pey xelkê hiştinAxa û beg talan kirinTişt di welat nehiştinDijmin bi dest wan xwînmijanBindest kirin hûn kuştin***Hûn zanibin axa û begEwna baskên neyar inJi dijmin re şopê dajonEwna wek segên har inLi parlemento rûdininJi dijmin re li kar inDiz û tolaz berdane weMalê we tevde xwarin***Dest ji beg û axan berdinNe gerek e êlîtîBila bi ol hûn kor nebinBê mela û şêxîtîSosyalîzmê rind pê bigirinPê pêş xînin kurdîtî

Page 33: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

6564

BêbuharKurdistan qet azad nabeIlem bi riya yekîtî***Şêx û melên dirust hebûnAxa û begên dilawerEm ji wan re pesndar inJi bo Kurdan rabûn şerDijmin şerê wan tim kirÊ hat kuştin ên çûn derHeta niha ji wan heneLê Kurdên pîs xwe dan ber***Îro Partî we rêber eJîr in xwe bidin dorêTola wan mêrxasan hemiyanRakin bi ceng û zorêPîsan li nav xwe nehêlinDijmin dimire li dorêSegên har li ser rê hebinMirov bi zor biborê***Şerm e hûn lawên Aşkan inHezar sal bûn bindest inRêber beg û axên pîs bûnWan azadî nexwestinGava we serê xwe rakirWekî mar wan hûn gestinLi ser we tim xurtemêr inJi dijmin re ew sist in***Mela hedîsê dixwîneNavê Kurdan tê tuneMe nimêj kir û zekat daXêra me tev bû guneXwendina me pê winda bû

Îro zarê me tuneÇiqas me ol parast me dîSûd tev ji bo dijmin e***Muzîka me tev hil kirinMuzîk zarê milet eJi xelkê re serbilindîÇima ji mer tomet eTirsin Kurd pê şiyar bibinDijmin danî ev xuteMuzîkvan, dengbêj tê nebinEw milet ne milet e***Here nav dewletên mezinMehricanan lê binêMuzîka xwe tev pêş didinÇima yê me tev tênêGelên reşik bûn hunermendEm wek wan bin qey gunêNikar em çavê xwe rakinXelk tev bi me dikenê***Kanî huner kanî xwendinKa ala me yî sê rengWinda bûn kinc û folklorQut bûn ji me zar û dengKurdistana me ya rengînHezar sal bûn li ser cengMisilmankî negot guneTim kuştin û rojên teng***Her kes xefka xwe vedideÇivîkan difirîne serBi karê xwe nêçîrvan inBi dev bûne pêxember

Page 34: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

6766

BêbuharGerdûn çiqasî wergerePir canbaz in ew tên serEz Bêbuhar wan zanimBi wan dixapin ên ker***Xwendin li Kurdan bûye barDivê bibin xwendevanÇekên giran Kurd jî çêkinWekî Rûs û AmerîkanJi dijmin Kurd xurttir bibinAzad bikin KurdistanKurdistana me pir xweş eTev jê re bibin qurban

Keça Kurd

Hatî dema çerxê bîstanEy keça KurdBes êdî çav bi perde bîPerdê ji çavê xwe hilîneEy delalêBila êdî serbixwe bîKeçên xelkê bûn xwendevanTev bilind bûnHeta çi dem şerpeze bîTu jî weke ValentînaHerî ezmanWek wê bila tu zane bî***Şerm e li te ey keça KurdTu bedew îBejnzirav pir delal îJi sibê heta êvarêLi pey pez î

Tu karker î ne li mal îKeda giran ew karê pirTu tim dikîHeta dibî çarde salîBavê te yê çav li peranWê te bideWî ew kalê heftê salî***Tu car divê bi vê jînêEy keça KurdPoz daneynî ne razî bîWekî xelkê xwendevan bîBi wezîfeBer masê li ser kursî bîPiştî nîvro tev xortê KurdPî bi hev dinLi nav baxçan seyrançî bîWek Angela keça zincîDi warê xwe deKonevan bî dilsotî bî***Wa Indira keça HindêXwendevan eBi bindestî nebû razîJi bo welat canbêzar kirNeyar derxist ew bû xazîMeşiya gihişt armancêWayê pêş xistEw miletê xwas û tazîWa rûniştî li ser kursîLi cîhanêDeng hildide bi firazî***Hin ji van şêxan û melanEz bawer im

Page 35: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

6968

BêbuharEw xulamên zikên xwe neKincê li şêx tirîgar eHevirmêş eKincên sofiyan kevnare neEw sofiyên rihdirêj inBodele neWan haj dinê tune neEwna tu car bi kêr nayênHûn bawer binJi bo şêx ew tev suxre ne***Lê ew tim dibên heram eKeç bixwîneJi bo ola me gune yeVa milet ew tev pêş ketinJi bo çi yeMa bes ol ew para me yeEm tev bûn bindest belengazMe çi kiriyeMa gunehê me çi heye?Ez bawer im bi xwendinêEm pêş kevinXwendin ew armanca me yeVa ji we re ez tim dibêmVa Bêbuhar ew şêx û melayê we ye

Mela

Mela tu seydayê miletXutbê dixwînî xet bi xetAlî hejaran nakî qetMa Quranê wer got mela!***Hey melayê mûçî qirêjXutbê bi erebî dirêjXutbê bi kurdî jî bibêjKurd jî jê berkevin mela***Dema tu xutbê dixwînîTu xutbê vala dirijînîMa qeyî tu kalan nabînîDi xutbê de radizin mela***Ma ol arzê bavê te yeEreb tenê Îslam heyeGer ola îslamê wa yeMe jî ev ol navê mela***Eger mela tu ditirsîMane ola te ma kursîGer mûmin bî tu natirsîMûmin qet natirsin mela***Tu kar dibî ji cejnan reTu naçî malên hejaranTu diçî malên maldaranJi bo peran bibî mela***We ol avêt binê bîrêŞerîet kir konê pîrêKon nagire ker û bergîlê

Page 36: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

7170

BêbuharKelmêş dikevinê mela***Ji bo ol we xwend û lezaDawî we kir perda dizaPerda we li paşê riziyaHûn diz tev xuya bûn mela***Mela xwelî li serê te bêMa wê gerdûn milkê te bêQey wê rojkê dema me bêGerdûn wer namîne mela***Nebe destik ji bo neyarRab wek Barzanî zû bi karKar bik ji bo Kurdên hejarPesndarê te bim mela***Gerdûn ew çerx û felek eRab li Xumeynî mêze keWek wî zorê qayil nekeTextê şah xopan kir mela***Nêzîk welat azad dibeZêrê Kurdan wê pir bibeGelê Kurd wê têr bibePara te jî tê de mela***Bêbuhar li we qîrîn eBi xortan re dest hilîneÇewser ji welat derînePê ol serrast dibe mela

Şêxê Sebsebî

Tu yî Şêxê SebsebîBi qedrê keskê te bîJinên bî talan dikîEzanim tê rast nebî***Bi kesk û tacê li teNe bawer ez qet bi teBi xiştik def sed niviştBigihên ku ma em bi te***Bi sir zanî deng dikîBuhişt çar gaz par dikîBi xwînxwarî têyî miletJi dijmin re kar dikî***De kê got ol budet eDadî ye tev rûmet eQayil nake qet derewJi bo mirov rûmet e***Xwedê dema ol ku daDerew tê de qet nedaJi bo mirov şaş neçeJi erkan pênc da Xweda***De yek jê sewm yek selatDe yek jê hec yek zekatŞehadet jî yek li peyJi bo mirov nû hilat***Bi van pêncan em bikinRiya xwe em nas bikinBigihên em tev meqsedan

Page 37: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

7372

BêbuharJi xêran em pir bikin***De bes gotin bik bi devTu xwînxwar î roj û şevEger sofî zane binTe berdin tim dûr birev***Li sofîkê çav li baDi dest tizbî sed libaJinik çêl birçîn li malLi şêx herdem merheba***Bizan ol ew xîret eWekî min ferz ew li teJi Kurdan re bik xebatKu çêbe rûmet li te***De sofî çi bikî bi şêxMisîn çil salî bipêxDu qurşan jê kar nekîBimînî wer ling bi rêx***Mucîb rehman ew spasDe wî şêxî her binasDe wek wî rûmet bikinWelatê xwe kir xelas***Neyaran hin şêx kirînLi Kurdan wan rê birînJi ber derdên ên nezanGelo ez bûm dilbirîn

Ez bûm firar

Ez bûm firar dûr bûm gelo ji yarêQet dost neman tev bûn neyar bi carêDewran li min ew çep gerî li paş mamBûm wek gumok hêsirên min tim dibarê***Ez wek goyîn tim roj û şev dinalimEz wer biyan bêkes û bê heval imEz bûm wekî kalê temen buhurîRê dûr bi meş qet hêz nema nikarim***Gerdûn zivistan pir bi ba û bahozBerfa spî sar tê bi mij û tev tozŞev reş û qir şaş bûm ji rê bi der çûmGopal min girt pişta min xwar û pir xûz***Birçî û tî derdê giran bi serdaSersam û gêj şaş bûm herim bi ku daPir dem wekî Mûsa li Tûr min ban kirCarek Xweda min qet nedî te cab da***Taet nimêj ma ey Xweda ji bo çîJîna min tev taet min kir bi qencîDawî temen ez mam geda û bêwarEz wer nexweş bêkes hejar û birçî***Barê giran îro çima li ser minEv rê te wer şaş kir hemû li ber minBûm Bêbuhar yarê kirim te yar daDil xweş nekir derd zêde kir ji bo min***Qet jîn nedî min wek Elî HerîrîBimirim bi derd ez wek Melê CizîrîEz bûm wekî Xanî neçar bi xortî

Page 38: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

7574

BêbuharDijmin çi ew riswa kirî bi pîrî

Şîrîn

Şîrîn tu cînara min îArmanc û nîşana min îRohnî û rewşana min îBax û gulistana min î****Çavên belek lêvên şekirDêma gulî bisk lê şe kirBejna te min lê mêze kirDerya evînê çûm binî***Pêlan li ser pêlan vedaDerbêm ji bin qet keys nedaÊşa dilê min şax vedaQey dil diyanê dijmin î***Mihrê tu bik êdî gidîDavan li min bes tim vedîMin qet li gerdûn jîn nedîZû dil revînî şewşen î***Pêşî evînî pir xweş eYê nû ketê ew dilgeş eDawî çi kûr û pir reş eTê wer bibî nagihî binî***Eşq agir e dil maşe yeTîj lêkeve wek şûşe yeDerman çi dem jê re heyeÇiriya ji hev ket ta binî***

Sînga te wek dergê kelêPada welat û poymelêSed reng ji min re ka ne lêZend û Avestaya min î***Şan tê gula sor bîn dikePorik ji navê jê dikeHem jê dixwe hem kar dikeHingiv binêr jê parzinî***Sorgul buharê geş dibeCîhan hemû pê xweş dibeHavîn li pey tê hişk dibeHew hat ji nişk de bê çinî***Şîrîn bilind perwer nebeWer pir bi şoxî gur nebeBêbext felek xurt û qebeRoj bê tu hew wek gulçinî***Çavên belek awir nekeCîhan li min wêran nekeSînga spî zû ser vekeHêvî dikim bê gazinî***Bûm Bêbuharê dil neçarCama evînê min vexwarŞaş bûm ketim rêça çi xwarBêbext tu pêşvana min î***Ez çûm gulistana gulaPê xweş bikim derd û kulaŞev bû reş rohnî hilaMin çû ji xwe re gul çinî***

Page 39: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

7776

BêbuharHêvî dikim mehder bikîJîna min hinkî xweş bikîRiya rast li pêş min şaş dikîDîsa tu Şîrîna min î

Di tarî de

Di tarî de te ronahî li dil daTu rewşana di nav koşka mezin daBi hêvî me ji dîndara te yarêSpasî me te mizgînek bi min da***Ku mizgînê bi min dî pir buha yeDi eşqê de dilê dîlber tu wa yeKu sed ahî dinalim ez ji derdanHezar carî dibêm dîlber ne wa ye***Dilê dîlber wekî polat li min bûDu mihrab in li ser çavan birûn bûBi sed Leyla bi sed Mecnûn te nadimLi ser Zînê wekî Mem wer li min bû***Wekî bilbil li gulzaran dixwînimEvîna min ji dil de dilbirîn imWekî Ferhad li ser Şîrîn dinalimHeta kengî di vî warî bimînim***Di zecran de çawa ev dil bidebirêDi zindana wekî Yûsif li MisrêBi çavan ez derî firdews bibînimBi min re ew nebe ahîn li gorê

Çi bikim bi can

Çi bikim bi can piştî here jîna ciwanBaxçê min hişk tê de gulek nake xuyanQut bû ji ser îro çima ava jiyanAv nê ji Bîngolê û kanî Serheda***Tewr deng ji şalûl û qumriyan qe nêGeriyam li nav tiştek ji min re tê tunêTê de biyan ez bêmiraz wer mam tenêTiştek ji qelsan nê dibên hêvî Xweda***Warê min ket destê çeqel rovî û gurWana li hev tev par kirin war bir bi birJîna minî mayî tu car nabêm şukirFerman ketî dest bêcirên pîs û geda***Îro ez im dîl û reben bend û benîDerya xeman ew kûr e pir ez çûm binîPir zad min çand avda bi xûn dijmin çinîHin jê min xwest dijmin ji zad kulmek neda***Ez mam li der bêkes û bê war û hevalZarên min birçî man hemû sêwî li malHîn jî bi serde diya min kor bavê min kalEw man wekî çêçikên di hêlîna xwe de***Şevreş li pêş min bû hezar tûk û kelemDestê stemkar wan dilê min kir elemDijmin wek yên Şah Nadirê Şahê EcemYê hat ji min wî kuşt tu carî keys neda***Destê dua hêvî ji wan nakim tu carEz çek bidim xortên heval merd û şiyarMam Bêbuhar bînim bi zorê xweş buhar

Page 40: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

7978

BêbuharMin dî bi qelsî qet kesî tiştek neda

Koça min

Koça min bar kir danî li zozanEw pir bi min xweş tev mêrg û çîmanHatin ji dûr de wan pir vegirtinDijmin li dor min çadir û sîwan***Rimbaz ji dijmin wan rim hejandinHatin li ser min wan şer gerandinEz bûm birîndar tev ga û pez çûnSorgul û nêrgiz wan tev weşandin***Dotmam li ser min hat, girî yeGotî ji min re: Halê te çî ye?Kolak ji dijmin dotmam birî çîKes pê nizane wî kud biriye***Min çav vekir ax ma ev çi dewranTorîk û rovî zor kin li şêranTolin li lawên Rustem û XusroWer man di xew de qut bûm ji mêran***Rabûm ji nû min kir qîr û hawarPiştî ku ez mam bê cî û bê warDizên reşik xwas Toran û ÎranGirtin ji min war qut bû li min zar***Dev zuha û tî bûm Bîngol jiyan çûEz wer nexweş mam doktor ku de çûWek min gelek çûn tevde di vê rêNamûs nema wer ket bin piyan çû***

Tevde ji dest ên xapok û oldarRohnî li min bû tarî û êvarMeydan çi vala ma wer bi dijminDerbek li min ket pir êş û dijwar***Zarok biçûk in ez wan şiyar kimXwendin li wana tevde bi bar kimTola min rakin dijmin bela kinBûm Bêbuhar ez rabim nû war kim

Bêbext felek

Bêbext felek bo çi te ma wer kir li minMa min çi kir gerdûn te wer reş kir bi minÎro ne bes derdê ji yarê daye dilSer de te hat barê giran bar kir li minBêbext felek bêol felek dijwar felek***Bêbext felek îro çima bêwar kirimBê dost kirim îro çima ez wek gur imBêbext felek qet dost neman tev bûn neyarEz wek şahîn her bask şikest wer bê fir imBêbext felek bêol felek dijwar felek***Bûm Bêbuhar ez tim nexweş çawa bikimDerman nema derdan ku pê derman bikimBayê ji ser sîngê û Zozik nehate dilGerma di dil êdî ku pê ez sar bikimBêbext felek bêol felek dijwar felek***Min got quling rab hêz tu bik baskan hilînDakev tu nav Îran li wir Kurdan bibînHalê hemû Kurdên hejar tev pirs tu bikBes yek xeber bo min ji wan qurban tu bîn

Page 41: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

8180

BêbuharBêbext felek bêol felek dijwar felek***Rabû û çû ew pir ji zû nanî xeberSed ah di dil wan şax vedan tev bûn kederBûm Bêbuhar jîna min çû tevde bi ahDerdê şehîdan giş ne bes ev jî li serBêbext felek bêol felek dijwar felek

Hat xweş buhar

Hat xweş buhar çûm nav gulanFîxan ketin van bilbilanGeriyam li nav min yar nedîÇi bikim di pey van sorgulan***Daket ji jor bilbil min dîMin go te yara min nedîEw bilbilê wek min hejarSond xwar û got: Min yar nedî***Ez wêde çûm şalûl min dîMin got: Te yara min nedîŞalûl girî sed ah kişandGot min; bira, yara te dî***Yara te dî got min li virKeftar bi gur re hat û birRovî û torîk jî tev inEz pê nizam ew çûne kur***Dîsa buhar reş bû li minSosin û gul tal bûn bi minEz pir girîm ew jî girînTev dil şewitîn wan bi min

***Bûm wek hejar bêkes û pîrBindest û bêhal tim esîrRojek tenê min xweş nedîÇi bikim bi halê tim feqîr***Bê sed buhar dil şa nebeSêsed hezar reng tê hebeBûm Bêbuhar çi bikim buhiştYara min ew tê tune be

Temen dibûre

Temen dibûre roj li pey rojêFelek çi erzan jînê difroşêÇend salên pêşî ber jê hilnegirîKeysê distîne wek hespê qoşê***Çend salên pêşîn jîn gulistan eÇend salên navîn xebat û jan eÇend salên paşîn kalbûn û xûzîMij û moran û wek zivistan e***Êş xwe berdide lingan û piyanXwe dide ser dar radibe ser piyanLi ser riya rast gava dide rêWek zarokê biçûk here ser çiya***Dêm diqermiçe por dibe geverHer çav qels dibin mij xwe dide serQirdê wî dimire heval namîninŞev û rojên wî tev dibin keser***Destê wî kin e dil wî jar e

Page 42: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

8382

BêbuharTim ji cîhanê dilê wî sar eDiran dikevin gede nahêreÇiqas xêr hebe ew jê bê par e***Pişt wek kevanê xûz û xwar dibeTiştek ji wî nayê pir neçar dibeKesek ûdê wî êdî nakişîneKalbûn ji wî re wek neyar dibe***Gerdûn tu kesî nebirî serîRojkê wê mirin ilem bê derîDiçe dikeve bin mihra XwedaBîdav tê kirin tiştê wî kirî***Biyan dimîne bêwar û bêkesWekî hev dibin heçî xurt û qelsDiçe dide ser riya bêvegerEw reha dibe ji jîna teres***Mêr wek Siyamend wek Rustemê ZalGernas û mêrxas comerd û şepalXec û Tekmîna herd bêhêvî manGerdûn ji wan re dîsa nebû mal***Mirov kar dike dibe bazirganDivê pir bike ji malê cîhanEwya nizane gerdûn derew eRojên ku diçin ew tevde ziyan***Lo Bêbuharo çi perwer dibîBi xortî nemirî tu jî kal bibîLi dil şîret ke neçe riya şaşWek Deryaya Reş tê têwer bibî***Dilo hedan ke di van çend sala

Jiyan nîgaş e derew û valaMirin wek avê her kes jê vedixweLê mirin pêşî ya pîr û kala***Li vê cîhanê kesek namîneXweşmêr ku bimire nav dimîneEz hêvî dikim her mirov qenc binKî çi biçîne wê wî hilîne

Rabin ji xewê

Rabin ji xewê çavên raketîEv dil şewitî agir vêketîŞîrîna min çû ev dil pey ketîLê çi bikim îro ji dest derketî***Ji destê min bir xwînmij neyar eEz mam hejar û mam ber dîwar eEz ban dikim min qîr û hawar eKî ser hilîne ka kî şiyar e***Şîrîna min çû ev dil birîn eEz ban dikim bi gazî qîrîn eKa doktorê zan derman lê dîneBigire bi destan ji min re bîne***Li min zivistan ka buhara minŞîrîna min ket dest neyarê minLi min qut kirin ziman zarê minWan xopan kirin şûn û warê min***Çi dem bê ser min buhara dilanBên guhê min deng ji van bilbilanEz wî hilgirim li ser herdu milan

Page 43: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

8584

BêbuharEz pê derman kim derdan û kulan

Bi xwezî ez nebûm xazî

Bi xwezî ez nebûm xazîQet tiştek nat ji dilxwazîJi qîrînê ji pir gazîHeta hişk bû li min xazî***Bi qîrînê li jor û jêrQulingê jar nedî jê xêrQe doktorekî nego ma xêrJi ber derdan dikî gazî***Wekî min ew ketî davaÇi hêsir tên ji herdu çavaJi yarê re nebû zavaDike qîrîn ji yarxwazî***Te jî yarê li min wer kirTe derdê min ji bin der kirFelek jî bar li ser bar kirXizav wer bik tu çi dixwazî***Ketim tora te şîrînêFelek jî ew ketî kînêZivêr bûm ez ji vê jînêSilavê bik ku tu dixwazî***Bi mi ‹r gava te wez dayîTe cîhan kir li min şayîNikarî qey li pey nayêNeyar girtî bi canbazî***

Ji bo çavê te girtî meDi zindanê çi ez tî meÇi canê min wekî mûm eTe ez sotim bi pir nazî***Çi dilsoz im çi dilpak imDilê yaran nexweş nakimQe dijwarî qayil nakimBi dijwarî felek razî***Te dêm pir geş wekî sorgulMin çandî xweş di nava dilTu avdayî bi hêsirên şilMin pêşkêş kir tu yê dixwazî***Felek bêol çiqas dijwarBi bilbil re çi bî cengdarÇi gul xistî ye, navê jarHeçî dijwar çi jê razî***Bijîşk zane nesaxî çiBi êşê ew nizanî çiNexweş zane bi êşê çiJi ber êşê dike gazî***Tu bûyî pût ji bona minLi gerdûnê tu jîna minTe pir kêm kir ji vîna minÇi jê tê pir tu dilxwazî***Dilê min ar û tev pêt eSerî dadixim li ber pê teQe jîn nabim tu car bê teLi şûn min bî çito razî***

Page 44: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

8786

BêbuharEz im riswê evîndaranFirar im ez ji gulzaranTu yî îro gula yaranBejn erer qirik gazî***Te dêm wek hîv di nav biskanŞekir lêvên diran mircanMemik boz in wekî fincanÇi ken şîrîn çi qurnazî***Ji bo çavên xumarên reşLi ser dêma gulî pir geşJi ber wana ez im bextreşHejar im tim belengazî***Wekî mêrik jinê berdêMinal bigirî li ser erdêMinal çito ku dê derdêEjî wek wî bi vî sazî***Xizan im ez ne zengîn imBi pîsan ez ne şîrîn imJi bo çavên te ez dîn imNeyar girtim ji perwazî***Şekspîr im çi seyda meBi kana ez çi zana meJi daxwaza xwe dûr mameBuhara min çi hişk tazî***Silavên min li azadîBi qelsî wê nebe şadîHezar sal bûn min wiha dîQe wer nagihim ti daxwazî***

Evîndar im fena FerhadLi cîhan tim bê war û padBimînim dûr ji yar û qadNe Rustem bim bi mêrxasî

Ne bawer im

Ne bawer im tu car bi gerdûna gewrGeh sar û germ geh sayî ye geh jî ewrGel li ser in pir digerin bê wijdanHer kes dipê ji bo wî bê keys û dewr***Hin malpir in ew deng dikin bi xurtîHin fermandar in deng dikin bi zirtîHin birçî ne bê kar û bê war û malHin bêhiş in kerr û lal û devgirtî***Hin oldar in ew deng dikin ji wijdanLê di bin re ew tên xelkê bi xapanGelek nezan berî didin perestgehêEw nizanin ji keran re bûye xan***Hin sûcker bêcir û tolaz rêbir inHin jêhatî pir zan in lê gawir inHin bêbext in derewîn û bêvac inBaş winda ne nizanim ew li kur in***Hin xizan in mirov dibê ev baş inLi nav xelkê devgirtî ne li paş inKeys têkevin ew ji hemiyan pîstir inTim rast dibên em ristevan ne şaş in***Hin tirsok in wek keroşkên bêxwedîQenc neqenc bibîne wê bê min nedî

Page 45: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

8988

BêbuharHin wek çêçikên kibik serî vedişêrinJîna wan tev paş li derve bê fedî***Hin gelac hin bênamûs hin bêrûmetHin tima ne rûmet nadin mirov qetRastî û dirustî heba li cîhanDadger û pêxember gelo çi hacet***Ê ku bibê ev kes baş e ew şaş ePêşî baş e belkî dawî ne baş eHeta bimire kesê baş be li gerdûnDawî mirov kare bibê ev baş e***Maf nexweş e derman bikî wê nemireZor derman e mirov kare pê bikireHeçî kesê ku dest kin be pepûk beWê mafê wî wer bêxwedî wê bimire***Yê rastgo be wê bimîne bê mecalWê tim rût be wekî dara bê pecalWek Bêbuhar wê ew gelek xemdar beBi ax û of temen biçûk e bûye kal

Zivistan

Îsal zivistana me sarBahoz û ewr dijwar û tarZanim buhara xweş li peyReng reng bibin çol û beyar***Nîrê li ser min teng û reşJîna ku ez tê de ne xweşJê re divê bêhna fireEz pê bigihim buhara xweş

***Tev şîn bibin zinar û latDarên min bigirin zêrzewatTevde bi cizyan ez bidimPê pêş xînim jîn û xebat***Dawî bigihim yara delalJê re bikirim zêr û malGerden ji zêran dagirimBazin û piştana li bal***Ez bim xulamê ber derîJîna min tev ew reng perîPiştî tewafên lêv û devDeynim li ber pê wê serî***Ez ser ji ber pê ranekimHêvî û mehder jê bikimXatûn min rake ser piyanDeriyê buhiştê ez vekim***Ez sîng bidim sînga spîHembêz bikim nav mil û pîPorê siya bin reş perdeWê ez bigihim bextê spî***Xatûn çi Belqîsa SebaXwezî ji min qet dûr nebaEm dest bi destê hev bidinEz wê bibim qata li ba***Rûnim li ber masa sedefCama meyê lêdin li hevEm mey ji destê hev vexwinSerxweş bibin şa bin bi hev

Page 46: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

9190

Bêbuhar***Porê siya bê ser rûyanÇavan veşêre herduyanEz por ji ser çavan hilêmWer nerm bi herdu ebrûyan***Ez têr li çavan mêze kimAyîn di dil de tuxre kimÇawa li ber destê SitîWekî Cizîrî tobe kim***Çavên belek lêvên şekirMin pir ji dûr de mêze kirDergê buhiştê yar li wirRustem ji ber min hat vekir***Çavên belek herd mêrkuj inLêv laleyan herd xwînmij inBal rast xurama wek seroŞîrîn şepala pir bejn***Destê spî nazik ter eBazin di zendan gewher eNarim tu car dergê kesîQubla min ew pêxember e***Bûm Bêbuharê dilbikulJana evînê daye dilGer ez bigihim yara delalJana zirav dertê ji dil***Yezdan çi derdan pir dideJê re gelek derman dideGer şev çiqas tarî bibeWê roj li pey rohnî bide

Newroz

Gelê Kurd hûn zanibinÇi sûda Newroz heyeNewroz dara jiyanêJîn û pergala we yeAva ku pê hat avdanJi xwîna kalên we yeAgir çima reng sor eRengê xwînê bi xwe ye***Dema em agir vêdixinJi ber agir reng sor eJi sorî rohnî dideYê wî nebîne kor eBerî rewşen çêbibeLêdan û ceng û zor eHeta welat bindest beEv cejn ola we ye***Ji we re tiştên buhaBav û kalên we hiştinDivê ev tişt bimîninEger hûn tev bên kuştinEger ev tişt nemîninHûn tev qels in ne tişt inEger ev tişt winda binKurd ne ji bavê xwe ye***Yek jê kinc yek folklorYek al e yek jî NewrozYek irf e yek jî xwendinYek têkoşîn yek jî dozDivê rabin keç û pîrZarok û xort û kalboz

Page 47: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

9392

BêbuharNeparêzin van hemiyanSûda xwe Kurd kole ye***Ev cejna giranbuhaHûn bi dizî jîn dikinXortên Kurdan wek şêranHûn bi dizî hîn dikinEv cejna bav û kalanKurd wek gulan bîn dikinBêhna Kurdistan jê têXweş wek şîrê diya we ye***Xurtî ew azadî yeEger mirov pê bigireYê ji dijmin xurttir beDijmin li pêş wî dimireEw mirov bênamûs eJi bo namûsê nemireNamûs ne jin û keç inNamûs welatê we ye***Dema topê berdidinAgir ji dev difireDema agir ji dertêÇi geş û xurt û gur eDema alîk xurt dibeQels xwe li ber nagireNîşana azadî rastEw agira bi xwe ye***Belê Kurd aştîxwaz inDijmin ne aştîxwaz inDivên tim koledar binSerbestî Kurd naxwazinCîhan bûye dubendî

Hûn alî aştîxwaz inSosyalîzm û KurdistanHerdu jî doza we ye***Roj li gelan tev hilatLi ser we tim tarî yeJîna gelan tim xweşîJîna we tev jarî yeDijmin bavê we kuştîMalê we tim xwariyeCîhan tevde buhişt beKa çî we li nav heye***Dema keys dikeve weLi dijmin mihrê dikinHûn dibên misilman inHûn xêran li wan dikinKu keys dikeve dijminEw serê we jêdikinZaro û jinan dikujinTu car nabên gune ye***Gelî Kurdan bi yek binNewrozeke nû çêkinYa berê ew kevn bûyeDivê nû li ser lêkinBi xwendin û bi pereHûn xwe di pêş xelkê kinKurdistanê azad bikinEw dem cejna we ye***Kawa ev Newroz çêkirBingeh ji we re danîWî serê Zihak jêkirEv cejn ji we re anî

Page 48: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

9594

BêbuharBû du hezar û şeşsed salAla Kurdan hilanîDewleta Kurdan çêkirEw jî yekî wek we ye***Hûn tev lawên Kawa neAşkan û Goş û MîdîFerman kirin li YûnanEcem û Tor û HindîVa îro li ber dijminDinerim xwe qels we dîHûn barê xwe ranekinKî li ber barê we ye***Hela serê xwe rakinTemaşe kin li dinêXelk firiyan çûn ser MerîxCî we li erdê tuneHûn sî û pênc milyon KurdHeta zarê we tuneBi erebî dixwîninMa ev zimanê we ye***Ka zimanê diya weRoj bi roj ji bîr dikinHûn rûmeta diya xweTev bi nigan pêl dikinHûn nebêjin çî me jêLi birê xwe pirs bikinTim rûmeta birê weEw jî rûmeta we ye***Hûn spî li xwe dikinDivê kincê we reş beKefenê li miriyê we

Divê ew jî tev reş beDivê hûn qet nekeninRû we tu car ne geş beVaye di bin xelkê deKurdistan dayika we ye***Dijmin bavê we kuştîDayika we bi zor birîLi ba dijmin xurtî yeVa gelê Kurd nîv mirîLi çar parçên KurdistanKuştin û şîn û girîŞeşsed milyon misilmanKa kê ha ji we heye***Wa li Iraq û ÎranDu dewletên koledarMisilmanên dil diyanXwedan petrol û maldarSê çar mehan şer kirinLi cîhan tev bû hawarMisilman tev ketin navHemiyan gotin gune ye***Cir li ba xurtan tuneCir ma li ba hejaranGel tev alî xurtan inEw guh nadin neçaranRiya Marks pê bigirinHûn guh nedin gemaranHûn gelê Kurd hev bigirinDijmin ne barê we ye***Newroza we pîroz beHûn tev bijîn bi xweşî

Page 49: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

9796

BêbuharHûn bigihin armanca xweBi dilşadî rûgeşîEw dijminên stemkarBimînin bi rûreşîJîna Bêbuhar çû çûYa ma qurbana we ye

Xanimê

Lê lê tu wer xanimêBejna te dara rimêEz pir li benda te mamEz mam di bîra xemê***Derkev ji ber pencerêZanî dilê min ji te rêBo çî te pişt daye minDilreşê bê bawerê***Bawer tu bik dost ez imGer zane bî rast ez imGer tê min xweş nas bikîGernas û mêrxas ez im***Ew şêr ez im ErdeşêrEz Efredûnê bi kêrŞahê welat bîr birimEz cengker im dînemêr***Pir şah xulamên min bûnQeyser neçarên min bûnWek min gelek BêbuharYara xwe pê şa nebûn***

Lê rab tu wer bê bi virdSêvan ji paşil bi mindŞa bim bi wan bîn bikimNemirim ji bo wan bi derd***Çi bikim bi derdê giranDerman nebû pir bi janGazî min kir pir tu natJîna min çû bêguman***Zanim eger zor nebeDestê stem jê nebeTirsok û qels bê xebatYara xwe wê kes nebe

Dilê min her bi ahîn e

Dilê min her bi ahîn eWek pêngavê bi hurmîn eBi ahîn e bi birîn eBirîn kûr e derman nîneEz ê çawa hednê bikim***Bûm dîwane bi rê ketimWek Mecnûn bi çolê ketimWek kerengê ber bê ketimTu bû aho pey te ketimNegihiştim te çawa bikim***Evîna te ez dîn kirimDerya evînê wer kirimDikim nakim xwe nagirimDil bi pêt û tev agir imÇawa vê germê sar bikim

Page 50: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

9998

Bêbuhar***Bûm Mecnûnê di zincîrêLi ser Leylê tim diqîrêWek Mem û Zîn li CizîrêBûm Yûsifê binê bîrêLal bûm nikam ez deng bikim***Bûm qulingê bask şikestîNikam derêm ji bindestîEz wer mame çerm û hestîXweda îro nebaş xistîMa ez çawa rê lê bikim***Dîlber li vir ez û te bûnLi cîhan wek me tune bûnDi baxê me de sorgul hebûnBi mirazan em şa nebûnSorgul çi dem te bîn bikim***Dîlber tu baxa buhiştêJi ahên min dûyê reş têHilma te pir bi min xweş têHêvî dikim ji te geştêWere bîn ke te bîn bikim***Riya evînê pir dûr eWekî deryayê pir kûr eHedan bi min gelek zor eDîlber destê min bigireDilê bi ah ez şa bikim***Lê buhar tê salê carkêDerdê bilbil gul berbangêJîna min bê sed û salkêWê roj ilem li min zer kê

Miraza xwe bi te bikim

Cejna Newroz

Cejna gelê Kurd pîroz beHer sal li ser Kurd Newroz beKurd bextiyar û dilsoz beTim bi xweşî û dilşadî***Cejn cejna Kurdên ArîQayil nabin bi zordarîAgir vêdixin êvarîAgir nîşana azadî***Bû du hezar û şeşsed salKawa rakirin pir hevalZehak kuştin kirin sersalStem rakirin bû dadî***Pir ramandar û pehlewanJi Kawa heta KerîmxanJîn kirin Newroza KurdanWan parastin al û padî***Kurdên îro neviyên wan inKurd gelekî pir ciwan inLê bê al û parleman inDaxwazên Seîd û Qazî***Newroz di Avdar vedibin gulXweş dibe awaza bilbilHem xweşî hem tê de ne kulHindik ji ronahî me dî***

Page 51: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

101100

BêbuharDîlan kin ronahiya çavanLi nav gulan li rex avanBêbuhar navê diravanDivê mafê Kurd sermedî

Dotmamê

Lê lê lê lê dotmamêBejn bilind xuramêPir zana ye bi ramêRohnî çavê pismam e***Me tev riya Marks girtMe xortên Kurd çek hilgirtDema koletî buhurtRabin ev dem dema me***Bavê te yê dema çûPere pir û paşverûHêvî dikim nede dûWere cî te li ba me***Bavê te jî tev neyarJi neyar re bû simsarDide pey me war bi warMalê wî ji xûna me***Dijmin ji me dikujinEw xwîna me dimijinDijmin bi me dilîzinWekî şetrenc û damê***Ew me ji ber hev dixinMe ji cî derdixin

Xêra qada me dixwinBi kirasê Îslamê***Divê rabin mêr û jinTev êriş kin ser dijminKoledaran bikujinWek Kûba û Vêtnamê***Divê em jî serbest binXuhermend karbidest binKonevan û pêwest binEm biguhêrin bernamê***Berdin tiştên kevin li paşJi bo negirin riya şaşEm dest bidin gelên başJi bo jîn û aramê***Em gel wekî bira binNe wek berx û gura binJi aştî re çira binNe bes bi xêzên xamê***Derd û kulên BêbuharDivê gel nejîn diljarXortên Kurd zan û şiyarEv armanc û riya me

Yarê şeh kir

Yarê şe kir porê siyaBerdaye ser mil û pilaMin dî dilê min êşiyaAram û hedna min nema

Page 52: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

103102

Bêbuhar***Hednê nema karim bikimÇawa ji wê dil dûr bikimEz hiş ji wê rizgar bikimQet tişt di destê min nema***Bejna bilind zenda spîSînga bilind direfş li pîWek wê perî hîn çênebîWer meş bi dîlan û sema***Baqek gulên sê reng di destMirina min hat yarê ne qestMin xwest werê yarê nexwestYar bû neyara min çima***Wê tişt nebe yar bû neyarLê pişt nedaye min bi carDawî zivistan bê buharLê Bêbuhar hêz tê nema***Perwer bilind yara min pêXwaz im mirov qencî bi pêCanî herê pîrbûn li pêGerdûn ji Belqîs re nema

Çima yarê

Çima yarê silav nadîJi min xeyidî berî wêdaLi jîna min tu napirsîDilê min sed keser tê deTe ez xistim evîna kûrBirîndar im di wê rê deWekî mûmê dişûzim ezDi nav îşkenc û zecrê de***Ez im ew Mem ez im FerhadTu yî ew Zîn tu yî ŞîrînBi dilêş û keser ew çûnBi nalîn û bi ah û şînBi nalîn im ejî wek wanJi min nayê bikim qîrînJi bo çavên te sersam bûmMin şaş kir rê herim pê de***Ji bo çavên te bêmal imTu wer ba min delala minNikam razim bi roj û şevTu nîgaş î li bîra minNe min dost in ne min yar inTu yî yar û hevala minWekî Mem ez giriftar imGirêdayî di bendê de***Di vî warî çi zîwarîGelek sal bûn ku dikişînimTu mihrê qet li min nakîBi kovan wek Cegerxwîn imNe peyxamek ne mizgînekTi ronahî qet nabînim

Page 53: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

105104

BêbuharEger hîn min tu nas nakîEyûb im ez di hednê de***Ji bo çavên te canbêzarEz im ew Bêbuhar yarêEger alî ji sê renganEz im şahê li wê darêWekî kevirê li bin deryaKesî haj min tune yarêTu wer mêzek delala minLi jîna min ku ez tê de***Çiqas yarê xişmdar bîLi bin destan nebî zordarKu baz ket nav ben û davanQe baz pê nabe şermîdarLi wî şerm e ku baz girtîNede baz rûmetê yek carGiriftarê te ez baz imNedîm carkê di salê de

Şîna Mezlûm Dogan

Eman eman emanEz bûm warê xemanKetim ber mirinêTewr nagere ziman***Bê ziman û zar imDil biêş û jar imJi lêdana EvrenDeng kim ez nikarim***Zindan kûr û tarî

Birçîbûn û jarîNan bê xwê av bi xwêKuştin û neyarî***Ev cejna NewrozêEvren kir wek dojêMezlûm Dogan kuştinKurd tev rabin dozê***Ameda bindestanPaytexta KurdistanJi xortên Kurd zan reEvren kir goristan***Partên Kurd tev yek binBila hûn gelek binDestên hev bernedinWek bend û xelek bin***Bikujin bi sedanVan neyarên KurdanNe bi ceng û zor beMafê Kurd nayê dan***Eman eman emanEman eman emanWek Bêbuhar emanEman eman eman

Pismam rabe

Rabe rabe pismam rabePismamo ji xewê rabeRabe xew ji me re nabe

Page 54: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

107106

BêbuharRabe rabe pismam rabe***Ev dem ne dema xewê yeEv dem dema cengê yeVa leşkerê dijmin tê yeŞer li ser namûsa te ye***Rabe rabe ez qurbanoLo pilingo pehlewanoTu sermiyanê dê û bavanoTu Pêşmergê me Kurdano***Dijmin kete çol û çiyanGirt ji bajar û gundiyanZindan dagirt ji girtiyanVa agir berda xaniyan***Mêrxas gelek hatin kuştinZarok di agir de biriştinEm destvala ne bêpişt inNamûs li welat nehiştin***Wek Bêbuhar bi hawar keÇekan ji xwe re peyda keLi xortên zan Kurd belav keBi ceng Kurdistan rizgar ke***Rabe rabe pismam rabePismamo ji xewê rabeRabe xew ji me re nabeRabe rabe pismam rabe

Ahîn

Ahîn tu keça Kurd î pir ciwan îLi me diyarî bûyî bi mêvanîMin tu dî min go qey tu çûk î nezan îTe gotin kir min dî tu ristevan î***Ahîn tu ahîna Kurd û welat îHem ahîn î hem wek roja hilatîMêjû bixwîn çi bi serê Kurd hatîBi dest dijmin tên kuştin û xizanî***Ji çavên te min xweş nas kir tu jîr îTe gotin ji min pirs kirin bi bîrîJi pê re tu serleşker î yan mîr îBi mêrxasî tu weke Edla Xan î***Zehî mebîn Indira jî jinek eValentîna jî ji zehî felek eMargaret Tatcher jî ji bîr nekeTu dîroka Xensa û Xewle zanî***Li ba zanan Kurdan ji hev pir nakinMaldar, xizan tev Kurd in ji yek xak inEw bi hewcî keçka weke te pak inBejn sero dêm gula erxewan î***Hêvî dikim divê tu wer bimînîRistevan î şagirta Cegerxwîn îRewşen bidî li nav Kurdan bimînîWek Perwîna li koşka Newşîrwan î***Ez û te em di rêkê de bimeşinJi heft riyan yek rast e nerast şeş inPir maldaran xwe firotin rûreş in

Page 55: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

109108

BêbuharXwe nafroşî dibêm ne ya peran î***Di vê rê de Kurdekî dilbirîn imBêbuhar im şagirtê Cegerxwîn imMin sond xwarî di vê rê de bimînimTu xweha min î bavê min e Barzanî

Keça bextreş

Em keçên Kurd çi bextreş inBask şikestî ji sed salanEm devgirtî bê ziman inJi ber irfên bav û kalanWekî zinciyan li AmerîkanMe difroşin wek dewaranMe nadin ên em dixwazinJîna me tev diçe vala***Xortê gundî min dixwazeXwende û jîr û pir şepalWelatparêz û pir zanaPêşketî têkoş û hevalNe çikûs e pir comerd eJi ber wî ew mayî kêm malFelek bêbext e dem guhartXist destê çikûsê pir mal***Yekî maldar wê min bibeLê ew ne bi dilê min eNe xweşik e ne xwende yeBêhiş ha ji dinê tuneBi genîtî mal civandîNe xêr kirî ne jî guneBavê min î bêhiş dibê

Ev layiqî keça min e***Ji bavê min î nezan kirîBextiyarî tev pere yeYê çikûs be pere pir beEwya ne bi kêrî xwe yeGelo yê bextiyar kî yeYê xwendî jîr û zane yeRejîmeke nû ew ê çêkeJi mirov re wê sûd heye***Jîneke dilxweş dixwazimDil bi evînê jîn dibeBilbil evîndarê gulêGul jî buharê şîn dibeHeçî buhar nedî çawaQedrê gulê wê zanibeLi ber bendîxanê dîn beJîna girtiyan ma wê çi be***Bilbil di rekeha zêr beGelo rast e wê dilşa beBilbil divê dîna gulêSerfiraz li nav baxçan beTemen yek e ne dudu nePiştî ku mir bi çi şa beLi herd dinya buhişt ew eEvîndar bi yarê şa be***Bavê min î pir paşverûEw bi diravan kor kirinDilê me herd evîndaranBêbextan ji hev dûr kirinWekî du tayên rîhanêDi germê de em jêkirin

Page 56: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

111110

BêbuharWek Hesenê Îmam ElîEm herd evîndar jar kirin***Gilî min li bavê ne başMin dayî destê BêbuharBi pênûsê binivîseBi dev ban ke qîr û hawarQelewîzên ku nû rabinWana bilez bike şiyarYên li pey me wek me nebinBila ew bijîn bextiyar

Şeva tarî

Şeva tarî li min reş bûLi ber min rê çi wer şaş bûGelî kûr in çiya tev darLi min baran û baweş bû***Zivistana bi mij dûmanMilazgir tev Xelat SîpanLi qadê kir wekî pêngavXuya nake ji ber ezman***Nema rohnî dibînim ezÇi sersam bûm çi gêj im ezMin rê winda kirin tevdeDi deryaya xumam im ez***Nema karim bikim sebrêKetim ahîn û nav zecrêHejarî pir li min zor kirMin girt çawa gelo ev rê***

Gelek wek min di zecrê deMirin ewna di vê rê deMirin hinek di zindananGelek wer man di qeydê de***Ewa yarê li min wer kirLi min barê xeman bar kirFelek jî bû neyarê minTevî dijmin bi mir şer kir***Kanî çi dem wê bê buharXuya be roj here êvarEz û yarê bigihin ba hevDe bes êdî mam BêbuharBi jîna ya wekî xelkêBibim ez jî xwedan cîwar

Dayê

Ez jî bi cî bimMa tim benî bimTirsim wer tim lê dayêBê bask û pî bim***Xelk kêf û seyranTim cê min zindanMam bask şikestî lê dayêBê war û jiyan***Ez mame birçîBê war û bê cîKesek qet nabê lê dayêMa ev ji bo çî***

Page 57: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

113112

BêbuharBê kes û jar imBê dost û yar imSefîl û bend im lê dayêEz bê heval im***Baxê min kanîKa mêrg û kanîDijmin li min kir lê dayêEv bargiranî***Ez bûme bilbilDiljar û bi kulMam Bêbuhar lê dayêDûr im ji sorgul

Kurdo

Kurdo dengê te çima naçe derKa çi pê hatî kê dest daye serÇi gelê Kurd tev hûn pê zanibinKa kî dijmin in kî ne li hember***Kî ne dest dan hev li ser qada teJi bo winda kin navê pada teWan nav guhertin tev bajar û gundJi bo winda kin bi car navê te***Savak û Mît û tev muxaberatJi bo Kurdan tim çêdikin civatZor dikin li Kurd ji bo çav bişikinJi bin destê wan Kurd nebin felat***Wana ji te kir şapik û kolozKanî ala te Zerdeşt û Newroz

Navê te yî xweş wan qedexe kirÇima ditirsî li wan nakî doz***Bi qelsî û tirs ma tê bigihe kurBimînî wek berx di nav lepê gurZivistana sar tu bê cî û warZarokên te man li ber bayê kur***Welatê te yê xweş ew bûka cîhanTev kan û petrol nîgarên ciwanDijmin jê dixwe tu tê de birçîDikeve dest te bi zor gepek nan***Kurdistana xweş qada pir fireDakev bi dizî her lê bigereBibîn kilîtan hilat û avaJi paş Xurasan ta paş Enqere***Bigir ji Şingal ta paş HayistanKetî dest Ereb Ecem û TirkanJi gelan re tim cejn û kêfxweşîJi Kurdan re tim kuştin û zindan***Em tenê kêm man li nava cîhanBes em hildigirin vê şerma giranHeyanî kolên reş hemû rizgar bûnXulam û kole bi tenê em man***Ji qada xelkê Tirk xwedan pad inQada Yûnan û Kurdan bernadinSed hezar Tirk in ne ji Qibris inQada Yûnan e bi zor Tirk nadin***Rabûn bi leşker Tirk tevî miletWana li ser xwe xew kirin hesret

Page 58: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

115114

BêbuharNîvên xortên Kurd li wir dan kuştinBi xwîna Kurdan Tirk kirin dewlet***Kurd dest bi hev din sî milyon in emMan di destê Tirk Ereb û EcemWan em par kirin em bûn çar parEm man bê ziman tim bi derd û xem***Nokeran ji me li me pir dikinPeran didin wan wan pê kor dikinÊn nezan xwe didin hin destê dijminDibin bendbendî şerê hev dikin***Ji ber vî tiştî destê me ma kinHilat û ava alî me nakinDest û dilên me ku tev nebin yekBarê dijminan nikar em rakin***Bi vî awayî em nabin tu kesEm wer bimînin di jîna teresBûm Bêbuhar wer ez tim dinalimWekî bilbilê girtî di qefes

Sedam û Bekir

Sedam û Bekir dengê min bê weWijdan û namûs ma tu car nê weWe qada Iraqê ji xûnê sor kirMa doza kuştiyan tune li pey we***Hûn karê dikin ji wer namînêHûn dikin awaz girî û şînêHûn tev bêol in wek Hecac YûsifHûn serxweş dibin bi bêhna xwînê

***We agir barand li Kurd çarde salTa ji Xaneqîn Zaxo û ŞingalKurdistana şîn we hemû reş kirHatin kuştin mêr zarok jin û kal***Koma Miletan biner ev çi halLi Qeladizê neman war û malZarok li xwendegehan tev kuştinRefên firokan bi bombên napal***Dilê diya Kurdan ne wek ê diya weJi qîr û girî nabînin xew eÇawa li ser me hûn qayil dibinWe xwe kerr kir ma ev e riya we***Rib milyon reviyan gihiştin ÎranRiziyan di konan birçî û bê nanTev nexweş ketin nêvî jê mirinJi ber tune bûn bijîşk û derman***Sêsed hezar Kurd birin KerbelaAva tal û şor germa wan kelanWan jî bê derman gelek jê mirinMa qet nebihîstin van şêx û melan***Bêbuhar divê tim milê zorêSerok Pêşmerge xwe bidin dorêGurmîna topan qîjên saroxanSedam û Bekir bi zor wê bên rê

Page 59: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

117116

BêbuharDayika dilovan

Dayika dilovan diljar û pir xemBavên me kuşt Tirk, Iraq û EcemSêwî te mane birçî li hundirXwîna me mêtin pir sal û pir dem***Dayê tu Kurdistana delal îLi ser me sêwiyan tu tim dinalîXwîna me dirije wek çem û kanîHerdem li ser me tengî û talî***Keskî bi wana wek me nehatîKes qayil nabe bi vî xelatîDeh çerx bi xurtî xwîna me dirijeWek ava Firat dawî nehatî***Cengîz û Holako jî bi serdeWan xopan kirin warê me KurdaYê zan ji Kurdan tev winda kirinMêjûya Kurdan sotin ji binde***Ey dijminên Kurd dilreş û tarîDestên me Kurdan danê tu carîKarî me têxî binê zindananDilê me bigirî tu vê nikarî***Hey xortên Kurd dengê min bê weÇavên hejaran maye li pey weKoreya û Vêtnam li wan mêze kinNamûs ji wana bila hin bê we***Tev rabin wekî Rustem û DaraŞer kin bi xurtî derxin neyaraEz bûm Bêbuhar dayika me berdin

Bila rizgar be ji dest neyara

Evîn

Min go Evîn tu bedew î ciwan îTu nazik î bi nav û deng û şan îSibhan ji Xweda re tu li hev anîTe gotin da min ka gotina te kanî***Ey bê veda tu nazika ji gundanTu periya rind û daye ser rindanRonî te da ser bazinê di zendanFirîşte hatin temaşê ji banî***Tu pir bi şerm û fedî û peya yîÇavreş û dêm weke gula yîPir ban dikim Evîn çima tu nayîKanî ji bo çi bê ba min nikanî***Wer dimeşî serberjêr î tu gêj îWek baranê tu rondikan dirêjîBi Zerdeşt kî tê ji min re bibêjîTu bê bav û bê bira û xwedan î***Got: Bêbuhar derd pir û dil bi jan imEz sêwî me bêkes û bê xwedan imBer bi te bêm ez newêrim nikarimZirbavê min çi dijwar e nizanî

Page 60: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

119118

BêbuharÇi bikim bi gerdûn

Çi bikim bi gerdûn pir xweş eTê de çi bextê min reş eYê dil ne xweş be bêhiş eYê sax çi wê ha jê hebe***Zecran çi ez bêhiş kirimBayê evînê gêj kirimPêlan li min xist ez birimNav qulzumê dawî nebe***Bê bend bi ber pêlan ketimEz çûm binî ez derketimEz pir di nav de dûr ketimJîna min dawî wê çi be***Dest û lingên min westiyanCîkî ne av nake xuyanKurd tev wekî min êşiyanKa yê bi êşê zanibe***Tevger nema çêbû ji minDerya evînê mam li binGer pirs neke yar ew li minXelkê çi wê ha jê hebe***Ger roj hilat min roj nedîTarî li min mam bê xwedîLo Bêbuhar ev war te dîYar wê çi mêvana te be***Yarê bi min qencî nekirDergak ji dojê wê vekirJîna min pê pergende kir

Ev war li wî yê yar hebe

Qirakê reş

Qirak tim bi roj û şevEw diciviyan li ser hevEger çê eger ne çêÇi didîn dixwarin tev***Carkê yek ji wan qetîŞalûlek dî pey ketîDî şalûl pir bedew eJi şalûl ew neqetî***Gihişt nav şalûlên pirXwest bibe ji wan li wirGotin: Reş î ne ji me yîBera wî dan: Her ji vir!***Rabû firiya ji nav wanÇû ba yekî boyaxvanXwe wek wana boyax kirDîsa vegeriya ba wan***Şalûlan dema ew dînBi hingehing pê kenînGotin: Tu nabî ji meMa ev çi ye delodîn***Henekê xwe pê kirinBi laxan ew pîs kirinRûmet jê re nehiştinNavno û riswa kirin***

Page 61: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

121120

BêbuharŞermezar bû pir ji xweGiriya li ser halê xwePoşman ji nav wan firiyaEw çû ba hevalê xwe***Hevalan lê nihêrînReng tev hatî guhêrînHevalan bera wî danMa bê rûmet dilbirîn***Kude çû ma bi tenêPir zivêr bû ji dinêNema debara wî bûNexweş ket ber mirinê***Go: Tif li min li wî beLi xinizan hemû beYê miletê xwe berdeWê eva halê wî be***Yê xiniz wê rûreş beWê dawî pê nexweş beBêbuhar hêvî dikeKurdê binamûs xweş beEv çîroka BêbuharDilê hemiyan pê xweş be

Xwendegeh

Ey xwendegeha delalEy rêbera nezananRewşen didî dilê korTu mal didî xizananTu yî rejîm û jiyan***Tu yî xurtî û nîşanTu yî destê fermandarTu yî sarox û firokTu hêz li hember neyarTu yî binyatê jiyan***Tu yî ew koşka bilindTu yî beden û perdeNêrdewan e ew xwendinWê rêz bi rêz bê ser teTu mirov didî xuyan***Tu yî derdixî neyarTu yî avaya welatTu yî cerd û ceng û zorTu yî têkoş û xebatTu yî mirov dikî zan***Dema li te dixwînimDijmin tu car hez nakeDixwaze ez nexwînimBinyatê min winda beNede min maf û kiyan***Tu yî serok û rêberTu yî leşker û neferTu newewî û zir e

Page 62: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

123122

BêbuharTu yî aştî tu yî şerTu yî Hurmiz, Ehrîman***Eger ê te bixwîneÇi bixwaze wê bikeDaxwaz û doz tim ew eBêbuhar pêşkêş dikeTim ji bo te dil û can

Xwendevanê delal

Ey xwendevanê delalŞerm e li te ker bibîMûçe ji dijmin bixwîÇavpan û dilkor bibîMafê gelê xwe berdîTirsok û dilsar bibîNegirî riya wek elîfRêxwar wek dal bibî***Doza welat ger nekîWê kî ji ter doz bikeBi can xebatkar nebîWê kî ji ter kar bikeRêzan û pêşvan nebîGavan çawa şer bikeDijmin divê ker bibîWê yê nezan ker bike***Vietkong û HoşîmînaRabe rind li wan binêWana çi şer germ kirinMehder bi car tê tunêAmêrkan pêncsed hezar

Leşker bi çek şandinêVolkan li Vêtnam çêkirTev dane ber kuştinê***Xencî ji malê miletSê par ji wana mirinDestê milet daneketMafê xwe tim doz kirinPêşkêş ji xwendevananSê par di pêş de mirinWana ji destê neyarWarê xwe azad kirin***Dijmin hemû jê revînWan pad girêdan bi hevPiştî şerê zor û dûrBi xweş jiyanî li tevDerman kirin ên birînDeng bûn bi şadî li hevGotin: Bijî yên şehîdRehmet li wana be tev***Dozdar ku cengdar nebeArmanc bi cî neyê kirinAşiq ku maldar nebeWê yar tu car nê birinLumumbayê KongoyîWek wî di vê rê mirinSotin xwedan wan bi şevPêş gelê xwe ron kirin***Serbest dixwazî bijîQelsî ne karê te yeLêdan û hebs û mirinEw kar li hêviya te ye

Page 63: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

125124

BêbuharZindan û hebsa neyarEw parlemana te yeGer tê di vê rê nerîXan parlemana te ye***Bê girtin û bê mirinWê kes qet serbest nebeGirtin û kuştin nebeWê parleman çênebeBê parleman bê miletJê re kiyan wê nebeWek Bêbuhar dil bi derdWê xem bi para te be

Mêşên çirav

Zana û merd pir bîrbir imKa çima qedrê min tuneDilsoz ez im pak û dirustÇima hevalê min tuneDawî min zanibû çimaMal û perê min qey tuneMêşên çirav çi bikin bi gul***Çi bikim milet maye li paşTiştên biha erzan bi wanPir dengxweş im ez wek qulingDengê min naçe yek ji wanNîvker bi torê wê çikinDengê keran xweş tê bi wanMêşên çirav çi bikin bi gul***Pîs û çikûs mal pir dikinBêhiş li dor wan kom dibin

Rûmet didin pîs û çikûsWek mêş li pîsî kom dibinZana me lê kêm mal ketimBêhiş ji min tim dûr dibinMêşên çirav çi bikin bi gul***Wê xort bi xwendin jîr bibinWê wê demê kom bin li minTiştê dibêm xweş be bi wanWê xort hemû hez kin ji minWê bên: Bijî zan BêbuharTiştê qirêj rakin ji binEz wê demê şa bim ji dil

Gulnaz

Diyar dikim ez can û dilÇî min ji wê pêve heyeDûr im ji yarê dil bi kulJîna min tev bêsûde yeGulnaz evîn bar kir li min***Gulnaz bi mêvana min beJîna xwe tev pêşkêş dikimŞev reş li min wê ron bibeEz dil bi rewşen xweş bikimWek bilbil im dûr im ji gul***Gulnaz bi rastî wek gul eHîn gul weke wê min nedîÇav reş ji qudret wek kil eMin pir ji wan şerm û fedîMin got: Li şûn rojê tu hil***

Page 64: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

127126

BêbuharDaket ji nav koşka bilindÇûm sicdeya herdu piyanHembêz kirim hildame jorEz çûm tewafa sêvikanDêma gulî porê li mil***Fermo bi meş wê gote minEm zend di zendan her meşînÇend pirs dema pirs kir ji minReng reng ji lêvan gul weşînLala û nêrgiz qurnefil***Em daketin baxçê gulanDeriyê buhiştê wê vekirMeydan ketin herdu dilanDûr û dirêj gazin me kirBûm bilbilê serxweş bi gul***Min gote Gulnazê çi demEm wan bikin yek herd dilanEv dil te kir êş û kederArmanc te kir derbê gullanCerg û hinav tev bûne kul***Dest da ji min re sîng vekirLewh û qelem got: Lê binerWê got: Xweda ya te nekirTiştê dixwazî tê tuneÇi bikim tu mayî dilbikul***Hêsir bi çavan ket girîRabû û pişt da min meşîGot: Bêbuhar narî serîBê av qe gul nagihe geşîEw av xwîn e Gulnaz e gul

***Bêhiş û wer sersam kirimBaz dim nikarim ez li pêBêzar û lal wê dîn kirimEz mam li erdê ta sibêDûr bûn ji hev em herdu dil***Ya Reb nemaye xencî teRabim ji wî hêvî bikimEz pişt girêdim tim bi teRoj û şevan gazî bikimHednê bidim ber can û dil***Ya Reb hêvî dikim ji teDeriyê mirazan zû vekîAva jiyan camek ji wêXwaz im me jê mehrûm nekîBelkî bigihin hev herdu dil

Yara dilkevir

Çi bikim ji yara dilkevirEz tim li pey riswa bibimMin dil bi ah û nal û kulRojkê nehişt ez şa bibimJîna bi canî şa nebimÇi bikim bi jîna kal bibimGer ez di saxî de nejîmJîna di gorê pê çikim***Nava min wek netron tijîZanên mezin ez zeft kirimEwna min nahêlin vebimGava vebim ez zor pir im

Page 65: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

129128

BêbuharCîhan hemû xopan bikimYar bû sebeb ez wer kirimTirsim di nav de yar hereWê ez li kûderê war bikim***Cîhan ketî dest leşkerênXêr û şerê ew şer dikinCîhan kirin wan dubendîŞûn hev divên ew zeft bikinTirsim min dawî pîj bikinCîhan hemû xopan bikimTiştek ji cîhanê nemaMa ez bi kê re jîn bikim***Ava stemkarê dinêYar jî stemkara min eDestê min biêşîne ji kurZanim ji dil ew dijmin eDijmin stemkar bê çi yar?Navbir li nav wana tuneAgir gihişt qebsûn ji binÊdî nikam hednê bikim***Weyla li halê yê hejarDûr be ji yarê yar nedîBindest û bê yar û hevalWek Bêbuhar wer bê xwedîÇil sal li rastî ez geriyamRastî li cîhan min nedîYê xurt zebûnan tim dixweZor tê li min ez deng dikim***Destan bidin min hûn hemûBirçî û bêwar û hejarÊş ya ji yarê dûr ketî

Kurdên di rewşa BêbuharXêr nê buhar gul pir nebinZanim gulek nake buharÇerx nê evîndar pir nebinDestê tenê çawa bikim

Maristan

Geriyam li maristan hemûDînkî nego: Dîn bûme ezRadizin li ser qada biringTed got: Bi wa şel tê ji qezKêfxweş û tevde paşa bûnMin dî li nav dîn mame ezGava li wana ramiyamReviyam ji nav wana bilez***Bû hingehing dîn tev keniyanGotin: Li vî dînî binerÇawa mirovê dîn revîQey hiş û mejiyê wî tuneMin got: Bi Yezdan ev we yeWê dîn bimîne yê tenêMa wê şivan çi bike bi wanSed gur bi hev re bêne pez***Bijîşk hebe derman bikeWê pir ji dînan xweş bibinPêşvan û rêzan ku hebinÊn tewr nezan wê zan bibinÊn pir xizan birçî û jarXwarin hebe wê têr bibinMirov eger namûs nebeNamûs ji kûderê bînim ez

Page 66: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

131130

BêbuharBûm Bêbuhar tişt nê ji minBêhna min çikiyayî ji lez

Hey lê şoxê

Hey lê şoxê hey nazikêÇav ahoyê pir xweşikêKetim tora te canikêKî min kare rizgar bike***Çi toreke di avê deHawîr û bin zirêç pêdeRoj hilat ronahî lêdeNêçîr ketê wê çi bike***Evîn dost e hem dijmin eNe serî ye û ne jî bin eÇiqas herî dawî tuneEvîndaran winda dike***Wek min gelek winda kirinSersam û gêj û dîn kirinDerdê ku derman neyê kirinBijîşk çawa derman dike***Dermanê min li ba te yeReş xumarên çavên te yeBaşûr û pêş ola me yeTim Bêbuhar serjêr dike

Dilawerê Zengî

Hey Dilawerê ZengîLawekî çak û şeng îHem tu comerd û zan îTêkoşer û leheng î***Gernas û dilawer îJi bo welat perwer îÎro ji gelê Kurd reHozan û rewşenber î***Kurd hewcî wekî te neYên wekî te çande neKurd di şeva tarî deLi ber ronahî we ne***Gelê Kurd ê pehlewanMabû nexwendî nezanGelê Kurd zana kirinXortên wekî te hozan***Gelê Kurd raketî bûSed salan paşketî bûBin destê kevineperestanBend bend bi hevketî bû***Ji ber dijmin zan kuştinHeçî yên nezan hiştinXwefiroş kirin padşahWan Kurd bi hev dan kuştin***Hozan rabûn bang kirinGelê Kurd şiyar kirinKurdan riya çewt berdan

Page 67: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

133132

BêbuharWan riya rast nas kirin***Yek Cegerxwînê nemirWî bi ristên xwe şer kirKirk ji dest xwe bernedaWî nivîsî heta mir***Yek ji wan Osman SebrîZanê manî nemirîLi pişt me xeman nexwinZanyarî ezber kirî***Tu û Seydayê TîrêjHûn du devên hingivrêjHûn di pey Cegerxwîn reŞewq didin wek Gelawêj***Em milên xwe bidin hevBinivîsin roj û şevWek Cegerxwînê nemirBê çewtî badan û rev***Hozanên li çar birranJi Sor û Lor û GoranJi Badîn û Zaz em tevHilgirin barê giran***Hevalê min Dilawer!Ez dibêjim bi bawerKurd nagihin armanca xweBê tore û rewşenber***Heçî gelên bê hozanWê tim bimînin nezanNe hişyar û raketî

Bindest hejar û xizan***Ê hozan û tore beDivê yara wî hebeNizane binivîseDi evînê wer nebe***Ji eşqê bûm BêbuharEz pir geriyam war bi warKurdistana xwe ya rengînMin jê rindtir nedî yar

Jîna serok Barzanî

Ey gelê Kurd pir mêr û cangîrSed salan bindest bê paşa û mîrBê kar û rejîm bindestê neyarBê birc û sera bê cêş û wezîr***Wer bê zanist in bê xwendin û zarBê huner û al bê Newroz û arMîr û paşên te dijmin tev kuştinMayî bê raman bindest û çarpar***Ê dest hilanî dijmin ji te kuştÊ zan li nav te dijmin yek nehiştXwîna te mêtin mayî belengazTu sêwî mayî bê bav û bê pişt***Tev wekî Qazî Sêfî û MiftîPir wek Şêx Seîd Fûad û ExtîYên pîs ji Kurdan bûn neyarê weDijmin qenc kuştin tev bi bêbextî***

Page 68: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

135134

BêbuharDijmin hin neyar çar kir ji nav teHin şêx û mela beg û axên teBertîl û mûçe ji dijmin xwarinTev bi nokerî geriyan li pey te***Beg û axa tev li te bûn zorkerMela û şêx rabûn li te bûn olberAlîk bi talan alîk bi xapanWana te kirin xulam û rêncber***Çavê te şikest te dest hilnanîHeta ji nav te rabû BarzanîÇeka xwe hilgirt berî da dijminJîna xwe firot pir bi erzanî***Wayî xwe karkir ji bona dûrdemDerket ser çiyan pir sar û seqemÊriş kir Iraq pir ji Iraq kuştTirs kete dilê Tirkan û Ecem***Ew her sê rabûn zû civiyan li hevBi alîkarî wan kar kirin tevGotin: Derman kin derdê bê dermanDivê ranezin ne roj û ne şev***Rabûn ser xwe Tirk Iraq û EcemWan xwe gihandin nav Kurdên bê şermÊn pîs bi peran tev bertîl kirinLi pêş Barzanî bûn bend û kelem***Ji Ebdilkerîm heta bi SedamIraq şer gerand çarde sal temamEv şêr û piling bi şer nerm nebûQada Kurdistan li wan kir heram***

Wî bend û kelem şikand û çirraWî şewitand tank tev balafiraBi dad wek Kesra mêrxas wek RustemLi pêş Kurdan bû ronî û çira***Wî gelê Kurd tevde şiyar kirDengê Kurdan li cîhan bela kirBû mamostê Kurd wek Mao ZedongSî milyon Kurd kir zana û şerker***Lê çi bikim felek tev wî xiniz ketÇerxa felekê bask çep li hev ketRûs û Amerîkan nêzîkî hev bûnAgir ji nav wan hat bi Kurdan ket***Zanim Barzanî ti guneh nekirWî wek hawîr xwe kes bindest nekirCENTO û Warsaw ji ber zor danêEw neçar kirin çeka xwe çekir***Wî xwest jîn bibe ne bê tu alîBêrê kê bigihe bê tu heval îDema ew can bû rêncberê Kurd bûEwya ma rêncber heta bikarî***Binyatek pir kûr ji Kurd re danîRejîmek çêkir wayî bi zanîCengker û firar rojek xweş nedîHeta dema mir serê xwe danî***Dengê mirina wî da hemû cîhanMirina wî jî ji Kurd re bû jiyanWê Kurd tim herin seredan bikinWek pêxemberan wekî ewliyan***

Page 69: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

137136

BêbuharŞîna wî dikim li tev gelê KurdLi ser Barzanî dil bi kul û derdVa hezar sal in xwînê dirijîninGelek pehlewan mêrxas û pir merd***Bi hezaran Kurd tev bûn BarzanîLi ser rejîma ji Kurd re danîWayî Kurd jîn kir êdî Kurd namirinBûm Bêbuhar min bawerî pê anî

Jîna ku tê birçî bibim

Jîna ku tê birçî bibim ew ne jîn eDînê ku pê winda bibim ew ne dîn eBindest û dîn dûr in ji hev ew ne dîn eKurdên hejar girtin bi dîn xêr nedîne***Dînê misilmanî bi Quranê me nas kirVa dîn Ereb tevde ji dest Firs û Romê xelas kirWan bi dest şêxan û melan dîn belav kirEm bûn xulamên wan bi dîn em dizîne***Rabûn misilman tev li Kurd tim kuştinTalan kirin tiştek li nav Kurd nehiştinQîzên me pir caran birin tev firotinWan dîn kirin perde ji bo kes nebîne***Va bû hezar salên milet dîl û bindestKurd bûn misilmanên Xweda rast û bê qestWer man li paş bê war û al jar û bindestTim kuştinî qada me Kurdan bi xwîn e***Hûn zanibin ez mîkroskop im tev dibînimTiştê dibînim ez dibêm ez ne dîn im

Bawer nema eger rastî ez nebînimLê bawer im rastî li nav wan qe nîne***Çaxê ku em tê de dijiyan tev nezanîKurê Xetab bar kir li Kurd ev giranîVa tim stemkarî li Kurd bê xwedanîÇi bikim heta îro jî Kurd dilbirîn e***Kurdên hejar êdî de bes ev nezanîÊdî nexap rab zû bixwîn da bizanîTev ê misilman kir li Kurd ev xizanîCegerxwîn jî ew wer dibê ew ne dîn e***Dijmin yek in ger kafir in ger misilmanEwna divên pê li te kin tim bi linganÇi bikim bi dînê bes bi dengan û banganRojkê li nav wan qet xweş em nejîneBûm Bêbuhar ev dil ji dest wan birîn e

Çi xwe li min mezin dikî

Çi xwe li min mezin dikîWek min tu benî û merîJi ber perê te pir bûneEz bûme ling tu bûyî serîDê û bavê me tev yek inCî em derketin yek derîDerî me dawî yek dev e***Dinya derew pê şa nebeDinya wek çerx û perwaneWekî dolabê dûş dibeÇi vala ye wekî xan eQey şevekê lê vedihesî

Page 70: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

139138

BêbuharXelk tev li ser yek karwan eJîn tim yek roj û yek şev e***Hezar salî li dinya bîMirina nexweş li pey me yeEger em ketin bin axêHer yek me koncalek heyeJi min dirêjtir bî kefenNîv gazekê te zêde yeNe bertîl hê ne jî rev e***Dakev birc û kelên mezinNavê mêrxasan lê bixwînPir ji keyxan û qeyseranWekî Fîrewnê TutamunGelek maldar û ramandarWekî Qarûn û PlatonBijmêre bi milyonan keve***Qencî ji min pirtir bikeNavê te bi qencî derêMalê dinya neke XwedaGeh wê herê geh wê werêKanî şahên Kurd û EcemFermandarên dema berêBûn ax dawî dinya ev e***Çil û heşt salên min çêbûnEz hatime vê cîhanêRojke tenê min xweş nedîGêj im ji çerx û dewranêMin wekhevî carkê nedîBûm Bêbuhar di vê xanêTiştê ku di destê min deBes mayî pênûs û dev e

Xortên Kurd

Xortên Kurdan bes hûn razinHûn tev wek balînê baz inDijmin dixwaze hûn razinEw ji we re ne xêrxwaz inHûn Kurd in ne Tirk û Laz in***Dijmin we ji hev dixîninDar ji destê we derdixîninWek kew baskên we dişikîninWe li ber hovan dihêlîninMa hûn ji kê bikin gazin***Hûn dil bi tirs dil bi ahîLi vê demê mame zehîJi derdan qet nema şahîBê zar û bê xwendegah îÇawa karî bi şev razî!***Yên zan hemû dest bi hev dinHûn êlîtî dest jê berdinDoza welat bes hûn berdinMal û canê xwe bi ser dinÊn bênamûs ne dilxwaz in***Xabin li çiya û zozanaLi van rez û gulistanaDijmin bir ji dest nezanaGuneh li ser xortên zanaMa hûn nabên ev çi diz in***Yara we va dest dal dikeDeng hildaye ew ban dikeYê raketî hişyar dike

Page 71: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

141140

BêbuharWê ji dijmin rizgar bikeEw jî bijî bi firazî***Şiyar rabin gazî bikinÊ raketî şiyar bikinÇekan rakin tev şer bikinYara şîrîn rizgar bikinWek Bêbuhar hawar bikinEger hûn yarê dixwazin

Em riziyan

Ji bindestî riziyanKa azadî li ku yeKulên me ketin ser hevDoktor Nafiz li ku yeÇima îro hûn nabênKa Qedrî Beg li ku yeÎro dema xebatêMirî serî daniye***Rêber û zana mirinTev çûn bi vê îletêMirin azadî nedînEw tev man di vê qetêWekî Hesenê HacoMirin çûn bi hesretêWana berê zanibûnKurd ketin hilaketê***Wana tim gazî kirinKurdno werin bibin yekHûn tev xwe bidin ser hevJi bo hûn bibin gelek

Vê keysê hûn bernedinRizgar kin Birca BelekBerê me hevdu negirtÇep geriya çerxa felek***Çi bikim bi van xinizanŞêx û beg û mixtaranJi bo ku peran bixwinXwe firotin neyaranBi ol milet xapandinWan melan wan simsaranKurdno hûn ji bîr nekinPişt nedin van xwînxwaran***Em xapiyan bi neyaranMe digot: Bavê me neTu nabê ew neyar inDijminê bavê me neWan bavê me kuştineGotin: Em bavê we neWan diya me mehr kirineNabê zirbavê me ne***Piştî lingê wan cî girtXuya bûn ew neyar inMe mafê xwe bi derdaÎro dijmin li kar inEw tevde dewlemend inEm bê cî û bê war inEw her sê bûn gurên harWana goştê me xwarin***Mela Şêxmûsê HesenWî li Kurdan kir qîrînGot: Bi melan nexapin

Page 72: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

143142

BêbuharNezanan ew kirin dînŞaşik û cibe avêtJi derdan bû CegerxwînMin jî dawî tê derxistWek wî ez bûm dilbirîn***Heta niha bênamûsSerjêrî qayil dikinEwna ji bo çend qirûşanDiçin nokerî dikinÎro destê me kin eDivê em hednê bikinHeta zor bê destê meEm serê wan jêbikinPir kes wekî BêbuharEm dil bi wan şa bikin

Lewendê

Lê lewendê te ez kuştimTe qet dest ji min bernedaYalê perdê te hilanîÇavên belek te rî min daTe ev dil girt bi xwe re birBi çengal û bi kemendaTej hêz û huner xistimBûm bêwar û dîl û geda***Lê lewendê te ez kirimDîl û gedakî pir bêhalJi bo te min merga xwe daMin winda kir mal û melalBûm nexweşê nav nivînaJi min re nema yek heval

Te pir kuştin bin ax kirinWek min winda bûn bi seda***Gelek gernas gelek mêrxasWek Ferhad û Şîrîn kirinDi vê rê de ew winda bûnBi evîna te ew mirinWek kevirê bin pingavêKes nizane ew li kur inEwna tev çûn wek Mem û ZînBi kul û zecran û derda***Lê lewendê tu sorgulêWek te tune li cîhanêMam li ber te ez heliyamBi êşa min kes nizanêMaç ji lêvên te derman eHêjaya Çîn û HindistanêRustem dergevanê te bûYê Qeyser bû baca te da***Lê lewendê li cîhanêTu bi şan û nav û deng îRabe tu li bejna xwe keEw kirasê ji sê rengîBûm Bêbuhar ez dinalimLi ber te wer heta kengîWekî quling ez diqîrimSilavek te li min neda

Page 73: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

145144

BêbuharBêkêr

Ê ku ne bi kêrî xwe bêEw bi kêrî kesî nayêQet ji wî re wê sûd nedeÇar roj neyar xwarin dayêDema xwe vala bernedinDem dibuhure wekî bayêRûmet û namûs ew keys eTim dem ji meriyan re nayê***Ku vî tiştî hûn zanibinQet wê xulam nebe serdarWê ew tim li ber derî beCî li jor nade wî neyarWê ewya tim kurtêlxur beDevgirtî be bê deng û zarKes teresî qet hilnagireIlem ê bê fedî gemar***Nanê bi sernizmî tal eKu di nav de hingiv hebeBirca Belek pê dibe dûjEger rûmet tê tune beBela gur bî ne segan bîLi ser çiyan şikeft cî te beTim bikujî neyê kuştinBila xelk neyarê te be***Balînê baz serbilind eEwya bi nav û deng û şanBi mêrxasî nêçîr digireEw natirse qet ji piranQertel tiştê mirar dixweGoştê genî ji her deran

Ker hovekî tim xulam eLi ser wî tim barê giran***Bi xulamî qayil nabimGer buhişt tev para min beHer dem serbestî dixwazimEger dojeh tev warê min beEz wek şêr bim wek piling bimNavê mêrxasî li min beBi kuştinê kêfxweş im ezKî ji we hevalê min beZayînî û koçî min navêNewroz ew sersala min beBûm Bêbuhar ez nizanimWê dawî cî min li ku be

Halê birçiyan

Ka kî li halê birçiyan pirs dikeKa kî zikê van sêwiyan têr dikeKa kî ji bo derdê milet kar dikeYê kar neke tişt nê ji pir gazinan***Hin Kurd di zindanên dijmin jar dibinHinek dibin kuştî û binax dibinHinek li nav cengên giran şaş dibinHinek dibin her yek xulamê hinan***Hinek di zindanên neyar de rizînHinek di bin darê neyar de bizînHinek ji mal dijmin wekî pez dizînBê deng bikin kuştin ji mêr û jinan***Hinek bi şêxîtî û sir tên milet

Page 74: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

147146

BêbuharHinek mela ewa kefîlê buhiştHinek beg in ewna neyarên miletHin axa ne tev bûn segên dijminan***Hinek dibin cehşik ji bo nan bixwinEw tev neyar daran li Kurdan dixinMafê me Kurdan tim ji pêş paş dixinDiljar dibim ez pir bi van dîtinan***Hin malpir in çavpan ji dijmin bitirs inGotin ji Kurdan re ne xweş toq û ters inMêrên çikûs pîs û teres lê nepirsinBes ew dixwin tişt negihişt ên dina***Hinek ji gerdûn bêxeber tim hejarKarê bi bêrê wer li wan bûye barAlîk nexweş birçî û bê war û karEw bûne bindestên xwedanên fenan***Piştî welat tev bû civana kulaMêrxas ketin karê welat bû belaDijmin ji cî Kurd rakirin KerbelaBirçî û tî ew bûn xwedanê guna***Xelkê li şûnwara me tev war kirinQada me tev wana li hev par kirinQîzên me pir dijmin li xwe mehr kirinÇi bikim bi îslamê eger bû zina***Zora neyar qayil dikin em li xweZorê dikin em tim li hev Kurd bi xweKurdên bilind kêmtir dikin em ji xweYê pîs guh nade bi car ê dina***Zanim kewê kibik çima ref tune

Ji ber her yek bi yê din re dijmin eDi kozê de karê wana tim xwendin eEw hev dixin dav û xefkên dijminan***Koma milet wan tev eger kar nekirDestê tenê zanim qe tişt çar nekirZora stemkaran tu car ranekirNagihin tu armanc û derî xwestina***Karê giran mêrxas û şêr kar dikinÊn mêr wekî Rustem bi şan şer dikinMafê xwe wê çawa milet doz bikinXwenda nebin zarok û mêr û jina***Bindestî ne azadî ye şîn û girîBirçî û tî tu stêran bi şev bijmêrîRava jiyan bê şer tu car nagirîTişt nê ji ahîna û tim gazina***Va bû hezar salên milet tişt nekirTim girt bi ol tiştek ji xwer çar nekirFalçî mezin fala me tim çep vekirDa Kurd buhişt xapiyan bi van gotina***Derdê milet wî ez kirim BêbuharÇawa bikim pir bûn nema tên jimarZarok biçûk alîk xizan û neçarEz radikim derd û kulên dijmina***Her sê neyar zordar gelek pir nexweşBijîşk bi car derman nekir ez nexweşEz bîn bikim çi dem gula sor û geşRojê dibînim ez bi van rojina***Bûm Bêbuhar ez ban dikim ey milet

Page 75: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

149148

BêbuharVa bû hezar sal dojetî ka buhiştKarin welatê Kurd bikin tev buhiştAzad bikin em Kurd ji dest dijmina

Zehî mame

Ez zehî mame di vê tometêDilê min heliya di vê sohetêEz tim dinalim ji vê rûmetêEm bindest hejar wer di vê qetêYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Hûn nabên çima ev xûn dirijeMirov birê xwe mirov dikujeDigire xwîna wî bi zor dimijeJi ceng û zorê gerdûn dihejeYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Xweda wî em dan di qada xwe daWî mirov hemû wekî hev nedaHin dewlemend in hin dîl û gedaHezaran hejar nexweş bi sedaYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Va em tim dibên qada Xwedê yeXelkê par kirin rûniştin lê yeKu em bê par in ma çî me jê yeEv Xwedê nekir tevde ji me yeYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Gerdûn qedexe ye em lê bigerinSînor danîne leşker li ber inSê stemkaran qada me birinMehderê nakin ji bo em bimirin

Ên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Ey Xweda bes e ev jîn li dinêEv jîna me tev wekî mirinêBawerî min çû nimêj ji min nêBê maf li gerdûn em man bi tenêYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Yê zan û xizan cî jê re tuneJi me bi şûn de qet kesek tuneGuhdar bin li min ev dengê min eGerdûn tev zor e qet rastî tuneYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Sê kesan bi ol wan em par kirinEm bindest kirin bêrûmet kirinBûn malxwerên me em birçî kirinBav û kalên me pir serjê kirinÊn nezan dibên tev ji Xwedê ye***Em talan kirin ma çî ev biraGoştê me xwarin wana wek guraMal wêran kirin vemirandin çiraKoma miletan qet nabên çira?Yên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Koreya û Yewnan Qibris em kuştinTirkan qad birin tê de rûniştinÊn mêrxas kuştin qelsemêr hiştinKurdên bêrûmet ji Tirk re pişt inÊn nezan dibên tev ji Xwedê ye***Werin binerin Ereb EcemaWana em kuştin tişt di me nemaXwîna me rijiya wek ava çema

Page 76: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

151150

BêbuharKeskî dey nekir negotî çimaYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Ew me dikin bend didin ber dijminBi destê Cihûyan me didin kuştinQad ji Kurd birin bê netew hiştinGelek tişt hene hîn ew li pişt inÊn nezan dibên tev ji Xwedê ye***De bes koletî Kurd di tengî deBi ol em xapiyan ji mêj û zû deNe bi dadîtî ne bi ihûdêKu zor tune be tişt nê wicûdêYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Dijmin bi berger tişt nade meriyaTev bibin zana Kurd li her deraKurd çêkin firok tank û qumbereBê xwendin mane nezan wek keraYên nezan dibên tev ji Xwedê ye***Ez hêvî dikim Kurd tev bi yek binDestan bi hev din ji bo gelek binLi hawîr welat Kurd bi xelek binEz bûm Bêbuhar bes bi henek binBes êdî bibên tev ji Xwedê ye

Eman Eman

Eman eman ev çi heymanEv çi derdekî bê dermanZehqê û Cûco lawên ÛcûLawê qehpan tev bûn Qehtan***Ê nekes bû ew bû tu kesPalikê ker kirin melesJi xelkê re nabin rêberÊn ji bavê xwe de teres***Em in lawên SelahedînTeresan em kirin xayinBirên me Ereb nezan inBawer nekin em in xayin***Xayin welat neparêz inSegên xayin li ber pêz inEw pêz digirin didin guranHêsiran bi xwediyan re dirêjin***Xinizî ne karê me yeMêrxasî ew para me yeParastina welat her demLi ber neyar barê me ye***Xulam benî rû bi tenîÎro bi Kurdan dikenîTu yê hevalê dijmin îTu rabî jor em ê binî***Tu takê rengîn û bedewŞermendar e ji qîtê reşQirakê reş gûxwer dibe

Page 77: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

153152

BêbuharReng rengîn im bi gû serxweş***Dema kûçik qelew dibeQirik qalind û xurt dibeDike hûrpe hûrp dibê şêr imNabe şêr ku qelew bibe***Em in lawên SelahedînTu carî em nabin xayinEger hûn pê nizanibinPirs kin ji Dimyat û Hetîn***Eman eman eman emanHûn guh nedin lawên qehpanÇav li jêr in ew bêxêr inJi bo welat ne bi kêr inBûm Bêbuhar ji derdê wan

Ferman

Ê ku li me rakirîÎro neyar ferman eNe bes ferman kuştin eFerman birçîbûn nan eNexweşî jana ziravDi nav dilê Kurdan eDixwe dil û kezebêQet bijîşk pê nizane***Bes ji destê neyaranWana xwîna me xwarinNeyar me ji hev dixinBi vê rê ew li kar inHin ji me di zindanan

Hin bo neyar simsar inÎro hêza me tuneBi pîsan em nikarin***Neyar bi heftê û sê rengEwna şerê me dikinMihemed Teleb HilalWek wî vê rê çar dikinEw pêşketên paşverûAlîkarî wî dikin***Tiştê ku pê gotinîDixwazin bi cî bikinKar ji ber Kurdan girtinJi bo Kurd birçî bikinJi bo Kurd welat berdinQada Kurd ew par bikinEy birayên Kurd ErebÇawa hûn qayil dikin***Kurdno karê hûn dikinNebêj ji bo welat eEw karekî ne rind eJi bo neyar xelat eSê bend ji Kurd ranabinKurd pêşxe yek civat eHezar sal Kurd bindest inÇima Kurd ne felat eBi azadî serbestîKê carkê mizgîn da te***Îro neyar pir nerm inTên Kurd bi rewşa dizanWê bi dostî Kurd bixwinWekî gur li nav pezan

Page 78: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

155154

BêbuharŞeş hezar sal em li virTev me ketin qerezanEv qada kalên me yeHestî me tev lê riziyanEm tu carî bernadinLo ey neyarê nezanSûd tev li AmerîkanNeyarê dilkor nezan***Ereb ku tev zane binEm ne neyarê wan inEm tev wana di şer deLi ber neyarê wan inBirên me yên pêşverûLi cîhanê tev zan inMihemed Teleb HilalTev hevala nezan in***Padê Kurdan tu carîNikarin biguhêrinStemkarî dûr najoEm di dil de vedişêrinWan bi ol em xapandinÎro ew ol diguhêrinEw malê me tev dixwinEm wer li wan dinêrin***Malê Kurdan nê xwarinXortên Kurd wekî şêr inDivê em hedan bikinHey dawî em li kêr inLê hedan gelek zor eDivê em vê veşêrinBûm Bêbuhar şewitîmWerin li min binêrin

Nalînek hat

Di xew de bûm nalîn hatJi nav mezelê tarîMin dengê xwe hildaMin go: Kî tu dinalî?Wî got: Ez şêr Seîd imAx ji dest vî neyarîMin got: Ma neyar kî yeZanibim vî neyarîWî got: Nas nakî dilkorTirko goştê me xwarîTirk xwîna me dimijinDem kete şeşsed salî***Got: Pêncî sal dinalimNalîneke pir zor eNalîn û ah tev dertênJi ber birîn pir kûr eHîn Kurd şiyar nebûneRiya xebatê dûr eNeyar meydan nade KurdNeyar li hawîrdor eHin ji Kurdan wî kirînHeçî kesê dilkor eXwîna Kurdan wê birijeHîn dem li pêş me dûr e***Tişt ji Kurdan çênabeGer tev nebin xwendevanTiştek nayê meydanêBi gotin û bi lavanBi çoganan wê çi bikinRêncber şivan û gavanHin xwe difroşin neyar

Page 79: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

157156

BêbuharEz çi bikim bi hovanRadibin hevdu dikujinPîsî dikin nav tevanHîn ku xwendevan rabinJi Kurd re bibin şivan***Şêx got: Xorto tu kî yî?Şev reş e te nabînimPêncî salên min çêbûnDil bi kul û birîn imRojkê min xweşî nedîTim bi girî û şîn imKurdan ji bîr kir meJi ber wan ve xemgîn imÇi dem ronî çêbibeEz wê rojê bibînimBi destên xortên zanaTola xwe ez hilînim***Min got: Gora te kanî?Keser kişand ji bin eGot: Tirko winda kirimQet cî gora min tuneHezar sal va buhurînŞahî li nav Kurd tuneRojên cejn û şahiyanKesek nehat ser min eGelek ji mêj û dûr deEm ketin dest dijmin eXortên zana û şiyarMa îro hûn li ku ne***Min jê re got: Şêrê minTu nazdarê vî canîVa min dengê te bihîst

Lê bijîşk Fûad kanîSilav ke yên pakrewanVa min mizgînek anîBavek ji Kurd re rabûJê re dibên BarzanîPergala Partî çêkirRabû wî çek hilanîXort tev kirin PêşmergeŞer dikin bi mêranî***Tev ketin çiyayên bilindWekî şêr û pilinganNeyaran çek avêtinTev baz didin wek seganKurdên xiniz û qirêjEw tev ketin bin linganBûm Bêbuhar ban dikimTeresno heta kînga?Wê Kurdistan bistîninXort bi devê tifinganEm ê mizgîn bi we dinBi halan û bi denganLi ser gorên we deyninGul û nêrgiz sed rengan***Îro demeke teng eŞêxê min em çi bikinKu dem zor û teng dibeHevalên qenc hindik inEm xinizan bikujinŞerê neyaran bikinEm xwîna xwe birijîninMafê xwe em çar bikinRojên cejn û şahiyanEm ê cejna we bikin

Page 80: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

159158

BêbuharEm ê li dor gorên weGulistanan çêbikinEm pir wekî BêbuharDilê Kurdan şa bikin

Bejnzirav

Bejnzirav gerden gazêQirka te wek qirka qazêDêm wek hîvê te sîng bazêKen şekirê meş canbazêXişr û bazin çeng û sazê***Sed sond bi Îsa nûranîXweda ew li ba xwe danîYê te bawer bi wî anîXweda Incîl li ser danîBûm evdalê te gulnazê***Min xaç li ser sînga te dîQuds min bi çavê xwe dîEz dîn bûm min ber xwe nedîTirsim bimirim bi vî derdîHeçî ku evîn di xwe dîEw nikare bi şev raze***Dema min dî li ser rê yîWek kevoka bi meş tê yîNizanim tu keça kê yîSed sond bi dêra darê yîEz bê can mam li Eyazê***Tu sosina nav buhiştêHîveronan didî deştê

Li pey me mirina reş têEvîn ar e bi min xweş têÇima dilê te naxwazê***Biskên hevirmêş çîn çîn kirDilê min de te kul şîn kirTijî ah kir tev birîn kirTe li min xwe Mem û Zîn kirTu Ermena ji Ezazê***Bi navê Allah û semedLi pêş min bû sar û cemedEvîn gur bû tew nema bendJi bo Îsa û MihemedWere em bigihin vê mirazêJi bo Bêbuhar xweş razê

Ez biyan im

Ez biyan im li vê dinêEz bêkes im heval tunêEz digirîm neyar dikenêWê çi bike yek bi tenêEz bêwar im wax li minê!***Ez hejar im ez bêhal imBê ziman im kerr û lal imBi reng xort im ji dil kal imRoj û şev ez pir dinalimTu kes tune li min binê***Serî rakin li min binênHer çar alî min dijmin inTev leşker in tev bê jin in

Page 81: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

161160

BêbuharJi cengê re li ser min inHatin ser min û kuştinê***Me digirin dixin zindananÎşkenc didin wek bêcananHûn deng hildin heçî zanaGazî bikin xwendevananWê çi bike yek bi tenê***Ah ji Kurdên bêhiş ketîWer dilkor û çav raketîBi sed salan li paş ketîWê bimîne bi vî qetîKes tune ku bê pêş de binê***Koma Miletan tu qels îLi halê Kurdan napirsîEm bindest in ji bêkesîXuhermend bûne sed û sîBindest mane em bi tenê***Xort rabin bi yekîtî kinRabin cengê bi qêrî kinJi mafê mirovan hêvî kinDilê Bêbuhar bi cî kinNeyar mafê Kurd bidinê

Fayiq Bucak

Xeberek hat bi dijwarîWekî tîrê ji kevanêHat li min ket bê eman bûÇiqas bi êş Xwedê zanêMadê Kurdan tev wergerîHemû ji ber êş û janêGotin: Fayiq Bucak kuştinYek ji beştên Kurdistanê***Mala me Kurdan wêran bûEm bindest in ne şiyar inSê stemkar li ser me neBi hev re xwîna me xwarinBi zimanê xwe deng bikinLi ber wana em nikarinEm li hêvî wek Fayiq inWek wî li hember neyar in***Fayiq heval! Ez dinalimJi derdê te dilbirîn imBûm Bêbuhar bi van zecranJi dil bi girî û şîn imWekî te ez bi evînêReşê Ferhad û Şîrîn imSaza xwe digirim lêdidimEz hewesa xwe pê tînim***Em reben in bê heval inDi bin destên van neyaranEwna xwîna me dimijinLi ser me ne bi sed salanWekî rojê tu hilatîLi ser me bêdeng û lalan

Page 82: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

163162

BêbuharVan neyaran te dan kuştinEm hejar man li şûnwaran***Li ber dilê zana biraQet nemirî pir delal îMin got: Tê xortan tev rakîTê xwe beradê wî yalîVan neyaran te dan kuştinSiwêrek ma xirr û xalîTu car em te ji bîr nakinKu bimîne hezar salî***Rojkê latê te em ê çêkinLi nav gul û van gulzaranTu yî bervedêrê KurdanBûyî bend li ber neyaranLi nav Kurdan tu bûyîBavê van bêkes û jaranXulamên neyar te kuştinEz çi bikim ji van dewaran***Gelî xortan hûn tev rabinGumbetekê li ser lêkinNikam herim hûn li şûn minGelek silavan hûn lêkinHûn riya wî winda nekinSerhedê wî di şûnê kinBila şûn bavê xwe bigireRabin Kurdistanê çêkinEz bûm Bêbuharê KurdanHêvî xwe di mêrên çê kin

Cegerxwîn û Barzanî

Kurdistana me ev qada pir xweşCî ramandaran Zerdeşt û LaleşŞana Keyqubad Cemşîd û DaraXwedan serbaz bûn xurt hêz û direfş***Bi riya xwefiroşan dijmin dest da serJi Kurd tev kuştin zana û serwerBi riya olîtî nezan xapandinQirêj û gemar herduyan xwe dan ser***Piştî zanê mezin Ehmedê XanîLi ser Kurdistan bû taristanîRistevanên gel li welat nemanBê rewşenbîrî tev bû nezanî***Rabû Cegerxwîn hozanê diljarBi ristevanî kir qîr û hawarRiya Marksî da ber gelê KurdJi ser Kurd rakir qirêj û gemar***Wî û Barzanî du bingeh danînTirs û nezanî wan herd hilanînYek bi çekdarî yek bi zanyarîJi nav gelê Kurd nayên hilanîn***Me sond xwarî em riya wan bernadinJi herd riyên rast em xwe banadinNebên mirî ne ew herdu jîn inDi dîroka Kurd wê tim bên xwendin

Page 83: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

165164

BêbuharJi bêtêlê bi çîntir im

Ji bêtêlê bi çîntir imDengan ji ezman digirimJi Aşiq Weysel zantir imJi bo çi dostê min tune***Gelek jîr im ez hozan imJi nezanan re rêzan imQey bê dirav im xizan imJi ber wê ûdê min tune***Xelk dixapin bi rûberîBi yê çikûs mal pir kirîTolaz bêcir û serserîNezan dibên wek vî tune***Hin dirav têxe stûyê kerGelê nezan bê çareserWê tev bibin hevalên kerCî zanan li ba wan tune***Gelek hozan û zan û jîrPir mîrza û şandar û mîrÎro çima çûne ji bîrWinda ne navê wan tune***Tev çilek û yên kurtêlanKetin şûn şandarên êlanBergîl ketin şûn kihêlanJi kihêlan re cî tune***Zêr hesinek ji hesina yeJi ber pas nagire biha yeHezar salî bin ax maye

Derxistine pas lê tune***Mêrên qenc jî wekî zêr inNîrên teng wan naguhêrinJi dê û bavan şandêr inTomet li ser wana tune***Ji dê û bavan kihêl imBi mêrxasî wekî şêr imPir paqij im wekî zêr imKesê bi min zane tune***Nezanan kirim BêbuharBilbil im dûr im ji gulzarZarxweş im dixwînim diljarKesê guhdarê min tune

Baskê demê

Baskê demê ew çep gerîWayî avêtim MuşterîEz mam li jor ger girt derîÇawa ji wir ma tê werî***Baskê demê ez gêj kirimBaskan bi bê re ez birimEz pir ji gerdûn dûr kirimBê ez birim ser Muşterî***Ez mame wer dîl û hejarMam bê heval bê dost û yarBirçî û tî bê mal û karWer tim bi ahîn û girî***

Page 84: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

167166

BêbuharAh û girî bê sûde yeKa kî li pey ket yan heyeHer kes li ser karê xwe yeCîhan pêmûd kir ê mirî***Ez jî ketim sêra miriyanNabim li cîhanê xuyanÇi bikim bi jîna bê jiyanYara min xelkê zeft kirî***Kurdê reben pir dîl û jarRab zû bixwîn da bî şiyarPê rab wekî Sovyet bi karBelkî di gazî min werî***Bib zan gemiyekê çêbikeBê ba min ezman qul bikeMin lêke wî berjêr bikeBer bi cîhanê min werî***Rabî li cîhan kar bikîRiyekê ji min re çar bikîYara min zû rizgar bikîMam Bêbuharê maf mirî

Awirê yarê

Awirê yarê dîn kirimEw qumriya şox û şepalDêm weke heyva çarde yeWeke sero ye bejn û balGirtim bi rav davên biskanDi nîgaş im roj meh û salJîna bi canî şewitîm

Bi agirê bombên napal***Haho gidiyano şewitîmDerman nema qet sûd dikeEhmed Nafiz bijîşkê zanMin got wê ew derman bikeMin lê pirsî gotin miriyeNema serê xwe radikeYê ket agirê evînêYar wî kare derman bike***Min xweş ji yarê bawer kirYar pir ji min re dilxwaz eŞahzade ye pir bilind eBi mane ye çi canbaz eDiran mircan lêv lale yeCan kane ye sîng elmas eYar weke karê aho yeÇi bikim di nav pencê baz e***Dil zora min bir ez birimXistim ber perwan û çerxêZebûn li yê xurt nikareYê xurt wê ya xwe bi ser xêKa ev dijminahî çi yeHerdem li nav gur û berxêKa yek ji baz xurttir hebeYarê berde yar min derxêDerdê Bêbuhar nayên jimarHej berdan wek dara merxê

Page 85: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

169168

Bêbuhar

Bang

Dîwana Duyem [1996]

Barzanî

Tu caran em ji bîr nakin te BarzanîGelawêj î li ezmanê me Kurdan îLi dij çewser serî hilda te dananîMirî jîn bî li ser Kurdan tu sultan î***Ji ber karê bi pêwestî ji bo KurdanBi çekdarî li dij ordî û pir cerdanLi ber cenga Ereb û Tirk li ber ÎranBi mêrxasî wekî Rustem li meydan î***Li cîhanê gelê Kurd tev te da nasînNema winda dibin Kurdan rijandin xwînLi ber çewser wekî êtûn bi germ û tînJi Kurdan re ji pola xurt te hîm danî***Tu tev dayika xwe ya pîroz ketî zindanBi şoreşê re mezin bûyî li nav KurdanIraq hingavt bi çekdarî ketî ÎranLi dij xazî li dij şah û Truman î***Gelek ên wek Kemal Paşa wekî ÎsmetLi ber ên wek te ewna tev ne tişt bûn qetTe azadî ji Kurd re çand dirust derketNikarîbûn hilanîna te ya danî***Tu piştvan bû ji şoreşvan û hêzan reJi Pîranî û Îhsan û Elîşan reBi Qazî re tu serdar bû ji hêzan reJi çar parçan ji şoreş re tu hêvan î***Te jîn tevde bi mêrxasî te derbas kirKude çûyî li dij çewser te çek rakirJi bo rabin li nav Kurdan te tim bang kir

Page 86: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

171170

BêbuharTu wek xama di destê Ehmedê Xanî***Li çar parçan neyarên Kurd te tirsandinTe şoreşvan di nav wan de gelek çandinGelek bend û kelên çewser te rûxandinDi nav wan de tu wek pêtê û volkan î***Di nav Kurd de tu ronahî şeva tarîTu tim vîna gelê Kurd î bi çekdarîDi nav Kurd de xwe îzbat kir tu serdar îDi dîroka gelê Kurd de tu yî Manî***Ku çendan em pesndarê te bin seydaTu hîn pirtir tu hêja yî li nav KurdaTu dermanê hemû êş û hemû derdaDibînim ez ji Kurdan re tu Luqman î***Ji Kurdan re te hilgirtiye ev baraTu çîrok î ji helkeftin û cejnan reJi ber tiştê biha hiştî ji Kurdan reHeta gerdûn hebe seyda tu serdan î***Te hişt Kurd tev serî hildin li ber çewserNema dişikin li ber çewser bi arê şerLi çar parçan qebûl nakin bijîn newnerJi ber wî Bêbuhar gotî tu rêzan î

Celadet Beg

Ciwan mîr Celadet BegJi dîroka gelek dûr deTu padşahê gelê Kurd îNevî padşah Bedirxan î***Gelek şerm e li Kurdan tevNikarin Kurd serî hildinCizîr qey ew ne paytext bûLi Şamê wer serî danî***Ji Ebdilqadirê perwerFedî nakin hela KurdnoCezaîr wek me bindest bûJi Şam birin bi mêranî***Ne Mîr Ebdal nevî DaraLi Kurdistan ne heft şax inBi hev her heft girêdabûnLi ser wan bû bi fermanî***Bi sedan sal me berdayîKetî destê nevî ToranQey nabêjin ji Kurdan reGelo Birca Belek kanî***Nevîn Toran kirin xan ewJi hespan re belê îroJi bo çi ma gelo wer ewMe berdayî bi erzanî***Ji dûr hatin li Kurd îroGelek zirt û stemkar inXêr û bêrên gelê Kurd ew

Page 87: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

173172

BêbuharDibin tevde bi talanî***Gelek serwer ji Kurdan çûnLi nav xelkê mirin bê kesJi ber êşa welat dûr manBiyan tev çûn bi wî janî***Li cîhanê divê em jîWekî xelkê bi zana binBi xwendin û bi çekdarîXwe rizgar kin bi mêranî***Ne ew roja ji xelkê reBibin bindest û xizmetkarNe bê dîrok û binyat îNevî Rustem û Aşkanî***Serî êdî ne berjêr bîBi sernizmî kesek nabeNijadparêz û padîşahDivê rabî bi xurtanî***Li jêr tim mêze kî nizm îBilind mêzek nizm nabîNe yek bî tu bilind nabîBilindî tim bi peymanî***Ji bo çi wê nebin yek emGelo Kurd em fedî nakinJi ber vê Bêbuhar im ezBi derd wek Ehmedê Xanî

Kurd namirin

Kurd namirin Kurd namirin namirinHem qehreman hem pehlewan hem pir inCengên giran erzan bi wan bû mirinÇewser li ber Kurdan xwe tewr nagirin***Pir hez dikin Kurd tim ji axa welatXwînê didin herdem ji bona felatKurd navbirî mêrxas li nav rojhilatLê Kurd bi îslamê li hev par kirin***Kurd xapiyan Îslam li Kurd koledarDîrok veşartin Kurd nema fêr û zarQayil nebûn hin kes ji Kurdên şiyarTirk û Ereb Fars serî jêkirin***Lê dar ku bûdem be gelek xurt dibeReh berdide ew dar çemel pir dibeBer pir dide darê ku ew xurt dibeBawer nekin ew dar ku bê jêkirin***Kurd tev yek in Kurdên netirs xurt viyanLawên Dilêr ew Rustemê HewremanXurt şerker in dimirin ji bona jiyanTim leşkerên ên koledar qir kirin***Morfîn nema êdî di Kurd de kar dikeYê koledar ew Kurd bi wî ker bikeKurd xwende bûn xwendin mirov şiyar dikeMalê xwedî xurt û şiyar nê birin***Dîrok û maf herdu jî ji Kurd re heninKurd konebûn zor û abor jî heninGer Kurd bi yek bin kes bi Kurd nakenin

Page 88: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

175174

BêbuharMaf nayê dan maf tim bi zor tê birin***Bombên bi jehr pîj kir Sedamê çar nekirDergak ji dojê xurt li Kurd wî vekirDîsa li ber wî Kurd serî xwar nekirTev raperîn dostê gelan karker in***Sî sal gelê Kurd kuştin û berxwedanKurd pir mirin wek baz welat bernedanTola xwe ya sî sal ji çewser vedanAla xwe ya rengîn bi zor rakirin

Li gerdûnê

Li gerdûnê çiqas ez mam dilê min timBi derdên pir bi kovanên gelek kûrJi bindestî zivêr bûm ez di vê jînêWelatê min di bin destan bi jarî***Bi sedsalan welatê min li paş maBi talan û bi kuştin û bi zorêJi Farsên gelek serhişk û TirkênGelek dilhişk Ereb hatin neyarî***Ji çar alî derî girtin li min wanBi xapandin ziman qut bû nezanîGelê Kurd tev ji zanyarî bi dûr ketBi sedan sal welat jîn bû di tarî***Welatê min çima bû pir li pêş wanTawankarên Teter hatin bi xurtîMoxol hatin wekî wana bi zirzîJi dest wan em ketin warê neçarî***

Heta îro ne aramî ne jî dadDîrok çewt bû ji zor destê neyaranLi ser xelkê buhara xweş gulistanWelatê min li ser agir dibarî***Xizanî û nezanî tim li paş maBi dest axan bi dest şêx û melên çewtGelê min tev kirin birbir li nav bûGelacî û ji hev kuştin neyarî***Gelek mêr çûn di zindanên neyaranBi serde jî neyarên Kurd bi kuştinHelebca jar li Xormalê li ZêwaBi bombên jehr mezin qir bûn û zarî***Li Agiriyê li Zîlanê li DêrsimMehabada birîndar û li SasûnNikarim bijmêrim Kurdên şehîd çûnGelê Kurd wan ji bîr nakin tu carî***Nema êdî ditirsin em ji kuştinBi saxî em wekî miriyan dijîn KurdBi wê rola ku Barzanî damezrandDivên dewlet me navê tim hejarî***Piştî pêxemberê Yezdan bi xapanGelê Kurd bû ji hovan re pelîsakEbûbekir û ne jî Usman Umer tevNedin dû wan ne Muslim û Buxarî***Bi sed salan gelê Kurd tim di cengêLi ber çewser serê wî tewr neçemiyaHeta îro çima Kurd wer ku bindestJi ber Kurd ma di xew de bê şiyarî***

Page 89: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

177176

BêbuharJi ber îro şiyar bû Kurd netirsîBi milyonan serî hildan bi pîdarîLi dijî wî Sedamê pîs û tawankarNetirsîn Kurd ji kuştin û firarî***Ji birçîbûn ji sermayê biçûkênGelê Kurd pir ji bê derman mirin çûnGelek tomet li eniya her mirovanBirayên hev ji hev kuştin neyarî***Bi aşîtî em çima em tev ne jîn binStemkarî li ser hevdu bi kuştinMirov in em ne hov in em bi zorêLi dehlan xurt binêr ê qels ku xwarî***Ji ber Kurdan welatê Kurd kirin gorBi hovîtî li Kurd herdem dinêrinDixwazin Kurd li gerdûnê nehêlinMe winda kin ne xuya bin tu carî***Li Çaldêran li Dimyat û HetînêSeferberlik Hesenqele li dij RûsLi dij Yûnan bi kuştin dan gelek KurdStêrk û hîv di xwînê de diyarî***Ji xwîna Kurd ku ala sor bilind bûJi Tirk re bû şeref û şan li cîhanJi sed salan ne zanyarî ne jî zarBi miftî Kurd didin kuştin neyarî***Nema êdî bi xapokan dixapinBi nîgaşên hemû vala gelê KurdDi jîna tim zivistan de dijîn emDivê jîn bin di jîna tim buharî***

Bi yekdestî divê rabin gelê minJi bo çewser di nav de ew nelûseWelatê min ku rizgar be ji çewserJi alê re temen tevde diyarî***Ji min re wê buharek nû diyar beKeser êdî di dil de wê nemîninBuhişta min di rizgariya welat deBi dilxweşî herim gorê ku tarî

Li ber çavê min î Rewşen

Li ber çavê min î RewşenBi çavên reş te awir daBi awirkê te ez xistimLi nav baxan li seyranê***Li ber çavên min tu nîgaş îLi min her êş te peyda kirDilê min tim bi pêlên pirWeke derya li wê Wanê***Ku êşê cî di dil de girtDi êşê de te ez hiştimDibî dijmin wekî dijminStemkar î bi lêdanê***Evîna rast ji yaran reDivê yaran qe nêşînîDivê herdu pişkdar binWekî hevdu di vê janê***Jiyan herdem bi hêvîtîTu bêhêvî nekî yaran

Page 90: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

179178

BêbuharStemkarî gelek zor têBi yê eşqê û dildanê***Wekî Mem ez wekî ZînêWekî Ferhad û ŞîrînêHela Ferhad li çolan mirMemo jî mir di zindanê***Ditirsim wer ejî bimirimBi vî derdî wekî wanaDi rewşa bilbilê bêwarNebînim ez gulistanê***Giriftarê te mam îroJi bo çavên te yên mêrkujEz im ew Bêbuharê gêjDi vê çerxê û dewranê***Wekî Rustem kurê ZalêJi min nayê di cengê deBi şûran û bi mertalanHerim dijmin li meydanê***Divê zindan derî bişikeBi destên şêrgelên KurdanHedandar im di vê çerxêHeta dem bê li cîhanê

Cûdî

Çima Cûdî tu deng nakî tu bêzar îDibînim ez ser kopê te tim tarîGelo yaxud wekî Zînê li ser Mem werGiriftar ma di zindanê bi diljarî***Bi şîn î tim wekî Ehmed Cizîrî jarKu dev girtî bi xamê tim bikî hawarGelo yaxud tu dîdar bû bi êşa wîSitî armanc wekî wayî tu diljar î***Gelo yaxud li ser Birca Belek jar îDi bin destê neyar mayî bi zordarîTe winda kir gelek mîrên Cizîrê KurdSegên Tirkan te dîn îro di wî şarî***Tu yî kohê ku keştî Nûh li ser wayîDi Quranê ji ba Yezdan te nav mayîMirov tevde tevî hovan te jîn hiştinJi Nûh virde tu cîwarê me Kurda yî***Çi bêbext in mirov tevde birayên hevTe bîr nabin li ser Kurdan neyar in tevGelo nabê ku jîn man em li vî kohîJi ba Yezdan bi pîrozî bi nav bû ev***Gelo yaxud ji ber zora li ser KurdanTu bû warê gelek êş û gelek derdanJi ber zora Ereb û Tirk gelê FarsBi milyonan mişext bûn Kurd welat berdan***Hemû Kurdên welat berdan biyan jar inStembarên misilmanên tawankar inBi çekdarî bera Kurd dan ketin şûn Kurd

Page 91: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

181180

BêbuharLi cîhanê gelê Kurd tev stembar in***Ne bes îro stembarî li ev padaGelê Kurd tim di cengê de ji Mîdya deJi ber qada gelê Kurd ew bi xêrên pirJi wê xweştir qe çênabe di dinya de***Welatê Kurd ji ber wê bî neyarê KurdJi çar alî neyar tênê bi hêz û cerdJinên Kurdan tevî zaryan gelek dimirinJi serdaran ji rêzanan ji xortên merd***Gelê Kurd ew wekî xalî buha çêbûJi reng rengan bi dest zeriyan bi tevnê bûBi zêran ew buha hatî firotin werBi erzanî di bin lingan çima pêbû***Ez im Kurd wek te diljar im birîndar imWelatê Kurd di bin destan stembar imKirin çar par kude diçim firar im ezDi bin destên misilman de stemkar im***Tu yî Cûdî dilê min Dicleyê ahkûrHedar nabim dibînim ez ji nêz û dûrGelek koh wek te min dîtin ji dest çewserDinalin wer ji ber êşa birînên kûr***Ji dîrokê gelek min xwend zehî ez mamLi ser Kurdan stemkar in bi nav ÎslamJi dûr hatin welatê Kurd bi zor girtinNe Îslam bû dema hatin welat bû kam***Bila lê ew ne bawer bin tu caran tevJi bo doza xwe Kurd razin bi roj û şevDizanin goşt ku bê ar ew qe nebiriştî

Ne agir be qe ron nabe tu caran şev***Li te mizgîn ji nêzîk de tu dilşa bîBi ola Kurd tu yê herdem girêdabîGelê Kurd tev tu car navê ku bindest beBi Kurdan re tu yê firaz û azad bî***Li ser kopê te keştî Nûh bi serdan kinJi Keşmîrê gulan bînin bi gulzar kinBuhişta Kurd em ê çêkin li nav KurdanJi cîhanê bila gel bên te serdan kin***Ji arê nav dilê Xanî û CegerxwînÇiran vêxin bi ronî kin wekî BerlînJi cî Laleş Zerdeştê me yê pakcanNeyarên pîs bila bar kin nemîne kîn***Bi şadîman bilîlînin keçên KurdanBi saza wî Şivanê Kurd bi dengê şanBi gurmîna çekên pêşmergeyên mêrxasLi ser kopê te yê pîroz bikin dîlan***Li dor Birca Belek çêkin gulistanaLi cî mîrên me yên Botan ji keyxanaLi cî Ehmed Cizîrî û Sitî XatûnBila Cûdî li jor şa bî bi cî wana***Zivistan çiqas sar be bi rencî beBuharek xweş ilem dawî li pey wê beNema karwan diweste wer bila sar beIlem bigihe buhara xweş bi şadî be

Page 92: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

183182

BêbuharHelbesta zarokan

Bila çewser bizaninNe winda bûm xuyan imDi Kurdistan de çêbûmÇima tê de biyan imBiçûk im ez dixwînimMezin bim xwendevan imJi Kurdan û welat reDi mande zîrevan im***Biparêzim welat ezQelawîzê welat imKoledarên stemkarLi dji wana kelat imWelatê min bi kanînDilê nav rojhilat imXwedî Xabûr û DicleXwedî Zab û Firat im***Bi şîrê dayika xweXwedî bûm ez bi wayîDivê ez wê reha kimDi bin destan de mayîJi kuştin û ji şînêLi nav şadî nemayîWelatê dayika minDi nav de dad nemayî***Bi kuştin û bi talanLi çar aliyan neyar inLi zarokên gelan gulLi min bombe dibarinNema warek ji Kurd reMe war lat û zinar in

Di sermaya zivistanGuran goştê me xwarin***Li Helebce li XormalLi Zêwa û li AgirîLi Qeladiz û DêrsimLi Zîlan û HekarîJi bîr nakin tu car emQelandin jin û zarîDibên Îslam bi ron inÇima lê ev neyarî***Bi lavlav û elahûTi sûd nade gelê minBi rojî û selewatQe têr nabe zikê minDibêjin em bira neTi xweş nabe dilê minJi ber ewna bi kuştinKetin nava gelê min***Ji zarokên me Kurd reÇima Îslam neyar inGelo ewna mirov inGelo qey em dewar inMisilman guh nadin KurdPerîşan û neçar inLi Ewropa dewar jîXwediyên maf û par in***Di destûrên gelan deDivê ev tişt nemînêDivê alî me rabinXelas bin em ji xwînêDivê em jî reha bin

Page 93: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

185184

BêbuharJi vê zorê û kînêGelê Kurd bû hezar salKu vê zorê dibînê***Dema cejna mindalanLi cîhanê jiyan kinLi şûn gurzek gulên sorEm ê xwînê diyar kinHeyanî em mezin binEm ê tola xwe rakinLi ser xaka gelê KurdEm ê ala xwe rakin

Serok Mesûd

Mesûd tu car wê şaş nebeRêça te danî Kurd li serHey serwerê zan û dilêrBazê welat jê naçe derXurt şûngirê BarzaniyêEw şanpirê dozê û şerWek şêr te meydan bernedaŞer kir li dij bombên bi jehr***Xurt î wekî şîpa gel îEw mîr Elî Beg bê hedarTê xwar ji ser kohê bilindKûr tîş kirî lat û zinarWek dareke merxê stûrXurt î te reh berdane xwarLat û zinar tev qul kirinReh tev di ber re dane der***Şoreş wekî wê darê xurt

Bahoz nikare hil bikeBombê bi jehr jor û li jêrEwna tê nikare kar bikeVîna me Kurdan naçemeÇewser nikare xwar bikeKurd tev ji gorê rakirinÇewser revî çû bê veger***Îro tu yî bavê gelêKurdê belengaz û neçarVa bû hezar sal in bi êşBindest li paş mayî hejarBê al û leşker bê nijadKuştên di ber doza neyarWinda dibûn wer bêxwedîDijmin dixwarin xêr û ber***Îro di dîroka gelanNavê te hatî çapkirinBûyî bijîşkê Kurd hemûÊdî tu car Kurd namirinNavê te yê şîrîn hetaGerdûn hebe wê hilgirinÎro welat rizgar kirîAla me ya rengîn li ser***Êdî nizanim şêrgeloPesnê te ez çawa bidimAncax bi pêşmergê te bimCanê xwe yê şîrîn bidimKurd im nedim ez kêm dikimKurd im divê ez can bidimBimirim li ser axa welatBigihim şehîdên cengawer***

Page 94: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

187186

BêbuharMizgîn bidim wana bilezEwna bila kêfxweş bibinEw çewserên Kurdên hejarÊdî nema kêfxweş dibinÎro te ew sermat kirinÇawa dikin rûreş dibinÇewser ku Kurdistan bibeÊdî nikare ew bi şer***Bindest bikin Kurdan nemaKarin bi xapan û derewWan ol kirin efyon û danKurd wer bi wê man tim di xewÊdî bixapînin nemaRind naskirî Kurd mast ji dewKurd xwende bûn tev zane bûnRêça tu tê de dane ser***Wek George Washington tu yîDad pir wekî Mihdî zemanSerwer li cîhanê pir inKes wek te nîn in xurt viyanNerm î ji gel re wek pembûXurt î di şer de wek çiyanKiryar bi mêranî ev inWî karkirî yê hate ser***Kawa di vê çerxê tu yîÎro li Kurd bûyî diyarDaxist serê xwînmij SedamEw wek Zihakê xwîn di xwarÇêkir te Newrozek ji boKurdên wekî min BêbuharKurdan ku ev tişt xewn didînÎro bi rastî hate der

Dîl û perîşan im

Dîl û perîşan im ji boÇavên te yên reş û belekDêma te wek heyva bi şevFelq kir li ser biskên xelekPorê te yê reng komirîÇavên te tîr jê tên gelekYek hat li min ket dil çirandKûr çû di dil de ma qulekBejna sero qirika dirêjŞûşa gulavê poz çilakLêv şerbeta mircan diranGeş bû li lêvan sorgulekXemla li ser bejna seroŞal û qumaşên zêr gelekMin got gelawêj hate xwarÇewt zîz te kir çerxa felekGêj bûm di nîgaşa te deWer mam di gêjbûnê gelekPê bûm wekî Ehlûl KehfRazam wekî bê aqilekJîn û temen bêhûde çûnMin zû buhartin dem gelekRengîn buhar hat zû buhurtMin jênekir wer jê gulekKal bûm bi serde jî kulekHerçî bi yarê re dirustWê ew perîşan be gelekArê evînê pê mirinWer çûn bi wî arî bilekDerya evînê kûr fireWinda kirin wê pir kelekMin yar negirtin yar tu yîÎro perîşan im gelek

Page 95: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

189188

BêbuharYara nikarim pir bikimYarek divê jê re dilekYezdan dema çêkir mirovHer yek ji wî re aqilekÊ rast evîndar yar nebirMir çû di dil de ma kulekYara delal negirî li minWer lê nekir min havilekEz tim di çerxê zîz dibimGêj im di vê çerxa felekMa kî dikare jê derêBê west di çerxa lez gelekLê bes tenê wer mame ezDilgirtiyê çavên belekBawer nekî yara delalRast yar ne ya çewt û çilekGul pir nebin nabe buharWê Bêbuhar çi bike gulek

Nameyek ji Pêşmerge re

Pir germ silavê min li wanKurdên bi çek ên dilşewatWan qehremanên serbilindPêşmergeyên bazên welatHêvî me Kurd îro ew inKurdên Iraq wan kir felatSî sal bi zîwarî û jarHer zor li ser wana dihatÇewser li nav wan cî negirtBê west bi çekdar û xebatAla me mabû bê xwedîHildan bi zorê kêferatAla me kesk û sor û zer

Ala me pê re roj hilatMizgîn li yên bûn pakrewanÊn bêguneh ên can beratŞad bin di gorê serbilindRoja gelê Kurd va hilatPêşmergeyên zan û dilêrAnîn ji bo Kurd ev xelatBombên bi jehr barîn li wanWan bernedan axa welatÊn koledar pir qir kirinTola me standin du qatHer her bijîn ew serwerênÊn dilkevir vîn û tebatCîhan hemû wan kar kirinKurdên Iraq bûn yek civatWan çêkirin ev parlemanÇerxê berî virde guhartWan şêrgelan ev kar kirinDest dane hev rabûn xebatDîrok veşarên koledarReş perdeyên danîn hilatCerdên Ereb Fars û TirkKuştin ji Kurd dawî nehatDîrok vegeriya bû wekîÇaxê Kerîmxan û QubadÎro neviyên Kawê dilêrRizgar kirin parek welatWê parçeyên din tev bibinRizgar bi karê kêferatÊn pakrewan hîm çêkirinWan lêkirin ser qat bi qatÊn koledar wan par kirinLê Kurd cuda nakin welatÊn koledar wan kir nekirTiştek ji destê wan nehat

Page 96: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

191190

BêbuharEm Kurd cuda nabin yek inGernas em in ên rojhilatAxa xwe Kurd jê hez dikinKurd xwîn rijand lê wek FiratDara jiyan av dan bi xwînXwîna birîndaran dihatDimirin ji bona jîn bibinTim can didin nirxê felatBahoz çiqas bê nahejinKohê Metîn in û XelatWek baz e Kurd war bernedanÇendan didîn zor û zinatKoşka bilind xurt be binîSer hilweşe narê binatHerçî gelê pir pakrewanWê ew ilem bigihe felatXewna min dîbû hat buharEw xewn ji min re rast hilatJîn tev buhart min BêbuharMin dî ji nişk de vaye hat

Xanim

Ew xanima koşka bilindDaket ji jor hat ber derîWek şev ji nişk de roj hilatBê hemd kirim min lê nerîDêm wek meha çardeh li jorRohnî li porê reş kirîSêv sor hinark dêma spîÇavên ji Yezdan kil kirîÇawa li ser porê siyaTaca Berazî xwar kirîLêv sorgula Şeqlaweyî

Yezdan li sêncan çêkirîÇaxa elend barî gezoHatî li herd lêvan kirîEw boz birinca qir reşêYezdan diran jê çêkirîQirika dirêj wek şûşekêŞîrê miyan jê dagirîWek bazeke kohê MeletÇavên belek awir kirîSînga weke kohê MelazBariye berfê lê kirîSêvên ji Miksê sor û zerYezdan li ser sîng çêkirîBejna sero lê mam zehîYezdan çito ew çêkirîHeft reng kirasê hevirmêşXanim li wê bejnê kirîWê gote min çi dikî li virZû her ji vir hey serserî!Min gote wê xanim bilaEz bim xulamê vî derîBes tê bibe koşka bilindMa kê li vir wer lê kirîWê gote min ev koşk li virBavê min hatî lê kirîÎro di zindana neyarDest û piyên wî bendkirîKurd im di vir de bê ser imÇewser hemû bindest kirîMin gote wê navê te çî?Wê gote min: Xan gulperîMin got ejî Kurd im hejarWarê min jî çewser birîWayê li min rind mêze kirWê gote min Kurdperwer î?

Page 97: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

193192

BêbuharMin got: Belê xana delalTev hev kirin ken û girîWê gote min fermo hevalHatî li ser çav û serîYarî tu car nakim ji boXortê derewçînê nê derîDê wê demê yara te bimGava welat rizgar kirîSozek min da xana hejarWayê li min peyman birîPê bûm wekî SenaniyêYê Ermenê dil jê birîXan gulperî ferz kir li minŞîrîn li Ferhad wer kirîWê got bi min tê şa nebîÎle ji çiyê avê derîPêlên evînê ez birimPêlan wekî Ferhad birîXelkê evîna dilxweşîYê min welat şîn û girîHer ez dikolim westiyamHîn yar dibê avê derîYên min ji Ferhad zortir inFerhad ku doz negihişt serîFerhad ku doz Şîrîn divêYê min welat çewser birîLê ez divê tim kar bikimEv doz heta bigihe serîHerçên ku doz yar û welatJê re divê tim perwerîTirsok tu car sînga spîPê şad nebe tim newnerîRêça ku dûr nagihî tu carPê de eger bê west nerîWê tim bimîne Bêbuhar

Wê tim zivistan bê derî

Yara delal

Yara delal bêmal kirimDîn û hejar wer lal kirimPergende wê bêhal kirimCanim çi zû wê kal kirim***Pêşî evîn pir xweş dibeBê mey mirov serxweş dibeRenc hat evîn ew reş dibeRencî divê ez hilgirim***Pismam ketî rawê bi zorÇend serserî dost in li dorYan wê bibe yan cî ye gorIrfên kevin sermat kirim***Yar ew dibê ez a te bimWê ez li hêviya te bimEz jî wekî yara xwe bimYara dilovan şaş kirim***Berdim gelo yan bernedimQelen bidim yan ez nedimGer ez bidim can dernedimGer ez nedim ez şaş nerim***Pismam gelek ew paşverûHerçên li dor gelac durûSerhişk wekî polat xwerûÇawa gelo berve herim***

Page 98: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

195194

BêbuharŞîret bikim wî nerm bikimBelkî ku wî ez kerr bikimWayî ji yarê dûr bikimTirsiyam ji wî berve herim***Pir kes min şand qayil nebûMal pir min da razî nebûMin kir nekir tim wek xwe bûHîn rê tune pêde herim***Tiştên wilo em paş ketinEm Kurd ji hev tim dûr ketinRêça ku rast jê derketinSerhişk em in tim sergerm***Warê me xelk jê derketinXelk çûn bi esmana ketinMîrza ne mê jin mîrvet inTev pêşketin ên sernerm***Irfên berê wê sûd nedinBerdin tu car wan guh nedinLaw û keçan xwendin bidinÊdî nezanî bû şerm***Tiştek bi wî naçe serîPeyda dike tim berberîBixwîn da rind pêş de herîWê şîn nebe dar bê qurm***Xort û keçik herd wek hev inWek hev nebin pêş nakevinIrfên kevin kêmî ev inSerhişk li paş tim sergerm***

Şêx û melên ên doz nexwazWan şerm kirin saz û awazWinda kirin tiştên binazTev bû Allah û ekber im***Axa û begên tev koledarEwna ji Kurd re bûn neyarKurd hiştibûn bê pêş neyarHêsan ji wan ez nagerim***Wê ez li dij wan şer bikimWana hemû riswa bikimEz Bêbuhar im doz dikimYara xwe ez jê nagerim

Dewlemendê berjewend

Hey dewlemendê berjewend virde wereÇend gotinan bibihîz ji min dîsa hereHey pozbilind mewdan û gund xûset nerindDûrî Xweda hey xêr neda hey ol pereTewr guh tu nadî yên hejar birçî û jarDostî didî yên xurt û zirt ên zikfireYên karbidest bertîl dikî wan têr dikîPişta xwe pê rind xurt dikî hey kerker ePê wer bi dostanî dibî diz û keleşKurdên hejar talan dikî Kurd newner eMalê genî top kî nexwî tê pir bikîBimirî ji zarokên xwe re bihêlî hereNavê te wê winda bibe pîs û mirarBimirî di gorê de ti sûd nade pereLê tewr tu bîr nabî welat bindest kirinVa bûn hezar sal in li ser ceng û şer eFars û Tirk cerdên Ereb wan par kirin

Page 99: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

197196

BêbuharRizgar bikin hêvî welat ên perwer eMalê xwe pê tank û firok topan bikirWê ew hevalbendên te bin ên serwer eSerwer qe ew malê dinê guh nadinêMalê dinê dîrok ji bo yê serwer eWê pîs nebin mêrên di dîrokê lehengDîrok divê jê re xebat bêhna fireMalê dinê herçî nizm nake bilindLê ker qelew be ew çiqas dîsa ker eHespên kihêl hewcî dibûn mêrxas û êlHerdem di cengê û li meydanên fireDewlet bi wan hespên kihêl ava dibûnPirs kî li cîhanê ku de diçî hereHespê kihêl ewya çiqas goşt lê nebeDîsa li nav ga û kerên xurt ew ser eYê yek bide yê xurt dehan pê kar bikeDûr bî ji Yezdan û kesê pêxember eHerçî li nav qencan eger cî wî nebeÇend pîs li dor wî bin gelo çi bike pereKurd ew hevalbendê te yên rast û dirustBalîn tu bî balîn qe bê bask nafireÇermê te pak lê dil wekî qîrê reş eŞîrê spî pak û dirust ê miya qer eHer gotinên rast bin ku yê pê rast nebeRind zanibin ewya bi rastî nêreker eLê Bêbuhar zanê bi wî bî reng mirovHatî veşartin ew li paş mal û pere

Seyda

Seyda çima jîna xwe hûn tim xweş dikinJînê li ber çavê milet tim reş dikin***Hûn tim dibêjin guh nedin dinya derewDerbas dibe tişt tê tune vala ye ew***Koşkên bilind jinkên xweşik tim ên we neMalpir hûn in maldar hemû dostên we ne***Ma hûn çima nabin hevalên ên hejarPêxemberê Yezdan bi wan re bûye yar***Yezdan dibê herçên hejar ewên min inMaldar hemû ewna li ser malê min in***Maldar ku malê min nedin herçên hejarDeriyê buhiştê wê nebînin ew tu car***Sê par hûn in îro peyayên karbidestHerçên kirasê ol li wan bûn malperest***Tiştê ku em wî çêbikin nabê XwedaNabê bibin kolên dirav wî merg neda***Dinya divê jê re xebat zanîn û karLê pêl nekî mafên kesên dîl û hejar***Axret divê jê re nimêj rojî û xêrMehder tune wê sûd nede xurtî û zêr***Herçî kesê wayî bi ol bawer hebêWê gotinên rast tim li ber ê xurt bibê***

Page 100: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

199198

BêbuharHerçên tima bêbawerên bêol û qelsPir kes ketin warê nebaş pîs û teres***Oldar ew in ên mal ji bo ol pêl bikinBêol ew in herçên bi ol mal pir bikin***Oldar dibêm ên wek Brahîm Edhem inÊn text nevên malê dinê lê bêxem in***Îmam Elî karê kirî rind lê binêOl berneda wayî ji bo malê dinê***Wayî ne wek Osman Umer EbûbekirWayî ji bo kursî û mal ol pêl nekir***Kursiyên bilind herdem hûn doz dikinPirtir ji ol malê dinê jê hez dikin***Hûn dûr dibin werga ji Yezdan û xizmÊ nêzîkî Yezdan dibe ewya ez im***Jîna min î tev çû zivistan BêbuharEz mam hevalê yên xizan dîl û hejar

Jîna du reng

Tiştê ku min xwest pêk nehat hey felekKal bûm di jînê de nema havilekPir westiyam jar bûm di jînê gelekJîn baxçe bû min bîn nekir jê gulek***Alîk xizan kuram li min zor û şerMafê min mir dadgeh ji min bêxeberEz bûm biyanê bêmecal bêveger

Wer bûm wekî laşê ku jêbî milek***Barê giran heşt in li ser wî milîRaman û konyarî nivîs pê bilîZindan û lêdana neyar pê bilîHeşt bar li ser kê wê giran be gelek***Bûm bilbilê gulzar ji min dûrketîBûm dareke bê av ku ar pêketîLawê min î biçûk ew li mal raketîEz kar dikim kuflet bi hewcî gelek***Darek min çand dara min hîn ber negirtRava xwe ez pir pey ketim min negirtWar bû şikeft pîrê li jor kon vegirtLaşê nexweş dil westiyayî gelek***Pêlên di dil rojkê hedar çênebûVolkan di dil rojkê qe germ sar nebûDîsa serê min rojekê xwar nebûÇewser li min zor û stem kir gelek***Çewser çiqas zor û stem ew bikeWayî mirov kare li dij şer bikeEwya ne wek ê min ku min pîs bikeEwya di nav dil de dimîne kulek***Derya ji hundir de gemî qul nebeAv nê di hundir wî gemî pir nebeWê ew gemî tev bar tu car xerq nebeWê tev gemî winda nebe mal gelek***Ê law mezin ew bav dibe bextiyarBav vedihese ew jîn dibe berxwedarÊ law biçûk bavkal dibe şerpezar

Page 101: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

201200

BêbuharWek ew di deryayê dibe bê kelek***Malê min ê pir ew bila çênebêÊlek bila ew tev neyarê min bêLawê min bes ewya bi kêrî min bêDîsa bi min wê xweş bibe jîn gelek***Çi bikim bi gerdûna bilind pir fireRê dûr diçim teng bû li nig qondereEz xwas herim gurnûk li erdê pir eXelk balefir ê min tune hîn kerek!***Dara stûr ger kurm ji wê çênebeDarê ji hundir de nexwe qul nebeTiştek bi darê wê nebe wek xwe beWê tişt nebe rabe ji wê qaşilek***Koncê ku ez pir lê gerîm derneketBircê ji bo min fal vekir lê neketTarî û reş vêxim çira vêneketPiştî mirim ronî ji kur bê qulek***Gora gelek tarî û reş bêvegerPir kûr û teng dinya ji min bêxeberBê liv û ger wer bê ziman lal û kerrMejî ku çû çi bikim serî qaqilek***Tengî li ber her kes xwe ew nagireYê qels ji bo şan û nijad namireYê mêr ku mir lê nav tu car namireMêrxas ji bo şan û nijad çûn gelek***Jîn wek buharê yê gulek jênekirJîna xwe vala çû ti sûd jê nekirHerçî kesê qencîk bi gel wî nekir

Wê gel li wî mihrê neke xerdelek***Ez sond dixwim karê neqenc min nekirMin mal bi pîsîtî tu car pir nekirMin kar ji bo Kurdên hejar kêm nekirMin guh neda yên berjewend ên çilek***Ên qenc weke beştên ku kon radikinXelkên dibin sî û sitar lê dikinIksîr ew in zêran bi wan çêdikinZêr kanekî îro biha bû gelek***Hey şan ne yê wî qertelê pîs finazŞana bilind bî arz ji bo balebazEwya li cîhanê dijî serfirazMarkê dinê kê tê de dît qertelek***Dinya derew hem dost e ew hem neyarXweş jîn dibin tê de hinek hin bi jarHerçên bi rûmet ew dibin BêbuharRûmet ne ya herçî teres mal gelek

Ol û wijdan

Bawer tu car nabim bi wanHerçên misilmanên rijîOl hê eger wijdan tuneÇi bikim bi ola xwînmijîRast be eger xwarî nebeÎslam divê wek hev bijîHûn tev dibên Îslam yek inJîn bin çima bes Kurd nejî***Ola misilmanî we kir

Page 102: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

203202

BêbuharDehlek ji bo warê dizanWana dixapînin bi olHerçên kesên hov û nezanKa hûn çiqas alî didinÊn bêmecal jar û xizanBirçî nemîne yê xizanTêr be bila ew jî bijî***Birçî tu car wê têr nebinEwna bi rojî û nimêjAlî kesên birçî bikinDawî bikin qala nimêjGotin tenê wê sûd nedeŞaşik û term ê rîdirêjBirçî û jar çi bike bi olEw sax di dûjê de dijî***Diçin Hîcaz mala XwedêMala Xwedê kê têr dikeMala Xwedê çi bikim bi wêGeorge Bush ku wî qorî bikeLawê Siûd Yezdan tu carEwya nema gazî dikeGazî dike hêzên filanEwya di taldê Bush dijî***George Bush firokên wî pir inEwna ketin şûn EbabîlMala Xwedê qorî dikeAvêt Sedam kevirên SicîlSarox ji jor berdan SedamEw pîs kirin EshabûlfîlSed car di cenga EbrehaXortên Iraqê xwîn rijî***

Gava ku şer vêket li navÎran û bêbavê SedamHeşt sal ji agir sar nebûYê pir li ser Kurd bû meramGundên delal xopan kirinKavil kirin şarên xuramSê par mişext bûm çûne derBirçî nexweş hîn Kurd dijî***Pêxemberê Yezdan ku mirKursî di bin wî zeft kirinZarên Elî winda kirinKuştin û gel talan kirinQîzên gelan man bêxwedîHer yek ji wan sed jin birinTevde ji bo kursî û malXwîna misilmanan rijî***Wan ol ji hev par par kirinWan ol kirin çar mezhebîHeftê û sê bir çêkirinÎslam ji hev pergende bîKîjan hedîsa min ku xwendYek jî wekî ya din nebîYê bû mirîdê şêx binêrZingar ketî nava mejî***Dîn û belengaz ew dijîEwya dibe rengê dewarEwya wekî efyon vexweSersam û bêhiş wer neçarTiştan nema ew bîr dibeEw bû kerek şêx lê siwarEwya bikêr nayê tu carEw sax mirî bêhiş dijî

Page 103: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

205204

Bêbuhar***Ola misilmanî li navDemokrasî wê nebeWek Kurd gelê bindest dibêmBê zor qe wê rizgar nebeVa bû hezar sal in gelêKurd mal bi zor talan dibeDimire welat xopan dibeNabên misilman î tu jî***Hûn dewletên Îslam hemûTên konferansan çêdikinCarkê we qala Kurd nekirÇewser stem tim lê dikinHûn tev ji bo karê xwe tênTiştên divên qalê dikinÊn Kurd li ba wan vedigerinRadibin bi dewra xwînmijî***Hêvî tu car nakim ji wanHerçên Ereb ên unsirîBawer tu car nakim ji wanEw Farsên wijdan mirîÇi bikim bi Tirkên gurperestTên Kurd bi karê xwînxwerîTalan kirin Kurd par kirinKuştin ji Kurd tim xwîn rijî***Bawer tu car nakim ji wanEw dadgehên qanûn bi şûrSerjê kirin talan kirinQad zeft kirin hatin ji dûrHerçîn nezan dan wan buhiştÊn zan hemû kuştin bi şûrZan qir kirin winda kirin

Herçî nezan zeng ket mejî***Yê tiştfiroş herdem divêTiştê xwe ew pesnê bideEwya ji bo herçî nezanEw bê peran pir tê bidePiştî nezan pêmûd dikeEwya dike stûyê XwedêSimsar kirin şêx û melaTim Kurd ji bo bindest bijî***Zana ji Kurd kuştin ji binQada gelê Kurd zeft kirinXwendin bi zarê Kurd nemaDîrok guhertin çewt kirinBiçûk bûn Ereb Fars û TirkMêr qir kirin jin mehr kirinWan nav guhertin şar û gundWana kirin Kurd yek nejî***Zarok û jin birçî mirinHerçên misilman tişt nedanZarok birin şarên XelîcHatin firotin bê xwedanGelê Filistîn jî neyarDeynê Selahedîn vedaAlî Sedamê har kirinBûn leşkerên wî xwînmij î***Cenga Selîbiyan egerKurd wê demê tê de nebaYên çûn di cengê de mirinZarok ji wan wê çêbibaYên çûn biyan winda nebaWê Kurd li van deh car heba

Page 104: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

207206

BêbuharEw sindoqa tişt tê tuneKurdan digotin qey tijî***Nayên jimartin Kurd hemûYên çûn li Çaldêran mirinFars û Tirk kê zor dibirMalê me tev talan kirinÊn çûn li dij Rûsan mirinÊn çûn li dij Yûnan mirinHîn jî misilman in li serKurdên hejar bindest dijî***Ew xadimê Mala XwedêWî û Xelîc alî kirinPetrol kirin pişta SedamHêzên Sedam pê xurt kirinBombên bi jehr pê pîj kirinPê jin û zarok qir kirinSî sal li ser Kurdên hejarAgir ji ezman de rijî***Xêran li mewlûdan didinÊn dewlemend ban wî dikinHerçîn xizan guh nadinêYên dewlemend wan têr dikinHûn tev li Xaça Sor binênBirçî û jaran têr dikinÇadir û derman û mitêlEwya divê her kes bijî***Heyva we ya sor a derewWêna kerek jî têr nekirTiştê ku hat ên karbidestWana li hev tev parve kirHer yek dibê Îslam ez im

Keskî ji wan qencîk nekirHerçên xizan guh nadinêHer yek divê bes ew bijî***Hîn bê ziman bê xwendinîKurdên hejar wer bê kiyanKurdên xwedî axa welatÇewser dibînin Kurd biyanVala hemû bê doz mirinWinda û mift wer bê xwedanDîroknivîsên rast hebaPirtûk bidiya rûpel tijî***Xortên me yên hêja û zanHîn jî firar in war bi warWek pez dibin qurban ji boDawet û kêfên koledarGerdûn li Kurd hebsa fireYek ez ji wan im BêbuharLê zor tu car nayê bi KurdHerçî ku bindest wer dijî***Herçên misilmanên teweşHêvî tu car nakin ji wanHêvî me ma hêzên filanHêvî me ma Kurdên ciwanRabûn hemû yekdest bi çekWê çêbikin war û kiyanPêşmergeyên çak û dilêrAla me hildan her bijî

Page 105: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

209208

BêbuharYara xwe

Yara xwe pir jê hez dikimEz pir silavan lê dikimCanê buha pêşkêş dikimHerdem ji bo yara delal***Hey qasidê rêzan û canHer zû bigihe yara ciwanHer tişt bikî jê re xuyanJîna min î xort bûme kal***Ê dil li ba wê yar ez imPergendeyê bêwar ez imSotî ji bo wê yar ez imŞev reş min ron kir wek şemal***Hundir bi tîn wek agir imZora evînê wer kirimPir mam zehî ez namirimMîna gula bê av û jal***Zor nê bi min bê av zuhaWerga ku mam sal û mehaÊşa ji bo tiştên buhaEw êş dibe baran û jal***Ê rast evîndar yar hebeWê wek gulê bê xar nebeRencî li ber wê xwar nebeWê guh nede mal û melal***Xarên gulê yên pir biêşBilbil dibîne hevirmêşEşqa gulê dil daye pêş

Êşê qe namîne mecal***Ê ew di nav derya keveAvjeniyê jê re divêHednê divê ta derkeveWê tê hebin çiya û newal***Ê zan eger hednê bikeWê ew di daxwazê bigiheHer tiştekî karê bikeWê ew bigihe yara delal***Morî dema ew kar dikeDeh car li wî be radikePalê bilind derbas dikePê re nebe ger yek heval***Wê tişt nebe mam BêbuharLê ez zivêr nabim tu carWê pişt zivistan bê buharSax be bila yara delal

Çima yarê silav nadî

Çima yarê silav nadîJi min xeyidî berî wêdeLi jîna min tu napirsîDilê min sed keser tê deTe ez xistim evîna kûrBirîndar im di wê rê deWekî mûmê dişûzim ezDi nav îşkenc û zecrê de***Ez im ew Mem ez im Ferhad

Page 106: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

211210

BêbuharTu yî ew Zîn tu yî ŞîrînBi dil êş û keser ew çûnBi nalîn û bi ah û şînBi nalîn im ejî wek wanJi min nayê bikim qîrînLi ser çavên te sersam bûmMin şaş kir rê herim pêde***Ji bo çavên te bêmal imTu wer ba min delala minNikam razim bi roj û şevTu nîgaş î li bala minNe min dost in ne min yar inTu yî dost û hevala minWekî Mem ez giriftar imGirêdayî di bendê de***Di vî warî çi zîwarîGelek sal bûn ku dikişînimTu mihrê qet li min nakîBi kovan wek Cegerxwîn imNe peyxamek ne mizgînekTi ronahî qe nabînimEger hîn min tu nas nakîEyûb im ez di hednê de***Ji bo çavên te canbêzarEz im ew Bêbuhar yarêEger al î ji sê renganEz im şahê li wê darêWekî kevirê di bin deryaKesî haj min tune yarêTu wer mêzek delala minLi jîna min ku ez tê de***

Çiqas yarê xişmdar bîLi bin destan nebî zordarKu baz ket nav benê davanQe baz pê nabe şermîdarLi wî şerm e ku baz girtîNede baz rûmetê yek carGiriftarê te ez baz imNedî min carkê di salê de

Welat

Gundî gelek mêr û jinSondê bi namûs dixwinNamûs nizanin ji çiDawî xuya bû ji min***Namûs welatê min eWar û nijada min eYê bê welat û nijadRûmet ji wî re tune***Mêrê ku rûmet nebeLawê welatê xwe beEwya serî hilnedeBimire bila ew nebe***Sed felsefe xwendibeHer tiştekî zanibeMal pir bike deng nekeBindest û pîs wê çi be***Bê çek û bê leşkerîMafê te wê nê derîYek leşkerê cengawer

Page 107: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

213212

BêbuharMalê sedan wî birî***Mêrê binamûs û mêrWê kerr nebe ser li jêrNamûs xiram çêtir eTonek ji cewher û zêr***Herçî kesê qehpe beTonek li ba zêr hebeÇi bike bi malê dinêEv nav li ser wî hebe***Ew serwerên bargiranBirçî û jar tim xizanDîrok bi wan çêdibeWer nav binêr man û man***Ên dewlemend ser ew inRonî didin pertew inMêr in li ber koledarEwna tu car natewin***Wek zêr gelek paqij inWek baz bi rûmet dijinRadibin wekî arvejanPir çiya ji wan dihejin***Ewna dirust kar dikinBarê welat radikinSerbest divên jîn bibinMal û dirav pêl dikin***Malê teres bê nijadBê leşker û al û qadEw sûd dide dijminan

Ên wek Sedam nîne dad***Tiştan xwe hûn fêr bikinBingeh li ser lêbikinNamûs ne qîz û jin inNamûs welat doz bikin***Her tişt divêm hîn bibimEz wek Cegerxwîn bibimMalê teres min navêMêrxas û merd jîn bibim***Ez bim bila gurê harNabim segê koledarHednê bikim serbilindWê çêbibe şûn û war

Nazik

Nazik ji xew rabû min dîHat zû buhurt da min gulekEz mam li ber dîsa werêWer mam li benda wê gelekWê dil ji min bir çû nehatBû şîn li min kêf û henekPir dil ji ber min wê dizînWer çûn mirin bêsûd gelek***Wan ez kirim dîl û neçarÇavên belek dêma gulîBal wek sero gerden ji acEşqa xwe xist nav vî dilîNazik bedew Yezdan te daMa ez li ba kê bêm gilî

Page 108: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

215214

BêbuharEz tim dibêm Yezdan te werDerd û kulên min kir gelek***Jîna min ket ava jiyanAva jiyanê bext divêWê jîneke nû jîn bibimXwezî ji min re derkevêTiştê nikarim ez bi wîÇawa bidim wê bersivêWek leşkerê Dara nebimXurt bû bi ava Qurdîlek***Wê dil rehîn girt bir ji minÇawa gelo mafê bidimMalê min î pir jî tuneRabim herim tev lê bidimZorê nikarim pîj bikimEw can divê wî jî didimHew ez niha karim bi vîGer nê ji min re xurt demek***Qels û hejar dîl û rebenWê nazikê çawa bibimWayê wekî Tekmîn e ezNabim wekî Rustem nebimŞahzadeya qelen buhaNabim wekî Qarûn nebimWer çûn di vê rê de mirinWek min di eşqê de gelek***Çerxa felek wayê stemKir pir li min wê keys nedaLawê leheng Rustem ez imEz mam belengaz û gedaEz mam di nav zecrên giran

Lê min tu car yar bernedaÇawa bikim destê tenêNake buhar zanim gulek***Rast nê buhar gul pir nebinLê tewr gulek nake buharNîvê zivistanê geloBawer nekin çêbe buharWê nazikê ger ez nebimTaybet ji min re nê buharKengî bi zor karim bibimRabin hevalên min gelek

Gerden bi zêr

Gerden bi zêr şoxa delalSersam kirim çavên xumalWesta kirim xistim ji halLaşê nexweş êş û bi nalAh û keder aram nema***Winda kirim bêmal kirimEz wek geda bêwar kirimArê dilê min kal kirimEz kûr dinalim namirimTevde ji ber derd û xema***Lê wê ji bîr nakim tu carEşqa xwe dil bû neçarDernakeve êdî bi carWek meyxurê mey koledarBê wê hedana min nema***Çawa dema dil bir ji min

Page 109: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

217216

BêbuharWê benc kirim hiş bir ji minWayê evîn xweş kir bi minRev jî nema çêbû ji minPir xweş bi min hat ew dema***Textê li ser Zîn raketîEw jî li ser wî raketîPorê li alî daketîDêma ji bin por derketîHeyvê li ezman cî nema***Min bang kirê rabû ji xewWê bang min kir ma kî ye ewMin got netirs bê tirs û sewWek Mem ez im qîza bedewÇêtir tune jê ev dema***Hatim te serdanê bikimBê te nema ez pê dikimÇî min li Qudsê pê bikimLaleş nema ez tê digimBeyta Zeradeştî tu ma***Bawer nebû ewya bi minRabû bi xeyd dûr ket ji minBang kir û got çi divê ji minMin got netirs şoxê ji minHeyran ditirsî wer çima***Min gote wê tê wer nekîŞoxê li min tê mêze kîSînga spî zû ser vekîXencî ji min pê şa nekîBend û hedana min nema***

Got a te got nagihe serîEz jê zivêr bûm bergerîBê zor min dî nagihe serîMafê xwe xurtan tim birîTewr maf ji qelsan re nema***Laşê nexweş zor nat ji minHer kes werin karin bi minGerdûn hemû tal bû bi minHêvî min kir tev çû ji minHêvî bi zordestî nema***Bê zor bi ya min wê nekirTiştê min got wê tev çekirKêfa dilê min xweş nekirGot bê xeberdarî te kirGotin li meydanê nema***Wek qazme û bêr nan didinHerdu gelek qenciyan didinPiştî mirovên can didinGorên mirov kolan didinAxê dixînin ser hema***Şoxê tu car zor nê bi minBê hemd ketim tişt nê ji minWek xewneke xweş çû ji minDawî te derd çar kir li minAşiq ev in jîna hema***Wek min gelek çûn BêbuharJîn çûn zivistan qir û sarTê de xizan birçî û jarWer çûn mirin bê war û yarWan jê nexwar ev berhema

Page 110: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

219218

Bêbuhar Gelê min

Xurtî ji balîn baz bibinXurt in bi bask perwaz dibinGel bask e em bê wî tu carNabe ku em perwaz bibin***Herçî gelê xwe pîs bikeEwya xwe jî tev pîs dikeEwya û gel herdu yek inNabe gelê Kurd pîs bike***Qencên ji Kurd em pîs dikinPîsên ji Kurd em rind dikinEm wer xulamên dijmin inZanên ji Kurd em şaş dikin***Em tim li dij hev berberîSerhişk ji hev bê bawerîTim şer dikin radibin ji hevKuştin didin tim ên serî***Polîs dema radihêjin darEwna me dajon wek dewarBoks û feleqdan wê demêEm tev dibin qels û neçar***Girtî ne hin hin baz didinZêç û jinan em berdidinDiçin xwe davên koledarMalê xwe jî bertîl didin***Em tev ji ber birçî dibinÇewser nema em bîr dibinRaman li nav Kurdan nema

Em tev bi jarî jîn dibin***Bê xwendinî rewşen û zarBindest û wer bê ûd û jarXelkê li hev em par kirinEm tev xulamên koledar***Herçên li paş qels û nezanHerdem ew in dîl û xizanWê tê hebin axa û şêxWê tev bibin warê dizan***Wê konetî tê çênebeWê berberî tê de hebeWê tim bi talan û mirinBindest û tim wê kole be***Em ew gel in ê tim li paşDigirin riya tim xwar û şaşMa em çima hev nagirinGel tev dibînin Kurd nebaş***Kurdo li xelkê rind binêTev pêş ketin xelkê dinêVa xelk firîn çûn ser BehramCî Kurd li gerdûn tunê***Hîn em ji hev re kîngir inXwînxwar ji hev re wek gur inHinek hevalên çewser inHinek di hebsan de mirin***Hin jî nezan tişt nê ji wanŞêwir tu car nabe bi wanEwna bi jarî jîn dibin

Page 111: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

221220

BêbuharBarê xizanî tim li wan***Hin jî ji ol re kar dikinEwna gelê Kurd kor dikinLê ol negotî kor bibinMalê we pê talan bikin***Gotin ti sûd nade bi devZanim çima nagihêne hevHer kes ji bo kursî xwe ewKurdan dixapînin bi dev***Tevde bi karê ezezîHer yek ji Kurd hinek dizîKarê ji ber hev pûç dikinWek paçikê kevin û rizî***Yên biçûk divê xwendin bidinBelkî ku Kurdan pêş bidinVa tim li pêş Kurd şevreşîPêde bila ronî bidin***Em parçe bûn bûn çar ciyanKurdan nema jê re kiyanÊn xwendevan pir bin ji KurdWê çêbibe jê re kiyan***Bûm Bêbuharê dil tenîTim dil bi şîn bê devkenîEm bûn xulamên ên biyanMîrza ne tev em bûn benî

Xaça Sor

Ji Xaça Sor spasdar im bila xweş beHeta bimirim tu car wayê ji bîr nakimJi her gelên hejar re bûye dê û bavBi dilsozî bi rastî û dilovanî***Bi rastî ez ji wê re her pesindar imBi wijdan tim mirovanî diparêzeWekî Îsa ku wî gotî bicî tîneJi Incîlê li ser wayî Xweda danî***Mirovan tev wekî hevdu dibîne ewÇi yê gewr be çi yê sor be çi yê zer beÇi yê reş be bi hêvîtî dibînin wîLi her cî ew dide mafê mirovanî***Bi doktoran bi dermanan bi xwarin ewBi textên pak bi konên xweş wekî koşkanJi mafê wan gelên bindest xwe nade paşXwe daye pişt belengazan bi mêranî***Xebata wê ji bo aştî bi roj û şevLi cîhanê qe sist nabe bi pêwestîJi jînê re wekî rojê dide her canMisilmanî çi got wayî bi cih anî***Bi destê Mihemed qasid ji ba YezdanDema Îslam ku wî saz kir bi QuranêTi berzex wî nexist nava misilmananBi hev wayî girêdabû bi yek canî***Ji rexnê re tu kêmasî qe nabînimTi rê nade rexndaran ji bo rexnanJi ber dawî hemû olan derî girtî

Page 112: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

223222

BêbuharTi ol nayê li pey ola misilmanî***Bi ola pak çi hat lîstin ji alî wanXelîfeyên li pişt wayî ku cî girtinElî derxin ji nav wana hemû wek hevJi bo kursî ji hev kuştin û talanî***Tawankar bûn misilmanî kirin mezhebŞerê hevdu kirin Îslam li paş hiştinDi nav wan de dirustên zan neman kuştinJi ber wayî gelek teng bû misilmanî***Gelek xortên niha rabûn nimêj nakinJi ber pîrên nebaş û çewt bi ol lîstinEw in ên ûşt ji ol xort tev ne bawer inDi çav wan de gelek teng bû misilmanî***Misilmanan ku Heyva Sor damezrandinJi bo alî gelên bindest bikin herdemMirovanî wekî hevdu bi cî bîninMixabin lê ji Kurd re tişt bi cî nanî***Ketî bin xizmeta herçên tawankarênWekî Kenan, Sedam û Şah Ziya ul HeqBi milyonan gelê Kurd tev belengaz bûXwe nade pişt gelê Kurd ew bi mêranî***Wekî dûmana xanî ji derve deÇi rengê wê wekî berfê spî û bozDibînî lê li hundir wî binêr kanîÇi arî tê ji wî arî û dûmanî***Li cîhanê gelên bindest wekî Kurd pirJi wî kuştin bi çolan ket belengaz bûBi bombên jehr Helebca jar hemû sotin

Ji wan re mal qe Heyva Sor ti tişt nanî***Di jînê de kesên birçî neçar mabinBi rojî û nimêjê ew qe têr naxwinDivê xwarin bigihe wana bixwin nemirinDivê jîn bin mirov natî bi erzanî***Bi gotinan tewr ti sûd nagihe kesên birçîLi cîhanê ji kê pirs kî dibê baş imKesek nabê tu car mastê min tirş bû ewXwe vedişêre di bin perda misilmanî***Kesê çewt bî misilmanî ji wî dûr bîDivê ewya nebêje ez misilman imNema Kurdan dikarin hûn bixapîninWe karê kir ti sûd nade mirovanî***Bi wijdan bin mirovên baş tu car ewnaNe bawer bin li meydanê ku winda binJi qadê de wekî ezman diyar in ewNe hewcî wan bidî nîşan bi nîşanî***Ez im ew Bêbuharê mat li cîhanêBelengazek ji wan Kurdên neçar mayîDi jînê de ji kur be ez bixwim nemirimMirin navêm buhişta dû misilmanî***Eger qayil nebin hûn tev werin pêşdeKu bersiv hê divê bêtirs werin dadgêDi dadgê de ji dil zanim ne rast in hûnTawankar in li ber mafê mirovanî

Page 113: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

225224

BêbuharGerdûna rast

Gerdûn qe şaş nabe di vî çerx û lezîLê her mirov şaş in li ser tim ezezîYên xurt dibin gerdûn li hevdu par dikinTên hev bi talan û mirin ceng û dizî***Kî dev veke ewya dibê ez im bi dadLê ew divê tevde bixwe tiştê li qadHerçên mirov tev kole bin wer bê nijadBes ew divê serwer li ser wana bi pad***Ewya divê tev qels bibin yek deng nekeHember nebe tiştê divê ewya bikeRûnê li şûn Îskenderê kurê FilîpEwya bi zor cîhan hemû bindest bike***Lê ya ku Îskender dixwest negihişt serîBê text li Hind ewya biyan bêkes mirîArê çiqas xurt wê negihe dawî dinêWê kes hebin wê sar bikin wî agirî***Yên xurt dema ewna bi hev re şer dikinÊn qels dikin leşker bi hev wan qir dikinÊn qels ji xurtan re dibin ardû û arÊn xurt di sermê de tên xwe pê germ dikin***Tiştê gelek hêja û xweş ê xurt birîYê berjewend pîs û teres alî kirîHin mal digihe yê berjewend pîs û teresÊ qels û jar dîl û reben wer maf mirî***Xortên ku tên kuştin hemû darin bi arWer mift di şer de bêguneh dimirin neçarÇavên diya wan î belengaz tim li rê

Her kes dibê lawê min bê tim bil bi ar***Herçên stemkarên tawan ên pîs finazWijdan bi wan re tewr tune wek balebazBaz rind min dî çêlikên keroşkê kuşt û birÇêlikên xwe yên birçî bi wan têr kir bi naz***Bazê dilê wî hişk û xurt wer kêf dihatEw bîr nebû derdê keroşka dilşewatKanî gunehkariya keroşkê ka çi bûYezdan ji wayî re bilez hawar nehat***Lê ez dibêm ê zane be ew xurt dibeYezdan ji wî re gelek nêzîk dibeYê xurt li ber wî eger xurt ranebinTiştê divê wê ew bi zorê wî bibe***Malê bi cengê û bi zor ew mal werêXurttir ku bên ew mal bi zorê wê herêQels bî nikarî maf bi zorê zeft bikîEw maf dibe barê li ser pişta kerê***Mafê mirov ê tim nexweş wer derbiderSergêj e ew şaş bû li nav aştî û şerAştî tune bes kes bi dev qalê dikinÊ jê were cîhan bixwe wê ser û ber***Ma em çima nabin bi hev re wek biranEm jîn dibin herdem wekî berx û guranBombên bi jehr ma em çima wan çêdikinMa em çima wer lê didin mal û peran***Malê li wan diçe bila em pê bixwinKarin bi wî malî welat em pêş bixinAştî were şer çênebe xweş jîn bibin

Page 114: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

227226

BêbuharÊn qels û xurt xêra dinê wek hev bixwin***Jê re hemû rabin bi hev re kar bikinAştî were leşker nema çek radikinLê sermiyandarên tawan wê kerr nebinÊn çekfiroş herdem divên gel şer bikin***Peyda dikin berzex li nav ên sor û zerHitler didî wî yê spî yê tim ê li serÊ reş didîn kolê mirov bindest û kêmLê Bêbuhar cîhan dibîne yek beşer

Mêrê nekes

Mêrê nekes nabe tu kesPalkê li ker nabe melesKurtêlxurên nizm û teresQencî bi wan nabe tu car***Wan çavşikestî ser li jêrMêrên ji reh de qels ne mêrEwna seg in seg nabe şêrLawê kes kurtêl dixwar***Berxê lawaz nabe beranSeg wê nebe rewşa guranMişk jî di dev de hê diranLê mişk guran naxwe tu car***Nabêm hemû mêr wek hev inNabêm hemû nêr wek hev inÊn mêr ji pîsan nakevinPûrê ji wî çênabe ar***

Mêrên çilek nabin ciwanQelsmêr qe nabin qehremanPişt nê girêdan tewr bi wanWê tim bibin kolên neyar***Doza kesê qels tim pereMal pir bike tişt jê nereBarê li ser pişta ker eKer pê bilind nabe tu car***Mêrê ku reh mêr û dirustSed mêr ku bata lê dixistDost bernedan wan yek buhustEwna dibûn sî û sitar***Îro ew in ên man li paşJar û xizan sermat û şaşNabin wekî qertel nebaşLaşê genî naxwin tu car***Baz in ji pîrbavên xwe deNabin çilek pîs û gedaRêça dirust ê bernedaEw bûn berê mêrên diyar***Hatî dema yên qelsemêrKûçik bi zêran bûne şêrMêrên berê yên ser li jêrÎro ew in mêrên diyar***Mêrê ku mal ba radikeKebçûkê wî ba radikeBa jê here vala dikeÊdî bi wî ranabe bar***

Page 115: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

229228

BêbuharMêrê dirust dost bernedaEw ma li paş mêrê gedaYê berjewend pîs û gedaXurt bû bi piştevanî neyar***Wê kes nebê yê pîs ez imÊ diz tu car nabê diz imLê yê bi wan zanê ez imPiştî ketim dost bûn neyar***Her zer ne zêr e zanibîTê zanibî zêrkar tu bîLê sed mixabin kes nebîWek min ku dawî bû şiyar***Qencî bi qencan deyn didîWinda tu car nabe bidîHerçî ku xamên bêfedîBerdin kesê kurtêl dixwar***Mêrê bi qencî qenc bibeRenc lê çiqas bê xwar nebeWek arvejanê sar nebeEwya te bernade tu car***Qencî min çand jê re nekirDostên teres wan pale kirPoşman ez im karê min kirEw berhema min jê nexwar***Min xizmeta vala kirîXizmet ji bo yên pîs kirîEw xizmeta mift çû mirîDostên teres tev bûn neyar***

Dostên teres yek jî nemaEz bûm neyarê wan hemaPêmûd min kir jîn çû nemaEz mam xizanê tengezar***Yek jê Umer dostê deraDostê min bû ew wek biraXayîn bi min re ket çiraQencî min pê kir bû neyar***Bingeh eger xurt çênekîQatan li ser ava bikîWê hilweşe pêmûd bikîWê hew binêr tev hate xwar***Dostê teres ê pir bikeXizmet ji wan re tim bikeWê sûd ji wan dostan nekeWek min bimîne Bêbuhar

Ên ehmeq

Ehmeq hemû ew wek hev in bêhiş inPir zîz dibin riya rast li pêş nameşinKes wê nebê ehmeq ez im ew tu carÊn zan dibên ehmeq ev in bêhiş in***Ê tim bibê yê zan ez im ew nezanWê wer bimîne ew nezan tim xizanÊn zan pir in çûn ser gelek exteranJê pirs bikî wê bê ez im ê nezan***Sê reng mirov ewna qe pêş nakevinEhmeq û tirsok û fedok wek hev in

Page 116: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

231230

BêbuharEhmeq tu car nabê ku ez pirs bikimTirsok ji tirsa û fedok nalevin***Wê pêşkeve yê hev gelê nav miletSer nerm û yê zû bîr dibe paş neketWê ew bigihe her meqseda ew divêWê ew bibe pêşkêş ji bona milet***Mêrê gelek zanyar wekî PlatonEwna bi ramanên dirust pêşde çûnEhmeq û tirsok û fedok wek xwe manEhmeq li ser zik raketin dernexûn***Her tişt divê raman ji wî re hebeHednê nekî wê renc qe derbas nebeYê zan bi hednê wê bigihe serwerîEhmeq tu car pêş nakeve wek xwe be***Zanên bilind pêxember û serweraWana li pêş gel ron kirin wek çiraZan bûn bi hednê ew hemû pêş ketinEwna nebûn ehmeq di rêzên kera***Zanim xizanîtî ne ya bê perêEw ê xizan ehmeq ku hiş pêş nerêDerdê mezin serhişkiya bêvegerRiya şaş ku girt tê de herê hey herê***Wê tewr ji wî re çênebe pêşniyarBê dost dibe ewya ji bo xwe neyarDerman tune ew jî wekî penceşêrDerman nebe çi bike bi wî Bêbuhar

Cegerxwîn

Cegerxwîn î tu ronahîLi ezmanê me Kurdan îÇira Xanî te hildayeDi tarî de tu pêşvan îJi Kurd re maf te tim doz kirTa da pêş Kurd bi mêranîDi bahoza şeva tarîÇira Kurdan te dananîJi azadî gelê Kurd reTe soz daye bi peymanîTu caran ez xwe nadim paşTe soza da bi cih anîGelê Kurd tev bi ol raketBi morfînê serî danîKu laş diêşiya nizanîbûJi bê xûtî serî danîKu yek caran serî radikirBinêr dîsa serî danîBi wan şêx û melayên çewtBi axa û bi talanîTe tim ban kir ji xew rakirTu doktor î tu derman îDema Kurd tev ji xew rabûnNema Kurdan serî danîJi Kurdan re tu ew bav îTu dilsoz î dilovan îLi dij çewser û Kurdên çewtSerî hilda te dananîBi têkoşîn netirsî werTe tim kar kir bi mêranîBi wê xama kerr î bêdengBi zanîn û bi ramanîBi hednê û bi cenga sar

Page 117: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

233232

BêbuharLi dij çewser tu volkan îLi paş mabûn te tev dan pêşHemû Kurdên li paş manîÇi Taxûr û Şekspîr herdTe da ser wan bi rêzanîJi bo Kurdan tu jîn bûyîDi jîna tim perîşanîBi azadî bijî dergakVenabe ew bi hêsanîJi gernasan re vedibe ewBi cengê û bi mêranîGelek gernas te peyda kirNema wana serî danîLi ser kohan bi çekdarîDi cengê de bi şervanîDilêrên wek te CegerxwînJi Kurdan re rejîm danîGelek mêr bin nezan mabinNezan çi bikin bi mêranîDivê zan bin bi her tiştanJi bo rabin bi rêzanîGelê Kurd tev te zana kirBi helbestan bi hozanîDi ber doza neyaran deNema dimirin bi erzanîJi bo doza xwe wê bimirinJi bo jîn bin bi mêranîWekî rojê diyar bû KurdVenamire roj li vî banîKesê ew dest dirêj ke navNema kare bi hêsanîTi dest nagihe di wî arîDi wî germî û ezmanîNeyaran Kurd dixapandinBi ola nav misilmanî

Bi nîgaşa buhiştê wanJi Kurdan re rejîm danîBi cengê Kurd tu car naşikeNezan mabû serî danîTu wek Yuri Gagarîn îKesê pêşî li ezman îJi gerdûnê tu çû heyvêNema berzex binî banîBi dîrokê neyar lîstinTe ew dîrok ji nû danîCeladet û Kamîran BegWekî Mesûd û BarzanîBi çekdarî bi zanyarîWe Kurd zan kir bi şervanîNema çewser dikarin KurdBikin bindest bi erzanîIlem serbest bijîn Kurd tevQebûl nakin perîşanîNema navê we winda beDi dîrokê bibê ManîWekî Kawa wekî RustemWekî Koyî wekî XanîWekî min Bêbuhar in tevCihok in em hûn in kanîGelê Kurd wê serî daxeLi ber rola we rast danî

Gerdûna derew

Ez mam li gerdûna derew bê bawerîDad lê tu car bê zor ti maf nagihe serîMaf tim bi cengê û bi zor ê xurt birîYê xurt bi zorê ew dijî yê qels mirî***

Page 118: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

235234

BêbuharRast dad hebe ev çi gelo tank û firokEw têne kuştin ên belengaz û pepûkTên pêlkirin herçên gelên qels û biçûkÊn xurt tawankar in ji boyî serwerî***Yên xurt çiqas zana dibin pê dîn dibinMalê gelan talan dikin pê jîn dibinŞîna gelan tev konetî pê hîn dibinDadgêr ev in kursî bi zorê wan birî***Zarên xwe yên têr û delal naxin şeranZarên kesên jar û xizan dadixin şeranKuştin didin zarên hejar û rêncberanEwna li ser zarên xwe tim şîn û girî***Yê qels li pişt wî kes tune wer bêmecalÊn xurt tu car guh nadine yên bê hevalDeng ke nikare bê ziman wer kerr û lalDozê dike ew doz tu car nagihe serî***Çaxa mirov çêbû hemû em wek hev inQelsbûn û xurt em çêdikin pêş nakevinHîn em ji bo wek hev bibin em pêşkevinBiryar bidin rakin ji nav hev berberî***Aştî li cîhan çêbibe şer çênebinKuştin ji cîhanê hilê çek pîj nebinWar û welat ava bibin gel serxwe binWê tev bibe şadî û ken kes nagirî***Iblîs û rehman herd em in wan çêdikinHerçên tima Iblîs ew in ên xurt dikinWek hev bibin birçiyan hemû em têr bikinWê wê demê Yezdan ji jor bê ber derî***

Bayê ji nav germê were ba germ dibeBayê ji nav sermê were ba sar dibeGermî û sar bigihêne hev çêdibeWer lê binêr ewr bûn birûsk xelk pê mirî***Ger tev ji bo mal em timayî hev nekinEm aşt bibin dilpak bibin kînê çekinBirçî nemînin wekhevî em çêbikinDad çêbibe Iblîs tu car nê ber derî***Dad çênebe ronî li cîhan vedimireHerçî mirov riya rast tu carî nagireGerdûn du dergên wî hene ew yek pir eHerd dergeyan yek têkevî yek jê derî***Herçên bi wijdan bin tu car nabin neyarLê çênebî wijdan li cîhanê tu carGêj im di vê çerxê ji wê bûm BêbuharHêvî dikim aşt bin mirov bê berberî

Hevbendî

Bi hevbendî xebat xurt bû bi hevbendîBi wê rabû hemû xort û keçên xwendîŞiyar bûn pê hemû bajar hemû gundîBi hevbendî xebat xurt bû bi hevbendî***Nema radizin hemû Kurdên li KurdistanDikin gazî li wan Kurdên li nav cîhanDivê tev bên li hêviya Kurdên KurdistanReha kin wê ji dest çewser bi hevbendî***Neyar êdî nikarin Kurd bixapîninBi olîtî bi êlîtî li hev xînin

Page 119: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

237236

BêbuharJi Barzanî ji fêrbûna Cegerxwîn inJi Kurdistan tu car naçin bi hevbendî***Neviyên Kawa neviyên Rustem neviyên DaraMe dananî serên xwe tewr ji xwînxwar raJi Kurdan re me hilgirtiye ev baraJi Kurdistan neyar derxin bi hevbendî***Bi çekdarî dikarin em neyar pêl kinLi dor pada xwe em karin beden lêkinBi xwîn ronî dikarin em bi şev çêkinDi tarî de li pêş Kurdan bi hevbendî***Wekî baz Kurd bi nêçîrê ku dûr darêNe bawer bin ku war berdaye dûr darêDi hêlûna ku lê çêbû li wir dimirêBi mêrxasî gelê Kurd tim welat pandî***Hemû dozdar wekî Kurd pir ku mêrxas binLi dij çewser di riya teng re ku derbas binBi zanyarî serî hildin û rênas binGelê Kurd ew tu car namire gelê zindî***Çi şoreş be ku xwîn nerije qe gur nabeZivistanek ku bê berf ew tu car nabeNe ew berf be buhara xweş qe çênabeDi jînê Bêbuhar im Kurd hejar zindî

Newroz

Bixêr hatî tu NewrozTu hem cejn î tu hem dozTu dîroka gelê KurdJi Kurdan re tu dilsozBixêr hatî tu Newroz***Diyarê Kurd tu her salJi bîr nakî tu sersalJi Kawa de diyar îJi Kurdan re tu pergalBixêr hatî tu Newroz***Tu pergala gelek kûrTu dîroka gelek dûrTu wek Zab û Firat îTu wek Dicle û XabûrBixêr hatî tu Newroz***Tu azadî diçînîTu ava wî tu jîn îBi azadî gelê KurdTu mizgîn î tu vîn îBixêr hatî tu Newroz***Li hawîr Kurd neyar inLi dij Kurd tim bi kar inTu wek rojê diyar îTe vemirînin nikarinBixêr hatî tu Newroz***Li kur bin Kurd şiyar bûnNeviyên Kawa diyar bûnNema Kurd tên veşartin

Page 120: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

239238

BêbuharLi cîhanê xuya bûnBixêr hatî tu Newroz***Gelê Kurd xwîn rijandîNiha kone û xwendîIlem ala xwe hildeBi cenga serbilindîBixêr hatî tu Newroz***Bi ceng ala ku rabeKu rengê sor li nav beBi xwînê sor e ew rengLi jor wê tim li ba beBixêr hatî tu Newroz

Avdar

Avdar ji Kurd wê rû guhertÇend sal li Kurd peyda kirinDerdê giran rojên ne xweşDîsa berî da Kurd kenî***Dostê kevin nabe neyarDostaniya dostê kevinEwya ji bîr nake tu carGot roj bixêr Kurd ezbenî***Min got çi bû ev xeyid ji KurdWê got ji ber hev nagirinTim parçebûn tim berberîÇewser bi Kurdan tim kenî***Her yek dibê yê dîk ez imÇewser nema ew bîr dibin

Bê bask hemû perwaz dibinTev nafirin datên binî***Koşkên mezin xopan dikinKoxikan li ber ava dikinKoxikên xwe pir pesnê didinKarê dikin xapandinî***Wana gelê Kurd şaş kirinBawer nemaye Kurd bi wanPartên ji çend xortên nezanÇewtî kirin nav nûjenî***Kurdên li Sûrî hal ev inÊn vir û Bakur wek hev inTevde ji dest ên kurdfiroşNas kir neyar ser û binî***Tên kar ji bo dostê hev inNên kar ji bo doza welatZor bê li wan zû pûç dibinKarê dikin wek pêkenî***Ewna tu car nabin serîKolên li pey kolan ew inTiştek ji Kurd re wê nekinZîwan biçîn zad naçinî***Destan nedin hev Kurd tu carRojên xweşî wê çênekinŞîrîn nexwî talî bixwîRûtirş bimînî nakenî***Pacê bigir ba nakeveHundir bimîne germ û xweş

Page 121: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

241240

BêbuharXanî ketî be servebîWê germ nebe şil bî binî***Got ez ji bo vir nakenimKurdên Iraq dest dane hevMafên xwe standin bi zorTiştê ku çandin wan çinî***Ger Kurd neyarî hev nekinWê zû bigihe mafê xwe tevWê Kurd wekî xelkê bibinŞah û sera nabin benî***Tim ezezî Kurd pûç kirîDewra berê axa û begWan Kurd ji hev birbir kirinÇewser bi wana tim kenî***Wan Kurd bi hev kuştin didanÎro gelê Kurd wek berêRêber ketin rêça ne rastKarê dikin wek pêkenî***Wan Kurd beradan bê xwedîBûn wek pezê ket dest guranGazin ji Kurdên zan bikinÇewser nekin jê gazinî***Ax û xêra Kurd tev birinÎro neyar jê têr dixweDîrok li wan mihrê tu carNake kesên ên rûtenî***Jana zirav peyda kirinÎro ketî laşê milet

Derman yekîtî êş li serRind êş berî bigihe binî***Her Kurd divê hûn zane binHûn rê nedin kurtêlxuranHûn bûn berateyên bin piyênWan qertelên laşên genî***Min got ji Avdar re spasEv şîretên hêja te kirWê ez bigînim Kurd hemanMin got tu rastî ezbenî***Ger kurm ji darê çênebeEw dar tu carî nakeveBûm Bêbuharê Kurd ji berKurd çand ji xelkê re çinî***Xwezî bi sî salên berêKurd tev bi hev re kar dikirÎro li Sûrî bûne heştÇewser bi her heştan kenî***Kurd roj bi roj winda dibeZanim ku wê dawî çi beBê hiş dibêjin BêbuharRûtirş çima wer nakenî

Page 122: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

243242

BêbuharYarê

Gelek hêvî dikim yarêTu caran tê li min negirîBi zîwarî te êşiyamDivê yarê tu car negirîWekî jar î ejî jar imTu bê hednî li min digirîTi tişt nayê ji min îroDi vî zecrî di vî warî***Ji destê koledarên zirzBelengaz û xizan im ezTeres bavê te yê maldarQelen pir xwest nikarim ezBidim destê hevalên qencBi malên pir riza kim ezBi serde beg û axên KurdTevî çewser bi zordarî***Bera Kurdên belengaz danJi gundiyan û ji cotkaranJi bo axê ne bin destêBelengazan û bêwaranBi Yezdan be ne Kurd in tevKesên alî stemkaranGelê Kurd çû welat berdaLi dij Kurd in bi xwînxwarî***Ne dilxwaz in ji Kurdan reBi çewser re xwedan par inEw in ûştê xizanî KurdGelê Kurd jar û bêwar inJi dest wan em xizan man KurdLi ber Kurd tev tawankar in

Dibên em jî ji Kurd in lêLi dij Kurd in bi dijwarî***Tu car wek hev qebûl nakinDivên tim ew bi serwer binDivên ew tim bi maldar binDivên em tim bi rencber binDema zorê bidî wan wêJi çewser re bi noker binJi bavpîran tevî çewserLi ser Kurd bûn giranbarî***Ejî Kurd im ji wan KurdênBelengaz û neçar mayîNe xwendin û ne zar û malJi her tiştî li paş mayîJi nav Kurdan diçim derveHemû Kurdên xizan mayîQe bîr nabin li wir Kurd inJi birçîbûn û bêkarî***Ereb îro ketin warêMe yê îro bi kana zêrJi axa û began ax çûEw in îro kesên bêkêrLi ber Kurdan ew in rûreşLi ber çewser ew in qelsmêrKeçên Kurdan dibin îroEreb wana ji zîwarî***Xizanî ew kirasê arBi wê namûs dibe erzanNe xwendayî xizanî jîBi sed salan li nav KurdanJi dest xelkê bi nav Îslam

Page 123: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

245244

BêbuharHejar man Kurd welat berdanLi nav xaka xwe man bêwarMişext bûn Kurd ji bêwarî***Ji axa Kurd Ereb têr bûnQelen buha kirin sêqatKeçên Kurdan didin îroNikarin em bidin sêqatBi destê min bigir yarêTevî xort û keçên bin qatReha kin Kurd ji bindestîNeyar derxin ji vî warî***Nema pismam bibin bendkarJi nav Kurdan qelen rakinJi derve de ji hundir deDivê Kurd em xwe rizgar kinDikarin Kurd di wê çaxêXwe em karin bi hev şa kinEvîndar wê bigihin hevduNemînin kes bi diljarî***Nemînin Bêbuhar Kurd tevWelatê Kurd bikin gulzarNe hewcî çar kezên zergeşDivê yek bin nemînin çarBi ser nav pî Xweda berdîJi dojê em bikin ferwarÇi Belexcan çi Bêlan beÇi Şingal be çi Bextiyarî

Parleman

Pîroz li Kurd ev parlemanHatî damezrandin bi xwînÊn pakrewan wan diyar kirXwîna xwe ya pak û zelal***Cenggêr wekî şêr û pilingBazên zinarên ser çiyanŞingal û Kerkûkê ji wirZaxo bigir ta paş Gilal***Ew kûçikên reş û gemarPak bû ji wan axa welatVa bû hezar sal in li serEv qad li wan bûbû helal***Pêşmergeyên çak û dilêrEv qad ji wan rizgar kirinAla xwe Kurd hildan li serXwîn ro kirin Kurdên delal***Ev berhema yên pakrewanDara jiyan av dan bi xwînEv dar tu caran namireÇandin bi rol Kurdên heval***Rêber ji bo Kurdan hemûBarzaniyê çak û dilêrDîrok ji Kurd re nû kirîZanê bilind şêr û şepal***Bavê gelê Kurd roj e ewEwya nema winda dibeDijmin disotîne bi ar

Page 124: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

247246

BêbuharRonî dide Kurd ew şemal***Diz nên veşartin roj hilêTalan nikarin diz bikinKurd tev şiyar bûn diz nemanNayê dizîn mal û melal***Binyat gelek xurt çêkirîKûr û fire polat binîÇewser tu car nagihe binîÇendan dirêj kin dem û sal***Kurd çav vebî dilkor dijiyaDilkor nexwendayî li paşKurd tev xizan mabûn ji wîDîl û reben wer kerr û lal***Îro serok BarzaniyêÇak û dilêr Kurd zane kirKurd xwende bûn tev zane bûnBûn cengawer xortên şepal***Karin welat rizgar bikinÊn koledar derxin ji navBindest ji sed salan li paşBê parleman bûn bêmecal***Îro ne hewcî felsefaXapandinê çewt û derewÇar çewseran dest dane hevZor bê li wan nabin heval***Ev parleman çil sal berêDîtî di xew de BêbuharEw rast hilat hîn kêm e ew

Wê çar bikin yek ên heval

Şîna Rewşen xanim

Rewşen! Tu rewşana me KurdBanyas ne ew warê te bûBirca Belek warê te bûAmozeya rewşenberî***Lê sed mixabin çep gerîÇerxa felek ew dem li KurdEw birc ketî dest koledarÎro Cizîr Tirkan birî***Şam jî ne ew warê te bûPiştî demên dûr û dirêjDerdê biyanî zor e qeyXanim te bîra mîr kirî***Lê kes nikare maf nedeDestên te yên pîroz û pakDilsoz bi mîr re derketîÎro li ba wî war kirî***Tevde ji bo Kurdên hejarRojek te wer xweşbûn nedîPiştî tu pîr bûyî li wirKarê te ma ah û girî***Destê te ew xam bernedaDerdên xwe tev derdên welatDawî nivîsandin nehatRûpel nema wan têr kirî***

Page 125: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

249248

BêbuharDerdên me Kurd nayên jimarHer tên wekî pêlên peravDerdê gelan dergak tenêDerdên me Kurdan çar derî***Va bûn bi sedsalan gemarTim tê li ser Kurd kom dibeKurd bûn neçarên koledarÊ koledar Kurd pêl kirî***Alîk bi êl alîk bi olAlîk xizan alîk nezanKurd bûn pezê wer bê şivanMan bê serok bê bergirî***Kurdê xwedî dîrok û torÎro li paş mayî neçarÇewser li nav Kurdan nehiştXwendin û zar tev pûç kirî***Yên wek Celadet zan û mêrTev Kamîran zanê bilindTev wan tu jî rabû we kirKarê ji bo rewşenberî***Mala Bedirxan zanibûnBê xwendinî Kurd wê nebeSerbest û azad serbilindDoz wê tu car negihe serî***Yên koledar in zanibûnEv mal dilê Kurd in hemûZarên Bedirxanê dilêrDîrok ji Kurd re nû kirî***

Herçî ji wan rabû firarJîn tev biyan derbas kirîBirçî û jar ferman li peyBêkes li nav xelkê mirî***Hûn bûne kurmên hevirmêşDimirin ji bo Kurd jîn bibinMala Bedirxanî hemûMalbat di ber Kurd de mirî***Wek mûm xwe hûn sotin didinTarî li pêş Kurd ron dikinTirsiyan ji malbata we timWan çewserên Kurd par kirî***Hûn qet li nav Kurd namirinMala Bedirxanî tu carDanî Celadet rêzimanTîpên me Kurdan çêkirî***Bê xwendinî winda dibeHerçî gelê bindest û jarXwendin bi zarê wî nebeEw gel bi saxîtî mirî***Wek Bêbuhar Kurdên hejarPesnê we îro tev didinMizgîn li Kurdên wek we tevKarê we kir ew çû serî***Pirtûk bi zarê Kurd pir inÊdî nikarim bijmêrimXortên nivîskar Kurd pir inDan ser we rêça çêkirî

Page 126: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

251250

BêbuharYarê

Yarê te ez kirim wargak ji bo xemaJîna min tev te wer pergende kir çimaMecnûn ez im tu wer Leyla min î delalMerga min î neçar newner li ba te ma***Dîna te benc kirim gêj bûm ji hiş ketimDerya Spî evîn ez çûm bi bin ketimHovên mirov dixwin ew bûn xwedî li minHawar min kir heta ez wer ji hêz ketim***Yûsif ez im bi dil yarê Zelîxe tuBûm derbider te kir wijdan tune qe tuBûm bilbilê ji gulistan bi dûr ketimBaskên min herd şikiyan bigihim galê çi tu***Mihrê çima tu wer nakî li min delalGiriyam ji jîn çemek hêsirên min î zelalEz bûm goyîn li ser bejna te ya seroBûm dilbirîn te kir kînga te got menal***Piştî te dergehê dojê li min vekirGerma dilê min pir bû hîn te zêde kirHêsirên min bûn ji wê ava çemê FiratAva jiyan te ev germa min sar nekir***Dojê mezin kesê tê de tenê xwe beAr pêkeve ji dil dûman ku ranebeÇi wî ku xelk hemû jîn in di nav buhiştDeng çênebe ji wî haj jê kesan nebe***Doktor tu yî tu karî min reha bikîKuştin bidî tu karî min jîn bikîMam Bêbuhar ji ber nabe dilek du yar

Hêvî dikim divê mehder li min bikî

Nesrîn

Nesrîn tu NesrînŞîn bû li navêBaxçê me KurdanPir naz û narîn***Bilbil li seretêÇaxê elendêEwya dixwîneZarê çi şîrîn***Bayê buharêJê rû te geş bûJal û xunav tevLê tim dibarîn***Bo çi tu wer bîJar û perîşanHêvî dikim besHêsiran bibarî***Qey bû zivistanPelgên te weşînBilbil firîn çûnHêsirên te barîn***Êdî xeman nexweVa çû zivistanDîsa buhar hatBilbil min tev dîn***

Page 127: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

253252

BêbuharHatin li baxçêKurdan dixwîninŞa bî bi wanaVa nû dibe jîn***Her dost li cîhanDawî cuda yinBilbil gulê tewrBernade Nesrîn

Yên nezan

Haho ji derdê yên nezanKurdên ji hiş de man xizanKurd man di bin mihra dizanÇewser li Kurd rê tev birîn***Qels Kurd berî tev dan peranRûmet didin ên wek keranSed tif li wana be bilaHerçîn bi mal hatin kirîn***Rûmet nemayî xwendinêYên malperest guh nadinêÇav berdidin malê dinêEwna li ser Kurd nagirîn***Ên koledar wan wer kirinXwendin li Kurd qedexe kirinMizgeft li nav ava kirinŞêx û melên Kurd pê firîn***Ax çû ketî dest van seganNamûs nema ket bin nigan

Jîna me bû jîna seganKoşkên buhişt Kurd tev kirîn***Namûs nema çi bikî bi hestEw koledarê karbidestEw Kurd divê winda ke qestÊn zan serên wan tev birîn***Rûmet ne yê mal pir kirîRûmet ji bo yê kar kirîYê raketî wî şiyar kirîHerçên ji bo Kurd dilbirîn***Ên wek Şiyar wek KamîranOsman û Cegerxwîn seranWan tev Celadet bîrbiranRabûn ji bo Kurd dûr nerîn***Ên zor ji çewser tim li serTevde revîn ew çûne derEwna mirin wer derbiderEwên bi mal nayên kirîn***Xwendê ji Kurd re bûye serEwya bi zêran nabe kerXurcek ji zêr bar kî li serBar lê bimîne pişt birîn***Herçî perên wayî nebeMêrxas wekî Rustem xwe beWek Platon ew zane beWayî dibînin qels û dîl***Mal pir bibe dost pir dibinDostên bixwin zû pir dibin

Page 128: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

255254

BêbuharLê wê ne tim dostên te binXwarin nemîne tên birîn***Malê kesên ên malperestNîvî dixwin ên karbidestKurdên ku bê raman û hestYek merheba pê tên kirîn***Çawa gelek Kurd wer dibinÊn zan li nav winda dibinÊn ker li nav zana dibinDiçin li pey yên teng nerîn***Ên koledar rol çêdikinEwna gelan çewser dikinXwende gelan rizgar dikinXwendên binamûs nên kirîn***Mal têkeve vî xizmetîXizmet ji bo yê pêşketîÇi bike bi mal ê paşketîHerçên bi mal hatin kirîn***Ên hiş tijî rewşenbîrîHer tişt li dinya bîr birîDoza gelê Kurd tim kirîEwya tu car nayê kirîn***Xwendin mirov zana dikeXwendin peran ew çêdikeXwendin gelan rizgar dikeDerman dibin derd û birîn***Xwendin û mal herd jî hebinHerd jî divê bê hev nebin

Kurd tev li dor zanên xwe binEw dem ji Kurd re aferîn***Yekdest divê Kurd kar bikinRabin şerê çewser bikinWarê xwe Kurd rizgar bikinWê Kurd nemînin dilbirîn***Zana bi xwendin û peranFiriyan gihiştin exteranHîn em siwar manên keranJîna xwe em lê nagirîn***Jîna min tev çû BêbuharHiştî zivistan koledarKurdên nezan jî tev neyarLê rê li zanan nê birîn

Welatê min

Welatê min çima îroTu bindest î perîşan îBi sed salan li paş mayîDi bin destê neyaran îBi çar parçan kirin wanaBi zordestî bi xapanîJi ber wan Kurd nezan hiştinGelê Kurd wer serî danî***Bi sed salan hemû wer manDi xew de wek Kesên KehfêTu berdan wer di bin destanTevizandin Kurd ji wê gavêNehatin ew ji bo Yezdan

Page 129: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

257256

BêbuharHemû hatin ji bo ravêWelatê min veşartin tuDi bin perda misilmanî***Keçên Kurdan bi zorê wanBirin pir jê bi carîtîLi dor wana neman KurdekJi bîr bûn çû ji KurdîtîJi Kurdan ên mezin kuştinBirin zarok bi sêwîtîFirotin nav ErebistanBirin mal tev bi talanî***Bera Kurd dan ji warê wîNema yê Kurd li wir war kirMelan xapand bi olîtîNema yê Kurd serî rakirSpasdar im ji YezîdêMuawî re ku ev kar kirJi Zerdeştiyan hinek hiştLi ser ola xwe yên manî***Ji ber ava ErebistanJi Qezwînê ji Derya ReşJi bêlanê bera Kurd danKetin çûn wan kesên dilreşJi wê rojê heta îroNedîn Kurdan ti rojên xweşHeta ev roj li ser Kurd wanBi kuştin tim bi fermanî***Xwedî dîrok û pergal îNe winda yî li meydanêXwedî keştî Nebî Nûh îTe gel berdane cîhanê

Pêşî cîhan Xweda nasîBi Tawûs û bi jîndanêBi ola pak xuya bû ewZeradeştê nemir Manî***Ji Yûnanê heta HindêBi zanyarî te ferman kirTu dadgeh bû ji cîhan reGelan tev dad ji Kurd çar kirXweda gerdûn ku dest pê kirJi Laleş de binat saz kirLi hawîr wer dibû rewşenJi Laleşa te nûranî***Bi kuştin Kurd li paş hiştinKu dest pê bû ji IskenderWekî wî Rûm û Îran jîUmer lawê Xetabî werEbasî û Teterên harMoxolên zirz û Tirkên zerLi nav Kurdan neman pirtûkHemû sotin bi wêranî***Nizanin em gulan deyninLi gorên pakrewanên KurdWelatê Kurd hemû bû gorLi kur deynî li wêrê berdJi pêş dadî heta îroKu tên kuştin ji Kurdên merdJi Kawayê Hesinkar deHeta bigihîje Barzanî***Li ber barê te em îroGunehkar in welatê minJi ber Kurd em li hev nakin

Page 130: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

259258

BêbuharMecal em Kurd didin dijminLi ser nagirîm ku tiştê çûJi ber ew nayê destê minLi wî digirîm ku tiştê çûJi wî raman me hilnanî***Dikin gazî û qîrîn emDibêjin Kurd bila yek binNebin bend bend li ber çewserNe paşmayî bira sek binNikarin tewr bi dijmin KurdJi hev re Kurd ne dilpak binJi wî derdî dinalim wekCegerxwîn û Melê Xanî***Gelê Kurd em belengaz inHeta ev roj di vî warîKu tên kuştin li çar parçanDi bindestî û zîwarîNexwendî wer nezan mayîJi ber wî ma di vî warîBixwînin da bibin serwerKu rabin tev bi mêranî***Ji destê koledarên zirzBikarîbin xwe rizgar kinKu hev bigirin nebin bend bendBi zor ala xwe wê rakinBila çewser bi zor derxinLi şûn çewser ji nû war kinMirin bindest buhişt navêmBuhişt jîn bî bi mêranî***Welatê min reha bî tuBijîm xweş wê ne bindest bim

Ne birçî û perîşan bimLi bin ala te serbest bimBi zaravê xwe yê şîrînBixwînim ez ne bê hest bimDi nav dojê welat jîn imDi jînê de buhişt kanî

Nikarim

Nikarim wer bimînim ezDi vê jîna gelek jarLi ser min ên ji dûr hatinEwên zirz û stemkarDivê rabin bi çekdarîLi dij wan ên stemkarŞehîd bim yan bi mêranîBijîm yan jî xwedî war***Ji min kêm bûn gelek tişt ewDibînim tev temam bûnBi xwendin û bi petrol ûBi konetî şiyar bûnXwedî dîrok û xweş qad imNema dimirim bi êtûnÇiyayên min bilind in tevDi tengî de dibin war***Bi saxîtî mirî ew kesDijî lê ew ne jîn îStemkarî ji dest çewserLi ber çavan bibînîBibînî wer li ser kerr bîMirin her roj dibînîŞehîd bimirî dibî ronî

Page 131: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

261260

BêbuharDi tarî de dibî ar***Neyaran pê disotînîDikî rewşen li pêş gelDi bîdava ku sê deh binBi çewtî ew dikin çelDinivîsim ku ar xurt beLi ber nagirin xwe rûpelJi bo Kurdan binivîsimDivê rast kim çi bû xwar***Di ber Kurdan şehîd bimirimDi dîrokê bimînimJi bo navê xwe ez jîn kimDilê gel de biçînimBila bimirim bi xortanîDi bindestî nemînimWekî Xanî û CegerxwînJi min re bin pesndar***Bi xwînê ez binivîsimLi rûpela nijadêBi zanîn bin gelê Kurd jîDijî ew jî li qadêMin zanîbû neyarê minTu car mafê min nadêKu xwîn nerije ne kuştin beBimînim wer stembar***Bila riya min pir dûr beHerim pêde bi pêwestRiya herçên binamûs inKesên zana serî hestJi riya rast neçûn der tevGihan tiştên ku wan xwest

Hemû serwer û pêxemberDijîn jîna gelek jar***Heta îro welatê minLi çar parçan cuda bîJi bindestî li paş mayîLi nav maye xirabîMelan gotin Xweda wer kirDinêrim lê ne wa bîXweda karê xirab nakeXweda wan kir gunehkar***Neyaran pênc hezar gund tevXirab wan kir ji bin deGelek bajar kirin kavilRejîm çewta nerindanDivê derxin bi zorê emKatin warê me KurdanHemû kanî derî girtinZuha bûn tev neman dar***Gelê min wan gelek kuştinHinek wana birin jêrBirin nava ErebistanWelatê lê tune xêrKetin nava welatê minLi bin petrol li ser zêrLi cîhanê bela bûn emEm in îro telazar***Şiyar bûn em nema radizinNema em guh didin serHemû tiştên ku vala çûnQebûl nedibû ji rê derKesek barê me ranake

Page 132: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

263262

BêbuharXwe em Kurd tev nedin berEm ê barê xwe zû rakinJi ber em in xwedî bar***Ji Mîdî de heta TirkanWelat yek bû ne çar inNeviyên Rustem û KeyxusroBikin yek em dikarinJi dest Kurd Bêbuhar im ezLi hev nakin nikarinBi ramanî divê yek binJi ber Kurdên stembar

Tu car bilbil

Tu car bilbil li baxçan wêNexwîne yar ne gul beNe yar be kes tu carî wêNe hez kir ew ji dil beJi pir hestî li her yaranTenik bûyî dilê zîzBi bê hest in buha nîninÇi yar be ew çi gul be***Kesên dilhişk tu caran rindŞîrîn bi wan nebî yarTawankarî bi wî xweş têBi yar çi bike tawankarWekî gur ew li ber çavanKu nêçîrê bibîneDivê bigire bixwe wayîÇi wijdan hê gurê har***Qesabê dilkevir ewya

Bi dildarî çi zaneDi dest de kêr serî qut keBi wî karî dizaneLi nan digirî tu caran ewZivêr nabe ji xwînêJi wî hêvî tu caran nekTim ê har ew nizane***Evîndarên bi hest dilnermJi wana yar ne dûr inBi dil ewna dibin nêzîkBi nîgaşan dibûrinDibin dildar ji bo yarêWekî sofiyan bi zuhdêTu bend nînin li ber wanaLi jêr in hem li jor in***Çeleng heyva li ezmanaBi çav nêzîk gelek dûrLi pêşî navbirek xurt hêTu kes nagihe here jorDi navîna dilê herçîEvîndar de dilûseJi ber yarê dibînin hîvÇi nêzîk be çi be dûr***Ne yê cewher firoşkar beBi cewher ew nizaneEvîndarê ne wek Mem beBi Zînê ew çi zaneÇi hewcî tê dilê MecnûnJi xelkê tim bipirsîJi Leyla tê bipirsî ewDilê Mecnûn dizane***

Page 133: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

265264

BêbuharGelo kî hê wekî FerhadEvîndarê bi rastîWekî perwan bi wî agirKu Şîrîn bî xwe sotîKu ew agir ne ronî baBi şev perwan nedîbaNe sotî bû xwe sotin daDema ronî ku xwestî***Evîndar im li ber yarêGunehkar im evîndarJi ber yarê disotînimDisotim ez evîndarDivê rabim wekî bazirHerim yarê bibînimKu ez bimirim ji yarê reDibim dilsoz û dildar***Ne renc be ew evîndarîTu carî wê ne xweş bêBisote wek kebabêJi wî hilma ku xweş bêBeko qencîk bi Kurdan kirLi Mem kir ew gelacîMemo poymê buha hiştîBeko hiştî ku xweş bê***Dixwazim ez bi sed salanJi bo yarê herim paşWekî Mem ez wekî FerhadWekî Mecnûn bibim başBi rastî ez evîndar bimJi bo Şîrîn û ZînêJi bo Leyla bila bimirimJi riya yarê nerim şaş

***Wekî min Bêbuhar bûn tevDi jînê de gelek jarJi bo yarê gelek nalînDi jînê de nedîn yarSerî danîn di bin axêJi bo yarê bi şîn çûnDivê yarê bibînim ezNe wek wan bim nedîn yar

Page 134: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

267266

Bêbuhar

Raperîn

Dîwana Sêyem [2002]

Elî Seydo Goranî

Tu seydayê gelek zanaElî Seydo tu GoranîJi bavpîran welat berdaJi ber çewser stem danîLi Urdin wer tu jîn bûyîTu tev Kurdên biyan manîJi namûsê şiyar bûyîWelat dîsa te bîr anî***Tu fêr bûyî zimanê KurdJi ber kir tim bi zanyarîHeta ferheng ji Kurdan reTe ew çêkir bi zîwarîJi bo Kurdên ku bê rewşenBi zaravê xwe tim tarîBi Kurdî Kurd nexwendî manBi jîna Kurd tu rind zanî***Ji ber qedexe kir çewserHeta dîrok hemû çewt kirKesên zan kuşt nezan hiştinBi her hawî şerê Kurd kirBerê yek bû niha çarîNema raman li nav Kurd mirXwedî petrol û xurt hêz inJi wî xelkê serî danî***Ji Kurdan re nema dostekJi bin destan xwe rizgar kinLi Kurd her çar derî girtinNikarîbûn serî rakinWelatê Kurd ku talan kirBibin ewna li hev par kin

Page 135: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

269268

BêbuharWekî xwestin welatê KurdJi hev xistin û talanî***Gelek wek min pesndar inJi bo yên wek te mêrxas binJi bo Kurdan binivîsinJi Kurdan re bi rênas binLi pêş Kurdan bibin ronîJi tarî Kurd ku derbas binBilind bin Kurd bi zanyarîXebatkar bin bi ramanî***Ne raman be bi pirbûnêNikarin Kurd bigihin armancÇi Lorî be çi Sorî beÇi Zaza be çi jî KurmancLi gundan tim li ber pez binDibin çewser bi zorê bacBixwînin ta şiyar bin KurdBi wê rêça we rast danî***Dikî konkî dema vegirîNe beşt bin kon qe ranabeDi sermê de di germê deDehan kes wê di bin de beJi Kurdan hûn in ew beştGelê Kurd wê bi wan rabeBi her tiştî ne kêm bin KurdJi jêr de wê herin banî***Dema gerdûn di çerxê deQe şaş nabe di wî çerxîMirov jîn in li ser gerdûnDivê wana ji hev derxîBi xwendin tim bi zanyarî

Divê karê xwe tim serxîBinêr xwarin dixwin her kesBerê kevçî bi xwed hanî***Neyarên Kurd bi nîgaşanGelê Kurd tim dixapandinNezan hiştin gelê Kurd wanGelacî jî li nav çandinJi bo Kurd wer qe hev negirinNehiştin Kurd serî hildinJi bo kamên xwe kuştin danBi dest xelkê bi erzanî***Ku ker ket kortekê ewyaDi wî carkê di wer nabeJi tiştê çû kesê fêr beDi jînê de qe şaş nabeBi vî hawî ji hev xistinDixwestin Kurd hemû wa beÇewser ên wek te tev kuştinDi ber Kurd de ku can danî***Digotin ev ne îslamîJi Îslam re tu car nabinNeyarî ol dikin evnaLi dij Îslam dikin rabinDivê hûn guh nedin vanaLi dij şêx û melan radibinBi morfînê hemû gêj bûnGelê Kurd wer serî danî***Tu caran em ji bîr nakinKesê kar kir bi mêranîDi ber Kurd de bi zanyarîJi Kurd re bingehek danî

Page 136: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

271270

BêbuharDi dîrokê tu namirî wekCegerxwîn û Melê XanîWekî min Bêbuhar bûn werLi min hîn dem zivistanî***Divê hednê bikim Kurd imHeta dem bê buhar xweş beDivê riya dûr herim tê deBila bahoz û şevreş beDivê hildim çira pêşîLi pêş karwan ku rê xweş beWe rêça girt ji wayî emXwe banadin we rast danî

Heval Mûsa

Heval Mûsa te Kurdên jorJi xew rakir şiyarîTu ronahî şeva hicranLi pêş Kurdan di tarîBelengaz î di zindananGelek jar û neçar îTe jîna xweş hemû pêl kirJi Kurdan re kir diyarî***Tu bûyî kurmê hevirmêşTe fida kir hemû jînBi dilsotî te renc kar kirKetî warê CegerxwînBilind mayî tu wek bazêLi ser kohê ŞerefdînXebat kir tim ji bo KurdanLi nav Kurdan diyar î***

Tu sert mayî li dij TirkênGelek xwînrêj û dijwarBi ferman wek gurên harBi xapan û bi talanîBi nav Îslam stemkarLi paş hiştin bi sed salanNezan hiştin di tarî***Ne xwendin û ne hişyarîHemû Kurd man di xew deHemû xapiyan bi oldaranBegên Kurdan bi ser deTevî axan bi êlîtîLi dij hevdu di şer deGelê Kurd tev bi hev kuştinDubendî û neyarî***Neman konên gelê Kurd tevJi xew rakin şiyar kinXebat pûç bû nehiştin zanLi nav Kurdan xebat kinKirin paş perdeyên reş manJi bo Kurdan neman kinBi gavan û şivanên pezBi wan nagihin ti warî***Hemû axên neyarên KurdKirin paşên HemîdîBi destên wan hemû kuştinFilên jar û YezîdîLi dij Rûsan li dij YûnanQelandin xort bi miftîMişext bûn Kurd welat berdanMirin ên pir bi jarî***

Page 137: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

273272

BêbuharNe bes bû qey li ÇaldêranQelandin Kurd bi êlanLi Agirî û li Dêrsim ûLi Amed û li ZîlanGelek Kurd wan birin berdanLi Anadol li wir manLi kolanên neyaran tevKetin warê hejarî***Gelek bûn parsekên TirkanXulamkar û neçar bûnHeta namûs li ber piyan çûNema war Kurd bela bûnJi wan zarên biçûk bûn TirkHemû çûn tev neyar bûnTevî Tirkan li Kurd bûn barKetin warê neyarî***Wekî Ekrem û Qedrî BegWekî Namî û OsmanCeladet Beg û KamîranCegerxwînê me KurdanReşîdê Kurd û Qedrî CanEmînê Kurd Birûsk ŞanEzîz Oxlî Îzet jî tevWe rast kar kir bi yarî***Kesên wek Nûredîn ZazaJi bo Kurdan xebat kirWekî Memdûh Selîm wayîGelek tiştên giran kirKu Ehmed Nafizê xemgînJi bo Kurd jîn diyar kirBiyan çûn tev mirin bêkesDi jînê tim firarî

***Bi bêwestî ji bo KurdanWe xizmet kir neman paşWe tiştê şaş hemû rast kirJi bo negirin riya şaşBi rola rast we Kurd şiyar kirNema digirin riya şaşLi kur bin Kurd nema radizinLi dij çewser tu carî***Mirin çûn tev li pey wanaTu yê mayî xebatkarLi dij Tirkan bi mêranîLi wan bûyî giranbarTu bûyî êş ketî laşêHemû Tirkên tawankarTe doza kir nikarin TirkVeşêrin wê tu carî***Tu jî dawî gihiştî wanŞehîdên xwîn diyar bûnJi bo Kurdên neçar mayîLi cîhanê bela bûnBi ahîna welat çûyîJi Kurdan hûn cuda bûnŞehîd bûn hûn bi dest TirkanŞehîd namirin tu carî***Tu caran em ji bîr nakinJi bo Kurdan we kar kirDi dîrokê we cî istandBi xwîn ew cî we çar kirWe doza kir nema dimireBi xwînê ax we sor kirBi rengan gul li ser çêbûn

Page 138: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

275274

BêbuharLi ser baran nebarî***Bi xwînê gul ku bên avdanTu car ew gul venamirinZivistan ew çiqas sar beRehên daran qe namirinGelên zan bin li dij çewserTu car şoreş venamirinDi jînê Bêbuhar im werHedandar im bi jarî

Avdar de bes

Avdar de bes êdî li Kurd ev derd û kulMa qey li Kurd bûyî Sedam dijmin ji dilDil bûye ar kanî li nav agir tuneMa ka ji kur kanî digihin çavên ku şil***Dara dinê carek bi Kawa re kenîDîsa bi Barzanî re wer carkê kenîDawî ji Kurdan re tu bû wer dil bikînDîsa bi Kurdan re çima wer nakenî***Heftê û pênc ew şoreşa Kurdan vemirtDergeh li Qazî û Seîd dîsa te girtHeftê û neh Barzaniyê çak û dilêrBar kir ji nav Kurdan li wan ronî vemirt***Avdar Helebca û li Xormala birînEw jî te da ser Qeladiz Zêwa bixwînEw sînema sotin li Amûdê ne besGirtên li Axwêran bi ser de bûne şîn***Ma qey bi çewser re li Kurd bûyî neyar

Zarên li çolan çûn mirin serma û sarXwînxwar Sedam bombên bi jehr barand li KurdHûn herd bi hev re wer li ser Kurd bûn neyar***Avdar tu Kurd bayî dibe tê wer nebaXwezî wekî Kurdan te jî dayik hebaWayê bidiya zarok li çolan tev mirinWê ew li ser Kurdan tu car qayil neba***Sal yazde meh wê yek ji wan dosta me beTîrbax ji Kurdan re dibê wê wer nebeXwarin pir in serma tune germ û xweşîEz wer dibêm wê ew meha dosta me be***Rind zanibe wê Kurd tu car winda nebinSed kes hebin wê tim xwedî doza xwe binBawer bike ew rast dibêje BêbuharÇend dem herin Kurd tev île wê serxwe bin

Gulperî

Xişma evîna gulperîBê bergedan dadgak vekirBê dad gunehkar ez kirimSermed li min cirnan birî***Dil bir nikam rizgar bikimDil wer giriftar ma li baGirtin birin xistin di binZindaneke paş çar derî***Ez pir bi rencî çûme baMin got tu dil rizgar bikîEşqê nikarim hilgirim

Page 139: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

277276

BêbuharRabû li ber min da girî***Wê got evîn bê renc tu carNabe kesê wî yar hebeHêsan kesan wan yar nebirBê renc evîn nagihe serî***Ez bêhiş û sersam kirimDerya evînê çûm binîGêj bûm di bin de bê mecalHundir şikefta bê derî***Derya evînê kûr e ewBin wê tijî elmas û zêrHovên ku xurt ên qels dixwinÊn qels ji wan birçî mirî***Çarsed hezar kîlometreWê heyv ji gerdûn dûr hebeYên xurt û zan ew çûne serLê heyv tu car nê ber derî***Xurtî tu car wê çênebeNîşan eger nê ser milanNîşan bi zanyarî bibinBarê giran tê hilgirî***Derya û heyv wê têkevinDestên te yên xurt û dilêrFerman li wan herduyan bikîTê karibî riya rêberî***Tirsok tu car sînga spîWê ew nebîne bê xebatHer doz bi mêrxasî dibe

Qelsmêr qe doz nabin serî***Lo Bêbuhar ez rast dibêmGer tê evîndarê min bîYên rast evîndar doz ev inBê zor tu nagihe gulperî

Gava Ereb

Gava Ereb hatin ketin nav welatLê war kirin bajar û gund nav guhartXurt bûn bi zor wan cî li Kurd teng kirinBirçî û jar Kurdan beradan welat***Zana nehişt wayî serî jêkirinKurdên nezan wayî bi ol kor kirinQad bir ji berve wî buhişt daye KurdWê par bikin piştî hemû Kurd mirin***Wayî li nav Kurd xwendegeh çênekirMizgeft li nav Kurdên nezan zêde kirÊn Kurdfiroş wayî kirin zirmelaWî Kurd bi ol gêj kir serî ranekir***Şêxê ku bê bask ew firîn der bi derKurdên nezan wana kirin ga û kerEwna pişkdar bûn tevî koledarMalê me Kurd wana dixwar ser û ber***Fars û Tirk wan jî li Kurd wer kirinQada me Kurd wan kir du cî zeft kirinEwna ji bo Kurdan bikin birbirîAxa li nav Kurdan hemû çêkirin***

Page 140: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

279278

BêbuharWan çewserên zirz Kurd ku hişt axa binKurd tev bi dest axa ji bo parçe binTalan û kuştin tim bîr bû neyarKurd tewr li dij wana ji bo ranebin***Xortên me tev wana birin leşkerîQir bûn li Çaldêran mirin bê serîÊriş kirin xelkê ji wan qad birinEw qad bi xwîna Kurd birin Kurd mirî***Piştî Şerê Cîhan Yekê yên biyanÇar çewseran wan Kurd kirin çar ciyanEw kar ji bo Kurd parçe bin paşkevinKurd tev heta îro dijîn bê jiyan***Dîrok û pada Kurd hemû çewt kirinPirtûk bi zarê Kurd neman tev birinSotin li nav Kurdan yek nemaXêzên li dîwaran hemû rêş kirin***Navin ji Îslamê buhişt em tu carBerdin welatê Kurd ew bi carKurd im welatê min buhişt ew bi minTê de bi namûs em bijîn bê neyar***Îro li nav warê xwe Kurd ên biyanKurd jîn dibin wer bê jiyanBê xwendina zarê xwe Kurd man li paşDûr bûn ji derya derketin ser çiyan***Kurdên hejar rabin bi hev re bilezEm par kirin xelkê wekên ga û pezMafê xwe em tim doz bikin bi xurtîTim parçe bin wê sûd nede ez û ez***

Zarok berî zarê xwe ew bîr bikinWinda bibin bê doz xwe wer kerr bikinZarok bibin Fars û Tirk û ErebKurd kêm bikin dijmin li Kurd pir bikin***Qelsî û razan wê tu car sûd nedeÇewser bi qelsî wê tu car maf nedeMaf tim bi xwendin û bi zor tê birinDoz wek melan hûn hilnedin ser Xweda***Yezdan dibê mafê xwe hûn doz bikinNabê li ser mafê xwe hûn kerr bikinHerçî li ser mafê xwe ew kerr bibeNamûs tune hûn tev xwe jê dûr bikin***Kurdên me yên rêber eger rê nedinKursiyên xwe yên karton eger bernedinEm Kurd di deh salan eger kar bikinMafê me wê çewser tu caran nedin***Kurd li dij wana divê şer bikinWana hemû bavêjin paş kerr bikinYek bin rejîma nû divê çêbikinKarin li çewser wê demê zor bikin***Êş tev ji yên wan hev negirt parçe bûnEm Kurd hemû man bê felat serxwebûnKurd man ku bê zar û ziman bê xwedîHûn zanibin ên ûşt ew in paşve çûn***Wê Kurd bibin zana eger xwende binDengê me wê bigihe gelan gur bibinWê zor bidin van çewseran qels bikinWê Kurd li dij van çewseran xurt bibin***

Page 141: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

281280

BêbuharŞêx û melan qedexe kirin xwendinîEwna ji bo Kurdan bikin tim benîKuştin didan şêx û melên zan û qencKurd tev ketin derya reş a bê binî***Dozdar divê mêr û jinan xwende binJin xwende bin zarok hemû zan dibinZarên biçûk ewna dibin mêr û jinWê wê demê zan ji Kurd çêbibin***Zana hebin doza me Kurd namireÇewser li ber zana xwe tewr nagireEw gel dikin polat bi ar germ dibeTayê pembû pola tu car nabire***Tayê pembû hewcî ji bo qirşikanEwya dibe pêwend ji bo karikanHêştir tu car nayê girêdan bi wîZincîr divê pê rind girêdî nigan***Rengîn buhar bes wê gulek çênekeBaran eger pir nê gulan pir nekeXanî û Cegerxwîn mirin bi derdanÇi Bêbuhar Kurdan gelo rast bike!***Şîret li wan Kurdên biçûk wî kirîYê berjewend ew şîreta pêl kirîHerçên nezan wek pez li dû ker diçinKer û şivan axa bi wan kar kirî

Malê dinê

Her tişt ne ew malê dinê hey dewlemendGava ku nû em çêdibin tev wek hev inMalê dinê wayî hemû em çêdikinHerçên xizan bê ûd bibin ewna çima***Ma qey gelo Yezdan xizanî çêdikeBirçî û jar bê mal û war wer tim li paşBêçaretî bêrûmetî wer stûxwarSerşor dibin dilkor dibin warê xeman***Deh dewlemend em Kurd ji sed not in xizanMa qey gelo Yezdan kirî yan koledarYên koledar berê me tev ewna dixwinWê Kurd welat berde eger xwarin nema***Wê Kurd herin nav koledar winda bibinKurd kêm dibin ên koledar ew pir dibinGava welat Kurd tê nema çi bikî welatHey dewlemendê malperest tê de tu ma***Kurdan dema winda dikin hûn kerr dibinMalê xwe hûn tev jê ditirsin qels dibinMalê we wek hestî li ber lingê seganMa qey nizanî Kurd herin dora te ma***Gava tu dîrokê bixwînî hey teresPiştî ku Tirkan Kurd hemû winda kirinHerçî wekî xayîn Bişar kurê ÇetoEw jî birin kuştin ji wan yek jî nema***Yên koledar anîn ji dûr dagîr kirinAx zeft kirin zarê te jî qedexe kirinPiştî ji nav padan welat nav rakirin

Page 142: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

283282

BêbuharMalê dinê çi bikî bi wî namûs nema***Namûs xiramek çêtir e tonek ji zêrQanûn tu car wê ew neparêze gelêBindest û jar ê tim perîşan bêxwedîQanûn ji yê xurt re ji qelsan re nema***Hûn guh nedin wê parlemana koledarKursî we lê sernizmiya Kurdan e ewYên koledar biryar ji wî re tev didinEwna ji bo winda bikin Kurdan hemû***Bê gel li ba yê koledar ma çi bîWek seg li ba yê koledar bê ûd bibîHûn dest bidin Kurdên hejar dîl û xizanTev Kurd bikin ev bar bibe barê hema***Em Kurd hemû bindest dijîn tev wek hev inEm tev divê rabin welat rizgar bikinXêrên welat Kurd jê bixwin ew dem bibînBirçî xizan yek jî li nav Kurdan nema***Va bû bi sed salan bi derd Kurd jîn dibinBê ken bi şîn tim dil bikîn Kurd jîn dibinYek ez ji wan im Bêbuhar wek sêwiyêEw bêxwedî warek ji wî re tewr nema

Delala min

Delala min ji mal derketBi payeyî bi nazdarîLi min rast hat serî hildaMin got gelo sero çar bû***

Li ser bejna xwe berdayîKirasê hevirmêşê HindDu zer sêvên xelatî wanKiras hildan sîwan rabû***Beradayî li ser mil herdKezên zergeş heta navêÇemên ava Firat in ewJiyan min dî di nav de bû***Qirik şûşa ji şîr dagirîBirû qeytan û çavên şînGula sor lêv gulover dêmBi şev heyva li çarda bû***Bi çavan wê silav da minBi lêvan wê kenê geş kirHişê min çû dilê min birLi ba wê dil giriftar bû***Wekî sofî Zeradeşt ezLi ba yarê ketim çîlêBi lavlavan min mehder xwestZeradeşt ew ji xew rabû***Min got yarê dilê min birZeradeşt wî li ba YezdanLi yarê wî gilî min kirÇima ev şox te wer da bû***Delalê got xwe nêşînîKesê qels be min ew navêDivê mêr be wekî KawaBi yarê rast ewa şa bû***

Page 143: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

285284

BêbuharBi malê pir kesan nakimBi xwendin û bi mêrxasîWelatê Kurd tu rizgar kîBinêrim Kurd hemû şa bû***Di wê çaxê Ez ê bêjimBixêr hatî tu yarê minLi pişt Kawa tu Kawa yîTe tiştê xwest ji min çar bû***Bi yarê re min peyman daDivê rabim li dij çewserBi cengê xurt bibînim ezKu ew ala me Kurd rabû

Roja Kawa

Roja hilat ji KawaDîsa li Kurd xuya bûBîst û yekê ji AvdarNewroz li Kurd diyar bûBerf û qirra zivistanEwya ji ser me rabûRengreng gulên buharêAwaz û xweş sema bû***Geş bû dilê gelê KurdAwaz û xweş xeberdanEw pir buha ye NewrozSersal ji bo me KurdanÇewser dixwest nemîneEw ma li nav me KurdanŞad kir dilê gelê KurdŞadî li nav nemabû

***Newroz şemal ji LaleşTawûs li ser peya bûYezdan li wî xizav kirGerdûn ji wir de çêbûPêxemberî ZeradeştOla ji wir bela bûÇewser dikir nehiştaLê ew li nav me mabû***Wan kar kirin nehêlinDîrok li ser gelê KurdWinda bikin nikarinPir kûr e bingehê KurdÎzbat kirî bira dostNûh jî digihe gelê KurdKevirê li ser nivîsîZarê me lê xuya bû***Dîwarekî ku rast beBingeh ku xurt li bin beDîwar kevir ji mermerAvakerê ku rind beHilnaweşe tu carîWê tim li cî bilind beKurd jî bi bingehê xurtWinda nebû diyar bû***Sêsed spas ji wan reKurdên wekî xwe manîKurdên niha xwe dan serRêça li ser ku manîEm Kurd nebûn wekên wanXelkên heliyan nemanîZar bîr nebû bi kurdî

Page 144: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

287286

BêbuharXwendin li nav nemabû***Kurd namirin dilêr inManî ji Mîd û MîtanLawên Qubad û KawaSerdar û hêz û fermanWek Senharîb û NînosSerşor dibûn li ber wanTextê NebûxetnesrXusro hejand xirab bû***Kurdên ku av didayîDara jiyan bi xwînêTim berxwedan û kuştinTim jîn dibûn di şînêKurd wa heta niha jîZora giran dibînêBirçî ji dest koledarPir jê ji hev bela bû***Lê Kurd welat ji vir waNadin ti koledaranÎro hemû şiyar bûnXort xwende bûn bi zaranPêşmergeyên dilêr inÎro bi sed hezaranQada welat kirin arÇewser di nav de şaş bû***Barzaniyê dilêr wîFêr daye wan dilêranBazên serê zinaranHêzên piling û şêranÇewser bi şer tu car wêSerşor neke dilêran

Em Kurd xwedî welat inRustem ji nav me rabû***Tiştên mezin di mand KurdWê çêbikin bi ramanTiştek tune ku nabeEwya bi dest kesên zanZana bi xwendina pirHeyv sax kirin li ezmanÇewser nehişt bixwîninKurd ew ji wî nezan bû***Lê koledar bila ewBawer nekin tu caraKurd karibin neçar kinSerşor bibin ji wan reRizgar bikin welat KurdKarin ji koledaraQada xwe wê bikin yekQada bi zor cuda bû***Pîroz dikim li Kurd tevNewroz û ev biratîMizgîn didim ji HewlêrRoja me va hilatîYên koledar ditirsinBan hev dikin civatîWek penceşêr li laşêWana hemû bela bû***Derman tune ku ew vêÊşê xwe jê reha kinDerman ew in ku çewserEwna ji nav me bar kinEw bar nekin ji nav Kurd

Page 145: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

289288

BêbuharTê de xwe wê neman kinEm Kurd nema dixapinÊdî derew xuya bû***Pêşmergeyên welat inŞêrên zinar û latanÇi bikin çeqel li ber wanZana û kêferatanCehşik neman ku bigirinDînar û pir xelatanKurd tev serî bilind bûEv parleman ku saz bû***Kurdên şiyar ji wî reEm tev bi zîrevan binQorî bikin ji çewserEm jî xwedî kiyan binSê parçe man bi ser xinÇewser ji ser me rabinXwîna xwe Kurd diyar kirAla me vaye rabû***Xewna min î ji çil salMabû di nav dilê minXewna min hin bi cî hatHin xweş kirin kulên minMin pir li ser nivîsandHîn têr nebûn pelên minPesnê bidim çi bêjimKawa ku zîrevan bû

Giriftar im

Dilgirtiyê bejna te mam bêhiş dijîmHednê nikarim ez bikim dil bûye arHêvî dikim bêyî li min mihrê bikîLê ez bi qurbana te bim yara delal***Min qey digot yar hezkirin hêsan e ewWê mest bibim dilxweş bibe rengîn buharLê min nizanîbû bike wek dojehêAr pêkeve wer bê hedar qîrîn û nal***Gazî dikim dengê min nabihîzin mirovDil bûye wek maxmax di bin arî de ewKes pê nizane dil di nav de dibirijeEz pê dizanim tev dişûzim wek şemal***Agir ji dil de hat bi min ket gur kirimEz pêş evîndaran ji bo pê ron bikimEz jî bibim wek Xaniyê diljar mirîRojên ku teng dûr bûn ji wî dost û heval***Lê goşt ku nê sotin kebab wê xweş nebeGoştê ku xav hilma ji wî xweş nê tu carHerçî cefa wayî nedî tim xav e ewVala temen wayî buhart pir mah û sal***Mêran divêm iksîr ji wî zêr çêbibinEw sûd bide gerdûn bi wî ava bibeArac e ew karin mirov pê pêşkevinRewşa mirov ew xweş dike mal û melal***Malê di riya qencî eger ew xerc bikeEw mal dibe şanê mirov tac û seraMal di riya pîsî eger ew xerc bike

Page 146: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

291290

BêbuharYên qenc bi wî re ew tu car nabin heval***Ew zor bi min nayê tu car xişmê bikîEv rê min girt pêde herim çûn bêvegerÇavên te yên reş û belek wan ez birimRêça min girt tê de herim pir mah û sal***Doktor nikarin min tu car derman bikinDosta min tu karî tu min derman bikîCarkê tu bê yarê li halê min bipirsEz mam di dildarî te de wer bêmecal***Ê yar hebe herçên dirust yar jîn ev inLê xweş ku bê wê zû bigihe wek TacedînYarê bi bê jîn be di nav baxçê buhiştWê têr vexwe ava ji sîng kanî zelal***Ez ê evîn lê çep gerî wek Mem dijîmGerdûn ez im ger ez mirim wêran dibeYê dil ku mir çawa ji yarê hez bikePiştî ku mir çi bike bi wî yara delal***Pir kes wekî min çûne ew wer bê buharJîn bûn bi derd yara xwe wana nebirBimirim ditirsim wer herim wek wan bi derdAr gur di dil dev nagere wer kerr û lal***Lê ez divê rêça li ser wê bernedimMêrxas tu car nayê spartin renc bibeBirçî û sar jîn Bêbuhar rê bernedanLê bûn buhar pir bûn li dor ên rast heval***Wan yar birin jar bû bi wan şîr û şekirTextê evînê ew li ser bûn padîşahWana bi mêrxasî û vîn rê bernedan

Rêça evînê ron kirin ew bûn şemal

Şîna Mihemed Şêxo

Kurd tev dibêjin her bijîNamire tu car navê te yêManî li nav Kurdan buhaNaçî ji bîr Bavê Felek***Hey bilbilê baxçê welatÊ derbider tim dil bi şînNalîn ji dil de tim dihatGêj bû di nav çerxa felek***Tim zîz dibû nalîn wekîNaûreyên şarê HemaWer bê hedar berjêr wekîAva Muradê derd gelek***Ew wek te Kurdê dil bi şînHerd Ehmedên zana tevîHozan Feqê Teyran û MemEwna li ber nalîn gelek***Kurd êş gihan hev bûne yekNalîn ji Agirî jî tevêSasûn û Cûdî stûxwarPal daye ber Birca Belek***Baxçê te tê de jîn buhartBahoz û teyrok û birûskMan tim li ser ma bê buharWer çênebû tê de gulek***

Page 147: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

293292

BêbuharLê yê ku talayî nexweTalî nizane ew mirovTalî nexwe şîrîn tu carWê xweş nebe ewya gelek***Îsa ji kur bînim ji boRabe te ewya jîn bikeRabî bigihî warê xweşîYê mir divê jê re dilek***Bê dil kesek wê jîn nebeYê mir rizî bêkêr e ewRiziya ji ber derd û kulanZor û stem wî dîn gelek***Jîna bi xortanî te tevDerbas kirî jar û xizanMalê dinê kêrî te natBûyî buhara bê gulek***Piştî mirî bin ax kirinSêsed hezar kes lê civînGora te ya pîroz û pakWan gul li ser danîn gelek***Herçên bi namûs jîn ev inHerdem perîşan jîn dibinWek baz dijîn birçî û jarWek qertelan nabin çilek***Dîrok ne para yê teresPîs bî ji bo malê genîDîrok dibe arzê kesêÊşiya di ber gel de gelek***

Dîrok qe mihrê wê nekeEwya li ser karê mirovQencî ye yan jî ne qencBê kêreyan kir havilek***Çûyî mirî ez mam di vêJîna zivistan bê buharHîn Kurd ji ber hev nagirinJar im ji ber Kurdên ne yek***Dijmin eger çi bikin bi KurdZor nê bi min ewya tu carLê Kurd bibin dijmin li hevEwya bi min zor tê gelek***Ên pakrewan can dan ji boAxa welat rizgar bikinAv dan bi xwîn dara jiyanPir çûn di vê rê de serek***Wer bêxwedî çûn bertelefDijmin kirin xayîn li berÇavên gelê Kurdên nezanEwna bi pîs Kurd bûn henek***Ên koledar ewna divênKurdan bi hev kuştin bidinEm Kurd bimînin tim li paşBê leşker û war û serek***Ev ezezî em paş ketinTev bûn xulamên koledarGer Kurd nebin yek wê tu carRizgar nebin Kurdên ne yek***

Page 148: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

295294

BêbuharZan Ehmedê Xanî bi qîrWî Kurd nikarîbû bikeYek Kurd ji bo rizgar bibinWê Bêbuhar çi bike ne yek***Hêvî min ma yên biçûk bigihinRabin bi yekdestî hemûRizgar bikin axa welatKurd tev bi yek kin ên ne yek***Lê sed mixabin min nedîKal bûm temen vala buhurtJîn bûm di jînê BêbuharGêj im di vê çerxa felek

Vegera Barzanî ji Amerîka

Piştî li Amerîka mirîHatî li nav Kurdên EcemMayî li nav Kurdên şehîdBindest li wir hedna te nat***Hey padîşahê serbilindBarzaniyê çak û dilêrÎdrîs li gel jî qehremanHûn herd bixêr hatin welat***Pêşmergeyên çak û dilêrWana gelek bêriya we kirWan çek di dest de rêz bi rêzGazî dikin bavê me hat***Şarê Silêmanî û dorEwna hemû pêrgî we bûn

Bûk û keçan mêr û jinanTev bang dikin şahê me hat***Ala me ya sê reng di destGel de li wir ba lê dideRojnamevan hatin ji dûrPêrgî te bûn roja tu hat***Zozik û çiyayê HindirînSefîn û Hemrîn û MetînReş bûn bi barûta SedamŞên bûn hemû gava tu hat***Serşor nebûn her pênc li navPêşmergeyên zana û mêrÇewser li wir serşor dibûnGava li wan şer zor dihat***Çûyî li ba Mehmûd HefîdŞevkê tu bû mêvan li wirEwya te dil şad kir gelekHat pêş te got serdar tu hat***Wî got bixêr hatin biraHey pakrewanên pir buhaVînên gelê Kurdê hejarÇar kir we ev roja felat***Hûn herd dilêrên cengawerHûn qet bi mal natin kirînHatin li ser çavê min hûnHerd canfîdên axa welat***Kurd man du malbat pûç nebûnYek hûn û malbata Bedir-

Page 149: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

297296

BêbuharXanê li nav Kurdan bi şanHûn sar nebûn roja xebat***Roja dinê hûn çûn ji wirHewlêr li wir pîroz we kirEw parlemana pir bilindEwya ji bo Kurdan civat***Îro biçûk e ew li wirLê xelk dibîne pir mezinEw bûye textê XesrewîFerman dikir wî rojhilat***Hawîr civîn Kurdên li wirBû wek Erefata HicazQîrîn û şadî û girîWan jî digot şahê me hat***Hûn pir buha serdangeh inArzê gelê Kurdê dilêrNayê firotin hûn tu carÇar kir we ev roja felat***Roja dinê hûn çûn ji wirŞeqlaweya şandar û çakŞoreş ji wir dest pê kirinBû bingehê kar û xebat***Şarê Silêmanî bigirHewlêr heta ŞeqlaweyêŞandar û mêr Kurd wek lehîWer bê hedar pêl pêl dihat***Şeqlawe ew şarê dilêrTevde girîn pêrgî we bûn

Rawestiyan serdan we kirTevde gotin roj hilat***Serdan we kir hûn çûn ji wirBarzan li cî çêbûn li wirSermed li wir hûn raketinPaldan li bin axa welat***Navên we yên şîrîn nemaDimire li nav Kurdên dilêrHûn bûne serdanên me KurdPîroz we kir axa welat***Ma kî dikare wek te ewNîv çerxekê tim şer bikeGerm sar nebe ewya tu carTim doz bike Kurd û welat***Qurban li ber lingên te binHerçî ji bo Kurd kar nekirYûsif kurê ew NecmedînLawê Eyûb kêrî me nat***Sultan û kolê ber derîÎslam ji Kurd re kar nekirÎslam bi Kurd wî rast kirinKurd qir kirin xwîn kir xelat***Ên koledar hatin ji dûrÇar parçe Kurdistan kirinWana digotin Kurd nemanKurd pad ji nav padan hilat***Lê wan nizanîbû tu carÊn wek te wê rabin ji Kurd

Page 150: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

299298

BêbuharWê Kurd li dij wana bikeVolkan û ar birc û kelat***Helbestnivîskarê wekîEw Bêbuharê dil bi xemÊn tim ku bindest û hejarNalîn ji bo axa welat***Pesnê we tim wê ew bidinGerdûn heta Kurd lê hebinDîrok hûn in ê nû kirîYên Kurd hilanîn kêferat***Çewser çiqas zorê bikinKurd namire rêça te girtNêzîk bigihin yan dûr hereWê tev bigihin roja felat

Demokrasî

Demokrasî demokrasîGelo kanî demokrasîStemkarî ji wan hatîSerê Kurd qey demokrasî***Bi tankên xurt li jêr lêdixinFirok tên tev jor lêdixinHinek dimirin hinan derdixinJi gundan ev demokrasî***Bi milyonan mişext bûn emLi nav xelkê hejar in emBi jînê jar buhurtin demDibên evya demokrasî

***Ji zora wan me pir bar kirLi şûnwarê me wan war kirHemû tiştên ne qenc wan kirBi Kurd ma ev demokrasî***Welatê Kurd kirin çar parLi cî yên man kirin bêzarGuhartin nav hemû bajarHemû gund ka demokrasî***Dikim leşker ji Kurd her salDidim pêşî xwe wek mertalKu tên kuştin dibim peymalBi miftî ew demokrasî***Gelê Kurd tim rekeh jê rêDibin qurban li ber kêrêKirîdar in xwedî kêrêSerî jêdikin demokrasî*** Bi aborî li dij Kurd inJi ber Kurd em xwedî erd inJi bo yên man welat berdinNemînin ev demokrasî***Bila çewser li dij Kurd binLi dij wana em ê Kurd binGelê Kurd wê xwedî erd binBi zor çêkin demokrasî***Ji bo zarên ku man bê bavJi çewser re ku dê bûn ravFirotin ew birin tev navXelîc qey ev demokrasî

Page 151: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

301300

Bêbuhar***Ji Kurdên pîs kirin nokerGelê Kurd wan kirin berberDi nav Kurd de diçînin şerDibên evya demokrasî***Wekî hovan li nav dehlanBi Kurdan ew dikin wek wanHemû yên xurt dixwin qelsanDibên evya demokrasî***Melan ol kirine îbtîhalHeram wan kir helal derhalHemû talan kirin wan malDibên evya demokrasî***Bi dîroka me Kurd lîstinBi çewtî Kurd ji hev xistinBi ol wan em li paş hiştinDibên Îslam demokrasî***Bi gûzana ji zêr pir tûjZiman qut bû li Kurd bû dûjBi perda reş veşartin rojDibên evya demokrasî***Nivîskaran neman wijdanDema dolar ketin meydanNivîs qels bûn li ser KurdanStem wan kir demokrasî***Demokrasî stem nabeStemkarî divê rabeGelê Kurd jî wekî wan beBizan ew çax demokrasî

***Bi saxî Kurd kirin gorêQebûl nake Xweda vê rêGelê Kurd bêguneh dimirêGelo kanî demokrasî***Li ser darê çivîk datênKu nêçîrvan li wan keys tênDema lêdixin ji jor de tênBi yê kuştin demokrasî***Li ezmana pir in stêrBi şev ronî didin berjêrBi roj winda dibin stêrBi rojê ev demokrasî***Du şûr bin ceng dema xurt têLi hev xin ar ji wan dertêKu yek dar be nema ar têKu dar ket şûr demokrasî***Gurê birçî digihe berxêDikare kî ji dest derxêTifing kare ji dest derxêDibînim ew demokrasî***Divê Kurd jî bi dizgîn beWekî darê li reh şîn beNe xemgîn be biyan jîn beLi cî be ew demokrasî***Welatê Kurd gelê Kurd inJi Nûh de Kurd xwedî erd inDivê yê koledar berdinKu berdin ew demokrasî

Page 152: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

303302

Bêbuhar***Welatê Kurd dizanin emLi cîhanê xuyan in emNevî Mîtan biyan in emGelo kanî demokrasî?***Nebên çewser ku Kurd bimireGelê Kurd wê tu car nemireHemû cîhan xwe lê digireDibînin Kurd demokrasî***Bi Barzanî xuya bû ewLi cîhanê xuya bû ewNema ala me datê ewLi wir çêbû demokrasî***Dijîm ez Bêbuhar xwaz imBi xamê ez çi fîraz imDinivîsim ne serbaz imKu ez çewt kim demokrasî

Yara min

Yara min wek roj be xwelî dûman tuneRonî dide deh exteran heyv û dinêStêr xuya nakin ne we bê şewq tuneBê wî cîhan tarî dibe jîn lê tune***Zerdeşt nimêjê post dibû dilsoz li berManî venamire ew tu car jîn ev li serPir pak e ew kamûd hemû dimirin li berYara min ez jê hez dikim qasî dinê***Tarî li pêş min ron dike hem ar e ew

Şewq da dilê min bûme ar nayê min xewDîsa evîn xweş tê bi min jîna min ewBê wê nikarim jîn bibim hedna minê***Paqij wekî yara xwe bûm tev agir imArî me ez her sê rehan jê paktir imWek zêr ji her hesinan bi kan paqijtir imZengar li ser nagire wekî kana dinê***Bafon ku zer boyax bikî qe nabe zêrDilsoz wekî Memê nebe nabe dilêrDilsoz tu car nabe kesê tim ser li jêrAva li ser nabe ku yê bingeh tunê***Her yar nikare ew evînê maf bideYê vîn ne xurt yara xwe ew zû berdideZor bê li wî tiştê buha erzan dideYarê li ser ê nagirî ew nakenê***Yara min roja ez bi wayê jîn dibimDilsoz bi yarê re divê ez jîn bibimDilsoz nebim wê Bêbuhar ez jîn bibimYara min şîrîn yar ji wê pêve tunê

Rojkê dilê min

Rojkê dilê min xweş nebû ka çimaJîn im di nav derya û pêlên xemaXort bûm temen vala û bêhûde çûÇi bikim bi jîna jar û pîr tişt nema***Xort im evîna rast bilez pîr kirimWek sîtila ar tim di bin de gur imBaxçê gelan bayê buharê li ser

Page 153: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

305304

BêbuharEz ê li nav baxçê di bin ba kur im***Bûm ew pelê darê ku ba lêdixeAram tune xurt min li ba tim dixeGêj im ji ber bayê evînê li minBer bi zivistan hişk bibim min bixe***Wer mam li ber wê dîlbera pir zîbaŞahzadeya Belqîs li textê SebaPîr bûm li ber dîlber temen wek min çûXwezî min got ku jîneke nû heba***Jîn wek Eyûb pêxemberê pir hedanWî û Rehîma dest ji hev bernedanPîr bûn ji nuh de herd Xweda can kirinWana ji ber ola Xweda derneda***Ez jî hedandar im li ber dîlberêHêvî ji Yezdan zû dikim yar werêJîn çû bi zîwarî hemû min buhartBêbext felek hîn jî ji min nagerê***Bûm find pêş koran bi şev vêketimBê ûd di zindanê neçar raketimPê paş ketim malê min çû mam xizanBê sûc ji çav Kurdên nezan derketim***Şevreş çiya winda dike yên bilindKor in li ber ê roj nedî çi ye findWek ker bizaniba bi zor çêbûbaSed kes nerind çi bike li nav yek ku rind***Lê ez ne poşman im min girt ev riyaMin bernedan rast gotinên pêşiyaHerçên ji yarê re dirust jîn ev in

Wê tim li ser be berf û mij wek çiya***Gernas Siyamendê Silîvî ez imFerhad û Mem hersên bi hêvî ez imDoza min ma Şîrîn û Zîn û XecêMalê dinê êdî li pey nabezim***Wek bazekî baskên min xwezî hebaZindan li min xwezî derî zû vebaMin zû bidiya qesra ku Şîrîn li wirSîpan û ew Birca Belek cî min ba***Wek baz birûmet kin divim jîn bibimWek qertelan navim dirêj jîn bibimJîna di dîrokê dirêj jîn divimMaldar xulam navim ku bê vîn bibim***Hûn bîr bibin pêxemberan serweranSerşor nebûn ewna ji bo newneranMam Bêbuhar yar ew buhart min maCewher ev in her ên divin cewheran

Pakrewan

Hey pakrewanê Kurd dilêrCanê xwe yê şîrîn buhaErzan te da tevde ji boRizgariya axa welat***Ka kî dikare wek te ewComerd bibe canê xwe yêŞîrîn bike qurban ji boRizgariya axa welat***

Page 154: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

307306

BêbuharGava dibî pêşmergeyekîPir qehremanê serbilindGermê û sermê şer dikîTevde ji bo roja felat***Dergê ku azad bî kilîtWayî dikarî zû vekîQelsmêr nikarin wî vekinTirsok nikarin kêferat***Cenga te ya xurt û giranSerşor tu car nabî li berEw çewserê xwînxwar û zirzTim tirs di dil de bê tebat***Lat û şikeft kohên bilindÇekdar di nav de şer dikeNade bi sed Alman û ÇînRadibe bi karê kêferat***Axa welat wê bîn dikîBirçî tu nabî têr dixwîNadî bi kazîno û dansXwînxwar Kemal gava ku hat***Wayî ereq danî vexwarZarê me Kurdan qedexe kirHeştsed hezar Kurd qir kirinWî kir nekir dawî nehat***Çavê gelê Kurd tev li teDayika te ya pîroz li malDigirî tu diçî pakrewanDimirî li ser axa welat***

Zarok dimînin bêxwedîDiya wan li ber wan jar dibeBêmêr dimîne war tuneSermat dibe gava tu nat***Diçî tu çûna bêvegerBê gor dimînî derbiderBê gor dimînî lê nepirsTev bûye gor axa welat***Ew xencera pê şer dikîXama di dest Xanî ye ewNavê xwe datînî li navMêjû ji Kurdan re xelat***Ên pakrewan dimirin diçinDinya ji wan re tişt tuneDîrok dibe cî wan ji berEw çêdikin roja felat***Ewna dibin fîda wekîKurmê hevirmêş çêdikinCanê xwe yê şîrîn didinDiçin bi kuştin û şewat***Romeo ev Juliet e besMecnûn evîn Leyla ye besÊn pakrewan wan hê du yarRizgariya Kurd û welat***Azadiya Kurd dar e ewXwînê nedî reh naliveReh zuha bibe wê şîn nebeBê xwîn tu car nabe felat***

Page 155: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

309308

BêbuharMam Bêbuhar xwezî min ewEz jî bigihiştama we zûEz têketama rûpelênMêjû ji bo Kurd û welat

Ehmedê Xanî

Ji Xaniyan Ehmed melayê pir zanŞemala pir geş li nav KurdistanVenamire ew wek stêrên ezmanLi nav Kurd manî heta hê cîhan***Bi rewşenbîrî ji bo Kurd kar kirJi Kurd re torak bi bingeh saz kirBi zanbûn derman ji Kurd re çar kirJi êşê re bû bijîşkê Luqman***Bi çek Rustem bû bi xam Xanî bûXama di dest wî tifinga wî bûBerê xama wî ji hibra wî bûLi çewser ket jehr gihişt xwîna wan***Ji xama wî lan çi felsefe çar bûNema ew kerr bû nema ew sar bûXuya kir her tişt nema winda bûWekî ayetên ji pêşî Quran***Bi banga wayî ku Kurd em yek binŞerê hev em Kurd nekin xurt çek binNeyarên Kurd wê hemû parsek binXulam bin wê tev ji bo Kurdistan***Li ser koka wê hemû Kurd şîn binNema dimirin wê li cîhan jîn bin

Hemû wek Osman û Cegerxwîn binBi çek Barzanî bi xam Kamîran***Celadet mîrê me Kurdên diljarReşîdê Kurd jî wekî wî HawarQanatê Kurd jî bilind kir wî zarDirust danî ji zimanê Kurdan***Ji ber wan Midhet Bedirxanî ewLi pêş Kurdan bû bi şev wek pertewLi çavên wana heram bûbû xewLi wan ferman bû ji bo Kurdistan***Welat berdan çûn biyan tev jîn bûnXizanî bû har li wan bê şûn bûnMirin çûn gorê welat jê dûr bûnNedîn azadiya gelê Kurdistan***Xwe sotin wek qirş ji bo Kurd bûn arKirin ronahî li pêş Kurdên jarNeyar tirsandin bi arê HawarŞiyarbûn Kurd tev bi zanyarî wan***Ji bo Kurdistan hemû bûn berhemWelat ew bû Zîn ji wî re bûn MemJi jînê rojek nedîn wan bê xemEyûb pêxember hedan nagihe wan***Hedandar bûn ew ji bo Kurdên jarHemû bindestên neyarên dijwarJi şêx re sofî dizên axên harMelan çar mezheb Ereb dan ber wan***Di çerxê bîstan çima Kurd wa binBi banga Xanî ji xew ranabin

Page 156: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

311310

BêbuharJi ber ên serwer bi yek bin nabinJi kursiyên wan re gelê Kurd qurban***Ku ez bimirim wê herim ba XanîJi wî re bêjim çi malwêranîMe difroşin hin bi pir erzanîTenê bindest em li nava cîhan***Te poymak çêkir Memo wî doz ZînJi Kurdistan re tu bû Mem ew ZînTe xwest Kurd yek bin tu mir dil xemgînBi çar parçan hîn gelê Kurdistan***Bi hêvî bûn em ku xwende rabinBi têkoşîna wan gelê Kurd zan binBi dilsozî tev bi hev re rabinNeyaran derxin ji nav Kurdistan***Ti tişt pêknatî te tiştê gotîTe canê şîrîn di ber de sotîTu car nabin yek kesên xwe firotîKesên bêwijdan ku namûs erzan***Gelo çi bike Bêbuharê diljarLi wayî îro giran bû ev barTu jî ranabî ji bin axa sarCegerxwîn jî mir ji derdê Kurdan***Li daristan lê bila çend hişk binJi êzingan re bila ew pişk binKu çend dar hişk bin ne wê tev hişk binKu hin bimirin wê nebe daristan***Li ber doza gel xwe ranagirin çendLi ber ava xurt gemar nabe bend

Ji Kurd re bû wek Kerîmxanê ZendNiha Barzanî ji nav Kurdistan

Zengilo

Hey zengilo zengiloPir deng xweş î zengiloBê mey te serxweş kirimDengê zelal zengilo***Zing zing ji dengê te têTewr deng ji hev naqetêXelkê ji dûr de bihîstŞana Şivan zengilo***Deng da te deşt û çiyanMêrgan û tev kaniyanDengê qulingê melûlJê xweştir î zengilo***Zelxa evîndar ez imDosta şivanê pez imJîna Hesoyê ŞivanEwya ez im zengilo***Dil nadime her kesîEz şivan bim xwezîDengê bilûra HesoWek wî xweş î zengilo***Qîza beg im xanim imGirtiya begê zalim imDengê min nagihê silavBigihîne Heso zengilo

Page 157: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

313312

BêbuharBila rind zanibin

Bila rind zanibin çewser gelê KurdGelek gernas binamûs in li kur beWelat ewna ku bernadin tu carîÇi canfîda ji bo axa welat in***Xwedî pad û xuhermend in gelek carJi Mîdî de ji Mîtan de ji SûbarJi Aşkan de ji Gotî de ji ExmînXwedî keyxan xwedî tac û felat in***Xwedî tor û nijada pir ji mêj deGelê Tirk û Ereb hatin ji dûr deBi ol wana kirin bindest gelê KurdDizanin Kurd xwedî axa welat in***Bi dîroka me Kurd lîstin gelek carGelek Kurd wan ji warê wî hilanînKetin şûn Kurd bi zorê û bi xapanHemû bajar û gund wan nav guhartin***Ji bo pada me winda kin bi carêHeta ola Zeradeştê me KurdanBi carê wan qedexe kir li nav KurdBi rol bû ew dema ewna ku hatin***Ji bo wî Kurd gelek kuştin ji boyîGelê Kurd ew nemîne yek li cîhanBila çewser bizanin Kurd tu carîSerî danên xwedî doz û xebat in***Ji bo jîna ku tên kuştin bijîn KurdWelat ewna li çewser tim dikin gorWekîn şêrên di zincîran bi ol wan

Dixapandin bi ser hev de nehatin***Nexwendî bûn li paş mabûn bi yekcarNe ew Kurdên berî çil sal nezan bûnNiha xwendin bi zanîn û bi ramanXwedî dîrok dilê nav rojhilat in***Nikarin rojê bi bêjingê veşêrinBi tîna pir bi şewqa pir li ber wîDibînim wer tu xurt î wê xwe negireNeviyên Nûh in ji kohê Ararat in***Tu caran qir nebe wê Kurd bi kuştinKu yek dimire gelek zarok dibin mêrBila dayik ji lawan re bimîninJinên Kurdan li pişt mêran kelat in***Welatê Kurd di nav de koh bilind inLi pişt Kurd in bi çekdarî tu car ewNeyarên Kurd bi Kurdên mêr nikarinBi dest Kurdên bi kêrî Kurd nehatin***Nema em guh didin axên stemkarKu talanker dizên tolaz li dor wîBi çewser ve girêdayî li ser KurdBi kêrî Kurd tu car ewna nehatin***Ne jî şêx û melayên çewt bi tizbîBi lavlavan selewat û bihistîGelê Kurd wan ji dijmin re dixapandNeyarên Kurd di riya wan re ku hatin***Welat bindest kirin wana bi carêHezar sal in bi kuştin û bi talanGelê Kurd bû berateyê ber segên har

Page 158: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

315314

BêbuharMisilman in ji wana ev xelat in***Demek wê bê bi ser wan de ji KurdanWekî kurmê ji gûzên Hind ku derketJi Kurdistan ti sûd nakin bi carêBiçin ew cî ji wir ewna ku hatin***Li Kurd tev Bêbuhar şîret dike ewNeyarên Kurd ne yên çewser li ser KurdNeyarên Kurd gelê Kurd ew nebe yekNeyar ar in ji wan re Kurd şewat in***Gelek şerm e ji Kurdan re di çaxêKu gel war kin li ser heyvê bimîninJi pêxwas re ji Îran re ji Tirk reKu bindest in neçar in bê felat in

Ez Kurd im

Ez Kurd im serbilind imNe ser di ber de xwar imÇêbûm û heta nihaLi dijî koledar imAdemê duduyan Nûh imXwediyê keştî kevnar imEz Mîdî û Mîtan imÎlamî û Sûbar imZeradeşt im ola KurdÛ rêdar û ravar imEz Xusro û Cemşîd ûKawayê Hesinkar imIsfindiyar û RustemÛ Darayê şandar imXuhermendê Exmîn im

Xwedî hêz û serdar imJi Hindê heta YûnanEz ew ê fermandar imEz ew Selahedîn imLi cîhanê navdar imMin xaçhilgir şikandinJi Kurdistanê narimLi ser çiyan Pêşmerge meŞêr û pilingê har imPaşverû Tirk û ErebÛ Ecem re cengdar imŞerm e di çerxê bîstanHîn bindest û çar par imDivên winda bim lê naEz wek rojê diyar imXurt im hîmê min xurt eLi ber bahozê narimPir gel ketin winda bûnVa hîn jî ez li dar imAştîxwazê cîhan imHevalê yên hevpar imEz mafê xwe dixwazimWek gelan xwedan war imBi ol wan xistibûm xewLê îro ez şiyar imPir berf û baran hatinVenemiriyam pêt û ar imLi dijî koledaranDojeke pir dijwar imÇep im li ber rastê xwarWek maçîn û dîwar imLi alîkî dixwînimLi alîkî li kar imLi alîkî kone meLi alîkî çekdar im

Page 159: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

317316

BêbuharEz ê mafê xwe bibimJi ber ez tim dozdar imBuhareke nû çêkimJi ber ez Bêbuhar im

Kurdistana Swêd

Kurdistana me ya dîrok kevnarJi dema Nûh de ava û li darWarê Zeradeşt xaka xweş û pakJê rabûn serdar pir serwer û çakDi Kurdistan de abor û miletDi nav de çêbûn pir mîr û dewletMîdî û Mîtan Lol û AşkanîÎlam û Sûbar Got û ExmînîKaşî û Xiltî Salar û RiwadMerwan û Dostik Înan û ŞedadFedlî û Xorşîd Zend û EyûbîBiraxa û Kilîs Mukrî û BabîMirdês û Dasinî Gulbax û XerzanŞana Mîr Azîz dewleta BotanDewleta Libnan Mîr ÎmadedînDewleta Kurd bû bi nav û dizgînDewleta kurdî dawî MihabadSalkê dirêj kir bi rêdar û dadBi destê Kurdên gernas ava bûnPir pakrewan çûn ji bo serxwebûnEm Kurd kevn in wek Grek û FenîkEm bûn misilman man Metafizîk!Bi dest Rom û Tirk Ereb û EcemWelat rûxandin tev bû derd û xemBer çar hezar sal em Kurd pir zan bûnJi Yûnan wêde hov û nezan bûnTev ji me hîn bûn kar û riya rast

Pêş ketin gihan tiştên ku wan xwastRabûn li dijî papa û dêraJi ber xwe xistin pêşketin pê reBerê ew bûn ên sermat sergeştÎro warê wan bûye wek buhiştÎro mişext bûn qelsmêrên KurdanQelsmêr çûn Swêd Kurdistan berdanPeymana NATO, CENTO û EtlesXwarin pir kirin ji bo kesên qelsJi bo xwedan doz Kurdistan berdinDaxwazên Kurdan hemû bi derdinJi bo yê here nema vegereNavê Kurdistan bi carde hereBerê bi zorê kes dibûn koleKoletî îro xwarin û mal eTeksî û vîla şûştin û nazikGeşt û kazîno keçikên xweşikQels Kurd li Swêd bi car war kirinKurdistanek nû li wir saz kirinKazîno kirin parlemana xweQelsmêrek kirin ser komara xweBi hev re dikin fîxan û qarqarDibên bijî ev serok û komar!Kurdistana kevin ji me re nabeKurdên li wir man bila ya wan beÇiyayên bilind in gelekî sar inBerf û bahoz û şikeft û dar inJi dema Nûh û Mîdî de mayîBi bombên çewser hemû rûxiyayîLê warê xelkê nabe yê meriyanDibêm xweştir e jê xana keranEw kesê her roj kuştiyan nebîneEw xebat nake ji bona jînêKesên binamûs welat bernadinRûyên xwe naguherin pişta xwe nadin

Page 160: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

319318

BêbuharKurdistana kevin welatê bavanJi min re lêkin gelek silavanLi ser wan çiya û lat û zinaranPir xurttir e ji bombên neyaranPêşmergên di nav wek şêr û baz inŞapik li wan in dîsko naxwazinXwînê dirijînin ji bo serbestîKurd reha bin ji jîna bindestîXweşmêr şer dikin sal bû bîst û heftXewgehên şêran zinar û şikeftPişt nadin guhbel Yaşar û UbêdŞikeft xweştir in ji vîlayên SwêdHerçî binamûs divê vegerinJi xwe kesên qels û pîs nema vedigerinKesên qels û pîs bi zor nabine mêrÇelîkên roviyan ji xwe nabin şêrBêbuhar bi dil bû wek CegerxwînEw jî li pey wî tim dike qîrîn

Sî roj

Sî roj zivistan derketî min nedîPêşî meha Nîsan ji mal derketimDerve li hawîr min gulên rûgeş inMin dî li nav wana gulek çilmisî***Wer stûxwar pelg daketî pir melûlRoj nagihê mayî li ber sî zinarMayî wekî min bê buhar wer bişînMin got gulê wek min tu jî bêkes î***Bilbil li ser pelgên te qey nacivinDiçin dixwînin tev li ser geş gulanBes ê di bin serma zivistan tu yî

Wek min buhar hatî tu pê nahisî***Havîn li pey tê hişk bibî ba bibeKal bûm temen diljar hemû min buhartEm wek hev in jîna me tev bê buharSerma dibin ew berqefên tim bi sî***Dostên min jî kêm bûn wekên bilbilênBê sûc tu berdan çûn çima geş nebîNîrên ku teng dostên mirov kêm dibinRojên fireh dostî nedî her kesî***Dostên ku mêrxas û binamûs divimWek gur hevalbendê xwe ew bernedeNavim ku dostê wek segan dijîYê ket dibin ê xurt bi car carisî***Şana ku hingiv çêdike ew ez imTiştên gemar ez tim ji wan dûr dibimJîna bi rûmet pak divim jîn bibimNavim bijîm jîna bi tim çilfisî***Zanim ji ber wî ez bi mal paşketimLê ez gulê dawî dibêm rast ez imÊn pîs bila ew tim bibên şaş e evPak bim guh nadime her kesî***Pakî ne ew çermê ku pak kinc li serPakî dilê xiş tê nebe tim dirustOldar kesê tiştê nerind ew nekeRindî bike Yezdan li ba ew kesî***Navê te wê wer pak bimîne gulêEz jî bimînim pak bila BêbuharMaldar min navê pîs bibim goşt bixwim

Page 161: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

321320

BêbuharXwarina min be bes nan bila tim tisî

Şîna Helebce

Hey Sedamê tawankarTu bûyî wek hovê harTe Iraq kir tar û marTe axa wî tev kir xwîn***Kurdistana wek buhiştAv û çiya û dar û deştHavîngeh gulzar û geştBa xweş û gelek şîrîn***Bi barûtê te reş kirEw şînayî te hişk kirTe pê dilê xwe xweş kirŞadîmanî te kir şîn***Bi sedan gund wêran bûnBîst û pênc şar xopan bûnPir Kurd man bê nan û şûnBê derman man ên birîn***Xelkê çiya û zozananTe avêtin germiyananBê xebera xwedananPîr û zar û jin digirîn***Bavên zaryan girtî neYê pûç bûye yê dîn eJi wan re Xweda nîneBendên Nîhaya bixwîn***

Zarok mirin bi sedaDi hembêza diya xwe deJi ber te derman nedaTu ji Kurdan re dil bi kîn***Kurd naqelin bi kînêYê xwîna Kurd dirijîneJînê li nav diçîneKurd jîneke nû dijîn***Zarok cengê naxwazinZarok aştî dixwazinDixwazin bê tirs razinBêguneh in dil bê kîn***Ne îslamî xuya nePêxember got bira neMa ev bext û wijdan eHec Sedamê dest bi xwîn***Te got min Kurd winda kirMin reh ji bin de rakirDîsa Kurd şoreş rakirTu mayî yê derewîn***Bendê te danî çiriyaŞoreş xurttir vegeriyaYê neyarê Kurd giriyaLi neyarên Kurd bû şîn***Gelê Kurd li te zor kirPir leşkerên te qir kirQada xwe ji dest te birBûyî cinawirê dîn***

Page 162: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

323322

BêbuharWek Hîroşîm û NagazakîDixwazî Kurd winda kîLi Helebce bi carkîPênc hezar kuşt deh birîn***Nagazak û HîroşîmJi rizgarî re bûn hîmTarî ron kirin bûne mûmGelên bindest riya xwe dîn***Bomba zirrî ji te natHew ev ji destê te hatTê hîn bikuşta sed qatHevdeyê Avdara bi şîn***Hitler wekî te nekirBombên jehrê pîj nekirTe li Hitler zêde kirAmerîkanan tu kirîn***Gelo hevparî ev e?Ma bi gotina dev eÇewt neke jê nereveTiştê buha û şîrîn***Sedamê zirz û bêvacTu li ser kursî HecacFerman dikî bê armancLi ser wî kursî bi xwîn***Çawa bê wijdan dijîJin û zaryan dikujîBi jin û zar î tu jîBes e hovê har û dîn***

Ka ew şahê tawankarKa Nûrî Seîdê harKa Neronê stemkarKa Hitler û Musolîn***Helebce û Xormala dîlTe kir wek Sebra û ŞatîlTu bûyî wek ÎsraîlMa çi ferqa te û Begîn***Lê Kurd tu car naqelêWek nizêzê dikelêKurd li we çaran belêHûn bi sam û tirs dijîn***Lê Kurd wekî te nakinWê tolê ji te rakinTikrîtê wêran nakinLê çêbû Selahedîn***Hey hec Sedamê celebNeyarê Kurd û ErebHev dikujin bê sebebNema Kurd bindest dijîn***Li her cî Kurd şiyar bûnRast û derew xuya bûnDoza Kurd e serxwebûnDivê Kurd serbest bijîn***Neviyên Mîdî û MîtanWa şer dikin li ser çiyanBi zanebûn çek hildanLi te û Xumeynî û Evrîn***

Page 163: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

325324

BêbuharHer Kurdên mêr û zaneMirin bi wan erzan eKurdistan xêr û kan eBes e Kurd xizan dijîn***Kurd xwe dayî ber keysêTayê cengê dirêsêBêbuhar jî tev dozaZan Xanî û Cegerxwîn

Gelê Kurd

Gelê Kurd ma heta kengî neçarîDi zîwarî melûlî wer tu bindestTu birçî ev nezanî jî bi serdeJi dest çewser bi xwîna Kurd gemarî***Ji Sasanî ji Îraban ji SelcuqJi Osmanî heta îro tu bindestLi cîhanê kesek bindest nemayeHeta kengî bimînî wer bi jarî***Welatê Kurd hemû petrol û kan inNeyarên Kurd bi talanî dixwin tevTu jî wer bû xulamê wan bi nizmîLi ber wana serî hildî nikarî***Wekî xelkê divê rabî bi xurtîBixwînî da bi zana bî tu çêkîÇekên pir xurt firokan lê siwar bîJi ber wî ve keran hîn lê siwarî***Heta kengî şivanê pez bimînîBi vî hawî tu car rizgar tu nabî

Ne çekdar bî li ser çiyayên bilind bîBimînî wer di wê korta gemarî***Ji derve kes tu car nayê bi zorêTe dernaxe ji dest çewser reha bîDivê rabî bi mêranî bi hev reKu serbest bî ji dest çewser tu karî***Gelek şerm e neviyên Mîdî ku wa bîHeta îro di bin destan bimînîBi mêrxasî li cîhanê xuya yîRehê pak î neviyê Mîdî tu arî***Bibî kole stemkarê ji derveKu hatin ew li ser warê te wer manJi Îranî guhên wan pêl serî hişkJi Tirkên zer ji çîpreşên gemarî***Ji derve de ewên çîpreş ku hatinLi dij Kurd ên mirin ew bûn ziyaretBi dest wana gelek Kurd mift mirin çûnDibînin Kurd dibên gorê kifarî***Bi ol hûn perdeyê reş man li paşîBi sofîtî ji şêx re bûn pezên şîrHinek bûn diz li ba axên stemkarJi hev kuştin dubendî tim neyarî***Hinek maldar li bajaran ticar inQe guh nadin welat bindest ku mayîBi çewser ve girêdayî li dij KurdBi çewser re xirab nabin tu carî***Gelek Kurdên hejar çûn man li derveNema ew tên ji dest çewser û axan

Page 164: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

327326

BêbuharJi dest wana gelek zor dîn revîn çûnWelatê wan nema tê de sitarî***Gelek zarok nema zanin ku Kurd inNema kêrî welat ew tên li wir manBi çewser re li ser Kurd bûn giranbarDivê rakî tu vî barî nikarî***Niha jî hin ji Kurdan bûne zanaLi hev nakin li ser kursî ji kartonNema ew bîr dibin çewser ji bo hevBixînin ew li dij hev tim neyarî***Gelek wek Bêbuhar hatin û nalînJi ber derdê nebûn yek Kurd li paş manNexwendî bin ku hev negirin ku wer binJi bin destan reha nabin tu carî

Êrîşa Tirkan

Evren bila rind zanibî sala hezarÛ nehsed û heştê û sê ew sal ne wekA bîst û pênc çaxê Kemal tev xwînmijêKenan Beg e wek wan tu Kurdan qir bikî***Çawa tu xapiyayî ketî erdê Kurdên IraqMêrxas neviyên Rustem li wir pêşmergeyênBarzaniyê cîhan hejand wî fêr kirîEw ax kirî volkan herî wir pêl bikî***Ma qey tu bîr nedibû Melek Xazî IraqŞahê Ecem Kurdên Iraq herd pîs kirinHejde hezar leşker ji Tirkên AnadolKuştin bidî wana li wir winda bikî

***Kalê te Cengîzê Moxol ewya û Ho- Lakê Teter cerdên giran wana ji KurdHavil nekir pir leşkerên wan lê mirinTiştek ji Kurd wan çar nekir tê çar bikî***Êdî nema em Kurd dixapin yek bi wanÊn ol kirin perde li paşî yên keleşKurd qir kirin talan kirin namûs birinTirkên teres hatî tu jî vir wer bikî***Kurdên di bin destê we jar qey hîn ne besEw kuştiyên Dêrsim û Agirî yên GelîZîlan û Amed qir kirin neh sed hezarVir jî bidî ser wan li vir wek wan bikî***Rind zanibî herçiyên şiyar mal nê dizînBê xwendinî Kurd çav vebî dil kor dijîDerzî xewê pê Kurd we gêj kir xist xewêYê raketî her tişt bi wî karî bikî***Îro neviyên Kawa û Rustem ên dilêrTev xwende bûn şerker bi şer re zane bûnAxa welat ê ew nehêlin baz nedinWê ew bikin gora te ger wir pêl bikî***Hûn tim dibên Îslam birayin wek hev inXwîna biran ger rast bira bî namijîBê kuştinî mafê gelê Kurd tê bidîMafê gelê Kurd tê ji wî re mohr bikî***Evya welatê Kurd divê hûn jê bi carBar kin herin warê we Tirkistan e ewQayil nebî gemî Nûh waye ew li serQet Nûh nikarî wî tu car înkar bikî

Page 165: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

329328

Bêbuhar***Kurd em nevî Nûh in rind zanibîMîdî û Mîtanî û Sûbarî em inBavê gelên cîhan em in navên ti carQada me ya paqij tu wî mirdal bikî***Dengê Riza tev Şêx Seîd tev ên şehîdGazî dikin tola me rakin hûn ji wanTirkên neyar ew xwînmijên dijwar û harKurd raperî êdî nikarî kerr bikî***Mezlûm û Xêrî û Kemal wan gur kirinHeftê û sê girtên li Amed ên şehîdWana xwe dan sotin ji bo Newroz bijîTîn daye çar alî nikarî sar bikî***Hûn guh nedin ew Ataturkê bav CihûMamosteyê wî ew Stalînê neyarDehlên mezin dar tê birîn telh şîn dibinEv çax ne ew çaxê tu Kurdan qir bikî***Xweş Bêbuhar zane tu car Kurd namireÎro gelan tev nas kirin çekdar e KurdGer zor hebe maf wê tu car winda nebeRast rê ye ew wayî nikarî xwar bikî

Raperîn

Pir car gelê Kurd radiperî jê dimirPê paş diket dîrok bi wî nû dikirEv car hemû Kurdên Iraq wek lehîRabûn bi hev re raperîn her bijî***Çewser hemû rêş kir li nav yek nema

Tola şehîdên Kurd ji wan rakirinÊ koledar çi bike li ber ew gelêBû tav buhara xurt li jor hirmijî***Axa welat tev kir birûsk leşkerênXwînmij Sedam lê bû wekî dojehêAv daye Kurd dara jiyanê bi xwînBahoz ji çar alî were nahejî***Çewser nizanîbû gelê Kurd li virTev bûye yek pêşmergeyên ew dilêrBarzaniyê şêrê welat qehremanDeng da li nav cîhan bi wan re hejî***Kurd yek ku mir zarok li dû çêdibinKurd ew xwedî axa welat narevinÇewser bila rind zanibin Kurd tu carEw namire herçî gelê xwîn rijî***Ev dem ku bindest bî gelek ar e ewAr ew bi xwîna yê şehîd pak dibeQayil dibe bindest kesê bêşerefYan jî kesê ehmeq bi car bêmejî***Bindest ji Kurd pêve li vir kes nemaKurd bûne çar çar bûne yek tev li KurdFerman bi îslamî kirin wan li KurdGer rast ku Îslam bî bira nakujî***Îran tevî Tirk û Ereb bê fedîEwna dibên Îslam birayên hev inKurdan dixapînin bi ol ên tawanTim kuştinî talankirin xwînmijî***Dan Kurd buhişt wana ji Kurd qad birin

Page 166: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

331330

BêbuharQada me Kurdan wan li hev par kirinÊn Mît kirin şêx û melên olperestKurd tim dixapiyan ji dilpaqijî***Yê qad nebe namûs di wî de tuneTalan bibe namûs here ber linganNaçe buhiştê ew kesê bêşerefAzad nebe ew gel ku bindest dijî***Avdar li Kurd geh reş dibe wek tenîGeh geş dibe ronî dide şa dibinSal not û yek Avdar neyar mat kirinHer yek ji wan ma ser li jêr ponijî***Pêşmergeyên Barzaniyê şanbilindÊn koledar her çar li dor pûç kirinAla me Kurdan rakirin jor bi cengWek Bêbuhar gorî we Kurd her bijî

Şîna Qeladizê

Sala hezar ê nehsedê heftê û çarNîsan ku roj bûn bîst û çar ew QeladizŞarê gelek şîrîn û xweş pir rind û nazBeisiyan kirin lê reş zivistan ew buhar***Ewrên zivistanê reş in baran e tevEwrên ji Beisiyan xerdel in napal û arSuxoi firokên Sovyetê ew berdidinÎro li şarê Qeladiz pir têne xwar***Xwendingehên zariyan li wir xopan kirinWana kirin xwendin li nav Kurd çênebeArmanc ji bo zana ji nav Kurd ranebin

Mamosteyên zana mirin tev xwendekar***Îro li wir qîrîn û hawar û girîMafê mirov rabin herin wir lê binênLaşên li erdê man li wir wer bê xwedîYên sax li wêrê bar dikin jê koçebar***Kîna Miheleb û Umer Xalid WelîdMabû di xurcê wî Sedamê dilkevirÎro li Kurd ewya wekî qada dikeÎro dixwaze ew bike Kurd tar û mar***Kurd jî mirov in qey ji bo Kurd maf nemaYaxud mana bi hin li vir winda ne emÊn koledar tev wek Iyad kurê XenemEwna gur in îro li dor Kurd çar kinar***Rab hey Selahedîn li Kurd rind mêze bikLawên te Kurd îro li wan çawa dibeQencî te kir îro li Kurd çep vedigereRab lê binêr Îslam li Kurd tev bû neyar***Hey xwînmijên Bexdê bila hûn zanibinKurd namire wê wek xwe bin hîn zêde binEhmed Bekir xwînmij Sedam dinya hebeWê wer li ser eniya we be ev eyb û ar***Aşûr û Rûm Tirk û Ereb cerdên MoxolHêzên Teter wana ji Kurd havil nekirKî hat ji wan wî xwest ku Kurd winda bikeEwya şikest Kurd ew ji hev kir tar û mar***Tevde ji bo axa bi xêr pîroz û xweşEw zeft bikin lê war bikin ew jê bixwinSer erd û bin dengê me Kurdan kerr bikin

Page 167: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

333332

BêbuharNavê me Kurd winda bikin ewna bi car***Mesûdiyê yê ol Ereb dîrok nivîsîTev derew wî Kurd kirin zarên cinanCin agir in ew cin ji Adem paktir inBavê we yê Adem ji wê axa gemar***Em pê dibin pir serbilind Arî ne emPak in bi her kar û finazê em li serWî jîn dibin dilpak û çak ên reh ku pakDostê bi dostan re dirust dij ê neyar***Çewser çiqas zorê bike wê dom nekeWê şev li pey wî roj hilê ronî bideGoştê ku nê sotin hilm wê xweş nebeHerçî ku negirî nakene ewya tu car***Hey koledarên Kurd di bin destê we deRind zanibin wê Kurd tu car serşor nebeEw gel ne çekdar be li ser çiyayên bilindWê ew bimîne wer di nav kortên gemar***Çekdar e Kurd îro li ser çiyayên bilindBawer bikin wê Kurd bigihe mafê xweyîTim doz dike pê rind dizane BêbuharWê hûn bimînin derbider bê cî û war

Leyla Qasim

Sala hezar û nehsed û heftê û çarBû şîn li Kurdistan hemû sêzdeyê EyarLeyla bi darvekirin keça Qasim HesenFermandarên Bexdê li wan ev eyb û ar***

Çarê yekê qîzê me Kurd ew darketîÎro di bin axa welat de raketîPerwer Cemîlaya Bûhired wer nebîBerdan ji zindana Fransa derketî***Xort û keçên Kurdan tu car bê vîn nebinHerçên gelên nemirin tu car wê jîn nebinŞoreş bi yê azadî divê dîlan e ewŞoreş tu car wê bê mirin bê xwîn nebin***Herçên ku azadî divên wan jîn ev inTim derbider ewna li mal ranakevinEwna dibin nêçîr ji bo yên koledarYan kuştinî yan girtinî yanî revîn***Xort û keçên Kurdan tu car şînê nekinŞapik û şal çekdar li ser bejna xwe kinŞoreşgeran şîn û girî şerm e li wanXort û keçên Kurdan divê şer sar nekin***Leyla li pêş qîzên me Kurd rêçek vekirWê kinc ji ala Kurd li ser bejna xwe kirWayê bi cî anî dirust BarzaniyetDojek ji şoreş re li dij dijmin vekir***Şoreş li dû Leyla gelek wê xurt bibeEw ar venamire her here wê gur bibeDijmin çiqas zana û xurt ew şer bikeDijmin li ber Kurd wê ilem serşor bibe***Leyla ji vir bar kir gihişt ba Şêx SeîdDawet li wir bû bûk ji bo xortê şehîdQazî tevî wî Şêx Rizayê pakrewanCiviyan li dor wê pakrewanê xortên egîd***

Page 168: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

335334

BêbuharÊn pakrewan wana ji bo Kurd şer kirinXwîna xwe ya paqij ji bo Kurd ro kirinDîrok bi wê xwînê ji bo Kurd kevin nebûBerhem bi wê xwînê gelê Kurd jîn kirin***Xwîna şehîdan sor dibe ronî bi şevRonî nebe riya rast tu nabînî bi şevÇekdar li ser çiyayên bilind ger şer nekîRûnî li mal mafê te nade tirs û rev***Rabûn bi çekdarî hemû xortên şiyarTev şer dikin xortên wekî Îsa SiwarÎsa li dij dijmin tu caran nerm nebûKuştin bi dest Kurdên xiniz kolên neyar***Dijmin ji Kurd talan dikir mal û melalWî mift dibir kuştin didan xortên delalÊn koledar îro me ewna nas kirinÎro li dij wan şer dikin xortên heval***Mafê gelê Kurd wê bibin dilxweş bikinRûyê koledar wê tev li cîhan reş bikinLeyla bi karwanê şehîdan re diçeRêbir û diz şevreş bi wan re şer dikin***Rê dûr zivistanê bi şev tim berf û sarDar û devî tarî li pêş rê xwar û marKarwan diçe şevreş li dû wê roj hilêIlem zivistanê li dû wê bê buhar

Laleş

Pîroz li Kurdên Êzdî tev dikimKurdên bi ol ku pak mayî bi ol xwîn dirustLê rakirin heftê du ferman nemirLaleş nivîskarên buha her bijî***Herçên wekî Lûlû û Wehbî neyarOla misilmanî kirin perdeyaXwînmij li paşî Kurd ku tim kuştinîAx sor kirin qasî li ser xwîn rijî***Dijmin bi wî xweş bawer in zane yinOla ku ew xwendin bi Kurdî bi wîDîrok bi wî bingeh ji niha tijî***Dijmin dikin winda bikin lê nemaWinda dibe qels bû xwedî xurt dibeRoj bên dirust Kurdên misilman hemaBawer bi wî birîn bi dil paqijî***Ava ji nav axa me be ew tu carWê nê birîn axa me wê av bibeAva ji nav axa me nê zuha bibeBaxçê me ew wê bimîne bejî***Ev ol bi dîrokê girêdaye KurdEv ol hebe pê Kurd tu car namireKurd her bijî nemirî berê namirîEz bawer im êdî tu car nahejî***Ola ku Yezdan ew dirust çêkirîTawus ji Yezdan de li ser daketîWê ew tu car winda nebe bawer imMihr ji Yezdan de li ser rijî

Page 169: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

337336

Bêbuhar***Olên dizîn wê ew nebin bend li berDestê Xweda wê tim li ser be neyarÊdî nikare ew li dij şer bikeYê paşverû zengar ketî mejî***Mîr û qewal koşek û zar xweş inPak in biran wek pereşt kar dikinBê kîn dinyayê dirust jîn dibinKinc û dilê wan tev spî paqijî***Zerdeşt û Hadî herdu tu car namirinCilaw û zend wê herd dinya hebinGuh nadimê Kurdên ji boyî neyarEw kar dike bîjî jî bin hê hejî***Kurdê wekî xwarina genî bîn ne xweşGuh nadimê wê ew tu car pak nebeEz guh didim Kurdê ku hê bavê dirustXwarî ji dê şîrî helal şîr mijî***Şingal ji çiyayê Tûr gelek xweştir îLaleş ji Qudsê û Mekê kevintir îBaşîq û Behzan hûn li ban Ezher inTiştê sivik vala li ber ê tijî***Lê zor hebe rastî li ber şaş dibeRastî nebe winda dibe dad li berGer dad nema zorê divê pîj bikîMaf tê birin çekdar bi şer hevkujî***Şaş in neyar dîrok li Kurd çewt kirinDîrok ji nuh de vegere nû dibeWê yê dirust winda nebe wek xwe beÇerxa felek vala dibe geh tijî

***Kurdên şiyar hûn dest ji hev bernedinKeysê ji dest xwe hûn tu car dernedinAva bikin pir xweş bikin hûn wekîQuds û Mekê Laleş bila her bijî***Va Bêbuhar gazî dike Kurd ji hevEm hez bikin paqij in wek hev inÎro welat loqenteya xwarinêHer yek bixwe xwarina ku wê dil bijî***Baxçê li nav gul pir bibin xweş dibeHer yek bila ew bîn bike ya divêLê gul li ber mala min be çêtir eDûr be ji mala min li dûr ew bijî

Heyva li çardan

Heyva li çardan dêm tu yîRonî didî nîvê dilaEşqa te ya yê pê nexweşDerman tu yî hem jî belaPor zaferana Hind min dîTêl têl li ser dêmê belaEbrû kevanê RustemîTîr tên ji wan nîvê dilaHawîr perî rojê bijangÇavê te kesk pelgên gulaSor sêv hinarkên rû te yinLêv şerbeta van sorgulaDev xunceya mircan diranWan ez kirim derd û belaGerden şûşa enberêMest û ji hilma jê delya

Page 170: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

339338

BêbuharSînga spî sêvan li serHildane gewdê paxilaBejna sero gava tu hatBêhemd min got sed maşelaGovend gerî pêşî te girtTarî li min wek roj hilaTalan te kir dil bir ji minBûyî Sitî ez bûm melaNaçim hecê qubla min tîÇi bikim bi wan som û selaEz bûm wekî SenaniyêKet mezheba ola FilaMin dî di xew sîng bû buhiştKêfxweş li ser min dest pelaAva jiyana min li serKanî ji Bîngolê belaMin got vexwim belkî bi wêDerman bikim derd û kulaRabûm ji xew xewna min pûçMin got rebî la hawla welaHêsirên min şand arê di dilHêsirên ku wî arî kelaGot Bêbuhar êdî bes inRistên li ser van rûpelaEger yarê hembêz nekîÇi bikim bi nîşana tilaGer wek Siyamend mêr nebîYar nê bi lavlava mela

Bextê gelê Kurd

Bextê gelê Kurd ew çima wer dibeYê pîs ji wî re ew çima rast dibeYê rind ji wî re wer çima xwar dibeYên ji Kurd re çêdibûn wek pira***Kurdên li Sûrî qenc çima paş ketinRojên ku teng mûm bûn bi şev vêdiketinKurdên nezan ên pîs bi wan pêş ketinWinda kirin mafê kesên rind çira***Qelsmêr û pîs îro hemû bûne mêrÎro ji dijmin ho dibin rol û fêrBûn kûçikên deriyan hemû bûne têrÊn pîs ewan îro li ser şûn perwera***Bê tirs firotin Kurd li nav kar dikinKurdên nezan ên pîs li hev par dikinMûçe dibin riya rast li ber şaş dikinCî çêkirin pîsan li nav kerkera***Kurdên nezan ev parçebûn ma ne besMafê dilêran hûn didin ên teresWê Kurd tu car rizgar nekin ên teresRizgar dibin gel tim bi dest perwera***Gur kuşt sipêk kûçik dibin lê xwedîKuştî guran kûçik dixwin ked nedîKûçik dibên ên kuşt em in bê fedîBêhiş dibînin kûçikan wek gura***Jîna xwe tev sofî nimêjê dikinJîna xweşî sofî xwe jê dûr dikinGer bê buhişt sofî nimê wê bikin

Page 171: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

341340

BêbuharYezdan buhiştê ew bide gawira***Partî min a Barzaniyê cengawerRojên min teng tê de buhart bêvegerÎro ferê herçîn ne tişt bûne serHiştin kihêl meydan kirin a kera***Axên terî yên koledar paşverûMixtar û zariyên melan ên durûWê rast nebin ewna tu car ên durûBarê neyaran radikin wek kera***Axên gelek hêja hebûn dilawerEw bûn li nav Kurdan dilêr cengawerBerdan ji ber çewser welat man li derNatin firotin ew nebûn ên pera***Partî bi qelsmêran tu car nameşêRojên ku teng ên zan bi wan naxweşêWek xaniyê bingeh nebe hilweşêWê sûd nedin kûçikên neyar ên pera***Lawê Elî lawê Ebasok ez imNabim dizê axan şivanê pez imWek wan çilek malê milet nadizimŞêrê berê kalê min bû yê şera***Tirk û Ereb tevde ditirsiyan ji wîYên wek Temir Paşa neçar bûn bi wîHeştê hezar kes bir hec pêş ewîTev sax vegerandin li mal wek bira***Nabim wek ên şêx û melên çewt kirinWana bi ol malê dinê pir kirinŞêx û melên rast Kurd şehîd çûn mirin

Îro li şûn wan in segên nav fera***Tev bûn xulam karê neyaran dikinÎro şerê Kurdên binamûs dikinTeirîb li nav Kurdan ewan çêdikinXapiyan bi wan Kurdên nezan wek kera***Yê hiş nebe wê laş neêşe tu carNamûs nebe wê jîn bibe tim buharEwna dêşin ên binamûs şiyarDimirin şehîd diçin digihin serwera***Ez yek ji wan im ê ku jîn BêbuharRojên ku teng em bûn li dij koledarHûn zanibin Kurdên kerên koledarŞêr im tu car şêr nakevin axura

Şehîd Kemal Ehmed

Kemal Ehmed şehîdê Kurd tu namirîLi ba Kurdên binamûs pir buha yîTe jîn tevde bi têkoşî buhart çûDi dîroka gelê Kurd de tu mayî***Ji Mesûd re tu piştvan bû li SûriyaDi rojên teng li pişt Partî DemokratWekî çiyayê Metîn bûyî di şer deJi Barzanî tu fêrbûyî hedanî***Ne rind çax bû di tengî de te bar kirJi nav Kurd ew bi hewcî yê wekî teLi dor Kurd çar gurên har in bikîn inLi çolê pez divê jê re şivanî***

Page 172: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

343342

BêbuharTu hevdem bû ji bo partên gelê KurdLi nav Kurd her hevalên qenc bişîn inHela çûyî te em berdan di jarîNe bes bû ev te Şêxmûs bir bi canî***Li Qamişlo serî xwezî we hildaJi darbestê we gel bidiya bi hawarWekî pêlên ji deryayê li pey weWe şîn danî li şûna şadîmanî***Gelek derd in li pey hev tên li ZîlanLi Dêrsim û li Agirî û li AmedMihabad û li Zêwa û li ZaxoHelebca jar li ser wan yek we danî***Ji Rûman û ji Aşûr û ji FarsEreb jî hat bi îslamî li dû wanGelê Selcuq û Osmanî û MoxolTeter jî hat li Kurd bû tim ziyanî***Me got xwende ji nav Kurdan ku rabinNeyar êdî nikarin Kurd ku bindestBihêlin lê dibînim hîn xirabtirXwezî berê çêtir ji vî zemanî***Niha çi bikim gelê Kurd bi gemî qulJi çar alî bahoz li ser giranbarDi deryayê ku rê şaş kir neçar bûHeta îro tu rê nake xuyanî***Ditirsim xerq bibe ewya di deryaEger şofêr ne jêhatî nezan binTevî bar wê di deryayê here xwarDi bin avê here nake xuyanî***

Di vê rojê tu çûyî Kurd te berdanDi bin destan neyarên Kurd ku bûn yekGelê Kurd parçe bû îro li dij hevLi nav çêbû xizanî û nezanî***Bi derd çûyî ji nav Kurdan te bar kirDi gorê de serî danî te paldaNema têyî tu daxwaza gelê KurdBi Partî re tu wê doz kî nikanî***Herin bigihin şehîdên Kurd li ba wanLi pêşkêşên me Kurd ên çewt gilî kinKu hev nagirin bi bend bendî li dij hevGelê Kurd wan kirin warê nemanî***Nema ew bîr dibin dijmin ku çi dikeBi Kurdan yek li meydanê nemîneLi bazarê bi dolaran firotinDibên şaş in dibên her tu nizanî***Neman bajar neman gund nav guhertinEreb anîn kirin şûn Kurd bi zorêGelek jar û perîşan bû gelê KurdTu kes nabe wekî Kurd vî zemanî***Bi kuştin û bi lêdan û bi talanJi parçebûn gelê Kurd bû belengazLi ber çewser nema kare xwe bigireGelê birçî mişext bûn çûn biyanî***Silavên min li Qazî kin li Barzanî li MehmûdSeîd Pîran li Fûad û Ziya jîLi Leyla û Riza jî tev ElîşêrDibêje Bêbuhar dadgê we kanî***

Page 173: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

345344

BêbuharSerokên partiyan ên bûn gunehkarBidin ber dadgeha doza şehîdanBila rûreş di dîrokê bimîninDinalim wek Cegerxwîn kûr û Xanî***Eger em Kurd nebin yek tev di yek rêDi bin destan teres wê em bimîninTeres ewna tu car naçin buhiştêWekên şêx hin melayên vî zemanî Şîna heval Hemze Niwêran

Heval Hemze NiwêranMirî lê tu namirîHey hevalê riya dûrBarê welat rakirîWe Partî Kurd li SûriyaDamezrand sed aferîWe karwanek bi rê xistJi xebatê bar kirîÇewseran kir nekirinEw karwan venegerîHûn girtî yan firar bûnJîna we derbiderîLi Mezê û AxwêranDi zindanên reş derîBîst û sê roj li pey hevLi me dan ên nemerîBi dest çepên paşverûEw leşkerên serserîZariyên te man perîşanTe ew tişt bîr nebirîJi bo mafê gelê KurdMala xwe ji bîr kirîTişt mane pê nizanim

Ev tiştên min seh kirîEv e riya qehremananYan azad bî yan mirîPir azad nebûn mirinRamana wan nemirîDi pişt wî re gelê wîIlem mafê xwe birîÇar koledar li Kurd yekBi lêdanê leşkerîLê milet vîn xurttir eJi lêdanên leşkerîÇiqas li nav me çandinParçebûn û berberîTu çare lê nekirinMa dozeke nemirîWe kanser xist dilê wanÊ Kurdistan par kirîŞîn bû nema hişk dibeTovê ku we tov kirîHîn jî karwan dimeşeKarwanê we bar kirîXortên Kurd ên binamûsBarê welat rakirîSond xwarin bi KurdistanIlem bigihînin serîWê têkeve dîrokêEw xebata te kirîTu mêvan î li ba wanÊn bi te re doz kirîLi ba Nûrî Zaza ûOsman Sebrî nemirîCegerxwîn jî li ba wîHozanên rewşenbîrîBarzanî li hîvî teTev Îdrîsê can mirî

Page 174: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

347346

BêbuharLi gel Seîd û QazîHerin ba Îhsan NûrîFûad û Yûsif ZiyaÛ Xalid Begê CibirîTev Riza û ElîşêrElîşanê koçerîSeyidxan û ElîcanSelahedîn şan birîCemîlê Seyda LicîLi dij Tirk pir şer kirîKamîran û CeladetÊn zarê Kurd rast kirîÛ Şêx Mehmûdê HefîdŞahê Kurdan nemirîÛ Bêkes û PîremêrdGoran û Koyî serîReşîd Kurdê mêrxasÊ rêziman çêkirîEmîn Birûsk û Qedrî- Canê helbest gur kirîEhmed Namî û PaloHozanên dil agirîKenan Egîd jî çû wirEw perwerê nemirîBi hezaran mêrxas çûnNikarî wan bijmêrîSilavê min li wan kePakrewanên nemirîJi bo Kurd û KurdistanCanê xwe fîda kirîLi dinya çiqas jîn bîIlem mirin bê derîJîna min çû BêbuharUmrê min jî buhurîCî min li ba xwe çêkin

Hey hevalên nemirîHêvî dikim li nav KurdEz bimînim nemirî

Dostên nedost

Xort bûm min pir qencî kirinDostên nedost min pir kirin***Kêfxweş bi wan re tim henekNanê min xwarin wan gelek***Min got li min tengî ku bênDostên min wê kêrî min bên***Barê min ket xwarin nemaDostên li dor min yek nema***Rojên ku teng min yek nedîÎnkar kirin wan bê fedî***Min rind xwe nas kir dost tuneTev berjewendî bext tune***Nîrê mirovan teng ku têJin jî mirovan berdidê***Herçî li ba min nan dixwarEwya ji min re bû neyar***Dinya heta xwarin hebeKevçî mirov wê ber xwe be***Min dî mirov xwarin dixwin

Page 175: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

349348

BêbuharJê naqerin ta têr dixwin***Bes yek ji nav ên xwarinêKevçîk nexist dev ê dinê***Her yek divê ew kar bikeMafê mirov winda bike***Pir lê gerîm min maf nedîDawî di zorê de min dî***Xurtî li dinya rast e ewÇarser dike rast û derew***Rastî li dinyayê hebaLeşker bi çek wê çêneba***Madam eger rastî tuneRind zanibin dostî tune***Dostên dema yê wê hebinDawî ne wê kêrî te bin***Dostên ku rind bin hindik inDawî mirov ji bîr dikin***Dostên dirust dawî min dînMin dost ji wan pêve nedîn***Dostên min dê û bavê min manTewr dost ji wan pêve neman***Bav û diya min pir hedanBes wan ji min dest bernedan***

Wan rast ji min re kar kirinMan dost heta herd jî mirin***Şîret li her meriyan dikimHerçên dixapin şiyar dikim***Tiştên min got jê sûd bikinDostan wekî min pir nekin***Wek min nexapin dost pir inMêşên gemarê jî pir in***Mêşên ku hingiv çêdikinPeyda bikî pir hindik in***Tiştên buhurt jê sûd nekîMandê xwe wê winda bikî***Piştî ketim ez bûm şiyarMin nas kirin dost û neyar***Goştê ku xav ew dibirijêBê ar tu carî nabirijê***Piştî birişt bîn xweş dibeEw goşt kebab jê çêdibe***Wê bê zivistan nê buharLê ez tenê mam Bêbuhar

Page 176: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

351350

BêbuharŞîret

Şîret li her Kurdên dinêRaman bidin ser xwendinêPêş nakevin bê xwendinêYê ma li paş wî jîn tunê***Yê ma li paş ew sax mirîYê dil nezanî kor kirîKarê bike nagihe serîRonî ne bes ew çav tenê***Yê dil bi xwendin ron nebeEw dil wekî mecher nebeHer tişt bi wî berçav nebeTewr sûd nede wê yê dinê***Çêtir mirî yê ax li serFathan dixwînin xelk li serÊ sax mirî bê çareserWî tişt li dinyayê tune***Pêşî dibe şevreş û palRê xwar û mar kaş û newalRonî kê bî bê şemalBawer bikin yek jî tune***Xwende bibî pê zan dibîGer zan bibî têr nan dibîBirçî nezan erzan dibîDostê ketiyan yek jî tune***Birçî xizan xwendin nebeJîna xwe tev wê kole beXwendin hebe wê wer nebe

Herçî neçîne naçine***Xwende bibî zor kar bikîHer tişt tu karî çêbikîKarî li heyvê war bikîFerman bikî heyv û dinê***Tişt çênebe bawer nekîHer tişt tu karî çêbikîKarî li heyvê war bikîFerman bikî heyv û dinê***Xelkên Ewropa wek me bûnPiştî gelên wan xwende bûnRaman gerandin zane bûnWekhevî dan mêr û jinê***Diçin li dezgan kar dikinHer tişt bi dezgan çêdikinJîna mirovan xweş dikinRonî didin herçî dinê***Kurd rêncber in bê xwendin inKurd hîn bi hev re dijmin inXelk çûn li heyvê war kirinCî Kurd li erdê hîn tune***Herçên mirov em wek hev inÊn xwende bin wê pêş kevinHerçên nexwend pêş nakevinKarê Xweda tewr pê tune***Piştî biriştim ez bi arEz mam li dinya BêbuharNas kir nezanî ew neyar

Page 177: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

353352

BêbuharDostê mirov xwendin tenê

Buhar e

Em Kurd dibên ev buhar e xweş buhar eMeha pêşî ji buharê ew Avdar eJi xelkê re piyase û xweş seyran eJi Kurdan re hindik xweş e pir jar e***Di Avdar de Kawa ala Kurdan rakirDi Avdar de Iraq mafê Kurd pê ban kirDi Avdar de Kurdan li Iraq çek danînDi Avdar de Barzanî ji dinê bar kir***Şêx Seîd jî şoreş rakir û çek danîJi ber hevalên wî rabûn bi nezanîTirkan Şêx Seîd girtin ew bi darxistinLi ba pakrewanên berê serî danî***Wek Yûsif Ziya Kemal Fewzî û FûadWek Şihabedîn û Xalid Beg ên xanzadBi sedan kuştî û pakrewanên KurdanBi Şêx Seîd re serê xwe danîn bin qad***Seyidxan û Elîcan û Tewfîq û FerzendCemîl Seyda û Selahedînê lewendHisên Elî û Şêx Misbah û EbdilrehîmLi pêş Tirkên dijwar bi salan bûbûn bend***Derd û kulên wê Mihabada birîndarKûr dinale ji dest wî şahê dijwarPak Qazî Mihabad Seyfî û SedrîEwna jî bi darvekirin sî û yekê Avdar***

Mezlûm Dogan tevî heftê û pênc hevalanWan ramandaran û wan zana wan şepalanXwe şewitandin gur kirin arê NewrozêLi pêş Kurdan wan ronî kirin wek şemalan***Wan ji laşên xwe çira tije don kirinVêxistin tarî li pêş Kurdan ron kirinNe birçî bûn ne tazî bûn ne bêmal bûnTev ji bo Kurdan wan xwe canbêzar kirin***Bûn pêşkêşên pakrewanên Kurd bi zanîPir mêrxas bûn hatin kuştin bi mêranîÇûn Kurdistana rengîn mezin û navdarBa keyxan Dara diyarî û mêvanî***Jê re gotin piştî wî şanê teyî bilindTe ferman kir ji Yûnanê heta bi HindVa dijminan di pey te re wêran kirinWelatê tê zevî tev bajar û gund***Pir gernasên û zanên Kurd çûn mirin biyanWek Emîn Birûsk û Celadet û QedrîcanWek Ekrem û Qedrî Cegerxwîn û XanîÎhsan Nûrî Ehmed Namî û Kamîran***Wekî Ehmed Nafiz û Hesenê HişyarWek Reşîdê Kurd çêkir rêziman û zarÊn pakrewan û biyan mirin bijmêrinWan li rûpelan binivîsim nên jimar***Hin ji wana nivîskar bûn gelek zan bûnHin ji wana torevan bûn hin hozan bûnSed Kemal û Îsmet sed Nêrî û ŞahEz sond dixwim bi ramyarî ne wek wan bûn***

Page 178: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

355354

BêbuharPakrewanan bi xwîn av dan dara jînêDîrok nû kirin ji bo her kes bixwînêJi felekê xwestin ala Kurdan hildinKurd jî wek gelan serbestî bibînê***Heta îro jî Kurd jîn dibin bê jiyanBindest û bêzar li çar parçan perîşanPakrewanên Kurdistanê çûn bêjimarÊn Qeladizê û Zêwa jî dan pey wan***Mam Bêbuhar bi ristên xwe dikim hawarGelek hozan ji ber min mirin çûn diljarBi pêwestî dan pey felekê bi yarîLê feleka bêbext ji Kurdan re nebû yar***Lê va çar yar ji gelê Kurd re min dîtîGihişt mafê xwe gelê bi wana girtîHer çar ji gelê Kurd re ewna rast yar inXwendin û abor konetî û yekîtî

Şîna Doktor Ebdilhelîm

Ebdilhelîmê delalHey doktorê minalaQey tu zivêr bûbûyîJi vê dinyaya valaTu xort bû mirî bar kirJi nav dost û hevalaNexweş bi hewcî te neBijîjgeh maye vala***Diya te di pey te de çûQey te bêriya diya xwe kirTe ji bîr kir doktorî

Te bi erzanî çekirTu çûk bû bavê te mirFelek neyarî te kirBavê te bi canî mirTu bi wayî şa nekir***Gelê Kurd bi hewcî neXortên xwende û zanaBi hewcî doktoran inBi hewciyên dermanaKurdistan wêran kirinJi zora bê wijdanaŞar û gund kavil binêrBirîndar û bû nanaMin got tê bigihe wanTê minalan derman kîMinal mandê me KurdanÊ nexweş ketî rakîMin nizanibû zû bimirîNema serê xwe rakîTê malbata xwe hemiyanÊşê li wan peyda kî***Mirî çûyî dilê meJi dinyayê te bar kirÇûyî çûna bêvegerDi gorê de te war kirLi pey te şîn û girîXuh û biran bê war kirNema em te dibîninMe bejna te winda kir***Sed mixabin tu îroDi gorê de raketîBenên xurt bûn ne qetiyan

Page 179: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

357356

BêbuharBenê zirav ew qetîAgir jê dûr ne wek ewDerê agir pêketîLê Yezdan wer nivîsîJi dest mirov derketî***Doktor Luqman jî ew mirJi dinya havil nekirKir nekir ji mirinêWayî xwe xilas nekirDinya derî li wî girtGorê derî lê vekirHem welî him doktor bûCan ji xwe re çênekir***Dema te ji bîr dikimWê arma te dibînimDigihim bijîjgeha teNexweşên te dibînimNebihîstine tu mirîNaxwazim wan bibînimPirs dikin doktor kanî?Tev wan nexweş dimînim***Mihr li te bibareJi Yezdanê dilovanJi min re tê silav kîLi şehîdên KurdistanLi Qazî û ElîşêrŞêx Seîd û BedirxanHere ba Doktor FûadLi wîna bibe mêvan***Herdu derdên kevin û nûTev ji hev re bibêjin

Helebce û Zêwa û XormalKuştên destên qirêj inDêrsim û Zîlan û AgirîTev hev hêsiran dirêjinKurd tev wek min BêbuharDi vê çerxê de gêj in

Ji bêwarî

Ji bêwarî bes in derdan ku hiltînimGerm hêsiran heta kengî bibarînimDi laşê min birîn çar in dinalim werDikim razim xewa şev ez qe nabînim***Gelek gêj im di vî çerxî û dewranîWekî Ehmed Cizîrî jar wekî XanîNema ew vedigere roja min çû avaCegerxwîn jî wek min bû bi vî janî***Gelê min jî bi serde bû neyarê minBi dijmin re li ser bar bûye barê minGelê min ew neba dijmin bi min re besBila dinya hemû bûba neyarê min***Ne bes kal bûm xizanî jî bi serde hatMirovên min di hawara min yek jî natNeyar jar kir hemû Kurdên bi min re rastNeyar dinya kirî zindan li nav im mat***Meriyan çi bikin mirim ez çûm gorêGelek zan Kurd biyan mir çûn ketin gorêBinamûs bim bila ez Bêbuhar bimirimJi bo paqij bimînim ez min girt ev rê***

Page 180: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

359358

BêbuharMin girt riya Bedirxaniyan û BarzanîJi bo nemirim li nav Kurdan bi erzanîBi pîsîtî li nav Kurdan bila nemirimLi nav Kurdan bila bimirim bi rêzanî Gulnazê

Bisk û çavan kilde delalê GulnazêBes dûçikan hilde şîrînê oflazêEvîndarê te me wer li benda te me***Bi wan te ez kuştim bê ar ez birijtimTe ez bê war hiştim ez bê te ne tişt imEvîndarê te me wer li benda te me***Gava te nabînim tim bi ah û şîn imGava te dibînim hêsiran dibarînimEvîndarê te me wer li benda te me***Nayê hedana min zû tu were ba minTu vîn û hêviya min herdu roniya minEvîndarê te me wer li benda te me***Xweş nê evîn ar e xweş be wek buhar eSeyran û gulzar e xweş nê qir û sar eEvîndarê te me wer li benda te me***Wek Mem li min nekî wek Tacedîn bikîWek Mem li min bikî tê min winda bikîEvîndarê te me wer li benda te me

Kesê bindest

Kesê bindest ji dijmin ew netirseLi dij dijmin divê ew dest hilînêLi ber dijmin serî deyne bitirseNe mafê wî li dinya jîn bimînêKesê tirsok her roj dimire li dinyaKesê mêr rojekê dimire di jînêKesê tirsok bi saxî nav mirî ewKesê mêrxas ku mir lê nav dimînêWekî baz wê li ser çiyayê bilind beBi azadî jiyana xweş bibînêKesê tirsok reha nabe ji dijminJi dijmin re mirîşk be wê di pînêJi bo hêkan xwedî ke wê bi kêrêSerî jêke li dinya wê nemînêJi ser çiyan av ku bê xwar wê zelal beLi cî kort av genî be wê bimînêLi hawîr wê mirovê wê nexweş binJi kelmêşan ji mîkroban ji bînêKesê tirsok bi wî re gel dibe qelsNetirs mêran di nav gel de diçînêKesê mêrxas ne bes mêr be bi kuştinKesê mêrxas divê ewya bixwînêJi zanyarî ji aborî ji konêBi hersêyan re ku azad be bi xwînêKesê tirsok nebe tacir li bazarTi kar nake newêre ew kirînêQesab ew bê dirav nade kebabêKebabê kes qet têr naxwe ji bînêBi dil ew kes ne wek Ferhad û Mem beTu car namire ji bo Şîrîn û ZînêMirin talî mirov bar ke ji dinyaKesê namûs ku pir be wî dişînêJiyana min Bêbuhara xweş buhartî

Page 181: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

361360

BêbuharBi zanyarî bi ramanî bi vînêKesê bêhiş tu car wê guh nede minKesê hişyar ji min wê sûd bibînê

Yarê

Delala min tu yarêBejn dara çinarêLi ser çiyayê hawarêXunav lê tim dibarê***Xunava ber spîdêJi nav Derya Spî têLi ser dêma gulî têDu sê heyvên buharê***Bi min Efrîn çi xweş têWelatê wek buhiştêDelala min bi meş têMin got heyv hate xwarê***Mi ban kirê bi nazîBi yarî min dixwazîTu Keyxana RizazîTu Roksana li darê***Ku dîtim rû çi geş bûJi Laleş wek ku rewş bûBi min ew çax çi xweş bûJi bîr nakim tu carê***Ji min re got netirseNebûm yara bitirsaDibim yara netirsa

Ku şertê min bikarê***Ji min re got xuyanîTu şertê min nizanîLi ber min şert ku danîBi wî her kes nikarê***Me gotin kir li hev kirGilî gazinc bi hev kirLi min wayê çi şert kirQebûl kir min bi carê***Ne bes şertê dila bûGelek ew bar giran bûJi bo doza welat bûBi wî Ferhad nikarê***Dema hez kir ji ŞîrînBi yarkê mir nedî jînÇawa lê min du yar dînWelatê min û yarê Mirina tal

Mirina tal rev jê tunêYê mir li halê wî tenêJê xêr neda malê dinêHalê gunehkaran tunê***Dinya wekî xan du derîYek têkevî yek jê derîWarek tune ber wî herîXencî ji gorê war tunê***Pêxemberê wek Nûh tu bî

Page 182: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

363362

BêbuharJîna wekî Nûh jîn bibîMêvan li gorê wê tu bîDinya derew tişt tê tunê***Qarûn ti havil jê nekirQasa ji zêran wî vekirDîsa xwe pê rizgar nekirÎro li dinya ew tunê***Malê dinê tev ê me beDinya hemû milkê me beWê jê du gaz gora me beÇûn hê veger êdî tunê***Gora ku kûr ew bê derîTê de kefen ew bê derîÇi bikî bi malê pir kirîDadga Xwedê bertîl tunê***Zengîn xizan wek hev dibinDost û merî wan dûr dibinKevin bû nema wan bîr dibinHer yek dimîne ew tenê***Gorê nivîn balîf ji axTarî ye hundir bê çiraxÊ mir dibe arî û axPirsyar dimîne can tenê***Yê xêr û pênc şertan nekeWê ew buhiştê pêl nekeWê ew li dojê war bikeMehder li wê dinyê tunê***Tiştê Xweda got wî nekî

Dinya zevî lê kar nekîXêran li dinya tov nekîHerçî neçand ew naçinê***Xweziya min ê qencî kirîMalê dinê pê xêr kirîBirçî û sêwî têr kirîXerc kir li wan malê dinê***Mêrxas û wan pêxemberaEwna nebûn kolên peraŞevreş di tarî bûn çiraSotin xwe ronî dan dinê***Tiştê xirab min jî nekirQasî ji min hat xêr min kirMin kar ji bo warê xwe kirDawî dinê em nagihinê***Jîn çû nizam çawa buhurtKal bûm min xortanî negirtLaşê min qels bû yê ku xurtHêvî ji umrê çû tunê***Ez mam li dinya BêbuharKolê Xweda qels û neçarKalbûn bi serde bûye barMayî li ber min rêk tenê***Yezdan tenê ban wî dikimHêvî buhiştê jê dikimMa ez ji kê hêvî bikimYezdan ji wî pêve tunê

Page 183: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

365364

Bêbuhar

Serxwebûn

Dîwana Çarem [2006]

Çewserên zirz

Hey çewserên zirz û neyarBawer nekin hûn wî tu carHûn Kurd dikin winda bikinWinda nebe wê Kurd tu car***Kuştin ji Kurd, Kurd namireKoh namirin Kurd namireSerma çiqas bê ser dehlDar hişk bibe reh namire***Wê bê buhar dar şîn bibeWê dar ji kevin xurttir bibeDarê çemel wê hej vedeWê ber ji darê pir bibe***Dara ku Nûh ew çandibeAva ji tofan têr bibeEw dar em in bavê cîhanBawer nekin ew hişk bibe***Va dar ji Nûh şîn kir XwedaDarê ji Nûh telhê xwe daZana ji Kurdan pir dibinBa ax ji ser telhan veda***Înkar nikare kes bikeRojê ku ewr winda bikeWê ewr here winda bibeWê roj ji jor ronî bike***Roja Xweda ew çêkirîHer can bi rojê jîn kirîYezdanperest pêşî em in

Page 184: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

367366

BêbuharÊ roj nimêj ber pêş kirî***Mîdî em in ên serbilindFerman me kir Yûnan û HindKurdên nevî Nûh ew em inDîrok dizane ew me rind***Em Kurd bi îslamê ketinGêj bûn bi ol em raketinHûn çewserên Kurd par kirinMafê mirov jê dûr ketin***Îro ji xew rabûne KurdKurd zane bûn bajar û gundPartiyên ji xew Kurd rakirinWê Kurd bigihin tiştên bilind***Derman yekîtî Kurd hebeKurdan li nav şer çênebeWê kes nikarîbin bi KurdWê Kurd bi zor rizgar bibe***Herçên ji dûr hatin welatBê zor bera nadin welatHerçî gelê rizgar bibeJê re divê ceng û xebat***Wê maf tu kes bê xwîn nedêKurd hilnedin tim ser XwedêÇewser eger zor lê nebêMafê gelê Kurd wê nedê***Her tişt bi zorê çêdibeXwendin û zêr jê re dibeBê qirş tu car wê ar nabe

Agir bi qirşan gur dibe***Çewser li dij wê şer nebeAştî wê tu car wê çênebePê xweş dizane her mirovTovê nemir wê şîn nebe***Şîn û xweşî çerxê dinêDîrok bixwîn rind lê binêHer tişt li nav şer çêdibinNegirî mirov ew nakenê***Min jîn buhartî BêbuharŞîret li xortên Kurd şiyarHûn guh nedin ên kevinperestAva bi wan nabe tu war***Çewser nedên gurzên gulanÇewser bera wî din gullanÇewser tu car dernakevinEwna bi lavlavên melan***Malê dinê tev ê we beWarê we ew rizgar nebeHerçî welat berde hereWê ew li wir tim kole be***Warê we Kurdistan e ewÊ Kurd ne war Alman e ewNabe serî ewya terîBêwar kesê erzan e ew***Çax ew ne yê bindest bijîBindest kesê bêhest dijîRabin welat rizgar bikin

Page 185: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

369368

BêbuharKurd jî ji bo serbest bijî

Welatê min

Welatê min çima tê de biyan im ezJi çewser re çima îro ez im wek pezŞivanên min ew in min tim didoşin zûKu ez pîr bûm min serjêkin ji boyî bez***Çima qey ez mirov nînim li cîhanêNexweş tê de dijîm îro bi vê janêWelatê min hemû talan dikin çewserDi hebsan de min dêşînin bi lêdanê***Gelo qey ez gunehkar im ji bo Kurd imWelatê min ji çewser re bi zor berdimJi Nûh de ev welatê min dijîm tê deJi min nasname wan girtin ku mift berdim***Çima çerxê felek ew çep gerî îroJi dûr hatin li min zordest ew in îroBi serbestî nebe mafê xwe ez doz kimKu malê min kirin zindan li min îro***Gelê min ê bela bû ew li cîhanêBi halê wan gelo ka kî ye yê zanêHejar in tev welat berdan ji bêkarîKeder pirtir ji wê derya li wê Wanê***Welatê min ji bêlanê heta QezwînJi Ermîniya Ebedan û heta HemrînBi zarê Kurd bixwînim ez min nahêlinLi min ferman dikin ewna kesên pir kîn***

Di hebsê de mirov çêtir ji yê nefsêMirov jîn be di bin samê û bin tirsêDi dil de yê nikarîbe bibêje ewBi zirt çewser ku tê ser wî û natirsê***Kesên çewser li ber çavên min in her rojWelatê min li min bû wek ku pizotê dojDi dil de kûr dinalim deng ji min nayêMirov carkê bila bimire ne ew her roj***Xiram serbest bijî çêtir ji tonek zêrRekeh zêr be gelo çi bike ku tê de şêrGelê Kurd jî bi mêrxasî wekî şêr inLi ber çewser dijîn îro serî berjêr***Bi serbestî mirov bimire nebe bindestDi bindestî dijîn herçî kesên bêhestGelê mêrxas ne mêrxas be li dij hev beGelên mêrxas ew in îro dijîn serbest***Divê rabin bi hev re wek bira bin emLi dij hevdu ne wek berx û gura bin emJi hev re em wekî lolîk dilovan binLi dij çewser divê rewşa gura bin em***Gelê bindest mirin pir pê ne şîrîn beBi saxî wê mirî be ew ne wê jîn beDivê bimire ji bo jîn be bi serbestîWekî xelkê bibe dewlet ku ew jîn be

Page 186: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

371370

BêbuharBê tov

Bê tov tu tişt wê şîn nebe rind bizanBê tov dibê wê şîn bibe yê nezanBê tov dibê kare Xweda şîn bikeTov jî Xweda ew çêkirî hey nezan***Tovê biçîn zad pê ne bes şîn bibeRindî biçîn rindî ku pê şîn bibeRindî dixwazî mift bê pereYê rind bi rencî ew çima jîn bibe***Herçên tima pîsî ji wan çêdibeYên pîs dibên şeytan dike wer dibeŞeytan tune şeytan ew in ên timaŞeytan li ba herçên tima jîn dibe***Karê Xweda herçî bi wijdan dikeHerçî tima şeytan bi wî kar dikeKarê xirab wî hilnedî ser XwedaKarên ne rind yan rind mirov wan dike***Yên hov çima xwarin dixwin şer dikinŞeytan dike gava ku ew şer dikinBawer nekin şeytan dibê şer bikinXwarin li pêş wan e li ser şer dikin***Dîwar ku xwar rast be mirov lêdikeDinya wekî dîwar ku rast lêbikeRast lêbike dîwar tu car nakeveWê hilweşe dîwar ku xwar lêbike***Herçên mirov em tev dirust kar bikinTiştê ku rind dinya li nav em bikinDinya bi wî ava dibe xweş dibe

Herçên mirov wana bi dad jîn bikin***Jîna min tev dad lê geriyam ew tuneEv gotina bingeh ji wî re tuneEv gotina yên xurt bi wî şer dikinRotîne ew nav hê dibêm ew tune***Dad gotinek wî tim mirov qal dikeHerçî mirov ka kî bi wî ew dikeHin têr dijîn birçî ne hin bêmecalEhmeq dibên evya Xweda wer dike***Hêvî dikim herçên mirov wer nekinDoj û buhişt ê wê dinê qal nekinWijdan dibêm karê Xweda ew bi xweHerçên mirov karê stem em dikin***Doj û buhişt ê kar bike ev dinêRindî neçîn rindî mirov naçinêYên xurt divê yên qels nexwin em mirovWek hov nejîn em xweş bikin vê dinê***Şer çênebe aştî bigihe her welatBindest nejîn serbest bijîn tev felatJîna min çû tev Bêbuhar xweş nebûBigihe hemû cîhan ji min ev xelat

Kobanî

Ji Kobanî spas im ezWelatê mêr û comerdaGelek bi min xweş tê ew şarJi ber kalê min ew berdaJi gundê Roviyê derket

Page 187: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

373372

BêbuharGihîşt Babê li ew erdaLi Til Circê bi cî bû ewBiyan ket wî welat berdaJi Rovî wî dema bar kirJi zora Tirk welat berdaBi cenga Hem û Kenên reLi dij Tirk bû welat berdaEsîr girtin birin KenanŞehîd çû Hem ji bo KurdaLi Til Circê biçûk bûm ezXizanî jî dihat ser daNezan bavê min dilpak bûJiyan wayî bi mift derdaKurê apê min nav MayilXiniz wijdan bi car berdaLi ser navê xwe gund qeyd kirKirim bêpar ji wan erdaDilê wî reş wek rûyê wîMirovanî hemû berdaJi wî zaro hebûn tev pîsJi min dûr çûn ji bo erdaBiyan anîn kirin şûn minBi koçbarî min gund berdaEz im Almamedê bêwarMişext bûm ez ji wan erdaJi wir hatim Serê KanîKetim bîra xem û derdaCegerxwîn û Reşîdê KurdBi wana re min soz berdaDi riya wan re ketim konîXebat kir min ji bo KurdaBi dîwan û bi rêzimanîJi boyî min ew in fêr daMin dîwana Cizîrî xwendJi min re wî gelek sûd da

Bi Partî ez gelek êşiyamDi zindanan ji bo KurdaBi lêdanê neyaran ezKirim hozan ji bo KurdaTemen kal bûm gelek westiyamNivîsandin û mal ser daMin dî lawê birê min jîrJi Şewket re min kar berdaBi karê wî gelek vêsiyamJi darê wî berdaDi konî de li pişt wî mamJi Partî dest ne min berdaBila bimirim di Partî deŞehîd bim ez ji bo KurdaKesê bindest welatê wîNebêje min xebat berdaKesê Kurd be divê Kurd beDivê bimire ji bo KurdaLi kur ê koledar ew hêKu bê xwîn wî welat berdaKesên namûs wayîJi çewser re welat berdaZivistan Bêbuhar im ezBi kar hin hat ji bo KurdaÇawa wê ez welat berdimJi çewser re li dij Kurda

Ez bawer im

Ez bawer im tu yî her heyîZanim yekî her tişt te da ey XwedaÎnsan te da reş û spî sor û zerÎnsan te wek hevdu çima ew nedaHer yek dibê yê rind ez im şer dikin

Page 188: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

375374

BêbuharHer yek ji yê din lê binêr tol vedaMihrê li hev nakin tu car wek gur inGur jî ji însan çêtir in wer te daGur ew çiqas birçî ku ma gur nexwarÎnsan çima hevdu dixwin ey XwedaPirsyar te da însan ji bo her gunehTiştê xirab însan dike bê XwedaPiştî te da pêxemberek serfirazKa wî çi kir yek din li hember te daHev qir dikin însan dibin olperestPir ol ji însan re te da yek nedaPêxemberek wek ê dinê negotOl bû gelacî şer mirov bernedaHer yek perest gakî divê çêdikeTê de li dij ê din binêr xutbe daHer yek dibê ola min a rast e ewHer yek binêr wî xefk li yê din vedaCarek dinê Cibrîl bila ew wereYaxud mirî yan jî te ew bernedaYê xurt li paş perdê ji ol kar dikeYê xurt ji qels re tu car keys nedaXurt ol dike ewya li dij ê dinêQelsan dike leşker binêr bernedaKuştin dide ew pê deran zeft dikeKursî ku girt kursî binêr bernedaÎnsan dibe qurban ji bo kursiyêWayî li ser ferman kirî bû XwedaXelkê li wir ewya ji cî radikeXelkê xwe xist cî wan binêr bernedaQes û melan her yek ji bo yê xurtTiştê heram wî kir helal fetwe daQanûn û ol bûn konikê pîrhevokHêştir û fîl ew nagire wî vedaEw kon ji bo yê çûk û qels têkevinKelmêş û mêşan rav bike wî veda

Însan ji dê û bavekî hemû wek hev inHin jê çima ew têr dijîn hin gedaYên xurt bi zor malê mirovan dixwinOlber dibên wê tişt nebe bê XwedaYan ên mirov tiştên gunehkar dikinWan çêkirî yan ev gelacî te daOlber dibê şer tev Iblîs e ewYezdan tu yî Iblîs çima ew te daLê ez dibêm Iblîs em in ên mirovTiştê xirab em wî dikin bê XwedaHerçên tima şer tev ji wan çêdibeWijdan ji xêrê re dibê ew XwedaWijdan li ba birçiyan tu car wê nebeBirçî ku ma wê ew bibê çî XwedaZarok û jin ewna çima bê gunehBirçî li cîhanê dijîn ey XwedaQes û mela bûn koleyên burjuwazGel tev ji wan re bûn pezê bê xwedaHerçên fillan şoreş li wan rakirinLê misilmanî tu car rê nedaHerçî filan tev pêş ketin çûne banÎslam li erdê ew dijîn hîn gedaHerçî mela şoreş li dij wana divêWê pêşketa şêx û melan bernedaEm ol ji konîtî bi car dûr bikinEm jî herin çawa filan çûn fezaYezdan tu yî ew xaliqê mihrebanXêr tev ji însan re te da şer nedaEwya tu ba yê dabûya xêr û şerAxret li wir doj û buhişt tê nedaYên xwar ji min re wê bibên kafir îMin şer negirt min xêr tu car bernedaMihrê ji însan re divêm şer nekinEz mûmin im wijdan min tewr bernedaMin jîn bi zîwarî hemû wer buhart

Page 189: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

377376

BêbuharZanim mirov wê çênebe bê XwedaÎnsan divêm mihrê bikin wek hevîEm çêbikin hin têr nebin hin gedaMin kes bi ol ewya nexapand tu carTalan nekir wayî tu zanî XwedaEz bêguneh tiştê xirab min nekirDojê çima ma tê min têxî XwedaBê hemd te dam bê hemd Ez ê can bidimCan bûm çima pîrbûn li dawî te daQes û melan hişt xelk bi tirs jîn bibinEwna dibên Yezdan li wir doje daMin jî bi tirs tevde buhart bê xweşîMin doz nekir tê ez nedama te daRojek min tê de xweş nedî jîn buhartDerya xeman tê de min tim ber xwe daTirsiyam di bin de xerq bibim bêvegerMin xwest li nav vehsim hinek keys nedaDinya derew tişt tê tune boş e ewAxret li wir wayî tu zanî Xweda

Halê me Kurdan

Halê me Kurdan ev e hûn lê binêrinQertel li cî baz ewna diçêrinEm qertelên pîs kiş kin newêrinYan em ne Kurd in yan ser li jêr in***Bazên me kanîn warê xwe berdanWana welat tev kuda çûn berdanXweştir tune jê warê me KurdanŞermî li Kurdan xelk wer binêrin***Yaxud bi nêçîr bazên me girtinNêçîr nebe baz tewr nayê girtin

Şermî li Kurdan pir dem buhurtinBaz çûn li şûn wan qertel diçêrin***Şermî li Kurdan Kurd wer bihêlinQertel li şûna bazan dihêlinHev nagirin em hîn ber û êl inEm Kurd ji ber wî deng kin newêrin***Tirsok bi tirsê nagihin tu mafanNamûs bi derde bigire diravanHerçî teres be navê tu gavanHerçîn binamûs ewên bi kêr in***Namûs mirovê serbest bijî ewNamûs ne yê jîn parast ku wî hewÊ pir nimêj kir xapand mirov ewNamûs û mafê herçên dilêr in***Ê xurt derew jî ewya dike rastÊ zor li ba wî qetran dibe mastÊ xurt birî ew tiştê ku wî xwastÊn qels li ber wî deng kin newêrin***Xurtbûn ne bes ê xurt zend û zordarXurtbûn yekîtî abor û zanyarKonî û raman têkoş û hişyarHer mirovên zan wer lê dinêrin

Seydayê Tîrêj

Tu seydayê gelê Kurd îBi helbestan te fêrdayîLi nav Kurd te rûpel girtîDi dîrokê ne winda yî

Page 190: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

379378

BêbuharTu Lorka û Şekspîr îTu Taxûrê me Kurda yîHeta Kurd hê li dinyayêLi nav Kurdan tu yî manî***Di tarî de te roja KurdBi tîrêjên xwe ronî kirGelek tiştên xuya nedibûnJi Kurdan re xuyanî kirNexweş bû Kurd ji Kurdan reWe tim doza jiyanê kirTu Bêkes û Hejarê KurdCegerxwîn û Melê Xanî***Te rê da ber gelê Kurd timJi bo Kurd jî felat bin ewBi xamê bê hedar bûyîDinivîsand bi şev bê xewTu wek Dicle û Xabûr bûTu herd Zab û Firat bû ewDilopên hêsirên KurdanJi jor tên wan gelek kanî***Ji dozê re tu perwer bûJi Kurdan re civat çê dikirJi nav Kurdan tu mir bar kirJi helbestan te Kurd têr kirCegerxwînê duduyan î tuBi zanyarî we Kurd fêr kirDi gorê de tu ma serdanMirî dîsa tu rêzan î***Li ba serwer û zanên KurdEwên serdar tu mêvan îLi Bêkes û Hejarê zan

Cegerxwîn û Melê XanîRiza û Şêx Seîdê kalLi ba Qazî û BarzanîLi Îhsan Nûriyê AgirîÛ Şêx Mehmûd tu cîran î***Tu çû ba wan li vir ez mamSilavên min li wana kîBi helbestên xweyî şîrînTu hêvî min ji wana kîKu ez bimirim li ba wanaMin jî belkî bi cîran kîBibêj ew Bêbuharê jarJi wî min ev silav anî***Dibêje Kurd li KurdistanDi xew de bûn we tev şiyar kirHemû Kurdên li cîhanêNezan bûn ew we tev zan kirDibê bavê me BarzanîBi çekdarî rejîm saz kirWelatê Kurd xirab nabeJi Kurd re wî binyat danî***Min sond xwarî heta bimirimEz vê rêça we bernadimHeta sax bim li dinyayêJi wê rêçê xwe banadimBila nemirim bi sernizmîJi çewser re tu rê nadimBila bimirim şehîd bim ezBila nemirim bi erzanî***Welatê min di dest çewserEz ê doz kim bi bêwestî

Page 191: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

381380

BêbuharKu ew doz ke tu car namireKesê doza xwe tim xwestîMirov im ez wekî xelkanDivê jîn bim bi serbestîBi zor mafê xwe nestînimTu car wê kes nebe hanî

Derdan çi ez

Derdan çi ez diljar kirim ey felekÊdî nikarim bijmêrim bûn gelekBarê xizanî jî li min hîn ne besSerde ji pîsan re çi ez bûm henek***Mêrên gemar îro hemû pêş ketinKarê nebaş îro ji war baş ketinKûçik li ser hestiyan bilez kom dibinMêrên dirust nabin xulam paş ketin***Wê tişt nebe parek ji çem qels dibeBa tê gemar dajo li ser kom dibeLê qet gemar ava çeman nagireAv xurt bibe dajo gemar pak dibe***Zor nê bi min birçî û bêwar û jarLê baz tu car naxwe ji goştê mirarZanî tu car nabim xulam ey felekTim bergir im razî me ez Bêbuhar***Cerdên xeman wan dest li min dane hevPêşde bi lez ew tên bi meş geh bi revPiştî ku ez mam Bêbuhar narevimDem bê bi cengê ez bixim wan ji hev

Bobelat

Ma ev çi bobelat bû geloHatî serê Kurd ev belaÊşiyam ji ber derdê giranZortir ji wan arê gullaWê xweş nekin lan û niviştÊn çêdikin şêx û melaEhmed kurê Nafiz ji kuBînim ji bo der û kulaEwya mirî bes ew hebûDoktor ji bo derd û kulaDerdê xwe ez bêjim ji werGuhdar li min bin hûn helaKurdên Zeradeştî çimaWê têkevin ola filaDîrok li ser ava dibeOla ji Kurd re wek kelaNavdar bi ola pak ew inÇi bikin bi wê ola filaHeftê du ferman ên li wanRabûn nedîtin ev belaHeftê û sê winda nebûnEv car li hev ew bûn belaOl û welat wana firotAlman û Mark herd bûn belaDiçin li Alman war dikinBêrûmetî da ser belaWana ji xelkê re welatBerdan ji hev ew bûn belaWê ev xinizkarî tawanDîrok biparêze pelaDîrok tu car winda nebûÇewser çiqas xist bin cilaAlman ne wê warê me be

Page 192: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

383382

BêbuharEm tên jimartin wek tiliyaWê em li nav winda bibinKurd têkevin ola filaHerçên bi namûs bên welatDoz kin welat em wek gelaEm Kurd li Alman war nebinWek xwê di avê de heliyaOla Ezîd pak û dirustWinda nebe ev ol bilaÇewser divê winda bibeBerdin welat dûr bin bilaLê Kurd divê ew bernedinRagirin xwe wek koh û kelaBahoz ji cî Kurd ranekeEw çax ji hev nabin belaÇekdar li dij wî şer bikinEm bin li ser çewser belaNamûs ne ew mal û pereEm guh nedin kêm aqilaNamûs li axa me welatHûn bernedin bimirin bilaAlman ne kêfxweş hûn vexwinWîskî li nav baxçên gulaKêf hûn welat rizgar bikinÇêkin li nav baxçên gulaXweştir ji Alman hûn bikinAlman bi ger bên nav gulaŞîret li yê zana bikimLê ez nikam kêm aqilaWan rast bikim namûs tuneEwna ji hev re bûn belaAlman li wir keçkên xweşikDestan didin ser paxilaDerpê spî çi bikin bi wanDiçin digihin kelson şila

Herçîn bi namûs bên welatÊ pîs li wir bin ew bilaYê Bêbuhar gazî bikeÇi bike nebîst kêm aqila

Şîret

Tiştê li ser min ez bibêmŞîret li Kurd bê her merîEw çav vebî tarî ye dilDil kor dimîne ew merîEw çav vebî dil kor dijîBê xwendinî rewşenbîrîEwya nizane derkeveGirtî dimîne lê derîYê xwendibe zana dibeVedibin li pêş wî her derîHerçî ne xwendî paş ketîTewr doz bi wî nagihe serîEwya çiqas mal pir bikeEwya terî nabe serîEw mal hemû xizmet dikeSerbazekî yê leşkerîHerçî ne xwend konî nekirNabe serokê perwerîWê ew ji çewser re bikeKarê xulam û rêncberîHerçî ku xwend maf namireHerçî ne xwend wî maf mirîHerçî gelê bindest ku mafWinda bi xwendin maf birîXelkê Ewrop ava hilatHer tişt bi xwendin çêkirîSarox li erdê çê kirin

Page 193: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

385384

BêbuharÊ lê bi ezman de firîYê çû gihiştî ser MerîxÊ çû li heyvê war kirîPêşket ne ew ê kevinperestPêşket ne yê raman mirîÇardeh ji çerxê çû buhurtŞêx û melên ol pîj kirîÇendek li dor wan hêwirînEw sofiyên ser zengirîEwna xuyan in laş mirovBê hiş serî vala kirîMalê dinê şêx ew dibeCinet li wana par kirîEw şêx pişkdarê neyarAxê ku yê lê xurt kirîHerçên heramxwer û teresTolaz û diz wî pir kirîKolê neyar zordar li KurdXelk tim ku wî talan kirîAxan û şêxan û melanWan Kurd li hevdu par kirîWan Kurd ji hev bir bir kirinEw bûn şivan Kurd bûn kerîWan bê xwedî berdane pezÇewser gur in wan pez birîKurd tev li dij hev bûn neyarKurd tim bi hev re şer kirîÇewser nema wan bîr birinÇewser bi car wan bîr kirîÇewser dibînin dost hemûDijmin dibînin hev merîTim koletî bindest dijînNabên welat çewser birîNabên em ê rizgar bikinÇewser bi zor dagir kirî

Yê mêr ne yê hov û nezanÊ mêr ew ê xwendin kirîEwya bi zanbûn ramiyaXortên şiyar wî kom kirîÇewser nikarîbe bi wîPartî bi raman çêkirîHiştî bi hev rabe miletWayî welat rizgar kirîHer doz bi Partî û rejîmEwya bi wan digihe serîEz pir spasdar im ji wanÊ Bêbuhar xwest wan kirî

Şîret li tev Kurdên welat

Şîret li tev Kurdên welatTiştê dibêm guhdar bikinNav û ziman kincê me KurdEwna ji Kurd re bingeh in***Wana tu car winda nekinEwna hebin wê Kurd tu carWinda nebe manî bibeEm Kurd xwedî qad û reh in***Arî ne em bavê gelênArî hemû ewya em inKeştî ji Nûh dîdar e ewArî hemû em bingeh in***Îro dibînim ez bi çavKurdên li Sûrî pîs dibinKincê Ereb îro li wanKincê li wan kincê seh in

Page 194: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

387386

Bêbuhar***Kurd deng dikin nîvê zimanBûyî Ereb çewt bi zimanKurd û Ereb reng wek hev inKurd deng nekin nên naskirinWek ew ne Kurd in bê reh in***Derdê me Kurd ew hîn ne besPir jê jinên Kurd jî min dînÎro kirasê reş li wanBûn reng Ereb pê qurreh in***Îro Ereb qada me tênDajon bi zor gundên me jîNavê heman teirîb dikinEm Kurd ji ber çar parçeh in***Hawar tune alî me bêHer roj dinêrin em li wanJîn in neçar girtî di navZindaneke bê dergeh in***Namûs ne bes keç û jin inAxa mirov namûs e ewAxa me çû ew jî ne besPartiyên me jî deh parçeh in***Dijmin ne yê bavê te kuştTolê hilînî tê ji wîYê çûk e ew li yê mezinEw dijminên kok û reh in***Ewna divên winda bikinKurdan li cîhanê bi carDijmin veşartî bûn berê

Îro neyar eşkereh in***Êdî bes in ev ezezîPartiyên me Kurd hev nagirinTiştkî ji Kurd re wê nekinAva dikin bê bingeh in***Partiyên li Sûrî yek nebinRizgar nikarin em bibinHêvî dikim bigihêne hevBes tev ne yek deh parçeh in***Xelkên li cîhanê hemûHelbestnivîs serbest dijînHelbestnivîs wek BêbuharWek bilbilên nav rekeh in

Ji bo yarê

Di jînê de gelek êşiyam ji bo yarêDikim nakim ji bîra min tu car narêDi jînê de bi xortanî ketim dojêJi dara min pelek rojê min tê xwarê***Ji yarê ez çima dûr im gelek salaMin xortanî buhartî ew hemû valaBiyan im wer li nav xelkê neçar im ezZimanê min girêdayî wekî lala***Ji bo yarê qelen top kim ji min nayêQelen pir xwest teres bav wî ji bo wayêNikarim ez werim mala xwe ez êdîJi ber fediyan nikarim bêm ji bo wayê***

Page 195: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

389388

BêbuharKu wê berdim ji bo wayê ez ê bimirimNe nêçîrvanek im ez wê bi rav bigirimWelatê min di nav wî de xizan im ezÇima Kurd im ji bo wayê dikim bimirim***Welatê min di nav wî de biyan im ezJi dûr hatin ji min girtin beyar tev rezDixwin ewna di nav wan de ez im birçîNe min war im ne jî arz hê ne jî min pez***Xulamî wan dikim îro bi sernizmîGur in çewser ji wana re ew im ez mîŞivanê min tune îro bitirs im ezSerî sar im li dijmin ew bi sergermî***Li dinyayê mirov mihrê li hev nakeMirov mêr be li dij çewser serî rakeBi tirsê kes reha nabe ji dest çewserWekî sofiyan bi lavlavan çiqas ban ke***Ne ez mî bim bila gur bim bi çekdarîDivê rabim bi xwendin û bi zanyarîHevalên mêr bidim dora xwe ez wanaBi sergermî bila rabim ne sersarî***Welatê min ji çewser ez ku rizgar kimDi nav wî de hemû tiştî ez ê çar kimNe hewcî ez biyan jîn bim li nav xelkêBi hêsanî ji bo yarê qelen kar kim***Bibim yara xwe wê jîn bim bi serbestîLi dij çewser ez ê deng kim bi zordestîBuhişta min li vê dinyê bi zor çêdibeLi dinyayê ez ê çêkim çi min xwestî

Mêrê çikûs

Mêrê çikûs hêvî ji wî tewr nekîRojên ku teng wê ew ne kêrî te beDayîn bi mêranî dibe rind bizanNamûs ji wî çênebe merd nebeMêrê bixape gel bi wî şaş e ewPesnê nede wayî berî zanibîDayîn û şer herd jî dibêm wek hev inÊ merd di şer de wê tu car pîs nebeHer cî bilind av lê tu car naheweCî kort li wir ava genî pir dibeQertel ji dûr wek baz e ew lê binêrLê pê nexap wek baz tu car wê nebeÇêlikek ji baz jîn be li nav qertelanWek qertelan lê wê tu car ew nebeWê baz nebe qertel ji ber baz e ewQertel ji baz cuda dibin şer hebeGoştê mirar qertel dixwe pîs e ewQertel tu car nêçîr bi wî wê nebeTewr baz mirar naxwe wekî qertelanHer yek ji wan wê ew li koka xwe beHesinê xirab zer be bi zer nabe zêrBoyax be wê textê xirab baş nebeMêrê xirab ew jî bi reng nabe başBaş û xirab wê kes qe winda nebeDîrok bixwîn her dem nivîskar e ewDîrok di wî çê û xirab wê hebeYê rind bi rindî qal dike xelk hemûYê pîs bi rindî wê tu car qal nebeTim Bêbuhar tiştê dibê rast e ewWê gotinê rast tim bibê şaş nebe

Page 196: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

391390

BêbuharDayika min

Tu Kurdistan tu dayika minTu diya Kurd deh hezar salîLi nav axa te tev kan inNeyar hatinê ji çar alîBi ol bindest kirin wanaTu dagirtin bi koçbarîJi ber zora gelên çewserGelê Kurd dî gelek talîGelek cî nav guhartin wanDema hatin bi EnfalîBi oldarî û zora wanTu bindest ma hezar salîJi bo navê te winda kinBera Kurd dan bi koç malîŞemal bûyî te şewq dabûLi dinyayê li her alîGelên çewser bi perda reşVeşartin wan tu dan alîTu car nayî veşartin tuŞemal rohnî ji çar alîJi bindestî ne xweş jîn îJi ber êşê tu nal nalîJi ber zora tawankaranTu dev girtî ziman lal îTu caran ez te bernadimJi dijmin re di vî halîBi çekdarî te derman kimTe derxînim ji vî halîJi ser axa te ez naçimBila jîn bim bi peymalîBila ez tî û birçî bimJi bêkarî û bêmalîJi xweş hilma te wê têr bim

Eger jîn bim dused salîFirat nadim bi Zemzem ezTu ax pak î ji her alîTu diya Nûh û Zeradeşt îLi Laleş av spî alîGelên çewser ewên mirdalTu dagirtin bi mirdalîGelek şerm e di vî çaxîTu bindest î bi vî rolîTe rizgar kim û ava kimBerî bimirim negihim kalîJi Ewropa te xweştir kimBila jîn bî bi xweşhalîBi Ewropa te tev nadimBi dinyayê bi çar alîLi ber axa te pêwan bimTe bernadim tu car xalîLi min şermî ne rizgar bîTu bindesta hezar salîBi min wê xweş nebe şîrînDi jînê de nexwim talîKu tov nemire ne şîn be zadÇinîn nakin tu car palîGelek lawên te qurban çûnXwe wan carkê nedan alîMin jî navê te pê sond xwarXwe wê ez tewr nedim alîIlem ala te ez hildimKu rizgar kim ji çar alîBila cîhan hemû zanibinTu Kurdistan ne bê al î

Page 197: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

393392

BêbuharStalîn

Cegerxwîn gotî heval StalînEw ê li dij Kurd dilreş û bi kînEwya û Lenîn wan herdên lîderDema ji ser text daxistin QeyserGava li Rûsya wan ferman kirinSovyeta mezin wana çêkirinGelên li Sovyet wan kirin dewletKurd li paş hiştin nekirin dewletPiştî Lenîn mir Stalîn zeft kirMafê Kurd wî bi car winda kirWî qebûl nekir Kurd wek miletanKurd bela kirin li neh dewletanKurdistana Sor dewleta ŞedadBerî nehsed sal dewlet bû bi dadNêvî da Azer nêvî da ErmenKurd man bê welat bindest û rebenAlî Kemal kir Şêx Seîd şikandŞoreşa Agirî dîsa wî şikandBi her çekên xurt alî Kemal kirŞoreşa Dêrsim ew jî xirab kirSoz da li Îran Kurd kirin dewletÎmdad jê birrî ew jî ji hev ketHemû derew bû tiştê ku wî gotWî bi hin petrol ew dewlet firotRizayê keçel ew şahê ÎranBi car înkar kir navê KurdistanQazî bi darxist Barzanî çû derDu mehan meşiya di bin arê şerÇaran lê xistin dewletên dijminHeta ew gihişt Sovyeta mezinÇarsed û bîst xort tevî BarzanîLi ber Stalîn ê hat çek danîHela binêrin li van tometan

Ji hev bela kir li neh dewletanPiştî ku ew mir Xruşçev rabûJi ser Barzanî tengavî rabûVegeriya welat wî şoreş rakirKomunistên Iraq alî Iraq kirLi Kurdan xistin gund xirab kirinZaro û jinên Kurd bi sedan mirinPiştî Ebdilkerîm ji ser kursî ketBeisiyên Iraq zeft kirin dewletBeisî ji Komunist pênc hezar kuştinKomunist li Iraq cî wan nehiştinDîsa Barzanî wî derî vekirJi destê Beisî Komunist xelas kirSala heftê û pênc bi xap û fenaDîsa Sedam ew bi Sovyetan keniyaWî Sovyet xapand xwe kir pêşverûKomunist ji bîr kir stema lê bûPartiya Komunist alî Sedam kirSovyeta mezin bi wan çekên pirŞoreşa Kurdî wan xirab kirinHemû gundên Kurd wan xopan kirinKurd ji Kurdistan rakirin başûrSînorê Hîcaz ew dewleta dûrKomunistan negot karker û cotkarLi welatê dûr bê war û bê karJi germê mirin zarok bi sedanBê nan û derman Kurdên bê xwedanBila Komunist tewr pesnê xwe nedinPesnê Stalîn Kurd jî tewr nedinDewleta Sovyet niha ew hebaFederalî Kurdî wê ew çênebaHer kes vî tiştî ew pê nizaneYê dîrok xwendî ew pê dizaneDibêjim ji bo Kurd tev zanibinEm Kurd ji vir wa hay ji xwe hebin

Page 198: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

395394

BêbuharDoza yê şehîd tu car namireYê saxê mirî doza wî dimireStemkar diçin dîrok dimîneGelê nivîsand dîrok bixwîneMafê wî namire ilem wê bibeTiştê Bêbuhar dibê rast dibe

Franso Herîrî

Çi peyxamek bi êş bû evBihîstin Kurd bi şîn inŞehîd çûyî li KurdistanFransoyê Herîrî***Tu caran Kurd ji bîr nakinTu car bê zar ji bo KurdŞehîdên Kurd li ser wanaTu serdar î tu mîr î***Tu piştgir bû û şoreşvanLi pişt Barzaniyê çakBi mêrxasî wekî RustemDi cengê de tu şûr î***Nevî wanî ewên keyxanLi cîhanê ku navdarDilêr Nînoz û GilgamêşÛ Adad û Nêrîrî***Ji çaxê ew nebî Nûh deGelê Aşûr li cîhanêKu dewlet bû ji dîrok heftHezar salê buhurî***

Xwedî birc û kelên xurt ûMirov tev jê ditirsînBi mêrxasî û zanyarîBi cengê û stûrî***Gelê Aşûr bi mêrxasîLi cîhanê xuya bûLi ser nîvê gelên cîhanKu ferman kir bi zorî***Li vê dinyê ku bû qurbanJi bo ola Mesîhî ewDi bin destan dijîn îroJi ol re bûye gorî***Di dîroka gelên cîhanNe windayî xuya yîDi nav Kurdan de diyar î tuJi bîr nabî di bîrî***Ji xortên Kurd bi çekdarîGelek bûn zan te fêr danDi cengê de hemû ew bûnFransoyê Herîrî***Di dîwan de pesndarêTe bim ez wê bi merdîWekî Xanî û CegerxwînWekî Ehmed Cizîrî***Tu cînar bî li ba wayîJi şarê te ew ê zanPesndarê te be ew jîElî hozan Herîrî***

Page 199: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

397396

BêbuharLi nav wan pir şehîdên KurdBi mêrxasî xuya yîTe çil salî li dij çewserTe şer kiribû bi jîrî***Neyarên Kurd te dişikandinLi meydanê bi cengêLi nav Kurdan tu tewr namirîMirî sax bî wezîr î***Bi çekdarî tu wek baz bûLi ser çiyayên bilind bûJin û zariyên te birçî bûnGelek jîn teng bihurî***Tu nerm nebû bi mêranîLi ber çewser tu caranNe çemiyayî bi xortanîŞehîd çûyî bi pîrî***Em ê gora te serdan kinGelê Kurd wê herin serGelê Tirkmen û KildanîBirayên Kurd ji dûrî***Ku zêr ew ket binê axêHezar salan bimîneKu bê dîn wê bihatir beJi yê nuh ê buhurî***Qe nê hilmê veşêrî wîHilm nayê veşartinÇiqas xelkê li dor wî binHilm bê wan ji dûrî***

Ti comerd wek te çênabinTe ew can jî li ser daTu wek kurmê hevirmêş îJi gel re bû tu gorî***Neyarên Kurd te kuştin danTu caran lê tu namirîTe sotin da xwe ronî daLi nêzîk û li dûrî***Tu bawer bû qe bê ardûTu car wê çênebe arTu bû ardû te ar gur kirDi çil salên buhûrî***Ne binax î ne windayîTu stêrk î xuyanîLi ezmanê me Kurda yîBi ronahî ne dûr î***Ne bes ronî li KurdistanLi cîhan tev xuya yîJi erdê de tu car nayîVeşartin pir li jor î***Ji Kurdistan te ronî daGelê Aşûr li cî kevinBibe dewlet û ferman keIraqê hin ji Sûrî***Tu nav manî di dîrokêLi nav Kurdên bi çar ciyanIraqê û li ÎranêLi Tirkî û li Sûrî***

Page 200: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

399398

BêbuharLi ba Kurdan û AşûrîGelek kevin bû biratîBiratî wan te ew nû kirFransoyê Herîrî***Ji nuh de wê li pada kevinGelê Aşûr xwedî beBi hev re em bijîn herd gelWekî çaxên buhurî***Herî ba wî silavê minLi Barzanî dilêr kîLi ba wî pir buha yî tuFransoyê Herîrî***Berî bimirî te daxwaz ûUmêda wî bi cî kirTu ronahî şehîdên KurdJi Kurmanc û ji Sorî***Min xortanî di jîna bêBuhar de tev buhartîBila xwezî şehîd ez wekTe bibûma bi pîrî***Li dinyayê bi navdarîÛ nav manî bimamaReha bûma mirin xweştirJi jîna jar buhurî***Ewên mêrxas û perwer wekTe pişt nadin neyaranGelê Kurd tev pesndarêFransoyê Herîrî***

Ji baxçê Kurd û AşûrîGulek hişk bû hilm xweşTu car darê gulê namireKu berda reh di kûrî***Binêr îro li KurdistanBi milyonan vebûn gulJi her padên li cîhanêXuyan in gul ji dûrî***Franso yek gula sor îBi xwîna wan şehîdênLi Kurdistan şehîd çûnBi xwîna wan tu sor î***Bi helbestan li cîhanêEz ê bang kim bi qîrînDi dîwana min de manîFransoyê Herîrî***Bi Yezdan be bi dilpakîDibêjim ez ne xapanJi bo Kurdan ku ew rêçaTe girtî ez bi gorî***Bila em herd bibin cînarLi ba Barzaniyê bavJi vê dinyê reha bim ezJi jîna jar buhurî***Tu dilxweş bû firaz çûyîDi wê zora IraqêBi derd dê ez herim gorêKu bindest im li Sûrî

Page 201: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

401400

BêbuharGulistan

Gulistanek min çêkirBi teyrokê xira bûJi sohbayê ku sar hatBi bayê wî zuha bûGulistana gulan tevÇima Yezdan ne wa bûPezê xelkê ku pir kirPezê min ê dizan bûLi dij Yezdan çi kirbûKu halê min wiha bûTemen min tev nimêj kirÇima cî min xirab bûKu pergala min a xurtÎro ji hev bela bûJi min re dost nemayîKesê dostê pera bûDema malê min pir bûBi min re yê bira bûBi erzanî dijîm ezKu azadî buha bûLi warê min biyan imLi cî min xelk bi war bûLi warê min bi cî bûnKu halê min pena bûGulistan ew Xweda kirPezê min ew ne wa bûDivê êdî şiyar bimJi min bû bê Xweda bûGulistan nuh bibînimBi dav kim ew niha bûMin pez berda dizan birNe sûc sûcê Xweda bûŞiyar bûn ên neraket

Ji xew ewya şiyar bûŞiyar bûn ê şiyar ewNe raketî şiyar bûNezan ê diz nizaneJi yê zan diz xuya bûŞiyar bûn ew li pey minDi tarî wek çira bûKu piştî Bêbuhar mamKu mala min xira bû

Divê em Kurd

Divê em Kurd bi kêr bênJi çewser em netirsinBi mêrxasî bi şer emBibin tiştê me xwestî***Li dij çewser eger emNe dozker bin bi xurtîKesên çewser tu caranTu tişt nadin bi sistî***Welatê Kurd ku wî birBi kuştin û bi xapanBi zorî û bi talanNe ew hatî bi dostî***Bi zorê hat divê emBi zorê wî bi derxinJi Kurdistan bi kuştinNe hewcî olperestî***Bi ol em tim dixapinBi ol em Kurd nexapin

Page 202: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

403402

BêbuharDibêjin em biran inBiratî bê dirustî***Ne doz ol û xwedayîBi dev ewna dibêjinTu tiştê ol tune pêMisilmanî dirustî***Ji ber çewser ji dûr inZimanê wan ne yê meBi zor zarê me qut bûBiratî ka bi rastî*** Xweda gotî misilmanLi hevdu mal û namûsÛ xwîna wan heram inGelo ka kê bihîstî***Welatê Kurd û namûsÛ xwîna Kurd helal bûLi Îran û Ereb TirkFilan wek wan nekuştî***Hemû malê me KurdanBi çavsorî dibin ewDibistanan li nav KurdQe lênakin bi rastî***Ku mizgeftan li nav KurdDema lêdikin ji boyîGelê Kurd tim nezan binNedan ber Kurd tu rastî***Melayên wan çi bêjinJi boyî Kurd bibihîzin

Li maf Kurd tewr nepirsinBibê tiştê bihîstî***Ji boyî Kurd li paş binJi wan re tim xulam binNeyar tim koledar binTu çar nayê bi dostî***Dihele roj bi roj KurdWelat nav tê guhartinBuhişt dan Kurd û horîBi xapan û ne rastî***Buhişta wan me navêWelatê Kurd ku berdinBuhişt em Kurd dikarinLi ser çêkin bi rastî

Kurdno de bes

Çerxa me ket bîst û yekan rêberîElektron raman divê şiyar bibinEm jî wekî xelkan divê pêşkevinHûn rêber in êdî bes in parçebûn***Pada me Kurdistan fire rind binênXelkan li hev ew par kirin çar biranHûn rêber in hûn Kurd dikin birbirîKanî çawa wê çêbibe serxwebûn***Va roj bi roj gel tev ji vî şaş dibeÎro milet bûye pezê bê şivanGur têne nav birbir dikin pez dixwinJê re divê bes yek şivan serxwebûn

Page 203: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

405404

Bêbuhar***Alîk bi ol alîk bi êl man nezanHev nagirin dûr in ji hev bêmecalKadir li nav wana tune şiyar bikinÇawa gelê Kurd wê bigihe serxwebûn***Pir Kurd bi dest Tirkan ji vir çûn mirinHinek welat berdan revîn çûne derAlman tijî Kurd bûn ji wir bêvegerEv bû sedem ewna li vir şiyar nebû***Kurdê binamûs wê welat bernedeÇi bike bi Almanya welat bê xwedîMaye ji dijmin re li vir doz mirîEw çûn li nav Alman hemû winda bûn***Em Kurd li Filistîn binêr ka çawaEw şer dikin maye di dest wan kevirEwna ji ber dijmin tu car narevinXwîna xwe dirijînin ji bo serxwebûn***Namûs xiram çêtir ji ton zêr dibêmHerçî welatê wî tune hey biraNamûs tune vayî ji xwer rind bizanHerçên binamûs ê welat serxwebûn***Em jî wekî xelkan divê zane binÊn reş li Afrîqiya hemû pêş ketinEm jî wekî xelkan divê pêşkevinÊdî gelek şerm e li Kurd paşveçûn***Jîna min çû tev Bêbuhar jîn nemaJîn im di nav zindaneke bê derîDijmin li ber min tim bi tirs ez dijîmBimirim welat min hîn nedî serxwebûn

Em in Kurd

Em in Kurd torinên Nûh in ji KurdistanLi gerdûn bela bûn gel em in bavêGelên cîhan çima gel pêş ketin Kurd manLi paş îro li vî gerdûn û cîhanî***Em in Mîdî û Mîtanî û SûbartîÛ Aşkanî û Gotyomî û ExmînîMe ferman kir li Hindê û li YûnanJi Kurd şeş împerator bûn gelo kanî***Ji ber Kurd bûn misilmanên dirust oldarJi dûr hatin misilmanên bêol xapokBi Kurd keniyan bi îslamê kirin bindestXulam man Kurd ji bo ola misilmanî***Em û Yûnan û Suryanî û AşûrîÛ Kildanî û Ermen jî tixûbdar bûnHezar salan bi hev re em gelek xweş bûnMe ferman kir li vî gerdûn û cîhanî***Demên pênc gel ketin ola XiristiyanîGelê Kurd bû misilman û neyarî bûGelê Tirk ew gelek kuştin ku qada wanBi xwîna Kurd ji Tirk re ma bi hêsanî***Dema ehmeq Selahedîn li Kurd wer bûNe ew ba wê gelê Kurd em dused milyonHebana wê wekî Rûs û AmêrkanaXuyabûna li vî gerdûn û cîhanî***Ji xortên Kurd kirin leşker bi destê wanSelîbiyan ku xortên Kurd gelek kuştinMalbatên me Kurd avêt welatên dûr

Page 204: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

407406

BêbuharHemû ew bûn Ereb Kurdên li wir manî***Gelek ehmeq wekî wayî ji nav KurdanDemên rabûn ne kar kir wan ji bo KurdanGelo çi bikim bi wan hovan wekî XalidKurê Bermek û Ebdilrehman Xurêsanî***Di riya wan re divê Kurd ew biba dewletJi bo Îslam Ebasî wan kirin dewletEbasî jî li herd malan quliptin ewHemû kuştin li şûn Kurd wan ji Tirk danî***Gelê Îran ji bindestî xwe rizgar kirBi mêrxasî dijîn îro li cîhanêEbasî çûn bi îslamê gelê Kurd emKetin destê gelê Selcuq û Osmanî***Ji bo Îslam gelê Tirk hat ji TirkistanWelatê Kurd bi xap zeft kir nehiştin KurdBixwînin wan li şûn xwendingehan mizgeftBi comerdî li her gundên me Kurd danî***Li mizgeftan melên muxbir kirin îmamBi Kurd keniyan buhişt dan Kurd û xapandinJi ramanê serî şûştin serî gêj bûnKetin xew Kurd bi morfîna misilmanî***Nezan man Kurd neman raman û konîtîBi olîtî hemû pûç bûn jiyan berdanLi ew dinya buhişt xwestin gelê Kurd bûPezê şêx ew li ber kêrê serî danî***Gelek axên me yên bêhiş kirin padşahLi ser Kurdan kirin muxbir bi êlîtîJi hev re bûn neyar bîr bûn li hev xistin

Gelê Kurd tim ji hev kuştin û talanî***Me ola Ezdahî berda me Kurdê Ez- Dehî kuştin welat berdan ji dijmin reNeyar xêrên welat tevde dixwin îroKiyan ew çû me namûs jî li ser danî***Bi ola Ezdahî Kurd tim li ser xelkêMe ferman kir bi mîrzatî li cîhanêBi destê Kurd me mala Kurd xirab kir emXulamên ên misilman in bi erzanî***Şerê Tirkan û Îraniyan li ÇaldêranMela Îdrîs welatê Kurd firot TirkanKu Kurdistan du parçe kir xirab bû tevKetin destê gelên Îran û Osmanî***Ji bo Şiî û Sunîtî welatê KurdKirin kavil ji xortên Kurd kirin leşkerDi şer de tev mirin bêsûd ji bo ÎslamJi kîsê dê û bavan çûn xeber kanî***Ereb rabû xwe da alî FransîzanÛ Ingilîzan xwe rizgar kir ji bindestîJi ehmeqî me rizgarî nexwest em KurdTevî Tirk man ji bo ola misilmanî***Welatê Anadol arzê gelê YûnanHemed Fatih bi îslamê ji wan istandGelê Yûnan li Tirkan xist ji AnadolHemû derxist reha kir wan ji Osmanî***Melên Kurdan hemiyan gotin bi gawir reÇawa wê em li Tirkan xin gelê Tirk ewMisilman in misilmanî qebûl nake

Page 205: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

409408

BêbuharBi gawir re li Tirkan xin ne wijdanî***Ew ê bêbav Kemal Paşa xwe kir sofîBi şaşik û cubê şêxan li nav KurdanDi mizgeftê zikr kir wî giriya bang kirBi qîrîn got nema ola misilmanî***Ketî îro binê lingê gelên gawirEz ê çi bikim bi dinyayê min berda ewNema dertêm ji mizgeftê bila bimirimDinê navim li dû ola misilmanî***Melên Kurdan li nav Kurdan kirin qîrînÛ wan gotin mirovê ew bi Tirkan re li gawir xeDi şer de ew şehîd be wê buhiştê çilPerî jê re ji bo ola misilmanî***Ji Kurd heftê hezar xort bir ji Tirkan reBi şer Yûnan şikandin wan di derya wer- Kirin xerq bûn vegeriya Tirk li cî derketGihiştin hev hemû hêz wî li wir danî***Kemal dewlet ku damezrand û Tirk xurt kirVegeriya ser gelê Kurd wî du milyon kuştGelek şêx û melên Kurd wî bi dar xistinJi hespan re hemû mizgeft kirin xanî***Li Amed û li Agirî û li Dêrsim jîŞikandin şoreşên Kurdan ji malbatênMe Kurdan tev birin ewna li AnadolHemû bûn Tirk ji Kurdan ên li wir manî***Serokên Kurd hemû reviyan welat berdanBiyan ewna li nav xelkê mirin bê kesWekî Osman û Kamîran û Cegerxwîn

Celadet û Hesen Hişyar bi diljanî***Wekî Memdûh Selîm jî ew Izet AxaEmîn Axa Birûsk jî ew bi wan re bûWelatê wan heram kir Tirk li ser wanaGelek ew hîn henin wek wan min nav nanî***Ne şermî reş Ereb ewna ji dûr hatinHinek Tirk jî ji ber Moxol revîn hatinWelatê Kurd li axa Kurd bibin dewletBi xapandin ji xwer her yek tixûb danî***Bi êlîtî gelê Kurd wan bera hev danBi ol wan Kurd bi xapandin kirin bin destNiha jî Kurd bi konîtî li ser kursîLi hev nakin ji ber wî ev li paşmanî***Hemû serwer ji partî Kurd ji dîrokêTi sûd nakin bi sed salan gelê Kurd ewBi êlîtî bi bend bendî xulam mayîLi ber çewser bi pîsîtî serî danî***Ku ker ket kortekî cardin serî jêkîNema tê wer dibe ew ker di wî kortîÇima em Kurd di wî kortî gelek wer bûnŞiyar nabin siyaset ma gelo kanî***Gelek şerm e li lawên Kurd hemû mêrxasJi Mîdya û ji Mîtan in ewên gernasLi cîhanê hemû ewna ku navdar inDi bindestî dijîn îro kiyan kanî***Fedî nakin di vî çaxê satelît ûInternet welatê Kurd di nav de KurdNebin dewlet ji dûr de bên li ser Kurd ew

Page 206: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

411410

BêbuharBibin dewlet gelê Kurd ka şeref kanî***Neyarên Kurd niha jî ji cî wî reDikin ewna ji dûr tînin dixin şûn KurdHemû bajar û gundên Kurd guhertin navDibên Îslam birayên hev gelo kanî***Welatê Kurd di nav de Kurd qebûl nakinBiyan in em dibêm Kurd im dibên Kurd çiBi car înkar dikin ew Kurd dibêjin KurdTune yek jî li vî warî û meydanî***Biyanî û xizanî û stemkarîNeyaran ew bi min zor tê dêşim ezGelê min jî di bin destên neyaran dePerîşan bû li ber lingan serî danî***Ji mafê wan li Kurd ewna bi her hawîStemkarî bikin ewna ji ber Kurd bûSerê rim ew bi Kurd wana xelk dikuştin timJi wan re Kurd xulamkarî bi cî anî***Mirov hê aşiqê mal in ne wek wan imBi dil ew ê evîndarê welat im ezWelatê min ku azad be ji dest çewserBi namûs wê bijîn em Kurd bi mêranî***Mirovê bê welat ewya ku maf windaNebe dewlet bi rizgarî nejî ewyaDi jînê de gelek erzan e ew meriyaLi nav xelkê dijî ewya bi erzanî***Gelek xortên meyî zana ji pîsîtîWelatê bav û kalan wan berdan û çûneEwropa ji çaxê Nûh welatê Kurd

Ji çewser re welat berdan bi hêsanî***Li kazînên Ewropa tev ereq vedixwinDivê tevde ji bo doza welat ewnaBi gernasî li dij çewser şehîd banaLi Kurdistan ji bo Kurdan bi mêranî***Bibî kurtêlxurê xelkê û bêrûmetBijî îro gelek şerm e li cîhanêNe mîrza bî bila bimirî nemînî jînDi gorê de li vî gerdûn û cîhanî***Ji wan re ez dibêm şaş in welat berdinWekî dara ku reh derket ji nav axêJi serde wê zuha be dar bimîne wêÇemel bişike ji ber ev rol neyar danî***Ji boyî ew Selahedîn di dîroka Ewropa deLi ser cengên Selîbiyan em gelê Kurd bûnNeyarên wan em in îro li cîhanêGelê rûreş ji bo ola misilmanî***Erebistan û Balqanî heta AlbanNeman bindest ji destê Tirk reha bûn ewJi bo ola misilmanî benî man emKerê Tirkan girêdayî di vî xanî***Heta kengî ku bêrûmet bimînin KurdKu jîn bin wer li dinyayê nebin dewletEger rizgar nebin em Kurd ji bin destanLi dinyayê me navê ev misilmanî***Welatê min biyan im lê ziman girtîBi nefsê tim di zindanên neyar de werBi saxî ez di gorê de dijîm îro

Page 207: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

413412

BêbuharBi vî derdî temen min tev li ser danî***Li Kurd çewser heta îro misilman inJi dîrok Kurd ti sûd nakin dibin bend bendDi jînê Bêbuhar im wer temen burîEz ê bimirim bi derd wek Ehmedê Xanî***Me pir xelkê Ewropa kuşt Selîbî bûnNiha ewna li pişt Kurd in ne ew banaGelê Kurd wê li Kurdistan nemana tevBela bûna li vî gerdûn û cîhanî***Gelek hêvî ji Kurdan tev dikim ewnaNebin bend bend bi yek bin Kurd ji bo xurt binBi zanyarî li ber çewser serî hildinJi dest çewser xwe rizgar kin bi mêranî***Nebin hûn wek melayên Kurd û şêxên KurdDixin stûyê Xweda wer kir Xweda zulmê tu car nakeEm in ên ûşt ne yek bûn Kurd ne yek ba wêXweda qels ba li erdê ka Xweda kanî

Serê Kanî

Ev Serê Kanî serokê çemaAyeta Mîtan nexweş bî çimaAv zelal bû xurt çima av nemaDar hemû hişk bûn ji ber av nemaEv Serê Kanî serokê çema***Sax nemama ez bila ey XwedaEw bi vî rengî bila min nediyaEv çemê Xabûr te hişk kir XwedaAv nema yaxud ji Tirk av nema

Ev Serê Kanî serokê çema***Av ji ezman de Xweda qut kirîTirk ji ba Kurdan ji ser qut kirîDewleta Sûrî jî qad qut kirîKa çi çax av bê ji nav sê derîEv Serê Kanî serokê çema***Kar gelek pir bû me nav kir KuwêtXêr gelek pirtir ji ava FirêtXelk ji dûr de ew dihat xêr divêtLê niha kar mir heta xêr ku bêtEv Serê Kanî serokê çema***Xelk bi çolê ket xirab bû şeherNan ji bo derxin bela bûn li derKes ji derve nê şeher lal û kerrSûkeke bê xelk bi şîn û kederEv Serê Kanî serokê çema***Ka kude çûn ew çeleng qaz û kewOrdekên rengîn qulingên bedewDeng ji şalûlan li min xewn û xewBilbilên zarxweş dibînim wan hewEv Serê Kanî serokê çema***Lê neman beybûn û nêrgiz û gulKa xezalên şox ewên çav bikilTim li wan digirîm dinalim ji dilAyeta Mîtan ku tomar li dilEv Serê Kanî serokê çema***Lê neman masî ewên goşt xweş inLê dibînim tev qirakên reş inKurd gelek rast in qe xwar nameşin

Page 208: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

415414

BêbuharKurd neviyên Mîtan çima bextreş inHey Serê Kanî serokê çema***Tim li ser wî bû gelek zor û şerRom û Aşûrî Ereb jî li serXira bû Waşo du caran li serKurd xwedî îro ziman lal û kerrEv Serê Kanî serokê çema***Tol e ev şara ku pergende bûPênc hezar sal bûn tu car wer nebûKurd bi wî zanin ku aya me bûNav di dîrokê qe winda nebûEv Serê Kanî serokê çema***Kurd dibên Waşo tu kalê me bûPênc hezar sal in tu aya me bûTirk û yên pêxwas li vir ew nebûnÊn ji wan xurttir xulamên me bûnHey Serê Kanî serokê çema***Yên stemkarên li ser Kurd ew inÊn di dîrokê derewçîn ew inÊn li Ser Kanî bi ferman ew inKoleyên wana gelê Kurd ew inHey Serê Kanî serokê çema***Wê çi çax ew bê dema çû buhurtBê kiyanê Kurd bi hêza ku xurtSê sedên kaniyan bibînim ku xurtLê ez ê çi bikim neyarên ku xurtZeft kirin îro niha keys nema***Koledarên Kurd divên deng nekimLê nikarim ez tu car deng nekim

Ez ji bo Kurdan divê dev vekimBêbuhar im ez xwe tewr kerr nekimBes hedan êdî li ba min nema***Ban dikim Kurdno divê kerr nebinHûn xwedî dîrok ji bîr tewr nebinHûn welat rizgar bikin lê hebinHûn xwedî Waşo û kan xwe binXurt bibe wê ev serokê çema***Kurd ku çar parçan nekin yek welatXurt nebe wê ew tu car bê felatXwîn ku nerije ew qe nabe felatJîn min buhartî bi zecr û xebatBêbuhar im ez ji derd û xema

Tu Kurdistan

Tu Kurdistan welatê Kurd fireh pad îTu warê ew nebî Nûh î tixûb deryaEbedan û heta derya li ber QezwînÛ Ermîniya û Derya Reş spî kanî***Heta ewya digihe bêlan Reqayê ûDigihe Ebdilezîzê û digihe ŞingalEreb hatin li ber Kurd wan vegirtin konBi cî bûn ew bi xapandin bi erzanî***Dema Merwan Hekem wî Kurd ji rex deryaEbedanê hemû rakir Ereb xist şûnGelê Kurd wî li Antakiya û bêlanêJi wir jî Kurd hilanîn wî Ereb anî***Kirî şûn Kurd ji ber Derya Spî jî Kurd

Page 209: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

417416

BêbuharHilanîn wî ji bo xelkê Ewropa tevNebînin Kurd ji bo winda bikin Kurd ewHilîne nav ji vî gerdûn û cîhanî***Û Şah Nadir li Îran jî li Kurd wer kirJi ber derya ji Qezwînê gelê Kurd wîHemû rakir ji ber derya bi dûr xistinLi şûn Kurd wî gelê Îran li wir danî***Ewa Sultan Selîmê Tirk li Kurd wî jîWekî wan kir ji pênc şaran hilanî KurdJi Derya Reş bi dûr xistin guhartin şûnVeşartin Kurd li şûn Kurd Laz li wir danî***Bi îslamê welatê Kurd kirin çar parJi ber va wan li ew dinya buhişt dan KurdBi oldarî gelê Kurd wan kirin xew tevBi vî hawî gelê Kurd wer serî danî***Gelek şerm e Ereb Tirk herd ji dûr hatinBi Îran re bi îslamê tu dagirtinJi wan her yek li parçakî dikin fermanDi bin destan em in îro gelê manî***Gelên Îslam heram naxwin ku hindik beDibên ev tişt heram bî ew li îslamêWelatê Kurd dixwin ewna heram nakinXwe vedişêrin li paş perda misilmanî***Ji sed salan heta îro gelê Kurd ewBi îslamê dixapînin bi dest şêx ûMelan wan Kurd ji hev xistin kirin çar parLi ser Kurd in bi kuştin û bi talanî***Melayên Kurd û şêxên Kurd li ser Kurdan

Ti dîrok wan nenivîsandin hemû xizmetJi bo Îslam Ereb pê xurt kirin wanaSedem ew bûn gelê Kurd ev li paşmanî***Bila dengê min bê şêx û melayên KurdEger Quran bi kurdî ba Ereb wê ewNeba Îslam li ser kufrê bima wê ewEreb wayî qebûl nedikir misilmanî***Heta îro gelê Kurd wî bi ehmeqîBi ol girtî ji dîroka xwe sûd nakeSerî danî û raket Kurd şiyar nabeLi dij Kurd jî ji çar dewlet misilmanî***Pakistan û Iraq û Tirk û ÎranêLi Kurd peyman girêdan wan ji bo windaBikin Kurdan gelê Kurd tev digot ya rebŞikir îro gelek xurt bû misilmanî***Ku çar dewlet misilman in gihiştin hevNema gawir dikarin tev bi îslamêTu tim alî misilmanan bikî ya rebLi cîhanê bila xurt be misilmanî***Gelê Kurd wan nizanîbû gelên gawirMisilman in neyar in zirz li dij Kurd inLi Kurd mihrê tu caran wê nekin ewnaLi ser Kurd in bi kuştin û bi fermanî***Li çar parçan niha jî wan hemû bajar ûGundên Kurd guhartin nav bi kurdî bûnBi zarê Tirk û Îranê Ereb wan navBi zarê wan ji wan her yek li ser danî***Li dinyayê misilman tev li eniya wan

Page 210: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

419418

BêbuharBila ar be gelê Kurd ew ji Îslam reKu bû qurban ku pêxember niha sax baBinêr nalet li îslamê hemiyan anî***Bes in em Kurd bibin sofî pezê şêx binBidoşe ew divê Kurd tev şiyar be ewBixwîne zû li dij çewser serî hildinWelat rizgar bikin em Kurd bi mêranî***Dixwazin hûn ku azad bin qelen xwîn ûBi yekbûnê û zanyarî û maldarî ûKonîtî Xweda tev ew gelê xurt beJi bo azad bibe wayî ku hîm danî***Welatê Kurd ku azad be li vê dinyê ûAva be buhişt wê bê derî KurdanBuhişta vê dinyê xweştir ji ya axretMe navê ew buhişta dû misilmanî***Li ber çav in dibînim herd Iraq û TirkLi her cî pênc hezar gund wan xirab kir tevSed û heştê hezar Kurd sax Sedam ewnaKirin gorê misilmankî behs nanî***Helebca û Qeladiz û li Xormal ûLi Zêwa û Mihabad û Gelî ZîlanLi Agirî û li Dêrsim û li Amed ûAlaqemşê ji Kurd kuştin û dad kanî***Li derve ez beradayî ne hebs im lêBi nefsê ez di zindanên neyar de timDijîm îro ji derdê pir ne xweşhal imZiman girtî dibên Îslam gelo kanî***Ji Kerkûkê Sedam îro hilanîn Kurd

Ereb xist şûn gelê Kurd wî bela kir tevBi xerdel wî li Kurdan xist gelek kuştinGunehkar bû ji bo petrol û wî kanî***Li cîhanê çi dewlet hê gelê Kurd lêJi ber kuştin û birçîbûn welat berdanWelatê Kurd bûyî hepsxana Kurdan ûGora Kurd xirab bûn gund neman xanî***Di jînê de min qet înkar nekir QuranXweda Quran dema daxist li ser ÎslamJi bo mihrê li îslamê bikin ÎslamJi Kurdan re yekî Quran bicî nanî***Ku dîrokê dixwînim ez dinêrim timStemkarî li Kurdan bû ji ber dostekTune îro ji Kurdan re ji ber Kurd bûNeyarê wan ji bo ola misilmanî***Selîbî kuşt ji Yûnan ji Suryan kuştJi Aşûr kuşt ji Ermen kuşt ji Rûsan kuştLi hember jî gelê Kurd mir ji bo ÎslamXwe rûreş kir welat jî Kurd li ser danî***Ji berve wan buhişt dan Kurd di bin destênGelên hov de dijîn îro ji ber zor ûStemkarî ku şeş milyon mişext bûn KurdBela bûn ew li vî gerdûn û cîhanî***Welat berdan gelek dûr bûn perîşan bûnNeyarên Kurd dixwazin welat berdinJi Kurd ewna xilas bin lê nemînin KurdJi Kurdan re ji ber wan ev plan danî***Divê em Kurd bi ya çewser nekin îro

Page 211: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

421420

BêbuharNeçin derve welatê Kurd nexin dest wanJi ber vê Bêbuhar im kûr dinalim ezKu pir gêj im di vî çerxî û dewranî***Dixwazin Kurd bi car winda bikin ewnaKu Kurdistan nemîne nav li cîhanêDi vî warî li ser wer kerr bibin em KurdEz ê bimirim bi derd wek Ehmedê Xanî*** Çiqasî wer bibêjim ez li ser ÎslamGelek tişt hê nikarim ez bigihim dawîJi min şîret li Kurdan be nexapin ewBi îslamê li vî gerdûn û cîhanî***Ji pêşkêşên me Kurd hêvî dikim yek binLi pêş Kurdan bibin bend wan nehêlin ewWelat berdin ji çewser re welatê KurdWelatê Kurd li cîhanê bibe manî***Bi xortanî min jîn tevde bi zecran ûBi derdan û xizanî û biyanî ûLi ser min tim zivistan ma di jîna bêBuhar kal bûm min xortanî li ser danî***Li dinya wê nemînim sax li jînê timJi Kurdan re dibêjim ez ji bo hay bim ûHev bigirin nebin bend bend li dij hevduEz ê bimirim li dinyayê nebim manî***Gelê dewlet nebe ew gel kiyanê wîTune yek car li ba xelkê dibe bê ûd ûBêrûmet ji xelkê re xulam be wêDi bin destan bijî jîna bi erzanî***Nebin wek ew Selahedîn û Sîbawê

Ferahîd û Esîr hersêyan û Ehmed Şew- Qiyê şandar Mihemed Kurd Elî zana ûÎsmet Înonû bû Tirk û ew Xalid kurê BermekTeha Yasîn û Ebdilrehman Xurêsanî***Ji bîr kir wan li Kurdistan nema pirsînJi bo ola misilmanî xebat kir wanNexwestin wan li Kurdistan bibin serwerXulam man tev ji bo ola misilmanî***Misilman in li Kurdan ew dixin îroEwropa yên Xiristiyan in gelê Kurd ewDiparêzin ji îslamê ew in em KurdLi dij wan bûn ji bo ola misilmanî***Ji bo Kurdan min çil salî xebat kir timBi bindestî di hebsan de bi zîwarîHevalên min firîn pir çûn li erdê mamBelengaz im li bajarê Serê Kanî

Perda dizan

Çaxa ku Îslam ket welatKurdan ji dest wan jîn nedîÎslam kirin perdak li paşDiz bûn gelê Kurd wî nedîWarê me wan dagîr kirinTolaz û dizên bêfedîHerçên ji dûr tev bûn serokEm Kurd ji wan re bûn gedîWarê xwe Kurd man lê biyanHatin ji dûr ew bûn xwedîZarê me wan qedexe kirinKurd ew nemînin sermedî

Page 212: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

423422

BêbuharBajar û gund wan nav guhertKurdê nezan wî rast didîÇewser serê Kurd şûştibûKor kir nema Kurd ber xwe dîMalê me wan talan kirinEnfal helal wana didîQîzên me wan carî birinHer yek ji wan jin bûn sedîHorî buhişt wan dan me KurdÊ Kurd buhişt warê xwe dîYê zan ji Kurd ser hildidaEwya dikuştin bê xwedîÇewser digot ev gawir inKurd jî ewa kafir didîÇewser didî dostê xwe KurdHevdu me Kurd dijmin didîÇewser gelê Kurd qir dikirBê têlveza xelkê nedîTim ez spasiya wan dikimÊ têlveza çêkir me dîKurd riya cîhanê tev ku daKafir li Kurd ew bûn xwedîKafir neba Kurdên IraqWê yek nemaba sermedîEw hat ji dûr alî me kirKurdên Iraq azad xwe dîYê wek Sedam ket bin piyanÎro ew e yê bê xwedîÇerxa felek lê çep gerîYa reb şikir ev roj me dîWayî nijad ket bin piyanWî jin li ba Kurd bû gedîHerd law li ber çavan mirinHerd laş ku man wer bê xwedîYezdan ji bîr nake tu car

Kurdan ji wan zilma ku dîSê koledarên din li dûWê ew bimînin bê xwedîKurdê bi Îslam kor bûbûÎro gelê Kurd pêş xwe dîKurd xwende bû Kurd kone bûWarê xwe Kurd lê bû xwedîWê Kurd bike yek çar birranWê Kurd bimîne sermedîEvya umêda Bêbuhar eYezdan spas ev roj ku dî

Bulent Ecevîd

Dilreş Ecevîd contirkê dijwarMayî ji Toran dilhişk û xwînxwarHeft çerx nebûn hûn Asya Biçûk jêHûn Tirk mişext bûn rewşa gurên har***Gava ku hatin wan doz ne ÎslamEw xum bikin kî bêhiş û ew xamDîtin gelê Kurd ol pê dixapeQuran ku dan pêş xapiyan bi Îslam***Hûn Tirk ketin nav Kurdan bi ev rolDestûr we danî wek Tirk û MoxolKurd man ji Tirk re bindest û bêzarHîn jî li nav Kurd meşiya ye ev rol***Zanyar li nav Kurd xwendin we pê kirRabûn ji Kurd re mizgeft we lêkirMît kirin olber Kurd pê we xapandKurd tev nezan man ev rol we çêkir***

Page 213: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

425424

BêbuharXortên me Kurd bûn çekdar û leşkerHûn bûn li ser wan serdar û serwerHer cî welatê xelkê we istandDewlet we saz kir destê xwe da ser***Xortên me Kurdan mir çûn di şer deKurdê belengaz qad jî li ser daQada we stand ew ma ji Tirk reQada me Kurd çû can jî li ser da***Îro gelê Kurd înkar dikin hûnÎro ji Kurd re dijmin ew in hûnBindest neman kes Kurd mane bindestKurd mane îro bê zar û xwendin***Em Kurd ji Nûh de warê me ev warBavê cîhan in gel çûn ji ev warÎro çima em tê de biyan inEm têne kuştin em mane bê war***Bawer nekin Kurd kerr bibe razeMafê xwe wê Kurd bêwest bixwazeTirk ew ji ku hat wê ew here wirBêhiş Ecevîd êdî tu raze***Îro ji Kurdan tişt nê veşartinTiştê veşartî hatî qeşartinHin wek Kemalê serhişk û zengarWek wî tu serhişk zengar ne şûştin***Kurmê di gûzê Hindê tu wek wîÇawa ketê ew derkev tu wek wîÊdî li nav Kurd cî Tirk nemayîÊdî me navê herçî ne cî wî***

Kurd xwende bû ket karê bizavêÊdî nikarî bigirî bi ravêNûjen bi ram tu hîn kevinperest îTiştê kevin wî êdî tu bavê***Nayên jimartin Kurdên we kuştinLawên me Kurdan sêwî we hiştinWarê me Kurdan wêran we hiştinTiştên dibêjim hîn ev ne tişt in***Îro jî Kurd hîn mişext û bêwarKurd man li nav Tirk birçî û bêkarTirkan li Kurdan ger wer nekiribaNemira bi dest Tirk wê yek biba çar***Warê gelê Kurd bû gor ji bo KurdWarê me Kurd bû zindan ji bo KurdBirçî dijîn Kurd xêrên me KurdanSer erd û bin erd mayî ji bo Tirk***Îslam me navê Tirk û biratîNagirin ji Tirkan Kurd vî xelatîGer hûn nizanin pirs kin ji xelkêMandela zanê ew vî xelatî

Ku sed salî

Ku sed salî mirov nemire li dinyayê bijî ewGelo salkê ne bes ewya li dinyayê dimîneJi ber sal tev li dinyayê hemû wek hev dibûrinDerew dinya mirov ewya çiqas jîn be ne war e***Li dinyayê dema zarok ji dê ewya ku çêbûKu jîn bû ew heta ewya li dinyayê ku pîr bû

Page 214: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

427426

BêbuharDerew dinya şev roj ku herd bi çerxê re dibûrinMirov ewya bi şev radize bi roj ewya li kar e***Cefakêşî li dinyayê bi kar ewya dibûreKu pîr bû ew ji nû zane temen vala diçe ewDi salê de ku çar demsal li dû hev ew dibûrinDibe havîn dibe payîz zivistan û buhar e***Ku sed sal be ku salek be wekî hev ew dibûrinKu sed salî mirov jîn be mirov salkê dijî ewKu çar demsal ku roj be ew ku şev be ewBi çerxê re dibûrin ew mirov tê de neçar e***Derew dinya di jînê de mirov tewr pê ne şa bêTiştê ku dî wekî xewnê buhurt ewya nema têBi zarotî heta pîr bû bi rêwîtî dide rêMirov rêwî mirin wek hesp mirov tim lê siwar e***Çiqas dûr be mirov darê ilem bigihe derî wîKu ket ku rê nema dertê kesek wê wî nebîneDi gorê de ne şev hê ew ne roj hê ew di tarîZivistanê û havînê ne germ gor ew ne sar e***Kesê pîs be bi car dimire li dinyayê tune ewKesê rind mir tu car namire li dinya nav dimîneDi dîrokê de cî digire dijî ewya bi manîKilîşê wî li pirtûkan di nav gel de diyar e

Gelê Kurd

Gelê Kurd tim dixapin ewBi vê ola misilmanîDibin kolên neyaran ewÛ bindestî nezan manîMixabin Kurd neviyên MîdîLi nav ev xelk û cîhanîDi çaxê Xalidê BermekÛ Ebdilrehman XurêsanîDi çaxê ew SelahedînKu vala Kurd şehîd danîDi çaxê ew Mela ÎdrîsJi Tirkan re Kurd serî danîDi çaxê zirz Kemal PaşaBi hev kuşt Kurd û YûnanîWelat çêkir ji Tirkan reGelê bindest em in manîMelayên Kurd û şêxên KurdBuhişt dan Kurd serî danîDi dojê de dijîn îroGelê Kurd ew buhişt kanîGelê Aşûr û Ermen ûGelê Suryan û KeldanîXwedanê tac û dewlet bûnKu winda kir misilmanîDikim qîrîn li dû TîrêjCegerxwîn û melê XanîDibêjin Kurd nexapin hûnBi vê ola misilmanîDibên Îslam bira ne tevBiratî wan gelo kanîJi dûr hatin welatê KurdBirin ewya bi xapanîKu qada Kurd kirin çar par

Page 215: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

429428

BêbuharLi nav hev wan tixûb danîJi Kurd kuştin didin ewnaEreb tev Tirk û ÎranîHinek Kurd bûn dizên axanHinek sofiyên misilmanîNexwendin Kurd nezan hiştinNema şer kir û çek danîWelatê Kurd kirin kavilMe namûs jî li ser danîWelat berdan gelek Kurd çûnKesên bêkar xizan manîLi hawîrdor dinêrim KurdGelê bû yek şiyar kanîÇi çax wê Kurd bibin dewletWekî Rûs û AmêrkanîKu ling danî li ser heyvêBi zanyarî û rêzanîEwropa tev ji ber rabûnLi dij dêran bi mêranîReha bûn ew ji dest dêranLi ber ol wan ku bend danîEwropa ew hemû pêşketBi konîtî bi ramanîDivê Kurd jî reha bin werJi vê ola misilmanîNexapin em bi oldaranJi yên Kurd wer li paş manîJi doza Bêbuhar evyaGelê Kurd ew bibin manî

Tirk kafir in

Tirkan nexapin kes bi wanEwna ne Îslam kafir inEwna bi reng bûne mirovHov in ji hovan ew gur inHêsan e kuştin pir bi wanEwna ji ber tim xwînxur inHatin ne kam Îslam ji dûrHatin ji xelkê qad birinXapok wekên rovî ne ewLê ew bi kuştin wek gur inHatin ji Tirkistan firarQada me Kurdan zeft kirinTirk bûn li ser dewlet bi zorQada xwe Kurd lê ew mirinTeng bû ol Tirk deng dikinZor çû bi ol ew nagirinEwna nebînin sûd ji olEw ol bi qirûşekî nakirinTirk pêş ketin Kurd man li paşBûn diz ji Kurd wan hiş birinEm Kurd nexapin tewr tu carTirk hindik in em Kurd pir inPirbûn mirov hiş pir nebeKer jî li garanê pir inBaran li wan xelk bar dikinMalê keran tim axur inEm Kurd bi ol tev kolen inTirk ew bi ol tev tacir inTirk ew ne dijminê nuh inEwna ji kevin de xwînxur inZerdeşt dema kuştin ji KurdKurdan ku Yezdan nas kirinÊ Tirk bi xavî goşt dixwar

Page 216: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

431430

BêbuharKurdan ji agir hez kirinRonî bi agir çêdibeXwarin bi agir çêdikirinTirk bûn misilman bûn mirovHer tişt ji xelkê wan birinEm Kurd nexwînin zan nebinEm rê li Tirkan nabirinBindest bimînin wer li paşQadê ji dest wan nagirinÊ qels tu car wê maf nebeMaf tim bi zorê tê birinMihra Xweda hevgirtinîYê hev negirt lê nê kirinDîrok min xwend dad tê nedîQels tim pez in ên xurt gur inMihrê li pez nakin tu carGur pez dixwin tim pez mirinJê re şivanên xurt divêWê tim tifingan hilgirinGur pez ku hatin ew bixwinBerdane gur gur ew mirinHûn lê binên mihr bû li pezPez namirin gur ew mirin

Em Kurd çima

Gelên li paş ewna çima pêş ketinKurd pêş neket Kurd ma çima wer li paşKurd tim li dij hevdu ji ber ezezîEw pêş neket wer ma ji xelkê li paşHer yek dibê yê zan ez im rêber imHerçên nezan ên zan ji pêş dane paşRêça ne rast dan pêş milet şaş kirinDan ser riya xwar û ne rast ber li kaş

Hinek li ba şêx sofîkên bêhiş inHinek li ba axan xulam in belaşHinek li bajaran dijîn tacir inKurd nakirin ewna bi gazek qumaşBertîl didin ên koledar kêfxweş inMîrza li Kurd kolên neyaran qelaşÊn koledar Kurdan nedîtin neyarHevdu dibînin tim neyar wer nebaşMe digot berê Kurd ew nexwendî nezanÎro çima yên xwendevan man li paşVa çerx ketî bîst û yekan hîn wihaYên xwendevan wek ên berê hîn li paşWan Kurd kirin partî li hev par kirinRastî nizanin Kurd li ku mane şaşKursî ji karton zan li ser rûdininHer yek dibê yê baş ez im tu nebaşWinda dikin mafê kesê rast û zanEw maf didin ên man bi wan re ne başÊn koledar wan Kurd kirin çar biranTalan dikin Kurdan dihêlin li paşÇar koledar ewna li ser Kurd yek inHer çar gur in em Kurd dibin berx û laşAzad tu car nabin ku Kurd yek nebinPêş nakevin wê tim bimînin li paşJîna min bû heftê û du sal BêbuharBê germ dijîm sar û zivistan ne başHêvî dikim piştî mirim rast bibinKurd rê bidin hevdu kesên zan û başAzad bibin Kurd wek gelan jîn bibinKurd rast herin negirin riya çewt û şaş

Page 217: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

433432

BêbuharYara bi wê winda bibî

Yara bi wê winda bibî ew yar neyarPiştî mirov winda bibe çi bike bi yarWî yar nebir piştî bi yarê şad nebûÇi bike bi wê raket di bin axa ku sar***Ka Qeys çi tişt wayî ji Leyla sûde kirRomeo ji bo Culiet gelo jîn binpê nekirFerhad û Mem wana ji bo Şîrîn û ZînYek mir bi av yek jîn di zindan ku te kir***Ewna mirin wana ji yarê sûd nedîÇîrok ji wan çêbûn gelan jê sûde dînHer yek ji wan bû kurmekî yê hevirmêşBûn canfîda xelkê qumaş jê sûde dîn***Herçên ji yarê re dirust wan jîn ev inRoj û şevan eşqê ji ber ranakevinYar ew ne bes xort û keçên dil girtibinYara mezin xortên welat dil têkevin***Roj û şevan ew ranezin tim kar bikinTiştkî ji gel re zû divê ew çar bikinÊn pakrewan mir çûn tu caran namirinMirina ji çewser ew welat rizgar bikin***Ê pakrewan ewya nema radike xemaÇêtir ku sax jîn be di nav derd û xemaPîr bûm temen min Bêbuhar xemgîn buhartHîn jî welat bindest dijîm jîn çû nema

Sînemê

Lê lê tu wer SînemêQurbana bejna te mêDara sero çarşemêZerdeşt tu çand Sînemê***Şahnaz û şana min îHedn û viyana min îHem ar î hem rewşen îRoja min î Sînemê***Nazdar û şoxa delalSîpan û berfa li palBîngol û ava zelalJîna min î Sînemê***Herdem li bala min îHem gul î hem sosin îNêrgiz û lala min îBaxçê min î Sînemê***Azad divêm deng nekîQîz im min riswa nekîDerdê min tev ranekîZîn im bi eşqa Memê***Ew Mem li Botan tu yîGirtî li zindan tu yîYê mir ji bo Zîn tu yîEw Zîn ez im Sînemê*** A dil birîn kûr ez imXa Zêndîn bira ew ez imGirtiya di mal de ez im

Page 218: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

435434

BêbuharZîn mir bi eşqa Memê Nalîn

Min dî Nalîn di xew de bûLi ber wê pir sekiniyam ezQêmîş wê min nekir ban kimXewa xweş jê şiyar kim ezNikarim dest ji wê berdimDilê min bir li ber mam ezKetim tora evîna wêNikarim derkevim jê ezLi ber mam xulamê wêNema rizgar dibim jê ezKetim nîgaş û ramananLi dîrokê vegeriyam ezMin tê de pir evîndar dînRiba wana ku nayêm ezWekî Mem û wekî FerhadLi ber wana ne tişt im ezJi Şîrîn û ji Zînê reKu bûn qurbana wan wek pezHedan min kir heta rabûJi xew hîn mam li ber wê ezSerî hilda û ew keniyaJi kêfa wê firiyam ezJi min re got li vir çi dikîKeça xelkê di xew de ezMin jê re got ne xeydî tuLi vir ez ê xulam im ezMin got eşqa te ez girtimTe berdim tewr nikarim ezJi min re Bêbuhar wê gotDirust yar î dizanim ezWekî Zînê û Şîrînê

Te bernadim tu caran ezJi min re got tu fermo rûnLi ser text û nivîna qezKirim padşah bi nazdarîLi ser textê evînê ezHeta bimirim zivêr nabimJi yara şox tu caran ezBila bimirim ji bo NalînJi bo yara xwe gorî ez

Rabin

Rabin hemû Kurdên hejarÇewser li dij kerr nebinRast bin bi hev re hûn wekîPolat tu car xwar nebin***Çewser stemkar be çiqasSerşor li ber hûn nebinHûn dest hilînin koledarWê ew ne barê we bin***Kurd tev divê rizgar bibinHûn wek gelan serxwe binÇewser li ber hûn kerr bibinWê tim li vir ew hebin***Wê ew bimînin koledarWê tim hûn ê kole binÇewser qe keys nade ku KurdTev xwende û zane bin***Ên Kurd nezan bin tev ji boBindest û tim kole bin

Page 219: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

437436

BêbuharRûmet ji kolan re tuneHûn Kurd divê mîrze bin***Hûn tev bi sazber bin divêHûn xwende û zane binKoşkên bilind nagihêne serHûn nêrdewan çênebin***Nemirin ji bo jînê hinekWê hûn hemû jîn nebinÊ mir rehet be wê ji KurdÊn sax rehet wê nebin***Wê hûn li cîhanê hemûWinda bibin tune binÊ bê welat namûs tuneKoçbar ji cî hûn nebin***Digirî welat gazî dikeMin bernedin dûr nebinEz Bêbuhar im bang dikimKurd tev ji bo zane bin Evîndar im

Xort bûm ji yarê hez kir evîndarKal bûm temen çû hîn mam evîndarMin pir stem dî min berneda yarDilpak bi rastî wer mam li ber ez***Ez pir zivêr bûm min got dilo besBûm koleyê wê hîn dil negot besJîna min çû hîn wê jî negot besWer mam dilê min hiştim li ber ez***

Xelkên li cîhan wan tev birin yarPir dem buhurtin hîn min nebir yarHednê dikim ez wek Mem bi zîwarDil pê nikarim berdim ku wê ez***Bûm wek Siyapoş bûm wek CizîrîXanî û Tîrêj bûm wek HerîrîBûm wek Cegerxwîn Bêkes û PîrîEz wek Hejar bûm sermat li ber ez***Wana keser tim dikişand ji bo yarJar û perîşan bindest û bêwarHelbestnivîsên wer man li pey yarTev çûn bi dilêş hîn mam li dû ez***Wek min gelek çûn jar û evîndarKal bûn perîşan mir çûn ji bo yarNalîn ji bo wê keskî nebir yarEz jî wekî wan hîn mam li ber ez***Wê ez ciwan bim daxwaz ku ser dîGava min yar bir min ew miraz dîÇaxa mirim çûm dimirim min yar dîBê derd û kovan bimirim herim ez***Wê ez di gora tarî de razimGor ew dibê yar dilşad ku razimÊdî ji dinya wê tişt nexwazimSerbest di gorê bêxem dibim ez***Gora min ew çax winda nebe ewSînga buhişt lê gora min be ewRazim ji gorê wê ranebim hewWê jê reha bim dinya derew ez***

Page 220: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

439438

BêbuharMam Bêbuhar ez jîn tev zivistanKal bûm nedî min rojekê gulistanHîn berneda min ew xam ji destanGêj im di çerxê çawa bikim ez***Şîret li wan be xortên bi yar inPirs kin li yarê herçên dikarinÇaxa ku kal bûn tiştkî nikarinYar bê qelen nê bê kar û bê lez

Çûna Sedam

Çerxê me ket bîst û yekê sê sal serîAvdar ji Kurd re xweş ketî Newroz derîXwînrêj Sedam warek nema wêde herîGirtin derî êdî kude karî herîTextê teyî sî sal li ser xwîn rakirîTextê bi xwîn jor hat binî ew wergerîHatiye girtin rê nema tê re herîDawî ev in halê kesên ên serserîÇend kes li dor wê bin ne rast ên ber derîKêrî te nayên ên bi mal wijdan mirîKarê bikî ew kar bi wan nagihe serîKa jar Helebca gund te tev xopan kirîWinda nebû Kurdê te pê re şer kirîLê ez dibêm êdî gelê Kurd namirîKurd her bijî doza xwe wê bigihe serîGer zor nebe bê zor ti doz nagihe serîRola Ereb Îran û Tirk nagihe serîRola ku Barzanî ji Kurd re çêkirîEw rol ji Kurd re wê dirust bigihe serîÎro bi têlvaz ez dibînim her derîPêşmerge tên Mûsil û Kerkûk ber derîÇekdar revîn ê tey li wir çek rakirî

Kurd ban dikin pêşmergeno sed aferîPêl kin serê yên wek Sedam ên unsirîGer zor nebe bê zor tu car nabin merîYek jî nemîne yên ji wî re bûn terîWarek nema êdî kude karî herîBalîn tu bî bê bask ji erdê nafirîGeorge Bush tevî Tonî Bilêr biryar birîWek ababîl eshabê fîl winda kirîYezdan li jor ayet ji Kurd re çêkirîEv çax ne yê Nûrî Seîd erzan mirîYên wek Kemal wek Şah Riza yên serserîKuştin ji Kurd girtin li Kurd wan her derîEm Kurd dibêjin her bijî sed aferîYê faks û internet bi zanyar çêkirîTiştê ku bû wî zû digihîne her derîÊdî nikarin hûn li Kurd bigirin derîKurdê nezan ew zane bû xwedin kirîÇaxê we çû yê Kurd bi ol bêhiş kirîÎro em in Kurdên ku hûn ê şaş kirîKurd zane bû çekdar li ser çiyan pir kirîHer yek bi sed Tirk û Ereb ên şer kirîÎran bi mêrxasî ji kevn Kurd nas kirîÎro tu yî ewya bi saxî yê mirîCanê xwe yê şîrîn bi zêran nakirîPûtê xwe yê çêkir te danî her derîGel tev şikand pût ew ji jor daket serîTif wan dikin pêl wan dikin tên her merîBarzaniyê ewya te got çûyî mirîEw namire Kurd peykerê wî çêkirîŞarên me Kurd Hewlêr li nav dest rakirîAla me ya rengîn li jor darda kirîHerçî bibê Kurd ew mirî ew unsirîXweş zanibe Kurd namire ewya mirîEz Bêbuhar jîn bûm buhar hat ber derîKurd her bijî tê sax bimînî namirî

Page 221: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

441440

BêbuharTê serbilind bî Kurd li cîhan her derîEw rast dibêje ristevan cawê hirî

Barzaniyê bav

Barzaniyê bavê me KurdEw mir tu carî namireYê mir ew e yê nav mirîYê sax kesê nav namireSerwer wekî wî kes tuneTengî xwe tê de ragireRêber wekî wî tewr tuneRiya teng ku tê re bibhureBû roj li ezmanê me KurdRonî xwe da wî her derêKurdê nesax wî sax kirîÊdî gelê Kurd namireWê Kurd li dinyayê hebeLê zor çiqasî bibhureMafê me Kurd wî doz kirîEw doz tu carî namirePolat Barzanî neyarTayê pembû wî nabireElmas e Barzanî li berSermê tu car ew naçireDîrok ji Kurd wî nû kirÊ kevin li yê nû vedigereRêça li pêş Kurd teng û xwarRast kir li pêş Kurd rê fireAzad bibe dara xwe KurdAvda bi xwîn dar namireHer tişt bi zêran tê kirînAzad bibî zêr nakireEwya bi xwînê tê kirîn

Bê xwîn tu car kes nakireAxa xwe Kurd sor kir bi xwînMafê xwe Kurd tê nabhureWê Kurd bibe dewlet bi zorWek Mîdiyên çaxa berêKurd li nav cîhan winda bûÎro bi komger û serêŞandê Ewropa têne wirÎro welatê Kurd pirêCîhan hemû wir nas dikeNavê me Kurd da her derêRonî xwe da çar parçeyanÎro di tarî de çirêDergak ji Kurdistan vekirWê Kurd di wir re bibhureXaka me Kurd çar parçe bîSê parçe man wê bên serêHer çar giranbar in li KurdWê karibe Kurd hilgireBû Kawayê Kurd ê duduyanNewozeker nû wê werêAla xwe Kurdistan li serWê Kurd bilind ke wek berêHer dem bijî bavê me KurdBarzaniyê tewr namireBarzaniyê tewr namire

Mêrxas

Mêrxas li nav Kurdan hebûn bê ûd dijînŞêx û melan wan tim digot hûn guh nedinÎman bi wan re tune bê ol ev inMeriyan ji riya ol dûr dixin ev kafir in***

Page 222: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

443442

BêbuharSaz lêdixin ev distrên ev parsek inOla me îslamî qebûl nake tu carGava mirin cî wan li wê dinyê tuneCî dojeh in riya ol ji ber ev nagirin***Dengbêj û sazbend ew dihat ewya li jêrXelkê hemiyan ew rûdinişt şêx û melênKolên neyar gava dihat radibû ji berCî wî li jor Kurdan li ber deng nedikirin***Ên Kurd ji xew wan radikirin wan zar dihiştWinda nebe bê ûd dijîn şêx û melênTeirîb li nav Kurdan dikir Kurd man nezanDîrok li ser Kurdan nema winda kirin***Herçî bi namûs Kurd nehişt winda bibeEw mûmin in Yezdan ji wana hez dikeYê distra zarê me Kurd winda nekirEm pê hesiyan şêx û melên çewt kafir in***Ên wek Xidirkê Omerî yên wek Eyşe- Şanê û Meryam Xanê tu caran xwar nebûnÊn wek Hesen Cizrawiyê yên wek MihemedArifê navdar tu caran ewna namirin***Em Kurd divê peyker ji wan re çêbikinEwna ji ber çavê me Kurd winda nebinŞêx û melên çewt ew bila winda bibinÊn zan ji Kurd riya wan tu car em nagirin***Em Kurd bi zanyarî divê tev pêş kevinEm Kurd li wê dinyê buhişt navê me ewDoja li vê dinyê ku em tê de dijînDimire mirov em Kurd bi hev re namirin***

Em Kurd ji dest çewser divê rizgar bibinTiştê bi çav ewya mirov ger ew nedîtHerçî mirov wayî tu car bawer nekeÇawa bikim ehmeq li nav Kurd hîn pir in***Hinek dizên axa ne Kurd hinek li baŞêx in mirîd hinek xizan hin rêncber inHinek ji Kurd maldar peran bes dijmêrinWan hay ji Kurdistan tune hev nagirin***Wer raketî wan hay ji bindestî tuneKurdek çiqasî zane be Kurd wî qebûlNakin tu car ewya li Kurd ferman bikeHer yek dibê pêşkêş ez im serwer pir in***Zor nê bi Kurd xelk bê li wan ferman bikeWêna dibên Yezdan li Kurd wî wer kirîYezdan mirov ewya hemû wek hev dideJê re divê pez yek şivan pez jî pir in

Bi merdî

Bila bimirim bi merdîNe bindestê neyaranKesê tirsok ji dijminReha nabe tu caranBi merdî ez şehîd bimNe jîn bim wek dewaranKesê tirsok ji dijminReha nake ti waranJi raketiyan neyar qetNetirsî ew tu caranNeyar her dem ditirseJi mêrxas û şiyaran

Page 223: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

445444

BêbuharNeyaran pir li min daNetirsîm ez ji daranDema zor bû li min pirKetim rêza firaranEger Kurd im divê ezNe tirsok bim tu caranJi ber maf ew bi min reEz guh nadim neçaranJi dijmin ên ditirsinDibin kolên neyaranSeg in ewna ne şêr inXwe difroşin neyaranBi nav Kurd in ne Kurd inEw in dûvên neyaranBi Kurdan re ji bo malWê rast nebin tu caranLi dij wan im bi xurtîEz im şahê siwaranBila ez Bêbuhar bimNebim kolê neyaranKurê Mîdî ew im ezNebûm mişkê kewaranNeyar pisîkên xedar inMihrê nakin tu caranDivê şêr bim li dij wanBera wan dim neyaranJi kur hatin herin wirStemkarên neyaranJi ber ev war ji min reBera nadim tu caranDi dîrokê bi cî bimBijîm wê ez du caran

Bedîuzeman

Tu yî qutbê ji NûrisTu yî ew Şêx SeîdêLi cîhana misilmanBedîê wî Zemanî***Ew ê Sultan Hemîd bûTu hildayî birî jorAtaturkê Cihû bavJi jor wayî tu danî***Tu çil salî di zindanGiriftar bû li ba wîÇima mayî di zindanNefiriyayî tu banî***Digotin şêx firî çûHemû cîhan bibîneGelo ew nav derew bûEw ê ev nav ku danî***Gelê Kurd pê dixapîDema Tirk ev derew kirWekî pez Kurd li pey kerLi nav mabû nezanî***Welatê Kurd xirab bûDi cenga yek li cîhanJi bo ola misilmanLi nav Kurd bû xizanî***Ji Kurd xort bûne leşkerJi bo Tirk bûn şehîd çûnBi destê Rûs û Yûnan

Page 224: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

447446

BêbuharLi çolan laş ku manî***Gelê Kurd ê belengazWelat berdan mişext bûnLi cîhanê bela bûnKetin warê biyanî***Dema ew Tirk şikestinAtaturkê Cihû bavXwe kir oldar bi xapanTeres bav wî diyanî***Bi Kurd Yûnan şikandinDema dewlet ji bo TirkAtaturk wî damezrandLi Kurd bû bargiranî***Ji Kurd oldar nehiştinGelek kuştin hinek jêReviyan ji ber AtaturkBela bû çûn biyanî***Bi Kurdan şêx dikenînJi Kurdan re digotinXweda wer kir li KurdanSirê şêxê me kanî***Gelê Kurd hûn şiyar binXweda nabe tawankarGelê Kurd em nexapinBesî Kurd ev nezanî***Tu cî Yezdan tune ewKesê xurt be li ba wîKesê qels be li ba wî

Xweda nake xuyanî***Xwedayê gur û berxêGelo ewya ne yek hêÇima gur tê ku berx ewDixwe nayê ji banî***Neçar wayî xelas keJi destê gur nexwe ewDibêm gur wê bixwe ewXweda nayê ji banî***Kesê gawir ne ez bûmBi ol ê Kurd dixapandBi sed salan li paş maBi wî qutbê cîhanî***Derew nakim li xelkêJi bo ez pê bilind bimNebûm kolê neyaranBi rastî bar hilanî***Bila ez Bêbuhar bimZivistan bê li ser minKesan ez pê nexapimBila ez bim xuyanî

Yara min Rewşen

Gava min lê mêze kirMin dî ji dûr yarê têPêrgî dema ez ku çûmBejna sero darê têMin dêm dema rind ku dî

Page 225: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

449448

BêbuharWek heyv ji jor xare têBayê sibê lêdideBa por li ber dare têGava li min mêze kirÇav reş kila qudretêLêv şerbeta sorgulanMin xwest vexwim şerbetêHedanê nikarim bikimZû ez vexwim şerbetêHembêz min kir yar bi eşqSofî ketim xilwetêMizgîn ji Cibrîl de hatYezdan ji jor daye têŞahê periyan ev perîHewcî tune axretêJînî ketî nav buhiştYezdan buhişt daye têYezdan ji wî sed spasWî ez kirim vê qetêYezdan ji jor daye minRewşen ji min naqetêBaxçê gulan em li navBaxçak ji yê cinetêRawestiyan em li navDerxim ji dil hesretêŞerbet ji lêvan vexwarSerxweş kirim şerbetêRabûm ji xew xewn e ewDîsa ketim hesretêGotin tu berd BêbuharXewna di bîra te têNîgaş hemû sûd tuneBêsûd di bîra te têYara ku rast yar e ewEw yar ji te naqetê

Çaxa ku da

Yezdan mirov çaxa ku daAyet li ser pêxemberanDaxist ji bo rast bin mirovPêxemberek jê derketî***Ew gel ji bo pê rast bibeRindî bike ew şaş neçeEw gel welat ava bikeDinya ji wî ew pêşketî***Xelkê Ereb ê pûtperestRindî li nav wan çênebûEwna ji xelkê man li paşDawî li ser ol daketî***Ola temam kêmî tuneHovên nezan pê bûn mirovXelkên li dor bindest kirinPê bûn gelê ew pêşketî***Kurdê xwedî tor û kiyanEm Kurd ji wan re bûn xulamTevde ji destên wek melaÎdrîs û ew sixtê xetî***Kurdê dirust azad dijîWan Kurd ji Tirk re kir xulamHîn jî di bindestî dijînFetwê ji herduyan derketî***Gava ku hov ew şer dikinHer yek bi ser êla xwe têKûçik tevî yê xurt dibe

Page 226: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

451450

BêbuharNabe hevalê yê ketî***Kurdê hejar çar parçe bûÎro kiyan jê re tuneDijmin ne bes Kurdên hejarBotî ji nav jî derketî***Fetwan ji dijmin re dideÎslam dibîne ew SedamKurdên Iraq kafir dikeKurd ew ji Îslam derketî***Kurd bûne alî kafiranKurd im tu car nabim ji wanKurdan dixim bin pê xwe ezBû seg bi pey Sedam ketî***Botî sed û heştê hezarZarok û jin ên kal û pîrWî Kurd ku sax binax kirinKurdên du milyon derketî***Bombên bi jehr pîj kir SedamŞarê Helebce pênc hezarKurdên hejar bêkes mirinLaşên li erdê raketî***Kurdên ji Feylî sed hezarKuştin hinan berdan welatEw pênc hezar gundên xirabWî kir Sedam ew pêş ketî***Kurdên li Sûrî bê nifûsErd jî birin dan ên ErebBotî li Şam fetwan dide

Namûs û ol jê derketî***Botî bibe pêlav ji boEw Şêx Seîd ew Şêx ElîŞêx Şehabedîn ew Şêx RizaQazî şehîd ên darketî***Ewna ji bo Kurdan mirinPir çûn şehîd lê namirinSax man di dîroka me KurdBotî nebê Kurd raketî***Botî bila xweş zanibeEwya bi saxîtî mirîWa Kurd hemû tif wî dikinEwya ji çav Kurd derketî***Namûs xiramek çêtir eTonek ji zêr tim BêbuharEw rast dibê namûs tuneKurdê ji kurdî derketî

Cegerxwîn

Hey demguhêrê şehrezaYurî Gagarînê me KurdEw zengilê Big Ben tu yîSeyda Cegerxwînê welat***Wiliam Şekspîr jî ne wekZanyariyê yê rast te daKurdê nezan mabû li paşBêhiş dijî wer bê felat***

Page 227: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

453452

BêbuharTaxûr çima qal wî bikimTaxûr ji bo Kurdan tu yîEw Platon çi bikim ji wîCarkê bi kêrî Kurd nehat***Sala hezar nehsed û sêRonî te da gundê HesarRonî ji wir da mang vedaWek roj li Kurdistan hilat***Nîvî li ba axan keleşNîvî li ba şêx sofiyênEhmeq û bêhiş û nezanBîr nedibirin roja felat***Çewser hişê wan tev dizîPûç bûn di riya axa û şêxPerda ku çewser ew li paşXama te zor da wî hilat***Îro ji Kurd pir wek te bûnXwenda û zana ew li pêşKurdên gelek serhişk û mêrXwînê didin laşê welat***Namire welat wê jîn bikinDîrok ji nuh de qal bikeXak wê bikin yek parçe bîWê dad bidin tev rojhilat***Ewr parçe bin bigihêne hevBaran ji ewran çêdibeBaran lehî ew çêdikeXurttir ji Dicle û Firat***

Wê ber ji Kurd re çêbikeÇewser bi wî winda bibeVa tirs ketî nava dilêÇar koledarên ser welat***Xama te bû wek penceşêrÎro ketî laşê neyarDerman ji wî re tewr tuneBimirin ji wî nabin felat***Îro bi kuştin ew divênKurdan bi car winda bikinKurdên di şer de pakrewanDarin ji bo axa welat***Yek pakrewan çawa diçeZarok li pey deh çêdibinZana û mêrxas pêşketîHer yek dibin birc û kelat***Her yek dibe BarzaniyêÇar koledar sermat kirinÇewser hemû riswa kirinWana li ava û hilat***Kurd bû wekî roj tev ji arPê diwazde exter ron dibinNayê veşartin Kurd tu carDest wê negihe ar û şewat***Helbestnivîsên dilbirînJîn tev zivistan BêbuharPesnê te wê ew tim bidinGerdûn heta dawî ku hat

Page 228: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

455454

BêbuharYezdan

Yezdan dikî nas bikîQencî divê tim bikîTiştê mirov pê nexweşTim tê xwe jê dûr bikî***Yezdan kesî ew nedîYê çêkirî tev me dîEzman û erd lê binêrHerd jî bi çavan me dî***Tişt wê bi xwe çênebeYê çêkirî wê hebeTiştên li ser wan hen eWê ew ne karê me be***Gerdûn tu her lê bigerHerçên rewanên li serHov û mirov jîn dibinDar û giyayên li ser***Her yek ne wek ê din inTev têr ne bê xwarin inDar û giya ax û avEvna ji war xwarin in***Her xwarinan xent xweş inHov û mirov pê xweş inHer yek bi raman dijînRaman nebe nameşin***Hiş da mirov hîn bibeSerbest ji bo jîn bibeHovên di dehlan dijîn

Wek wan ne ew jîn bibe***Yezdan negot wer bibinHevdu bixwin jîn bibinOl da ji bo zan bibinOl da ne pê dîn bibin***Roj û stêrk ên li jorRonî didin jêr û jorEm jîn bi rojê dibinXeml in stêrk tev li jor***Ba em ji wî bêhn dibinAvê bi wê jîn dibinRizq ew ji avê dibeBaran ku tê şîn dibin***Sal çar bir in pir xweş inBê hev tu car nameşinHavîn zivistan buharHênik û germ baweş in***Tiştek tune bê xwedîYezdan çi hê ew xwedîYezdan tu mihrê bikîDergê te em lê gedî

Zimanê bav û dê

Herçî zimanê bav û dêPê deng neke winda bikeEwya welat erzan bi wîEwya xwe jî winda dikeRûmet ji wayî re tune

Page 229: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

457456

BêbuharEwya xwe bêrûmet dikeBê ûd li nav xelkê dijîEwya çiqas mal pir bikeXelk wî dibîne pir sivikKaya ceh û wek kapikeYê Kurd bi kinc zar û bi navWayî ji dûr xelk nas dikeYê Kurd welat ew bernedeTê de bila parsê bikeÇêtir welat berde hereEwya ji bo mal pir bikeÇewser divê ewya hereÇewser li şûn wî war bikeÇewser bi lavan naçe derEwya şerê çewser bikeHer tişt li dinyayê mirovKare bi zêran çêbikeLê bes welat bindest bibeRizgar bi şer kare bikeBirhan qe çênake mirovBirhan mirov wî çêdikeXwendin û mal konî hebinÇi bike bi wan kare bikeQels hildide tim ser XwedaYê qels nikare tişt bikeYê qels di dîrokê de ewTewr cî nikare çêbikeHerçî binamûs mêr û zanEwya dikare çêbikeTacir biha notî dideDawî sedî ew kar dikeWê gazinan mêrxas nekeQels gazinan ew pir dikePir gazinan maf nê birinMaf tê birin ê şer bike

Mêrxas tu car maf namireMafê xwe qels winda dikeMafê mirov winda dibeDozê neke xwe kerr bikeKurdê bi sofîtî ku girtEwya nikare tişt bikeKonî civakî û aborHersê ji wan ew dûr dikeRaman li dinyayê tuneRaman buhiştê kar bikeKurd wek Ewropa pêşkeveHêz û çekan ew pir bikeKurd ol tu car pê şaş nebeÇewser bi ol Kurd şaş dikeKurd yek bibe wê xurt bibeKare welat rizgar bikeEvya umêda Bêbuhar eEwya divê Kurd wer bike

Mîr Bedirxan

Hey Mîr Bedirxanê me KurdKanî Cizîr Cûdî li palÇiyayê li cîhanê bi navBavê me Nûh lê war kirî***Şarê Cizîr şarê me KurdŞarek ji wî kevintir tuneCîhan bela bî tev ji wirBavê me Nûh ava kirî***Kurdê nevî Nûh ew tu yîŞahê me Kurdan î hemûQey hest bi Kurdan re tune

Page 230: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

459458

BêbuharŞam lê serî danî mirî***Gora te ya pehnî du bostHawîr tijî xelkên biyanWer bê xwedî winda ye tuBê kembed û gor bê derî***Şarê Cizîr warê te bûTirkan nehişt lê war bikîGora Mem û Zînê li wirEhmed Cizîrî lê mirî***Şarê Cizîr pîroz û pakSerdan ji bo Kurdan e ewGora te ya pîroz egerEwya li wir ba nedimirî***Şermî li eniya Kurd hemûÊdî Cizîr rizgar nebeVa çerx kete bîst û yekanÊdî bes in şîn û girî***Tirk ew divê jê derkevinÊdî welat rizgar bibeGora te em rakin ji ŞamMalbat li derve yên mirî***Dayika dilovan ew CizîrWê ew we ber hembêz bikeAxa ji sîng hûn bîn bikinEw be buhişt hûn bin perî***Lê bar giran e pir li KurdÇar koledar dest dane hevKurd xistine zindanekê

Ewna li ber ew çar derî***Lê Kurd nema radize tu carVa roj ji ava de hilatKurd xwende bûn Kurd zane bûnWê Kurd vekin her çar derî***Wê bend hilên jê derkevinWê Kurd ji dûr de bêne serGora te wê serdan bikinMîro tu carî namirî

Jina Kurd

Jina Kurd a jiyana mêrTu diya xortan û mêrxasanTu bermal î ji mêran reÇima wer tim stembar î***Ji îslamî ji êlîtîJi dest mêrê nezan mayîJi dest çewser ne xwendî ewLi ser te tim bi zordarî***Ne xwendî tu nezan mayîTu bê maf î li paş mayîBi dil tişkî tu nabînîTu çav ronî tu diltarî***Ku jin nîvê gelê Kurd inHûn in piştgir ji mêran reDivê xwenda û zana bîWekî mêran tu jî karî***

Page 231: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

461460

BêbuharTu her tiştî tu pêk bînîLi mal zarok tu diya wan îTu karî wan bi pêşxînîBi xwendin û bi zanyarî***Ku bav xwendî yekî xwendîKu dê xwendî hemû kufletDibe xwendî û pêşketîDi mal de yî tu wî karî***Tu car çewser qebûl nakeGelê Kurd ew ku xwendî beDivê Kurd tim nezan be ewDivê dûr be ji zanyarî***Tu wek Jan Dark û AngelaValentîna û IndiraBi zanyarî tu wek wan bîÇimayî wer di vî warî***Ji ber şêx û melayên KurdHeram kir wan jinên KurdanBixwînin ew ji çewser reDikin ewna ku vî karî***Heramî ew ne yê xwendî ûPêşketî ji bindestîReha bî ew heramî ewKesê jîn be bi bêzarî***Divê rabin hemû doz kinBi gernasî hemû mafêXweyî winda ji mêrên KurdKu bes jîn bin bi diljarî***

Jinên Kurd ew eger mêr tevBi xwendin û bi her tiştîNe wek hev bin gelê Kurd ewReha nabe ji vî warî***Bimîne wê di bin destêNeyar de ew nebe dewletBi ol kor be bi êlîtîLi dij hev be û par parî***Tu car Îslam qebûl nakeMirov ewya ku bindest beKesên simsar ji çewser reDikin ewna ku vî karî***Xizan bin Kurd nezan bin KurdSerî deynin li ber çewserJi bo Kurd deng nekin kerr binBimînin Kurd ji her karî***Jiyan min Bêbuhar derdaWekî Tîrêj Cegerxwîn ûWekî Xanî divêm jin mêrBi hev re bin bi her karî***Bi aborî bi zanyarîBi hevgirtin gelek xurt binJi çewser Kurd bihêztir binKu rizgar bin ji vî warî***Bi mêrxasî neyar derxinWekî xelkê bibin dewletBi dilgermî bijîn serbestNe bindest bin bi dilsarî***

Page 232: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

463462

BêbuharWelatê Kurd bi lavlavanReha nabe ji dest çewserReha be wê ku xwîn birijeBi kuştin û bi çekdarî

Pêşketin

Dîwana Pêncem [2007]

Page 233: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

465464

BêbuharPûtperest

Em Kurd ne ew bûn pûtperestEm Kurd xwedanas bûn ji berOla Zeradeşt a me bûEm Kurd nebûn wek kafira***Ola misilmanî ji navXelkê Ereb ên pûtperestDerket bi şûr wan xelk kirinÎslam bi zorê bûn bira***Malê gelan talan kirinQîzên gelan man bê xwedîCarî hemû wan mehr kirinFerman kirin talankera***Quran qebûl nake stem- Karî bi zor malê gelanTalan bikî xelkê bi şûrSerjê bikî wek kafira***Wan ol kirin perdak li paşKama xwe ya xwestin kirinWana li dij Firsê û RûmHerdu şikandin rêbira***Berber Amazîx ûAşûr Aramî û FinîqHer pênc milet teirîb kirinBindest kirin wan bêcira***Wana ji bo kursî hemûMalê resûl wan qir kirinBû unsirî xelkê Ereb

Serjê kirin hatin vira***Herçî nimêj nakin melaFetwê didin kafir dikinHerçîn ku xelk talan kirinOlder dikin wan kafira***Kurdên xwedî dewlet û olMîd in li ser axa xwe manTirk û Ereb ewna gur inKurdan dixwin wek pez çira***Kurdên nevîn Nûh dor gemîHersê dibînin Kurd biyanBerdan Yemen Asya BiçûkTirk û Ereb hatin vira***Xwendingehek wana li navKurd lênekir Kurd man nezanWan Mît kirin şêx û melaWan Kurd kirin rêza kera***Barê xwe wan lê bar kirinŞêx û melan xişt û niviştPê Kurd ji raman dûr kirinWan Kurd kirin sêra miriya***Nasnameya Kurdî nemaWan nav guhartin şar û gundDîrok li ser Kurd çewt kirinHersê neyarên bûn bira***Şêx û melayên rind ji KurdKuştin li Amed li ŞamDêrsim û Mûsil wan li nav

Page 234: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

467466

BêbuharŞarê Mihabad Çarçira***Yên bêjimar kuştin ji KurdPir Kurd mişext bûn çûne derŞêx û melên Kurd ên nerastÎslam dibên hemû bira***Yên qad li Kurd dagîr kirinXwendin û zar qedexe kirinWarê xwe Kurd bendî li navÊn wer kirin nabin bira***Tirk û Ecem herd wek ErebÇewser bi sed salan li KurdEm Kurd nema bindest dijînEwna ji vir bar kin bila***Kurd xwende bûn Kurd çav vebûnWê kor nebin êdî bi olKurd deng bi internet gihiştXelkê li cîhan her dera***Kurd sax welat wek doje bîPiştî mirin navên buhiştRewşa buhişt çi bikin bi wîTarî welat ew bê çira***Dayika me Kurdistan bi şînDigirî ji zora hersêyanTim lê zivistan bê buharWê Bêbuhar çi bike pera***Sê koledar Kurd qir kirinÎslam di hawar Kurd nehatXutbê melakî deng nehat

Kurd qir dikin Îslam çira***Bêhiş Selahedîn ew ê şerKir li dij xelkên EwropaÎslam reha kir wî ji wanKurd bang dikin wan gawira***Ewna nebana Kurd dibêmWê yek li Kurdistan nemaÎslam dibînim kafir inÊn Kurd reha kir bûn bira

Şîna Şêx Maşûq Xeznewî

Tu Şêx Maşûq tu car namirîDi nav Kurdan tu yî manîBi destê wan kesên bêolŞehîd çûyî ji rêzanîJi ber girtî te riya rastBuha çûyî ne erzanîTu doktorê Xwedanas îTu wek qutbê ji GeylanîLi nav Kurdan ne winda yîWekî rojê li ezman îEwr rojê venaşêreJi rewşa pir ji dûr banîDi dîrokê te cî girtîŞehîd şêxê me Kurdan îMin got Kurd şêx nema fîdaTu jê yek jê li dû wan îJi bo wayî neyar kuştîWekî Botî ne erzan îHisên kuştin Hesen kuştinLawên Elî tu wek wan î

Page 235: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

469468

BêbuharEmewiyan ji wan pir kesŞehîd ew çûn tu wan zanîLi çola Kerbela bê kesLi erdê yên ku laş manîJi bo kursî kuştin ji berJi Ednan bûn ne QehtanîJi bo Kurd î tu jî kuştinJi ber Mîdî ne QehtanîGelek mêrxas ji bo KurdanŞehîd çûn şêx li dû wan îHemû şêxên şehîd bûn dozJi bo Kurda ye can danîSeyid ew Şêx Elî mêrxasŞehabedîn û PîranîRizayê Dêrsimî QazîElîşêr bû bi mêranîŞehîd Ebdilselam yek jêJi mêrxasan e BarzanîGelek şêxên me wan kuştinEreb wan Tirk û ÎranîNikarim bijmêrim wanaŞehîd şêxên min bîr nanîNivîskar nebûn ewnaBinivîsana bi bîr anîMelayên Kurd nivîsên wanJi bo ola misilmanîMin ê bîr bir nivîsîn hewDi dîwanê min nav danîŞehîd Maşûq tu jî çûyîLi dû ew coş û karwanîSilavê min li wana kîJi bajarê Serê KanîLi Simko û li Şêx MehmûdLi Şêx Ehmedê BarzanîLi Îdrîsê bi canî mir

Li bavê Kurdan BarzanîBibêj wan Bêbuhar gêj bûDi vî çerxî û dewranîLi dû Tîrêj Hejar BêkesCegerxwîn û melê XanîLi dû Goran û Pîremêrd ûHejarê Kurd ew ê manîJi dest çewser gelek gêj imHejar im yek ji yên manîEreb rastî nebûn ÎslamRehê wan ê ku QehtanîBi zarê wan neba QuranBi wî bawer qe nedianîKu bûn Îslam ji bo malêGelan par kin bi talanîKeçên xelkê birin carîEreb sed jin yekî anîJi xelkê qad birin lê manHeta ev çax û heymanîWelatan nav guhartin wanHemû dîrok nû wan danîBi zorê xelk kirin ÎslamBi vê ola misilmanîBuhişt dan wan gelên bindestKetin cî wan bi erzanîBi îslamê dinê xwarinBi xap xelkê serî danîÇi petrol hov kirin însanLi çola bej û bê kanîBi rastî hûn dirust şêx inTu şêx Maşûq bi îman îHûn in ronî hûn in pêşberJi bo ola misilmanîBi lavlavan tim dixwazim ezJi Yezdanê li wî banî

Page 236: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

471470

BêbuharWe tim mihra xwe pê şa keNe bê mehder bî Ednan îWe têxê nav buhişta xweşBimînin hûn li wir manî

Şîna Mizgîn û Rustem

Mizgîn û Rustem herd jî dilêr bûnHerd jî li ber destê bavê xwe fêr bûnHerd jî gihiştin şoreşê li ser çiyanHerd jî ji bo şer fîda û mêr bûn***Axa welat zû rizgar bikin hewŞer kir li ser çiyan bêwest û bê xewÇi bikim li dij wan Tirkên neyar bûnWan şer kirin xurt ev hat ji wan hew***Peyxam gihişt min peyxam ne xêr bûÊşên gelek jar êş bêjimêr bûnGotin ji min re herd jî şehîd bûnMizgîn û Rustem herd jî bi kêr bûn***Dinya li ber herd çavê min reş bûJîna ne xweş bû pirtir ne xweş bûTirko birînê kevin bû nû kir ewTiştê sedem ew karê ku şaş bû***Mizgîn û Rustem çûn ba ElîşêrPir çûne ba wî xortên gelek mêrMizgîn û Rustem çaxa gihiştinPêşwazê wan bû ew şêr Elîşêr***Got wan bi xêr hûn hatin biraderGernas û mêrxas herd zengilê şer

Xortên ji Agirî Dêrsim û AmedTevde li ba min herçîn birader***Wî got şehîd bûn her yek li cîkîHer yek li çiyakî kuştî gelîkîXwîna şehîdan sor kir golên sorHewcî qe nake deynin li cîkî***Axa welat tev gorên şehîdanCî lê tune hê gorên şehîdanCeng tev Ereb tev Tirkan û ÎranMalek tune Kurd jê yek şehîd da***Îslam ku çêbû Kurd bûne qurbanQurban bi destên Tirkan û ÎranÇaxa Emewiyan ta vî heyamîKurd kuştin Ereb wek Tirk û Îran***Şerker li çiyan hûn geriyan li her cîKurdên li Bakur pir bûn qoricîEwna ji Tirkan mûçê dixwin pirNamûs heba wan hûn herd ne hewcî***Gava ku hûn çûn ew kar we şaş kirKarê li Sûrî pêştir ji BakurKurdên li Bakur barê xwe rakinHewcî we nabin Kurdên li Bakur***Kurd bûne sofî kar kin buhiştêBûn ker ji bo şêx tim kurtan li piştêWer man di xew de razane çav korTirk têne ser wan Tirk çek li piştê***Tirk pênc hezar gund rûxand ji bindaTirko mişext kir wî Kurd ji gunda

Page 237: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

473472

BêbuharHem Tirk kafir in hem jî misilmanEvna ne bes Kurd namûs li serda***Tirko ji dûr hat ket vî welatîTalan û kuştin xwîna me mêtîKolê ji Tirk re Kurdên li BakurHîn doz dikin Kurd doza biratî***Çewser ji dûr hat nabe bira ewEv çi biratî xap û derew ewXwîna me mêtin va bûn hezar salSelcuq û Osman dijwar Kemal ew***Herdu birazî wê tim bibêjimŞermî ji min re rastî nebêjimTerxan we can da gorî welat kirEz jî li dij wan Tirkên qirêj im***Dinya bi canî hûn çûn we berdaDayika we ya jar gêj bû ji derdaBavê we yê jar hîn derd ne bes jîDijmin merî wî ew jî bi serda***Heçî bi namûs wê jîn wiha beNamûs li ba wî wê pir buha beNamûs li ba wî nayê firotinÇerxa felek de wê gêj li ba be***Şev reş di tarî agir we çêkirHûn bûne ardevk ardevk we lêkirHerçî gelê Kurd ron bû li pêş wîKama xwe wê Kurd bigihe li Bakur***Ez Bêbuhar im apê we diljarHûn çûn we berda bindest e ev war

Sê par welat hîn ma lê zivistanKurdên li Sûrî jar û birîndar***Kurdên li Sûrî zana û mêrxasTev canfîda yin rêber û gernasDimirin ji bo maf hêja ne hîn jîPesnê bidim ez pirtir ji evqas***Başûr û Bakur bûn bar li ser wanRahiştinê xurt barê xwe û wanMizgîn û Rustem hûn herd birazîHûn jî ji wan in mêrxas û rêzan***Şer kir li dij wî we Tirkên çewserHûn herdu şehîd çûn şer kir bi bawerKam bû welat hûn rizgar bikin wîDeyndar neman hûn can jî we da ser***Comerd ne ew e yê nan bide hewPozê xwe rake lehfan bike ewComerd kesê mêr çekdar li ser çiyanÊ can ji boyî netew bide ew***Mizgîn û Rustem barê min rakinHerçîn şehîd çûn hûn wan silav kinEz Bêbuhar im apê we herduyanXortên li ser çiya wê xweş buhar kin***Bavê we herduyan mêrxas Eyûb ewHerdem ji min re rast bû bira ewVa bû çil û çar salên bihurîWer ma bi min re rast û dirust ew***Hêvî dikim ez herdem ji YezdanŞa bin bi mihra wayî dilovan

Page 238: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

475474

BêbuharHûn tim buhişta manî li nav binSermed di dîwan navê we tim man

Tu Kurdistan

Tu Kurdistan ji Kurdan re tu war îJi çaxê Nûh tu diya Kurd îTu wek rojê li ezman tewr venamirîKetî destê Erebên dilgemarî***Û Tirkên hov wekî xelkê qe nabinÛ Îranî li Kurd wê tim bela binDixwazin Kurd ji wan re tim xulam binJi wana Kurd ne azad bin tu carî***Çima lawên te yên mêrxas wiha bûnEw in Mîdî li cîhanê xuya bûnNe erzan bûn li cîhanê buha bûnBi îslamê nema hiş wan bi carî***Bi sofîtî bi ramanên kevin KurdJi bindestî reha nabe gelê KurdJi ber min jî herdem gotî eger KurdNexwînin Kurd reha nabin tu carî***Bi ramanên Zeradeştî xuya bûJi îslama Ereb re ew neyar bûDi wî çaxî bi Kurdîtî şiyar bûNexapî ew bi îslamê tu carî***Xweda roj da ji nav rewşa xwe dayîBi wê ron kir çi exter hê ku dayîBerê Reş wî ji bo tiştkî nedayîNe roj bê ber bikêr nayê tu carî

***Beşer kirnoş nebû jê re Berê ReşJi rojê re dibû kirnoş û dilxweşNebest wî dî Zeradeştî û LaleşJi Yezdan herd ji Kurd re bûn diyarî***Gelê Kurd tev nebin maldar û xwendîReha nabin ji çewser Kurd bi rindîDivê rabin hemû bajar û gundîHerin pêşde bi xwendin bin û ticarî***Li nav Kurdan demokrasî ku çêbeDemokrasî li nav mêr û jinê beLi nav Kurd tev bi maf mêr wek jinê beReha be Kurd ji bindestî bi carî***Bi konî Kurd bibin partî û çekdarNebin bend bend li ser hev Kurd nebin barBibin zantir ji çewser Kurd bi her karGelê Kurd tev divê jê re şiyarî***Tu gel pêş nakeve ew gel nexwînêReha nabe bi çekdarî bi xwînêTi maf nayê bi sernizmî bi şînêGelê tirsok reha nake tu warî***Kesê serwer û pêxember netirsînJi bo dozê ji wan çewser ditirsînLi daxwaza xwe bêwestî dipirsînJi pê dozê venedigeriyan tu carî***Bi helbest Bêbuhar pendan dibêjêTu maf nayê bi rojî û nimêjêKu helbestvan ewa rastî nebêjêWekî ewrên buharê ew nebarê

Page 239: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

477476

Bêbuhar Nerastî

Nerastî jê zivêr im ezJi rastî tewr zivêr nabimRiya rast ez herim tê reLi dinyayê qe şaş nabimGiranbarî mirov rast beDi bin de ez divê rabimLi dinyayê ku ez rast bimBi dinyayê ez ê şa bimHerim ku wê bi rûmet bimJi dinyayê qe têr nabimÇiqas sax bim li dinyayêJi dinyayê ez ê rabimHerim gorê bi dilpakîLi dinya nav ne winda bimWekî pêxemberê YezdanBi herd dinya ez ê şa bimRiya xwar ez ku wê bigirimHerim tê re û winda bimKu xwar navê min derket ewKetim êdî xelas nabimKu erzan bim li nav xelkêBi dinyayê qe şa nabimKu ez bimirim bi rûreşîJi vir tişkî bi xwer nabimBila bimirim ne sax bim ezLi nav xelkê ku erzan bimHerim erzan ji dinyayêBi herd dinya ne wê şa bimLi wê dinyê herim dojêLi vê dinyê ji pîsan bimHeta zarên min erzan binJi zarokên xwe re ar bimBila ez tî û birçî bim

Li dinyayê ez ê rast bimRiya rast ez qe bernadimLi dinyayê heta sax bimBila ez Bêbuhar jîn bimZivistanê bera nadim

Gulistanê

Gulistanê te awir da min bûm serxweşEz im qurban ji bo dêma te ya mehweşLi ber bejna te kirnoş im bi bêhemdîWekî sofî Zeradeşt im li ber Laleş***Ji min dil bir te ew bend kir nikarim dilReha kim ez giriftar mam wekî bilbilHere berde gulistanê ji wê dûr beEw ê bimire bi car wê jîn nebe bilbil***Tu yî ew Xec Siyamend im li SîpanêTe bernadim heta sax bim li cîhanêHerim gorê di gorê de ez ê razimŞehîd bim ez ji bo çi ew Xweda zanê***Ez im Ferhad ji bo Şîrîn jiyan berdaJi bo Ferhad û Şîrînê jiyan derdaMirin herdu bi dilsozî ketin gorêKu bûn çîrok nema dimirin li nav Kurda***Ji Botan im ez im ew Mem tu yî ew ZînGiriftar im li ba mîr im ji boyî ZînDi zindanê bi dilsozî heta can daJi bo Zînê di mal de mir wekî wî Zîn***Tu jî wek Xec wekî Şîrîn wekî Zînê

Page 240: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

479478

BêbuharWekî wana bi min re bî bi xurt vînêBi mêrxasî û dilsozî mirov rabeMirov digihe hemû tiştî ji bo jînê***Li min mihrê tu bik êdî GulistanêWekî bilbil ne jê dûr bim GulistanêBerî bimirim bila em herd bi hev şa binWekî hersêyan bila nemirim bi vê janê***Temen darê ji ber rojê li pey rojêCuda nabin ji ber şev tê li pey rojêEz im ew Bêbuharê jar wekî bilbilBuhişta min tu yî tê min nexî dojê

Tiştek tune

Tiştek tune wê çênebeHer tişt mirov wî çêdikeJê re divê mirovê zanKare bi raman çêbikeRaman bi xwendin çêdibeXwendin mirov wî çêdikeYê zan ne bes warê ku lêKare cîhan ava bikeYê qels dibê Yezdan bilaTiştê nebe ew çêbikeDispêre Yezdan ew ji berTiştan nikare çêbikeYê kevinperest ew ma li paşPêş nakeve ew çêbikeYê xwend ji boyî pêşniyarTiştê tune ew çêdikeWek Magelanê zan diçeDeryan bi keşt derbas dike

Yê qels nikare ew hereAva ku çûk derbas bikeYuri Gagarînê ji RûsHeyvê li ezman pêl dikeYê kevinperest qels û nezanTiştê kevin qal wê dikeYezdan mirov wek hev dideYê qels mirov bêkêr dikeTim xelk dike ewya dixweEwya bi ol pir deng dikeYê zan bi ya ol wî nekirTiştê dixwaze çêdikeGuhdar bikin Kurdên nezanVa Bêbuhar pendê dikeKurd ew nebe qels paşketîXelkê bi ol talan bikeKurd tev bixwîne pêşkeveKurd ol xwe jê rizgar bikeOl bend neke Kurd pêşkeveZanyar ji ol ew dûr bikeRaman ji boyî pêşniyarTiştê tune Kurd çêbikeKurd bê demokrat li navSerbest mirov ew kar bikeKarxaneyan ava bikeKarker di wir de kar bikeKurd wek Ewropa pêşkeveTiştê tune Kurd çêbikeKurd koledarî pîj nekeKurd ew gelan azad bikeRonî bide dinya hemûTarî li dinya ron bikeOla mezin ewya ye olAlî mirovan Kurd bikeKurd şer nexwaze şer nebe

Page 241: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

481480

BêbuharAştî li dinya çêbibeAva bike tiştê xirabXelkê ku birçî têr bikeBindest nemîne her mirovHer kes bila ew kêf bikeYê xurt mirovê qels nexweHerçî mirov wek hev bikeSerdest û bindest çênebinKurd wan bi maf wek hev bikeDêr û kinişt mehyan hebinMizgeft li ber ava bikeQes û mele haxam û mokHer yek ji ol re kar bikeHerçî mirovê olperestEwya nimêj her lê bikeVayî dixwaze BêbuharEw wek dixwaze Kurd bike

Mirovên qenc û neqenc

Qencî bi yê qenc ê bikeWayî bi qencî kar dikeWek zêr veşêrî wî li malRoja ku teng wî xerc bike***Qencî ji bîr nake tu carDawî eger ew bû neyarDîsa ew ê înkar nekeWê bîr bibe nabe neyar***Ê pîs bi wî qencî bikîQencî tu wê vala çekîRoja ku teng wê bîr nebeJê re çiqas qencî bikî

***Yê reh nepak wê qenc nebêWek dar li ser koka xwe bêQencî nikare ew bikeTengî ne wê kêrî te bê***Yê reh nepak ê reh gemarBawer bi wî nabe tu carEhmeq dixape ew bi wîJê dûr dibe herçî şiyar***Karê xirab wê tim bikeEwya ji bo mal pir bikeKêmî xwe pê ew dagireXelkê bi mal ew kar bike***Yê qenc nikare wer bikeNayê ji wî pîsî bikeEwya ji bo mal û peranKarê xirab wê ew neke***Wek zêr e zeng lê nagireWijdan tu carî namireDilpak e wek xasê spîWijdan ji wî mal nakire***Wek baz mirar wê ew nexweGoştê helal tim baz dixweGoştê heram jê dûr dibeGoştê mirar qertel dixwe***Nabin xuyan qenc û neqencBaş im dibên qenc û neqencKarê dikin rind lê binêrTê nas bikî qenc û neqenc

Page 242: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

483482

Bêbuhar***Ew wer dibêje BêbuharGotin li yê pak û gemarÊ ew dibîne ew dibêTiştê li ber çavan diyar

Nêr û mê

Zanê kesê zan û bi hestHov û mirov a mê nebest***Babet çi be ya mê û nêrA mê dilovantir ji nêr***Ê nêr bi mê carekê dikeEw pişt dide terka wê dike***Çêlîk ji ya mê çêdibinEw şîr dide wan xurt dibin***A mê nema wan berdidêA mê dibe piştî Xwedê***Herçî mirov a jin û mêrJin tim dilovantir ji mêr***Gava ku herd hevdu dibinZarok ji herduyan çêdibin***Bav mir ku zariyan bav tuneDiya wan li ser wan rûdine***Zarok heta tev xort dibinDiyên wan li ber wan pîr dibin

***Kêm jin hene ew mêr dikinEw jî xwedî lê zor dikin***Lê dê ku mir bav nahewêJinekê ji xwer bîne ew ê***Jinbav li wan sêwiyan dixeXwarinê li ber sêwiyan dixwe***Wan sêwiyan birçî dikeBav jî jinê pê kêf dike***Sêwî heta rind xort dibinSêwî ji dest wê jar dibin***Tim şer ji mêran çêdibeHer yek divê ew xurt bibe***Her yek li yê din tim dixeHer yek divê yê din bixe***Yên xurt dibin tim şer dikinDinya ji bo tev zeft bikin***Dinya çima yek zeft bikeDinya besî hemiyan dike***Pir qir dikin wan bêgunaDimirin ji pîr zar û jina***Îskenderê Makedonî çi kirDinya hemû wî zeft nekir***Ê mêr çiqas ew xurt bibe

Page 243: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

485484

BêbuharIlem li dij wê yek hebe***Wê têr nexwe malê dinêDarbest heye wî radjinê***Êdî ji axê têr dibeGorê di wir de kerr dibe***Mêrên ku rind pêxember inEwna li dij karên şer in***Ên mêr li wana jî dixinWana ji rastî dûr bixin***Qalî Xweda jî mêr dikinŞeytan ew in ên qal dikin***Mêrên timah şeytan ew inWijdan di dil rehman ew in***Rehman û şeytan ên li jêrEw çêdikin herçîn ku mêr***Pêxemberan diya wan jin inMêrên li dij wan dê jin in***Jin şer nexwazin ên tu carJîn in çima bindest û jar***Zulmê li wan mêr tim dikinTiştê dixwazin mêr dikin***Jin ra li ber mêran tunêÎslam ew in rê nadinê***

Xelkê Ewropa wer lê tunêWek hev dijîn mêr û jinê***Îslam jinan pir mehr dikinJin tim ji mêrar kar dikin***Lê jin gunehkî çûk dikeMêr tê serê wê jêdike***Tolaziyan mêr pir dikinÊn jin nikarin deng bikin***Mêr wê çima qayil nebeWê jin çima qayil bibe***Herd jî divê werga nekinHerd jî xinizkarî nekin***Mêr şer dikin dimirin egîdZarên jinan diçin şehîd***Digirîn li ser zariyan bi şînWek Bêbuhar û Cegerxwîn***Hêvî dikin şer çênebeAştî li dinya çêbibe***Jin jî bi maf wek mêr bibinBirçî û jar tev têr bibin***Tev aşt bibin herçên neyarVayî dixwaze Bêbuhar

Page 244: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

487486

BêbuharQelsmêr

Qelsmêr dibên em perwer inPesnê xwe ew bê şerm didinEhmeq ji wan bawer dikinRojên ku teng ê kar nekir***Wek ewreke çaxê buharEwya li ezman reş dibeXelk tev bi wî kêfxweş dibeBaran tune wî guregur***Perwer û mêr rojên ku tengWana bi xurtî kar kirinBeton û hesinên xurt ew inAv xurt dihat ew bûne pir***Qelsmêr û tolaz wê nebinPêşkêş ji bo doza welatAv xurt were pûşê ceh inEw pûş tu caran nabe pir***Her kes dibêje mêr ez imRojên ku teng karê giranWê ew nekin ew qertel inQertel tu caran nabe hur***Hesinê xirab zer pê nexapHer zer ne zêr e ew hesinZêrkar bi wî wê zanibeHer zer hesin wayî nekir***Kûçik û gur şêr wek hev inKûçik li ber deriyan dijîGur tim li çiyan fîraz dijî

Kûçik tu caran nabe gur***Îro nikarim ez bi wanEhmeq pir in zan hindik inEhmeq li dor ên pîs civînÊn pîs dibêjin kar nekin***Lê ew bila rind zanibinDîrok qe wê winda nekeWê roj bi ewr winda nebeEwr ew bike tim guregur***Wê ewr here roj derkeveWê ewr ji ber winda bibeWê roj li ezman şewq bideRojê ji ar tîn xurt e pir***Ez Bêbuhar im tim bi şînJîna xwe tev doza gelêKurd min kirî westa nebûmÇewser tu caran sar nekir***Lê ez çi bêjim wan kesênKolên neyar Kurdên xinizBarzaniyet wî zeft kirîYê gur ez im ew nabe gur

Serpêhatiya Kurdan ji Îslamê

Ji Hicaz rabû Mihemedê yetîmLi ser wî daket Qurana kerîmHaşe Mihemed pêxember û mala pêxemberEw Erebên Hicaz ên reş wekên kerPê bûn umeta xeyrul beşer

Page 245: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

489488

BêbuharEw Erebên xwînxwar wekên gurDiz û tolaz talanker rêbirHatin ketin welatên me bi şerSerên zanên me jêkirin nezanXapandin bi gotina selû ela MuhemedÛ Allahû ekberEw hovên Çaxa CahilîXwarina wan kêzik û cirdon mişk û kulîKetin welatê me bi EnfalLi ser me bûn eshabî û bûn welîMe nikarîbû dest hildana li berAla xwe hildan ala me ketGotin malûhum we ewladûhumXenîmetûn lil muslimînMalê me talan kir qîzên meCarî birin li xwe mehr kirinDi dewsa wan dan me horî û cinetLi nav me nehiştin zana û rêberŞal û şapik ji me danîn kirasên jinanLi me kirin û kum û koloz ji serên meDanîn çarikên jinan dan serê meIgalên devên xwe danîn serNavê me Azad û Şêrgo û Cemşîd bûNavê me kirin Xelef û Casim û ÛglaRûyê me kurrkirî bû simbêlê meDirêj bû devê me wek devê şêr bûSimbêl me kurr kirin rûyê me dirêj kirinEm kirin sofî devê me wek devê qird kirinMa ez çi bikim biraderMe berda ola Ezdahê pakLaleşa nûranî Zeradeştê pêxemberPirtûkên me şewitandin dîroka meWinda kirin xwendin bi zimanê me nemaEm ji çaxê nûr ketin çaxê cahilîEw ji çaxê cahilî ketin çaxê nûr

Em ji wan re bûn kole xulam û rêncberIyad lawê Xenem lîderê UmerKurê Xetab sehabiyê pêxember ket welatê meXirab kir çiqas birc û kelênKurdistanê hebûn navê kurdîJi ser hilanî navê erebî danî serNûh pêxember Kurd bûBajarê Cizîrê ji Kurdan re ava kirNavê wî kir Diyar Umer Kurê XetabBajarê Amed berî pênc hezar salPaytexta Kurdên Mîdî bûNavê wî kir Diyar Bekir kurê WaîlBajarê Reqayê berî sê hezar û şeşsed salLeşkergeha Kurdên Mîtanî bûNavê wî kir Diyar MederMa ez çi bikim bi wî Selahedînê EyûbîEw nezanê ji Kurdan re rêberXortên me Kurdan tev kirin eskerXistin şerê Selîbiyan dan kuştinMalbatên me avêtin welatên xelkêVenegeriyan winda bûn mane derbiderPiştî Ereban Tirkên Selcuqî û OsmanîHatin bi îslamê ketin welatêMe şaşikên xwe mezin kirinCubeyên xwe ji cubeyên melayên meFirehtir kirin Quran rakirinDi gundên me de mizgeft ava kirinXwendingeh ava nekirinMîtên xwe kirin melaPesnê wan didan em nezan bûnMe bawer dikir em ji xwe re kirin kerXortên me nehiştin ji xwe re kirin eskerPê welatên xelkê standin bûn dewletXortên bi hezaran diçûn venegeriyan yek neferTeter û Moxol hatin ketin welatê me

Page 246: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

491490

BêbuharEw jî misilman bûn welatê me xirab kirinKitêbên me avêtin ava DicleyêAva Dicleyê ji ber hibrê şîn bûÇûn winda bûn ser û berÊn ku Selahedîn şerê wan kirNe ew bana Kurd nedimanEw bi kêrî Kurd hatin Tirk û Ereb û EcemEw jî misilman in heta niha me dikuştinEm ban dikin nezan pir in li ber meDisekinin Kurdên sofî wekên kerKer jî ku ket kortekê careke dinSerê wî jêke nakeve wê kortêEm deh caran dikevin kortekêCara yazdehan dîsa dikevin wê kortêGelo ma em Kurd xirabtir in ji ker?Tim dibêjin selû ela MuhemedAllahû ekber Allahû ekber

Kurdistanê

Kurdistanê li ber dilêMin şîrîn î pir delal îTu dayika min pir nexweş îJi ber êşê pir dinalîEz ê êşa te derman kimJi bo êdî bes binalîLawê te me te bernadimDi vî derdî û vî halîLi ser axa te ez ê bimirimTu caran xwe nadim alîBila ez tî û birçî bimJi bêkarî û bêmalîJi hilma te ez ê têr bimKu jîn bimînim sedsalî

Ji Zemzem ava te xweştirJi her kanî tu ne xalîBi Ewropa te tev nadimBi dinyayê û çar alîBila li ser te ez bimirimTe bernadim tu car xalîTu diya nebî Nûh û Mîd îRustem û Zerdeştê Kal îBênamûs im ne rizgar bîTu bindesta gelek sal îŞîrîn bi min wê ne xweş beDi jînê de nexwim talîJi bo jîn bim bila bimirimMirin çêtir ji vî halî

Ên pîs

Gelek ên pîs bi rindan ewNerindî tim dikin ewnaJi bo winda bikin ên rindNerindî wan dibe rindî***Gelek ên wek Ewanên şerBekoyê ew gelacî kirJi Zînê Mem bi dûr xist wîKu bû poymak nemir zindî***Gelek caran min dî Kurd ewKu çîroka li ser ZînêMemê diljar dixwînin ewBeko pîs dî ku yê xwendî***Min got hûn wer dibên şaş inBeko rind kir ku ew çîrok

Page 247: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

493492

BêbuharBeko çêkir ji Kurdan reDixwînin Kurd gelek rindî***Gelacî wî nekiriba wêJi Kurdan re neba çîrokDibêm wê Zîn ji Mem re baNeba çîrok neba zindî***Sixêfan em nebêjin KurdDivê fathan li ser goraBeko em tim bixwînin KurdNerindî wî ku bû rindî***Dibên doktor gelek caranJi mar jehr jî dibe dermanNexweş jî pê rehet bûn ewMin pirtûk girt li ser xwendî***Gelek kar hê bi çewtî ewGerî ew kar nerind ew bûGelek rindan ji xelkê reKu rindî kir nebû rindî***Ne yên pîs bin mirov rindanJi pîsan wan qe nas nakeKesên rind ên nerind nakinNerind pîsî bi wî rindî***Evên min got eger hûn wîQebûl nakin ji ŞekspîrBipirsin hûn ji Lorka jîJi zan Taxûr ew ê Hindî***Ji ber ez Bêbuhar Kurd imJi Kurdan re dibêjim ez

Dirav navim min mif dayîJi Kurdan re min ev pendî***Ji ger gerdûn newestî ewMirov jîn lê sibê êvarGelek rindî nerind bî ewNerindî ew dibe rindî

Heval Salih

Heval Salih ji dinyayê te bar kirDilê dost û hevalan tev te sar kirEger mirina mirov bimire bi namûsTu car namire ji bo Kurd wî ku kar kir***Li şûna ta ciwan Mehmûd tu namirîWekî rojê bi pifbûnê venamirîWelatparêz ne yê şûna xwe valaWelatparêz divê şûna xwe dagirî***Li dinyayê tu kes nabe ku namireTi ronahî tune ewya venamireLi dinyayê kesê nav ma nemir ewWekî rojê li ezman ew venamire***Wekî ew Şêx Seîdê kal û QadîRizayê Dêrsimî can dan bi merdîŞehîd çûn tev tu car namirin li nav KurdBi ronî wan ku Kurd xelkê ji dûr dî***Neyarên Kurd kirin tarî li ser KurdXwe sotin wan kirin ronî li pêş KurdBila xwezî şehîd bûma wekî wanDi vê rê de bi mêrxasî ejî merd

Page 248: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

495494

Bêbuhar***Herî ba wan silavên min li wan kîBi dengê zîz li nav wana tu ban kîBibêj rêça we ya rast kir li pêş KurdDi wê rê de xebatkar di riyakî***Herî Dêrsim û Zîlana bixwîn qadAlaqemşê şehîd kir Tirk ku bê dadJi wir rab her bigihe wan jar şehîdanBirîn Zêwa Helebce û Mihabad***Şerefkendî û Qasimlo du rêzanŞehîd çûn herd ji bo Kurdan li ÎranBi dest sofiyên ku çerm pak dil gemarîNe bawer bin tu caran Kurd bi wek wan***Şerefkendî û Qasimlo silav kîLi Îhsan û li Simkoyê ŞikakîLi dij Tirk û Ecem rabûn bi şoreşJi bo Kurdan şehîd çûn tev di riyakî***Nikarim ez ji wan zan û şehîdanJi yên zana û serdar û egîdanJi destpêka misilmanî heta nihaBi xwîn qada me Kurd sor kir şehîdan***Li ba hev tê şehîdan tev bibînîLi ba wan tê bibî cîran bimînîMihemed Salihê hêja tu namirîDilê dost û hevalan de bimînî***Mirov dimirin ne tev dimirin di riyakîŞehîd dimirin hemû dimirin di riyakîBila bimirim ejî wek wan bi merdîLi ba wana divim cî min tu çêkî

***Bi hêvî ez ji te Yezdan ku xweş beBi rewşa wî bila gora te geş beBi mihra wî li wê dinyê tu şa bîBila warê te tim ew xweş buhişt be

Li cîhanê hûn mêze kin

Li cîhanê hûn mêze kinHey xortên zana û cindîVa cîhan bûye rast û çepLi her deran bû dubendîLi her deran ên rast û çepKesên bajarî û gundîEm Kurd tev dibên em çep inÇima em bûne bend bendî***Bi karê me yê bend bendîDibêm wê sûd negihe welatBi vî karê paşveçûnêTu carî Kurd nabin felatWek gelê Vêtnamî hêjaDivê yekîtî û xebatFelsefa xelkê dixwîninWe felsefa xwe nexwendî***Va dengê min tê we hemiyanHey gelî dost û hevalanVaye tev bertelef diçeXebata me ya pir salanMe gelê xwe sermat kirîBi berberî û galgalanFelsefa pir bilind ew eYê gel bike yek bi rindî

Page 249: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

497496

Bêbuhar***Avahî tu car lênabeLi ser pergala tarûmarHîmê avahî ne xurt beWê ew avahî here xwarBarê koledar ne bes eEm jî li ser hev bûne barVa hîn em kolê kolan inNizam ev çi pozbilindî!***Hela binên koledaranWelatê me parçe kirinSedam bi bombeyên jehrêKurd kuştin gund wêran kirinÊn reviyan ketin destê TirkZarok ji serma tev mirinKurdistan ku nemîne emJi bo çi bimînin zindî***Gelek şoreşên gelê KurdYek li pey yekê rabûneBi cengê Kurd neşikestineKoledar jê zivêr bûneHin ji zanên Kurd kirîneLi dijî hevdu rabûneHeta hev ji dar xistineÇewser ew şoreş şikandî***Berê me ji şêx û melanBeg û axan gazinc kirinMe got bi ol û êlîtîMafê Kurdan winda kirinXortên niha jî wek wan inKurd ji hevdu parçe kirinJi ber xwe nehatî dibêm

Koledar li nav me çandî***Dil bûne wek teniya sêlêJi ber kînê û dexesîHer yek dibê ez pêşkêş imBûye ezezî û kursîYê nû ji hêkê derketîEw tewr dorê nade kesîDibê dîkê mezin ez im!Bi wê felsefa çewt xwendî***Lêdan û zindan nedîneXav in wek goştê nebiraştîDibin bend li ber wan kesênBiraştî û têgihîştîBi xurtî şerê wan dikinBi rûkî hişk û hilmiştîXwe li ber sîlakê nagirinBûne Kerîmxanê Zendî***Gelo hûn nabînin KurdêXelkê ew stembar kirîBê xwendin û rewşenbîrîBi sedan sal ziman mirîLi baxçên hatin şewitandinKaniyên dev beton kirîPêşmergên bê zarok û jinDi nav arê bomban zindî***Gelek bê dê û bê bav inLi kolanan zarokên KurdanTên firotin wek dewaranLi welatên ErebistanMa qey nayê ser û dilên weXiramek namûs û wijdan

Page 250: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

499498

BêbuharLi nav xelkê sernizm in hûnJîn dibin bê şerm û fedî***Por dirêj bi pantolê jenzTev rûdinin li çayxananEm serê hevdu gêj dikinBi left û geftên kolananHer yek dibin feylesofekBê bask difirin ezmananEz zanim wê xweş neyê bi weEv helbesta ku min xwendî***Rastgotin giyayên tal inHov dixwin jê zivêr dibinLê ji sedî not û neh jêDerman ji wana çêdibinÊn nexweşî wî giran binBi wan dermanan çêdibinÛdê giyayên tal nagireYê dermandarî nexwendî***Bankirin Kurdno bibin yekHozanên Kurd ên dilbirînNikarîbûn Kurd bikin yekJi Xanî heta CegerxwînMirin derd ji me re hiştinNabin yek ên hatin kirînEm bibin Taxûr nikarinKurd bikin wek gelê Hindî***Qey bextê me Kurdan reş eMane bindest û stembarGelên reşik tev serbest bûnKurd kolê kolên koledarKesên ji xwe fedî nekin

Gelo wê çi bike BêbuharDibînim ne bi zorê beQet Kurd nabin yek bi rindî

Çiqasî ez

Çiqasî ez bila rind bimLi dijmin hov mirov be ewKarê rind nekir wayîBi reng bes wek mirov be ewLi hember wî divê zirz bimQe rast nabe ne zor be ewNe zor be dad qe çênabeNedî dad min li dinya ewMirovê pîs bi dad nakeBi gotin bes dibêje ewJi dad bawer tu car nakimJi zorê re pir e tim ewMin rûmet da mirovê pîsJi min tirsiya dibêje ewBi rindî pîs qe rast nabeJi ber kar tim nerastî ewKesên pîs kûçikên har inMin bernadin diewtin ewKu kûçikê har ne lêdan beMin bernade ne dar be ewHesin xwar be ne çakûç beQe rast nabe tu carî ewHeta pêxemberên YezdanKesên pîs tim li dij bû ewHeta rind bûn hevalên wanBi zorê tim meşandin ewJi Nûh de ta Mihemed jîLi dij wan bûn kesên pîs ew

Page 251: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

501500

BêbuharKesê rind jî ku zor ket destDibe wek ê nerind bû ewDibe him rind bimînin rindNizanin kî dimîne ewDu tişt in tim li dij hevduLi dij rindî nerindî ewGemar bê av qe pak nabeÇi êş derman li dij wî ewDerew rastî li dij wayîLi dij wijdan timayî ewDivê rind bim û yan pîs bimLi navê jî qe nabe ewDibêm wijdan Xwedayê jêrDibêm Iblîs timayî ewHeta Habîl ku Qabîl kuştJi dê û bavkî bira bûn ewKu pismamên min xinizk bûnJi xwîna min bi min re ewLi hev erdê min par kirin wanJi min re tev neyar bûn ewTimayî bû ne Iblîs bûBûbûn Iblîs ji min re ewTemen heftê min derbas kirBiyan min tev buhartî ewLi maf geriyam min winda kirLi ba zorê min maf dî hew

Kesê ehmeq

Kesê ehmeq ji wî re ez çi bêjimJi ehmeq re nikarim tişt bibêjimLi ber ehmeq zimanê min dibe kinLi ber ê zan ziman ez pir dirêj im***

Kesê ehmeq dibê her tişt dizanimNezan be ew tu car nabe nezan imQebûl nake ku tiştê ez bibêjimJi ber wî ez bi yê ehmeq nikarim***Bi yê laş xurt bi yê ew hiş mirî reKu deng kim ez divê şer kim bi wî reDivê ez deng nekim çêtir ku deng kimBila ew ê nezan bim ez ji wî re***Nexweş be ew bi derman wê rehet beNezan be wê bi şîretan dirust beBi şîretan bibe zana here pêşKesê ehmeq qe çênabe ku çewt be***Li yê ehmeq tu şîret ew qe nabeTu şîret kî nedost be wê neyar beTu pesnê wî bidî ewya dibe dostBi ker be wê li wayî tê siwar be***Kesê ehmeq dikî zû jê xelas bîTu pesnê wî bidî pê re nerast bîÇi kar kir wî bibêj jê re te rind kirXwe winda ke ji wayî tê xelas bî***Mirov dost û neyarê wî bi wî reKu ehmeq be neyarê wî bi wî reMirov çêbûn li dinyayê ev in jînKesê hişmend ê dostê wî bi wî re***Mi jîn tevde bi zanyarî buhartîBi dostan re meşiyam tim bi rastîBi ehmeq re negiham tiştê ku min xwestBi yê zan re giham tiştê min xwestî

Page 252: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

503502

BêbuharBi tirsê

Bi tirsê kes negihişt waraBi mêranî gihişt waraKesê tirsok li pey xelkêBimîne tev tawanbara***Hemû dinya bi xurtî reÇiqas mal hê ji xurtî reMirovê qels ku mir hêvîBuhişt ewya ji wayî re***Bi nîgaşî buhiştî ewJi ber qelsî negihiştî ewKesê xurt buhişt navêLi vê dinyê buhiştî ew***Ji ber ê qels xwe tim kerr kirDibê Yezdan li min wer kirTu car Yezdan qebûl nakeLi ser maf ê xwe tim kerr kir***Mirovê qels li dinyayêBi tirs jê re ti maf nayêLi pey xelkê bimîne wêTi sûd nake ji dinyayê***Xurtî ne bes bi lêdanêBi konî ew bi yê zanêBi malê pir bi hevgirtinBi çekdarî li meydanê***Stemkarî ne ew xurtîBi dadmendî ew e xurtîBiparêze mirovanî

Ji zordaran ew e xurtî***Mirov ê kuşt bi milyonanBi zordarî bi pevçûnanNe ava kir xirab kir wîNe yek rindî ji milyonan***Nerindî jê mirov tirsîLi rindî tim mirov pirsîEwa xurtî û wijdanîBi dad rûnişt li ser kursî***Bi rindî tim ew ê kar kirXirab wayî ku ava kirKu nav rind ma di dîrokêLi herd dinya ewî kar kir***Kesê qels ew li ev dinyaNegiriya ew ne jî keniyaWekî hov wê bimîne ewTi sûd nake ji herd dinya***Li ser maf ew mirov xurt beLi dij ê koledar zirt beMirovanî biparêzeMirov jê re ew ê merd be***Li dinya Bêbuhar im ezDi vê jînê hejar im ezTemen heftê û çar sal inJi ber rast im ne xwar im ez

Page 253: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

505504

BêbuharHelbestvan

Ku helbestan dinivîsimBi wijdan ez dinivîsimWekî Kodak dibînim ezWekî wayî dinivîsim***Ne zêdayî ne jî kêm ezXwe banadim ji vê rê ezKesê xwar çû ji ber ew ketNe wek wan bim bila ew ez***Nivîskar be bi helbestanDivê rast be bi helbestanNe rehparêz û bêbext beMirov rast ke bi helbestan***Ne helbestvan bi nav coşêBi mal ewya xwe bifroşêBibe kolê stemkaranRiya rast ew ku derbê jê***Bila ez wek Ebû TemamEla bim ez ne xavî xamErebên din ne wek wan bûnXwe difrotin ne wek wan mam***Ne wek Tirk û Ecem ez bimJi ber Kurd im bila rast bimXwe nafroşim ji bo mal ezDi zîvarî bila ez bim***Ne rehparêz û bêbext bimXwedî wijdan xwedî bext bimJi ber Kurd im xuyan im ez

Ji dijmin re ne bêbext im***Bi mêranî xuyan im ezXinizkarî nizanim ezBi reh Mîd im li cîhanêBi rastî tim li ban im ez***Ji ber çiyayî wekî baz imGelek şervan û mêrxas imBi bêbextî qe şer nakimNe dagîrker û şerxwaz im***Mi navê ceng û lêdanêDivêm aştî li cîhanêMirov wekhev bila jîn binNemîne şer li cîhanê***Mirov tevde ji dê û bavkîDijî wekhev mirov carkîÇima em xweş newê jîn binMirov tevde bi hawakî***Fireh dinya besî hemiyanKu ava kin ji bo hemiyanMirov têr bin ne birçî binLi dinya xêr digihe hemiyan***Evî wê Bêbuhar doz kêBila cî wî neyar doj kêLi herd dinya buhiştî ewJi ber ew xwar nebû rojkê

Page 254: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

507506

BêbuharTerîqet

Herçî divê cinetêTêkeve terîqetêGava biçe axretêTerîqet riya cinetê***Tekya şêx ew wiha neSofî tê de civiyaneŞêx li wir ew rêzan eEwya bi kêrî me tê***Bila şîret li we beHaya we ji we hebeTerîqet riya we beBernedin vê nîmetê***Dinya xap û derew eEwya wek xewna xew eÇaxa mir poşman ew eHerçî ketî xefletê***Weyla li halê wî beWê lê şîn û girî beWê cehnem cî wî beEw nakeve cinetê

Dîk û mirîşk

Çaxa em Kurd fermandarZerdeştî ola me bûÇaxa Kurd bûn misilmanGelê Kurd pergende bûEm nezan man li gundan

Xwendingeh lê tune bûEm xizan bûn li gundanDemjimêrek tune bûÇaxa ku rojî dihatMelayên me tune bûMela nedihate ba meJi ber zekat tune bûZivistan ewr û baranRonahî me tune bûÇaxa ku dibû sihûrDîk ew melayê me bûDîk ban dikir me digotRabin sihûra me bûMirîşk derdiket ji pînêMe digot nexwin sibe bûÊvar mirîşk ket pînêMe digot fitara me bûMirîşk ew demjimêr bûDîk ew melayê me bûJi deh salan carekêMelak mêvanê me bûMin ew dîk serjê dikirEw dîk xwarina mele bûMela ew dîka dixwarPara me têd tune bûPesnê Ereban didaÇî Kurdan tê tune bûGoşt û hêkên mirîşkêMe dixwar kîjan feyde bûEw ê feyde dida meMirîşk bû yan mele bûWî digot dinya berdinCinet bi dest mele bûMele cinet dida meCinet ew para me bû

Page 255: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

509508

BêbuharKurdên bêbext û nezanÇima ev karê me bûMele bang bi pere bûBanga dîk bê pere bûDîk mirîşk bêqîmet bûnPir qîmet ê mele bûYên rind dîk û mirîşk bûnYan ê rind ew mele bûDîk û mirîşk ên me bûnMele neyarê me bûEw kolê koledar bûKurd ji wî re kole bûWek Cegerxwîn derketinKurd li kur bû çav vebûÎro gelek kêfxweş inGelê Kurd ew zane bûKurd guh nadin melên çewtTiştê wan xwest ew nebûBêbuhar çîroka wîDawî hat û kote bû

Şîrîn

Şîrîn ez wek Ferhad ji te hez dikimXewa min nê hednê bê te ez bikimGerma dilê xwe bi te sar dikimLê tu were ba min Şîrîna delalEz bûme nêçîrvan tu bûyî xezal***Nikarim te bigirim bi rav û davaKu tu bêyî ba min mala te avaWê tu bûka min bî wê ez bim zavaLê tu were ba min Şîrîna delalEz bûme nêçîrvan tu bûyî xezal

***Ku tu nêyî ba min dîsa xezal îKu tu bêyî ba min yara delal îKu te nebim ar î bibim şemal îLê tu were ba min Şîrîna delalEz bûme nêçîrvan tu bûyî xezal***Şîrîn bes e êdî stemkar dijîPir ji te hez dikim tu tim li dijîFerhad bi eşqê mir tu min nekujîLê tu were ba min Şîrîna delalEz bûme nêçîrvan tu bûyî xezal

Şoxê

Hey lê şoxê hey nazikêÇav ahoyê pir xweşikêKetim tora te canikêKî min kare rizgar bike***Çi toreke di avê deHawîrdor zirêç pêdaRojhilat ronahî lêdaMasî ketê wê çi bike***Evîn dost e hem dijmin eNe serî ye ne jî bin eTêwer bibî dawî tuneEvîndaran winda dike***Wek min gelek winda kirinSersam û gêj û dîn kirinDerdê ku derman nê kirinBijîşk çawa derman bike

Page 256: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

511510

Bêbuhar***Dermanê min li ba te yeReş xumarên çavên te yeHerdem ji min re berge yeTim Bêbuhar kirnoş dike

Pîrbûn

Pîrbûn mirov ew her tişt tê bi serdBêpar dimîne lê pir dibin derdEwya dimîne bê dost û hogirPîrbûn ji wî re derman tune derd***Çû vedigere ew her tişt bi zêranCeng vedigerîne qadê bi mêranGava temen çû êdî nema têEwya bi mêran pir mal û zêran***Zindan ketê wê jê derê ewÊ çû biyanî kare were ewPîrbûn xumalî ewya li hêvîGorê nikare kes jê derê ew***Pêşî temen ê hîn can di jînêHinkî xweşî wê tê de bibîneEw jîn ji wî re bû dav dibê besPiştî ku pîr bû rencî dibîne***Piştî temen bû heştê û pênc salWê ew bimîne bê ap û bê xalDostên li dorê dimirin û diherinDostek li dûr ma wek wî di bêhal***Wê dest bi gopal êdî li mal be

Gavkê bi zorê wê laş li ba beDîsa ji nuh de ew vedigere çûkÇaxa ku zarok dîsa wiha be***Zarok ne wek wî zarok bide ewBav hê delalî wayî dike ewÊ pîr ne dê hê wayî ne bav hêNê hezkirin ew nê rakirin ew***Roj lê dirêj in şev lê dirêj inKuflet li dorê tiştan dibêjinGuh kerr dibe ew deng nê guhê wîBernakeve ew tiştê dibêjin***Çav qels li pêş wî tarî ye dinyaCar heye giriya car heye keniyaÇi dixwe bi wayî xent pê ne xweş têDilsar dibe ew êdî ji dinya***Her rê li ber tê girtin bi carîHew gor ji wî re ew rê diyarîGorê veger jê êdî tune hewBar ke ji dinya wê ew bi carî***Karê ku wî kir westî û leziyaÇend kinc li wayî yê çû û riziyaZaro û arzmal tev man li şûn wîDawî di gorê palda û riziya***Rindî xirabî yên wî bi xwer birBîdav dibe tev tiştê ku wî kirÊ rind li dinya hew nav dimîneNav namire wî piştî ku ew mir***Bes Bêbuhar ew vayî dizane

Page 257: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

513512

BêbuharTiştê ku pêşde wayî nizaneTiştê li ser wî rindî bike ewAxret li wir wî Yezdan dizane

Tiştê min xwest

Tiştê min xwest ez wî bikimWayî ji min re dest nedaQels bûm nikarîbûm bikimDawî min hilda ser XwedaRamiyam min dî ewya newaKar hilbidî tim ser XwedaYê zan çi be kare bikeWê hilnede ew ser XwedaYezdan negotî hûn nekinEw kar bibe karê XwedaEw kar tu car pêş nakeveRind zanibin wî sûd nedaKarê li erdê yê mirovEw kar ne ew karê XwedaYê pêş neket qels û nezanEw ma li dû xelkê gedaÊdî nema rawestiyamXwend min ji bo kar berxwedaTiştê min xwest ewya min kirKar hilneda min ser XwedaEz pêş ketim ew kar min kirEwya min bir tiştê min daTiştê nedî tê wî nebîTê wî bibî tiştê te daXelkê misilman pêş neketTim kar spartin ser XwedaTev man metafizîk li peyXelkê misilman sûd neda

Tiştê buhurt wayî nekîTim bend li pêş tiştê te daXelkê Ewropa tev pêş ketinTiştê buhurt wan guh nedaWan guh nedan ola filanPêş ket Ewropa mand bernedaKarê dinê wan tim kirinAxret yekî jî guh nedaHer tişt li dinya çêkirinKar hilnedan wan ser XwedaEw pêş ketin Îslam li paşÎslam li dinya sûd nedaDinya Ewropa tev kir buhiştFiriyane jor nêzî XwedaPiştî mirin çûn wê dinêÎslam buhişt para me daEzman Ewropa lê war kirinÎslam li erdê hîn gedaEm Kurd qebûl nakin wihaWek wan bibin qels û gedaEm wek Ewropa pêşkevinWê em bibin dostên XwedaÎslam bi sed salan bi xapWan xefk li pêş Kurd tim vedaKurd zeft kirin xistin rekehWek çivîkê Kurd berxwedaXwendin li Kurd ew bûye barZanyar bikin ol jê cudaBêhiş bila ewna bibênKafir tu yî dûrî XwedaKurd im dijîm ez BêbuharBar kim zivistan keys nedaEz mam li nav Kurdan neçûmWarê xwe min ew berneda

Page 258: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

515514

BêbuharFelek

Kê got felek rawestiya ew ji gerKê got mirov wek hev dijîn tev li serTalan dikin hevdu bi zor tim bi şerHev kuştin û rastî li dinyayê tune***Rastî eger ewya li dinya hebaHalê mirov wê ew tu car wer nebaKuştin li nav xelkê dibêm wê nebaHerçî mirov wijdan bi wî re tune***Şer çêneba kuştin li nav serweranHewcî çi bû ayet û pêxemberanŞer çêdibe ew tim li nav hemberanŞer tev ji bo kursî û malê dinê***Her kes dibê dadmend ez im bes bi devFût û fen in karê mirov roj û şevMalê dinê ewya li dû tim bi revRast lê binêr wijdan bi wî re tune***Pêxemberan wan bêguneh kar nekirTiştê kirin wek wan guneh min nekirEw bûn şivan wek pez mirov parve kirWana li ba gotin yekî din tune***Her yek dibê Yezdan dibê ez dikimHer yek dibê tiştê ku xwar rast dikimTiştê dibêm wayî bi hiş nas dikimŞer çêkirin hev kuştinî dad tune***Yezdan çima ola mirov yek nedaYê xurt çima mafê mirov wî nedaHer yek li ber ê din çima xefk veda

Herçî ku qels wî maf çima nadinê***Kes rast nebû dîsa mirov wek xwe maBitir xirab wijdan li dinya nemaDîsa gelacî ew ketî nav hemaOlber ew in bes ên dibên gotinê***Her yek dibê yê rind li dinya ez imÊ diz tu car wê ew nebê ez diz imÊ rind bi wan ewya dizane ez imÊ xurt li dinyayê kesê rind tune***Herçî mirov wê ew tu car rind nebeHerçî tima wê ew tu car rast nebeEwya heta hin can di wî de hebeÇav têr nebe wê ew ji malê dinê***Gava ku mir wê çav ji mal têr bibeYê xwar di gorê de ew ê rast bibeTiştê dibê ew Bêbuhar rast dibêSax be mirov rastî ji wî re tune***Tiştê mirov ewya dike lê binêrWijdan Xwedayê xurt ewa yê li jêrWijdan mirov jê tê kirîn ew bi zêrŞeytan ew in herçîn timayên dinê***Yezdan li jor keskî bi ya wî nekirHerçî tima deriyê şerê wî vekirWijdan firot wijdan bi zêran çekirYezdan li jêr ew bûye malê dinê

Page 259: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

517516

BêbuharDayika minê

Dayika min a rind û delalNeh meh te hilgirtim bi halŞîrê te min xwar ê zelalSalkê ji wî xweştir tune***Xweştir ji ava ZemzemêXweş jê dixwar min wê demêWek wî ji Zîn hez kir MemêEw şîr buhişta vê dinê***Çûk bûm bi şev radibûm ji xewEz radikirim nedidî te xewTim dev biken wer çav li xewRadizam bi wê lorandinê***Bêhna te xweş wek enberêWê ew ji bîra min nerêBiçûkî xwezî dîsa werêRabî ji gorê carek dinê***Çûk bûm dilîstim pir hevalBê derd û kul xem û xeyalÊdî mezin bûm sal bi salPir bûn li min derdên dinê***Jînê divêm zarok bijîmJîna mezin tê de nejîmJîna mezin tê de rizîmTevde ji ber derdên dinê***Dost û hevalên min mirinÊn dûr nizam sax in mirinHerçên li dûr zanim pir in

Îro li vir ez mam tenê***Ez mame bê dost û hevalBêkar zivêr im wer li malEvya dinê dayika delalPîrbûn xweşî tê de tunê***Sêwî dijîm bê dê û bavJîna nexweş tim xam û xavPîrbûn ewî girtim bi ravÊdî ji wî berdan tunê***Hebsê îdam pîrbûn bixwêGora mirovan ew dixêBertîl tune ewya bixwêParêzer wir ew naghnê***Yezdan çima ez wer kirimCan çêkirim ez xurt kirimDawî çima qels pîr kirimJîn nuh nekir malê dinê***Gava mirov ew pîr nebeWayî heval jê dûr nebeDinya bi wî ew tal nebeRûmet ji canî re tunê***Piştî Xweda dayê tu yîErz û jiyana min tu yîPiştî mirî serdan tu yîEwya ji min re yê dinê***Dayê qebûl kî tê ji minWê şîr helal kî tê li minÊdî nema tişt tê ji min

Page 260: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

519518

BêbuharHêvî buhişt tî wê dinê***Canbûn nema ew vedigereCanî divêm car din wereBa wî gilî kin ger werePîrbûn ji ber min hal tunê***Gora te tim serdan bikimHedna xwe wê ez pê bikimGora xwe jî wê çêbikimNêzî te jê xweştir tune***Hembêz bikî dîsa tu minHilma te wê xweş bêye minŞîrîn bibe wê tal bi minWê jê reha bim vê dinê***Dîsa bibim zarok li wirÇêtir ku pîr bim ez li virEw can dibe yê pîr li wirÊdî mirin wir lê tunê***Jîna min çû tev BêbuharBahoz û berf tim qir û sarZor û stema koledarDayê tu bindest wek minê***Yezdan ji ber Kurd çêkirimKurdî te ez Kurd fêr kirimWê wek xwe bim ta ez mirimWê rast herim xwarî tunê

Zend û Avest

Zend û Avest herd man li kuEz wan bixwînim nas bikimOla min çi ka ez çi bûmKurd im divê rind nas bikimEwna çima winda ne herdWayî divê ez nas bikimÊn koledar winda kirinHerd man li ku ez nas bikimXwarî nedim dû wî bilaXwarî ji bo ez rast bikimDijmin bi ya wî ez nekimOla xwe wê ez nas bikimKurd im eger ola min hêXelkê çima jê pars bikimOla bi zarê min be ewOla Ereb ez pê çi kimPêxemberê min ew ji minŞerm e bi yê xelkê bikimZerdeşt berî xelkê hemûYezdan bi wî ez nas dikimŞerm e li min Kurd im nihaKarê bikim ez şaş bikimKurd im nevî Mîdî ez imÎslam xwe pê ez şaş bikimÊdî divê ez şaş nebimKarê bikim wî baş bikimÊdî li pey xelkê neçimRêkî ji xwer ez çar bikimTê re herim bigihême serRiya rast divê wî nas bikimWê ez bi lêkolîn herimDîrok tekûz wî nas bikimDîrok neyaran çewt kirin

Page 261: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

521520

BêbuharÊ rast divê wî nas bikimDîrok bi rastî her tiştîKarim bi wayî nas bikimDijmin çima min şaş dikeDijmin ez ê wî şaş bikimXelkên Ewropa yên rastnivîsDîrok ji wan wê nas bikimKurdê Zeradeştî ez imOla xwe wê rind nas bikimDîrok girêdayî bi wîWayî divê ez şaş nekimDîrok li Kurd winda nebeOla xwe pê rind nas bikimJîn im bi salan BêbuharWê bê buhar hednê bikim Hey hey mirov

Hey hey mirov bêhiş mirovRoj û şevan karker mirovMalê dinê tê pir bikîPiştî mirî çi bikî bi wî***Ew mal ku pê xêran nekîJinbî û sêwiyan têr nekîEw mal te jê hinek nexwarEw ê xizan birçî tu yî***Zarên te wê pê kêf bikinTiştê divên wê pê bikinWê zû here wan top nekirJê sûd nekir ewya tu yî***Çaxa mirî tê rakevîGorê ji wî dernakevî

Piştî tu mir bar kir ji virHerdu dinê bêpar tu yî***Mal pir bikî xêran bikîHerdu dinê tê kar bikîHerçî ku bû kolê peranÊdî nema xêr tê ji wî***Birçî tu yî pê xêr nekirBirçî û jar pê têr nekirTu wek Elî Ebdal bijîMal pir xizan ewya tu yî***Libnan Herîrî ew nemirBirçî û jar wî têr dikirWek bav nexweş derman dikirXêran bikî wek wî tu yî***Alî gelên bindest bikîHerçîn ketin wan rast bikîEndam ji Xaça Sor tu bîWê xelk bibên ku merd tu yî***Pesnê te wê xelk tim bidinComerd mirov wî hildidinMal pir çikûs bê ûd e ewHilma mirov nayê ji wî***Ewya bi saxî nav mirîGava ku mir kes nê derîSax be mirî herd wek hev inEwya ji ber xêr nê ji wî***Maldar nemir mal ma li peyMaldar ku rind nav ma li pey

Page 262: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

523522

BêbuharPiştî ku mir bigirîn li serXelk sond bixwin tevde bi wî***Ew wer dibîne BêbuharTiştê li ber çavan diyarZengîn mirovanî bikeAva dibe dinya bi wî

Sê reng mirov

Sê reng mirov pêş nakevin wê wek xwe binTirsok û ehmeq û fedok wê wek xwe binEhmeq peya tirsok newêre ew bikeHerçî fedok wê pirs neke wê wek xwe bin***Hersêyan mirov ewya divê jê dûr keveSerbest divê ew kar bike wê pêşkeveHerçî ji bo razberiyê ew kar bikeEhmeq û tirsok û fedok pêş nakeve***Xelkê Ewropa tev pêş ketin ewna newaFerman kirin îro li erdê û hewaCîhan bi razber wan hemû ava kirinTişt nê bi lav dest hilbidî ber bi hewa***Raman li paş ên kevinperest wan guh nedinRêça dirust pê pêşkevin wê bernedinHer kes bi ramana xwe ew pê pêşkeveWek pez nebin hûn tev bera dû ker nedin***Herçî li dû yê kevinperest wî kar nekirEw ma nezan ew pêş neket tişt çênekirHind lê binêr ma kevinperest ew pêş neketJapon binêr wî kevinperest tewr kar nekir

***Ew pêş ketî ronî xwe da topa dinêRind lê binêr tişt çêkirî dayî dinêJapon li dinyayê hemû navdar e ewHind ma li paş ê çêkirî tiştek tunê***Yezdan mirov çaxa didî wek hev didêDestê mirov her yek ji wî re ber didêYên kar bikin Yezdan tu car nabê nekinPêş nakeve yê qelp dixe stûyê Xwedê***Ehmeq e yan tirsok e yan jî fedokWê tişt nekin ehmeq û tirsok û fedokÊn pêş ketin zana û mêrxas û netirsXwendin ne yên ehmeq û tirsok û fedok***Her tişt mirov kare bike yan jî nekeKare bike tiştê ku wî karê xwe keYê kar neke tiştek bi wî wê çênebeHerçî xirab wê yê xirab ava neke***Tiştê dibîne wî dibêje BêbuharBawer dike tiştê li ber wayî diyarTiştê diyar nabe bi wî bawer tuneYên kevinperest bawer bi wan nabe tu car

Hemû hov

Hemû hov wê kedî bin ewGurê xwînxwar û mar ewnaKedî nabin ji ber herduTu car bawer bi wan nabe***Mirov çêlîka mar girt ew

Page 263: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

525524

BêbuharDiranê wî bilez rakeDikare wî hilîne ewNe bawer be ne werga be***Te cewrê gur dema ew girtDivê wayî girêdî timWezîfa wî nebû kûçikJi pez re ew tu car nabe***Mezin bû cewr dibe gur ewRiya bavê xwe bernadeBikuj wayî bila bimireBixwe wê pez bi pez re be***Mirovê reh xiniz bav beRiya bavê xwe bernadeBi wî bawer nebin caranBi wî bawer tu car nabe***Tu kes nabê ne baş im ezRehê wayî divê zanibîGelek mêran bi dest dijminDide kuştin xuya nabe***Kesê dilpak dixape ewBi dilpakî dibe qurbanBi dest pîsan ku tê kuştinKu mir wê ew nema rabe***Mixabin ew kesên mêrxasBi dest pîsan ku tên kuştinNe yên pîs bin gelê Kurd jîEwa bindest tu car nabe***Dema dar ew ku kurmî bû

Ku kurm dar xwar ji derve nêJi hundir çêdibe ew kurmJi derve dar xirab nabe***Gelê Kurd jî wekî darêDibîne Bêbuhar wek darJi hundir Kurd ne xinizk binJi dijmin dûr xirab nabe

Ehmeq û biaqil

Kesê biaqil xelk wî dibîneKesê ku ehmeq ew xwe dibîne***Yê ehmeq dibê her tiştî zanimBiaqil dibê tiştekî nizanim***Biaqil ji bo ewya pêşkeveEhmeq naxwaze ewya pêşkeve***Her tiştî biaqil kare çêbikeEhmeq nikare tiştekî çêbike***Kesê biaqil dinyayê dibîneKesê ku ehmeq ber xwe dibîne***Kesê biaqil ewya mirov eMirovê ehmeq ew reng mirov e***Mirov ji diya xwe wek hev çêdibeGava mezin bû ew xuya dibe***Yan ew ehmeq e yan biaqil eMirov nizane kî biaqil e

Page 264: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

527526

Bêbuhar***Mirov wan herduyan ji hev nizaneKar kirin mirov wana dizane***Ku dijminê xwe dikî pir bikîMirovê ehmeq şîret lê bikî***Kesê biaqil şîret ne hewcîEw biaqil e şîret ji bo çî***Kesê biaqil şîret lê bikîWê dostê te be tê wî kar bikî***Kesê biaqil wê kêrî te bêWê kesê ehmeq ne kêrî te bê***Ehmeq ewya wê ne bi kêrî xwe bêBawer neke ew bi kêrî te bê***Dehl fire ye her hov lê heneDinya fire ye mirov lê hene***Mirov li dinya tev ne mirov inHin jê mirov in hin jî jê hov in***Biaqil dinya tev ava dikinEhmeq avayî tev xopan dikin***Nerindî ji yê ehmeq çêdibeJi yê zan û baş rindî çêdibe***Dîwarê xwar be li ser lênabeMirovê ehmeq tişt pê çênabe***Dîwarê rast be li ser lêdikin

Mirovên zana ewna lêdikin***Heta dinya heye mirov wê wa beHeta mirov heye mirov wê wa be***Heta timayî hebe li dinyaYê pîs rast nabe tu car li dinya***Mirov ku rind be jê xêr çêdibeMirov ku pîs be jê şer çêdibe***Herdemî mirov wê bibin neyarEw jî ji wan e yek jê Bêbuhar

Roj û kevir

Bê roj qe wê tişt çênebinHov û mirov wê jîn nebinDar û giya wê şîn nebinÎslam çima tev wer dibên***Ên roj nebest tev kafir inEwna perestên agir inEm Kurd nebestên agir inÊn ar nebest kafir dibên***Ger zanibin roj agir eEwya ji wî ronî pir eLaş germ dike ew agir eBê germ tu laş wê jîn nebin***Roj ew nebe ronî tuneRoj ew nebe agir tuneAgir nebe tewr jîn tune

Page 265: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

529528

BêbuharHer tişt bi agir çêdibin***Bê roj qe tişt wê çênebinHîv û stêr wê ron nebinŞev reş dibe ewna nebinHov û mirov wê kor bibin***Dinya hemû wê reş bibeHerçî mirov bêkar bibeDinya bi car tarmar dibeHer tişt bi car winda dibin***Erd ew bi rojê germ dibeErd germ dibe av germ dibeAv germ dibe ewr çêdibeBaran tune ger ewr nebin***Sê meh zivistan roj nebeGava mirov agir nebeXwarin tu car wê çênebeHerçî mirov wê jîn nebe***Îslam ew in ên hiş nexweşKirnoş dikin kevirê ku reşSûd jê tune kevirê ku reşTewr tişt bi wî wê çênebin***Zerdeşt çi got ew rast dibêTiştê ku got jê sûd dibêHer tişt bi wayî jîn dibêBê ar û roj wê jîn nebin***Hevdu mirov înkar nekeTiştê ku rast wî xwar nekeEw gotina tim rast bike

Herçên mirov wê şaş nebin***Her kes dibê yê rast ez imNabe bibê yê rast ez imÊ xwar nebê yê rast ez imHerçî mirov tev şaş dibin***Tiştê ku rast ew xwar bibeDinya hemû tarmar dibeXwarî ji wî şer çêdibeŞer jî mirov pê jar dibe***Daxwaz ev in tim BêbuharEm rast bikin tiştê ku xwarEm rast nekin tiştên ku xwarWê em mirov tev xwar bibin

Îslam û file

Xelkên Ewropa wan ol kirin perdak li paşHatin bi şer wana Quds dagîr kirinPapa ji ber da wan buhişt ew têkevinÇekdar kirin wana bi xurtî şer kirinSultan Selahedîn ewî Îslam civandWan jî li dij xelkên Ewropa xurt şer kirinWî Kurd kirin qurban ji bo Îslam hemûYên çûn biyan ewna di şer de pir mirinMalbat ji Kurd wayî birin alî ErebBerdan li wir wer bêxwedî winda kirinEw şer neba wê Kurd dused milyon hebaWayî hemû Kurd dane pêş Kurd şer kirinEwya ji ber Kurd narevin Kurd dane pêşKurdan bi şer wana Quds rizgar kirinDawî ji xelkê re beradan ew welat

Page 266: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

531530

BêbuharÎslam li Kurd ew bû bela Kurd qir kirinKurd ew bi Îslam xapiyan wer man li paşTirk û Ereb Îran li hev Kurd par kirinGava Fransa hat ji dûr ket SûriyêKurd bûn welatparêz li dij wê şer kirinŞoreş li Amûd û Beyandûr û li Ef- Rînê bi mêrxasî gelê Kurd şer kirinSê par ji serwerên di şer Kurd bûn li navMuhsin Berazî û Henano kar kirinHusnî Berazî û Reşad BermedaWek Yûsifê Ezma şehîd Kurd mirinKurd bûn misilman ta niha Kurd qir dikinKevin û niha em wan nikarin bijmêrinŞer bû li Çaldêran ne bes Kurd kir du cîKurdên hejar Sayiks Pîko çar par kirinXwarin keliya hazir ku bû her kes dixweKurd Ereb Sûrî ku wan rizgar kirinBeisî bi car înkar dikin Kurdan li virDewlet li Sûrî Beisiyan wan zeft kirinKurd li ser qada xwe ya çar parçe bîBeisî dibên Kurd tev ji vir bar kin herinMayîn emawî û ne Sûrî ewna dibênKurd ecnebî nasnameya Kurd jê birinBeisî Ereb anîn ji dûr wayî bi zorHatin ketin qada me wan dagîr kirinCotkar ji Kurd bê kar û erd tev man li cîGundek li ber gundê me wan ava kirinRê û qîr anîn gihandin ber derîAv elektrîk wan xwendegeh ava kirinKurdên hejar îro xulamî wan dikinKurd man xizan îro Ereb ên mal pir inKurd zanibin namûs bi Kurdan re nemaQada me çû namûs bi zorê binpê kirinNamûs hebe ev tu car wê ji bîr nebeVan Beisiyan tiştê bi Kurdan wan kirin

Kurd çûn li bajarên mezin pir bûn xulamBeisî bila xweş zanibin şûna me ewna nagirinRoj wê hebe Beisî nemînin wê li virWê Kurd li vir bin Kurd tu carî namirinWê wek berê çar parçe wê yek be bi zorKurdên li cîhanê werin em Kurd pir inWê ser li jêr Beisî ewên kolên me binÊn unsirî qada me wan dagîr kirinÎran û Tirk herd jî bila xweş zanibinKurd şerker in em Kurd di şer de agir inWê Kurd nexapin em bi îslamê tu carZor û stemkarê we Kurd şiyar kirinWê guh nedin şêx û melên ên Kurd firoşBûn wek Cegerxwîn Bêbuhar em namirin

Nebî Îsa û Barzanî

Îsa Xweda ew daxist ji ezmanWî şand bike ew mihrê li însan***Yezdan ji jor de daxist diyarîRon kir li pêş wî herçî di tarî***Îsa mirîk wî rakir ji gorêBarzanî wî Kurd rakirin ji gorê***Wî wek xwe çêkir pir zan ji KurdanMesûd li şûn wî deng daye cîhan***Daket li ser wî teknak ji jordaDerman kirî wî derdê me Kurda***Mesûd ji Beisiyan rizgar kirî erdWayî ji Kurd re derman kirî derd

Page 267: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

533532

Bêbuhar***Xwînmij Sedam wî şer kir ji kînêWî xwest li meydan Kurdek nemînê***Wî xwest Ereb ew deyne li şûn KurdQir kir ji Kurdan wêran kirin gund***Îro Sedam ew cî wî ye zindanDijwar Sedam çû Kurd man li meydan***Îro Iraq lê ferman dikin KurdÎro Iraq lê yê xurt ew in Kurd***Ên man li ser Kurd hîn sê neyar inEwna li dij Kurd her sê bi kar in***Carkê bi olê carkê bi xapanŞêx û melên Kurd dadixin ji Kurdan***Wan nav milet ew Kurd tim nezan binKurd tev bikin pez ewna şivan bin***Kurd tim bidoşin dawî bi kêrêSerî jêkin ew derxin ji vê rê***Ola Zeradeşt ola me ew bûFerman dikir Mîd Kurdê me ew bû***Ferman dikir Kurd Hind û li YûnanKurd bûn misilman em Kurd li paş man***Êdî ji vir wa wê Kurd nexapinÇewser li ser Kurd ewna dixapin***Îro gelê Kurd lêkol dike ew

Dîrok xuya kir rast û derew ew***Dîrok xuya kir herçî ji dûr hatBindest kirin Kurd Îslam ku ew hat***Êdî gelê Kurd cinet me navêÇewser bidin Kurd ewna bi ravê***Çerxa felek de bêhiş û gêj imEz Bêbuhar im wê wer bibêjim

Xelkên Ewropa

Xelkên Ewropa çimaEw miletên pêşketîJi kûçikan hez dikinNabên kûçik heram e***Ji ber wana pak dişonXwarina pak didin wanWan fêr dikin her tiştîLi ba wan ne heram e***Kûçik pir karan dikinJi bo gelên pêşketîKûçik dijîn ne wek ênVan kûçikên li ba me***Nexweş bin bi doktoranKûçikan derman dikinSax dikin wek mirovanEv tişt nîne li ba me***Diyaneta wan tune

Page 268: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

535534

BêbuharLê li ba wan wijdan heyeLi ba me diyanet heyeWijdan tune li ba me***Dibên em misilman inMe buhişt xist nimêjêMe wijdan xist buhiştêYezdan li vir neda me***Em kûçikan pak naşonXwarina pak nadin wanXwarina gemarî dixwinJi ber vê ew heram e***Gava ku nexweş ketinEm wan bibin doktoranEm kûçik derman bikinEw sax bû ne heram e***Em wana derman nakinEm kûçikan dikujinEm nabêjin guneh inGuneh tune li ba me***Kûçik mirov nakujinZariyan sêwî nahêlinWelatan wêran nakinÇima kûçik heram e?***Tewr kûçik ne heram inKûçik ew pir helal inKûçik dostên mirov inZîrevan in li ba me***Ew namûsa me dipên

Malên me qorî dikinÇiqas tî û birçî binWê bernedin malên me***Mirovê xiniz û dijMalê mirov didizeKûçik ji wî çêtir inEw mirova heram e***Dibêje misilman imBerî dide mizgeftêDi wir de nimêj dikeEw helal e li ba me***Peran bi faîz didinYekî bi yek û nîvêZarokan birçî dikinEm nabêjin heram e***Kûçik mirov nakujinZariyan sêwî nahêlinKûçikên me çerm heram inÊ xwînrij dil heram e***Haşa ola îslamêQuran vê qebûl nakeYên wer bi nav Îslam inJi wana ez cuda me***Tiştê guneh ez nakimJi kûçikan hez dikimKûçik helal dibînimMirovê pîs heram e

Page 269: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

537536

BêbuharJi min yarê

Ji min yarê dilê min birNikarim jê reha kim dilDijîm bê dil di vê jînêGiriftar mam li ba yarê***Gelo kî wê ji min bawerBike ewya ku ez wer bûmDi deryaya evînê ezJi min îro ku can darê***Gerîm bê dil li yarê ezXuya nake li ber çavanJi wayê ez reha kim dilJi bîra min tu car narê***Mixabin ger nebînim ezBi herd destan ku wê negirimNe yara min li ba min beTemen vala ji min darê***Gelo çi bikim bi wê yarêKu ez pîr bûm li dinyayêKu ez bimirim di gorê deEz ê çi bikim bi wê yarê***Hela hîn wê bidim dû ezHeta belkî bibînim wêKu yar min dî tişt nabeBila pîr bim li dû yarê***Zivistan Bêbuhar im ezDêşim ez ji sermayêBuhar bihata neêşiyama

Ji sermê ez li dû yarê***Nebînim wê zivistan bêHeta jîn bim li dinyayêNebînim wê buhara xweşBuhara min li ba yarê***Tu car yara xwe bernadimBila yar ew giriftar beLi ba çewser ez ê bînimBera nadim tu car yarê***Bi mêrxasî ez ê bigirimEz ê yara xwe hembêz kimZivistan wê here bar keBuhar wê bê nema darê

Mirovê qels

Mirovê qels stem lê bûJi qelsî tişt ji wî nayêBi gazincan dibêje ewFelek wayî li min wa kir***Mirovê xurt çi be kareBike ewya ne hewcî wîBi gazincan bibêje ewFelek wayî li min wa kir***Felek her kes li ser wayîDijîn ewna ne wek hevduHinek xurt in hinek qels inKesê xurt wî bi zor kar kir***

Page 270: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

539538

BêbuharKesê qels be newêre ewDibê Yezdan bila çêkeKesê xurt û stemkar ewJi ber wî qels binêr bar kir***Li dinyayê li dad geriyamLi dadgeh ew min nav dî besLi ser dadgêr nivîsandîÇi çax dadgêr bi dad kar kir***Bi bertîlan xwe difroşeTi maf nade kesê qels ewBinêr maf da kesê xurt wîLi dadgê xurt ewî kar kir***Binêr ê qels ji dadgê hatLi mal palda nema hêvîTi maf nagihe kesê qels ewBi lavlavan binêr bang kir***Dibê yareb ji wî mafêMin bistînî û maf dimireLi wê dinyê divê mafêMin nemire wî li wir maf bir***Li vir mafê xwe bistînîJi wir çêtir ku karîbîKu mir maf nê li wê dinyêKesê ev got ewî şaş kir***Li ba yê qels tune cî dadKesê xurt dad li ba wayîZivistan Bêbuhar mam minNedî dad jîn min derbas kir

Li dinyayê

Li dinyayê kes nemîne wêHere bar ke ji dinyayêKu mir çû nê ji wê dinyêJi wî êdî xeber nayêKu yek bihata ji wî pirs kimJi axret û wê dinyayêÇi lê hê wê min zanîbaLi wê axret û dinyayêGelo doj û buhişt kî lêJi yê mir çû ji dinyayêDipirsin Kurd ji oldaranEw in olber li dinyayêDibên yek mir welî evyaDikin serdan li dinyayêBi lavan Kurd diçin ser wîDibên ev sir Xwedê dayêBi wayî sond dixwin em KurdÇi zanin sir Xwedê dayêBuhiştê jê dixwazin KurdLi wê axret û dinyayêGelo belkî gunehkar beLi axret û wê dinyayêTu ayet pê nehatî wîÇawa zanin ayet nayêKu ayet pê bihata wêMe zanîba Xwedê dayêBi wayî bes Xweda zaneNizane kes li dinyayêJi ber wî Kurd li paş man emJi xelkê zan li dinyayêDibîne Bêbuhar şaşîDibêje Kurd li pey nayê

Page 271: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

541540

BêbuharŞeylan

Tu Şeylanê gula bînxweşSibê geş bî li ber avêMirov çaxa li seyranêBuhara xweş li ser avêLi Şeqlawa li KurdistanLi ber çavan tu her gavêGelek şîrîn û nazdar îLi ba dê û li ba bavêÇiqas keç tê ne yek wek teTu qam şîrîn zirav navêTu dêm heyva li çarda yîLi min ron kir te wek tavêTu por reş wek şeva tarîTe berdayî heta navêBi çavên reş te awir da minEz benc bûm di wê gavêTu nêzîk bû ji te bîn kirMin hilma misk û gulavêLi Şeqlawa buhişt ew cîPerî reng î li wê navêJi Şeqlawa buhişt ew şarÇiqas keç tên min kes navêMin hê yek dil te ew dil birBi nêçîrî bi lez ravêKu dil bînim nikarim ezBi ayatan bi lavlavêTe nestînim heta sax bimLi dinyayê min yar navêTe bernadim tu caran ezBila bimirim di wê gavêBila ez Bêbuhar nemirimBuhar ew nê min jîn navêTe bistînim nema dimirim

Buhar wê bê di wê gavê Firar im

Firar im ez ji ber çewser li çolê bûmLi min bû şev min rê şaş kir gelek sar bûBi ser min de gelek baran û berf barînLi nav hovan dimeşiyam ez bi diltirsî***Di tarî de min ronahî ji dûr de dîtNema tirsiyam bilez meşiyam xwe lê girt çûmGihiştim wir ji dil de ez gelek şa bûmKeçek min dî li pêş qesrê li ser kursî***Ku rûniştî zehî ez mam li wê bejnêMin got Yezdan buhiştê jê perîk şand virDilê min bir nikarîbûm ji wê dûr bimJi pê mam ez li ser rûnim tune kursî***Li wir min dî şikestî dar li ser kokêKu rûniştim ji min re got kuro fermoTu bê vêrê li ser kursî li ba min rûnÛ rûniştim li ba wêna li ser kursî***Ji min re got biyan lawo gelê jê çîMin got Kurd im ji ber çewser firar im ezKu ronahî li vir min dî xwe lê girt minMin dî vayî tu rûniştî li ser kursî***Ji min re got tu zanî kî me ez lawEz jî Kurd im di vê qesrê zivêr bûm ezÛ bêkes ez tenê wer mam li vê çolêÇima lawo li min rojkê te nedipirsî***Min jê re got keça nazdar te nas nakim

Page 272: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

543542

BêbuharJi min re got ji Kurdistan birim vêrêDi bin destê neyar de li vêrê ezGelo îro tu hatî vir li min pirsî***Ji wayê re min sond xwar ez ji vir wa tewrTe bernadim ji çewser ez te rizgar kimGirî wayê ji min re got Kurd xwezîMin rizgar kî ji dest çewser ku natirsî***Min jê re got netirsiyam qet ji çewser ezEz im xortê welatparêz bila bimirimBi mêranî ji bo çavên teyî digirînJi boyî wî te ev tiştên ji min pirsî***Dilê wayê gelek şa bû min ev gotinJi wê rakir di qesrê de li ba wê mamJi bo rizgar bikim wayê ji dest çewserBi mêranî ji çewser ew nema tirsî

Darekê biçîn

Darekê biçîn wê av nedîBê av tu car wê şîn nebeHerçî mirov xurt be çiqasXwarin nedê wê jîn nebeHerçî ku mir wê bê mirovDarbest ji erdê ranebeBalîn tu car ew nafireBalîn eger wî bask nebeZengîn çiqas mal pir bibeWê bê mirov ewya nebeDijmin bi ser wî de ku girtEw mal hemû dijmin dibeHerçî welat berde here

Wê ew mirov erzan bibeHerçî welat lê ma neçûWê ew mirov erzan nebeEw kes çiqasî pîs bibePismam divê jê dûr nebeKêm bû ji pismamê xwe reWê ew mirov serhevde bêEhmeq çiqas şîret bikîWê rast nebe tim wek xwe beHerçî kesê dostê neyarEwya ne wê dostê te beMal pir bikî wayî nexwîEw mal ne wê malê te beZarên te wê ew mal bixwinPara te wê tê de nebeGava mirov ewya ku mirGorê ji wî wê ranebeMalê bi wî xêran nekîGava mirî doj cî te beHerçî kesê dîrok nepakEwya tu car wê pak nebeMalekê dikî ava bikîEw mal bixwe wê lênebeWayî tu wê ava bikîWî lênekî wê lênebeHerçî mirovê kok xinizBawer bi wayî wê nebeHerçî mirov wek dar e ewWê ew li ser koka xwe beDinya çiqas lê jîn bibîDinya ne wê arzê te beRojekê ji wê tê bar bikîDinya ewa li cî xwe beDiçe mirov winda dibeYê rind ku mir wê nav hebe

Page 273: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

545544

BêbuharEw wer dibîne BêbuharEwya dibê wê şaş nebe

Kembed

Kembed ji dûr de yê spîJê re nebê serdan e evHesinê ku zer be pê nexapJê re nebêjî zêr e evMêrek ji dûr qamgirs te dîWayî nebîn pir mêr e evÇareser nekî wê ew tu carHewcî neke gotin bi devMêrxas li dinyayê heneWek sindoqa girtî ye devWayî nikarî nas bikîYan şer bibe yan jî bi şevMêr e di şer de nareveKarî bibêjî mêr e evGava mirov ew deng nekeWê nas nebe çawa ye evDeng kir tu karî nas bikîYan zan e ev yan dîn e evHespê kihêl tê nas nekîTê nas nekî qoşê bi revGava mirov sax yan mirîTê nas bikî wayî bi levŞîret li yê ehmeq te kirEw rast nebû pey wî nekevEwya bila tim wek xwe beTê zanibî rast nabe evDostê nezan jê dûr kevîJê re nebêjî dost e evPêmûd ji kar pirtir dibe

Gava bibêjî dost e evÊn zan bi hev re şer dikinZû dost dibin digihin hevGava nezan herd şer bikinWê dost nebin negihîne hevWê wan nehêlin ên gelacZû dost bibin bigihêne hevDostî mirov wê dom nekeWê rojekê dûr bin ji hevTim berjewendî vê dinêEw dûr dike dostan ji hevMalê dinê ew ê gelacDostan dike dijmin li hevHerçên dirust wan lê binêrÊn pîs li dij dest dane hevSermat dikin herçîn dirustNabên ji hev re çi ye evTiştê nerind em wî dikinHerçên mirov çi divên ji hevRind û nerind tim şer dikinWan lê binêr kuştin ji hevPîsan çawa wê rind bikeBes Bêbuhar bang ke bi dev

Tawankar

Tawankar bes ne xwînrij inTawankar jî yê xwînmij inKarekî rind ji wan nayêMirovanî herd li dij in***Ê xwînrij çek di destan deXwînmij pere di destan deYek jî peran selef dide

Page 274: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

547546

BêbuharYek jî kuştin ji destan tê***Selef pîstir ji çekdarîÇekdar ji boyî neyarîNe şêr be kesan nakujeKarê selefçî xwînxwarî***Selefçî Kurd peran tînePeran ji Kurdan distîneKurdan perê wan namîneSelefçî wijdan namîne***Ji Kurd wek neyaranBirçî dike bi hezaranJi ber wî wek axên berêKurd bar dikin bi hezaran***Diçin welat jê dûr dibinNema welat ew bîr dibinKurd xulamî li wir dikinBêrûmet li wir jîn dibin***Selefçî doz ne namûs eDoza selefçî filûs eNe hewcî namûsê ewyaRiya girtî bênamûs e***Namûs ne bes qîz û jin eJi wan yek ê wijdan tineZaro û jinan birçî bikeSelefçî doz xwînmêtin e***Gelek mêrxas û zan û jîrLi ber wayî dibin esîrPere li ba wan namîne

Doza welat diçe ji bîr***Raman dimîne bes li nanXwarina zarok û jinanTiştkî nema ew bîr dibinBîr dibin zarok û jinan***Welat nema ew doz dikinBes xwarinê ew doz dikinZarok biyan winda dibinÇewser dixwazin wer bikin***Kurd tev herin winda bibinWar û welat ji bîr bibinZiman li wir winda bikinWelat nema ew bîr bibin***Ewna dibin sax û mirîBela dibin li her derîHevdu li wir winda dikinWek pez bê şivan ew kerî***Selefçî Kurd çi bikî peranMiletê te ma li deranLi vêrê tê bibî koleJi çewser re wekî keran***Kurdê ku bû kolê neyarBindest dimîne ew hejarKûçik ji wî çêtir dibinEw wer dibîne Bêbuhar

Page 275: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

549548

BêbuharNesrîn

Dûrî te wê ez jîn nebimNesrîn ji min tê dûr nebîWek aşiqên Kurd ên berêRast bî bi min re xwar nebîPerwîz ji wî Şîrîn birîFerhad mirî ew jîn nebîŞîrîn bi wayî re mirîŞîrîn li dû wî jîn nebîWek Zîn bi Mem re ma dirustTê tim li ser soza xwe bîMem ew di zindanê mirîJîna xwe ew pê şa nebîZîn jî bi wayî re mirîWek Mem li dinya jîn nebîYar ew ji bo yarê ku mirÊ hîn bi dinya şa nebîYar jî divê bimire li dûYarê bi dinya şa nebîGava ne mir sax ma li dûRind zanibin yar rast nebîYarên ku rast bi can yek inYek mir li dû yek jîn nebîHer kes bi derman xweş dibeAşiq bi derman xweş nebîAşiq bi hev herd xweş dibinYek bê yekî ew xweş nebîWek wan bi cankî em bijînNesrîn mirim tê jîn nebîJîn im li dinya BêbuharNemirim buhara min tu bî

Dinya derew

Çi bikim bi wê dinya derewDinya derew bêbext e ewDerbas dibe wek xewn di xewDinya derew tişt tê tune***Herçî ciwan ew pîr dikeDostan ji wayî dûr dikeNêzîk bi wayî dûr dikeGava ku gav ke hêz tune***Êdî tu kar nayê ji wî yêXweş nema xweş tê bi wîDinya dibe zindan li wîÊdî li mal ew rûdinê***Pîrbûn dibe hebsa îdamNamîne qîmet yek xiramÊn pîs dibên pîrê heramEw ban dike guh nadinê***Dinya li wayî reş dibeEwya li dinya şaş dibeÊdî mirin pê xweş dibeCî wî li dinyayê tune***Canbûn bi mal nayê birinCanbûn bi mal bihata birinMaldar li dinya nedimirinWê lê bimana vê dinê***Malê dinê tev ê me beDinya hemû arzê me beWê jê du gaz gora me be

Page 276: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

551550

BêbuharÇûn hê veger êdî tune***Gor e ku kûr ew bê derîTê de kefen ew bê berîÇi bikî bi malê pir kirîDadga Xwedê bertîl tune***Gorê nivîn balîf ji axTarî ye hundir bê çiraxÊ mir dibe arî û axÊdî nema tê vê dinê***Ew wer dibêje BêbuharPîrbûn li wî jî bûye barCanî nema ew tê tu carWê ew here ji vê dinê

Gula naylon

Gula naylon xweşik eWê ew tim xweşik xuya beLê çiqasî wê bîn kîHilm ji wê çênabeWê çiqasî bikelînîGulav ji wê çênabeŞane nayê ser wê nexweHingiv ji wê çênabeMirovê xweşik reh nepakJi tiştekî re ew nabeWekî gula naylon eNamûs ji wî çênabeWê tim hilma nexweş jê bêHilma xweş ji wî çênabeWê ji xwedî xwe re nebe

Ji xelkê re jî ew nabeMirovê rehpak û xweşikLi nav xelkê wê xuya beEwya wekî gula darêHilma wê winda nabeXelk şûşa hilman dikireNe gul be hilm çênabeGula darê bilbil tê serBilbil ji gulê dûr nabeŞan ji wê hingiv çêdikeNe gul be hingiv çênabeJina rehpak mêrê rehpakZarê xirab jê çênabeJin û mêrên reh nepak binZarên pak ji wan çênabeDar li koka xwe şîn dibeDar ne kok be ew şîn nabeMirovê şandêr û rehpakWê tim wek dara gulan beWê rind be hilma xweş jê bêXirabî ji wî çênabeMirovên nepak û nerindHer tişt ji wana xirab eHer mirovên rind û rehpakTişt ji wana xirab nabeMirovê xwar wekî mar eHeta sax be ew rast nabeMirovê rast wekî tîrêHeta neşike ew xwar nabeHeta mirov li ser erdêMirov tu car wek hev nabeHeta felek çerx bigereMirov li ser wê tim wa beDaxwaza Bêbuhar ev eMirov rind û ne xirab be

Page 277: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

553552

BêbuharBilbil

Hey bilbilê min diljar dixwînîWek min dinalî tim dil bişîn îBê yar tu mayî qey dilbirîn îDûrî ji gulzar wek min bişîn î***Ez wek te dûr im îro ji yarêHêsir ji çavên min tim dibarêHey bilbilê min dakev ji darêBelkî ji min re derman bibînî***Derdê te derman belkî bikim ezTiştê ji min bê wê kêm nekim ezGulzareke nû wê çêbikim ezHer roj gulan tê tê de bibînî***Lê ez çawa wê bigihême yarêBê yar nikarim jîn bim tu carêBigihême yarê wayî tu karêYarê ji min re tê zû bibînî***Yar ew welatê min jê ku dûr imÇawa herim ba sînor bibûrimDûr jê biyan im çawa bibûrimBaskê te hê rê karî bibînî***Bigihêm li wêrê bimirim bila ezÇêtir ji min re bimirim biyan ezWê bernedim wê êdî tu car ezBilbil li wêrê tê min bibînî***Êdî welat wê bindest nehêlimÇewser li wir wî êdî nehêlimGulzar tu berdî wê ez nehêlim

Gulzar li wêrê tê de bimînî***Derdên me herduyan derman dibe ewEm herd li wir bin bes berdidin hewGulzar li wêrê pir xweş dibe ewHer roj ji min re tê lê bixwînî***Êdî li Kurdistan xweş bijîn emWê em li wir bin bê derd û bê xemGulzar lê hene nîgar û pir çemBi saxî buhiştê tê lê bibînî

Şemlan

Şemlan herî nêyî ji min dûr dibîTirsim nema êdî tu min bîr bibîÊdî li min tewr pirs nekî kerr bibîEz pîr bibim tê jî li wir pîr bibî***Em pîr bibin canî nema vedigereYê pîr mirin êdî ji wî nagereMirina tal balîn ji ber nafireTirsim li wir tê rast nerî xwar bibî***Xwarî mirov pêş nakeve tim li paşHerçî mirovê rast nerê ber li kaşEwya çiqasî kar bike kêm e maşŞemlan li wir tirsim tu poşman bibî***Şemlan neçî em herd li vir jîn bibinÇêtir ji vir em herd herin dûr bibinBerdin welat em herd li wir kerr bibinPiştî welat ka wê li wir tê çi bî***

Page 278: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

555554

BêbuharŞemlan li vir em hev bibin kar bikinÊn raketî em wan li vir şiyar bikinEm Kurd welat rabin ku rizgar bikinÇêtir welat berdî herî dûr bibî***Yê bê welat rûmet ji wî re tunêHerçî biyan xelk rûmetê nadinêYê bê welat tim kêm dijî lê binêŞemlan qebûl nakim tu jê dûr bibî***Şemlan neçî zanim ji min hez dikîŞaşî li ber bavê xwe tê kerr bikîÇûyî Ewropa çawa welat doz bikîGava welat berdî ji wî dûr bibî***Yar û welat wek hev ji wan hez dikimŞemlan tu yî yara ku jê hez dikimHerduyan nikam ez wan xwe jê dûr bikimHêvî dikim Şemlan ji min dûr nebî***Piştî te wê bimirim nema jîn dibimBimirim herim ez wek Cegerxwîn dibimEm hev bibin nemirim berî pîr bibimWê zanibim rastî tu yara min î***Wê tim zivistan jîn nebim BêbuharWê bernedim yar û welat ez tu carDinya hemû jê xweştir in hûn bi carDinya hemû wê ya min be ya min bî

Agir

Agirê nebestê Kurd gelekPê jîn dibe çerxa felekRoj agirê ronî gelekExter hemû pê ron dibin***Agir ji rojê çêdibeTarî bi şev pê ron dibeXwarin bi agir çêdibeXwarin mirov pê jîn dibin***Dinya qe wê bê roj nebeHov û mirov yek jîn nebeDar û giya yek şîn nebeHer can bi rojê jîn dibin***Em Kurd ji rojê hez dikinRoj bergehî kirnoş dikinKirnoş ji bo Yezdan dikinEm Kurd ji Zerdeşt hîn dibin***Roja Xweda ew çêkirîRewşa xwe pê roj ron kirîKurd jî Xweda pê nas kirîKirnoş ji Yezdan re dibin***Zerdeşt pêxemberê me bûKurd nav li dinyayê hebûHind û Ecem ola me bûHîn xelk ji Zerdeşt hîn dibin***Roja bi wê qad germ dibeDerya bi qadê germ dibeDerya ji wê ewr çêdibe

Page 279: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

557556

BêbuharBaran ji ewran çêdibin***Baran bi wê qad jîn dibeBaran bi wê qad şil dibeZad û giya pê şîn dibeHov û mirov pê jîn dibin***Pêxemberan wan kir nekirKesekî ji wî rasttir nekirZerdeşt ji ol tişt kêm nekirRabûn ji ola wî bibin***Hem ol e ew hem felsefeHerçî ku xwend rind pêkeveDerya ye ew wê têkevePir kûr e ol tune binî***Got jîn çar tiştan dibeRoj û bi av û ba dibeJîn ew li ser qadê dibeHer tişt li qadê jîn dibin***Ola ku ew qels bê xwedîKeskî nexwend keskî nedîKurd bûn misilman kî xwedîXelk felsefa wî tev dibin***Ola xwedî wayî tuneHer kes dibê ev a min eKurd rakirî wî ev guneEv felsefa xelk wî dibin***Va Bêbuhar tim qal dikeHewcî tune Quds û MekeDîrok tune Kurd nas bike

Em Kurd ji wî bindest dibin***Dîrok nenivîsandin melaŞêxên me jî wan wek melaEwna li ser Kurd bûne belaWana nehişt Kurd şiyar bibin

Şêx Bekir

Hey Şêx Bekir hey Şêx BekirHeylo bira lo Şêx BekirMirinê tu bir dûrî me kirDerdê dilê min zêde kir***Ê rast birayê min tu bûHer roj li ber çavê min bûEz pê nizanim ev çi bûMirinê tu bir çû winda kir***Min dî kesek hat ber derîGot Şêx Bekir îro mirîHêsirê min hat min da girîWayî birînek nû vekir***Ew çax ji bîr nakim tu carDinya bi min tal bû bi carDinya bi min re bû neyarLal bûm li wir min deng nekir***Ew kursiyê yê reng ku zerÊ tim tu rûdiniştî li serKes rûnenişt êdî li serEw kursiya min bir çekir***

Page 280: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

559558

BêbuharŞêx Bekirê jar û melûlHey torinê apê resûlÊ xwendinî tim pê mijûlZana û tiştê xwar nekir***Heylo bira Kurdê dirustGuhdar te kir pir xwend min ristTim gotinên xweş nerm û sistEwya bi min re tim te kir***Hedna min bûyî hey biraMirina tal wer kir çiraEm herd ji hev dûr bûn biraMirina tal şerê me kir***Ew bû Emewî ew mirinÇaxa Ebasî qir kirinQada Hicaz jê dûr kirinMirina tal wek wan te kir***Herdem di bîra min tu yîMirina tal çi bikim bi wîTola te rakim ez ji wîEz pê nikarim min nekir***Ez pê nikarim ew ku bêWê ew werê min jî bibêDinya newê warê min bêAdem li dinya war nekir***Bavê hemû xelkê dinêWinda ye gora wî tunêWê kes negihe dawî dinêGorê binêr dergeh vekir***

Wê têkevê çûn bêvegerWê kom bikin axê li serÊdî ji wir ew nayê derTiştek ji dinya kar nekir***Qarûn dema ewya ku mirEw gencîneyên zêran ku pirZêrek nebir ew çû ji virEw zêr hemû vala çekir***Rustem nema ew jî mirîGorê li wî girtî derîÎran û Hind ê zeft kirîMirina tal ew wek te kir

Çaldêran

Hezar pêncsed û diwazdeŞer vêket li ÇaldêranLi navbera Selîmê TirkÎsmaîl şahê ÎranKurdistan ew tev xira bûLi navber Tirk û ÎranŞêx û melên wek ÎdrîsXort firot bi zêranXortên kirin leşkerEw xortên wekî şêranLi dij hev Kurd dan kuştinQelandin rehê mêranKurdên Sinî bûn tev TirkÊn Şiî man tev ÎranKurdistan bû du parçanLi navbera Tirk û ÎranNîvî ket destê Tirkan

Page 281: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

561560

BêbuharNîvî ket destê ÎranKurdistan parçe kirinHerd dewletên misilmanMîrîtî Kurd rûxandinMîrê dawî BedirxanKiyan ji Kurd re nemaÇaxa Kurd bûn misilmanHezar nehsed û hevdanDi çaxê şerê cîhanSayiks û Pîko herduEreb bûn hevalên wanHerd hatin ba gelê KurdKurd nebûn hevalên wanGotin em nabin hevalTev kesên ne misilmanKurd man tevî OsmanîEw dewleta misilmanHîn kîna SelahedînMabû di nav dilê wanFrans û IngilîzEm Kurd bûn neyarên wanPiştî Osmanî şikestXilas bû şerê cîhanWan Kurd kirin çar parçeDîsa wekî ÇaldêranHîn Kurd mane bindestêEreb û Tirk û ÎranNiha Kurdan qir dikinSê dewletên misilmanNe xelkên Ewropa baKurd nediman li KurdistanXwezî ne bi wê rojê kuGelê Kurd bû misilmanBêbuhar im li ser minHeta niha zivistan

Mirov

Hey hey mirov em ên mirovÇêtir ji me her reng ji hov***Em tim bi hev re şer dikinEm hev bi zor talan dikin***Gur ew çiqas birçî dibeWê gur nexwe birçî bibe***Herçî mirov em hev dixwinHevdu ji cî em derdixin***Em ên jinan jinbî dikinZarên biçûk sêwî dikin***Em kêfxweş in em pêş ketinKî çax gelo em pêş ketin***Çaxê berê şer çêdibûŞûr û riman pê şer dibû***Me digot mirov ew pir mirinDeh kes di şer de nedimirin***Bombek binêr gava teqîQada li wir tevde leqî***Dimirin mirov ew bê jimarEw der dibe tev tar û mar***Tiştê mirov ew ê dikeŞeytan nikare wer bike***

Page 282: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

563562

BêbuharŞeytan li vê dinyê tunêŞeytan em in ên vê dinê***Herçî mirov wijdan hebaŞeytan li dinya wê neba***Dinya besî herçî mirovLê jîn dibin hov û mirov***Şer çênekin ewna biraEm jîn bibin tev wek bira***Aştî li dinya çêbibeDinya hemû ava dibe***Îslam mirov kafir dikinEwna mirov serjê dikin***Bimirin buhiştê têkevinHoriyan wekî ker lê kevin***Aştî bibe ava bibeDinya buhişt lê çêdibe***Wê jin li vir horî me binWê jin li vir kêrî me bin***Ehmeq çima tê şer bikîMalê dinê tê pir bikî***Çi bikî bi mal kom kî bi şerTê zîrevan bimirî li ber***Tiştkî tu nabî wê dinêGorê di wir de cî tunê

***Jîn im li dinya BêbuharDinya derew tim nabe war

Zêr û xwê

Li vê dinya derewîn û bêwijdanÇima bextê mirov wê tim wiha beJi mirov re xwê tiştekî pir hêja yeMirov bê zêr dibe tu car bê xwê nabeZêr hesinek ji hesina ye nayê xwarinGelo çima xwê erzan be zêr biha beBi zêr wijdana mirov ew tê kirînJi ber wî wê xwê erzan be zêr biha beBê xwê xwarin ewya tu car nayê xwarinNe xwarin be mirov ew tu car jîn nabeMêvanek hat nan û xwê xwar ji malê reDibe law ew zêr dî bi wî bawer nabeXwedî malê wê bikuje zêran bibeJi bo xwê ew mirov nakuje xwê nabeJi mirov re xwê dostekî binamûs eZêr ew mirov kuştin dide û rind nabeJi bo zêran şer çêdibe hev dikujinLi nav mirov aştî tu carî çênabeJi ber bi zêr mal pir dike qesrên bilindAva dike mir bi xwe re tiştekî nabeBi zêran tim gelacî û şer çêdibeBi xwê tu car gelacî û şer çênabeLi ba mirovê bêwijdan zêr pir dibeLi ba mirovê bi wijdan zêr pir nabeMirovê rind bi zêr wijdan jê nê kirînJi wî tiştî zêr li ba wayî pir nabe

Page 283: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

565564

BêbuharHey Amedê

Hey Amedê hey AmedêDayika me Kurdan Amedê***Hey Amedê şîrîn tu yîPaytext ji bo Kurdan tu yî***Mîdiyan tu xweş ava kirîTirko tu îro zeft kirî***Tirkê ji Tirkistan ku hatDagîr kirî Tirk ev welat***Kurdên hezar salan li virTirk ew gelo hatin ji kur***Tirkên ji dûr hatin biyanTirk ew dibînin Kurd biyan***Kurdê ji Nûh bavê dinêEv qad berî Kurd lê tunê***Keştî li ser Cûdî ye ewCûdî li Kurdistan e ew***Çawa ji dûr Tirko werêTirk têkevê Kurd jê derê***Çi bikim bi wan îro helaKurdên li cîhanê bela***Yên man bi tirkî deng dikinKurdî nema pê deng dikin***

Dayika me Amed ka çimaÎro di bin Tirk de tu ma***Lawê te Kurd namûs tunêÇav berdidin malê dinê***Diçin Ewropa dûr dibinTiştekî nema ew bîr dibin***Kurdên ku çil milyon heninBê dewlet in bê xwendin in***Ên man li Kurdistan diyarBûn ker li wana şêx siwar***Kurd in belê ewna pir inHin ker ji wana çêtir in***Ên sofiyên şêx û melaEwna li yê zan bûn bela***Qasî gelê Kurd ker hebaWê dewleta ker çêbiba***Kurdê bi Îslam bê mejîÇar parçe bî bindest dijî***Tevde ji dest ên olperestÊ zan tu tişt nayê ji dest***Îslam dibînin Tirk biraZan Kurd dikin wek kafira***Kurdê cîhangîrê cîhanMîdî li dinyayê xuyan

Page 284: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

567566

Bêbuhar***Ew çax li ber dinya hejîPir şerm e Kurd bindest dijî***Kurdê tu dilkor û çav vebîKa ta çi çax bêçare bî***Tê kevinperest dilkor bijîNabî wekî xelkê tu jî***Dayika te Amed ban dikeWayê ku Kurd rizgar bike***Wayê ji dest Tirkên biyanEw ê ji dûr hat bê kiyan***Xav goşt dixwar wek hirç û gurWî hat kiyan çêkir li vir***Cinet bi dest Yezdan e ewCinet ne ya Tirkan e ew***Çaxa ku Kurdistan hebeAmed bi paytexta te be***Derket ku Tirkê serserîCinet ew ê bê ber derî***Gava welat rizgar bibeÎman bi wî kamil dibe***Ew wer dibêje BêbuharBes Kurd bijîn bindest û jar***Va çerx kete bîst û yekan

Bes Kurd bijî wek parsekan***Axa me tev petrol û zêrEwya xwedî Kurdê dilêr***Kurdê dilêr xwendin divêKurdê di şer de narevê

Sulavê

Lê lê lê lê SulavêWek gula li ber avêLi ser girtî xunavêJi te pêve min navê***Sulav tu keçka BotîTu ya dilê min sotîÇaxa tu ji mal hatîMin tu dî li ber avê***Tu derketî seyranêWere ba min heyranêEm xweş bikin jiyanêWê paşa bim vê gavê***Seyran xweş e buharêLi ber Dicle êvarêJi bîr nakim tu carêCinet ew e vê gavê***Êdî nikarim razimLi ser vî ez ranazimEz ê bêm te bixwazimJi diya te û ji bavê

Page 285: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

569568

Bêbuhar Ereb hatin

Ereb hatin welatê meWan em kirin misilmanHelal heram em ho kirinLê ew bi xwe heramxwer man***Me ji wan çêtir zanibûHelalî û yan heramîJi ber laşê wan heram inJi dizî û ji heramî***Ji ber em Zeradeştî bûnEreb ewên pûtperest bûnXwarina wan mişk û kulî bûnEm Kurd ên Xwedaperest bûn***Xwarina me wek niha bûHer tiştek hebû me dixwarEreb hatin welatê meJi bo xwarina me dixwar***Welatê lê deşt û çiyaWelatê lê mêrg û kanîXweda ji bo Kurdan çêkirEreb konê xwe lê danî***Talan kirin qad zeft kirinQada me lê rûniştin ewÎro ew in seyidên meBi xapan û fen û derew***Heta îro ew bûn belaKetin laşê me yê nexweşBi riya melên Kurd ên xiniz

Ji me dibin ew erdê xweş***Weyla li halê me KurdanLi halê yên jar û xizananXortên me yên zana digirinDixin nav hebs û zindanan***Hezar nehsed û şêst û duNasname ji Kurdan birinXortên me yên çûn EwropaNikarin bên hîn li wir in***Nahêlin vegerin welatJi bo li Sûrî hindik binKurd nemînin ji vir bar kinLi Cizîrê Ereb pir bin***Bi hezaran şehîd dan meEm in Kurd in welatparêzErebên kolên FransaÎro ew in welatparêz***Gava li wan ku teng dibeDibêjin Îslam bira neGava li wan fireh dibeJi Kurdan re wek gura ne***Îslamî çeka wan eBi îslamê ew ban dikinGava li wan fireh dibeEreb îslamê binpê dikin***Malê me ew talan dikinNabêjin evya heram eKu yekî Kurd nimêj nake

Page 286: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

571570

BêbuharDibêjin evya heram e***Ji bo Kurdan bikin ErebEreb ew tim wer dibêjinJi bo mafê xwe doz nekinKurd tiştekî ew nebêjin***Kurd tim bimînin raketîTu car serê xwe hilnedinEreb bimînin ew li serTu car qada Kurd bernedin***Kurdan li vir talan dikinBerê wan didin cinetêBila Kurdan li vir berdinEm Kurd navin wê cinetê***Bila ew cinet a wan beKurdistana me cinet eEm qala vî tiştî dikinGelek ji me re qebhet e***Ereb û Tirk û ÎranîSê dewletên misilman inEw her sê Kurdan dikujinMisilmanên bêwijdan in***Kurdên sofî ehmeq hemûEw jî li pey wan dimeşinDibên cinet di dest wan deLi pey Kurdên zan nameşin***Kurdên zan kafir dibîninÊn wek Tîrêj û CegerxwînÊn wek Hejar û Pîremêrd

Ji dest hersêyan ên dilbirîn***Ereb û Tirk û ÎranîEwên Kurdan tim dikujinLi axret cinet didin KurdLi vir xwîna Kurd dimijin***Çerxê me ket bîst û yekêÊdî bes e ev koletîJi Kurdan re sê tişt divênZanyarî mal û yekîtî***Ev Erebên xemir em wanDivê derxin em ji ba xweNamûsa Kurdan pêl kirinNamûsa mirov ew ax e***Miletê welat bindest beNamûs li ba wayî tuneNamûsa mirov welat eNe ew qîz û xwişk û jin e***Miletekî bindest bikîWî miletî nezan bikîTê tim wayî birçî bikîDîroka wayî çewt bikî***Dîroka xwe jê re bêjîTê rind têxî serê wayîWelatê wî ma ji te reBixwî xêr û bêrên wayî***Îro xêrên me li TehranLi Enqere û li ŞamêLi Bexdayê em birçî ne

Page 287: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

573572

BêbuharXêrên me ew ne li ba mê***Kurdistan zevî ji wan reÎro ew in ên zevîdarBi Îslam bûn birayên meBi dev dost in bi dil neyar***Êdî bes e Tirk û ÎranEreb her sê ev biratîÊdî bes e bila herinDerkevin ji vî welatî***Ji boyî gelê Kurd em jîKurdistanê ava bikinGorên şehîdên KurdistanJi boyî em jî çêbikin***Ala xwe Kurd em bilind kinTim li ser Kurd û KurdistanEm reha bin ji van hersêyanEv sê dewletên misilman***Bila ewna ji me dûr binCineta wana me navêWê Kurd wek Ewropa bijîWê pir pêşkevin wê gavê***Bêbuhar im wer dixwazimKurd tev bijîn li KurdistanTiştan çêkin wek EwropaLi her cî çêkin gulistan***Piştî Kurd vegerin welatNema bela bin li cîhanLi Kurdistanê ew rûnin

Bes e êdî bijîn biyan***Warê xelkê çiqas lêbîTu car nabe warê meraDayika xelkê dibînim ezTu car nabe dayika mera***Kurdistan dayika me yeWê Kurdistan me hembêz keWê em ê hilma wê bîn kinÇaxa ku ew me hembêz ke***Dibêjim ez cinet ew eEv cineta li vê dinêJi ba Kurdên li dinyayêJê pêve tewr cinet tunê***Xiramek ji serbestî ewÇêtir e ji du kîlo zêrDayika me Kurdistan eAxa wê tev petrol û zêr***Gelê Kurd wê jê tim bixwinNe hewcî Kurd ew herin derZerdeşt rabe ji Kurdan reBerê ewya bû pêxember

Li dinyayê

Li dinyayê tu tişt nabeEger Yezdan ne qayil beNe baran be ne jî av beTi şînayî ne wê şîn beTu car hov jî ne wê jîn bin

Page 288: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

575574

BêbuharMirov jî wê ne ew jîn beLi ser tiştê Xweda dayîBirame wê mirov dîn beXweda çaxa ku roj çêkirJi bo her can bi wî jîn beLi dinyayê ar ji rojê ewMirov bê ar ne wê jîn beÇi rast gotî Zeradeşt wîBi wî her can ew ê jîn beJi daran zerzewat in tevTu dar bê roj ne wê jîn beJi wan her xent bi rengek hêNexwe mirov ne wê jîn beNedî keskî bi çav YezdanBi raman wê mirov hîn beBi kar ew ê tu wî nas kîNe wê zanbûn bi dîtin beBi mihra wî ew ê nas keEger zan be ne ew dîn beHer tişt jîn in li ser erdêNe erd be wê li ku jîn beLi ser çêdibin li ser dimirinLi ser yek wê ne tim jîn beHinek dimirin hinek radibinLi ser ê sax ew ê jîn beLi dinyayê wê ne tim sax beEw ê bimire yekî din bêFelek tim çerx şev û roj inJi wî sax wê ne tim jîn beJi ber pîrbûn li dû canîJi ber wî tim ne wê jîn beJi ber sal ew li dû hev tênJi wî dîrok ew ê kevin beDerew dinya wekî xewnêÇiqasî lê mirov jîn be

Ne pêşî hê ne dawî hêXweda wê ew tenê jîn beKu mir wê Bêbuhar bar keBi mêvanê Cegerxwîn beLi ba wî wê bimîne saxLi dinya nav ew ê jîn be

Şehîd

Li dinyayê şehîd namire tu carîJi azadî re wî can kirî diyarîMirov kare çi tişt be ew diyar keNikare can bike her kes diyarî***Ku tov nemire tu car wê zad ne şîn beŞehîd nemire gelê wî xweş ne jîn beKesê bindest bi sernizmî bijî ewHeta bimire ewa wê dilbirîn be***Kesê bindest bi saxîtî mirî ewNezan hiştî neyar ewya kirî xewBelê ewya li dinyayê dijî saxDijî ew wek rekeh tê de dijî kew***Kewê diljar rekeh tê de ne jîn eDike qebqeb ji ber ew dilbirîn eJi bo gazî heval bên wî reha kinDike hawar ji yê ew girt bi kîn e***Wekî Kurdan ku yek bê wî reha keŞehîd kare gelê Kurd ew reha keWelat azad bike ewya ji çewserWelat kare li ser ala me rake***

Page 289: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

577576

BêbuharŞehîd dimire gelê wî jîn dimîneKu gel jîn be şehîd jî nav dimîneGelê wayî eger ew çû heliyaŞehîd jî nav li dinya wê nemîne***Şehîdê gel divê gel lê xwedî beŞehîd çû yek yekî din jî li dû beNe razayî be gelê bindest ne azadKu raza ew ne sax be wê mirî be***Gelê Kurd wê em ê nemirin tu carîŞehîdê Kurd ji ber can kir diyarîWelatê Kurd em ê bindest nehêlinBi xwendin Kurd li nav çêbe şiyarî***Dizê hiş ew gelek pîstir ji yê malNeyarê Kurd ji Kurd hiş bir gelek salBi îslamê gelê Kurd ma di xew de ûDevgirtî li ber çewser kerr û lal***Gelek kêfxweş ez im îro bi KurdanŞehîd derman dikin derdê me KurdanGelê Kurd ew nema dimire li dinyaEz im ew Bêbuhar im yek ji Kurdan

Alp Aslan

Alp Aslan ey serseriAç gözünü bak beriKürd çocuğu kan dökerKurşundan dönmez geri***Diyarbekir çocuğuHiç sevmezler kancığı

Eğer hükümet olmasaGörmezdin o gördügün***O Yunan’ı biz kırdıkİngiliz’i biz kırdıkFransız’ı biz kırdıkTürk devletini biz kurduk***Git Kemal’in kabrine

Berk çağır kendisineDoğru bir cevap versinKürt çocuğun hakına***Türkistan’dan kaçtınızSiz hep göçmen geldinizMüslümanız dedinizSiz bizi aldatınız***Yerimizi aldınızBizi yağma ettinizMüslümanız diyerekSiz bir devlet kurdunuz***Her aslanlık bizdendirHer kötülük sizdendirO Fransız’ı kıranKara yılan bizdendir***Selaheddin Eyyübiİslamların mahbubiAslını tanımazsanO Kürt’tür benim gibi***Alp Aslansın yalan

Page 290: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

579578

BêbuharKürt milletin düşmanıDökeriz senin kanıUnutma KürdistanıKürt milleti yamaçtadırÖzgürlüğün aslanı***Bêbuhar BeraziyimKürt gencinden razıyımTürk milleti işitsinAdaletin gözüyüm***Kara kul devlet olduHerkes hakkını aldıGünahtır MüslümanızHakkımız geri kaldı***Hak yolundan gelirizHakkımızı alırızSöylediğin yalanlarBiz zorla savuşuruz

Ên pakrewan

Kurdên bi dest çewser mirinÊn çûn ji bo Kurd pakrewanEwna ji gorê bang dikinKurdno bes e ev parçebûn***Pêş nakevin Kurd wer tu carWê Kurd bimînin tim li paşRizgar ji dest çewser nebinWê Kurd nebînin serxwebûn***Wê tewr tilîk tiştkî giran

Wê ew ji erdê ranekeWê deh bi hev re karibinWî hilgirin deh yek ku bûn***Kurd yek nebin Kurd parçe binÇewser bi wan kêfxweş dibinVayî dizanin hûn hemûLê ma çima ev parçebûn***Tişt parçe bû wî ûd tuneKes nakire bê ûd dibeHewcî nebûn wê wî çekinBê ûd dike ew parçebûn***Yan hin xiniz bûn jê ji KurdEwna li Kurdan wer dikinYan jî nezanên paşketîEw çêdikin ev parçebûn***Ewya gelek şerm û fedîHerçî siyasî wer bibinEwna wekî xelkê nebinEw malxirabî parçebûn***Êdî milet wê ew ji wanBawer neke karê dikinKarê bi wî pêş nakevinÊdî dixwazin serxwebûn***Lê serxwabûn yekbûn divêKurd xurt bibe rabe bihêzÇewser xwe nagire tewr li berWê çêbike Kurd serxwebûn***Şerm e sedan sal Kurd li paş

Page 291: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

581580

BêbuharEwya di bindestî dijînKevintir ji Kurd nînin li virMayî çawa bê serxwebûn***Hatin ji dûr Tirk û ErebBûn çarde çerx wana bi îs- Lamê li Kurd ferman kirinMan raketî Kurd şiyar nebûn***Kurd hiştibûn bê xwendinîKurd çav vebî dil kor kirinTim ezezî çandin li navWan çêkirin ev parçebûn***Alîk bi ol alîk bi êlAxa û şêx Kurd par kirinHin diz li ba axan dijînHin sofiyên şêx kole bûn***Hey serwerên partiyan çimaHûn jî li Kurdan wer dikinKurdên belengaz çarde çerxEv parçebûn ev paşveçûn***Çewser bi vê Kurd zeft kirinKurdên ji Nûh de ev welatMayî di nav de ew biyanBê dewlet û bê serxwebûn***Yekbûn divê xwendin û malEm Kurd bi konî kar bikinHer çar hebin çek hilgirinWê çêbikin Kurd serxwebûn

Page 292: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

583582

Bêbuhar

Serketin

Dîwana Şeşem [6]

Dotmamê

Lê lê lê lê dotmamêBejnbilind xuramêPir zaneya bi ramêRonî çavên pismamê***Me tev riya Marks girtMe xortên Kurd çek hilgirtDema koletî buhurtRabin ev dem dema mê***Bavê te yê dema çûPere pir û paşverûHêvî dikim nede dûWere cî te li ba mê***Bavê te jî tev neyarJi neyar re bû simsarDide pey me war bi warMalê wî ji xwîna mê***Dijmin ji me dikujinEw xwîna me dimijinDijmin bi me dilîzinWekî şetrenc û damê***Ew me ji ber hev dixinMe ji cî me derdixinXêrên qada me dixwinBi kirasê îslamê***Divê rabin mêr û jinTev êrîş kin ser dijminKoledaran bikujin

Page 293: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

585584

BêbuharWek Kûba û Vêtnamê***Divê em jî serbest binXuhermend karbidest binKonevan û pabend binEm biguhêrin bernamê***Berdin tiştên kevin li paşJi bo negirin riya şaşEm dest bidin gelên başJi bo jîn û aramê***Em gel wekî bira binNe wek berx û gura binJi aştî re çira binNe bes bi xêzên xamê***Derd û kulên BêbuharDivê gel nejîn diljarXortên Kurd zan û şiyarEv armanc û riya mê

Lawê min

Lawê min te çi xwe ramedandîLawo ji bo çi min tu mêjandîBi şev xew nedî min tu hejandîMin tu xwendin da min tu gihandî***Mirovek radibe darekê diçîneJi bo jê bixwe di bin de rûneYê ku biçîne divê hilîneGelek sal bûn min li ber te pandî***

Bi kêrî min bî di rojên pir tengBes e tu razî dem mayî derengDivê kar bikî ji bo rabî cengNe hewcî bêjim tu zan û xwendî***Ne xwendin dayî ji bo nanê xweJi bo tu bikî doza mafê xweDijmin derxînî ji welatê xweAla Kurdistan dijmin çirandî***Welat wêran bû bi destê dijminBi çolan ketin zarok pîr û jinKeç û bûkên Kurd ketin dest dijminVa tev bi şîn in bajar û gundî***Em bê xwarin man bê cî û bê warLi ber zinaran jar û stûxwarMa ji kê bikin gazî û hawarKeskî ji me re nanek neşandî***Dikin winda kin navê bavê tePerda teresî bigirin çavê teKurdên nexwendî tişt nakin bê teEw bi hewce ne yên wek te xwendî***Yê ku bav baz be pînce nebe bazCî wî jê bigirin zax qertel û qazKu namûs navî serî hilned razTê tim bimînî xulam û bendî***Ku tu nas nakî bavê te MîdîBirê te Aşkan Exmîn û GutîLi cî bavê te dijmin bû xwedîNavê Kurdistan dijmin mirandî***

Page 294: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

587586

BêbuharNavê Kurdistan nayê mirandinDi dilê me de hatî kolandinLê maf nê dayîn tim tê standinDijmin Kurdistan nade bi rindî***Xwînê nerijînî nabî xwedan padÊn wek Bêbuhar zanin biha qadLi şûn bêbextî qet şîn nabe dadDijmin bi riya ol tim Kurd xapandî***Ji ber çavên me ew perde rabûnVa rast û derew ji hev xuya bûnKurd li her deran hemû şiyar bûnVa ne rast û çep bûne dubendî

Yar û evîn

Yar û evîna min tu yîJîn û jiyana min tu yîHedan û viyana min tu yîHêvî û mana min tu yî***Awir te da min herdu çavPê dil ji min stand di gavWer bêguneh girtim bi ravNêçîr girifta min tu yî***Haho ji çavên mêrkujîPiştî bibîne kî dijîRind mêze ke carek din jîDoj û buhişta min tu yî***Sersam û gêj bûm dil xemarNîgaş li ber min tim nîgar

Sax im ku bê mihr û neçarÇi bikim mirim a qenc tu yî***Dijwar serrak yara te beFerman ji xwînxwara te beWê jêkera serê te beQenca bilez jêkî tu yî***Eşqa ji nişkê zor e ewRoj û şevê nayê min xewJîn yek li gerdûna derewA jîn li min reş kir tu yî***Çi bikim dilê min nazenînDijwar te ew girtî rehînTê xurt kirî ar û evînA herd gihandin hev tu yî***Min dî li nav baxçê dilanNêrgiz li hember sorgulanBilbil hebîna sorgulanBilbil ez im sorgul tu yî***Bilbil ji bo dîna gulêEw pêl dike xarên gulêÊşê nizane dibilêBilbil ez im ew xar tu yî***Yûsif li Misrê bêgunehHeft sal di zindanê bi xwehWek wî li min sal bûne dehBêbext jina Fîrewn tu yî***Biskan li ser dêmê semaWan ez kirim êş û xema

Page 295: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

589588

BêbuharTewr sûd ji derman re nemaBûm Bêbuhar a kir tu yî***Derman ji ken çêtir tuneYa xweş henek û gazin eDerman ji bo canê min eYa xweş bike min ew tu yî

Cîhana bêbext

Cîhana bêbext lê hene du çînYek jîn dibe xurt yek jî tim bi şînLi çîna bindest tim taristanîLi çîna serdest ronî û şahîn***Bi milyonan sal dirêj kir ev warÇîna serdest tim çîna bindest xwarMarksê bilind kirk girt nivîsîJi bo reha ke yên bindest û jar***Ew kar pêk nehat ma pir dem û salSerdest li ber bûn berbend û newalZan Lenîn rabû bi zor pêk anîLi pêş bindestan ron kir wek şemal***Bû bavê çîna hejar û bindestMafê wan stand wek ku wana xwestXuhermend saz kir bi SosyalîzmêKuştin Qeyser û keşên olperest***Dara azadî wî çand li welatLi ser bindestan rojke nû hilatXwendegeh vekir gel xwend û pêşketPiştî zane bûn tev rabûn xebat

***Lê sûd nade wan ramanên gemarLi ber derî wan sê kûçikên harWek Ziya ul Heq Evren û BeginBila tim pîj kin ew xilên dijwar***Xwelî û gemar kom be li ser wanLi pêş xwe nedîn ew şahê ÎranEw qiral Îdrîs ew Nûrî SeîdEw Dahir şahê padşahê Efxan***Mêjû diçe pêş venagere paşBila nexapin negirin riya şaşBindest şiyar bûn tewr nên xapandinJi hev xuya bûn ên baş û nebaş***Rastî ji rastî tu car naqetêXwarî û rastî nagirin yek xetêRiya Marksîst rast û pir xurt eBinyat ku xurt be ser naşehitê***Ji we re bêjim çîrokeke xweşLi ser Ahoşê li ser tajiyê reşBila bibihîzin wek Ziya ul HeqBeginê xwînrêj û Evrenê rûreş***Ahoşê bazda tajiyê reş da pêAhoş beza bû tajî negihiştêTajî bankirê got xah AhoşêEz jî dibezim çima nagihim te?***Ahoşê got wî: Tu car nagihî minTajiyê kurtêlxur xulamê dijminDibezim ji bo ez xwe reha kimDibezî bigirî min bidî dijmin!

Page 296: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

591590

Bêbuhar***Heçî koledar ew nêçîrvan inIngilîz û Frans hov Amerîkan inWek Ziya ul Heq Evren û BeginTev zanin her sê ew tajiyên wan in***Bindest kar dikin ji bo canê xweJi bo reha bin ji neyarên xweWer mam Bêbuhar ez jî bindest imJi serbestî ez divim para xwe

Jîna ne xweş

Çi bikim ji jîna bê xweşîRojkê min nedî rûgeşîHêsir ji çavê min weşîCobar ji wan hêsiran meşîHaho ji ber arê di dil***Tim dil bi ahîn û keserWek mûmekê agir li serSêsed hezar ah tên ji berWer bê ziman bûm lal û kerrHaho ji ber arê di dil***Lal û kerr im bê zar û devMin xew nedî bi roj û şevEz wer zivêr bûm tim bi revMin dernexist wer tişt ji hevHaho ji ber arê di dil***Derdê dilan ê ew nedîAr û şewat wayî nedîWer xav e ew sed ji sedî

Min dî evîna sermedîHaho ji ber arê di dil***Rûnişt li ser min pir bihaEz pê dizanim çî bihaDil girt evîna bê rihaTirsim bimînim wer wihaHaho ji ber arê di dil***Wer mam li ber yara çelengNav wê û dil tim kar e cengDûr û dirêj wer mam derengMin dî stem zor reng bi rengHaho ji ber arê di dil***Herdem evîn nê karkirinWek dema ew dan û birinYan jîn li pê yan jî mirinEz jar kirim hin şa kirinHaho ji ber arê di dil***Yarê dilê min xweş nekirDerd û kulên kevin nû vekirHinek li ser wê zêde kirAgir di nav wek dojeh kirHaho ji ber arê di dil***Dijmin û yarê wek hev inEw herd ji min re xem civinZorê dikin bê bersiv inÊş bûne yek nû tev kevinHaho ji ber arê di dil***Şoreşger im ez wek pilingPir zarxweş im ez wek quling

Page 297: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

593592

BêbuharWek Yûsif im şox û çelengDestê tenê jê nayê dengHaho ji ber arê di dil***Yara delal gerden ji acFerman kirî yara bi tacWê dil ji min stand xeracEz bûm ji derdan re armancHaho ji ber arê di dil***Lê tac li hember tac divêPêşmergeyên miqlac divêTank û top û mîraj divêPê Bêbuhar yarê bibêHaho ji ber arê di dil

Evrenê dijwar

Hey Kenan Evren hey neviyê CengîzKolê Waşington London û ParîsBerde riya torên hov û talankerBav û kalên te girtin xûyên gurJîn dibûn li ser kuştin û xwînêBûn neyarên we Moxol û ÇînêGelên li dor we şerê we kirinHûn rabûn revîn pir ji we mirinWe berî şeşsed sal berda Asya BiçûkBi çolan ketin belengaz û pepûkHûn birçî reviyan ji ber neyaranLi ser bergîlan li ser dewaranHûn hatin nav me parsek û birçîKonkê we wekî konkê qereçîWe nerm ling avêt bi fût û xapanJi bo karê xwe hûn bûn misilman

Li nav me heta lingê we cî girtWe keys ji me bir li me çek hilgirtWe ji me kuştin bi sed hezaranWelat wêran bû kund ketin waranWe tev kir dojeh qada wek buhiştQada Platon Sahag û ZerdeştJi her sê gelan we tev hev kirinZar û zimanê wan qedexe kirinZor ket destê we Tirkên diran firkWe zarokên wan bi zor kirin TirkBav û diya wan we tev qir kirinBi zarokên wan we Tirk pir kirinWe ziman guhart zarokên çûçikLê hûn zanibin şêr nabin kûçikWê reh di wan de ilem biliveWê ji wê rehê namûs biciveWê ew bipeqin wek arê volkanWê bibin bela serê we TirkanGunehê kirin Ermen û KurdanZerdeşt berdan bûn file û misilmanJi ber ku berdan Mehyan û LaleşLi ser herd gelan îro bû şevreşKetin bin destê Roman û ErebZan hatin kuştin wer çûn bê sebebWan ava kirin pir mizgeft û dêrBûn qes û mela mirovên bêkêrJi bo kursî xwe bûn alî neyarWan gel firotin wek pez û dewarGel bêhiş xistin tev bûn olperestDi welat neman zan û karbidestEw tev bûn qelsmêr xulam û serjêrKarê qelsmêran ma mizgeft û dêrTim gotin waswas Allahû semedTev bûn pepûkên Îsa û MihemedHerduyan ji me re tiştek nekirin

Page 298: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

595594

BêbuharFerman kirin em pergende kirinBindest û qelsmêr gelek sal buhurtDawî we jî hat li nav me cî girtWe daxwaza xwe çar kir bi xwînêGelên li dor we tev ketin şînêJi qada gelan we dewlet saz kirYûnan û Ermen Kurd belengaz kirWe got ji Tirkan pêve kes tuneZarê wan birin kuştin bê guneWe got Ermen û Kurd nema rabûnHeta cîhan hê herd gel winda bûnLê çiqas bimirin ew tov namireBi hezaran sal eger bibuhureEw tov tim jîn e tişt nê bin ax eEger vemire lê bin max max eHer ku xwîn birije ew tov pir dibeBi qirşên welat agir gur dibeÇiqas hûn rakin hîn li bin heyeQatê tewr ê bin ew gora we yeÎro rabûne gernas û xweşmêrTola xwe nahêlin ew di zikê şêrRabûne gernas partên KurdistanWelat rizgar kin ji we zordestanPergal danîne bi konevanîGavan davêjin pir bi rêzanîBûn wek penceşêrê ketin laşê weHer roj dikujin zan û başên weXortên Ermen rabûn ên cengbazJi we dikujin wek kudkê berazJi we dikujin ên zan û serdarRonî we vemire roj bibe êvarRehên we pîsan ji bin de rakinTola kuştiyên xwe wê ji we rakinTişt nê axa û beg bûn hevalên weTev şêx û melan bûn simsarên we

Gelê Kurd kor kir mele bi niviştGelê Kurd tirsand şêx bi def û xiştAxa û begên wek balînên laşaWe ew li ser me tev kirin paşaKurd parçe kirin kirin êlîtîLi nav gelê Kurd nema yekîtîJi gelê Kurd re tev bûn xêrnexwazWan vehewandin ên diz û tolazAlîk bi kuştin alîk bi talanEv kar dirêj kir pir dem û salanWelat bê bawer ma bê dirustîLê nema abor ma bê zanistîKamût ket welat tev bû nexweşîErê roj ron e lê jîn bû reşîPîsan wek galûç rehên xwe berdanJi bo kursiyên xwe mafê Kurd derdanErmen û Kurd tev bi hev dan kuştinHûn bêtirs li şûn herduyan rûniştinMaf hat meydanê em guh nadin olJi nav me bar kin herin AnadolEw Anadol jî xwedî wî heyeQada Yûnan e ne qada we yeTe çû girt riya Hitlerê dijwarWek Musolînî segê dîn û harTe ordiya xwe şand ser xortên KurdanWan pehlewanan xweşmêr û merdanJi bo tu herî Kurdan qir bikîTirkên ji Efxan têxî pir bikîMa qey ne bes bû kuştina KurdanSasûn û Agirî Dêrsim û ZîlanTe jî girt riya Kenanê dijwarWî tev Ataturk xwîna Kurd vexwarQey ji te kirî wek dema berêOrdiya te bêtirs wer pêde herêOrdiya te şikest li te vegerî

Page 299: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

597596

BêbuharNîvî birîndar nîvî jî mirîPêşmergên mêrxas piling û şepalBarzanî fêr da wan bû pêncî salNatirsin ji Tirk Iraq û EcemLawên Rustem û Kawa û DeysemBarzanî bar kir ji vî cîhanîMesûd li şûn wî qey tu nizanîMesûd kolandî gora neyaranWa laş genî bûn li ber zinaranEm natirsin ji CENTO û EtlesîWê hûn bên kuştin wer bi teresîÇiton we berda Ereb û BalqanWelatê wan bû gora we TirkanXuhermend saz kin em herdu biraJi me re nabin Tirkên wek guraYên wek Bêbuhar wê binivîsinTeşiya azadî wê Kurd birêsin

Zerdeşt

Min Zerdeşt berda misilman im ezMin Laleş derda çi poşman im ezLi şûn bavê min neyar rûniştîLi nav cîhanê ne xuyan im ez***Min berda ola bi rûmet û karLi min bû tarî reşî û êvarBelengaz im ez di bin destan imNe min jiyan û ne pergal û war***Ez im îro ew xulam û bindestEz im hiş winda hejar û sergeştNeyar xapandim perestê ol mamBi cî kir hemû neyar tiştê xwest

***Şiyar bûm piştî ji dest min keys çûMin hêz winda kir welatê min çûBiyan im îro firarê çewserZiman zarê min tevî xwendin çû***Ji min pir dûr ket welatê bavanÇewser ew girt bir bi rav û davanNe xwarin xwarê li ser bergeş bimQe jê têr naxwim bi dîna çavan***Ez im sêwî wer li ber deriyan imBelê jîn im ez wekî miriyan imJi warê bavê xwe dûr bêrûmetJi xelkê re ez çima gavan im***Ku war xelkê bir hemû tişt darêFelek bêbext ket li min yek carêJi dest min îro bihayê min çûJi dest oldarî ketim vê warê***Hejar im îro li şûne waraSerî dadixim jêr ji cî pûtan raDibêm ez Kurd im kesek nabihîzeStem hildigirim ji dest xwînxwara***Bindest bimînim hetanî kîngaLi min çarik û kirasê jinikaJi dest min neyar girt şal û şapikMixabin koloz ketî bin linga***Ez im îro Bêbuharê KurdaÎro ez im cî xeman û derdaNeyar xapandim berê oldar bûmMin dawî nas kir min dest jê berda

Page 300: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

599598

Bêbuhar***Ku warê min çû ez ê winda bimKu tim razayî wekî hovan bimLi hember dijmin ku çek hilnegirimHeta gerdûn hê ez ê tim wa bim

Çemê Şikestûnê

Çemo çemê ŞikestûnêLi nav te bû gola xwînêÇemo tê kuda herîTev pakrewanan û xwînê***Çemo dijwarî zor eÇewser li hawîrdor eÇewser bi tank û firokLê dan ji jêr û jor e***Çemo çemê KurdistanTirko kuşt sê xortên zanSelman Kemal û CemalEw rêberên pehlewan***Çemo tu av zelal îBerjêr diçî dinalîWek gelê Kurd belengazBindestê hezar salî***Çemo zanim tu Kurd îWek Bêbuhar bi derd îQey derdê Kurd ne bes bûTu jî bi ser de derd î***Çemo Kurd te ji bîr nakin

Dîrokê winda nakinEm xortên Kurd dûr najonTola wan kuştiyan rakin

Êşên gelan

Êşên gelên bindest yek inÊş yek e lê şax gelek inEger dikin rind zanibinRûpelên dîrokê vekin***Ê nizanibe derman çi yeVa min jê re derman diyeLi dij mirovên koledarDermanê wî yekîtî ye***Hemû tiştê ba nekeveAgir tu car pênakeveDijmin wê zora gel nebeKu gel ji ber hev nekeve***Dest bi hev din xwe xurt bikinJi nav xwe de dest pê bikinXwe ji dest çewser reha kinDawî alî gelan bikin***Ê ku ne bi kêrî xwe beWê bi kêrî kesî nebeBirçî û tazî nezan beJi çewser re wê kole be***Dîrok tewr bêbextî nakeDivê mirov wî tevrakeÇewser çiqas pê bileyze

Page 301: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

601600

BêbuharIlem wê rastî xuya ke***Gelên bindest çek radikinJi bo mafê xwe şer dikinJi ber qadên gelên bindestTêkoşînan peyda dikin***Li nav Rojhilata NavînRabûn du gelên têkoşînBirayên hev ên dîrokêHerd gelên Kurd û Filistîn***Ne ji niha ve ji zû deJi dema Selahedîn dePapê Vatikana mezinHîn ew kîn di zikê wî de***Herd gel bûne bendê bêdûLi ber neyarên paşverûLi ber Fransa û IngilîzAmerîkan Etles û Cihû***Herd gel mirin bi hezaranBi dest noker û neyaranTişt nabe gelên azadîxwazQelen e xwîna dozdaran***Koledarê bêbext çi kirRabû dîroka xwe nû kirBi kuştî Kurd û FilistînRûpel bi xwînê tije kir***Kuştiyên Kurd û KurdistanAgirî û Dêrsim û ZîlanErzirom Sasûn Qeladiz

Mihabad Amed Mûş û Wan***Şehîd çûn bi destên gemarBi destê Kemal û BayarBi dest Şah û Nûrî SeîdBi destê Sedamê xwînxwar***Şehîdên gelê FilistînSebra û Şatîla û Dêr YasînŞehîd çûn bi dest CimeyilBegin û Hedadê xayîn***Gelê ku xwînê birijîneWê ew gel bindest nemîneDara jînê pê av dideDema xwîna xwe dirijîne***Selahedîn ji KurdistanWî hat berda SelîbiyanSelîbî piştî nehsed salDîsa vegeriyan Libnan***Berê ne bi destê wan bûnBi destê xulamên wan bûnPiştî xulamên wan qels bûnÊdî rabûn ew xuya bûn***Dixwazin tola xwe rakinQad û ezman tev bi ar kinDi riya Evren û Begin reKurd û Filistîn winda kin***Lê gel bi kuştin naqedinWê koledar ew biqedinJi ber koledar nerast in

Page 302: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

603602

BêbuharZor bê wê ji hev biqetin***Çewser me biçûk nabîninEm tev wek Selahedîn inEw herd gel wekî volkan inHîmê çewser dihejînin***Bila koledar zana binGelên şiyar winda nabinMafê me ye em doz dikinIlem em ê serbixwe bin***Zor armanca Bêbuhar eJi bo azadî hawar eQada Kurdan û FilistînIlem gora koledar e

Hey mêro

Hey mêro malwêranoHeta kengî tê wa bîTu tim cûzê dileyzîJi çayxanê ranabîZarokên te birçî neJinka te hiş winda bîZivistanê bê kinc inKero çawa dilşa bî***Zarokên te nezan inNe tore û ne xwendinMeyze ke li EwropaHer tişt kirin bi xwendinJi ax hesin çêkirinKirin firok firandin

Rabe ser xwe kar bikeBila tu jî wek wan bî***Heta mişkê bê hunerEw jî radibe kar dikeDi zivistana sar deCî çêlîkên xwe çêdikePûrt û pelaxê tînePê binê wan germ dikeXwarin tîne dide wanTim zikê wan têr dikeHey bêol û bêwijdanTu wek wî mişkî nabî***Va Xweda hiş daye teTu her tiştî bîr bikeXweda huner daye teRabe ser xwe kar bikeZarokê xwe xwendin bidWan bi kinc û têr bikeXusetên rind bide wanBavekî dilovan bî***Ev dem çerxê bîstan eDema elektron eDema sarox û zerreDema bomba notron eHîn xanî te koxik eHîn kincê te dijon eHeta kengî xizan bîNizm û çav li destan bî***Tu bê rûmet jîn dibîNavê te bû serserîTu ranebî kar nekî

Page 303: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

605604

BêbuharXwarin bi xwe nê derîXelk çûn ser heyv û MerîxWê herin ser MuşterîBê welat û biyan îLi gerdûn bi cî nabî***Xizanî nê hilgirtinGiran e pir dijwar eKes nikare hilgireKirasekî ji ar eXewa mirovan nayêWek taya germ û sar eXizan û bêrûmet îHîn jî tu şiyar nabî***Tu xizan û bindest bîSûde ji bona kê yePê serketin û xurtîJi bo neyarê te yeBirçîbûn û xizanîNe xizava Xwedê yeKarî her tiştî bikîDema bi rastî rabî***Şerm e li ser merê KurdDi teresî de bijîJîna gelan bibînîDivê tu xwe bikujîXelk li kazîno dixwinGirarê dixwî rijîXelk bi teksî û vîle neTim siwarê keran bî***Çayxane cî qelsan eQelsî ne karê te ye

Rab bi namûs kar bikeWelat bi hewcî te yeGer gotinê pêkevimGotin gelek fire yeBûm Bêbuhar ji qelsanQelsî tim malxirabî

Şaha min

Şaha mina ew ser bi tacSîng mermera gerden ji acPor wek hevirmêş gac bi gacBêmal kirim wê dîlberê***Gava min dî çavên belekDêma gulî biskên xelekBejna zirav xopan gelekLeşker li hawîr daye rê***Leşker li hawîr tên lezanHer fêr didin serdar û zanDahol di dest wan borezanŞaha xuram çû ket serê***Hîn nuh digihe zaro ye ewRewşen dide wek ro ye ewŞîrîn li ba Xusro ye ewŞaha ji Exmîniya berê***Ez çûm ku wê serdan bikimMihrê ji wê ez çar bikimDerd û kulan derman bikimLê derdên nû dan ser berê***

Page 304: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

607606

BêbuharTextê evînê ew li serAwir dide tîr tên ji berBûm pût wekî Ferhad li berWayê negot bê ew derê***Wê çewserê çewser kirimWê bendî û newner kirimAwir ku da min şaş kirimWê şaş bibe yê hiş herê***Wek min gelek bêhiş kirinSersam û dîn û gêj kirinEwna bi vî derdî mirinÊn çûn nema yek vedigerê***Haho evîna sermedîWayê kirim dîl û gedîMin rast bi saxî doje dîXistim ji hêz û tevgerê***Wê roj li min kir dem û salPişta min xwar kir tîpa dalXort bûm zû kirim kevne kalXortî ku çû hew vedigerê***Piştî dil û cergê min sotHîn nuh berî da min û gotWayî min navê yê ne xortKal bî ne xortanî berê***Min rast bi xortî hez te kirQelso te pêşî deng nekirKeskî bi kalî tişt nekirHer tişt bi xortanî terê***

Yê çû li wî poşman kirimWê Bêbuhar û jar kirimEz bêkes û bêwar kirimDigirîm li xortanî berê***Ew kes evînê lez nekeŞahzadeyan jê hez nekeEşqê li yarê ferz nekeEw kes li pey yarê nerê***Yarxwaz ji yar xurttir nebeCengdar û jê zortir nebeBi raman jê pirtir nebeHey wê ji destan yar herê

Çûna Kobanî

Ez û Mihemed ŞêxoHunermendê me KurdanÇûn bajarê KobanîLi Başûrê KurdistanŞadîmanîk lê hebûCiviyabûn xortên ciwanLê min jinek lê nedîBê dîlan û bê lîlan***Pir îskemle danîbûnRûniştibûn qor bi qorDeng ji kesan dernediketHemiyan poz hildabûn jorLê tewr buhar xweş nabeNebin gulên zer û sorJinên wan li paş maneJi jinên gelên cîhan

Page 305: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

609608

Bêbuhar***Dema jin û mêr çêbûnXweda ew dan wekên hevJi bo cîhan ava beLi gerdûn kar bikin tevJinên Kobanî maneBê xwendin û zar û devWek jinên vê cîhanêÇima nabin xwendevan***Ji irfên bav û kalanJi tiştên kevineperestJi ber van şêx û melanJi axa û begên zordestWana tim pêk dianînTiştê ku dijmin dixwestBê xwendin û zanyarîJi wî tiştî li paş man***Kulê mêrxur têkevêEw rejîma êlîtîEw nexweşiya ne bes eHîn bi ser de olîtîHerdu bigihin hev dimirinKonetî û yekîtîLi nav gel her dimîninHev kuştinî û talan****Kê gotiye MihemedNehiştî jin pêş kevinMêr û jinên ErebanDi cengê de wek hev inHefsa Xensa û XewlaHind hiştî di şer kevinDijminên xwe şikandin

Ketin dîroka cîhan***Hûn dîroka kevin û nûHela rabin bixwîninZenûbya û KleopatraNemirî ne hîn jîn inIndira û BandaranaykeHûnê tê de bibîninAngela û ValentînaWek Leyla Kurd pehlewan***Weke Edlexana KurdWê jin çêbibin herdemBû serok û serleşkerSermat kir şahê EcemJinên niha jî heneLi ber dijmin bûn kelemJi bo Kurd û KurdistanJîn firotine erzan***Jin ewna nîvê gel inEwna diya lawan inDiya pêxemberan inDiya serok û zanan inLê li ba Kurdên nezanJinên Kurd maf windan inJi ber wekhevî tuneWer paş mane ji gelan***Îro hemû gelê KurdJi me re divê xwendinBi xwendin û xebatêWek hev bibin mêr û jinJi çewser zantir nebinTewr nikarin bi dijmin

Page 306: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

611610

BêbuharGelên zan mêr tên kuştinŞûn wan digirin jinên wan***Ne rind girtine bi olNe girtine bi dinêMane ne mirî ne jînLi nav jîn û mirinêYê ku jin nas nekirîSerbestî nade jinêDerî li jinan girtinSermedî ne di zindan***Yek file misilman bûWî pir dirêj nekir mirNe qes hat ser ne melaTermê wî ma li hundirÎsa ji wî xeyidîMihemed ew nas nekirDê giriya got lawê minTu wer mayî bê xwedan***Li xortên wan nû digênJîr û zan in bîr dikinKu kar têkeve dest wanWê her xwarî rast bikinHer mandeyî ji wan reWê tiştine nû çêbikinBêbuhar hêvîdar eJi xortên xwenda û zan

Ax ewrê reş

Ewrê reş di sala çardaBirûsk avêt tîrêj berdaRojhilata Navîn avdaTu xêr ji wê negihişt KurdaAx ewrê reş ax ewrê reş***Qadên gelan kir xêr û bêrTev kir petrol û kanên zêrBirçî neman bûn gelên têrÎro ew in rêzan û mêrAx ewrê reş ax ewrê reş***Ewrê reş wî lehî rakirQada Kurdan bi çar ciyan kirPir bajar û gund xopan kirBax û rezên me tev rakirAx ewrê reş ax ewrê reş***Zan reviyan ji KurdistanêBelav bûn li nav cîhanêKes bi jîna me nizanêBindest heta vê heymanêAx ewrê reş ax ewrê reş***Wek Berzencî û QedrîcanMîr Celadet û KamîranPir in nizam bijmêrim wanJi serdar û zan û mîranAx ewrê reş ax ewrê reş***Bi dilsozî wan kar kirinWan tîpên Kurdan çêkirinJi doza xwe sûd nekirin

Page 307: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

613612

BêbuharLi nav gelan biyan mirinAx ewrê reş ax ewrê reş***Deşt û zozan man bê xwedîJi ewrê reş me xêr nedîBirçîbûn û kuştin me dîHeta bûn bêwar û gedîAx ewrê reş ax ewrê reş***Gur bûn şivanê pezên meDiz bûn pasvanên rezên meWan xwe kirin dilsozên meXinizan berdan dozên meAx ewrê reş ax ewrê reş***Neyaran bavên me kuştinNeyar li şûnwar rûniştinNeyaran em bêwar hiştinHeta niha em tên kuştinAx ewrê reş ax ewrê reş***Pada Kurdistan guhertinRastî ji gelan veşartinPir sal di ser re buhartinQelsên Kurdan xwe spartinAx ewrê reş ax ewrê reş***Xortên xwenda dest bi hev dinBingeha dîrokê tevdinAxatî û êlîtiyê berdinEm tev biran e tev Kurd inWinda kin şopa ewrên reş***Gelê we çav mayî li weMafên wan tê xwestin ji we

Doza welat bû bar li wePêşmergên me ez yek ji weCuda bikin rast û teweş***Ez bûm Bêbuharê KurdaJi ber pîsan û nemerdaHezar sal Kurd man bi şûndaÇewser derxin ji nav KurdaHûn bi yek kin vê qada xweş

Welatê me

Welatê me Kurdistana rengîn eTev çandinî dar û ber û zevî neTev petrol av û dehl û devî neLê çi bikin em îro tê de birçî ne***Ji dûr hatin qad ji destên me girtinXêrê dixwin dewlemend bûn ew xurt inHîn bi serde em qelsmêr in ew zirt inHîn dibên hûn ji ku hatin hûn kî ne!***Bûn zevîdar ew tev pembû diçîninSed hezaran diravan jê hiltîninPê patoz û traktoran distîninPir qîzên Kurd bi diravan kirîne***Mixabin malên axa beg û mîranPembû berhev dikin keç û kal û pîranRûmet nema li nav zan Kurd û jîranTiştên wer hîn di dîrokê nedîne***Dema Kurdan di vê jînê dibînimAh û keseran li pey hev dikişînim

Page 308: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

615614

BêbuharDema Kurdan di vê jînê dibînimHin birçî hin di zindanan girtî ne***Sal hezar û nehsed û heftê û çar inGel dikin herin ser Merîx bi kar inSî milyon Kurd hîn bê xwendin û zar inDijminan ew bi çar ciyan birrîne***Riya li pêş Kurdan tim xwar û teng eHezar sal bûn li nav talan û ceng eJi dijminan ê qenc wek Tîmur Leng eKurd tên kuştin tim bi şîn û girî ne***Hey xortên Kurd hêvî ji kesî nekinKes ranake hûn barê xwe ranekinQelsmêran tim karê wan xwestek inEw tim digirîn dibên kesî me nîne***Mirov kare her tiştekî çêbikeDema rabe bi rastî ew kar bikeJi bo welat jîna xwe tev pêl bikeJi bo azadî ew bibê xem nîne***Ji bo azadî Bêbuhar bi kar eDinivîse tim bi qîr û hawar eZarok hûr in ji wê pêve nikareDestê wî ye mal û zevî wî nîne

Lawê min

Lawê min rabe tişt nê ji qelsîNeb kêrî xwe bî neb kêrî kesîRabe kar bike pêşniyara teXizan û bindest jîna teresî

***Kar bike ji bo rizgariya welatJê re divê kar xwendin û xebatBi sedan sal em xizan û bindestJi mirov kesek bi kêrî me nat***Bi qelsî tu kes nabe dilawerÊ nezan tu car wê nebe serwerDarkê biçînî ew dar ber negireBila bişewite ew dara bê ber***Em Kurd neşikestin bi tank û topanEm Kurd şikestin bi fût û xapanBav û kalên me ji ber nezan bûnHejar û bindest li pey xelkê man***Tu xebatkar ji bo gelê xwe bîTê tim şîrînê hevalê xwe bîXêr û bêrên te wê Kurd jê bixwinTê tim bi rûmet şan û mande bî***Li ser te girtî çar tilî qirêjRabe qirêjê ji ser xwe bavêjLi nav gelê xwe bila paqij bîTu ronî bidî wekî gelawêj***Tu her binere Sovyeta bi şanHatine ser wan du şerên cîhanSî milyon mirin welat xopan bûZû ava kirin gihiştin ezman***Nikarî hildî dara stûrîHeta nebî zan xurt bi aborîBêbuhar zane çi bi me hatîJi ber qels bûn em jînên nîv mirî

Page 309: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

617616

Bêbuhar***Her kesê qels be dawî xizanîJi xizanî jî çêdibe nezanîHeçî kar neke pîs û bêkêr eDikî kar nekî êdî tu zanî

Xortê serhişk

Xortê serhişk î nezanHey bêşerm û bêfedîTu jî wekî bavê xwePesnê axa bes bidîJi destê beg û axaPir zor û stem me dîWekî bav û kalên xweTê xulamê axa bî***Ew axayên nû çêbûnTev xulamên dijmin inJi wan tirê ew zan inLê zan bi wan dikeninJi wan tirê li jor inLi ba zana li bin inBi ya bavê xwe bikîTê tim wekî keran bî***Bavê te yê dema çûNe xwendî hiş zengarîEw xulamê axa bûAxa malê wî xwarîWek wî bi hev kuştin danBerberî û neyarîHeta dema niha jîKî ji axa dilşa bî

***Dewleta OsmaniyanSultanên Tirkên neyarKurdên xwe firotin wanLi ser me kirin serdarKirin paşa û axaJi neyar re bûn simsarÊn welatparêz kuştinHer tiştê rast winda bî***Mûçe dan şêx û melanTekye û mizgeft pir kirinXwendegeh û zanistîJi nav Kurdan rakirinBi talan û bi xapanHev kuştin serbest kirinBin destê stemkaranÎro bi çar ciyan bî***Sal hezar û nehsed ûHeftê û çarê zayîGel çûn gihiştin MerîxHîn Kurd bê ziman mayîTên kuştin û bi şîn inGelê Kurd nedî şayîŞerm e di çerxê bîstanBê maf ji hev belav bî***Riya paşverûyan berdeBigire riya MarksîBindest bi wê serbest bûnKu tu ji min dipirsîNexwînî nebî çekdarMaf nagihe te bi qelsîBêbuhar xweş pê zane

Page 310: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

619618

BêbuharEv gelê Kurd çawa bî

Bavên qîzan

Ah ji derdê bavê qîzanCizperestan wan çikûsanQîzan nadin xortên comerdDidin dirav pir û pîsan***Bavên qîzan malperest inPaşverû gotin serbest inJi gelê Kurd belengaz reTu car pêşniyar nexwestin***Dema qîzan xwedî dikinÇi xwarinê bîdav dikinLi defterê dinivîsinJi bo qîzan biha bikin***Dawî defterê derdixinEw rast û çep li hev dixinÊn kevin û nû didin ser hevJi bo ew qelen pir bixwin***Çiqas pîvaz çiqas sîr xwarÇiqas nan çiqas mehîr xwarXencî girar û dewê tirşÇiqas petêx û ecûr xwar***Piştî bîdavê defterêDeh hezarên xwe dixin serJi bo qelen pir bistîninKesên bi Xwedê ne bawer***

Xortên hejar û belengazDi guh wan de bûn mal wek sazDiçin biyanî kar bikinBi perîşanî hal lawaz***Ew radizin li ber dîwaranTêr xew nebin ew tu caranBi zor hin dirav didin hevPişt birîn in di bin baran***Dişînin ser bavên qîzanDilê wan bitirs in dîsanGelo bidin gelo nedinHefsar dikevin dest pîsan***Bavê qîzan wek neyaranBerî didin hêvîkaranWek dewaran bazar dikinDev davên panzde hezaran***Bi devê xwe ew sofî neJi qelen re zik birçî neDeng dikin em misilman inLê bi kiryarî pintî ne***Ji bo xwarin wekî gur inBê wijdan in dil kafir inBi gotinan xwe qenc dikinLê yek ji yekî pîstir in***Panzde hezaran distîninBûk zava birçî dimîninÊ deyn kirin heta didinDimirin û jînê nabînin***

Page 311: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

621620

BêbuharJi ber wî dibe xizanîJi xizanî jî nezanîDema dibêm ev ne rast eDibên kero ma çi zanî***Qîza biha bi rûmet eEm guh nadin ên wekî teQîza ciwamêran nexwazeKu tune bî qelenê te***Gelan tiştên kevin pêl kirinSînor û bend derbas kirinBi xwendinê xwe pêş xistinQad û ezman tev par kirin***Zaroyên xizanan nezan inZaroyên maldaran rêzan inJi ber em hev xizan dikinXulam û bindestên wan in***Hêvî dikim pêş binêrinGel nên meriyan naguhêrinNebên nabe her tişt dibeEm karin xwe biguhêrin***Gelo ma ev qelen çi yeKê bi qelen têr xwariyeJi pêxember û ji zananJi wan kê qelen xwariye***Bûk û zavan dilşad bikinHûn alîkarî wan bikinJi pismam û bav û biranMalkê ji wan re çêbikin***

Wan çav neşkên pêşniyar binTev kar bikin sermiyandar binZarokên xwe xwendin bidinJi Kurdan re bi serdar bin***Bi konetî xebat bikinÊn raketî şiyar bikinBi çekdarî dijmin derxinKurdistanê rizgar bikin***Bûm Bêbuhar ji ber pîsanAh derdê bavên qîzanÊn paşverû Kurd paş xistinCizperestan wan çikûsan

Rabin xortên Kurd

Hûn şiyar bikin şar û gundiyanÇekan hilgirin herin ser çiyanBi ceng rizgar kin axa MîdiyaZindanan vekin berdin girtiyan***Di salên nozdan Tirko ji hev ketPir gel serbest bûn bes Kurd li paş ketBêbuhar dibê xeman nexwin qetRoja azadî ji Moskow derket Bîstê Abê (1966)

Sal nehsed û şêst û şeşanEv Kurdên Sûrî bextreşanTev hejar û belengaz bûnTev ketin rengê nexweşan***

Page 312: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

623622

BêbuharHatime şeva bîstê AbêÇavên min ji xew ranabêHeta sibê ez raketimNizanîbûm wê çi bibê***Îsmaîl ban kir Yûsif rabeRabe bira kar xirab eEv hejarî û bindestîHeta çi dem wê tim wa be***Mûsê Kinik li ber derîTevî wî hêzên leşkerîDêrî û dilreş dil bi kînPîs û bêcir û serserî***Mûsa tu ne bi silav kîTê me sibê ji xew rakîXortên Kurdan wekên şêranKetin bindestê rovyakî***Girtin xortên bi nav û dengXistin hundir zindanên tengHeta dadgêr ji Şamê bêHîn li me vebe dev û deng***Dadgêr bêcir û serserîDadgêr ji Şamê vegerîJi jina xwe xeyidîbûLi me vekir devê derî***Wî berda me du segên harWan herd segan rahiştin darHerdu bê wijdan û namûsLi me dan û qîr û hawar***

Ban kirin Yûsif BerazîRabûm ser xwe bi mêrxasîMeşiyam bilez ber bi wan çûmWan ez girtim bi canbazî***Wan ez şilf û tazî kirimBi lêdanê bêhiş kirimKes hawar û gazî min natBêhiş ketim min got mirim***Kuştin lêdan zor nê bi minMihrê naxwazim ji dijminÇek tune ez li wan rakimHedan bikim ew tê ji min***Dijmin li ku be dijmin eYek ji yekî qenctir tuneYê ku gelan bindest bikeArmanca wî tim kuştin e***Ji havînê sermê nexwazJi zivistan germê nexwazBo her tiştî amade beJi dijminan mihrê nexwaz***Bi zanebûn tu kar bikeBi xwîn û çekan çar bikeJi dijminan xurttir bibeWelatê xwe rizgar bike***Penda Bêbuhar li te beÇiqas malê te pir hebeWê diz malê te bidizinEger xanî te tune be

Page 313: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

625624

BêbuharXewnek xweş bû

Xewnek xweş bû şeva çûyî di xwe de bûmGul û sosin rîhan hebûn di nav de bûmBi can û dil ez lo dilo gelek şa bûmEz wer serbilind û serbixwe bûm***Ez çûm nav zozana nav mêrg û gulanEy lo dilo ew cî warê derd û kulanEw buhişt e cî şalûl û van bilbilanYek jê ew bilbilê dilşewitî ez bi xwe bûm***Ji xew rabûm ey lo dilo min tişt nedîHêsir weşand min lo dilo sed bi sedîMin got Xweda xewn nîgaş bû rast bi min dîTemen çû rojke tenê dil şa nebû***Ey lo dilo li min çima tu wer dikîBûm Bêbuhar hîn tê bi min ma çi bikîHer diçî agirê nava min gur dikîBêmal kirim sersam kirim pergende bûm

Rabe bira

Rabe bira tu raketîLi mala xwe tu veketîVa fermanek nû derketîMe rakin ji ber vî xetîAr bi mala Kurdan ketîÇi be halê vî miletî***Deng kin bi kurdî nêlîninRadyo û sazan dişikîninXaniyan li ser me dixînin

Ji me re dibên hûn xayîn inBi Xweda em ne xayîn inGelac û neyar xayîn in***Bindest nikarin em tişt bikinÎro nikarin em şer bikinQad û zevî me par dikinBi me re şerê sar dikinDibên hûn ji gelê Tirk inZindan ji me tijî dikinJi bo Kurdan winda bikinÎslam çima xwe kerr dikin***Tirk dibên hûn ne ji vir inÎran dibên ne ji vir inEreb dibên ne ji vir inMa ey Xweda em ji kur inXortên Kurdan hev bigirinJi bo me çêtir e mirin***Ez ban dikim sed hawaranHêvî dikim ji hevalanGazî bikin xwendekaranEw bixwînin gelek zaranJi bo milet bi rêber binMe rizgar kin ji neyaran***Rabin gelî bira rabinWek piling û şêrên çiya binDijmin divên em bela binJi rû dinê em winda binBi Xwedê em winda nabinEm ê rabin xebatkar binHeta rabin serbixwe binTev Bêbuhar hemû şa bin

Page 314: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

627626

Bêbuhar Newroz

Dîsa Newroza me hatSersal û cejna welatBîst û yekê AvdarêJi dilê Kurdan narêBi şev agir vêdixinDef û zirnan lê dixinBerf dihele li çiyaXumîn tê ji kaniyaDeşt û çiya şîn dibinBax tije balind dibinKew û şalûl û bilbilBi sed rengan vedibin gulDengbêj û tembûrvanaXweş awaz tên ji wanaXort û keç dîlan dikinDilê gel tev şad dikinGul vedibin geş dibinPerwan li wan doş dibinEw roj zivistan darêDem dikeve buharêKoçer diçin zozanaPez didin pey şivanaŞivan diçin bi rê veBilûran didin lêvaDerdixin awazên kevnarDeng didin lat û zinarNewroz sersala KurdaDîroka mêr û merda***Newroz û warê MîdîŞerm e mayî bê xwedîXort û keçên xwendevanÎro hûn in xwedî wan

Hûn tev nevî Kawa neÇavên Kurdan li we neHeçî nezan raketîTişt bi dest wî neketîZan nezana şiyar kinKurdistanê rizgar kinKurdistan ne serbest beWê gelê Kurd bindest beKurd bindest û diljar eTev ji destê neyar eDerd û kulên BêbuharDivê Kurd nejîn diljar

Nizanim

Ez nizanim çi bêjimTim rondikan dirêjimEz pir sermat û gêj imJi van çerx û demana***Nikarim hedan bikimÇawa rêkî çar bikimGerma di dil sar bikimJi ber van êş û jana***Tiştê bi serê me hatJi bo bindestiya welatXortên ku rabûn xebatPakrewan çûn pir zana***Bindest neyarê dijwarEwya wekî gurê harHinek li ser çiyayên sarHinek di bin zindana

Page 315: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

629628

Bêbuhar***Ji ber malê talan bûnKurdên ku çûn biyan bûnGundên ji bin xopan bûnLi van deşt û zozana***Ji ber zarên sêwî manBê dê û bav û xwedanKeç û bûk û jinên canMêr neman li nav wana***Tev avêtin KerbelanJi germê zarok qelanEy gelî şêx û melanKa dengê misilmana***Ji ber Qeladiza jarFirokan barandin arMamoste û xwendekarKuştin li dibistana***Bajar tev xopan kirinÊn ji wan man bar kirinDi şikeftan war kirinLi bin berf û barana***Ji ber Şingala xopanWar û şana YezîdxanÇîpreş xistin şûna wanKes nehiştin ji wana***Cî ola Zerdeştê zanLaleşa bi nav û şanDîrok û ola KurdanJi pir dem û heymana

***Li ser wan bûm dilbirînXweş Kerkûk û XaneqînDijminê dilreş û kînÎro dest da ser wana***Li hawîr wan çiya û çolKu bikolî wir petrolZeft kir dijminê bêolXistin dest wan segana***Wan segên ber derê meTev ketin hundirên meEw bûn bela serê meXwarina me xwarin wana***Heçî ku zan be zaneYê nezan be nizaneDihn laş dêşe nizaneTim dêşe laşê zana***Ev nexweşiya dijwar eNe ji îsal û par eHezar û sêsed sal eLi ser me ev talana***Çîpreş hatin bi riya olTirk û Teter û MoxolTim bi kuştin û pîkolLi me wan bê wijdana***Xêrên li nav qada meEw bûn bela serê meBûn çermê rovî li meArmanca nêçîrvana

Page 316: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

631630

Bêbuhar***Kurd ji bo gelan bûn pirÊ hat û çû talan kirKurd hat kuştin bir bi birBi destê wan hovana***Dijmin wekên gurê harHeta niha jî ev warKurdên hejar û diljarTim di zecr û kovana***Kanî koma miletaNe şiyar e raketaQey wijdan ji wan qetaBûn alî bêwijdana***Lê dema çerxê bîstanKurd namînin bi kovanWê Kurd rizgar bin ji wanBi destên xwendevana***Gelê xwînê birijînêEw gel bindest namînêAv dide dara jînêBi xwîna pakrewana***Şah û Sedam û BekirNebên va Kurd çek çekirWe hîn agir zêde kirBi kuştin û zindana***Bêbextî we vala yeKurd di qada xwe de yeKurd raketî nemayeLi dij we ne yên zana

***Mam Bêbuhar ji zanîZanim Kurd çek dananîFêr girtin ji BarzanîWan şêr û pehlewana

Ez derxistim

Ez derxistim ji zindanêDam bin îşkenc û lêdanêHestî sînga min şikandinDa dilê min êş û janêDestên min dan kelepçekêEz rakirim nexweşxanêEz gihiştim devê derîMin dî xortek kûr dinaleMin got jê re ma tu Kurd îHêsir weşand wek baranêMin got bira çima digirîGot min naxin nexweşxanêMin got çima te naxinêGot ji vê çerx û heymanêEm tevde kirin biyan wanJi bo Kurd û KurdistanêEm giriyan me bi hev re gotTif li vê dem û dewranêDengên me ketin ji qîrînDengên me naçin cîhanêEm bûn kole rûmet nemaGelo çima kes nizaneNexweş e zer û zixilîGoşt lê tune çi buhurîXwişka biçûk dayika rebenHerduya bi hev re dan girî

Page 317: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

633632

BêbuharDirav li ba wan tune bûnBera wan dan ji ber derîHêvî Kurdan li jêr nemaLi ba kê em herin gilîJi wir ez birim mexferêMin dî kalek li wê derêMin jê pirs kir bi erebîÇav dinerîn dev nagerêMin got apo ma tu Kurd îJi min re got Kurd im belêMin got çi dikî li vê derêGot: Lawê min li vê derêPolîsê teres dema em dînLi kalo xist derxist derêEz wê demê bûm BêbuharWer mam bi kul û keserêEz derxistim ji wê derêVegerandim şûna berêEv tev ji bo Kurd şîret inHeta dema Kurdan werê

Şîn bû rîhan

Şîn bû rîhan lo dilo di nava dil de lê lêBerdaye reh dilo nav dilê min de lê lêRîhan barê eşqê lê li min hilda lê lêBar giran e li min lê rabim di bin de lê lê***Ah lê lê lê lê RîhanêTu delal î lê lê nav giranêTu evîna dil bi janêTu lewenda pir ciwanê***Ez digerim lo dilo li topa dinê lê lê

Kesek fena rîhana min tune lê lêTu Rîhanê lo dilo pir şîrîn î lê lêTu evîna dilo ber dilê min î lê lê***Ez li dinê ban dikim gilî dikim lê lêNavê te şîrîn e ez gazî dikim lê lêDestê min di kelepçek de lê ez çi bikim lê lêJi min dûr î nikam lê ez deng bikim lê lê***Navê evîna min dilo ew Rîhan e lê lêGul û sosin li Rîhan li hev geriyane lê lêLi ser sînga wê çiya û zozan e lê lêRoj hilat û zer bû li ser xuya ne lê lê***Şîn bû rîhan lo dilo li ser delavê lê lêBerdaye reh dilo di nava avê lê lêLi ser girtî lo dilo hûr xunavê lê lêBerdaye reh lo dilo di dil û navê lê lêBûm Bêbuhar sêwî mam ji dê û bavê lê lê

Kurdistan

Çiyayên Kurdistan gelek bilind inTevde avayî bajar û gund inGelê Kurd tevde mêrxas û rind inBê şah û sera bindest û bend in***Kurdistana me bûka cîhan eGelek bedew e bi nav û şan ePetrol û çandin kana zêran eEm Kurd di nav de wer birçî mane***Em xwîn dirijînin ji bo KurdistanJi bo derxînin wê ji bin destan

Page 318: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

635634

BêbuharEw dayika me ye naz û dilovanŞerm e bindest be di çerxê bîstan***Kurdistan bindest ji mêj û zû deGelek me doz kir em çûn bi dû deDiz û tolaz bûn pêşkêşên KurdanJi dest paşverûyan Kurd man bi şûnde***Dikim nakim ez tu çare nabinMilet raketî ew şiyar nabinBê xwendin û zar qet şiyar nabinLi nav neyaran wê Kurd winda bin***Xortno hûn rabin ji xew şiyar binHûn tev bixwînin bi xwendevan binBi tank û firok bi leşkergah binEm bi merş û merş li ser çiya bin***Binên li Vêtnam çiqas mêrxas inBi roj û bi şev ewna ranazinŞer dikin ewna balindên baz inXwînê dirijînin mafê xwe dixwazin***Vêtnam ji Kurdan ew ne mêrtir inEm Kurd ji Vêtnam gelek pirtir inDi roja cengê wek şêr û gur inGer em şiyar bin em hev bigirin***Xelk çûn ser heyvê Kurd bask şikestîGepek nan dixwin ne bi serbestîHeta namûs jî neyar pê lîstîJi ber hev nagirin em bi dirustî***Ji derd û kulan ez bûm BêbuharBi roj û bi şev tim dikim hawar

Ji ber van Kurdên nezan û xemsarÊn zan ji hev re berber û neyar

Zarok bûm

Zarokê çûk bûm li malTemenê min bû deh salJîn bi min wek nîgaş bûMin nas nedikir meh û sal***Umrê min bû bîst û çarMin nû bîr bir bûm ramyarMin dost dijmin nas kirinDerd û xem li min bûn bar***Roja Cejna QurbanêEm derketin meydanêHerin ber sînorê TirkBa Kurdên li dera hanê***Em li wir civiyan gelekMe da pey hev lek bi lekEm gihiştin ber sînorMe got Ereb derî vek***Em merî werin ba hevBipirsin li halê hevMe hin alav kirîneEm diyarî bidin hev***Tirk li wir got gerî donEreb got rûh min honDema herduyan wer gotEm herd al nêzî hev bûn

Page 319: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

637636

Bêbuhar***Me ban hev kir bi qarqarSerbazan rahiştin darBi gilî û bi lêdanEm dan ber xwe wek dewar***Jin likumîn tev ketinZarok ji dest wan ketinTev riswa û serqot bûnLi bin guhên hev ketin***Bi girî dilşikestîTim hejarî bindestîEm Kurd di qada xwe deXizan û bê serbestî***Kurdistan warê MîdiyanŞerm e mayî bê xwedanBi çar paran kirineHevdînek jî rê nedan***Bi girî ez hatim malLi rê min dî yekî kalKalo li min nihêrîGot min hêsirên xwe vemal***Kalo got min were virWî gotin ji min pirs kirGot min çima tu digirîMin got ji ber derdên pir***Ez û kalo mijûl bûnBi gotinan de em çûnMin got em sî milyon KurdÇima man bê serxwebûn

***Kalo kûr keser kêşaDilê kalo pir êşaKalo serê xwe hejandWekî sersam û gêja***Kalo got pêncî sal bûŞêxek ji nav me rabûNavê wî Şêx Seîd bûEw bavê me Kurdan bû***Şêxê me rabû wek bazCivandin Kurmanc û ZazWî serxwebûn nîşan daJi bo Kurd bijîn fîraz***Gotina şêx me pê girtHer Kurdên qenc çek hilgirtŞêx got xortên Kurd lêxinLi vir nemîne yek Tirk***Me lêxist û Tirk şikestPêk anî tiştê me xwestMe Amed tev rizgar kirEm li ser bûn karbidest***Serî li Tirko geriyaTirko ket sêra miriyaPiştî wî hin Kurd kirînRabû li me vegeriya***Kurdên pîs ew kar kirinÇûn bajar talan kirinTalan xistin stûyê meKurdan şerê me kirin

Page 320: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

639638

Bêbuhar***Ew Kurdên wekî keraYên ku çav berdan peraDan pêş Tirko der bi derKurd kuştin li her dera***Kurd bû dubend bi hev ketRejîma me li hev ketTirko dest da ser welatŞoreşa me ji hev ket***Şêx girtin bi darxistinZan li welat nehiştinÊn welat berdan reviyanÊn ku Tirko ew kuştin***Li bajar û gund û çolXûn li qadê kirin golBi hezaran Kurd kuştinMalbat birin Anadol***Xort bi rê de qir kirinKal û pîr riswa kirinKeç û bûk û jinên canNamûsa wan pêl kirin***Li Dêrsim û li ZîlanLi Amed û Mûş û WanAgirî û Sêrt ErziromLi Sason û Ezircan***Xopan kirin şar û gundEw rewş û nîgarên rindKesek tê de nehiştinBûn warê pepûk û kund

***Kemal û Kenan paşaWek gur û gornebaşaJin û zêç û pîr û kalKurd kirin koma laşa***Jinên avis tev birinZikên wan singo kirinZarokên wan derxistinZarok jî serjê kirin***Kurdên li Gelî ZîlanDijmin dan hev pîr û canBi agir şewitandinBîst û du hezar ji wan***Derd û kulên me pir inYek ji yekî mezintir inHezar sal bûn gelê KurdFirar zindan û mirin***Gelê Kurd tim bi şîn eÇi bêjim dawî nîneDîroka KurdistanêRûpela wê bi xwîn e***Kalo çîroka xwe gotHêsirên wî hatin cot cotBerê ez Bêbuhar bûmWî hinavê min jî sot***Min bawer kir ên nezanPêk nayînin doza giranKurd tu car rizgar nabinTev nebin xwenda û zan

Page 321: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

641640

Bêbuhar Zarokên biçûk

Hûn mezin dibên ev zarên çûk inDibên nezan in dibên zarok inBi ramanî hûn li me binêrinEm hem mande ne hem jî dîrok in***Me xwendin bidin hûn ne poşman inDi mande de em serwer û zan inPêşveçûna mirov bi destê me yeEm ji mirov re rewş û zan in***Belê mezinno em çûk in nihaÛdê me nagirin ên mejî zuhaLê em xizne ne derî girtî neDi me de hene tiştên pir buha***Ji me pir çêbûn key û pêxemberJi me derketin serdar û rêberJi me pir rabûn cangîr û lehengÇi pîkolî ba em bûn li hember***Em in ew xortên dibin xwendevanEm in pêşketin avayên cîhanBi xwendin me demkî çêkirinEm çûn ser heyvê bi rol û raman***Va em amad in li her deveraJi bo em herin ser her exteraBêbuhar zane di taristanîLi nav mirovan em dibin çira***Wek hev negirin em heta mezin binHinek wê pîs bin hinek wê rind binÊn ji me pîs bin wê ew nizm bin

Ên ji me qenc bin wê ew bilind bin Em Kurd in

Em Kurd in torinên bavpîrên xwe neDi çerxê bîstan de em hîn wek xwe nePir gel li cîhanê navên wan hebûnÎro navên wan tune çûn winda bûn***Wek Fenîqî û Hûtî û SomerîHindik man Suryan Kildan û AşûrîEm gî Kurd tu carî winda nabinJi ber tu carî ji dijmin re xwar nabin***Ji bo mafê xwe em xwînê dirijîninŞerm e li me ku em xwînê nerijîninTu car em bernadin dayika xwe welatEm ê wê rizgar kin bi ceng û xebat***Mizgîn li mezinan em ên çûk gihanEm bi raman rabûn xort û keçên zanHezar mihr li gorên pakrewanaBila em jî bigihin karwanê wana***Ew kesê ku ji bo mafê xwe bimireDi dîroka gelê xwe de wê nemireJi dûr hatin welatê me par kirinHatin bi zor namûsa me pêl kirin***Ser ax û bin axa me dibin dixwinBi ser de me digirin û li me dixinQada me yek e çima em çar par inBê xwendin birçî hejar û bê zar in***Bigire ji Xorasan heta bi bêlan

Page 322: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

643642

BêbuharXelîcê kevin heta Marmara YûnanJêr digotin Kurdistana MezinDijmin ketinê biçûk kirin hin bi hin***Em guh nadin ên xwe firotin oldarEm xapandin welat dan destê neyarVa me nas kiriye riya MarksîEw riya maf xwestin û netirsî***Dilxwazên me pir bûne li welataWê em bigihin mafê xwe wek felataDijmin nikarin bindest kin ên şiyarBimirin Kurdên xwe firotin wek dewar***Kurd tim bi ceng dara jînê diçînêDara jînê tim av dide bi xwînêÇiqas dema Kurdan reş û ne xweş eLê tim Bêbuhar bi vîn û dilxweş e***Ji ber li Kurdistanê pêwest e cengIlem Kurd hildin ala xwe ya sê reng

Nûh

Nûh pêxember keştîk çêkirHov mirov civand lêkirAv ji zemîn keliya rabûDibên cîhan tev xopan kir***Ser çiyayê Cûdî xewinîNûh keştî bir lê sekinîDema av qediya zuha bûLi hawîr keştî bû şênî***

Wê rojê Kurdistan ava bûBi sedan sal serbixwe bûKurd li ser gelan ferman kirHeta dijwar Zehak rabû***Zehak ji gelê Kurd pir kuştJi gelê Kurd nêvî nehiştLi ser kursî stemkarîLi nav gola xwînê rûnişt***Ji nav gelê Kurd ê nemirRabû Kawayê HesinkirKawa textê Zehak rûxandZehak kuşt û serî jêkir***Rojeke nû ji Kurd re hilatJîneke nû ji Kurd re hatXuhermendên xwe saz kirinKurd ji bindestî bûn felat***Welatê xwe ava kirinDor sê çerxan ferman kirinJi Hind û heta YûnanêLi hawîr xwe ferman kirin***Ketin ola Zerdeştê manKurd û Ermen Hind û ÎranBûn rewşenbîrên cîhanêPad gihandin Hind û Yûnan***Lê sed efsûs û mixabinRabû Iskenderê MezinPirtûkxane şewitandinKurdistan xopan kir ji bin***

Page 323: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

645644

BêbuharWî Kurd bê zanyarî hiştinWî bi sedan zana kuştinDawî ew çû li Hindê mirPir welat bê xwedî hiştin***Xuhermenda Kurd ji hev ketKurd tev li bin guhê hev ketÊ mir û yê bû birîndarÊ ku welat berda derket***Wer ma dema rast hilnanîWelat tev bû malwêranîHatin welat bindest kirinCerdên Roman û Sasanî***Ceng çêbû li nav herd yalaWer dirêj kirin pir salaKurdistan bû meydana şerKurd bûn qurbanên herd yala***Heta gihişt wan hov beraÇîpreş û Tirk û TeteraTev Moxolên zirz û xwînmijKuştin ji zan û serwera***Tim bi kuştin û berxwedanBi hawar û ceng û halanJin û zêç li ber lingan çûnAlîk pergendî û talan***Heta niha jî wer mayîNedîn serbestî û şayîHemû dewletên koledarWan Kurd kuştin bi tevayî***

Wek Nûrî û Şah û KemalJi Kurd re nehiştin hevalXwestin qada Kurd winda kinJi Kurd re nemîne pergal***Li pişt wan sê axayên wanFrans Ingilîz û AmerîkanJi çewser û axên wan reKurd bûn beratê ber segan***Xêr û bêrên welatê meBûne çermê rovî li meHemû dewletên koledarTu carî nabin dostên me***Neyarên me yarên wan inJi ber ew nîv kerên wan inHin Kurdên bêrûmet heneBi ser de simsarên wan in***Wê dem bê xwenda pir bibinWê Kurd hemû şiyar bibinXwedanên malê şiyar binDiz nikarin malê bibin***Belê ez bûme BêbuharLê ez pir dilxweş im ev carJi gelê Kurd ez bawer imWê bindest nemîne tu car***Ji ber xwînê pir dirijîninPakrewanan pir datîninDijmin çiqas zorê bikinWê Kurd mafê xwe bistînin

Page 324: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

647646

BêbuharXortên koneger

Xortên Kurd ên konegerDivê hûn pir şiyar binBes e ji hevketî binHûn bend bend û par par binHeta hûn bend bendî binWê tim çewser li kar binTu car hûn pêş nakevinWê tim Kurd stûxwar bin***Hûn pêşkêşî Kurd dikinKone û partîzan inArmanca we tev yek eHûn lawên Kurdistan inRiya we Sosyalîzm eNe yek û bê peyman inGelê Kurd çav li we yeWê çima hûn xemsar bin***Barê li ser milê weBarekî pir giran eBarê ku nê hilgirtinEw bara Kurdistan eÇewseran par kirineBindesta deh çerxan eEger hûn xwe nekin yekHûn di bin de ranabin***Kurdên li nav jîn dibinPir qat tê de diyar inHin jê beg û axa neHin karker û cotkar inHin jê şêx û melan eHin sofî û oldar in

Hûn pêşengî wan dikinDivê hûn pir zana bin***Kurdistan rizgar nabeBi dest sist û xemsarîGelê Kurd pir êşiyayîJi çewser û maldaraHûn rabin wek DimitrovKastro û GuevaraHûn wek wan û Ho Şî MinCanbêzarên Kurdan bin***Sal hezar û nehsed ûHeftê û heft ê zayîDema elektron eŞerm e Kurd bindest mayîYan Kurdistan rizgar kinYan bimirin bi tevayîYan jî xwe bidin alîKurên we wê binbar bin***Kurdistan weke dehl eŞêr û piling tê heneXortên ku ji pê rabeGelek jîr û zane neDema ku di mand de bêEwna bi kêrî me neBêbuhar rind bawer eWê ew di bin de rabin

Page 325: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

649648

BêbuharDelalê

Delalê bejn ziravêDêma te wek heyv û tavêEw kirasê hevirmêşîTe berdaye ser balavê***Kembera zêr çimbil pêdaTe li nava xwe girêdaBi ronî dêm û kemberêTe şaş kirim di şewqê da***Te por li alîkî şeh kirBi çavên reş awir te kirBi awirên herdu çavanTe jîna min pergende kir***Jîn pergende dil xweş nabeWê nexweş be derman nabeNexweşî ku derman nebeGelo ew êş wê çawa be***Şîrîn wek te bû tûj awirŞahzade û çelengiya pirWê jî wek te li Ferhad kirFerhad wer çû li çolan mir***Gerdena te şûşa mey eMasa meyê sînga te yeGotin ji lêvên şekirîEwya ji min re meze ye***Min şûşa mey mêt bi lêvanMin meze xwar ji herd lêvanKetim bêhişiya evînê

Bêhiş im ji wê demê ve***Pêşî evînî jiyan eKu têwer bî buha can eCanê şîrîn pir buha yeLê ji bo yaran erzan e***Tewr barê giran ranekîKarê ji xwe mezintir nekîKu dilê te guh li te keJi mîrvetan qet hez nekî***Bi evîna te bûm diljarTe ez hiştim bê mal û warTe jîna min kir zivistanTe wer ez hiştim Bêbuhar***Jîna buhar tê tune beWê mirina min tê de hebeEz dibînim mirina min ewDelalê wê bi destê te be***Yê evîndar tim bêhiş eGunehkar evîndar kujeEz nexweş im tu bijîşk îMin derman ke min nekuje***Qencî û neqencî ji hev inCuda dibin li dij hev inHêvî dikim qencî bikinBi pey neqencî nekevin

Page 326: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

651650

BêbuharDîlber

Dîlber ji bo çi ketim bin destanWek gulê jê bûm ji nav gulistanVa ez ketime zindana dijminWelat ketî dest sê pûtperestan***Ji bo welat ez ketim zindanêEz tî û birçî di bin lêdanêMirin hatiye ber herd çavên minJîna ez tê de kes pê nizanê***Dîlber tu zanî ji kur im kî meXortekî Kurd im rehê Arî meBi mêrxasî Kurd dîrok tev zaneLawê Kawa me neviyê Mîdî me***Dîlber ez zanim dotmama min îGelek sal bûn tu li hêviya min îJi bo serbestî ketim zindanêXizan û bindest tu jî wek min î***Dîlber tu ji min hez dikîJi ber wî tiştî tu pir lez dikîYara min û te buha welat eDivê ji welat pirtir hez bikî***Welat bindest be tu jî bindest îKoledar tu car qencî nexwestîHeçî koledar wî tim xwîn mêtîBerjewendî xwe wî tim parastî***Gelê bindest be birçî dimînêDijmin di nav de pîsî diçînêDibe berberî kuştin û talan

Ji nav welat tê tim hilma xwînê***Riya serbestî min pê bawer kirHer xortekî Kurd min ew şiyar kirKu bêm kuştin jî li ber nakevimJi ber ez yek bûm min wek xwe pir kir***Îro xortên Kurd tev bûn partîzanLi nav Kurd nema xortekî nezanKurd bûn Pêşmerge şoreş rakirinÊdî zeft nakin kuştin û zindan***Şerm e bindestî ji îro pêvaKurd bimînin wek dewar û hovaLi ber xwe didim ji bo serbestîDivêm Kurd bijîn wekî mirova***Di zindanê me tewr ne kêmayîTe bindest mehr kim ew e kêmayîHela binêre li gelên cîhanêGelên wek me pir kî bindest mayî***Dîlber dixwazim tu canbêzar bîTu bi gernasî weke Leyla bîBidî pêş keçan bibî şoreşgerYan jî wek Leyla bimirî winda bî***Lê mirovên qenc tewr winda nabinDi dîrokê de nav winda nabinTu car guh nedin mirovên bêkêrKu sax bin jî wê sêra miriyan bin***Ji ber bindestî ez bûm BêbuharDilê min tijî ji kîna neyarXort û keçên Kurd gelek silav ke

Page 327: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

653652

BêbuharSerî danaxim li ber koledar

Mafê me

Gelo kanî mafê meÇima em ber dîwar inTi gel wek me nemaneEm hejar û bêkar inZevî ji dest me birinEm bindestê neyar inBê rûmet û bê ûd inEm ne yek in çar par in***Xanî li ser cotkaranDijminên me anîn xwarHeçî ku dostên me bûnLi ser me tev bûn simsarTev wek pez û dewar bûnLi me bûn wek gurên harÊn ku hogirên me bûnLi me bûn dolpî û mar***Pir ji xwendevanên KurdJi xwendinê derxistinBirin xistin zindanêBi daran li wan xistinPergala jîna KurdanDijminan ji hev xistinEm gelek Kurd paş ketinJi ber ku em dirust in***Ez bang dikim hevalnoHûn bicivin li dor minDivê hûn xwe bikin yek

Bi kêr nê ji hev ketinKu ne bi tevayî beKar bi tenê nê kirinNikam zorê bidim weEv şîreta tê ji min***Heta em bend bendî binDijmin tiştekî nadin meWê ew tim bibin bixwinXêr û bêrên qada meWê tim em çar parçe binWê nebe yek xaka meTu gel alî me nakinKu nebînin dada me***Belê dijmin xurt bûneÇekên wan ên xurt heneLê li hember çekên wanÊ me çiyayên me heneJi alî aborî deDijmin bi hewcî me neHemû gelên pêşverûEw tev li pişta me ne***Em di warê xwe de neDivê em tewr netirsinJi ber em xwedî maf inDijmin ji me ditirsinJi ber em hev nagirinJi wî tiştî em qels inHinek xwendevan heneDivê li hev bipirsin***Tiştek ji me kêm tuneŞiyarkirin kêm mayî

Page 328: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

655654

BêbuharDivê hemû gelê KurdŞiyar bin bi tevayîJi ber ku ne şiyar bûnHezar sal bûn wer mayîCeng û hevkuştin û şînLi nav Kurd nebû şayî***Hûn Partî xwe girêdinJi dil hûn rabin kar bikinDakevin nav gundiyanHeçî nezan şiyar bikinBar hilnedin ser XwedaHûn li milê xwe bar bikinHûn bi rastî kar bikinWelatê xwe rizgar bikin***Lê welat rizgar nabeIlem bi xwendin û çekLê tewr çek nê hilgirtinHeta ku hûn nebin yekKu rast welat dixwazinDivê hûn xwe bikin yekBi xwendin û çekdarîHûn karin qad bikin yek***Tiliyên xwe bidin hevAv di nav re narijeTiliyên xwe ji hev dûr xinWê av hemû birijeMirov ji hev dûr kevinDijmin xwînê dimijeBi tenê dest hilîneWê dijmin te bikuje***Bêbuharê dil neçar

Ma wê tim bi hawar keHer Kurdekî ji KurdanDivê barê xwe rakeDikeve cengê kareSed dijminî winda keŞerm e di xew de mayîTewr serê xwe ranake

Rewşê

Rewşê negirî ev evîn eTewr rondikan nebarîneYek pêşî hêsan dibîneKu têwer bû binî nîne***Şîn û girî qe sûd nadeBaxçê evînê av nadeBavê te erzan te nadeYê min jî qelen pir nîne***Pismamê te ketî riya teTe dixwaze ji bavê teTim dide pey min û pey teEw dilreş û dil bi kîn e***Apê te jî mejî qirêjPaşverû û ziman dirêjPaş vedigere tewr nare pêşEw min kêmî xwe dibîne***Nizanin evîn jiyan eEvîn buhara dilan ePir buha ye ne erzan eYê nezan erzan dibîne

Page 329: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

657656

Bêbuhar***Dilê her kesî yê wî yeNe arz û para kesî yeHer kes ji xwe re çêbiyeMafê kesan li dil nîne***Ax ji rejîma êlîtîJi hovberî û kerîtîHîn miletê me pê girtîMirovatî hîn nedîne***Li ser hev qelen pir dikinLi hev xwe zirt û gur dikinWek dewaran bazar dikinDibên qîza erzan nîne***Dibên qîz erzan be şerm eŞerm û tomet e li ser meTu rûmet nade keça meMa yên li hember me kî ne***Dixwazin riya ap û xalXwişk û bira pîrik û kalXelat dirav û kurk û şalHer kes ji xwe re distîne***Pir tomet û şerm û fedîJi bajar û heta gundîJi wan re bû serbilindîYê ku qelen pir bistîne***Ew qîzên xwe didin hinaDirav pir mêrê sê jinaHildidin xwe barê gunaYên pir sofî û hecî ne

***Bernadin irfên pêşiyanEm pir ji ber wan êşiyanKurd tev bajar û gundiyanBerovajî bi ol girtî ne***Ev rejîma paşketin eÊlîtî ji hevketin eGel bi ezmanan ketineHîn haya me ji me nîne***Hemû olên li nav cîhanCihû file û misilmanKes naxwin qelenên keçanHeta yên ku Zerdeştî ne***Hemû ol qelen hil dikinTim bi çewtî re şer dikinPirtûkên rêdar jî vekinDi wan de jî qelen nîne***Ma wê çi bike Rewşa delalBêbuharê can û dil kalHîn ji me re divê çend salHer kes mafê xwe bistîne***Va rabûne xortên ciwanHemû yên zan û xwendevanHîn keys neketî destên wanHer yek vê êşê dibîne

Page 330: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

659658

BêbuharKarker û cotkar

Em qatên bindest karker û cotkarBi hezaran sal birçî û diljarBi roj û bi şev em qe venedihesiyanMe tim kar dikir serdestan dixwar***Xanên me koxik koşkên wan bilindMe tim cot dikir ew bûn xwedan gundEm tev rêncber bûn navmalên wan bûnEw bûn li ser me beg û pozbilind***Xwe didan pêş em li paş dihiştinMe dest hildida wan em dikuştinMîrzayên me bûn em bûn kolên wanWana ji me re jiyan nedihiştin***Bi hezaran sal ew bûn koledarWan pîj dikirin tim rolên dijwarWan kar bi zorê bi me dikirinLê me kar dikir dilsar û xemsar***Wan tev dixwarin bax û zeviyên meKarkerên wan bûn şar û gundiyên meDema me digot hûn talanker inWan digotin: Na Xwedê daye me!***Lê hûn zanibin yek maldar dibeLi hemberî wî xelk xizan dibeWayî ji xwe re rolek çêkirîPê malê xelkê didize dibe***Me li Şîkago hev girt û kar kirYekê Gulanê me şoreş rakirLê me bi sedan pakrewan danîn

Heta me Cejna Karkeran çar kir***Marksê mezin nivîsî danîLi nav karkeran ew bû jiyanîKarker radibûn dihatin kuştinLenînê mezin pêşî pêk anî***Roja karkeran ji Moskow hilatRonî wê rojê ron kir her welatMaldar nikarin ronî vemirîninRoja jiyanê bindest bin felat***Çewser û maldar hez nakin ji meDi her deman de ew in li dij meEw dirûxînin em ava dikinJi ber wî tiştî nikarin bi me***Bila pîj bikin her rolên dijwarVa em bûne yek karker û cotkarEv fût û xapan tewr sûd nade wanEv xwîn mêtin û ev rol û ev kar***Ev das û çakûç nîşana me yeAvaya welat bi zendên me yeMaldar tune bin em xweş jîn dibinLê jiyana wan bê me tune ye***Ev xebata me bê west û bê revEm ê mirovan tev bikin wek hevDivê nemînin kesên xurt û qelsHemû pişkdar bin gel bixwin wek hev***Ji dest xwînmijan ez bûm BêbuharHejar û birçî bindest û bê warBibim xwedan pad ez jî serbest bim

Page 331: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

661660

BêbuharWek gelan bibim xwedan pişk û par Jîn

Min jîn tev li ser yarê daMin diravên xwe tev lêdaTu car ji pey venagerimEz ê herim tim bi pey da***Bûm nêrçîrvanekî pêwestJîna min çû tev ger û westKu de here reha nabeIlem ez wê bigirim bi dest***Ê rast evîndar ranazeJi ber rast yarê dixwazeWê ew bigihe armanca xweYê ku yara xwe bixwaze***Pêşî evînî hêsan eZû çar bibe ew jiyan eKu têwer be zû çar nebeTev êş û derd û kovan e***Kesê hê evîn lê zor dibeÇav dibînin dilkor dibeTê spartinê evînêDi wê rê de winda dibe***Guneh ji dîna çavan eEwya ji dil re rêzan eÇav dibîne dil hez dikeZiman jî pêwendê wan e***Ji evînê bûm Bêbuhar

Xizan û hejar û bêwarÇiqas evîn li min zor keEz nayêm spartin tu car***Heçî ew kete evînêDivê her zorî hilînêDivê tu car nê spartinIlem yara xwe bistînê

Destê bi tenê

Destek bi tenê deng nadeGotin bê kiryar sûd nadeKurd bindest ji hevketî binÇewser mafê Kurd qet nade***Sê par ji Kurd wek qereçîWer mane bêwar û birçîHem ji ber sermiyandarên KurdHem ji ber çewserên li cî***Kude diçin Kurd hejar inBê denge ne bendewar inBi hezaran çûn welatanBê rûmet û xulamkar in***Hin kes hatin ji der û dûrWana hev girtin bûne stûrLi ser Kurd û welatê KurdBûn xwedan kiyan û destûr***Dijminê Kurd ne dijmin eKurd ew bi hev re dijmin eJi hezar sal heta niha

Page 332: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

663662

BêbuharBi rastî hev negirtine***Hin Kurd mafê Kurd doz dikinHin Kurd jî şerê Kurd dikinDibin bend bend hev dikujinDijminên xwe ji bîr dikin***Kurd ranabin bi yek bizavHin Kurd çav berdidin diravCarkê bi hev nên girêdanZû diqetin wek tayên xav***Ku Kurd zan bin xurt û mêr inXwedan qad û xêr û bêr inKurd ne bi hewcî xelkê neHin xelk ji axa Kurd têr in***Ma Kurd ji bo çi paş ketîJi ber axa û êlîtîDivê Kurd êlîtî berdinJi Kurd re divê yekîtî***Ji xemên pir bûm BêbuharJi Kurdên pîs û koledarZanim bila ez xembar bimLê ez dilsar nabim tu car***Li pişt min tên xortên ciwanVa dixwînin wê bibin zanWê Kurdistanê rizgar kinWê deynin pergala jiyan

Dem

Dem ne ya kesê zade yeDem dema kesê xwende yeKes ser kesî re tune yeHer kes kurê bavê xwe ye***Guh nedin tiştê buhurîMirov bi mirov dikirîBi milyaran xelk mift mirîKeskî haj ji wan tune ye***Hatiye dema wekhevîTu bixwînî tê pêşkevîNabin yek bavpîr û nevîNavbera wan sed sal heye***Ev dema çerxê bîstan eNe dema hov û teban eDema hişyar û zanan eNezanî şerm û gune ye***Gel pêş ketin bi zanyarîÎro meydana ramyarîKesê zan ê nezan xwarîYê nezan mal pergende ye***Maldar û oldar tev hev inEwna û çep li dij hev inQels ji ber xurtan direvinXurtî li ba yê zane ye***Buhurtin şerên şûr û darHatine şerên germ û sarJi hev cuda nabin tu car

Page 333: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

665664

BêbuharMeydan a kesên kone ye***Zan ketin şûna xweşmêranGuh nadin top û bêtêranŞerê exter û stêranVa diyar û amade ye***Bûm Bêbuharê dilkederRistan dixwînim der bi derMirovên bêhiş wekîn kerDibên ne ti felsefe ye

Keça min

Keça min rabe bixwîneJîn pir xweş e bi zanyarîKu tu xwenda bî tê zan bîTu çi bikî tê bikarîKu nexwînî tê nezan bîNezanî warê neçarîBimînî çav vebî dilkorTu çi bikî tu nikarî***Keçên xwendevan paqij inMal bi timtêl û nişmîn eXortên ku tên wan dixwazinÊn xwenda û efendî neDi warê xweş de jîn dibinMirov dizane ev jîn eKu zarokên wan çêdibinEw zarok jî efendî ne***Ew zarokên ku nû radibinDivê dê û bav xwende bin

Wê dê û bav fêr bidin wanWê ew zarok jî xwende binWê bi zanyarî pêşkevinWê ramandar û zane binHinek ji wan ramandaranDi mêjû de wê nav hebin***Ku nexwînî tê nezan bîTê belengaz û hejar bîWê rêncberek te bixwazeTê xizan û tengezar bîTê karker û zarok li milTê tim zivêr û dilsar bîTê tim li zeviyan kar bikîTê kinc qirêj û gemar bî***Birayê te jinê bîneWê birayê jina xwe beXwişka te here mêr bikeWê ew jî xuha mêrê xwe beKu zarokên te birçî binMa wê kî bi kêrî te bêMalxwê te xizan û dilsarHeta bimirî li ber te bê***Divê her kesek bixwîneXwendin jîn û rewşenber eNe hewcî li zêr bigerîXwendin ewya zêrê zer eHeçî nexwendî nezan eBindest birçî û rêncber eBindest rêncber û birçîEwya armanca çewser e***Ku şerê xizanî bikî

Page 334: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

667666

BêbuharDivê tu pêwist bixwînîTu ji xwe û ji gelê xwe reTovê jiyanê biçînîBinêr li gelên EwropaBi xwendin û pêşveçûnîDîwanên Cegerxwîn bixwînHer tişt gotî tê bibînî***Li cîhanê her kes zan inHemû mirov ji hevdu neÇima hin jîn xweş in têr inÇima hin birçî jîn tuneHeçî xwendî dostê xwe yeNezan bi xwe re dijmin eBerê gotine zikê têrHaj ji zikê birçî tune***Kude çûm min rastî nedîJi derdên pir bûm BêbuharMin temen kir pêncî û çarTev jîn bûm xizan û diljarMin derman jê çêtir nedîJi bo yên xizan û diljarDerman ji wan re xwendin eŞîret li te û yên guhdar

Zivistan

Zivistana sar dirêj kirZivêr bûm buhar nat ser minBûm nexweşê nav nivînaHerdu nigên min nên ber minÊş giran e ez dihelimHîn bijîşkek natî ser min

Derzî û derman bide minJi bo nigên min bên ber min***Bi roj û şevan dinalimEz pir dêşim derd giran imŞev dirêj e xew nayê minÊş ji ku ye ez nizanimHêz dikim nav di xwe didimDikim rabim ez nikarimGazî dikim kesek nayêEz bê dost û bê xwedan im***Xwarin tune ku ez bixwimZarok li hawîr min hûr inBirçî ne bi şev ranazinGeh digirîn û geh diqîrinDibên bavo em birçî neXewa wan nayê bê xwarinBi roj û şev kêferat inLi ber çavên min e mirin***Gelo kî karîbe wekî minHednê bike di vê zecrêLaşê wî wekî pola beBi vî derdî ku ew nemireKesek tune rabe ser xweLi bijîşkan ew bigereBijîşkê zan min derman keKu ev derda ji min here***Lê li vê cîhana bêbextPir kes bindest wek min dibinXwarina mirovan hebeDostên mirovan pir dibinXwarina mirovan nemîne

Page 335: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

669668

BêbuharDostên mirovan kêm dibinJi sedî pênc ên qenc heneEwna jî wer dilsar dibin***Heta mirov pîs û qencanJi hev derxe wan nas bikeJê re divê ramana pirKaribe çareser bikeHeta kesan ji hev derxeWê jîna xwe winda bikeGelo dê her kesek karibeQencan ji pîsan nas bike***Hin kesên bêkêr tên ba minDibêjin bira tişt nabeDibêjin Xweda comerd eEv tengayî wê derbas beEw nizanin derd qul nekeBi hêsanî derbas nabeHey ew dilê min qul dikeHeta qul ke wê çawa be***Ew nizanin îro her sêTiştên ku wana ez xistîYek xizanî yek nexweşîYek ê mezin e bindestîEwna her sê barên giranLi ser min in bi pêwestîJi ber wan nexweş im sar eGunehê min buhar xwestî***Ku buhar bê wê xweş bibimEz ê rabim ji nav ciyanHerdu nigên min bên ber minWê ez ê rabim ser piyan

Xebat bikim bi mêranîTêr bikim zikê birçiyanEz alî nexweşan bikimEz rakim hemû ketiyan***Lê zivistan çi dirêj keIlem wê buhar bê ser minWê bijîşkên nû derkevinMin xweş bikin wê bên ser minLê xort bûm min buhar nedîKal çi bikim buhar bê ser minGelo felek bû yara kêKu felek bibe yara min***Ka çima felek nabe yarJi ber jînê mirin li pêLê ku rûmetparêz mir jîDi mêjû de ew jîn dibeHer kesê rûmetparêz beDi jînê de wê wer bibêYên ku li pê min buhar dînÊ min Bêbuhar jî dibê

Dêm cewherê

Dêm û enî te cewher inÇavên te belek û qer inWek qurûxê tîj ji ber inWek qiranê wer perwer inDu nûnên xwar heyv li ser inDu biskên elîf li ber inDil û hinav ji min birinTije ah û keser kirinDîsa tu evîna min î

Page 336: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

671670

Bêbuhar***Lê yarê bes te çav kildaBi yalê qurçok bimir daBarê giran li min hildaTe tîra xedeng li dil daJi zecran va min ol berdaJiyan û mal min bi derdaDil bû warê kul û derdaGavekê nehatî bi virdaDîsa tu evîna min î***Tu Perwîna koşka QeyserDilê min eywan li hemberTe ronî dayê seranserWek eynê min xwe dî li berLi ber kişand min sed keserRaman û dil bûn ceng û şerTe li dil da tîr û xencerKetin dilê min sed keserDîsa tu evîna min î***Tu dêmdurê hinark sêvêDiran sedef le`le lêvêEnî şemal birû heyvêDêm gulînê xuh xunavêJi bejnê da tu ziravêNeyşekira li ber avêDê xinizê dijwar bavêBi çavan kuştim vê gavêDîsa tu evîna min î***Qirka te nigê eywanêLi wê balê ez heyranêWek te tune li cîhanêTêm tewafê seredanê

Deng dayê bi nav û şanêAnadol û XorasanêGelek dem ketim zindanêJi bo te nehatim amanêDîsa tu evîna min î***Sînga te spî mermer eWek ayîna Iskender eDu camên cemşîd li ser eDu kanî jê dertên dereYek her jîn e yek kewser eLi qatê textê Qeyser eEv dil Xusro tev leşker eBi dijmin re ceng û şer eDîsa tu evîna min î***Şox û şengê ez hevalêLi ber dilê min delalêEz heyrana bejn û balêGelek tu şox û şepalêPoz çilakê dêm bi xalêBi sêvên min didî yalêJi neyar re tu evdalêTu ji min re kerr û lalêDîsa tu evîna min î***Pir biwêj wek min dîn kirinTe ew wek Mem û Zîn kirinWek Ferhad û Şîrîn kirinDilên wan tev birîn kirinTev bêzar û bê jîn kirinGiş bê war û bê şûn kirinTev dilsar û bê vîn kirinWek Cizîrî û Xanî kirinJi ahê te ew tev mirin

Page 337: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

673672

BêbuharDîsa tu evîna min î***Ka Herîrî ka SenanîFeqê Teyran Batî kanîWana bawer bi te anîLi wan zor kir wêjevanîKetin belan ji pir zanîDest berdan ji wî jiyanîDîsa wana dawî nanîCarê yek mir serî danîTe li wan kir malwêranîDîsa tu evîna min î***Kanî Bêkes kanî HejarKa Pîremêrd kanî DildarKulê mêrxur dilê wan xwarEw bûn biwêj kirin hawarJi ber ji wan re bûyî barEwna ji te re bûn dozdarTu ji wan re bûyî neyarKula wan yek te kir hezarDîsa tu evîna min î***Kanî Baban kanî GoranEw bilbilên Gor û SoranTe li wan kir barê giranJi derdê te bûn biwêjvanDi zindanan ew jî pir manHêsirên çavên wan bûn baranEw jî bûn wek Feqê TeyranHeta mirin wer dil bi janDîsa tu evîna min î***Ji derdê te bûm dilbirînEz dinalim wek Cegerxwîn

Dil bi kul û zecr û evînJi bo navê te yê şîrînTe rê tev ji ber wan birrînHinavê min tev kir birînEz bûm tûtak û bûm goyînRoj û şevan dikim qîrînDîsa tu evîna min î***Ew bejna te qed û qametWek sero bêtûk silametEvîn li min kir xirametWek zahidan dikim taetTim bi zecr û ah û îletCarkê min nedît roj derketDil bi êş û ser ne rehetDi zindanê nema taqetDîsa tu evîna min î***Bê wijdanê bê mirwetêÊdî bike merhemetêDinalim ji vê îletêEz tix dikim xwîna reş têHeta çi dem di vê qetêNema hedna min bê te têÊdî derkev ji paş perdêBêbuhar im di doje têEz jî bibînim buhiştêZanibim evîna min î

Page 338: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

675674

BêbuharApo

Apo çima diçî hecêPiştî werî qencî nekîApo çima navê heciyanBerbat û wer riswa dikîJinkên te çar in tev li malBes a biçûk dilxweş dikîXêra te qet nagihe kesîMalê xwe vala ro dikî***Diçî didî xelkê HîcazEwna ne bi hewcî te nePetrol û zêr malê dinêEw tev li ba wana heneXelkên hejar birçî rebenKurd in ji dê û bavê te neTiştê ji hec pêştir li teBirçî û jaran têr bikî***Kurdên hejar birçî rebenBê pişt û bê xwendin û zarHinek di zindanan rizînKuştin gelek pir jê firarLeşker li nav namûs nemaLawê Siûd jî tev neyarZarok û jin birçî li malÇêtir ji hec wan têr bikî***Warê te namûsa te yeNamûs nebe ol jî tuneZanî welat warê te yePêştir ji law qîz û jinêNamûs eger ket bin niganÇi bikî bi wî malê dinê

Ol û heca yê Kurd ew eRabî welat rizgar bikî***Em Kurd ketin terîqetêXelkê bi konî kar kirinEm Kurd ji şêx re bûn xulamDijminan Kurd tev par kirinKurdan li qadê cî nemaXelkan li heyvê war kirinXurtî ketî destê neyarXurtî tu jî zû çê bikî***Mizgeft û bangdana melanWan rê ji dijmin re vekirDijmin bi ol ketin welatHembêz ji wan re Kurd vekirPiştî nigên wan cî xwe girtQencîk bi Kurdan wan nekirXurt bûn welat talan kirinÊdî nikarî deng bikî***Tirk û Ereb dijwar EcemEwna bi Kurd re şer dikinEwna bera Kurdan didinEw tên li şûn Kurd war dikinKeskî misilman deng nekirNabê çima hûn wer dikinDijmin bi tizbî ew naşikeTank û firokan pir bikî***Malên me dijmin tev dixwinEm kar bi nanê zik dikinÎro beg in em man xulamBaran ji wan re radikinPiştî ku ew xwarin dixwin

Page 339: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

677676

BêbuharEm av li destê wan dikinApê hecî qayil dibîTu wer xwe bênamûs bikî***Kurd tev bi hewcî wek te neApê hecî rab kar bikeÎro li Kurdistan şer eMalê xwe tev qurban bikeZû rab bi Kurd re dest hilînKurdan bi şer rizgar bikePiştî welat azad bibeDîsa tu karî hec bikî

Lawo negirî

Lawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze meDilê min bi kul û xem eWek Ceyhûn tim hurm û lem eMin ji jîna xwe xêr nedîDilê min wek agir germ eLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Ev agir ne yê niha yeHezar sal bî bû bela yeTim vêketî ew wer mayeEv şewat li nav Kurda yeEv agira li me germ eDivê vemire êdî şerm eLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Şerm û fedî qet nemayê

Rûmet nema li dinyayêKurd wek pezê li çolayêHema kî hat xij berdayêJi dema bav û kala deStemkarî tim li ser meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Qirakê reş hatin ser meEw veniştin li qada meXwarin tev xwarin ji ber meTişt nehiştin wan ji bo meNe tu roj e ne tu dem eAlîkar tune ligel meEm Kurd hejar in bindest inKes napirse li halê meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Bavê bindest wê çi bikeZiman tune pê deng bikeWê bindestî qayil bikeQayil nebe wê çi bikeEw xanîn ku me lêkirinNeyar birin tev ji dest meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Dikim razim xem nêlînêDinalim ji vê birînêEvîndar wek Mem û ZînêSerî didim bi mizgînêEm jî wekî BengladeşKa Xweda yekî bişînêEw dest bavên zorê

Page 340: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

679678

BêbuharEv agir vemire ji ser meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Ma bi girî tê çi bikîZik birçî bi çi têr bikîMêjû tune mêze bikîZimanê xwe winda bikîDema ku em bûn misilmanMêjû û xwendin çûn ji dest meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Gilî kim mafê mervanîEz bang kim bi her zimanîMaf bi gilî ku min nanîEz ê rabim bi mêranîEz ê bigihim ba BarzanîWî barê Kurdan hilanîLawo negirî bavê te meKu li bavê xwe bigerîMin bibînî Pêşmerge meKu ez mirim tu li şûn minMirin ji bo min ne xem eLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me***Ku ez mirim herim şehîdMêvan bim li ba Şêx SeîdKu ji bo maf ez çûm şehîdNav bimîne mêrxas egîdKu nemirim ez deng hildimBêbuhar im li ba te meLawo negirî bavê te meEz jî wek te şerpeze me

Çavreşê

Dîsa ji nû wê dîn kirimEz bûm xulamê çavreşêBindest kirim bêzar kirimWê hiş ji min bir dêmgeşêJê pir min xwest wê dil neda***Wek roj ji Loristan hilatWayê çi xurt rewşen vedaBêlan bigir ta paş XelatŞingal bigir ta SerhedaWayê bi min wek mar veda***Dêm mehweşê porzêr zerêMa tê bi xopanî çikîNakî ji min qet bawerêHerdem dilê min reş dikîBersiv bidî çawa Xweda***Av jîn di nav dayê geloBîngol li ser sînga te yeEz tî me pir dûr im geloEw av li min bêsûde yeMin xwest te camek jê neda***Ez wer evîndarê te meBayê evînê dîn kirimWek Mem di zindana te mamDawî te ez wek Zîn kirimZor bû li Zîn got Mem xweda***Dest galê wan biskan bikeSorgul di bin dêmê derînSînga spî zû ser veke

Page 341: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

681680

BêbuharHerd sêv li bin bîn enber inXwezî te jê maçek min da***Ger tê ji min rast pirs bikîTextê Mîtan sînga te yeMêjû ji Kurd re rast bikîEv Waşokanî ya me yeÇi bikim felek wê rê neda***Bejna te wer rast wek seroÇi bikim bi wê jîna min çûBûm Bêbuhar ev roj ne roGer ez biçim lê Kurd neçûMêrxas herim ev canfîda

Pêşmerge me

Pêşmerge ez Pêşmerge meŞerker ji bo warê xwe meBimire dijmin bes ez hemeDozdar ji bo mafê xwe mePêşmerge ez Pêşmerge me***Pêşmergeyê ez çek di destEz şer dikim kêfxweş û mestArmanc bi Kurdistan e qestDijmin hemû bûn yek li mePêşmerge ez Pêşmerge me***Nûroj ji serê çiyan hilatMin dî neyar ber bi me hatLeşker wekî pez bûn civatWek gur min dî di nav de mePêşmerge ez Pêşmerge me

***Wan bir bi bir bindest dikimEz çekan ji wan kom dikimKurdên heval pê çek dikimCengên giran bûn bar li mePêşmerge ez Pêşmerge me***Tên min firok pir wek kewaEwna ji jêr diçin hewaSarox di destê min çewaLêdixim nikarin ew bi mePêşmerge ez Pêşmerge me***Lêdixim çawa dadixim ji jorEz dibirrim wana ji dorÊdî nema karin bi zorŞerê giran dîtin ji mePêşmerge ez Pêşmerge me***Zanim welat dayika min eEw Şêx Seîd bavê min eÎro di destê dijmin eWek Bêbuhar hawar li mePêşmerge ez Pêşmerge me***Bû bar li çar al şer bikimKuştin ji dijmin pir bikimEz Kurd ji wan rizgar bikimBindest tu car xweş nê bi mePêşmerge ez Pêşmerge me

Page 342: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

683682

BêbuharDi pesnê de

Di pesnê de tu hêja yîTu gulnaza li baxça yîGulistana li KurdistanEvîndara me xorta yî***Bejn qeytan tu dêm mehweşTe mey da min kirim serxweşNema karim hedan bikimBenî ez mam ji çavên reş***Fedî êdî ji min re bûGelek nîgaş di dil de bûGelek nîgaş bi kêr nayêHemû ew çûn tev vala bû***Çi ez wer mam di xeydê deWekî Yûsif di bendê deJi dîndara te dinalimEyûb im ez di hednê de***Benî wer mam gelek salanWekî dêran û evdalanHêvî dikim mihrê bikîDe bes êdî di van halan***Te wek min pir kirin bêmalTe ew tev kirin dîn û lalJi dil de ez birîndar imÇi fîxan ew gelo çar yal***Hêvî dikim bi mizgînêJi yarê kî silav bînêWekî xelkê ji dil şa bim

De bes êdî bi ahînêBuhara xweş ji wê dûr imDe bes êdî bi vê jînê

Şeva tarî te ronî da

Şeva tarî te ronî daBi wê rewşê te ez kuştimJi ber bejna te pir nazikBi wê dînê nexweş xistimKulên min tev di dil har bûnÇima yarê te dûr xistimNema karim bikim hednêEvîndarî li paş xistim***Li dil ket çû wekî tîrêJi bo wî min nedî dermanJi ber wî ez dikim qîrînNema armanc çi dil fîxanGelek dem bû dinalim ezJi ku bînim bijîşk LuqmanWekî Luqman perîzadeDizane ew bike derman***Ji rewşana di perwînêNikam ez dil li ber bigirimPerîzadeya wek horîBi nêçîrê nema digirimBi sed rengî te rewş da minDitirsim ez bi wî bimirimGelek sal bûn te pişt da minNema yarek xwe lê bigirim***Tu wer carkê li ber min rûn

Page 343: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

685684

BêbuharEz sed carî bi hêvî meDilê min wek kelê qehwêBi kovan im çi xemgî meDikim ahîn çi reş dûmanWekî bombê li HorşîmeLi min êdî bike mihrêTemen tevde di tarî me***Yê zor da min evîndar bûmNema karim bikim sebrêLi min ron kir te wek rojêLi dawî ez kirim qebrêLi piştî kêf û şabûnêLi nav dojê ketim zecrêBuhar dîsa li min reş bûÇi dem wê roj li min vegrê

Dost û neyar

Ku kê got ez dostê te meHûn tu carî bawer nekinGelek şerm e em bixapinNeyar li dor me gelek inVa ez ji we re dibêjimGotinê di serê xwe kinÇav vekirî guhdar binŞopa hevdu winda nekin***Sond bi Zend û AvestaDadî li cîhanê tuneBira birê xwe dikujeTevde ji bo malê dinêGelek hevdu dixapîninHer yek bi yê din dikene

Kurdo ku tu bawer nakîBiger bi çavên xwe binê***Ma ku ne bi şer û zor beWê kî mafê te bi te dêMa kî nebî Mihemed eEw riya rastî bernedêEshabiyan ji bo kursîKuştin Elî şêrê XwedêWan kuştin Hesen û HisênÊ kuşt ji bo kursî nedêGunehê wan tu car naçeWê çi bêjin li ber Xwedê***Va hûn bi çavên xwe dibîninMa ew Vêtnam wa li ku yeAmerîkan li dawî dinêMafê wî li Vêtnam çi yeNîkson firok şandin VêtnamWî bi hezaran kuştiyeBajar û gund xopan kirinHîn dilê wî xweş nebûye***Ew Cezaîra belengazMafê Fransa lê çi bûDema ket nav milyonek kuştSed û bîst sal bindest mabûBi tank û top firok hat serSê parên welat wêran bûDîsa milyonek hat kuştinHeta ewya serbixwe bû***Ew Kurdên bindest li IraqWan doza mafê xwe kirinWan dest dan darê tifingan

Page 344: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

687686

BêbuharWan şerên zor germ kirinBi firokan çûn ser KurdanBajar û gund xopan kirinHeta niha jî sar nebûBi hezaran mirov mirin***Kurd revîn ketin şikeftanNexweş û birçî bê dermanVa deh sal bûye şer dikinHîn bêhêvî û bê gumanKoma miletan deng nakinQey ev kuştin xweş tê bi wanBûm Bêbuhar gazî dikimNizam xwedan dad li ku man

Agirê welat

Ar bi welatê min ketîArekî pir dijwar eAgir gelek ji mêj deNe arê duh û par eMin xweş hawar û gazîLê gelê Kurd ne şiyar eGelê Kurd çav venabeZanim ji dest neyar e***Agir ket çol û çiyaŞînahî tev rûxan kirKesek tune vemirîneHeta di axê kar kirCî nema kes lê rûneMilet ji hev belav kirKurd man dîl û belengazNeyar li şûn wan war kir

***Kurd îro tev bindest inMan neçar û belengazHin bûne alî neyarHin ji hev re xêrnexwazHûn bigirin ji EbedanHeta bi tixûbê LazTu bigir ji AnadolNav Ermen û pişt me LazHûn bigirin ji XoresanTixûb Şingal û Qefqas***Hîn jî ew agir mayîEm vemirînin nikarinJi min nê dest hilînimHawîr min sê neyar inEw her sê misilman inWana goştê me xwarin

Dinivîsim

Dinivîsim bi sed ahînEvya tevde ji bo KurdanBixwînin da hûn şiyar binHûn zanibin hemû derdanJi pêşî de ji Kurd kuştinBi lêdanê di bin zindanJi Kurdên zan yek nehiştinJi xelkê man nezan şûndan***Ji bo çi wer gelê KurdanHemû Kurd man di vê zecrêBi zîwarî buhiştxwaz inBimînin wer heta gorê

Page 345: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

689688

BêbuharNebin sofî hêvî nekinJi bo Kurd şêx negot ev rêRamandar bin bi xwendinêDe bes êdî gelo ev rê***Ji bindestî hêvî nekinJi baz nîşan hilînin hûnPiling serxweş bi mêranîWekî wî bin bila tev hûnWekî şêr hûn bi hurmîn kinDi bindestan ne ker bin hûnJi van hersêyan celew bigirinDa serbestî bixwazin hûn***Ev şêx û melên me dibênHûn vî tiştî bawer nekinEv bê olî pê çewt nebinLi ber destên me tobe kinJi bo zekatê bidin wanŞêx û melan ew parve kinBêbuhar ji we re dibêGotinê di serê xwe kin***Bila dilê we tev yek beHûn xwe li hev mezin nekinLi Kurdistan serfîraz binXwînmij li we zorê nekinHey Bêbuhar ku dinaleDerd û kulên wî gelek in

Fermandarê bêrûmet

Ez çi bikim ji vê demêRûmet mayî di hindikanEv demeke pir ne baş eŞêr ket bin zora kûçikanÎro mêrxas tev rebenQels bûne mêrên ciwanikanEwên tev qirêj û gemarHinek boyax li qaşikanEw nav di xwe didin dibênMêrxastir im ji gelekanMêrxas hemû bêrûmet bûnDem bû dema tirsonekanBalindên baz çav şikestinHuner ket çavên çêlekanNandar û zan man bi şûndeRûmet bûye ya parsekanBox û beran man devgirtîGotin bû ya sêwelekanPir şerm e li qîzên bavanDixapin bi newêrekanBejn û balên wan xweşik inXwe dixin rewşa mîrekanJi Kurdan re ew dilreş inKurd dixapin bi henekanXwefiroş li nav me pir inJi wan nas dikim hinekanBûm Bêbuhar dikim qîrînDengê min diçe felekanHûn çav vekin tev şiyar binTu car rê nedin çilekan

Page 346: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

691690

BêbuharBira

Bira xwe mezin nekeDawî gerdûn ma çi yeGelek padîşah hatinYek negihişt dawî yeÇiqas mayî li gerdûnIlem dawî mirî yeXuhermend hêz û leşkerWî li pey xwe hiştiye***Bi tac leşker rûniştinWan bi hêz ferman kirinJi cengê re amade bûnKelat û birc lê kirinEw gelek cengawer bûnWan cîhan bindest kirinDema ku ew çûn gorêBi xwe re tişt nebirin***Kanî ew şahê mezinÊ Newşîrwan û eywanKanî ew şanê bilindKanî dadgêr ka dîwanNavê wî bilind bûbûLi nava hemû cîhanKê digot wê winda beEw tiştekî bê guman***Çiqas mirov bireveEw nagihe felek bilezKanî zana ZeradeştEhrîmen û HurmizKa Siyamend ka qedaTev felek ketin qerez

Ku dest diavêtin lahorGernas tev dibûn wek pez***Ka Cemşîdê qehremanPir bi dêwan re şer kirPir mêrxas hatin cîhanKeskî mîna wî nekirBû cîhangîrê cîhanBi felek havil nekirCemşîd pir gernas kuştinWî jî jiyan li ser kir***Kanî Rustem kurê ZalMêrxasî Xweda dayêÇiqas cîhangîr hatinRustem bi şer berdayêKeskî li ber xwe negirtLi tev goka dinyayêDema li ber mirinêDilsar bû ji dinyayê***Ka Kawa tev hevalanDema wan şêremerdanZehakê dijwar kuştinKurd ji zindanan berdanÇiqas şer giran dibûTu carî wî pişt nedaBîst û yekê AvdarêWî kir cejn li Kurdan***Tu bibî wek KerîmxanDîsa tu mezin nebeTu bibî wek KeyxusroBi dinyayê şa nebeQuretiyên vala neke

Page 347: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

693692

BêbuharHaya te ji te hebeRabe tu xebat bikeJi Kurdan re talde beTu mafê Kurdan bistînWek xelkê serbixwe beTu jî wek wan mêrxasanBila navê te hebeKurdekî wek BêbuharEw pesndarê te be

Hene du neyarên min

Hene du neyarên minHerdu hatin mala minPîstir in yek ji yekîYek xizanî yek dijmin***Wana şerê min kirinMala min wêran kirinEw li min mihrê nakinEw xwînxwar in wek gur in***Dijmin nifûs ji min birBi mafê min nê mikurCî ji min re wî nehiştDivê winda bim ji bin***Dibê tu ne Ereb îTu li nav me biyan îGotin dide rûyê minDivê ne li ba me bî***Nahêlin ez kar bikimDu qurûşan ez çar bikim

Pê xwarinê bikirimZarên xwe xwedî bikim***Pere nema li ba minPir hejar bû halê minHemû ketin vî halîTev gundî û merî min***Xizanî bû alî wîEw jî bû hevalê wîEw jî bû neyarê minWî şer kir heta dawî***Ez rabûm çûm mala xweGihiştim nav zarên xweXwarin tune bidim wanGiriyam li ser halê xwe***Zarokên min ranazinXwarin ji min dixwazinJi wan re berpirsiyar imEw ji min dikin gazin***Ez çi bikim lê dayêÇi ketim vê belayêEv tiştekî pir zor eXewa birçiyan nayê***Derî kar li min girtinQad ji destê min girtinHîn ew pîkolî dikinGunehê me em Kurd in***Ev gunehê pir mezinMe kar kir ji bo dijmin

Page 348: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

695694

BêbuharÎro dijmin rabî jorVaye em ketine bin***Ev guneh ne yê me bûYê bav û kalên me bûJi dijmin re kar kirinPê dijmin serbixwe bû***Îro pîkolî dikinKurdan tev birçî dikinZarok birçî ne li malBav belengaz çi bikin***Wan bi ol em xapandinSerî li me gerandinEm in belengaz îroMe ne zar e ne xwendin***Gazî bikin ên rû pêşBila rabin bi dil êşAlîkarî me bikinHeta em jî herin pêş***Em bibin xwedan kiyanXwedan maf xwedan jiyanBila em jî zane binWekî Rûs û Amerîkan***Ji ber vê bûm dilbirînEz jî bûm wek CegerxwînDi vê rê evîndar imEz jî wekî Mem û ZînBûm Bêbuhar dinalimWekî tûtak û goyîn

Ewrê reş hat ser Cezîrê

Ewrê reş hat ser CezîrêKurdno hûn bikin tevdîrêMe hay ji dinyayê nîneWek kevirê binê bîrê***Me got ev ewra baran eEv tev xêra ji ezman eDerket ew tev toz û gemarJi bo Kurdan tev ziyan e***Ewrê reş pir cî xopan kirRez û baxçe ji bin rakirWî ewrî bes ji dinyayêMala me Kurdan wêran kir***Min ji we re nivîsiyeHûn zanibin sûde çi yeEw neyarê me Kurdan eWayî xwîna me mêtiye***Em bûn hejar ji dest dijminJi bêlan heta bi hesinDijmin em kirin ejnebîEm bêkar man tev mêr û jin***Bon nadin me ji temwînêNe xweş li me dimeyzînêQada me ji dest me birinHemû tişt bû bi kirînê***Bi şev û roj em kar dikinEm nikarin xwe têr bikinŞerm e ji xatûnên Kurdan

Page 349: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

697696

BêbuharÎro pembû berhev dikin***Şekir birinc biha kirinZeyt û çay ji me qut kirinBon tune em pê bikirinJi Ereb re erzan hiştinJi Kurdan re sê qat kirin***Tev zanin ne wekhevî yeNeyarî û çavsorî yeEv biratî tev derew ePîkolî û bindestî ye***Xebat bikin bilezîninDestên hemiyan bi hev gîninEm tev bibin wekî biranSosyalîzmê bi cih bînin***Ev cih ê Kurd û Ereb eEv neyarî bê sebeb eDestên gemar ketin nav meLê haya we ji we hebe***Em tev bibin wekî biraEm nebin wek berx û guraBila em yek ê din nexwinEm azad bin ji xwînxuraBûm Bêbuhar tebat bikimHeta gazî bê ji min re

Şehîd Leyla Qasim

Sorgul di baxê Kurd hebûnYek jê tu bû Leyla delalKurdên qirêj hîn ew heneDijmin tu car nade mecalDestên gemar wan tu kuştinTevde bi lêdan qîr û nalEv tişt tu car naçe ji dilEm dil bi kul çi bikin bi malEm bê heval em bê kes inÇawa bikim Leyla heval***Karê te kir em zanibinRêber û jîr zana tu bûKurd tev divê pê zanibinPêzan û rêzan jî tu bûCanê bedew fida te kirTevde ji bo jîna me bûBeisiyên Iraq tiştê kirinLeyla Filistîn wer nebûKeskî li cîhan deng nekirCarkê nebû ev pirs û qal***Zindan ji bin xopan bibeQîrîn û nalîn û girîDijwar çiqas hatin dinêKê çav derand dest jêkirîÎro Sedam tiştê dikeXûy ji Hecac Yûsif birîZindîq e ew jî wek YezîdWî kuşt Hisên kurê ElîMiftî Iraq wî tev melanXûna me Kurdan kir helal***

Page 350: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

699698

BêbuharÇi bikim melên xwînxwar bi olOl pêl kirin çav dan peranBejna li wan wek ê XidrEw xwînmij in tev wek guranWan wek melên Harûn ReşîdWan ol firot fermankeranEwna dibên Îslam em inTiştên dikin ê kafiranÎslam û ol dûr in ji wanXwîna biran kirin helal*** Pêşmergên mêrxas û hevalRabin ji bo şer kar bikinBexda bikin barût û arHebsa Nihaye xopan bikinBigirin Sedamê pîs celadPiştî we kuşt wî kaş bikinKoşkên Sedam wek ên YezîdKund hêlînan tê çê bikinWan wek Ataturk xwîn rijandXwîna me Kurdan çarde sal***Ehmed Hesen kurê BekirEvna ji bo çi wer dikîTu wek Şimir bêol û pîsRabû bi Kurd re şer bikîCabê Xweda çawa bidîXwîna hejaran ro dikîLeyla keça Qasim HesenBê maf çima lê wer dikîÎşkenc te da wê wek MoxolDarda te kir ew dîn û lal

Xorto

Xorto ku tu bibî XusroTac tune bî tê çi bikîKu tu bibî wekî ŞêrgoMa bê xwendin tê çi bikîDirav li ba te tune beJi tirî naxwî libekîXwendin û dirav tu nebîTê doza xwe bi çi bikî***Yê nezan çiqas mêrxas beMaf nayê bi dest nezananNeyar tu carî natirsinJi destvala ji xizananDirav ew Xwedayê qadêMeriyan dixe rêza zananMirov radibe bi xwendinêJi gerdûn diçe ezmanan

Eger ji min bi berkevî

Eger ji min bi berkevîNaxeyidî tu yekcarîYarê tu car li min negireMihra te cergê min xwarî***Ez pesnê bejna te bidimÇiqas bibêm dawî nayêBibim biwêj wekî HejarEz belav kim li dinyayê*** Te por reş e wek reş kon eTe dêm spî wek heyvron e

Page 351: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

701700

BêbuharTe çav belek li ser ebrûKevanê Rustem herdu ne***Dêma te geş wek gewher eTaca Xusrewî li ser eQirka te beştê mermer eEywana Dara li ser e***Li sînga te du sêv xuyanWek wan tune li nav cîhanLi nav herduyan Geliyê LaleşYek jê Şingal yek jî Sîpan***Neyşekira şîrîn balêLi ber dilê min delalêTu şah bûka Birca BelekŞeva Newroz û sersalê***Çepel dirêja bê dizgînTe bi xwe re kirim xemgînRabe derkev ji paş perdêCarkê tu bide min mizgînBûm Bêbuhar kûr dinalimLi ser te ez bûm dilbirîn

Kulê dil

Kulê dilê min bes bêşêPir dinalim ji ber janêJi êşê xewa min nayêŞev dirêj e zivistanêŞev reş e çira vemirîBi derdê min kes nizanêEz nexweş im va çend sal in

Wek min tune li cîhanê***Ji ku bînim bijîşk FûadLi derdê min ew mêze kêLi ber serê min ew rûnêJi ser min mitêlê ew çekêMitêl tev qirêj û gemarMa kî li bin hedan bikêEz nexweş im bijîşk mirîEz çi bikim hey felekê***Ez çi bikim lê felekêTu bi min re xiniz ketîJi gelan re tu şiyar îLê ji min re tu raketîKarê neyar va li pêş eKarê min bes li paş ketîJi neyar re alîkar îLê ji min re bêrûmet î

Zehakê dijwar

Zehakê dijwar rabûEw neyarê Kurdan bû***Wî ji Kurdan gelek kuştKurd man bê heval û pişt***Kurd tev reviyan ser çiyanEw ketin nav deviyan***Kurd gelek ketin tengîLi Kurdan bû derengî***

Page 352: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

703702

BêbuharJi Kurdan Kawa rabûXortekî şehreza bû***Wî Zehakê xwînmij kuştKawa li şûn wî rûnişt***Mizgîn ji Kurdan re hatRoja Kurdan nû hilat***Zivistana reş bar kirBuhar li şûn wî war kir***Berfa li ser çiya heliyaHurmîn ketin kaniya***Gul û sosin tev vebûnDar û devî tev kesk bûn***Balindan tev bask hildanJi ser wan çû zivistan***Bi renga reng wan xwendinQirik li hev alandin***Zivistan ji ser wan çûTengî ji ser wan rabû***Kurdan pez tev derxistinKoçên xwe bi rê xistin***Tev derketin zozananDanîn li nav rîhanan***Wan rîhanên şîn bêhn danLi rû canan û rindan

***Tevde hatin dîlanêJi bo kêf û seyranê***Xortan tev dîlan girtinKeçan destên wan girtin***Bi hev re kirin şahîLi Kurdan bû ronahî***Sedan sal ferman kirinNeyarên xwe pîs kirin***Kurdan dest ji hev berdanDîs neyaran dest hildan***Kurd vegeriyan wek berêHin mirin bi keserê***Kawayê duduyan rabûHer yek ji Kurd dilşa bû***Mamostê şer BarzanîBinyat ji Kurd re danî***Ingilîz û AmerîkanCî nema li nav Kurdan***Partî pêş rû bibin yekLi dor hev bibin xelek***Rê nedin wan xwînmijaWana xwîna me rija***Pêşverû bibin yek

Page 353: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

705704

BêbuharBibin wek Birca Belek***Em bibin wekî EhramLi cîhan nemînin xam***Ên maf winda bigihin mafGel bibin wek kur û bav***Derman bê dilê birînKesek nemîne bi şîn***Raman bimirin xwînxwaranEw xwînmijên hejaran***Ew Newroza me KurdaHûn jê nemînin şûnda***Xort û qîz werin ba hevTev agir vêxin bi şev***Hûn tev cejna xwe bikinXort û keç dîlan bikin***Ev cejna Kurd pîroz beHer sal li we Newroz be***Hûn rabin bi mêrxasîWê peyda be fîrazî***Hêvî dike BêbuharLi ser we tim bê buhar

Em in Kurd

Em in Kurdên keserkûr inGelek tengî em dibhurinLi cîhanê em bela bûnJi welatê xwe em dûr in***Welatê me pada fireKan û petrol xêr û bêr eDijmin dixwin em birçî neHezar sal bûn li ser şer e***Ji ber axa û mixtaranMe gund berdan çûn bajaranXanî me tev bê xwedî manKund dikûkin li şûnwaran***Birçî man me nan çar nekirTirko riya mişextê vekirEm çûn welatê biyanîLê me welat ji bîr nekir***Em dibên ax welatê minŞîrîn î wek şîrê diya minDivê êdî em vegerinWê rizgar kin ji dest dijmin***Va şoreş ji Bêbuhar hatDivê tev vegerin welatVa rêzanên we ketin şerKarkerên Kurd dema we hat

Page 354: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

707706

Bêbuhar

Azadî

Dîwana Heftem [7]

Xortê Kurd im

Xortê Kurd î dilsoz imTim bi soz û peyman imRêncberê gelê xwe meHem jî ez ristevan imDoza mafê Kurd dikimKone û partîzan imAhengvan û dengbêj imHem jî ez tembûrvan imKarapêtê Xaço meEz bilbilê Kurdan imÊ ahenga Kurd pêş xistEz Aramê Dîkran imHunermendê şoreşgerBelê ez ew Şivan imEz Mihemed Şêxo meHunermendê bi şan imEz Cegerxwînê Kurd imNivîskar û hozan imEz ew Osman Sebrî meNivîskarê pir zan imEz Hesenê Hişyar imHem jî ez Kamîran imCeladet û Qedrî meHem jî ez Qedrîcan imGelê Kurd şiyar dikimMamostê yên nezan imEz wek avê hênik imJi gulan re jiyan imJi gulan hingiv derdiximŞanê li ser gulan imJi jiyana gerdûn reEz Xwedayê duduyan imYek bi hewcî yekî ne

Page 355: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

709708

BêbuharEz jî yek im ji wan imNavêm kesan biêşînimPir bi mihr û wijdan imNe kesê rehparêz imDostê hemû gelan imXortekî pêşketî meAştîxwazê cîhan imEz jî xwedan dîrok imLê îro ne xuyan imNe winda me bindest imJi ber ez doz giran imDi jînê de westiyameJi ber xwarî nizanimLi hemberî dijminanQet ez tirsê nizanimKesê ku min nas nakeEz lawê Kurdistan imÎro nikam bigerimJi ber ku ez xizan imZarokên min biçûk inWan berdim ez nikanimXizan û Bêbuhar imLê pir spas ez zan im

Narîn

Narîn gava tu hatîMin nas kir tu jêhatîBejna te ya wek seroWek roj li min hilatîNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***

Li ber masê rûniştîMin xwe da wî teniştîMin bi te re da û standMin dî zan û gihiştîNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***Lêvên te wek gula sorBerdaye ser milan porEniya te ya wek heyvêLê felq kirî biskên sorNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***Nav zirava pir narînTe ez kirim dilbirînDema ku tu axiftîJi devê te gul barînNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***Çav mêrkuja gerden acTu şîrîna ser bi tacWelatê te bindest beMa li kur be text û tacNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***Li dij çewserên bêbextKeç hilgirin çek û rextEm xort û keç rizgar kin

Page 356: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

711710

BêbuharWelatê bê tac û textNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn***Narîn ez im BêbuharNe ez hatim bibim yarJi min û te re welatMin jê rindtir nedî yarNarîn Narîn hey NarînEz qurban bejna şîrînNarîn Narîn hey Narîn

Gelê Filistîn

Gelê Filistîna jarBira hûn jî wek me neLi her deran tên kuştinBêwar û pergende neNe em tenê bindest inPir gel wekên me heneLê em herd xwedan doz inNe xulam û kole ne***Em ji bo berjewendanHerd gel bûn armanca şerZarok û jin tên kuştinTevî xortên dilawerLi Dêr Yasîn û CereşSebra û Şatîla û ZaterLê tu car hûn nerm nebûnHûn man mêr û cengawer***Me ji we pirtir danî

Bi hezaran pakrewanLi Sasûn û li AgirîLi Amed û Mûş û WanLi Dêrsim û Zîl û SêrtErzirom û EzircanLi Mihabada birînQeladiza perîşan***Lê tu car em naqedinBi kuştin û mirinêTu carî bawer nekinGel qediyan bi kuştinêMa kê gotî qediyayîPez bi serjêkirinêHinek dar ku tên birrînHene telhên çandinê***Ku ba xurt tê dar dişikeLê namire rehê darêKu çiqas ba dirêj keDawî dadikeve darêKu dar dişike hişk dibeŞîn dibe rehê darêGelê dozdar namireEw gel wek rehê darê***Lê gelê we wek baz eJi hêlûnê derketîLi çar aliyan bela bûBû birbir ji hevketîAborî welatê weJi destê we derketîLê ravar e gelê weLi cîhanê pêşketî***

Page 357: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

713712

BêbuharGelê xwînê birijîneIlem wê serbixwe beŞopa wan pakrewananWê tu car winda nebeXwîna wan pakrewananWê bi ar û bombe beDi nav wî arê dijwarWê dijmin bi cî nebe***Ingilîz û FransaPir welat çewser kirinXwîna wan gelan mêtinEw gel tev birçî kirinÎro ew gel serbest bûnKa herd çewser li kur inÇewser tu car maf nadinLê maf bi zor tê birin***Giya di bin kevir deEw tu carî namîneKevir çiqas mezin beWê xwe ji bin derxîneJi bin kevir derdikeveSerî berjor hiltîneÇima serî hildideJi bo jînê bibîne***Hitler û MusolînîHerd paşverûyên li paşHerd ji xwînê têr nebûnHerd wek gur û gornebaşJi ber pir şovînî bûnHerduyan girtin riya şaşLi me li we wek wan inKoledar tune yê baş

***Her koledarên cîhanSerokê wan qels dibeEw serok Amerîkan eEw roj bi roj pîs dibeSerê mar pelixî mirTerî bi xwe rast dibeBêbuhar xweş bawer eXwarî bi zor rast dibe

Zînê

Lê Zînê lê lê ZînêWeke hingiv şîrînêDêm sêva sor û spîEz serxweş bûm ji bînê***Zînê keçka BerazîLêv sora gerden gazîAhoya spî çavreşLi çola serfîraz î***Ser bi tac û heşt gulîKiras meles gulgulîLi ser sixma etlesîRex berda ser wî milî***Dema çavê min lêketEz mam dilê min pêketJi ber evîna dijwarDilê min agir pêket***Taca bedew û şîrînEw tac mayî ji Şîrîn

Page 358: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

715714

BêbuharEw dilbera KeyxusroPadîşahê ji Exmîn***Derdên Kurdan gelek inDerdne din li ser nekinBêbuhar hêvî dikeWê tacê ji bîr nekin

Ev zindan

Di zindana çewser de meWerin binên li halê minBirçî û tî me tim lêdanDi vî warî deh salên minLi pey min tev perîşan inBav û dê jin û zarên minMala min tev wêran bûyeTişt nemaye di warê min***Ez çi bikim di vî warîKelmêş û mişkan ez xwarimBi şevê ez dikim razimJi xemên pir ez nikarimHûn dibînin ez wer çûk imLê dil şewitî dil kal imStema çewser ne bes eLi ser welat jî dinalim***Tewr pêşkêşên me yên nezanJi hev qetîn bûn çar bendîRabûn şerê hevdu kirinPê çewseran sûd ji me dîBawerî gel bi wan nemaGelê Kurd ji wan xêr nedî

Ger destê Kurd tev nebe yekKurd nabin tiştek bend bendî***Wê Kurd tim li paş bimîninEger Kurd hevdu negirinNeyarên Kurd wê çavsor binEw çavdêr in fena gur inWan devên xwe vekirineDi gewrî de xirexir inBi ramyarî Kurd nebin yekLi ber wana xwe nagirin***Ev dema çerxê bîstan eDem dema elektron eŞer ket exter û stêranŞerê newewî û notron eDest dan hev xelk çûn ezmanaHîn em Kurd li dij hevdu neSêpar ji Kurd raketineSed sal bûn gel şiyar bûne***Tewr tiştek ji Kurd kêm tuneKurd ji xelkê ne kêmtir inÇewser bi Kurdan nikarinEger Kurd hevdu bigirinBi zanebûn li çewser xinÇewser ji Kurd ne mêrtir inHin hevalî çewser nekinÇewser bi xwe wê bimirin***Şerm e bi sedan sal bindestKurdo bi şîn î bê şadîÇewser ji dûr de hatineTu bindest kirin bêdadîÇewser xwîna te dimijin

Page 359: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

717716

BêbuharKurdo tu yê xwedan qad îÇerxê bîstan bindest şerm eÇima serê xwe hilnadî***Hûn li malê xwe raketinGelê zan ji xwe re kar kirJi dûr de hat bera me daWayî li şûna me war kirJi qelsîtî me tim digotFelekê te li me wer kirBûm Bêbuhar ez dibêm naGelê Kurd me li xwe wa kir***Ji dest axa û êlîtîTim kuştin û ceng û talanWelat ket warê nezanîJi oldar û şêx û melanWelat tev bû taristanîWer dirêj kir bi sed salanHûn van nexweşiyan derman kinGelî xwenda û hevalan

Gelek êşiyam

Gelek êşiyam ji bo yarêJi bo wê şox û nazdarêDilê min bir bi yak carêJi bo wê jar û bindest im***Li çar aliyan tim qîrînJi arê dil bi germ û tînJi ahîna dilê tim şînBilind bûm wê nizm xistim***

Evîna rast giran bar eLi yê armanc ji bo yar eDi jînê de çi diljar eKu hilnagire wekî Rustem***Gelo çi bikim bi lavlavaNe bûk be ez nebim zavaBelengaz im li nav navaBi salan wê li paş xistim***Evîna renc ne bext û dadJi bo wê min nemaye qadLi pey Şîrîn wekî FerhadLi pey yara xwe nawestim***Ji ber rast çûm di vê rê deHedan min kir di zecrê deJi nîgaşa ku ez tê deNewestiyam ez ne jî sist im***Ku bêwar Bêbuhar im ezJi wê re lê neçar im ezNedim pey tewr nikarim ezLi pey yara xwe pêwest im

Lêxin

Lêxin lêxin lêxinPêşmergeno lêxinBavê minno lêxinVan çewseran lêxin***Wek Zozik û SefînWek Zagros û Hemrîn

Page 360: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

719718

BêbuharWek Aro û ŞemdînLi her deran lêxin***Kurdistana delalBi sedan çûne salTarî bes e ev halÇira Kurdan vêxin***Kurd xwedî welat inÇewser ji dûr hatinTev zan û serqat inQels Kurd li dû şêx in***Beg û sermiyandaranAxa û mixtaranBûn alî neyaranKurdan dipelêxin***Pir sal bûn bêdadîKurd mane bê şadîZengilê azadîLi nav welat lêxin***Welat xopan kirinPir gund şûn rast kirinKurdên mişext kirinJi bo ji xwe têxin***Doza wan kuştiyanaSêwîn wan jinbiyanaGirtiyên di zindanaEm di stûyê kê xin***Çavên wan li we neHûn pêşmergên me ne

Em li hêviya we neBavên minno lêxin***Gelê Kurd tev rakinKurdistan rizgar kinAla Kurdan rakinJê re petek lêxin

Gêj im

Gêj im di nav cîhana şîrîn û rencTê de hene mirovên qenc û neqencZû zû mirov nikare wan cuda keJi ber zor e zû nas bikî kesên qenc***Her mirovên ku jîn dibin di jînêQenc û neqenc yek yekî çewt dibînêHer mirovek qasî zanebûna xweEw riyekê ji jîna xwe re dibînê***Nabêm mirov ger kirêt be ger bedewEz dixwazim dilsoz û dirust be ewDi dinê de sê neyarên min heneYek çikûsî yek tirs û yek jî derew***Kesê çikûs ew jîn dibe wer bê ûdWer jîna wî diçe vala û pêmûdKesê comerd li ba xelkê buha yeEw jîn dibe tim bi rûmet û ûd***Kesê tirsok xwe li paş xelkê digireTim ditirse ji bo mafê xwe bimireHeta sax be xelk tim malê wî dixweJi ber tirsê mafê wî diçe dimire

Page 361: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

721720

Bêbuhar***Yê derewîn ku bilind be wek çiya beBi milyonan xwedî mal û peran beLi ber qencan dema derewan bikeDi cî xwe de wê bihele winda be***Di vê jînê ez şaş mame BêbuharJi ber mirov mame sermat û diljarLi cîhanê kesek nabê ne qenc imLê dawî ew xuya dibe di kiryar

Cotkar û karker

Bi hezaran sal cotkar û karkerTim birçî û jar mafê wan dimirSerî hildidan dihatin kuştinBi dest maldaran zarok mêr û jinRabû zan Lenîn bavê proletarBavê xizanan her kesên hejarÇûk bû ji goşt bû mezin bû hesinDîrok wergerand wî ji ser û binJi bo karkeran xebat kir bêwestWî xwest karkerek nemîne bindestSî sal xebat kir sist û sar nebûLi ber maldaran serî xwar nebûMarks ji wî re nivîsî danîJi karkeran re Lenîn pêk anîSerê Qeyserê dijwar wî pêl kirJi proletar re dewletek çêkirAla çakûç û das wî hilda banîRonî ala sor da hemû cîhanHeta dinya hê Lenîn bû rêberJi proletar re ew bû pêxemberGelên Sovyetê hemû bindest bûn

Dema Lenîn hat hemû serbest bûnVa Moskow bû heca proletarSeredan dikin karker û cotkarDiçin Moskow ew bajarê dêKremlîn bûye wek mala XwedêJi berî Lenîn pir gel bindest bûnEm Kurd hîn mane yên pir serbest bûnBawer im bi riya Marks û LenînWê Kurd rizgar bin bi kuştin û xwînMoskow li pişt me kela ji hesin eCENTO û Etlesî em jê natirsinKarker û bindest em tev şiyar bûnBi ilmê Marks em tev zanyar bûnEm tev dixwazin aştiya cîhanêBila çekdarî hilê ji meydanêGelên cîhanê bijîn wek biraBila hev nexwin wek berx û gura

Kesên berjewend

Şîret li te be ey xortê lewendNebe hevalê kesê berjewendMin çareser kir ji wan çend û çendDi rojên teng de ne bi kêrî me ne***Berjewend nabin dostên serê teBerjewend dibin dostê berî teDibe tim bixwin xêr û bêrên teJi bo karê xwe ew dostê te ne***Bi gotinên wan di tiştan wer nebBi wan nexape tu caran şaş nebKarin bibin Tirk Fars û ErebNîr li te teng be neyarên te ne

Page 362: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

723722

Bêbuhar***Kesên berjewend diravperest inCarkê ji Kurd re dozek nexwestinBi gelê Kurd re ew jî bindest inLê wekên keran namûs tune ne***Pêşiyan gotine ev gotinên xweş:Bila tifing bin barê kerê reşDîsa natirse gur ji kerê reşSûda tifingan li ker tune ne***Bibe hevalê yên mêr û dirustJi xwe re bike wan piştmêr û piştBi dest pîsan pir dijmin ê qenc kuştÎro Kurdên pîs li Kurd bela ne***Hevalên dirust wek çiyayên sar inBi mij û zinar şikeft û dar inLi nav wan dijmin bi te nikarinZanibî mêrxas li pişta te ne***Bi dest neqencan dîrok çênabeBarê pir giran hêsan ranabeKesê birûmet kare tê rabeLi dij neqencan kesên qenc hene***Qenc û neqencan divê cuda kîBinyat ji qencan rast lêkî rakîJi bo karibî li ser ava kîDi rojên teng de bi kêrî me ne***Reşkonên mezin dema vedigirinÇiqas dirêj be pênc beşt hildigirinSermê û germê xelk xwe lê digirinHevalên qenc bin ew beşt bi xwe ne

***Her kesên neqenc tune bin bilaKesên berjewend ên çav li peraTu û hevalên qenc bibin wek çiraKurd di tarî de bi hewcî we ne***Li ser pişta min pir giran bû barJi ber nas nedikir min dost ji neyarXelkê buhar dî ez mam BêbuharMin nû nas kir jîn zanbûn û fen e

Yara naz

Yara pir xuram û nazLi hevhatî tîr endazPêşî evîn şîrîn kirDawî kirim belengaz***Belengaz im ji rastîJi nexwarî dirustîTu caran naxeyidimJi ber ev riya min xwestî***Yê ku yar şahzade beWê xem pir pergende beYek caran wê dilşa beYek caran wê şa nebe***Bûm dilgirtiyê mêkewêZar şîrîn û bedewêKetim derya nîgaşanNav rastî û derewê***Evîndar dil tenik im

Page 363: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

725724

BêbuharJi ber pir jê hez dikimEz ji destê xwe çûmeÇi bêjê bawer dikim***Evîn wek sênca gulanDibe warê bilbilanHavînê gul hişk dibinZû ter nabin ji gulan***Li ser daran dixwîninLi nav xaran dimîninHeta dîsa buhar bêJi bo gulan bibînin***Hinan hêvî wan darêDimirin nagihin buharêTirsim bimirim BêbuharWekî wan negihim yarê

Gulê

Gulê rabe ser xwe îro buhar hatZivistan çû Newroz pê re Avdar hatBerf heliya xumîn ket Dicle û FiratGul vebûn xemilîn deşt û çiya û lat***Pişt zivistan buhar rewşa azadîAvdar meha seyranê û dilşadîBi dîna te min buhara dilan dîDi tarî de wek ku roj li min hilat***Buharê bilbil diçin ser sorgulanJi buharê xweştir buhara dilanGulê tu jî gulekî ji sorgulan

Bilbil bama li ser te ber roj hilat***Gulê nikam êdî dest ji te berdimDilê min li ba te ye ji ber Kurd imLoma neke evîndar im bi derd imEvîn ku negihe serî dibe zînat***Dema evîn xwe berdide nîva dilÊdî aramî namîne tewr di dilHiş û can herdu dibin newnerên dilDi jînê de mirov namîne tebat***Heçî ku ket dav û tora evînêWek Ferhad û Şîrîn û Mem û ZînêDi jînê de wek wan talî nebînêJi bo şîranî ew ranabe xebat***Bi awirên çavên mêrkuj te kuştimDi agirê dilê min de te hiştimBi wî arî ez şewitîm biriştimBîr û zana û jîr kirim bi şewat***Dibên ev kes mirovekî biriştîDibên jîr û zana û têgihiştîNabên gelo bê agir kî biriştîBawer nekin kes biriştî bê şewat***Lê pir xweş e şewitîm nemame xavMin dî agir ew venamire bi lavlavRabûm ser xwe ez çûm bêtirs min da navVenegeriyam çiqas tîna wê xurt hat***Bêbuhar im li ser te dil bi şîn imHeta bimirim divê dirust bimînimMin sond xwarî divê gulê te bînim

Page 364: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

727726

BêbuharÇaxa me ye êdî gulê va dem hat

Mirina Qanatê Kurdo

Peyxamek ji me re hatPê pir dilê me êşiyaGot Qanatê Kurdo mirYek ji zanayên pêşiyaNexweşî bê zanyarîKetibû nav Kurd gişiyaYek ji wana Qanat bûBû bijîşkê nexweşiya***Nexweşîke pir giranJi Keyxan Dara virdaDema Iskender ketêXopan kir warê KurdaKurd bûn pêgirtî xelkêBû bendbendî hev berdaLi nava Rom û EcemTev bû meydana cerda***Ji ber ola ZeradeştKoncekî pir buha yeDu hezar û şeşsed salEv ol ji Kurd re mayeDîrok û kelepor ûNijada me Kurda yeHin bûn Îslam ew berdanQanat tu li ser maye***Ev felsefa ZeradeştEv zaravê me KurdanEv gotina Yezîdî

Mayî ji navê YezdanBi ola xelkê girtinÊn qels ola xwe berdanHin bi hin wê winda beHer tiştê ku bê xwedan***Dawî Ereb û Tirk jîHatin ketin warê meBi navê misilmanîWan şikandin dara meNamûs li ber lingan çûQedexe kirin zarê meJi ber van melayên wanBuhişt kirin para me***Ji ber ev gotin mift eBi dirav ba nedikirînGer gotinên wan rast baEv derî venedikirinWelat ne buhatir baWelatê me nedibirinÊn diçin venagerinÊn sax jî hîn li vir in***Em Kurd ji derve natinEm li welatê xwe neXwedî al û nijad inNe mişext û kole neMe bê guneh xelk nekuştEm pak û bê gune neYên gunehkar û xwînrêjÊn koledarên me ne***Mixabin welat şax ûLaleşa pak û zelal

Page 365: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

729728

BêbuharHeca me ZerdeştiyanKet dest Sedamê mirdalBi serde xopan kirinGundên li Çiyayê ŞingalSedam kir wek Şah NadirSultan Selîm û Kemal***Ji Dara heta nihaYên zan ji Kurd tev kuştinTim jinên Kurd jinbî manZarên Kurd sêwî hiştinKurdên zana ger nemanNezan bi xwe ne tişt inGotin qey doz ji bîr bûÇewser serbest rûniştin***Lê nizanin KurdistanLê ye tovê jiyanêBila çewser zanibinEwya bavê cîhanêKu çewser înkar bikinWa gemî Nûh wa hanêWek rojê nê veşartinXuya ye li meydanê***Bi peyman me sond xwarîKeç û xortên gihayîMe sond xwarî bi YezdanNavê Yezîd jê mayîWan tiştan winda nakinÊn ji pêşiyên me mayîGuh nadin xwefiroşanHer gotinên berdayî***Bi yên wek te em zan bûn

Me nas kir riya jînêAv ne ji ba me be wêBaxçê me tî bimînêHer kes ji bo karê xweFelsefa xwe dixwînêBazirgan tim dixwazeTiştan erzan bistînê***Yê ne bi kêrî xwe bêEw ne bi kêrî kesîLi xwe nepirsî divêLi xelkê jî nepirsîQels û pepûk û rebenTewr nabin xwedî kursîKu mafê xwe doz bikîDivê tu car netirsî***Kurd li ku bin paş ketinGuneh ji pêşî me bûnBi kêrî xelkê hatinLê ne bi kêrî xwe bûnPiştî her tiştên bilindBê xwendin û çande bûnBi sedan sal nezan manKurd bi hewcî wek te bûn***Te da ser riya MarksÊ rast ew e li meydanêHevalên te pir bûneLi her derên cîhanêJi bo hejaran lêkirLenîn ew kela hanêTe jî tê de xebat kirJi bona Kurdistanê***

Page 366: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

731730

BêbuharXwîna te ya pak mayîGemar li nav neketîRehê te yê Kurd mayîGelê Kurd jê derketîRonahî arê KawaJi xwîna te vêketîÎro ola te qels bûJi ber Kurdên raketî***Lê li ba zanan xurt eBuha ye ne erzan eHeçî Kurdê nezan beHîn ew bi xwe nizaneJi mal de xizan mayîJi hiş de jî xizan eYê ne bi kêrî xwe bêNe bi kêrî Kurdan e***Lê entîkfiroş zanêBuhayê entîk çi yeÇi gihiştî milyonanYek ji yekî kiriyeYê dîn nexweş dikeveNizane êş ji ku yeKu hiş nebe nizaneHew dibînin miriye***Em xort û keç şiyar bûnBuha Qanat ez gorîEw xebat ji bîr nabeYa te ji Kurd re kirîZanyariya gelê KurdXebata rewşenbîrîJi ber çavên me çûyîLê jîn î tu nemirî

***Hin Kurdên nezan heneJi ber wan bûm BêbuharJi derve û ji hundirLi me giran bûye barHin dizên axan maneHin sofiyên şêx hiş zengarNizanin peya ye yêLi hespê xelkê siwar

Her kes

Her kes dibê ez qenc imGelo yê neqenc kî yeBerberî û zor û kînMe wer ji hev girtiyeKesek mikur lê nayêYê dikim xirabî yeLê her kes di jînê deBi xwe zanê ew çi ye***Her mirovek rind zaneNeqencî malwêranîBerberî û zor û kînPaşketin û xizanîNe bes mirov bi tenêMirov tu xweş bizanîHer tiştekî ku jîn beEw bi hewcî qencî ye***Ol ne nimêjên pir eOl qencî û wijdan eLê li ba kesê neqencBarekî pir giran e

Page 367: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

733732

BêbuharJi ber armanca wayîTim dizî û talan eJi bo timayî dinêBira bira kuştiye***Li wan teng bê sond dixwinBi Xweda û pêxemberÊn zan bi wan naxapinBi wan dixapin ên kerBi fût û bi xapanaEwna dixwin ser û berPerda xwe pê vedişêrinEw nimêj û tizbî ye***Diz birayê dizan eÇi tifing be çi xapanJi dizan re wek hev eNavber tune li nav wanTên ên zan bi tifingêTên yên nezan bi xapanÊ zan dizane diz eNezan nizane kî ye***Lê dizê bi tifing beJi yê xapok çêtir eYê tifingê li der eYê xapok li hundir eLê bi herduyan nexapinGur tim birayê gur eDi jîna xwe de gur timPezê xelkê xwariye***Dizê hiş dijwartir eJi yê ol dike perdeGer şêx be ger mela be

Ew dijmin e ne Kurd eKarê wî hiş didizeEw xwînmij e nemerd eGotin efyon e pê xelkBêhiş kirî girtiye***Yê te bi zor talan keWê dozê ji bîr nakîÇi çax keysa te lê bêTê tola xwe jê rakîYê te ji ber xwe dabeTu wî tiştî doz nakîTiştê bi xapan çûyeEw doz ketî mirî ye***Îro gelê EwropaBi rastî çûn ezmanaNe bi zor û berberîNe bi fût û xapanaHûn dixwazin pêş kevinXwe rast bikin wek wanaXizanî û bindestîNe tev ji nerastî ye***Her kiryara ne qenc beTim neqencî diçîneEw kiryara neqencîDijmin jê wec dibînePêşketin û avayîNe bi kuştin û kîn eJi ber vî tiştî dijminLi nav me cî girtiye***Xweda me naguhêreKu em xwe neguhêrin

Page 368: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

735734

BêbuharDivê em çewt nemeşinTim li ber xwe binêrinBi rastî û zanyarîKarin xwe biguhêrinDîwarê xwar hildiweşeAvayî bi rastî ye***Perwana çerxê bîstanGêj kirim bûm BêbuharJi ber gelê min tê deHîn dimeşin çewt û xwarDema çû jê fêr nebûnHîn parçe ne tar û marJi ber kîn û berberîDijmin li nav çandiye

Kurdên cîhangîr

Em in Kurdên pir mêrxas û cîhangîrXwedan qad û nijad û serwer û mîrJi me rabûn padîşah û zana û jîrEw ji me ye pêxember Zerdeştê pîr***Em bûn xwedan serbaz û leşkerên pirDi cengê de wek piling û şêr û gurMe ferman kir ji Derdenîl ta XizirMe diparast li derve û li hundir***Em in Mîdî û Mîtan û ÎlamîXerac distand me yên ji dor xwe hemîYûnan û Îran û Tirk û AramîTevan ji me re dikirin xulamî***Lê çi bikim demê bêbextî li me kir

Dîrokê rûpeleke nû teqle kirTevî demê bi xurtî şerê me kirRûpel ji zîwariya Kurdan tije kir***Ket welatê me dijwarê IskenderDa ber xwe welat xopan kir ser û berJi me nehiştin wî kuştin zan û serSerdar neman çek hilînin li hember***Piştî Iskender ket dest gelê ÎranîRoma xwînmij bi Îran re şer danîLi nav wan welat bû malwêranîLi nav Kurd ma kuştin û perîşanî***Di pey wan re hat Erebê misilmanWî jî kir ne kêmî Îran û RûmanXulam bûn tev li ser me bûn mîr û zanBi ol em bindest kirin wer man û man***Di pey wan re Tirk û Moxol û TeterWan jî welat xopan kirin ser û berDi nav Kurd de wan nehiştin zan û serWek Ereb Rom û Îran û Iskender***Bi dest dijminan em ji hev parçe bûnXistin nav me berberî û yeknebûnBi sedan sal tim xwar man em rast nebûnEm man bê şah û sera û serxwebûn***Heta niha li ser Kurdan şevreşîBê xwendin û xizanî û nexweşîJi ber ti gel bi Kurd re rast nemeşîXelk xwe nadin ber dîwarê hilweşî***Hey gelê Kurd gotinên min çenekin

Page 369: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

737736

BêbuharHûn bi yek bin divê şerê hev nekinKu bi hev re em barê xwe ranekinXelk barê me wê ji me re ranekin***Çewserên me li me girtin çar derîKu ne zor be tewr venabe bi girîSerma ye me arê xwe gur nekirîXelk nayê ber arê me yê vemirî

Dilvîn

Dilvîna min şîrîna minPir nazdar û ciwan îDi buharê sira sibêŞebnema ser gulan î***Dilê min mayî li ba teZanî bê dil jîn nabimWek ava li hezar golêJi min re tu jiyan î***Heçî kesê dil talan beYara wî jê dil birîBila bê li te binêreTu sercama dilan î***Çiqas yarên xelkê rind binBawer nakim wek te binJi ber ji min re tu roj îJînê didî her canî***Hêviya min î di jînê deBê te bê jîn û can imHêzê didî min ji min re

Tu huner û viyan î***Di dilê min de te kolandWekî mermera spîBi destên nazik û pîrozNavê xwe tê de danî***Bûyî hostekara ÇînêLi ber sorgulek çêkirDi dilê min î spî deEw gul ma gula manî***Ji ber bi xwînê te avdaEv gula giranbuhaDi dilê min de bû agirWekî Ehmedê Xanî***Bi gulan buhar xweş bûyeLi her derên cîhanêLi ser min tim zivistan eLê buhara min kanî***Zanim guneh ne yê te yeYarê te gulek çêkirJi ber gulek nake buharJê re divê piranî

Wan çavên te

Çavên teyî reş dîn kirimTe bê war û bê jîn kirimBûm belengaz wer rêwindaDimeşim nizam li kur im***

Page 370: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

739738

BêbuharLehîke xurt hat bi ber ketimGeh bi bin geh bi ser ketimAvêtim warê biyanîDîlber ji te ez dûr ketim***Ji bo dêmê teyî gulîMam di nav bahoz û şilîÇiqas ji min dûr bî dîsaTu şîrîna ber vî dilî***Çima wayî delala minQe napirsî li halê minPerîşan û di zîwarîVaye qediya deh salên min***Ji te dûr im gelek zor eKirasê ji arê sor eÇerxa felekê ji min reTim li jêr e ne li jor e***Ta kengî ev halê min bêTewr ranazim heta sibêÛştê mirina min yarêHêvî dikim ku ne tu bê***Bedewbûn ne arzê te yeDayîna Yezdanê te yeNiha bi canî bedew îCanî pîrbûn li pey heye***A pîr biner wer çilmisîWê dibînî jê ditirsîCanî çiqas jê hez bikîPîrî navî lê bipirsî***

Zivistan buhar di pê reGul geş dibin bi sibê reGeşbûn ji wan re namîneJi ber havîn tê di pê re***Pir ji te bedewtir hebûnXwedan tac û şahzade bûnWek Belqîsa ji SebayêDîsa bi gerdûn şa nebûn***Temenê çû venagerêTol in li rojên ku herêEm demê vala bernedinEv keys ji destê me nerê***Çerxê bîstan tişt jê nemaMame di nav derd û xemaJi bo te ez mam BêbuharBuhara min li ba te ma***Ew kesê qels û nikarêEw divê guh nede yarêBi te re rast im bawer beEz te bernadim tu carê

Olberên sextekar

Koledarên Kurd zan bûnTim melayên qenc kuştinHeçî kesên xwefiroşMelayên wek te hiştinKelepor û ravaraGelê Kurd wan nehiştinHec û rojî û nimêj

Page 371: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

741740

BêbuharJi Kurdan re kirin bar***Lê misilmanî ne besBi rojî û nimêj eMafê Kurd winda kirinHela wê jî bibêjeEw kes şeytanê kerr eDema rastî nebêjeHemû olberên sexteHûn rastî nabên tu car***Binêr Vêtnam û KamboçSalvador Şîlî û BolîvWek oldarên wan tu jîJi çewser re nebe dûvQey te Quran nexwandîYên nêz ewle bîl marûfÇima Kurdên hûn li navTev nexwendî ne şiyar***Barê çewser giran eHûn jî bi serde bar inJi bo parîk nanê xweHûn jî tev koledar inÎro li hespê çewserHûn miqlac û siwar inNizanî peya ye yêLi hespê xelkê siwar***Ê hîm ne kevin û xurt beYê nuh li ser lênabeJi ber wî tiştî çewserDivê Kurd hîm winda beLê çewser bikin nekinHîmê Kurd winda nabe

Mafê wî tewr namireGelê xwenda û şiyar***Heta ku dinya hebeEm Kurd in nabin ErebGotinên te tev şaş inBi gotinên din jî şaş nebÊ te xirab kir bes eHîn di xirabiyan wer nebGunehê te giran eHinekî din neke serbar***Guh nadin gotinên weGelê Kurd pir şiyar bûnJi sedî sed xort û keçLi bajaran xwenda bûnXwendin û xebat pê reWê çêbibe serxwebûnÇewser li nav cî nagirinJi ber nagirin riya xwar***Naxapin bi yên wekî teYê koledar ew kirîOl firotî koledarJi ber ve dirav birîWelatê te bindest beNe tu bi saxî mirîNijada te tune beÇi bikî bi malê gemar***Çewser bi dest ên wek teNehişt Kurd serî rakeHûn bûbûn derziya bencêWe hişt Kurd hiş winda keMalê te çiqas pir be

Page 372: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

743742

BêbuharRojek azadî nakeŞan û kiyanê KurdanKetin bin pê koledar***Bilbil di rekehê deTe nedî her gazî yeRekeha tê de zêr beBilbil jê ne razî yeDixwaze rekeh bişikeDoza wî fîrazî yeDi jînê de serbest beEw bigere war bi war***Wek wî bilbilî nabîEw firazî dixwazêŞerm e wek te mirov eKu firazî naxwazêJina ku bi namûs beZarokê wek te nazêTu buhiştê dixwazîGelê te bindest û jar***Buhişt wan nahewîneHer mirovên bênamûsJi bo kurtêlên çewserDi mizgeftê de bilûsMa qey tu mêze nakîLi Amerîkan û li RûsLi ezman û stêranÇêdikin hêzên çekdar***Ereb xwas û birçî bûnLi wê qada qûm û çolHatin Kurdên zan kuştinNezan xapandin bi ol

Îro di dest wan de neQuran û beyt û petrolJi bo hersêyan ji wan reCîhan sêpar xizmetkar***Eger mela zanibîEm Kurd gelê manî neXwedan dîrok û qad inBavê gelên Arî nePir gel hebûn mirin çûnKurd nemirî hîn jîn eÇima Kurd serbest nebûnJi yên wek te hiş zengar***Ji xwefiroşên wek teEm Kurd ji hev parçe bûnLê çewserên Kurd zaninKurd ji wan re xwar nebûnŞoreşên Kurd nayên jimarDoza Kurd e serxwebûnBêbuhar im lê wek teNabim kolê koledar

Dilê min

Rojkê dilê min xweş nebû ma çimaJîn im di nav zacran û êş û xemaEw temenê xort bûm ku bêhûde çûÇi bikim bi jîna jar û pîr tişt nema***Wer mam li ber wê dîlbera pir zîbaŞahzadeya Belqîs li textê SebaPîr bûm li ber dîlber temen wek min çûXwezî min got ka jîneke nû heba

Page 373: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

745744

Bêbuhar***Jîn wek Eyûb pêxemberê pir hedanWer wî û Zelîxe dest ji hev bernedanPîr bûn ji nuh de herd Xweda can kirinWan rast riya Yezdan ji ber bernedan***Ez jî hedandar im ji bo dîlberêHêvî ji Yezdan ez dikim yar werêJîn çû bi zîwarî hemû min buhartBêbext felek hîn jî ji min nagerê***Gernas Siyamendê Silîvî ez imFerhad û Mem hersên bi hêvî ez imDoza min ma Şîrîn û Zîn û XecêMalê dinê êdî li pey nabezim***Jîna birûmet ez divêm jîn bibimMaldar min navê dil reş û kîn bibimJîna di dîrokê dirêj jîn ew eEw mal min navê ez ku bê vîn bibim***Hûn bîr bibin pêxember û serweranWana xwe nefrotin ji bona peranMam Bêbuhar yar ew buhara min eGewher ev in her ên divên gewheran

Jîn û şîna Îdrîs Barzanî

Heval Îdrîs Kurd bi hewcî yên wek te neBi xortanî mirina bêbext tu birîÎro li nav Kurdistana parçe û jarTe bêwestan wek bavê xwe xebat kirîKurd ji destê koledarên har û xwînrêjJar û bindest û tev hejar û nîvmirî

Jin û zêç li kolanan mêr di zindananWelatê li çar koledaran parkirî***Ji bav û bavpîrê xwe de tu mîrza yîTu serdar î tu serwer î jîr û çak îHûn li hember koledaran arvejan inWelatparêz ji mala oldarên pak îLê em çi bikin mirin çûna bêveger eTu raketî êdî serê xwe ranakîBûyî mêvanekî buha û pir hêjaLi ba bavê xweyî manî û nemirî***Kesê bimire nav nemîne ew mirî yeTu û bavê xwe ketin dîrokê nemir inHûn bûn mamosteyên xwendegeha cengêXortên Kurdan we bi sedan wek xwe kirîBi mêrxasî û zanebûn û bawerîCanbêzar in li ser axa welat dimirinLê zevîdar genim û ceh ku diçîneYekî çelda li ser tovê ew nagirî***Hûn hêvî û hûn viyana gelê Kurd inDi bin stem û zorê de hûn ranazinHûn wek şemal li nav Kurdan ronî didinXweda hûn dan baz dan ji hêlîna baz inŞoreş li pey şoreşê we tim rakirîBi bêwestî hûn mafê Kurdan dixwazinJi ber kesên wek we li nav KurdistanêPir gel mirin Kurd jîn û xurt e nemirî***Şiyar kirin we wek Helîma Xensa KurdEw diljara jin û diya pênc şehîdanEbdilhadî û Eyûb û Hemîd ûÎsmaîl û Selah wan çak û egîdanMêr û çar law bûn qurbana Kurdistanê

Page 374: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

747746

BêbuharLawê pêncan li cengê ye di pêşî deGotî ew jî bila bibe gorî welatDibên li ser yekî ji wan jî negirî***Ji ber Kurdên bindest û jar ve silav keLi her kesên pakrewan çûn ji bo KurdanLi Şêx Seîd û Fûad û Yûsif ZiyaLi Qazî û Seyfî û Leyla qedirgiranLi pakrewanên di Zindana Amedê deXêrî û Kemal û Mezlûm hevalên wanBêj li her deran gelê Kurd serî hildaJi bo tola we û welat xwe kar kirî***Li nav welat xort û keç bûne PêşmergeLi ser çekan tev fêr dibin ji bo felatBi riya Marks û Lenîn gel şiyar dikinBi rêzanî û zanebûn û bi xebatWê pakrewan bên pêrgî te bila şa binBêj ji wan re mizgîn li we dema me hatHer Kurdek li ba xwe li koledar dixeLi her deran Kurd koledar sermat kirî***Bêje li nav Kurdistanê hozan diqîrinYek ji hozanên diqîrin Bêbuhar eEw şagirtê Cegerxwîn e pir êşiyayîJi destê koledarên Kurd pir diljar eZarokên xwe nikare berde xizan eDi der mafê gelê xwe de gunehkar eJi ber welat divê yek li nav bigereBi çav bibîne çewseran pê çi kirî

Jînê

Hê hê jînê hê hê jînê hê hê jînêBê te nabim pir buhayê pir şîrînêLê ji min re tu dilreşê dil bikînêJîn û jan î ji bo kesê te dibînê***Jînê te ez bê jîn kirim li cîhanêTe ez kirim mişextê ji KurdistanêSala çardan dema şerê vê cîhanêTiştê hatî serê Kurdan kes nebînê***Beg û axên me bûn paşên koledaranBûn leşkerên Osmaniyan wan neyaranMêr çûn man pîr û jin zêç û zaryanWarên bêxwedî lêdidin kund dixwînê***Welat berdan nizanibûn kude darinWe bidîta sar û seqem tev bêwar inHin jinên Kurd goştê zarokên xwe xwarinDi ber xelkê de Kurd mift xwînê dirijînê***Hê hê jînê ma ez çi bikim maf winda yeHeçî kesê ku zebûn be bê Xweda yeErzûhalek min nivîsî va min dayeNe bawer im kesek wî bigire bixwînê***Min nû nas kir tu nayî ilem bi zorêKesê xurt be qels tên vedihewin li dorêÇerxa felekê digere dem bi dorêDad winda ye kesê xurt be wê te bînê***Gotinên pêşiyan gelek sûda wan kûr eDarê te stûr be ardê te tim hûr eBi bêwestî li pey te me lê rê dûr e

Page 375: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

749748

BêbuharVenagerim ku jîna min rok bimînê

Bê nimêj

Mela ji min re te gotÇima te nimêj nekirBê nimêj gunehkar îGunehê mezin te kirBi hemd di jîna xwe deZanim min guneh nekirMin malê xelkê nexwarNamûsa wan pêl nekir***Kesek bê guneh tuneLi her war û her deranMirovên qenc û neqencHeta bi pêxemberanBes Xweda bê guneh eKes dixapin bi meriyanŞirk bilah idrar binnasLê min ev herdu nekir***Lê ez rind bi xwe zanimDilpak û dilovan imHozan bê wijdan nabinJi ber ez jî hozan imÎbrahîm bavê nebiyanWek wî ne bêwijdan imLi çola Hicaz bê avMa jina xwe çenekir***Dawûdê li OrşelîmEw pêxemberê navdarBavê nebî Suleyman

Li ins û cin fermandarEwya pêxember e lêBi kiryarî gunehkarSerdarê xwe kuştin daMa jina wî mehr nekir***Umerê kurê XetabEw şûngirê pêxemberBi dad hatî naskirinLi cîhanê seranserWelatê Kurd xopan kirWî ji bin û ser û berKeça xweyî bêgunehBi saxî bin ax nekir***Wek şêx û melên wek weXwe nadim firotinêBûne peyayên çewserJi bona malê dinêHer yek ji bo karê xweBi gelê xwe dikenêWek we li nav xelkê minMisilmanî çewt nekir***Yek Elî Kaşif xetaMelê bi nav û nîşanSedam ew bi mal kirîJi melan re bû rêzanWî xwest bi car winda keKurdên bindest û xizanÇû Barzanî bikujeBomba wî ew parçe kir***Êdî dema we çûyeŞêx û melên sextekar

Page 376: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

751750

BêbuharHeta ku dinya hebeWê tim hûn bin gunehkarNe Quran dibê mislimQatil û meqtûl li narDer mafê mirov de minTawankarî wer nekir***Şêx û melên qenc heneÇewseran li paş hiştinXwefiroşên wekên weÇewseran ewna hiştinNamûs û bênamûsîLi gerdûnê du tişt inBi saxî mirî ye yêAlî gelê xwe nekir***Gotina Xweda gotîNe ji bo zêr û mal eYê gotina rast nebêEw kes şeytanê lal eMalê çewser bi we dinEw gemar e ne mal eKesê Xwedaperest bûMalê dinê pir nekir***Ne bes rojî û nimêj eÎslamê qencî divêTazî birçî û nexweşWan alîkarî divêYê xurt guh nade yê qelsKesê xurt hemû dibêYekî ji şêx û melanAlî kesê qels nekir***Tirk û Ereb û Ecem

Misilman hûn dibêjinWelatê Kurd par kirinXwîna Kurdan dimijinKal û pîr jin û zaroyanBi ser hev de dikujinŞêx û melên îslamêYekî alî Kurd nekir***Xortên Kurd ên xwendevanWe îro hemû derdanJi ber we ol rast negotPir xortên Kurd ol berdanLê hûn naçin buhiştêBi lavlavên paş perdanJi ber Xwedayê mezinDeyûsî qebûl nekir***Çerm gemarî çêtir eJi wan kesên dil gemarHer kesên dil gemarîBûne kerên koledarÊn ku bi we dixapinJi ber wan bûm BêbuharJi ber we hin ola minHebû min ew jî çekir

Doza te

Doza te nagihe destê teEger tu jê re kar nekîBi gotin û bi nîgaşanBêhûde ye tu dixwazî***Doz divê xebata girîng

Page 377: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

753752

BêbuharBi zanebûn û bêwestîWê doza te here bimireBi mêrxasî tu nexwazî***Dikî bîrekê bikolîKolav nekeve destê teBikol bila bi derzî beÇêtir e ji bêkêr razî***Tifing di destê te de beÇiqas nêçîr nêzî te beÇawa tê li nêçîrê xîKu jê re tu ne li saz î***Mirov bi hêvî jîn dibeTevger û jîn ji hêvî neJi sedî yek lêhatin eLê not û neh bi canbazî***Dost ji te re wek te tuneDi jîn de tu dostê xwe yîBila xurtî te ji te beXurtî ji kesan nexwazî***Zêr deng bike maf kerr dibeZor deng bike zêr kerr dibeTu kes nikare xwe bigireLi ber xurtî û zorbazî***Di vê cîhana talanker deHer kes ber bi xwe ve dikişîneKesek ji te re naxwazeKu ji xwe re tu nexwazî***Li mela bang û xwendin e

Ku nimêj nakî tu zanîJi şîretan gelo pêveMa karê çi bike Berazî

Kurd im

Kurd im bi ola rast û pak xuyan imJi Zeradeşt naskirê yên jiyan imBi roj û ba bi ax û av jîn dibimJi ber bê wan jîn bibim ez nikarim***Ez hez dikim ji wan ji bo jiyanêDivê ban kim ji bo aştiya cîhanêNavêm şerê li heyvê û stêranLi gerdûn divêm aştî bê meydanê***Bila bimirin koledarên tawankarLi cîhanê nemînin bombên bi jarPerên li çekan herin bidin xwarinMirov bixwin nemînin birçî û jar***Hemû welat ava bibin xweş bibinGelên bindest serxwe bin rûgeş bibinHer sermiyandar û koledarên şerxwazBila li ber dîrokê rûreş bibin***Ez neyarê kesên parastên reh imEz dostê her zarokên bêguneh imBi çavên diyan li zarokan dinêrimDilovan im ji aştî re bingeh im***Qatên li jêr rabin li dij qatên jorPiyan bi hev din reş û spî zer û sorTev kar bikin ji bo aştiya cîhanê

Page 378: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

755754

BêbuharKewê spî nekeve nav xwîna sor

Nexapin

Bi her mirovan nexapinZû nedin pey wana nerinHer mirov dibên em qenc inLê ne her kes dilawer inHin mirov rastî mirov inHin mirov gur û ejder inHin mirov şêr û piling inHin mirov jî ga û ker inHin mirov rovî xapok inHin mirov çak û lîder inHin mirov nizm û xulam inHin jî serdar û serwer inHin mirov pir milahîm inHin mirov bêvac û şer inHin tirsok û xwefiroş inHin jî mêrxas û perwer inHin mirov çewt û virek inHin mirov rast û rêber inHin mirov zirz û kafir inHin mirov jî pêxember inHin hozan û torevan inHin jî ji toreyê der inTon ton qenc û neqenc heneEm nikarin wan bijmêrinKes nabê dewê min tirş eHûn nekirin wêde herinBi laş mirov wekî hev inLê bi xuset ji hev derinÊn zû bi meriyan dixapinNezan in bê çareser in

Bê dayîn û bê standinMirov tu car nê naskirinNe hesinê zer be hemûZêr û elmas û gewher inQencî bi qencan konce neQencî bi pîsan mift derinMaf li ba kesê qenc narêJi yê pîs bi zor tê birinDadgeha kûçikan lêdan eKûçik bê tirs venagerinÊn bibên Bêbuhar şaş eLi endazê qey nagerin

Rewşen

Li ber çavê min î RewşenBi çavên reş te awir daBi awirkê te ez xistimLi nav baxçan li seyranê***Li ber çavên min nîgaş îLi min her êş te peyda kirDilê min tim bi pêlên pirWekî derya li wê Wanê***Ku êşê cî di dil de girtDi êşê de te ez hiştimDibî dijmin fena dijminStemkar î bi lêdanê***Evîna rast ji yaran reDivê yaran qe nêşînîDivê herdu pişkdar binWekî hevdu bi vê janê

Page 379: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

757756

Bêbuhar***Heçî yê bêguneh yaranLi ser eşqê bide kuştinTawankarî di jînê deLi ba her ew kesê zanê***Jiyan herdem bi hêvîtîTu bêhêvî nekî yaranStemkarî gelek zor têBi yê eşqê û dildanê***Wekî Mem ez wekî ZînêWekî Ferhad û ŞîrînêHela Ferhad li çolan mirMem û Zîn herd di zindanê***Ditirsim wer ejî bimirimBi vî derdî wekî wanaDi rewşa bilbilê bêwarNebînim ez gulistanê***Wekî Rustem kurê ZalêJi min nayê di cengê deBi şûran û bi mertalanHerim dijmin li meydanê***Giriftarê te mam îroJi bo çavên teyî mêrkujEz im ew Bêbuharê gêjDi vê çerxê û dewranê***Divên dar derî bişikeBi destên şêrgelên KurdanHedandar im di vê çerxêHeta dem bê li cîhanê

Perî

Perî perî can perî bi şan perîBejna bilind min dî li devê derîAwir da min dema wê li min nerîWê periyê hiş ji serê min birî***Sîng mermera masa li ber ErdeşêrBejn sero wê Zeradeşt ji av têrDêm wek hîva çarde ye şewq daye jêrGerden weke şûşa bêhna enberî***Porê tarî ji kanyona wek qirêÇavên reş ji kan komira CizîrêEbrû kevanê Rustem li neçîrêLêv sorgula sibê gezo lêkirî***Min bankirê wê diyanê rû nedaMin kir nekir wê bi min re soz nedaJi evînê wer mam neçar û gedaWer bêkar im çavê min li wî derî***Xewa min nayê ne bi roj û ne bi şevEvînê û derdên kevin zor dan hevWek ên şerê cîhanê ketin ber hevBê aramî tev bûn ceng û berberî***Ji ber evînê ez mame BêbuharBi evînê Xweda kirim stembarPerî bedew da ez kirim evîndarKetim warê bindestî û newnerî***Niha Perî ku neyar e ez yar imEz wî derî dikim berdim nikarimJi ber bi dil li ba wê giriftar im

Page 380: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

759758

BêbuharHeta bimirim ez bernadim wî derî

Derd û xem

Ji derd û xemên pir giranXewa şevan nikam razêmJi dest koledarên dijwarWelatê min xopan kirî***Bi tank û top û firokanBi cerd û leşkerên giranBi roj û şev tim lêdixeBi wan bombeyên jehrkirî***Hela binên gundên KurdanWan bajarên dîrok kevnarGulzar û nîgarên çelengDijmin hemû wêran kirî***Li alîkî talan dikeLi alîkî Kurdan derdixeDibe nav ErebistanêZaro û jinan şîn û girî***Xelkê çiya û zozanên xweşBirin welatê germiyanaBê derman û tî û birçîBi sedan nexweş û mirî***Ji mirov re du tişt divêBênamûs e kesê bê wanVa Sedam herdu nehiştinQîz mehr kirin ax pêl kirî***

Mêr girtî ne di zindananGelek bi lêdanê kuştinJi şeşsed milyon misilmanYekî alî Kurd nekirî***Hey şêx û melayên olberNe Kurd mafê xwe dixwazinÎslam îslamê bikujeMane Xweda heram kirî***Ev stema li ser KurdanÇawa hûn pê qayil dibinDivê hûn qayil nebin evTawankarî Sedam kirî***Bangî gelên cîhanê kinEger bi ya we nekirinWê demê em ê zanibinWe rast a li ser xwe kirî***Bi maf û rast hûn deng nakinBi ol hûn nanê xwe dixwinLê ne bawer im hûn bang kinHûn nakin û we nekirî***Lê stem ne ji niha deJi Umer û ji Merwan ûŞah Nadir û Sultan SelîmAtaturk jî wek wan kirî***Ereboşkan ji bo kursîElî û zarên wî kuştinPêş ol ji bo misilmananMihemed ên pêş dad kirî***

Page 381: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

761760

BêbuharJi ber Kurd in ne Ereb inEwna neviyê Îbrahîm inAzer ji şarê HemedanHatî li Riha warkirî***Ev stema li ser KurdanJi hezar û sêsed sal deLi ser axa xwe tên kuştinÇav naşike Kurdê nemirî***Gelê xwîna xwe rijandîEw gela tu car namireEw gel mêrxas e bi cengêWî dîroka xwe nuh kirî***Pakrewanên xweyî hêjaTu carî Kurd ji bîr nakinWê mafê xwe bibin bi xwînArê şoreşan gur kirî***Lê ez dibînim ne bes eGelê Kurd gelek mêrxas eHeta ku dema tirî nêQorix tu car nabe tirî***Her gelê bindest be jê reDivê xwendin û zanebûnBê xwendin û bê yekîtîKeskî xwe rizgar nekirî***Hemû tiştê ava bûyeBi zanebûn û yekîtîJê re nê gotin bazirganErzan firot buha kirî***

Bêbuhar dibê pêşketinNe bi cengê û pirbûnêPêşketin ê kêmasî xweNas kirî û xwe rast kirî

Ji Kurdê çewt

Ji Kurdê çewt û xinizTe girtî riya şaş û xwarEm hemû lawên Kurd inÇi gundî û çi bajarBi dijmin re tu rast îBi gotin û bi kiryarTu lawê Kurd î çimaBi Kurd re bûyî neyar***Ji dijmin re bûyî hîmDi riya te re Kurd digireDijmin xêra Kurd dixweXêra Kurd diçe dimireLê tu car bawer nekeDoza gelê Kurd bimireÇima li ber gelê xweTe xwe kirî tawankar***Ji dest xinizên wek teKurd mafê xwe tev derdaWê halê Kurd ne wa baGelê Kurd hev bigirtaLi nav gelên cîhanêWê ala xwe hilgirtaKurdên xiniz Kurd berdanÇav berdan malê gemar***

Page 382: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

763762

BêbuharÊ riya gelê xwe negireNe mirov û nezan eEw kesê dirav pir beLi ba nezanan zan eLê kesê dirav perestLi ba qencan erzan eLê dîrok ne ji wî re ûKurdên hevalên neyar***Ew dibe kerê dijminKurd ji Kurd re ne dilxwazKerê nêr ku dizireNê gotin aheng û sazÊ xulamê koledarTu car nabe serfirazEw jî Kurd e bindest eÇi bike bi malê gemar***Îro koledarê KurdTe ber bi xwe dikişîneBibî kerê wî peranBi ser te de dirijîneRojek bê wê malê teBi zor ji te bistîneBimînî ser di ber deKor û poşman û hejar***Wek kurmê gûzê HindêQul dike û dikeveJê dixwe qelew dibeNikare jê derkeveDawî namîne birçîZebûn dibe derdikeveYê pîs jî wek wî kurmîNe pêmûd û ne jî kar

***Ez ê we riswa bikimBi xêzên ristevanîJi ber we xwe firotîBi pîsî û erzanîJi dest pîsên wekên weKurd ket warê xizanîDi dest çar koledaranBû çar parçe û neçar***Darên nizm û bilindNavê hemûyan dar inHin dar berên wan dixwinHin dar ji bo nîgar inÇalî bê nîgar û xwarTu ber ji wî nê xwarinEw nizm e bilind nabeWek sero û spîndar***Pêşiyan berê gotineNamûs mêran dikujeGotine bi ser bar deSerbar lokan dikujeYên bênamûs nên kuştinDijmin mêran dikujeJi ber ew binamûs inNabin kerên koledar***Bûm Bêbuhar ji bo KurdDilê min tim bi şîn eHer Kurdên bênamûs binHêvî di wan de nîneRehên namûsê di navLaşên wan de mirî neÎro Kurdên birûmet

Page 383: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

765764

BêbuharNamûs li wan bûye bar***Wê ew Kurdên binamûsBarê gelê Kurd rakinJi destên koledaranWê gelê Kurd rizgar kinGelê Kurd şiyar bû wêLi rû çewser çek rakinKurd yek e Kurd ne çar inWê Kurd nemîne çar par

Yara şox

Yara gelek şox û nazikEw dilbera mal di gund daRabû ji birc û eywanêDerket ji paş koz û perdaBelqîs bi rewş wek perî yeHat ber derî çav bi min daSed êş û jan ar û pêtîWê li nîvê dilê min da***Bal wer zirav tîr û şimşadHildan kiras herdu fîncanDa min şerab wê bi wanaMin pê vexwar bûm SuleymanÇav wek qurux pir bi perwerDem heyv e kir çerx û dîlanSerxweş kirim har û dîn bûmMin ol bi car da bi derda***Derba ji nişkê li min ketMa ev çi hawar û bêtarWer hat li min ket wekî ba

Jana zirav cerg û dil xwarNav dil û cerg çûn ji bin daTim ban dikim qîr û hawarLaşê min kir ar û kehrebÊdî nizam êş ji kur da***Dêran kirim vî neçarîMam ez negihiştim hevalanJîna min tev bê sebeb çûEz mam di nîgaş û galanUmrê min zarok biçûk imEz bûm wekî pîr û kalanEz bûm evîndar û bêmalWer mam di nav kul û derdan***Derdê li min pir giran eSer de te hat derd li ser kirMin pê vexwar herdu fîncanBêbext felek hat û jar kirMin got evîndar bes ez imXencî ji min can li ser kirBêzar kirî mal û namûsTiştê buha tev li ser da***Wan nas nekî ez bibêjimYek jê Seîd Alişê KurdFayiq Bucak dil bi kul mirSed ah û nalîn û pir derdLawê Sînan mir evîndarEbdilrehîm mêr û pir merdYûsif Ezîz rêberê zanDoktor û bavê me Kurdan***Wek wan gelek man di zindanWek wan gelek çûn bi ahîn

Page 384: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

767766

BêbuharBejna te xwestin bibîninEw çûn dil bi derd û nalînÊşa giran ma bi wan reWek Bêbuhar jar û xemgînBûm Bêbuhar ez bigihim wanTirsim ez jî wer bi derda***Ez mezin bûm bi sêwîtîWerga temen bêhûde çûYara delal nû min nas kirRabûm bilez çûm min da dûGot Bêbuhar ma tê çi bikîJîna min tev zor li min bûDestê tenê deng jê nayêXwelî li ser pîsên Kurdan***Destê tenê ma tê çi bikîHere veger ba nezanaWan tev şiyar bik wekî xweHemû bibin jîr û zanaKarker û cotkar çek rakinŞer kin li ser çiya û banaEw dem bi azad û serbestBê ba min wek mêr û merda

Dayika min

Şîrîn bi min dayika min eNehsed hezar hatî dinêRengê te wek gul geş vebûDema te ket lîzk û kenê***Umrê te hat bû çardeh salHerd çav te kil kir wek xezal

Bejn zirav wek tak rîhanBavê min kir bûyî navmal***Çend rojekê şa bûn bi hevDilşad û xweş kêf kir bi hevZarok heta çêbûn ji weXew herimî êdî bi şev***Dergûş li ser pişta te bûNan lê dixist şîv tune bûWer terş bi rencî av didanTim cot û kar û pale bû***Cotkar li ba axa û begJîna di dest boncî û segBê der diçûn deyndar dimanWer ma te birçîtî gelek***Da min te şîrê herd beraEz rakirim tev xwe geraCarkê nexweş bûm ez li malXwîn kir te rû pêsîr çira***Ez bûm mezin jîna te çûHalê xirab ew qet neçûEm tev ji ber zorê revînXanî û mal war tevde çûn***Hatin li bajêr war me kirHer çar biran her kar me kirTehba giran jar tim rebenMin doz ji bo nanê xwe kir***Derdê begên xwînmij ku çûDerdek li min nû peyda bû

Page 385: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

769768

BêbuharEz bûm evîndarê welatDerman bikim ray lê nebû***Min doz ji bo mafê xwe kirDijmin derî zindan vekirEz mam di zindanê çiqasDayê ji bo min xew nekir***Jîna te çû te wer buhartDil ma bi nalîn û şewatHeftê û şeş sal temen te kirWer ma di dil ahê welat***Goştê te çû weşiyan diranBejna sero bû wek kevanKor bûn û çûn çavên belekGirtin xumam ronî neman***Porê siya tev bû geverLaşê spî bû qîç û zerŞîrîn temen tişt jê nemaDara te ket pelg çûn ji ser***Bûyî nexweşa nav nivînMayî ji dinya bê evînBûm Bêbuhar benda te mamCan da te tev cînar civîn***Şûştî me tu xist nav kefenBin ax kirin bê kes rebenDinya derew tişt tê tuneDawî ye gor heft gaz kefen***Wek Nûh bi min dawî ev eMalê dinê tim pê keve

Ev gor û axa cî te yeHer roj hilê dawî şev e***Mihr ji Yezdan li te beKoşka buhişt warê te beHêvî ji Yezdan ez dikimZehra bi cînara te be

Kemalê bêşerm

Heta sax bim li dinyayêAh ji dilê min dernayêLi Kurdan li vê belayêRazim xewa min tew nayêNeyar ev dil ar berdayê***Ev pîkolî li me dibeNe hilgirtin ne radibeLi Kurdên hejar çi dibeHeta çi dem wê wer bibeDi bindestî tebat nayê***Neyaran bavên me kuştinZarokên me sêwî hiştinBi xinizî bi me lîstinEv zor gelan tev bihîstinKesek di gazî me nayê***Kemalê bê şerm û fedîJi dê û bavê YehûdîWî kes li pêşî xwe nedîBi çavê xwînrêjî xwe dîWî Kurd kuşt lê dawî nayê***

Page 386: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

771770

BêbuharLi Agirî û Geliyê ZîlanDiyarbekir li Mûş û WanBedlîs û Qers û ErdehanWî Kurdisatn tev kir qurbanXwîn ro kir wek ava çayê***Ew ereqvexwerê serserîEw wek hêstirê heşerîSor û çav kesk û ser kerîBi hezaran jêkir serîLaş hildan wek lodê kayê***Ev tişt natî serê kesanHatî serê me bêkesanÊn zan kuştin man ên nezanÊn sax man hejar û xizanWek me nebûn li dinyayê***Zarok û jin wayî kom kirTev pîr û kalan wayî birLi Geliyê Zîlan wî kom kirTev hev ajotin nav agirBiçûkan bang kirin dayê***Zikê jinan wayî qelaştZarok di agir de biraştWakî lêmûn wî Kurd guvaştMe qet nedî tu kesî aştTim şevreş e roj hilnayê***Gunehên zaro û jinan çi bûnKal û pîran çi kiribûnTiştên guneh nekiribûnLi malên xwe rûniştibûnKom kirin agir berdayê

***Hejar derxistin ji malanSerî birrîn avêt çolanXort bi dar xistin sê salanKes nehişt wî ji hevalanBinivîsim dawî nayê***Sê sal Kurd serî kom kirinXistin koncalan kor kirinGelek salan kuştin mirinHeta niha Tirk li vir inKes li wan nake dawayê***Wî bêolî ol winda kirŞerîet ji nav Kurd rakirŞêx kuştin tekye wêran kirMezar xistin şûn xopan kirHeta mir jî ew nehat rayê***Şevê qîzek digirt dibirKarê ne baş wî pê dikirEreq vedixwar wî kêf dikirBi ser de zirt û fort dikirOl berda girt bi dinyayê***Ew bû wek Zehak li ser meNemrûd yek bû neyarê meWî kuştin bav û kalên meBêkes man jin û zarên meEv giş di bîra me nayê***Geliyê Zîlan ji bîr nekinVî tiştî di serê xwe kinDerd û kulên me gelek inHemû rabin deng li hev kin

Page 387: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

773772

BêbuharBûm Bêbuhar zanim dibêmBê zor dijmin qet dernayê

Kurdên bê ziman

Em pir hejar in ey zimanEm bê îman û bê jiyanŞîrîntir î ji mal û canJi bo te em bi şûnde manÎro ji te sêwî em man***Şîrîn î zimanê min îTu dîlbera dilê min îZimanê dê û bavê min îBi neyaran ne şîrîn îJi bo te va li paş em man***Neyar ji te qet hez nakeNeyar divê te winda keJi cîhanê yekcar rakeNeyar divê Kurd belav keJi bo gel bibên Kurd neman***Dema bi te em deng dikinNeyar tif çavên me dikinDibên bi kurdî deng nekinEw qerfên xwe bi me dikinRûmet nemaye van deman***Çêlên me diçin dixwîninMamoste li wan dixîninBi kurdî deng kin nêlîninHejar û pepûk dimîninEv tişt nemaye li cîhan

***Ev dem dema çepîtîHer yekî mafê xwe dîtîEm Kurd ketine vî qetîÇîn nedî Rûs jî nedîtîMa qet çepan wijdan neman***Neyar zarê me qut dikinIngilîzî serbest dikinJi neyarê xwe hez dikinEw dostê xwe serbest dikinEreb Tirk û Eceman***Tirk xwendinê pêş de tîninZarokên Kurdan dixwîninAyînê Kemal dibîninPetekan jê re lêdixîninWan guhartin navên heman***Ataturk bi sedan kuştinZarokên Kurd sêwî hiştinSêwî bê bav û bê pişt inTiştên mezin hîn li pişt inMêjû kirin warê xeman***Ecem dema ku dev vedikinDibên em û Kurdan yek inDivên mafê xwe doz nekinDibên bi kurdî deng nekinJi bo gel bibên Kurd neman***Welatê me Kurdistan eEm gelekî ne xwenda nePadkî fireh li cîhan eVa dozdarên nû gihane

Page 388: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

775774

BêbuharBila tim bibên Kurd nemane***Roj bi bêjingê nê girtinRim di tûr de nê veşartinKurdên zana pir tên girtinLê dilên wan qet nê girtinKu xwîn here wekî çeman***Ê cewrê gur xwedî bikeTim bi xwarinê têr bikeMezin bibe û bîr bikeWê pezê wî tev qir bikeQirş nagire ava çeman***Neyar bi ol em xapandinBen li qirka me alandinWan li pey xwe em kişandinEm man bê zar û bê xwendinTu kes pepûk wek me neman***Ji neyar qet bawer nekinHişê xwe di serê xwe kinÊn xwendevan deng li hev kinÊ nezan be rê di ber kinXwendin bidin ên bê ziman***Tev bi yek bin dest bidin hevHûn kar bikin bi roj û bi şevHûn dest bi çek halan bi devŞer kin dijmin bazdin bi revWek Bêbuhar hemû bang kinYan Kurdistan yan jî neman

Şerab

Min vexwar piyalek şerabGelek xweş bû ji dest yarêEw jî wek ava jiyanêEw tê xwar ji ber zinarêÇavên yarê reş û belekPorê tarî wek êvarêDêma gulî biskên xelekSînga yarê textê darê***Yara delal pir bedew eBejn zirav çiqas rind eDestên yarê pir nazik ePêçî weke mûm û find eMin ji yarê pir hêvî kirMaçkê ji lêvan bi min deKeleş hatin bi zor birinNizam yar birin bi kur de***Yara min gelek bedew eWek ahoya çol û çiyanDîn bûm li ber min bû ahoVedixwe ji ava kaniyanMin dî ez bûm balindê bazLê digerim li baniyanNabe ew tevde nîgaş beDigerim bi ling û piyan***Ji pey yarê venagerimEz bigerim li vê dinêYara bedew ji bîr nakimHeta roja wê mirinêBûm parsekê li ber deriyanHer kes tê bi min dikenê

Page 389: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

777776

BêbuharJi pey yarê venagerimJîn bimîne rojek tenêBûm Bêbuhar warê xemanTevde ji derdê evînê

Gora zindiyan

Li nav bajarên me KurdanÇêkirine gorên zindiyanÎşkence didin gelê KurdWekî zenciyan li Amerîkan***Gorên zindiyan kûr û tarîTê de razî tu nikarîGorên miriyan jê xweştir eGirtî jîn dibin bi jarî***Li ber derî şeş celad inTu deng bikî keysê nadinYek ji yekî dijwartir inTev bê rêdar û bê dad in***Îşkenc didin nîvê şevêGirtî nikare rakevêXweda li wê derê nîneKes nikare bi wir kevê***Mala avê tê de tuneHeta av jî tê de tuneNê kurkirin ne jî şûştinDikî razî nivîn tune***Qada biring li ser radizinEw nikarin bi şev razin

Xortên Kurd tev ew wek şêr inLê wê ji kê bikin gazin***Ê nexweş be derman nakinÊ ketî be wî ranakinLafên xwe bi girtiyan dikinTu car li wan mihrê nakin***Zindan li Heleb û li ŞamXwarin û av tê de temamTê de şûştin û kurkirinBi xwe tê de mehkê ez mam***Dad li ba zordestan tuneJi wekhevî re dijmin eYê ku wijdan tê tune beEw zordestî nake gune***Bes kiraskî li xwe dikinBi Sosyalîzmê bang dikinGelên di bin destên wan deEw her neqencî pê dikin***Dengê nizm kes nabihîzeDengê bilind xelk dibihîzeDi vê gerdûna bêbext deHer kes lîstka xwe dilîze***Dadgêr deriyê xwe vedikeYê qels li ba wî gilî dikeEw maf dide destê yê xurtMafê yê qels tev pêl dike***Sosyalîzmî ger rast hebeEv zordarî wê tune be

Page 390: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

779778

BêbuharHejarekî wek BêbuharYek ji endaman bi xwe be

Xortên Kurd ên zan

Xortên Kurd ên zan dengê min bê weÇavên hejaran maye li pey weGerdûn pir xweş e hûn lê jîn dibinTev stûxwar in dê û bavên we***Wan hûn xwendin dan ji bo rojên tengJi bo li kar bin vêxin arê cengWelat azad kin ji destê dijminBes xwe kerr bikin va bûye dereng***Gerdûn pir xweş e ne li her kesîTê xweş nas bikî ku lê bipirsîLi vê gerdûnê gel tev du çîn inYek jîn dibe xurt yek jî bi qelsî***Gerdûn wek dehl e her hov tê heneXwarinên wana ji hev bi xwe neHeçî hovên qels dixwinLi nav dad tune tev bê dadge ne***Ku hûn ne şêr bin gur wê we bixwinKu hûn ne xurt bin wê xurt we bixwinKu hûn ne jîr bin ne ramandar binXwînmij zana ne wê ji hev we bixin***Rejîmên gelan hûn tev bixwîninRiyekê ji Kurd re dirust bibîninBinyatekî deynin xurttir ji polaDijmin nizanibin ji hev bixînin

***Dawî dest hildan derî xêrê yeJi bo azadî mirin rast rê yeDara azadî bi xwîn tê avdanHerdem berxê nêr ji bo kêrê ye***Heçî ew gelê xwînê nerijîneWê ew gel tu car jînê nebîneBê rencî tiştek wê nê meydanêKî çi biçîne wê wî hilîne***Berê xwe bidin gelên binamûsBulov û Kamboç Vêtnam û LaosLi ser serên wan Sovyeta bilindLi nav neman xwînmij û casûs***Wan dil kirin yek tev wek law û bavWan xwîn rijandin bê bend û bîdavNe pir jêhatî ne ravperest bîTewr bi hêsanî nayê girtin rav***Îro serbest in bi serbilindîEw tev pêş ketin bajar û gundîWan welatên xwe tev azad kirinYek hejar neman bindest û bendî***Gelê Kurd rabin tev bi yekîtîBi dil hûn bigirin riya çepîtîVa bûm Bêbuhar şîret li we beDestên xwe bidin gelên Sovyetî

Page 391: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

781780

BêbuharEvîn

Nikam evînê hilgirimDilê dijwar neçar kirimEz bê hêz û bê huner imWê bi zorê binbar kirimPiştî xwe kir derya xemanEz hejar û xembar kirimPiştî li min kir taristanLi riyakî teng siwar kirim***Gelek çewt û dûr û dirêjZivêr bûm ez pêde herimRê winda bûn dehl û çiyaŞaş bûm nikarim vegerimBerf û bahoz hov lê pir inNema karim lê bigerimWek Ferhad sersam û diljarJi bo Şîrîn bêwar kirim***Heçî kesê talî nexweMafê şîrînî nizaneYê ku nexweşî nedîbeÊşa nexweşan nizaneYê nexweş çima dinaleNalîn ji ber êş û jan eWek Eyûbê kurman xwarîKûr dinalim û namirim***Li xelkê bû çerxê bîstanLi min çerxa lewra berêAh û zecran dil tev xwarinKengî dema min wê werêWê tim li min taristan beJi hilat de tim roj derê

Gerdûn li min wê rewş nebeHeta yara xwe negirim***Yara min nêzîk û dûr eNîgaş li ber çavê min eDikim nakim ji bîr nakimTalankera dilê min eBûm ebokê serê çiyanCeza da min wer bê guneDîsa nabêm misilman imEz ê bibêm ez kafir im***Heçî derdê dilan nedîLi cîhanê ew xam dijêHeçî goştê neşewiteEw goşt tu carî nabirijêZerzewata ne di sî deLi ber rojê diherijêEz şewitîm min jîn derdaBazirganê pêmût kirim***Heçî derdê dil nedîbeEw çi zane derdê dilanBilbil evîndarê gul eXweş zane buhayê gulanHeçî bi namûs û wijdanTim dikeve derd û belanEz ketime nîrekî tengJi bo riya teng negirim***Dikim nakim rizgar nabimYarê dilê min xist davaYê li yara xwe negereTewr tişt nayê bi lavlavaTemenê min bû pêncî sal

Page 392: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

783782

BêbuharRoja min diçe ber avaRojke tenê min xweş nedîTim dil bi pêta gir im***Dema nîr li meriyan teng dibeDivê mirov hedan bikeEger çiqas şev dirêj beIlem dawî ronî li pêMin sond xwarî ez rûnanimEz ê bimînim wer ji pêBûm Bêbuhar tim bigerimHeta yara xwe bigirim

Ji Kenan heta bi Kenan

Ji Kenan heta bi KenanLi Kurd tev bû malwêranîJi bîst û pêncan heta heştêLi nav Kurd nema jiyanîAlîk kuştin alîk zindanAlîk şewat û talanîDîsa Kurd cî xwe bernedaWayî qîma xwe pê anî***Gelê Kurd gelek mêrxas ePir fîdakar û cengawerXûyê wî ji şêr piling û bazTu car pişta xwe nade şerAxa wî buha ye bi wîHeta canê xwe dide serBila herd Kenan zanibinWelat nadin bi erzanî***Belê gelê Kurd mêrxas e

Lê ew nexwendî nezan bûDema Ataturk fort dikirKurd ji raman de xizan bûDi Kurd de zana hindik bûnKurd rêncber bû li gundan bûGelek caran şoreş rakirNegihişt serî wî çek danî***Li Agirî û li SasonêLi Dêrsim û Gelî ZîlanLi Erzerom û li BedlîsêLi Xelatê Sîpan û WanLi Sêrt û Hekar û AmedMelatya Sêwaz û BêlanBi hezaran Kurd kuştinDîsan Kurd serî dananî***Xwîna Kurd ew gelek sor eReş di nav de nê veşartinWek kevirê çeqmaq xurt eBi du tiliyan nê şikandinBerê rabû nexwendî bûÎro rabûne yên xwendinKurdistana xweyî rengînWê bistînin bi mêranî***Ev xwîna kurdî ro dibeAv dide dara jiyanêWek arê benzîn bavê serRonî xwe dide cîhanêXwe berdide laşê neyarWek nexweşî seretanêPiştî nexweşî kezeb xwarQet sûd nade pehlewanî***

Page 393: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

785784

BêbuharKurd riya Marks girtiyeBendekî xurt e venabeNeyar çiqas ramandar beArmanca wî bi cî nabeSond dixwim bi Yezdan û ZerdeştBi Kurdistanê şa nabeKurdistan dayika Kurd eKurdên Mîdî û Aşkanî***Kurdistan xuyan wek roj eBi bêjingê nê veşartinPad û poymê wê kevnar eBi zirtbûnê nê guhertinEw di dilê gelê Kurd deBi şixab hatî kolandinZêr bi axê pas nagireIlem wê bike xuyanî***Kanî Hitler kanî ÎxmanKa Musolînî segê harŞerê cîhanê vêxistinJi gelan tev re bûn neyarDawî ew ketin bin linganJi wan re neman gor û warGelên Sovyet ew pêl kirinÎro cîwarê wan kanî***Di Kurdistan de jin pir inBi namûs û têkoşîn inBi sedan wek Xeyrî DûrmûşWekî Mezlûm Dogan tîninJi nişk wek volkan dipeqinTextê neyar werdigerîninDilê neyar tim bi tirs eZivêr bûye ji ramanî

***Di sala heştê û duduyan deCejna Newroza pîroz hatXortan di Zindana AmedWan jîn kirin cejna welatNeyar sî û pênc ji xortan kuştArmanca wî bimire xebatTevan gotin: Bijî KurdistanWan jîn kirin bi rêzanî***Gelê Kurd rabin ser piyanXebat kin tev hev mêr û jinJi bo Kurd û KurdistanêÎro erzan bûye mirinBû agirê li bin arîJi nêzîk de nê pêlkirinNeyar pêl bike bişewiteJê re bibe goristanî***Ez wek goyîn tim dinalimTevde ji ber kul û derdanEv dema çerxa bîsta yeDest bi hev din xortên KurdanDema koletî ew çûyeHat dema serbest û merdanMin Bêbuhar hêvî ji weBes bindestî û xizanî

Çavên belek

Çavên belek dîn kirim ezBê kes û bê mal kirim ezDerdê dilê min ne bes bûWeyê giranbar kirim ez

Page 394: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

787786

Bêbuhar***Nîvê şevê ez di xew daMin dî li ber min çi şewq daMin got belkî roj hilatîRojê li min rewş bi şev da***Min çav vekir yar li ber minRewşa kemberê li ser minMin got Xweda ev çi perîBê bend ji çavan min şerm in***Min dî qirik wek ji acêPor hevirmêş gac bi gacêMehweş birû dêm çi heyv eLêv şekira ser bi tacê***Min dî gulên ser hinarêHeyrana bejna li yarêLaş wek penîr boz û taz eEz jê bixwim vê buharê***Nav kel zirav sîng bilind eBal wer dirêj şox û rind eFîstan meles sê kelem lêPêçî kirik mûm û find e***Yar hat buhurt ber li ber jêrŞingîn ketin bazinên zêrCot sêv li ser sîng ji mermerQe têr nebûm ez ji dîndêr***Winda min kir ew ji çavaWê kir li min roj li avaWê dil û hiş tevde bir çûXistim di nav feq û dava

***Laşê min ma dil bi pê ketBê hemd kirim dil ji rê ketRonî di çavên min reş bûWer hat ji nişk tîr çi lê ket***Dil girt benî mam di dest deEz pê ketim mam di qest deMin kir nekir jê nebû dilSerxweş kirim mey di dest de***Bûm Bêbuhar ra nekir lêEz bûm şehîn qîr min kir lêEz pê çi kim vê evînêEv dil hemû tev dax kir lê***Yareb li min ev çi mûhetJana zirav laş ji hev ketPiştî ku ez olperest bûmOl tev ji dil çû bi derket

Min dî ji jor

Min dî ji jor xortek çi tê pir lewendEw bal dirêj tê wer li hev sîng û zendEwya wekî şêrê li çiyan wer bi samKurdek ji me ewya min got sed bi sed***Ew hat ku bû nêzîk ji min pirs kirXorto min got pêşî te lo ma ji kurDa min berî deng kir ku ew zar ErebGot min bira pêşî min Kurd mam li vir***Min got bira Kurd î bi kurdî nezan

Page 395: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

789788

BêbuharŞerm e li te Kurd î bi kurdî bizanWinda bike ma yê ku kinc û zimanBindest bimîne ew xulamê dizan***Got min, bira bo çi ev şerm e li minEz tim biyan ma wê çi be lo li minZor kir neyar Kurd tev welat hişt revîMin Kurd nedîn ev zar gelek zor bi min***Wî go bira Kurdan welat ma çewaMin got bira bûka dinê tev ew eKana ji Kurdistan hemû derdikeveEw cî quling şalûl û bilbil kewa***Tevde çiya tevde bi deşt dar û rezLê pir diçêrin hov geyik ga û pezBaz şêr piling ew lê pir in şîp û gurBûka dinê pesnê bidim ma çi ez***Tev ceh genim tevde kizin nîsk û nokHin çem û mêrg kanî û şet tev cihokPetrol û zêr paxir û sîm lê heneDayika me ew em tevde rabûn biçûk***Hatin du kes wana ji dûr war kirinBavê me kuştin wana gelek qir kirinEm çûk nezan qada me wan par kirinGirtin bi zor dayika hejar wan birin***Em bûn mezin êdî hemû kar bikinHûn ên nezan tevde divê şiyar bikinDerdên neyaran ez kirim BêbuharDayika hejar wayê ji dest wan vekin***Xortê lewend wî çav li min da girî

Wek Bêbuhar wî xem û kul tev kirîSond xwar bi Kurdistan hebe yan nemanAr kir kiras wek min li ser can kirî

Bejna bilind

Bejna bilind şîrîn ji xendDêma gulî bisk lê vejendAram ji bo yarê nemaEz der bi der wer mam revend***Sewda û hiş wê herd birinNîgaş li min wê pir kirinJîna bi xortanî ciwanPir êş li min peyda kirin***Çi bikim bi şan im pehlewanWinda me îro bê rewanBendî di bin bîrê ez imÇawa derêm bê nêrdewan***Wê gawirê ez dîl kirimWayê bi canî pîr kirimEw awirên çavên belekGirtim di eşqê wer kirim***Pêşî evîn dil xweş dikeDil şad dike rû geş dikeGer nîr nehat negihişt serîDigire di nav ar wer dike***Ew ar venamire tewr bi avYarê ku yê girtî bi ravLavlav ti sûd nade meriyan

Page 396: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

791790

BêbuharYarê ku negire yê bi rav***Ew kes evîndar be ji dilWek hez bike bilbil ji gulEw kes dibe Mecnûn li serLeyla evîndar ar di dil***Lê ez li xelkê pendedarNayêm spartin lê tu carÇakan zivistan pê xweş eEz bim birayê Bêbuhar***Îro divê hednê bikimÇavdêriya yarê bikimYara xwe ez bigirim bi ravKam û mirazê pê bikim

Tirk hatin

Tirk ji Asya Biçûk derketinHatin Rojhilata NavînÇermê berxan li xwe kirinLê ew bûn gurên devbixwînSerwer û zana tev kuştinWelatê me tev kirin şînBi kirasê misilmanîDan pey wan ên nezan û dîn***Dagîriya xwe fireh kirinJi Yemen heta YûnanêJi Rûsya heta AfrîqaJi Îspan heta ÎranêLeşker tunebûn dagirinBi raman hatin meydanê

Axayên Kurd ên xwefiroşTirkan ewna hemû kirîn***Axa kirin paşayên xwePaşan jî axa çêkirinAxa jî li gundan geriyanLi gundan mixtar çêkirinMixtaran mela anîn gundJi wan re mizgeft lêkirinÇav û dilên Kurd kor kirinBi elhemdû û bi yasîn***Şêxên binamûs tev kuştinÊn teres birin IstenbolHemû kirin peyayên xweXwe firotin bi zêr û pûlNav lêkirin sadrel azamLi ser Kurdan kirin ser olÊn wek xwe kirin xelîfeNezan kirin mirîdên dîn***Xwendegeh ava nekirinKurd nexwînin zana nebinTim bidin pey xulamên wanJi wan re dîl û kole binÊn nexwendî hiş teng mabinHev nagirin wê pergende binJi bo bê kone û ramanLi paş bimînin bê dizgîn***Ayinê şêx li qezetanDixistin belav dikirinDigotin gawir pir hatinLeşkerên me dorpêç kirinXweda ev şêx ji xeybê şand

Page 397: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

793792

BêbuharLeşkerên gawir qir kirinKurd diçûn seredana şêxDiçûn ber pê şêx dernexûn***Malê xwe alîkar didanDibûn çekdarên koledarJi boyî herin buhiştêJi bo ol dibûn canbêzarHemû mift dihatin kuştinPir kuflet diman tengezarWelatê Kurd wêran dibûQencî dibû yê hat kirin***Beg û axa tim bi talanŞêx bi xişt mela bi niviştBê konetî û bê xwendinKurd man bê heval û bê piştHeta niha li nav KurdanHene ev gelacî ev tiştKurdên serdest tev çewser inÊn jêrdest jîn dibin bê jîn***Îro bi çar parçan bûneDi warê xwe de biyan inGel firiyan çûn ser heyvêHîn zanyarî xwe nizaninSer ax û bin ax tê xwarinJi sedî not Kurd xizan inLi çar aliyan bi aborîÇewseran dora wan birrîn***Tu guh nedî daweta xweXelk daweta te şên nakeBarê te ketî tu rûnîXelk nê barê te ranake

Ev jî armanca çewser eBi car divê te winda keLê welatê bindest buhaNe zêr in bi xwîn tê kirîn***Lê di xebata Kurd ev carBêbuhar ronî dibîneHem dixwîne hem kar dikeHem çekdar xwînê dirijîneBes jê re divê yekîtîWê Kurd mafê xwe bistîneLi ber koledar naçemeAferîn Kurd sed aferîn

Şahnaz û Şiyar

Şahnazê rabe ser xweKirasê sêreng derxeÎro cejna Newroz eTu berde ser bejna xwe***Şiyaro tu jî rabeBi cejna Newroz şa beŞal û şapik li xwe keBi Pêşmergê Kurdan be***Şahnazê va dixwînimHeta zanko bistînimNikarim tiştkî bikimEger ku ez nexwînim***Şiyar bi Xweda we yeRast e bi serê xwe yeDixwînim ramana min

Page 398: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

795794

BêbuharWekî ramana te ye***Şahnazê Newroz xweş eÎro gelê Kurd geş eLê ji dest koledaranDema li ser Kurd reş e***Şiyaro xortê ciwanBi serê me herduyanKoledarên Kurd xurt inWer Kurd nikarin bi wan***Şahnaz wê Kurd bi yek binWê xurt hêzên bi çek binWê Kurd mafê xwe bibinWê koledar bi seg bin***Bi Yezdan me li hev kirMe dilê xwe tev hev kirWê Kurd wek gelê VêtnamŞer ke wî çawa şer kir***Bijî gelên têkoşînKurdistan û FilistînBi dîrokê bira neTev hev rijandine xwîn***Newroz cejna buhar eBuhara Bêbuhar eNewroz rast cejna Kurd eWelat jê re rast yar e

Em aştîxwaz in

Em aştîxwaz in em şer naxwazinDivin bi xweşî em bê xem binTemenê here nema vedigerêÇima ev jîna bi xweşî nerêEm divên mafê gelan bigihe wanBigihin mafê xwe em jî wekî wanLê bila bimirin kesên koledarGelan bi hev re tim dikin neyarTiştan çênakin ji bona jînêÇekan çêdikin ku jîn nemînêJi dê û bavekî mirov çêbûneSerdest û bindest wekî hevdu neMirov birên xwe mirov dikujinXizan tên kuştin sermiyandar dijinPîj dikin tank û sarox û firokTên kuştin jin û êxtiyar zarokWelatên gelan bi zor distîninHer tiştên ne qenc tê de diçîninGel hew hildigirin zor û bindestîRadibin radiperin kêr digihe hestîGelê Filistîn li dij koledarCihû bi çek ew bi kevir û darSîngên xwe didin ber gulên dijminDema tên kuştin dilîlînin jinLi dijî Cihû radipere miletCengê dibînin dîn û dawetHêvî neman ji paşverûyên xweRabûn hilgirin bi xwe barê xwePaşverûyên Ereb li wan dinêrinJi dest Amerîkan deng nakin têr inEw fermandarên çewt û derewînKursiyên xwe nadin bi sed FilistînLi ser wan diêşin em Kurdên neçar

Page 399: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

797796

BêbuharEm jî bindestên kolên koledarBindest û xizan parçe û jar inKan û xêrên me hemû tên xwarinÎro li pêş me mane du tişt inYan em serxwe bin yan jî bên kuştinLê Kurd natirsin ji zor û kînêDi bin kevir de giya namînêHerçî koledar hevdu pêl nakinDixwazin gelên bindest winda kinHer gelên bindest divê raperinJi jîna bindest çêtir e mirinGel pir xurttir e ji çekên çewserŞiyar be çewser xwe nagire li berEw gelê bimire ji boyî jînêWê ew gel ilem jînê bibînêKurdê bindest çû jîna BêbuharJi bo azadî her dike hawar

Xortên gernas

Hey xortên gernas û hêjaDema xwe vala bernedinHûn xort in karin pêşkevinKarê gerdûnê dernedinHîn bin senet û xwendinêTiştên vala hûn guh nedinEv jîna keys û nêçîr eDivê xefkên xwe lê vedin***Hûn ûdê canî pir bigirinJi jînê re pir hêja yeBi mal û zêran nê kirînLi ba kalan pir buha yeJi ber canî kalbûn li pey

Kalbûn jîna bê riha yeYê kal bê ûd dibe hetaGuh nadin wî zaro û jin*** Tev bixwînin da pêşkevinKaribin jînê nû bikinHîn bin senet û xwendinêJi xwe çûktir jî hîn bikinBi xwendin û bi senet hûnKarin her tiştî çêbikinMafê dê û bavê we li weKaribin mafê wan bidin***Li gerdûna ron û şîrînTişt tune ye ku çênabeEv jîn du piyal in tê deYek jehr e yek jî şerab eYê pêşketî mal ava yeYê paşketî mal xirab eEger dixwazin pêş kevinJê re divê vîn û hedin***Wê neyarên we xurt bibinKu hûn guh nedin karê xweYên neyar wê war ava binWê hûn wêran kin warê xweBindest ne bes bênamûsîWê hûn hildin ser barên xweBê rewac bin felsefa weÊdî nema kes guh didin***Lê felsefe ew e mirovBi karê xwe re dirust beKarê îro biqedîneNexîne ser karê sibe

Page 400: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

799798

BêbuharXwendin û senet û rastîPê welat tev ava dibeFelsefa wan tev derew inÊn xwe ji ber van badidin***Gelên bindest rizgar nabinIlem bi destên rêzanaNezan tu car nabin rêzanKu nexwînin nebin zanaKoledar tu car natirsinJi şivan û ji gavanaKesên zan wekên şemal inDi nav gel de ronî didin***Ewropa metafizîk bûnJi bo jînê xwe livandinKlasîkî qayil nebûnTev hîn bûn senet û xwendinEv gerdûna ava kirinBi ezman de mirov şandinLi heyvê û Merîx tişt heneWê nîşanî mirov bidin***Ên bê xwendin û bê senetBirçî û jar û nezan inJi ber jarî û xizanîZarokên wan jî nezan inBêbuhar şîretan dikeEger hûn nagirin hûn zaninRiya rast xuya ye yek eLê riya xwar û çewt sed in

Gelê Filistîn hûn çil sal

Gelê Filistîn hûn çil sal stembarHûn raperîn ji ber stema koledarKoledarê we bi xwe xapiya çekdar eDi rûyê wan de hûn bûn pêt û volkan û ar***Şiyarbûna gel ji çekan pir xurttir eLi dijî koledar çeka we kevir eLê vîna gel di ser çeka koledar eEw gelê xwe bide kuştin qet namire***Dema koledar gelan stembar dikinLê nizanin bi xwe gelan şiyar dikinJi ber kîn di dilê gelan de tê çandinGel dibin yek radiperin û çek radikin***Bila koledarên dijwar rind zanibinBawer nekin gel bi kuştinê qir dibinBi kêrên wan qesabên dijwar û dilhişkPez naqelin bi milyonan serjê dibin***Tewr naqele gelê şiyar bi kuştinêGelê şiyar tewr natirse ji mirinêHin tên kuştin dîsa jin zarokan tîninMafê xwe distînin bi xwîn rijandinê***Pir koledar wek Musolînî û wek HitlêrBi milyonan dan kuştin zar û jin û mêrWan dîsa bi gelan tu havil nekirinEwna winda bûn serbest bûn gelên dilêr***Wa Kamboç wa Vêtnam û wa SalvadorWa Laos û wa Şîlî wek we bûn dorCihûyên pîs û dijwar qey bîr nebûn

Page 401: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

801800

BêbuharWelatên xwe ji koledar re kirin gor***Gelê Filistîn hûn bûne wek ebabîlKevirên di destên we bûne kevirên sicîlÊ xwediyên fîlan rojek bû yê we çar mehDadikevin ser stemkar contên Îsraîl***Ji dîrokê re we rûpeleke nû çêkirJi gelên bindest re we riyek nû vekirKevirên welatê me pir in bê buha bûnÎro buhakî pir û pir we da kevir***Gelê şiyar aferîn û sed aferînBila li we her pîroz be ev raperînBi mêrxasî we cîhan seranser hejandBi keviran hûn doz dikin doza bi xwîn***Dema ku ez televizyonê pêdixînimZarokên Filistînê kuştî dibînimBi destmalê hêsirên xwe ez dadimalimWan zarokan wek zarokên xwe dibînim***Ez dibînim wan Cihûyên wek gurên harLêdidin li pîr û jinan bi boks û darDest û piyên xortên ciwan dişikîninLi ber çavên diya wan dikin qîr û hawar***Dê dibîne welat ji law şîrîntir eLaw tê kuştin di dest diya wî de kevir eDilê jina Cihû li wê baweşîn eDilê jina Filistînî mîna agir e***Wan paşverûyên Ereban mejî qirêjDerewînên kursî karton ziman dirêjJi bo kursiyên xwe yên karton tim li ser bin

Filistîn erzan firotin Cihûyên xwînrêj***Ji dema Selahedîn de em li pişt we neDi ber we de em tên kuştin Pêşmerge neLê wekî we em jî îro Kurd bindest inStembar û bê ziman û çar parçe ne***Ji berê û heta niha em tên kuştin li çar parçanLi Alaqemş û Sasûn Dêrsim û ZîlanLi Amed û Agirî Sêrt û MihabadQeladiz û Zêwa Helebca perîşan***Herdem bi we re ne em Kurdên dilbirînSilav dikin li gelê we yê têkoşînLi şehîdên Sebra û Şatîla û NeqebŞefa Emr û Kefir Qasim û Dêr Yasîn***Êşên gelên bindest îro hemû yek inPaşverûyên xwe em ji wan hêvî nekinPaşverûyên me êşên me derman nakinEm êşên xwe bi xwe ku em derman nekin***Li we pîroz be gelê we tev şiyar bûDi nav we de agirê şoreşê gur bûBêbuhar pakrewanên we spas dikeJi agirê şoreşa we re bûn ardû

Bavên me

Hin bav ew neyarên me neTev neyar simsarên me neEwna keysê tewr nadin meXopankerên karên me ne***

Page 402: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

803802

BêbuharNeyar bi şev tên me digirinJi me zindanan dadigirinEw me didin bin îşkencêNeyar divê Kurd tev bimirin***Bavên me şerê me dikinAlîkarî neyar dikinDibên ev kar bêsûde yeHûn nikarin tiştekî bikin***Ji mal ew bera me didinJi bo em xebatê berdinXwe nabînin tirsonek inLê ew mafên xwe berdidin***Hiş di serên wan de tuneEw û neyar wek hevdu neAlîkarî neyar dikinLê haya wan ji wan tune***Li ber neyar ewna qels inLi rû hevdu qet natirsinJi olê re gelek mijûl inLi mafê Kurd qet napirsin***Wan ji me re tişt nekirinTim ji xelkê re kar kirinÊn mirin çûn mihr ne li wanBêsûde û mirar mirin***Xulamên axa û began bûnMirîdên şêx û melan bûnJi beg û axan re diz bûnHem ji şêx re tobedar bûn***

Diçûn xelk talan dikirinAxan û began par dikirinHinek ku ji ber wan dimaZekat ji şêx re dibirinŞêx û melan tev dixwarinRojekê wan Kurd şiyar nekirin***Ewna xulamên melan bûnMela xulamên şêxan bûnŞêx û melan ew tev diz bûnXulamên beg û axan bûnAxa û beg ewna tevdeXulamên destên neyar bûn***Wan ji me re kar nekirinGelê Kurd şiyar nekirinDema lingê neyar cî girtTev bi destên neyar mirin***Va em îro maf windan inBê xwendin in bê ziman inEm wek zencî Amerîkan inBê rûmet û bê kiyan in***Îro va ez pîrê we meEz şêx û melayê we meEz ji we re dinivîsimEz ê li ber karê we me***Hîn bavên me ew nezan inPir ji hiş de ew xizan inÎro ew şerê me dikinZanim dawî ew poşman in***Gelî xortan hûn şiyar bin

Page 403: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

805804

BêbuharHûn zorkerên ser neyar binHûn ji hev re alîkar binLi ser neyar şêrên har bin***Bêbuhar gazî we dikeDivê hûn tev wek Dara binEm bigihin doz û mafê xweEm wek gelan bextiyar bin

Mafên gelan

Mafên gelan tê standinBi dest qehreman rêberanNe bi destê xwefiroşanJi dijmin re wekên keranBila mirov qehreman beZora dijmin li ser seranBindestî gelek dijwar eÊş wek birînên xenceran***Gelî bira hûn binêrinBalindê baz temen kin eJi ber ku ew pir mêrxas eHer hov bi wî re dijmin eBalind pir hene li gerdûnTewr balind fena wî tuneEw qayil nake bindestîGelek şanê wî mezin e***Bila mirov wek piling beTim li hemberî neyaranBila mirov ne bindest beWekî keran û dewaranMirin bi namûs pir xweş e

Bi ceng li hember zordaranBi tirsê kes negihiştiyeŞanê serok û dozdaran***Ker hovekî tim hejar eBarê giran her li ser wîPê kar dikin ta êvarîKaya rijî dixin ber wîRêncber şivan didin ber xweDar û lêdan tim li ser wîÇiqas hedanê bikişîneLê gazek buhişt nagihe wî***Bindest û qelsî ne maf eMirov dixwazim tim mêr beNe wekî pez û dewar beDivê herdem wekî şêr beDivê mirov tim wek çiya beMij û moran li hawîr beSerbilind be bi fîrazîNe bêrûmet çav li jêr be***Hûn tu carî xwe pîs nekinDest hilanîn derî xêrêDema ku hûn rabin ser xweNeyar wê li we binêrêRabin ser xwe çekan rakinNeyar bê ser te newêrêKu neyar ji ber te bazdeXêr û serbestî jî pêrê***Xortno hûn tev qehreman binWek pilingan wekî şêranBila şanê we bilind beWek balindê baz û xweşmêran

Page 404: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

807806

BêbuharJi neyar re nebin xulamWekî qelsmêr û bêkêranWelat bi xwînê tê standinBi xwendin dirav û zêranKu ne dozdarê welat bîWê bimîne ji xelkê reBûm Bêbuhar dinivîsimWê hûn zanibin di pê re

Kurdno

Kurdno bila ez bimirimPêşmergeyê Kurda meGel tev ji bo şayî neBes ez ji bo derda meXweda dema ku ez damJi bo derdan ez dameBibim Ehmedê XanîLi ba pîsan winda me***Dilê min Derya Reş eHurmîn û pêl giran eBi ahîn û bi kul eTevde keder û jan eDilê min Geliyê ZîlanCî şehîdên Kurda neTim wekî KurdistanêLi ser şerê giran eTim di zindanan lêdanKesek bi min nizaneYûsif Ezîz ew mirîKes bi êşê nizane***Mihr tim li Yûsif Ezîz

Bijîşkekî zane bûLi hemberî van TirkanKurdno ew bavê me bûLi Kurdistana BakurKes mîna wî tune bûXweda te ew çima birQey ew ji me zêde bû***Dixwazî lê bipirsîGora wî li FarqînêTu here ser gora wîBi çavên xwe bibînêZana û binamûs bûWê dilê te bêşînêBi evîna KurdistanEw jî wek Mem û Zînê***Wî bi çavên xwe nedîKeser mayî di dil deFîraziya welat nedîAgir ma di hundir deNe dema mirina wî bûÇima te bir ey XwedaPiştî ku ew mir û çûEm Kurd man ji bo derda***Hûn rojên cejn û şayanWî di bîra xwe bîninHûn wî seredan bikinMûman li ser vêxîninWek gora pêxemberanHedna xwe hûn pê bîninEm qet wekî wî şêrîÎro kesî nabînin***

Page 405: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

809808

BêbuharDinalim bi vî derdîHer bi girî û şîn imJi bo Kurd û KurdistanEz wek wî bi nalîn imKurdistan tev bindest eJi bo wî dilbirîn imJi bo Kurdan bêm kuştinEz herim wî bibînim***Ku ez nemirim ez mam xweşTol ji neyar hilînimJi ber neyar ew jar kirJi bo wî ez bi şîn imBûm Bêbuhar ji zecranEz bi hiş im ne dîn imXortên Kurdistan xweş binWê Kurdistan bistînin

Her kes

Her kes ji rewşa xwe razîMa kî dibê ez ne baş imHinek xwe davêjin bîrêHin jî dibên ez ne şaş imHezar salî li pey xelkêHîn jî dibê ne li paş imTirk bi sedan wan dikujinHîn jî dibên gelek baş im***Ew dimeşin pozbilind inEw xwe bi tenê dibîninEwna serxweş in bê meyWek serxweşan poz hiltîninEw bê raman û bê hiş in

Keskî li pêş xwe nabîninLi ba zana ew pir tal inDi çav xwe de ew şîrîn in***Şebqên Tirkan li serê wanSînga xwe pê bilind dikinPaşî pêlavan dadixinLingan ji hev fireh dikinLi çayxanan ew rûdininXwe li ser hev mezin dikinGurzên simbêlan ba didinÇavan li hev awir dikin***Ê ji dûr de wan dibîneWê bibê ewna xweşmêr inJi dijmin re ew xulam inLê ji hev re wekî şêr inEw ji hev re pir mêrxas inJi dijmin re qelsemêr inHev dikujin qet narevinKu Tirk tên tew xwe vedişêrin***Mirov bi namûsê mêr eMirov şanê wî gelek eDem wek zîzokê digereEv gerdûn çerx û felek eDivê tu demê zanibîZarê xwe vala çenekeEger çiqas tu zane bîŞopên zana winda neke***Va gel gihiştin ser heyvêAla xwe li heyvê danînXelk li ser heyvê geriyanBi sindoqan ax jê anîn

Page 406: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

811810

BêbuharJi ber ku ew serbixwe neBi xwendinê û bi zanînPiştî vê zanebûna bilindHîn jî qîma xwe pê neanîn***Buhişta bindest min navêBi mêranî herim agirBi kuştin deng belav kim ezLi Ruhayê wekî NamirLi dîrokê binivîsimBila bêjin çi ev kafirPenahend kim ez bi zorêWekî Berhîm kurê Azir***Bila dijmin tev bitirsinWekî gur li ser çiyan bimNe bêrûmet di bin destanNe kûçik li ber deriyan bimNe wek pez bim li ber kêrêNe hestî bim li ber sa bimBûm Bêbuhar ez pirs dikimHeta kengî gelo wa bim

Aramî

Dîwana Heştem [8]

Page 407: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

813812

BêbuharXweda

Li cîhana renc û xweşNavê Xweda dibêjinMirov tev pê sond dixwinLê nizanin ew çi ye***Lê belê Xweda yek eHer ku demek derbas bîHer gelekî ji xwe reWî navek lê kiriye***Pir gelan roj û heyv ûStêran kirin XwedaDawî ji jor daxistinXweda li jêr pût bûye***Yên pût çêkirin dawîWan reng rengî çêkirinHer yek ji pûtê xwe reSerê xwe daxistiye***Her yekî ji yê din reGotiye yê min rast eGelacî ket nav mirovMirov pir hev kuştiye***Felsefa kesên zanaDema hatin meydanêCî Xweda li jêr nemaFiriyaye berjor çûye***Xweda ji mirov dûr ketLi ezmanan rûniştîHeta niha jî mirov

Nizanin ew li ku ye***Bi destê stemkaranBi hezaran tên kuştinBan wî kin deng nakeMa gelo ew li ku ye***Mirov ji bo rojên tengKu çekekê hildigireDi cengê de nepeqeMa ew çek ji bo çi ye***Zarokên çûk ji wan reEm qala Xweda nekinEwna ku mezin bibinÇi zanin Xweda çi ye***Sûde ew e em mirovXweda tînin dinêEv Xwedayê em dibênJi gotinan çêbûye***Gelê bi Xweda girtîEw gela li bin mayîYê ji xwe re kar kirîEw gel bi ser ketiye***Ji milyonên salan deJi dîroka kevin û nûJi pêxember û zanaZeradeşt rast gotiye***Ji çaran yek tune beTu carî jîn çênabeJi roj û ba ax û av

Page 408: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

815814

BêbuharGotiye jîn çêbiye***Lê ez dibêm XwedayêXêrê bext û wijdan eXwedayê maf û şerêKarîbûn û xurtî ye***Yê xurt be fermandar eTêr e gerdûn ji wî reEw kesê qels û dest kinEw bindest û birçî ye***Kesê xurt be tu carîEw bi Xweda sond naxweJi ber xurtî Xweda yeEw Xweda li ba wî ye***Xurtî ji çi çêdibeDivê em wê zanibinXurtî xwendin û pereEw gelê hevgirtî ye***Gelê zan û dewlemendBi rejîm hevgirtî beLi cîhanê seranserÊ li ber rabe kî ye***Yê qels û yê derewînHerd bi Xweda sond dixwinYek ji bo xapandinêYek jî ji ber qelsî ye***Rexna oldarê sexteYê bikira zindîq bûÎro ji ber zindîq ve

Dibêjin ev Şûî ye***Lê ol ne çermê pak eNe şaşik û cube yeNe rojî û nimêj eDilpakî û rastî ye***Îro ez im BêbuharJi ber ên bê çareserKesên nezan wê bibênGelo ev kafir kî ye

Welatê Kurd

Welatê Kurd Kurdistan eDeşt û mêrg û zozan eTev xêr û petrol û kan eKurd tê de perîşan e***Kurdên mêrxas û serfirazÎro bindest û belengazWarê Kawa û EfriyazLi ser ceng û talan e***Kurdistana Kurd manîPêşî dîrokê wê danîHat firotin bi erzanîÎro buha jiyan e***Koledaran dest dane serDibin petrol û kan û berGelê Kurd tê kuştin li serÇar par û bar giran e***

Page 409: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

817816

BêbuharKurd çar par navên Kurd yek inDivê pêşkêş xwe bi yek kinJi bo Kurd şerê hev nekinAzadî çek derman e***Bes e neviyên IsfendiyarNe jîn e ev jîna bijarŞerm e bi destê koledarEv dem çerxê bîstan e

Ka çi tê xwestin

Ka çi tê xwestin ji mêr û jinêÇawa jîn bibin li vê gerdûnêDivê bi hev re dilsoz û rast binJi bo karibin xweş bikin jînê***Ne bes hez bikin ji bo hev bibinZarok riswa bin piştî çêbibinDivê hev bibin mal ava bibeZaro bi xwendin pak xwedî bibin***Divê kar bikin herd bi dirustîBi mihrevanî vîn û yekdestîBi hev re jîn bin bi ûd guhartinBê tişt veşartin xweş û serbestî***Bi hev re jîn bin bê dilman û şerMêr ji derve bê jin rabe ji berBi devkenî û şad û rûgeşîMêr ji bîr bike westan û keder***Mêr ji derve bê xwe bibîne bavJin ji wî xweş be her çax û her gav

Zarokên wana bê xeyd hîn bibinJi bo pêşkevin bê bend gav bi gav***Cînar hîn bibin ji wan tiştên başJi bo tev berdin xûyên çewt û şaşHemû bixwînin bibin jîr û zanJi bo nemînin bindest û qerwaş***Kesên paşketî mane bê rûmetPaşketî nabin mîrza û mîrvetBi xwendinê û bi alîkarîÎro Ewropa seranser pêş ket***Bê xwendin û mal gel serbest nabeGel serbest nebe abor çênabeAbor û xwendin eger çênebinBê wana tu car senet çênabe***Ji mala yekî heta bi gel tevHatî girêdan yek bi yek bi hevDi mala xwe de her yek xwe pêşxeTev pêş dikevin tev dibin wek hev***Gelê paşmayî yê kar nekirîBirçî û bindest çewser pêlkirîJi ber nexwendî ew nezan mayîTim dibêjin qey Xweda wer kirî***Lê bawer nekin Xweda wer dikeEw hinan birçî hinan têr dikeGelê paşmayî jar û birçî yeTêr û pêşketî gelê kar dike***Şanên nêr û mê şanan çêdikinRadibin hev digirin dirust kar dikin

Page 410: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

819818

BêbuharBi karê dirust ji gulên bêhnxweşEw ji mirov re hingiv çêdikin***Gerdûn ava bû bi alîkarîNe bi dexs û kîn ne bi neyarîEz bûm Bêbuhar ji yên çewt û xwarJê xweştir tune jîna hevparî

Derew û rast

Derew qet ji me re nabinRastî ew armanca me yeDerew tim ji me re şerm eEw ne irfê bavê me yeEm nebin qelsok û rebenEw ji me re bêsûde yeEger îro em bindest inLê dilê me serbixwe ye***Mêrxasî ji me re mayîTim ji bav û kalên me daNeyar çiqas li me zor kirMe zimanê xwe bernedaMe qet serê xwe nedanîJi me hat kuştin bi sedaMe pişta xwe neda neyarMe cî warê xwe berneda***Mirov serê xwe danexeBila perîşanî hebeNanê bindestî pir tal eBila qet kes pê şa nebeDanek têr be yek birçî beBila mirov serbixwe be

Wekî Rustem û wek KawaBila jê re rûmet hebe***Maf ew tu car nê standinIlem bi dest qehremananNe bi dest bizdok pepûkanBi destê rêber û zananEz ji kesî hêvî nakimHêviya min bi xwendevananJi gelê Kurd re rêber inEw natirsin ji zindanan***Em ji zindanan natirsinZindan parlemana me yeJi mer kembeda sê tilîCî me herdem tê de heyeLi şûna kursî zêr û zîvQada biring ew cî me yeHeta bigihin armanca xweZanibin ev riya me ye***Di vê rê de em ê herinEm qîm tînin bi vê jînêEm armanca xwe bernadinEger ji me yek nemînêEm bi evîna vê rê neEm hemû wek Mem û ZînêEm ê mafê xwe bistîninWê neyarê me bibînêXortên Kurdan hûn zanibinBêbuhar ew ê mizgînê

Page 411: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

821820

BêbuharHebû me Kurdan

Hebû me Kurdan koşkeke rengîTim serbixwe bû pir bi çelengîTu car lê nedibû zorî û tengîEwya bûbû sî li me Kurdan gî***Wek wê tune bû ne li Hind û ÇînNe li Yûnan û ne li QostentînNe li Amerîkan ne li ArjentînEw gelek şîrîn bedew û rengîn***Koşka me bi çîn mercan û sedefWê ronî dida bi roj û bi şevGelan digotin çi buhişt e evRon dikir Yûnan Aşûr Ecem tev***Li hawîr baxçe gulên kesk û sorBilbilan dixwend li nav qîr û qorRengê bilbilan kesk û zer û sorBeradabû ser rewşen Xweda ji jor***Dijminê mezin wî hat hawîr girtWî li ser vekir şerekî zor û xurtBan hevalan kir derî li me girtEw dema xweş çû bi xwînê buhurt***Ketin nav baxçe ji bin de birrînBilbilên rengîn tevde jê firînXopan kirin wan ew koşka şîrînKurdan tev kirin hawar û qîrîn***Herd koşk û baxçe dilên KurdistanLê çi bikim îro ketî bin destanBilbil em bûn li nav bax û bistan

Ketin bin destên sê pûtperestan***Kurdistan bindest ew ma gelek salKurd nizanîbû bi hal û ehwalÇavê Kurd şikest Kurd rûnişt li malJi nû rabûn ew xortên heval***Hêvî me li ba xortên hevgirtîRabûn girêdan rejîma partîTev rabûn xebat mêrxas bi xurtîHew dijminan dîn Kurd çek hilgirtî***Yazdehê Îlonê di şêst û yekanDengek ji radyo xurt hat guhên giyanLi Iraqê şer bi firok û tankanKurd lêdixin bi top û tifingan***Zan pêşkêşê şer ew şêr BarzanîPlan ji bo şer wî şêrî danîEw şêr ban dike ka neyar kanîXweda ew şêra ji me re anî***Gelê Kurd rabin dem hat û gihiştGelê Kurd rabin xwe tev bidin piştSawa wî şêrî dijminên Kurd kuştWek balindê baz li ser wan venişt***Dijminan bigire wan tev pêl bikeKu em yek bin dijmin çi bikeBaxçe biçîne koşk ava bikeDilê bilbilan ji nû şa bike***Yê ku hev negire tim bi hev ketîEw pêşde naçe tim li paş ketîRiya Sosyalîzmê karê pêşketî

Page 412: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

823822

BêbuharRiya li pey wî karê yekîtîBêbuhar digihe herdem vî xetî

Gewherfiroş im

Gewherfiroş im gul vêraNafroşim bi mal û zêraYê perest be wê bikireWê dil bide can jî pêra***Gewher bi min bi qîmet eGul bi bilbil bi rûmet eLê felek ew xapandar eHer yek ji yekî diqete***Taca serê Dara kanîJi yaqût û gewher danîGul di baxçê koşka rengînBilbil malik li ser danî***Wî qedrê gewher zanîbûDilê wî wek dilê min bûBilbilan xwe didan hawîrGulên sê reng wî çandibû***Yê nizane çi gewher eEw jî nezan e wek ker eGul û gewher bidê bazdêHewşan bidê wê bê ser e***Ker bi gulan wê çi bikeMa wê gulan çi bêhn bikeQîvar û hewşanê bixweGulan bi lingan pêl bike

Ger ku awaya bîr nebeMa Bêbuhar wê çi bike

Ji kur bînim

Ji kur bînim bijîşk LuqmanDerman ke derd û kulên minKund û pepûk balindên pûtTevan xwendin li qada minHin hevalên min bûn nokerTev dijmin xwedan bendê minMilên min xistin qisqacêKelepçe xistin destên min***Dijmin ewna bertîl kirinÇûn xwe firotin bi peranDijmin ceh raberî wan kirEwna çûn ser wekî keranJi bo welat fîdakar imZora neyar li ser seranHerin mencenîqan bîninBar giran e li milên min***Ez çi bikim ji vê demêPir ne baş e gelî biraEv çi dem e ev çi roj eSeg bûn fermandarên guraRojkê em tev hev bicivinEz û bav û xwişk û biraÎro ez ê hedanê bikimHeta ku keys bê destê min***Balindê baz amade yeEw veniştî li zozana

Page 413: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

825824

BêbuharWê rojekê xwe berde jêrXwe dayî ber nêçîrvanaKund û pepûk pût bifirinKer bimînin li şûn wanaWê demê li wan siwar bimWê vemire arê dilê minBûm Bêbuhar dilbikul imWê xweş bin derd û kulên min

Zehî mame

Zehî mame li vê dinêLi gelan li şiyarbûnêLi Kurdan û raketinêEz digirîm li buhartinê***Gerdûn çêbû gelek dûr eKurdistan pir dem buhûreTê de rabûye gelê KurdGelek mêrxas û stûr e***Kurdistan tev xêr û bêr eRewşa cîhanê li ser eSê gel hatin tev ji der eYek reş yek spî yek zer eWan par kirin dest dan ser e***Civîna wan tim li hev eWekîn dizan tim bi şev eMalê me didizin dibinEw par dikin dixwin tev e***Gel tev zanin ew ji kur inEwna fenên har ên gur in

Rojhilata Navîn birinBi navê ol em par kirinHeta niha jî li vir in***Zarok diçin dibistanaMêjû tune li nav wanaWê zarê xwe winda bikinGuneh li ser xortên zana***Kurdistan li vî meydanîNûh pêxember binyat danîHam Sam û Yafid bûn karkerNûh bi xwe bû lê kir vanîTirk û Ereb û EcemanEw tune bûn wî heymanî***Kurdistan welatê me yeBavê cîhanê bi xwe yeEger neyar qayil nabinVa gemî Nûh ew şade yeEw cî bav û kalên me yeCî xwînmijan lê tune ye***Em şiyar in hin bi tenêEm digirîn dijmin dikenêGel tev azad bûn li dinêBindest mane em bi tenê***Gelê Kurd şerê hev nekinBes dijmin pîsî di nav me kinHin xort di zindanan riziyanDestên wan bi kelepçe kinBi dijmin re rabin ceng kinXortan ji zincîran vekin***

Page 414: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

827826

BêbuharÊn rehê zer ewna Tirk inÇavên wan zer diran firk inEm Kurd mafê xwe dixwazinWê xwe ji ber me di kur kin***Va ewên reş ew Ereb inGur gura wan bê sebeb inEm Kurd mafê xwe dixwazinEwna divên Kurd tune bin***Ewên spî ew Ecem inGuho pêl in mêrxas em inKarên wana fût û fen inBi riya olê bi me dikenin***Lê Kurd rabûne ser piyanMîna şêran û pilinganVa çeka xwe hilgirtineWê dijmin bazdin wek seganVa Bêbuhar gazî dikeHejar ketine bin lingan

Lo pismamo

Lo pismamo lo delaloHem pismamo hem hevaloMin tu nedî gelek saloDi zindanê kerr û laloDerd pir bibe şadî dimire***Dijmin pismam xist zindanêDa ber îşkenc û lêdanêWana bê dad ceza danêKes bi halê wî nizanê

Wer mayî bi ah û zecrê***Pismam ji Kurdên CezîrêMêrxas mirin nayê bîrêXistine bend û zencîrêWek Yûsivê binê bîrêDijmin jê re nehişt yek rê***Fîrewn heft sal cezadayîPişt heft sal Yûsiv berdayîLê pismamê min wer mayîHêvî jê re qet nemayîKesek tune pişta wî bigire***Gelek ji xortên malbatêEw çûn di riya vê xebatêŞîn û girî li pey wan têNema peyxamek ji wan têYê binamûs li pêş ev rê***Şemal dema agir dideJi agir jî rewşen dideJi rewşen jî geşî didePerwane xwe ber ve dideJi bo rewşen perwan dimire***Pîkolî ne ji niha deJi dema bav û kalan deDijmin tu carî rê nadeJi bo vê axê vê qadêPir renc e yê vê rê bigire***Destê tenê deng jê nayêPir sivik e wekî kayêMe çi ji sewm û selayê

Page 415: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

829828

BêbuharÎslam hevalê xurta yêÎslam çawa riya xwar digire***Pismam xistin bin zindanêNe ji bo malê cîhanêNe ji şer û li hevdanêJi bo doza KurdistanêPismam çawa vê rê negire***Gazî bikim xortên zanaEw şiyar kin van nezanaBidin dor xwe pîr û canaHerin dijmin bi halanaMija cengê bila vegire***Aştî here şer vêkeveHurmîn bi van topan keveAgir bi nav dijmin keveDijmin ji nav Kurd bireveNema karê pismam bigire***Bi şer welat azad bikinWek Şorewî ava bikinDaweta me zû saz bikinWek Bêbuhar dilxweş bikinDoza min û pismam nemire

Hejaro

Lo hejaro belengazoJi min dûro bêmirazoDil şikestî dil bi nazoDi bin destê xêrnexwazoLo hejaro belengazo

***Ez keçika pir bedew imEz nazika renga kew imJi evînê ez bê xew imDilbira dilê te ez imLo hejaro belengazo***Demkê eşqê biber bê ketBa rabû pêl hat û lê ketDemkê ajot çû li çiyê ketJi hev xist bi ber avê ketLo hejaro belengazo***Deng va kete çol û çiyanHat û zinar tev naliyanCûdî û Bêxêr giriyanTev ji bo me bêxwediyanLo hejaro belengazo***Ji mêj de Zagros bi deng eJi zû bû halan û ceng eKurdistana min çeleng eMayî bê ala sê reng eLo hejaro belengazo***Neyaran dest li min dan hevEw min dipên bi roj û şevWarê me par kirin li hevÎro xêra me dixwin tevLo hejaro belengazo***Tu yî Ferhad ez im ŞîrînEm man bê miraz û evînEm in Cizîr Mem û ZînEm in mîr û koşka rengîn

Page 416: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

831830

BêbuharLo hejaro belengazo***Xorto rabe zû dest hilînLi ser Zagros bike qîrînHevalên xwe tev bicivînBi cengê min ji wan bistînWek Bêbuhar tim bi evînLo hejaro belengazo

Hemû dê

Wa hemû dê zarya tîninBi berên xwe dimêjîninDixin dergûşê dihejîninPir rencî pê re dibîninBi şevê xewê nabînin***Xwedî dikin mezin dikinXwarina mala xwe kêm dikinKincên xweşik li wan dikinHeta wana mezin dikinXort dibin ber xwe dibînin***Bav zarokan xwendin didinMalê xwe tev li ser didinDeyn dikin nikarin bidinLi ber halê xwe tim didinZaro şehadan distînin***Hin ji wan dertên bi namûsEw namûs nadin bi filûsLi ser Kurdan nabin casûsQebûl nakin bibin deyûsJi bo Kurdan dilbirîn in

***Ji bo Kurdan xebat dikinEw zindanan qebûl dikinMal û dirav winda dikinEw jîn û can li ser dikinLi ser Kurdan tim bi şîn in***Hin ji wana wekîn ker inJi cîhanê bê xeber inTim li diravan digerinHûn ber bi wan tu car nerinWê we bi dostî bixînin***Çi bikim bi Kurdên pîs neyarXewa min nê roj û êvarEz tim dikim qîr û hawarJi ber wan ez bûm BêbuharWar ji pîsan re nêlînin

Tev bawer in

Tev bawer in bi rastîJê hindikan parastîYên pîs pê nên parastinBer ji karên wan xistî***Yên qenc tim rast dibêjinZimanên wan dirêj inPîs ji qencan hez nakinJi ber qenc ne qirêj in***Erê yên pîs ew pir inLê kûçik in ne gur inJi sernizmî hez dikin

Page 417: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

833832

BêbuharRiya namûsê nagirin***Pîs divên mal pir bikinXulamiya dijmin bikinArmanca wan dirav inNamûsê zû pêl dikin***Pîs bi pîsî digihin hevEw destên xwe didin hevŞerê qencan tim dikinJi bo yên qenc negihin hev***Erê yên qenc ne pir inLê namûsa wan pir inPîs bi qencan nikarinBi qenc erzan e mirin***Xwelî li ser pîsan beTifû li malên wan beMalê dinê pê çi bikinNamûsa wan erzan be***Malê pir ne qencî yeNe al û serbestî yeYên xwendevan bi namûsWan welat parastiye***Tev rêber û pêxemberPir dîne êş û keserDi zindanan kal bûneGelan ew kirin rêber***Her çî pîs rastî najoYên qenc ew dibin ajoYên binamûs rêzan in

Gelan ew xistin mêjo***Bi namûs û riya rastGelan warê xwe parastÊn bi namûs hêvan inBê hêvan şîr nabe mast***Xelk konê reş vedigirinBes pênc beşt kon hildigirinXelk di germ û sermê deBi dehan xwe lê digirin***Qencîk ji bîst û pêncanBes yek jê digihe qencanEger ên pîs tune binKesek nas nake qencan***Xweda dema mirov daYên qenc û pîs tev hev daXweda namûs da yê qencÊ pîsan namûs neda***Gur tên li gakî dixinQey çar gepan jê dixwinDev jê berdidin diçinÊ mayî kûçik dixwin***Ne teresê pera meBi qencan re bira meNabim alî kûçikanEz hevalê gura me***Bûm Bêbuharê KurdaJi dest pîs û nemerdaMin jîn der da bi canî

Page 418: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

835834

BêbuharKalbûn jî hat bi ser da***Zivêr bûm ez bibêjimJi ber pîsan ez gêj imGotin di wan kar nakeMa ji wan re çi bêjim

Canbêzarî

Canbêzarî viyan eBarekî pir giran eMirin bi wan erzan eWekên qozên hevirmêş***Hevirmêşê derdixîninHemû li xwe digerîninXwe di nav de dimirîninDibin gorî hevirmêş***Canbêzar jî wek wan xweDikin gorî gelê xweJi bo jîna gelê xweMerga xwe dikin pêşkêş***Li diravan napirsinJi mirinê natirsinÇewser ji wan ditirsinXwe li ber wan nagirin gêş***Ji xwîna xwe ro dikinÇiran tije don dikinPêş gelê xwe ron dikinDi tarî de didin pêş***

Di rehan de wek xwîn inEw in dil digerîninDermanên cih birîn inDerman dikin derd û êş***Ên çekdar û qehremanÊn bergirên KurdistanKurd nas kirin bi cîhanEw karin bibin pêşkêş***Kesên lawên malbatêŞêrên ceng û xebatêWekî şerê DimyatêEw karin xwe bidin pêş***Zaro û pîr û canaBi hêvî ne ji wanaReha bin ji kovanaEw in ji wan re pêşkêş***Kesên li dij koledarÇekdar in wek şêrên harDi zindanan xebatkarBi berxwedan û cankêş***Wekîn Mezlûm û KemalXêrî û gelek hevalLi ber wan in gelek salKurdên li paş neçûn pêş***Dibên mirin nemirinBi sedan wek xwe kirinKoledar sermat kirinSermedî wê herin pêş***

Page 419: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

837836

BêbuharNe qels xortên kolananÊn keçik û dîlananLi ber qels û nezananDibêjin em in pêşkêş***Ne maldarên tev neyarÊn çerm pak û dil gemarSimsar û wek segên harŞopê dajon didin pêş***Ne şêxên raman qirêjHin melên ziman dirêjBi riya rojî û nimêjTim Ereban didin pêş***Keys pare û berjewendLi pêş qencan dibin bendLê nikarin bibin bendDemayî ne narin pêş***Qelsmêr ker in nabin lokTu caran nabin dîrokJi gel re nabin çîrokXêş in nabin hevirmêş***Textê pîs û erzan beBi boyaxê baş nabeRojek bê boyax rabeBaş û nebaş wê bên pêş***Bêbuhar mam navim revMand de wê hebe bersivBuhar bê karê hingivWê xuya bin şan û mêş

Gul delalê

Gul delalê rû bi jalêTu buhara dilê minBi evînê barê giranTe hildaye milê minTe pir kirin tev zar kirinÊş û derd û kulên minBes tu karî derman bikîXwe berdane dilê min***Jîna min tev zivistan çûZivêr bûm ji van ewranDar û berê min tev rût bûnNexweş bû dem û dewranBalîn neman tev jê firînBahoz û mij û moranGul çilmisîn abor nemaLê neman bilbilên min***Çi bikim bi buhara ku bêTişt ji jîna min nemaWekî Ferhad û ŞîrînêHerd çûn bi derd û xemaMem û Zîn jî evîndar çûnBi hev şa nebûn çimaWek wan li min zivistan eWer venebûn gulên min***Ji evîna te nexweş imKesek li min pirs nakeLi nav mirovan winda meKesek qala min nakeDi zindanê giriftar imDostek nê silav nake

Page 420: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

839838

BêbuharÇar derî li min girtî neNemaye havilê min***Evîndarên vê cîhanêEger hûn bînin ser hevÊ min qasî wan hemiyan eMin û wan bidin ber hevBes bi rojê qey ranazinRanazim bi roj û şevEvîna xelkê çend meh inJi salan bûn çelê min***Ma êdî ji çi bitirsimTemen bû pêncî û çarNeçarî û xizanî ûBindestî dilê min xwarLi welatê xwe bêwar imWer bê ûd û tengezarDi vî warî gelo çawaWê xweş bibe dilê min***Lê tu caran nêm spartinWekî kontakîntê reşRêwî çiqas riya wî dûr beIlem wê bigihe bi meşJi mihra te Bêbuhar imBila nê buhara xweşWê buhar bê ku nebînimWê bibîne gelê min

Hey Helebce

Hey Helebce HelebceHelebca xuram û xweşNîgara teyî çelengJi barûtê bûye reşÎro girî û şîn eLi gelê teyî rûgeşEv tawankarî SedamJi bîr nabe tu carê***Ew Sedamê reh gemarQerwaş kurê qerwaşaXwe firote Kamp DavidXwe bi zorê kir paşaTe xopan kir gelê teWî kuşt kir koma laşaBûn qurbanên NewrozêHevdeyê meha Avdarê***Li şûn topan çekên wîBombên xerdel û xaz eQîrînên jin û zaryanJê re aheng û saz eLaşê Kurdên şewitînJi Sedam re bû mazeSerxweş dibe bi meyêXwîna ji Kurdan darê***Bû gornebaşê goranJi goştê sê gelan xwarJi Ereb û Fars ûKurdên bindest û neçarLi ser vî stemkarîEm xwe kerr nakin tu car

Page 421: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

841840

BêbuharJi Sedam re nahêlinXwîna ku vala darê***Diya xortên tên kuştinDilên hemiyan wek hev inMirov hevdu nekujinMirov hemû ji hev inÊn wek Sedam û HitlerNe mirov in ew hov inTifa gelên cîhanêWê tim li wan bibarê

Şarê Amûdê

Amûd şarekî bişan eLi her deverên me KurdanNavê Amedê lê kirinBû warê kulan û derdanDiya dilovan lê vedihewinSerwer û firarên KurdanLîderên şoreş rakirinKurd hatin kuştin bi sedan***Ji bindestî û bê xwendinTev çav girtî û nezan bûnBi axa û şêx û melanÊn çûk û mezin xapiyabûnHinek di nav wan de hebûnGelek zana û şiyar bûnDi çavê miletê Kurd deEwna kafir û neyar bûn***Wek Cegerxwîn û Qedrî BegOsman Sebrî û Qedrîcan

Emîn Birûsk û CeladetEhmed Namî û KamîranHesen Hişyar û Ekrem BegNafiz ew kesên qehremanOldarên Kurd sexte û çewtKurd kiribûn neyarên wan***Seîd Axayê DeqorîYek ji axên meyî KurdaVala şerê Fransa kirAmûd xopan kir û berdaEw Mela Beşîrê DarîSiyaset xiste mizgeftaFetwe da xwendin heram kirÊ dixwend wî xwendin berda***Ên wekên wî Kurd jin û mêrHemû xistin terîqetêDinya berdan axret girtinRaketin ketin xefletêGotin şêx û melayên meWê ew me têxin cinetêPir salan man di wî warîDerbas kirin di wê qetê***Piştî koledar ling cî girtLi wan zor kir nû şiyar bûnPiştî zecran û nîgaşanGur bûn û bi carde rabûnNîgaşên derew û valaTê derxistin pê xapiyabûnTiştên ku çûn û buhurînLi wan tiştan pir poşman bûn***Wan zarokên xweyî biçûk

Page 422: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

843842

BêbuharHemû xistin ber xwendinêDema şiyar bûn zanibûnNezanî jî wek mirinêWan nas kir wê Kurd pêşkevinBi zanyarî û xwendinêYê nexwendî ew dilkor eTişt li dinya jê re tunê***Zarok bûn xort û xwendevanHemû bi êşa xwe hisînTev bûn heval û hev girtinRabûn li doza xwe pirsînBi konetî û têkoşînKoledar pir ji wan tirsiyanJi boyî welat reha kinXebat kirin tewr netirsîn***Lê dijminên Kurd dijwar bûnMeydan kin kirin keys nedanSêsed xort xistin sînemêDerî girtin yek bernedanŞewitandin vemirandinJi ber wana ronî didanKirin qurbanên CezaîrXelatên buha dan Kurdan***Bi destê rêveberê nahiyeyêNasirê Ubêdê NasirDêrî li ser Kurd dil bi kînEw gawirê dê û bav gawirXortên hatin şewitandinWayî pêk anî wî wer kirEw tişta ne ji ber xwe bûJi bo çi bû me xweş nas kir***

Sala hezar nehsed û şêstSêzdê meha çiriya paşîDi dîroka gelê Kurd deRojeke pir bi dilêşîSêsed xortên hêja kuştinJi ber kînê û dilreşîÇûn gihiştin karwanên wanPakrewanên meyî pêşî***Agir bi wan xist şewitînHişk bûn gulên KurdistanêDivê ev roj ji bîr nebeJi boyî her kes bizanêXwendevanên Kurd dan kuştinKirin wek berxên qurbanêJi boyî Kurd ji bîr nekinVaye min xiste dîwanê***Belê ku zivistan sar beGulên reng geş tev hişk dibinLê zivistan buhar li peyWekî berê gul pir dibinÇiqas dar bên birrîn namirinŞîn dibin hîn xurttir dibinQalind dibin bilind dibinÇemelên wan pirtir dibin

Page 423: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

845844

BêbuharHey gelê Kurd

Hey gelê Kurd hey malwêranEv çi war û çi jîn eEv jîna ku hûn jîn dibinEz dibînim ne jîn eHûn çar parçe birçî û jarYek hevalê we nîneHûn ku dibêjin em sax inHûn bi saxî mirî ne***Bi sedan sal belengazîDi bin destê neyar inHinek ji we axa û beg inHinek ji we mixtar inHinek ji we şêx û melaHin xizan û neçar inJi hezarî pênc nexwendîXizan û bêhêvî ne***Heçî xizan xaniyên wanTev koxik in ji ax inDozdeh mehan tim kar dikinXwarina xwe dernaxinHin dizên axa û beg inHin jî mirîdên şêx inAxa Kurdistanê zêr eDi nav de tim birçî ne***Hey şêx û melên tev çewserKurdan dixin buhiştêYê ku bê ba we bihiş beKu vedigere bêhiş têHûn neyarên gelê xwe neÇi ji kesê bêhiş tê

Pêşveçûn xwendin û kar eNe nimêj û tizbî ne***Kesê serbestî bixwazeEvîn welat û xak beDexs û kîna kevin berdeJi gel re ew dilpak beJi gel re ew dilovan beLi dij koledar çak beYê ku bi vê qayil nebeYan teres e yan dîn e***Em yek in tev lawên Kurd inBes e kevneperestîHemû ji gel re kar bikinÊdî bes e bindestîXelk çûn heyvê em li paş manJi ber vê olperestîPir şêx û melayên KurdanHişê milet dizîne***Hey gelî axa û beganÊdî bes e şiyar binBes hûn bi mîrzayên me binXulamên koledar binGelê bindest bênamûs eÇima hûn jî ranabinKu gelê we bênamûs beNamûsa we jî nîne***Kesê axa û beg ew eMirov bibe serfirazXuhermenda xwe saz bikeBi leşker bibe serbazJîn nebe wekî qertelan

Page 424: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

847846

BêbuharJîn be wek balînê bazLê namûs ne ya we ye yaBarzanî û Cegerxwîn e

Bi şevê xewa min nayê

Bi şevê xewa min nayêJi ber xemên vê dinyayêXem bûne pêlên deryayêBa tim bilind dawî nayêJi ber em ne wek hevdu ne***Xweda em mirov wek hev danJi dê û bavekî em danEm jîn in bindest û xizanXelk jîn in serbest bi mewdanEm li paş xelk pêşde çûne***Bûyer û nîgaş bir ew eJi wan yek rast yek derew eYek şiyarbûn yek jî xew eYê li ber çavan rast ew eRast û derew cuda bûne***Xapiyabûn me tevger nekirEm razabûn me kar nekirMe jîna xwe tişt çar nekirTev nezanî li me wer kirÎro em jar û benî ne***Nezan em xelkê gundan bûnBindestên beg û axa bûnLi bajaran hin xwenda bûnBi wana gundî şiyar bûn

Ji wan ên dirust girtî ne***Me digot ev dema renc herêWê demeke pir xweş werêRenctir bû ji dema berêLi şûn beg û axên berêÎro simsar û Beisî ne***Bi raman em ji hev xistinWan pêk anîn tiştên xwestinÎro di kar de em sist inÊn xurt man ji sedî bîst inEm gavekê pêş neçûne***Hin ji me çep hin oldar inHin axa beg û mixtar inHin segên wan û neyar inHin karker û hin cotkar inHin bêwar dîl û birçî ne***Yên zan ji me bûn bend bendîNegirtin riya hevbendîLi hev nekirin bi rindîSermat kirin şar û gundîKarê wan li dij hevdu ne***Van ezeziyan em kuştineSerhişkî em ragirtineHer kes dibê bi ya min eKoledar ji bîr kirineKarê çewt û dernexûn e***Em ji hev re xurtemêr inBi gotinan wekî şêr inAxa me tev kan û bêr in

Page 425: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

849848

BêbuharÇewser dixwin em dinêrinHer tiştên me talan bûne***Gelê bindest xwendin divêDivê bi pêlan bilivêYek bê ji pişt hev nerevêMirin xweş be wek hingivêEv ji bo gel pêşveçûn e***Em nabin tiştek bendbendîKu ranebin şar û gundîŞiyar û bi hevalbendîBi zenda Zeradeşt xwendîEv karê me windabûn e***Felsefa rast hevgirtin eTiştê gel pêşxe xwendin eDirust pêlan gerandineHer sê hebin serketin eJi ber bi hewcî hevdu ne***Sed tomet li eniya me yeGelo tu gel wek me heyeWelatê me çar parçe yeKurd bindest û pergende yeŞêwên me ji hev dûr bûne***Gelên Afrîqiya yên reşikEv Erebên xwas û bejikHindiyên tazî porgijikBûn dewlet wer Kurdên xweşikWer bê al û serxwebûn e***Ji bo Kurdan bûm BêbuharKurdên serhişk û neşiyar

Bi zimanê xwe bê zanyarÇekên wan tevir û bêr û darDema zire û netron e

Kesên qenc

Qenc ji bo azadî dimirinErzan dibe bi wan mirinQenc radibin çekan hildigirinJi ber bindestî giran e***Her mirovên azadîxwazDike jîn bibe serfirazDivê gernas be wekî bazJi ber qelen xwîn û can e***Her mirovên dilêr û qencEwna dikin xebata rencJîn dibe lîstika şetrencYan vexwarin yan derdan e***Her mirovên bi şan û zorDi rewşên şêran ser li jorDibên yan azadî yan gorAzadî bi destên wan e***Çiqas comerdên li cîhanDidin mêvanan av û nanNabin wek yekî pakrewanJi ber wan canê xwe dane***Kurdên noker û berjewendWana Kurd kirine bend bendHer yekî dane pey xwe çend

Page 426: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

851850

BêbuharGel xapandin û ziman e***Wê li her cihan Kurd şiyar binPîs di nav de winda nabinWê ji her kesî xuya binJi ber dîrok a qencan e***Pênivîsa min î lal û kerrWek cenga Moxol û TeterXurt e qels xwe nagirin li berFeylesofa bê ziman e***Xêz dike derewan nakeEw dîrokê winda nakeWê pîs û qencan cuda keGelek bi bext û wijdan e***Li dij çewt û koledaranÇêtir e ji pir oldaranJi bo qenc û xebatkaranJi dadgêran pirtir zane***Dadgêr çiqasî zana binWekên ristevanan nabinÊn kone û ristevan binHer tişt ji wan ve xuya ne***Namirim wek Xanî û CegerxwînBi keser û bi ah û şînÇû nema Kurd bindest dijînBi zanebûn çek hildane***Bi hezaran xortên zanaJi bîrbir û xwendevanaJi ramandar û hozana

Doza hemiyan Kurdistan e***Heta Kurd di bin destan binWê koledar tim riswa binJi boyî Kurd serbixwe binYek jê Bêbuhar qurban e

Birayên misilman

Ji dema nebî MihemedHeta gihişte ev heymanJi Ereb û Ecem û TirkHersê birayên misilmanDi ber wan de wer bêjimarXortên Kurdan serê xwe danJi ber qencî gelê Kurd veHersê ro dikin xwîna Kurdan***Ewna jî wek Rûm û FrengYûnan û Moxol û TeterTalan û kuştin û stemLi Kurdistanê seranserSerwer û zana nehiştinKurd ji cî wana birin derZimanê xwe ji bîr kirinWelat û ziman tev derdan***Umer Xetab û MihelebEw stemkar Xalid WelîdEw bêbext Merwanê HekemEw jinpirê Harûn ReşîdÊn wan kuştin ên dan kuştinJi Kurdan miqlac û egîdTirk û Ecem jî wek wan Kurd

Page 427: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

853852

BêbuharKuştin li cenga Çaldêran***Kurdistana meyî rengînKilîta ava û hilatÊ xurt bû hat koledarîBi serdar û cerd û civatKurdistan bû pira cengêTim di ser re yek çû yek hatMêrên Kurd birin dan kuştinJin û zarok bê xwedî man***Ew Selahedînê EyûbîKurd bû ji Kurd re tişt nekirKurd ji Kurdistanê birinÊ mir ê li deran çekirWer Kurd bê war û bê xwedîBêhêvî û pergende kirKurd di ber xelkê de nemiraWê rib milyar ba Kurdistan***Gelê Kurd bê xwendin hiştinLi nav mizgeft ava kirinBi dest şêx û melên xinizWan Kurd bi ol sersam kirinBuhişt dan Kurdan ji ber veFitre û zekat ji wan birinJi çerxê şeşan werga maHeta gihişt çerxê bîstan***Ev çerxa çerxê bîsta yeÇerxê azadî gelan eHîn Kurd wek berê tên kuştinÇar parçe û bê ziman eGelên wek hovan bûn dewletHîn gelê Kurd bê kiyan e

Qey gunehê Kurdan ew eZerdeşt berdan bûn misilman***Koma miletan dadgeh bûÎro bûye hevalbendîAlî hevalên xwe dikinKirin keys û berjewendîMafê Kurdan înkar kirinYekî navê Kurd nexwendîQala dîroka Kurd nakinSî dewlet çêbûn ji Kurdan***Cîhangîrê cîhanê bûnDewletên Mîtan û MîdîKes nikarin înkar bikinNavên manî û sermedîNeviyên wan îro biyan inÊn ji dûr hatin bûn xwedîYên çewser file azad bûnÇewserên Kurd man misilman***Va Sedam Kurdan dikujeBi bombên kîmawî bi jarWî çar hezar gund xopan kirKurd çûn ba Kenanê neyarDi konan de her roj dimirinJi sermê zarokên neçarHerdu dijmin in wek hev inNeyarên Kurd û Kurdistan***Em Heyva Sor spas nakinEm spas dikin Xaça SorXaça Sor hat alî Kurd kirBi xwarin û mal û doktorWana alî Sedam kirin

Page 428: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

855854

BêbuharFehd Siûd û yên li dorDi dîroka gelê Kurd deHerdem wê reş be rûyê wan***Eger yek ji Kurd bimîneKurdistan tewr înkar nabeRoj li dinya tev xuya yeBi ewran roj winda nabeHer kesê koledarê KurdBi Kurdistanê şa nabeÎro sê koledarên KurdKurdistan bûye gora wan***Pakrewanan rê vekirinŞoreş li pey şoreşê hatDara azadî hat çandinDi nav Kurd de xurt bû xebatWê Kurd bi yek bin xurt bibinBuharê wek Dicle û FiratGemar xwe li ber nagireWê paqij bibe Kurdistan***Ji ber xwendevan pir çêbûnÊdî bawer e BêbuharJi vir û wa qayil nabinGelê Kurd bindest û neçarPêşmerge li KurdistanêBûne şêr û pilingên harSond û peyman li xwe girtinYan Kurdistan û yan neman

Kesên rind û pîs

Kesên rind û pîs ji hev xuya neLê kesê nezan bi wan nizaneKesê zanibe wan çareser keDi karê wan de ji hev xuya ne***Tu ji kê pirs kî wê bibê rind imWek kohê Qendîl wê bê bilind imLê kesê rind be xelk dibên rind eTu car ê rind be nabê ez rind im***Ê rind wek şan e naçe ser pîsîXelk qal nake tu car bi pîsîXwarina wî gul in hingiv jê derdixeXentê hingiv xweş tê bi her kesî***Kesê çewt û pîs ê armanc diravXwarina wî pîsî wek mêş çiravJi kamûtê wî xelk nexweş dibeJi rehê xwe de pîs in dê û bav***Rindî ne kinc e ne laşê pak eRindî bi qencî bi dilê pak eWek ava şîrîn her jîn jê vedixweXêra xwe tu car qedexe nake***Di nav xelkê de ew dibe pêwendLi ber nerindan ew tim dibe bendGelek nexweşî bi wî xweş dibinWek buharê ba di çaxê elend***Lê karê rindî gelek giran eJi ber nerindî li dij rindan eBelê pîs pir in ên rind hindik in

Page 429: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

857856

BêbuharLê rind şewq didin herdem xuya ne***Nerind û malpir ne dewlemend eRindî ne teksî koşkên bilind eKesê bi kêr bê di nav xelkê deCî wî bilind be ew dewlemend e***Comerd û malpir divê wek HatemRind û mêrxas be divê wek RustemNe rind û çikûs malê wî pir beNizm û bê ûd e li nav xelkê tim***Min xwend dîroka nebî û serweranRabûn li dij ê çewt û çewseranBi karê rindî ketin dîrokêNe bi nerindî ne jî bi peran***Gelo çi xweş e kiryarên manîYê ji bo rindî binyatek danîNebû xulamê diravan rind maJîna xwe nefrot wî bi erzanî***Erê bindest im lê dilfîraz imRind im mirarî naxwim wek baz imEz mam Bêbuhar ji bo bilindîDivê bilind bim nizmî nexwazim***Çiyayê bilind be tim bi moran eNehewcî rêdan ji dûr xuya neDîrok a bilind rind û buha yeNe ji bo yê pîs nizm û erzan e

Derdê evînê

Derdê evîna pir giranHildaye min barê giranHaho gelî xwişk û biranEv êşeke pir zêde ye***Doktor nema min çêdikinDerman nema sûd pê dikinNavê dia şêx lê bikinMadam evîndarî heye***Derman li ba yara min eYar ew gunehkara min eGer yar nebe mirina min eGer yar hebe min jîn heye***Yê êş ji bo yarê nedîXav ma şewat wayî nedîJînê ji bo yarê nedîEw jîn hemû bêfeyde ye***Hingiv gelek ew xent xweş eŞan çêdikin reng zergeş eEw kar gelek renc û reş eLê karekî pir feyde ye***Yê dil ji bo yarê nebeWek gul di nav xarê nebeLê zor li pey zorê nebeEw bes ji bo xwarina xwe ye***Dawî dinê em naginêYê çav bide malê dinêDenga ji wayî re tunê

Page 430: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

859858

BêbuharBê ûd e ew bê tore ye***Yê pir ji mal re kole beWê ew wekî xelkê nebeRûmet ji wî re wê nebeYên qenc nizanin ew heye***Hewcî ne em mal û jiyanPê çêbikin jîn û kiyanPê çênebe jîn û kiyanEw mal hemû bêfeyde ye***Tayê evînê pir ziravPê kaş dike cerg û hinavBê ûd dibe mal û diravEw ket nema ra lê heye***Wek Mem û Zîna bêguneBê yar ji wan re jîn tuneYan dan e yan standin eHer tişt di jînê de heye***Jîn wek demên salê dem inTê de buhar xweş tê bi minJîn çû zivistan tev li minÇi bikim buhar tê de heye***Jîna ji yarê dûr hereGerdûn li wî hebsa fireWek hev ji wî re her dereFerwar ji wî re çîle ye***Yarê kirim wê BêbuharJîna min tev dûr im ji yarWer mam belengaz û neçar

Hêvî min dîsa pir heye

Ê hiş teng

Ê hiş gelek teng û nezanMalpir li ser xelkê xizanWî girtiye şopa dizanEwya dizê warê xwe ye***Talan dike yên hal hejarPergendeyên destê neyarEwya bi kêr nayê tu carEw dijminê qewmê xwe ye***Ewya divê pir kar bikeGewher û zêran pir bikeKoşkên bilind pê lêbikeBêhiş dibên ev zane ye***Tim jîn dibin wekên keranGewher dibînin wek peranEwna nizanin gewheranGewher kesê pir zane ye***Gewher ewên pir xwendineZanyar di hiş de çandineZanyar ji bo mêr û jin eYê ma nezan pergende ye***Herdem mirov xwendin divêBê wê tu car hiş nalivêTim koledar bersiv divêBersiv bidê yê xwende ye***

Page 431: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

861860

BêbuharHer tişt bi xwendin lêdibinTank û firok pê çêdibinÇewser bi wan serjê dibinKa kî li ber xurtî heye***Malê bi bindest û neçarEw mal bikêr nayê tu carKî çax binêr çewser ku xwarEw mal hemû axtirme ye***Lê ez dibêm arac e malNabêm tu car armanc e malJê sûd nede dost û hevalEw mal hemû bêfeyde ye***Malê birûmet Kurd divêXwendin û mal herdu divêBê wan tu car hiş nalivêHer yek ji wan cî wî heye***Yara me Kurdan ma welatBê wî mirov nabe felatJê re divê kar û xebatKî bê xebat wî al heye***Ferman li Kurdan herdemîÇerxên misilmanî hemîMam Bêbuhar wer vî demîTevde ji Kurdên parçe ye

Rakirina Qeladizê

Qeladiza pir delalBaxçe û kanîn zelalBi kuştin û can û malSedam li xwe kir helalDike rake bi zorê***Ew şarê bi berxwedanDiçînin tovê jiyanWan şêr û pilingên çiyanNeviyên Mîdî û MîtanBi cengê nayên xwarê***Iraq bû arzê SedamBû lawê xeyrul enamBê wijdanê kêm û xamJi Kurd dil bi kîn û kamLê ew bi Kurd nikarê***Riya Miheleb SefraSedam jî girt ew riyaEw dest davê ewraGirî û şîn xist her deraRiya xwar girtî darê***Ew Zehakê pêşdadîEw Serconê AşûrîŞah Nadirê ÎranîLi ber cengên wan hemîKurd xwar nebûn tu carê***Piştî Kurd misilman bûnBi ol gelek nezan bûnKolên şêx û melan bûn

Page 432: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

863862

BêbuharLê îro Kurd şiyar bûnKurd çi bike dikarê***Kar dikin ji dil û canXort û keçên KurdistanHemû bûne xwendevanSedam sermat bû ji wanXişm li wî dibarê***Ew gelê zan û şiyarNabe kolê koledarZor e bindest û neçarKesên sîxur û simsarEw bindestî dikarê***Tirk û Ereb û ÎranDengê min bê we hemyanEv dema çerxê bîstanÊ nede mafê KurdanRehet nabe tu carê***Çiqas hûn xwe xurt bikinHevalên xwe pir bikinHûn dîrokê çewt bikinHûn gelê Kurd kerr bikinYek jî ji we nikarê***Em Kurd cengê naxwazinEm Kurd aştî dixwazinLê tu car em ranazinEm mafê xwe dixwazinEm kerr nabin tu carê***Ti gel bindest nemayîGelê Kurd bindest mayî

Li Kurd şerm û kêmayîQelen xwîna xwe dayîJi bo vê pad û warê***Kurdan ji cî radikinGundên wan xopan dikinGundên nû ava dikinGelên xwe lê war dikinKurd winda kin bi carê***Fransaya kevin û pîrDema ew ket CezaîrMilyonek kuşt teng kir nîrLê ferman kir sê bavpîrBi kuştin û bi zorê***Got ev gel ji min tirsîGot hemû bûn FransîRabû cengê netirsîLi nav xwe yek FransîWan nehiştin bi carê***Milyonek kirin qurbanHeta ala xwe hildanKoma miletên cîhanKursî xwe xistin nav wanBi mêrxasî û zorê***Dema Tirk ketin BulgarLi ser wan bûn koledarGot azad nabin tu carÎro dertên koçebarBergiriya wan nikarê***Gelê şiyar natirse

Page 433: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

865864

BêbuharLi mirinê napirseKoledar ew ditirseEw tim di kîn û hêrs eRehet nabe tu carê***Ew gelê xwîn jê rijîWê ew gel her her bijîXwînê bi serde birijîDara azadî dijîKu dar bişike reh namirê***Kurd bi kuştin û mirinDîroka xwe nû kirinKurd tu carî namirinRê li ber pîsan digirinNas kirin kurmê darê***Jîna Kurd hatî çandinPada wî hatî pandinNabe warê gelê dinDi dil de hat kolandinJi dilê Kurdan narê***Va kêr gihiştî hestîBes e êdî bindestîKurd kar dike bêwestîDilsoz û bi dirustîBê xew roj û êvarê***Qeladiz tewr ranabeWê gora koledar beÇewser lê bi cî nabeWê tim şarê Kurdan beKu ezman tev bê xwarê***

Mêrxasiya Kurd poyme yeVa dîrok ew dîde yeKelepor û wêje yeÇi bixwazî tê heyeÇewser dişikin her carê***Li Kurdistanê sêparPêşmergên wek gurên harŞer vêxistin bûye arKurdên bûn alî neyarWa tif li wan dibarê

Şîna Ebdilrehman Qasimlo

Hey gelê Kurd mêze nakîGelek hêja winda kirîHeval Ebdilrehman QasimloPeyxam me bihîst got mirîLi dij koledar sûd nadeQîrîn û hawar û girîDivê xwendin û zanebûnLi dij koledar bergirîYê bi mêrxasî ket mêjûHûn bawer bin ew nemirîXortên zan û gelek hêjaWayî wekên xwe pir kirîYê genim çand yekî sî daLi ser yekî ew nagirîLê sed efsûs bi derd û kulJi nav gelê Kurd barkirîDerd û kula KurdistanêMa di dil de bi xwer birîBerî wî zan û serwer çûnBi şewata vî agirî

Page 434: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

867866

BêbuharJi neyekîtî gelê KurdÇewser ji hev parçe kirîÇar parçe ye hîn ne bes eLi çar parçan birbir kirîJi Xanî heta CegerxwînÊ hat bi yek bin bang kirîSed mixabin heta nihaHîn Kurdan li hev nekirîBi serhişkî û berberîKurd zanên xwe winda kirîEv êşa bi xwe nehatîKoledaran êş çêkirîNoker û sîxur wî ji KurdDi nav Kurd de peyda kirîBi vî awayî gelê KurdJi hev xistî bindest kirîJi vî hawî heta nihaGelekî alî me nekirîNexweşî Kurd pir giran eBû nexweşkî nîv mirîEv nexweşî heta nihaBijîşkekî derman nekirîLê zanên çûn raman çandinÊ çûye hinek tov kirîWek Qazî Mehmûd û SeîdWekî Barzanî nemirîHer ku dîroka Kurd kevin bûCarê yek hatî nû kirîLê av li hev keve dawîBinêr wî xwe zelal kirîDîrok bi xwe xwe pêş dixeTu car paşde venegerîBawer bikin tu car namireGelê pir şoreş rakirîMafê tim hatî dozkirin

Ew maf tu carî namireBaran ku hûr hûr dibareBinêr avê av xurt kirîKu bû lehî binêr gemarÇiqasî pir be pak kirîPiştî gemar pak be binêrKirî buhar gul çêkirîHeta ku hebe li mirovTu car nê girtin çar derîAxa Kurdistanê binêrHin têkoşîn peyda kirîWek Ismet û Hemîd SînoSerdar Îdrîsê nemirîMihemed Şêxo û YilmazMirina bêbext ên zû birîMamoste bûn her yek ji wanRiyek li ber Kurdan vekirîMezlûm û yên xwe şewitandArê Newrozê çêkirîBi ronahiya wî arîHebsa Amed pê ron kirîEw ar gur bû tewr venamirePakrewanan ew gur kirîÇil milyon Kurd şerm e li wîZimanê wî qedexe kirîKurd riya xwe girtî diçeIlem wê bigihîne serîBila qels bibên ne rast eDinivîsim bi bawerîKesê binamûs natirseMirin ku bê li ser serîJi dîroka kevin û nihaKurd jîn in bi cengawerîÇewser gundî Kurd kuştineKurd jî xortên wan qir kirî

Page 435: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

869868

BêbuharTi karî ji Kurd nabîninDerdidin tiştê karkirîWekî kurmê gûzê HindêÇawa ketê wer vegerîBes ji Kurdan re yek divêLi nav nemîne berberîHeval Ebdilrehman ne zor eBi dest koledar tu mirîPakrewanên Kurd bêjimarBila tu jî tev wan herîMirin tim nêzîkî wî yeYê ji bo welat kar kirîKu bimire navê wî namireEw kesê dîrok çêkirîBêbuhar tim pesndar eYê di ber Kurdan de mirîYê bênamûs mir ew mirîKurdê alî çewser kirîKesê mêr tim gotina wîSerê sed gotinê birrî

Kesê rind wî nas nekî

Kesê rind wî nas nekîTu car pesnê wî nedîWek ku birîna kûr beTu derman di rû bidîXam bimîne kêm bigireKu ji derman sûd nedîKu dawî rind derneketTê bimînî bi fedîMin pir dîne reng mîrzaDawî derketin gedîPir bêtore bi kincan

Xuya dikin efendîMirovan bê çareserXwe bi dest da bernedîNebêj malê wî pir eMalê wayî bê xwedîHer kes dibê ez baş imDeng dike bi bilindîMirov kude çû binêrHevalên wekî xwe dîJi hevalên wî karîTu raya xwe tê bidîPîs digihin hev bi pîsîRind digihin hev bi rindîHespê kihêl beza yeNe hewcî tu lê bidîBergîl nagihe yê kihêlLê siwar bî lê bidîNerind bî bi pêşî xweXwe tu carî hilnedîEger pêşî te baş binDivê riya wan bernedîBi mêranî û qencîDivê mafê wan bidîNe li ser reha xwe bîYan pînc î yan bêxwedîReha rind reha gulêGul navekî sermedîDema gulê bêhn dikîNaxwazî gulê berdîXwarina şanê gul inŞane bî hingiv bidîMêranî keys e divêJi destê xwe bernedîNe mirov e dehbe yeEw kesê ber xwe nedî

Page 436: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

871870

BêbuharEw mirova bêkêr ePişt riswa bû berxwe dîJi derdan bûm BêbuharEz mift didim vî pendîYê bigire û yan negireBi kêfa xwe ye êdîŞaş û şîretan negireEhmeq e sed ji sedî

Demokrasî

Demokrasî demokrasîGelo kanî demokrasîDemokrasiya çewt hatîNav lêkirin demokrasî***Gel xapandin diz bûn serdestLi ser xelkê bûne zordestBi zor pêk anîn a wan xwestBang dikin bi demokrasî***Bendîxane tije kes inFermandarên wan teres inHemû diz û malperes inBang dikin bi demokrasî***Hev girtine çewt kar dikinMalê xelkê talan dikinDibin li hevdu par dikinBang dikin bi demokrasî***Demokrasiya çewt û rotÊ rindê wan wayî gel sotGotar xwend di nav gel de got

Welatê me demokrasî***Talankerên diz û tolazKarê dikin tev bê endazKesek nehiştin serfirazBang dikin bi demokrasî***Demokrasiya leşkerîBirçîbûn anî ber derîZimanê gel tev jêkirîBang dike bi demokrasî***Demokrasiya vî demîDiz dibînin wek berhemîRojhilata Navîn hemîLê çênebû demokrasî***Ji ber jîn in li ser zorêBê zor jîn nabin tu carêHema kî bi kê dikarêKuştî cî wî ji dest girtî***Cihû û file û misilmanBi ol gelacî ket nav wanOl heye lê tune wijdanTu car nabe demokrasî***Yên diçin ser axa yê dinZeft dikin bi zor û kuştinBi sedan dimirin mêr û jinBang dikin bi demokrasî***Dibên ên bi ya me nekinWê bi zor bi ya me bikinEm wê destên wan jêbikin

Page 437: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

873872

BêbuharÊn bibên ne demokrasî***Kesên ji xwe fedî nekinÇi bixwazin karin bikinJê bê her neqencî dikinBang dikin bi demokrasî***Dera zor lê tê pîjkirinDemokrasî lê nê kirinDîrok hemû tê çewtkirinÇawa bibe demokrasî***Heta ku dev û zik hebeYê pir wê ber bi xwe bibeWê dad li nav gel çênebeJi wî nabe demokrasî***Demokrasî gel çêbikeGel pê li xwe ferman bikeMirov kare qalê bikeBibêje ev demokrasî***Gelê Ewropa bi xwe beNe bindest be serbixwe beKes bindestê wan tune beKarin bikin demokrasî***Ji ber êş derman kirineBi xwendinê pêş ketineBirçîbûn li nav wan tuneLi nav çêbû demokrasî***Yên li ser serê xwe siwarDeng dikin bi hesin û arLi ser ên bindest û neçar

Tu car nakin demokrasî***Li hemberî şer divê şerDivê yên zan û cengawerÇare ev e li dij çewserDivê rabin kêferatî***Yên li nav hovan nebin hovLi nav wan jîn nabin mirovTu car jîn çênebî bê tovTim tov bi xwînê şîn hatî***Rojhilata me ya navînKeskî maf nebirî bê xwînBêbuhar got wek CegerxwînJîn tune bê kêferatî

Hey gawirê

Hey gawirê tûj awirêMalê piran wêran kirêKanî te soza daye minNayî li pey lê dîlberê***Rengreng dibêm dîlber heneDijwar dibêm kêm wek te neXişma te ez bêwar kirimBêmal kirim wer bê gune***Ger zanibî ez bilbil imTim aşiqê rengê gul imHerdem gula jîna min îBê gul tu car ez nabilim***

Page 438: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

875874

BêbuharBawer bike Ferhad ez imFiryad li ser Şîrîn ez imEz ew Memê jîn tarûmarGirtî ji boyî Zînê ez im***Îro ez im jîn tarûmarLê ez te bernadim tu carWê jîn bibe renc û xizanTim her kesê armanc e yar***Deriyê evînê yê vekeZor û cefa lê pirs nekeYan dan û yan standin eŞetrenc divê yek kêşeke***Kurmê hevirmêş lêbineTewr jîn ji wayî re tuneJîna xwe tev pêmûd dikeEw sûd dide tim ê dine***Kurmê hevirmêşker ez imPerwan li dor agir ez imBûm Bêbuharê dilneçarYarê ji wî dil bir ez im

Xortên derewker

Wan sermat kirim xortên derewkerXapiyam bi wana wan hiş ji min birHerdem kesê rind ewya dixapeHerçî bi wijdan dilpak û bîrbir***Berdane îro wan ol û zanyarWer man li ortê bêkar û pîdar

Bêkêr û qels in tiştek ji wan nêBêtor û îzan sermat û dilsar***Mêrê derewçîn çawa bi pêdîBawer nekî jê pişt pê girêdîHer kes bi hewcî rastî û rindîMêrê dirust be karî bi pêdî***Wana ji hev derxînî xuya kîZû zû tu wan nas nakî cuda kîKarê dikin herd rind lê binêrîDawî tu karî wana cuda kî***Gotin derew be mal xirabîErzan dibî pir wek zêr buha bîRastî ziyan be dîsa tu rast bîRastî bibêjî poşman tu nabî***Mêrxas û rehpak nabin derewkerEwna wekîn baz nabin mirarxurHerdem dirust in nabin derewçînEwna ji boyî karê perên pir***Tiştek ji wan nê xortên derewçînHerdem zebûn in destkin û xayînTiştê dixwazin pêk bê nikarinÊdî dibin qels çewt û derewçîn***Gerdûn ku çêbû çerx bî bi rastîXwar ba qe ew çerx nedibû dirustîÇerxa felek ew xwar nabe milîmSal bûn bi milyaran hîn newestî***Bûm Bêbuhar ez tevde ji yên xwarYezdan ku xwar da ma kî gunehkar

Page 439: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

877876

BêbuharGotî dikarim wek hev bidim ezKarê bikêlê wek hev neda çar***Em hilnedin ser Yezdan tu carêGava xwe rast ke her kes dikarêRabe bi rastî wijdan û dilsozNamîne erzan ewya tu carê

Mafê jinan

Kanî gelo mefê jinanHîn tên firotin wek dewarQey hûn nizanin ên şiyarMa jin çima hîn kole ne***Qîzan bi zordestî didinKalê temen heftê kirîMêrê ku pê qayil nebinPişt wan dibin pergende ne***Jîna ku tê de jîn dibinWek xwarina jehr xistinêRojek bi kêf tê de tunêKovan û kul tê de hene***Pirtûk ji ezman daketinQanûn li erdê çêkirinKa kî ji wan qayil dibinKanî di wan de av hene***Kanî çi çax qayil dibinTiştên kevin ên çewt û xwarMêr Cihû bin yan fileWek Kurd ji wan ma kes hene

***Mêr û jinan herd wek hev inNavbir li nav wana tuneEm çêdibin tev neh mehanJin jî bi vînê wek me ne***Pêxemberên Yezdan hemûTevde diya wana jin inMêr jin ji hev peyda dibinKa jin çima pergende ne***Em Kurd jinan înkar dikinPêş nakevin em tim dibênTiştek ji wana çênebîTev gotinên bêhûde ne***Îro li cîhanê hemûPir serwerên hêja jin inÊn wek Kurozîna EkînXurtmêr li ber bêçare ne***Mêran nikarî bijmêrîWana ji hev çareser bikîHer kes dibê ez bîrbir imLê pir ji wan bodele ne***Çawa jinên bîrbir di destMêrê nezan de bê zimanMêran devên wan girtibinEwna ne sermed bende ne***Yên nêr û mê xwendin bidinZana bibin mêr û jinanHer tişt bi xwendin çêdibinÊn xwendibin tim çande ne

Page 440: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

879878

Bêbuhar***Yên bîrewer ew pêş ketinHer tişt ji hev çareser kirinWan guh nedan ên hiş li paşHiş teng ji wan re kole ne***Tiştek ji dara nêr nebîFêkî ji dara mê dibeZaro ji yê nêr çênebîBes tov ji ber bavên xwe ne***Ger ax nebe çi bikî bi tovMa tê li kêrê tov bikîYên ax li ba wan bê buhaHîn bendewar û kole ne***Cegerxwînê pir delalEw mir bi kovan û keserWê Bêbuhar çi bike geloBindest û em pergende ne Qehremanên KurdKurdistanê diya Kurda yîBuha yî nayî firotinMe xwîn li ser te rijandîEm te nadin bi erzanî***Dema ku cîhan ava bûLi nav her qadên cîhanêTu caran tu winda nabîTu weke rojê xuyanî***Xwediya dewletên mezin îMîdî û Mîtan û GotyomÎlamî û Sûbarî û

Lol û Exmîn û Aşkanî***Tu xwar nebûyî tu caranLi ber Dewleta AşûrîLi ber Dewleta KildanîLi ber Dewleta Rûmanî***Bi hezaran kîlometreGelên bi koçebar hatinBi xapan û dawî kuştinTu par kirin bi fermanî***Lê qelsmêran xwe dan alîJi ber çewser çûn EwropaDiya Kurdistan mizgîn li teMêrxas man li vî meydanî***Ewna tu car te bernadinMirin bi wan şîrîn bûyeHer yek ji wan yan KurdistanYan neman li ser xwe danî***Yên wek Mezlûm û Kemal PîrWek Xêrî Durmuş û FerhadWek Mahsûm Korkmaz û EgîdÊn wek Kemalê Ermenî***Hogir û Dijwar û XelîlÎbrahîm û Xeyrî û DohanCelal û Hesenê ZazaCengawerên şer giranî***Seîd û Kazim û MesûdYaşar û Sadat û AyhanArif û Beşîr û Sebrî

Page 441: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

881880

BêbuharTêkoşînên niştimanî***Va hezar û çarsed sal inCengên giran li ser te neZaryên te Kurd xweşî nedînDema ku bû misilmanî***Çar parçe ne tim tên kuştinHinek bi destê ErebanHinek bi destê EcemanHin bi dest Tirkên Toranî***Ji dema Mîr Mihemed veŞoreşên Kurdan vêketinŞoreş hat li pey şoreşêHeta gihişt vî zemanî***Şoreşên wan serî nedînLê wana dîrok nû kirinÊ çû ji yê di pey xwe reJi şoreşê re hîm danî***Koledaran kir nekirinÇiqasî dîrok çewt kirinLê miletê Kurd raneketDîsa serê xwe hilanî***Mihemed Emîn û MihêEdnan û Eliyê HesenReşo û Kendal û ReşîdHemze jî tev wî karwanî***Besê û Dicle û RûkenSeadet û Rehîme ûBêrîvana gelek hêja

Şehîd bûn bi pehlewanî***Li pêş xort û qîzên KurdanRê vekirin ronî kirinŞehîd çûn bûn mêvan li baBav Şêx Seîdê Pîranî***Simko û Qazî MihemedLeyla Qasim û ElîşêrTev Şêx Seîd pêrgî wan bûnBi şadî û mihrevanî***Ji wan re gotin wey bixêrHatin xort û qîzên KurdanCara pêşin mil dane hevTev şer dikin bi mêranî***Dîlanek li wêrê danînLi ber Şêx Seîd û QazîBang dikin xort û qîzên KurdDibên werin vî dîlanî***Ne dîlana daweta yeNe dansa li Ewropa yeDîlana şer û xwînê yeLi dijî Tirkên şovînî***Dibên Kurd piyên xwe bi hev dinEv barekî pir giran eCENTO û Etles û NATOEw in tev Tirkên şovînî***Guh nedin gotinên valaXelk ji me re tiştekî nakinHevalên xwarina hazir in

Page 442: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

883882

BêbuharBes e xapan û nezanî***Hûn rakin tola Şêx SeîdSasûn û Agirî û DêrsimPêşî Kurdên pîs bikujinLi Kurd bûne bargiranî***Piştre koledar bikujinDiya me Kurdistan rizgar kinAla Kurdistanê bilind kinBi halan û şadîmanî***Doza şehîd pê şehîd bûnDoza me hozanên Kurd jîJi min û Cegerxwînê zanHeta bi Ehmedê Xanî***Gelên bindest bûn rizgar bûnDîrokên wana bixwîninXwîn nerije kê gotî welatRizgar bûye bi dostanî***Bêbuhar tim bi xurtî reNe bi şaşî û sistî reKoledar bernadin welatJê re nebe goristanî

Avdar

Avdar tu ew meh ji pêşiya buharHer sal li ser xelkê dikî tim xweş buharLê tim li ser Kurdan dikî talî û jarTim kuştinî sêpî û ben lêdan û dar***

Avdar tu ew pir serwerên Kurdan birinTev perwerên zana ji Kurd bê çax birinŞoreş şikest Pêşmerge tev diljar kirinŞarê Helebce jî ji bin bû tar û mar***Wan çewseran Newroz kirin tev jan û kulDerdê giran şîn û girî çav hêsir û şilBarê giran îro bi zor bar bû li milBindest li pey xelkê hemû mayî hejar***Ên wek Kemal Paşa û şah ên wek SedamKuştin ji Kurd wan bê jimar xortên xuramKêfxweş dibin wek lîstika şeşreng û damÎro Sedam va pîj dike bombên bi jar***Îro çima xelkê li ser seyran û geştWarên gelan îro hemû bûn wek buhiştWêran kirin warê gelê Kurd wek buhiştÇawa bike îro li hawîr tev neyar***Îro gelo ew Şah Husên ê pak beratYasir Erefatê hejar sergeşt û matPêşkêş kirin wana ji Kurd re ev xelatDestên xwe dan destê Sedam pîs û gemar***Qey bîr nebû pêşî Sedam ev kar kirinZarên Elî wana ku yê tev qir kirinEy Şah Husên pêşî te bûn ên tev mirinÇawa tu çûyî ba Yezîdê dil gemar***Yasir Erefatê hejar sermat û dînÎro çima bûyî ji Kurd re dil bi kînRizgar kirin axa Filistînê bi xwînÎro di çav xelkê li ava bûne mar***

Page 443: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

885884

BêbuharCenga li Dimyat û û Hetîn dîbar dikeMêrxasiya Kurdan li wir pîdar dikeVa hîn niha Kurd tim ji ol re kar dikeÎslam çima îro ji Kurd re bû neyar***Kurdan li vî warî ji nuh de war kirinTirk û Ereb Ecem welat bindest kirinTalan kirin dawî li hevdu par kirinMa qey guneh kir Kurd bijîn serbest bi war***Xwezî ji xew raba Selah bav NecmedînWî rind bidiya zora li Kurdên dilbirînCengên giran talankirin hawar û şînWê dîn biba ewya li ser Kurdên neçar***Lê Kurd tu car tiştê guneh bêtol nekirKurd wek gelan serbest bibe doza xwe kirKurd qir kirin Sovyet li ser qet deng nekirTomet li eniya wî ye ew narê tu car***Wê tişt nebe ew çep gerî çerxa dinêDostê dirust îro ji Kurdan re tunêLê hîm tu car giya di bin de nasekinêWê Kurd bibe serdest nemîne tim neçar***Herdem eger dozdariya doza xwe bîDaxwaz li pey ew doz tu car winda nebîTewr ceng li hember koledaran sar nebîRind zanibin lê ar venamire tewr bi ar***Îro xwedî axa welat Kurd in em inFerman dikin ewna li ser Kurd pir dem inÇewser bila bawer bikin ewna ji minAr vedimire ewya bi ava xurt û sar***

Çendan bi kuştin doza gel tewr namireXurttir dibe çewser li nav cî nagireXweş zanibin çewser ilem wê dem wereGel xurttir in herdem ji jehrên koledar***Çewser bila ewna li dij Kurd şer bikinEwna bila dîrok ji bo Kurd çewt bikinHer ew stemkarî bikin Kurd kurt dikinTişt nê dizîn lê tewr ji yên zan û şiyar***Baran ji ewrê reş dibare xurt dibeAv bû lehî mal û melal tevde dibeLê ewr diçe dawî ilem sayî dibeRoja bi tîn dawî dimîne ew diyar***Va bûn hezar sal in bi Kurd rencî kirinWana bi ol Kurd kor kirin bindest kirinZar û zimanê Kurd bi car înkar kirinGirtin li Kurdên bê jiyan wan çar kinar***Avdar bes e ev derd û kul ev dilreşîSed sond bi Yezdan û geliyê wî LaleşîWê Kurd ji nêzîk de bigihin cejn û xweşîDawî zivistanê ilem wê bê buhar

Mêrên şindok

Şindok û pîs mêrên gemarGirtin ji min wan şûn û warKolak li hespê min siwarDajo di ber min re bi xar***Ez bûm ji ber ê hiş teweşÎro li min rojên di reş

Page 444: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

887886

BêbuharXelk bûn siwar ez mam bi meşJar û belengaz û neçar***Wer mam li pey xelkê benîZadê min çand xelkê çinîYê hat bi halê min kenîGotin evê wer dîn û har***Nîrê gelek renc û dirêjWî ez kirim sermat û gêjEz mam di bin destên qirêjWer bê nijad dîl û hejar***Ez bûm evorê ser çiyaXwarina min tim pûş û giyaDûr im ji şar û gundiyaNêçîr dikin min ez firar***Her der li min wan kirine gorTalan kirin mal û aborEz bang dikim Yezdan li jorEw jî ji min re bû neyar***Ez tim bi wijdan xapiyamEz pir ji ber wî êşiyamDawî gelek ez ramiyamLê wer ji nişk de bûm şiyar***Ê ew ne gur gur wî dixwinÊ qels here kur lêdixinMal û melalê wî dixwinGerdûn ji wî re tev neyar***Êdî divê wek şêr bibimHer tiştekî ez fêr bibim

Serbest bi zorê têr bibimQelsî kirim wer Bêbuhar

Gerdûn

Ev gerdûna pir xweş û hêja û delalBi endazî çerx dibe ji milyaran salÊ çêkirî rast çêkirî şaş nagereHer kevin dibe xweştir dibe gerdûna kal***Lê mirovên li ser hemû ne wek hev inÊn rast û çep bi kiryarî li dij hev inEz dibînim guneh ne yê çêkirîGuneh ê mirovên ji rastî direvin***Ji ber ewna malperest in pir tima neArmanca wan tim dirav in ne raman eRastî û raman bi hev re pir giran inÊ hilgire buha di vir de xuya ne***Yê rast û zan buhayê wî di serî deYê çewt û zan buhayê wî di berî deBerîk vala yên çewt tu car guh nadin wîJi bo peran kesê berjewend bi dû de***Tim kesên rind bin hindik in lê buha neWek ronî ne di şevên reş de xuya neMirovên rind ên ji qencî re kar kirinMirovan gotin ev qencî ji ezman e***Her tişt li vê gerdûnê rast tê çêkirinÇi biryar bin li nav mirovan tê birinNe bawer im tu biryar ji exteran tênHer tişt bi destên mirovan tên çêkirin

Page 445: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

889888

Bêbuhar***Du reng mirov li vê cîhanê kêf dikinDu reng mirov renc jîna xwe derbas dikinÊ tima û yê binamûs herd kêf nakinÊ dîn û yê bênamûs herdu kêf dikin***Ev gerdûna pîr wê kes di dawî negihêWek derya ye geh te bikişîne geh çekêMirov sax be divê tim li ber xwe bideKu mirov mir wê demê digihe kêlekê***Li gerdûnê sermat im bûme BêbuharJi ber mirov hin xurt in hin bûne hejarHeta xurtiya tim pîj bibe li cîhanêRind bawer im dad nayê meydanê tu car

Yara xwe

Yara xwe pir hez jê dikimEz pir silavan lê dikimCanê buha pêşkêş dikimHerdem ji bo yara delal***Hey qasidê rêzan û canHer zû bigihe yara ciwanHer tişt bikî jê re xuyanJîna min î xort bûme kal***Ê dil li ba wê yar ez imPergendeyê bêwar ez imSotî ji boyî yar ez imŞev reş min ron kir bûm şemal***Hundir bi tîn wek agir im

Zora evînê wer kirimPir mam zehî ez namirimMîna gula bê av û jal***Zor nê bi min bê av zuhaWer ez ku mam sal û mehaÊşa ji bo tiştên buhaEw êş dibe baran û jal***Ê rast evîndar yar hebeWê wek gulê bêxar nebeRencî li ber wê xwar nebeWê guh nede mal û melal***Xarên gulê yên pir bi êşBilbil dibîne hevirmêşEşqa gulê dil daye pêşÊşê qe namîne mecal***Ê ew di bin derya kevêAvjenî jê re divêHednê divê ta derkevêWê tê hebin çiya û newal***Ê zan eger hednê bikeWê ew di daxwazê bigiheHer tiştekî karê bikeWê ew bigihe yara delal***Morî dema ew kar dikeDeh car li wî be radikePalên bilind derbas dikePê re nebe ger yek heval***Wê tişt nebe mam Bêbuhar

Page 446: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

891890

BêbuharLê ez zivêr nabim tu carWê pişt zivistan bê buharSax bî bila yara delal

Ên perwer û pakrewan

Her perwerên bimirin ji bo axa welatEwna dibin ronî li gel wek rojhilatDimirin li gel tevde dibe şîn û girîLê pakrewan ewna dibin jîna welat***Her laş dibêm bê dil tu car wê jîn nebeBê jîn mirov wê tişt ji wî peyda nebeWê hin bi hin zarê xwe wê winda bikeDiçe digihe sêra miriyan winda dibe***Yên pakrewan ewna dibin qirşên welêtQirş vêdikevin ewna dibin agir û pêtHem koledar têwer dibin dimirin li navEw agira ronî dide axa welêt***Ên pakrewan jîna gel in wê gel hebeNavê tevan wê tim di dîrokê hebeDiçin digihin rêza kesên çûn pakrewanÊ pakrewan wê nav tu car winda nebe***Her kes ji bo azad bibin tên mal didinLê pakrewan ewna li şûn mal can didinPerwer bi pêwestî ji bo gel kar dikinEwna dibin rêber milet pêşde didin***Tim wek birûsk tirsê dixin nava neyarBaran tevê ewna dikin xêr û buharJîna gelê bindest hemû ew xweş dikin

Ewna dibin qurban ji bo herçin neçar***Gerdûn dibêm comerd çiqas tê de hebeWek pakrewan comerd dibêm wê çênebeYê mal bide lê ew ne wek ê can bideEw gel li nav perwer nebe wê jîn nebe***Ew gel dimîne wek pezê wer bê şivanTên diz û gur talan dikin birbir ji wanWer bê xwedî bindest dimîne dîl û jarEw gel dimîne bê nijad wer bê jiyan***Namûs dibêm ewya ne bes jin û perêHerçî welat berde li pey mal tim herêEwya dibe çêlek didoşin koledarEw mal dibe barê li ser pişta kerê***Bêhiş wekî ker ê li mal tim pal bideYê koledar bê zor çi çax wê maf bideYê koledar ewya li şûn mafê mirovWê koletî dîlî û diljarî bide***Yê çû li nav Kurdên gelek mêrxas gerîWê zanibe çewser li wan çawa kirîKurdê dilêr herdem wekî şêr û pilingXistî rekeh Kurd tim bi derziyan gêj kirî***Alîk bi ol alîk xizan alîk nezanAlîk bi axayên neyar axên dizanTim berberî hevkuştinî talankirinRêber û zan kuştin ji Kurd man ên nezan***Çewser bi her tiştî şerê Kurdan dikinEwna divên Kurdan bi car winda bikinLê zan di nav Kurdên dilêr de çêdibin

Page 447: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

893892

BêbuharTim perweran ên pakrewan peyda dikin***Hingiv ji her şîraniyan şîrîntir eHin jî dibên mal û dirav şîrîntir eHin jî dibên dayika mirov şîrîntir eLê ez dibêm axa welat şîrîntir e***Rûmet ji wî re tewr tune yê bê welatBindest û jar wer wê bimîne bê felatÊ can ji bo axa welat gorî nekeWê ew tu car rizgar neke axa welat***Lê koledar rind zanibin wê Kurd bijîVa bû hezar sal in ji Kurd tim xwîn rijîVala neçû pê av dide dara jiyanTev Bêbuhar tim bang dikin Kurd her bijî

Ji rehê xwe de pîs be

Ji rehê xwe de pîs beEw tu carî çênabeDara ji çûkî de xwarMezin bibe rast nabeDi hêlîna qertel deÇêlikê baz xwedî nabeKûçik lawê kûçikanWek guran serbest nabeKu hezar sal tê herêWê tim li ber deriyan beQencî bi qencan bikîEw qencî winda nabeEw wek şane tu caranLi gemarê dê nabeŞane û perwan pak in

Kamût ji wan çênabeQencî bi pîsan bikîWê ew qencî winda beWê bibê ji min tirsiyaWê ew li ber te rabeYê kurtêlxur û nizmWê lawê wî geda beYê bi rûmet jîn bibeWê lawê wî mîrza beJi kur re jinê bînîLawê wî kur çênabeJi dîn re jinê bînîLaw wek bavê dîn nabeLê yê bav bênamûs beNamûs ji wî çênabeLawê xwe xwendin nedîWê ew lawê keran beWê her bimîne nezanHişê wî mezin nabeLi nav zan û bilindanWinda ye xuya nabeYê xwendî û xebatkarWê li nav gel xuya beGelê lê şevreşî beWê xwendin bi çira beJi tiştê kevin ê ne rindDivê mirov cuda beDivê gavan bavêjeNe tev li ser Xweda beTu ji xwe re kar bikîWê Xweda bi te re beKarî her tiştî bikîTu car nebêjî nabeXweda li her cî yek eÇima xelk wek hev nabe

Page 448: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

895894

BêbuharÇima cî hê avayîCima cî hê xirab eTu car metafizikîWek diyalektîkê nabeEw kesê kevinperest beWê mejî wî zuha beDibêm bi ya Marks eWê ne bi ya wan beDerî hesinî bi xweNe kilît be venabeMafê xwedî wî xurt beEw mafa winda nabeEw kesê hiş difroşeHewcî şîretan nabePênc û yek herdem şeş inBibêjî heft in nabeKesê bi notî negireWê ne xwedî sedan beFelsefe wer dibêjeBêjî ne waye nabeBêbuhar dibê rast eYê nezan qayil nabeBixwînî zane bî wêRast û derew xuya be

Helbestên Şîretan

Dîwana Nehem [9]

Beşê Yekem [1]

Page 449: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

897896

BêbuharÇi çax gur ji pez re bû dostWê Tirk ji Kurd re bibe dost***Nexweş bê derman xweş nabeBindest bê şer azad nabe***Ku dikî mafê xwe winda nekîLi koledarê xwe rehmê nekîKu tu dikî xwe şaş nekîHer gotinê bawer nekîKu dikî gava xwe çekîPêş xwe nedî tu çenekî***Çêlîka qertel tu car nabe bazGelê tirsok be nabe serfîrazXêrê nabîne kesê xêrnexwazRindî nikare kesê pîs finaz***Însan heywan ji dinyê reJi şerê û ji xêrê reMirov çêbû ji gorê reKu pez çêbû ji kêrê re***Bila mirov nexweşê birînê beBila mirov ne nexweşê mirinê beMirov nexweşê birînê be dem dibeMirov nexweşê mirinê be gor wî dibe***Yê nexweşî nebîne qîmetê xweşî nizaneYê talî nexwe qîmetê şîranî nizaneYê derewan nebîne qîmetê rastî nizaneYê birçîbûnê nebîne halê birçiyan nizaneYê birçî be halê birçiyan ew zane***Jê pîstir tune ku mirov êxsîr ket

Destê dijmin ji dijmin hêvî bixwazeJê zortir tune ku mirov pîr bûJi zarokê xwe xercî bixwaze***Ji gur gurtir heba wê gur ne gur baNe mirovê derewîn ba wê yê rast pirtir ba***Mirov çiqas zivêr be ji rastî ne zivêr beMirov bi Xweda re be ji rehma Xweda wê têr be***Dinya behr e mirov tê de avjenî nabeLi ber xwe nede jîn namîne wê winda be***Mirovê lawê wî biçûk dibe lawê mezin biba xwezîEw nizane lawê wî mezin bû ji umrê wî dizî***Ew miletê ku hev negireWê xwe li ber dijmin negireWê di bin destê dijmin beNe li ser be wê di bin be***Yê ziman winda bikeBi xwe şerê xwe dikeNe hewcî dijmin bikeBi xwe xwe winda dike***Rehmê li zaliman nekîZulm li te bû ji bîr nekîRehmê li zaliman bikîTu zulmê pir li xwe dikî***Mirovê rizqê wî ne li ser wî beWê çavê wî li her derî beWê tûrê parsê li pî wî beWê xwelî li serê wî be

Page 450: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

899898

Bêbuhar***Dinya wek xewn tê de bîHeta ji xewê rabîHew binêrî tu kal bîBimirî herî bin ax bîTu ji gorê ranabîTu jî herî binax bî***Kesên xwarina wan yek beWê pîsiya wan jî yek beZarên kesên nemerîKûçik çi dixwe wî dirî***Namûs ne ew e dergevanî jina xwe bikîNamûs ew e çek rakî şer bikîWelatê xwe ji dijmin rizgar bikîXizmetkarî miletê xwe bikî***Heta dinya roj û şev beWê halê mirov tim ev beTa bimire ezab û rev beDi gorê de wê bê liv be***Bawerî qet bi mar nabeKu ew nemire laş rast nabe***Mirov talî nexwe qîmetê şîranî nizaneMirov nexweşî nebîne qîmetê xweşî nizane***Mirovê rind li ba pîsan erzan eMadenê zêr li ba dînan erzan e***Dizê mezin ne yê peran bidizeDizê mezin hişê mirovan bidize***

Masî di behrê de nebêje yê min eÇi çax te ew girt bibêje yê min e***Dîrok bi destê mêrxas û zanan çêdibeBi lingê qels û nezanan pêl dibe***Ku dikî serê xwe neêşînî xwe westa nekîKarê xwe dirust bikî tu qala xelkê nekî***Çiyayê bilind li erda rast tu car ew winda nabeCilê kerê li hespê kî hespa kihêl erzan nabeCilê hespê li kerê kî kera ehmeq biha nabeKesê ku deng neke wê ew ne xuya beKesê ehmeq ku deng kir wê ew xuya be***Bilindbûn ew ne cizdana beriya yeBilindbûn ew bi aqilê seriya ye***Mirovê bêkar birçî û nezan bindest û bê çek beYan wê diz be yan wê parsek be yan wê qûnek be***Nexweşî rehmê li kesî nakeDivê mirov wî nexweşî zû derman ke***Ku dikî bibî mîrza ji neyarê xwe reDivê tu bibî xulam ji karê xwe reKu tu nebî xulam ji gelê xwe reTê bibî kole ji neyarê xwe re***Karê ne seneta te bêWê ew kara xirabe bêKarê ku seneta te bêWê ew kara kêrî te bê***Mirovê heqê xwe nexwaze bitirse

Page 451: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

901900

BêbuharBênamûs e bila li namûsê nepirse***Xizan ne yê mal hindik biaqil eXizan ê malpir nexwendî bêaqil e***Mirovê pîs xelkê li ser xwe dibîneXwe li ser mirovê xwe dibîne***Hov û mirovê nêr ji ya mê xurttir eGotina mê ji gotina nêr xurttir eBi zendê xwe mêr ji jinan xurttir eBi sebra xwe jin ji mêran xurttir e***Xweşî bi xweşî çêdibeNexweşî bi nexweşî çêdibeRûreşî ji bêhişî çêdibeŞer ji nebaşî çêdibe***Dengê ker ji dengê bilbil xurttir eDengê bilbil ji dengê ker xweştir eLi nav baxçan dengê bilbil pir xweş eDi axur de dengê ker pir ne xweş e***Mirovê zengîn kal be ji mirinê ditirseMirovê xizan kal be li mirinê dipirse***Heta rind mirov nas nekîZû gotina xwe li ba wî nekîMirovê biaqil gotina wî biha yeMirovê bêhiş gotin erzan e niha ye***Aqilê te di serê tede bePerê te di berî tede beRêberê te serê teÇeka te perê te

***Mirovê bextê wî reş dibeDinya bi wî nexweş dibeHingiv di dev tal dibeSpî li ber reş dibe***Mirovê zan û bi arQebûl nake gotina xwarGotina xwar ji jehrê taltir eGotina xweş ji hingiv xweştir e***Mirovê tiştê xelkê deyn bike nede pir guneYê deyn bike nede deyn li ser wayî tune***Mirovê dîn bi xwe nizane ew dîn eLê mirovê biaqil bi wî zane ew dîn e***Mirov ku hesabê mirinê bikeNe bes ew pir nimêj bikeDivê ew tim rindî bikeDivê ji bo mirovan tiştekî rind çêbikeNavê xwe li dîrokê qeyd bikePiştî mir xelk bi rindî qala wî bike***Mirovê fedî neke fedî li ba wî tuneMirovê deynê xelkê nede deyn li wî tune***Mirovê fedî neke ne hewcî fedîWê deyn li te tune be ku deynan nedî***Yê ji mirinê bitirseLi mafê xwe napirseYê li mafê xwe bipirseJi mirinê natirse***

Page 452: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

903902

BêbuharYê can bi wî şîrîn beWelat wê ne şîrîn beYê welat pê şîrîn beWê destê wî bi xwîn be***Derew kilîtê belfan eBi wî derî vedibeDerew karê qelsan eBi wî xirabî çêdibe***Pîza xwe li ber xelkê bigerînî erzan eMirovê çikûs çiqas mal pir bibe xizan e***Lawê ne bi kêrî xwe bêWê ew ne bi kêrî te bêLi ba xelkê qîmet nebêWê ji te re serhevde bê***Yê derewan bike nexweşîLê bi wayî pir xweşîIlem dawî xuya beDawî derew rûreşî***Eger ne çîmento beBi avê qûm hev nagireKu mêr baş be jin pîs beŞûna bavê kur nagire***Dostê ku te neêşîneÇêtir ji birayê te bêşîneXelk wî dostê te nabîneLê birayê te dibîne***Beza pisîkê heta kadînêMeşa pîrê heta bindînê

Pîr ji mirinê ditirsePisîk ji kûçik ditirse***Mirovê biaqil xelk ji wî hez dikeMirovê ehmeq ew ji xwe hez dike***Mirovê bilind bi gotinan nizm nabeMirovê nizm bi gotinan bilind nabeMirov pesnê xwe bide erzan dibeMirovê xelk pesnê wî bide biha dibe***Kûçik pişta yê xurt digireKûçik bi yê ketî digire***Dijmin li ba xayînan bicî dibeXayîn li ba ehmeqan bicî dibe***Mehkema biçûk ew e mirovGunehekê bike hakim wî hukim bikeMehkema mezin ew e mirovBerî gunehê bike ew xwe hukim bikeMirovê bêhiş xelk wî hukim dikeMirovê bihiş ew xwe hukim dike***Timayî mirov bêhiş dikeWijdan mirov bihiş dikeYê bêhiş be tima yeYê bihiş ne tima ye***Li ba bêbextan bext kurk eZivistanê sar e li xwe dikeKu bû buhar germ bû çedike***Bi qîrîn û bi girî tişt nagihe serîPê dijmin venagere wê mafê te wer herê

Page 453: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

905904

BêbuharBi lêxistin vedigere ji niha û ji berê***Welat welatê Kurda yeLê Kurd tê de winda yeKurd nebên ji Xweda yeTev ji destê Kurda ye***Li nav pîsan ku ne tirs û lêxistin beMirov wê tim bindest û li bin be***Mêranî bi rindî yeYê rind tim efendî ye***Ku gur şivanê pez beNobedarê malê diz beWê mirov bê mal û pez be***Derew kilîtê belfa yeBelf kilîtê diza ye***Beran li ba miyê beran eLê li ba gur ne beran e***Mar nemire laş rast nabeKûçik nemire dûv rast nabe***Yê gotinên pir bikeIlem wê xwe şaş bikeWê dostên xwe kêm bikeDijminên xwe pir bike***Pezê bê xwedî gur wî dikujeAva bê xwedî vala dirije***Li ba zana buhayê te di serê tede ye

Li ba nezanan buhayê te di berî tede ye***Ku berî te tije be wê dostê te pir bibeBerî te vala bibe wê xelk ji te dûr bibe***Mirovê pîs tune be yê rind bêqîmet dibeKu mirovê pîs hebe yê rind biqîmet dibe***Goştê zaxê ye ne tê kelandin ne tê biraştinPîsî bi kurk de ne tê qusandin ne jî tê şûştin***Mirovê dewlemend û bêxêrKu mir malê wî li dinyayê dimîneMirovê mêrxas û zana û rindKu mir navê wî li dinyayê dimîne***Mirovê pîs û dewlemend û çikûsKu mir her kes kare malê wî bixweMirovê zan û rind û mêrxasKu mir kes nikare navê wî bixwe***Agirê gur çiqas bidê têr naxweMirovê tima çiqas bidê têr naxwe***Mirovê xerîbî nebîne qîmetê welat nizaneMirovê nexweşî nebîne qîmetê xweşî nizaneMirovê talî nexwe qîmetê şîranî nizane***Ku çar mirovên pîs li yekî mêr xinBavên erdê mirov nikare bibêjeMirovê ket ne mêr eKu çar kûçik bi şêrekî bigirinBavên erdêMirov nikare bibêje şêr ne şêr e***

Page 454: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

907906

BêbuharMirovê mêrxas dikeve şerDiya xelkê girî dideMirovê qels dikeve şerDiya xwe girî dide***Ku mêr şer dikin bi rican ji hev dibinKu kûçik şer dikin bi lêdanê ji hev dibin***Mirov çiqas xurt be xwe li ber agir nagireEger mirov nebe av agir qet venamire***Ew miletê ku hev negire ne milet eNe yê dîn be yê biaqil bêqîmet e***Çiqas perê te heyeEwqas merî te heye***Mirov bi xwarinê bimireÇêtir e ji birçîna bimire***Çiyayê bilind bi bilindî xuya yeMirovê rind bi rindî xuya ye***Mirovê xwar wî gêr neke bi xwe ketîMirovê pîs deng lê neke ku raketî***Dar çiqas bilind bibeDar wê negihe ezmananHespê xirab beza yeNe li qoş û meydananDil tu car rehet nabeBi guşguş û gumananMirov çiqas mêrxas beNe li qels û cîranan***

Mêranî biaqil be rovî ji şêr mêrtir eJi ber şêr ew ehmeq e aqilê rovî pir e***Mêr bi zimanê xwe tê girêdanKer bi hefsarê xwe tê girêdan***Mirovê xwe di ser miletê xwe re bibîneQîmetê wî li ba miletê wî namîneEw xwe dibîne milet wayî nabîneWê ew di bin xelkê de bimîne***Ziman ew zimanê teKu te negirt ne yê teHem dost hem dijminê teKu te girt ew dostê teTe negirt dijminê te***Ku dikî bi dijminê xwe re şer bikîDivê dijminên xwe kêm bikî dostên xwe pir bikîXelkê nêzîkî xwe bikî xelkê ji wî dûr bikîWê çaxê tê karibî li wî zor bikî***Dara tu car ba lênexe naleqêBombe ku tu pê lê nekî nateqêBirçî nebe wê çûk nekeve feqê***Mirov ilem neyarê wî wê hebeKu tu pîs bî wê rind neyarê te beKu tu rind bî wê pîs neyarê te beLi ortê jî mirov tu car wê nebe***Rêwî diçe kûçik li pey diewteEwtewtê dike kûçik heta diwesteTê vedizele li ber dîwar radiweste***

Page 455: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

909908

BêbuharKare bi çar tiştan mirov kêf bikeYan zarok be yan bênamûs yan dîn beEw wê çaxê mirov kare kêf bike***Mirovê biaqil li nav dînan ew dîn eMirovê dîn li nav biaqilan ew dîn e***Malê xwedî şiyar be nareDoza xwedî wê doz ke namire***Şer çênebe aştî nabeKu tov nemire ber çênabe***Şer wek ar e gur bibeAr têr naxwe gur bibeVemirî berî gur bibe***Werwerk tal e nayê xwarinLê ji bo derman tê xwarin***Dijminê te got Xweda yek e mast gewr e rast eLê wekî din ku çi bibêje ne rast e***Mirovê bê bask bifire wê bikeveBalîn bi bask difire nakeve***Mirovê li hespê xelkê siwar be peya yeJi miletê xwe dûr be li nav xelkê ne xuya ye***Xizanî du kiras in yek ji berfê yek ji ar eHavînê pir germ e zivistanê pir sar e***Çiqas mirov ku zan bibeGava mirov xizan dibeLi ba nezanan erzan dibe

***Mirovê mêr û xizanNe êxsîrê dijminê xwe yeEw êxsîrê zarokên xwe ye***Ar bê ar pênakeveMirov ji çerm dernakeve***Her gotina mirov ku rast baDinya hemû wê rast ba***Mirov sirê karê xwe bide xelkêEw rizqê zarokên xwe dide xelkê***Lawê rind bavê xwe xuya dikeLawê pîs bavê xwe winda dike***Nanekî bidî feqîran ji sed rikat nimêj xêrtir eXiramek azadî ji kîloyek zêr çêtir e***Mirov hemberî te beKu ew neyarê te beDivê rehm li wî nebeKu rehmê li wî bikeXwe li ber wî qels dikeWî li ser xwe xurt dike***Dîn li ba yê biaqil eYê dîn ê bêaqil e***Mirovê karê rindî bikeXirabî li ber wî digereCî wî li ba xirabanLi her derê heye***

Page 456: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

911910

BêbuharDijminê mirov ê zanÇêtir e ji dostê nezanDijminê zan dijminê te yeDostê nezan dijminê xwe û te ye***Genimê giran bi bin avê dikeveZimanê gemarî gotina pak ji wî dernakeve***Genimê giran bi bin avê dikeveGenimê pûç bi ser avê dikeveGenimê giran dibe nan mêr dixwinGenimê pûç dibe êm ker dixwin***Ê dijminê bavê te beDivê haya te ji wî hebeTu car ne wê dostê te be***Li nav nezanan gotinên rast nekîJi bo xwe li ba wan pûç nekîLi nav zanan gotinên rast bikîJi bo xwe li nav wan bilind bikî***Welatparêzî jê re kar nekîNe kirasek e tu li xwe kîPê xwe li pêş milet qure kîÇaxa kevin bû tu wî çekî***Rehetiya qelban xew eDeriyê belfan derew e***Ehmeq ew e gotin ne gotina wî be bibêjeBarê ji taqeta wî girantir be rahêjePêş xwe nebîne gava xwe bavêje***Mirin mirov ji her tiştî diqetîne

Lê nikare ji dîrokê biqetîne***Rêberê mirov nezan beWê mirov tim xizan beLi nav xelkê erzan beWê jar û perîşan be***Heqê xelkê nexwe bimireBila xelk heqê te nexwe bimire***Dîwarê xwar wê bikeveGotina derew wê derkeveDîwarê rast wê nekeveMirovê rast wê serkeve***Mirovê zan ew xwe nabîne xelk wî dibîneMirovê ehmeq xelk wî nabîne ew xwe dibîneLê xelk ehmeqan ehmeq dibîneXelk kesê biaqil biaqil dibîne***Mirovê dewlemend ne ji peran baBuhayê wî wê ne buhayê meriyan baBuhayê wî wê buhayê keran ba***Gur ku tê pez gur tu carî naewteGur ku tê pez kûçik ji dûr diewte***Tirs dijminê meriyan eGur dijminê keriyan eLê diz dostê beriyan eDostî wî ji bo peran e***Mafê mirov çû zor wayî tîneAr ku gur nebe xelk wî nabîne***

Page 457: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

913912

BêbuharMirovê rind merî wî merî wîMirovê pîs berî wî merî wî***Cira şanê ne xweş eLê hingivê wê xweş e***Dermanê doktoran derman eŞîreta zanan derman eÇeka helbestvanan ziman eNivîskaran qelem zimanê wan e***Eger milet gû nexweWê dewlet hingiv nexwe***Kevir neavêje kûçikê raketîWê bi te bigire bihêle raketî***Kêfê/a şirtê pir xweş eErd bi wayê pak dibeLê ew bixwe nizaneBi xwe gemarî dibe***Ku zor li ba te hebeWê gotin tim a te beKu zor li ba te nebeWê gotin ne ya te be***Mirovê pîs bi xencera tûj birîn dibeMirovê rind bi xebera pîs birîn dibeMirovê pîs bi şekir dev şîrîn dibeMirovê rind bi gotin dev şîrîn dibe***Xwarin li ba mirov hebeMerî nemerî tên ba meraXwarin li ba mirov nebe

Kûçikên kûçik nên ba mera***Tişt bi berfê nê veşartinGotina derew nê veşartinDar bi karton nê qeşartinÇiyayê bilind nê veşartin***Mirovê zan bi yê ehmeq nezan eMirovê zan bi yê zana ew zane***Karê mirovê qels xwarin û xew eSermiyanê mirovê diz xap û derew e***Dê naxwaze zarokê wê nexweş bibeDoktor dixwaze nexweşê wî rehet bibe***Jiyan xortanîKalbûn erzanîXortî kêfxweşîKalbûn poşmanî***Dostê mezin perê min eHespê min pêlava min ePêşkêşê min serê min eMerî nêzîk jina min e***Ji nav agir serm çênabeJi nav berfê germ çênabeBi bê serma agir pak nabeBi qelp mêran kar çênabe***Bi ehmeq re ket pirsêMirov ji wî ditirsêDeng bike direqisêDeng neke difetisê

Page 458: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

915914

Bêbuhar***Nimêj nekim ez XwedaNe hewcî deynê min eDeynan nexwim ez bidimMirov bi hewcî min e***Yê xwe bilind bibîneXelk wî nizm dibîneTu caran pêş nakeveLi pey xelkê dimîne***Yê bi xelkê re rast beWê xelk bi wî re rast beWê ji belan xelas beWê karê wî serrast be***Mirovê çavbirçî beWê birçî be têr naxweMalê wî çiqas pir beJi wî malî ew naxweWê li ber be bekçî beHeta here bin axê***Gava malê mirov çûWê mal bi kar vegereGava umrê mirov çûBi mal ew venagere***Şiyarbûn ê neraza ew şiyar beŞiyarbûn ê neraza be şiyar be***Warê milet lê nebeWê ew war xirabe beXanî sitar pê nebeBila ew xirabe be

***Devê sindoqê kilîtê wî yeKilîtê mirov ew devê wî ye***Mirovê rind şiyar be rehm eMirovê pîs raketî be rehm e***Ku lawê te biçûk beŞexsê wayî lawê teÇaxa ku ew mezin beDîsa ewya lawê teLê nefsa wî ya wayîNefsa wayî ne ya te***Her hesinê ku zer beEw hesin ne zêr eWayî bibe ba zîvkarYan zêr e yan ne zêr e***Mal û pere çûn vedigerinIlm û umr çûn venagerin***Tu bi xwe dostê xwe yîDostê yek tune yeJi xelkê re tu baş bîXelk tevde dostê te yeJi xelkê re ne baş bîXelk tevde neyarê te ye***Heta kûçik ku sax beDûvê kûçik wê xwar beGava kûçik ku bimireDûvê kûçik wê rast be***Mal arac e ne armanc e

Page 459: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

917916

BêbuharArac bê mal tu car nabeArmanc bê mal tu car nabe***Dîwarê xwar lêbe wê bikeveMirovê xwar bimeşe wê bikeve***Ku şivanê pez xirab beEw pez xwedî nabeYan ew pez wê gur bixwinYan wê rizqê guran be***Dara ku bişike çemel şîn nabeReh di axê de ti zor lê nabeWê dîsa şîn be wek berê rabeLê ku reh hişk bû tu car şîn nabe***Mirovê dirust zimanê wî dirêj eMirovê dîrokê umrê wî dirêj e***Mirovekî pîs ji mirovekî rind pirs kirÇima hevalên min pir in hevalên te hindik inMirovê rind lê vegerand û gotJi ber ên wek te pir in ên wek min hindik in!***Ku dar sax be gul namireKu gul mir jî bêhn namire***Mirov nebê ev keçik xweşik e wê bibeDivê mirov zanibe ji wayê çi çêbibe***Mal ne bi komkirinê pir dibeMal bi destgirtinê pir dibe***Bi hespê kihêl xezal tê girtinBi hespê kihêl rovî nê girtin

Lê bi tajî rovî tê girtin***Heta karî dostên xwe pir bikeDijminên xwe kêm bikeDijminek pir e hezar dost hindik e***Ji bindest re ceng divêJi dengbêj re deng divêJi xaliyê re reng divê***Mirov xerîbî nebîne qîmetê welat nizaneHeta mirov birçî nebe qîmetê xwarinê nizane***Mirov dimire dinya tev dimireKu mirov sax be ji dinya yek namire***Hespê kihêl bi cilê kevin erzan nabeBergîl bi cilê nû biha nabe***Gava mirov kal dibeDi mal de bê heval dibe***Li dinyayê li her derêYê ker herê wê ker werê***Mirovê biaqil xelk ji wî razîMirovê ehmeq ew ji xwe razî***Qantir du reh e dê bergîl e bav ker eJi herdu seriyan mehrûm e bê ber e***Zimanê mirov hem şana hingiv e hem mar eGotina xweş bike hingiv eGotina ne xweş bike jehr e***

Page 460: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

919918

BêbuharGula bê bêhn ne gul eBes bi rengê xwe gul e***Çiqas dimirin ax têr naxweÇiqas bidê ar têr naxwe***Nebê cewrê guran biçûk e nekujeMezin bibe ew jî gur e bikuje***Ku tu rast dikî Kurd î xwe winda nekîDivê bi zimanê xwe zanibîKincên kurdî li xwe kî kincên Ereban çekî***Malê helal malê mirov eMalê heram dijminê mirov e***Giyayê bêxêr tim şîn dimîneNe kes diçîne ne kes hiltîneHeywan wî naxwin wek xwe dimîneXêra wî mirov wî şîn dibîne***Ku mirovanî dimireMirov bi saxî dimireXêr diçe şer dimîneHer xirabî dibîne***Mirovê zan û rind xwe bilind dike xelk wî radikeMirovê nezan û pîs xwe nizm dike xelk wî pêl dike***Zarokê xwe ne bes xwedî bikî têr bikîZarokê xwe xwendin bidî fêr bikî***Ne dijmin dijminê te yeNezanî dijminê te ye***

Xwedî mal raketî nizane diz çi didizeLê yê diz raneketî ew zane çi didize***Roj winda nebe heyv rohnî nadeDijmin netirse ew te bernadeTu ji wî nestînî mafê te nadeDi bin axê de gulek bêhn nade***Yê kor çav girtî şev û roj wek hev eLê dev nê girtin gotin bi dev eYê heq bixwaze xwestin bi dev eMêrxas û heqxwaz tu car nareve***Serma zivistanê çiqas ew sar beJi wê netirse wê li dû buhar beLê ji sermê re mirov li kar beNe rûniştî be ji dinya dilsar be***Tu car pesnê xwe nede berî xelk pesnê te bideJi mafê xwe danekev berî xelk mafê te bide***Ji yê xurt û dewlemend re wek ba derbas dibeJi yê qels û xizan re qul dike derbas dibe***Gotina rast ji derewînan re xisar eLê gotina rast ji rastan re kar e***Zengîn bimire mal dimîneMêrxas bimire şan dimîneKer bimire kurtan dimîne***Mirina mirov bi şer beNe ji xelkê re bi ker be***Welatê demokrasî lê nebe

Page 461: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

921920

BêbuharPêşketin wê lê nebe***Mirin ne mirin e mirov bimire têkeve bin axêMirin ew e nemire sax têkeve nav yataxê***Mirov xwarinê bixwe ne xisar eMirov nexwe û nede kesî ew xisar e***Piştî ku ez mirim bûme axKesek li ser min negirî nebê wax***Ê hundirê mirov hênik dike dew eYa laşê mirov rehet dike xew eYa rûyê mirov reş dike derew e***Etar bang dike kes nizane etar eMirov ku neke haho kes nizane hawar e***Mirov roja teng dostê xwe çenekeMirov xwe li nav xelkê pîs nekeLi civatê meran gotina xwe zû çenekeGotin ne ya wî be wê gotinê neke***Mirovê pîs ne ji xwe re dibe ne ji xelkê re dibeEw ji rindî re nabe lê ji pîsî re dibe***Kesê malê wî hebeBi kêrî kesî nebeEw dostê berî xwe bePawanê derî xwe beDijminê merî xwe beDostê wayî tune beBila ewya tune be***Miletê pîs mirovê baş tê nav wan

Jê re mûman vêdixin û çepikan lêdixinKu ji nava wan derdikeve çipikanWî pîs dikin û gotinan bi pey dixin***Welat bê milet nabeMilet bê welat nabeWelat bê milet winda yeMilet bê welat winda ye***Ku mirov nebe dê û bavQîmetê dê û bavê xwe nizaneMirov ku tî û birçî nebeQîmetê av û xwarinê nizane***Mirovê welatê wî bi wî erzan eEw mirov li ba xelkê erzan eMirovê welatê xwe ji xelkê re berdeEw mirov bêrûmet û bêwijdan e***Mirov bi xortanî nemireKu pîr bû ket her roj dimire***Mirovê şiyar ku hişê wî nedizîTu nikarî berî wayî bidizî***Dîrok neynik e tê re mirov paşî xwe dibîneKesê paşî xwe nebîne wê pêşî xwe jî nebîne***Xwarina şer ji destê mirov beWê ew şêrê cîhangîr kolê mirov be***Mêranî ne bi pirbûna mêra yeNe bi nezanî û pirbûna pera yeMêranî bi zanebûn û aqilê seriya ye***

Page 462: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

923922

BêbuharMirov kare bi peran her tiştî bikireLê mirov nikare bi peran xwe ji mirinê bikire***Mirovê binamûs kare her tiştî hilgireLê nikare barê minetan û bênamûsî hilgire***Mirov ku bû rêwî yeYek pêşî yek dawî yeHer can wekî hevdu neDerî wana dudu ne***Kesê bindest deng nekeTiştek ji wî re tuneLê bi saxî mirî ewRûmet ji wî re tune***Mirovê can bi xwe naheseKu pîr bû bi canî diheseJi mirinê ditirseMirin li wî dipirse***Derew bi xwediyan xweş eLê bi xelkê ne xweş ePêşî bi wî xweş dibeLê dawî rûreş dibe***Çeka qelsan gilî yeÇeka zarokan girî ye***Gulistan cî gula ye divê ker lê neçêrinWê gulan xirab bikin nema xelk lê dinêrin***Gava ku te gotin kir tu caran tu şaş nereDehşikê ker biçûk e nebêje ew ne ker eDehşik ew wek bavê xwe mezin bû ew jî ker e

***Jiyan behr e mirov ku mir jê derdikeveLê mirov heta bimire nikare ji çermê xwe derkeve***Mirovê xwe bi pûş veşêreBa xurt were wê wî biqeşêre***Mirovê mêrxas dijminê wî dijminê wî yeMirovê gewaze zimanê wî dijminê wî ye***Ker kêfxweş e bûye kerKertir tune li hemberKu ji ker kertir hebaWê kêfa wî xweş neba***Kesê bindest û siyasî li dijDijmin bi sê rengan şer dikeLi ser çiyan bi tifingê şer dikeLi bajaran bi qelemê şer dikeDi hebsan de bi sebra xwe şer dike***Agir qirşan dişewitîneDexesî însan dişewitîne***Olaq buharê dixweBelaq dinyayê dixwe***Zarokê baş serê bavê xwe bilind dikeZarokê pîs lingê diya xwe bilind dike***Karê keran barê wan eÇavê keran darê wan eHebsa wan hefsarê wan e***Xizanî gelek dijwar e

Page 463: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

925924

BêbuharEw stemkarekî bêtar eZivistanê wek berf eHavînê wek ar e***Ker nizane ew ker eMirov zane ew ker eBi şevê di axur deBi rojê bar li ser e***Ku dikî miletekî winda bikîJi pîsên wî re lava bikî***Xweda sitar dayî miyêSitar neda bizinêBoçika bizinê berjor eSitar ji wê re tuneKoşê mî dîn guneh eYa bizinê ne guneh e***Kûçik ji gur tu nas nakî eger kûçik neewteKûçik ji gur tê nas bikî dema kûçik biewte***Merî binamûs çav li seriya yeMerî bênamûs çav li qûna yeMerî ku diz be çav li beriya ye***Derew nexweşî ewya xuya neDerew yek caran ewya derman eJi bo nexweşî xwedî erzan eJi bo xêrê be xwedî wî zane***Dara çalî bêxêr e ji bo şewatê ronî didêDara ne ji bo zanibe ew ber didêRind û nerind ewna herdu mirov inKarê xirab wî hilnedin tim ser Xwedê

***Xweda mirov da serîXweda ew neda terîYê rind xwe dike serîYê pîs xwe dike terî***Rindî bi dest Xwedê yePîsî ji destê me yeRindî yê rind li pey ePîsî yê pîs li pey e***Cineta dinya malê mirova yeHorî cinetê jina mirova yeDarê ber bixwî lawê mirova yeGula li hewşê qîza mirova ye***Mirovê ehmeq bi lingê xwe dimeşeMirovê zana bi aqilê xwe dimeşe***Ji mafê her kesî welatê wî hebeXwendina wî bi zimanê wî hebeNavê wî bi zimanê wî beKiyanê wî hebe***Mirovê pîs û timah bi wayî gelek zor eKu bê pere du metro tirba bavê xwe bikoleLê bi wayî ne zor e bi peran ew bikoleKu bîra sed metro be wê karibe bikole***Gava mirov pir tî dibeAv ji zêr buhatir dibe***Mirovê pîs bi gotin şerê yê rind bikeWî buha dike xwe erzan dike***

Page 464: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

927926

BêbuharKu her dizî ku nê girtin winda dibeLê dizê ecûrê havînê zivistanê xuya dibe***Qesra bilind mirovê nizm bilind nakeNavtêdan mirovê qels xurt nake***Xortê bê esil û xweşik û bi hindam geş û ron eLê bê hilm e ew wek gula naylon e***Gûyê kûçik ew spî ye wek helawLê bi şekir tu carî nabe helaw***Hesin bi çakûç rast dibeZiman bi xwendinê rast dibe***Marê bi min danedeBila umrê wî hezar sal beKesê zirar negihe minEw nemire heta kal be***Qehpetî li ba qehpan kêf eCilê keran li ba dînan lihêf e***Jîna qelsan bi xeyal û xwezî yeJîna Ereban bi xapandin derew û dizî ye***Zêr bi xwe nizane buha yeLê zêrkar bi wî zane buha ye***Ecêb e yê gotina rast bike û heqêXwe bixwaze û bitirseLi bajarê Kobanî li îsotên şîrîn bipirseLi bajarê Amûdê li îsotên tûj bipirse***Heta kêfa zengînan were

Wê ruhê feqîran here***Ji her tiştê spî tê hezkirinJi çavên spî û porê spî ûHinarên spî nê hezkirin***Li ba zana buhayê mirov di serî deLi ba nezanan buhayê mirov di berî de***Li ba timahan xweşî ne xweşî laş eLi ba timahan xweşî tiştê belaş e***Yê mafê xwe bixwaze çewser li wî rehmê nakeYê ji mafê xwe dakeve ewya rehmê li xwe nake***Mirovê bêhiş dest dirêj eMirovê zana ziman dirêj e***Çiyayên bilind ji dûr xuya neNewal ji dûr de tewr ne xuya ne***Mirovê xayîn ew jî mar eLê marekî bê jehr eErê bi te venadeLê tamê di te nade***Gur gur in lê ji hev re ne gur inMirov ji hev re gur in lê ji gur re ne gur in***Kevirê mezin pê şer nabeMirov nikare rakeKevirê biçûk pê şer dibeJi ber dikare rake***Şer nexweş e ji zilindar taltir e

Page 465: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

929928

BêbuharLê ji bo heq ji hingiv şîrîntir e***Ku mirov hingiv bixweJi avê şîrîntir eLê gava mirov tî beAv ji wî şîrîntir e***Mirovê tirsok li hespêXelk dibîne siwar eLê dema ew kete şerXwe nabîne siwar e***Riya ku teng û zor beHer kes tê re nameşeRiya fireh û rast beKer jî tê re dimeşe***Ava pak û zelal beHer tişt tê de xuya yeAv gemarî û genî beTişt tê de ne xuya ye***Kûçikê har bi nanekî dibe dostê teLê dijminê bavê te tu car nabe dostê te***Kûçikê har bi nanekî dibe dostLê mirovê xayîn tu car nabe dost***Dostê dostê te dostê te yeDostê dijminê te dijminê te yeDijminê dostê te dijminê te yeDostê dijminê te dijminê te ye***Ji baxçekî gulekê jêkîBihesibîn tu bi hezaran jêdikî

Ji ber çavên hezaran mirov jêdikî***Kesê nexwendî bi wî pir zor eÇavê wî vebî dilê wî kor e***Bila mirov dîndar be kolê Xweda beBila mirov ne bindest be kolê evdan beBila mirov ne pir comerd be û dest bela beBila mirov ne pir çikûs be kolê peran be***Zarok bê şîr jîn nabeGiya bê av şîn nabeSerî bênamûs xwîn nabeKesê ku mir ranabeHêvî ji miriyan nabeMirov bi van zana be***Kêfxweşî ne ew e tiştan bi çav bibînîKêfxweşî ew e tiştan bi dest bistînî***Gulek nake buharLê gulek dibe dîdarÊ gulekê jêbikeBi hezaran jêdike***Çiqas tiştê spî be ji koran ne xuya neLê çi tiştê spî be her gemar lê xuya ne***Mêvanê pêşî ji yê paşî hez nakeMazûvan çikûs be ji herduyan jî hez nake***Tiştê tije deng jê nayêTiştê vala deng jê tê***Mirovê xêran neke bila xêran qut neke

Page 466: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

931930

BêbuharEw jî xêr e eger xêran qut neke***Mirovê ehmeq ji xwe hez dikeMirovê biaqil xelk jê hez dike***Te karek kir ecele nekeEcele bikî tê xirab bikîTe gotin kir ecele nekeEcele kir tê şaş bikî***Rojî û nimêj bi peran ba kesekî nedikirTimahî neba kesekî wijdan çenedikir***Sê reng mirov pêş nakevinMirovê tirsok ditirse pirs bikeMirovê fedok fedî dike pirs bikeMirovê ehmeq li xwe nagire pirs bike***Mizgîn dan mêkerêGotin kurekî te bûMêkerê got xwarina minKêm bû barê min zêde bû***Mirovê xwe li ser derewan kerr bikeBi xwe derewîn e alî derewan dike***Bi lêxistinê kûçik nabe dostê mirovKûçik çiqas har be bi nanekî dibe dostê mirov***Cî xayînan li ba ehmeqan eGotinên gewazan li ziqaqan e***Mirovê comerd bi dayînê tê naskirinMirovê qûnek bi nayînê tê naskirin***

Roj bi ewran nê veşartinRastî bi derewan nê veşartin***Mirovê dixwaze Xweda ji wî hez bikeKarê xirab neke karê rind bikeDerewan neke gotinên rast bikeBi heqî re be neheqî nekeMalê xelkê nexwe xirabî nekeTiştê bi wî ne xweş bi xelkê nekeRojî bigire nimêj bikeWê Xweda ji wî hez bike***Xelk bûne rovî û gur kes rehmê li kesî nakeHer kes divê ew bixwe xelk tev ji ba wî bar keYek ji yekî xeyidî dixwaze wî winda keLi dinya nemîne ew bi tenê li wê war ke***Îslam baş e û ne baş eJi Ereban re baş eJi Kurdan re ne baş eŞîreta min belaş eYê qebûl neke şaş eYê qebûl bike baş e***Bila aqilê mirov hebeMalê mirov tune beAqil hebe mal naçeAqil nebe mal diçe***Bê zêr dibe bê xwê nabeBextê mirov çima wa beXwê erzan be zêr buha be***Ji mirovê binamûs re mirin heq eLê kêmayî û bênamûsî ne heq e

Page 467: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

933932

BêbuharJi yê bênamûs re bênamûsî jîHeq e mirin jî heq e***Xweda ne di mizgeft û dêran de yeXweda di dilê mirovan de ye***Mirovê qelp xizan eYê xizan jî erzan e***Çeka helbestvanan ziman eÇeka mûminan îman e***Aqilê meran ji ba xelkê beWê ne li pêş xelkê beWê tim li paş xelkê be***Mirov bê dijmin nabeYê rind be wê pîs dijminê wî binÊ pîs be wê rind dijminê wî bin***Mirovê bi rizqê xwe qayîl nebe wê xwe bixweRizqê xwe nexwe wê rizqê xelkê bixwe***Mirovê rind ku tu rêza wî bigire dibe kolê teRêza mirovê pîs bigirî serê wî mezin dibe dibe bela te***Mirovê rind ku dikî bikî kolê xwe qencî bi wî bikeMirovê pîs dikî bikî kolê xwe zulmê li wî bike***Şûşa bêhnê tê veşartinLê bêhna wê nê veşartin***Mirovê misilman derewan nakeBi wijdan be bêbextiyan nakeGotina heq dibê neheqî nake

Alî feqîran dike alî xurtan nakeJi malê xwe zekatê dide feqîranEw xêran tu car qut nakeBi zulm û zorê malê dinê pir nakeDerî cinetê nagire derî cehnemê venake***Mirovê bi îbadetê bimire kifrî yeMirovê xwe bê sebeb kuştin bideNe mêranî ye ehmeqî ye***Serê mirovê serhişk zû dişikeSerê mirovê sernerm naşike***Hesinê sert xwar nabe diqurifeHesinê nerm xwar dibe naqurife***Mirovê ku bê sebeb derewan bikeXwe li nav xelkê riswa bike ehmeq eMirovê ku ket tengî derewanNeke xwe xelas neke ehmeq e***Mirovê mûmin ji Xwedê ditirseKûçikê har ji avê ditirseJi ber av helal e kûçik heram eKûçik ji avê ditirse***Bila mirov bimireWijdana wî nemireKu wijdana wî mirHer tiştê wî dimire***Mirovê xwe bê sebeb bişewitîneWek arê li çolê bi rjo vêkeveNexewine vala here xelk nebîne***

Page 468: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

935934

BêbuharMirovê çikûs bi dayînê ne comerd eMirovê çikûs bi nayînê pir comerd e***Dijmin nabê ez dijmin im xeber nade teDema ku te diêşîne xeber dide te***Jina ku nuh dibe qehp ji birçîbûnê xwe didePiştî ku ho bû û têr xwar ji kêfa xwe dide***Malê pir hebe malê hindik li dizan heram eDiz malê hindik naxwin malê pir ne heram e***Bila mirov hebsiyê hebsê beBila mirov ne hebsiyê nefsê beHebsiyê hebsê kare bi şev razeHebsiyê nefsê nikare bi şev raze***Dijminê te qencîkê bi te bikeEw ne qencî bi te dike ew şerê te dikePê dostê te kêm dike dostê xwe pir dike***Devê gur tim ji hev vebî gur dikeneLê diranên gur ne diranên ken e***Dikî karekî bikî ew kar ne karê te beWê ew kar xirabkerê mala te be***Yê roj çêkir Xweda yeRoj ji nûra Xweda yeRuh li dinya çêdikeRoj her tiştî ew dikeRoj tune be jîn tunêTişt çênabin li dinyêOl sûdtir e li LaleşNe li Quds û Berê Reş

***Ji mêrê mêr re mirin heq eLê tirs û bênamûsî ne heq e***Mirovê nezan û ehmeq dergevanêBerjewend û xayînan in ne bikêr inDi riya wan re dikevin hundirMalê xelkê dixwin û karê xweDimeşînin û yên zan û rast li wan dinêrin***Mirov çiqas mêr be nikare dinyayê bindest bikeMirov çiqas comerd be nikare xelkê dinyayê têr bikeMirov çiqasî rind be nikare xelkê dinyayê tev razî bikeLê mirov kare xwe razî bike xirabî neke rindî bikeDinya tev pak dibe her yek pêş mala xwe pak bike***Hukim ne pere civandin eHukim zanebûn û xwendin e***Mirovê ilmê wî pir beLi dinyayê umrê wî kin dibeXizan dibe dostê wî kêm dibePiştî mir dewlemend dibeUmrê wî dirêj dibe***Mirovê nezan û dewlemend dost pir dibin li dorêKu perê wî neman dibe wek kartona valaDiavêjin ser gemarê kes namîne li dorêLi nav gemarê dirize û li nav gemarê darê***Xweda xirabî nake tiştê xirab em dikinWê xêr were dinyayê tiştê xirab em nekinXwedî xirabî pir in xwedî xêr hindik inEw dixin stûyê Xwedê lê xirabî ew dikin***

Page 469: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

937936

BêbuharLi dinyayê perê min pir ba minê kêf bikiraYan namûsa min kêm ba minê kêf bikiraYan ez dîn bama minê kêf bikiraYan zarok bama minê kêf bikira***Mirovê zan û mêrxas ji her tiştî xurttir eLê ji mirinê û Xweda re ew mirov ne xurttir e***Umr bi peran bê kirîn wê zengîn nemirinWê umrê feqîran bikirin wê feqîr bimirin***Mirovê li vê dinyayê ne serbest beDivê mirinê bixwaze li wê dinyê serbest be***Li ba mirovê mêrxas û binamûsNesfa dinê ji ezabê qebrê zortir eXiramek namûs ji kîloyek zêr buhatir e***Mirovê binamûs û xizan dinya li ba wî erzan eLê maldarê bênamûs dinya li ba wî buha yeLê ew li dinyayê erzan e***Jehra mar di devê wî de yeBi xelkê vedide xelkê dikujeMirovê oldar û bi wijdan jehra wîDi wijdana wî de yeKu gunehekê dikeWijdana wî wî dikuje***Namûs ne tiştekî bi destan tê girtinLi sûkan nê firotin tiştekî ne xuya yeMirovê bênamûs wê nabîneLê li ba mirovê binamûs winda nabe xuya ye***Li nav gemarê rûnenî gemar nê ser te

Bi xiraban re negerî gotinên xirab nê ser teXirabî xelkê nekî xirabî nê ber teMirovê qenc û xirab wê tev bibin dostê te***Feyde ji pîsan tune yeBes feydeke wan heyeMirov ji pîsan hez bikeBi wan rindan nas dikeKu mirovê pîs çênebaMirovê rind wê nas neba***Zarok ji diya xwe dibe ew tazî yeDigirî û dike hawar ji dinyayê nerazî ye***Mirov bê Xweda dibe bê xwedî nabeYê bê xwedî kiyanê wî çênabe***Ew zarokê bêguneh bê hemd ji diya xwe dibeDê û bav helak dibin heta ew mezin dibeBi roj û şev kar dike heta ew mezin dibeRojekê rehet nabe digirî li ser halê xweHeta ewya pîr dibe zivêr dibe ji dinyêÊdî dikeve tirsa cehnemê û mirinêEw bê hemdê xwe çêbû ma gunehê wî çi yePiştî mir ket cehnemê ma gunehê wî çi yeXweda çima wî dide wayî dixe vî halîKesek wî mecbûr nake dibe dixe vî halî***Şeytan gotî ku ez jin bamaWê ji niha zantir bamaTiştê jin zanin ez nizanimTiştê jin karin ez nikarim***Şeytan got hûn li min geriyanKu hûn min nebînin

Page 470: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

939938

BêbuharHûnê min li civata jinan bibînin***Cinet ji jinan re tune çil horî mê ji mêran reJi jinan re horîkî nêr tuneHeta mêr Xweda jî dikin mêr nabênXweda jineke mezin eDibên Xweda mêrekî mezin e***Mirovê rast rastî ji wî re bar eMirovê derewîn derew ji wî re kar e***Ku tu xeyidî hêrs hate te ji hemberî xwe netirseKu tu ketî şer ji dest û zimanê xwe bitirseKu te herdu girtin ji kesekî netirse***Mirovê timah û meslehçî neyarBi wî re kar nekî kar bi wî re zor eBi qehpan re kar bikî feyde ji qehpan dibeLê bi wî re kar bikî wê feyde ji wayî nebe***Ji zarokê eskerê dijmin derbas nebe nereBikuj mezin bibe ew jî wek bavê xwe esker e***Şofêrê ku otomobîla xwe xurt bajo ew ji xwe re neyar eBila ewya rind zanibe Izraîl bi wî re siwar e***Ku mirov çû malekê xwarin danînNegotin keremke yê here ser bênefs eDizê malê cîranê xwe bidize teres e***Kûçik çiqas xurt be pê li dûvê xwe nakeKu kûçik çiqas har be dev li cewrikê xwe nake***Mirovê bilind bi mirovê nizm bilind dibeMirovê rind bi mirovê xirab winda dibe

***Ji mirovê kor zarokên kor çênabinJi mirovê dîn zarokên dîn çênabinJi mirovê seqet zarokên seqet çênabinJi mirovê bênamûs zarokê binamûs çênabin***Mirovê kor lingê wî hespê wî yeKu dimeşe darê wî çavê wî ye***Mirovê pîs wek xanekî bê derî her kes derêBê hewş berdayî mirov lê nasitirê***Çiyayê bilind cî baz û piling şêr û mêran eErdê nizm û deşt cî pez û kûçik û keran e***Mirovê ku rast dîndar û xêrxwaz beDivê xêrê ji xelkê re bixwazeBerî ji xwe re bixwazeJi xelkê hez bike şerê xelkê nexwaze***Mirovê ji bo xwarinê dostê te bêWê tim xeyidî be roja teng ne bi kêrî te bê***Mirovê erzan nikare xwe biha bikeMirovê biha nikare xwe erzan bike***Li cewrê gur rehmê neke nebêj ne gur eMezin bibe ew ji bavê xwe pîstir e***Hûn jina pîs nebin bila pîs jê çênebinWê ne bi kêrî xwe bin wê bela serê we binHaya we ji we hebe ji bo hûn erzan nebin***Jinan bînin ji malên mêranBila xwarzê çêbibin wekî şêran

Page 471: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

941940

BêbuharKu rojên teng li we qewimîWê şer bikin wekî şêran***Mirovê siyasî ji dijminê xwe zantir beLaşê wî ji pola xurttir beDilê wî ji behrê firehtir beZimanê wî ji hevirmêşê nermtir beQelema wî ji gûzanê tûjtir beWê demê wê siyasîkî bi hiner be***Mirovê bi hindam û paqij divê wek kitikê bi xwe beDi ser herî re bimeşe nigê wî bi herî nebeKu ket hundir cê raxê mal gemarî nebe***Bila mirov bi bavê xwe pesnê xwe nedeBila mirov bi karê xwe pesnê xwe bideJi bavê xwe mêrtir bê riya rind bernede***Çiqas dijminê te xurt be ji dijminê dûr netirseDijminê nêzîk ew zor e ji dijminê nêzîk bitirse***Ku mirov karek kir xirab nekeDivê mirov lê zêde bike jê kêm nekeKu nikaribe zêde bike wek wî bike***Mirovê bi çavê xwe striyan bibîne ûXwas pê lê ke bila nebê ayJi ber ew pê lê dike ew dibîne***Mirovê dîn ku gotin kirMirovê biaqil deng nekeLi wî vegerîne wê wek wî beDivê xwe wek wî neke***Ku çar jin li ba hev rûniştin yek ji wan şeytan e

Dersê ji wan distîne li nav wan ne xuya ne***Mirovê umrê wî pêncî sal derbas dibeWek aletekê ewya tim xirab dibeEw mirov divê tim teslîh bibe***Mirov li mala cîranê xwe nan xwar edet eKu mirov du caran li mala cîranê xwe nan xwar minet e***Derî xêrê hezar in derî şerê hezar inÊ derî xêrê veke derî şerê tê girtinÊ derî şerê veke derî xêrê tê girtin***Ku te mirovek dît xweşik e kincê wî pak eNebîn xweşik e kincê wî pak eBibîn dilê wî pak yan ne pak e***Dibên pakî jî ji îmanê yeEger îman tune bePakî ne ji îmanê ye***Mirovê xebatkar li ba xelkê biqîmet beWê li ba miletê xwe bêrûmet be***Pakî mirov ne bi çermê pak ePakî mirov bi dilê pak û bi karê pak e***Dibên hingiv dermanê nexweşiya şekir eLê pere ji mirovê xizan re derman û şîrîntir e***Tu pênc tiştan li ba xwe biparêzî tê mêrekî çê bîMêranî û comerdî û namûsê heqî û rastîTê xwe û xelkê biparêzî tê mêrekî çê bî***Çeka bê fîşek xencer e

Page 472: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

943942

BêbuharÇeka bê pere xeber e***Ew mirov ne dewlemend e piştîKu mir malê dinya li pey xwe hiştibeEw mirov dewlemend e li dinyayêRûmeta xwe parastibePiştî ku mir li dinyayê navê rind li pey xwe hiştibeDi rûpelên dîrokê de cî girtibe nav hiştibe***Mirov kare bi peran her tiştî ji ser xwe rakeLê nikare navê bêşerefiyê ji ser xwe rake***Xizanî warekî xirab e kirasekî ji agir eLê mirov xizan be û pîr be hîn xirabtir e***Mirovê bi rûmet xizan bû tama dinyê pê nexweş dibeWê çaxê tama mirinê pê xweş dibe***Mirovê ehmeq ku kir qarqar nebêj bisekine nasekineJi wî re nebêj bisekine wê bi xwe bisekine***Mirovê bê bask bifire wê bikeveMirovê bê çek têkeve şer wê bireve***Dostên mirovê meslehçî ne xuyan inMirovê meslehçî ne dostê meryan inMirovê meslehçî dostê beriyan in***Mirovê binamûs pere li ba wî erzan eMirovê bênamûs ew li ba peran erzan eMirov xwe buha dike mirov xwe erzan dikeLê mirovê pîs nikare xwe buha bikeMirovê rind nikare xwe erzan bike***Bi gotinan dijmin namire

Bi pifkirinê arê gur venamire***Bila mirov xizanê mal be ne xizanê aqil beAqil hebe ew kar bike wê mal pir be***Karê destan mirov xwe pê xwedî dikeKarê siyasetê mirov xwe pê azad dike***Mirovê ne siyasî çiqas xwendibe wek goşt e di jînêTu car ew mirov nabirije nabe kebab xav dimînê***Mirovê ehmeq ne hewcî mirov wî bikujeKu karê şaş kir tu pesnê wî bideWê bi dostê te be wê ew xwe bikuje***Çeka mezin sirê mero rakeKu sir derket çek feyde nake***Tu bi ya dilê xwe bikî dilê te çi bixwaze tê bikîTê xwe winda bikî tiştê dixwazî nikarî bikîDivê bi ya dilê xwe nekî bi aqilê xwe bikî***Hebs ne hebsa laş e hebs hebsa nefs û ziman eKesê ziman hebs be jîna wî ne jiyan eYê welatê wî bindest be bênamûs û bê kiyan e***Mirovê kêmayî xelkê bibîne kêmayî xwe nebîneWê ew mirov li nav xelkê kêm bimîne***Mirovê rewşenbîr bi xwendinê hewes dibeMirovê çilek bi xwarinê hewes dibe***Mirovê timah bi xwe şeytanê xwe yeMirovê ehmeq bi xwe dijminê xwe ye***

Page 473: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

945944

BêbuharMirov dike bi kufleta xwe re baş be bi rûmetêNe berdî bifilite ne bikişî biqetê***Warê te yê jê xweştir tune derî teDostê yê ji wî rasttir tune berî teYê te li nav xelkê bilind bike nizm bike serî te***Nezanê şîretên mirovê zan têxe serê xweÛ pêşkeve ne ehmeq eYê şîretên mirovê zan nexe serê xweÛ pêş nekeve ew ehmeq e***Mirovê biaqil û nezan wê zana bibeMirovê nezan û ehmeq wê wek xwe bibe***Jina çê û mêrê çê ku digihin hevMala mezin ava dikinJina çê û mêrê xirab ku digihin hevHev radikinJina xirab û mêrê xirab ku digihin hevMala mezin xirab dikin***Piştî mirov mir ji lêxistinê natirseLê muxaberat nema li wî dipirse***Mirovê feydê li xwe nekeNikare ji xelkê feyde bike***Çi zengîn be çi xizan be însan eXwe li hev mezin nekeÎnsan birayê însan eÎnsan mirin li pêş wî yeLi vê dinyê însan mêvan e***Dinya tim wek xwe dibe

Kevin dibe nû dibeJi pîran re kevin dibeJi cana re nû dibe***Ku tu mirî li dinya her tiştê winda kîDinya sûkeke fireh e divê tiştekî rind tu jê rakîNavê rind li pey xwe bihêlîSerê zaryên xwe bilind kî li nav xelkê xuya kî***Qîmetê meryan karê meryan eSitara meryan mala meryan e***Mirovê rind eybên xelkê vedişêreŞîretan li xelkê dikeMirovê pîs eyban li xelkê dike***Rastî wek keçikeke pir xweşik e lê rast nakeHer kes ji wê hez dike lê her kes pê nake***Dinya wek trêneke nasekine serab eKu tu karî li fargona pêşî siwar be***Ji mirovê nezan zaroyên zan çêdibinJi mirovê dîn zaroyên biaqil çêdibinJi mirovê kor zaroyên bi çav çêdibinLê ji mirovê bênamûs zaroyên binamûs çênabinZaroyên bênamûs çêdibin***Mirov bi rizqê xwe nerazî yeLê ji aqilê xwe razî ye***Mirovê bi rizqê xwe qayîl nebeWê rizqê xelkê bixweWê malê xelkê bixweWê malê xwe jî bixwe

Page 474: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

947946

Bêbuhar***Rewşenbîr ne yê kitêbê bixwîne û bêlîneRewşenbîr ê ku kitêbê bixwîneDi serê wî de bimîne***Mirovê xwe bi derewan jîn bikeWê bi derewan bimire bi rastîXwe winda bike***Yê dike seneta bavê xwe kar bikeDivê ji wî çêtir çêbikeJi wî çêtir çênekeBila wî karî neke***Mirovê bes ji xwe hez bike ji xelkê hez nekeGelacî xelkê bike xelkê aşt nekeLingên xwe bavê ser hev fîncana qehwê di devê xwe keBoçika cixarê di devê xwe keXwe bi derewan qurre bike wê derî cinetê pê neke***Ez natirsim ji dijminê êriş bikeEz ditirsim ji dostê minafiq sirê min nas bike***Mirovê alî heqî neke xwe kerr bikeEw beng neke jî ew alî heqî dikeXwe li ber çavê xelkê qels û erzan dikeHeqî qels dike neheqî xurt dikeWijdana xwe xirab dike wê bi wî re hesab bike***Xwe li ser gotina heq kerr nekeBerî xelk bibêje tu bibêjeGotina heq ne bi peran e lê bi mêranî yeNîşana şeref û serbilindî ye***Mirovê zana firokan bi rastî çêdikin

Mirovên derewîn firokan bi derewan çêdikin***Xeyala bêfeyde wek dûmanê ye li dinyêMirov wayî dibîne lê bi destan nayê girtinWar ji wayî re tune***Bila mirov xwe mezin nebîneJi dinya ne mezintir eJi ezman ne bilindtir eJi Izraîl ne mêrtir eJi Xweda ne xurttir e***Mirin mirin e mirin ji mirinê ne çêtir eLê mirov bi xwarinê bimire ji birçîbûnê çêtir e***Bextiyarî ne giş bi mal û peran eBextiyarî bi navê bilind û bi şan e***Pakî ne pakiya laşê pak û cil ePakî pakiya wijdan û nefs û dil e***Giriyê jinan bi lêxistinê nasekineGiriyê jinan bi peran disekine***Cewherê mirov di xeydê de xuya dibeKu xeyidî xeberên xirab nekirXwe şaş nekir û destê xwe dirêj nekirÛ sînorê heqiyê derbas nekirEw mirovê biaqil û rind e xirabî nekir***Mirovê ku dixwaze xelk ji wî hez bikeÛ rizqê xwe ji Xweda bixwaze û zêde bikeRûyê xwe li ba xelkê reş neke spî bikeKarê xirab neke karê rind bikeWê Xweda ji wî hez bike wê xelk ji wî hez bike

Page 475: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

949948

Bêbuhar***Mirovê ku dike bênamûsê mezin nas bikeBinêr kê çav berdaye namûsa cîranê xwe zulmê lê dikeEw bênamûsê mezin e wek zinayê bi dê û xwişka xwe dike***Mirovê rehmê li dijminê xwe bikeEw rehmê li xwe nake rehmê li wî dikeXwe qels dike dijminê xwe xurt dike***Hêsirên jinan û zarokan ji baranêPirtir in baran şeş mehan tê xwarHêsirên zarokan û jinan deh û du mehan tên xwarBaran bi gurrîna ewranJin bi girî zarok dikin qarewar***Gur ku heywanekî dikujinBi hev re dixwin şer nakinÊ ji ber guran mayî kûçik dixwinLi ser şer dikin li hev nakin***Kurmê darê eger ji darê çênebeJi hundir de darê nexwe wê dar xirab nebe***Mirovê qels di şer de diya wî digirîMirovê mêr di şer de diya xelkê digirî***Dinya trên e mirov siwar dibin û peya dibinHinek zû peya dibin hinek dereng peya dibin***Mirovê qels û xizan qasî ji jina xwe ditirseJi Izraîl û mirinê natirseJi ber jina wî her tiştî ji wî dixwazeLê piştî mir kes tiştekî ji wî naxwaze***Pez bi hewcî şivan e

Şivan bi hewcî pez eŞivan pez diçêrîneNanê xwe jê derdixeBê şivan gur pez dixweŞivan nanê xwe dixwe***Li ba mirovê ehmeq şaşî ne şaşî yeLê nizane malxirabî li paşî ye***Tirra mezin hundirê mirov rehet dikeLê xelk bibihîze mirov riswa dike***Mirovê xwe nas neke ew çi yeÇî wî li xelkê çî xelkê li wî yeQencî radike xirabî pê dikeBeden di navbera xwe û xêrê de lê dike***Xêr û şer ne tişt in tu wan ji sûkê bikirîHerd jî di berî te de ne kê ji wan derxe nakirî***Umrê mirov wek tu raketibîJi xewê şiyar bî û dîsa rakevî û şiyar nebî***Xizanî kirasekî ji ar eJi hundir de germ eJi derve de sar eRûyê mirov reş dikeRûyê mirov sar dikeDestê mirov kin dikeKêfa dijmin xweş dike***Kûçik ku birçî be har dibeKûçik ku mir dûv rast dibe***Hov hov in mirov mirov in

Page 476: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

951950

BêbuharHov hovan dixwinMirov rizqê mirov dixwin***Xwarbûna mar ne di laşê wî deXwarbûna mar di serê wî deHeta serê mar sax beLaşê mar wê tim xwar beKu serê mar hincirîWê laşê mar rast bibe***Misilman dibêjin nimêj û rojî xêra wan pir eLê ez dibêjim karê pak û ramana pak ûZimanê pak û heqî û rastî ji rojî û nimêjÇêtir û xêra wan pirtir e***Rojî û nimêj bi peran ba wê her kesî nekiraGotina rast ku ne zor ba wê her kesî bikira***Gotina xirab ji devê mirovê xirab zû derdikeveJi ber gotina xirab li mirovê rind dikeve***Dijminê biçûk dijminê mirov eDijminê mezin nezanî mirov e***Xizanî û nexweşî ku pir dibinDost û merî dûr dibin ji bîr dibinDost û merî rind dihisin tên ser mirovDost û meryên xirab dûr dibin ji mirov***Roj bi ewran nê veşartinÇiya bi mijê nê veşartinWê ewr here wê roj derêWê mij here wê roj derê***Xelk ne dostê serê te ye

Xelk ew dostê berî te yeKu berî te vala bibeWê xelk ji te ew dûr bibeEger dixwazî zanibîKu tu karî bicêribî***Mirov qumarê dilîzeGeh vedixwe geh derdideLê ew jîn û umrê şîrînMirov her roj wî derdide***Kesê parsekçî birçî namîneKesê bimeşe li rê namîneLi çi bigere wê wî bibîne***Bila mirov laşê wî nexweş beÇêtir e ew bi xelkê ne xweş be***Cîranê rind ew jî bira yeNamûsa wî namûsa merya ye***Mirovê mêrxas û jêhatîNabêje ez ê bikimDibêje min kir nabê dikim***Mirov ji diya xwe dibe rêwî ji bo mirinêDigihe gora bê derî li wir ew disekinê***Çiqasî tu mêrxas bî li cîhanê tev naxwîÇiqasî malê te pir be ji zikê xwe pirtir naxwîQesra te çiqas bilind be di gorê de tu ax îKu tiştê rind li dinyê te hişt nemirî tu sax î***Kêfxweşî şivan ew e gava pezê wî têr beDaweta şivan ew e gava kera wî mê be

Page 477: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

953952

BêbuharDinya tev bibe ya wî divê tim li çolê be***Dijminê te belkî bibe dostê teLê dijminê bavê te tu car nabe dostê te***Merîvanî ne ji hev dûrketin eMerîvanî li ba hev çûn hatin eKu mirov ji hev dûr dibeDilê wan jî ji hev dûr dibe***Rizqê însan û heywan li ser Xwedê yeLê rizqê heywanê heywana dixwe ne li ser Xwedê yeÛ rizqê mirovê belaf û derewîn ne li ser Xwedê ye***Feyde ji derewan dibe lê feyde ji derewînan nabeFeyde ji qehpan dibe lê feyde ji timahan nabe***Mêşa gemarê biçûk e ne tiştek eMeîdeya mirov li hev dixeKu ket xwarina mirovanMirov xwarinê diavêjeKu bixwe nexweş dixe***Nebûna zor û xirab ne nebûna peran eNebûna zor û xirab nebûna aqilê meran e***Ku qeder hat ber derîUmrê cana nagihe serî***Mirovê dewlemend hilma xwarinê jê têMirovê meslehçî ew wek kûçik li pey têMirovê meslehçî ew ne dostê serê teEwya dostê xwarinê wî tim çav li berî têMirovê dostê serî wê ew tim dost bimîneBerî boş be meslehçî ewya wê dost nemîne

***Birîna çênebe diwerimeMirovê nizane bimeşe dilikume***Pir heywan tên xwedîkirinLê cewrê gur nayê xwedîkirin***Mirovê şaîr ku mir dîwan dimîneKu ker mir kurtan dimîne***Derdan ji derd pêketiyan pirs keÊşê ji derb lêketiyan pirs ke***Mirovê ehmeq wek kela şîr eZû radibe zû dadikeveMirov li dij wî rabe danakeveMirov li dij wî ranebe dadikeve***Piştî mirov mir ji mirinê natirsePiştî ga serjê bû ji gurandinê natirse***Mirovê ehmeq ji meryan re rêber beWê ew merya tim di kortan wer be***Kûçik ku birçî be wê bide pey teKu têr be wê dev bavê te***Dostan tu nas nakî yan perê wî pir bêYan wezîfa wî bilind bibêKu nehat guhartin ev dost e mirov kare bibê***Doktor bi êşa nexweş zaneLê çiqas dêşe nizaneLê yê nexweş çiqas dêşe ew zane***

Page 478: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

955954

BêbuharMirovê pîs xulamê jina xwe yeDostê berî xwe ye dijminê merî xwe ye***Şeref bi peran vegerandaWê qehpan vegeranda***Mala malxwe xirab beWê ew mal tim xirab beXirabî bi xirabî tê naskirinRindî bi rindî tê naskirin***Şêr şêr e li kur be şêr eKu pir bin şêr in ku yek be şêr eKu bimire çermê wî bimîneEw çerm çermê şêr e***Jin ji mêrê xwe re gul eMêrê wê her roj wê bêhn dikeLê jin bê strî nabeDema mêr wê qut bikeDestê mêr birîn dike***Her tişt li dinyayê têr dixweBes qelema nivîskaran têr naxwe***Mirovê pîr û xizan û bêkes û nexweş beDostê wî namînin wê li nav xelkê parsek û rûreş be***Bîr ku miçiqî dewl hewce nakePiştî mirov mir derman kar nake***Beroşê pesnê xwe da wê got binê min zêr eHeskê got pesnê xwe nede niha jê tê ne zêr e***Ji mirovan her kes têr dixwin

Bes dudu têr naxwinÊ ji peran hez dike û ji ilm hez dikeTêr naxwin***Goştê her teyrî tê xwarinTeyrê goşt dixwe goştê wî nayê xwarin***Mirovê bê wijdan wijdana xwe xwariyeKu tiştê bi wijdan bike pê jehr dibeNexweş dikeve wijdana wî mirî ye***Ku te senetek girt yan tu aşiqê wê bûyîTê wê rind çêbikî ku tu bi hewcî wê bûyî***Qencî ji xirabî xuya neŞeytan û rehman xuya neŞeytanê însan însan eRehmanê însan însan e***Tişt bi kayê tê veşartinTişt bi berfê nayê veşartin***Ku mirov nebe dê û bav qîmetê dê û bavê xwe nizaneÇi çax bû dê û bav dê û bavê wî mirinNû qîmetê dê û bavê xwe zane***Li dinyayê çiqas mirovê xurt hebeDest di ser destê wî re tune beWê xelk bi kolê wî beWê ew bi kolê jina xwe be***Kêra qesaban ko nabeLingê parsekan qels nabeÇavê timahan têr nabe***

Page 479: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

957956

BêbuharKursî mehkemê bilind eKes nikare nizm bikeLê kursî hukim nake di binHakim de hakim hukim dike***Çavê di ber xelkê de pir bigirîWê ew çav kor bibe bila negirî***Mehkema mezin wijdan eEw dîn e ew îman e***Ku gur têr xwar ker dibeKûçik têr xwar har dibe***Ku mirovê têr birçî bû ji wî netirseKu mirovê birçî têr bû ji wî bitirse***Ku dikî xwe nas bikî li dîroka xwe vegereTu xwe nas nekî xelkê nas nakîKu bê hiş herî tê xwe winda kî***Xizan ne yê mal tuneXizan ê aqil tuneAqil hebe mal pir eAqil tune mal tune***Mirov kare bi serê qantir bigireLê nikare bi dûvê qantir bigire***Li ba mirovê bênamûs jin hacet eLi ba mirovê binamûs jin rûmet e***Dinya deresakî mezin e her tişt tê de heyeMirov tê de dixwîne û xirabî dibîneYê xirab xirabî hiltîne yê rind rindî hiltîne

***Divê mirov berê karê xwe bikeDawî alî birayê xwe bikeKu rojkê barê wî ketBirayê wî alî wî bike***Mirovê çav teng piştî ku têr xwar çav fire dibeMirovê şerxwaz piştî ku xirab kir ker dibe***Mirovê mêr û birûmet tiştê xirab nakeMala xwe xirab dike navê xwe xirab nakeKu mal here wê vegereLê rûmet û nav here venagere***Miletê ehmeq di nav de hebinWê xayîn di nav de hebinWê ew milet qels beWê dijminên wî qels nebin***Çi tişt li ba te nema bi peran tê bikirîLê umr çû bi peran nikarî wî bikirîÇiqas herî derê dûr tu karî jê vegerîGora te gavek dûr be nikarî jê vegerî***Her tişt here bi peran vedigereLê umr û şeref here bi peran venagereUmr wê here şeref bi xwînê vedigere***Kerê barê te ne li ser pişta wî beKu de diçe bila here fikra te ne li wî be***Mirovê qehwê vexwe avê bi ser de venexweWek ku qehwê dirijîne ne vedixwe***Qabanê ehmeqan rast nabe

Page 480: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

959958

BêbuharKêlê meinana tije nabe***Hesûdî ji xirabî re silehekî xurt eBi çavan nayê dîtin bi destan nayê girtinDilê xwediyê xwe reş dikeUmrê xwediyê xwe kin dikeMala xelkê xirab dike***Mirovê qenc bi qencî tê ser rêMirovê pîs bi lêxistinê tê ser rê***Malê bi zanebûnê hat lê dibeMalê bi lêhatinê hat lêh dibe***Mirovê pîs bi qencî nexweş dikeveBi xirabî rehet dibe nexweş nakeve***Ji qantir pirs kirin gotin bavê te kî yeQantir li wan vegerand got xalê minHesp e ne hewcî bavê min kî ye***Mirov dimirin li dinyayê namîninLê tiştê kirin li dinyayê dimîninÊ wan çandî zarokên wan hiltînin***Mirovê zana û binamûs dersaZanebûn û namûsê ji bênamûsÛ ehmeqan distîneDersa mêrxasî ji tirsokan distîneDersa comerdî ji çikûsan distîneJi ber wan bi çavê xwe dibîneWek wan nabe ji wan feydê dibîne***Ku birçîbûn pir dibeSiyaset ji bîr dibe

***Li dinyayê pîs pir in qenc hindik inPîs ên gemarê ne nexweşî çêdikinRind şanên hingiv in hingiv çêdikinRind wek şêr in goştê mirar naxwinÊn pîs goştê mirar dixwin wek kûçik in***Beroşa xwarina min tê de nekeleBila jehr tê de bikele***Li vê dinyê mirov diçe mal dimîneLi axretê mal diçe mirov dimîne***Mirov heye li pey rizqê xwe direve nagihiyêMirov jî heye li pey rizqê xwe direve bi zor digihiyêMirov jî heye li ser kursî rûniştî rizqê wî digihiyê***Mirovê bixwîne ji bo wezîfê ji bo xwe yeMirovê bixwîne ji bo xebatêJi bo xwe û miletê xwe ye***Ga û pez heywan in bê pişt û bê mecal inJi ber wî goştê wan li mirovan helal in***Mirovê kêmî te be xwe di ser te re bibîneYan tu li ba wî nemînî yan ew li ba te nemîneLi ba te be wê xirabî biçîneKu ew here wê xirabî bimîne***Çi miletê di bin destê dijminê xwe deDijminê dijminê xwe yeLê miletê Kurd bindestê aqilê xwe yeDostê dijminê xwe ye***Mirovê welatê wî li ba wî bêqîmet be

Page 481: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

961960

BêbuharBerde here welatê xelkê wê bêqîmet beWê namûsa wî erzan be bêrûmet beHeta bimire wê poşman be bi derd û îlet be***Tiştê xwedî wî hebe winda nabeTiştê bê xwedî be wê winda be***Can can in çi heywan in çi giyan in çi însan inTev bi rojê jîn dibin avê bi devê xwe vedixwinGiya bi rehê xwe vedixwin pê tev jiyan in***Kûçikê har tê girêdanLê gava diewte devê wî nê girêdan***Tiştê jê here çiqas pir be wê xilas beTiştê jê nere çiqas hindik be xilas nabe***Ku tu çûyî gundekî te dît kund li wir eNe hewcî pirs kî xirab ne xirab eZanibe ew gund xirab e***Heta milet jehrê nexweWê hikûmet hingiv nexwe***Ku te di civatê de gotin kir ji bo tu şaş nebîGotina xelkê nebihîze gotina xwe bibihîzeKu te gotina xwe qedand êdî gotina xelkê bibihîzeJi bo tu şaş nebî feyde bike her tiştî bibihîze***Ku te karek kir nelezîne ji bo şaş nebîKu te li nav camêran gotin kir hay ji xwe hebîJi bo li nav camêran pûç nebî û kêm nebîJi bo li nav civatê xwediyê gotina xwe bî***Ku dikî xwe bi ser xînî devê xwe vala bernedî

Ku dikî serê xwe neêşînî gotina xwe vala bernedî***Barê fikr ji barê piştê girantir eDostê nezan ji dijminê zan xirabtir e***Îman ew e ku te çi got devê xwe ji xêrê re vekeKu tu çiqas xeyidî li ser heqî wijdana xwe çenekeÛ xwe li ser xelkê mezin nekeLi yê ji xwe qelstir zulmê nekeÛ xwe li ser bênamûsiyê kerr neke***Mar ji pûngê pir bi kîn dibePûng li ber mala wî şîn dibe***Ku birçîbûn di derî re dikeve hundirWijdan di şibakê re derdikeve ji hundir***Mirovê paş de bifkire pêş de bimeşeWê paş de vegere pêş de nameşe***Xelkê ho neke karê xweTê wan bikî ortaxê malê xweTê wan bikî dizê karê xweTê qut kî rizqê zarên xwe***Mirovê karek kir nizanibe wî karî bikeXelk mala wî xirab nake ew mala xwe xirab dikeKar ne tu kar bikî kar divê tu jê kar bikî***Xizanî ne ku malê mirov hereXizanî ku hişê mirov hereHiş nere mal vedigereHiş here mal venagere***Ku lawê te hebe

Page 482: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

963962

BêbuharNebêje lawê min kî yeBibêje lawê min çî ye***Mêraniya mirovê ehmeqSaxan bikuje malan xirab bikeMêraniya mirovê biaqilNexweşan rehet bike welat ava bike***Dermanê her tiştî heyeDermanê ehmeqiyê tuneDermanê wî yan ji berBazdî yan kuştin e***Yê dijminê bavê teTu car nabe dostê teHeta rehê te hebeBimîne dijminê te***Ga ku fetisî ketÊ bikire kûçik eBixwe heta nemîneWê bibêje hindik e***Mirovê dîn bê derman dîn dimîneLi nav dînan ê biaqil dîn dimîne***Mirovê bi xwe xwe bilind bike wê bikeveMirovê miletê wî wî bilind bike nakeve***Mirovê kor çav kor eMirovê nexwendî dil kor e***Min cewrikê kûçik xwedî kirXwarin dayê qelew kirDîsa kûçik nebû gur

Ew ma kûçik heta mir***Ku dikî xwe ji Ereban nekîNêzîkî Ereban nebî ji xwe dûr vekîNavê Ereban li xwe nekîKirasê Ereban li xwe nekîDesmala wan nedî serê xweIgala wan çekî***Welatparêzî ne gotina ziman eWelatparêzî xebat û berxwedan e***Nexweş di mala meryan de tune beDeyn li meryan tune beXema meryan wê nebe***Mirovê di mala xwe de bi zimanê dijminêXwe deng keKincê dijminê xwe li xwe keNavê dijmin li zaryên xwe keEw mirov şerê xwe dike alî dijminê xwe dike***Mirovê ji mirinê hez nekeWê ji jînê hez nekeDestê xwe wê ranekeDoza tiştekî wê neke***Mirovê xwe xwar neke xelk nê wî xwar nakeMirovê xwe nizm neke xelk xwe lê siwar nake***Mêrê mêr ne ew e yê ji XwedaNetirse xelk ji wî bitirseMêrê mêr ew e yê ji XwedaBitirse xelk ji wî netirseŞerê zaliman bike

Page 483: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

965964

BêbuharLi halê feqîran bipirse***Mirovê dike xelkê li hev bîneDivê xwe rind bike xirabî li bal nemîneBerê xwe û xelkê li hev bîneEw dawî xelkê li hev bîne***Ava ku qels be wê tim gemar beDijmin naşewite mirov ne ar beYê hiş ji ba xelkê wê tim neçar beKesê şerxwaz be wê tim bêwar be***Yê mêr ne ew e xelk jê bitirseYê mêr ew e xelk lê bipirse***Bi ziman tê gotin ev heram e ev helal eLê tim malê qelsan li xurtan helal e***Dara bê reh be tu car şîn nabeKu dar şîn nebe çemel çênabeÇemel tune be sî wî çênabeWê dar hişk bibe tu car jîn nabe***Kesê bindest û xizan bikeneYan bêhiş e yan namûsa wî tune***Mirovê bêkar xizan dibeTiştê pir be erzan dibe***Mirov ku çêbû rêwî mirinêHeta ku dimire çav li xwarinêDi jînê de tewr rehetî tunêHeta bar dike diçe ji dinê***Ne xweş e ji mast mastê bizinê

Ne mêr e ew mêr bindestê jinêHêvî ji wî neke wî rûmet tinêRindî naçîne rindî naçinê***Comerdî nake kesê çav li jêrHêvî jê neke zengînê nemêrÇiqas qelew be kûçik nabe şêrÇiqas qelew be nêr bergîlê têrÇiqas beza be nagihe hespê nêr***Ji kesê şerxwaz tim şer tê xwestinJi kesê xêrxwaz tim xêr tê xwestinLê şer tune be xêr nayê parastinNe zor û şer be heq nayê parastin***Mirovê aqilê wî ji kîsê wî be wê baş beMirovê aqilê wî ji kîsê xelkê be wê şaş be***Dizê mezin ne yê berî bidizeDizê mezin ew ê serî bidizeYê serî hebe qe mal nayê dizînSerî tune be her tişt tê dizîn***Ilm behr e em li gemî siwar inGelek dûr e bigihin dawî nikarin***Kesê mêr li meryan dinêreKesê pîs li beryan dinêre***Heta rûmetê pere bi qîmet eGihişte rûmetê pere bê qîmet e***Li ba pîsan rûnî wê şerê wan bê teLi ber kepînê rûnî bêhna gû bê te***

Page 484: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

967966

BêbuharTiştek tune ku derbas nabeLê ku qul neke derbas nabe***Ne mirovê pîs be mirovê rind nayê naskirinHespê kihêl ji bergîlan bi bez tê naskirin***Xirabî bi xirabî nayê derbaskirinXirabî bi rindî tê derbaskirin***Mirovê biaqil her dixwîne zan dibePerê wî kêm dibe navsal dibeLi ba zarok û ehmeqan erzan dibePiştî ku mir li ba zanan buha dibe***Pîrbûn hebsa îdama ferêBi rican û bertîlan ji meryan nagerê***Mirovê ehmeq û nezan ku rêber beYê li pey wî bimeşe wê di kortan wer be***Aqilê te di serê te deQîmetê te di berî te deBerî te heye merî te heyeBerî te tune merî te tune***Birayê rind bira yeBirayê pîs bela yeBirayê rind xêran tîneBirayê pîs belan tîne***Bawer neke çêlîka gur ne gur eÇêlîka gur mezin be ew jî gur e***Yê diz nabe şivanê pezÊ diz dibe ew dizê pez

***Mirovekî ji ker re got tu ker îKer li wî vegerand got tu ker îTu ne ker ba tê zaniba ez ker imMirov zanin ker jî zanin ez ker im***Tiştê ku çû nayê girtin tewr nede dûLê şiyar be ji bîr neke ji bo yekî din nede dû***Navê tacir li ser te bePîsî bifroş ê bikire wê ew hebeKu tu rind bî yê rind wê hevalê te beWê yê pîs neyarê te beKu tu pîs bî wê yê pîs hevalê te beWê yê rind neyarê te beLi ortê jî wê tewr nebeHeta sax be mirov wê bê neyar nebe***Mirov kare bi zorê û bi peranHer tiştî vegerîneLê nikare rengê xwe biguhêreUmrê xwe vegerîne***Mirovê xizan çiqas hilma xweşBide hilma xweş ji wî nayêMirovê bindest çiqas bang ke deng ji wî nayê***Çiqas zan bî xelk li serê te nanêreKu perê te pir be xelk li berî te dinêre***Mirovê şaîr tim xizan e bi saxî bêqîmet eLê piştî mir bi qîmet e tirba wî ziyaret e***Mirovê zan bi mirovê ehmeq reGotinê bike ku deng bike direqise

Page 485: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

969968

BêbuharKu deng neke dihemise dipetise***Teyr bi baskê xwe bilind dibeMirov bi ilmê xwe bilind dibe***Her kes zane ker ker eLê yê nezan nizane ew ker e***Şîn erdê nexweş dikeŞîn mirov nexweş dikeKen dilê mirov xweş dikeDerew rûyê mirov reş dike***Derew li nav nezanan winda dibeDerew li nav zanan xuya dibe***Mirovê rind ku rind nemanWê gazincên xwe bi kê bikeMirovê zan ku ker nemanWê barê xwe li kê bike***Kesê bêhiş li nav zanan jîn dibeKesê zana li nav dînan dîn dibe***Ku pez ji diya xwe çêbû ji kêrê reKu mirov ji diya xwe çêbû ji gorê re***Umrê dirêj ne yê li dinyayê jîn bibeUmrê dirêj ku mir di dîrokê jîn bibe***Rewşa qehpan dudu neHeta mêr heye jin eHeqê herduyan kuştin eMêr li xelkê digerêJin xelk li wê digerê

Herdu hene li her derê***Mirovê nêr ji diya xwe çêbû nêr e lê ne mêr eKu mezin bû yan mêr e yan ne mêr ePê nexape li bejna wî nenêreLi bav pîr û dîroka wî binêreKu biaqil be tê zanibî yan mêr e yan ne mêr eJi mirov re bi kêr e yan bêkêr e***Sax têr raket wê ji xew rabeMirî raket têr xew nabe***Ku xurtî hebe dîrok dimeşeXurtî tune be dîrok nameşeKu xurtî hebe dîrok ew rast eXurtî tune be dîrok ne rast eKu xurtî hebe nerastî rast eXurtî tune be rastî ne rast e***Yê reh nemêr navtêdan wî nake mêrCewrikê kûçik li nav şêran nabe şêrKesê çikûs çiqas têr be birçî yeXizan be jî xizan nabe yê çavtêr***Mirovê xwe nas bikeBuhayê xwe nas dikeKesê ehmeq nas bikeXwe ji belan xelas dikeYê zana ku nas bikeRê li ber xwe rast dike***Mirovê helal çiqas birçî beMalê heram ew naxweGur ew çiqas birçî beEw cewrikê xwe naxwe

Page 486: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

971970

BêbuharKesê ehmeq ji zan reEw serê xwe danaxeLi nav xelkê riswa bûWê ew serê xwe daxe***Mirovê ji bo meslehe bibe dostKu meslehe çû dostî narêLê yê ji bo însanî bû dostMirov diçe însanî narê***Heqî bi neheqî re li hev nakeKu dikî heqê xwe bixwazîXwe hazir ke çeka xwe rakeDawî ji bo aştî bang keNe hewcî malê xirab bibeMalê yê neheq xirab ke***Merê Ereb nêzîkî te beEwya ne wê dostê te beYan çav li namûsa te beYan wê çav li malê te beQels bî wê axayê te beXurt bî wê ew kolê te be***Pere baskê mirov e mirov bi wî difireKu çi bixwaze mirov kare bi wî bikireWijdana sax bi peran kes nikare bikireKesê bi wijdan û mêr ku ew mir nav namire***Çiqas teyr bilind here ilem ji jor dakeveÇiqas bi şev şiyar be ilem mirov rakeveGiyayê kesk hişk bibe ilem bi ber ba keveLê mirov rast bimeşe tu caran ew nakeveEwya nakeve heta di gorê de rakeve***

Ecûrê tal şekir be nayê xwarinMirovên pîs xwe rind bikin nikarin***Mirovê rûtirş bila ticaretê nekeXelkê nexeyidîne xisarê li xwe nekeWê xisarê bike tiştekî kar nekeMirovê pîs kirasê rindan li xwe nekeJi bo navê rindan xirab nekeKirasê rindan pê pîsan rind neke***Xizanî erzanî nezanî ji xizanîXizanî ji nezanî xirabî ji nezanî***Şêr heta mirinê warê xwe bernadeHespê kihêl siwarê wî ketEw tu caran siwarê xwe bernade***Her kes dijminê eşkere nas dikeLê divê mirov dijminê nav xweJi dostê nav xwe nas bikeDijminê eşkere mirov xwe ji wîDiparêze lê dijminê dost malê xirab dike***Ku tiştê te çû bide dûKu umrê te çû nede dû***Hespê kihêl ku têr xwarMirov kare lê siwar beKu bergîl têr xwarMirov nikare di ber re derbas be***Çiyayê bilind bi berfê nayê veşartinBi derewan rastî nayê veşartin***Mirovê rind winda bû mirov li wî bigere

Page 487: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

973972

BêbuharMirovê pîs winda bû mirov li wî negereMirovê zan û rind be wê xêr li te vegereMirovê ehmeq û pîs wê şer li te vegere***Mirovê xwe di ser xelkê re bibîneWê bikeve di bin lingê xelkê de bimîneMirovê ber xwe nebîneWê ew mirov dûr jî nebîne***Mirovê dijminê xwe ji dostê xwe nas nekeWê xwe ji dijminê xwe xelas nekeWê derî xêrê li xwe bigireDerî şerê li xwe vekeWê ew mirov xwe winda bikeDijminê xwe winda neke***Mirovê li xelkê binêre bi kînêWê xelk bi dilê reş wî bibînêDûr binêre ber xwe nebînêWê bikeve ranabe li erdê bimînê***Mirovê rindî biçîne wê rindî hilîneMirovê xirabî biçîne wê xirabî hilîne***Mirovê ku got û kir mêr eMirovê negot û kir şêr eMirovê got û nekir kerê nêr e***Sêva sor û spî li dikananDikeve destê pîs û erzananSermiyan pir nabe ji bi sermiyananSermiyan pir dibe ji bê sermiyanan***Tengayî li ser mêran wek mija serê çiyan eMirov tiliyan di çavê hev xe

Heta sibê mirov ber xwe nabîneLê bi roj piştî nîvroJi dûr de wekî hêka kewê dibîne***Kincê mirov ku gemarî bibe pak dibeDilê mirov gemarî bibe pak nabeHeta xwe rast neke ku xwe rast bike dibeWê çaxê rindî dixewine xirabî winda dibe***Mirovê welatê xwe ji xelkê re berdeWê namûsa xwe jî bi ser deWelat çû namûs çûNamûs çû her tişt çû***Malê nêrî mûyên wî yeLê nêrî tim ew nêrî yeNêrî bizin nabe xezalHer mirov zane nêrî ye***Mirovê zan ji yê ehmeq kêmtir eDijminê zan ji dostê ehmeq çêtir eHov û mirov ê nêr ji mê xurttir eGotina mê ewya ji nêr xurttir e***Çeka eskeran tifinga wan eÇeka şaîran zimanê wan eÇeka nivîskaran qelema wan eÇeka aliman ramana wan e***Mirovê çilek dengê topan nabihîzeLê dengê xwarin û kevçiyan dibihîze***Her tiştê gewr be ew tê hezkirinTiştê ku reş be nayê hezkirinBes zebeşê gewr nayê hezkirin

Page 488: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

975974

BêbuharÇavê ku reş be ew tê hezkirin***Mirovê rast xwe li serGotina xwar kerr nakeMirovê derewîn li serGotina xwar deng nake***Mirovê rind ku zengîn bûJi wî tê hilma gulavêMirovê pîs ku zengîn bûDibe qantir pehînan davêMirovê rind xelkê xerîb xwedî dikeMirovê pîs beradide dê û bavêMirovê pîs mirovê rindTê wan nas bikî wê gavê***Ku li kûçik zor dibeJi tajî bezatir dibePesnê xiraban bidîJi berê pîstir dibe***Şêx bi sirê xwe deng dikeZengîn bi perê xwe deng dikeYê xizan û kawik xwe li ber wan kerr dike***Mirovê xwe di ser mirovê xwe re bibîneWê ew li nav xelkê xerîb bimîne***Mirovê pîs bi peran ku rind baWê navê wî di dîrokê bilind ba***Ku dikî dinyayê ava bikîDivê xirabî nekî rindî bikîTiştê ji mirov re rindî tu wî bikîDi dilê mirov de tê xwe bi cî bikî

***Gava mirov xizan dibeLi ba xelkê erzan dibeBêqîmet û rûsar dibeJi her xêran bêpar dibe***Ku tu nankî bidî kûçikKûçik bi te re dibe dostLê dijminê bavpîrê teTu car bi te re nabe dost***Mirovê xirabî bike wê bibîneMirovê xêran biçîne wê hilîne***Mirovê xwe ji merî xwe dûr dikeXwe winda dike merî wî ji bîr dikeXwe erzan û bê xwedî dike***Mirovê ji însan fedî nekeWê ji Xweda jî fedî nekeYê ji Xweda fedî nekeHer tiştê xirab kare bikeWê ew tim xirabî bikeJi ber nikare rindî bike***Mirovê ku sirê xwe bide xelkêWek ker hefsar di destê xelkê***Ku dema pez serjê bûJi gurandinê natirseMêrê mêrxas ku ket şerJi mirinê natirseDema serleşker ket şerEw li wijdan napirseMirovê qels û tirsok

Page 489: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

977976

BêbuharJi mirinê ditirseKu heqê wî winda bûLi heqê xwe napirse***Mirovê li merî xwe nebe xwedîXelkê xerîb li wî nabin xwedî***Mirovê dixwaze xwe biparêzeNamûs û rastî û heqiyê biparêze***Heqanî ne ew e deynê te li yekî be ji wî bixwazî bidêYê heqanî ew e berî ji wî bixwazî bidê***Mirov çiqas li dinya be çav ji dinya têr nabeGuh ji bihîstinê tu caran tije nabeMirov ji malê dinê heta dimire têr nabePiştî ku ew mir dinya li serê wî xirabe***Mirovê ji yekî hez nekeWê silavê li wî nekeWê henekan pê nekeWî deng kir wê deng neke***Mirovê merî xwe pîs bikeWê xelk jî wayî pîs bike***Yê bindestê zaryên xwe beWê xerîb li mala xwe beHenekê cînarê xwe beWê kenê neyarê xwe be***Çeka jinan girî yeÇeka qelsan gilî yeMirovê mêr serî yeMirovê qels terî ye

***Xelk berî te nas bikinEw kincên te nas dikinKu perê te pir hebeEw berî te nas dikinKu derewan tu bikîDerewê te rast dikinDerew bi dest nayê girtin***Mirovê ehmeq ew xwe nas dikeMirovê zana xelk wî nas dike***Merî te te bikuje wê te veşêreYê xerîb te bikuje te venaşêre***Mirovê rind xelk ber bi wî direveMirovê pîs xelk ji ber wî direve***Sofî biaqil bi dilê xwe zikrê dikeSofî ehmeq bi devê xwe zikrê dike***Mirovê bi mirovê rind re bimeşe bi rûmet dibeTiştê erzan di dest mirovê rind de bi qîmet dibe***Mêrxasî û rindî ji mirov re rast rê yeSebr ew kilîta deriyê xêrê ye***Mirovê zan ew rêber eMirovê ehmeq wek ker eMirovê zan bi gotinê fêm dikeYê ehmeq bi lêxistinê fêm dike***Xizan ne yê xizanê heram û mal eXizanî xizanê aqil û helal e***

Page 490: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

979978

BêbuharMirov kare xwarina helal heram bikeLê nikare xwarina heram helal bike***Mirovê xelkê nas neke xelkê biçûk bibîneWê li nav xelkê winda be xelk wî nabîne***Tu car rast nabe kesê ji rê derKer nabe mirov mirov dibe kerKesê zana yê ehmeq li hemberZan ji bo xêrê ehmeq ji bo şer***Mirovê rind winda nabe li nav dost û hevalanTu car rim nayê veşartin di tûran û çiwalan***Mirovê xurt derewên wî rast in heramên wî helal inMirovê qels û xwefiroş pir bi wî re heval in***Bi dijmin nikaribî şerê dijmin tu nekîBi derewan tu dijmin tu car li xwe gur nekîWê xisar be tu caran tê tiştekî kar nekîKarê ticarî te kir divê xisarê nekî***Nebê dinya ya min eTu nebe dinya tuneDawiya mirov mirin eYê mirî dinya tune***Divê pesnê mirovan nedî her gavêTu nas nekî ew çawa gavan davêHê kihêl e têr dixwe pîhna navêHê qantir e têr dixwe pîhna davê***Ketina mirov kêfxweşî neyar eLê her kes nizane ka kî neyar eBerî bikevî divê zanibî ka kî neyar e

Yê bi te re dimeşe ew dost e ya neyar e***Roviyê xapoker zû nayê girtinLê ku tê girtin ilem tê kuştinGur çiqas birçî be goştê gur naxwePola çiqas xurt be ji pola naxwe***Mirovê dîn naxurufeNe hewcî ew bixurufeÇaxa dîn bû dixurufeKesê zana naxurufe***Dara reha wê ne di axa wê de be wê zuha beMiletê ji şer bitirse bi silametî bigire wê winda be***Mirov sax e dike dinya tev bixweGava dimire du metro erd wî dixwe***Te çi kar kir ji xelkê re qal nekîDevê tije xwîn be li ber xelkê tif nekîJi bo zanibî rizqê xwe bi dest xelkê qut nekîRizqê xwe nedî xelkê rizqê xelkê pir nekî***Erebana vala pir deng jê têGotina ne xweş tim şer jê tê***Malê heram ne mal eMal ew malê helal eMalê heram wê hereEw jî wê li pey here***Heywanê pir feqîr ker eBarê giran tim li ser eMirovê nezan jî ker eKarê giran tim li ser e

Page 491: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

981980

Bêbuhar***Mirovê zana bi xwe rexna xwe dikeMirovê ehmeq xelk rexnê li wî dikeEwya nizane bi xwe ka ewya çi dikeLê xelk rind zane bi wî kesê ehmeq çi dike***Yê pîs nake mêr pesndana pirKûçik nabe gur ew bi çermê gur***Kesek nikare cîhanê rast bikeHer yek xwe rast ke cîhan rast dibe***Dema mirov pîr dibe şansê wî jî pîr dibeHevalê wî kêm dibe rizqê wî jî kêm dibe***Mirovê li dijminê dijminê xwe dixeEw li dostê xwe dixeMirovê li dostê dijminê xwe dixeEw li dijminê xwe dixe***Mirovê gunehkar ji mirinê ditirseJi mirinê natirse ji gunehan ditirse***Ji qehpan re şeref navê ti gavêJi qehpan re sûret divê her gavê***Her kes nikare tiştê xirab ava bikeHer kes kare tiştê ava xirab bikeTiştê xirab ava bikî neimet eTiştê ava xirab bikî qebhet e***Her tişt diçin bi peran vedigerinBes rûmet û mirin bi peran venagerin***Xulamên axan li pişt axan axa ne

Xulamên axan xulamên wan jî hene***Ku zor hate meydanê heqî ji wir baz dideHeqê mirovê qels çû mirovê mêrxas dide***Ku dikî îbadetê ji xwe re tu bikîTê rast bimeşî heqî winda nekîDerewan nekî xêran li feqîran bikîTu wê çaxê îbadetê rast dikî***Ne bes bi kar tu mal pir bikîDivê xirab nekî kom bikî***Mirovê zan dengê meryan dibihîseMirovê ehmeq dengê keran dibhîse***Xêra mezin ku dixwazî tu bikîDivê bi helalî tu rind kar bikîZarokên xwe tu wan mehrûm nekî têr bikîXêran li zarokên feqîran bikîTê dinya û axretê herduyan kar bikî***Mirovê xwe nas nake xelkê nas nakeBes xwe dibîne tiştê rast nake***Ku mirovê te bamaWê ez wekî te bamaWê ne dûrî te bamaWê ez li ba te bama***Çêlîka qazê ku ji hêkê derdikeveWî fêr neke bi ser avê dikeve***Mirovê bi agir nelîze naşewiteWê tim birçî be yê naxebite

Page 492: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

983982

Bêbuhar***Kûçik mehkeme bikî mehkema kûçik dar eKeran mehkeme bikî mehkema keran bar e***Birînê derman bikî xewa birîndara têLê ku mirov deyndar be xewa deyndaran nê***Tiştê biçînî ku tov nemire şîn nabeJi bo azadî ku gel nemire jîn nabe***Mirov li ba ehmeqan gotina heq bikeDostên xwe kêm dike dijminên xwe pir dikeMirovên rast nêzîkî xwe dikeMirovên derewîn ji xwe dûr dike***Baran heft mehan dibareHêsirên jin û zarokanDiwazde mehan dibare***Mirovê bêhiş pir dîndar eMirovê naxwe tim maldar eYê kar neke tim maldar eYê şer neke bê neyar e***Li mirovê ehmeq şîretan bikîWê ewya dijminê te bePesnê wî bide wê ewya bi dostê te beTê li wî siwar bî wê ewya bi kerê te bê***Mirovê kor li pey darê xwe dimeşeMirovê dilkor li pey xelkê dimeşe***Qanûn qe maf naparêzeWijdan ew maf diparêzeEger wijdan neparêze

Wê zor ew maf biparêze***Mirov bi yê ehmeq re deng bikeMirov bi wî re şaş dibePiştî ku mirov şaş dibeLi nav xelkê riswa dibe***Eger mirov nizanibe ka dijminê wî çî yeDijminê mirov payebûn tirs û şaşî û qelpî ye***Dijminê nezan ji kuştinê ditirseDijminê koledar ji xwendinê ditirseMirovê zan li xwendinê dipirseMirovê nezan li xwarinê dipirse***Mirovê can li canbûnê napirsePiştî pîr bû li canî ew dipirseJi ber ewya ji mirinê ditirseJi ber tirsê li canbûnê dipirse***Tiştê biçîn ku tov nemire şîn nabeJi bo azadî gel nemire jîn nabe***Yê ji zarokê xwe hez neke ji zarokên xelkê hez nakeYê ji bo namûsê şer neke ji bo azadiyê şer nakeMirovê mêr û binamûs bênamûsiyê qebûl nake***Bi bergîlan tu car xezal nayê girtinHespê kihêl xezal bi wî tê girtin***Tim bistirê ji qûmê nan çênabeBi gelacan tu car aştî çênabeKesê ku mir bi dermanan ranabeBi lavlavan kesê birçî têr nabe***

Page 493: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

985984

BêbuharAva ku dikî bidî nav xuşxuş jê tê netirseAva ku giran dimeşde û bêdeng ji wê bitirse***Mirovê talî nexwe qîmetê şîranî nizaneMirovê pîr nebe qîmetê canî nizane***Dinya çerx e tim direveRoj li pey şevê direveLê çiya ji cihê xwe naliveÇiqas lê zor bê nareve***Mirov çiqas zîrevan beDizê malê nayê girtinJi bo heyfê mêran bikujeXwîn bi xwînê nayê şûştinEger ku tu aştîxwaz bîXwîn bi avê ew tê şûştin***Bi helalî mirov çi bike dimîneBi heramî mirov çi bike namîneMirovê rind nav bi rindî dimîneMirovê pîs nav bi pîsî dimîneÇi biçîne mirov wê wî hilîneMirov ku mir wê li pêş xwe bibîne***Gelê bindest ku şer neke bimîneBi aştî wê azadî nebîneWê bihele wê ew gel nemîneWê axa wî ji xelkê re bimîne***Xwedayê erdê wijdan eTimayî ew şeytan eMirovê rindiyê bikeEw bi ya Xwedê dikeKesê xirabiyê bike

Karê şeytan ew dike***Yê dil gemar bi şûştinê pak nabeTextê xirab bi boyaxê baş nabeMêrê zana bi gotinê şaş nabeKesê nexweş bi lavlavan xweş nabeDûvê kûçik bi qaliban rast nabe***Namûs tune li ba beraz û keranLi ba kesê binamûs û serweranEw çêdibe birîna kêr û xenceranLê çênabe tewr birîna xeberan***Hespê kihêl bi cilên kevin kêm nabeZikê birçî bi lavlavan têr nabeLi ber topan bi keviran şer nabeKesê ku rast ji bo peran xwar nabe***Mirovê nexweş nekeve qîmetê xweşî nizaneMirovê neheqiyê nebîne qîmetê heqiyê nizane***Çeka xwe pê xelas kî neîmet eÇeka pê li xelkê xî qebhet eYê bi mêranî bimire çêtir e tirsok bimireYê mêr nav dimîne yê tirsok nav dimire***Tiştê bi zorê here wê bi zorê wereTiştê bi rehetî here nema vedigere***Hukim hukimê aqil eNe yê tifing li mil eYê ku aqil winda keBi tifingê tişt nake***Dostanî tev derew e

Page 494: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

987986

BêbuharXelk dostê yê qelew ePerê mirov pir bibinDostên mirov pir dibin***Mirovê dike bi mezinê gelê xwe beDivê xulamê gelê xwe beKu gelê wî zor lê bûQurbana gelê xwe be***Dimsa mirov çêbibeMêş li ba wî pir dibeDimsa mirov nemîneMêş li dor wî namîne***Dinya nayê guhartinMirov tê guhartinHer tişt tê buhartinKêmî nayê buhartin***Her tiştê zer bi zêr baMêrê xirab bi mêr baHer senetkar bi kêr baWê dinya tev bi xêr ba***Mirovê ehmeq ku gotin kirTe got bisekine nasekineKu tu bi wî re deng nekîWê ew bi xwe bisekine***Pakî ne ew e mirovê ket gorê laş şûştin ePakî ew e mirovê ket gorê dil şûştin e***Mirovê berê keleş bûNiha ew deyn dike nadeTiştê rast ew qebûl nake

Wê xwe ji rastiyê tim babide***Piştî çilî jina mirov ne jin eBi saxî miriye ew çiqasî ew bimîne***Yê berxê nêr bikire ewya ne ji xêrê re yeYê berxê nêr bikire ew berx ji kêrê re yeYê berx kirî gelekî ew mirov kêfxweş dibeLê ew berxê belengaz bi kêrê bextreş dibe***Gotina derew li ba zanaDirêj nake zû tê qeşartinWekî tiştê di bin berfêEwya nayê veşartin***Ê ku bêje mirin ne baş e ew şaş eMirin ji mirovan re tiştekî pir baş eJi ber mirin ne bi peran e belaş eNe bi peran e ji yê xizan re pir baş e***Dinya ne serî ne binîHem diçînî hem diçinî***Dostê mezin berîka te yeBerîka meryan ew merî te ye***Xurtiya te heye gotina te heyeXurtiya te tune gotina te tuneYê qels ji wî re tişt tinêYê xurt dixwe malê dinê***Xweda di dilê mirov de yeAqil di serê mirov de yeQîmet di berî mirov de yeXêr di destê mirov de ye

Page 495: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

989988

BêbuharŞer di destê mirov de ye***Îbadet ne qûn şûştin eÎbadet ew dil şûştin e***Ji îslamê Kurd kar nekirWelat û namûs li ser kir***Xêra Xweda pir e ezab jî pir eMirov ji diya xwe nebe çêtir e***Mirovê binamûs ji bo miletê xwe tê kuştinMirovê bênamûs bi destê miletê xwe tê kuştin***Gayê hûrik tim golik eMêrê ehmeq tim lawik eJina dînok tim keçik eKesê çilek wek kûçik e***Mirov bi zorê wê mezin nebeNe xizmetkarê miletê xwe be***Serê mêrxasan çiyayê bi dûman eMêrê ku mêrxas bi nav û nîşan eDi warê xwe de xwedî kiyan eWek çiyayên bilind ji dûr ve xuya ne***Mirovê xwe bibîne xelk wî nabîneWê li pey xelkê ew tim bimîne***Mirovê ketî dostê wî tuneMirovê birçî nefsa wî tuneMirovê xizan ûdê wî tuneÇiqas kesê qels jîn be li dinêLi ba kesê xurt para wî tune

Tê de biramî ev e halê dinê***Xulamê sax ji axayê mirî çêtir eXêra wî ji yê mirî pirtir eDostê nezan ji dijminê zan pîstir eDostê nezan şerê wî pirtir e***Bila mirov bi rastî nexweş beNe bi derewan xweş be rûreş be***Kesê baş ji camêrî namîneJi heqî re xelkê wek xwe dibîneKu soz da soza xwe bicî tîneJi xêrê re xelk jê xêrê dibîneWê tu caran ew li paş nemîneLi dinya û li axretê wê ew xêrê bibîne***Mirovê têr hizra wî li ser berîka wîMirovê birçî hizra wî li ser zikê wî***Heq li ba neheqan winda beLê li ba Xweda winda nabeÛ di dilê xwediyê xwe de winda nabe***Ar bi ar venamire ar bi avê vedimireŞer bi şer venamire şer bi aştî vedimireXurtî tune be şer tu caran çênabeŞer tune be aştî tu caran çênabe***Pîs tune bin rind nayên naskirinZor bi namûsê tê derbaskirinLê bênamûsî nayê derbaskirinMirin tu carî nayê hezkirinLê ji bo namûsê ew tê hezkirinBi yê binamûs xweş dibe mirin

Page 496: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

991990

Bêbuhar***Ê tişt bifroşe pê re namîneKesê dîn bû sir li ba wî namîne***Rovî bigere ji şêrekî raketî çêtir eAva bimeşe ji ava sekinî paktir eGotina mê ji gotina nêr xurttir eKesê kar bike xêra wî pir e***Gotina dostan tal e gotina dijminan şîrîn eGotina dostan derman e gotina dijminan birîn e***Mirovê zan tiştên mezin mezin dibîneTiştên biçûk biçûk dibîneYê nezan tiştên mezin biçûk dibîneTiştên biçûk mezin dibîne***Mirovê pak ne yê kinc pak eMirovê pak ew ê dil pak e***Bi mirovê ehmeq re gotinan bikî direqisîKu tu bi wî re gotinan nekî difetisî***Mirovê baş ku mir nav sax e laş mirîMirovê pîs ku mir ew sax e nav mirî***Mirovê karker rizqê xwe ji Xweda dixwazeMirovê parsek rizqê xwe ji evdan dixwaze***Mirov nekeve qîmetê rabûnê nizaneMirov birçî nebe qîmetê xwarinê nizane***Ehmeqî nexweşiya mezin eJi ber ku dermanê wê tune***

Mirovê biaqil xelk pesnê wî dideMirovê ehmeq ew pesnê xwe dide***Rovî li ber tajiyan bêkêr eLi ser mirîşkan ew şêr e***Yê gotinên rast û heq fedî bike nebêjin fedok eEw mirov yan bêbext e yan tirsok e***Yê hevalê qehpan beJi pîsîtiyê pak nabeYan wê wekî qehpan beYan xulamê qehpan be***Mirovê zan dibîne yê zan zan eLê bi xwe nizane ew zan e***Pezên zebûn bi xwarinê qelew dikinLê nizane ji bo çi wî qelew dikinQelew dikin ji bo wî serjê bikin***Pezê lawaz xwedî dikinBi xwarinê qelew dikinNe ku rehmê li wî dikinJi bo wî serjê bikin***Qîz bi xelkê qayîl nebeWê miraza wê çênebeWê li mala bavê xwe beXulama jinbira xwe be***Mirovê bi kêr li pey rizqê xwe direveMirovê bêkêr ji ber rizqê xwe direve***Mêrê çê navê eşîrekê radike

Page 497: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

993992

BêbuharMêrê xirab navê xwe xirab dike***Bila mirov ne deyndarê seyaran beBila hemû umrê xwe siwarê keran be***Nayê naskirin ê bigere xelk wî nas bikeEw nas kirine yê li mala xwe be xelk wî nas bike***Gava mirov tî û birçî bimîneWek heywanan helal heram namîne***Mirovê baş ew pesnê xwe nadeXelk pesnê wî dideMirovê xirab xelk pesnê wîNade ew pesnê xwe dide***Mirovê zana xwe li nav xelkêBiçûk û nezan dibîneMirovê ehmeq û nezan xwe li berXelkê mezin û zan dibîne***Ku mirov rûreş bibe ne baş eLê ewrê baranê reş bibe ew baş e***Milet pêş nakevin ilem bi xebatMêrxasî çênabe ilem bi tebat***Çav ji çavan şerm dikeBertîl kevir nerm dikeMirovê wijdan pir beNikare wî nerm bike***Rehma Xweda ji ezman de baran eRehma mirov ji erdê de wijdan e***

Xizanî ew neyar eMirovê xizan jar eLi nav xelkê rûsar eKesek ber bi wî nare***Kûçik heywanekî bêrûmet û bê ar eDadgeha kûçik ava sar û dar e***Ku mirov birçî dimîneDixwe tiştê dibîneHelal diçe heram dimîneBext diçe bêbextî dimîneKu têr xwar xêr û guneh dibîne***Jina rind ji bo zayînêJina pîs ji bo nayînê***Li çolê tifinga şivan ne saz beBi ela ela pez ji gur xelas nabe***Mirovê rind ne hewcî pesnê wî bidîXelk wî nas dikeMirovê pîs ne hewcî pesnê wî bidîXelk wî nas dike***Ji nebûnê pîstir nebûn eJi nebûnê baştir hebûn e***Mirovê ji wî were û nekeBila devê xwe bigire deng nekeBila teslîmî hevalê xwe keXwe di taldê jina xwe keXwe li nav xelkê erzan neke***Rovî di şer de ne mêr e

Page 498: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

995994

BêbuharBes ji fen re bi kêr eŞêr bi kuştinê mêr eRovî bi fenan mêr e***Yê welatê xwe berdeJi dijmin re wê berdeWê her tiştî bi derdeNamûsa xwe bi ser de***Mêrê mêrxas wek elxam ePê lê kî wê biteqeMêrê tirsok qebsûn eWê xirab be nateqe***Mirovê di kar de rast bimeşe wê nekeveMirovê di siyasetê de rast bimeşe wê bikeve***Mirovê mêr ji awirê wî xuya yeMirovê nan ji gotina wî xuya yeMirovê rind ji karê wî xuya yeMirovê dîn ji rewşa wî xuya ye***Kesek mirov pîs nakeMirov ew xwe pîs dikeMirov ku rind be bi wîXelk nikare tişt bike***Yê xwe dike winda bikeBila şerê rinda bikeXwe li nav xelkê nizm dikeMirovê rind bilind dike***Tiştê te bihîst ji sedî deh rast eTiştê te dît ji sedî sed rast e***

Tiştê çû jê ho bibe nede dûLi yê nû miqate be ji bo nede dû***Tiştê ku bê tu nizanî wê çi beLê amade be ji bo mirov zanibeYan xêr e yan pê mirov winda dibe***Serê sed pezî qesabek dibireSerê sed gotinî gotinek dibireYê bêhiş difroşe yê bihiş dikire***Nêzîk nebînî tu dûr nabînîTewr tu nakevî pêş xwe bibînî***Ava nameşe gemarî dibeHesinê kar neke zengarî dibe***Mirovê nas nekî nabe dostê teKarê wî qediya wê pişt bide tePiştî ewya çû napirsê li te***Neyarê mezin ne neyarê teNeyar dostê te bû dijminê te***Dost û dijminê mirov zimanê mirov eYê mirov radike û dadixe merî mirov e***Gotinên pir û bêfeyde wek barana havînê yeWek bendera bê genim ku ba dibe tu kar tê de tune ye***Gotina nexweş wek bayê kur e heywan ji wî hez nakeWek xwarina ser gemarê birije kes wî ranake***Xebata azadî wek trênê yeMirov siwar dibin dadikevin

Page 499: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

997996

BêbuharKesê mêrxas şofêr in tu caran danakevinKu trên digihe serî dawî ewna dadikevin***Mirov derewan bike derew ne karê mêran eSiyaset û xapandin derew jê re derman e***Ku ne derew bin qîmet ji rastan re çênabeKu ne zora çakûç be hesinê xwar rast nabe***Dinya behr e em di ortê de ne li ber xwe didinEm ê bifetisin ku derketin rex can bidin rehet bibin***Mirovê rind tu nas nakî ku bi wî re kar nekîJi mastê xeş tu nas nakî ku tu wayî tam nekî***Tu ji mirov pirs kî her kes ji xwe xweş eMirov çiqas reş be dilê wî ne reş eMirov heye spî ye lê dilê wî reş e***Xurtbûna mêran di zendê deXurtbûna jinan di sebrê deMêr tev ji jinan çêdibinJin tev ji mêran çêdibin***Rojek wê bê doktor her nexweşiyê derman bikinLê nikarin mirin û bênamûsiyê derman bikin***Jina pir rind zarokên xwe xwedî dikeMêvan hatin rûyê mêrê xwe spî dike***Ji gur re gotin em te bikin şivanê pezEw reviya ber bi pez çû ewya bilezGur giriya ji gur re gotin çima digirîGot bawer nakim hûn min bikin şivanê pez***

Şivanê xirab pezê pir nabeZikê parsekan tu car têr nabeMirovê heramxwer mirinê bîr nabeMêrê binamûs li bênamûsiyê kerr nabe***Gur nabêje ez gur imLê pez zanin ew gur eJi ber ew pez dixwePez zanin ew gur e***Mirov tev pêş dikevinTirsok û fedok û ehmeqEwna qet pêş nakevin***Di aletên necarî de sê tişt in ên kar dideŞixab wêde gêr dike birrek dide û distîneTevşo pir bê wijdan e ew tim ber bi xwe dide***Tu pir şîrîn bî wê xelk te bixweTu pir tal bî wê xelk te çekeDivê orte bî ne xelk te bixweNe xelk te çeke***Goştê ku xav bimîne nebirijeDibe xwarina pisîk û kûçikanMêrê ku xav bimîne nebirijeDibe qeşmerê xelkê û jinikan***Ku tu rind bî wê pîs dijminê te beKu tu pîs bî wê rind dijminê te beLi ortê jî dibêm tu car wê nebeLi dinya jî ilem pîs û rind hebe***Karê bi raman û sebr bikîWek xwarina keliyayî

Page 500: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

999998

BêbuharKarê bilez û xirab bikîWek xwarina rijiyayî***Kesekî hukim neke hey ku rind zanibîKaran tu car xwe nexê heta tu rind zanibî***Dikî xwe winda bikî karê ne karê te bikeKu pir neket destê te yê hindik ne hindik e***Ji xelkê re nebê ker nezan eXelk tev zane ker nezan eTu nîşanî xelkê nedîÇiyayên bilind ew xuya ne***Yê nizane ji ku hatî wê nizanibe kude hereKu ew çû jî wê nizanibe ew vegere***Mirovê nizanibe bela wî ji ku beWê ew nizanibe mirina wî ji ku be***Diyaneta bê bawerî wek bêndera bê genim eDînê wî ne ji bo Xweda ye ji boyî nan û genim e***Mirovê bê tevdîr mal jê re tuneYê di neynikê re bikene bi xwe dikene***Şerê pê xêrê biparêzî jî xêr eŞerê venegerîne çêtir eDerewa ku tu pê şer vemirînîJi rastiya şer venemirînî çêtir e***Ji destê te bê tu zulmêVenegerînî tu zalim îKu yek dike yekî bikujeKu karibî xelas nekî tu micrim î

***Şerê têkeve xizmeta xêrê xêr eXêr ne bes nan û av e her karê rind xêr e***Xwazî mirovan çeka aştiyê rakiraWê şer nema wê kê çek rakira***Ew kes ne şiyar e ku ket şer jê derkevêEw kes şiyar e berî şer çêbibe nekevê***Çeka kesên derewîn sond inÇeka kesên rind karên rind inJi ber ewya karê rind dikeKes nikare li ber wî deng bike***Ji qelsîtî derew çêdibinJi mêranî perwer çêdibin***Ecêb e qelem reşahî vedixwe ronahî dideMirov pê dibe zana şer dike ronî vedixwe reşahî dide***Mirov çiqas destê xwe dirêj ke nagihe dawiya dinêLê mirovê zana dengê wî digihe dawiya dinê***Balîn çiqas bifire zane nagihe ezmananLê difire dixwaze xelas be ji însanan***Tu ne bi kêrî xwe bî bi kêrî kesî nayîEger tu xwe nas bikî dinya tu yî tu dinya yî***Malê bi bêhişî werê wê bi bêhişî herêDibê barê bêxwedî li ser pişta kerêWê xelk wî barî ji xwe re bibe herêNema ew bar li xwediyê xwe vedigerê***

Page 501: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10011000

BêbuharTiştê ku çû tu nede dûLê zanibe ew çawa çûJi bo yekî din nede dû***Nizanibî tiştê ku xelk dizaneDivê zanibî tiştê xelk wî nizane***Gur çiqas birçî bin guran naxwinLê mirovên xurt mirovan dixwin***Gava xwe navêje ku tu ber xwe nebînîKu tu ber xwe nebînî dûr jî nabînî***Tacirê xisar bike venegerêWê ew mala wê xêr nerêWek ardê li ber ba herê***Yekî ji te gotin xwest te gotin nekirWek baxçekî tî bû te têr av nekir***Zewac wek kitêbeke te tenê hebeTu bixwînî heta bimirî xilas nebe***Mirovê xurt çek radike ji bo şerDivê lêxe yê ku rabî li hemberŞer çênebe xêr çênabe li hember***Yekî pirs kir tu bersiva wî nedîWek ku tu dest li ber dijmin hilnedîWate yan tu qels î yan tu fedî***Pir mirov hene di jîna mirî de jîn dibinPiştî mirin di jîna jîn de jîn dibin***Ku pir neket destê te bi hindikî qayîl bibe

Bi hindikî qayîl nebe wate ji herduyan dûr bibe***Her kes dibêje ez rind im lê dîrok mirov nas dikeTu rûpelên wê teqle ke ewya mirov rind nas dike***Serbilindî ne bi peran eSerbilindî bi karê meryan eLi ba kesê zana û rindÊ pîs û rind xuya ye***Ne buha ye mirov karê ku bikeEw buha ye ku tiştê rind çêbike***Ku jin zewicî bazinê zêr dikeve destê wêLê mêr zewicî mêr dibe xulamê wê***Malê bi hiş were jêhatin eMalê bê hiş were lêhatin eWê dûr nere ew mal tune***Dinya tu yî tu dinya yîTu tune bî dinya tuneBi gotinan tiştek nabeYê neçîne ew naçine***Mirovê rind li xelkê şîretan dikeMirovê pîs bi xelkê henekan dike***Dixwazî yê li hemberî xwe bixî divê zane bîKu te bi wî re da û stand divê germ nebî***Çeka parêzeran zimanê wan eÇeka şaîran qelema wan eÇeka jinan hêsirên wan eÇeka qelsan nifirên wan e

Page 502: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10031002

Bêbuhar***Edalet bingeha rastî û wijdan eLê li ber çavê neheqan ne xuya ne***Jina mirov sirê mirov nas bikeKu xeyidî şerê mirov wê bikeLi ber xelkê wê ew mirov pûç bike***Yê bi şev serê xwe bi ramanên rast diêşîneEw mirov bi roj dilê xwe şad dike dikenîne***Ku zêr ket bin axê hezar salan zêr dimîneMirovê rind ket bin axê hezar salan nav dimîne***Karê xirab bi mirovê pîs xweş eKu bi wî nexweş be nakeFedî mirov vedigerîneJi ber ew fedî nake***Her kes kare lingê xwe li gulê xe winda keLê ew nikare bêhna gulê winda ke***Dilê tirsokan girtî neZikê bêkaran birçî neLi dinyayê ne sax in ne mirî ne***Ji tiştê hindik fedî nekeJê hindiktir mehrûmî yeKesê mehrûm û birçî bûEw bê nefs û bê fedî ye***Ne bi kêrî xwe bî ne bi kêrî kesîNagihî meqsedan ku tu bitirsîEw ne mirovî razî bi qelsîDivê her tiştî tu lê bipirsî

***Dilê tirsok tiştê divê nabîneBi keser û bi ah wê tim bimîne***Mirovê xwe li ser xelkê mezin bikeLi ba xelkê xwe ji kelmêşê biçûktir dike***Xizmetkarê gelê xwe bîTê serokê gelê xwe bîBilind bî tê nizm nebîHeta bimirî tê tim hebî***Xizmetkarê gelê xwe bîLi ba dijmin erzan nebîHeta bimirî tu wek xwe bîLi ber dijmin tu xwar nebî***Sebr ji zilindarê taltir eLê dawî ji hingiv xweştir e***Mirovê karibe li ber xirabîNesekine ew jî xirab eMêranî li meydanêTu car bê zirar nabe***Kenê bê sebeb xwediyê xwe erzan dikeKenê bi sebeb xwediyê xwe xuyan dike***Cawê erzan ne hêja ye dirûna rind lê bikîMirovê pîs ne hêja ye tu rehmê lê bikî***Hesinê xirab bi boyaxa zer nabe zêrKesê tirsok bi navtêdan nabe mêrJi dar be kê çiqas tûj kî nabe kêr***

Page 503: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10051004

BêbuharJi gur re gotin çima gur cewrikên xwe naxwinWî got ji ber çêlîkên guran guran naxwin***Ji ker re gotin çima tu bûyî kerKer got ji min kertir heba nedibûm ker***Şîraniya şekir nizanî ku tu şekir tam nekîRastiya mirov nizanî ku bi wî re kar nekî***Mal heye rizq heye ew rizq e mirov bixweMal pir bikî ne rizq e ew malê ku xelk bixwe***Ku gur pir birçî dibe pezekî dikuje têr dixweLê mirov bi hezaran mirov dikuje têr naxwe malê wî dixwe***Her mirovek pêş mala xwe pak bikeDinya tev pak dibeHer mirovek xwe rast bikeDinya tev rast dibe***Comerd ne ew mirovê nan bide xelkêComerd ew e yê heqê xelkê bide xelkê***Pakî bi mirovê pak çêdibeGemar ji mirovê gemar çêdibeHer yek bi karê xwe xuya dibe***Ji jina xwe re nebêje tu xweşik îTê ji aqilê wê kêm bikîJi jina xwe re bêje tu jîr îTê hişê wê firehtir bikî***Xêra mirovê pîs şerê wî negihe mirovanBi mirovê pîs mirov nas dike rind û mirovan***

Dostê li min şîretekê bike buhayê wî pir eJi dijminê tonek zêr bide min çêtir e***Bi xwe bilindtir re bibî heval tê bilind bibîBi xwe nizmtir re bibî heval tê nizm bibîLi nav xelkê tê dakevî heta winda bibî***Em ne wek berçavkê di çavê xwe xinPê pêş xwe bibîninDivê em wek dûrbînê têxin çavê xwePê dûr dinya bibînin***Tu carekê dengê xwe bilind kî li dê û bavêWê zarokên te dengê xwe li te bilind kin her gavê***Kesê bê hiş be bar giran dibeKu bar giran bû mal wêran dibeWê ew bikeve nema radibe***Yekî ji yekî re got umrê te çawa dirêj bûLê vegerand got min hesûdî nekirUmrê min dirêj bû***Tiştê ne keda mirov binWê li ba wî bê qîmet binKu mirov nebe bav û dêWê dê û bav bê qîmet bin***Ker bi dar dimeşeKar bi kar dimeşe***Xort bixwîne yek dixwîneKeç ku xwend kuflet dixwîne***Mirov dimire dinya dimire

Page 504: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10071006

BêbuharMirov sax be dinya namireMirov ku mir her tişt dimireMirov sax be ti tişt namire***Ew mirovê can û bêkarLi nav xelkê dijî bê arWek vala here ava sarPê av nedî baxçe û dar***Mêr ji bo mirinê şer dikinKûçik ji bo xwarinê şer dikin***Mirovê biaqil beRehmê li dijmin nakeRehmê li dijmin bikîEw rehmê li te nake***Kesê zan gotinek hewce be du gotinan nakeMirovê çiqas pîs be ne hazir be qala wî nake***Mirovê rind gulek ji baxçe gul eMirovên rind wê bêhn dikinMirovên pîs wê jêdikin***Mirovê baş ew kesê li ber nebaşan bisekinêAlîkariya feqîran bike tim li vê dinê***Kesê mêrxas ji mirinê natirsePezê ku mir ji gurandinê natirseTacirê xurt ji xisarê natirseYê comerd li malê dinê napirse***Bi girî û bi hawar dijmin ji te nagereDijmin tu car bê kuştin ji ser te venagere***

Mirovê ehmeq gotin kir kerr beKerrbûn çeka silametî yeTu caran nekevî şerê wîJi te re rehetî ye***Bi xelkê re xweş be makdera serketinê yeKu xelk pesnê te bidin nîşana pêşketinê ye***Jinê yan hakimê wê bîYan xulamê wê bîWê demê tê mêrê wê bî***Bi destê şerxwazan deriyê xêrê venabeMirovê reh gemar be bi sabûnê pak nabe***Gava tu xeyidî xwe ragirîLi ber xelkê zimanê xwe bigirîDijminê te namînin li wî derî***Gotinên rast wek giyayê tal e heywan naxwinLê dermanên nexweş pê rehet dibin tev ji giyayên tal inGotinên rast jî ehmeq pê rehet dibin ehmeq naxwin***Mirovê çavkor ji yê dilkor çêtir eCihê piyê xwe nebîne navêjeLê mirovê dilkor cihê piyê xweNabîne piyê xwe davêje***Mirovê biaqil ji mirovê dîn re gotTu karî dînan bijmêrîMirovê dîn got gelek zor eLê ez karim ên biaqil bijmêrimJi ber ên biaqil hindik in wan bijmêrim***Tirsa ji mirinê ji mirinê zortir e

Page 505: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10091008

BêbuharKesê dilkor ji yê çavkor kortir e***Çivîka li dû baz here ew çivîk ehmeq eJi ber wê baz wê bixwe ew ji baz re mereq e***Divê mirov mirinê bixwaze ji bo jînêLi ber koledaran bi mêranî ew dest hilînêDara jiyanê ew avde bi xwînêJi wê darê bixwe berhema jînê***Mirov bi yê ji xwe xurttir re kar bikeBi xwe dikene nikare ew kar bike***Mirovê hesabê mêran neke ne mêr ePê nizanî dibê ew mêr wek şêr e***Namûsê mêr kuştin eXayînî mêr xistineDawiya mêraniyê tuneDawiya xayîniyê tune***Ji cengê û ji mirinê natirsimLê ez ji hêviya camêran ditirsim***Hêviya camêran gelek giran eMala mirovan hebsa mirovan e***Gilî karê qelsan eGirî karê sêwiyan eNifir karê jinbiyan eYê bê xwedî erzan e***Mirovê mêr derewan nakeDerew ji qelsî çêdibeMirovê mêr bi mêrxasî

Çi dixwaze wê ew bibe***Jina xweşik cinet eNeparêzî îlet eDivê wek zêr veşêrîWê bidize xelk ji te***Çavê te kor be dinya tev reş eDilê te kor be dinya ne xweş e***Ji çiyayê bilind pirs kirinTe ev bilindî ji ku anîGot min ji erda rastÛ newala kûr anî***Kar li dinyayê jîn eYê kar neke ne mafê wîLi dinya jîn bimîne***Mirovê kar bike nanê xwe dixweMirovê kar neke nanê xelkê dixwe***Jin wekî mêr nabe li nav navbir eYan xirabtir e yan jê çêtir e***Serbilindî ne ew e mirovê xurt qels bikîSerbilindî ew e mirovê qels xurt bikî***Gelek zor e xort ji keçikê hez bikeKeçik ji wî hez nekeDi şadîmanî de dengbêj bistreGel lê guhdarî nekeMirovê lê zulm bibe bi hawar keXelk ji wî fêm neke***

Page 506: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10111010

BêbuharJi zulmê re çiqas xurt bî Xweda ji te xurttir eXurt bî şerê zulmê bikî rehma Xweda pirtir e***Heq bi te re be ne hewcî nîşanî xelkê bidîHeq wek rojê xuya yeHeq bi zorê tê standin ku zor nebe winda ye***Zêr madenekî sax e û çekeke xurt eLi wijdana mirî dikeveLê li mêrê binamûs û wijdana sax nakeve***Ku zor tê ser kûçik ji tajî bezatir dibeKu tajî diçe keroşk bezatir dibe***Ku mirov guh bide gelacanLi dinyayê wê çar dost nemîninMirov guh bide xêrxwazanBi hezaran li dinya dost bimînin***Ji dijminê êriş dike netirseDostê teyî minafiq jê bitirse***Ku şer çêbû li ber dijmin dest hilîneNebêje em hindik in nemîne li ber hawarêKesê mêrxas tim serketî di şer deJi piran pir darê ji hindikan hindik darê***Kesê dengbêj buhayê wî di deng deKeça xweşik buhayê wê di reng deKesê mêrxas buhayê wî di ceng deDostê dirust buha di roja teng de***Giriyê rast di jînê de mirov sê caran digirîÇaxa ji diya xwe çêdibe digirîRoja mirov karê şaş dike digirî

Berî bimire poşman dibe li ber mirinê digirî***Gotina te ji kerrbûnêNe çêtir be kerr be çêtir eNe bi gotin û birbira pir e***Sirê mirov di dilê mirov de hebs e winda dibeZiman dibe waste berdide mirov riswa dibe***Di welatê xwe de nanê ceh bixwî pir eHilma bayê welatê teJi kebaba welatê xelkê xweştir e***Hezkirin bi hewcî rastî ye rastî barekî giran eHer kes nikare hilgire ne bi gotin û ziman eYê wî rake dost kêm dibin însan pir bêwijdan eDivê ji sedî not bê kuştin evya jî bêguman e***Dinya trên e ku tu karî li fargona pêşî siwar beLi ser zanan ava ye li ser nezanan xirab e***Mêranî ne ew e tu xelkê bikujîMêranî ew e tu gotina heq li berMirovê xurt û neheq bibêjî neheqî bikujî***Jinekê ji mêrê xwe pirsîÇima serê jinan rût nabeMêrê wê got serê vala rût nabe***Xwe ji gotina rast nede paşRastî zevî bixêr e neçe şaş***Yekî ji yekî re got rast e tu ker îYê ker lê vegerand got tu ker îKu tu ne ker bayî berê zanî ne hewcî

Page 507: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10131012

BêbuharTê zaniba tê bigota tu ker î***Mirovê derewîn mehkeme nikare wî hukim bikeNe hewcî mehkemê ew xwe hukim dike***Jinekê bidî yekî ne ji miletê te beTu wek pezkî difroşî wê berê wê ne yê te be***Mirovê ne li welatê xwe beWek dara bê kok wê şîn nebe***Mirov gotina rast û mafê mirov nebêjeWek xencerekê li wijdana xwe xîneWê wijdana xwe bikuje dibe wek hovekîDinya û axret ji wî re namîne***Mirov nizane kîjan mirov pîs e kîjan mirov rind eMirovê pîsiyê bike pîs e mirovê rindiyê bike rind e***Heywan ji mirinê natirseAqil tune ku bitirsePiştî mir ji gurandinê natirse***Mirovê welatparêz ji welatê xwe re kar dikeMirovê ne welatparêz ji berîka xwe re kar dike***Mirov gunehan bike wê ji mehkema erdê xelas beLê gelo kare ji mehkema ezman xelas be***Xwezî mirovan çeka aştiyê rakiraWê şer nema şerê çeka şerê bikira***Piştî pez serjê bû ji gurandinê natirseMêrê mêrxas ku ket şer ji mirinê natirseTacirê mezin ku kirî li xisarê napirse

***Ku çaxa tu xeyidî tu kesan hukim nekeTu bêhiş hukim dikî wî bêhiş hukim neke***Gotinên bêhiş bikî wê zimanê te dirêj beWê meydana te kin be wê xelk ji te bêzar be***Nebê ev tişt hindik e ne pir eTiştê hindik ji nebûnê çêtir eYê hindik bibe heta pir têkeve destê teKu tu nebî herdu nakevin destê te***Ew dostê gotina rast ji te re nebêje ne dostê te yeEw te ji gunehan venagerîne neyarê te ye***Mirov zewicî wek derîkî nû vekîMirov nizane di hundir de çi heye ku vekî***Mirovê stemkar bi şev raketî bi roj şiyar eYê stembar bi roj raketî bi şev şiyar e***Kesê zan ku çi bike dinyayê çêdikeKu xirab bike dinyayê xirab dike***Mirovê ehmeq nizane ew ehmeq eDivê tu zanibî ew ehmeq e***Gotina şer biçûk e lê wek ar eÇiqas xêr û hezkirin mezin bin kar eMirov şer pir in şer tîcareteke xisar e***Kesekî tiştekî hindik da te ne hindik e ew pir eJi nedanê pirtir e ji nebûnê çêtir e***Nebe hevalê mirovê ehmeq ê ehmeq wek

Page 508: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10151014

BêbuharMirovê têkeve avê avjenî nizanibeWê bi te bigire bifetisin ê fetisî yek tu be***Ji dijmin netirse dijmin şerê te bikeBitirse mirov şerê hev bike dijmin ji bîr bike***Ne hewcî pesnê şehîd bidîWî pesnê xwe dayîNe hewcî xêran lê bidîWî xêr li xwe dayî***Kesekî hukim neke ew berî bimireWê ew xwe hukim bike ku piştî bimire***Di civateke mezin de tu rûniştî deng nekeKu te deng kir gotineke ji dengnekirinê çêtir bike***Henekê xwe bi kal û pîran nekeKu tu bi canî nemirî wê ew kirasLi te bê jî xwe bilind neke***Loman ji xwe bike wek loman ji xelkê dikîJi ber tu ne bê guneh î gunehan tu dikî***Mirovê pir qala mirinê bike ji mirinê ditirseMirovê guneh nekirî ji mirinê natirse***Her derî li mirovan tên girtinBes du derî li mirovan nayên girtinDeriyên cinet û cehnemê nayên girtin***Qulê li erdê wî nebîneÇi dikeve hundirê wî ûDerdikeve wî bibîne***

Gotina kêm ne nîşana ramandaran eGotina kêm gotina ehmeq û neçaran e***Mirovê bêhêvî got ji rengê sor hez nakimWek rengê xwînê yeMirovê bi hêvî got ji rengê sor hez dikimWek rengê gulê yeGula sor tê biramin ji bo bêhnê ye***Diyanet ew e xirabî nekeTiştê bi te nexweş bi xelkê nekeÇiqas tu xurt bî Xweda ji bîr neke*** Mirovê xurt dijminê wî pir eDijmin pê nikarin ilem di xew deXewa wî ji wî xurttir e***Mirov kare li dinyayê her tiştî çêbikeLê nikare rengê xwe biguhêreUmrê xwe vegerîne xwe can bike***Mêranî ne ew e xelk ji te hez neke ji te bitirseMêranê ew e xelk ji te hez bike li te bipirseXelk ji însanan natirse xelk ji hovan ditirse***Xirabkirin sivik e avakirin giran eYê ava ke însan e yê xirab ke heywan e***Ilm temam bû pêşketin nabePêşketin nema rexn çênabe***Mehkema mezin wijdana mirov eKu wijdan mirov hebs bikeKu hakimên dinyayê tev rabinNikarin mirov berat bike

Page 509: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10171016

Bêbuhar***Mirovê dirust bi gotina xwe tê girêdanMirovê pîs û derewîn bi zincîran nayê girêdan***Ê xort û maldar mirin ne xweş eYê kal û xizan mirin pê xweş e***Hukmê li ser mirov çiqas giran beMirov kare bi peran xwe ji hebsê xelas keLê hebsa pîrbûnê bi peran nikare xwe jê xelas ke***Ava xurt li dinyayê hêsirên jinan eTiştê xurt li dinyayê ramanên zanan e***Ku mirov jina xwe dît dilê wîLêxist giş ne ji kêfê yeCarna ji tirsê û daxwaza wê ye***Derman ji her nexweşî re wê bê dîtinLê dermanê derewan û bênamûsî û ehmeqiyê nayê dîtin***Tu li ba zana rûniştî kerr beGuhdarî ke ji bo ilmê wî bibîTu li ba ehmeqan rûniştî kerr beDeng neke ji şerê wî dûr bibî***Ku cewher li erdê ket ji buhayê wî kêm nabeHezar sal di bin axê cewher reng xirab nabeWê ew bi entîke be wê ew pirtir buha be***Welatê mirovan diya mirovan eMirov ji dijmin re bernedeWê mirov bênamûs be dijmin mafê wî nede***Lawê bike ew xizne ye

Lawê bêkêr serhevde yeEw neyarê bavê xwe ye***Gul biçûk e nikare li koka xwe sî bikeLê serê mirovan tije hilm û bîn dike***Mirovê têr nexwe tu nikarîWî razî bikî razî nabeJi ber tu çiqasî bidî wî têr nabe***Ku tu xwe nas bikî tu çî tê tim pêş kevîKu tu ber xwe bibînî tu tewr nakevî***Şeva reş çira ronî ronî yê şeva reş eÇira ew ronî dike ji ber şev ew reş eÇira ne hewcî bi roj bi hewcî şeva reş e***Mirovê çikûs ne xwediyê malê xwe yeEw zîrevanê malê xwe ye***Rizq malê tu veşêrî nexwîRizq malê veneşêrî tu bixwî***Kesek li dinyayê bê eyb tuneLê eyba biçûk li ber a mezin tune***Zarokê xwe ho bikin rastîJi bo dilê wan xwar nebeKu dil xwar bû laş hilweşe rast nebe***Mirovê birçî be wê dilê wî be wijdan beWijdan têr xwarinî ye birçî nabe***Ku tu ji bo qencî biwestîWestabûn diçe qencî dimîne

Page 510: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10191018

BêbuharLê ku tu xirabî bikîQencî diçe xirabî dimîne***Lingê derewan tune tu lê siwar bîDerewan bikî wê li te siwar be tê riswa bî***Xwe ji dijminê xwe carekê biparêzeXwe ji dostê xwe hezar caran biparêzeDijminê te sirê te nas nakeDostê te sirê te zaneKu bû neyarê te wê te winda ke***Ku mirov li vê dinyayê şaş nebe jîn nabeKu li dinyayê kar neke şaş nabeKu şaş nebe nikare kar bike wê winda be***Mirov her kes gunehkar e li virPiştî ku mir êdî gunehan nake li wir***Ku xwarina xweş tune beXwarina ne xweş neîmet eKu xwarina xweş hebeYa nexweş ne neîmet e***Ku te xêrek kir xwe pê mezin nekeKu tu nikarî xwe mezin nekî dîsa qut neke***Li civatê rûniştî rast û kerr be çêtir eŞaş bibî riswa bibî ew ji gotina pir e***Berê pirsê ne bi te de be tu car tu bersivê nedeGotin hefsarê mirov e bi dest xelkê de bernede***Çi kar ku pir bû wî karî nekeKu te ew kar kir li wî zêde ke

***Ku dikî miletekî winda bikîBi destê dijminê wî wî şiyar bikî***Belayên mirov tev ji nezanan e tu nezanan hay bikîKu hay nebûn ji wan dûrkev xwe winda nekî***Gunehê zanibî û bikî bexş nabeGunehê nizanibî bikî ku tobe kî tişt nabeDîsa lê vegerî wê gunehê te çar qat be***Jin gul e lê strî wê hebeDema jêkî divê te hay jê hebe***Gotina zêde neke wê sirê te derxeWê ew te daxîne jêr dijminê te serxe***Xizanî pir nexweş e mirov ji wî hez nakeBi êşa xelkê nahese ji dewlemendî re kar nake***Mirov wek hev ji diya xwe çêdibinWek hev dimirin û bi hev dikeninÇawa çêdibin em ne ehmeq in bi hev nakenin***Kesê zana ku gotin kir guhdarî ke deng nekeKesê ehmeq ku gotin kir guhdarî ke deng nekeJi yê zan ho bibe yê ehmeq xwe ji bela wî veke***Ji ava qels tu lehî wê çênebinJi gelê ker tu mêrxas wê ranebin***Gotina hişk û bilind ne xweş eGotina nerm û nizm pir xweş eHer tiştê nêr zora ya mê dibeLê gotina mê zora ya nêr dibe

Page 511: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10211020

Bêbuhar***Dijminê tu feyde jê bibînî ji dostê bêxêr çêtir eDostê bêxêr tu xêrê jê nebînî ji dijminê bixêr pîstir e***Dibên li hin cihan mirin ziyaneke mezin eLi hin cihan neîmeteke mezin eGiranbuha ye buha ji wî re tune***Medreseya zanyarî xwendin eMedreseya xwarinê çandin eMedreseya mal û zaroyan jin eYê ji van re nebe xêra wî tune***Yê neçîne naçineYê kar neke mal tuneKar ji bo sitrandinêKesek bê guneh tunê***Ku mirov tiştek deyn kir divê mirov zû bidêMirovekî gotin kir divê mirov guh bidêDirust karê xwe bikî dawî bispêrî Xwedê***Tiştên ku pir zor in di jînêMirovê lêxistinê bixweNikaribe dest hilîneMalê wî xelk bixweLi ber çavan bibîneZarokên wî birçî binPere nebe kirînê***Çiya çiqas bilind be rûmet jê bilindtir eCewher çiqas buha be namûs jê buhatir eNamûs ne bi qurretî namûs ne perê pir eBilind ew e namûs û barê welat hilgire***

Mirovê li ba zanan derewan bike wek pîsîBi berfê veşêre zû derdikeveLê li ba nezanan derewan bike dernakeve***Mirovê ehmeq bê hemdî xwe dijminê xwe yeJi dijminê xwe bêtir dijminê xwe yeKu de here jê re mecal tune ye***Rewşenbîrî ne te xwend ji bîr bikîRewşenbîrî ku te xwend ji ber bikî***Kesê tirsok pir caran dimire ji berî mirina xweLê kesê mêrxas carekê dimire digihe mirina xwe***Tiştê tu pê nikaribî tu bikîXwe li ber xelkê pûç dikîTiştê tu karibî tu bikîTu dijminê xwe pûç dikî***Nihêrîna li xelkê ne heq e pir binêrîHeqê te neheq dike li wijdana xwe binêrî***Mirovê hişyar gotinan pir nakeHişyar bi gotinan dem winda nakeGotinan kêm bike dema xwe kar ke***Mirovê ehmeq tim dibê ez zan im bi zorBelkî mirovên ehmeq wayî hildin jor***Mirovekî li ber te gunehek kirTu pê karibî deng nekîTu jî ne rind î wek wî bi vî yekî***Karê bêfeyde tu zanibî tu bikîWek bêndera bê genim tu ba bikî

Page 512: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10231022

Bêbuhar***Xêra mezin tu xelkê li hev bînîWek bi avê agirê şer vemirînî***Mêrê zan em pesnê wî bidin alî wî bikinRonahî ye berî vemire em alî wî bikin***Şaşbûna te tune be berî tu şaş bibîJi şaşbûnê hinekî din feyde bikî tu şaş nebîKu tu ji şaşbûnê feyde nekî tê tim şaş bibî***Tiştê tu nizanibî bi xelkê bişêwire bi ya xwe bikeJi ber gotinên xelkê ne wek hev in tê şaş bibîBi fikra xwe bike xwe şaş neke***Mirovê pir baş berêJi mirovê xwe re baş eDi pey re ji xelkê re baş eYê ji merivê xwe re ne baş beWê ji xelkê re ne baş be***Mirovê ku bibê wê roj ji min re tim baş be ew dîn eMirovê zû dixwaze mal pir bike bi şîn e***Gotina rast ji dilê dirust derdikevêGelek şîrîn e ji ber mirovêRast hindik in her gavê***Malê mirov wek mêvan e wê herêUmrê ku çû xeyal e venagerêTiştê rind kir ji nav xelkê wê nerê***Lehengî nîşana şandêra ye hilgireTirsok wî nas nake ne jî kare hilgireNe ji mafê wî kesê tirsok hilgire

***Mirovê ku negirî qîmetê ken nizaneMirovê nexweşî nebîne qîmetê xweşî nizane***Mirovê got ez ê bikim ne rast eMirovê negot û kir ew rast e***Tu nêçîrvan bî masî di avê de ne yê te yeÇi çax te ew girt xist selikê ew yê te ye***Dilê xurt û bivîn bêhêvî nabeYê genc xweşik be xelk pê dixape***Xiramek namûs ji kîloyek zêr çêtir eMirovê bivîn ji çiyan xurttir e***Mirovê qelp her tiştî zor dibîneMirovê jêhatî tiştekî zor nabîne***Li xamê zehî dimînimReşî vedixwe ronî didêDinya pê ron dibe wek roja Xwedê***Mirovê pîs li nav xelkê bi perê xwe deng dikeMirovê pîs kirasê rind perê wî li wî dike***Xeta xwar ew ne di nîr deXeta xwar ji gayê pîr de***Mamoste ji qutabî re gotKî dimeşe deng ji lingê wî nayêQutabî got em bi şev raketîbinBavê min tê mal deng ji lingê wî nayê!***Mirovê bêhiş barê giran radike

Page 513: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10251024

BêbuharMirovê zana karê giran radike***Ku te erdê rind çand ew erd zevî yeKu te ew neçand dehl û devî ye*** Her tişt nexweş ket bi derman derman dibeBes heq nexweş ket bi zorê derman dibe***Xweda mirov çêkir mirov jî her tiştî çêdikeÇêkirina Xweda re çêkirina mirov jî çêdikeLê Xweda narê ji ber nekes wayî çêdike***Xeyd wek mij e ku hat hişê mirovWinda dike mirov ber xwe nabîneDivê mirov raweste heta mij hereMirov karibe ber xwe bibîne***Tiştek ji noşî buhatir hebaWê buha ji jinê re tune baWê dinya xweş ava neba***Her tiştî bi perdê karî veşêrîLê tu nikarî hilma gulê bi perdê veşêrî***Mêrxas bi çekdarî sînoran datîninLê Xweda rizq ji mirov re dişîneNikarin sînor ji wî re deynin***Her tiştek têr dixwe û disekineBes agir têr naxwe û nasekineKu tu karî vemirîne wê bisekine***Ji qantir pirs kirin bavê te kî yeQantir got bavê min hesp eEger hûn bawer nakin bavê min kî ye

Hûn ji diya min pirs kin bavê min hesp e***Evîn buhar e jîn gul e bi bînêLê gul hişk dibe strî dimînê***Cerrê rind wek cewher eDi bin axê de xirab nabe çi çaxJi bin axê derxînî ronî dideCerrê rind jî li nav xelkê ronî dibe***Jîna mirov bi nîgaşan derbas dibeSebr bikî her zor bi wî derbas dibeLê ew kesê xayîn wê ew tu car rast nebeYê kok gemar li dinya tim wek xwe be***Karê bi nezanî wek ardê li serGemarê birije ji wî nan çênabeÇiqas werbêj kî ji gemarê pak nabe***Kerê nêr nizane dehşik çawa xwedî dibeLê kera mê zane dehşik çawa xwedî dibe***Mirovê aqilkêm wê bargiran beYê bargiran be wê perîşan be***Çiqas birçî bî jehr nayê xwarinDixwazî bimirî jehr tê xwarin***Mirov ji bo namûsê nemire bênamûs eMirin wî qebûl nake ne hewcî bimireBerê ew mirî ye ew bênamûs e***Bi şaşî şerê dijminê xwe bikî şerê xwe dikîŞerê bi şaşî dijminê xwe xurt dikî***

Page 514: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10271026

BêbuharMirovê nezan dijminê xwe ye û dostê xwe yeJi dijmin bêtir şerê xwe dike ne bi serê xwe ye***Mêranî ne tu mêran bikujîMêranî ew e tu dijmin derxîLi welatê xwe tu serbest bijî***Mirovê comerdî bike ne di cî xwe de beWek ardê li ber ba here ba bibe***Biryara bi tenê ku rast be jî ne rast eNe rast be jî biryara tevan rast e***Tu bi xebata çewt şerê dijminê xwe bikîTu xizmeta dijminê xwe dikî şerê xwe dikî***Rizqê zanan bi fikr têYê nezanan bi karê pir tê***Ew kesê bibê Xweda min ji mirinê biparêzeEhmeq e divê heta mirinê ew xwe ji mirinê biparêze***Gur nayê guhartin wê tim gur beÇi li derve be çi li hundir be***Ew miletê bindest be bi destêDijminê xwe şiyar bibeWê ew milet li cîhanê windaBibe divê bi xwe şiyar bibe***Ew jina çê piştî mêr kir xuya dibeMêrê mêrxas piştî ket şer xuya dibe***Boyaxa zer hesinê xirab nake zêrBi çermê şêr kûçik tu car nabe şêr

***Ji kêrê re gotin ne heram e tu seriyan jêdikîGot ji qesab pirs kin nanê yê qesab li ser min eNikarim seriyan jênekim destê qesab li dû min e***Zanebûn bi biçûkayîŞeref ji bo mezinayîZane bî tu xuya yîNezan bî tu winda yî***Mirina bi şeref ji saxiya bêşeref çêtir eXiramek şeref ji kîloyek zêr çêtir e***Ji dinyayê pirs kirin ruhên li ser te tev dimirinDinyayê got ez comerd im mirinWan ji min dixwaze ez nikarim nemirin***Ji rizqê xwe pêve naxwe xezal çiqas dibezeJi kûsî girantir tune rojekê birçî ranaze***Tu dixwînî bi xwendinê tu mezin bî çêtir eJi zêrê bavê te ji te re bihêle pê mezin bîXwendin ji zêrê bavê te xurttir e***Tu xêran li mirovê xwe bikîDibî kanî tu baxçê xwe têr av dikîLi ba Xweda û xelkê şerefa xwe mezin dikî***Malê teyî rind tu bidî hev bi helalîBixwî û pê zarokên xwe xwedî bikî bi delalîEw mal ne yê te ye bi heramî kom kî nexwî bidî alî***Jehra bi keda xwe bixwîEw jehr ji hingivê bi minet çêtir eBimirî hingivê bi minet nexwî

Page 515: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10291028

Bêbuhar***Tawan ne ew e bi neyarî xelkê bikujeTawan ew e bi dostanî xwîna xelkê bimije***Mirovê pîs nabêje ez pîs im divê tu zanibîTu yî yê bêhiş eger tu yî nizanibî***Xwarina bi minet mirov dibe êxsîrê wîSerî berjêr çav şikestî ye li ber wî***Mirov bi xelkê re bêhna xwe teng bikeXelk jê dixeyide rizqê xwe kêm dike***Mirovê rûtirş wek ava tal eXelk jê venaxwe ew ne helal e***Te sirê xwe ji dijminê xwe veşartJi dostê xwe re nebêjeDostê îro dijminê te yê sibe yeWê ji xelkê re bibêje***Dilovanî ronahîke venamireRohnî dide her tiştî ew namire***Ku dikî xwe rehet bikî qala xelkê nekeXema xelkê raneke tiştên qenc bike tiştên xirab çeke***Mirovê neheq ku dimire deyndar dimireXwedî deynan li ser digirîn nav namire***Li ba mirov divê sê tiştên buha bên parastinNamûs û welat rastî û heqî bên parastin***Nimêja bêxêr û bêwijdan ji dizan re sitar eEw bi şeytan re dost e bi însan re neyar e

***Mirovê dîn ew bi xwe nizane ew dîn eLê xelk bi wî zane ew dîn eMirovê dîn bi xwe zaniba wê dîn nebaLi nav xelkê wê ew hay ji xwe heba***Xweşikiya mirov di kar û zimanê wî deXweşikiya wî ne di reng û kirasê wî de***Dengê ker ji dengê bilbil xurttir eLê dengê bilbil ji dengê ker xweştir e***Mirovê comerd ne nan bide comerd eEw e yê comerd yek şaş bû gunehek kir wî berde***Zikê têr hay ji zikê birçî tune ku birçî nebeKu birçî bû jî wê feyde li zikê birçî nebe***Jina ji bo malê wê tu wê bibî tê bibî xulamê wêKu ji te xeyidî tê wê berdî tev malê wê***Te jinek bir tu caran tê wek wê nebîYan tê hakimê wê bî yan tê ji wê re kole bî***Mirovê pir sond xwar haya te jê hebîYan derewîn e yan zulm lê bî***Cam bi kartonê nayê qeşartinTişt bi berfê nayê veşartin***Mêrê pir bi telaqê sond bixwe ne însan eNamûsa wî kêm e jina wî li ba wî erzan e***Mêvanê kevin ji mêvanê nû hez nakeXwedî mal ew ji herduyan jî hez nake

Page 516: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10311030

Bêbuhar***Dostê rind dost e heta mirinêDostê pîs dost e ji bo xwarinê***Xwendin rewşenbîrî ye di jînêNeynik e mirov tê re mandê xwe dibînê***Xwendingeha mezin jiyan eHer tişt ji mirovan xuya neMirovê biaqil pir zan eMirovê ehmeq tim nezan e***Xelk dibêje ev mirovekî zan û biriştîMa we bihîstî goşt bê agir biriştîGoştê xav tu car hilm xweş nabeNeşewite nebe kebab xweş nabe***Tu bi hewcî Xweda yî Xweda ne bi hewcî te yeLê ku tu rind bî mirov ew bi hewcî te ye***Cewherê mirov nizanî heta mirov deng nekeWî nizanî dirust e heta ewya kar neke***Min dijmin ji xwe mezintir nedîJi xwe re karekî bikim nizanibimZimanê xwe pê nikaribimGava xeyidîm bi hêrsa xwe nikaribimHar bibim wê ez ê riswa bibim***Ji dijminê xwe pirtir ji xwe bitirseTu nikaribî xwe ji dijmin xurttir bikî bitirseTu karibî xwe ji dijmin xurttir bikî netirse***Devê te deriyê dilê te yeZimanê te kilîtê devê te ye

Dilê te sindoqa sirê te yeKu te zimanê xwe negirtDerî vedibe sirê te derdikeveTu dikevî dijminê te nakeve***Tu qels bibî dijminê te xurt dibeDostê te kêm dibin dijminê te pir dibeKu şer bikî agir li te gur dibeBişewitî tu wê çaxê kerr dibe***Kinc mirovan xweşik dike çê û xirabWinda dike ew mirovê çê û xirabKu biaqil bî tê zanibî çê û xirab***Mirovê li heqî û rastî binêreWek li çavê rojê binêreLê gelek zor e her kes nikareLi çavê rojê binêre***Ku belak ji te re hat derî hat girtinTu karî bi kilîta sebrê vekî nayê girtin***Ku heq nexweş ket derman nabêZor derman e zor nebê derman nabê***Aqil mirov dimeşîneXwendin mirov pêş dixîneRindî dostan vedihewîneÎnsan bingeha jîn eHer yek ê wek xwe dibîneÇi biçine wî hiltîne***Heq nayê dayîn heq tê standinDeriyê azadiyê venake dijminKilît bi xwînê ew tê standin

Page 517: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10331032

Bêbuhar***Dilê mirovan sindoqa girtî yeVenekî nizanî ka tê de çi ye***Mirovê serhişk wî hiş bend kirîSerê wî sax e hişê wî mirîÇi karî bike nagihîne serî***Dermanê azadî çakî yeDermanê nefsê pakî yeEv herdu li ba wî gelo ka kî ye***Ew mirov rind e yê xelk li dorêÇiqasî xurt be dest nede zorê***Nîşana rindan dilpakî yeNîşana pîsan hesûdî ye***Dilê ehmeqan di devê wî de yeDevê yê zana di dilê wî de ye***Jîna xweş timayî berdî li cî kerr rûnîBi guh bibîsî bi çav nebînî***Dîrok neynikeke berovajî ye di vî jînîTu dinyayê kevin tê re dibînî***Mirovê hişyar gotina wî ji dilê wî derdikeveMirovê bêhiş gotina wî ji devê wî derdikeve***Gotin kerê kurekî te bûGot barekî min zêde bû***Mirovê bi şev ranekeve bixwînêWê bi roj li ser kursiyê bilind rûnê

***Mirovê xizan li pey nanê xwe direveMirovê maldar nan li pey wî direveYê têr hay ji yê birçî hebaWê li cîhanê kes birçî neba***Dîrok wek çiyakî bilind e bi dûmanê winda nabeXwedî hebe mafê miletan tê de winda nabeÇiqas bimîne wê dûman here wê çiya xuya be***Havînê serê mirov li ber rojê nekeleWê zivistanê beroşa mirov nekele***Giliyê dostan li ba dostan gazinc inKesê dostan li hev bîne yên qenc in***Ku tu gulê veşêrî hilma wê nayê veşartinHilma sêvê pirtir dibe dema sêv tê qeşartin***Çiqas xiznên zêran hebinXizna mezin hezkirin eEger hezkirin tune beAştî li cîhanê tuneCîhan bi aştî ava yeTişt ji aştî xweştir tune***Sala xirab buhara kûçika yeHeywan dimirin tev para kûçika yeKûçik dixwin qelew dibinHar dibin bi xelkê digirin***Ku hezkirina mirov winda dibeWijdan jî pê re dimire winda dibe***Di hin tiştan de derew

Page 518: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10351034

BêbuharNe heram e rastî heram eBi rastiyê fitne çêbibe bi derewêFitne çênebe derew ne heram e***Ku wijdana mirov mir mirov dibe hovê harÇi be karê ew bike ji mirovî re neyar***Deriyê xelk ji mirov hez bike sisê neXwe di ser xelkê re nebînîBi tore bî tu tim qencî biçînîXweda çi got li ser wê rê bimînî***Wijdan ronî xêrê dide dilKu wijdan mir ew vedimire ronî dilDi dil de xêr dimire şer dimîneÇavê xêrê kor dibe çavê şerê dibîne***Mirovê li dinyayê cî wî tune be bimireLi wê dinyê gor bê minet e çêtir e bimire***Li dinyayê edalet tune mirov ne wek hev inDi gorê de çêtir e mirov tev wek hev in***Mirov zewicî deriyê dinyayê vedikePiştî pîr bû deriyê mirinê vedike***Mirovê bi dilsozî li dinyayê karKirî barê dinyayê li ser sivikDibe ji mirinê natirseYê xirabî kir barê dinyayê li ser wîGiran dibe ji mirinê ditirse***Şîraniya zewacê du mehên hingiv diqedePiştî zarok çêbûn tayê rehetiyê diqete***

Mirovê ne tişt bi kincan reng xweş dibeWek gula naylon e bê hilm e bes geş dibe***Bi pûrt qusandinê kûçik nabe tajîGava birevin kûçik nagihe tajî***Roja teng mirovên rast û derewîn xuya dibinMirovê rast û dirust ew lavan dikeMirovê xayîn û derewîn ew kufriyan dike***Îman ne bi nimêj û lavlavên pir eÎman bi rastî û bi xêra pir e***Dîrok dirêj û kûr e gelek tişt tê re derbas dibinWek neynikê ye gelên xurt tê re xuya dibinWek behrê ye gelên qels tê de winda dibin***Ku lehî tê welatekî xirab dikePiştî xirab kir buharekê çêdikeLê buhareke bi şîn û girî çêdike***Yê dinyayê dixwaze li axretê napirseYê axretê dixwaze ji mirinê natirse***Mirovê ket dostê wî hindik inGoştê mirar ê bikirin kûçik in***Dehşikê ker ku nû çêbû hesp nagihe wîGava bû ker zarokên biçûk digihine wî***Mêrxasî li sûkê nayê firotinMêrxasî di şer de tê firotin***Bertîlan bidî heram eKu pê zaliman ji ser xwe

Page 519: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10371036

BêbuharVegerînî ne heram e***Darê te stûr e ardê te hûr eDarê te ne stûr e ardê te ne hûr e***Mirovê dijwar çiqas qencî pê bikî rind nabeJê bitirse dilê wî wek kevirê reşBi ava germ nerm nabe***Mirovê rind di nav xelkê de tê hezkirinWek ji xwe hez bike tê hezkirin***Jina bedew rohnî dide wek rojê yeRohnî pir e xelkê dişewitîne nûra Xwedê ye***Xwe ji hesûdî biparêzeWijdana mirov kêm dikeLaşê mirov jehr dikeMala mirov xirab dikeGunehê mirov pir dike***Mirov divê bi ramana pak bi karê dirust şan bideBibe kanîk bi wî xelk zeviyê xwe av bide***Jîrbûn ji serê kesekî derdikeveXêra wî bi milyonan mirov bi ber dikeve***Gunehê evîndaran tuneJi ber bê hedê wî ev gune***Dost hene dostê serê te neDost hene dostê berî te neDostê serê te dostê te neDostê berî te ne dostê te ne***

Şeva dirêj nikarî bi xewnan kin bikîRohnî rojê bi dilreşî nikarî reş bikî***Tu nikarî bibêjî pir bikim mal ji bo xêrê yeMal çekeke xurt e ji bo xêrê û şerê ye***Jin wek cam e ku mêr nebe elmas wê rast nereWayê nebirre ku bişike wê xwar here***Agir bi derekî keve têr naxwêTu vemirînî ew têr dibe wê çaxê***Mirovê hişê wî pir dibeGotina wî kêm dibeRamana wî dûr dibeHer tiştekî bîr dibe***Şerm e gotina hevalê xwe qut bikîDeng nekî heta gotina xwe qedandDawî tu gotina xwe bikîDawî yan tê derdî yan tê kar bikî***Manî ew e kesê tiştê rind li dinyayê biçînePiştî mir navê wî namire li dinya wê bimîne***Mirovê şiyar bi xelkê re bide û bistîneHeta ku ew rastî bi çavê xwe bibîne***Jiyan pêşî heye paşî heyeTê tê de bimeşî ne bi kêfa te yeKu tu gihiştî armanca xweEw kêf û jiyana te yeKu tu negihiştî armanca xweMirî jiyan tune ye***

Page 520: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10391038

BêbuharJi ker ehmeqtir tune dîsa ji mirovê pîs çêtir eMirovê pîs naçe ba miletê xweLê kerê ehmeq li garanê diçe ba miletê xwe***Mirovê pîs ku malê wî pir dibeMirovê rind berdide yê pîs pêrgî wî dibe***Hin mirovan buhayê wan di serî deHin mirovan buhayê wan di berî deMirovê buhayê wî di serî de alim eMirovê buhayê wî di berî de xadim e***Sê neyarên mirov hene hewYek tirs yek çikûsî yek derewJi hersêyan xwe biparêzî tu baş îNe poşman î li pêşî ne li paşî***Zewaca xweş ne meha hingiv e kêf bikinZewaca xweş mêr û jina xwe li hev bikinMaleke rind ava bikinZarokên xwe bi xwendin û bi tore xwedî bikinEwya meha hingiv e mêr û jin wê kêf bikin***Wijdan hakim e heqî û neheqî hukim dikeKu wijdan mir heq bi wî re dimire neheqî hukim dikeNeheqî jî mirov bi saxî dikuje riswa dike***Gunehê evîndaran çi ye maXweda tu xweşikan çêdikîPiştî ket bela hezkirinêÇima tu wî gunehkar dikî***Têkoşîn xwendegeheke winda yeHer kes nikarin nas bikinNizanin mêrxas ji wê derdikevin

Welatan rizgar dikin***Xurtbûna dewletê bi mêrxasiya miletê wîAvakirina welatê wî bi karê miletê wî***Pir mirov di hebsa xeman de neEwna dergevanên hebsa xeman e***Jîna xweş di sisêyan de: Tiştê te çêkirHêvî te çar kir dostê jê hez kir***Jin bi fenê xwe mêr bi zendê xweTu car jin û mêr wek hev nabinLê berjewendî wan digihîne hevJin û mêr herdu jî ew ne xirab in***Ku çandiniya te ji bo salekê be genim biçîneKu çandiniya te ji bo deh salan be daran biçîneKu çandiniya te ji bo sed salî be mêran biçîne***Dilê te çeleng be ku tu dinyayê çeleng bibînîBi çavên xwe nabînî bi dilê xwe dibînî***Ku dikî qîmetê peran zanibîJi mirovê pîs deyn bike tê zanibî***Mirovê zan bi dilê xwe deng dikeMirovê ehmeq bi devê xwe deng dikeBi gotinê mirov ê ehmeq û zan ji hev nas dike***Te xwe da jînê wê jîn xwe bide teTe pişt da jînê jîn nayê li pey te***Ku wijdana mirov mir wezîfeJi dil û hiş re namîne pîsî dibe kar

Page 521: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10411040

BêbuharKu çi bike kare bikeMirov dibe hovê har***Mirov ne bi laşê mezin û xurt eMirov bi aqilê mezin û xurt eDeh hêştiran li pey hev girêdeZarokek serê wan dikişîneXelk giş bi vî rengî wan dibîne***Miletê ji bo welatê xwe pêrgî mirinê nebeNe milet e wê jîn ji wî miletî re tune be***Heta kûçik nemire dûvê kûçik rast nabeSerê mar nehêncire laşê mar rast nabe***Mirovê pîs wek kulav e bi tifkirinê çêdibeKu gemarî bû bi lêxistinê pak dibe***Hevringa pê hiriya pez dibirin ku tif wê nekî nameşeEw hiriya pez nabire ku tif wê dikî dimeşe***Kûçik çiqas qelew be ji pîsî zivêr nabeMirovê tima wek aş e çiqas bidiyê têr nabe***Welatê pir xweş ku dostê te lê hebinMirovên te yên rind ên ku bi kêrî te bin***Berî tu jinê bînî tu çeka xwe hilgireJi ber dilê jinê meydana şer ePê nikarî ku ne mêrê çekdar bî tê bimire***Dostê te zimanê te ye dijminê te zimanê te yeZiman hespê te ye bigirî berdî bi destê te ye***Mêr dibên jin wek cixarê ne

Mirov vedixwe dişewite ji bo kêfê neMirov dibên ew zirar e wer dibêne***Jin dibên mêr wek gulê ye ya bibîne wê şa beLê çiqas bêhna wî xweş be bê stirî nabe***Jina çê jiyan e mêrên çê çiya neMa çi hewcî nîşan e çiyayên bilind xuya ne***Ku dikî dijminê xwe bikujî xwe nêzîkî wî bikeDostê nezan neyar e tu xwe dûrî wî bike***Kûçik nabin merî keroşk nabin kerîCihê qul nabe berî terî nabe serî***Mirovê nezan ne li ser tiştekî dixeyideJi ber ew nezan eKu tiştek da yekî ne di cî xwe deTiştê buha bi wî erzan eTiştê erzan li ba wî ne erzan eLi ser tiştekî vala xwe diwestîneJi ber ew nezan û erzan e***Mirovê ji diya xwe serbest çêbû ji xwe reNe mafê wî bibe kole ji xeynî xwe reMirov serbestî nexwaze kesek nabêje ji te re***Her tiştê nêr ji yê mê xurttir eLê gotina mê ji ya nêr xurttir eBes derew çiqas xurt beRastî ji wê xurttir e***Mirovê hişyar pêşî umr biçûk eLê mirovê bêhiş tim biçûk e***

Page 522: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10431042

BêbuharMirovê zan berî têkeve belan hay dibeMirovê nezan piştî dikeve belan hay dibe***Helal ji heramî çêtir eLê heramê binamûsJi helalê bênamûs çêtir e***Qelema nivîskaran ji şûrê mêrxasan tûjtir eXwediyê qelemê ji xwediyê şûr xurttir eQelem ewya dîrokê datîneXwediyê şûr diçe xwediyê qelemê dimîne***Ramandar dinivîsin mêrxas pêk tîninMafê bindestan ewna distînin***Ne şiyar e mirovê ket belayekê xwe jê derxînêEw mirov şiyar e ew xwe nexînê***Jina xweşik cewher eNeparêzî wê hereKesê parast rêber eYê neparast ew ker e***Ku tu bi tenê bûyî dilê xwe biparêzeKu tu li nav xelkê bûyî zimanê xwe biparêzeKu tu li ser xwarinê bûyî zikê xwe biparêzeKu tu bi rê de çûyî xwe ji xelkê biparêze***Bi jinan re nekeve gotinêKu zora te bir wê te pîs bikeKu te zora wê birWê ji te hez neke***Birayê te ji te mezintir bûNezan bû bi ya te nekir bi ya wî bike

Heta tu wî bînî ser rêDawî tu bi ya xwe bike***Cîhana jinê mêrê wê û zarokên wê yeÛ mala wê ye li ba wê dinya tev a wê ye***Eger derew xûyê mêran eJi bîr nekin buhara jinan e***Mirovê xizan û nezan xwe ji xizanî xelas nakeHeta kûçik jî ne dostê wî ye ji wî hez nake***Rizq ji Xweda ye xizanî ji mirova yeMirov ew dijminê hev inXweda ne dijminê mirova yeMirov li dijî rizqê hev in***Mirovê xwe li ser xelkê mezin bikeNefsa xwe ji hêza xwe mezintir bikeEw dostên xwe kêm dike dijminên xwe pir dikeXwe li nav xelkê kêm dike rizqê xwe qut dike***Ku em nikaribin dîwarekî lêkinHîmê kevin xirab nekin kevirekî li ser lêkin***Mirovê bêhiş bi zendê xwe xurt be cihê wî zindan eMirovê bi hişê xwe xurt be cihê wî parleman e***Ji berê de bêhişan kirine bihişan xwarineJi hezar pezî re ji şivanekî pêve tuneWan dikire û difroşe pez hay jê tune***Cewher di destê bêhişan de xwê ji wî buhatir eLê di destê hişyaran de buhayê wî pirr e***

Page 523: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10451044

BêbuharMirovê neheq riya heqî nas nake wek tebaKu riya heqî nas bikira wê neheqî neba***Du tişt ji hev çêdibinMirov bi wan pîs dibinMirov xizan be nezan dibeMirov nezan be xizan dibe***Henek dilpakî çêdikeRûtirşî neyarî çêdike***Bila mirov çav kor be dil vebî beÇêtir e ji dil kor be çav vebî be***Leşkerên xêrê û şerê li ber hev didineLi dinyayê ew leşker ez û tu neKu ez û te li hev bên şer tuneLê timayî nahêle ew şeytanê mezin e***Destê kar bike li ser zikê têr eJi mêvanê xwe re ew wekî şêr e***Mirov kare li ber çavan bi destê xwe nekeBi xeyalan bigire ser hêvî û xwezîDi ser xwe re çekePêş nakeve li dinyayê wê tiştekî neke***Pez li dû riryaê dimeşeMiryai jî li dû ker dimeşeKer jî li dû şivan dimeşeŞivan jî ji xwedî pez re dimeşe***Zewac wek pirtûkekê tê bixwînî çend caranTê zivêr bibî êdî li wî venagerî tu caran***

Wijdan û mirovanî di dilê me de lê digerinŞer û xirabî û timayî em jê nagerin***Em kar dikin ji bo bixwin em nemirinEm dimeşin û kar dikin bîr dibin wê em bimirin***Karê dirust dinyayê ava dikeKarê ne dirust malê xwediyan xirab dike***Dinya em lê çêdibin heta dimirin timBerberî û şer û kêferat û kar eJi bo em kar bikin lê temen diçe zirar ePiştî ku em mirin yan cinet e yan jî ar e***Mirovê qels ku lê zor hat dike jê bireveSed hêcetî dibîneMirovê mêrxas ku lê zor hatHer giranî hiltîne***Gotina rast dilê mirov rehet dikeGotina hindik serê mirov rehet dike***Ji dijminê xwe xêrê hêvî nekeJi bo tu şerê wî nebînîLi dinyayê çi bicînî tê hilînîLi çi bigerî tê wî bibînî***Çar gotinên pak ji kitêbeke gemarî çêtir eGotinên erzan kesê buha nakireXêr tê de tune serêşî pir eJê nayê hezkirin wek bayê kur e***Mirovê jêhatî tiştê dixwaze bi kar pêk tîneMirovê bêxêr û qels bi gotinê pêk tîne***

Page 524: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10471046

BêbuharMirovê xayîn girêdayî û berdayîMirovê ne xayîn ne girêdayî û girêdayî***Gotina rast giyayê tal e derman ji wê çêdibinHeywan naxwin mirov pê rehet dibin***Mirov dike pêş keveJi bêkêran dûr keve***Fedî û sebr û karê bêdeng xemla jinan eHer jin nikare hilgire barekî pir giran e***Du gotinê pak û bi feyde civatê tev dihejîneGotinên pir û bê feyde serê xwediyê xwe diêşîne***Mirovê pîs bi peran nabe mêrKûçik bi qelewbûnê nabe şêr***Mirovê pîs tu jina çê bidêyîWek pezê bi saxî tu bigurêyî***Sirê serketina xwe bidî dijminê xwe pêş nakevîWek sirê balînê baz û bahoz eSirê xwe nedî dijminê xwe tê pêşkevî***Çeka jinan girî yeÇeka qelsan gilî ye***Gilî karê qelsan eGirî karê sêwiyan eNirnir karê jinbiyan e***Çiyayê bilind çima rê bi ser nakeveJi ber kes nikare li ser rakeve***

Mêrê jina çê wek siwarê hespê beMêrê jina xirab wek siwarê kerê be***Mirovê dinyayê bixwaze wê çav birçî beMirovê axretê bixwaze wê dil mirî be***Te gotin kir şiyar beJi dijmin re bi kar beKu xeyidî tu sar beTu kes zora te nabe***Mêrê xelk neyarê wî li xelkê dixeYê qels ew neyarê xwe ye xelk lêdixe***Mêrê qels tiştan bi devê xwe dixwazeMêrê xurt tiştan bi karê xwe dixwaze***Mêrê qels çav li destê xelkêMêrê mêr ew dide xelkê***Bawernameya bilind edeb e mirovan bilind dikeMirovê pak û bilind ewya tiştên rind dike***Tirsok û ehmeq û fedok pêş nakevinMirovê tirsok ew ditirse kar bikeMirovê fedok fedî dike pirs bikeBi ehmeqî jîna xwe tev pûç dike***Mirov tev ên mirinê kesek tune namireMêrê mêrxas di jînê ewya bes carekê dimireMêrê bêkêr û tirsok ew rojê carekê dimire***Diz wê bênamûs û binamûs hebeDizê bênamûs ê dora xwe beDizê binamûs ê dûrî xwe be

Page 525: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10491048

Bêbuhar***Gur bi şev beratê dikuje direve darêSibê kûçik vedihewin tên hawarêHer yek dibêje min kuştî li hev nakin bi parêKûçik li ser şer dikin bi rojê û êvarê***Sê nîşanên dijwar hene yê bikeYê xwe li ser gotina derew kerr bikeYê li ser mirovê pak derewan bikeBi cîranê xwe karê pîs û xirabî bikeDijwar e ew her tiştên pîs wê bike***Mirovê li xelkê sî bike divê ew neşewiteNe li xelkê sî bike ew bi xwe bişewite***Mirov ji diya xwe dibin wek hev digirînÇima em mezin dibin hinek dikenin hinek digirîn***Mirovê mêr li ber kesan nagereTiştê divê wê ew bibe wê here***Mirovê xiznedar pere li ba wî wek ka yeXizne tijî berîka wî vala ye***Qaz êvarê radikevin xwe didin ser nigekîYek jî dibe zîrevan ew jî li ser nigekîQazan gotin rovî hat karê me xelas bikîYê zîrevan ji wan re got wê kî min xelas bikî***Siyaset tayekî pir zirav û dirêj e bê dawî yeDivê nexewine dijmin nizanibe li ku yeEw neqete tim karê pir li dû ye***Heqî û rastî wek çavê rojê xuya neLê her kes nikare lê mêze ke giran e

***Gel avayî dîrok e bingeh bê hev nabeEger bingeh tune be avayî li ser lênabe***Biryara mirovê biaqil di destê wî de yeBiryara yê ehmeq di destê xelkê û jina wî de ye***Li erda herî siwarê ker ji siwarê taksiyê bezatir eJi ber taksî nikare bimeşe herî pir e***Di xanîkî ser negirtî de rûnî bila li gund beJi qesreke li bajêr çêtir e cîranê te nerind be***Her nexweşî bi dermanan derman dibeLê mirovê neheq bi zorê derman dibe***Ku dikî dilê min xweş bikî gotinên xweş bide minEwna buhara dilan e tê xweş bikî dilê min***Pesnê ehmeqan bidî tê wî har bikîPesnê zana tu bidî tê wî kar bikî***Ji bo malê wê jinê bînî tê kole bîJi xwe zantir jinê bînî tê winde bî***Kesê xwe nas bike guh nade gotinên xelkêDevê xelkê ne cizdana peran eMirov bigire û têxe berîka xwe nayê girtinNe cizdana meran e***Mal ne yê kesê mal pir bike û veşêreMal yê kesê hin bixwe hin veşêre***Em her yek li ser jîna xwe digirînLê em tu car li ser jîna hevdu nagirîn

Page 526: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10511050

BêbuharHer yek ku ber mala xwe pak bikeMirov ewya dinya hemû pak dike***Gava em sax in em şerê dinyayê dikinGava em dikin bimirin gazî dinyayê dikin***Ku dikî mêrê jina xwe bî bi bûkanîPesnê wê nedîHeta pîr bû ku baş ma dawî pesnê wê bidî***Roja teng wek şeva reş bi xwe yeXwe li ber bigirî bila bişewitîRonî bikî rohnî te ye***Kilîta berî hev naskirinê silav û cixare yeMerheba pir ji xwediyê xwe reMêvanên bêxêr tîne bêhûde ye***Şivanê çê wê pezê wî gur nebinŞivanê xirab wê pezê wî pir nebin***Divê mêr bî pir dirust bî ji boXelkê di ser xwe re nebînîKu ne wer bî li nav xelkêTê di bin lingan de bimînî***Çi tiştî bidî xelkê comerdî yeWelatê xwe û jina xwe bidî xelkêNe comerdî lê bênamûsî û pîsîtî ye***Mirovê pîs çiqas qenciyan pê bikî ew dimireRast nabe ji ber ew xwar e mar ku mir xwar dimire***Mirovê bi rastî û sozdarî bi xelkê re kar bikeDibe ortaxê malê wan mal û xwediyan kar dike

***Nebêje mezinbûn û bilindî di jînêDeh hêştiran bi hev girêdîKer serê wan dikişîne***Gotina xweş ji dilê pak derdikeveJi gemarê hilma xweş dernakeve***Felsefa mezin mirov karê rind bikeBi karê rind xelk tev ji wî hez bike***Heq û rastî wek rojê xuya ne nayên veşartinLê em ne rast in xwe wana vedişêrin nayên veşartin***Çiyayê bilind ji cihê xwe rabûye çûyeCihekî din bawer bikinLê jin li gunehên xwe mikurHatine bawer nekin***Diyên şehîdan jî şehîd in bê gune neŞehîd şehîdên welatê xwe neDiyên şehîdan şehîdên lawên xwe ne***Hêrsa mirov wek bablîsokan bibînîXwe li ber bigirî tê li cî xwe bimînîXwe li ber negirî tê li ber herîTê winda bibî nemînî***Çiyayê bilind xuya ye ne hewcî nîşan bidîZêr kanekî buha ye ne hewcî erzan bidî***Bi dilê xwe tiştan hukim neke tê şaş herîBi aqilê xwe hukim bike tê rast herî***Çiqas tişt dûr bin ji aqil re ne dûr in

Page 527: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10531052

BêbuharBi saroxan çerxa felek dibhûrin***Ne wek teyr bî bi perrên xwe tu xweşik bîNe artîst bî bi makyajan tu nazik bîBi finas û kiryarên pak tu xweşik bî***Ji mirovê çikûs re gotin kî mêr eYê çikûs got ê kar bike mal pir bikeSebr bike û jê nexwe heta bimire ew mêr e***Zanyarî bi biçûkanî di dilê wî de tê çandinTovê wî tu car namire li her zevî tê çandinEw berdide mirovan li her deran tê xwendin***Mirov tazî be laşê wî ne veşartî beÇêtir e ku sirê wî ne veşartî be***Yekî ji yekî re got dijminê te tune neGot na ji ber dostên min î pîs tune ne***Dermanê ehmeqan tune derman ji wan dûr kevîJi wana dûr nekevî tê di bela wan kevî***Yê xirabî nekiribe wê wijdana wî rehet beKare li ber dengê topan rakeve bêminet be***Mirovê bibêje wê tim roj ji min re xweş bên ew dîn eMirovê tim bixwaze mal pir bike xemgîn eMirovê li ser xelkê bigirî bi şîn eMirovê dil dexes ji xelkê re bi kîn eMirovê xwe li ber tengî bigire bi vîn e***Bextiyarî ne rengek e mirov jê re kar bikeBextiyariya mezin wijdana mirov temam beXirabî xelkê neke li mirov rehmê bike

***Xişm ji sê tiştan tê xwe li ser xelkê re bibînîJi zulmê û nezanî xişm çêdibe divê hilînî***Nebe nezan li rastî bigere divê mirov zane beLi rastî negerî heta sax bî wê rastî veşartibe***Bawer bikin şêr birçî bimîneBawer nekin kûçik birçî bimîne***Dema mirov birçî be nan buha yeDema mirov têr be zêr buha ye***Mirovê jêhatî û karker nan li pey wî direveMirovê bêkêr û qelp nan ji ber wî direve***Mirovê biaqil ne hewcî şîretan li wî bikîMirovê ehmeq ne hewcî şîretan li wî bikîMirovê biaqil hewcî şîretên te nakeMirovê ehmeq guhdarî şîretên te nake***Goştê xav ku neşewite nabirijeTas xwar nebe av jê tu car narijeZarokê biçûk birçî nebe namijeKu ba kerr be dar ew tu car naheje***Derdan ji derd pêketiyan pirs keDerban ji derb lêketiyan pirs keŞewatê ji arvêketiyan pirs keTiştan ji pêşketiyan pirs ke***Ku dijminê te bi te şêwirî lê şîretên rind bikeTu dilê xwe rehet dikî tu dilê wî pak dikîTu neyartiyê ji orta xwe û wî radikîHer xirabî pêdikî tu her rindî çar dikî

Page 528: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10551054

Bêbuhar***Mirovê rind dimire li mirovê pîs venagereLê bi dîrokê li mirovê pîs vedigereMirovê pîs û rind ji dîrokê nav nareDîrok ewya ne bi zêr û ne pere***Ew miletê zimanê wî winda bibeEw ziman xwediyê wî winda dibeBi zimanê xwe deng nekî nebêje ez Kurd imNamûs û milet ez tev bi berdim***Ku ne av be dar nabe darKu ne çakûç be mîx naçe xwarBi kepek lênabe dîwarÊ mir ji xew nabe şiyar***Mirovê navê xwe di dîrokê de dixwazeLi dinyayê rehetî nabîne di jînêMirovê li dinyayê mal û peran bixwazeWê ew mirov li dinyayê rehetî bibîneEw mirov li dinyayê mal diçe nav namîneMirovê dîrokê ew ji dinyayê diçe nav dimîne***Roj bi dest nayê girtinBi ker xezal nayê girtinBi şevê roj tê girtinBi hesp xezal tê girtin***Mirovê heywan û zarok jê hez bikeXweda ji wî mirovî hez dikeMirovê ji heywan û zarokan hez bikeEw mirov ji Xweda jî hez dike***Mirovê biaqil û bi hest kêmî xelkê beXwe kêm dibîne

Mirovê ehmeq û bêhest kêmî xelkê beXwe kêm nabîneLê ew xwe kêm nabîne xelk wî kêm dibîneBi çavê xwe tiştan dibîne***Çavê mirov nebîne rû fedî nakeXesûya bûkê gewaze be bûk jê fedî nake***Mirov nebe sofiyê karê xweWê ew pêş nekeve bi karê xwe***Timahî mirovan çikûs dikeÇikûsî mirovan pîs dikePîsî mirovan bênamûs dike***Mirovê rind piştî mir ew nemirîMirovê pîs berî bimire ew mirîJi jinê pêve kes li ser wî nagirîMirovê rind xelk li ser wî digirî***Mirovê bi derewan gotinên xweş dikeLê di pey re li nav xelkê rûyê xwe reş dikePiştî buhurt nikare ew tişt bikeDerewên xwe nikare ew rast bike***Mirov çima em tim li hev wer dikinBêbext in xwe rastîtî li ser kerr dikinTimah in em bi hev re tim şer dikinMalê dinyê em tim ji bo pir bikinMalê dinyê piştî ku em pir dikinDimirin ji dinyayê bi car bar dikinPiştî ji dinyayê ku em bar dikinTiştekî bi xwe re nabin malê ku em pir dikinDi bin axê de ji dinya gelo em çi çar dikin***

Page 529: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10571056

BêbuharXizanî dilê mirov kor dikeDostê mirov ji mirov dûr dikeDostan ji nedostan mirov nas dikePiştî ku ket mirov nû xwe nas dike***Zêr wijdandiza pîsan eDermanê miflisan eHewesa çikûsan eSitara bênamûsan e***Mirovê navê xwe di dîrokê de dixwazeLi dinyayê rehetî nabîne di jînêMirovê li dinyayê mal û peran bixwazeWê ew mirov li dinyayê rehetî bibîneEw mirov mal diçe nav namîne***Çiqas teyr bilind hereIlem wê ew dakeveÇiqas şiyar bimîneIlem wê ew rakeveMirov çiqas dûr hereJi dinya dernakeveÇiqas jîn be ilem wêDi gorê de rakeve***Mirovê ji merî pîs dûr dikeveXêra wî tune ji şerê wî dûr dikeveBê xem û derd ew radikeveLê ka ew meriyê vî tiştî li berkeve***Mirov heye ditirsePişta wî tune ditirsePişta wî hebe natirseWê xelk ji wî bitirse***

Mirovê dostê xwe ji dijminê xwe nas nekeEw mirov xwe nas nake rastî ji nerastî nas nakeNikare tiştekî çêbike ew çê nake xirab nake***Dîroka rast li mirov rehmê nakeMirovê nerast li mirov rehmê nake***Tirs serê mirov dadixîneMêranî serê mirov hiltîne***Mirovê helal malê heram bixwe li wî nayêMirovê heram malê helal bixwe li wî nayêMirovê heramxwer wek kela şîr zû radibe zû dadikeveMirovê helalxwer ew radibe danakeve***Koledarê mirov ê mezin nezanîYê alî koledarê mirov dike xizanîZanebûn serê mirov rast dikeXizanî pişta mirov xwar dike***Dem ji demê fedî nakeDinya ji herduyan fedî nakeMirov ji wan fedî nake***Birîna mirov çiqas kûr be bi derman ew lihêm dibeLê ku cam dişike ew bi derman lihêm nabeMirov çiqas xew giran be rakeve wê ji xew rabeLê mirov mir ku ket gorê tu carî ji xew ranabe***Êşa dil pîs e lê dilreşî pîstir eÊşa dilêşê pir e dilreşî şer pir eLi ba kesê bi wijdan êş ji şer çêtir eLi ba kesê bê wijdan şer ji êşê çêtir e***Mirovê wijdan mirî gunehek kir

Page 530: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10591058

BêbuharKet hebsê heta bimire di hebsê de ranakeveMirovê wijdan sax be wijdana wî dikeve hebsêDi hebsê de dimîne heta xwediyê wî bimire di gorê de

rakeve***Hebsa mezin xizanîKoledarê mezin nezanîNezanî dilê mirov kor dikeXizanî mirov ji xelkê dûr dike***Mirovê rind ku merî wî ket roja teng wî radikeMirovê pîs roja fireh merî xwe dixîne pêl dikeJi bo wî nehêle wî bi car winda bikeLê nizane li nav xelkê ew xwe winda dike pêl dikeKêm û pîs û erzan û bêxwedî dike***Namûs ne bes mirov mala xwe û jina xwe biparêzeNamûs ew e welatê xwe û miletê xwe biparêzeKu welat neyê parastin mal û jin jî nayên parastin***Mirov heta nefikre ew gotina xwe nekeHeta mirov pêş xwe ew wî erdî nebîne pêl nekeRastî li dinyayê nema dîsa derewan nekeWê ew xwe rehet bike wê ew rûyê xwe reş neke***Mêrê qels ku zor hat ser çeka wî gilî yeJina qels ku zor hat ser çeka wê girî yeJina xurt mêrê xurt jê çêbiyeBi mêranî heqê xwe bi zor biriye***Mirovê çav vebî dil kor rojê dibîne tiştekî din nabîneMirovê çav kor dil vebî rojê nabîne lê her tiştî dibîne***Ku xurtî hat meydanê edalet xwe vedişêreHeta ku xurtî nê derkeve newêre

Mêranî mirov xuya dikeTirs ew mirov winda dike***Mirovê ji xew rabû ew mirov ne şiyar eMirovê ku nexape ew mirov şiyar eMirov ji xwe re hem dost e hem neyar e***Tiştek tune li dinyayê mirov wî çênekeŞerm e mirov ê nû ji yê kevin çêtir çênekeEger ew ê nû ji yê kevin çêtir çênekeDivê biparêze yê kevin jî xirab neke***Ku dilê mirov ne rehet beBila dinya tev cinet beWê bi mirov bêqîmet beMirin bi wî biqîmet be***Malxwê malê ku nezan beWê kufleta wî xizan beXwendin bê pere nabeWê paşketî pir nezan be***Ew gelê ne serbixwe beEw ne li ser axa xwe beWê ew ji hev pergende beDawî ew gel wê tune be***Mêrê tirsok ji xwe mêrtirNebîne dibe mêrCihê ku şêr lê nebeKûçikê har dibe şêr***Zarokê biçûk kaset eVala be deng nayê teXirab dagirî tê dagirî

Page 531: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10611060

BêbuharKu rind dagirî tê dagirîGuneh ne li ser wî yeGuneh ê dagirtî yeYê wayî ji nezanîÇi dagirî wî tu zanîKu buha yan erzan eDawî kaset xuya ne***Dijmin çiqasî biçûk be mirov wî biçûk nebîneSerê mirov kevirê biçûk ew kevir dişikîneMirov bi şev bimeşe divê pêş xwe bibîneWê ew mirov bikeve bi şev pêş xwe nebîne***Dîk li nav mirîşkan dîk eLê li ba rovî ne dîk eLi ba mirîşkan mêrxas eLi ba rovî pepîk e***Pere wek baranê dibareEw li her cî dibareLi cî bilind nasekineEw li cî nizm disekine***Li vê dinyê pere li ku be cinet li wir eXizanî li ku be cehnem li wir e***Mirov diçin dixwîninŞehadeyên bilind distîninHin ji wan dibin hovHin jî dimînin mirovRind dinyayê ava dikinHov dinyayê xirab dikin***Xwedê mal dide mirovê biaqilLê berê aqil dide mirovê biaqil

Di pey re mal dide mirovê biaqilEw mal bê aqil nabeAqil bê Xweda nabeLê ew mal ne her tişt eLê aqil ew her tişt e***Mirovê xwedanenas ku birûsk û ewran dibîneKu ewr dike reqîn ditirse eşhedwelê hiltîne***Mirovê baş û xizan mirov eZengîn û pîs kar dike ku diçe ser karê xweDibe êxsîrê wî ji bo jin û zarokên xweJi bo derxe nanê jin û zarokên xwe***Malê xelkê bi zor bibî pars ji wî helaltir eMalê xelkê bi zor bibî ji parsê binamûstir eLê pars bênamûsî ye û zor bêwijdanî ye***Mirov xwe pir mezin dibîneEw xwe nizane ji ku derdikeveEw xwe mezin nabîne zanibe ji ku derdikeveEw xwe nizane ji du cî mîzê derdikeve***Ji bo namûsê û heq bitirsî tirs mirov bênamûs dikeLi ber nemerdan xizanî pişta mirov xûz dikeMirov li ba xelkê bê ûd û çikûs dikePiştî pîr bû yan parsê yan diziyê dike***Zor bê mêr û bê zêr nabeMêr jî bê merî û bê zêr nabeNe xwarin be mirov ji hilmê têr nabeNe çekdar bî bi dijmin re qet şer nabe***Mirov mirovê xweyî rindWek çekeke rind zeyt bike rahêje

Page 532: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10631062

BêbuharMirovê mirovê wî pîs beWek çekeke pîs zeyt neke bavêjeMirovê rind wek çeka rind eDi şer de mirov ji dest dijmin xelas dikeMirovê pîs di şer de mirov xelas nake dide kuştin winda dike***Mirovê bêvac zimanê wî dijminê wî yeMirovê ehmeq aqilê wî dijminê wî ye***Yê kincên dijminê xwe li xwe keBi zimanê dijminê xwe deng keNavê dijminê xwe li xwe dikeEw bi xwe şerê xwe dikeAlî dijminê xwe dikeDijminê wî tune yeEw bi xwe dijminê xwe yeEw bi xwe xwe dikujeNe hewcî dijmin wî bikuje***Mirovê mêrxas û zan xwe mezin dibîne dijminê xwe biçûk

dibîneMirovê tirsok û nezan dijminê xwe mezin dibîne xwe biçûk

dibîneEw tu car nagihe mafê xwe wê ew tim bindest bimîneJi ber çav vebî dil kor e çav dibîne dil nabîne***Mirovê mêr û comerd bi peran û bi rican xwîna mêran sax

dikeMirovê nemêr û timah ku tiştekî dikire bi rican wî erzan dike***Bi destekî du zebeş nayên rakirinBi du destan çar zebeş tên rakirinBi du nezanan nezanek nayê şiyarkirinBi zanayekî miletek tê şiyarkirin***

Ê dijminê xwe bikujeDivê bi wijdan bikujeDivê ewya zû bikujeZû bikuje yek kuştin eZû nekuje du kuştin eYê wer neke wijdan tune***Ku nexweşî bê derman eMirin ji wî re derman eBi derman ê rehet nebeBi mirinê rehet dibe***Mirovê carekê bixape şîret û pêşketin eMirovê du caran bixape ehmeqî û paşketin e***Mirovê rind merî merî xwe yeMirovê pîs merî berî xwe yeMalê dinyayê tev ê meran beMerî binamûs bê merî nabe***Mirov bêbextiyan dikeQedirê xwe kêm dikeEw dostên xwe kêm dikeDijminên xwe pir dike***Mirovê ne kêmî xelkê beWê ne bindestê xelkê beNe wê bindest be wê wek xelkê be***Mirovê qels heqê xwe bi gilî dixwazeZarokê biçûk heqê xwe bi girî dixwaze***Mirovê xelk heqê wî nedeBi şer heqê xwe bistîneHeqê wî ji xelkê re ye ji wî re ye

Page 533: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10651064

BêbuharMirovê bitirse heqê xwe nexwazeHeqê wî ji xelkê re ye rûreşî ji wî re ye***Timahî mirov çikûs dikeÇikûsî mirov pîs dike***Çaxa mirov mal pir dikeMal mirov ne dirêj ne kin dikeNefsa mirov mezin dikeHevalên kevin jê dûr dikeEw hevalên nû çêdikeHevalên kevin ji bîr dike***Ji dara ketî ber çênabeJi jina pîs mêr çênabeErdê gemar zad pak nabeJi kera mê hesp çênabe***Li ba nezanan her zer zêr eLi ba zanan tenê zêr zêr eBi gotinan her kes mêr eLê bi rastî ne her kes mêr e***Mêrê jin ne ji mala mêranZarok nabin wekî şêran***Şêr bi lepên xwe xurt eRovî bi xapên xwe xurt eGelo ji wan kî xurt eŞêr xurt e yan rovî xurt e***Mirov li hespê xelkê siwar be wê peya beYê li ber dîwarê xelkê rûne wê ew rabeYê li merî xwe nepirse wê winda be***

Mirov çaxa birîn bû bi axînan çênabeBirînê derman nekî ew birîn rehet nabe***Mirovê pîs bi dermanan rind nabeÇiqas lêxî bi lêxistinê rast nabeDermanê wî ew nemîne winda be***Dijminê mirov tirs eRêberê mirov pirs e***Buhayê mirov ne bi malê pir eBuhayê mirov bi ramana pir e***Mirovê birçî wijdan heyeLê nikare pîj bikeEw wijdan dide alîBi dizî xwe têr dikeEw mirov ne pîs eYê pîs wî birçî dikeHer mirov wijdan heyeLê birçîbûn wer dikeYê birçî sebr nakeDivê ew dizî bike***Her tişt bi peran tê kirînLê namûs ji du mirovan nayê kirînJi mirovê binamûs nayê kirînJi mirovê bênamûs nayê kirînJi ber ê binamûs nafroşeBênamûs li ba wî tune bifroşeNamûs ji herduyan jî nayê kirîn***Her tişt kevin bûn erzan dibinLê mirovê dîrokê û zêrHer kevin dibin buha dibin

Page 534: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10671066

BêbuharTişt hene nû ne erzan inMirov hene sax in erzan inNema herdu buha dibin***Gotina yên zan û rast bi ehmeqan giran eJi ber ehmeqî nexweşî şîret jê re derman eMirovê zan nexweş bû derman jê re derman eNezanî jî nexweşî ye zanbûn jê re derman eJi ber ker nabe mirov ne bi hewcî derman eXweda mirov mirov da ew bi hewcî derman e***Mirovê pîs rindî ji wî çênabeNe yê pîs be yê rind qîmet çênabeBi kesê qelp tu avayî lênabeNe yê xurt be barê giran ranabe***Barê giran ne çiwalan tu rakîBarê giran barê milet tu rakîNe xwenda bî tu wî barî ranakîLi nav gelan nikarî maf xuyakî***Bi çêlîka her heywanan tê lîstinBi çêlîka mar tu car nayê lîstin***Dîndar ew e mirov xirabî nekeAva bike ew tiştan xirab nekeLi ser heqî wijdana xwe çenekeHeqî heq ke ew neheqî heq nekeBi wî xweş neyê ewya bi xelkê nekeŞer namîne derî xêrê wê vekeNe nimêj ke derî xirabî vekeNe bi selef çentan tije pere ke***Du heywan xwedî nabinGur û mar kedî nabin

Herdu tu car rast nabinHeta sax in wê wa binBi mirov re dost nabinWê çelîkên wan jî wa bin***Ku ne xurt bî yê koledar tu car ji te nagereLê gava tu xurt bibî dîrok li te ew vedigereMafê teyî ku winda bû ew maf li te wê vegereZirz koledarê xwînmij wê ji ser te bar ke here***Mirovê xwe di ser xelkê re bibîneWê bikeve di bin lingên xelkê de bimîneMirovê xwe di ser xelkê re nebîneKu ket wê xelk wî hilîne***Derew mirov pîs dikeTimahî mirov çikûs dikeTirs mirov bênamûs dikeXizanî mirov xûz dike***Heta kûçik can tê hebeDûvê kûçik wê rast nebeKûçik wekî şêr wê nebeWê ew li ser koka xwe be***Ew ne şer e şerê şerê vemirîneŞer ew şer e şerê xêrê vemirîneEw ne mêr e ê şer bike li pey xelkê bimîneEwya mêr e yê şer bike xelk li pey wî bimîne***Dîrok ne malê mirov eDîrok ew navê mirov eMirov heye mal pir e ne mirov eMirov heye mal tune lê mirov e***

Page 535: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10691068

BêbuharYê gotina xelkê pir bikeEw dostên xwe kêm dikeEw xemên xwe pir dike***Bi zêr namûs nayê kirînBi zêr wijdan tê kirîn***Mirov dimire tim li dinya namîneLê yê pîs mir li dinya navê wî pîs dimîneKu yê rind mir li dinya navê wî rind dimîneDi dîrokê de xelk wan herduyan dixwîne***Dawetê çêkî dawet ew bi tenê çênabeMiriyê te mir pir zor e ew bi tenê ranabeMiriyê te mir divê xelk ew pir bi te re rabeYê mirî û yê zindî tu car bê xwedî nabe***Mirovê rast ew gotina xwar nakeMirovê xwar ew gotina rast nakeMirovê zan gotina xwe çenakeBi gotinê nexweşîkî derman ke***Mirov ne gemarî be hilma genî ji wî nayêMirovê ne pîs be karê xirab ji wî nayêDerî xirabî vedibe yê rind wî derî digireMirovê pîs derî nagire ji bo xelk li ber bimire***Mirovê li nav jinan pesnê xwe bideÛ nav di xwe bide ew ne mêr eMirovê di şer de nav di xwe bideŞer bernede nereve ew mêr e***Yê rindî biçîne wê rindî hilîneYê pîsî biçîne wê pîsî hilîneYê mir li dinya ewya namîne

Mirovê rind be nav rind dimîneMirovê pîs be nav pîs dimîneWê di dîrokê de xelk tim bixwîne***Tişt çênabin bi zikrê û bi lavanTişt çêdibin bi xwendin û diravan***Mirovê rind û dîndar Xweda di bîra wî de yeMirovê kafir ku tirsiya Xweda di bîra wî têJi ber ew karê xirab ewya bi kêrî wî têKarê rind bi wî xweş nayê xirabî xweş bi wî tê***Temen nayê firotin zengîn bikirinWê xizan bimirana zengîn nedimirin***Her tiştê rast li ba mirovê rast şîrîn eLê gotina rast bi mirovê nerast ne şîrîn eMirovê xwar pir ji rastiyê ditirseJi rastiyê ew tu kar nake li xirabiyê dipirse***Bi mirovê ehmeq re deng bikîDivê xwe jê re hazir bikîYan bi wî re şer bikîYan xwe li ber kerr bikî***Her tişt ji mirov nayê xwestinLê rindî ji mirov tê xwestinMirov her tiştî nikare bikeLê ku bike kare rind bikeLê mirovê rind kare rindî bikeMirovê nerind nikare rindî bike***Însan û heywan rizqê xwe dixwinLê kulî rizqê xwe û xelkê dixwin***

Page 536: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10711070

BêbuharKûçik ji gur xuya nabeEwya bi kar heta rabeWê gur serbest li ser çiyan beWê kûçik li ber deriyan be***Mirov ne bi umrê mezin eMirov bi aqilê mezin eMirovê biaqil çi ew mêr e çi jin eJin heye pir biaqil eMêr heye aqil tune***Pêşkêşê mirov ker beMirov wê hal heder beCar heye ker rê nas dikeYê ehmeq rê şaş dike***Mêranî bi nezanî ew ne mêranî yeXwediyê xwe winda dike ew malwêranî yeZane be ew nekeve ew kar mêranî ye***Çiwalê qul tije nabeBerîka parsekan tije nabe***Ku roj hiltê dimeşeDîrok pê re dimeşeUmr li pey dimeşeHeta mirov pîr dibePel ji darê diweşe***Mirovê biaqil wek giyayê nerm eKu ba xurt tê ew xwar dibeKu ba diçe ew rast dibeMirovê ehmeq wek giyayê sert eKu ba xurt tê xwar nabeEw zû dişike ew ji erdê ranabe

***Şeytan bes bi gotinê hewJi bo çi şerkî şeytan dibe ewŞeytan timahiya mirov bi xwe yeTimahî nebe şeytan tune ye***Mirov dikeve avê difetiseMasî ji avê derdikeve difetiseMasî li nav avê jîn dibeMirov li ser erdê jîn dibeXwarina mirov di erdê de yeXwarina masî di avê de yeMirov di avê de fetisî masî wî dixweMasî ji avê derket fetisî mirov wî dixwe***Mirov zewicî lawekî wî çêbûNebêje lawekî min çêbûHeta mezin bibe binêJi wî çi çêbû***Pere bi helalî pir nabeMirovê parsek têr nabeMirovê heramxwerÇav ji peran têr nabeMirovê parsek ji gerêAciz nabe***Mirovê bi mirovê ehmeq re deng bikeYan xwe li ber wî kerr bikeYan bi wî re şer bike***Sê tişt hene jê bitirsÇikûsî derew û tirs***Her mirov li dinyayê bavê zarokê xwe ye

Page 537: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10731072

BêbuharLê mirovê rind û zan ew bavê miletê xwe yeDiçe kîderê milet bi serê wî sond dixweYê pîs diçe kîderê milet bi gotinên pîs lêdixe***Mirovê mêrxas û azad li dinyayêEw carekê dibe carekê dimireLê mirovê tirsok û bindestCarekê dibe li dinyayê her roj dimire***Tirs ew mirov pîs dikeTimahî mirov çikûs dikePîsîtî mirov bênamûs dikeNezanî rê li ber mirov şaş dikeXizanî jî mirov ji xelkê paş dike***Dinya ew xap û xan eMirov pir çûn hin maneYên mirin ne xuya neYê mayî jî mêvan e***Mirov çaxa pîs dibeEwya wek kulav bibeBi pêlkirinê çêdibeBi lêxistinê pak dibe***Li ba mirovê binamûsNamûs ji her tiştî bihatir eLi ba mirovê bênamûsPere ji her tiştî bihatir eMirovê binamûs wijdan bi peran nayê kirînMirovê bênamûs wijdan bi peran tê kirîn

Helbestên Şîretan

Dîwana Dehem[10]

Beşê Duyem [2]

Page 538: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10751074

BêbuharTe malê xwe spart dizan wê here pey nekeveTe sirê xwe da dijminê xwe tê bikevîLê careke din nekeveMalê te û sirê te û namûsa te wek hev e***Mêr ji wî mêrtir tune ku xwe kerr kirHeta hêrsa wî dê bû xwe girt û guneh nekir***Ew helbestvanê xwariyê bibîne rastiyê nebêjeYan xayîn e yan minafiq e yan derewîn eRastiyê nabêje***Maf nexweş e derman bikî wê nemireZor derman e mirov kare pê bigireHerçî kesê ku dest kin be pepûk beWê mafê wî wer bê xwedî wê bimire***Dostaniya rast kêm e ji ber mirovên bi rûmet dixwazeRûmet barekî pir giran e her kes di rojên teng deNikare hilgire wê di bin de raze***Li ba mirovê bênamûs zêr buhayê wî pir eLê li ba mirovê binamûs xiramek namûsJi tonek zêr buhatir e***Derew ji qelsîtî çêdibeQelsîtî ji pîsîtî çêdibeMirovê mêr çi bixwaze wê bikeNe hewcî ew derewan bike***Ji ber çi stêrk li ezmanan xuya dikinJi ber ku roj diçe ava li cî ku pisîkTune mişk şêr in xar dikin***Ji bo çi mirovê dilovan bê hêsir nabe zû dikele

Ji ber çi hêsir di dilê wî de tuneHêsir wek kilsê ye avê lênekî nakele***Bilbil evîndarê gulê ye tim li gulê dipirseQasî ji gulê hez dike ji striyên gulê natirsePir strî wî diêşîne ew bi êşê nahise***Bêhnkirina gulê xweş e lê jêkirina wê ne xweş eJi ber di wê de strî hene gul hişk dibe diweşeStrî dimîne hilma striyan ne xweş e***Şeva tarî erdê herî mirov bimeşeEhmeq e li pêş xwe nenêrePiştî ku ket rabû ser xwe wê li pêş xwe binêre***Dehşikê kerê ji diya xwe nû çêdibeHesp nagihe wî ku mezin bû li pey diya xwe dimeşeKu mezin bû ew nameşe ew bi daran dimeşe***Gotina kin bi zanebûn bi feyde yeSerê xwediyê xwe naêşîneXwediyê wê pê bilind dibeCivat feydê ji wê dibîne***Ji kûçik re gotin tu li ber derî mirovîXwarina pîs dixwî rûmet ji te re tuneÇima wek gur naçî ser çiyanXwarina pak bixwî got ne cî bav û kalê min eEz nikarim ev kar ne karê min e***Ku mirov kitêbek xwend ji wê fêm nekirWek di xewa şîrîn de beMirovek ji wî re çîrokekê bibêje guhdarî nekir***Mirovê stembarî nedîbe

Page 539: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10771076

BêbuharEw nizane rehmê li stembaran bikeZor û stem pir pê xweş e stemkarî kare bike***Derdan ji derd pêketiyan pirs ke ew zaneEw mirovê êş nedîbe ew bi êşê nizane***Dînê kirasê xwe qetand her kes zane ew dîn eLê berî kirasê xwe biqetîne mirov zanibe ew dîn e***Bi xencera xayînan mirovên dirust dimirinLê wijdan û bawerî û umêda wan namirinDimînin sax heta dinya hebe navê wan namire***Mirovê ereqê vexwe xwe ji derd û xeman diparêzeLê nikare xwe ji bêhişî û bêexlaqiyê biparêze***Ji mirovan kesek bê feyde tune yeHeta mirovê pîs jî feyda wî heyeBi wî mirovê pîs mirovê rind tê naskirinKu ne mirovên pîs bin mirovên rind nayên naskirin***Rewşenbîrî çirayek e di destê mirovê rewşenbîr de yePê ronahî dide xwe û xelkê rohnî ji nêzîk û dûr de ye***Mirovê tiştekî biçûk çêke û bikeneWek şekirekî bide zarokekî biçûkKêfxweş bibe bikene***Bi derewînan gotina rast pir mezin eJi devê wî dernakeveLê gotina derew biçûk e zû derdikeveJi ber derew ne mezin e***Mirovê pîs ku dike bi yekî qenciyê bikeEw wek guneheke mezin bike

Ji ber ew neqenciyê qenc dibîneBi wî zor e nikare ew qenciyê bike***Mirovê heramxwer bi xwarina helal nexweş dikeveEw bi xwe heram e wek jehrê bixwe nexweş bikeve***Xêrê ji mirovê pîs re nexwazîWê şer neyê ber deriyê teJi wî re şerê bixwazîWê xêr bê ber deriyê te***Kilîta pê derî vekî xelkê bixapînî derew inMirovên dilpak bi derewan dixapinJi ber nizanin derewan bikin dixapin***Derew seneteke bê sermiyan eLê li ser xwediyê xwe buha rûdineXwediyê wê bêrûmet û rûreş û erzan e***Mirovê kor bi çavê xelkê dinyayê dibîneÛ bi darê destê xwe pêş xwe dibîne***Mirovê derewîn ew gotina xwe dikeJi wî tirê xelk nizane ew derewan pir dikeLê wek tiştê ku bi berfê veşêrîZû derdikeve ku bi berfê veşêrî***Kesê derewîn çaxa derewan dikeEw wek avahiyekê ava dikeBê bingeh e ew bê bingeh ava dike***Derman ji her nexweşiyê re heyeBes ji seretanê û bênamûsiyê re tuneDermanê seretanê mirin eDermanê bênamûsan kuştin e

Page 540: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10791078

Bêbuhar***Ji mirovê kor rê pirs nekeJi nemerdan hêvî nekeTu car dostan zû pir nekeRind û xirab tecrûbe keDerî li pîsan venekeYên rind li wan derî veke***Bila hingiv be bila hindik beGava mirov xwar dermanê zik beNe xwarina pir be nexweşî zik be***Jin wek giyayê nerm e li berBayê hênik û nizm xwar dibeLê li ber bahozê naşike xurt dibe***Dilê mirov pîr nabeRehê darê hişk nabeLê dema mirov mirDeriyê gorê venabe***Mirovê tim di kêfê de jîn bibeWek goştê xav hilm ji wî çênabeKu rojên teng bi ser de neyên wekîAgir neşewite nebe kebabHilma xweş ji wî nayê tama wî xweş nabe***Gava mirov dixeyide ew xeyid dibeÇekek ku pê sirê wî dişikeSirê mirov derdikeve nav xelkêPê dihesin mirov sivik dibe li nav xelkê***Mirovê hişyar bi dilê xwe tiştan dibîneMirovê bêhiş bi çavê xwe tiştan dibîneBila mirov çav kor be ne dil kor be

Bila pêş xwe nebîne***Gotina hindik serê mirov rehet dikeKarê rind û pir dilê mirov rehet dike***Qencî û xirabî bi destê mirovan eSerî biêşe ji ber ziman eHedan û raman jê re derman e***Barê nikaribî rakî tu rakîWek çekeke berî bi xwe de kîLi xwe xî bimirî xwe pê winda kî***Jîna dirêj ne yê li dinyayê ew pir bimîneJîna dirêj mirovê di rûpelên dîrokê de bimîne***Zanyarî avayî ye dîrok bingeh e gelê wî nû bikîBingeh tune be nikarî li ser ava bikî***Agir zêr pê nas dibe zêr mêr pê nas dibeBi bêhna fireh her tiştê xwar rast dibe***Gotina rast ji pîsan re bikî ji wan re bêfeyde yeHer gotinek tê de xiramek jehr heye***Dîrok derya ye divê mirov bi avjeniyê zanibeDakeve bin cewher û lûlû û elmas derxe şaş nebe***Xiramek namûs ji çiwalek xwêGirantir e hêştir barê xwê rakinMêrên bi namûs barê namûsê radikin***Ji rojê pirsîn rohnî ji rohniya te xurttir heyeRojê got belê qelema ramandar û nivîskaran heyeEz rohnî didim dinyayê qelem rohnî dide dilê mirovan û

Page 541: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10811080

Bêbuhardinyayê

***Kenê Iblîs gava mirov dixeyideGava mirov dikene Iblîs dixeyideIblîs direqise gava mirov şer dikeHev dikujin dikevin hebsê xwe kerr dike***Çiqas zor bê ser mêrê mêrxas bêhêvî nakeMirov berhanan çêdike berhan mirov çênake***Her kes li mala xwe heyvê dibîneLê mirovê zan ser heyvê dibîne***Ew mirovê dibêje ez serok im ewNebe pir gelê wî di ser wî re derbas nebeSerokê derewan dike wê tişt ji wî çênebe***Mirovê nebe xizmetkarê gelê xweEw mirov nabe serokê gelê xwe***Mirovê pîs wek kulav e bi tifkirinê çêdibeKu gemarî bû bi lêxistinê pak dibe***Jin wek gûzanê tûj e nizanibî bimeşînîWê te birîn bike tu wê nebînî***Mirovê nezan bi pişta xwe barê giran radikeMirovê zan bi hişê xwe barê giran radike***Tore mirov digihîne her tiştê bilindKu mirov bixwaze bigihe her tiştê bilind***Hevringa pê hiriya pez dibirinKu tif wê nekî nameşeKu tif wê kî nasekine dimeşe

***Ku malê xwe biparêzî nayê dizînÊ diz ne hewcî tu bikujeKu malê xwe neparêzî tu diz î***Em mirov wek hev ji diya xwe dibin wek hev inÛ wek hev namirin û jîn nabinWek tiliyên destên mirovan ku rast dibin ne wek hev inKu xwar dibin wek hev in***Ê xelk ji wî hez bikeXweda ji wî hez dikeYê ji xelkê hez bikeJi Xweda jî hez dike***Yê di jînê de talî nexwe tama şîranî nizaneRencî nîşana pêşketinê ye her kes nikane***Mal mêvan e ji ba mirov bar dikeTemen xeyal e mirov wî derbas dikeMirovê pîs herdu dinya xisar dikeMirovê rind herdu dinya kar dike***Mirov tev ên mirinê ne dawiya umr mirin eLê mirina bi şeref be ew mirin nîv mirin e***Bi dilpakî tu gulekê bidî dostê xweTu wek dilê xwe bidî dostê xwe***Ne şerm e mirovekî tiştek ji te xwest tu nedîŞerm ew e ku te soz da tu nedî***Hebs ne yê di hebsê de hebs bîHebs ew e yê bi nefsê hebs bî***

Page 542: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10831082

BêbuharMirovê rind bi gotinê dimireMirovê pîs bi lêxistinê dimire***Serhildan ne ew e têr xew bibî ji xew rabîSerhildan ew e bi şoreş li dij dijmin rabî***Raman ne ew e ku tu ji ber germêBirevî herî li ber sermê bimirîRaman ew e bi mêranî kar bikîLi ber germê û nemirî***Mirovê binamûs kare jehrê bixweLê nikare gotina bênamûs bixwe***Rindî ji rindan çêdibe xirabî ji xiraban çêdibeMirovê rind nikare pîs bibe mirovê pîs nikare rind bibeHer mirovek wek dar e rehê wî heye li ser rehê xwe şîn dibeDara zilindarê tal e nayê bêhnkirin dara gulê bêhn dibe***Xwe bavêjî nav agir bibêjîXwedêyo min biparêzî tê bişewitîXwe navêje nav agir tu naşewitî***Mirov kare şûşê bîne veşêreLê nikare hilmê bîne veşêre***Xweşî xweş e lê her mirovekî tiştek bi wî xweş eRindî bi mirovê rind xweş e xirabî bi mirovê xirab xweş eLê mirovê rind rûspî mirovê pîs rûreş e***Gul nizane ew gul eEw bê deng û aqil eLê xelk zane ew gul eBuha li ba bilbil e***

Mirî ne yê ji dinyayê bar kiribeMirî ew e bi saxî yê miribe***Neyar ne yê neyarê neyarê miletê xwe beNeyar ew e yê neyarê miletê xwe be***Ji neyarê xwe netirseJi dostê xwe tu bitirseNayarê te nizane tu çi dikîDostê te zane tu çi dikî***Kevir li cî xwe giran e ku leqiya ew sivik dibeKu ji cî bilind hate xwar gemar li dorê pir dibeÇiqas mezin be ew kevir li cî rast bêqîmet dibe***Dînê kirasê xwe çirand her kes dizane ew dîn eBerî kirasê xwe biçirîne mirov zanibe ew dîn e***Gulek wê neke buharBuhar bi gulên pir eEger gul pir nebinYek ji nebûnê çêtir e***Çawa xwe ji dijminê xwe biparêzîXwe ji dostê dijminê xwe biparêzî***Di gundekî re derbas bûyîJi kûçikê bi deng netirseJi kûçikê bê deng bitirse***Dostê dijminê te dijminê te yeDostê dostê te dostê te ye***Jinekê ji mêrê xweyî kor re got ez xweşik imMêrê wêyî kor got ku tu xweşik bayî te ez

Page 543: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10851084

BêbuharNedibirim ne hewcî bibêjî ez xweşik im***Ku dijminê te ji te xurttir bûYan sirrê te nas kirîYan dostê xwe pir kirîYan perê xwe pir kirî***Ku dike dijminê te te bikuje deng li te nakeHay ji xwe hebe rehmê li te nake***Karê bi xisar bikî pêşkevî ne xisar eKarê nekî pêşnekevî ew xisar e***Ne ew kes rewşenbîr e kitêbê bixwîne û çekeEw rewşenbîr e kitêbê bixwîne û di serê xwe ke***Mirov du reng in hertim dinêrinHin li stêran dinêrinHin bixêr in hin bêxêr inKer stêran nabîninKer li erdê dinêrin***Jin wek cam e her tiştek wê nabireKu mêrê wê ne elmas be tu car wê nabire***Mirovê bertîlan pê wijdana xwe difroşe zulmê dikeNeheqî dikire pê heqê xelkê û Xwedê winda dikeBi hezaran birçî dike herde dinya winda dikeLê nizane ew çi dike mala xwe pê xirab dike***Mirovê zimanê dê û bavê xwe ji bîr bikeRûmeta dê û bavê xwe pêl dikeHeqê wan winda dikeLi nav rindan xwe pîs dike***

Jina çê weke hespa kihêl eHefsar di destê mêrê wê de yeMêrê xirab hefsarê wîTim di destê xelkê de ye***Ku yekî ji yekî pirs kirBersiv neda nezan eYê nizanibe bersivê bideYan tirsok e yan nezan e***Dermanê her tiştî heyeDermanê çaran tuneDermanê seretanê û ehmeqîÛ derewan û bênamûsî tune***Çi tişt li dinyayê winda bibeXwediyê wî lê digereLê eyba zengînan û mirinaFeqîran kes lê nagere***Dinya neynikek e berovajî yeHer yek ê li pêş xwe dibîneLê ewya xwe nabîne***Tişt heye ji Xwedê ye tişt heye ne ji Xwedê yeTiştê nizanibî bibêje ji Xwedê yeTiştê tu zanibî bibêje ne ji Xwedê ye***Reşahiya dinyayê tev nikareRonahiya mûmekê veşêreRoj çiqas xurt e nikareSiya dîwarekî veşêre***Li ba zanan sed derew rastekî venaşêreLi ba nezanan derewek sed rastî vedişêre

Page 544: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10871086

Bêbuhar***Raketina zaliman rehm û xêr eMirov ji şerê wî xelas dibe di pey re***Gotina pir û bêfeyde tişt tê de tuneWek mastê bê rûn e tam tê de tune***Mirov gotinê bike îş ne bi gotina pir eÇar gotinên pak bikî ji rojnameyeke gemarî çêtir e***Mirovê derewîn nikare gotina rast bibêjePir mezin e ji devê wî dernakeve bibêje***Mirovê rind wek dara bi ber e xelk xêrê jê dibîninJi berê wê dixwin li bin siya wê rûdinin***Bila mirov çerm reş be ne dilreş beÇermê reş xelkê naxapîneDilê reş xelkê dixapîne***Dibêjin ereq heram e ji derewan helaltir eEw zirarê digihîne yê vedixwe derew jê heramtir eZirarê digihîne her kesî derewan zirar bêtir e***Derewa ku têkeve xizmeta xêrêJi rastê nekeve xizmeta xêrê çêtir eXêra wî rastî tune yeXêra wê derewê pir e***Derewa ku pê dijminê xwe bixapînî ne derew eRastiya ku pê dijminê te xurt bibe ew derew e***Dinya sûkeke fire ye ewÇi bikirî tu karî bikirî rakîLê tiştê nerind erzan e

Divê tiştê rind rakî***Ereq ji derewan helaltir eDerew ji ereqê heramtir eEreq ji tirî çêdibeDerew ji mirovê pîs çêdibe***Bila mirov di koxikekê de be ser vebîbeNe di qesrekê de be cînarê wî genî be***Mirovê nizm bi qesra bilind bilind nabeTextê xirab bi boyaxê rind nabe***Şanê bilind ji qesra bilind çêtir eHindik li ber tiştê tune ew pir e***Gelê bindest çiqas pir be û qels beÛ sivik be wek kepekê li ser avêBila hindik be û giran be wek qurşin beEw bi ser avê nekeve ew xwe berde binê avê***Çiqas tiştên li dinyayê hene bi zêran tên kirînBes welatên bindest bi xwîna şehîdan tên kirîn***Hin mirov buhayê wan di serî de yeHin mirov buhayê wan di berî de yeMirovê serê wî vala dibeEw mirov berî wî jî vala dibe***Belê rizq li Xweda ye lê hingiv nade her kesîDivê ji xwe re kar bikî bi peran lê bipirsî***Tiştek li dinyayê tune ku nabeLê di riya wî de divê mirov zana be***

Page 545: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10891088

BêbuharJi kesê nezan re jîna wî tev medreseyek eJi kesê zan re her rojek medreseyek e***Kesê ehmeq xwe dibîne ew nizane ew çî yeLê yê hişyar û zana rind dizane ew çî yeXelk jî zanin ê ehmeq kî ye û yê zan kî ye***Mirovê ehmeq zaniba ehmeq e wê ehmeq nebaBerî bibe ehmeq wê hay ji xwe heba***Li mirovê ehmeq şîretan bikî wê ew neyarê te beCî şîretan li ba wî tune heta bimire wê wek xwe be***Ne sax e ew kesê li rû erdê dimeşeBê hemd çêbû bê hemd dimire heta dimire dimeşePiştî ku mir di dîrokê bimîneEw kes jîn e li rû erdê bila ew kes nemeşe***Hesinê pê kar nebe zengarî dibe genî yeDestê kar neke li ser zikê birçî ye***Gur û diz rizqê xwe ji Xweda naxwazinHerdu rizqê xwe ji xelkê dixwazin***Nîv comerd e yê malê xwe ji bo azadî bideComerd ew e yê canê xwe ji bo azadî bide***Zimanê te tu pê şer kî darê te yePê soz bidî hefsarê te yeKu tu bigirî hefsarê te yeKu tu berdî neyarê te ye***Şan ne ew e perê te pir bin xelk te bibîneSilavan li te bide ew dest hilîneŞan ew e ku tu bimirî silavan ji te re lêxe

Navê te nemire li dinyayê bimîne***Li dinyayê tu çi biçînî tê wî hilînîXelk te dibîne ne wek tu xwe dibînî***Mêrê mêrxas di şer de xuya dibeMêrê comerd li dayînê xuya dibe***Bi xwestinê mirovê çikûs û comerdJi hev xuya dibinYê xwest alîkî rûyê wî reş dibeYê neda herdu aliyên rûyê wî reş dibin***Dayîn ji hebûnê çêdibeDizî ji nebûnê çêdibe***Ku birçîbûn hat meydanêHelal ji meydanê bazdideKu zulm hat meydanêEdalet ji meydanê bazdide***Tu nikarî mirovekî ji mirovênDinyayê bi her tiştekî razî bikîÇawa mirovên dinyayê tev tê razî bikî***Mirov li dinyayê ji her tiştî nerazî yeLê bes ji aqilê xwe pir razî ye***Her tişt li dinya tê veşartinLê bes dîrok nayê veşartinÇiqas dîrok kevin dibeDîsa vedigere nû dibe***Yê ku bext xirab dibeHingiv bi wî tal dibe

Page 546: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10911090

BêbuharRastî li ber wî xwar dibeDil ji dinyayê sar dibe***Hebsî ne hebsiyên laşên xwe neHebsî hebsiyên nefsa xwe nePir mirov hene di hebsê de neEwna dergevanên hebsa xwe ne***Dostê te ku wekî te beNebîne dost heta malê wî pir bibeYan hukim ket destê wî xwar nebeWek xwe bimîne wê çaxê wê dostê te be***Madê namûsê bi çav nayê dîtinBi destan ew nayê girtinJi kaxezên cixarê siviktir eJi çiwalên xwê girantir eJi volkanê pir xurttir eKu ket laşê mirov û rûmet pêl bûWek volkanê diteqe yan tê kuştinYan dijminê wî tê kuştin***Her tişt bi avê tê şûştinBes ar bi xwînê tê şûştin***Her tişt bi peran tê standinAzadiya welat bi xwînê tê standin***Dizê biçûk dizê ku malê mirov birWê mirov doz bike wê li malê xwe bigereBelkî malê mirov li mirov vegereLê dizê mezin ê bi xapandin ku malêXwe bide wî ew mal tu car venagere***Her tişt bi peran vedigere

Bes rûmet û namûs venagereIlem bi mêranî û xwînê vedigere***Eyba ji Xweda bê ser te ne eyb eEyba ku tu bikî ew eyb e***Pesnê jina xwe nedeTê ji xwe bilindtir bikîDivê tu xulamê wê bîTu xizmeta wê bikî***Nêçîrvan bî li ezman tu neçe teyranIlem wê teyr dakeveKu dikî heyfa xwe ji dijmin rakîNe hewcî ew şiyar be tu herî pêş wîIlem wê ew rakeveTîcaret ê jê kar nekeEhmeq e yê pêkeveKesê bi raman kar bike rast bimeşeTu car ew kes nakeve***Kesek nabêje ez ne rind im lê bi tiştan tê naskirinMirovê mêrxas di şer de be tê naskirinMêrê comerd bi dayînê de tê naskirinMirovê dirust bi karê xwe tê naskirin***Mirov ji guran ne gurtir be wî dixwinJi guran nayê parastin wê gur bixwin***Ne ew kes nezan e tiştê nedîtî nekirEw kes nezan e tiştê ku dît û nekir***Li dinyayê kesê bêguneh tuneLê gunehê mirov zanibe û bikeEw gunehê mezin e

Page 547: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10931092

Bêbuhar***Mirovê biaqil çiqas zan beDibêje ez nezan im ji bo pêşkeveYê ehmeq dibêje ez her tiştî zanimEw paş dikeve pêş nakeve***Mirov nikare dinyayê di hembêza xwe keLê kare ilmê dinyayê di serê xwe ke***Kalbûn ne mirovê por spî bibeKalbûn mirovê ji dinyayê bêhêvî bibe***Lawê rind ji xizna zêran çêtir eLawê xirab ne hewcî zêrê pir eLawê xirab zêrê pir winda dikeLawê rind be zêr tune be pir dike***Pesnê hespê xwe pir nede li qoşê ew xuya dibeNebêje ev mirov rind e roja teng ew xuya dibe***Kalbûn li dinyayê ew zindana bê derîHebsa îdamê ye tu nikarî jê derîTe bernade ilem mirin bê derîDeriyê gorê ku hat girtin venagerî***Ji kalbûnê netirseJi riswabûnê bitirseDema mirov kal dibeBêkes be riswa dibeRiswatî gelek zor eCî xweş ji wî re gor e***Mirovê şerîf ku kêm ket mirin ji wî re dawet eJi dinya xelas dibe axret ji wî re rehmet eNema tiştekî dibihîze serê wî firêqet e

Careke din venagere ji xelkê bêminet e***Xelkê tu wan nas nekî divê xwe ji wan dûr bikîSebr bikî heta rind ji pîsan tu nas bikîYê rind xwe nêzîk bikî yê pîs xwe jê dûr bikî***Dijminê zan ji dostê nezan çêtir eDijminê zan tu û wî li hev hatinFeyde ji wî pirtir eKu tu bi wî şêrê bikîTê pir feydê jê bikî***Kesê tu wî nas nekîNe heq e jê hez bikîPiştî te ew rind nas kirYan hez kî yan hez nekî***Tê xwe jê biparêzî gur nas dikî ev gur eLê mirovê nas nekî ew ji gur xirabtir e***Nikarî xelkê rast bikîLê karî xwe rast bikîKu her yek xwe rast bikeHeq û neheq nas bikeCîhanê tev rast dike***Yê ehmeq şîret bikîNeyarê xwe pir dikîLi dijwana hindikîKa tu karî çi bikîTê rizqê xwe kêm bikî***Ehmeq neyarê xwe ye berî neyarê te beGelê çiqas biaqil be wê ehmeq li nav hebeEger ne yê ehmeq be yê biaqil wê nas nebe

Page 548: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10951094

Bêbuhar***Kê got Xweda wehî daxist ser jinanEv tişt hîn nebûneNe rast e hin pêxember ji jinan ew çêbûne***Ku sê jin gihiştin hev a çaran şeytan eJi ber tişt hene şeytan nizane jin zaninŞeytan dersê ji wan dibe jin mamostên şeytan in***Gelo hûn zanin du reng girî hene ne wek hev inGiriyê kêfê hêsirên wî sar û nerm inGiriyê xeyidê hêsirên wî xurt û germ in ne wek hev in***Hin mirovan ji mirovekî pirs kirinJê re gotin dijminên te heneLi wan vegerand got mirovên min tune ne***Mirov nizane yê digirî ji bo çi digirîLê yê digirî zane ji bo çi digirî***Mirovê hesûd wek agir e xwe jî dişewitîneÛ xelkê jî dişewitîneDawî bi xwe vedimire ew jî namîne***Mirovê dilpak û jêhatî rizqê xwe ji Xweda dixwazeMirovê bêkêr û dil gemarî rizqê xwe ji evda dixwaze***Çiwalê xwê giran e lê minet girantir eHingivê biminet be jehr ji wî xweştir e***Eger pezê te hebe ji guran rehmê nexwazMirovên pîs û tirsok ji wan hawarê nexwazTifinga fîşek tê de ji wê hawarê bixwazXweda û pezdayî ji wî rehmê bixwaz***

Rizqê biaqilan li ser dînan eBarê mirovan li ser keran e***Dixwazî kûçik şer bikin nan bavêje nav wanDixwazî pîs şer bikin peran bide wan***Mirovê pîs ji wî pîstir hebe ew baş eYê tiştê pir nekeve destê wî hindik jî baş e***Xwe ji wî biparêze mirovêDijwar ku te ji wî re rûmet kirJi yê şerîf re te gotina xirab kirJi yê biaqil re te gotina çewt kirBi yê ehmeq re ku te henek kir***Bi yê ehmeq re henekan neke nelîzeWek mirov ew bi agir bilîze***Ne hewcî tu bibêjî kûpê avê çawa dişikeKûpê avê li riya avê dişike***Dinya medrese ye her tişt lê heyeSer kevî bin kevî bi kêfa te ye***Tişt heye tu karî bikî tişt heye nikarî bikîKarî xwe ji xelkê rindtir bikîLê nikarî xwe ji xelkê xweşiktir bikî***Dinya dehl e her hov tê de heneGa û ker û fîlan tu karî nêzîk bibîLê şêr û piling û guran nikarî nêzîk bibî***Tu dinya nikarî zanibîTu ders bikî ta zanibîTiştê nizanibî bikî

Page 549: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10971096

BêbuharTê xwe bi wî winda bikî***Jîna dinya însan eMehkema mezin wijdan e***Lawê rind ji xizna zêran çêtir eLawê pîs û bêkêr ewya bimire çêtir e***Jina rind di mala mirov de cinet eJina pîs di laşê mirov de îlet e***Mirovê bi miletê xwe re nekene û negirîDawî wê li nav xelkê bi tenê bigirî***Bênamûsê biçûk ê bênamûsê jina xwe beBênamûsê mezin ê dijminê miletê xwe be***Gurê gur tu wî zanî ew gur eLê ji mirovê xayîn çêtir eTu karî ji gur haziriya xwe bikîLê tu nikarî mirovê xayîn zû nas bikî***Dostê ne ew dost be ji bo serê teDostê ku ew dost be ji bo berî teRoja ku ketî nayê ber derî te***Mirov gotinên nexweş bavê merî xweWê kevirê xelkê bavê derî xwe***Zanebûn ne bi gotina pir eZanebûn bi aqilê pir e***Gotinên ne di cî xwe de wek bayê kur inHavînê û zivistanê jê nayê hezkirinHeta li ba keran jî jê nayê hezkirin

***Ku dikî piştî deh salan zanibî rengê jina xweÎro tu mêze ke li rengê xesûya xwe***Xebat û canbêzarî xwendegeheke winda ye ne xuya neLê mêrxas û têkoşer jê derdikevin li dinya pir buha ye***Medreseya biçûk xelk te xwendin bideMedreseya mezin ku tu xelkê xwendin bide***Gulek nake buhar lê li ku be buha yeGulê jêkî erzan e dema bêhn kî buha ye***Mêranî ne kiras e mêranî ew bi kar eMirovên rind dostê wî mirovê pîs neyar e***Mirovê pîs tiştekî wî rind tune yeBes tiştekî wî rind heyeMirovê rind bi wî tê naskirinNe mirovê pîs be mirovê rind nayê naskirin***Sermiyan ne ji berî te beKu law ne ji berê te beEw law lawê jina te beWê xêra wî li te nebe***Pere û zêr çekên pir xurt inLi namûs û şerefê nakevinLi bênamûs û wijdana mirî dikevin***Ker azad nabe ji ber ew ker eMirovê koletî bixwaze azadîNexwaze ew jî ker e***Çiyayê bilind rê pê nakevin

Page 550: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

10991098

BêbuharGund lê çênabin rê pê nakevin***Tu nikarî bi perdê rojê veşêrîLê tu karî xwe ji rojê veşêrî***Ji her tiştî dinya tije yeBes ji mirovên rind ne tije ye***Mirovê rind di nav gelê wî de cî wî tuneLê di dîrokê de rabûna wî tuneWek rojê rohnî dide xelkê winda dibeWek zêr e di bin axê de her kevin dibe buha dibe***Şerê xelkê hemiyan bikî dikarîLê xelkê hemiyan razî bikî nikarî***Şeva reş ji dilê reş çêtir eŞeva reş mirov ber xwe dibîneLê dilê reş mirov ber xwe nabîne***Prensîp û rûmet pir buha yeLê bi destê bêbext û bêwijdan ûBênamûsan erzan e ne buha ye***Mirov kare li herçî gotinan rast bikeLê mirov nikare mirovê rast nabe rast bike***Mirov çiqas rind be bê dijmin nabeMirov çiqas pîs be bê dijmin nabeLi ortê jî mriov bimîne tewr nabe***Dostên mirovên rind hindik inÊn mirovên pîs pir inJi ber mirovên rind hindik in ên pîs pir inLê yên rind ji yên pîs xurttir û çêtir in

***Mirovê binamûs kare her tiştî hilgireLê nikare bênamûsiyê hilgire***Mirov tiştê bi gotinan bibe ne rast eYê tiştan bi kar bike ew rast e***Mirovê pîs nikare karê rind bikeJi ber ne karê wî ye ew bike***Miletê Kurd rindên xwe dema sax in pêl dikeDema dimirin pesnê wan dideJi wan re mehrecanan çêdike***Mirov kare xwe ji dijminê xwe biparêzeLê mirov bi xwe dijminê xwe be nikare xwe biparêze***Dizê hiş ji dizê berîkê pîstir e ewya hiş dibe diçeKu hişê wî bir berîka wî bi xwe diçe***Mirovê xurt kare tiştan bi zor bibeLê bi zorê nikare bideKu wî bi zorê da jî nikare careke din bibeEw dayîn ne ji bo Xwedê ye***Mirovê jêhatî dema diçe karSerketin dibêje ez bi te re meYê qelp dema radikeve kar nakeBirçîbûn dibêje ez bi te re me***Xirabiya biçûk ku Xweda ji mirov re xirab bikeXirabiya mezin ku mirov ji xwe re xirab bike***Dizê biçûk mirovê malê xelkê bidizeDizê mezin mirovê aqilê xelkê bidize

Page 551: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11011100

Bêbuhar***Mêraniya biçûk mirovê mêran bikuje şer bikeMêraniya mezin mirovê li ber mirovên xurtGotina rast bike neheqiyê neheq bike heqiyê heq bike***Deriyên misilmantiyê hezar inDeriyên gunehan ên biçûk nimêj nekîDeriyê mezin xêran nekî derewan bikî***Pakî ne misilmanê nimêj bike qûna wî pak bePakî dilê wî pak be û zimanê wî pak beRamana wî pak be û karê wî pak be***Eger mirovê pakî dixwaze pakî ne bi çermê pak eBi dilsozî û dirustî pakî ew bi dilê pak e***Zanebûn ne bi serê mezin eZanebûn bi raman û aqilê mezin eSerê mezin û bêaqil wek tenekeyaVala teqreq jê têMirov tiştekî jê fêm nake çi jê tê***Mirovê ehmeq ku gotin kir te deng nekirTe bersiva wî neda te ew ceza kir***Hesûdiyê nekin mirov ji mirovatî derdixeXêran dixwe wek agir bi pûş dixe***Bahoz çiqas xurt be xaniyan rakeEw nikare darê ji kokê de rake***Ku dengê jinê li ser mêrê wê bilind bûDeriyê xweşî tê girtinKu mêr heqê jina xwe nedaDeriyê mala wan tê girtin

***Ku belayeke biçûk ji te re hat nexeyideLi ber Xweda asî nebe belayeke mezin kare bide***Çima ji ar û avê re aramî çênabeDilê mirovê mûmin ji hezkirinAxretê aramî çênabe***Daxwaza tu zanibî nikaribî pêk bînî bi xeyalan pey kevîDi rencî de ji bo wî tu bimirî çêtir e tu pey kevîBi xweşî tu bimire pey nekevî***Bêndera bê genim ba bikî ba neke wê bênderêGenim tune wê ka li ber ba herê***Nexweşiya mezin ji bo mirovan tirs ePêşketina mezin ji bo mirovan pirs e***Kesê nepirse nagihe tu deranKesê bitirse nagihe tu waran***Çiyayê bilind rê pê nakeveLê mêrê mêrxas riya wî pê dikeve***Mêrê mêrxas û zan sînor ji wî re nîneMêrê tirsok û nezan tiştek ji wî re nîne***Xizanî mirovan pîs dikeTirs mirovan bênamûs dike***Mêrê zana ku li wî zulm bû şoreşê radikeMêrê mêrxas ku xizan bû xelkê tazî dikeMêrê qels ku xizan bû parsê dikeMêrê birûmet ku xizan ket sebr dike heta bar dike***

Page 552: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11031102

BêbuharDi cî teng de mêrê mêrxas bi mêranî xwe xelas dikeMêrê pîs ku ket tengiyê bi pîsîtî xwe xelas dike***Ziman zimanê te ye heta bimirî hevalê te yeKu te girt ew dostê te ye ku te berda neyarê te ye***Pîsîtî mirov hezar derî wî heyeDerî mezin ê ne bi kêrî xwe ye***Hebsa mêran bikujî têkevî hebsê ne hebs eHebs hebsa serbestî û rûmetê û nefs e***Cehnema serbest ji cineta biminet çêtir eJehra birûmet ji hingivê biminet çêtir e***Mirina serbest ji jîna bindest çêtir eMirovê ji bo serbestî bemire jîna wî hindik eLê namûsa wî pir eBarê namûsê giran e her kes nikare rakeMirovê ku karibe hilgire ji her tiştî xurttir eDi dîrokê de rûmet ji wî re pir e***Derdê mezin ne zulma dijminJi radyo û televizyonan bibihîzîÛ kitêb û rojnameyan bixwînîDerdê mezin nikaribî deng bikîZulmê bi çavê xwe bibînî***Mirovê binamûs kare qedehek jehr daqurtîneLê nikare gotina bênamûs daqurtîne***Mêrê çê ne yê bêhiş şer bikeMêr ew e yê şer bi hiş derbas bikeHeta kesê xwe nas bikeTiştê bixwaze ew bike

***Malê mirovê pîs boyaxê li serkeveBoyax çû wê meidenê wî derkeve***Bênefsî heye mirov erzan dikeBênefsî heye mirov buha bikeBênefsî pê karê pîs bikî erzanîBênefsî xwe li ser xelkê mezin nekîKarê rind bikî xizmeta miletê xwe bikî mêranî***Mêranî hezar dergên wî heyeMêraniya mezin teslîmî dijminê xwe nebîBi qurbana welat û miletê xwe bîHeta bimirî biparêzî li ser axa welatê xwe bî***Mirovê bibêje ez serwer im doza welatê xwe bikeDawî xwe teslîmî dijminê xwe bikeNe ew bes xwe teslîmî dijminê xwe dikeEw namûs û welat teslîmî dijminê xwe dikeDivê teslîm nebe heta bê kuştin şer bikeKu nikare wî barî hilgire bila xwe erzan nekeÛ xwe riswa neke teslîmî yekî din bike***Welatparêzî ne ew e yê xwe bi dijmin re xirab nekîÛ çend qirûşan bidî partiyan û pesnê xwe bidîWelatparêzî ew e teslîmî dijminê xwe nebîÛ malê xwe pêl bikî û canê xwe li ser bidî***Ji mirovê esker dîn û wijdan nepirseJi dijminan bêtir ji wî bitirseÇi çax ji wî xurttir bûyî ji wî netirse***Ji mirovekî zahid pirsîn çima tu digirîJi bo cinetê tu digirî ji berî ku tu bimirîGot ez poşman im çima umrê min çû

Page 553: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11051104

BêbuharDitirsim cinet li wê dinyê tune beCineta vê dinyê jî ji destê min çû***Mirovê çav ji bo xwendinê kor bibeWê dilê wî ronî bide dilê hezaran pê ron bibe***Tu ji dijminê xwe netirseKu dostê te bû dijminê te ji wî bitirseJi ber dostê te her tiştê te zaneLê dijminê te her tiştê te nizane***Mirovê kor bi çavê xwe tiştan nabîneLê bi çavê xelkê her tiştî dibîne***Ji her tiştî re bend tên danînLê ji aqilê zana re bend nayên danîn***Ji dinyayê mezintir tune ji her tiştî mezintir eLê aqilê zana ji dinyayê mezintir e***Çavê reş ji dilê reş çêtir e em zanibinŞeva reş stêr hene wê ron dikinLê dilê reş di hundirê mirov de yeStêr nikarin dilê mirov ron bikin***Laşê gemarî ji dilê gemarî çêtir eLaşê mirov bi şûştinê pak dibeLê dilê mirov bi şûştinê pak nabeIlem bi dilsozî û rastî û dirustî pak dibe***Her mirov ji xwe razî ji xwe hez dikeLê ne bes e divê xelk ji wî hez bike***Çiqas zane bî xwe nebîne zan ji te zantir heneÇiqas mêrxas bî ji te mêrxastir hene

Lê tu dilsar bî û bêhêvî bî ji te xirabtir hene***Dostaniya mirov bi serhevde zû bikeleWek berfa meha Gulanê wê zû bihele***Derew di her tiştî de heram eLê di şer de ne heram e derewan li dijminê xwe bikîNe hewcî dijmin te winda bike tu wî winda bikî***Bertîl di derî re têkevêWê edalet di pacê re derkevê***Edalet zor li pey tune be nameşeZorê jî ji dilê hişk û zende xurtLi pey wî tune be nameşe***Pir li edaletê geriyam min nedîDawî li ba mirovê feqîr û bindest min dî***Birçîbûn ku tê war dikeHelal mala xwe ji wir bar dike***Nebêje cewikrê kûçik ji kûçik çêtir eMezin bibe ew jî kûçik e wê bi te bigire***Namûs ji her tiştî buhatir eLê ne li ba her kesî buhatir e***Ku tacir tune be her tişt erzan dibeLi ba nezanan her tiştê veşartî xuya dibe***Jina xweşik û bêhiş wek gula naylon eBi reng gul e lê hilma xweş jê nayêJi mêrê xwe re bi kêrî tiştekî nayê***

Page 554: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11071106

BêbuharJi bêhişan xêr nabeJi tirsokan mêr çênabeJi dilsozan şer çênabeJi kihêlan ker çênabe***Ne hewcî ji gur pirs bikî karê te çi yeJi şivanê pez pirs bike ew zane karê gur çi ye***Mirovê bênamûs bi birîna xenceran dimireMirovê binamûs bi birîna xeberan dimire***Namûs madeyeke ne xuya ye nayê dîtinBi destan nayê girtinLê roja rûmet pêl bû bi destêMêrê binamûs tê girtin***Mirovê pîs gotina rind qebûl nakeWek xwarina jehrkirî nexweşDikeve mîdeya wî qebûl nake***Mirovê ne tiştek xwe dinepixîne xwe dibîneBê bask difire ji xelkê nizimtir bimîne***Tiştê mirov pê bilind be ne laş eTiştê mirov pê bilind be karê baş e***Başî madeyeke belaş e lê pir buha yeBi destê mirovê baş tê dayîn ne buha ye***Mirovê pîs kare demeke kin xwe rind bikeLê nikare umrê xwe tev xwe rind bikeTehemûl nake ilem wê vegere karê xirab bike***Mêrxasî ne xwendin û medresakeMêrxasî ji namûs û rehê pak e

***Mirovê binamûs qebûl dike bin axêQebûl nake pîsîtî û gotina xirab naxwê***Mirovê rind ji mirovê pîs nakeveGotina pîs ji mirovê pak dernakeve***Gotina pîs wek xwarina pîs eXwarina pîs yek bixwe nexweş dikeveGotina pîs yek bike xelk pê nexweş dikeve***Mirovê xizan bi roj pir rakeveYan namûsa wî kêm e yan aqilê wî kêm eNe kêm be nikare ew rakeve***Mirovê xwar gotina rast ji devê wî dernakeveKu derkeve jî wê xwar derkeve rast dernakeve***Barê welatparêzî pir giran eBarê lokan e ew ne barê keran eNe barê yê tirsok û çav li peran eBarê yên zan û yên canfîda neKarê mirovên firar cî wan zindan e***Dinya ew wek defter eHem xêr e hem jî şer eDixwazî xêrê binivîsîDixwazî şerê binivîsî here***Ku mirov têr be kirasekJi xwarina salekê çêtir eKu mirov birçî be nanekJi kîloyek zêr çêtir e***Birçîbûn kirasekî ji ar e

Page 555: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11091108

BêbuharYê seriyan jêneke nexweEw mirov gêj e ne şiyar e***Dinya sûkeke fire yeHer tişt li dinya heyeHer yek çi dixwaze dikireMirovê pîs pîsiyê dikireMirovê rind rindiyê dikire***Bêhişî ne ew e yê karek kir şaş bibeBêhişî ew e yekî kêmayî gihand wî ji bîr bike***Ku mirovek bi te re keniya pê nexapeSebr bike wî nas bike çi di dilê wî de yeMirovê xayîn kenê wî di dilê wî de yeXapandina wî di kenê wî de ye***Devê gur vekirî pê nexape gur dikenêJi bo bixwe dev vekirî li diranê wî binê***Tu çi karî bikî derî rastî dirustî yeDerî xapandinê hezar in mirov nizane çi yeXwe bi destê her kesî de bernedeJîna xwe bi derewîn û xapokan re dernede***Karê ne karê te be nizanibî tu bikîJi sedî yek serketin tu wî karî bikîJi sedî not û neh tê xwe winda bikî***Gurê gur her kes wî nas dikeLê divê mirov mirovê gur nas bike***Serbilindî ne ew e perê te pir in tu bi kincê pakîSerbilindî ew e tu çeka şerefê rakî***

Karê bê raman çêbibe wek avahiya bê esas eDirêj nake wê hilweşe ji ber ew bê esas e***Her tiştê pir ji yê hindik çêtir eBes gotina hindik û bi feydeJi gotina pir û bêfeyde çêtir eKîloyek zêr ji tonek xwê buhatir e***Tiştê bi qîmetNe di pirbûna wî de yeQîmet ne bi hindik û pir eKîloyek zêr ji tonek xwê buhatir e***Eger zêr zengarî bibaWê hesinê wî erzan biba***Mirovê rind û mêr be bi bêbextiyan pîs nabeKesê bêbext li dawî wê erzan û riswa be***Tiştê dizî bi berfê tu car nayê veşartinDara bilind û qalind bi kartonê nayê qeşartin***Mirov çi xwarinê bixwe ew xwarin xwarin eLê xwarin heye jiyan e xwarin jî heye mirin e***Dinya dinyake pir fire yeHer tiştek li dinyayê heyeLê her yek tiştekî tê de dibîneMirovê rind rindî diçîne yê xirab xirabî diçînePiştî mirin her tişt li şûn wan dimîneYê qenc qencî dimîne yê xirab xirabî dimîne***Karê tu pê nizanibî wî karî nekeKu te kir jî bê şêwira zanan neke***

Page 556: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11111110

BêbuharRêberê xerîban pirskirina bê peranBi rêdana rêberan mirov digihe her deran***Mirov ne di her tiştî de nezan eMirovê her tiştî newêre bike ew nezan e***Mirov salan nejmêre umrê wî çi yeLi dîroka xwe vegere li dinyayê çi kiriye***Umrê mirov li dinyayê mayîHeye ew mirî li dinya nav nemayîHeye ew mirî di dîrokê de nav mayîTorinên wî serbilind in bi wayî***Mirov gulê jêdike bi strî yeJêkirina wê ne xweş eMirov jêdike jê natirseJi ber hilma wê xweş e***Mirovê rind bi ziman û karê xwe tê naskirinEslê mirov bi kincên wî û zimanê wîÛ bi navê wî tê naskirin***Mirovê pak wek genimê bijartî tim wê pak beLi erdê pak biçîne jî gemar tê de çênabe***Silametî bi zulmê ew çênabeSilametî bê edalet çênabe***Miletê birçîbûn li nav pir dibeSiyaset li nav wî miletî pûç dibe***Miletê di nav wî de xwendin nebeWê xizan û nezan û bindest beBê kiyan û pergende be

***Ji ewran xêm û star çênabeLê ji ewran xêr û baran çêdibe***Her ewrê reş ne baran eLê mirov nikare bibêje ne baran e***Baran heye xêr e baran wê şer pir eYê şer xêra wî ji şerê wî bêtir eLehî û xirabkirina wî ji erda zuha çêtir eLehî xirabkirin buhar li pey xêra wî bêtir e***Ziyana mezin ne ziyana pere û mal eZiyana mezin welat here namûs ûirz ûiyle***Yê doktor ji nexweşê xwe re got tu birçî dibî çi dixwîMirovekî ji doktor pirsî çima dipirsî çi dixwîDoktor got ji bo zanibim xizan e yan dewlemend eEz çiqasî ji wî bistînim ji bo wî dibêjim çi dixwî***Mirovê pîs bi bergerî rind nabeWek kulav e ku lênexî pak nabe***Mirovê pîs gotina rind jê re bikî nexweş dikeveGotina pîs jê re bikî rehet dibe serxweş dikeve***Pîsî li ba mirovê pîs mêranîPîsî li ba mirovê rind erzanî***Qirika derewînan xwar e gotina rast jê dernakeveGotina rast bike tiştek ji wir dernakeve***Tişt heye ji Xweda ye tişt heye ne ji Xweda yeKarê rind ji Xweda ye karê xirab ne ji Xweda ye***

Page 557: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11131112

BêbuharKarê zor ne yê mirov pir bikeKarê zor mirov neke ji bîr bike***Tiştê mirov winda bike belkî bê dîtinLê tiştê mirov ji bîr bike ew nayê dîtin***Her tiştek bingeha wî heyeLê bingeha derewan tuneBingeha derewan mirovê derewîn heyeMirovê derewîn dijminê xelkê û xwe ye***Dîrok bi hezaran sal dadiqurtînê winda dikeLê nikare navê mêrxasan û mirovên dîrokê winda bike***Ji her tiştî re bend heyeLê ji zana û mêrxasan reBend û sînor tune***Tiştek bi xwe çênabe ku mirov wî çênekeKu nikare çêbike tiştê çêkirî xirab neke***Xêr û guneh li dij hevdu neJi herduyan re dawî tuneLi her deran jî çandineYên çandinî ez û tu neKarê Iblîs bi wî tuneIblîs nikare çetin e***Ku timayî nebe Iblîs mirîWê şer here xêr bê derî***Rehman wijdan e û sebr rehman eGava herdu ne li ba te bin tu şeytan e***Kesek nabêje ez xirab im karê dike

Lê yê xirab karên xirab dikeYê rind karên rind dike***Divê mirov sebr bike û li xelkê rehmê bikeBerî xelk li wî sebr bike û rehmê bike***Hingivê bi minet jehr ji wî şîrîntir eHindikê bêminet ji tiştê pir û biminet pirtir e***Serê mirovê binamûs ku daketBi salan serê wî rast nabeSerê bênamûsan danakeveJi ber bar sivik e tu car xwar nabe***Mirov çi xwarinê bixwe bi peran eBes sermaya zivistanê bixwe ne bi peran e***Mirov çi kar kir sebr bike berî xelk li wî sebr bikeRehmê li xelkê bike berî xelk li wî rehmê bike***Ji feylesof pirs kirin tu çawa bûyî feylesofLi wan vegerand got li nav ehmeqan ji xwe zantirMin nedî ez bûm feylesof***Gotina pir û bê sebeb serê mirov diêşîneGotina xirab û bêvac dilê mirov diêşîne***Mirovê xirab nabêje ez xirab im ji heqê wî yeGava karê xirab dike ew kar şahidê wî ye***Ku ben çiqas qalind be di navbera mirovê dîn û dîn de diqeteLê ben çiqas zirav be di navbera yê dîn û biaqil de naqete***Feylesofê mezin mirov ji wî hez bikeGotin kir xelk li wî guhdarî bike

Page 558: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11151114

BêbuharDijminên xwe kêm bike dostên xwe pir bikeKu şer nêzîkî wî bû ji xwe dûr bike***Hêştir pesnê xwe dide ez bilind im dimeşeLê hefsarê wî bi kurtanê ker veGirê didin li pey ker bêhiş û bêfedî dimeşe***Mirovê ehmeq pir xwe dibîneGava dimeşe ber xwe nabîneKu lukumî ket serî li erdê ketSerê wî şikest ber xwe dibîne***Mirovê biaqil divê qîmetê mirovê ehmeq bizaneKu ne mirovê ehmeq be xelk qîmetê mirovê biaqil nizane***Mirov gotina rast bikeEhmeqan li xwe gur dikeEw dostên xwe kêm dikeDijminên xwe pir dike***Dijminê zan ji dostê nezan çêtir eXêra wî ji dostê nezan pirtir eDijminê zan dijminê te yeDostê nezan dijminê xwe û te ye***Mirovê çê ku di rêkê de çû tê de hereHeta bigihe dera dixwaze venegereKu ket karekî rast çiqas zor be pêde hereDivê sebr bike ji wî karî venegereHeta sebr zivêr bibe sebr li ber wî bigere***Sebr tal e ku mirov sebr bike bêrevSebra wayî sebr dibe hingiv***Mirovê talî nexwe qîmetê şîranî nizane

Mirovê bêhiş ku talî nexwe qîmetê şîranî nizane***Mirov heye bêkêr û bê sermiyan eWek barekî li ser xwediyan giran eEw mirov mirin ji wî re derman eNemir ku ma ne kar e ew ziyan e***Deriyê xêrê vedibe bi kilîta sebrê vedibeDeriyê şerê bi kilîta nezanî û ecelebûnê vedibe***Xisara biçûk xisara mal e here wê vegereXisara mezin xisara can e here nema vedigere***Rehmê li bêrehman bikî ne rehm eWê bibe şer li te vegereRehm li bêrehman nebeWê şer bike heta winda bibe here***Mirovê rind ku barê wî ketKu tu qencî bi wayî bikî tu wî kar dikîMirovê pîs ku barê wî ketKu tu qencî bi wî bikî tu wî har dikî***Mirovê pîs û gemarî bi av û sabûnê pak nabeWek kulav e dema kulav gemarî dibeDerdixin derve her mirovek bi alîkî digireBi daran lêdixin wê demê ew pak dibe***Mirovê bêkêr li dinyayê tiştekî nake li axretê digirîLi dinyayê kar nekî li axretê hilnagirî***Xwedayê herdu dinyan yek eKu dikî herdu dinyan kar bikîXêran bike karê xirab neke***

Page 559: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11171116

BêbuharŞeytan û zanebûn ne sebebên şer inTimahî û nezanî herdu sebebên şer in***Şerê mezin heye şerê biçûk heyeŞerê biçûk xelk şer çêkeŞerê mezin tu şer çêke***Mirovê nezan bi keda xwe nan dixweMirovê zan bi aqilê xwe nan dixweMalê mirov pir bike nexwe ne mal eMalê ku mirov bixwe û pê bilind bibe ew mal e***Her tişt li dinyayê tê veşartinNavê zana û mêrxas û rindan nayê veşartin***Ku malê mirov çû mal bi kar vedigereKu rûmeta mirov çû bi çek vedigere***Her tişt gemarî dibin ew bi avê tên şûştinBes ar û namûsa mirov herdu bi xwînê tên şûştin***Agir bi agir venamire agir bi avê vedimireŞer bi şer venamire şer tim bi aştî vedimire***Rastî boxazekî teng e her kes nikare tê re derbas beRastgo dostên wî kêm in ji pîsan xelas nabe***Her tişt bi pere û qapan tê firotinLê derew bi pere û qapan nayê firotin***Dil rast e lê wijdan bes bi gotin eDilê her kesî heye lê wijdana her kesî tuneSermiyanê belfan û derewînan sondxwarin e***Jina çê kiyana wê zarok û mêr e

Jina xirab kiyana wê xwarin û kinc û zêr e***Jina çê di rojên teng de bira yeJina xirab di rojên teng de bela ye***Dikî qîzekê bixwazî tu zanibî çawa yeTê nas bikî li diya wê binêr çawa ye***Baz ji hêlîna bazan derdikeveQaz ji hêlîna qazan derdikeve***Mirovê xweşik û bê finas wek zilindarê yeTim şîn e pelên wê naweşin gulên wê xweşik inLê tal e wer dimîne heywan naxwin ker jî bixwe nikare***Mirovê qels û bêkêr wek ava sekinî li ser wî tim gemar eGenî ye mirov nikare nêzîk bibe pak nabe nayê vexwarin***Aştî ne ew e di şer de lêxistinê bixwî aşt bibîAştî ew e ku tu heyfa xwe ji dijminê xwe hilînî aşt bibî***Bi hezaran ton genim ji erdê tên rakirinLê sed xram ard bi ber ba keve ji erdê nayê rakirin***Ku zêr ket mehkemê hakim li ber teslîm dibeKu zor ket meydanê heq li ber teslîm dibe***Li ba mirovê bi wijdan Xweda ji her tiştî xurttir eLi ba mirovê bê wijdan pere ji her tiştî xurttir eJi ber nikare bi çeka Xweda here xirabî bikeLê kare bi çeka peran here xirabî bike***Xizanî ne xizaniya malê kêm eXizanî xizaniya aqilê kêm eAqil pir be mal vedigere

Page 560: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11191118

BêbuharAqil kêm be mal venagere***Ku şer giran çêbû şerê mêr tê de bimirinXelk perê te najmêrin xelk mêrên te dijmêrin***Ku zulmek li mirov bû nebêje zirar nake bila tişt nebeDivê heyfa xwe hilîne ji dijmin ji bo careke din tişt nebe***Çiqas agir xurt û germ be mirov kare vemirîneLê nikare agirê şerê şoreşgêran vemirîne***Çiqas barê giran be mirov kare ji cî wî rakeLê nikare navê zana û mêrxasan ji dîrokê rake***Doktor kare nexweşiya mirov derman keLê nikare wijdana nexweş derman ke***Mirovê ehmeq û paye ne hewcî xelkê xelk wî bibîneKu alem tev wî nebîne ew xwe dibîne***Ehmeqî nexweşîkî derman nabeLê yê ehmeq derman dike nexweş nabe***Mirovê şerîf û mêr ji topan natirseLê ji xeberên xirab û deynan ditirse***Her kes kare barê tiştan rakeLê her kes nikare barê namûsê rake***Mirovê pîs bi xelkê re tê hejmartinLê bi camêran re nayê hejmartin***Di her kevirî de agir heyeLê bes di kevirê pur da agir tuneJi ber germ nabe ji tiştekî re nabe

Bênamûs e namûs di wî de tune***Çek ne çeka dizan e pê xelkê tazî bikîÇek çeka qelem û zanyarî li pêş xelkê ronî bike***Çeka nivîskaran qelem û zan eÇek şaîran qelem û ziman eXwedayê aliman ewya li ezman eXwedayê li erdê ew bext û wijdan e***Mirovê xurt wek çemê xurt e tim pak û zelal eXelk ji ava wî vedixwe ew pir helal e***Mirovê ehmeq û bêcir nêzîkî wî bibîTê bişewitî ji wî dûr kevî tê xelas bibî***Dost û nedost di rojên teng de xuya dibeMirovê mêr û nemêr di şer de xuya dibe***Her kes dibêje ez comerd im mirov nizane kî comerd eDi xwestinê de xuya dibe ku berê destê xwe bavêjeBerîka xwe ew comerd e***Mirovê ehmeq û şerûd xêrê ji wî bixwazî ne xêr eKu şerê wî negihe te ew jî xêr e***Şerê tu pê zulmê vegerînî ne şer eŞerê ku tu pê zulmê bikî ew şer e***Mirovê mêr û binamûs ku bixeyideKare kasa jehrê daqurtîneLê yekî ji wî re gotineke xirab kirNikare wê gotinê daqurtîneKu dikeve şer yan dide yan distîne***

Page 561: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11211120

BêbuharMirovê mêr û binamûs çi bar be kare hilgireLê ew nikare barê bênamûsiyê qe hilgire***Di destê mirovê rind de ka biqîmet dibeDi destê mirovê nerind de zêr bêqîmet dibe***Dinya medreseyeke fire yeTu karî her tiştî tê de bixwînîLê ku mirî nikarî tiştekîBi xwe re bibî nemirî li dinyayê bimînîTiştê li vê dinyayê çandî wê li wêDinyayê şîn bê wê ber bide tê jê hilînî***Miletê bindest şoreşa wî bi destê nezan û xayînan rabeÛ ders nekiribe wek avahî bê bingeh hilweşe wê xirab beWê xelk di bin de bimire ranabe***Li ba mirovê tima ecûrê tal belaş beWê şîrîntir be ji hingivê bi peran be***Mirovê nexwaze bigihe xelkêLi pey xelkê bireve nagihe xelkê***Mirovên parsek nikarin xwarinê bidin xelkêJi ber ew ji xelkê distînin nadin xelkê***Di jînê de çawa mirov wê kêf bikeYan zarok be yan dîn be yan bênamûs beYan perê wî pir be wê kêf bike***Mirovê bimal û mirovê binamûs pir diwesteLi dinya rehet nabeYê tima tim kar dike ji malê dinyê têr nabeYê binamûs dikeve çi karî bike li ber xwe dikeveNikare destê xwe li ber xelkê vegire pir diweste

Rehet nabe***Mirovê xizan gotinê dike kes guh nade wîZarokê biçûk negirî dê şîr nade wî***Du tişt li dinyayê winda neMirina feqîran û eybaZengînan winda ne***Gotina pir û bêfeyde nayê guhdarîkirinWek xwarina bê xwê ye nayê xwarin***Mirovê ji mirinê hez bike kiyana wî tê parastinMirovê ji mirinê hez neke jiyana wî tê parastin***Mirovê ji jina xwe bitirse bênamûs eJi jina xwe netirse jî bênamûs e***Mirin tal e mirov diçe venagere winda dibeLê ji bo namûsê û welat û azadî ji hingiv jî xweştir dibe***Mirov bi zimanê xwe tê girêdanHeywan bi hefsarê xwe tê girêdan***Mirovê pîs ji wî re bibêjî tu pîs î dixeyide li te dinêreEw jî zane pîsî eyb e ew dixwaze veşêreLê pîsî bi berfê nayê veşartin ew nikare veşêre***Çiqas mêrxas bî nebêje ez mêrxas imDivê hesabê mirovê mêrxas bikîJi te mêrxastir li dinyayê heneTu nikarî dinyayê tev zeft bikî***Mal eyba zengînan vedişêreXizanî qenciya feqîran vedişêre

Page 562: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11231122

Bêbuhar***Mirovê xizan ku hingiv be kes tam nakeMirovê zengîn ku qehp be kes qal nake***Jina nişmî ji mala wê de xuya yeJina bêtor e ji zimanê wê de xuya ye***Şer ne rind e lê ji alîkî de rind eMirov pê mêran nas dikeRoja teng ne rind e ji alîkî de rind eMirov pê dostan nas dike***Mirov dostê xwe nas dike heta feqîr beMirov dostê xwe nas nake heta zengîn be***Xizanî kirasekî ji agir eMirov xizan û kal be hîn pîstir e***Mirovê xurt Xwedayê erdê ye ji ber Xwedayê ezmanKarên rind dikeMirovê xurt kare karên xirab bikeÛ karên rind bike***Ku tu ketî şer birîn bûyî hevalên te hatinKuştin divê tu negirîKu tu bigirî teslîmbûn e tu ji dijminê xweRehmê dixwazî divê şer bikî xwe bigirî***Di şer de dest hilînî derî xêrê yeKu tu ji dijmin re teslîm bûyî derî şerê yeNe tu xwe ji dijmin xelas dikîXwe bênamûs û bindest û riswa dikîTê tim bindest bimînî heqê xwe winda bikî***Teslîm nebî di şer de bêyî kuştin tu xwe dikujî

Teslîmî dijminê xwe bibî nêyî kuştinLê tu doza xwe û miletê xwe bi saxî dikujî***Mirov zane be bi pey keve li dinyayê her tişt tê fêmkirinBes gotina derewînan nayê naskirin û nayê bawerkirinÛ nayê fêmkirin***Zarokê biçûk ku bigirî ji wî re ne eyb eJi ber çeka wî girî ye zimanê wî nagereBi girî ji diya xwe şîr dixwazeMirovê mezin eyb e bigirî mirovê mêrDaxwaza xwe ji dijmin bi çekê dixwaze***Tacirê tiştên xwe li ber xelkê bigerîneWê tiştên wî erzan beMirovê qîza xwe li ber xelkê bigerîneBide xelkê wê bê rûmet û kiyan be***Eskerê mirov xurt be kare şerê topanÛ teyaran bisekinîneLê nikare şerê ziman û bêbextiyanÛ derewan bisekinîne***Mirovê xwar bimeşe tu carî rê li ber wî rast nabeWê di riya xwar de here heta tê de winda be***Mirovê xwar tu car rast nabe ji ber xwar çêbîKu bi zorê rast bikî wê bişike ew nerast çêbî***Mirovê pîs bê guneh nabe heta bimireJi wî hez nake miletê wîPiştî ku mir dimîne sûretê wîNema gunehan dike tif kin ser sûretê wî***Mirovê xwar wek dîwarê xwar e xelk nikare

Page 563: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11251124

BêbuharDi ber wî re derbas beDi ber re herin jê ditirsin hilweşe***Ji pîsan dûr keve şerê wan nê teJi pîsî dûr keve hilma wê nê te***Yê eslê xwe winda bikeWek perê bê îmze yeKesek nema wî radikeXwe pîs û bêxwedî dike***Mirovê mêrxas guleyên topan çavê wî naşikîneLê tunebûn û xizanî çavê wî dişikîne***Xizanî kirasekî ji ar eYê jê netirse yan dîn e yan bêar e***Mirovê mirî ji yê wijdan mirî çêtir eXêra xulamê sax ji xêra axayê mirî pirtir e***Roj li cî xwe nagere roj tu carî nagerêJi ber roj ew agir e rohnî dide her derê***Dostê ji xwe çêtir nebînî yên pîstir pir inLê bêxêr û zuha ne ewna wek bayê kur in***Mirovê xelk wî nas bike ne bi gera pir eEw li mala xwe xelk wî nas dike ji gerê çêtir e***Mirovê di şer de pir kir gurgur ew şer bike nikareWek ewra bêbaran dike gurgur nabare***Tiştê erzan bikirî ne erzan eTiştê buha bikirî ew erzan e***

Dîrok wek çiya ye qet winda nabeGava mij bê ser wê çiya winda beGava mij here wê çiya xuya be***Mirovê rind ji wî netirse çiqas çêbe neyarîKu keys ket wî te nakuje tu carîMirovê rind riya dostî dihêleTiştê xirab ew li pey xwe dihêle***Malê bi aqil were jêhatin eMalê bi ehmeqî were lêhatin e***Heta kûçik sax beDûvê kûçik wê xwar beDema kûçik bimireDûvê kûçik wê rast be***Mirovê birçî nebeQîmetê xwarinê nizanePiştî ku wayî têr xwarHalê birçiyan nizane***Bayê kur nayê hezkirinMirovê xwar nayê hezkirinSirê dilan nayê naskirinJehr bi şekir nayê xweşkirinÇiya bi ben nayê kaşkirinMirovê zan nayê şaşkirin***Her hesinê zer ne zêr eHer wek şêr be ew ne şêr eHer mirov ewya ne mêr eMalpir nexwe ew ne têr eMalpir bixwe ewya têr eKurkût jî ew wek penêr e

Page 564: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11271126

Bêbuhar***Çiwalê binî qul tewr tije nabeZikê timahan tu car têr nabeBerî parsekan tewr tije nabePîs bi gotinan tu car baş nabe***Şerê dijminê xwe nekîHeta hêza wî nas nekîXwe ji wî xurttir nekîTu car şerê wî nekîJi bo xwe winda nekîDijmin bi xwe şa nekî***Ku tu kar nekî nebêje li ser XwedêTu giran dikî bar li ser XwedêDivê alîkî tu jî tev XwedêKarê xwe bikî ne li ser Xxwedê***Comerdî ne bes mirov nan bidêComerdî ku neyarê xwe girt serbestiya wî bidê***Mirovê binamûs çeka wî şûr eMirovê bênamûs çeka wî kîr e***Mirovê axatî dikeKarê xwe bi xelkê dikeKarê xwe dimeşîneKarê xelkê aware dikeEw xelkê biçûk dikeEwya xwe mezin dikeDerdikeve ser milê xelkêEw xelkê nizm dikeEwya xwe bilind dike***Yê şerê mirovê rind bike

Ewya şerê xwe dikeWijdana xwe dikujePîsî xwe xwe xuya dikeXwe li ba rindan erzan dike***Roj bi perdan nayê veşartinDar bi kartonan nayê qeşartinÊ gur pezê xelkê dixweYê kûçik be xelk lêdixe***Mirovê nebe xulamê miletê xweNabe serokê miletê xwe***Zengîn zengînê aqil eZengîn ne kesê malpir e***Malxwê malê nezan beWê kuflet tim xizan beLi mal wê tim erzan be***Bi şev mirovê nezan rêber beMirovê bi wî re wê tim di kortan wer be***Mirovê kar neke qelpî bikeYan wê parsê bike yan wê diziyê bike***Her heywan rizqê xwe dixweBes kulî rizqê xelkê û xwe dixwe***Sîleh nebe aştî tuneAştî hebe sîleh tune***Xizanî rûyê mirovan reş dikeKêfa hesûd û dijminan xweş dike***

Page 565: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11291128

BêbuharMirovê goşt bixwe û yê birçî ne wek hev inMirovê daran bixwe û yê bijmêre ne wek hev in***Aqilê kêm aqilê me beWê mala me xirabe beWê warê me tewr nebeWê ev hal tim halê me be***Mirov karên vala bikeWek bêndera bê genim ba bike***Dijminê bav û kalê teKu hukim bike ew li teWê ew be koledarê teWê rehmê neke ew li teWê ew bixwe tim malê teWê ji hêştir guh bide te***Ku tiştê te bi zor hereBi bergerê venagereLê bi zorê ew vedigereZor lêdan û ilm û pere***Li Kurdistanê zehî cîhanêPirê Batmanê aşê ridwanêDêra Zehferanê bindestîKurdistanê***Mirovê rind li ba mirovê pîs mar eGotina wî li ba mirovê pîs jehr e***Mêvanê kevin ji mêvanê nû hez nakeMazûvanê çikûs ji herduyan hez nake***Kurd çi bikin tim şaş in

Ji xelkê re pir baş inLê ji hev re ne baş inJi ber wê tim li paş in***Tiştê dijmin ji mirov ra çêbike ne ewya xêrê dikeTiştê dijmin çêbike wê dijmin xirab bike***Hov hov in mirov mirov inHov rizqê xwe dixwinMirov rizqê hev dixwin***Mirovê helalxwer rizqê xwe ji Xwedê dixwazeMirovê heramxwer rizqê xwe ji xelkê dixwaze***Dema li mirov teng dibeDost ji dijmin xuya dibe***Her yekî bigota ez bizin baWê erda dinyayê tev pişkul ba***Mirovê zarokên wî serserî binNe wê ji xêra wî bin wê ji şerê wî binJi wî re bibêje umrê zarokên te dirêj bibeNifiran li wî dikî ji bo ewya rezîl bibe***Hespê kihêl ku siwarê wî ket siwarê xwe bernadeMirovê şerîf ku dostê wî ket dostê xwe bernade***Mirovê mêr çiqas kal bibe nefsa wayî nayê guhartinZêr çiqas kevin bibe rengê wî nayê guhartinÇiqas şerê rastiyê bibe rastî bi derewan nayê veşartinÇaxa dayînê destê comerdan wê ilem bide tu car nayê girtin***Gur gur e gur ji gur ne çêtir eBila haya te ji te hebe çêtir e

Page 566: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11311130

Bêbuhar***Mirovê fedî dike heqê xwe bixwazeEw heqê xwe winda dikeMirovê pir timahî bike ew karê xwe xirab dikeDostên xwe winda dike û rizqê xwe kêm dike***Karê bikî bi zanîn kar ji te re bimîneKarê bê zanîn bikî tehba te ji te re dimîne***Mirovê xeyalkar be qesran ji pûş lêdikeMirovê ramandar be qesra bi hiş lêdike***Çiyayên bilind ew cihê baz û şêran eNîşan nede ji dûr de ewya bi xwe xuya ne***Kî wijdana xwe kêm bikeBi heramî kar bikeSerê xelkê jêbikeWê malê dinyê pir bike***Dost ne dost e ku tu xurt bî dostê te beDost ew dost e ku tu ketî dostê te be***Li nav Cihûyan ne Cihû bî tu jîn nabîLi nav xelkê tu comerd bî tê buha bîLi nav xelkê bi terbiye bî tu pîs nabîJi dûr de wek çiyayê bilind tê xuya bî***Mirov dike tiştekî bifroşe bê sebr tişt erzan dibeKu dike mirov tiştekî bikire sebr bike erzan dibe***Her mirov li wî binêre bi laş însan eLê her mirov bi aqilê xwe ne însan e***Mirovê mêrxas û şerîf kare jehrê daqurtîne

Lê ku soz û peyman da camêranNikare gotina xwe daqurtîne***Felsefa mezin ew e xelk mirov bi rindî nas bikeRindî bike xirabî derbas bikeKu dostê wî ket tengî dostê xwe ji tengî xelas bikeKu yek bi wî şêwirî riya xwar li ber wî rast bike***Malê pir bikî nexwî li pey xwe bihêlî ne mal eMalê bixwî pê kêf bikî pê pêşkevî ew mal e***Feyda mirov ji çikûsan nabe xwe çikûs nekeFeydê ji derewînan bibîne xwe wek wan pîs neke***Xweşî ne bi xwarina xweş û pakiya laş eÛ ne li xwekirina kincên qumaş eXweşî xweşiya dilê pak û karê baş e***Di baxçan de ne hewcî nîşan bidîGula sor ji dûr de xuya ye min dî***Di rojên fireh de kî be merî yeYê di rojên teng de ne merî be ne merî yeYê wijdana xwe bi nan firotîEw li ku be bê xwedî ye***Mirovê biwijdan û binamûs ew e namûs û wijdana xweNefroşeYê wijdan û namûs ji wî re lazim be ew nafroşe***Mirovê zan û mêr mêraniya xwe dihêleJi roja şerê giran reMirovê ehmeq û mêr mêraniya xweXirab dike di tiştên vala û erzan re***

Page 567: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11331132

BêbuharMirovê li axretê cinetê dixwazeMalê heram li vê dinyê naxwaze***Mirovê serhişk fikr ranakinSerê bifikr tu wayî radike***Li ber mirinê nagerim mirin li ber min digereUmrê ku çû ew êdî venagere***Pêşî umr çêbûn eUmrê umr pîrbûn eDawiya wî nebûn eCan tevde wek hevdu ne***Mirovê feqîr ku xewneke xweş dibîne kêfxweş dibeLê ku ji xew radibe dixeyide nexweş dibe***Ku tiştek xirab bû destê tê negihişt wî tu çêbikîMirovê dengê te ne hewcî bang wî bikîXwe newestîne feyde tune nikarî tiştekî bikî***Textê xirab bi boyaxê baş nabeMirovê mir bi dermanan sax nabeLi dinyayê her tişt bi ya te nabeRind û xirab wê tim ji hev cuda be***Ku ne zora lêxistina çakûç beMîx di text re naçe xwarÇakûç di destê necar de yeRehmê li mîx nake tu car***Rehm li her tiştî dibe rehm li bêrehman nabeKu tu li wî rehmê bikî rehma wayî li te nabe***Necar li dar rehm bikira

Dar nedibirî bi zorberîDar nedibû şibak û derî***Li dinyayê hebsa evdan heye hebsa Xweda tuneHebsa evdan girtin û mehkeme yeHebsa Xweda pîrbûn û nexweşî û mirin eHebsa evdan berdan heye hebsa Xweda berdan tuneLi wê dinyê mehkema Xweda dimîne xêr û guneMirov li vê dinyê hukim dike li wê dinyê rev jî tune***Mirovê bê edeb nikare edeb binivîseKu binivîse wê şaş binivîse***Ku xwarina te hebeWê xelk tev li dora te beKu xwarina te nebeWê xelk tev dûrî te be***Yê ji Xweda netirse ji wî kesî bitirseKu qîzekê bixwazî li eslê wê bipirse***Kurê te heft salên pêşî lîstika te yeHeft salên duduyan xulamê te yeHeft salên sisêyan yan dostê te yeYan dijminê te ye***Pakî ne bi çermê pak û kincên pak ePakî bi ramanên pak û dilê pak e***Dawiya her tiştî heye dawiya derewan tuneSeneteke pir û pir sivik e xeyal û xapandin e***Tiştê rast bê cefa rast nabeTiştê xwar berê xwar eTu rast nekî wê wa be

Page 568: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11351134

Bêbuhar***Jina bajarî qelenê wê erzan eLê xwedîkirina wê buha ye giran e***Mirovê biaqil divê gotina xwe li gorî umrê xwe bikeBerî bifkire gotina xwe vala çenekeKincên xwe li gorî umrê xwe li xwe keÇiqas malê wî pir be dostên xwe ji bîr nekeRojek wê bê wê vegere wek berê bibeJi bo dostê xwe dernede xwe poşman neke***Ku mirov li erdê ket li erdê namîne wê rabeLê şeref û navê mirov li erdê ket ranabe***Şeref ne lêxistin eŞeref ew parastin e***Tiştê li wî negerî tu wî nabînîEw jî nayê ba te tu wî bibînî***Ne hewcî mirovekî nas bikî çawa yeDostê wî nas bike tê zanibî çawa ye***Mirov çiqas qelew be goştê wî nayê xwarinKu mirov xêran bike xêra mirov tê xwarin***Mirovê pîs bi karê xirab xwe pir dibîneMirovê rind bi karê xirab xwe kêm dibîne***Mirovê xizan tune naxwe ne mehrûm eMirovê dewlemend heye naxwe ew mehrûm eMirovê xizan bi dest keve wê bixweLê mirovê dewlemend bi dest wî ketî ew naxwe***Mirovê dike li nav miletekî rûne divê bi wan zane be

Ne wek wan be li nav wan wê jîn nebe***Nefsa bilind xwediyê xwe nizm dikeNefsa nizm xwediyê xwe bilind dike***Mirovê boyaxçî be kare cawê spî reş bikeLê ew nikare cawê reş spî bike***Ji sedî deh xizaniya mirov ji Xwedê yeJi sedî not ji mirov e xizaniya wî ne ji Xwedê ye***Gava ku destava mirov tê mirov diçe mala avêJi qesra melekan xweştir e di wê gavê***Kesê zan difkire û gotina xwe dikeKesê nezan berî bifkire gotina xwe dike***Di navbera zanîn û nezaniyê de nezanî û zanbûn eZanbûn hebûn e nezanî nebûn e***Bi gotinên xelkê mirovan hukim nekîWî hukim nekî berî wayî ders nekî***Li dera kêf û henek pir dibeNexweşî li wir kêm dibe***Roja mirov ji diya xwe çêbûyeEw mirov ji mirinê re çêbûye***Mêrê çê dostê dostê xwe beDijminê dijminê xwe beXwedî gotinê xwe beÇê û xirab zanibeBi derewan şaş nebeNeyê guhartin wek xwe be

Page 569: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11371136

Bêbuhar***Mirov bi malperestî mal pir nekeJi bo mal rûmeta xwe binpê nekeKu mal here careke din ew mal vedigereRûmet çû careke din venagere***Li riya rast diz nayê veşartinBi derewên pir zan nayên xapandin***Bi destekî du zebeş nayên rakirinLê bi du destan çar zebeş tên rakirin***Ku şer vêket agir eKu vemirînî çêtir eVenemirînî gur bibePir cî pê xirab dibe***Bila mirov jehrê bixwe helal eMalê xelkê bixwe ne helal e***Mirovê rastgo mirov tiştekî ji wî pirs dikeBersivê dide gotina xwe zû dikeMirovê derewîn du caran çavê xwe qurç dike û vedikeHeta derewan li hev tîne di pey re gotina xwe dike***Mêrê mêrxas di rojên fireh de nayê hezkirin û tal eLê di şer û rojên teng de pir şîrîn û delal e***Hespê nêr ji têrbûn û xurtbûnê dihîreKu birçî û lawaz bû nikare ew bihîre***Kewê gozelRengê wî çeleng eDengê wî xweş eLê bi miletê xwe re xayîn e

Dijminê miletê xwe yeDilê wî reş e***Ku tu ji mala xelkê derketî li paş xwe nenêreTe berê dîtiye li pêşiya xwe binêre***Mirovê li ber koledarê xwe destê xwe ranekeDivê qala rûmet û namûsê nekeDivê her tiştê buha û birûmet çekeDivê bar ke ji ber dijmin welatê xwe doz neke***Kesê tirsok tu car ne wê serwer beHeta sax be li dinyayê wê ker be***Azadî kenz e divê mirov lê miqate beDivê mirov lê miqate be ji bo winda nebe***Mirov azadiya xwe winda nekeBerî heqê xwe winda bikeKu hêza xwe winda bikeWê azadiya xwe jî winda bike***Mirovê mir dinya bi wî xirab nabeLê ew ji dinyayê xirab dibeMirovê mir ranabe***Ji hêştirê ketî ji bilî hophopê namîneKer fetisî ji ber kurtan dimîne***Çiqas şev be çira tim vêketî namîneMirov çiqas xurt be dinya ji wî re namîne***Ew lawê ne ji te beSermiyan ne perê te beWê xêr ji xelkê re be

Page 570: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11391138

BêbuharXêra wî ne li te be***Mirovê rind ne ew e nimêj bike ji bo here cinetêYê rind ew e bi namûs be biparêze rûmetê***Kûçikê nizane biewte mêvanan ji xwediyê xwe re tîneZarokê bê terbiye ji xwediyê xwe re şer tîneMerheba pir ji mirov re dostên pîs tîne***Mirovê nezan nizane çi ji pê reTehba wî ji wî re malê wî ji xelkê reBela wî ji wî re xêra wî ji xelkê reXelk malê wî dixwe ew lê dinêre***Rizqê kêm ne malê kêm eRizqê kêm aqilê kêm e***Mirovê ehmeq ne hewcî tu dijminê wî bîEw dijminê xwe ye berî tu dijminê wî bî***Mirovê ruh di wî de hebe deng lêkî wê ji xew rabeLê mirovê mirî deng lêkî ji xew ranabeFeyde ji qehpan dibe feyde ji meslehçiyan nabe***Fikra zana kare têkeve hemû dinyayêLê nikare têkeve serê mirovê ehmeq li hesabê wî nayê***Mirovê baş be navê wî bi gotinan pîs nabeMirovê pîs be navê wî bi tonek zêr baş nabe***Rêberê mirov ker beWê halê mirov wer beRêberê mirov ga beWê halê mirov wa be***

Mirovê çê roja teng xelk xwe lê digireMirovê qels roja teng xwe li xelkê digire***Teyr bê paseport kare here herDewletan sînor ji wî re tuneRamana zana wekî ba ye derbas dibeHer dewletan sînor ji wî re tune***Mirovê koledar kare perweran hebs bikeLê nikare dilê wan û ramanên wan hebs bike***Mirov ne kêm be kêmayî nakeMirov ne qels be derewan nake***Ji gûyê kûçik helaw çênabeJi pûrtê kûçik kulav çênabeJi çermê kûçik pêlav çênabe***Nisûbetî ji nisûbetan eBênamûsî ji bêrûmetan e***Mirov çiqas bireve nikareJi dinyayê derkeveMirovê çiqas bertîlan bideNikare ji hebsa kalbûnê derkeveWê tê de bimîne heta bikeveBin axa sar de wê ew rakeve***Mirovê rind ne ew ê nimêj bike deynê Xweda bideMirovê rind ew ê heqê xelkê nexwe deynê xelkê bide***Mirov nebêje ev tişt xirab eYê xirab kirî ewya xirab eYê ku çêneke bixwe çênabeYê xirab neke ew xirab nabe

Page 571: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11411140

Bêbuhar***Qîzan ji jinan nexwaze ji te re nabe jinQîzan ji mêran bixwaze wê qîz bibe jin***Her tişt li dinyayê têr dibinÇar tişt li dinyayê têr nabinErd û qelem û agir ûMirovê timah têr nabin***Parsek parsekan bibinWê parsek pir bibin***Mirov bû mal bêkar nabeDar ku hişk bû bê ar nabeÇêlîka mar bê jehr nabe***Ne hewcî mirov şerê mirovê ehmeq bikeEw bi xwe şerê xwe dikeDivê mirov pesnê wî bideJi bo ew xwe winda bike***Mirovê dike di avê de bifetiseDestê xwe davêje striyanMirovê ew kete tengîEwya diçe hemû deriyan***Mirovê rast heta bimire xwar nabeDûvê kûçik heta nemire rast nabe***Welatê kar lê nema mirov yan wê parsê bikeYan li wir diziyê bike yan jî ji wir bar bike***Mirov bi aqil kare her tiştî nas bikeKare xwe ji her belayê xelas bikeSebr gemî ye mirov kare pê behran derbas bike

***Mirov bi aqil û qenciyê digihe her deranQenciyî bi kûçikê har bikî dibe dostê meran***Mirov kare li her tiştî xwe ragire sebr bikeLê nikare xwe li mirinê ragire û sebr bike***Her tişt bi zorê tê birinLê bi zorê nayê dayîn tê birin***Mirov malê xwe hinekî bixwe hinekî bihêleQirûşê xwe yê spî ji rojên reş re bihêle***Mirovê karê xwe berde karê xelkê bikeXiyanetê bi xwe re dikeMala xelkê ava dikeMala xwe xirab dike***Malê pir ku li vê dinyê pê xêran nekîZulmê bikî ew cineta vê dinêLê piştî mirî ew cehnema wê dinyê***Ku kar nemeşiya mal xilas dibeAv genî bibe çaxê qels dibeJin hukim bike mêr teres dibeJi xwediyan dûr ket ew bêkes dibe***Kûçikê har dirêj nake wê bê kuştinJina nepak namûs hebe nayê hîştin***Ku rêberê mirov ker beMirov wê di kortan wer be***Bi mirovê baş re bimeşî ji bo wek wî baş bîBi mirovê xirab re bimeşî tê jî xirab û li paş bî

Page 572: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11431142

Bêbuhar***Ji gilê re gotin bêhna te xweş e çima navê te bû gilGot cînara min gul e bêhan min xweş e ez bûm gil***Mêrê mezin li welatê xwe giran eKevirê mezin li cihê xwe giran e***Mirov ku birçî nebe qîmetê xwarinê nizaneMirov ku miflis nebe qîmetê peran nizaneMirov nebe dê û bav qîmetê dê û bavê xwe nizane***Mirovê bergiriya namûsa xwe nekeJi heqê wî çi karî bike ew bikeEw bergiriya namûsa xwe nekeEw rûmet û şerefa xwe winda dike***Çiqas min zalim dîtin ji feqîriyê zalimtir tuneHer tiştê xirab tê de heye tiştê rind tê de tune***Guleyên tifingên dijmin bênamûs inLi bênamûsan nakevinGuleyên tifingên dijminLi mirovên binamûs dikevin***Tiştê dijmin bide te wê li ba te nemîneÇi çax ewya bixwaze wê ew ji te bistîne***Timahî çavê mirov kor dikeXizanî dilê mirov kor dikeMirov ji xelkê dûr dikeMirov dostan ji bîr dike***Mirovê xizan û nexweş beMirin jê re çêtir eLê bênamûsî pîstir e

***Dostaniya mirovan bi wijdan girêdayîLi ku be bêwijdan dostê xwe beradayî***Mirov kariba çêlîkên xwe bixwaraWê gur çêlîkên xwe bixwara***Bila mirov feqîrê mal û milk beBila mirov ne feqîrê aqil be***Dîwarê xwar ne hewcî gêr kî wê bi xwe bikeveGotina derew nayê veşartin wê bi xwe derkeve***Mirovê xayin wek ava di bin kayê bê deng dimeşeMirov pê li wî ke wê tê hilweşeMirov dikeve ku rast nemeşe***Koledar tiştekî ji te nastîneTu qels î didî wî di destê wî de dimîneKu tu xurt bî di destê wî de namîneMirov bi qelsî dide bi xurtî distîne***Mirovê birçî nefs pê re tuneYan diziyê bike yan parsê bike eyb jê re tune***Ku av nemeşe av genî dibeKu kar nebe xelk birçî dibe***Umr trên e em lê siwar inSînor derbas kin em wî nikarin***Ardû nebe agir gur nabeKu av nebe agir sar nabe***Mirovê qels rehetiya wî li ser xelkê ye

Page 573: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11451144

BêbuharXwarina wî ji kîsê xelkê yeKu xelk diweste ew rehet dibeXelk rehet bû ew bêrûmet dibe***Mêşên hingiv ên mê hingiv derdixinÊn nêr kar nakin ew hingiv dixwinMêşên mê dawî yên nêr dikujinWan kaş dikin derve diavêjin***Nikarî agir bi agir vemirînîKarî bi avê agir vemirînîAgir bi ardû tu car têr naxweAgir tu caran avê venaxwe***Ku bi xurtî û bi pehînan baWê qantir hakimê dinya baHezar esker nikare deriyê kelehekê vekeLê kilîteke biçûk deriyê kelehekê vedike***Ku agir vêket vemirî berî gur bibe agir eŞer vêket vemirî şer jî wekî agir e***Welatê kar lê nebe ne hewcî xwe riswa kîNikaribî ava bikî divê zû tu jê bar kî***Ku ez wekî te ker bamaWê ji te re ne hember bama***Zengînî kêfa mirov xweş dikeXizanî rûyê mirov reş dike***Ku tu rind bî wê pîs dijminê te beKu tu pîs bî wê rind dijminê te beLi ortê jî tu caran wê çênebeLi dinyayê wê her yek wekî xwe be

***Ku li heşê dipirsî heş ji qîra BexdadêMirovê pîs wek heş e bi te girt te bernadê***Perê pir ew mirov buha dikeGotina pir ew mirov erzan dike***Mirovê ji xêra xelkê re nefkireHeqiyê neparêze namûs bi wî nefs bi wî nasitirePir çêtir e sax nemîne ew bimire***Gotina rast ji mirovê ehmeq re bikîTê dostên xwe kêm bikî dijminên xwe pir bikîTu caran tu nikarî wî rast bikî***Heta xwînê nerijînî dijmin heqê te nadeXwîna dijmin nerijînî welatê te bernade***Mirovê dike di avê de bifetiseNikare hevalê xwe xelas ke nefetise***Mirovê ku taliyê qebûl nekeNikare koledar ji ser xwe rakeJi ber koletiyê qebûl dike hebs ûZindanan û kuştinê qebûl nake***Mirovê rind mirovê xwe rast bikeHeqê xwe ji heqê xelkê nas bikeXwe û xelkê ji belayan xelas bike***Mirovê perê wî kêm û zan ew deng dikeMirovê perê wî pir û nezan perê wî deng dike***Ku dikî qîmetê bidî xwe bi serkevîDivê tu pir ji merî xwe dûr kevî

Page 574: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11471146

BêbuharDijminê te namînin wê demê tê pêşkevî***Mirov heqî biparêze heqê wî namireKu heqê wî mir jî ji bêrê wî nare***Mirovê dike xwe erzan û bêqîmet nekeTiştekî li ser yekî nizanibe divê şerê wî nekeRexnan bi derewan û bêbextiyan li wî neke***Zanyarî gula spî ye her kes nikare jêbikeIlem mirovê biaqil ew gula spî jêdike***Mirov heye bi saxî mirîMirov heye mirî û nemirîMirov heye bi carda mirî***Sermiyanê mirov aqil eSermiyanê mirov ne malê pir eMirovê bêhiş mal hilgire nikarêAqil nebe mal bi xwe darê***Mirovê xwe li ser xelkê mezin bikeWê xwe li ba xelkê erzan bike***Miletê binamûs ê nezan zanê xwe hiltîneMiletê bênamûs û nezan naletê li zanên xwe tîne***Mirov bi du tiştan comerd dibeYan malê wî pir dibe comerd dibeYan ji xelkê deyn dike nade comerd dibe***Berxê nêr çiqas bimîne wê çermê wî bibe postDijminê bavê te tu car ji te re nabe dost***Li dinyayê divê mirov ji sê tiştan bitirse

Ji şaşiyên xwe û ji ehmeqan û serhişkan bitirse***Kincên fireh û mirovên tarîxê umrê wan dirêj inMirovên bê şerm û bê şeref zimanê wan dirêj in***Mirovê ji muzîkê hez nekeYan hiş kêm e yan rehm kêm eTu caran wê ji xelkê ew hez neke***Eger namûs di laşê mirov de pir beWê ew mirov ji pola jî xurttir be***Zanayê xêrê xêrê diçîneZanayê şerê şerê diçîneYek li ba rehman dimîneYek li ba şeytan dimîne***Jina zarokê wê di hembêza wê de nexweş bePerê wê nebe wî derman bike û bimire jê zortir tuneMirovê şerîf ku li ber çavê wî rûmeta wî binpê bibeNikaribe deng ke jê zortir tuneMirovê şerîf û comerd ku mêvanê wî hebin ûXizan be nikaribe xwarinê bide wan jê zortir tune***Senet bi kar dimeşeTim ker bi dar dimeşeNe dar be ker nameşe***Di heyata mirov de tişt heye ji tişt ferztir eLê xwarin ji mirov re ji her tiştî ferztir e***Mirovê zan bi ilmê xwe serê xwe bilind dikeMirovê ehmeq bi ehmeqiya xwe pozê xwe bilind dike***Sînor ji xurtan re tune

Page 575: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11491148

BêbuharKilît ji ziman re tune***Mirov heye welatekî ava dikeMirov jî heye malbatekê winda dike***Mirov tev xelkê be gotina rast bike riswa dibeJi xelkê dûr be xwe kerr bike winda dibeMirov sermat dibe nizane wê çawa bibeLi ba rindan buha dibe li ba pîsan erzan dibe***Av av e ar ar e yek germ e yek sar eMirov bê wan nabin lê bawerî bi wan nabinHem dost in hem neyar inYek mirov difetisîneYek mirov dişewitîneBê wan jî em nikarin***Berber rû zibûnê xwe kurkirî pir hûr kirîPirç keniyayî gotî bila xwe newestîne tu berber îKu min ji gûzanê fedî nekiraEz ê li pey wî derketama yek serî***Mirovê kar bike peran tînePere ew kincên pak tîneLê kincê pak peran nayîneKar neke birçî dimîne***Mirovê biaqil ew ji xwe nerazî ye xelk ji wî razî yeMirovê ehmeq xelk ji wî nerazî ye ew ji xwe razî ye***Welatê mirov rûmeta mirov eZimanê diya mirov emaneta mirov eKu evna herdu neyên parastinKiyan û hîmê mirov xirab dibin***

Mirovê zulmê nebîne qîmetê azadî nizaneMirovê talî nexwe qîmetê şîranî nizane***Mirov ji ber çavan dûr keveJi dil jî dûr dikeve***Hespê kihêl here ku winda nabeDi qoşê de li ku be wê xuya beBi cilên kevin qîmetê wî kêm nabeLi nav bergîlan wê ew tim buha be***Mêş ket qabanê giranî tuneEw zirar pir e xwarina wî tuneZirara wî pir e tama wî tune***Mirov kare xislet û dengê xwe biguhêreLê nikare beden û rengê xwe biguhêre***Xwestina jinan bi germîKuştina mêran bi nermî***Sebr tal e ne şîrîn eLê berê wî pir şîrîn e***Mirovê biaqil hezaran kîlometr derbas dikeMirovê ehmeq ku xeyidî nikare deqeyekê sebr bike***Mirov dike sirê xwe nede dijminê xweSirê xwe nede dostê xweRojek hebe dostê wîWê bibe dijminê wî***Jê pîstir tune mirov bi hewî beJi dijminê xwe re serê xwe ji xizanî deyneJi wî pîstir tune mirov serê xwe

Page 576: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11511150

BêbuharJi dostê xwe re ji zengînî deyne***Pir rehet e mirov malê pir bela bikeLê pir zor e mirov wî malî kom bike***Ew mirovê bêfedîÇend qirûş li ba xwe dîLi meriyan nebe xwedîXwe ji merî xwe dûr bixeLi nav xelkê bêxwedî***Mirovê mirov erzan bifroşeDivê mirov wî erzan bifroşeMirovê binamûs mirov nafroşeMirovê bênamûs ew xwe difroşe***Nexweşiya biçûk nexweşiya laş eNexweşiya mezin karê ne baş eNexweşiya laş be yek tenê dimireNexweşiya kar be milet tev dimire***Ku dikî qîmetê peran nas bikîJi mirovê pîs deyn bikîTê qîmetê peran nas bikî***Mirovê mêr tu car bêhêvî nabeHeqê wî tu car ew winda nabe***Mirovê mêranî û qencî û comerdî li ba bêWê wekî alê li jor be tim li ba bêLi nav xelkê tu car ew winda nabê***Bila mirov zimanê xwe bigire bernedeJi bo venegere wekî mar bi te venede***

Kerê sax çiqas qelew be ne buha yeŞêr çiqas zebûn bê mir çermê wî buha ye***Mirovê dike bibe dostê XwedêHeqê xelkê nexwe heqê xelkê bideHeqê xwe ji Xwedê bixwazeHeqê Xwedê bideWê ew bibe dostê Xwedê***Bi gotinan bi derewan wê tişt çênebeTiştekî nabînî ku çavê te venebeNikarî tiştekî ava bikî ku perê te nebeBi dijminê xwe nikarî ku dostê te pir nebeMirov rind be yan xirab be wê dijminê wî hebeMirov rind be yan jî pîs be li ortê jî wê nebe***Mirovê dilreş û şerxwaz gava dimeşeŞeytanê wî jî tevî wî dimeşe***Mirovê rind xelk pesnê wî dideMirovê xirab ew pesnê xwe dideYê rind û xirab dikî nas bikîTu rind bi wan re divê kar bikî***Ku dikî comerdî bikî bê xisar nabeBar ket ranekî bi xwe ranabeCî ku qenc lêbin ew xirab nabeKesê nemerd wê çav li peran be***Mirovê ji kîsê xelkê comerd be comerdî ne ya wî yeWê xelk ji jina wî re xeberan bidin jina wî ne ya wî yeMirovê comerd comerdî wî ne ji kîsê xelkê ji kîsê wî yeMirovê comerd daye xelkê wî nexwariye***Mirovê aqilê wî ji kîsê xelkê be ne ji kîsê wî be

Page 577: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11531152

BêbuharWê tim riswa û xizan û birçî be***Bila ev gotina min tim di bîra we beMirovê ku ew ne bi kêrî qilafeta xwe beWê tu car ew ne bi kêrî xeynî xwe beWê tim cî wî li nav camêran nebe***Mirov li welatê xwe be buha ye xuyan eMirov ne li welatê xwe be ne xuyan e erzan eKevir ji cî xwe bileqe sivik e ne giran eKevir ku li cî xwe be ew kevir giran e***Dijminê kevin tu car nabe dost dijmin dimîneRehmê tu car li te nake rehmê bike ne dijmin e***Mirovê welatê wî bi wî erzan beÇavê wî li welatê xelkê û peran beWê li welatê xelkê winda be ne xuya beWê tim li ba xelkê xulam û bê kiyan be***Mirovê ku ji yekî re karekî belaş bikeWek ku ji xwe re kar bike wî karî rind bikeHer yek wa bike mirov dinya ava dikeBi ramana pak bi karê pak bi zimanê pakHer tiştî li dinyayê rast dikeBirçîbûn namîne dizî namîne pîsîtî namîneBênamûsî namîne xêr pir dibe dinya tev ava dibe***Xebera pîs bi henekan pîskirin eLêxistina bi henekan hingavtin e***Merî bi kêrî meran bê merî meran eMerî bi kêrî meran neyê mirî meran e***Jehr nabe dermanê tiştekî jehr ziyan e

Lê ku mirov mirinê bixwaze jehr derman e***Helal û heram bes gotin eLi ba qelsan heye li ba xurtan tuneMirovê qels li ber Xweda digereMirovê xurt dibêje dinya tev a min e***Pars pars e karê mirovê bê esl û bê esas eMirov tiştan deyn bike nede ew jî pars eDizî bike ew ji parsê çêtir eDeyn bike û bide ew ji herduyan çêtir e***Gotina rast tal e lê ji mirov re derman eMirovê biaqil be derew ji rast xuya ne*** Yê li ber kepînê rûneWê tehmûkê ji bîneYê ji pîsan dûrkeveWê bela jê dûrkeve***Serhişkiya Îraniyan a min baDilhişkiya Tirkan a min baRastiya Kurdan a min baSiyaseta Ingilîzan a min baÇekên Amerîka yên min baEskerên Alman eskerên min baRadyoyeke Ereban a min baDinya û alem wê tev ên min ba***Her însan ne însan eHer ewr ne baran eKu mirov biaqil beHer tişt ji wî ve xuya ne***Ew meşa tev kulekan

Page 578: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11551154

BêbuharXwarina tev çilekanGotina tev virekanKar derbas ke bi henekanTaciriya tev dizekanXêrê ji wan nabîneLi pey xelkê bimîne***Bergîl bi hefsar û cilên nû buha nabeHespê kihêl bi hefsar û cilên kevin erzan nabeMirovê pak bi gotina bêbextan gemarî nabeMirovê bênamûs li ba şerîfan bi peran pak nabe***Mirov ji her tiştî têr dixweBes ji du tiştan têr naxweJi dîtina çavên reş ûGotinên xweş têr naxwe***Mirov xurt be kare şerê her kesî bikeLê nikare şere Xweda bike***Mirovê têr bixwe dûrî merî xwe beKu birçî be nêzîkî merî xwe beBila ew kes nebe wê ji kesî re nebeBes wê bi kêrî xwe be***Tiştê bi xirabî tê dilê mirov bila serê mirovŞerê ku tê dilê mirov bila neyê ber deriyê mirov***Mirovê xizan û nezan ji siya xwe ditirseJi xwarinê pêve li tiştekî napirse***Mirovê xewende be û bindest be yan xweDifroşe dijmin yan jî dibe şoreşvanMirovê bindest be û nexwende be yan wêParsê bike yan wê ji dijmin re bibe

Kole û xulam û dergevan***Rizqê mirov li ser barana Xwedê beWê du salan ne xêr be salekê xêr beWê mirov du zikan birçî be zikekî têr beRizqê dewletên Ewropa ne li ser barana Xwedê yeLi ser erdê ji wan her yek Xwedê yeŞîrketên wan hene çekan çêdikinEm pê hev dikujinEwna jî têr dixwin xwîna me dimijin***Mirovê derewan bike qenciyê nekeXirabiyê bike xêran nekeBila ew mirov rojî negire nimêj nekeWê ew here cehnemê wê cinetê pêl neke***Mirovê birçî be diziyê bike ne diz eYê li malê xwe ne miqate be berde ew diz e***Miletê Kurd milet baWê wek xelkê dewlet baWê bi ûd û qîmet baNe bê qedir û qîmet ba***Mirovê siyasî divê wek şofêrekî şehreza beBarê otomobîla xwe di riya teng re derbas ke teqle nebeSiyaset tayekî zirav û dirêj e divê dijminPê nizanibe ji bo qut nebeJi miletê xwe re nerm be ji dijmin re xwar nebe***Mirovê tacir li bazarê tiştên xwe difroşeMirovê siyasî li nav milet siyaseta xwe difroşe***Bi nezanan qet tiştek ava nabeMirovê mir bi dermanan ranabe

Page 579: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11571156

Bêbuhar***Perê pir dilê mirov xurt dikeDilê mirov fikra mirov rohn dikeFikra mirov çavê mirov vedikeMirov çi bixwaze kare wî bike***Mirovê bêbext ji dijminê xwe re ew şaş ePêş nakeve ew mirov tim li paş eBi bêbextî dijmin zora wî birîBi bêbextî welatê wî zeft kirîMirov divê xapoktir be ji dijminBi serkeve dijmin ew têkeve bin***Li dostê min dipirsin dostê min deriyê min eLi meriyê min dipirsin meriyê min berîka min eKu berîka min vala be dost û merî min tune***Xelk berîka mirov dibîneKincên mirov dibîneKu rind mirov nas bikeDawî mirov dibîne***Hespê kihêl ku birçî be di qoşê deTu caran ew dernakeveMêrê nezan wê xizan beTu caran bi sernakeve***Dims ro kî mêş vedihewinKûçik li ser goşt vedihewin***Bi şîn e yê xweşî tuneÇikûs e yê xwarin tuneYê birçî be dev nakeneYê qels tiştek jê re tune***

Mirovê pîs ku zor lê dibe mirovê xwe nas dikeZarokê biçûk ku birçî dibe diya xwe nas dikeKûçik nemire kes nikare dûvê wî rast bikeMirovê rast kes nikare wî xwar bikeKesê xwar be ew kesê xwar rast dike***Teyrê baz xwedî kî pê nêçîr dibeTeyrê qertel xwedî kî wî zîç pir dibe***Ku mirovek xeyidî bi çeka şerêNeçe pêş wî ji ber çeka şer li ba wî yeBi gotina xweş here pêş wî çekaXêrê ye li dij çeka wî ye***Ku mirov rast însan be ne pîs beDivê li ser heqî be bi bext be bi namûs beBi wijdan be mal pir bike xêran bike ne çikûs beTiştê xirab ewya li xw qebûl nekeTiştê xirab ewya bi xelkê jî neke***Perê xelkê nejmêre ewya nabe perê teTu perê xwe bijmêre yê têkeve berî te***Heq li dinya nexweş e ku zor li pey nebeKu zora te nebe wê ew heq ne yê te beHer nexweşî bi derman derman dibeLê ku heq nexweş ket bi zorê derman dibe***Mirovê axa xwe bifroşe wê bê ax beBêrûmet û bêqîmet ne mirî û ne sax be***Di jînê de tişt ji tiştan ferztir eLê zanebûn ji her tiştî ferztir eKesê nezan tiştek ji wî tuneBi saxîtî ewya mirî li dinyê

Page 580: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11591158

Bêbuhar***Em navên xwar û bênamûsEm davên ên binamûs û rastDeh kîlo şîr dixin qutiyêDeh xiram mast wî dike mast***Ji bo zarokan şer dikin serêHevdu dişikîninHîn bavên wan di hebsê de neZarok bi hev re aşt dibin***Berber seriyan çêdikinQesab seriyan jêdikinKî baş e kî ne baş eYê rast nebêje şaş e***Şeş tiştan re lênabeDinya hebe wê wa beCamêrê rast xwar nabeDûvê kûçik rast nabeYê ehmeq derman nabeDerew pê ava nabeDerpiyê qehpan zuha nabe***Siyasetê yê ehmeq bigerîne wê xwar beWê ew siyaseta çewt di xizmeta neyar be***Hêz û xurtiya eskeran ew di çeka wî de yeHizba siyasî hêz di sir û nîzama wê de yeHêza mirovê zan ewya di serê wî de yeHêza kesê tacir ewya di perên wî de ye***Yê li mala xwe têr nexweLi ba xelkê têr naxweAqil ne ji ba wî be

Tiştekî ji hev dernaxe***Perê te pir be hikûmet berî te yeBerî tije be xelk tev merî te yeBerî vala be bira dûrî te yeJi yê bê pere bêhna genî têye***Mirovê ehmeq tim li pey xelkê dimîneJi ber tiştê rast ew xwar dibîneTiştê çewt û xwar ew rast dibîne***Mirovê ku xeyidî xwe ranegireAqilê wî zora xeyda wî nebeBila karê siyasetê nekeWê dijminê siyaseta xwe beYê di siyasetê de kar bikeDivê bêhna wî fireh beDivê ew tim nerm be sebr bike germ nebeDi siyaseta xwe de ji bo ewya şaş nebe***Dara rast be ew naşikeDara xwar be ew dişike***Mirov deng bike zîv e deng neke zêr eBi yê ehmeq re deng ke şer e deng neke xêr e***Mêr ew e xelk ji wî hez bike netirseNe yê xelk ji wî hez neke ji wî bitirseHeqê xelkê nexwe li xelkê xêran bikeYê qels û xizan û jinbî li wî bipirse***Her tiştê giran be buha ye xweş eBes gotina giran erzan e ne xweş e***Xirab nabe tu car dar ku pelg bi ba bihize

Page 581: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11611160

BêbuharWê çaxê dar xirab dibe ji hundir de birize***Hesinê pê kar bibe tu car zengarî nabePê kar nebe zeng bigire wê ew hesin xirab be***Rûmeta xwe neparêzî wê ji te re gotina xirab bêTu ji xwe re dibêjî kesek ji te re nabê***Mirovê rast dimeşe wî gêr nekî nakeveMirovê xwar dimeşe wayî gêr neke wê bi xwe bikeve***Pîrbûn ji min re belaş tê bê pereLê bi milyonan zêr venagere***Mirovê parsek bi parsê peran derdixeŞerefa xwe difroşe pê nanê xwe dixwe***Miletê Kurd milet baWê wek xelkê dewlet baLi nav xelkê wê xurt baNe qels û bêrûmet ba***Divê mêr bî netirsêBaz jî dikeve hebsê***Dara şewitî ter nabeXwar be tu car rast nabe***Mirovê derewîn bi derewan kêfa xwe xweş dikeBi xeyalan tiştê dixwaze ew çêdikeMirovê rast û mêrxas derewan nakeMirovê qels derewan ew dike***Hawîdê hêştir ku xwar be ji hêştir re ne ar eJi ber dereke hêştir rast tune tev xwar e

***Mirov di her riyan re nagihe hevLê di riya rastî û heqî re digihe hev***Mirovê bi nezanî kar bikeWek bêndera bê genim ba bikeJi sedî sed xisarê dikeGenim tune kayê jî winda dike***Her tişt ku pir be erzan dibeKu kêm be buha dibeBes namûs ku pir bû buha dibeKu kêm bû erzan dibe***Dînê min welatê min eNamûsa min welatê min eYê bê welat namûs tuneNamûs nebe dîn jî tune***Yê koledar nabîne miletê qelsDi welatê xwe de serbest beLê tim dibîne heq ji wî re ye ne heqêGelê qels e divê gelê qels tim bindest be***Mirovê mêrxas û binamûsYan kuştî yan hebsiyê laşê xwe beNe pîs û bêrûmet be bindest beTim hebsiyê nefsa xwe be***Mirovê rûtirş divê karê tîcaretê nekeMirovê bêhnteng divê karê siyasetê nekeKu kar kir wê xirab bike ava nekeDivê tacir rûbiken be di ser xwe re derbas neke***Xurtî ne xurtiya zend û mil e

Page 582: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11631162

BêbuharXurtî xurtiya aqil û dil e***Mirovê di xew de xewnên xirab dibîneMirov ji xew rabû wê xewnê nebîne***Mirov bi xewnên xweş kêfxweş dibeLê ji xew rabû poşman dibeDinya bi wî ne xweş dibe***Cî qul nabe berîKeroşk nabin kerîKûçik nabin merîTerî nabe serî***Cawê rind be reng nayê guhartinKêmaniya namûsê nayê buhartinMêrxas di şer de nayê hingavtinÇiyayê bilind nayê veşartin***Rengê zêr tu car nayê guhartinMêrê mêrxas û zana tu car nayê veşartin***Mirîşk ket qefesê ne ji xêrê re yeBila zanibe ew ji kêrê re yeBi xwe nizane ew ji kêrê re ye***Yê ji xelkê fedî neke ji Xweda jî natirseDivê mirov ji wî tim bitirse***Dinya li pey mirov ewya nameşeMirov li pey dinya derew dimeşeHeta pelê darê mirov bimeşeEw kar dike mirovê xwar nemeşe***Mirovê pîs xwe li ser xelkê dibîne

Mirovê qels xwe li bin xelkê dibîneMirovê baş xwe wek xelkê dibîneYê baş ew e xelk wî ku rind bibîne***Tajî direve li dû xezalêÇiqas direve nagihe xezalêXezal ji xwe re tajî ji xelkê reJi ber wê tajî nagihe xezalê***Xwediyê malê ku ez dîm ez imXwediyê malê ku nedîm diz im***Mirov heye ku mir aqil dimîneMirov heye sax e aqil namîne***Ew miletê bê şîrket û bêkêr beEw tim li hêviya barana Xwedê beWê du salan şer be salekê xêr beWê du zikan birçî be zikekî têr be***Dewlemendî pir ew e Xweda çi da te biçûk mezin bibînîTu pê razî bî şura xwe bi Xweda bikî qîma xwe pê bînîNefsa xwe mezin nekî xwe di ser xelkê re nebînî***Ew mirovê xwe rast nekeŞîretan li xelkê nekeXelkê nikare rast bike***Pere bênamûs e mirovê bênamûs biqîmet dikeXizanî bênamûs e mirovê binamûs bêqîmet dike***Bê zêr dibe bê nan nabeBê bav dibe bê av nabe***Mirovê ji xelkê fedî neke ji şerefa xwe netirse

Page 583: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11651164

BêbuharEw ji mirovê rind natirse ji xwe pîstir ditirse***Marê reş û spî rengê wan ne wek hev inLê herdu mar in yek ji yekî ne çêtir inDil û jehra herduyan ew wek hev in***Kûpa avê li riya avê dişikeMirovê ehmeq serî ji bo xelkê dişike***Destê tenê çepikan lêxe deng jê nayêŞêr Elî be mirov tenê tişt jê nayê***Ew mirovê li medresan dixwîneMezin dibe dibe esker nîşana bi xwe dixîneDikeve siyasetê dîn û wijdan li şûn dimîneHeq û mirovanî li ba wî tewr namînêFerman dike bi kuştin û bi xwînê***Ew mirovê xelkê nebîne bes xwe bibîneWê bikeve ku bimeşe pêş xwe nebîneKu rindî neçîne xirabî biçînePêş nakeve wê li pey xelkê bimîne***Şêr nêçîrê digire ew dixweTajî nêçîrê digire ew dixwe***Doktor kare dil derman bikeLê tewr nikare ew dil rast bikeDilê gemarî ewya pak bikeXirabî neke tiştê baş bike***Mirovê bavê te kuştEw ji te re nabe piştDijmin xêran bi te bikeEwya şerê te dike

***Mirovê xwe dike mirov îzbat bikeTiştê xirab li ser xwe û xelkê qebûl nekeHeqî qebûl bike neheqî qebûl nekeLi ser xirabî xwe tu car kerr nekeDerewan li xwe û xelkê qebûl nekeXêran bike ji rindî re devê xwe veke***Serê deh newalan newalek dibireGotineke pak ji deh gotinên gemarî çêtir eTiştekî helal ji deh tiştên heram pirtir eYê goştê heram nexwe li pezê xelkê dikireBi heramî dixwe ew gur e***Yê kar bike diwesteYê kar neke nawesteKu kar bikî têrbûn eKar neke birçîbûn eYê kar neke pîs dibeYan parsek be yan diz be***Teyr bi bask û perwazên xwe difireMirov bi xwendin û karê xwe difire***Bila mirov birîndar beBila mirov ne deyndar beBirîndar belkî rakeveDeyndar nikare rakeve***Mirovê biaqil hiş diêşeMirovê bêhiş laş diêşeBiaqil sirê xwe nabêjeBêhiş her tiştî dibêje***Mirovê gotina pir bike

Page 584: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11671166

BêbuharFikra mirov kêm dikeMirov derewan pir bikeRizqê mirov kêm dikeMirov rûyê xwe tirş bikeEw dostê xwe kêm dikeMirov gotina xweş bikeWek şan hingiv çêdikeXelk dixwe pê kêf dikeXelk tev ji wî hez dike***Xêran li xêrnexwazan bikîWek rûn li erdê ro bikîJi pîsa ra wan xurt dikîŞerê mirovê rind dikî***Merî meran berî meranVala bibe berî meranWê nemînin merî meranTije bibe berî meranWê pir bibin merî meran***Li derî nexînî kes venakeTu nepirsî kes deng nake***Mirovê şîrîn be wê xelk bixweMirovê tal be wê xelk bavêNe şîrîn bî ne jî tal bîNe xelk bixwe ne xelk bavêYê xweş ew e yê li navê***Tiştê bi çav neyê dîtin bi destNeyê girtin li meydanê ew tuneLi cîhanê li nav xelkê gotine***Mêranî ne ew e mirov xelkê bikuje şer bike

Mêranî ew e mirov kê li hev bîne şer kerr bike***Riya dirêj ku mirov tê de meşiya ew kin eRiya kin ku mirov nemeşiya dirêj e ne kin e***Serbestî ne ew e mirov li ku be karibe bigereSerbestî ew e karibe her tiştî bike li ber xelkê negere***Giranî ne bar rakirin û giranî pir eMinnetê xelkê ji wî barî girantir e***Mirovê aqilê wî sivik be barê wî giran eMirovê biaqil barê wî sivik e her tişt ji wî ve xuya ne***Mirovê mêr ji tirsokan ho dibe mêranîJi ber ew buha ye qebûl nake erzanî***Dara gulê ji ber hilma wê xweş e gul jê çêdibeLê bi strî ye ne xweş dibe dema gul ku jêdibe***Mirovê xurt ku derewan bike derewa wî rast eMirovên qels nikarin bibên ne rast eKu bibêje ev dew e wê bibêjin ev dew eKu bibêje ev mast e wê bibêjin ev mast e***Kincên kevin xwediyê xwe bêqîmet dikeLi ba xerîban bêqîmet nabeHeta xelk cewherê wî nas bike***Mirovê zimanê wî dirêj be ramana wî kin dibeLi nav xelkê bi sernakeve wê tim di bin be***Mirovê pîs ji xelkê re nabeYê ji xelkê re nebe ji xwe re jî nabe***

Page 585: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11691168

BêbuharMirovê xizan xelk nikare malê wî bixweJi ber malê wî tune ku xelk malê wî bixwe***Mirovê pîs bi saxî nav namîneMirovê rind ku mir jî nav dimîneMirovê pîs li dinyayê naçîneMirovê rind li dinyayê diçîneJi axretê re jî diçîne***Gur çêlîka xwe naxwe çêlîka xelkê dixweKulî rizqê xwe bi tenê naxweRizqê xwe û xelkê dixwe***Ew lawê ne ji te beSermiyan ne ji berî te beTişt ji te re tune be***Her însan bi nav însan eLê her însan ne însan eEw mirovê ew însan eYê bêbext û bêwijdan eMirovê rind ew însan eYê nerind be ne însan eTiştê ew rind be xuyaneTiştê nerind jî be xuyaneMirovê zan ji xwe zan eYê ehmeq ji xwe nezan e***Mirovê ji mirinê hez nekeWê ji jînê hez nekeYê ji mirinê bitirseLi heqê xwe napirseYê ji mirinê netirseWê xelk ji wî bitirseYê ji mirinê netirse

Li heqê xwe dipirse***Bila mirov xwînî û mêr û merd beNe deyndarê merî pîs û nemerd beXwe bavêjî mirovê mêr û comerdJi wî rican bikî wê ew te bexşe bikeXwe bavêjî mirovê pîs û nemerdWê ew te riswa û pîs bike***Bila mirov bimire cenazeyê wî ji mala wî derkeveBila mêvanê wî ji mala wî birçî dernekeve***Lawekî te çêbû nebê lawê min heyeHeta mezin bû yan lawê te ye yan dijminê te ye***Ji her tiştê spî tê hezkirinBes ji çavên spî û porê spî û zebeşênSpî û hinarên spî nayê hezkirin***Rizqê însan û heywan ji ba Xwedê yeLê rizqê dizan ne ji ba Xwedê ye li ser xelkê ye***Ji çavên reş û porê reş tê hezkirinJi laşê reş û dilê reş nayê hezkirin***Mirovê rind zimanê wî dirêj eKincê fireh umrê wî dirêj e***Umrê dirêj ne bi salan eUmrê dirêj di dîrokê xuyane***Kurd ji xwe re tu car nabin paşeMêrxas e ji xelkê re eskerekî baş e***Mirovê biaqil zimanê wî dirêj e

Page 586: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11711170

BêbuharMirovê ehmeq destê wî dirêj e***Mirovê kar neke ji jina xwe re peran neyîne qels beWê li ba jin û zarokên xwe bêqîmet û teres be***Lawê li mal rûnê kar nekeDê û bavê xwe xwedî nekeNavê bavê xwe ranekeRûyê dê û bavê xwe spî nekeBila tu car li nav xelkêDeng neke devê xwe veneke***Tiştê buha li ba nezanan erzan eMirovê nezan li ba mirovê zan erzan e***Xweda şêr dayî û Xweda ker dayîLê Xweda herdu wek hev nedayîXweda şêr şêr dayî ker ker dayî***Xweda mêşên gemarê dayî û mêşên hingiv dayîMêşa gemarê nexweşî çêdikeMêşa hingiv hingiv çêdike***Mirovên qels nabin serîMirovên qels dibin terî***Mirovê biaqil çav girtî dûr dibîneMirovê bêhiş çav vekirî nêzîk dibîneMirovê ehmeq tiştekî nabîne***Li ba mirovê comerd mirovê wî merî yeLi ba mirovê tima mirovê wî berî yeMirovê mirov ê rind merî yeMirovê ne rind û pîs mirî ye***

Ku dikî Xwedayê erdê nas bikî neçe baQelsan Xweda ne li ba qelsan eHere ba xurtan Xweda li ba xurtan e***Ku hat ehmeqî barê giran deh hesp ne bi kerekî neKu hat meydanê qosêdirê sed ker ne bi hespekî ne***Gotina rast nerast qebûl nakin kesên wek kerDermanê tal e mêş naçin ser gû şîrîn e mêş diçin ser***Mirovê feqîr ji mirinê û cehnemê natirseJi ber berê di cehnemê de ye ji xizanî û birçîbûnê ditirse***Her kes zane xwarinê bixwe ku xelk çêbikeLê her kes nizane gotinan li nav camêran bike***Mirovê ehmeq ji şer natirse ji mirinê ditirseMirovê biaqil ji şer ditirse ji mirinê natirseMirovê ehmeq bi destê xwe şer dikeMirovê biaqil bi zimanê xwe şer dike***Ku dikî dijminên xwe pir bikîLi ehmeqan şîretan bikîPesnê ehmeqan bideKu dikî wî winda bikî***Ku mirovê Ereb cînarê te beDivê tim haya te ji tê hebeWê ew ne xêrxwaz û dostê te beWê tim çav li namûs û malê te beTu car bawer neke ew dixwaze wek te beWê şerê te bike ji te dûr nebeKu ji te xurttir bû wê bi axayê te beKu tu ji wî xurttir bû wê bi xulamê te be***

Page 587: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11731172

BêbuharSerbilindî ew ne bi malê pir eSerbilindî bi zanebûn û şanê pir e***Dewlemendî ne te mal li pey xwe hiştîDewlemendî te navê rind li pey xwe hiştî***Şeref û bilindî bi malê pir baWê mirovê gewad ji xelkêHemûyan bilindtir ba***Ku tije be berîk kûçik dibin merîKu vala be berîk kesek nayê ber derî***Rind şerê pîsan nakeYê rind şerê xwe dikeXêran li pîsan bikeEw rizqê xwe qut dikeEw dostên xwe kêm dikeDijminên xwe pir dike***Divê mirov li ser tiştê rast û heq kerr nebeJi bo heq winda nebe tiştê rast ji bîr nebe***Her ku dinya tê buhartinMirov li ser tê guhartinHer yek ji xwe re kar dikeYê xurt ê qels talan dike***Mirovê serhişk û dilreş wek mar eQencî bi wî nabe hingiv têxe devê wîEw nabêje hingiv e wê bibêje jehr e***Ku lawekî te çêbû nebêje lawê min eKu mezin bû qenc derket bibêje lawê min e***

Mirovê bû kûçikê dijmin divê ewya biewteDijmin wê nan nede wî eger ewya neewte***Welatê zulm li mirov bibe divê mirovKerr nebe wê zulmê ji ser xwe rakeNikaribe ji ser xwe rakeDivê mirov ji wî welatî bar ke***Mirovê pîs bi rindî nexweş dikeve gêj dibeBi pîsî rehet dibe ji bo tim berbat bibe***Ku kûçik birçî nebe kûçik nabe dostê teEger şêr birçî nebe şêr nabe neyarê te***Kevirê mezin ji cî xwe bileqe wê sivik be ne giran beMirov ji welatê xwe derkeve wê ne buha be erzan be***Ku mirovek zengîn dibe xelk nayê ba wîXelk tên ba perên li ba wî***Mirovê xizan xelk nikare malê wî bixweJi ber malê wî tune ku xelk malê wî bixwe***Mirovê miletê wî di bin destê xelkê de be xwe kerr bikeMalê miletê xwe bixwe zulmê li miletê xwe bikeEw ne xurtî ew pîsîtî alî dijminê miletê xwe bikeEw namûs û rûmet û welatê xwe difroşe dijmin perêXwe pir dike***Mirovê ku bi aqilê xwe kar nekeLingê xwe qasî lihêfa xwe dirêj nekeWê riswa be wê tiştekî havil nekeTim xisar be wê tiştekî kar neke***Zarokê biçûk ji diya xwe sêwî dimîne

Page 588: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11751174

BêbuharMirovê kal ji jina xwe sêwî dimîne***Miletê ne wek wan bîLi nav wan jîn nabîKu rast bin divê rast bîKu xwar bin divê xwar bî***Derew mirovan pûç dikeRastî derewan pûç dike***Mirovê bi peran nizm bibe bi peran bilind bibeWê ew ji xwe re rind be ji xelkê re ne rind be***Zarokên mirov pîs bin mirov dikin bêrûmetÇêlîkên teyrê qirak gû li wî kirin hesret***Bi bergîlan xezal nayên girtinBi hespê kihêl rovî nayê girtinXezal bi hespan tên girtinRovî bi tajiyan tên girtin***Mirovê qelp wek kûçikê pîs eKu wî palda tu ban wî ke nabihîzeXwarin ku hat dengê kevçiyan dibihîze***Xwezî ez ne xizan bama jîrbûna min nebaBila ez ehmeq bama perê minî pir hebaKincê min pir xweşik ba taksiyek li ba min hebaWê sê par ji vê xelkê xulam û dostê min ba***Mirovê axretê xirab bike dinyayê ava bikeNaxwaze here axretê ji dinyayê bar bikeYê xêran û rindî bike axretê ava dike ji mirinê natirseYê xêran û rindî neke axretê ava neke ji mirinê ditirse***

Ziman çiqasî xurt be xwe li ber tirsê nagireMirovê pîs ne tirs be ji yê rind venagere***Prensîpa mirov ne bi gotin ePrensîp bi rastî kar û kirin e***Dijminê mirov dijmin eTirs dijminê mezin e***Silava pîsan ne li mirovê rind eSilav li malê pir û qesrên bilind e***Rastî tal e lê dinya pê ava dibeŞana hingiv bi mirovan vedideLê hingivê şîrîn ji wê çêdibe***Mirov li dij hevdu çiqas ne yek beLi hev nekirina wan çiqas gelek beLi ser dijmin mirov divê tev yek be***Dinya em lê dawî tuneŞev û roj ew tim dudu neLi nav însan rastî tuneBawer neke dostî tuneBerjewendî û dil xwestin e***Dostên min ji pêncan dosttir tuneTembûra min e û qelema min eKitêb û bilûr û perê min e***Mirovê divê mal pir beYan muxbir be yan heramxur beYan xerc neke yan milk pir be***Xelk li mirov nanêre li malê wî dinêre

Page 589: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11771176

BêbuharKu malê mirov pir be eyba mirov vedişêre***Tiştê bi çav nebînî divê zû bawer nekîDikî gotinê bikî divê zû wî çenekî***Cihê kar lê hebeWê pere li wir hebeCihê pere li wir hebeWê tim nan li wir hebeLê kar bi xwe nameşeDive yê karker hebeMirov ku lê kar nekeNan û pere wê nebe***Ku dikî kurê xwe delalî bikîWî bernedî tu şîretan lê bikîBi mêranî bi rastî wayî rind terbiye bikîXercî wayî pir nekî tim çavdêrî wî bikîBi xwendin û bi senet divê wayî ho bikîMezin bû ji xizanî tê wayî xelas bikî***Mirina bi şeref ji hingiv şîrîntir eSaxîtiya bê şeref ji zilindar taltir e***Jina qehp heft kirasan çêdikeYekî li xwe dike şeşan li xelkê dike***Dibên misilman tev birayên hevdu neYê welatê min zeft bike mala min talan bikeMin bindest bike zimanê min qut bikeEw ne birayê min e ew neyarê min e***Çavê di ber xelkê de bigirî wê kor bibeMirovê di ber xelkê de şer bike wê bêwar bibe***

Hesin germ be bikutîKu sar bibe nekutîTiştê dereng bihêlîBinêr ji dest filitî***Mirovê rind merî merî xwe yeMirovê pîs merî berî xwe ye***Mirovê rind xelk pesnê wî dideMirovê pîs ew pesnê xwe dide***Dewla qul be avê dernaxe ji bîrêYê çikûs be nabe axayê eşîrê***Mirovê perê wî li ba wî buha beWê ew li ba xelkê erzan be***Lawê min bi kêrî min bêMiletê min dostê min bêDinya tev dijminê min beTu car wê ne xema min be***Dijmin peran bide meranMirov dike wekî keranDigire bi hefsarê meran***Peza mê ji xêrê re xwedî dikinPezê nêr ji kêrê re xwedî dikin***Ku dixwazî ji xirabî derkevîLi nav xelkê tu bi serkevîJi xirabî tu bi dûr kevîJi riya heq dernekevîLi ku be tê bi serkevî***

Page 590: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11791178

BêbuharMirovê li ber deriyê hewşa xwe mîz bikeWê xelk bê li ber deriyê hewşa wî gû bike***Mêranî ne ew e yê bi xelkê re şer bikeMêranî ew e yê ku xelkê aşt bikeKu ve here xelk ji wayî hez bike***Mirovê dike xelkê nas bikeDivê pêşî xwe nas bikePêşî xwe rast bikeDawî xelkê rast bike***Mirovê dike merî xwe bibîneLi berîka xwe binêreKu dike mirov dostê xwe bibîneLi perên xwe binêre***Mirov devê xwe bigire eyba mirov tê veşartinKu mirov devê xwe berde sirê mirov nayê veşartin***Qîmetê qereçiyan tuneJi ber welatê wan tuneEw mirov bêrûmet û erzan eYê welatê wî li ba wî erzan e***Her ku mirov pîr dibeŞanê wî jî pîr dibeJi hevalan dûr dibeHer ku diçe ji bîr dibe***Ne mirov bigere xelkê nas bikeKu ew negere xelk wî nas bike***Jîna mirovê malpir xweşî yeJîna mirovê xizan nexweşî ye

***Ruh çêdibe ne ji xêrê reŞer û belayên pir tim jê reÎnsan çêdibe ji gorê rePez çêdibe ji kêrê reHovê xurt ê qels dixweMirov diçîne zad dixweHeye ji heywan giya dixweÎnsan goştê heywan dixweHeywan jî goştê hev dixweHer yek divê yekî bixwe***Boyaxa spî tev a reş kî winda dibeKu tev nekî winda nabe wê xuya beMiletê hindik ku cihê be ew winda nabeTev miletê pir be wê winda be***Welatê mirov namûsa mirov eMiletê mirov hêza mirov eZimanê mirov îzbata mirov e***Ku mirov pêxember beWê dijminê wî li ber beWê xelkê razî nekeWê hemberî wî hebe***Mirovê biaqil li nav dînan dîn dibeMirovê zan li nav nezanan birîn dibe***Qîz çiqasî xweşik be ji kolanan nexwazeQîz çiqasî buha be ji malên baş bixwaze***Mirovên xurt heqê xwe dibin lê heqê xelkê nadinEw heqî û rastiyê wê xwe ji ser tim badinÊ xurt rizqê xwe bi zorê ji yê qels dibe

Page 591: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11811180

BêbuharYê qels hildide ser Xwedê xurt tim rizqê wî dibe***Jina xweşik lê nenêreQîza kê ye lê binêreJina rind jê rind çêdibinJina pîs jê pîs çêdibin***Mirovê xizan û mal pir bikeJi kesekî hez nake ji xwe hez dikeWê dostên kevin ji bîr bikeWê dostên nû çêbike***Mirovê malê bibe û nede pir comerd dibeMirovê heram nexwe û xizan be pir nemerd dibe***Mirovê biaqil hiş diêşeMirovê bêaqil laş diêşe***Li nav xelkê xerîb deng bikîDivê tu zanibî çawa deng bikîNe tu bi devê xwe deng dikîTu bi devê miletê xwe deng dikî***Mirov birayê birayê xwe be ne xulamê birayê xwe beKarê xwe berde xizmetkarê birayê xwe beDivê mirov karê xwe bike alîkarê birayê xwe beMala xwe ava bike dawî avakerê mala birayê xwe be***Mirovê bi pey doza xwe keve doza wî namireMirov bi pey nêçîrê nekeve ew nêçîrê nagire***Li vê dinyê be li wê dinyê beMirov wê bi hewcî Xwedê beYê sax çavê Xwedê lê beYê mir rehma Xwedê lê be

***Mirovê mêrxas bi pevçûnê xuya dibeMirovê comerd bi dayînê xuya dibeMirovê qehp bi nayînê xuya dibe***Yê xirabiyan pir dikePir qala Xweda dikeJi bo pê belfan bike***Xweda tiştê xwar nakeLê dûvê kûçik rast nakeDilê deve rast kirîLê pişta deve rast nake***Mirov deriyê sindoqê veneke nizane çi tê de heyeDevê mirov veneke nizane çi di dil de heyeKu şer germ bû mirov nizane çi li pey heye***Ku zor li jinan bû çeka wan girî yeKu zor li mêrên qels bû çeka wan gilî yeKu zor li mêrê xurt bû şer dikeYan kuştî yan mirî ye***Bila mirov xwîniyê binamûsan beBila mirov ne deyndarê bênamûsan be***Mirovê buha gotina buha ji devê wî derdikeveMirovê erzan gotina erzan ji devê wî derdikeve***Hingivê gawiran tê xwarinGûyê pêxemberan nayê xwarin***Baran dibarê li ser erdê têLê kes nizane çi ji erdê têJi baranê şer tê yan jî jê xêr tê

Page 592: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11831182

Bêbuhar***Spî reş dibe reş spî nabeLê porê spî bi xwe reş nabeSpî dimîne ne reş boyax be***Ji keran kertir hebaWê ker hesp ba ne ker baWê navê ker lê neba***Rewşenbîr ne ew e kitêbekêBixwîne fêm neke çekeRewşenbîr ew e kitêbekê bixwîneJê fêm bike di serê xwe ke***Mirov xêra wan tê xwarinHeywan goştê wan tê xwarin***Bi mirovê pîs re nek hevalîPere hat meydanê dostî xwe dide alîBerjewendî hat meydanê dostî xwe dide alî***Dostê dijminê te dijminê te yeDijminê dostê te dijminê te yeÇêyî û xirabî herdu bi destê te ye***Dijminê te pê re li hev hatî dibe dostê teLê dijminê bavê te û miletê te nabe dostê te***Mêşên hingiv kêm in ji ber hingiv çêdikinMêşên gemarê pir in ji ber nexweşî çêdikin***Mirovê nerast û xwar gêr neke wê bi xwe bikeveMirovê rast û ne xwar gêr bikî ew nakeve***Ku tu mirovekî dewlemend bî xelk perên te dijmêre

Ku tu ketî şerê giran xelk mêrên te dijmêre***Tiştê sivik be ba wî difirîneTiştê giran be ew bayê diçirîne***Mirovê ji zarokên xwe hez bikeNe li zikakan derdê serbest bikeMirovê ji zarokên xwe hez bikeZarokên xwe bişîne xwendingehanBixwînin terbiye bike rê li ber wan rast bike***Ku mirov ket tengiyê perên xwe bijmêreKu mirov ket şer mêrên xwe bijmêre***Çeka jinan girî yeÇeka qelsan gilî yeTirsok sax e mirî yeYê mêr her tişt biriye***Êşa mezin ne ew kesê dil nexweş eÊşa mezin ew mirovê yê dilreş eEw dijminê xwe û xelkê ew bêhiş eYê dil nexweş derman dibe ne rûreş e***Bila mirov birîndar beBila mirov ne deyndar beXewa birîndaran têLê xewa deyndaran nayê***Mêraniya mirov ne kuştin xirabkirin û paşxistin eMêraniya mirov dermankirin û avakirin û pêşxistin e***Dijmin ket welatê te li jina xwe nepirseDijmin ket welatê te tu li welat bipirseNekeve welatê te dest navêje namûsa te

Page 593: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11851184

Bêbuhar***Dijminên Kurd ne dijmin inMiletê Kurd em dijmin inDijmin me dixapîninHişê me ji me distîninEwna me bindest dikinMalê me talan dikinEm deng kin me dikujinEw xwîna me dimijin***Kurdistan welatê me beHer tiştek tê de hebeDi dest dijminê me beTiştek ne para me beBirçî xwarin nebeNexweş derman nebeWê welat ne yê me beMişextî para me be***Camiya misilmanan ji Kurdan re helal eKuştina Kurdan ji misilmanan re helal e***Mirovê zan ew sax be xelkê dibîne xelk wî nabînePiştî mir xelk peykerê wî dibîne peyker xelkê nabîne***Mirovê dike xwe winda nekeKincên xelkê li xwe nekeBi zimanê xwe deng ke ji bîr nekeNavê xelkê li zarokên xwe nekeNavê miletê xwe li zarokên xwe ke***Dijmin dike te bikuje li wî rehmê nekîLê ku te li wî xist nîvkuştî nekîJi bo neezibe temam bikî***

Mirovê kor çav kor eMirovê nexwendî dil kor e***Mirovê birçî be hingiv ji avê xweştir eMirov tî be av ji hingiv xweştir e***Li ba mirovê binamûs xiramek namûsJi kîloyek zêr buhatir eLi ba mirovê bênamûs xiramek zêrJi kîloyek namûs buhatir e***Mirovê xizan û zan li civatê zimanê wî deng dikeMirovê zengîn û nezan li civatê perê wî deng dike***Mirov kêfxweş nebe nebêje lawê min mezin bûBila bixeyide lawê wî ji umrê wî dizî mezin bû***Yê cot neke ew naçineYê nexewine kes nabîneLi pey xelkê wê bimîneYê neçîne ew hilnayîneYê biçîne wê hilîne***Mirovê dike Xweda razî bikeBi gotina dê û bavê xwe bikeMirovê bi gotina dê û bavê xwe nekeEw mirov şerê xwe û Xweda dike***Ku te qencî bi mirovekî kir ji kesekî re nebêjeKu mirovekî qencî bi te kir ji her kesî re bibêje***Malê mirov çû bi xwe nayêXwe kerr neke divê mirov bide pey***Dev gotin ji dil dibe

Page 594: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11871186

BêbuharDil jî ji aqil dibePîs gotina pîs dibeRind gotina rind dibe***Rehetiya dil tiştê rind bikeRehetiya meîdeyê xwarina hindik eRehetiya ziman gotina hindik e***Zanyarî û pêşketin jiyana dilan eRonahiya çavan e avdana gulan e***Xaniyê kevin xirab nebeLi şûnê yê nû lênabe***Cewher ji her tiştî buhatir eBes namûs ji wî buhatir e***Mirov ji bo jînê nemire jîn nabeMirov li erdê nekeve ji erdê ranabeMirovê tiştê xirab ava neke tim xerab eMirovê paşketî xwe pêş nexe wê tim wa be***Bi bask û perwaz qertel nabe hurKûçik diewte bi reng nabe gurHer kes nezan e bi gotina pirTe lêxist rovî bawer neke mirLi ber bisekine rind zanibe mir***Mirovê rind bi gotinê fêm dikeMirovê pîs bi lêxistinê fêm dike***Mafê te dijmin tu car nabe hanîDijmin netirse dijmin tim dibêje kanîDivê tu ji dijmin re bibe kanî***

Mirov kare hiriya berx tev ji çermê berx rakeLê mirov nikare pirçekê ji çermê kûçikê har rake***Mirov li her tiştî zimanê xwe bigireLê li ser heqê xwe zimanê xwe negireDivê tim bixwaze ji bo heqê wî nemire***Mirov ku dike dijminên pîs pir bike gotina rast bikeMirov dike dostên pîs pir bike derewan pir bikeMirov dike dostên rind pir bike gotina rast bikeMirov dike dostên rind kêm bike derewan pir bike***Mirov ji diya xwe bê hemdê xwe çêdibeBê hemdê xwe dimireLê şerm e binamûs nemire bênamûs bimire***Mirovê taciriyê bike nabe rûyê xwe tirş bikeKu rûyê xwe tirş bike wê rizqê xwe qut bikeRû bikene kar bike wê rizq pir bike***Mirovê ji Xweda hez bikeXweda ji wî hez bikeZulmê li kesî nekeJi zarokan ji heywana hez bike***Mirovên ku pîsî kirin li ber xwe nakevinLê xwediyên wan ên rind li ber xwe dikevin***Pere winda bû mirov peran çêdikeKu namûs winda bû ew her tiştî pêl dike***Çiwalek xwê ji du çiwal genim girantir eLê xiramek namûs ji herduyan girantir e***Dewlemendê rojên teng ne bi kêrî gelê xwe bê

Page 595: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11891188

BêbuharJina qehp ji wî çêtir e ku bi kêrî gelê xwe bêÇêtir e ku ew bimire bila ewya tune be***Bi îslamê avakirin qebhet eLê kuştin û xirabkirin rehet e***Mirov hespan xwedî ke ji hespan hesp çêdibinMirov keran xwedî ke ji keran ker çêdibin***Ku şer çêbû mirovê mêrxas şer dikeMirovê gelac çepikan lêdixe gur dikeMirovê tirsok xwe vedişêre kerr dikeMirovê xêrxwaz dikeve nav vedimirîne sar dike***Teyr ku daket erdê bi xwarinê nafireTeyr ji erdê berjor diçe bi baskê xwe difire***Sê reng mirov hene qe pêş nakevinTirsok û ehmeq û fedok qe pêş nakevin***Xurtiya mirov ne zend û qilafet eXurtiya mirov xwendin û siyaset e***Ku ji dijminê xwe bitirsîLi heqê xwe nepirsîJi dijminê xwe netirsîLi heqê xwe bipirsî***Ku dikî dijminê xwe pir bikîLi ehmeqan şîretan bikîPesnê ehmeqan bideKu dikî wî winda bikîTê dijminên xwe kêm bikîDostên xwe pir bikî***

Mirovê hesûd dilê wî reş eMirovê ehmeq bextê wî reş eMirovê derewîn rûyê wî reş eMirovê xêrxwaz dilê wî xweş e***Mirovê xwende yan pir bi aqil e yan dîn eYan ew xelkê dixapîne yan xelk wî dixapîne***Xizan û bê pere be bêrûmet dibe ew mêrDewlemend û pere pir kûçik bi wî dibe şêr***Mirovê ji bo namûsê malê wî kêm dibeLê ewya buha dibe şerefa wî pir dibe***Mirovê bavê te kuşt diya te bir nabe bavê teEw mirov nabe bavê te ew mirov dijminê te***Zengilê sekinî deng jê nayêHeta neleqe tewr deng jê nayê***Mirovê welatê xwe berde hereWelatê xelkê pesnê wir bide lê kar bikeEw pîs e venegere welatê xweLi welatê xwe kar neke welatê xweWek welatê xelkê neke***Ne biaqil e mirovê ket şaşiyekê vegereYê biaqil ew e nekeviyê û vegereEw nîv zan e yê ketiyê zû vegere***Kurd ji hev re bêbext inJi xelkê re bibext inKurd ji hev re xweşmêr inJi xelkê re ne mêr inKurd xulamiyê rind dikin

Page 596: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11911190

BêbuharSerê xwe bilind dikinKurd qencên xwe pîs dikinPîsên xelkê qenc dikinKurd ehmeqên cîhan inXulamên misilman inKurd li cîhan gelek inLê ez çi bikim ne yek inKu nebin yek Kurd temamWê tim bimînin xulam***Mirovê armanca wî pere beEw ne tev miletê xwe beQîmetê welatê wî li ba wî wê nebeWê winda û bêrûmet û tune be***Demsalên salê çar eHavîn û payîz zivistan û buhar eBuhar xweş e payîz xweş eZivistan sar e havîn ar e***Kurd ji hev re xayîn û miqeris inJi xelkê re comerd û muxlis inKarê xelkê rind dikinKarê hevdu pîs dikinPîsên xelkê rind dikinRindên hevdu pîs dikin***Mirovê ne tiştek birçî be û têr bixweXwe mezin bike xwe ji merî xwe dûr bixeWê xwe bê xwedî bike xwe bi destê xwe bixe***Bah li bendera mirov xurt be mirov kare zebeşan ba bikeKu zendê mirov xurt be mirov hesinan rast dikeMirovê têr û can be ew bi xurtî deng dike***

Xizanî li ku war dikeRûmeta mirov ji wir bar dikeMirov sirê karê xwe ji xelkê re bibêjeWê birçî bimîne rizqê xwe qut bike***Gur heywan e gur gur eDîsa ji însan çêtir eGur birçî be gur naxweLê însan însan dixwe***Namûsa min ne qîz û xwişk û jin eNamûsa min war û welatê min eDîn û mezheba min xebat û partiya min eMirovê bindest be rûmet ji wî re tune***Mirovê ku deyndar be ne başî yeLi mal nexweşî ye li sûkê rûreşî ye***Mirovê birçî li xwarinê digereMirovê qehp li kirinê digereYê pîr û xizan li mirinê digere***Miletê te bindest be siyaseta te eşkere bêWê ne bi kêrî miletê te bê wê bi kêrî neyarê te bêWê tu car miletê te ji dest dijmin rizgar nebeWê tim dijmin koledar be wê miletê te kole be***Ku tu dixwazî mirovekî rind bîŞerê te nebe xêra te pir beGotina te hindik be fikra te pir beÇavê te li derve û li hundir beDijminê te kêm be dostê te pir beNêyî guhartin wek xwe bî li kur beWek zêr gemarî nebî wê buhayê te pir be***

Page 597: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11931192

BêbuharKu dikî dizan bigirî dizê derve tê girtinLê dizê malê zor e dizê malê nayê girtin***Mal ne yê tu nexwî pir bikîMal ê tu bixwî pê kêf bikî***Cewher û elmas ji her madenan buhatir inLê navê mirov û namûs ji herduyan buhatir in***Aqilê mirov di serê mirov de yeQîmetê mirov di berîka mirov de ye***Mirov xwe şîrîn nekeMirov xwe pir tal nekeNe şîrîn be xelk wî bixweNe jî tal be xelk wî çeke***Tu car mirovê pîs bi silametî rast nabeKu şer nebe silametî çênabeHeta sax be dûvê kûçik wê xwar beKûçik nemire dûvê kûçik rast nabe***Şaîr dike dengbêj dixweŞaîr birçî dimîneŞaîr li dinya nagereDengbêj digihe dawiya dinêŞaîr li dinya namîneKu mir navê wî dimîne***Kevir ji cî xwar tê xwar li cî rast disekineErdê xwar tim zuha ye av li ser nasekine***Sînor ji xurtan re tuneQanûn ji dizan re tuneRûmet ji pîsan re tune

***Dinya xweş e û ne xweş eHem spî ye hem jî reş eÇawa dixwazî bimeşeRast bimeşe xwar bimeşeRast bimeşî ew pir xweş eRast nemeşî pir nexweş e***Gotin ji mirov re tê gotinGotin ji ker re nayê gotinKer bi dar tê ajotin***Mirov heqî zanibe heq mirov azad dikeMirovê xurt dikare mirovan hebs bikeLê tu caran nikare nefsa wan hebs bikeMirovê xurt û zalim dawî xwe winda dike***Ku dikî diyaneta xwe xirab nekîWijdana xwe çenekî bêbextiyan nekîRindiyan bikî xerabiyan nekîTiştê bi te nexweş bi xelkê nekîGotina rast bikî derewan nekîTu hewcî pêxemberan nabî van nekî***Mirov serbest çêbû divê serbest jîn bibeRind be ji pêxemberan wê ew bi hewcî çi beTiştê xirab ew neke riya rast ew zanibeKarê rind berve here xirabî jê dûr bibeEw bêyî pêxemberan nêzîkî Xeda dibeLi orta cinetê wê cihê wayî çêbibeHerçî pak û bêguneh wek pêxemberan dibeMirov hemû ku baş bin dinya tev ava dibe***Malê mirov pir dibeMirov pê xuya dibe

Page 598: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11951194

BêbuharHin bi mal xêran dikinHin pê xerabiyan dikinÊ xerabiyan ne mal eYê xêran ewya mal e***Dilê tirsok sînga spî nabîneHeta bemire wê tim mehrûm bimîne***Mirovê bênamûs û pere pir ne bi hewcî namûsêHere ku dostên wî pir in ew bi hewcî filûsê***Dinya ji zarok û dîn ûBênamûs û maldaran re pir xweş eMirovê ne zarok û ne dîn û ne bênamûsÛ ne maldar be dinya ji wî re ne xweş e***Dikî gur bitirsînî gur jê ditirse ar eDikî kûçik bitirsînî satilek ava sar e***Rehmê li bêrehman bikîZulm û zorê li xwe dikîJi ber rehmê li te nakeEw dixwaze te winda ke***Dostê te ne dostê te yeXeyidî neyarê te yeSirê te li ba wî heyeTiştê dixwaze wê bikeAlî neyarê te bikeEw kare te winda bike***Mirovê xwar gotina rast qebûl nakeMirovê rast li ser xwarî xwe kerr nake***Mirovê li pey heywanan bimeşe

Divê bêhna ziblê tehmûl bikeBêhna ziblê tehmûl nekeDivê ji wan xwe dûr bike***Partiya min îmana min eNamûsa min welatê min ePêşketin ramana min eÇek ew zimanê min e***Ereb dizên îslamê neTirk xwînxwarên îslamê neÎran serhişkên îslamê neKurd qurbanên îslamê ne***Mirovê ku ne wek ker beWê bi her gotinê ne bawer beMirovê ku wekî ker beWê bi her gotinê bawer beWê ew tu car ne serwer beWê tim li bin be ne li ser be***Yê malê heram bixwe li wê dinyê diwesteYê malê heram nexwe li vê dinyê diweste***Li ba bêhişan xwarin ji her tiştî xweştir eLi ba timahan pere ji her tiştî xweştir eLi ba zana ilm ji her tiştî xweştir eLê mirovê zan hindik e mirovê ehmeq pirtir e***Qîz û xortên rind dixwazîJinan ji rindan bixwazîMirov xwişka yê rind bibêXwarzê wê li xalê xwe bê***Mirovê xweşik û ne rind ew wek dara zilindarê

Page 599: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11971196

BêbuharJi ber tal e ker jî naxwin ker wayî bixwe nikarê***Aqilê hêştir ku hebaWê pêşkêşê wî ne ker ba***Malê ku dîndar lê pir bibeYek biaqil be dîn dibe***Ku dixwazî xelk qîmetê bi te deTê zanibî ka çiqas di berî te deWê xelk qasî wî qîmetê bi te de***Tişt heye dijmin çêdikeMirovê biaqil feydê jê dike***Herba mezin ne sîleh e herba mezin siyaset eEw miletên bindest mane miletê bê siyaset e***Mirovekî li meriyan derew kirTu car mirov li wayî rehmê nekeJi bo ew careke din derewan li mirov neke***Yê xerîb û xizan beWê bê ûd û erzan beNe xerîb û maldar beWê bi ûd û xuya be***Mirov xurt û fermandar beWê dostê wî ne xuya beÇi çax ku ew qels bû ketWê dostê wayî xuya be***Jiyan ne perê te yeJiyan serbestî te yeCinet ne piştî mirî

Cinet welatê te ye***Mirovê aqilê wî ji kîsê xelkê beWê tim paşketî li pey xelkê be***Mirovê rizqê xwe ji Xweda nexwaze wê parsê bikeMirovê qels be bi xwe ne bawer beWê derewan bike xwe pê xwedî bike***Tişt tune derbas nabeQul nekî derbas nabe***Tiştek tune li dinyayê çênabeMirov dimire bes mirinê re lênabeMirov li dinyayê winda dibeLê tiştê kirî winda nabe***Derew wek tiştê bi mijê bê veşartinKu mij ji erdê rabû derew nayê veşartin***Gulek buharê çênakê xelk wê jêdikeLê hilma wê xweş e her kes nikare bêhn bike***Çiyayê bilind ne hewcî nîşan bidî bi xwe xuya yeLê şeva reş çiyayê bilind winda dibe ne xuya ye***Mirov çawa mirovê rind nas bikeEw mirov rind e yê rindî bike heqî nas bikeLi ber mirovê xurt û zalim derewanNeke gotina rast bikeKu şer vêket şer vemirîneXelkê bi hev re dost bike***Mirovê maldar kare ji her tiştî xelas beLê nikare ji mirin û dadgeha dîrokê xelas be

Page 600: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

11991198

Bêbuhar***Mirov wijdana wî ne xiramek be karê xirab nakeEwya nikare gunehkar be tonek guneh rake***Jehr bi şekir nayê xwarinKu dikî xwe bikujî tê xwarin***Mirin heye nîv mirin heye mirin her kes dibîneNîv mirin ew e yê ku mir nav dimîneMirina temam ew e yê ku mir nav dimîne***Mirovê gotina xwe bê raman zû bavêje deng bikeWek xwarina ne keliyayî naxwe û çedikeMirovê ehmeq bi devê xwe deng dikeMirovê zan bi aqilê xwe deng dike***Dewlemend ne ew e yê mal pir bikeÛ bimire mal li şûnê bimîneDewlemend ew e bi rindî têkeveDevê milet bimîne***Mirov çiqas xurt be destê wî nagihe dawiya dinêLê mirovê xebatkar û zan û rindDengê wî digihe dawiya dinê***Mirovê zan bi gotina rast xweş dibeMirovê ehmeq bi gotina rast nexweş dibe***Mirovê derewîn nikare gotina rast bike ji ber ew xwar eMirovê rast nikare derewan bike ji ber derew ji wî reNe kar e***Sê tişt hene yên pêşberên minJina min û zikê min û berîka min***

Timayî kilîta nerehetbûnêQinyat kilîta rehetbûnêTecrûbe neynik e mirov tiştê çû dibîneMirov tiştê rast û şaş jê hiltîne***Mezinî ne bi serê mezin û laş eMezinî bi aqilê mezin û karê baş e***Ku mirov birçî dibeJi gur xirabtir dibe***Mirovê biaqil li her tiştî hukim dikeMirovê bêhiş nikare li xwe hukim bikeÇi karî dike zirarê li xwe û xelkê dike***Nexweşiya mezin birçîbûn eÎzraîlê mezin ew pîrbûn eŞeytanê mezin ew şerbûn eRehmanê erdê ew aştbûn e***Dînê nezanan tuneQedirê xizanan tune***Pîrbûn hebsa mirinêBertîl û rev jê tuneÇûn heye veger tuneCî te gora bê derîKefenê te bê berîÇûyî nema vedigerî***Jîna xweş li dinyayêMalê mirov ew pak beKarê mirov ew pak beJina mirov ew pak be***

Page 601: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12011200

BêbuharMirovê jê tê hezkirin ê rûmet bide xweÛ bide xelkê û xwe li xelkê ferz bikeDi xêra xelkê de be ne di şerê xelkê de beXelk tim ji wî hez bikeÇeka xêrê di destê wî de ye li dij şerê şer dikeDara xêrê diçîne dinyayê ava dike***Ji mirovê dîn tê hezkirinLê ji mirovê ehmeq nayê hezkirin***Mirovê xwenda û zan ku mir miriyeMirovê nezan bi saxî ew mirî ye***Her heywan nêçîrê digire bi xwe dixweBes tajî nêçîrê digire naxwe xwedî wê dixweMirovê xulam jî wek tajî yeEw kar dike axayê wî dixweEw jî bi pîsîtî û minet nanê tisî dixwe***Mirovê xelk ji wî hez dike ew ji xelkê hez dikeXwedayê erd û ezman jî ji wî hez dikeXwedayê li erdê hukum dikê însan eXwedayê li erd û ezman hukim li ezman eŞeytan û rehmanê erdê dilê însan eKu rehmê bike rehman e ku zulmê bike şeytan e***Li dinyayê tevî bigere tu gunehkarî nabînîKesek nabêje ez gunehkar im ku tu bibînîHeta yek gunehekê bike ku tu bibînî***Mirovê ji dinya û axretê hez bikeDivê ew xizmeta mirov bikeKarê xirab berde karê rind bikeWê ew mirov dinya û axretê kar bike***

Çiqas tiştên li dinyayê her tişt rast eLê em mirov her tiştî xwar dibînin ne rast eMirov her tiştê xwar bike ne rast eMirov tiştê xwar bike ne rast e tiştê rast bike rast e***Mirov di karekî de carekê şaş bibe ne şaşî yeEw tecrûbe ye ku du caran şaş bibe ew şaşî yeKu carekê şaş bibe pêşkevî başî ye***Xwe li ser xelkê mezin nekeDê û bavê mirov yek eDeriyê şer bigire deriyê xêrê vekeTiştê bi te ne xweş bi xelkê neke***Mirovê tima wek tefşo ye tim ber bi xwe ve dikişîneJi xelkê zivêr nabe xelk ji wî zivêr dibe kes xêrêJi wî nabîne***Mirovê rind û zan û rastgo wek neynikê ye di jînêXelk xwe di wî re dibîne ewya xelkê dibîne***Mirovê rind ew e ku hêrsa wî rabû xwe bigire şer nekeŞer vemirîne bê şer tiştan ji hev vekeKu hat ser heqiyê li ber mirovê xurt û zalimHeqiyê heq bike batil neke gotina rast bike derewan nekeLê gotina rast barekî giran e dostên mirov kêm dikeDijminên mirov pir dikeJi ber rind hindik in ê rind ka wê çi bike***Xirabî nekî xirabî nayê ber deriyê te tu xirabî nabînîKu tu xirabî bikî ji ber tu xirabiyê diçînî tê hilînî***Dîwarê xirabe avayî li ser lênabeMirovê bêesl bawerî pê nabeWê ew avayî hilweşe dîsa li ser wî lênabe

Page 602: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12031202

BêbuharMirovê bêesl jî wê ji ber çavê te winda be***Dilpakî û dilsozî û dirustî mirov dixe hebsê bend dikeNahêle mirov malê heram bixwe perên mirov kêm dikeLê nefsa mirov pak dike mirov li nav xelkê bilind dike***Li nav guran ne gur bî wê gur te bixwinLi nav tacirên canbaz ne canbaz bî wê te bixin***Mirov ji her tiştî hez bike ne xêr eMêrê hesabê mêran neke ne mêr e***Mirov li dinyayê bi du tiştan kêf dikeYan maldar be yan bêar be kêf dike***Mirov her tiştî çekeNamûs û wijdan çenekeZulmê li xelkê nekeYê zulmê li xwe qebûl nakeDivê li xelkê jî nekeLi ser heqî û neheqîXwe kerr neke***Mirov çiqasî mêr be piranî mêranî dixweHerçî kesê ku zan be ew tim ê nezan dixwe***Kar ne di karkirinê de yeKar di destgirtinê de ye***Tengî ne tengiya cil e tengî tengayî dil eXurtî ne bi piştê ye xurtî bi zend û mil eJi wayî qelstir tune ew kesê bêaqil e***Mirovê ji heqî û rastî bixeyide bêheq eEw mirov yan ehmeq e yan neheq e

***Heqî dîwarekî rast e nakeveMirov kare di siya wî de rakeve***Ku zulm li mirov bû mirov ket şer rev mirov xelas nakeŞer mirov xelas dike mirovê sîleh rakeHeq bi zor tê standin heq bi tirsNayê standin ew mirovê şer neke***Heqê mirov nexweş ket derman ne bi doktor eDermanê heqê nexweş tim bi kotek û zor e***Her tiştek li dinyayê tê dayînLê heq tim tê birin heq nayê dayîn***Mirov nabêje ez neheq im nedayî yeMirovê heqê xelkê bide heqanî ye***Bav ku li dirbekê xîne wê cîran pê bihesinWê zarokên wî li ber dirbekê bireqisin***Mirov ji her tiştî xurttir eLê ji mirinê ne xurttir eMirin ji wî xurttir eMirov xwe li ber mirinê nagire***Mirovê mêr ew e ku rojê giran xwar nebeXwe li ber tengî bigire teslîm nebeWek zêr reng nayê guhartin heta bemire wek xwe be***Mirovê heqê xwe ji dijminê xwe bixwazeDivê ew ji dijminê xwe netirseDivê ew xwe ji şer re hazir bikeXwe bide pêş ji mirinê hez bikeLi jîna xwe nepirse

Page 603: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12051204

Bêbuhar***Eger timayî nebaWê xirabî çênebaLi dinya wê şer nebaAştî wê tim çêbibaWê mirov wek hev bibaWê ev ne halê me ba***Ku dikî belfan bikî aleta belfan derew û xirabî yeKu dikî sedema şer nas bikî sedema şer timahî ye***Xweşikiya jinan ne di çavên mezin û laşê spî û nerm de yeXweşikiya jinan di laşê pak û zimanê xweş û rûyê bişerm de

ye***Hespê kihêl di qoşê de xuya dibeJina kihêl ku mêrê wê ket tengiyê xuya dibe***Mêr tov e jin erd e erdê pak zadê pak lê çêdibeErdê gemarî zadê gemarî lê çêdibe***Doktorê rind birînên kûr derman dikeGotina xweş dilên şikestî derman dike***Xêr ne bes av û nan eXêr her qencî însan eDeriyên xêrê hezar inNan û av yek ji wan in***Ku tu ji çi karî hez bikî tê wî karî bikîLê divê tu wî karî rind bikî ji xelkê çêtir bikî***Nazikî ne çermê nerm e nazikî laş eNazikî bi karê rind e bi cira baş e***

Ku dikî xwe rehet bikî gotina hindik bikeKarê te kir rind bike xwe ji ehmeqan dûr bike***Gelek şerm e mirov heqê xwe bixwaze heqê xelkê nedeMirovê heqê xwe bixwaze divê heqê xelkê bide***Derewa ku têkeve xizmetaXêrê ew derew helal e ne heram eRastî ku têkeve xizmeta şerê ew heram e***Şer wek mirinê xeber nade te sebebêVa ez hatim divê haya te ji te hebê***Kilîta deriyê xêrê mirov sebr bikeKare deriyê xêrê bi sebrê veke***Sebr gelek tal e her kes nikare bixweLê dawî ji hingiv xweştir dibe mirov kare bixwe***Bi xirabî tu nikarî devê yekî bigirî gotina wî qut bikîLê bi rindî tu karî devê wî bigirî zimanê wî qut bikî***Mirov nikare mêrê mêrxas bi şer êxsîr bikeLê mirov kare bi rican wî êxsîr bikeMirovê mêrxas mala wî hebsa wî yeDi mala wî de tu karî bi wî***Çermê mirov çiqas reş û gemarî beJi dilê mirovê dilreş paktir eMirovê dilreş kûçikê reş ji wî çêtir e***Ku laşê mirov birîn bû doktor kare derman bikeDoktor doktorê laşê te yeLê rûmeta mirov birîn bû doktor nikare derman bikeMirov doktorê xwe ye mirov kare xwe derman bike

Page 604: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12071206

Bêbuhar***Mirovê meran ê di şer de rind eWek zêrê veşartî û wek sîlehê rind eDijmin pê dişike namûs pê disitireMirov bi wî serbilind e***Mirov ji du tiştan bi xelkê re şer dikeYek ji birçîbûnê yek ji têrbûnêYek ji bo timahî yek ji bo namûsê şer dike***Nebêje ez zanim tiştê tu çêkî ew eQurretî û gotinên vala derew e***Mirovê ji wî re sed werê sed û pêncî xerc bikeEw mala xwe bi destê xwe xirab dikePiştî kal bû yan wê parsê bike yan wê diziyê bikeDawiya umrê wî wê Xweda wî riswa bike***Perê xwe ji roja teng re veşêreÇeka xwe ji roja şer re veşêreKu te kar kir ecele neke rind lê binêreSerketin a mirovê bi kêr e***Mirovê qels û derewîn pesnê xwe dideMirovê mêr û rast xelk pesnê wî dide***Bila mirov birçî û nexweş beBila mirov ne deyndar û rûreş be***Mirovê bêhiş nikare mal biparêzeXiramek mal jê re tonek aqil divê biparêze***Mirovê nezan tim xwe dibîneMirovê biaqil xwe û xelkê dibîne***

Mirovê ehmeq ew xwe dibîneMirovê zan xelk wî dibîne***Ji heywanan dudo ji sêrk re nabinQird berê sêrk e ker ehmeq e tiştekî ho nabeHeta dimirin wek xwe dimînin ji tiştekî re nabinHeta dinya hebe wê ker lawê keran bin***Her kes ji rizqê xwe nerazî yeLê her kes ji aqilê xwe razî ye***Mirov bê sedem tim bikene nexweş eLi ber xwe nekeve xema wî kêm dibeLê li nav xelkê sivik û erzan dibeSama wî namîne li navHevalan qîmetê wî kêm dibe***Mirovê kenok diranê wî nayê veşartinMirovê derewîn derewa wî nayê veşartinKen diranan qîç dike derew mirov pûç dikeBawer bi mirovê derewîn nabeMirov ku çiqasî rind lêkê ji rexê kanî lênabe***Mirovê mûmin bi çavê xwe Xweda nabîneMirovê mûmin bi dilê xwe Xweda dibîne***Jiyan tev tecrûbe yeJîna te medrese yeKu tu biaqil bî her tiştDi jînê de ew heye***Pir mirovên rind hene şîretan li xelkê dikinLê ji mirovan pir hene ewna bi ya xwe dikinTu car guh nadin şîretan di ser guhên xwe re çedikinNeheq û ehmeq û timah û qehp tim bi ya xwe dikin

Page 605: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12091208

Bêbuhar***Mirovê zan û dilpak li xelkê şîretan dikeMamosteyekî belaş eŞîretên wî ne ji bo mirovên zan û rast eJi bo yên nezan û şaş eMirovê ehmeq şîretan qebûl nakeJi ber ew tim li paş e***Her tişt li dinyayê bi peran tê kirînLê aqil û namûs bi peran nayên kirîn***Li ba mirovê zan şaşbûn deriyê pêşketinê yeMirovê ehmeq tim şaş e pêşketin ji wî re tune ye***Medreseya her tişt li dinyayê heyeLê medreseya helbestan li dinyayê tuneHer helbestvan ew medreseyek bi xwe yeQelemên wan reşiyê vedixwin ronî didinDi tarî de tim jîn dibin rehetiya wan tune***Dizê malê ji malê didize nayê girtin mal xirabe dibeKu mirov xizan ket û mal xerab bû ji hev dikevePergende dibeParsê dikê ku milletê mirov jî xizan bûPars jî namînê ku bike***Malê bê tehb wereWê ew mal zû here***Mêrê zan û mêrxas çiqas dinya li wî teng wereEw li xelkê nagere xelk tim li wî digere***Mirov wê çawa mirovê ehmeq nas bikeEw ehmeq e yê nezan be bi ya zanan neke bi ya xwe bike***

Mirov dike karekî bikeJi şaşbûnê bitirse wî karî nekePêş nakeve cara pêşî xirab nekeWê mirov nikaribe ti karî bikeLi dinyayê wê tiştekî çênekeAva nabe heta xirab neke***Ku tu xwe bifroşî tu dinyayê tevî difroşîJi ber tu tune bî dinya tune tu bifroşî***Li dinyayê tiştek bi xwe çênabe divê mirov çêbikeKu bifkire û xwe biwestîne û ji xelkê çêtir çêbikeMucîze mirov çênake mirov mucîzeyan çêdike***Ku sal xirab hat her tişt erzan dibe buha nabeLê li ba mirovê binamûs namûs buha ye erzan nabe***Kûçik bi çermê şêr nabe şêrMirovê tirsok bi navtêdanê nabe mêr***Şer wek agir e ku vêket divê mirov vemirîneMirov nizane wê li ku bisekine ku venemirîne***Karê nikarî bikî ji bîr bikî çêtir eMirovê ku bêkêr be hindik ji wî re pir e***Dibên gur heywanekî bi oxir eLê ku nebînî ji dîtina wî çêtir e***Gur gur e ku here tu wî nabînîGur ji mirovê neheq çêtir eJi ber mirovê neheq tim liBer te hazir eXêra wî tune şerê wî pir e***

Page 606: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12111210

BêbuharHespên qoşê her yek dibêje ez hemeDevê wan bi hefsar û bi gem eWan berdidin yek diçe yek dimîneYê derdikeve ew xelatê distîne***Textê xirab bi boyaxê baş nabeMirovê zan di gotinê de şaş nabe***Mirovê tiştê rind bibîneKu karibe divê mirov bistîneTişt ji mirov bimîneMirov ji tiştan nemîneJi bo hesret di dil de nemîneJi ber malê dinê li dinyayê dimîne***Heywan ku birçî bû xwarinê bide wîKu têr xwar careke din xwarinê bide wî naxweLê mirov ji heywan xirabtir e wek agir eÇiqas malê dinyayê bidî wî têr naxwe***Mêraniya mirov û rizqê wî di serê mirov de yeQîmetê mirov di zanebûn û malê mirov de ye***Divê hay ji xwe hebî xwe şaş nekîLi civatê gotin ji te pirs nekirin tu deng nekîKu ji te pirs kirin ne di cî xwe de bû tu deng nekîTê şaş bibî eyb û sirên te derkevinTê xwe erzan bikî û riswa bikîTê zimanê dijminê xwe dirêj bikîZimanê dostê xwe kin bikî***Mirovê rind di gorê de laşê wîXirab dibe lê navê wî xirab nabeMirovê pîs bi saxîtî nav xirab bîÇiqas sax be ji tiştekî re ew nabe

***Pere baskê mirov e mirov bi wî difirêÛ pê wijdana mirov dikirê***Tiştek hebe kêm be ne kêmanî yeLê mirov çêneke temam neke ew kêmanî ye***Mirovê kor rêberê wî darê wîRêberê ker rişme û hefsarê wî***Mirovê xurt gotina wî derew be rast eMirovê xurt ku bibêje qîr mast eMirovê qels nikare bibêje qîr ne mast eLê derew nabe rast rast nabe derewDerew derew e rast rast e***Xiramek heq deyne erdêTonek zêr deyne serWê zêr here wê heq bimîneMirovê neheq û bênamûs têr naxweWê di bin axê de bimîne***Aciz nebe xelk tev wek te li dinyayê nanêreHer yek bi rengekî li dinyayê dinêreMirov li dinyayê hemû wer nebaLi dinyayê wê pêşketin çênebaHeta heba wê dinya tim wek xwe ba***Mirovê nizm bi mal bilind nabe ew nizm eMirovê bilind hewcî mal nake ew bilind e***Mirovê kar bike wê destê wî gemarî beLê wê navê wî pak be dilê wî rehet be ne gemarî be***Aciz nebe çima ez li paş mame xelk pêş ketî

Page 607: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12131212

BêbuharJi xwe aciz bibe çima ez li paş mam xelk pêş ketî***Dinya behr e ku tu ne nêçîrvanekî rind bîWê çaxê tê her tiştî jê derxînî bilind bî***Serîkî biçûk bi aqil dinya tevDi hundirê wî de ye hîn jî fire yeSerî jî heye mezin e vala ye mejî tê de nîneLi dinya jî her kesek cihê wî heye***Jîn li dinyayê ne henek û ken eJîn li dinyayê zanebûn û fen e***Derdan ji derd pêketiyan pirs keDerbê ji derb lêketiyan pirs ke***Çiqas derî li dinyayê hebin ilem tên girtinLê bes deriyê mirinê ew tu carî nayê girtin***Pêşî şer xweş e dawî mirov poşman dibeDikeve belan mal tev diçe xizan dibeCî namîne namûsa wî erzan dibeLi ba xelkê wer bê ûd û rûsar dibe***Eger doktor jêhatî be çêdibe birîna xenceranLi ba mirovê binamûs çiqas doktorXurt be çênabe birîna xeberan***Însan bi zimanê xwe tê girêdanHeywan bi hefsarê xwe tê girêdan***Ku tu mal pir bikî nexwî tu çikûs îKu tu mal pir bikî nexwî tu mirûs îDivê mirov ne çikûs be ne mirûs be orte beJi bo qîmetê wî li nav xelkê hebe

***Mirovên birçî nikarin tiştekî ava bikinLê ew rind karin parsê û diziyê bikin***Derî heq ji hesinê pola ye bê kilît vedibeKilîta wî zor e zor bê çek çênabeKu zor nebe di hundir de birize wê winda beMirovê xurt mala wî tim ava yeMala kesê qels tim xirab e ava nabe***Mirovê pîs mirovê rind nikare ji wî feyde bikeLê tiştekî kare ji wî feyde bikeMirovê rind dinêre yên pîs bêqîmet in xwe rind dike***Ku tu bixwazî mirovê ehmeq ji te hez bikeGotina xwar jê re bibêje gotina rast ji wî re nekeKu tu gotina rast ji wî re bibêjî gotinaRast tal e wê yê ehmeq dijminê te be***Jina çê wek bira yeJina xirab bela yeJina çê ew neîmet eJina xirab îlet e***Xweda jina çê di mêrê xirab negerîneJi wê re çêtir e ew li mala bavê xwe rûneHeta bimire bila bêmêr bimîneJi bo ew jin riswa nebe di jînêBê qîmet û bê rûmet bimînê***Ku tu nikarî tiştekî ji jina xwe re bikîDivê tu gotina xweş ji jina xwe re bikîWê razî bikî kêfa wê xweş bikîTê bi wê re îdare bikî tê xwe û wê rehet bikî***

Page 608: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12151214

BêbuharKu birçîbûn û xizanî tên meydanêHelalî û exlaq û edeb xwe didin alîJi meydanê***Ku şêr têr xwaribe mirov kare di ber wî re derbas beLê kûçik têr bixwe mirov nikare di ber wî re derbas beYan wê mirov birîn bike yan wê bi zorê ji wî xelas be***Mirovê pîs ew e bi xayînî li namûsa cînarê xwe binêreJi ber heqiyê bireve xwe li paş neheqiyê veşêre***Ji mirovê serserî ne serserîtir bî bela xwe ji te venakeKu tu çavên wî neşikînî ew ji rindî fêm nakeHer ku ewya te bibîne li nav xelkê te riswa ke***Xirabî erzan e her kes kare bikeLê rindî buha ye her kes nikare bike***Mirov bi çar tiştan dibe mirovekî baş xwe xuya keBi rastî û bi comerdî û bi mêranî û bi xebatLê çar bar pir giran in her kes nikare rakeJi hezaran ku yek mirov belkî karibe ew rake***Ku çewser ket welatê teWê ew nebe birayê teWê bibe koledarê teWê talan bike malê teWê dest bavêje namûsa te***Perê te heye dostê te heyePerê te tune dostê te tune***Mêranî hem kar e hem xisar eJi şerefê re kar e ji peran re xisar e***

Mirov xizan bû parsê bike ji diziyê helaltir eLê mirov diziyê bike ji parsekiyê şereftir e***Mirovê rind tim tiştên rind bîr dibinJi ber vê dostên wî kêm dibinDijminên wî ji dostên wî bêtir dibin***Mirovê rind bi gotinê nayê naskirinMirovê rind bi karê rind tê naskirinLi cîhanê çiqas pirs kî her kes dibêje ez baş imTu caran wê kesek nebêje ne baş im***Nezanî ne ew xortê cahil eNezan ew e yê nezanê aqil e***Malê mirov pir bibeNefsa wî mezin dibeDostên dirust kêm dibinÊn xwarinê pir dibin***Madenê mirov ne zêr e xelk li wî binêreMalê mirov pir bibe rengê mirov diguhêre***Mirovê ji dinyayê re nebê dinya dinya wî qebûl nakeAxretê mecbûr dike axret wî qebûl dike***Dewlemendê kevin wek hîmê mezin e ji cî xwe giran e

nakeveDewlemendê nû wek pelê darê ye mirov nizane wê çi çax

bikeve***Pere wek agir e di berî xwediyê xwe de naşewiteLê xwedî peran ne bi aqil be ji berfê sartir be wê bişewite***Mirov tiştê pir neke înkar dike

Page 609: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12171216

BêbuharBila pesnê xwe nede hindik berê hindik e***Mirovê şîrê germ devê wî dişewitînePifî dew dike ji bo devê wî neşewitîne***Xweda kare mirov ji her tiştî derxeLê nikare mirov ji milkê xwe derxeDinya û axret herdu jî milkên wî neHerdu dinya jî ji mirov re şûn e***Diyanet ji diyanetan çêtir tunePêxember ji pêxemberan çêtir tunePêxember bi peyama xweDiyanet bi şerîeta xwe***Sê mehên havînê ne hewcî tu stêranRiya xelkê bidî ku xelk bibîneEwr tune li ezman in her kes dibîne***Mirov heye wek kûçikê har eXizanî ji wî re hefsar eNe xizanî be wê bi xelkê bigireHer kes dixwaze wek kûçik bimire***Mirovê bê sebeb zû dixeyide zû dadikeveWek şîr kel hiltê û zû dadikeve***Ku bavê mirov medrese beDivê ilmê mirov lê zêde be***Mirovê dostê xwe ji dijminê xwe nas nekeTu dijminê wî bî wê berê xwe bide teKu tu dostê wî bî wê pişta xwe bide te***Mirovê emîn ku li ba te kar kir ne hewcî pesnê wî bidî

Berî ku biçî bimire xêra heqê wî bidî***Mirov heye ji mirov pir xurttir eLê bila yê xurt zanibe Xweda ji wî xurttir e***Ku dikî qîmetê xwe li ba dostê xwe nas bikîTu wî bixetîdîne wê çaxê tê wî rind nas bikî***Her dost ne dost e her dost ne rast eKu dostê te ji te xeyidîSirê te dernexist ew dost e***Gur gur in hev naxwin qey gur ji me çêtir inWer mirov çima em hev dixwinGelo qey em ji wan guran xirabtir in***Dostê kevin ewya tu car kevin nabeHeta bimire dostê kevin wê ew wa beHîmê li ser wî avayî wê ava be***Mirovê xirab heta bimire xirabî bikeLê piştî ku mir nema êdî xirabî dikeLi ber destê Xweda ew tobe dikeNema ji gorê ew serê xwe radike***Du tişt li dinya derewîn tim winda neEyba zengînan û mirina feqîran winda ne***Xwe xurt nebîne mirin ji te xurttir eXwe mezin nebîne Xweda ji te mezintir e***Mirov ne bi qurretî û bi kincên pakÛ bi perwazan mezin dibeMirov bi mêranî û bi xebataPir û bi daxwaz û bi xizmetê mezin dibe

Page 610: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12191218

Bêbuhar***Mirov dike li ba hikûmetê bi xatir beYan perê wî pir be yan bi muxbir be***Her mirovê namûs pê bawer nebeEw mirov ji tiştekî re wê nebeHeta bimire wê ew bi tena xwe be***Mirov pêş dikeve bi pirsêMirov paş dikeve bi tirsêMirov nabe nepirseMirov nabe bitirse***Kar wek ker e tu kar nekî nameşeDar sekinî ba lênexe nahejeZarokê biçûk ne birçî be berê diya xwe namijeKu birçî bû wê ew bigirî û bimije***Ku birçî bû kûçik bi gû qayîl eKu ker petisî kûçik nexwe ayîl e***Zirbav çiqas baş beZirbav tu car nabe bavKu çiqasî bimîneXwîn tu caran nabe av***Mirovê pîs dewlemend bû ew ne merî merî xwe yeKu xizan bû û birçî bû wê çaxê merî merî xwe ye***Li ba mirovê zan şaşbûn pêşketin eMirovê ehmeq tim şaş e pêşketin jê re tune***Mirovê zarokê xwe xwedî dike mezin dike berdideEwya ne belaş dike ew deynê bavê xwe dide***

Mirovê xwe dibîne tim peya yeLê heta bimire serê wî vala yeBerî wî jî vala ye***Eger mirovên pîs nebin qîmet ji rindan re tuneKu dijminê mirov nebin qîmet ji dostan re tuneMirovên derewîn nebin qîmet ji rastan re tuneEger sazberî çênebe qîmet ji hostan re tune***Ku namûs kete peranBerê xwe nade meranBerî dide ne meriyanPê xurt dike serseriyan***Ew mirovê namûs ket peranEw ne hewcî dost û meriyanEw dibe kûçikê ber deriyanWî xêr namîne li meriyan***Sê reng mirov pêş nakevinEhmeq û tirsok û fedok pêş nakevin***Birçîbûn li ku ye heramî li wir eTêrbûn li ku ye helalî li wir e***Mirovê bi namûs xerîbiyê nebîne qîmetê welatê xwe nizaneMirovê bi namûs karê xelkê neke qîmetê karê xwe nizane***Mirovê biaqil hêza wî di serê wî de yeMirovê ehmeq hêza wî di zendê wî de yeMirovê tacir hêza wî perên wî de ye***Mirov çiqas bilind bibe dostên wî kêm dibinMirov çiqas nizm bibe dostên wî pir dibin***

Page 611: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12211220

BêbuharMirovên nezan û ehmeq gotina zana fêm nakinNe ew guh didin wî ne jî wî barî radikin***Ku dikî ji dinyayê tiştekîXweş bixwazî jina rind bixwazîJi ber dinya malê te yeTu her tiştî jê dixwazî***Mirovê bêkar û bêwar be xizan beLi nav xelkê bêqîmet û erzan be***Ku mirov ket tengiyê her tiştLi ber çavê mirov xuya yeÇavê xwe li bira û pismam û dostênXwe digerîne dostê rind ew jî bira yeEw tim li ber çavê mirov xuya ye***Dostê xwarinê tim xeyidîDostê rind zêrê veşartîZêr tu caran xirab nabeÇiqas di bin axê de be***Mêranî û comerdî wek hev inComerd ji dayînê narevinÊn mêr di şer de narevin***Mirov bê bask bifire wê bikeveTiştan bi berfê veşêrî wê derkeve***Kes naxwaze birayê wî ji wî çêtir beLê dixwaze lawê wî ji wî çêtir beBirayê wî navê xwe hildigireLawê wî navê wî hildigire***Jin wek gulan e ku te av da wê geş bibe

Yê jinan jî tu peran bidî wê wê geş bibe***Ku şêr birçî bû di ber wî re derbas nebe bitirseKu kûçik birçî bû di ber wî re here netirseŞêr ku birçî bû wê te bixwe kûçikKu birçî bû wê ew gûyê te bixweKu şêr têr xwar netirse di ber wî re hereKu kûçik têr xwar bitirse di ber wî re nere***Bi destê zan û mêrxasan dîrok çêdibeDinya li ser wê dîrokê ava dibeDîrok neynik e mirov tiştê kevin têre dibîneTiştê nû jî mirov li ser datîne***Mêr lehî ye jin lêmişt eMêr li derve her tişt eJin li hundir her tişt eMêr ji jinê re pişt eJin ji mêr re ew pişt e***Ku dixwazî li dinyayê bextiyar jîn bibîJi xelkê neqehereKu çê û xirab te dî lê nenêre derbas be here***Tu xêran li mirovê pîs bikîTu xêran li wî dikî şerê xwe dikî***Mirovê pîs wek mar e guh nedêTu têxî paşila xwe wê bi te vedê***Du reng mirov pêş nakevinÊ fedî dike pirs ke pêş nakeveÛ yê ehmeq li xwe nagire pirs bikePêş nakeve***

Page 612: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12231222

BêbuharKu dikî karekî bikî bi xelkê bişêwire bi ramana xwe bikeDostan zû pir neke mirovên rind û xirab wan ji hevdu nas bikîTiştê xirab li deftera xwe qeyd bikeBi hemû mirovan re xwe xweş bikeDijminên xwe kêm bike dostên xwe pir bikeMirovê rind ji wî feyde bikeMirovê pîs xwe ji wî dûr bikeTê rehet bî dilê xwe pak bike bi wijdan kar bike***Xizanî ji nezanî nezanî ji xizanîXizanî erzanî mirin çêtir e ji xizanî***Divê mirov mêr be ji şêran jî netirseBes li ser namûs û rûmeta xwe bitirseMirov wê şaş nebe û winda nebeKu mirov fedî neke li her tiştî bipirse***Mirovê bê wijdan di karê xwe de xuya dibeMirovê biaqil û zan ku xeyidî xuya dibe***Mirov çi karî bike kêm be ne eyb e pêşketin eLê di namûsê de kêm be eyb e hetikandin e***Her tişt ku gemarî bû bi avê tê şûştinLê namûs gemarî bû bi avê nayê şûştinEw bi mêranî û bi xwînê tê şûştin***Ava sabûnê laşê gemarî pak dikeLê dilê gemarî pak nake dilê gemarîTirsa Xweda û rastî û dirustî pak dikeÛ mirov xêran bike û karê rind bike***Mirovê pîs ku têr xwar neçe ba wîKu birçî bû wê ew bê ba te ne hewcî herî ba wî***

Ya di dilê mirov de mirov nikare nas bikeLê mirovê biaqil bi gotina mirov dilê mirov nas dike***Mirov pîr be zarokên mirov hûr beJi mirovê xwe dûr be xizan û bê tevdîr beJi însanî wê dûr be wê xulamê kesê stûr beNe wê bi paşa û wezîr be wê belengaz û êxsîr be***Mirov ji xelkê tu car zivêr nebeMirov qewadî bike wê hemberê wî hebeHesinê xwar rast dibe lê mirovêMadenê wî pîs tu car wê rast nebeEw heta bimire jî wê wek xwe be***Bi mêrê axe re nebe heval ku birçî be jî divê axayê te beEw wek te qebûl nake divê tu xulamê wî bîKu tu bi Platon bî ew dehşikê ker bi xwe beQebûl nake wek te be wê ew neyarê te beVê gotinê di serê xwe kin bila şîret li we beTu li ber wî dest hilînî wê ew bi dostê neyarê te beJi bo te winda bike dîsa ewya axa beTu ji wî re xulam bî xwarina wî ji kîsê te be***Merê axa wek mar e di sermayê deMirov ew dît qerimî divê wî bikujeBerî germ bibe ku germ bû wê bi te vedeTe bikuje***Dijminê mirov ku ji mirov xurttir beDivê mirov ji dijminê xwe zantir beHeta karibe mirov zora wî bibe***Mirov kare cewrê gur têxe paşila xweLê nikare çêlîka mar têxe paşila xweJi ber cewir biçûk e fêm nake

Page 613: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12251224

BêbuharLê mar biçûk û mezin ferq nake***Dijmin kare mirovê ramandar di hebsê xe kerr bikeLê nikare ramanên wî ji nav xelkê top bike wek xwe bike***Kûçik ku qelew dibe xwe di ser şêr re dibîneLê xelk wî şêr nabîne xelk wî kûçik dibîne***Mirov çiqas derewan bike dawiya derewan tuneDerew nayê ser hevdu bêndera derewan tuneJi derewan tişt nayê ji rûreşiyê pêve tuneTiştan bi berfê veşêrî sitara berfê tune***Xortanî xweş buhar e umrê mirov ew sal eZewaca xweş seyrana pir delal eSal ku diçe ew li mirov vedigerinLê xortanî û umr herdu çûn venagerin***Mirov kare bi peran her tiştî vegerîneLê nikare umr û xortaniyê bi peran vegerîne***Mirov ji her tiştî xurttir eLê ji zora qederê ne xurttir e***Mirov pîr nebe qîmetê canî nizanePiştî pîr bû qîmetê canî dizane***Ku xizanî û birçîbûna mirov pir dibeDostanî jî li nav mirov kêm dibeDizî û kuştin li nav mirov pir dibe***Xweda her tiştî ji bo mirov çêdikeMirov jî ji bo mirinê û axê çêdike***Korbûna xirab korbûna dil e

Kêmbûna xirab kêmbûna aqil eDilê kor çavê vebî kor dikeAqilê kêm belayên mirov pir dike***Zewac di jînê de pir neîmet eKu jina mirov rind derkeve cinet eKu jina mirov pîs derkeve îlet e***Xweda jina rind di mêrê xirab negerîneKu zarokên wê çêbûn ew di hebsê de dimîneHeta mirinê ew jin di wî halî de dimîne***Nebe dostê wî mirovê sirê te zanibe rojên teng veneşêreEyba te nesitirîne li alî te nesekine ji dûr li te binêreLi nav xelkê qencî te nebêjê ketî hebsê li mala te nenêre***Nebe dostê mirovê qels rojên teng ne bi kêrî te bêLi ser wî tim tengî ye ji ber ew ne bi kêrî xwe ye***Mirovê mehkeme di destê xalê wî de beJi mehkemê natirse gotin bi wî re nabe***Mirovê xurt û bi wijdan wekî daraBi ber e tê jê bixwî û di bin siya wê de rûnîMirovê xurt û bêwijdan wê ji te bixweTê zulm û zorê ji destê wî bibînî***Mirovê xurt û zalim dinya ji wî re yeLê wijdan û însanî û axret ne ji wî re ye***Jehra bê minet bixwî ji hingivêBi minet xweştir eLê xizanî ew wer dike kirasekî ji agir eMirin ji xizanî rehettir û xweştir e***

Page 614: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12271226

BêbuharKu mirov xizan û birçî dibeWijdana mirov kêm dibeHeramî helal dibeDiyanet jê dûr dibeErzan û bê ûd dibe***Mirov kare ji qehpikan feyde bikeLê nikare ji timahan feyde bike***Gotina xwe nefroşe mirovê nekireKu bikire jî wê ew erzan bikire***Kûçikê xwediyê wî xurt be har eTiştê ziyanê bigihîne te neyar e***Wijdana mirov heta birçîbûnêKu mirov birçî bû wijdan pê re namîneKu birçîbûn di derî re ket hundirWijdan di şibakê re baz dide ji hundirDi wê demê de mirov dibe wekî hovJi gur xirabtir dibe mirov***Ku dikî nêzîkî Xweda bibî ku tu çi bikîBi bext bike bextê xwe çenekeTiştê bi te ne xweş e bi xelkê neke***Ku hêştir birçî dimîne ji hawidê xwe dixweTacirê ku kar neke ji sermiyanê xwe dixwe***Xizanî kirasekî ji agir eLê rûreşî jê gurtir e***Ku mirov bi zanyarî bilind dibeDostê wî mirovî pir kêm dibePiştî ku mir qîmetê wî pir dibe

Deng namire li dinyayê bela dibe***Li ba mirovê rind rûnî wê qala mêranî û comerdî bikeLi ba mirovê pîs rûnî wê qala pîsî û xirabî bikeWê te wek xwe bike ku karibe wê te ji xwe xirabtir bike***Bi xulamê axa re deng kî xulamê axa axa yeLê tu li karê wî binêrî li ba axa kole ye***Malê pak ê helal eTiştê pê bikirî helal eMalê heram pir bikîPê şerê xelkê bikîGunehê xwe pir dikîHelalî heram dikîXwe jî pê heram dikî***Zêr zêr e rindî ji zêr çêtir eJi her tiştî buha û qîmettir eRindî bi dê û bavê xwe kinZarokên we ku rindî bi we bikin***Deriyê xêrê ku negirî deriyê şerê venabeHer mirov xêrê bike li dinyayê şer çênabe***Ku tu mêrxas î ji zarokên xwe reQala tirsê neke heta zarok guh li xwe binJi boyî ew netirsin bi mêrxasî wek te bin***Ku timayî nebe mirov rizqê hev naxweBesî mirov tevan e kes wê birçî nemîneWê demê wê rehman dakeve erdêCî şeytan wê li erdê ew nemîne***Mirov xwe dadixe mirov ew xwe rabike

Page 615: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12291228

BêbuharMirov xwe erzan dike mirov xwe buha dike***Xizanî tune bi dest nayê girtinBes navek e xizanî mirov xizan nakeMirov xwe xizan dikeXizan nabe ew destê ku kar bike***Yê merî wî nebe bi xelkê re şer nekeWê şer neyê ber deriyê wî ku çeka xwe çeke***Sê tişt hene li dinyayê ewna mirov dixîninNexweşî û xizanî û nezanî her sê mirov dixînin***Mirovê tiştê biçûk dest pê nekeTiştê mezin ew çênekeTiştê mezin nikare wê yê biçûk jî xirab bike***Mirovê rind ew e rindî bike xirabî nekeLi mala xwe û namûsa xwe miqate beLi karê xwe miqate be xêran bikeEw mirov rast e yê bêbextî û derewan neke***Gotina buha ji mirovê erzan nepirseGotina rast û heq bike ji mirovê neheq netirseRastî rast e derew derew e ku çi bibe lê nepirse***Ew mirovê bênamûs çawa dibe xuyanîJi jina xwe re nabê te çi da dibê te çi anî***Dinya vala ye ku zêr li ser bibareWê derbas bî ku roj hiltê û darêMirov bi zêran umr vegerîne nikareKu hezar salan li dinyayê bimîneLi darbestê ilem wê ew siwar be***

Mirovê xayîn wek dara çalî ye wê rind nebeKu wî neşewitînî wê tim strî wî hebe***Mirovê derewîn ne hewcî tu wî riswa bikîEw bi xwe xwe riswa dike tê çi bikî***Hezar mirovê rast dijminê te beBerê çeka xwe nede wan berî bideDostekî xayîn wê ew bela serê te be***Mirovê tirsok tirs dijminê wî yeJi ber ji mirinê pir ditirse wêBi tirsê bimire tirs Îzraîlê wî ye***Siyaset ji herîr nermtir eJi polat xurttir eJi mû ziravtir eJi şifrê ew tûjtir eEw nayê girtinKes nizane li kur e***Mirovê mêrxas li mirinê digereMirin xwe ji ber wî dide alîKu mir ew bi mêranî dimire***Ne hewcî mirov rind e xirab e pirs bikîBinêr kî hevalê wî ye tê wî rind nas bikî***Mirov ji bo namûs û welatêXwe nemire ew kes ne merî yeMirovê ji bo namûs û welatê xweNemire bênamûsiyê qebûl dikeBila nemire bi saxî ew mirî ye***Malê bi aqil kom bibe tê parastin

Page 616: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12311230

BêbuharWelatê mirov û namûsa mirovBi mêranî tê parastin***Mirovê ku deyndar be wê bêar beBila bêwar be ew ne deyndar be***Bila mirov bi dijmin be ne dujin beMirovê bi dijmin kare rakeveLê mirovê dujin nikare rakeve***Mirovê serserî birçîbûn derman dibeBirçîbûn wî rehet dibeKu têr xwar ew har dibe***Şer bi mêran re dibe bila dijminê mêran beMirov çiqas şer bike şer bi bênamûsan re nabe***Mirov ku pir pîr dibeJi dinya bê par dibeHer derî lê tê girtinDeriyê gorê vedibe***Gur tu caran natirse ji serma û bayê kur reEw tim berxan dikuje wê ji xwe re kurk çêkira***Mirin ji jehrê jî taltir eLê mirovê xizan û pîr û bêkesMirin ji wî re ji hingiv jî xweştir e***Şoreş ne şoreşa çek li mil eŞoreş şoreşa aqil e***Îzraîlê mezin pîrbûn eNexweşî mezin pûçbûn eXwedayê erdê quwet e

Li ku be bêminet eYê xurt çi dixwaze dikeKes nikare deng bike***Xizan bî comerd nabî comerdî ji hebûnêÇikûsî rûreşî ye tevde ji nebûnê***Çiqas malê te hebeNe wê dinya ya te beÇiqas xurt bî li dinyaWê hemberê te hebeMirin ji te xurttir eWê gor bi kilkê te beTê di gorê de birizîWê tim dinya wek xwe be***Mirovê biaqil ew e ji belan bitirse berî çêbibeJi Xweda bitirse berî pîr bibe***Dikî xêran li xwe bidî bide berî mirinêPiştî ketî bin axê xêr dimîne li dinyêTê herî ji bîr bibî keskî hay ji te tunê***Mêr ku rûdinin cixaran vedixwinHundir tije dû dikinJin di xanîkî dî de rûdinin zarok bi wan re neHundir tije gû dikin***Mirov ji bo jînê nemire wê çi bikeNikare ji bo jînê xebatê bike***Mirovê zimanê xwe kin bikeDijminên xwe kêm dikeYê zimanê xwe xweş bikeEw dostên xwe pir dike

Page 617: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12331232

Bêbuhar***Ne pir sert be bêyî şikandinNe pir nerm be bêyî guvaştinNe pir bişewite bêyî biraştin***Mirov ne pir şîrîn be bê xwarinMirov ne pir tal be bê çekirin***Ku dostaniya mar heba wê neyarê wî nebaWê mirov ew nekuşta wê li dinya bihişta***Mirovê pîs bi qencî nexweş dibeQencî bi wî neke bi lêxistinê xweş dibe***Mirovê rind ji xêran re ji hingiv xweştir eMirovê nerind ji şeran re ji jehrê pîstir e***Mirov ne berx be gur wî naxweKu mirov berx be gur wî dixwe***Pakî ne pakiya laş û cil ePakî pakiya nefs û dil e***Sirê seneta xwe nede xelkêWê xelk rizqê te qut bikeWê pir karê te bikinWê nanê te qut bikin***Mirov bê zêr dibe bê xwê nabeÇima wê xwê erzan be zêr buha beDivê wijdana mirovan ne wiha beJi ber bi xwê wijdan nayê kirînBi zêr wijdana mirov tê kirîn***Mirovê xêrê bike wê xêrê biçîne

Mirovê şerê bike wê şerê hilîne***Kenê pir qîmetê mirov kêm dikeRûtirşiya pir rizqê mirov kêm dikeGotina pir sirê mirov derdikeGotina kêm fikra mirov xurt dike***Gotin wek peran e ne hewce bî dernexeKu tu bi hewce bî pê tiştan bikirî derxe***Xurtî ne bi nezanî şerê germ li dar eXurtî li dinyayê tev bi şerê sar e***Dinya behr e roj pêl in em li ser behrê nePêl me diajon heta bigihin kêlê em li nav avêHeta bigihin kêlekê em ê bimirin derkevin ji navê***Mirovekî ku jineke Ereb bistîneWê ji hebsa hetahetayê derdixîne***Gayê sor heta ber kêrê jî ew tim sor eMirovê di zikê diya xwe de kor be heta bimire tim kor e***Mirovê bi xelkê re xweş û rûbiken nîşana serketinêMirovê rûtirş ne heqê wî bi tacir be nîşana paşketinê***Şîret li mirovê ehmeq bêfeyde yeBila kes neyariya wî neke ew neyarê xwe ye***Mirov nebêje çêlîka mar biçûk e guneh e bikuje bi jehr eKu tu wî bihêlî wê mezin bibe wê bi te vede ew jî mar e***Mirov ji gur ditirse gur mirov dixwe gur bi sam eLê ji kûçik çêtir e gur bi namûs û helal eKûçik bênamûs e û heram e

Page 618: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12351234

BêbuharJi ber gur li ser çiyan serbilind û azad eKûçik li ber deriyê xelkê sernizm û xulam e***Ji mirovan çar di dîrokê de cî digirinMêrxas bi çeka xwe feylesof bi felsefeya xweNivîskar bi qelema xwe û pêxember bi diyaneta xwe***Hespê kihêl ku qelew bû qoşê divêKu bergîl qelew bû pehînan davê***Welatê te namûsa te yeÇeka te nifûsa te ye***Ne hewcî mirovê pîs bi pîsîtî hukim bikîWî xwe hukim kirî tê çi hukim bikî***Mirovê timah û bêbext ê gotin nerastEw kare bi derewan qetran bike mastLê derew tu car nayê veşartinMast spî ye qetran reş e nabe mast***Bi mêranî her tişt xuya dibeBi tirsê her tişt winda dibe***Bi mirovê koledar re demokrasî çênabeKu ne şer û kuştin be mirov jê xelas nabe***Mirov kare bi şivanê berxan beLê nikare bi şivanê guran be***Mirov kare berxikan biçêrîneLê nikare kûçikan biçêrîne***Şoreşa te ranebe zulmadijmin çênabeZulma dijmin çênebe welatê te çênabe

***Mirovê rast bimeşe wî gêr nekî nakeveMirovê xwar bimeşe gêr nekî wê bikeve***Mirovê rind dostê wî ket radikeMirovê pîs dostê wî ket pêl dike***Du reng heywan ji dinêKûçikan civat tuneKewê gozel ref tuneKesê qelp pere tuneKesê dîn guneh tuneYê neçandî naçine***Derew ji bo siyasetê rast eRastî bi dijmin re ne rast eRastî bi dijmin re zirar digihîne mirovDerewa siyasetê ew kar digihîne mirov***Berx bi aqil e mirov kare hiriya wî tevî jê rakeLê kûçikê har mirov nikare pirçekê ji pûrtê wî rake***Mirovê qirik xwar gotinaRast ji qirika wî dernakeveGotina xwar tim xwar e tiştêRast ji wê dernakeve***Mirov di herbê de êxsîr bûDibe êxsîrê dijminê xweKu mirov xizan û bêçare bûDibe êxsîrê zarokên xwe û jina xwe***Li ba mirovê binamûsNamûs buha ye zêr erzan eLê li ba mirovê bênamûs

Page 619: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12371236

BêbuharZêr buha ye namûs erzan e***Mirovê baş ê xirabiyan nekeEwya li xelkê derewan nekeMirovê ehmeq deng kir deng nekeJi her belayan wê ew mirov xwe veke***Gelek zor e mirov pîr be bê xwedî beGelek pîs e mirov jin be bê xwedî beMirovê pîr buhayê wî erzan dibeMirovê jin namûsa wê erzan dibe***Mirovê comerd ew buha ye perê wî erzan eMirovê çikûs perê wî buha ye ew erzan e***Mirovê biaqil gotinê dike dide û distîneMirovê ehmeq gotinê dike dide nastîneMirovê xayîn gotinê nade ew tim distîne***Mirov ku ket ê wî rake ew merî yeMirov ku ket ê raneke ne merî yeMirovê rind ew merî merî xwe yeMirovê pîs û çikûs ew merî berî xwe ye***Mirovê rast ew e ku soz da mirovekî li ser soza xwe beMirovê mêr ew e ku doza tiştekî kir li pey doza xwe be***Rindî kilîta deriyê xêrê yeNerindî kilîta deriyê şerê yeWijdan Xwedayê erdê yeTimahî şeytanê erdê ye***Jina geweze mêrê xwe kuştin dideÇeka xirab xwediyê xwe kuştin dideJina rind ku mêrê wê ket mêrê xwe rast dike

Çeka rind xwediyê xwe ji kuştinê xelas dike***Mirov mirovekî çareser nekeHeta rind û xirab wî nas nekeGotina xweyî dawî jê re neke***Her mirov dibêje ez baş im divê tu wî zanibîKu te ewya rind nas kir tê bi wî karibîKu nas nekir tu bî tim wê li xisarê tu bîTu bi wî nikarî tê li ber winda bibî***Kesê xurt ku xwastDerewê dike rastQetranê dike mastKes nabêje ne wa yeTev dibêjin wa yeDerew wek rasta ye***Jê pîstir tune mirov pîr û kal beBêkar rûniştî wer tim li mal beXerîb û xizan ew tim li mal be***Derew mirov pîs dikeXizanî mirov çikûs dikeTirs mirov bênamûs dikeXurtî mirov rast dike***Mirovê mêr kare her giranî rakeLê nikare xiramek kêmanî rake***Mirovê mêr di şer de destê wî dirêj eMirovê pîs di şer de zimanê wî dirêj e***Teyr bi baskê xwe difireMirov bi xwendin û zanînê difire

Page 620: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12391238

Bêbuhar***Îbadeta mezin mirov çi kar kir rind bikeXêran li feqîr û xizan û sêwiyan pir bikeFelsefa mezin ew e hevalê mirov pir bin xelk ji wî hez bike***Mirov heta dijminê xwe nas nekeWê ew mirov dostê xwe jî wê nas nekeEw mirov ku nekeve wê xwe li erdê rast neke***Tacir tacir e çi gul e çi komir eYê gulê bêhn xweş dibeYê komirê rûreş dibe***Mirov bi çavan pêş xwe dibîneMirov bi dîrokê paş xwe dibîneKesê pîs pîsan wek xwe dibîneKesê rind rindan wek xwe dibîneRind di dîrokê de nav rind dimînePîs di dîrokê de nav pîs dimîneKesê ku mir mal jê re namîneTiştê ku rind kir jê re dimîne***Çiyayê bilind wî her kes dibîneLê her kes nikare ser wî bibîneEwr diçe ew ser wî dibîneLê ewr nikare tim lê bimîneEwr ji wir diçe çiya li wir dimîneKes nikare wî ji wir hilîne***Dermanê ehmeqî tuneNezanî derman xwendin eNebêje mêr e nebêje jin eBi zirtî ne wek hevdu neBi xwendinê wek hevdu neCudabûn li nav wan tune

Li ba ehmeqan maf tunePir welat hene sultan tune***Kesê rind çiqas rind be yê pîs ji wî hez nakeLi dinyayê nehêle dixwaze wî winda kePîs ji pîsan hez dike ji ber tiştê rind nakeJi ber mirovê rind be yê pîs ji wî kar nake***Şerê ne şerê te beNe li ber deriyê te be nekevêŞerê ku şerê te beEw li ber deriyê te be têkevêŞer bike heta dawîYan rabe yan bikevê***Bi aqil û bi peranBi pirsê û rêberanMirov digihe her deranBêhiş nagihe ti deranWelatê xelkê nabe yê meranDiya xelkê nabe diya meran***Merî mirovê binamûs ku xeyidî li mirov dixîneLê xelk li mirov xîne qebûl nake heyfa mirov hiltîne***Mirovê pîs ku ji te hez nekir wer zanibe tu rind îMirovê nizm ji te hez nekir xwe zanibe bilind î***Kesê ji xelkê dûr beWê aqil ji wî dûr beWê çav vebî dil kor beYê nêzî xelkê bibeWê her tiştî zanibe***Ku mirov di zikê diya xwe de nû çêdibe

Page 621: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12411240

BêbuharNe dikeve ne radibe ji diya xwe çêbû xuya dibeDi dergûşê de radize ku diya wî diçe derekê li piştaDiya xwe siwar dibe ku bi ser lingan ket li lingê xweSiwar dibe ku mezin bû diçe derekê li otomobîlê siwar dibeKu kal û pîr dibe dimire li darbestê siwar dibeKu dikeve gorê wek vegere zikê diya xwe winda dibeDi gorê de radikeve ne dikeve ne radibeDinya di ber çavê wî re wek filmê sînemê derbas dibeÊdî rehet dibe ew li dinyê ye ji dinya derew xelas dibe***Mirovê mêr li mêraniyê dipirseMirovê pîs û tima tim li peran dipirseMirovê mêr comerd e pere li ba wî erzan eJi ber wayî yê mêr ew tim xizan e***Dewlet çiqas dewlemend be bê esker nabeMirov çiqas dewlemend be bê merî nabeEw nagihe heqê xwe wê heq winda beBê xwendin û xebat kes şiyar nabe***Mirovê tima naxwaze bimireKefen belaş be dixwaze bimireMirin pir zor e ew nerehet eKefen belaş be pir pê rehet e***Yê li namûsê bipirseJi mirinê natirseYê li namûsê nepirseJi mirinê ditirse***Avakirin şaristanîRewşenbîrî ronistanîNexwendinî taristanîYê kar neke bêwijdanî***

Ku dikî jinekê du caran bikujîZarokên wê li ber çavê wê bikujîDawî tu wê bikujî du caran wê dikujî***Derew kêfa xwediyê xwe xweş dikeLê dawî rûyê xwediyê xwe reş dike***Mirov karekî bike şaş bibe pêşketin eLê ku du caran şaş bibe paşketin e***Mirovê xizan zengîn dibeYê rind ji yê pîs xuya dibeYê rind wekî xwe dimîneMirovê pîs poz radibeJi hevalên kevin dûr dibe***Ku şer çêbû nayê hezkirinBes ji bo tiştekî tê hezkirinMirovê tirsok û mêr tên naskirin***Mirovê ku bitirseLi heqê xwe napirseMirovê ku natirseLi heqê xwe dipirseLi heqê xwe nepirseXelk ji wî re napirse***Tiştek tune ku nabeYê zana nabêje nabeYê ehmeq dibêje nabeBi wî ti tişt çênabe***Nefsbilindî bi rindîNe pîs û pozbilindîMirov karê rind bike

Page 622: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12431242

BêbuharXelk ji wî hez bike***Mirov ku dîrokê dixwîneKarê rind û pîs tê de dibînePiştî ku dixwîne û datîneKarê pîs pîs dimîneKarê rind rind dimîneMirov jê sûd dibîne***Mirov ji diya xwe çêdibe li ser xwe digirîÇaxa mezin dibe dimire xelk li ser wî digirî***Gula naylon xweşik eLê hingiv jê çênabeJi ber hilm ne xweş eŞane lê peya nabeWek keçika xweşik û pîsJi mêrê rind re nabeMêrê rind wayê bibeWê ji wî re bela be***Serhişkî mirov dixe şer germ dikeDawî mirov poşman dike nerm dikeSernermî poşmanî ew ne nermî yeSernermî poşmanî ehmeqî û şermî ye***Mirov bê dijmin nabeHer mirov dijmin pir eLê mêr û binamûsDijminê wî pirtir eJi ber ên rind hindik inMirovê pîs pirtir eLê dijminê li hundirJi yê derve pîstir eEw dijminê li derve

Wê zanibî li kur eLê dijminê li hundirNizanî ew li kur e***Yek caran wekî xewn eTiştê mirov ku ew xastHin caran lêhatin eXewna mirov dibe rast***Dema ku gul vedibe naxwaze biçilmiseLê dem wayê dihêle ew gula biçilmise***Ew mirov nemirî ji bo heqê xwe bimire heqê wî nemireEw mirov mirî ji bo heqê xwe nemire heqê wî bimire***Mirovê qels xwe bi xelkê digireMirovê mêr xelk xwe pê digireDi rojên teng de xelk xwe lê digireQîza wî dibe mêran jê digire***Mirov bi xizanan re xizan dibeMirov bi nezanan re nezan dibeLi nav xelkê ew bêûd û erzan dibe***Mêr bi zimanê xwe tê girêdanKer bi hefsarê xwe tê girêdanPişt bi bênamûsan nayê girêdanPişt bi namûsa rind tê girêdan***Pêşketin ne bi gotin û lavan ePêşketin bi zanbûn û gavan e***Teyr bi baskê xwe difireMirov bi ilmê xwe difire***

Page 623: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12451244

BêbuharKer nizane ew ker eMirov zane ew ker e***Mirovê mêr xwedî doza xwe yeMirovê rast xwedî soza xwe ye***Mirov nikare qumaş erzan bike buha bikeHeta mirov babeta wî qumaşî nas bike***Bi peran wijdana mirov tê kirînBi rindî dilê mirov tê kirînMirovê rind wijdana wî nayê kirînMirovê pîs wijdana wî tê kirîn***Dinya trên e Xweda şofêr eXelk siwar dibin peya dibin di rê re***Ji gula naylon hingiv çênabeBi lavlavên pir mirî ranabe***Mirovê xurt û zalim xelk ji zulma wî digirîMirovê xurt û rind ku mir xelk li ser wî digirî***Comerdê biçûk ji xelkê re nan dideComerdê mezin ji bo welat can dideMir ew namire di dîrokê şan dide***Ji porê spî nayê hezkirinJi porê reş tê hezkirinJi çavê gewr nayê hezkirinJi çavê reş tê hezkirinJi dilê spî tê hezkirinJi dilê reş nayê hezkirinDilê reş û spî nayên naskirinLê bi kar tên naskirin

***Timayî malê mirovê çikûs pir dikeMal mirovê çikûs û pîs bêcir dike***Di neynikê re mirov xwe û pêş xwe dibîneDi rûpelên dîrokê de mirov paş xwe dibîne***Jina rind rewşa mêrê xwe xweş dikeJina xirab rûyê mêrê xwe reş dike***Ew mirov ne mêr e sax be xelk ji ber bigirîEw mirov mêr e ku mir xelk li ser wî bigirî***Textê pîs bi boyaxê rind nabeMirovê nizm bi peran bilind nabe***Her ku mirov rind dibeHevalê wî kêm dibeRizqê wî kêm dibeHer ku mirov pîs dibeHevalê wî pir dibeRizqê wî jî pir dibeJi ber ên rind hindik inPîs hevalan pir dikin***Dinya derew jîn tim ev eJîna mirov roj û şev eJîna dibuhure kar û rev eMalê dinê tim pey keveRoj kar bikî şev rakeveDinya çerx e lê nakeveHeta bimirî dinya ev e***Ew miletê bindest be ji koledar netirseEw miletê bindest be ji nezanî bitirse

Page 624: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12471246

BêbuharEw miletê nexwendî ji koledar ditirseEw miletê xwendibe koledar jê ditirse***Mirovê pîs dixwaze xelkê ji xwe pîstir bikeMirovê kêm dixwaze xelkê ji xwe kêmtir bikeMirovê rind naxwaze xelkê ji xwe pîstir û kêmtir bikeEw dixwaze xwe ji xelkê çêtir û rindtir bike***Heqê te li yekî bû karî bistînîBistîne nespêre XwedêKu te nikarîbû heqê xwe bistînîDawî bispêre Xwedê***Hespê kihêl bi dehkirinê dimeşeKerê ehmeq bi lêxistinê dimeşe***Ku mirov mal pir dikeNefsa wî mezin dikeDostên kevin ji bîr dikeDostên nû xurt çêdikeJi bo mal pirtir bikeXwe ji wan bilindtir bike***Mirov çêdibe û mirov dimireLê bêhemd çêdibe û bêhemd dimireGava ku çêbû mirov natirseGava ku dimire mirov ditirseGora zikê dê ya neh meha yeGora mirinê ew bêreha ye***Mirovên xayîn li ba mirovên ehmeq tên veşartinGotinên derew li ba mirovên nezan tên veşartinLi ba zanan xayîn û derew nayên veşartin***Mirovê xurt xelk nikare

Malê wî bixwe xelk malê wî dideMirovê qels xelk malê wî dixweNikare ji xelkê bistîne dispêre Xwedê***Xwedî xurt be rastî rast eXwedî qels be derew rast eXurtî derewan dike rastQelsî rastiyê dike nerast***Mirovê pîs yekî feqîr dibîneHenekê xwe bi wî dikeMirovê rind yekî feqîr dibîneDiçe xêran bi wî dike***Gotina xweş ji xwarina xweş çêtir ePorê spî ji dilê reş çêtir ePorê spî xirabî çênakeDilê reş rindî çênake***Mirov dimire li dinyayê namîneLi dinyayê navê wî û malê wî dimîneYê nav pîs be nav bi pîsî dimîneYê rind be nav bi rindî dimîne***Gava mirov ku çêbûîXêr û şer pê re çêbûJi xêrê jî xêr çêbûJi şerê jî şer çêbû***Timayî şerê çêdikeWijdan xêrê çêdikeLi erdê xêr rehman eLi erdê şer şeytan e***Bi mirovê ehmeq re deng bikî

Page 625: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12491248

BêbuharYan tê bi wî re şer bikîYan tê xwe li ber wî kerr bikîYê rind xwe li ber wî kerr bikî***Mirovê li ser xelkê gotinê bikeEw mirov kêmî xelkê yeMirovê şîretan li xelkêBike ew mirov mîrê xelkê ye***Mirovê rast ku soz da yekîDikeve hebsa soza xweMirovê derewîn ku soz da yekîNabe xwediyê soza xwe***Mirov şer neke ji xwe xurttir bibîneMirov şer bike ji xwe xurttir nebîneKu ket cîkî riya vegerê bibîneEw gav neke cî nigê xwe nebîne***Gula naylon hingiv ji wê çênabeKesê tirsok û tima namûs ji wî çênabe***Mirovê mêr wek teyrê baz eBi mirovê xwe difireJi nav mirovê xwe derketEwya nikare bifireHer tişt bi peran tê kirînPere dîrokê nakire***Kesê tirsok maf dimireMirovê pîs mir nav dimireKesê rind mir nav namire***Mirovê pîs û dewlemend qesra wî bilind eYê zan û xwende û rind navê wî bilind e

***Ku dikî zimanê yekî qut bikîDivê qencî pê bikîDijminên xwe kêm dikî dostên xwe pir dikî***Baran bi wê erd şil dibeGiya û zad pê şîn dibeHov û mirov pê jîn dibe***Mirovê xwar jê dûr nebîJi bo wayî rast bikîNikarîbû rast bikiraTê wayî rind nas bikî***Dostê mirov aqilê wî yeDijminê mirov aqilê wî yeMirovê biaqil dostê xwe yeMirovê bêaqil dijminê xwe ye***Mirovê binamûs dixwaze meriyan pir bikeMirovê bênamûs dixwaze peran pir bikeMerî binamûsan vedişêrePere bênamûsan vedişêreNamûs ne xuya ye li ba bênamûsan barekî sivik eLê li ba mirovên binamûs barekî giran e ne sivik e***Mirov çi kar kir ne bes ji zarokên xwe re bikeMirov çi kar kir divê hinekî ji xwe re bike***Keroşk bi roj nabin kerîDerman nabe herçî mirîKer bi lêdan nabin merîTerî tu car nabe serî***Dijmin ji mirov re xweş dike

Page 626: Yûsif Berazî (Bêbuhar) · hat. Jixwe wî helbesta xwe ya navdar “ Hebs û Zindan” ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo ew kir stran, di zindaneke Sûriyê de nivîsand. Bêbuhar

12511250

BêbuharLê dawî rûyê mirov reş dikeDevê dijmin bi mirov re dikeneLê dilê wî bi mirov re nakene***Malê mirov çû vedigereUmr ku çû venagereNemire bi derman vedigereMir bi derman venagere***Mirovê rast wê xwar nebeHeta di wî de can hebeMirovê xwar wê rast nebeHeta di wî de can hebeYê xwar û rast wê wek xwe binHer yek li ser koka xwe be