24
Berhevkar: Nîyazî Durmuş Asîdên nukleî

Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Asîdên nukleî

Page 2: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Me zanî ku xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletek xweser dikarin bijîn û payedar bin.

Celadet Alî Bedîr Xan (1893­1951)

Page 3: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Asîdên nukleî di sala 1869an da ji aliyê zanyarên Swîsrî Friedrich Miescher(wekî Firîdrîh

Mîşe tê xwendinê) ve hatin kifşkirin. Ev gerdeyan(molekulan) cara pêşîn di nava dendika xaneyê de hatin dîtin, loma wek asîdên dendikê hatine bi nav kirin. Her çiqas cara yekemîn di nav xaneyên spî (lêkosit) yên xwînê de hatine kifşkirin jî, bi rastî, asîdên nukleî ligel xaneyên sor yên xwîna mirov, di nav hemû xaneyên zîndeweran da cih digirin. Ji bilî zîndeweran, vîrus jî cureyekî asîda nukleî dihundirînin.

Asîdên nukleî herî girtir molekulên xaneyê ne. Asîdên nukleî di nav dendikê xaneyê de,di nav sîtoplazmayê de,di hundirê mîtokondrî û kloroplastan de cih digirin. Rîbozom jî, ji proteîn û asîda nukleî pêk tê. Zanyariyên genetîkî(rakendî) yên zîndeweran di asîdên nukleî de cih digire. Çêkirina proteînan jî di bin kontrol û bi xebata asîdên nukleî pêk tê.

Asîdên nukleî an jî Navketirşek ji boy navkirina ADN û ARN, terma giştiye. Ango du cureyên asîdên nukleî hene, a) Asîda deoksîrîbonukleî (ADN), bi Îngîlîzî Deoxyribonucleic acid (DNA) û b) Asîda rîbonukleî (ARN) jî bi Îngîlîzî wekî Ribonucleic acid (RNA) tê bi nav kirin.

Asîdên nukleî ji zincîrên nukleotîdan pêk te,loma hin caran wekî polînukleotîd jî tên bi navkirin. Nukleotîd yekeya pêkhatinê ADN û ARN ye.

Gelo nukleotîd ji çi pêk tê?

Asîdên Nukleî (Navketirşek)

Page 4: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Nukleotîd:Di nav xaneyên zîndeweran de 8 cureyên nukleotîdan heye. Ji vana 4 cure di çêkirina ADN

de, 4 cure jî di çêbûna ARN de cih digirin. Nukleotîdek ji sê bêşan pêk tê.

1.komeleya fosfatî2.şekirê pênckarbonî 3.baza nîtrojenî

Ji bo hemû cureyên nukleotîdan, tenê yek cureyek komeleya fosfatî heye.Komeleya fosfatî ji asîda fosforî(H3PO4) pêk te, dema bi şekirê pentoz ve tê girêdanê, hîdrojen jê diqete û dibe PO4

-

2 .Tu bandora komeleya fosfatî li ser cure bûyîna nukleotîdan tune ye. Du cureyên şekirê pênckarbonî heye. Di nukleotîden ADNyê de navê şekirê pênckarbonî(pentoz) deoksîrîboz e. Di nukleotîdên ARNyê de navê pentoz rîboz e. Di Şekirê ADNyê de Oksîjenek kêm e. Loma ev pentoz, wekî rîboza kêmoksîjênî (deoksîrîboz) tê bi nav kirin.

Formula kîmyayî ya şekirê rîbozê C5H10O5 e.

RÎBOZ DEOKSÎRÎBOZ

Formula kîmyayî ya şekirê deoksîrîbozê C5H10O4 e. Loma ev şekir kêmoksîjenî ye.

Page 5: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Bazên nîtrojenî yên nukleotîdan penc cure ne. Adenîn,Tîmîn,Guanîn,Sîtozîn,Urasîl

Adenîn û Guanîn cot xelekî ne, van herdu bazên nîtrojenî wekî purîn tên bi navkirin.

Ev herdu bazan hem di pêkhateya ADN hem ji ya ARNyê de cih digirin.

Sîtozîn,Urasîl û Tîmîn yek xelekî ne, van hersê bazên nîtrojenî wekî pîrîmîdîn tên bi navkirin.

Sîtozîn hem di pêkhateya ADN hem ji ya ARNyê de cih digire.

Adenîn di pêkhateya ADNyê de,Urasîl jî di pêkhateya ARNyê de cih digire.

PURÎN

PÎRÎMÎDÎN

Page 6: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Nukleotîdên ADN’ê

Page 7: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Dîroka Kifşkirina Asîda Deoksîrîbonukleî Phoebus Levene(1863-1940) (wekî Fîbus Lîvin tê xwendin) zanyarêk Amerîkî bû. Di sala 1905e

de li Enstîtuya Rockefellerê de dest bi xebata li ser pêkhatina asîdên nukleî kir. Levene bi xebatên xwe yên navbera 1909-1929an de cara pêşîn yekeya ADNyê wekî nukleotîd bi nav kir. Her wîsa yekeyên nukleotîdê jî wêk komeleya fosfatî,şekir û baza nîtrojenî daxuyandin. Li gel wan xebatên wî,Levene şekirê rîboz û ê deoksîrîbozê jî kifş kir. Levene der barê pekhatina ADNyê de hîpoteza “tetranukleotid”ê pêşvazî kir. Li gor vî hîpotezê, ADN ji Adenîn,Guanîn,Tîmîn û Sîtozînê pêk dihat,û di ADNyê de hejmara hemû bazên nîtrojenî wekhev bû.(A=G=T=C) Lê mixabin Levene erkê ADNyê bi awayekî rast fam nekirî bû. Li gor dîtina wî, ADN molekulek hêsan bû,loma nedibû ku zanyariyên genetîkî li ser ev molekulê ba.

Hîpoteza Levene bi du ezmûnan hat pûçkirin. Ezmûna yekemîn di sala 1928an de ji aliyê Frederick Griffith(1879–1941) (Fredrîk Grifît) a duyemîn ku berdewamiya a yekemînê ye, di sala 1944an de ji aliyê Oswald Avery( Oswolt Evirîy) û karhevalên wî ve hat kirin. Di van herdu ezmûnan da êdî bê şik derket holê ku zanyariyên genetîkî li ser molekula ADN ye.

Di sala 1953yan de ji zanîngeha Kembrîçê(Cambridge University) du zanyar, Francis Crick(Firensîs Krîk) û James Watson(Ceyms Watsin) pekhatina ADNyê wekî “lûlpêçê hewcot” (double helix)dîyar kirin. Her wisa bi xebatên xwe, duhendîbûna ADNyê jî aşkere kirin.

Zanyarek Amerîkî, Erwin Chargaf (Irwîn Çargaf) (1905-2002) di sala 1950î de pêşniyar kir ku di molekula ADNyê de hêjmara Adenîn û Tîmîn heman wekhev e. Her wisa hejmara Guanîn û a Sîtozîne jî wekhev e. Chargaf di xebata xwe de eşkere kir ku, ji ber ku hejmara A-T û G-C ji bo her cureyên zîndewer taybet e, têdahiya ADNyê jî din nav her cureyên zîndeweran da cur be cur e. Van her du xebatên Chargaf wekî “Zagonên Chargaf “tên bi navkirin. Ev Xebata Chargaf ji bo famkirina erkê ADNyê bû destekek giranbuha. ADN ji bo her cureyên zîndewer taybet e û zanyariyên genetîkî bi navbeynkariya ADNyê ji dê û bavan derbasî nifşên (dol) nû dibe.

Page 8: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

ADN ji du bendik (zincîr) an pêk tê. Her du şerîd li ba hev lûl bûyî ne. Loma modela ADNyê wekî lûlpêçê hevcot(double helix) tê bi navkirin. Her zincîr ji gelek hejmarên nukleotîdan pêk tê.

Nukleotîd li gor zagona Chargaf rêz dibin. Ango, baza Guanînê bi baza Sîtozînê re, baza Adenînê jî bi baza Tîmînê re dibe hevbeş. Di navbera bazên hevbeş da bendê hîdrojênî çê dibe. Di navbera baza Adenîn û Tîmînê de du bendên hîdrojenî, navbera Guanîn û Sîtozînê de sê bendên hîdrojenî çê dibe.

Di modela ADNyê de Komeleya fosfatî û şekirê deoksîriboz herdu zincîran pêk tînin. Bazên nîtrojenî jî di navbera zincîran rêz dibin.

Her du şerîdên(bendikên) lûlpêç,bi bazên hevbeş bi hev re girêdayî ne. Lê ji ber ku hîn bazên nîtrojenî (Purîn) cot xelekî ne, hînekî jî yek xelekî ne(Pîrîmîdîn), purîn bi prîmîdan re hevbeşî dikin. Bi vî awayê firehiya navbera herdu şerîdan hertim sabit dimîne. Ji ber vî sedemê di hemû molkulên ADNyê de hejmara bazên nîtrojenî yên purînan bi qasî hejmara bazên prîmîdînan e. (hejmara Purîn= hejmara Prîmîdîn) . Hemû zîndever (bakterî, arkeabakterî, protîst, karok, riwek û ajal) di nav xaneyên xwe de ADN dihundirînin,şiklê ADNyê di hemû xaneyan de wekhev e. Taybetmendiya herî girîng a ADNyê ev e ku, ADN berê dabeşbûna xaneyê, bi duhendebûnê xwe zêde dike.

Pêkhateya ADNyê

Page 9: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

ADN molekulek pir dirêj e, xwe li ser proteîna hîston ve ba dide û kin dibe. ADN û Proteîna hîston bi hev re wekî kromatîn tê bi nav kirin. Dema dabeş bûna xaneyê, kromotîn hê pirtir, kin û qalind dibe û wek kromozom bi nav dibe. Li ser ADN’ê beşên zanyariyên genetîkî, wekî gen tê bi nav kirin. Gen, parek ADNyê ye ku zanyariya çêkirina proteînek li ser e. Di xaneyêk mirovan de bi qasî 25000 gen heye. Dibe ku gen ji 1500 - 2000 cotên nukleotîdan çêbûyî be, lê hîn genên ji 2 mîlyon cotan pirtir nukleotîdan çêbûyî jî heye.

Kromozom = Kromatîn = (ADN + Proteîna Hîston)

Page 10: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Di destpêka jiyanê de laşê mirov ji yek xaneyê,ango ji zîgotê pêk tê. Zîgot, bi dabeşbûnê zêde dibe û hejmara xaneyên mirov digihîje mîlyaran. Ne tenê hejmara xaneyan lê erk û şiklê xaneyan jî diguhere. Şane û organ li gor erkê xwe dibin çerm, xwîn, gurçik, hestî hwd. Di laşê mirov de li gor erk û şikl û şemal, ji 200î zêdetir cureyên xane heye, lê, rêz, hejmar û mêjera nukleotîdên ADNyê hemû xaneyên mirovek wekhev in. Kromozomên hemû xaneyan kopîyên hev in. Ev kopîyên kromozoman bi kopîbûna ADNyê (DNA replication), ango bi duhendebûna ADNyê çê dibin.

Xaneya ku wê dabeş bibe, di pêşiyê de bi duhendebûne, ADNyê kopî dike, paşê her kopiyek ADNyê diçe xaneyek.

Page 11: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

ADN Çawa Duhende Dibe ?

Du zincîrên ADN’ê tewawkerên hev in. Herdu zincîr bi bendên hîdrojenî bi awayekî antîparalel bi hev re girêdayî ne. Ji bo duhendebûna ADNyê gava yekem hilweşandina bendên hîdrojenî ye. Bendên hîdrojenî di navbera bazên nukleotîdên hevbeş de cih digirin. Bendên hîdrojenî, bi enzîmê helîkaz tên hilweşandin. Bi vî awayê lûlpêçên hevcot ji hev diqetin. Proteînên li ser her zincîrek girêdayî, rê nade ku zinzîr carêk din li hev bipêçin. Van herdu zincîr ji bo çêkirina zîncîrên nu,wekî zincîrên bineretî kar dikin.

Dema bendên hîdrojenî hildiweşin, herdu zincîrên ADNye wekî mîna tîpa Y vedibe. Ev cihê vekiriyê ADNyê wekî duriyanê duhendebûn bi nav dibe.Ji ber ku herdu zincîrên ADNyê bi awayê antîparalel bi hev re girêdayine,zincîra yek bi serê 3’-5’, be, a din bi serê 5’-3’ li hemberî wî dirêj dibe.

Nukleotîdek nû bi serê 3’ (ango bi karbona sêyemîn) bi komeleya fosfatî ya nûkleotîda pêş ve tê girêdanê. Di zîncîra bineretî ya bi serê 3’-5’, karê duhendebûnê ber bi duriyanê duhendebûnê bi rê ve diçe. Zincîra nû ya ku li hember ev zincîrê tê çêkirin, wekî zincîra bênavber (leading strand) bi nav dibe. Zincîra bineratiya din jî bi serê 5’-3’ e. Di vî zincîrê de kare duhendebûnê,bi arasteyê dûr li duriyanê duhendebûne ve bi rê ve diçe. Zincîra tewawkera wê ya nû wekî zincîra binavber (lagging strand) tê bi nav kirinê.

Page 12: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Gavên Duhendebûna ADN - Enzîmên topoîzomeraz û ADN helîkaz lûlpêça zîncîra ADN ya makê vedikin.

- Proteînên li ser zincîrên bineretî (SSB-single strand binding protein) zincîran vekirî dihêle, bernade ku zincîr cardin li hev dorpêç bibin.

- ADN polîmeraz,li hember zincîra bineretî ya 3’-5’,zincîra bênavber (leading strand), ji serê 3’ ber bi serê 5’ ê çê dike. ADN lîgaz navbera nukleotîden zincîra bênavber da bi bendê fosfodîester, girêdan pêk tîne.(5’3’) Di vî zincîre de arasteya girêdana nukleotîdan ber bi duriyanê duhendebûnê yê.

- Li hember zincîra bineretî ya bi serê 5’ - 3’, divê zincîra nû ya tewawker,bi serê 3’-5’ be. Loma bi alîkariya ARN polîmeraz li ser hîn beşên zincîra bineretî de pirtkên ARN destpêk (ARN primer) tê çêkirinê. Bi vî awayê girêdana nukleotîdan ji aliyê serê 3’ dest pê dike û bi arasteyê dûr ji duriyanê duhendebûne ve bi rê ve diçe. ADN polîmeraz navbera ARN destpêkan bi nukleotîdan tijî dike, perçeyên piçuk ên zincîra nukleotîdan wekî Pirtikên Okazakî tê bi nav kirin.

- Cureyek din a ADN polîmeraz, ARN destpêkan hildiweşîne û li şûna wan ADN çê dike. Bi vî awaye pirtikên Okazakî digêhêjin hev û zîncîra bi navber dibe yek parçe. - ADN lîgaz navbera pirtikên ADN’ê de bendên fosfodîester çê dike û duhendebûn bi dawî dibe.

1

2

3

4

5

6ADN yên hevcot

Page 13: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Duhendebûna nîvparezî

Pêkhateya ADNyê di sala 1953yan da hat aşkere kirin, lê zanyariyên rasteqîn ê der barê duhendebûna ADNyê, hata sala 1958an ne dîyar bû. Herdu Zanyarên Amerîkî, Matthew Stanley Meselson (1930) (Metyû Stenlî Mezilsin) û Franklin William Stahl (1929) (Franklîn Wîlyim Sthal) di sala 1958an bi ezmûnekî, nepena duhendebûna ADN dîyar kirin. Ev ezmûn wekî ezmûna Meselson û Sthal tê navkirin (Ezmûna Mezilsin û Sthal ). Bi vî ezmûnê hate piştrastkirin ku ADN bi awayek nîvparezî duhende dibe.

Meselson û Sthal ezmûnê li ser ADN ya bakteriya bi navê E.colî (Eşerîşya kolî) de saz kirin. Ji boy şopandina ADN yên nû,15N (Nîtrojena giran) bi kar anîn. Li siruştê nîtrojena asayî a 1 14N e. Hemû bazên nîtrojenî yên nukleotîdan di pêkhateya xwe da nîtrojena aseyî, ango 14N dihundirînin. Di dendikê nîtrojena asayî de 7 proton û 7 nêtron hene. Nêtronek 15N ê zêde ye,ango 7 proton û 8 nêtronê 15N ê hene. Loma 14N û 15N îzotop ê hev in. Ji ber ku nêtronekî wî zêdeye, 15N wekî nîtrojena giran tê bi nav kirin. Taybetmendiya 15N ê eve ku, mîna 14N ê bi hesanî tevlê çêkirina bazên nûkleotîdan dibe. Zanyar jî ev taybetmendiya 15N ê ji bo nîşankirina ADNyê bi kar anîn.

Di destpêka azmûnê de zanyaran îyonên amonyumê (15N H4)+ didin bakteriya E.colî û rê didin ku bakterî bi dabeşbûnê zêde be .Bakterî dema zêde dibin ji dorhêla xwe nîtrojena di nav amonyuma giran digire û ev nîtrojenê di çêkirina nukleotîd û proteînên nû de bi kar tîne. Xwêya bi navê Sezyum klorûr(CsCl) ji bo dêrandin(cihê kirin)a ADN ya 15N ji ya 14N tên bi kar anîn. Tîrbûniya Sezyum klorûr û a ADNyê wek hev in .Tîriya herduyan jî 1.710 g/cm3 e. Tîriya ADN ya giran 1.724 g/cm3, a ADN ya dureg(hîbrîd) jî 1.717 g/cm3 e. Zanyaran ADN ya bakteriyan ji xaneya bakteriyan derdixin û dikin nav Sezyûm klorûrê. Paşê, Sezyum klorûr, di nav lûlikên ezmûne de bi santrîfûj bi qasî 20-30 seat tê santrîfuj kirinê,di vê demê de ADN yên di nav Sezyûm klorûrê li gor giraniya xwe di lûlikên ezmûnê de rêz dibin. ADN ya herî giran li binê lûlikê, a asayî (a sivik) li jorê lûlika ezmûn tov dibin.

Page 14: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Metoda Ezmûna Meselson û Sthal

Page 15: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Ezmûna Meselson û Sthal Ispata Duhendebûna Nîvpareziya ADN ye.

Page 16: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Di Xaneyên Prokaryotî de Duhendebûna ADNyêDi xaneyên prokaryotî de dendik tune, loma kromozom di nav sîtoplazmayê de belav bûyî ye.

Tenê kromozomek bazneyî yên prokaryotiyan heye. Ji ber ku ADN ya prokaryotiyan bi proteîn dorpêçî nîn e, kromozomên prokaryotiyan ji ne wek kromozomên eukaryotiyan ê. Kromozoma prokaryotiyan an wek kromozoma bazneyî (xelkî) an jî ADNyê prokaryotî tê bi nav kirin.

Di her ADNyê prokaryotiyan de tenê yek orjîn heye,ev koka duhendebûne ji 100-200 nûkleotîdan pêk tê. Li bêşa koka duhendebûnê ya ADNyê, bendên qels ên hîdrojenî hindik e. Piraniya bazên tewawker A=T e. Loma duhendebûna ADNyê ji vir dest pê dike. Pirtikên Okazakî yên li ser zincîra ADNyê prokaryotiyan ji yên eukaryotiyan girtir in (1000 - 2000 nukleotîd). Duhendebûna ADN jî ji ya eukaryotan leztir e.

Duhendebûna nivparezî ya ADN li nav sîtoplazmayê pêk tê.

Page 17: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Asîda rîbonukleî (ARN)Ji du asîdên nukleî, a yek ADN ye, a din jî Asîda rîbonukleî(ARN) ye. ARN jî wek mîna

ADNyê molekulek polînukleotîd e. ADN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê.Nukleotîd bi bendê fosfodîester bi hev girêdayî ne. Nukleotîdên ARNyê jî wek ên ADN ji sê molekulan pêk tê. Komeleya Fosfatî,Şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. Navê şekirê ARNê rîboz e.

Çar nukleotîdên ARNyê; Urasil, Adenîn, Guanîn û Sîtozîn in.

ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê.Nukleotîda ARNyê.

A

Page 18: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Asîda rîbonukleî (ARN)Di nav xaneyên zîndeweran da gelek cureyên ARN heye. Lê bi taybetî 4 cureyên ARN

navdar e, ARN ya peyamber (ARNm): Ji ADNyê zanyariyên genetîk radigîhîne ribozoman.ARN ya hilgir (ARNt): Ji sîtoplazmayê asîdên amînê (aa) hildigire û dibirine rîbozoman.ARN ya rîbozomî (ARNr): Ev ARN û proteîna rîbozomî bi hevre rîbozoman pêk tîne.ARN ya piçûk a dendikî(ARNsn): Tenê di nav dendikê xaneyên eukaryotî de heye. ARN ya piçûk a dendikî û hîn proteînên dendikê tevlê karê çêbûna ARN ya peyamberê dibin.

Hemû cureyên ARN, ji ADNyê çê dibin. Her çar cureyên ARN jî di karê çêkirina proteînan da cih digirin. Zanyariyên genetîkî wekî zincîra nukleotîdan li ser ADNyê rêz dibin.

Hemû ARNyan ji ADNyê tê çêkirin.

Page 19: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Asîda ribonukleî ya peyamber (Asîda rîbonukleî ya mesajvan-ARNm)

Her sêmendê nukleotîdên li ser ADNyê, wekî KOD tê bi navkirin. KOD ji boy asîda amînê şîfre dide ARN ya peyamber. Li ser ARN ya peyamber sêmendê nukleotîdan wekî KODON tê bi navkirin. Her KODON ji boy asîda amînek şîfre ye.(Ango her KODON navêkî asîda amîn e).

Proteîn ji asîdên amînê pêk tên. Proteîn li gor hejmar,cure û rêza asîdên amînan cure bi cure ne. Zanyariyên genetîk ên li ser ADNyê, cureya proteîna dîyar dike. Di xaneyên prokaryotî de ARNm di nav dendikê de ji aliyê ADNyê tê çêkirin. Ji %5ê ARNyên xaneyê ARN ya peyamber e. ARNm ya nû çê bûyî wekî peş-ARNm bi

nav dibe. Bi aliyê ARN ya piçûk a dendikî û hîn enzîman tê sererastkirinê û wekî ARNm ji dendikê derdikeve û diçe nav sîtoplazmayê. Ji zîncîrek ADNyê çêkirina ARNm wekî nivîsandin (transkrîpsîyon) tên bi nav kirin. Enzîma bi navê ARN polîmeraz çêkirina ARN ya peyamberê hesan dike.

ARN ya peyamber bi ribozom ve girê dibe. Xwendin (translasyon) a KODONan li rîbozom pêk tê. Li gor KODONên li ser ARNm, ARNt ji sîtoplazmayê asîda amînê vediguhezîne rîbozomê.

64 cureyên ARNm heye. ARN ya peyamber ne ji boy carek, lê dibe ku gelek caran li pêş hev ji aliyê rîbozoman bên xwendin.

Page 20: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

ARNr li dendikoka xaneyên eukaryotiyan, ji hêla ADNyê tê çêkirin. ARNr tevlê pêkhateya rîbozoman dibe. Giraniya rîbozom bi %40î ji proteîn û %60î ji ARN ya rîbozomî pêk tê. ARNr ya li binebeşa gir ya rîbozomê wekî enzîma rîbozîm tê bi nav kirin. Rîbozîm di navbera asîdên amînê de bendên peptîd ava dike û asîdên amînê bi hev re girê dide. Di nav xaneyê de ARNya herî zêde ARNr ye. Ji %80yê ARNya xaneyê, ARNr ye.

Asîda ribonukleî ya rîbozomî (ARNr)

Asîda ribonukleî ya hilgir(ARNt) (Asîda rîbonukleî ya transfer) Ji %15yê ARNya xaneyê, ARNt ye. Li hember KODON, li ser ARN ya hilgir ANTÎKODON

heye. ADNt ji sîtoplazmayê asîdên amînê dikişine rîbozoman. Li gor hevdu naskirina KODON û ANTÎKODON, ARNt dora kîjan asîda amînê be, ewê li ser rîbozom cih dike. ARN ya hilgir ji ARNyên din piçûktir e. Dirêjiya ARNt bi qasî 75-80 nukleotîd e. Dema ARNt xwe bi asîda amîn ve girê dide wekî ARNt amînoasîl tê bi navkirin. Di xaneyên zîndeweran de herî kêm 20,herî zêde 61 cureyên ARNt heye.

Page 21: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Bi gelemperî duhendebûna ADN di nav xaneyê de bêyî ku tu pirsgirêk derkeve,bi awayekî serketî dawî dibe. Lê hîn carnan dema duhendebûna ADNyê, dibe ku di rêzandina nukleotîdan de çewtî çêbe û zincîra nû ne li gor zincîra bineretî be.

Guherîna mayînde ya rêzên nukleotîdên li ser ADNyê wekî mutesyon tê bi nav kirin .Ku li ser ADNyê mutesyon rû bide,wê gavê di çêkirina ARN ya peyamberê de çewtî çê dibe. Çewtiya nivîsandina ARNm dibe sedema şaş xwendinê (translasyonê). Xeletiya li translasyonê rê li ber çêkirina hîn proteînan digire. Kêmasiya hîn proteînan dibe sedema nexweşiya. Hemû enzîm û piraniya hormonan ji proteîn pêk tên. Ku di xaneyê de enzîmek tune be,ev kêmasî bandora neyîni li ser metabolîzmaya xaneyê çê dike.

Hemû ADNyê zîndeweran ji du zincîran pêk tê. Ku li ser zincîrekî mutesyon çê be, zîncira din a bijûn, hewl dide ku nûkleotîden li ser zîncîra mutant sererast bike.

Hin virus tenê ARN dihundurîne û ADNyê wan tune. ARN ji zincîrek polînukleotid pêk tê. Ku di ARNyê virusê de çewtiyek derkeve holê, ji ber ku zincira tewawker tuneye ev çewtiya li ser ARN naye serastkirin. Lo ma li hember Virusen ARN, çekirina derman dijvar e.

ADN û Mutesyon

Page 22: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Page 23: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Page 24: Nucleic Acids-Asîdên dendikê

Berhevkar: Nîyazî Durmuş

Ji boy rexne, şîrove û alîkarî

[email protected]

ZANIST BI KURDÎ XWEŞ E.