16
ËŎĤËġŀňÈ ňĜ ¼ōňÝÎňŀňĨ ¼¶ŇÝĤň¹ ÊæňÝÎňŀňĨ »æËō ňĜ Óôīµ »Ńä Rojnameya Kurdên Diyaspora ÇAPA EWROPA www.rudaw.eu [email protected] Nûçe, raport û hevpeyvînên taybet. Herroj, 24 saetan. .net Sefereke bê pere bo Kurdistanê Nav, navnîşan û telefona xwe ji bîr nekin Rûdaw Media GmbH - Tîrûpişk - Gutenbergstr 63 a 50823 Köln / Almanya 5 kuponên ji hejmarên cûda yên Rûdawê bibire û ji vê navnîşanê re bişîne: Nav û navnîşana we: Telefona we: 5 rojnameyan bikire û bilêtekê qezenc bike Bi sponsoriya City Tower (Hewlêr) Kupon Agahiyên zêdetir u7 Parêzer Uzun Buroya Parêzeriyê Em li seranserê Almanyayê di xizmeta we de ne Reklam Hejmar / Nr. 140 29 Adar / März 2012 9 7 7 1 8 6 9 1 0 4 0 0 0 1 3 4 1 9 1 6 3 1 7 0 1 5 0 6 0 0 0 1 2 Deutschland 1,50 Euro | Österreich 1,50 | Belgium 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Norway 15 NOK | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm: Siyaseta Kurdên Rojava ne siyaseta PKKê ye! Cehşekî [poşman]: Wîjdanê min êdî qebûl nekir Piştî 18 salên cerdevaniyê, Bedran Akdagê ji herêma Mêrdînê “wijdanê xwe rihet kir” û pirtûkek derbarê bûyerên wan salan de nivîsand: “Rastiyên aliyê din yê çiyê” 4 Heftiya pêş me, roja înê, 06.04.2012, li Almanyayê cejna olî “Karfreitag“ e. Ji ber wê dibe ku hejmara 141ê ya Rûdawê li hinek cîhan dereng bikevê bazarê, anjî dereng bigihije aboneyan. Bo agahiya xwendevanan 10 / 11 Keçikek 2 salî ji ber teşhîsa şaş dinale P izîşkên Kurdistanê gotin ku ew ji mejiyê xwe ve nexweş e û li gor wê derman kirin. Niha Ayaya 2 salî ji bo teda- wiyê li Almanyayê ye û pizîşkên Alman dibêjin; ew ne ji mejî lê ji dil û gurçikên xwe nexweş e û divê bê emeliyat kirin. 6 Siyasetme- dar pilana AKPê bi guman dibînin H ikûmeta AKPê bi hinceta çareserki- rina pirsgirêka Kurd konseptek nû daye pêşiya xwe. Weke ku di çapemeniyê de hat nirxandin, ev konsepta ku ji 10 xalan pêk tê ji çareseriyê bêtir wê bibe sedemê xitiman- dinê. Hevseroka BDPê gultan Kişanak, Parle- menterê BDPê yê Amedê Şerafettin Elçî û Prof. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep- tek ewlekariyê ye û nikare bibe çareserî. 3 www.arsivakurd.org

Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

  • Upload
    others

  • View
    9

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

RojnameyaKurdên Diyaspora

Ç A P A E W R O P A

[email protected]

Nûçe, raport û hevpeyvînêntaybet. Herroj, 24 saetan. .net

Sefereke bê pere bo Kurdistanê Nav, navnîşan û telefona xwe

ji bîr nekin

Rûdaw Media GmbH- Tîrûpişk - Gutenbergstr 63 a50823 Köln / Almanya

5 kuponên jihejmarên cûdayên Rûdawê bibireû ji vê navnîşanêre bişîne:

Nav û navnîşana we:

Telefona we:

5 rojnameyan bikire ûbilêtekê qezenc bike

Bi sponsoriyaCity Tower (Hewlêr)

Kupon

Agahiyên zêdetir u7

Parêzer Uzun

Buroya Parêzeriyê

Em li seranserêAlmanyayê

di xizmeta we de ne

Rek

lam

Hej

mar

/N

r. 1

40

29

Ad

ar

/ M

ärz

20

12

9 771869 104000

1 3

4 191631 701506

0 0 0 1 2

Deutschland 1,50 Euro | Österreich 1,50 | Belgium 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro | Nederland 1,80 Euro | Norway 15 NOK | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK

Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm:Siyaseta

Kurdên Rojava ne siyaseta PKKê ye!

Cehşekî [poşman]:Wîjdanê minêdî qebûl nekir

Piştî 18 salên cerdevaniyê,

Bedran Akdagê ji herêma Mêrdînê

“wijdanê xwe rihet kir” û pirtûkek

derbarê bûyerên wan salan de

nivîsand: “Rastiyên aliyê din yê çiyê”

4

Heftiya pêş me, roja înê,06.04.2012, li Almanyayê cejna olî“Karfreitag“ e. Ji ber wê dibe kuhejmara 141ê ya Rûdawê li hinekcîhan dereng bikevê bazarê, anjîdereng bigihije aboneyan.

Bo agahiya xwendevanan

10 / 11

Keçikek 2salî ji berteşhîsa şaşdinale

Pizîşkên Kurdistanêgotin ku ew ji mejiyê

xwe ve nexweş e û li gorwê derman kirin. NihaAyaya 2 salî ji bo teda-wiyê li Almanyayê ye ûpizîşkên Alman dibêjin;ew ne ji mejî lê ji dil ûgurçikên xwe nexweş eû divê bê emeliyat kirin.

6

Siyasetme-dar pilanaAKPê biguman dibînin

Hikûmeta AKPê bihinceta çareserki-

rina pirsgirêka Kurdkonseptek nû dayepêşiya xwe. Weke ku diçapemeniyê de hatnirxandin, ev konseptaku ji 10 xalan pêk tê jiçareseriyê bêtir wêbibe sedemê xitiman-dinê. Hevseroka BDPêgultan Kişanak, Parle-menterê BDPê yêAmedê Şerafettin Elçî ûProf. Mehmet Altan jiRûdawê re axivîn ûdaxuyandin ku evkonsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye ûnikare bibe çareserî.

3

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Li bajarê Strasbourgê roja1ê Adarê 15 endamên“Înisiyatîfa Azadiya Ji BoOcalanˮ dest bi greva bir-

cîbûniyê kirine. Greva bê dem ûbê dor a 15 kesan ligel pirsgirê-kên tendirustiyê didome û di vênavberê de komeke din jî dest bigreva birçîbûnê kir.

Greva birçîbûnê ya ku bi ar-manca azadiya serokê PKKê Ab-dullah Ocalan û pejirandinastatuya Kurdan di 1ê Adarê de liDêra St. Maurice ya bajarê Fran-sayê Strasbourgê hat destpêkirin,mehek li paş xwe hişt. Di nava 15endamên “Însiyatîfa Azadiya JiBo Ocalanˮ de pirsgirêkên wekeagirê bilind, tansiyona kêm û kêmvexwarin rû didin û çalakvan jialiyê endamên Yekitiya DoktorênCîhanê ve tên kontrolkirin. Roja27ê Adarê Serokê Federasyona

Gundiyan û Parlementerê GrûbaKeskan yê li Parlemena Ewropayê,Jose Bove, serdana çalakvanan kir.Herwiha derhênerê bîlman yêFransî Luis Miranda û Kevnese-rokê Grûba Çepan li ParlemenaEwropayê, Francis Wurtz, jî ser-dana çalakvanan kir. Li aliyê din

komeke ji 35 kesan pêkhatî dest bigreva birçîbûnê ya bi dor û dema 5rojî kirin û endamên vê komê wêserdana Parlemena Ewropayê,Konseya Ewropayê, CTP, DadgehaMafê Mirovan ya Ewropayê bikin ûdaxwaziyên xwe pêşkêşî wanbikin.

Aktuel Rûdaw2 Hejmar 140

Bi helkefta 66. salvegera şe-hadeta Pêşewa Qazî Mihemed,li jêr navê "Jiyan, Bîr û Ramanû Armancên Wî ", li bajarê Ber-lînê semînerek li ser PêşewaQazî Mihemed tê lidarxistin.

Beşdarvan: Dîrokzan û rojnamevan Kakşar OremarDem: Şemî, 31.03.2012Destpêk: saet 16:00

Navnîşan:Haus der Demokratie und Menschenrechte Greifswalderstr. 410405 Berlin

Dem: Yekşem / 1ê Nîsanê 2012

Destpêk: saet 13.00 Cîh / Ort: Waterloo-Ufer 10961 Berlin (U-Bahn: Hallesches Tor)• Hozan Serdar –

Rêzan (Hip.Hop)• Hemen Ali (Sorani)• Govend-Helbest

Organîze:Kurdische Gemeinde zu Berlin und Brandenburg e.V., DIE LINKE

Semîner li ser Pêşewa Qazî Mihemed li BerlînêŞahiya Newrozê li Berlînê

Koln (Rûdaw) - Li gor televiz-yona îtalî ya nûçeyan Sky TG24,sêşama borî (27.03.2012) polî-sên Îtalyayê 5 Kurdên ku tê îdia-kirin ku endamên PKKê ne,binçav kirine.

Kesên binçavkirî tên sûcdarki-rin ku wan ji bo PKKê ji nav Kur-dên li Îtalyayê pere kom kirine.Li gor daxuyaniya polîsên îtalîpereyên komkirî bo Almanyayêhatine şandin. Her pênc kesênbinçavkirî yên di navbera 26 û40 salî de wê ji ber bikaranînaşîddetê û gefxwarinê û “karên

terorîstî“ bên dadgeh kirin.Piştî ku polîsên îtalî demek

dirêj li telefonên kesên binçav-kirî guhdar kirine, li çendîn ba-jarên Îtalyayê polîsan bi sergellek malên Kurdan de girtin,di nav wan de li bajarên Roma,Venedîg, Modena û Padûa. Lê-pirsînên polîsan beriya çendmehan li Venedîgê dest pê kiri-bûn, piştî ku xwediyê dikanekdoneran gilî kiribû û îdia kiribûku li wî hatiye lêdan, ji ber ku wîqebûl nekiriye ku pereyênxwestî bide.

Koln (Rûdaw) - Şowmenêalman yê naskirî Kai Pblaumedi nivîseke ji bo rojnameya al-manî BILD de diyar dike kuyekem car ew heşt an neh salîrastî pirtûkên romannivîsênaskirî yê alman Karl May ha-tiye. Lê Kai Pblaume herwihabehsa favoriyên xwe yên ciwa-niya xwe jî dike û dibeje: “12salî êdî ez rastî pirtûka xwe yafavorî “Di Kurdistana dirindere” hatim. Bi lehengê ku herî

zêde min jê hez dikir, ku ew jîHadschi Halef Omar bû. Ji dest-pêkê ve wî sempatiya min ki-şand aliyê xwe, ji ber ku ew biawayekî din bû, gellek aliyênwî yên cuda hebûn.

Karl May yek ji wan romanni-vîsên zimanê almanî ye ku herîzêde tê xwendin û herwiha yekji wan nivîskarên Alman e kuherî zêde pirtûkên wî bo zima-nên din hatine wergerandin. Ligor texmînan, heta niha li se-

ranserê dinyayê derdorê 200milyon nixse ji romanên wî ha-tine çapkirin, tenê li Almanyayê100 milyon. Karl May bi giştî 35romanên serpêhatiyan nivîsan-din û romana “Di Kurdistanadirinde re” di rêza duyemîn deye. Karl May romana “Di Kur-distana dirinde re” di sala1892ê de nivîsand û gellek nif-şên Almanan bi rêya vê romanêyekem car peyv û hebûna Kurdû Kurdistanê bihîstin.

’Di Kurdistana dirinde re’ favoriya Kai Pflaume ye

Li Îtalyayê 5 PKKyîhatin binçavkirin

Bû mehek ku greva birçîbûnê dom dike

Li ser navê însyatîfê Ahmet Çelîk daxuyanî da çapemeniyê

Wên

e: D

IHA

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

3RojevRûdawHejmar 140

Hîwa Ebdulla Brûksel

Roja 12.03.2012ê bi însiyatîfapartiya serketî di hilbijartinên

borî yên Belçîkayê de “YekîtiyaFlaman a nû A-NV” konferansa“Rojhilata Navîn û Demokrasî, bû-yerên vê dawiyê yên Sûriyê û pê-geha Kurdan” li paytexta BelçîkaBrûkselê li salona Senatê hat saz-kirin. Di vê konferansê de ji aliyêdîrokî, siyasî, erdnîgarî û neteweyîpirs bê ronîkirin hewldan hatkirin, lê peyamek dihat bihîstinew jî ev bû: “Opozisyona sûrî û Bi-rayên Misilman ji aliyê Tirkiyeyêtên piştgirîkirin û nabe rê li berserketina Tirkiyeyê li Sûriyê bê ve-kirin.”

Endamê Sênata Belçîkayê yê li

ser lîsteya Partiya Nasyonal a Fla-manî A-NV, Piet De Bruyn ku rêve-berê konferansê bû, gotarek binavê ’Vlandern û Kurd’ pêşkêş kirû behsa rola Flamanan bo kêşeyaKurd kir û got: “Divê Kurd sûdê jiezmûna Flamanan wergirin û biçavekî rexnegir berê xwe bidindema xwe ya borî. Eger wî mabîbidin min, ez wek neteweperwe-rekî Flamanî ji we re dibêjim ser-ketina me vedigere wê yekê ku medîroka xwe nas kir û sûd jê wer-girt.” Bruyn şîret jî li Kurdan kir kuji xeynî ku bi awayekî nûjen bira-min, herwiha hesta xwe ya netewîjî biparêzin û ji dest nedin: “Tiştêez gihandim vê rojê ew bû ku mal-bata min ez bi vî awayî perwerdekirim.”

Her di vê konferansê de, cîgirêserokê Desteya Hevahengiya Nişti-manî ya Sûriyê Xalid Îsa gotarekpêşkêş kir û qala têkiliya Kurd-Elewî û Sunniyên Sûriyê kir û got:“Heya sala 1937ê pêwendiya Kur-dan û dewleta Sûrî asayî bû, hinpostên Kurdan yên bilind jî hebûn.Lê ligel ku petrol li navçeya kurdîhat dîtin, dewleta Sûrîyê Kurd paş-guh kirin û dest bi helandina Kur-dan kir.” Derbarê armanca DesteyaHevahengiya Niştimanî ya Sûriyê,Xalid Îsa got: “Em daxwaza demok-rasî û ne navendîtiyê bo Sûriyêdikin ku hemû kes di nav de cihêxwe bibîne.” Îsa got ku ew wek En-cûmena Niştimanî ya Sûriyê nabiki-rin ku ligel destêwerdana leşkerîye bo rûxandina rêjîma Esed, ji ber

ku ew ditirsin ezmûna Îraq û Lîbi-yayê dubare bibe: “Destêwerdanaleşkerî, yanî destêwerdana Tirki-yeyê, ev jî hewldaneke li dijî Kur-dan.” Desteya HevahengiyaNiştimanî ya Sûriyê yek e ji sê ali-yên serekî yên opozisyona sûrî, kuPYD jî ligel vê desteyê ye.

Rojnamevanê navdar yê Belçîkîû pisporê kêşeyên Rojhilata Navîn,Lodo Debrabander, gotarek binavê “Metirsiyên DestêwerdanaDerveyî û Leşkerî” pêşkeş kir.Lodo got ku di sala 2005ê de hikû-meta Esed du derfetên mezin jidest dan, eger hikûmetê wê çaxêxwe ji wan însyatîfên bi navê ‘Pey-mana Şamê’ venedizîba, ku liderve û hundir ronakbîran bo de-mokratîzekirina Sûriyê encam

dan, vêga Sûriyê wê di qonaxekedin de bûye. Navborî rexne li med-yaya cîhanî û medyayên ewropî ûwelatê xwe girt ku nûçe û bûyeranbi awayekî rast venaguhêzin. Lodoku di dawiya Chileya îsal de ser-dana Sûriyê kiriye, got: “Tiştê kumin li Sûriyê dît ne ew bû ku roj-nameyên cîhanê behs dikirin.”

Di çend rojên borî de serokêFraksyona Libêral li ParlementoyaEwropayê û serokwezîrê berê yêBelçîkayê Gee Verhofstad daxwazaçekdarkirina opozisyona Sûriyêkir, lê Lodo li dijî vê pêşniyarê ye ûdibêje: “Bi dîtina min pêşniyaraVerhofstad senaryoyeke bi xof e, jiber ku çekdarkirina opozisyonêdibe sedemê zêdebûna qurbani-yan.”

Mehmet Sebatli

Heftiya borî sêrojnamevanênTirk ên ku nû-nertiya Enqerêdikin ligel ra-yedarên AKPê

civiyan û ragihandin ku hikûmetêji bo çareseriya pirsgirêka Kurdplanek nû amade kiriye. Di rayagiştî de ev pilana ku ji deh xalanpêk tê, weke “Stratejiyeke nû diPirsgirêka Kurd“ de, anjî weke“pilana dewletê ya nû bo Kur-dan“ hat binav kirin. Siyasetme-darên ku daxuyanî dane Rûdawêbi guman berê xwe didin kon-septa nû ya hikûmetê û dibêjin,“Ji bo çareseriyê pilanek nû tune,konsepta ewlekariyê ya berê têdubarekirin.ˮ

Rojnamegera Milliyetê Asli Ay-dintaşbaş roja 24ê Adarê di qun-cika xwe de ragihand ku mehekêberê herdu hevserokên BDPê Gul-tan Kişanak û Selahattin Demirtaşli Enqerê bi nûnerekî hikûmetê re,ji bo rêya diyalogê bê vekirin, hev-dîtinek çêkirine. Demirtaş vê ci-vînê piştrast dike û dibêje “emamade ne însyatîfê bigirin.ˮ

Kişnak: Di civînê de eşkere bû ku hikûmet diyalogê naxwaze

Weke ku Selahattin Demirtaş jiAydintaşbaşê re gotibû, Gultan Kişa-nakê jî di bersivdana Rûdawê de ewhevdîtin piştrast kir û got, “Me dax-waza hevdîtinê kir û me pêşniya-rên xwe pêşkêşî nûnerê hikûmetêkir.ˮ Kişanakê debarê armanca hev-dîtinê de jî agahî dan û got, “Me jiwan re got bihar tê, wê çalakî rûbidin, Newroz nêzîk dibe, nerazî-bûna gel zêde ye, em dixwazin ber-pirsiyariyê bigirin û divê hikûmetvê rewşê di ber çavan re derbasbike û rêya çareseriyê veke. Lêweke ku me ji helwesta wan fêmkir, hikûmet dixwaze konseptênewlekariyê bide pêş, ne yên hevdî-tin û çareseriyê.ˮ Hevseroka BDPê

Gultan Kişanakê destnîşan kir kupiştî wê hevdîtina bi rayedarên hikû-metê re ti hevdîtinek çênebûye. Bibaweriya Kişanakê konsepta nû yahikûmetê ne bi armanca dîtina mu-xatabekî ye, lê dubarekirina strate-jiya şer a berê ye: “Rewşeke nû,siyaseteke nû tune. Newroz bitundî derbas bû û xuyaye ku biharjî bi pevçûnan derbas bibe. Mixa-bin derbarê çareseriyeke sivîl ûhevdîtinan de gotineke nû û zelaltune. Me heta îro gellek caranbang kir ku çi bikeve ser milê meem amade ne, lê hikûmet dixwazebi serê xwe tevbigere. Lewma egerdi konsepta wan a nû de hevdîtinhebin divê ew hewl bidin bi me rebikevin têkiliyê.ˮ

Elçî: Hikumet BDPê li dervê dihêle

Serokê KADEPê û Parlemen-terê Amedê Şerafettin jî Elçî da-xuyand ku ev pilan bi armancaçareserkirina pirsgirêka Kurd ne-hatiye amadekirin û tenê ji bo ro-jeva Newrozê bê guhertin hatiyeamadekirin û got, “BDP li dervetê dîtin.” Elçî diyar kir ku pilanahikûmetê dubarekirina bi dehanpilan û projeyên berê ye û wihaaxivî: “Derbarê çareseriyê de titiştek, ti gotinek nû tê de tune.Tenê dibêjin wê li dijî PKKê tê-koşîna çekdarî bidome. Konsep-tên berê yên têkçûyî dubaredike.ˮ Bi baweriya Şerafettin Elçîhikûmet dixwaze BDPê di çare-serkirina pirgirêka Kurd de liderve bihêle û got ev helwest jî ticarî çareseriyê nayîne. Elçî wihadom kir: “Pilanek ku BDPê, angosiyaseta kurdî ya li parlemen-toyê, li dervê bihêle, ti carî naçe

serî. Dibêjin em ê siyasetmeda-rên ku têkiliya wan bi PKKê retune be, mixatab bigirin. BDP jîhertim dibêje ku em jî wekePKKê nûnertiya heman gelîdikin lê ti têkiliyek organîk dinavbera me de tune. Hûn biPKKê re şer dikin, BDPê jî liderve dihêlin, hûn ê bi kê re me-seleyê çareser bikin? Bi CHP ûMHPê re? Yan bi kesayetênbêhêz re bikin ku ti têkiliya wanbi gelê Kurd re tune ye?ˮ

Altan: Konseptên ewlekariyêti carî nabin çareser

Nivîskar û rojnamevanê tirkMehmet Altan jî konsepta nû yahikûmetê ji bo çareserkirina pirs-girêka Kurd kêm dibîne û dibêje,“Ji bo çareseriyeke rastî ti îmka-

nek û rêyek nû venake.ˮ Altandiyar kir ku hikûmet bo hevdîti-nan BDPê nîşan dide, lê got, “Ras-terast nabêjin BDP, hinek şert ûmercan tînin. Ew jî tengasiyêderdixe.ˮ Bi baweriya Altan nave-roka vê konseptê dişibe konsep-tên berê û got, “Ev rê berê gellekcaran hatiye ceribandin. Kon-septên ewlekariyê ti carî nabinçareser. Ez vê konseptê gellekxelet dibînim û ditirsim ku wêbihar pirr dijwar derbas bibe.ˮJi bo çareseriyeke rastîn jî Altannêrînên xwe wiha anî ziman:“Divê ji bo Kurdên ku li Tirki-yeyê dijîn konseptek wisa bêamadekirin ku mafên wan ênnetewî û demokratîk misogerbike. Wekî din ti konsepteknabe çareserî.ˮ

Konseptên kevin di kirasên nû de

Hevseroka BDPê Kişanak:Niha di navbera BDP û AKPê de ti gotûbej tune

Şerafettin Elçî Mehmet Altan

“Divê Kurd sûdê ji tecrûbeya Flamanên Belçîkayê werbigirin”

Li senata Belçîkayê behsa siberoja Kurdan li Sûriyê hat kirin

Gultan Kişanak

Kaynak: Deriyê gotûbêjan vekiriyeHêmin Xoşnaw

Şêwirmendê berê yê MITêMahîr Kaynak dûr nabîne

careke din gotûbêj dest pêbikin û ji Rûdawê re got: “Li gorstratejiya hikûmeta Tirkiyeyê,deriyê gotûbêjan herdem li serpiştê ye. Lê daxwaza siyasî yaaliyê Kurd ne eşkere ye û hemûdaxwazên wan îdeolojîk in.”Kaynak dibêje agahiyên wî yênzêdetir derbarê destpêkirinagotûbêjan de nînin û got, “lêberê bûyeran bi aliyê diyalogêdiçe.” Bi baweriya Kaynak, negirîng e piştî destûr yan berî wêgotûbêj bên kirin: “Girîng erêya gotûbêjan bi tevahî bêxweşkirin û mebesta diyalogêçareserkirin û lihevkirin be.”

Bi baweriya mamosteyê za-nîngehê û çavdêrê siyasî SolîOzel jî, egera gotûbêjan û gihiş-tina encamekê heye: “Eger xwejê venedizin. Lê li Tirkiyeyê şe-fabiyet nîne û tirsa ji reaksyonaraya giştî heye.”

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Kurdistan Rûdaw4 Hejmar 140

Serpêhatiya 18 salên cerdevaniyê

Nîșanên niștimanî û netewî di yek-rêziya miletan de xwedî cîhên gi-rîng in. Al, nexșe, sirûd, sembolên

dîrokî, çandî û civakî nîșanên sereke yênniștimanî û netewî ne. Civakê nêzî hevdikin, hestiyariyeke netewî û niștimanîdiabirînin.

Sembolên netewî, parekî ji nasnameya“visuel“ in, ya ku mirov bi șekl û rengandibîne, digire dest, xwe bi wan bi navdike û pê bi xurûr e. Mirov û civak xwe binîșan û sembolên netewî dinasin û didinnasîn. Civakên xerîb jî me bi sembolênme yên netewî û niștimanî, bi ala welatême dinasin. Ala welat nîșana herî bilindya milet û civakê ye. Nexșe û sirûd jî hêja-yiyên milet in. Di dîplomasiya navnetewîde al û sirûd nîșanên rêzgirtin û pesend-kirina aliyan in.

Ala Kurdan û Kurdistanê cara yekemsala 1946ê, di dema damezirandina Ko-mara Kurdistanê li Mahabadê, li Mey-dana Çarçira hat daliqandin. Ev al îro liBașûrê Kurdistanê bi biryara Parlemen-toya Kurdistanê bi fermî tê hildan. Cîhêkêfxweșî, șanazî û serbilindiyê ye ku alaKurdistanê li gellek serdanên dîplomatîkjî tê daliqandin. Hinek dewlet ala Kurdis-tanê napejirînin. Ev mijareke siyasî yaherêmî û navdewletî ye û jê re hê dem ûxebat divê.

Di mijara sembolên netewî de, mixabinem bi xwe di nav mala Kurd de zahmeti-yan ji xwe re derdixin. Dorberên PKKê dimijara ala Kurdistanê de serêșiyan çêdi-kin. Helwesta PKKê beramberê ala Kur-distanê șașiyeke mezin e. Ev helwestdikare rê bide dijminên miletê Kurd ku bivê pirsê bilîzin. Ev mijar pêwist e heta ci-vandina Konferansa Kurdistanê bi diya-logê û hevdu têgîhandinê çareser bibe.

Ne hewce ye em li ser vê mijarê zêdebinivîsin. Her miletek û welatek pêdiviyaxwe bi alayek û bi sirûdekî heye. Ev alberî 66 salan li beșekî welatê me hatiyehildan. Me di ber vê alayê de xwîn rijan-diye, pêșewayên me hatine daliqandin.Demê em xwedî li vê alayê derdikevin, pêre em xwedî li dîroka xwe, șoreș û berx-wedanên xwe derdikevin. Bila her partî ûrêxistin al û remzên xwe hebin û li qadanhildin. Ev ji mafê her rêxistinekê ye. Lêheman demê divê em hemû bi hevraalaya xwe hevbeș ya milet û welatê xwe jîbilind bikin. Nîșan û peyama yekrêziyamala Kurd ev e. Pêwist e em vê heva-hengî û yekrêziyê bi dostên xwe jî û bidijminên xwe jî nîșan bidin. Doza Kurd ûKurdistanê gihaye pêvajoyeke wisa kupêdiviya miletê Kurd bi van helwestan ûbiryaran heye.

Ev pirs mijareke hesas e. Divê em vêmijarê bi sebir û sebat bi PKKê re biaxibinû hevdu têbigihînin. Ne ku ev mijar bibesedemên dijberiyê û ev cudayetî zêdetirkûr bibe. Baweriya me ew e ku wê tev-gera welatparêz a Kurdistanê di Konfe-ransa Kurdistanê de dawî li vê mijarêbîne û em bikarin hemû bi hev re di binala miletê xwe de mil bi mil bi bimeșin.

Bayram Ayaz

Ala Kurdistanênîșana yekrêziyamala Kurd e

Şirove

Poşman bû û pirtûkek liser cerdevaniya xwe nivîsî

Bedran Akdag niha Bedran Akdag dema ku cerdevan bû

Abonetiya RûdawEz dixwazim bo dema

£ Şeş mehan £ Salekê £ Vekirî

bibim aboneyê/ya rojnameya Rûdaw.Rojnameya min heftane bişînin vê navnîşanê

Nav :____________________________________________________________

Paşnav :____________________________________________________________

Navnîşan :____________________________________________________________

___________________________________________________________

Telefon a min :____________________________________________________________

E-Mail a min :____________________________________________________________

Buhayê abonetiyê ji vê kontoyê bikşînin;

Hejmara kontoyê :____________________________________________________________

Şîfreya bankê (BLZ) :____________________________________________________________

Bank :____________________________________________________________

Xwediyê kontoyê :____________________________________________________________

Dem û cîh: _____________________________

Destnîşan: ________________________________

Anjî ezê bihayê abonetiyê bişînim serkontoya Rûdawê ya li jêr û dekontoyawê ji navnîşana Rûdaw re bişînim.• Bihayê abonetiyê salekê ji bo nav

Almanya: 60Euro• Bihayê abonetiyê şeş mehan ji bo nav

Almanya: 30EuroJi bo abonetiya derveyî Almanya,pêwendî ligel Rûdawê deynin.

Hesabê RûdawNavnîşanRudaw Media GmbHRudaw Media GmbHBank Deutsche Bank Köln Gutenbergstr. 63aKonto Nr 245016150823 Köln / AlmanyaBLZ 37070024 [email protected]

Hêmin Xoşnaw

Zikê min tijebibû ji nehêni-yên jiyana cer-d e v a n i y ê ,wîjdana min,ez diêşandim.”

Bi vê sedemê Bedran Akdagbo rehet kirina wîjdana xwebiryar da ku derbarê bûyerên18 salên cerdevaniya xwe depirtûkekê binivîse. Navê pir-tûka xwe jî kiriye: “RastiyênAliyê Din yê Çiyê.”

Bedran Akdag (38) ji eşîraSorikan li herêma Mêrdînê ye.Wek pirraniya cerdevanên wêherêmê ew di sala 1992yê dedibe cerdevan. Bedran di sala2010yê de dev ji cehşîtiyêberda û biryar da ku pirtûkekêli ser jiyana wan salên cerde-vaniya xwe binivîse. Niha pir-tûka Bedran ketiye bazarênTirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Navborî berî her tiştî qalanavê pirtûka xwe ji Rûdawê rekir û got: “Bo heq û hesab ligelkiryarên karên tarî bê kirin, minnavê wê kir ‘Rastiyên Aliyê Dinyê Çiyê’. Min nikarîbû bêtir lihember van bûyeran bêdengbim, lewma min biryar da wîj-dana xwe rehet bikim û vê pir-tûkê binivsînim.”

Di salên 90î yên sedsala borîde gellek tawanên teror û kuş-tina siyasetvan, nivîskar û wêje-

vanên Kurd û Tirk hatin kirin, kudi dosyayên dadgehê de wek“tawanên kiryar nediyar” hatintomarkirin. Lê Bedran dijî bika-ranîna vê hevokê ye û dibêje:“Êdî kiryar diyar in û qurbanî jîdi bin axê de ne.”

Bûyera Ridvan Ozden ronî dike

Bedran qala sedemê devjê-berdana xwe ji cerdevaniyêdike û dibêje: “Hêzên tarî yêndi nava dewletê de, yên ku za-nibûn ku ez li hember tawa-nên wan bêdeng nabim, 4caran kemîn danîn ku min bi-kujin, lewma min dev ji cerde-vaniyê berda.” Bedran Akdagdi pirtûka xwe de behsa du ta-wanên kiryar nediyar dike.Yekem; kuştina general Rid-van Ozden di 12ê Tebaxa1995ê de, ku wek kesekî nê-zîkî general Eşref Bîtlîs dihatnaskirin, ku wî jî di 17ê Sibata1993ê de di encama teqîna bi-rokeyeke leşkerî de jiyanaxwe ji dest da. Bedran Akdagdibêje ku Ozden bi pilana JI-TEMê hat kuştin, ji ber kubibû asteng li pêşber kiryarêntarî: “Gava Ridvan Ozden boMêrdînê hat veguhastin, wîhewl dida ligel xelkê haş bibe,di her helkeftekê de digot şîd-det pirsa başûrê rojhilat aloz-tir dike, herwiha rê nedida

qaçaxçîtî û narkotîkê, lewmabi pilana Atîlla Ogur, ku îro liser dosya Ergenekonê tê dad-gehkirin, hat kuştin.”

JITEMê 7 gundiyên Qiziltepeyî kuştin

Bûyera duyemîn ku di pir-tûka Akdag de tê behskirin,kuştina 7 gundiyên Elî Dîskêli Qiziltepe, di sala 1993ê deye. Heya îro jî berpirsiya wêtawanê di stuyê PKKê de ye.Wê şevê çend kesên ku cilêngerîlla li xwe dikin diçin wîgundî û pereyan kom dikin ûdûre bi hinceta ku rê nîşanîwan bidin, wan 7 kesan dibinderveyî gund û wan dikujin.Lê Bedran Akdag di pirtûkaxwe de çend belgeyan pêşkêşdike, herwiha navê şahidekî jîtîne ku dibêje ew kiryar jialiyê JITEMê hatiye bicihki-rin: “Ji wan her 7 gundiyên kuhatin kuştin, 3 kes ji malba-tekê bûn. Kurekî wê malê he-valê serdema eskeriya birayêmin bû. Ji ber ku ji heman êlêbûn em beşdarî behiyê bûn. Liwir hinek agahî ketin destêmin ku pişta min rast kirin kuPKKê ew tawan nekiriye.”Akdag qala şahidekî bûyerê dike,keseke bi navê Mehmet ŞerîfYîgît, ku wê çaxê zarok bû:“Mehmet gava bihîst ku dixwa-

zim vê pirtûkê binivîsim hatecem min û got nehêniya vê bû-yerê li ba min e.” Akdag ji serzarê wî kes bûyerê wiha vedi-bêje: “Çend îtîrafçiyên PKKê birênîşanderiya Atîlla Ogur û bifermana Tansu Çîller cilên çiyê lixwe dikin û diçin nava gund. Jiber ku xelkên gund welatparêzin, hevkariya wan dikin. Dûre 8kesan, ku şahid jî bi wan re bû, bihinceta ku otomobîla wan li der-veyî gund xirab bûye, bi xwe redibin. Lê li ser rê Mehmet Şerîf bihinceta ku zarok e vedigerînin ûli dûriya 14 km li bakurê gundwan her 7 kesan dikujin.” Gelo M.Şerîf Yîgît çawa zaniye ew girê-dayî JITEMê bûne? Bedran di-bêje: “Piştî bûyerê general AtîllaOgur gazî Yîgît dike û jê re dibêjeger tu bidî dû wê meseleyê, wekyê din ez ê te jî bikujim. Lewmaji tirsa xwe bêdeng dike.”

Heya îro çend pirtûk û lêkolînderbarê tawanên kiryar nediyarhatine nivîsandin, lê ti yek ji wannavê tawanbar û şahidan biawayekî eşkere nabêje. Ev yekpirtûka Bedran Akdag ji wancuda dike. Navborî got: “Her çi-qasî demeke kurt e ku pirtûk libazarê ye, lê her roj nivîskar ûçavdêrên vî warî telefona mindikin û spasiya min dikin. Ev pir-tûk di xizmeta proseya amade-kirina destûra nû de ye û rastiyabûyeran datîne ber çavê berpir-sên vî warî.”

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Salihê Kevirbirî Alma Ata

Ez Kinyazê Îbra-hîmê NevoyêMîrze me. WekîKinyazê ÎbrahîmMîrzoyêv jî tême

naskirin. 1ê Gulana 1947ê, li Zen-gîbasara Ermenistanê hatime din-yayê. Ev der li ser Çemê Eres e ûnêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye. Navêg-Gundê me Rihanlû ye. Malbata meji Serhedê ye. Em ji Eşîra Celaliyanin. Kal-bavê min ji Rojhilatê Kur-distanê hatine Bazîdê, ji wir jî liÎdirê bi cîh û war bûne.“

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, roj-hilatnas û akademîsyen, serokêKurdên Qazaxistanê ye û li Zanîn-geha Abaya Alma Atayê serokêNavenda Zimanên Dinyayê ye.Piştî şerê Qerebaxê terka Erme-nistanê dike û di destpêka sala1990î de li Alma Ataya Qazaxis-tanê bi cîh dibe. Li Erîvanê, li Za-nîngeha Xaçatûr Abovyan salêndirêj serokatiya Beşê Ziman ûEdebiyata Azeriyan kiriye. Li Qa-zaxistan û Asya Navîn nûnerê Na-venda PENa Kurd e û berpirsêgiştî yê kovara edebî Nûbarê yeku li Alma Atayê bi zimanê kurdîû rûsî ronahiyê dibîne. KinyazêÎbrahîm xwediyê gellek xelatênneteweyî ye. Bi 6 zimanan dizaneû nêzîkî 20 pirtûk li pirtûkxaneyakurdî zêde kiriye.

‘Xortê 65 salî’ xwediyê serpê-hatiyeke balkêş e. Di 65 salan debûye şahidê gellek qewimînan,guhdariya karesatên mezin ki-riye. Ji dayîkê û nebîkirina yekemdestpê dike: “Dayika min malxa-nima Mihemedê Nadoyê Ûso ye. JiEşîra Birûkan e. Li Wanê hatiyedinyayê. Di sala 1926ê de tevlî biqasî 2000 malan malbata me jîdersînor dibe, dikeve nav axa Nex-çîvana Sovyeta Berê. Wê gavê gel-lek eşîrên me Kurdan ji berserhildanên Agirî, Şerê Bro HeskêTêlî, Şêx Seîd xwe li sînoran dixis-tin û ji ber zilma roma reş terkeserdibûn. Rehmetiyê bavê min digotku ew ji eşîra Bro Heskê Têlî yê Ce-lalî ne. Gel bi halekî perîşan hatiyesirgunkirin. Parek çûye Îranê. Emji wan eşîran bûne ku 1926ê der-basî axa Sovyetê bûne. Gellek eşî-rên Kurdan para xwe ji nefiyêstandine. Brûkî, Celalî, Sîpkî. Lê zê-detirê wan Brûkî bûne. Heta sala1937ê li wir mane. Piştî ku derbasîhêla din a Eresê dibin, li aliyê dinji malbata wan gellek kes dimînin.Artêşa Sor a Sovyetê rê li ber wandigire. Êdî nahêle derbas bin.Sînor tê şidandin. Berê di navberaTirkiye, Sovyet û Ermenistanê desînor tune bûn. Havînê Kurd ji wirdihatin zozanên Egrîce, Qanîgol,Qizilziyaretê. Heta payîza derengli wir diman. Payîzê dizivirîn Ser-hedê. Gava ku birek ji eşîrên Kur-dan li wan zozanan bûne, leşkerênSovyetê hatine û gotine; ‘Êdî hûnnikarin derbasî hêla din a Eresêbibin!’ Milet perîşan dibe…”

Paqijkirina ji Kurdan

Kinyazê Îbrahîm piştî vê rewşêbehsa malbatekê dike ku serî ji vêyekê re rakiriye û tevlî kuştinamêran û leşkeran sînor derbas ki-

riye: “Çend mal hene, ji Mala Ba-soyê Ozmên ku Mamkî ne. Şerdikin, sînor derbas dikin. Xwe liÇemê Eres dixin, digihîjin qewim,bira û pismamên xwe. Di navberawan û leşkerên Sovyetê de şer çê-dibe. 2-3 kes ji wan, ji leşkerên rûsjî çend leşker têne kuştin. Piştî wîşerî, Sovyet sînor girê dide. Hince-teke din jî ew bû ku divê Kurd jiwir derketana. Digotin; ‘Kurdên linav sînorên Azerbeycan, Tirkiye ûErmenistanê karê îstîxbarat ûajantiyê dikin.’ Desthilatdarên Er-menistan û Azerbaycanê jî dixwes-tin Kurd ji wir derkevin. Armancawan ‘paqijkirina’ ji Kurdan, yekmi-letbûna wan bû.”

Sala 1937ê, di nava şevekê de,Kurdan li trênên bar û heywanansiwar dikin, di bin kontrola leşke-ran de nebî dikin. Kes nizane bi kuve jî dibin. Du mehên dirêj dirêyan de ‘dê weledê xwe davêje!’,gava dibînin ku li Qazaxistan û li

ser hidûdên Kirgizîstanê ne. Sar,seqem, çol, best. Ne ew der bi zi-manên wan dizanin, ne ew bi zi-manên wan deran!

“Malbata me jî di nav wan de ne.Dê, bav, xwişk-bira, kal-pîr, qewimû pismam. Malbata me li Kirgizîs-tanê wîlayeta Qizilqeyayê peyadikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. Oş liser sînorê Ozbekistanê ye! Kurdên

Ermenistanê tînin Kirgizîstanê.Kurdên Azerbaycan û Nexçîvanêtînin Qazaxistanê. Malbata me sêsalan li Qizilqeyayê dimîne. Hetasala 1940î.”

Sê sal paşê destpêka Şerê Cî-hanê yê Duyem e. Camêrek heye,ji wan re dibe dergeh û star! Staravegera Erîvanê. Ew camêr rew-şenbîr, şaîr û nivîskarê mezin We-zîrê Cebarê Nadirî ye. KinyazêÎbrahîm bi van hevokan behsawan rojan dike: “Di nav nebîkiri-yan de malbata Wezîrê Nadirî jîhebûye. Ew jî hatine sirgunkirin.Wezîrê Nadirî tê malbata xwedibe. Dewletê ji bo malbata medigot; ‘Ev kesên biguman in. Di-karin ajantiyê bikin.’ Lê WezîrêNadirî ketibû karê dewletê. Di îs-tîxbarata dewletê de nav û dengêwî hebû. Rê jê re vekirî bû. Digot;‘Ez kefîlê vê malbatê me.’ Hat ûmalbata xwe bir. Mala me jî tevlîmala wan, sala 1940î zivirî Erî-

vanê. Li Erîvanêji bo 10 malanavahî standin,erd standin.1941 mala mederbasî Zengî-basarê dibe, ligundê Rûhan-liyê cîwar dibe.Ji dê û bavê minre 9 zarokçêbûn. 7 bira, 2xwişk: Têmir,Yaqûb, Gulnaz,Ez, Eylaz,Eywaz, Ehmed,

Nûrê û Mihemed. Em destpêka1990î ji Erîvana Ermenistanêhatin Alma Ataya Qazaxistanê.”

Qeraseyekî edebiyata dinyayê ye

Kinyazê Îbrahîm di sala 1955êde dest bi dibistanê dike û heta1963yê li gund dixwîne. 1963yê li

Erîvanê dest bi dibistana navîndike. Sala 65-66ê dibistane diqe-dîne û diçe Fakûlteya Ziman û Dî-rokê ya Zanîngeha Bakûyê.Doktoraya xwe jî li wir dike.1978ê teza xwe ya doktorayê di-nivîse. Teza wî li ser ‘Têkiliya Ede-biyata Kurdan û Azeriyan’ e: “Mindi teza xwe de behsa edebiyata meya bedew xal bi xal nivîsandiye.Edebiyata çar perçeyên welatê metê de heye. Min edebiyata me û yaAzeriyan daye ber hev. Li gorî vêtezê em dibînin ku gellek rewşen-bîr û nivîskarên mezin ên Azeri-yan, li ser edebiyata Kurdannivîsandine. Di nav wan de gellekkes jî hene ku Kurd in. Mesela nivîs-karê Azeriyan ê mezin Nîzamî Gen-cewî dinivîse ku dayîka wî Kurd e.Nîzamî ‘qeraseyekî edebiyata din-yayê’ ye. Wî bixwe ‘Xemse’ nivîsan-diye. Her wiha wî Îskendernamenivîsandiye. Nîzamî di berhemaxwe ya Leyla û Mecnûnê de dibêje‘dayîka min Kurd e û navê wê Reîseye. Min terbiya xwe ji malxalanêxwe yê Kurd dîtiye.’ Gava dayîka wîdimire gellekî xemgîn dibe. Li serdayîka xwe nivîsandiye, me kiriyekurdî. Jixwe dayîka wî ji bajarêGencê, ji Êla Şedadiyan bûye. Nî-zamî li ti deverî nanivîse ‘bavê minFaris e, an Azerî ye an Tirk e.’Naxwe bavê wî jî Kurd e.”

Prof. Kinyazê Îbrahîm diyar dike

ku mînakên wisa gellek in, di zar-gotina Azeriyan de gellek motîfênKurdan hene û berdewam dike:“Yek ji wan ‘Destana Koroglî’ ye.Koroglî bi kurdî jî hatiye gotin. Ko-roglî Kurdekî Celalî ye. TêkiliyaKurd û Azeriyan di tarîxê de xurt e.Zimanê azeriyan bi ser tirkî ve ye,lê ew ne tirk in, arî ne. Kurd jî arî ûmedyayî ne. Îranî jî wisa ne. Li Roj-hilat, li Îranê Azerî di nav Kurdande mezin bûne. Rabûn-rûniştin,xwarin, adetên wan gellekî nêzîkîhev in. Kurdan nêzîkî xwe dîtine.Mesela gellek şaîr û nivîskarên Aze-riyan li ser Komara Mehebad, QazîMihemed û Pêşmergeyên Barzanînivîsandine. Min di teza xwe debehsa van têkiliyan jî kiriye.”

Ermenîstan axa Ermeniyan e

Salên 1989-1990, şerê Qere-baxê. Azerî û Ermenî hev dixwin!Kinyazê Îbrahîm dibêje ku şermala Kurdan jî mîrat kiriye: “Kur-dên me –xasma jî Kurdên me yênmisilman- rastî êş û azareke mezinhatin. Ji neçarî li seranserê Sovyetêbelav bûn. Hinek ji wan çûn Sîbîryaû Yaqûtskê, beşek ji wan çûn Rûsyaû derdora wê, qismek ji wan hatinQazaxistan, Qirgizîstan û Ozbekis-tanê. Ev nefîkirin ne wekî nefîki-rina 1937ê û 1944ê bû. Ermeniyanbi darê zorê digotin ‘ji nav mederkevin, herin. Ermenîstan axaErmeniyan e!’ Di dema Sovyetê deji bavê kî zêde bû wisa bigota? Sov-yetê çavê wan derdixist!”

Kinyazê Îbrahîm dibêje ku evpolîtîkaya dewleta Ermenistanêbû, dixwestin Kurdên misilman ûKurdên êzîdî ji hev cuda bikin ûev polîtîka îro jî berdewam e: “Di-gotin ‘Êzîdî ne kurd in!’ Ji ber kudigotin ‘Em Kurd in’, kirin ku gel-lek rewşenbîr, zimanzan, nivîska-rên Kurdên me yên Êzîdî terkaErmenistanê bikin. Dewletê birêya şêx û pîrên Êzîdiyan zilm ûneheqî li wan kir. Semendê Siya-bend, Şekiroyê Xudo Mihoyî, Kar-lanê Çaçan, Mîroyê Esed, ÇerkezêReş, Tîtalê Efo, Şerefê Eşîr, CelîlêCelîl, Ordîxanê Celîl. Tevahiya vannavan digotin; ‘Em Kurd in’, lê Er-meniyan şêx û pîr sor dikirin ku lidijî wan bikin şer. Dikirin jî. Digo-tin ‘We miletê xwe birotiye!’ Bi serde jî li Karlanê Çaçan û ÇerkezêReş xistibûn. Ez bi xwe li wir bûm.Ev lîstika Ermeniyan bû. Dixwes-tin tifaqa Kurdan perçe bikin. Er-meniyan niha tiştekî wiha xistinenav Êzîdiyên me. Ji wan re dibêjin‘Nebêjin zimanê me kurdî ye, bi-bêjin êzdîkî ye’ Radyoya Kurdîheye. Radyo vekirin, bi navê Rad-yoya Êzîdiyan, lê nemeşiya. Roj-name derxistin, dîsa nemeşiya.Nameşe jî! Gava digotin ‘zimanême êzdîkî ye’ jî bi kurdî digotin!Ez bi xwe 43 salan di nav Kurdênme yên Êzîdî de mame. Pirraniyaheval û hogirên min Kurdên Êzîdîbûne. 43 salan min negotiye ‘tuÊzîdî yî’ wan negotiye ‘tu Misil-man î.’ Em diçûne malên hev, menanê hev dixwar. Kurdayetî îrobehrek e. Di wê behrê de Êzîdî jî,Zaza jî, Goran jî, Soran jî, Behdînîjî di hûndirê wê behrê de ne. Gelotu dikarî ji behrê, ava çeman cudabikî? Nikarî!

5RûdawHejmar 140 Diyaspora

Ji Erîvana Ermenistanê berbi Alma Ataya Qazaxistanê:

Çîroka sirgunkirina malbataSerokê Kurdên Qazaxistanê,

Kinyazê Îbrahîm

Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze

Wezîrê Nadirî li malbatê dibe xwedî

Ji wan re dibêjin ‘Nebêjin zimanême kurdî ye, bibêjin êzdîkî ye’Radyoya Kurdî heye. Radyo veki-rin, bi navê Radyoya Êzîdiyan, lênemeşiya. Rojname derxistin,dîsa nemeşiya. Nameşe jî! Gavadigotin ‘zimanê me êzdîkî ye’ jî bikurdî digotin!

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Kurdên Ewropayê Rûdaw6 Hejmar 140

Reşad Ozkan Munchen

Aya Sehed Abdullaji dema jidayîk-bûna xwe ve nex-weş e. Destpêkêmalbata wê ew

birin cem pizîşkên bajarê Za-xoyê, lê pizîşkên Kurd ti çare-yek jê re nedîtin. Bavê Ayayê,Saaed Abdulla Alî, dibeje ”JiZaxo heta Hewlerê, me li tiderê doktor neheştin ku Ayanebir cem wan. Doktoran diserî de teşhîs kirin û gotin ‘Ayaji mejiyê xwe ve nexweş e, felcamejî lê daye’ û ev 2 sal in kuAya ji ber nexwşiya mejî tê der-mankirin, heban digre, derzi-yan lê dixin.“ PizîşkênKurdistanê malbata Ayayê bêh-êvî kirin û ji wan re diyar kirinku tedawîkirina Ayayê zor e. Lêweke ku xuya dike, Aya ne jimejiyê xwe ve nexweş e. Pi-zîşka “Kinderklinik DritterOrden“ li bajarê Munchenê,xanim Dr. Med Martina Baeth-mann dibeje, “li gora tahlîlênme, Aya ji dil û gurçikên xwenexweş e û pêwîst e ku ji dil ûgurçikan bê emeliyatkirin. Evtê wê wateyê ku pizîşkên kurdteşhîsek çevt bo nexweşiyaAyayê kirine û di encamê de biawayekî şaş hatiye tedawîkirin.

Bo tedawiya Ayayê pereyekî zê-deyî qeweta malbatê pêwist e

Malbata Ayayê çi mal û milkenwan hebûn ji bo mesrefa nexwe-şiya wê xerç kirine. Bavê Ayayêdibêje “me rojekê ji aliyê cîran ûxizman ve bihîst ku komeleyekKurdan li Almanyayê du-se zaro-kên nexweş bo dermankirine bi-riye Almanyayê, arîkarî bi wan rekiriye.“ Bavê Ayayê Saaed Abdullali komeleyê digere û pêwendiyêbi Serokê Komeleya Kultûrî yaKurdî li Munchenê (KKV) FaxirSindî çêdike û bo Ayayê daxwazaalîkariyê dike. Faxer Sindî: “Dêba-vên Ayayê ji bo tedawiya Ayayêhêviya xwe ji doktor û nexweşxa-neyên Kurdistanê qut kirine û bişev û roj bo başbûna wê dua diki-rin. Rewşa wan a aborî pirr nebaşe. Pirr pere ji cîran û xizman deynkiribûn. Pirr deyndar bûne. Wekîbo zarokên din me arîkarî kiribû,ji bo tedawiya Ayayê jî min sozaarîkariyê da wan.“ Li gor agahiyênji Faxir Sindî, heta niha ji bo anînaAyayê ji Kurdistanê û bicîhkirinawê li nexweşxaneyê derdorê 10hezar Euro mesref bûye.

Serokê KKV Sindî bo arîkariyêdi serî de bi doktorên nexweşxa-neya “Kinderklinik DritterOrden“ li bajarê Munchenê rehevdîtina pêk anîn. Sindî di salên

borî de jî sê zarokên Kurd bodermankirine li ser navê kome-leyê anîbûn Munchenê. Mesre-fên tedawiya zarokan para zêdeklînîkê girtibûn ser xwe. Sindî di-beje: “Ez bi xwe çûm Hewlerê ûmin ji bo Aya û bavê wê ji konsol-xaneya Almanyayê vîze wergirt.Diya wê jî pirr dixwest bi keçaxwe re bê Almanyayê, le belê jiber zaroka xwe ya biçûk nika-rîbû bê. Aya û bavê xwe divê ji bi-rokexaneya Hewlêrê bihatanaAlmanyayê, lê ji ber ku derenggihiştin birokexaneyê, ew negi-hiştin birokeya xwe. Dûre Aya ûbavê xwe bi taksiyekê ji Zaxoyêdiçin bajarê Amedê û ji vir bi bi-rokeyê dibirin Stembolê û dîsa bibirokeyê ji wir tên bajarê Dussel-dorfê. Ji vir jî êdî xwe gihandinMunchenê.“

Zarokekî xwe yê sê mehî jî winda kirin

Di nexweşxaneya “Kinderkli-nik Dritter Orden“ li bajarêMunchenê de nezikî 700 hevkar,hemşîre û doktor kar dikin, pir-raniya mesrefên wan ji alîkariyakesên xêrxwaz tên binansekirin.Hemşîreya ku bo li Ayayê dinere,xanim Anna Maria (navê wê ha-tiye guhertin) ji Ayayê pirr hezdike û hertim çav û guhên wê li

ser Ayayê ne. Aya giredayî se-rûmê ye, av û xwarina wê xaltîkawê, hevjîna Faxer Sindî, li malêçêdike û dibe nexweşxaneyê.Bavê Ayayê, Saaed Abdulla, di-beje: “Ne ez û ne jî keça min meji xwarina nexweşxaneyê hez ne-kiriye, xwarina xweş jî çêdikin le

belê dile me naçe xwarina wê.“Saaed Abdulla li Kurdistanê ligelbirayê xwe yê mezin di dikana wîde wekî biroşvanekî kar dike ûşêrîniyan dibiroşin. Saaed dibeje:“Pereyê ku ez qezenc dikim netêrî mala min, ne jî têrî tedawiyakeça min dikin.“

Saaed Abdulla ji rewşa keçaxwe ya biçûk bi guman e û di-beje: “Aya pirr bêriya dayika xwedike û carina dema ku mirov xwenezikî wê dikin diqîre.“ SaaedAbdulla her roj telefonî hevjînaxwe dike: “Dayîka Ayayê, pirrmeraqa me dike û bo Ayayê şevû roj xewa wê nayê. DayîkaAyayê her saetan dixwaze rewşakeça xwe bibhîse. Xizm û cîranênme ji pirr meraqa me dikin.“

Bavê Saaed Abdulla, AbdullaAlî, di sala 1985ê de di girtîgehabajarê Mûsilê de tevlî hevalênxwe ji aliye rejîma Saddam vehatine kuştin. Abdulla Alî en-damê Partiya Demokrat a Kur-distanê (PDK) bû û kare siyasî libajêr dikir. Niha sê zarokênSaaed Abdulla û hevjîna wî hene.Lawikekî wan dema ku 3 mehîbûye nexweş ketiye û jiyana xweji dest daye. Saaed Abdulla yêbavê sê keçan bi çavên tije hestirdibeje: “Ez naxwazim zarokekexwe ya din jî winda bikim.”

Aya 2 sal û se mehî ye. Ew ji ber teş-hîsa şaş ya pizîşkan li Kurdistanê şaş ha-tiye tedawîkirin. Bi alîkariya KomeleyaKulturî ya Kurdî li Munchenê Aya niha jibo tedawîkirinê li Almanyayê ye. Pizîş-kan biryar dan ku pêwîst e Aya bê emeli-yat kirin. Lê malbat bê mecal û bê pereye. Bavê Ayayê: “Ez naxwazim zarokekexwe ya din jî winda bikim.”

Ayaya 2 salî ji berteşhîsa şaş dinale

Aya Sehed Abdulla li nexweşxaneya bajarê Munchenê

Ji bo emeliyatê 30hezar Euro pêwîst in

Ji bo ku Ayaya du salî bika-ribe bê emeliyatkirin, der-

dorê 30 hezar Euro pêwîstin. Ji bo komkirina van pere-yan Komela Kurdan û “Kin-derklinik Dritter Orden“banga alîkariyê li xêrxwazandikin û ji bo vê yekê klînîkaMunchenê kontoyek veki-riye. Kesên ku bixwazin alî-kariya Ayayê bikin, dikarinbi rêya hesabê jêr alîkariyaAyayê û malbata wê bikin:

Bo alîkariyê:Spenden für Aya SaaedPrinzessin Rupprecht Ve-

rein für Kranke Kinder e.V.Konto.: 64 60 23 44 07Hypo-VereinsbankBLZ: 700 20 270

Koln (Rûdaw) - Sêsdeh xwendevanênKurd ku li Almanyayê di zanîngehancuda de dixwînin, bi navê www.diekurden.de malperek nû-çeyan vekirin. Yek ji damezrênerê mal-pera Îsmaîl Zagros derbarê armancamalperê de ragehand, “Em dixwazin birêya ‘diekurden.deʼ ji gelê Almanyayêre derbarê Kurdan de rastiyê bidinnîşandin.ˮMalpera nûçeyan ya nû tevlî nava ça-pemeniya Kurdan bû, lê bi cudahiyeketaybet: Malper bi zimanê almanî

weşanê dike. Malpera “diekurden“ jialiyê komeke xwendekarên Kurd ên lizanîngehên Almanyayê dixwînin, ha-tiye damezirandin û ji her çar per-çeyên Kurdistanê nûçeyan boxwendevanên Alman werdigerîne zi-manê almanî. Yek ji damezrênerê mal-pera “diekurdenˮ Îsmaîl Zagros diyarkir ku dewleta tirk li Ewropayê jî birêya malperên wek “turkischpressˮ û“deutsch-tuerkische-nachrichtenˮ der-barê Kurdan û tekoşîna wan de nû-çeyên derew belav dike û doza Kurdan

wek karekî “terorîstî“ nîşan dide. Za-gros derbarê armanca malpera ‘die-kurden.deʼ de jî wiha dibeje: “Em ê birêya vê malperê rewş û pirsgirêkênKurdan bi rayagiştî ya Almanyayê rebidin naskirin û ji her çar perçeyênKurdistanê nûçeyan wergerînin bo al-manî.ˮ

Di malperê de nûçe û wêneyên aktuel,şîrove, lînkên derbarê Kurdên Ewro-payê de, dîmen û derbarê mafên miro-van de dosya û belgename hene.Malpera “Diekurdenˮ li ser Facebookêjî nûçeyên aktuel diweşîne û li gor en-camên roja 26ê Adarê 4204 kesan evmalper ecibandine.

Ji xwendevanên Kurd malpereke bi zimanê almanî

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Reşad Ozkan Munchen

Li gor îstatîstîkênne fermî li Al-manyayê nêzikîyek milyon Kurddijîn. Pirraniyawan jî penaberin û di 30 salên

dawî de ji ber zextên rejîmên kuKurdistanê dagîr kirine, reviyaneû parastina xwe li Almanyayê dî-tine. Tê texmîn kirin ku tenê li eya-leta Bayernê nêzîka 100 hezarKurd dijîn. Penaber ji aliyê yasa-yên Almanyayê ve tên parastin, lêkarmend û daîreyên fermî ji wanaciz in û wan naxwazin.

Prz. Hainhold:Almanya dixwaze Yalçin radestî Tirkiyeyê bike

Wezareta Navxweyî ya Alman-yayê meha borî 4 Kurdên penabe-rên ji Rojavayê Kurdistanê dersînorkirin û ew bi birokeyek Lufthansayêşandin Macaristanê. Ev 4 penaberênKurd di payîza borî de ji Hesekê re-viyabûn û li Macaristanê doza pena-beriyê kiribûn.

Polîsê Alman di 5ê Adarê de jî xor-tekî penaber bi navê Mahsun Yalçinli bajarê Augsburgê binçav kir û nihajî dixwaze wî radestî Tirkiyeyê bike.Polîs îdia dike ku Yalçin dema dax-waza penaberiyê kiriye agahiyên ne-rast derbarê nasnameya xwe dedane saziya penaberiyê. Hubert Ha-inhold, parêzerê Yalçin, dibêje ku“Polîs rast nabêje. Mahmut Yalçin pe-naberekî siyasî ye û ez bawer dikimku dewleta tirk ew ji Almanyayêxwestibe. Polîs niha ew xistiye girtî-geha Stadelheimê li Munchenê. Evnêzikî 40 roj in li vir dimîne heta kudoza wî bê zelalkirin.ˮ

Abendzeitung: Cêwiyên çînaduyemîn: Gulnaz û Yalmaz

Cêwikên Kurd, Gulnaz û Yalmaz(21) ji Başûrê Kurdistanê ne û 16sal in li Bayernê li bajarê Passaudijîn. Herdu li vir dibistana sere-tayî û lîse xwendine. Li gor yasa-yên hevwelatîbûna almanî lipêşiya wan ti astengî tine ne.Lê Daîreya Biyaniyan a bajarêPassau naxwaze Gulnaz û Yalmazbibin hevwelatî û li pêşiya wanastengî derdixe. Rojnameya al-manî “Abendzeitungˮ li ser asten-

giyên ku karmendên Daîreya Bi-yaniyan derdixin û helwesta dijîKurdan rûpelekî taybet veqetandû doza Gulnaz û Yalmaz jî şîrovekir. Sernivîsa rojnameyê ya roja3ê Adarê jî ev bû: Zwillinge zwei-ter Klasse: Gulnaz und Yalmaz.Ango cêwiyên çîna duyemîn: Gul-naz û Yalmaz.ˮ Rojna- meyaAbendzeitung helwesta karmen-dên Daîreya Biyaniyan ya bajarêPassau wek dewletek bê edaletku dijminahiya biyaniyan dike,binav dide.

Birayê wanhevwelatî standiye

Gulnaz û Yalmaz heta nihabi malbata xwe re di avahiya pe-naberan de li Hunzenbergêdiman. Mafê wan ê penabertiyasiyasî hatiye pejirandin û malbatniha jî dixwaze hevwelatiya al-manî bistîne. Karmendên DaîreyaBiyaniya ya Passau jî dest daniyeser nasnameya wan. Li gor Gul-naz und Yalmaz, karmendênalman wiha ji wan re gotine: “Minji we re gotibû, heta hûn pasaportan jî nasnameyek Îraqî ji xwe repeyde nekin, ez serdana we qebûlnakim.ˮ Gulnaz û Yalmaz gellekcaran bo ku nasnameyek Îraqî bi-girin serî li konsolxaneyên Îraqeli Berlîn û Frankfurtê dane, lê tiencam bidest nexistine.

Birayê wan ê mezin di sala2008ê de hevwelatiya almanîstandiye. Ji bo wî ti astengî der-neketiye û tenê belgeyek rûniş-tinê jê xwestine. Lê bo herducêwiyan niha pirr astengî tênderxistin.

Kurdên Ewropayê 7RûdawHejmar 140

graf-adolf-str. 70a40210 düsseldorf

tel.: 0211 - 17957982fax: 0211 - 17957983

[email protected]

mobil : 0173 - 270 67 81

werbeagentur & verlag gmbh

Bi m

e c

ihêw

az b

ibin

.

Ji bo reklam, dîzayn û çapkirinê em di xizmeta we de ne.

Reklama televizyon û rojnameyan, flayer, afîş, name, eşyayên xelatan, kovar, pirtûk, malperên înternetê, dawetname…htd.Bi kurtasî ji bo her pêwîstiyek we di aliyê reklam û çapkirinê de…

Hûn jî xwe bighînin me…Hûn jî cihêwaziyê hîs bikin!

Rek

lam

Eyaleta Bayern penaberên Kurd naxwaze!

CêwikênKurdGulnaz ûYalmaz

Stockholm (Rûdaw) - Di mal-pera Partiya Çep ya Swêdî dewêneyê zilameki porspî heye, lipişt wî jî nivîsek mezin bi rengêreş û spî ”Aldrig mer Halabja”(Êdî ti car Helebçe dubarenebe) heye. Û di nivîsa jêr de jîhinek agahdarî li ser komkujiyaHelebçeyê, hejmara miriyan ûbrîndarên wê hene.

Ew kesê ku axaftinê dike LarsOhly ye, serokê kevin yê PartiyaÇep ya Swêdê. Lars Ohly nihaberdevkê siyaseta çandê yêheman partiyê ye. Partiya Çepya Swêdê tevlî Federasyona Ko-meleyên Kurdî li Swêdê û herwiha çend komeleyên kurdî dix-wazin ku roja pêkanîna komku-jiya Helebçeyê, ku 24 sal berê diroja 16ê Adarê de pêk hatibû,wek ”roja navnetewi ya li dijîçekên komkujî” bê pejirandin.Herwiha tê daxwazinkirin kuqurbaniyên Helebçeyê bên qe-rebû kirin û brîndarên Heleb-çeyê bên derman kirin. Hewihaji welatên Rojavayî tê xwestinku Helebçeyê ji nû ve ava bikinû erda Helebçeyê ku heta îro jîjehrkirî ye, bê pakkirin. LarsOhly bi xwe beşdarî bîranînaHalebçeyê dibe, ku hersal di 16Adarê de li dêra Gustav AdolfFredrikê pêk tê.

Însiyatîfa van daxwaziyan jîcara yekem di sala 2005ê de ji

aliyê jina Kurd Hediye Guzel vehatiye ku endama Meclîsa Rêve-beriya Partiya Çep ya Swêdê ye.Wê demê Hediye Guzel sekre-tera çapemeniyê ya Lars Ohlybû. Guzel dibêje ku wan ji hemûpartiyên swêdî re nameyek şan-dine, him partiyên rastgir û himyên çepgir. Wan di nameya xwede hemû partî vexwendinekomcivînekê, ji bo ku li ser vêpirsê gotûbêjê bikin, ku bi çiawayî daxwaziyên xwe bigihî-nin organên wek Yekitiya Ewro-payê û Neteweyên Yekbûyî.Gava wan ya duyem jî ew e kuSwêd bi xwe li pişt ve daxwa-ziya nirxdar raweste ku ev pirsbigihije Yekîtiya Ewropayê û Ye-kîtiya Ewropayê jî vê pirsê hil-kişînê asta Neteweya Yekbûyî,daku roja1 6 êA d a r êb i b eroja lid i j îçekênko m -kujî.

Ligel ku belge-yên wan hene jî,Daîreya Biyaniyanbo cewikên Kurdastengiyan derdixe.

Partiya Çep ya Swêdê:

Divê 16ê Adarê bibe”Roja Navnetewî yaDijî Çekên Komkujî”

Serokê kevin yê Partiya Çep ya Swêdê Lars Ohly

Hediye Guzel

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Rûdaw Hejmar 1408

Seyîdxan Kurij Koln

Komela “alba kul-tur“ ku bi profos-yonelî kar ûbarên muzîkêdike û pirranî alî-

kariya muzîka etno-worlddike, di 24ê Adarê de li bajarêAlmanya Kolnê bi navê “LiKolnê Festîvala muzîkê ya du-yemîn - Newroz- Nouroz: Bi-hara Çandan“ şahiya Newrozêpîroz kir.

Şahiya Newrozê li salonadêra Ev. Lutherkirche (Dara

Luther ya Protestanî) de hatpîroz kirin. Qasî 400-500 kesbeşdarî şahiyê bûn û di navbeşdaran de Kurd, Tirk, Ereb ûFars ji hebûn, lê pirraniya beş-daran Alman bûn. Bernameyaşahiyê ji aliye keça Kurd LaleKonuk va hat rêvebirîn. Di şa-hiyê de komen mûzîkê yênfarsî, erebî, tirkî, ji Asyaya Na-verast û Kurd hebûn.

Wek hûnermendên KurdAynûr Dogan tevlî koma xwe ûMehmet Akbaş tevlî şahiyaNewrozê bûn. Aynûr qasî sae-tekê bernameyek pirr dewle-

mend pêşkeş kir û bi dengêxwe yê taybet beşdarên şahiyêhesîr girtin. Dema Aynûrêstrana Ehmedo Ronî got, hetadawiya stranê ji salonê ti den-gek nedihat bihîstin, mirovdigot qey li salonê ti kes tune.Mehmet Akbaş jî, ku li bajarêKolnê dijî, klamên kirmanckî ûklamek kurmancî wek operapêşkêş kir.

Şahiya Newrozê pi piştgiriyabajarvaniya Kolnê, LVR (Qalîteji bo însanan) û Südstadtleben(Piştgiriya çandî ya Dara Lut-her) ve hat organîze kirin.

Kurdên Ewropayêcareke din di şa-hiya Newrozê deli hev civiyan ûpeyama azadî û

aştiyê dan. Ji gellek bajarên Al-manyayê û welatên nêzî Al-manyayê roja 24ê Adarê beriyanîvroyê bi deh hezaran Kurdis-tanî bi organîzasyona YEK-KOMê li bajarê Bonnê bi dumilan meşiyan û paşê li qadaNewrozê civiyan. Li gor agahi-yên ku Komîteya Amedakardan çapemeniyê, nêzîkî 80hezar Kurd û dostên wan ên

Tirk û Alman li Bonnê civiyanû Newroz pîroz kirin. Di şahiyaNewrozê de Hevseroka BDPêGultan Kişanak, Hevserokapartiya almanî “Die Linke” Ge-sine Lötzsch û nûnerê SPDêaxaftin kirin. Di sînevizyonê dejî axaftinên Serokê PKKê Ab-dullah Ocalan û peyama Se-rokê Konseya Rêveberiya KCKêMurat Karayilan hatin nîşan-din. Di şahiya Newrozê deKoma Berxwedan û huner-mendên wek Mehmet Akbaş,Serhado, Meryem û Erol Berx-wedan stran pêşkêş kirin.

Bi alîkariya bajarvaniya Kolnê şahiya Newrozê pêk hat

Bonn bû qada Kurdan

Kurdan û dostên wan di sahiya Newroza îsal de bajarê Bonnê bi reng û dengên xwe xemilandin

Piştî 20 salan dîsa Newroz vegeriya LüdenscheidêLüdenscheid (Rûdaw) -Piştî 20 salan dîsa yekemcar li bajarê Almanya Lü-denscheidê Newroz hat pî-rozkirin. Newroza ku 24êAdarê li muzexaneya ba-jarê Lüdenscheidê pêk hat,derdorê 150 Kurd û dostênwan yên alman tevlî bûn.Di nav mêvanan de şare-darê bajarê LüdenscheidêDieter Dzewaz ji partiyaSPDê û parlementerê he-rêma Nordrhein-Westfalenji SPD Gordan Dudas jîamade bû. Herwiha serokêKOMKAR.eu Kovan Amedî

jî tevlî şahiyê bû. ŞaredarDieter Dzewaz kêfxweşiyaxwe ji bo pîrozkirina New-rozê li Lüdenscheidê anîziman û bal kişand ser dî-roka Lüdenscheidê û gotku gellek komên koçber ûji welatên xwe sirgûnkirîxwe li vî bajarî girtine kuhêvî kir ku rojek were ûKurdekî Lüdenscheidê jîbibe şaredarê vî bajarî.

Siyasetmedarê Kurd yêendamê civata şaraderiyaLüdenscheidê û duyemînserokê Partiya Çep li Lü-denscheidê Yasin Kut, ku

şahiya Newrozê organîzekiribû, spasiya şaredarDieter Dzewaz kir û tûri-kekî şivanan yê kurdî di-yarî Dieter Dzewaz kir, wîji soz da ku tûrikê kurdî liavahiya şaredariyê dali-qînê.

Di şahiya ku bi piştgiriyamuzexaneyên bajarê Lü-denscheidê û KOMKAR.euhatibû orgnanîzekirin, hu-nermendên Kurd MikaîlAslan, Kenan û Gulten Ner-giz, Gul Yurtser, Fehmî He-zexî û Brîndar jî beşdarbûn.

Aynûr Doganê salon bêdeng kir

YEK-KOMê: 80 hezar kes li Bonnê Newroz pîroz kirin

Yasîn Kut (li çepê) tûrikekî şivanan yê kurdî diyarî da şaredarê Lüdenschiedê

Wên

e: R

ûdaw

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

9Rûdaw Hejmar 140

Li Madrîdê Kurd û Farisan

Newroz bi hev re pîroz kirin

Zinar Ala Madrîd

Newroza îsal li Madrîdê bocara yekemîn Kurd û Fa-risan hevbeş organîzekirin. Şahî li NavendaPersepolîs û bi hevkariya

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdis-tanê li Spanyayê hat lidarxistin. Ji boahangê grûpeke mûzîk û govendakurdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji Silê-maniyê hatibû. Di şahiyê de bêtirî 500kes ji derdorê 20 neteweyan amadebûn.

Ehmed Tahirî, serokê Navenda Per-sepolîs, ji Rûdawê re axivî û got: “Embi awayekî sereke ji bo pêşkêşkirinaçanda farisî ji civaka spanî re dixebitin,lê ev nayê wateya ku em çandên din li

Îranê ji bîr bikin, wek çandakurdî, nemaze ku di warêmûzîkê de gellekî dişibemûzîka farisî. Hêvîdar imku di salên bê de em fes-tîvalekî dîlan û mûzîkêji bo pîrozkirina New-rozê li darxînin kutêde Kurd, Faris,Afganî, Azerî ûyên din tê de beş-dar bin.”

Derbarê bo-çûna pîrozkirinaNewrozê ligelKurdan, Tahirîdibêje: “Ji berîdu salan em bi vêyekê diramîn. Îsal

ji bo pîrozkirina New-rozê bi hevre me têkilî

ligel nûnerê Hikû-meta Herêma Kur-distanê li Span-yayê, Daban Şa-dala, danî. Ew jî bipêşniyara me kêfx-weş bû û hevkariya

me kir”. Tahirîwiha pêde çû: “Di

mehên pêşîn dejî em amadeka-riya xwe ji bohembêzkirinadu pêşange-han dikin, yekya wênekêşekîKurd û ya din

jî ya şêwekarekî Kurd e.” ReinhardLamsfuss yê alman ku beşdarî şahiyêbû, wiha behsa şahiya Newrozê li Mad-rîdê kir: “Ez bi rêya gudarkirina Ay-nûrê ketim cîhana mûzîka kurdî, nihajî ez pirr kêfxweş bûm ku min rîtmêndin ji mûzîka kurdî nas kirin. Pirr hê-jaye ku mirov were van konsertan ûmûzîka netewên din nas bike.”

Karwan Ney, yek ji endamên grûpamûzîkê, derbarî beşdarbûna xwe ji Rû-dawê re got “Me îsal ji bo du konsertanli Madrîdê xwe amade kiribû. Bi rastîem bi awakî baş ji aliyê cemawerêspanî hatin pêşwazî kirin, me dît kuxelkê spanî aşiqê mûzîka kurdî û amû-rên vê mûzîkê bûne, em gellekî kêfx-weş bûn ku cemawer heya dawiyakonsertan bi me re dima.”

Bo sponzoriya Rûdawê Newroz li Darmstadtê

Darmstadt (Rûdaw) - Roja24.03.2012ê li bajarê AlmanyaDarmstadtê ahenga Newrozê û serêsala nû ya kurdî bi sponzoriya rojna-meya Rûdawê û bi serpereştiya Ko-mela Kulturî ya Kurdî ya Mainzê hatçekirin.

Di ahengê de nûnerê Liqa 6 a Par-tiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)Serhed Xeforî û nûnerê konsolxaneyaÎraqê li Frankfurtê Segvan Bamernî ûnûnerê Komela Kulturî ya Kurdî yaMainzê jî beşdar bûn û heryek ji wanaxaftinek pêşkeşî beşdarên ahengêkirin. Helbestvana Kurd Arezo Doskîjî çend helbestên xwe diyarî mêvanankirin. Aheng bi beşdariya hunermendNiwar û Semir Hewlêrî bi dîlan û go-venda kurdî ji demjimêr 17:00 heta23:00 berdewam kir.

Wên

e: R

ûdaw

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Hevpeyvîna Hefteyê Rûdaw10 Hejmar 140

Prof. Dr. FerhadÎbrahîm Sey-der serokêMustafa-Bar-zani-Arbeitss-telle fürKurdische Stu-

dien (Mustafa-Barzani-Sectionof Kurdish Studies) li zanîngehaErfurt li Almanyayê ye. Derbarêrewşa li Sûriyê û Rojavayê Kur-distanê, herwiha pêwendiyênnavbera partiyen kurdî de, Rû-dawe li nerînên rêzdar Prof. Dr.Ferhad Îbrahîm Seyder pirsî.

Rûdaw: Rejîma sûrî niha di çirewşê de ye, ewê bikaribe li serdesthilatê bimîne?Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm Seyder:Rewş zor zehmet e. Ji aliyekî ve ewbajarên ku berê di destê opozis-yonê de bûn, weke Homs û Iblis,niha artêşa Sûriyê dikeve nav wanû dixwaz opoziyonê ji wan baja-ran derxîne. Wekî sedemên wêyekê ku çima rejîma sûrî wiha tev-digere, du nerîn hene. Yek jê gire-dayî rewşa navneteweyî ye: Çîn ûRûsya helwesta wan diyar e, ew lidijî biryareke Neteweyên Yekgirtîli dijî Sûriyê ne. Ev pişta rejîmêxurt dike. Ya din jî, welatên Ewro-payê ji guhertina rejîmê û dest-werdaneke çekdarî ji derveditirsin. Ew dibejim em nizanim,piştî destwerdenak wiha ji dervedibe ku krîzek mezin li tevaya Roj-hilata Naverast belav bibe. Hetaserokê DYAyê Barack Obama û hi-kûmeta wî jî heta niha tiştek neki-riye ku rejîma sûrî mecbûr bike kusiyaseta xwe biguhere, ev yek En-cûmena Niştimanî ya Sûriyê bixwe jî dibeje. Herwiha gellek dew-letên Ereban, herçiqasî bi eşkerene alîgirê rejîmê jî bin, lê bêalî ne,ew naxwazin ku ji derve rejîm bêguhertin.

Lê guhertinek ji hundir zorzehmet e, ji ber ku rejîm xwedîhêzeke leşkerî ya mezin e. Ya dinjî, rejîmek weke ya Sûriyê zehmete ku guhertin bi aştî çêbibe: yanewê here, yan jî ewê bimîne, re-form nabe. Dîlema jî ev e, nerejîm ji derve tê xurandin, kusedem jî helwesta Çîn û Rûsya,herwiha helwesta nerm ya Ewro-piyan û Obama ye. Û ji navê jî ru-xandinek zehmet e, ji berpêwîstiya opozisyonê bi alîkariyêheye û welatên Rojava jî bi eşke-reyî dibêjin em nikarin alîkariyaleşkerî bikin, em nikarin çekanbidin opozisyonê, ji ber ku em ni-zanim wê piştî wê çi li RojhilataNaverast biqewime. Rast e, gu-hertina rejîma li Sûriyê wê hemûRojhilata Naverast biguherîne.

Eger rewş wiha bidome û li Sû-riyê kuştin bi vî awayê niha bi-dome, îhtimala destwerdanek jiderve mezintir nabe?

Heta niha ti îndîkator tune,xuya nakin. Dibêjin nabe rewşwiha bidome, divê kuştin bi dawîwerin, lê bo mînak ûltîmatûmekênadanin. Obama nake, ew xwenaxîne nav karekî ku ew nizanibeencama wê çi dibe. Û divê em jibîr nekin ku dawiya salê hilbijar-tinên serokatiyê jî li DYAyê hene.Meseleya wan ne meseleya hû-manîzmê ye, mesela siyasetê ye.

Û ewropî jî naxwazin ti karî bêyîAmerikayê bikin. Û Rûsya û Çîn jîjixwe li dijî her tiştî ne. RejîmaSûriye jî ji vê rewşê haydar e, jiber wê ew dibikirin ku gav bi gavopozisyon wê lawaztir bibe, ji berwê yekê ew li ser vê helwestaxwe berdewam dikin. Welatênweke Tunisê jî li dij in ku dest-werdan ji derve bê kirin, dibejinRojhilata Naverast wê bibe ceh-nem, lê jixwe Rojhilata Naverastbûye cehnem, ma jê û pê de wê çibibe, herroj 100-200 kes li Sûriyêtên kuştin û şerê navxweyî jî destpê kiriye.

Li aliyê din jî nabe ku ji bîra mehere, opozisyona sûrî zehîf e,parçe-parçe ye, ne yek e. Hetahinek hene opozisyona ligel rejîmin jî, wek Encûmena Koordînas-yonê (Desteya Hevahengiya Nîş-timanî a Sûriyê), kesên wekeMîşêl Kêlo û yên din ku dijî hemûdestwerdana ji derve ne. Ya din jîEncûmena Niştimanî ya Sûriyê,gellek hêz hene ku ne bi wan rene, herwiha ti stratejiyek wan adiyar jî nîne, destpêkê li dijî dest-werdana ji derve bûn, lê niha dix-wazin ku ji derve mudaxeleçêbibe. Ya din jî ew serokên vêencûmenê ne xwedî hêz in, parti-yek xurt li paş wan nîne, kesek lipaş wan nîne.

Eger em bên ser rola Kurdan jî,siyaseta Kurdan rola opozisyonêlawaz dike, ji ber siyasetek wan aeşkere nîne. Çi dixwazin? Dixwa-

zin rejîm reform bibe, bê guher-tin, heta niha wan diyar nekiriye.Jixwe opozisyona kurdî du beş in,yek jê partiyên di jêr sîwanaENKSê de ne û ya din jî PYD ye.PYD jixwe eşkere eşkere ligel re-jîmê ye. Eşkere dibejin em tiştekînaxwazin li Sûriyê, em demokra-siyê dixwazin, yanî guhertin.

Hinek partî û kesayetiyên Kur-dên Rojavayê Kurdistanê behsapeymanên di navbera rejîmasûrî û PKK/PYDê de dikin û ava-kirina strûktûran li herêmênKurdan li aliyê sazî û rêxistinênderdorên PYDê vê gumanê me-zintir dikin. Gelo hûn bawerdikin ku peymanek veşartîhebe?

Bêguman tiştek heye, koordî-nasyonek di navbera Îran, Sûriyeû PYDê de heye. Heta beriya sa-lekê her heftiyê Îranê carekê, ducaran cihên PKKê li Başûrê Kur-distanê bombebaran dikirin. Lêpiştî ku şoreşê li welatên erebîdest pê kir û guhertin di siyasetaRojhilata Naverast de çêbûn, pê-wendiyek di navbera PKKê û hi-kûmeta Îranê de çêbû, ev kesekînkar nake. Bêguman tiştekî sedîsed nîne, lê ez guman dikim ku dinavbera Sûriye, Îran, PKK û Hiz-bullahê de peymanek çêbûye. Ewpeyman bi çi rengî ye, ez wêya ni-zanim. Ev îndîkatorên diyar na-hêlin ku Kurd siyaseta xwe li dijîrejîmê eşkere bikin. Çima ev wiha

ye? Ji ber ku siyaseta PKKê ele-qeya wê her bi dewleta Tirkiyeyêve heye û pozisyona dewleta tirkli Rojhilata Naverast giringtir e jitiştên din, ne meseleya azadiyê liRohilata Naverast e. Ev ne ar-manca wan e, armanca wan ew eka çi rola Tirkiyeyê li Rohilata Na-verast dibe, ev ji bo wan giring e.Heta heqê wan heye jî ku siyasetawan li dijî dewleta tirk be, ji berku PKK rêxistinek KurdistanaBakur e. Lê dema siyaseta xwekirin siyesetek Kurdistanî û ewher li dijî siyaseta Tirkiyeyê bin,dibe ku ew bi awayekî taktîkî anstratejîk jî zererê bighînin Kur-dekî din, zererê bighînin KurdêSûriyê, Kurdê Îranê, Kurdê Îraqê.

Niha PYD dibeje ewê dibista-nan li Kurdistana Sûriyê vekin, lêdi destûra Sûriyê ya nû de Kurdtune, neku peyva Kurd tune, di-beje xelkê Sûriyê hemû Ereb in ûbeşek in ji nejad, millet û netewa

Ereb in. Li welatekî wiha de tuyêçawa dibistanan veke, di demekîde ku şoreş heyî, di wextekî de kuguhertinên mezin çêdibin. Ev he-nekek e, tehdeyek mezin dighîningelê Kurd li Suriyê û meseleyakurdî bi giştî.

Gelo dibe ku PYD bixwaze di vêtevlîhevî û valahiya desthilatê destrûktûrên xwe ava bike û xwe jibo dema piştî Esed amade bike?Yanî stratejiyek wiha bimeşîneku beje ji bo çi ezê şerê derdorêdikin, ezê strûktûrên xwe avabikin û jixwe sibe, dusibe rejîmdiruxê û ezê hebim?

Ez bawer nakim wiha be. Yek jêew rûxandina rejîma Sûriyê hîndûr e. Ya din jî ew meseleya dibis-tanan ne problem e, ji ber kuhemû hêzên opozisyonê dibêjinku ew meseleya zimanê kurdî ûtiştên wiha qebûl dikin. StratejiyaPYDê bi meseleyên kulturî ve negirêdayî ye, wan meseleyên kul-turî ji bo meseleya propagandaderxistine pêş. Ma wekî din kîjanrojê PKKê guh dabû zimanêkurdî? Hertim digotin meseleyênkulturî piştî rizgariya Kurdistanê.Mimkun e ku heqê wan hebe, lêdi meseleya Sûriyê de ev stratejîke, ji bo ku meseleyên siyasî ji berçavan winda bibin, eşkere nebin.Bo mînak rojnamevanek ji serokêPYDê Muslum Mihemed Salih di-pirse ka çi daxwazên wan li Sû-riyê hene, ew dibeje daxwaza me

ne otonomî ye, ne federasyone, lêem dimokrasiyê dixwazîn. Evgotin gotineke zor şerm û eyb e,piştî ku 50 salan Kurd di zinda-nan de ne, xelk hatiye kuştin,weke 2004ê li Qamişloyê, çawadikarî bêjî ku daxwazên me nînin? Bêguman daxwazên me hene,em dixwazin ku gelê me yê ku 50salan bêyî nasname û hemwelatîbûn, bighijin mafên xwe; cotka-rên Kurd dîsa erdên xwe bistînin;Erebên ku li erdê Kurdistanê ha-tine bicîhkirin, dîsa vegerin cihênxwe yên berê; em dixwazin Sû-riye bibe welatekî demokratî yênenavendî; ev hemû daxwazênme ne. Ev 70 sal in ev daxwazênme hene, çawa îro kesekî ku Kur-dayetî dîtiye, dikare beje ku li Sû-riyê daxwazên me nîne? Ev çisiyasete? Bingeha vê siyasetê çîye? Bingeha vê siyasetê dibe ku

peymanek be?

Eger rejîma sûri biruxe û Kurd diwê valahiyê de li herêmên xwebibin xwedî desthilat, ewê bika-ribin vê desthilata xwe biparê-zin? Helwesta Tirkiyeyê we çibe?

Ew meseleya Tirkiyeyê ji boKurdan zor giring e. Em bixwazin,nexwazin, divê em bi dewleta Tir-kiyeyê re bidin û bistînin. KurdênBaşûr ev 20-25 sal in ku pêwen-diyek wan a xurt ligel Trkiyeyêheye û divê bidin û bistînin. Kur-dên Rojava jî divê bidin û bistînin.Bêyî ku tehde bighije KurdistanaBakur. Lê pêwiste pêwendiyênme ligel wan hebin, dewletekemezin e, dewleteke ku berjewen-diyên wê hene, dewleteke xurt e.Meseleya Kurdistana Rojava ticaran çareser naba, eger Tirkiyeli dij be. Ev siyaseteke zor e, lêpartiyên Kurdên Rojava divê destpê bikin. Siyaseta Kurdên Rojavane siyaseta PKKê ye, ev mesele-yeke din e. Dewlete Tirkiyeyê liRojhilata Naverast xurt e, faktorû sedemên vê yekê jî hene. Kon-septeka wan ji bo Rojhilata Nave-rast heye, nabe tu bejî ez li dijîdewleta tirk im û qebûl nakim kubandora Tirkiyeyê li RojhilataNavîn hebe. Tu kî yî ku bêjî ez vêyekê qebûl nakim? Tirkiye hê-zeke herêmî ye. Em Kurdên Ro-java ne li dijî dewleta tirk in.Dema ku em rexneyan li dewletatirk dikin, em dibêjin mafên Kur-dên Bakur heye û divê ew bighijin

“Nabe rizgariya Ocalan berî rizgariya KurdênRojava be”

PYD rêxistinek nîv-totalîter e

Pêwistiya Kurdên Rojava bi stratejiyek hevpar heye

Siyaseta Kurdên Rojava ne siyaseta PKKê ye

Ne serbixwebûna partiyênRojavayê Kurdistanê astengiyek mezin e li pêşiyayekhelwestiya wan

Pro

f. D

r. F

erh

ad Î

bra

hîm

Sey

der

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

11Hevpeyvîna HefteyêRûdawHejmar 140

mafên xwe, em ti caran ne amadebêjin mafên Kurdên Bakur tune.Mafên wan hene û pêwîst e bighi-jin mafên xwe. Lê tiştekî lêgîtîm eku bandora Tirkiyeyê li Sûriyêhebe û wê hebe jî. Em bixwazin,em nexwazin, wê hebe. Nabe emxwe bikin rolekî ku em nikaribinpêk bînin, em nikarin li dijî dew-leta Tirkiyeyê bin û bêjin em na-hêlin ku bandora wê hebe,bandora wê ji Marokko hetaAzerbeycanê heye. Divê siyasetame di vir de zîrektir be. Davu-toglu dixwaze bi Kurdan re rûne.Baş e, bila delegasyonek Kurdanhere Enqerê û bi Davutoglu rerûne.

Eger rejîma Esad biruxe, Tirkiyewê statûyek wek li Başûrê Kur-distanê li Rojavayê Kurdistanêqebûl bike?

Wê qebûl bike, eger Kurd li serkar bikin. Kesek tiştekî hediyeyîme nake û Tirkiye wê mecbûrmafên me qebûl bike, eger Kurd diopozisyona Sûriyê de bûn fakto-rekî xurt û mezin, wê demê Tir-kiye bi xwe wê bixwaze bi KurdênSûriyê re rûne. Bes eger em pozis-yonekî dijayetî û bêyî aqil bigrin,wê hemû li dij bin. Îro birsetekheye ku em bi dewleta tirk rebidin û bistînin, ne li ser hesabêKurdistana Bakur, ev ti Kurdekqebûl nake. Pirtûkek Davutoglu binavê “Kûrahiya Stratejîk“ heye,Kurdistana Bakur jî ji bo me ew e,“kûrahiya stratejîk“ e, 25 milyonKurd li wir dijîn. Bes xeletiya siya-seta PKK û PYDê di wê yekê de yeku siyaseta xwe ya dijatiya Tirki-yeyê dikin siyaseteke Kurdistanî,ev nabe. Siyasetek Kurdistanîheye, herwiha siyaseteke her beşêKurdistanê bi serê xwe jî heye û didawiyê de ew dighijin hev. Lê divan demên dîrokî de nabe tu siya-

seta xwe li dij Tirkiyeyê derxînepêş û bejê ev siyaseta Kurd e. Bomînak rizgariya Ocalan, ez bi xwene li dij im. Ocalan kesekî ji dew-leta Tirkiyeyê ye û kesekî Kurd e,mafê wan tune heta hetayê wî dizindanê de bihêlin, Îsraîlê jî biYaser Erefat tiştekî wiha nekir:Bes ez nikarim bêjim rizgariyaOcalan berî her tiştî ye, berî rizga-riya Kurdên Rojava ye, ev siyase-teke zor qor û bê axil e.

Çiqasî bandora pêwendiyên dinavbera PKKê û PDKê li ser pê-wendiyên PYDê û ENKSê heye?Gelo ji bo yekhewestiya partiyênKurdên Rojava ne pêwîst e kudestpêkê PKK û partiyên BaşûrêKurdistanê li hev werin?

Ti caran li hevdu nayên heta kuguhertinên mezin çênebin, ji berew partî ji tradîsyonên cuda tênû armancên wan cuda ne. Lihev-kirina PKKê, PDKê û YNKê proje-yekî dûrûdirêj e, Kurdên Sûriyênikarin li benda wan bimînin kuli hevdu bên. Bûyerên dîrokî vanrojan diqewimin, van rojan pê-wîstî bi lihevkirinê heye. Eger ni-karibin bighijin hevdu, pêwîst eKurdên Rojava bi xwe xwedî stra-tejî bin. Rexneya min li partî ûKurdên Rojava ew e ku ew strate-jiya xwe bi tevgerên Kurdistanîyên din ve girê didin, ew strate-jiya xwe bi xwe danayînin û ev jîxeletiyeke mezin e.

Yanî li gor we astengiyek mezinli pêşiya yekhelwestiya partî ûrêxistinên Rojavayê Kurdistanêew e ku girêdayî partî û rêxisti-nên Kurdistanî yên beşên din in?

Ez wiha dibînim.

Di van heftiyên dawî de berpir-sên ENKS li çendîn welatên Ro-java hevdîtin pêk anîn ûsiyasetmedarên Kurd yên wekeEbdulhekîm Beşar dibêjin kuwan ji bo mafên Kurdan garantîstandine? Hûn derbarê van ga-rantiyan de çi dibêjin?

Di vê rewşa niha de eger kesekbeje garantî hene, ew derewan lixwe û li gelê xwe dike, ji berkesek nikare garantiyê dibe kuguhertin wê çêbibin û rejîmaBeşar Esed wê bê ruxandin. Û ewhêzên ewropî çi hêza wan heye

ku bihêlin ku Kurd bigihin mafênxwe? Çi enstrûmentên wan hene?Çi bandora wan heye? Bila ji mere diyar bikin. Danûstandin bidewletên ewropî re, bi Amerî-kayê re baş e, herwiha bi dewle-tên din re jî ku bêjin waye emhene, em faktorek in û em guher-tinê dixwazin. Lê eger KurdênRojavayê Kurdistanê negihijinhev, stratejiyek wan tune be,rolek û xetek wan a diyar tune be,kesek nikare alîkariya wan bike.Pêwîst e beriya her tiştî ew alîka-riya xwe bikin. Û ew meseleyadewletên ewropî û garantiyênwan, bi ya min ev tiştekî zor zorne rast e, ji ber ku ez enstrûmen-tên wan ên ji bo bandorê nabî-nim. Baş e, em bêjin Almanya; çienstrûmentên Almanyayê heneeger sibe rejîm biruxe û ÎxwanMuslimîn û wek Misrê hinek ali-yên lîberal bên ser desthilatê? Al-manya wê çi bike ji wan, çibandora wan heye? Wê bejê egerhûn mafên Kurdan nedin, em alî-kariya we nakin? Ev pêwendiyênnavbera dewletan e û hêzên Sû-riyê jî wê bêjin ti eleqeya vê bimeseleya Kurd re tune, meseleyaKurd meseleyeke navxweyî ye.Pêwendî û danûstandina bihêzên siyasî û dewletan re giringe, lê kesek nikare garantiyan bide.Hêj ew biraderane tê nêgihiştine,mimkun e ku di armanca gotinênwan de tênegihiştibin. Mimkun eku gotibin em demokrasiyê dix-wazin û em dixwazin Kurd jî wek

beşekî ji gelê Sûriyê bighijemafên xwe. Lê ev tenê daxwazi-yeke. Lê nikarin stratejiyekê dey-nin û bêjin eger mafên Kurdannedin wan, emê sanksyonan dey-nin ser we. Ev di siyasetê de nabe.Heta kesekî li Îraqê jî heta nihawiha nekiriye.

Eger rojekê opozisyona sûri ser-bikeve, heta çi radeye amade yeku mafên Kurdan qebûl bike?

Wê meseleyên kulturî û aborîbidin, wê partiyên kurdî jî hebin.Lê meseleya otonomî, anjî fede-rasyon ez dûr dibînim. Ji bo wêdivê mirov li Başûrê Kurdistanêbinere. Eger Kurdên Başûr bi wêhêza xwe, bi pêwendiyê xwe û binîv milyon şehîdên xwe heta nihanekarîne federasyonê tam bi cîhbîkin, Kurdên Sûriyê wê çawa ka-ribin federasyonê bi cîh bikin?Divê mirov di daxwazên xwe derealîst bimîne û ji xwe bipirse emdikarin çi pêk bînin û li gor wêtevbigere. Ew meseleya hevdîti-nên Ebdulhekîm Beşar bi derdo-rên siyasî yên Rojavayî re ez başdibînim. Lê ew meselya garanti-yan ne rast e.

Metirsiya şerekî di navbera Kurdû Ereban de heye? Bo mînakhewldana derxistina Kurdan jibajarên weke Helebê?

Bêguman, divê hayê Kurdan ji vîtiştî hebe. Bo mînak sala 2004êBeşar Esad nîşanî me da ku çawa di-kare eşîrên ereb li dijî Kurdan mobi-

lîze û herwiha çekdar û gurr bike.Metirsiya vê yekê heye û divê em zorciddî bigrin. Di salên 1930î de şerênmezin di navera eşîrên kurd û erebde çêbûn li ser erdê. Û dîrok bihevdu re girêdayî ye. Kurd nikarindijminatiya eşîrên ereb bike, diyalogbi wan re pêwîst e, divê lihevhatinekbê dîtin. Ew kesên ku behsa federas-yonê dikin û nikarin pêk bînin, bibaweriya min ew xeletiyeke strate-jîk dikin.

Eger rewşa niha û faktorên heyî liber çav bên girtin, pêwîst e KurdênRojavayê Kurdistanê çi bikin?

Beriya her tiştî divê stratejiyekxwe deynin ku li gor hêza wan be.Ya din jî divê serbixwe bin û ne gi-rêdayî partiyên Kurdistanê bin,yên ku ajenda wan heye. Yanîpartiyên din yên Kurdistanî, çiPDK, çi YNK û çi jî PKK, ev partîxwedî ajenda ne û ajenda wan neweke ajenda Kurdên Sûriyê ye ûev jî ne eyb û ne şerm e. Her par-tiyek, her hêzek xwedî ajendayektaybet e û divê Kurdên Sûriyê jîxwedî ajendeyek xwe bin. Ya dinjî, divê rolek wan a aktîv di opo-zisyona sûrî de hebe.

PYD dibeje pirraniya gelê Kurd liRojavayê Kurdistanê alîgirê wêye û ENKS dibeje ew Kurdên Ro-java temsîl dike? Berê pirraniyaKurdan li kîjan hezê ye?

Eger PYD xwedî stratejiyek tay-bet bûye derbarê Kurdên Sûriyêde, bila wiha baya. Mesela PYDêpirsgirêkek mezin e. Serokê PYDêMihemed Salih Muslum di hev-peyvînek xwe de dibeje armancame ne otonomî, anjî federasyon e,dibeje em dixwazin însanên nû çê-bikin. Ev baweriya wan baweriyektotalîter e. Tuyê çawa însanên nûçêbike? Ma însanên nû xiyar in, to-mate ne? Xurtbûna PYDê di wêyekê de ye ku ew natirsin zext ûtundiyê bikarbînin, li xelkê bidin,nehêlin kesên ji derveyî wan karbikin, PYD weke rêxistinek semî-totalîter e (nîv-totalîter). Mihe-med Salih Muslum dibeje,kesekekî ku ne li rêya wan be, ewêli wan bixe. Tu dixwazî şerekînavxweyî li Kurdistana Rojava du-rust bikî? Ew xelkê ditirsînin.Hemû partiyên Kurdên Sûriyê jiPYDê ditirsin. Çima ditirsin? Wekîçawa PKKê li Bakur kar kir, PYD jîli Kurdistana Rojava kar dike. PYDne ku rêxistinek nêzîkî PKKê ye,ew rêxistinek PKKê bi xwe ye.

Mustafa-Barzani-Arbeitss-telle für Kurdische Studien(Mustafa-Barzani-Section ofKurdish Studies) li zanîngehaErfurt li asîstentekî/ê digerin,ji bo ku doktoraya xwe çêke.Şert ji bo kesên serîlêdêr ew eku bi almanî, kurdî û îngilîzîzanibin.

Mustafa-Barzani-Arbeitss-telle für Kurdische Studien ji1ê Sibata 2012ê ve dest bi karêxwe kiriye û bi giranî lêkolîn liser dîroka Kurd û Kurdistanê ûherwiha dîroka koçberiya Kur-dan tên kirin. Herwiha li wirtêzên bakelor, master û dok-tora dikarin werin amadekirin.

Navnîşan:Prof. Dr. Ferhad Ibrahim SeyderUniversity of ErfurtPhilosophische FakultätLehrstuhl für Geschichte WestasiensMustafa-Barzani-Arbeits-stelle für Kurdische StudienNordhäuser Str. 63D- 99089 Erfurt

Navnîşan: Hohenstaufenring 5550674 Köln

Tel.: 0221 – 16 83 17 42Fax: 0221 – 16 83 17 43e-Mail: [email protected]: www.zen-tax.de

Mihesebeya MalîMihesebeya Heqdestê Karkeran

Hesabê SalêBeyanên Bacê

Şêwirmendiya Avakirina KargehanKarên Din

FinanzbuchhaltungLohnbuchhaltungJahresabschlüsseSteuererklärungenExistenzgründerberatungSonstige Leistungen

Rek

lam

Mustafa-Barzani-Arbeits-stelle für Kurdische Studien

li asîstentekî/ê digere

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di xwepêşandanekê de

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Çand û Huner Rûdaw12 Hejmar 140

Azad Kurdî Bruksel

Derhênera Kurd aşanoyê RêzanSalih bi lîstikva-nên Kurd, Nor-wecî, Amerîkî û

Belçîkî, şanoya “Seks li Bexda”bir ser ekranên Norwecê û dix-waze li çend welatên din ên Ew-ropa jî nimayîş bike. Rêzan hewldide sanoya xwe bibe Îraqê Her-mêma Kurdistanê jî, lê ew ji berbandora olî ditirse ku şanoyê liÎraq û Başûrê Kurdistanê nima-yîş bike.

Bêhtirî salekê bi amadekirin ûnivîsandina çîroka şanoyê remijûl bûye, lê di dawî de derhê-ner Rêzan Salih ku rêveberiyasaziyek navneteweyî ya çandî ya‘AIDA’ ye, bi alîkariya nivîskarêEreb ê Îraqî Hassan Blasim liFinlandiya, projeya xwe bi serxist û şanoya “Sex in Baghdad” bizimanê îngilîzî anî ser ekranênNorwecê. Di şanoyê de lîstikvanaKurd Sara Baban ku li Norwecêdimîne, rolê sereke yê jinan liÎraqî dilîze. Li kêleka Sara, keç ûxortên Kurd û Norwecî, Amerîkîû Belçîkî lîstine. Proveya şanoyêli bajarê Brûkselê qediya û carayekemîn li Norwecê nimayîşkirin, lê Rêzan Salih a derhêneraşanoyê dixwaze li çend welatêndin jî nimayîş bike.

“Jin goriyên sereke yên şer in û wek aleva seksê tênbikaranîn”

Rêzan derbarê armancên vêprojeyê got ku wê xwestiye bi ni-mayîşkirina vê şanoyê bala Ewro-piyan bikşîne ser rewşa Îraqêpiştî sala 2003ê û bi taybet ban-dora pirr xerab a şer li ser jiyanajinan. Çîroka şanoyê pirsgirêkênjiyana jineke leşker a Amerîkî liÎraqê, herwiha jineke mamostaya Îraqî ku dixwaze li serbazgehaAmerîka kar bike û rojnameva-neke jin a Norwecî ye ku ji hertiştî şaş dimîne û ji ber peyde-çûna bûyerên balkêş ên jinan liÎraqê ji aliyê terorîstên tundrev têrevandin û serjêkirin, nîşan dide.Rêzan Salih got: “Di şanoyê de, jialiyekî me rewşa nebaş a jinênAmerîkî ji aliye leşkerên mêr ênAmerîkî de nimayîş kiriye. Ew jinrastî tecawûz û şîdeta seksî tên. Jialiyekî din jî, ji ber şer û aloziyênpiştî sala 2003ê, jinên Îraqî jîbûne goriyê şîdeta seksî. Di dawîde jina Îraqî û Amerîkî dibin he-moseksuel, ji ber ku tundûtûjiyaseksî ji aliyê mêran wan neçardike bi vê peywendiyê.”

“Dixwazim şanoyê li Kurdistanê nimayîş bikim, lê ditirsim”

Derbarê vê yekê ku çima şa-noya xwe li Îraq û Başûrê Kur-distanê nabe ser ekranê,derhênera şanoya ‘Seks li Bexda’wiha axivî: “Em pirr hez dikin liBexda û Başûrê Kurdistanê jî şa-noyê nimayîş bikin, lê ji ber kuşano îslama siyasî rexne dike,em naxwazin jiyana xwe bixinmetirsiyê û nawêrin wî karîbikin, bi taybet li Bexda.” Bi ba-weriya Rêzan Salih, li Îraqê aza-diya vê yekê tune ye ku şanoyekbi vê naverokê pêşkêş bikin ûgot: “Li Başûrê Kurdistanê ji bogellek tiştan azadî heye, lê ji bool ti azadiyek nîne. Kes nikare biazad li Kurdistanê ol rexne bikeû qanûnên olî biguherîne.” Der-hênera Kurd bêhêvî ye ku pro-

jeya wê bo nimayîşkirinê li He-rêma Kurdistanê bê pejirandin,lê ew dîsa dixwaze meha Nîsanêserdana Başûr bike û hewlêbide.

“Li Kurdistanê hemoseksue-lên jin hene, lê...”

Çîroka şanoya ‘Seks li Bexda’,balê dikşîne ser şîdeta seksî lidijî jinan li Îraqê û li dijî jinênAmerîkî yên leşker jî, lê Rêzanbawer dike li Kurdistanê jî pey-wendiya seksî ya keçan bi hev reheye: “Bi baweriya min peywen-diya seksî ya keç bi keçan re liBaşûrê Kurdistanê pirr heye, lêev cor peywendî hemû nehênî ûveşartî ne, kes newêre eşkerebike. Sedema vê yekê jî qedexe-bûna peywendiya keç û xortan ûtabûya seksê ye.” Rêzan diyar kir,rewşa jinan li Herêma Kurdis-tanê baş e û li gor herêmên dinên Îraqê pirr cuda ye. “Li Îraqêpiştî sala 2003ê zêde hikmê olîli ser jiyana jinan hatiye ferzki-rin, rewşa jinan kambaxtir bûye.Li Kurdistanê rewş bêhtir e, lêhêj li Kurdistanê qanûnê olî kugellek astengan bo jinan pêktînin, nehatine guhertin.”

“Li Ewrûpa çalakiyên çandî û hunerî yên Kurdan bê bandor in”

Derhênera Kurd rêvebera Rê-xistina Pirrneteweyî û Pirrkultûrîbo Pêşveçûna Hunerî (Assosia-tion Interculture for Artistic De-velopment - AIDA) li Brûkselê yeû got: “Baweriya min bi karênpirrçandî heye. Lewma ez ligel zi-lamek Norwecî zewicîm. Ger liEwropa xebat û projeyên çandîyê hevbeş neyên kirin, dijminatîû nakokiyên navbera rojhilat ûrojava ên dîrokî qet ji nav naçin.”

Salih eşkere kir ku di pêşerojeknêzîk de bi şano û çalakiyên hu-nerî dixwaze çîroka Helebce ûEnfalê bi Ewropiyan bide naski-rin û lîstikvanên Kurd û Ewrûpîbikar bîne û li çend welatan ni-mayîş bike.

Mehmet Sebatli

Gelê Suryanî jî bû xwediyêrojnameya xwe; hefteya borî

Suryaniyên Bakurê Kurdistanê ûyên Tirkiyeyê bi navê Sabro,ango hêvî, dest bi weşana rojna-meyek mehane kirin. Rêveberiyê

Giştî yê Sabro, Tûma Çelik boRûdawê ragihand ku wê Sabro jibo vegera Suryaniyan bo xakawan bibe hêvî û derbarê zimanêSuryankî jî got, “Çend rûpelênSabro bi suryankî ne, kes jê fêmneke jî em ê her bi zimanê xweweşanê bikin.ˮ

Sabro rojnameyeke mehaneye û bi zimanê tirkî û suryankîhejmara xwe ya yekem roja 13êAdarê weşand. Navenda rojna-meyê li Bakurê Kurdistanê, li ba-jarê Midyadê ye, lê rojname liStenbolê hat çapkirin. Hejmarayekem ya Sabro li Stenbol, En-qere, Îzmîr, Amed û Antaqyayêbi alîkariya dilxwazan hat belav-kirin. Sabro ji 12 rûpelan pêk tê,9 tirkî, 3 jî suryankî. BerpirsênSabro hewl didin di demên da-hatî de rûpelan zêde bikin. Hej-mara yekem 5000 hatine çapkirin.

Sernûserê Rojnameya SabroTûma Çelik 25 sal berê, dema kudi dibistanê de xwendekar bû, jigundekê Midyadê weke bi dehhezaran Suryaniyan ji gund der-ket û berê xwe dabû Ewropayê ûsala borî dîsa vegeriya welatêxwe. Çelik ligel 5 hevalên xwe

niha li Midyadê rojnameyaSabro derdixe.

Mîsyona Sabro fêrkirina suryanîkî ye

Çelik bal kişand ser dîrokaSuryaniyan a 6 hezar salî û got,“ligel dîrokek wiha kevin û abi-randina kultureke dewlemendgelê me niha bi tunebûnê û jibîr-kirinê re rû bi rû maye. Em hewldidin bi rêya Sabro daxwaziyênSuryaniyan bînin ziman û bêjinem hê jî hene. Sabro wê bibeziman û berdevk bo daxwaziyêngelê me.ˮ Derbarê hejmara Sur-yaniyan li Bakurê Kurdistanê ûTikiyeyê bi giştî, Tûma Çelik dazanîn ku li wir nêzîka 25 hezarSuryanî dijîn û got, “Gellek jiwan li Stenbolê dijîn û nêzîka 5

hezar kes jî li Midyadê, Şirnexê,Colemêrgê û Semsûrê dijîn. Lidiyasporayê jî nêzîka 300 hezarSuryanî dijîn. Ji sedî 10ê Surya-niyan ku niha li Bakurê Mezopo-tamyayê dijîn, ji Ewropayêvegeriyane.ˮ Çelik wek armancasereke ya Sabro jî eşkere kir ûgot, “Em hewl didin her kesî jihebûna Suryaniyan haydar bikin, daxwaziyên wan bigihînin raya-giştî, zimanê xwe bidin xwendinû di demeke nêzîk de Sabrobikin heftename.ˮ Çelik da zanînku hindik Suryanî dikarin bi zi-manê xwe bixwînin û binivsînin:“Ligel vê yekê wê Sabro bi herduzimanan, tirkî û suryankî we-şana xwe bike. Eger pêdivî çêbi-bin, em ê di rûpelên xwe de cîhbidin erebî jî. Mîsyona Sabro yaherî girîng danasîn û pêşxistinazimanê me yê zikmakî ye.”

Şanoya ‘Sex in Baghdad’ li ser ekranên Norwecê ye, lê kengî diçe Kurdistanê?

“Tirsa min heye kuşanoyê li Kurdistanêpêşkêş bikim”

Sabro hêviya Suryaniyan e

“Kes nexwîne jî em ê suryankî biweşînin”

Tûma Çelik

Rêzan Salih

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 13: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Jin û Civak 13RûdawHejmar 140

Azad Dîcle

Ne w r o z a2012yê netenê di rojekêde hat pîrozkirin, di ji 18ê

Adarê dest pê kir û heta24ê Adarê jî cîh bi cîh domkir. Pîrozbahiya girseyî yaherî mezin li Amedê û yaherî mezin li Ewropayê jî libajarê Almanya Bonnê hatlidarxistin. Herwiha li gel-lek bajar û welatên Ewro-payê Kurdan bi cil û bergênxwe Newroz pîroz kirin. Cilû bergên rengîn ku jin ûkeçên Kurd li xwe kirin,hemû şahî xemilandin. Dujinên designer ên Kurd jîpirr dilgerm û dilxweş inku dema jinek cilên ew di-dirûn li xwe bike û qadanbixemilîne.

Li Amedê cil kirriye û li wir dihêle

Gulê ev sê sal in ku li peyhev ji bo pîrozkirina New-rozê ji Swîsreyê diçeAmedê. Gulê ya 29 salî yaMereşî îsal di 16ê Adarêde çû Amedê û tevlî pîroz-bahiya 18ê mehê bû. Gulêçend sal berê li Amedêcilên taybet bo xwe dayedirûtin û her ku diçeAmedê wan cilan li xwedike. “Min cilên xwe liAmedê danîne cem nasekî.Hewce nake ez bînim vir ûbibim wir. Lê eger neçimAmedê û li Ewropayê tevlîşahiyê bibim, ez ê qatekîcilan a nû bikirrim.” Der-barê beşdariya xwe ya îsalde Gulê çavderiya xwe

wiha anî ziman: “Çend rojberiya ku ez herim, diyarbû ku wê pirsgirêk derk-evin. Min biryara xwe ne-guherand û ez roja 18êAdarê ligel heval û dostenxwe di barîkatên polîs rederbas bûm û tevlî şahiyêbûm.ˮ Gulê piştî du rojan jîtevlî pîrozbahiya Batmanêbû. “Helwesta polîs li Bat-manê pirr dijwar bû, wekeku bêjin em ê heyfaAmedê ji we bistînin û bitundî êrîş anîn ser me.ˮ

Gulbîn û Mizgîn du xwişkin û herdu jî li Îzmîrê ha-tine dinyayê. Ew ji zaroka-tiya xwe ve tevlî şahiyênNewrozê dibin û her salê bicilên cuda. Diya herduxwişkan bo wan cilan didi-rûyê û her salê an rengekîli cilan zêde dike anjî bişehrikek, kebiyek nû dixe-milîne. Gulbîn dibêje, “Salaborî min cilên xwe danxwişka xwe, lê îsal cilên meherduyan jî nû bûn. Me îsalneynugên xwe jî bi rengênkesk û sor û zer reng kirin,ji cilê me zêdetir kamera-yên rojnamevanan neynû-gên me kişandin.ˮ

“Sê qat cilên min hene”

Li bajarê Bursayê zêdeyî200 hezar Kurd dijîn û şa-hiyên Kurdan bi coş derbasdibin. Kader keçeke ji mal-bateke Amedê ye û ji zaro-katiya xwe ve tevlî şahiyandibe. Wê di Newroza îsal deqatek cilên zer li xwe ki-ribû. Lê du qatên din jîhene, weke ku wê got, “Sêqat cilên min hene, her yek

bi rengekî ye. Min îsal qatazer li xwe kir, par qata sor,sala bê ez ê qata kesk li xwebikim. Hemû cilên xwe emji Bursayê ji dikandarekîKurd dikirin.ˮ

Cilên wan meydanxemilandin

Designera cilan û moda-van Încî Hakbîlen îsal beş-dariya pîrozbahiyên New-rozê nekir, lê weke wêdiyar kir, gellek cilên ku bidestên wê hatine dirûtin dişahiyan de bal kişandine.Hakbîlenê destnîşan kir kuher cileke ku ew didûre di-kare bêyî şûştin 4-5 caranbê lixwekirin û got,“Lewma her kesek çendsalan li ser hev heman cilanli xwe dike û tevlî şahiyandibe.ˮ Ji bo Newroza îsal 3jin û mêrekî sîparîş daneHakbilenê û yek jî tevlîNewroza Amedê bûye, sêkesên din jî tevlî şahiyaBonnê bûne.

Suzan Koyî jî li bajarê Al-manyayê Reutlingenê ter-ziya cilên kurdî ye. Weke ku

wê diyar kir, îsal 12 malba-tan, tevlî zarokên xwe, cil licem wê dane dirûtin û got,“Di şahiya Newroza Mann-heimê de min cilên ku min

dirûtibûn li ser çend kesandît ez pirr dilxweş bûm ûmin careke din fêm kir kukarê ez dikim te tenê bazir-ganî ye, lê karekî kulturî ye.ˮ

Di şahiyên Newrozê de, çi li Ewropayê, çi li Tirkiyeyê û çi li bajarênKurdistanê, her diçe cilên jinên Kurd ên rengîn bêtir balê dikişînin.

Rûdaw tora xweya hevkaran berfireh dike

Rûdaw ji bo ku hîn bêtir û ji nêzîk ve jiyanaKurdên Ewropayê bişopîne, li hevkar û pey-amnêrên nû li hemû welat û bajarên Ewro-payê digere. Baş zanîna bi kurdî şert e ji bo

hevkariyê.

Kesên eleqedar dikarin serî li Rûdawêbidin: [email protected]

li hevkarên nû digere

MezopotamyaWeqfa Şandina Cenazeyan

Mezopotamyacanazeyên we dişîne herçar beşênKurdistanê

Mobil: 0178 - 18 56 9700172 - 27 24 163

Navnîşan: Frankstr. 6 • 58135 Hagen/Almanya

E-Mail: [email protected]

www.mezopotamya-cenazefonu.com

Tel.: 02331 - 47 33 886

Di rojên dijwar deem bi we re ne

Li Bakurê Kurdistanê, li Amedê jinên bi cilên rengîn kom çêkirin Li bajarê Îzmîrê Gulbîn û xwişka xwe Mizgîn

Li bajarê Bursayê Kaderê îsal cilên zer li xwe kirin

Her cilek çîrokek wê heye

Wên

e: D

IHA

Wên

e: R

ûdaw

Wên

e: R

ûdaw

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 14: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Nêrîn Rûdaw14 Hejmar 140

Mirina CewherNamiq hintişt derbarêberpirsyaranguherandin,ew jî eve ku

berpirs jî dibe ku hezkirî be. Axaf-tin û gotina di nav xelkê de eveku: berpirs xirab in. Ev boçûn jipişt serhildanê û vir de roj bo rojmezintir dibe û heta ev boçûnderbarê kurên berpirsan jî bûyetaqlîdek di nava xelkê de. Lê dirastiyê de jî ev ne hincet e kubêjin "bêwijdaniya xelkê" evboçûn ava kiriye, lê karên berpir-san ev nêrîn çêkiriye. Mixabinpiştî serkeftina şoreşan, şoreşge-rên serdema şoreşê û berpirsênîdareya desthilatê piştî ku desthi-lat dikeve destê wan, vê nêrînê licem xelkê çêdikin. Mînakeke nê-zîkî şoreşa Başûrê Kurdistanê dialiyê demê de, serketina şoreşareşikên welatê Başûrê Afrîkayêbû dijî sîstema Apartheid. Berpir-sên Partiya Kongreya Nîştîmanîya Başûrê Afrîkayê û hevjîna Nel-son Mandela jî ligel wan, wêneyêşoreşgeriya xwe tevlîhev kirin. Evjî bi sedema kiryarên xwe yênşaş, ji ber ku wan rûpelên gellekîxirab qeydkirin di warê desthilat-dariyê de, her ji gendeliya darayîû heta dighije destdirêjiya ser za-rokan.

Mirov bi pîvana rêjeyî nikarebêje hemû berpirs xirab in, lêtiştê ku heye eve ku xelk dibêjinhemû berpirs xirab in. Ev nerîn jîweke me berê got ji ber tevgerênberpirsan çêbûye. Lê CewherNamiq wisa kir ku xelk hinekî servê nerînê rawestê û gumanê çêkeû bikra rêjeyiyê bike. Loma didema mirina wî de û berî mirinawî jî gellek xelkên ji hemû eniyênnava partiyan bi çavekî cuda berêxwe didan Cewher Namiq. Cew-her Namiq bi nerîna pêwîstiyaxwedûrkirina ji tevgerên nehêja,di nivîsên xwe de bi girîngî amajedida gotinên Mistefa Barzanî yênku piştî lihevhatina 11ê Adara1970yî rastî wan berpirsên şo-reşa Kurdistanê dikir, ên ku postû pile di Hikûmeta Îraqê de wer-girtin û tê de dibêje "dijmin em bi

bombe û topan neşikandin, bilahaya we jê hebe dijmin bi otomo-bîl, qesr, korsî, pile û postan weneşikîne. Bila ev tiştê ku me bixwînê bidestxisiye, bi Dînaran jime nestîne." Xelkê dema piştî vêlihevhatinê dîtin ku ev çar otomo-bîlên Landrover ên biçûk ên Bar-zanî nebûne otombîlên gellekîxweşik û pirr biha, herwiha demapiştî têkçûn û şkestina şoreşaKurdistanê di sala 1975ê de xelkêti qesr û koşkên wî li Kurdistan ûÎraqê nedîtin ku piştî xwe hişti-bin, ji bilî wêneyên wî yên li binkevir û di nava xaniyên basît de,loma hezkirin û efsaneyiya wî didilê xelkê de ma.

Pismam û sekreterê taybet ê

Cewher Namiq, Xalid Berlutî, divê paşkoya taybet de gotinekexweşik a kek Cewher aniye ku "tihêzek tune bikare şaşiyê bi minbike rastî û rastiyê jî bi min bikeşaşî." Loma ji rastî jî xelkê bi vêrastgotinê hezkirina kek Cewherdi dilê xwe de hembêz kir. Her-wiha kesên ku ji nêzîk ve kar ligelwî kirine, hurmeta wî girtine, jiber destpaqijî, dehmenpakî, we-fadarî û dilsoziya wî.

Herwiha taybetmendiyeke dina Cewher Namiq jêhatîbûn û zîre-kiya wî bû. Mixabin di demekê deku bêtiriya berpirsan nikarinçend hevokan bi rastî binivsînin

û bixwînin, wî îmkanên mezinnîşan dan di warê nivîsîn û lêko-lînê de li Kurdistanê. Ev jî ji aliyêxwendevanên Kurdistanê cihêbaldariyê bû. Bi rastî jî mînakekebaş e bo çavlêkirina ji aliyê ber-pirsên din.

Bi qasî ku ez haydarim, Cewherji bilî lêkolînên xwe yên berde-wam ên derbarê kêmatî û seqeti-

yên sîstema li Kurdistanê, ewherwiha mijûlê nivîsinê bû der-barê çend bûyerên girîng ênweke şerê Hekarî û vejandina şo-reşê û hin bûyerên din, herwihaguhertinan. Lê wî wê demê digotniha ne dema belavkirina wan e ûhin axaftinên din jî digotin ku jikûratiya dilsoyizeke mezin diha-tin.

Emê xedrê li kek Cewher bikin,eger em wî ji boçûnên wî yên berîmirinê qut bikin, di warê pêwîs-tiya guhertin û çaksazîkirina disiyaset û desthilatdariya Kurdis-tanê û pêwîstiya pêbendbûnê bikûratiya netewî û prensîpên nîş-

tîmanî bo piştevanîkirina perçe-yên Kurdistanê û destneberdanaji navçeyên sînorî yên BaşûrêKurdistanê ligel Îraqê. Ji ber ku evbûn xalên cuda yên wî û bingeharexnegirtina wî. Lê di hemandemê de ev kesên ku ew ji nêzîkve nas dikirin, kar pê re dikirin ûgotûbêj ligel dikirin, dizanin kuew çiqas dilsozê hevalên xwe yên

xebat û çarçoveya karkirina borîbû, herwiha çend pêbendê dîrokaxwe bû. Lê mixabin PDKê di vîwarî de xedr li wî dikir ku carnanaxaftin û rexneyên CewherNamiq ji dîrok û taybetmendiyênwî cuda dikir. Loma jî carekê dirojnameyeke PDKê de bi navê“çavdêrekî“ bersîva wî hat dayînû vê yekê ew gellekî êşand. PaşîCewher di Rûdawê de bersiva vî“çavdêrî“ da. Li wir jî dixuyê kaew çiqas pêbendê van prensîpanbû, yên ku me li jor amaje daye.Loma ez li vir dibêjim PDKê sûdji rexneyên dilsozane yên CewherNamiq wernegirt. Lê zulmeke

mezin jî li wî dikirin ku hin ber-pirsên PDKê ev rexneyên wî diçarçoveya dilsoziyê de nedidîtin.Cewher Namiq, mîna ku wî bixwe di nivîsên xwe de nivîsan-diye, digot ku ew piştî şikestinaşoreşa Îlonê, di naverasta 1975êde, beşdarî civînên vejandina şo-reşê bûye û ew hatiye raspardinku yekemîn daxuyaniya ŞoreşaGulanê binivsîne. (Kek Cewher diGulana 2010ê de ji min re got kuew dixwaze em vê daxuyaniyê bi-weşînin, lê nerîna me ev bû ku evne pêwîstiyeke rojnamevanî yeku Rûdaw vê daxuyaniyê biwe-şîne û me neweşand. Xweziya kume ew xwesteka wî cîbicî bikira.Bêguman dema ez niha bikra wêdikim, dibînim ku wê demêîmkan hebû bi çendîn şêweyankarekî rojnamevanî ligel wê da-xuyaniyê bê encamdayîn, di çar-çoveya pêşkêşkirina zanyariyanbo xwandevanan).

Herwiha hin demên kurt jîhebûn ku ew tek kesê serkirdaye-tiya PDKê bû li Başûrê Kurdis-tanê. Loma şaşî û karên xirab ênPDKê û nefêmkirina wî ew gellekîdiêşand. Wî çend caran ji me regot û carekê jî di hevpeyvînekekovara Livîn de bi xwe nivîsî bûku wî PDK dişiband "împerato-riya ku roj lê ava nabe" lê mîna kuwî digot ev bi şaşî û kêmatiyanhat biçûkkirin û lawazkirin.

Rûdaw weke rojnameyeke hef-teyî berê xwe dide zanyarîdayîn,dûvçûn û analîza bûyeran. Lê mebi pêwîst dizanî ku em yekemînsalvegera wefata kek CewherNamiq bibîr bînin, weke nivîska-rekî Rûdawê. Herwiha weke alî-kar û rênîşanderekî Rûdawê kuhertim bikrên girîng didan me ûpiştevanê me bû bo karên baş.Bila bîranîna kek Cewherê pakre-wan hertim bi xêr bê.

Mirineke tevlî hezkirina xelkê

Ako Mihemed

Cewher Namiq (1946-22.03.2011)

Dijmin em bi bombe û topanneşikandin. Bila haya we jêhebe ku dijmin bi otomobîl,qesr, korsî, pile û postan weneşikîne. Bila ev tiştê ku me bixwînê bidestxisiye, bi Dînaranji me nestîne.

Gelê Kurd herdemê cejnaxwe ya New-rozê pîroz ki-

riye. Bi taybetî li BakurêKurdistanê ji salên 1990îvir ve Newroz bi girseyêngel û bi naverokeke siyasîtê pîroz kirin. Bê gumanNewroz ne cejneke siyasîye, lê belê ew xwedî nave-rokeke serhildanî, berx-

wedanî û serkeftinî ye.Lewre kes nikare vê cejnêtenê bi şeweyekî çandî bi-nirxîne.

21ê Adarê destpêka bi-harê ye. Sala 612 beriyamîladê heman roj wekebihara gelên RohilataNavîn hatiye pîroz kirin.Serkeftina li dijî Dehakweke destpêka azadî ûherwiha bihara gelan di

dîrokê de hatiye nivîsan-din. Lewre hemû gelên vêherêmê Newrozê wekerojeke pîroz dibînin. Jisala 1982yê vir ve, bi tay-betî li bakurê welatê me,bi agirê Mazlûm DoganNewroz hemdem bûye ûji wê demê vir ve bi şêwe-yekî siyasî tê pîroz kirin.

Di van salên dawî de,cejnên Newrozê bi sedanhezaran Kurdan tînin cemhev. Ji ber vê sedemê ra-yedarên dewleta dagirkerya tirk ji heman cejnê pirrditirsin. RêxistinbûnaKurdan ji bo dewleta tirkpirr xeternak e.

Îsal rayedarên dewletatirk û yên AKPê çi ji destê

wan hat kirin, daku New-roz bi tevlîbûna girseyênmezin neyê pîroz kirin. Lêbelê çawa ku wan dixwestnebû, digel hemû qedexe-yan û zextê, li hemû deve-rên Bakurê Kurdistanê bisedan hezaran Kurd da-ketin kolanan û agirêNewrozê gurtir kirin. Zextû zilma dewletê bû se-demê ku Newroz bi dil ûcan weke roja berxwe-danê pîroz bibe.

Di dema pîrozbahiyênNewrozê de hovîtiya ra-yedarên dewletê baştirxwe eşkere kir. Li hem-berî rihê berxwedanva-niya Kurdan çavênrayedarên ewlekariya

dewletê tarî bûn. Lewmali dijî parlementeran jîdarê zorê hate bikaranîn.Kesekî weke Ahmet Turkji aliyê polîsan ve lêdanxwar. Ev nêzîkatî rewşatengaviya dewletê diyardike. Eger dewleta tirk lihemberî rihê berxwedan-vaniya gelê Kurd tengavnebûya, wê heman nêzî-katî raber nebûba.

Newroza 2012ê başdiyar kir ku dewleta tirk çidike bila bike, ew ê nika-ribe li pêşiya çareseriyapirsgirêka Kurd zêdetirkeleman biabirîne. Lewre,bê dil be jî, Recep TayîpErdogan daxuyand ku ewdixwazin bi BDPê re guf-

tûgoyan bikin. Ez vê yekêweke encama Newrozê di-bînim. Dibe ku guftûgo ne-meşin, herwiha dibe kuBDP vê daxwaza AKPê bêbersiv bihêle, lê belê dîsajî pêşî li merheleyeke nûvebûye. Di dema pîrozba-hiyên Newrozê de di çape-meniya tirkî de jî zimanekî« erênî » hate bikaranîn.Ez vê yekê jî baş dibînim.Digel hemû neyêniyan,wisa diyar e ku wê di sala2012ê de hin bûyerên bixêr biqewimin.

Derengî be jî, ez New-roza gelê xwe pîroz dikimû dibêjim hêvîdar im heyaNewrozeke din pirr bûye-rên serkeftî bên jiyandin.

Newroz pîroz bû

Ahmet Derewww.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 15: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

15RûdawHejmar 140

Çeperast: 1-Tirsonek, bê-zirav – Bûyer, babelot,afat. 2- Maddeyek kî-myewî, bi taybet di navaavê de dibe sedema nex-weşîya pençeşêrê – Grûp,tevn, tîm. 3- Dengê pisîkan(berepaş) – Kesên ji CizîraBotan (berepaş) – Navekîkeç û jinan. 4- Navekî zila-man, zavayê Hz. Mihemed– Ne buha, bi nîvê heq –Lêxistina bi serî, bi serêxwe li hinekan xistin –Cejn, şahî (berepaş). 5- Bi-

cîhkirin, daniştandin, rû-niştandin. 6- Du tîpên go-tina “mecûs” – Notayek –Mal, avahî, cîwar. 7- Nex ûbenê zirav – Yek, ne cot. 8-Belgename, tiştê ku mirovpê tê naskirin – Çêbû, hatdinyayê. 9- Zadê hêrayî,toz (berepaş) – Bi taybetjinên herêma Mêrdîn,Omerya û Binxetê li xwedikin. 10- Pirç, por –Dixan, dûman – Sembolaelementa Nîkel ê.

Serejêr: 1-Bawerkirin, ba-werîya bi îman. 2- Fêkîyekwek incas an – Namûs,heya, agir. 3- Çêbûn, ji day-îkbûn – Ji şîr çêdibe, dewêhişk û tîr (berepaş). 4- Strî,strîyên daran – Hawar, fe-ryad, alîkarî xwestin. 5- Alî-girên ÎmparatorîyaOsmanîyan – Xak, erd,dema êşê tê gotin. 6- Na,no, nexêr – Doktor (bere-paş) – Li bakurê Kurdis-tanê bajarek. 7- Serwetabinê erdê, debin (berepaş) –

Lêborîn, azadkirin. 8- Alî-girê germ û hişk, sobî, mirîd(berepaş). 9- Mala koçeran,çadir – Cahil, xeşîm, nex-wendî. 10- Bi “Mîran” ve gi-rêdayî, tiştên girêdayîgotina “mîr”. 11- Fabrîkahêrana zad, çerx. 12- Mar-kayek trimbêlên Fransî,kurtgotina Renaûlt. 13-Beş, şax, bask (berepaş).14- Temam, bihêle, têr dike(berepaş). 15- Di dîrokê dedewletek Kurd. 16- Dûvik,boçik.

1

2

3

4

5

6

7

8

9

10

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16

Xaçepirs

Bersivên hejmara 139

Tendirustî

Çandina diranan a bi rêya ope-rasyonê ango împlantat, gel-lek pêşketiye û heta

raddeyeke baş wan kesên ku xwedane ber operasyonê, razî dike.

Bêguman diranê orjînal baştirîncore diran e û ti coreke din nikarecihê diranê wî bigire.

Ev diranên ku tên çandin bêtir jimaddeya tîtanyûm tê çêkirin û cihêdiranekî yan jî komeke diranan digire.

Diranê çandinî dişibe diranê rastînû di nava hestiyê laman li cihê diranêpûçbûyî tê danîn. Paşî ev hestî rûyêrêyên diranê çandî digire.

Çawaniya çandina wanPizîşkê pisporê operasyona diranan

beriya ku biryar bide, bi rêya ront-

genê çend wêneyên wê cihê tên girtinda ku zanibe dûr û nêzîkiya cihê çan-dinê ji demar û cihên hestiyar.

Piştî hat zanîn ku ev cih, temenê vîkesî û core hestî bi kêr tê, wê demêcihê çandina diran tên bêhoşkirin ûpaşî bi rêya operasyoneke hûrbîn,doxtor rayê diran li ciyê destnîşankirîbi cih dike.

Dema rayê diranê çêkirî di navahestî de hat bicihkirin, bo çakbûnahestî û hevgirtina ligel diranê çandîdemek pêwîst e, ev dem jî li gor rewşatendirustî û temenê ew kes tê guher-tin. Ev jî herî zêde 3 meh in.

Rêjeya serketinê

Piştî lênerîna jialiyê pizîşkê pis-por wê çandinadiran bi rêyaji sedî 95serketî be.Ev serketinjî girêdayîçend fakto-ran e:

• Egerkesê ku di-ranê wîh a t i y eçandin bipaqijki-

rina diran û girîngîdayîna bi şêwri-mendiya doxtorê diranan xwedî îmkanû pêgîr be.

• Tendirustiya giştî ya laşê nexweşîpiştî operasyonê.

• Zîrekî û pisporiya pizîşk di demaoperasyonê de.

Bi nêrîna zanyarên diranan, çan-dina diranan baştirîn teknîk e ku şûnadiranê rasteqîne bigire. Ev jî li gor li-berçavgirtina rewşa vî kesê ku ope-rasyon jê re tê kirin ku ji aliyê pizîşkêpispor biryara tê dayîn ka guncav eyan na.

Çandina diranan (împlantat)

Ji bo cihê vala yêdiranan çareseriyekenûjen heye ku jê reimplantat tê gotin,ango çandina dira-nekî nû. Di sê mehande pispor dikarin di-ranekî implantatbikin.

Çawa kêfxweş dibî?

Kêfxweşbûn gellekcaran bi şêweya ji-yanê ve girêdayî

ye. Niha pirsgirêka wela-tên pêşketî ya zêdebûnahejmara kesên bi vî rengîheye ku yan nexweşiyênwan yên derûnî hene yanjî mêlankolîk in. Lewmaeger tu jî li welatekî pêş-ketî dimîni, dibe ku evagahî alîkariya te bikin ûte kêfxweş bikin:

• Sedemên mîratî: Birêjeya ji sedî 50 bandorêli ser kêfxweşbûnê dikin,lê şêweya jiyanê ya pêşe-rojê û jîngehê tenê ji sedî10 bandorê dikin. Tiştêdimîne girêdayî çalakî ûpêwendiyên civakî ye,yanî kilîta kêfxweşiya hermirovekî di destê wî bixwe de ye.

• Bêhna laş: Zana dibê-jin ku bi rêya bêhna laşêkesekî radeya dilxweşî ûbextewariya kesekî tê di-yarkirin. Di têstekê de hatselimandin gava komekjin û mêr hatin komkirinû di salonekê de fîlmekîtirsê hat nîşandan, dû rebêhna laşê wan hat ber-hevkirin. Di encamê dederket ku cudahiyekemezin di navbera wan deheye.

• Kesên temen mezin jiciwanan bêtir ji jiyanaxwe razî ne: Wek di lêkolî-neke navenda niştimanî

ya amerîkî de bo kontrol-kirina nexweşiyan hatiyeweşandin, piştî dîtin ûtecrûbekirina jiyanê,kesên bi temen bêtir bi ji-yana xwe razî dibin.

• Spor: ger tu bikarîrojê 20 xulekan û di herheftiyekê de 3 rojan, heya6 mehan sporê bikî, êdîhestkirina te bi kêfxwe-şiyê ji sedî 10-20 zêdedibe.

• Sîstema bergiriya laş:kesên ku asteke zêdetir abexteweriyê nîşan didinbêtir ji nexweşiyan dûrdikevin û rewşa wan asaxlemiyê ji kesên din pirrbaştir e.

• Dewlemendî: kesêdewlemend hest dike ku jikesên feqîr bextewertir e,lê kesê feqîr jî hêvî dike kudi siberojê de dewlemendbibe.

• Zewac: rêjeya bexte-weriyê tê de digihîje astaherî bilind, lê mixabinpiştî pêlekê dadikeve, ne-maze gava pirsgirêkhebin.

• Razîbûna ji jiyanê: jinpiştî temenê 37 salî û mêrpiştî 42 salî bi jiyana xwerazî dibin.

• Pêwendiya sozdarî:kesên ku pêwendiyekewan a cihgir û berdewamheye ji kesên din zêdetirbextewertir in.

Faktorên ku mirov kêfxweşdikin ev in: Razîbûna ji jiyanê,dewlemendî, pêwendiya soz-darî, spor, sîstema bargiriya laşû sedemên mîratî...

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 16: Ë N $Ë ! @ HÈ H ¼ M HÝÎ H @ H ( ¼¶ GÝ $ H¹ Cä www ... fileProf. Mehmet Altan ji Rûdawê re axivîn û daxuyandin ku ev konsepta ni jî konsep-tek ewlekariyê ye û nikare

Rojbûn an jî şahiya te ye û tu jî dixwazî wêneyêxwe li vir bibînî? Ji me re bişîn: [email protected]

Heyv roja 28.01.2012ê li Berlînê ji dayîk bûye. Dayika wê JenniAlman e, bavê wê Arî jî ji başûre bajarê Duhokê, ji BaşûrêKurdistanê ye.

Heyv dixwaze xwe bi zarokên ji welatê xwe bide naskirin. Ew zarokapêşî ye û xwişk û birayên wê tune ne.

Heyv li Berlînê ji dayîk bû

A A

Î

A

E

N

E Î N

I

K R K

N

N

J R

NÊÇÎRA PEYVAN

JÎR, EVÎN,FIROK,NÛJÎN,

EFRÎN, JOR,MEH, NEH,KERKÛK,BAJAR,RAMAN

Li gor pisporan, zarokên ku liser wan pêwendiyên rikdarî(înat) nayên danîn û bo xwe

îspatkirinê serbest tên berdan ûli ser wan pirr zêde zext nayênkirin, li gor zarokên din, zêdetirji xwe ewle ne û ji xwebaweriyawan zêde ye. Dema zarok dijiyana civakî de karibin xwe îsbatbikin, hesta "xweser" bûnê di wanzarokan de pêş dikeve û hêza bi-ryardayîn û hevkariyê derdikevinholê.

Li aliyê din, di navbera 2-9 sa-liya zarokan de tevgerên neyênîdi pêşerojê de di wan zarokan dedibin sedemê peydabûna rikdarî,bêpegalî, hêrsdarî, ezezetî ûhwd...

Îrade ji bozarokan girîng e

Karîkator

www.ars

ivaku

rd.o

rg