64
Xwendevanên hêja! Xwedayê Te’ala kaînat bi ayetên xwe xemilandiye. Ayet yanî îşaret, yanî delîl, yanî mu’cîze, yanî xarîqul’a- de. Yanî ê ku beşer nikare çêke yan bike, xassê bi Rebbê ‘Alemê ve ye. Ziman û zaravayên ziman û devokên ziman jî ayetên Wî ne, xarîqul’ade ne. Mesela çi ziman dibe bira bibe tu kes destpêka wî nizane. Bes Xwe- dayê Te’ala dibêje: “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.” Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên Xwe- da bi hev re cidal û şer nakin ziman jî bi hev re şer nakin, cîdalê nakin, de’wa meznantiyê li ser hev nakin, li kuştin û îmhakirina hevdû nagerin. Bi ‘eksa vê yekê alîkariya hev dikin, kelîme û gotina ji hev distînin û didin hev. Têkiliyên wan hewqas di nav hev de ne û zexm in ku ne mumkune merev wan ji hevdû biqetîne. Wek mûyê werîs li hevdû hatine badan. Tu mûyê werîs ji hev biqetînî werîs namîne; tu zimanan jî ji hev biqetînî tu ziman namînin. Bi vê têkiliya zexm xizmetê ji fehm û mêjî û ‘eql û têkiliyên dîroka qewman re dikin. Dêmek Xaliqê kaînatê dixwaze însan, ku bûne qewm û qebîle û ‘eşîr û ziman ê wan ji hevdû cuda ye, wek zimanê xwe bi hev re alîkar bin. Dixwaze ev cudatî bibe wesîla têkiliyên zexm, bibe xizmetkarê heqîqeta muşterek ku ew jî wehya Îlahi ye. Dixwaze ku însan cudatiya zimanan bigerînin wesîla hevkariyê û yekîtiyê. Dixwaze ku di cudatiya ziman de alîkariya hevdû bikin da ku ruknên hevkariyê zexm bibin. Ji ber vê heqîqetê sernivîsa me dibêje: Milliyet xebatkarê Îslamê ye. Yanî dewletên ‘Ereban û Tirkan û Farisan ji bona xwe be jî gerek ji zimanê Kurdî re xebatê bikin. Xwendevanên hêja! Di vê hejmara me de nivîsa Mamoste Şerîf Emîn jî di vî warî de hatiye hûnandin. Sebebê ku Kurd û Kurdistan bûye pirsgirêk; cehaleta millî ye, cahiliyeta neteweperesti ye. Di dû re jî hesabên ecenebiya ne li ser axa Kurdistanê ku ew jî ji cahiliyeta neteweperestiya qewmên herêmê qewet distînin. Ji ğeyrî vana bi niyeta agahdarbûna ji xebatên Îslamî li başûrê Kurdistanê me du rewşenbîran da xeber- dan. Wek hevpeyvîneke kurt me ji bona we xwendevana nêrînên wan sitend û teqdîmî we kir. Nivîskar M. Baran ku li ser herêmê lêkolînê dike di vê hejmarê de serhildana Bedlîsê heta ku dighîje qiyama Şehîd Şêx Se’id nivîsandiye. Çi şi’r û çi nesir bi hemî nivîsên xwe yên balkêş û hêja hejmara me ya nû ji bo xwendinê li gel we ye. Xweda nivîs û xwendinên me ji bona xwe bigerîne. Di gel selam û du’ayan…

Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

  • Upload
    others

  • View
    2

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Xwendevanên hêja!

Xwedayê Te’ala kaînat bi ayetên xwe xemilandiye. Ayet yanî îşaret, yanî delîl, yanî mu’cîze, yanî xarîqul’a-

de. Yanî ê ku beşer nikare çêke yan bike, xassê bi Rebbê ‘Alemê ve ye. Ziman û zaravayên ziman û devokên

ziman jî ayetên Wî ne, xarîqul’ade ne. Mesela çi ziman dibe bira bibe tu kes destpêka wî nizane. Bes Xwe-

dayê Te’ala dibêje: “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”

Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên Xwe-

da bi hev re cidal û şer nakin ziman jî bi hev re şer nakin, cîdalê nakin, de’wa meznantiyê li ser hev nakin,

li kuştin û îmhakirina hevdû nagerin. Bi ‘eksa vê yekê alîkariya hev dikin, kelîme û gotina ji hev distînin û

didin hev. Têkiliyên wan hewqas di nav hev de ne û zexm in ku ne mumkune merev wan ji hevdû biqetîne.

Wek mûyê werîs li hevdû hatine badan. Tu mûyê werîs ji hev biqetînî werîs namîne; tu zimanan jî ji hev

biqetînî tu ziman namînin. Bi vê têkiliya zexm xizmetê ji fehm û mêjî û ‘eql û têkiliyên dîroka qewman re

dikin.

Dêmek Xaliqê kaînatê dixwaze însan, ku bûne qewm û qebîle û ‘eşîr û ziman ê wan ji hevdû cuda ye,

wek zimanê xwe bi hev re alîkar bin. Dixwaze ev cudatî bibe wesîla têkiliyên zexm, bibe xizmetkarê

heqîqeta muşterek ku ew jî wehya Îlahi ye. Dixwaze ku însan cudatiya zimanan bigerînin wesîla hevkariyê

û yekîtiyê. Dixwaze ku di cudatiya ziman de alîkariya hevdû bikin da ku ruknên hevkariyê zexm bibin.

Ji ber vê heqîqetê sernivîsa me dibêje: Milliyet xebatkarê Îslamê ye. Yanî dewletên ‘Ereban û Tirkan û

Farisan ji bona xwe be jî gerek ji zimanê Kurdî re xebatê bikin.

Xwendevanên hêja!

Di vê hejmara me de nivîsa Mamoste Şerîf Emîn jî di vî warî de hatiye hûnandin. Sebebê ku Kurd û

Kurdistan bûye pirsgirêk; cehaleta millî ye, cahiliyeta neteweperesti ye. Di dû re jî hesabên ecenebiya ne

li ser axa Kurdistanê ku ew jî ji cahiliyeta neteweperestiya qewmên herêmê qewet distînin.

Ji ğeyrî vana bi niyeta agahdarbûna ji xebatên Îslamî li başûrê Kurdistanê me du rewşenbîran da xeber-

dan. Wek hevpeyvîneke kurt me ji bona we xwendevana nêrînên wan sitend û teqdîmî we kir.

Nivîskar M. Baran ku li ser herêmê lêkolînê dike di vê hejmarê de serhildana Bedlîsê heta ku dighîje

qiyama Şehîd Şêx Se’id nivîsandiye.

Çi şi’r û çi nesir bi hemî nivîsên xwe yên balkêş û hêja hejmara

me ya nû ji bo xwendinê li gel we ye.

Xweda nivîs û xwendinên me ji bona xwe bigerîne.

Di gel selam û du’ayan…

Page 2: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

36

Ahm

et A

KTAŞ

Jîyana Seyyîd Elîyê Findikî-1

naverok

8

M. Z

ahir

ERTE

KİN

Destpêka ‘Esayê Mûsanaverok

Sal (Yıl) : 10 ❖ Jimar (Sayı) : 42 ❖ Biha (Fiyat) : 14 TL

Payîz (Îlon - Cotmeh - Mijdar) 2019❖

Xwedî û Berpirsîyarê Nivîsaran(Sahibi ve Yazı işleri Müdürü): Saim Yüksek❖

Ciyê İdarê (İdare Yeri) : Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstaç Oto Ticaret Merkezi 3. Cad. N Blok No:6/103

BAĞCILAR / İSTANBUL❖

Têkilî (İletişim - Sipariş):Tel : 0212 562 60 06

Web: www.kelhaamed.comMail: [email protected]

Hesap Numaraları: PTT: Sayim Yüksek- 9191482Türkiye Finans Katılım Bankası: TR800020600053016650680001❖

Yaygın Süreli❖

Çapxane (Matbaa): DERGAH OFSET : 0212 489 33 33❖

Nîşe (Not): Mesulîyeta Ramanên Nivîsaran aîdê Nivîskaran e. Berhemên têne şandin nayên vegerandin.

Ji Weşankar / ........................................................ 1

Sernivîs ................................................................... 3

Reçeta Kurdan - ‘Erebî ............................................ 4

Reçeta Kurdan - Latînî ............................................. 6

Ya Nebî Bêje-3 ............................................................9

Serhildana Bedlîsê / Mehmet BARAN .................... 14

Kawa û Dehakê Zalim / Abdulbaqî BOTÎ ................ 20

Dîrok, Şikêr, Brîn û Gelîyê Zîlan/ Azad RÊBIWAR ... 23

Meyyafarqîn / Hêvîdâr SE’ÎD .................................. 24

Feqîyê Teyran / Cevdet KARAMAN ..................... 26

Îslama Min Tu Gula Min / Ezîz MEZRAQENTERÎ ...... 31

Herîq Û Sê Helbestên Wî / Hêmin Omar AHMAD ..32

Bena Hol / Muhammet ORMAN ........................... 38

Sibxetullah / Tehsîn Îbrahîm Doskî......................... 39

Çi Xweş Qurban İm Ez / ‘Elîyê Êzdarî .................... 41

Ji Sîyera Pêxember-2 / M. Salih AKAY ................... 43

Aşiqê Dîwane Me / Recep KIRTAY ........................ 44

Kutiko Zeğer / İbrahim ÇEBAKÇURÎ ..................... 45

Dest Bavêjin Quran / Cîhad GUZEY ..................... 46

Sureya Nesr / Yusuf ARİFOĞLU ............................. 47

Devoka Şemrexê-2 / Fexreddîn ŞEMREXÎ ............ 50

Çend Derbû Mesel / Îsma’îl FURQAN ................... 55

Bizar / Mustefa RÊZAN .......................................... 56

Mehmed Yavûz / Kelhaamed ................................. 57

Hevpeyvîn / Kelhaamed ........................................ 58

Bexçê Zaroka ......................................................... 60

10

Şerîf

EM

ÎN

Kurd û Kurdistan Çira Derman e?

2 Bihar2019

Page 3: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Her yek ji Kurd û Tirk û ‘Ereb û Farisan ‘enasirên Îs-lamê ne. Kurdan jî wek ‘Ereb û Faris û Tirkan di dîroka muslumanan de gelek mîr û hukumdarên navdar, gelek ‘ulema û şa’irên meşhûr ji nav xwe rakirine. Hezar û çar-sed kusûr sal dîroka wanî Îslamiyetê şahid e ku Kurd di sazkirina medeniyetê de û mewqi’ê wanî di dîrokê de ne kêmtirî ê qewmê din ê musluman in. Piştî ku bûn muslu-man ‘eql û milê xwe, şûr û qelemê xwe di oğira bilindki-rina Îslamê de kirin xebatkar û bûn qewmekî esîl.

Ji ber ku xizmeta dînê Îslamê bûbû meqseda Kur-dan, ‘elaqe bi zimanê xwe jî nekirine. Di ‘ulûmê ‘Erebî de di edebiyata Tirkî û Farisî de hewqas zanayan gi-handin jî ji bo pêşxistina zimanê xwe bi qasi qewmên din xebat nekirine, tesîra ziman a di pêşveçûn û bi-lindbûnê de tedqîq nekirine. Bi temamê hebûna xwe-ya qewmî xwe texsîs kiribûn ji vê meqseda ‘alî re. Çi Tirk çi Kurd û çi Faris van qewmên musluman jî hemî zana û pêşkêşên wan îştîğala bi zimanê wan ji wan re meseleyek talî bû, tamamê cehd û ğeyreta xwe ya ‘ilmî didan ser zimanê ‘Erebî ku zimanê dînê Îslamê ye. Her wekî li Ewrûpa jî wê demê zimanê Latînî ‘êynî wezîfeyê didît. Qewmên Ewrûpa yên cûr bi cûr ku hemî fille (‘Îsewî) bûn î’tîbar ne didan zimanê xwe, bi zimanê xwe ne dinivîsandin, bi zimanê Latînî dinivî-sandin û zêde î’tîbar didanê.

Feqet medeniyeta Ewrûpa pêwîstiyên bê nîha-ye welidand. Di seha siyaset, edebiyat, teknolojî û ‘ulûmên civakî de gelek îhtiyaciyên nû peyde bûn. Têrxwarin ji Ewrûpa re tunebû, dest bi mêtingehiyê (sömürgecilik) kir. Piştî vê geşebûnê hat famê ku ne bi zimankî tenê, çiqas zimanê hene merev hemiya têxe dewrê mucadela bi batilê re û xizmeta Îslamî wê qewîntir were kirin. Piştî îhtîlala 1789ê ya Feren-sa hem li Ewrûpa hem jî li nav dewleta ‘Usmanî her qewmekî hewl da ku bi zimanê xwe bibe serbixwe. Faktorên vê medeniyeta hazir mecbûr dike ku her zi-man tekamul bike û di her qewmî de zindîtî, çalaki û pîşveçûn derkeve holê.

Dînê Îslamê emanetekî mûqeddes e, mulkekî

mûqeddes e ji ‘alema Îslamê re. Ji bo muhafezekirina vî emanetî lazim e her ‘unsur û qewmên Îslamî werin qewînkirin. Qewînkirina ‘unsur û qewman jî bi ronîki-rina wan û heyatdêrandina wan çêdibe. Yanî lazim e asta wanî ‘îrfanî, perwerdeyî û medenî were bilindki-rin, lazim e ‘ilm û ‘îrfan bighêje her deverî.

Piştî ku perwerdeyî hewqas muhîmm e mesela hînkirin û pêşvebirina ziman dibe wezîfekî esasî. Kesê ku bixwaze bi zimanê xwe perwerdeyîyê bibîne jî kes nikare wî mecbûrî zimanekî din bike. Û hemî wesî-leyên civakî û medyayî ger ne bi zimanê wî qewmî bin ‘ewamê însanan (raya giştî), ku piraniya civakê ne, ji nûra ‘îrfan û me’arifê tu fêdê nabînin. Ummiyê ku xwendin û nivîsandina wan tuneye ji bona ku di nav qewmekî de nemînin ancax bi pêkanîna te’lîm û tedrîsa bi zimanê wî qewmî mumkun e. Yan na wê ew qewm bi şeklekî netemam mezin bibe, wê ji gelek uzwên xwe yê ‘umûmî mehrûm bimîne.

Feqet gerek meqsed di vir de bi zelalî were fêmê da ku rê li fêmkirinên ğelet venebe. Meqsed ji hînkirina ziman divir de ku qewm zimanê xwe hîn bikin û ev hîn-kirin ji sazkirina yekîtî û quwwetgirtina muslumanan re xizmet bike. Yan na, wê hînkirina ziman di nav qewmên musluman de bibe sebebê jihevketinê, hînbûna ziman wê wan hînî tefrîqê jî bike. Tefrîqe jî ğeyrîmeşrû ’e, di bedêla selametê de felaket, di bedêla xelasiya ‘umûmî de îzmîhlal û şerrê ‘umûmî wê bîne. Quwweta mus-lumanan ji dîndariya wan tê. Ziman û milliyet gerek nebe sebebê ze’îfxistina dînê me. Pêşî muslumantî dûvre Kurdayetî, Tirkayetî, Faristî û wekîdin. Xelasiya qewmên musluman her di vê dustûrê de ye.

Hînkirina ziman û pêşvebirina wî ne bi me’na nas-yonalizmê ye ku em jê re dibêjin qewmiyetperestî. Gerek bi şeklekî werê ziman were tedwînkirin dema ku ziman pêş de here gerek Îslam pêşde here. Dema ku mesele ev be di hînkirina ziman de gerek Kurd û Tirk û ‘Ereb û Faris ji hev re bibin alîkar, ne ku ji hev re bibin mani’. Çimkî Îslam hisseke muşterek e di navbê-na wan de.

MILLIYET XEBATKARÊÎSLAMIYETÊ YE

3Bihar2019

Page 4: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕنئيسلامي ئيتتيفاقا وێ دپێشدە كو ئێ كوردان ئەولادێن

باپيرێن باڤو ژي ئەوێ ميتينگێ ڤێ وەرن دەما سازبكن

ئەجدادێن ژ وێ ئو بكن تەصديق هەزارسال دو خوەيێ

بێژن؛ هون چقاس دخوەڕنەديتينە، ئەڤ ئێ ئيرۆڕە خوەيێ

كو مە بئەجدادێ مەڤە ڕەبط كريە هونن؟

ياني هون بون نەسلەكە دناڤبێنا ئەجدادێن مەيێ دو هەزارسال

ئو نەسلا كو دوسەد سال ئانينە دنيايێ بەرێ كو مەدەنيەة

پشتڕە وێ وەرە ئو مەدەنيەتێ وێ بينن دنيايێ دە، هون نە

دشبهن ئێ بەريا خوە نە ژي ئێ پشتي خوە.

كو ديت وە خياليدە ميتينگا دڤێ كوردان! گەلي ﴿ئەي

هەردو ئاليا ژي وە پرۆتەستۆ كرن﴾

س: - ﴿مە هەوقاس حەقارەت حەق نەكربون، ئەم وەعد ددن

كو ئەمێ خوە بڕێچا پێشيێ خوە بگرنو ببن لايقێ وان ئو ئێ

كو ددو مەڕە وێ وەرن ئەمێ ژتەشەببوسێن وان بپاش نەكەڤن.

مع لكلامك فمرحبا بك( )ففتحنا الس

مە گوهێن خوە ژگۆتنێن تەڕە ڤەكر، تو ئيدي كەرەمكە بێژە﴾

ج: - ﴿مادەم هون ژ خەطايێن خوە پۆشمان بون ئيدي هون

كارن لسوئالێن خوە بزيڤڕن.﴾ كەرەمكن بپرسن.

ئيستيبدادێ نەقەنجيا س: - ﴿عولەمائێ بەرێ هيچ بەحسا

كرنە يان نا؟﴾

ج: - ﴿هەزارجاران بەلێ،لەورا ئەغلەبێ شاعران دقەصيدێن

خوە دە ئو گەلەك موئەللفان د سەرێ كتێبێن خوەدە ژزەمانێ

كرنە، هجومي ئيحتيراز خوە لدەورا كرنە، شيكايەت خوە

فەلەكێ كرنە، دنيايێ خستنە بن نگێ خوە ئو وێ عەجقاندنە﴾

دهەدەفا لێ كرنە، شكايەت گەلەك بەرێ زەمانێ عالمێن

واندە دائيم زەمانو دەورو فەلەكو دنيا هەبو، ناڤێ شەخصا ئو

حكومەتان نەدانە لێ شيكايەت ژحالێ زەمانێ خوە كرنە.

بچاڤێ ئو بكن گۆداري خوە قەلبێ بگوهێ هون ﴿ئەگەر

عەقلێ خوە بنەڕن هونێ ببينن كو؛ تەمامێ تيرێ ئيحتيرازانو

شيكايەتان دچن قەلبێ ئيستيبدادێ، ئەو ئيستيبدادا كو پەردا

ڤەشارتن، هاتيە ياني پێچايە﴾ لخوە ماضي زەمانێ ڕەشا

كەس نزانە كو هەيە يان تونەيە.

﴿ئو هونێ ببهيزن كو ئەو هەوار و واوەيلا هەمي ژ تەئسيرا

نەعپكێ ئيسيبدادێ تێن﴾ گەر هون باش گوهێ خوە بدن

شيكايەتو ئەو كو ببينن هونێ بەرێ عالمێن كتێبێن شعرو

فەريادو فيغانێن وان ژ زۆردەستيا تەحەككوما ئيدارێ تێ.

﴿هەر چقاس ئيستيبداد خويا ناكەژي بەس ڕوحێ هەركەسي

بژەحرا ئستيبدادێ ژەحري دبو، هەركەسي ئێ كو ژەحرێ

داڤێتن هنەكا ژوان دديتن، هنەك داهييێن خورت كو نەفەس

ددانو دستەندن قێڕينو فەريادەك كور ژوان دچو، بەس عەقل

مەسەلێ تام ژهەڤ دەرنەدخست، چمكي طاريتيكي هەبو ئو

هەر تشت نە لجەم هەڤبو﴾ هەركەسي زانبو ئيستيبداد هەيە ئو

بڕوحێ خوە ئيستيبدادێ حس دكرن، بەس ژبۆ تەشخيسكرنا

وێ شەرطو مەرج نە تەمامبون

﴿چ وەقتا ڤان عالمان ظەنكرن كو ئەڤ ئيستيبداد بەلاكي

سەماويە، دەفعا وێ موحالە، هوجومي زەمانو دەورێ كرن،

ڤيا چمكي فەلەكێ. قەلبێ ئاڤێتن تيرا ئو ئاڤێتنێ شيماقا

قاعيدەكيە هاتيە ڕونشتن: تشكي كو ژ ئيرادا ئينسان دەركەڤە

ئو ببە عومومي يان ژي لگۆرا عادەتێ كو دەفعا وێ موحال بە

وي تشتا تێ ئيسنادكرن ببال زەمانڤە، دەور تێ سوجداركرن،

ئينسان كەڤرا داڤێژن قوببەيا فەلەكێ. ئەگەر تو باش تەماشە

بكي تێ ببيني ئەو كەڤرێن تێن ئاڤێتن فەلەكێ، وەقتا دزيڤڕن

دقەلبدە بشەكلێ بێهێڤيبونێ دبن كەڤر﴾

زەمانو بكن دەفع موصيبەتا بەلاو نكاربن كو دەما ئينسان

دەورو فەلەكێ سوجدار دكن. پشتي كو فام دكن سەبەبێ ڤان

موصيبەتان نە ئەڤن بێهێڤيبون وەك كەڤر دقەلبێ واندە ڕودنێ

عادة اثنوا اأنظر كيف اطالوا فيما لايلزم، كلما اضائت لهم الس

مان على من سادهم وكلما اظلم عليهم شتموا الز

درێژ دكن دمەسەلێ كو بێ چەوا خەبەردانێ بنێڕە تو ياني:

نەلازمندە، چ دەما كو دلشادي وان ڕۆني دكە ئو بكێفخوەشيێ

چ ددن، خوە ئيدارەڤانێ وەصفێ دنەڕن خوە دۆرێ لدەرو

وەقتا كو ظولم لوان تێ كرن ژي زماندرێژيا زەمان دكن.

4 Bihar2019

Page 5: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕن

عبد الصمد حلمي ✍

ڕەچەتا كوردان

بسم الله الرحمن الرحيم

و بێكێر يێ مە باپيرێن ئەي نەبێژن؛ وێ ئو نەكن ڕاستێ

دخوەڕنەديتى! گەلۆ هونن صوغرا ئو كوبرايا حەياتامە؟ گەلۆ

هونن حەددێ ئەوسەط ئێ كو مە بئەجدادێن مە يێ بشانو

شەرەفڤە گرێدانە؟ هەي هەوار ژدەستێ وە! هون ژمەڕە بون

قياسەك بێ حەقيقەة!﴾

بەرێ هەزارسال دو واني باپيرێن باڤو كوردان، ئەجدادێن

بناڤێ دەولەتا »مەد« ئيمپەراتۆري ئاڤا كربون، شەهينشاهێ

وێ ببينن كوردان حالێ ڕابن ئيرۆ هەگەر دەورا خوەبون،

ژوانڕە بێژن؛ هەي گدي ميراثخوران! ئەڤ ئێ كو ژمە مان

هونن؟ دێمەك ژوان ئەجدادێن بشەرەف ڤێ نەسلا بێكێرۆكي

ما، وە ئەم كرن وەك قياسا بێ نەتيجە دعلمێ مەنطقێدە.

س: - ﴿ئێ بەرێ ژمە چێتر يان ژي وەك مە بون. ئەو چاخ

ئێ كو وێ وەرن وێ ژمە خەرابتر بن﴾ ما نە وەڕي يە؟

ميتينگەكێ ئەز ئانها گەلۆ كوردان! گەلى ﴿ئەي - ج:

چێكم، باڤو باپيرێن وەي دو هەزار سال بەرێ ئو ئەولادێن

وە يێ پشتي دو عەصران ئەز دەعوەتي قەرەبالغيو تەڤلهەڤيا

ڤێ عەصرا حازر ياني ڤێ ميتينگێ بكم، وێ باڤو باپيرێن وە

نەتيجا ما بێكێر! ميراثيەديێن زارۆكێن هەي گدي نەبێژن؛

حەياتامە هونن؟ ئێ كو ژمە مان هونن؟ هەي هەوار ژدەستێ

وە! وە مە ژخوەڕە كر دەليلەك بێ نەتيجە﴾

سكنينە چەپ لاآلى كو يێن وە ئەولادێن وان ﴿هەم

ئالي ڤانێ تەصديقا وێ هاتنە ئيستيقبال شەهرستانا ژ ئو

5Bihar2019

Page 6: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

REÇETA KURDAN

بسم الله الرحمن الرحيم

✍ M. ‘Ebdussamed HILMÎ

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

S: - “Ê berê ji me çêtir bûn yan jî wek me bûn. Ew çax ê ku wê werin jî wê ji me xerabtir bin.” Ma ne werê ye?

C: - “Ey gelî Kurdan! Gelo anha ez mîtîngekî çe-kim, bav û bapîrên wey du hezar sal berê û ewladên we yê piştû du ‘esran ez de’wetî qerebaliğiyû tevli-heviya vê ‘esra hazir, yanî mîtîngê bikim, wê bav û bapîrên we ne bejin; “hey gidî zarokên mîrasyediyên bêkêr! Ma netîca heyata me hûn in? Ê ku ji me man hûn in? Hey hewar ji destê we! We me ji xwe re kir delî-lek bê netîce.”

“Hem wan ewladên we yên ku li alî çep sekinîne û ji şehristana îstîqbal hatine wê tesdîqa vanê alî rastê nekin û wê nebêjin; “ey bapîrên me yên bêkêr û di xwernedîtî! Gelo hûn in suğra û kubra ya heyata me? Gelo hûn in heddê ewset ê ku me bi ecdadên me yê bi şan û şeref ve girêdane? Hey hewar ji destê we! Hûn ji me re bûn qiyasek bê heqîqet!”

Ecdadên Kurdan, bav û bapîrên wanî du hezar sal berê bi navê dewleta “MED” împaratorî ava ki-ribûn. Şehînşahê dewra xwe bûn. Heger îro rabin halê Kurdan bibinin wê ji wan re bejin; “hey gidî mî-rasxuran! Ev ê ku ji me man hûn in? Dêmek ji wan ec-dadên bi şeref vê nesla bêkêrokî ma. We em kirin wek qiyasek bê netîce di ‘ilmê mentiqê de.”

Ewladên Kurdan ê ku di pêş de wê îttîfaqa Îs-lamî saz bikin dema werin vê mîtîngê ewê jî bav û bapîrên xwe yê du hezar sal berê tesdîq bikin û wê ji ecdadên xwe yê îro re bejin; “hûn çiqas dixwernedîtîne, ev ê ku me bi ecdadê me ve rebt ki-

riye hûn in?”Yanî hûn bûn nesleke di navbêna ecdadên me

yê du hezar sal berê ku medeniyet anîne dunyayê û nesla ku du sed sal pişt re wê were û medeniyetê wê bînin dunyayê de. Hûn ne dişibihin ê beriya xwe ne jî ê piştî xwe.

“Ey gelî Kurdan! Di vê mîtînga xiyalî de we dît ku her dû alî jî hûn protesto kirin.”

S: - “Me hewqas heqaret heq ne kiribûn. Em we’d didin ku emê xwe bi rêça pêşiyê xwe bigrin û bibin layiqê wan û ê ku di dû me re wê werin, emê ji teşebbusên wan bi paş nekevin.

Me guhên xwe ji gotinên te re vekir, tu îdî ke-rem ke bêje.”

C: - “Madem hûn ji xetayên xwe poşman bûn, îdî hûn karin li sualên xwe bizîvirin.”

S: - “’Ulemayê berê hîç behsa neqenciya îstîbdadê kirine yan na?”

C: - “Hezar caran belê. Lewra eğlebê şa’iran di qesîdeyên xwe de û gelek muellifan di serê kitêbên xwe de ji zemanê xwe şîkayet kirine, li dewra xwe îh-tîraz kirine, hucûmî felekê kirine, dunyayê xistine bin nigê xwe û wê ‘eciqandine.”

‘Alimên zemanê berê gelek şîkayet kirine, lê di hedefa wan de daîm zeman û dewr û felek û dunya hebû. Navê şexsa û hukûmetan nedane lê şîkayet ji halê zemanê xwe kirine.

“Eger hûn bi guhê qelbê xwe godarî bikin û bi

Bi Guhê Qelbê Xwe Godarî Bikin û Bi Çavê ‘Eqlê Xwe BINERIN

“Eger hûn bi guhê qelbê xwe godarî bikin û bi çavê ‘eqlê xwe binerin hûnê bibinin

ku; temamê tîrê îhtîrazan û şîkayetan diçin qelbê îstîbdadê. Ew îstîbdad a perda reş

a zemanê madî li xwe pêça ye.”

Hevpeyvîna Civaka Kurdan Bi Seydayê Bedîuzzeman Re

ففتحنا السمع لكلامك فمرحبا بك

6 Bihar2019

Page 7: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

çavê ‘eqlê xwe binerin hûnê bibinin ku; temamê tîrê îhtîrazan û şîkayetan diçin qelbê îstîbdadê. Ew îstîbdad a perda reş a zemanê madî li xwe pêça ye.” Yanî hatiye veşartin, kes nizane ku heye yan tuneye.

“Û hûnê bibhîzin ku ew hewar û waweyla hemî ji tesîra ne’pikê îstîbdadê tên.” Ger hûn baş guhê xwe bidin şi’r û kitêbên ‘alimên berê hûnê bibinin ku ew şîkayet û feryad û fîğanên wan ji zordestiya te-hekkuma îdarê tê.

“Her çiqas îstîbdad xuya neke jî bes rûhê herkesî bi jehra îstîbdadê jehrî dibû. Her kesî ê ku jehrê diavêtin hineka ji wan didîtin. Hinik dahiyên xurt ku nefes di-dan û disitendin qêrîn û feryadek kûr ji wan diçû, bes ‘eqil meselê tam ji hev dernedixist. Çimkî tarîtîkî hebû û her tişt ne li cem hevbû.”

Her kesî zanibû îstîbdad heye û bi rûhê xwe îstîbdadê his dikirin, bes ji bo teşxiskirina wê şert û merc ne temambûn.

“Çi weqta van ‘aliman zenkirin ku ev îstîbdad belakî semawi ye, def’a wê muhal e, hucûmî ze-man û dewrê kirin, şîmaqa avêtinê û tîra avêtin

qelbê felekê. Çimkî viya qa’îdeki ye hatiye rûniştin: Tişkî ku ji îrada însan derkeve û bibe ‘umûmî yan jî li gora ‘adetê ku def’a wê muhal be, wî tişta tê îsnadkirin bi bal zeman ve, dewr tê sûcdarkirin, însan kevira davêjin qubbeya felekê. Eger tu baş temaşe bikî tê bibînî ew kevirên tên avêtin felekê weqta dizîvirin, di qelb de bi şeklê bêhêvîbûnê di-bin kevir.”

Însan dema ku nikaribin bela û mûsîbetan defi’ bikin zeman û dewr û felekê sûcdar dikin. Piştî ku fêm dikin sebebê van mûsîbetan ne ev in, bêhêvî-bûn wek kevir di qelbê wan de rûdinê.

Yanî: “Tu binere bê çewa xeberdanê dirêj dikin di meselê ku ne lazimin de. Çi dema ku dilşadî wan ronî dike û bi kêfxweşiyê li der û dorê xwe dinerin wesfê îdarevanê xwe didin. Çi weqta ku zulum li wan tê ki-rin jî zimandirêjiya zeman dikin.”

انظر كيف اطالوا فيما لا يلزم، كلما اضائت

لهم السعادة اثنوا على من سادهم و كلما اظلم

عليهم شتموا الزمان

7Bihar2019

Page 8: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Destpêka ‘Esayê Mûsa Ya Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî✍ Ji tirkî: M. Zahir ERTEKİN

Di vê ‘esra ‘ecîp de, çawa ku ehlê îman muhtacî

Rîsale-î Nûr in, mi’ellimên mekteban jî muhtacê ‘Esa-

ya Mûsa ne, herwiha hafiz û saydayên (me) jî bi şid-

det muhatcî Zulfîqarê ne. Belê, mesela di behsa î‘caza

Quranê de, li ciyên ku pirê ayetên ku bûne sedemê

şubheyan û îhtîraz li wan hatine kirin, lem’ayên î’cazê

û nukteyên xweşik ên Quranê hatine îsbatkirin.

Li ser navê hemû telebeyên Rîsale-î Nûr Se’îd Nûrsî

Birayên minê Siddiq û ‘Ezîz,

Madem Rîsale-î Nûr bi makîneyê dest bi întîşara

xwe berbelav kiriye; û madem xwendekarên mek-

teban ên ku hikmetê cedîde û felsefeyê dixwînin û

mamosteyên (wan) bi piranî xwe bi Rîsale-î Nûr ve

digrin. Helbet divê heqîqetek wiha were beyan kirin;

Felsefeya ku Rîsale-î Nûr bi şiddet şîmaqa lê dixe

û êrîşê wê dike ne ya mutleq e; belkî beşa wê ya

muzir e. Lewra beşa felsefeya ku ji bo tereqiyata hu-

nerê, ji bo kemalata însaniyetê û ji bo heyata civakî

ya mirovahiyê dixebite, bi Quranê re di nav aştiyê

de ye. Belkî ew felsefe xizmetkarê hikmeta Quranê

ye, nikare mu’areze bike. Rîsale-î Nûr dengê xwe ji

vê beşê re nake.

Felsefeya duyem, hem ji ber ku sedemê dela-

let, ilhad û têxistina çala tebî‘etê ye, hem jî ji ber

ku bi sefahet û lehwiyatê ve xeflet û delaletê encam

dide û ji ber ku bi xarîqeyên xwe yên weke sihrê,

bi heqîqetên mu’cîzekar ên Quranê re mu’arezeyê

dike, Rîsale-î Nûr di ekser eczayên xwe de, bi muwa-

zeneyên bi delîl û bi hêz, bi vê beşa felsefe ya ku

jihedderketî re têdikoşe, şîmaqa li wê dide; ‘eleqe-

ya xwe ji felsefeya musteqîm û bi mifa naîne. Loma

xwendekarên mekteban bêîhtîraz, bêyî ku bikevin

şubhê dikevin nava Rîsale-î Nûrê, xwe bi wê digirin

û divê xwe pê bigirin.

Lêbelê çawa ku minafiqên veşarî, hinek mamos-

teyan, bi awayekî neheq û bêwate, li hember Rîsale-î

Nûrê ku bi heqîqî malê ehlê medrese û mamosteyan

e bikartînin, guncavtir e ku ev heqîqet li destpêka

mecmû’eya ‘Esayê Mûsa û Zulfîqarê were nivîsan-

din. Ji ber ku îhtîmal heye, enaniyeta ‘îlmî ya hin

felsefevanan were tehrîkkirin û li hember Nûran bête

istî’malkirin.

Se’îd Nûrsî

Lem’eya heştan û Şu’aya Heştan tam îspat kirine

ku, Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be) di Celcelû-

tiya xwe de bi awayekî nêzserîhane û bi şêweyeke

pir bi hêz, di ‘eynê nimreyê de, behsa Rîsale-î Nûr û

risaleyên bi ehemiyet kiriye. Û Îmamê ‘Elî (Razîbûna

Xwedê Lê Be), di Celcelûtiyê de, bi fiqreya

destnîşan dike. Me salek du sal berê wisa zen dikir

ku Ayetu’l Kubra, rîsaleya herî dawî ye. Hal ev e ku

niha di şêst û çaran de (mîladî 1944) ji layê telîfê ve

dawîlêhatina Rîsale-î Nûrê; û meala vê hevoka Hizretî

‘Elî, xeberdayîna wî ya vê rêsaleyê ye ku dê sihran

betal bike, weke ‘esayê Mûsayî (s.x.l.) wê şewq bide

û wê tarîtiyan ji holê rake û beşa vê mecmû’eyê ku

navê wê “meywe” ye, wê ji me re bibe palpişt, bibe

mudafe’e û tarîtiyên ku li ser serê me ne wê ji holê

rake. Beşa wê ya bi navê “Huccetler” jî, mecbûr

dike ku ehlê wuqûfa Ankarayê teslîm bibe û teqdîr

bike û reşayîyên felsefeyê yê ku li hember Nûran ce-

bhe wergirtiye, ji holê rake. Herwiha pir emareyên ku

di “Huccetlerê” de hene yên ku dê zulmetên dahatû

ji holê rake û ‘esaya Mûsa (s.x.l.) ku ji kevirekî deh

kaniyan diherikîne û li hember medariya wê ya yazde

mu’cîzeyan û ev mecmû’aya wê ya dawî jî, “Meywe”

ya yazde meseleyên nûranî û beşa Huccetullahi’l-Ba-

lixa” ku yazde delîlên wê yên qet’î hene, qena‘e’eteke

tam dide me ku, Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be),

bi wê fiqreyê, rasterast îşaretî bal mecmû’eya ‘Esayê

Mûsa dike û bi awayekî pesinadarî behsa wê dike…

Se’îd Nûrsî

يسبح بحمده باسمه سبحانه وان من شىء الا

لام عليكم ورحمة الله وبركاته ابدا دائما الس

واسم عصا موسى به الظلمة انجلت

باسمه سبحانه

يـا ايها النبي قـل

8 Bihar2019

Page 9: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

يـا ايها النبي قـليـا ايها النبي قـل

Ya Nebî Bêje-3Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Ya Nebî Bêje-3Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

• (Ya Nebî!) Ji wan re bêje: Ya ehlê kitêb. Gelo ma tenê ji bo ku em bi Ellah Te‘ala, bi tiştên ku ji me re hatiye nazilkirin û bi tiştên ku berya (nazilbûna vê kitêbê) hatine nazilkirin îman tînin hûn ji me hes nakin. Ji xwe giranîya we ji fasiqa ne. (Sûretê Maîde: 59)

• (Ya nebî!) Bêje: Ma ez bo we bêjim ku li nêk Ellah Te‘ala yê ji van (fasiqan) xerabtir û riswatir kî ye? Ew (her ew kese) ku Elah Te ‘ala lê kiriye, lê hatiye ğezebê, qismek ji wan kiriye meymûn û beraz û ew ‘ebdîtîya taxût dikin. Ha her ev kes in ku cîhe wan herî pîstire û ji ser riya rast şemitîne. (Sûretê Ma‘îde: 60)

• (Ya Nebî! Ji wan re) bêje: Pak û xebîs ne wek hev in. Gerçê pirbûna xebîsîyê te ‘ecêbmayî bihêle jî (heqîqet naguhere. Madem heqîqet wihareng e;) gelî aqilmendan! Îdî ji Ellah Te ‘ala bitirsin da ku hun bigîjin fela‘hê. (Sûretê Ma‘îde: 100)

• (Ya Nebî!) Bêje: “Gelo di warê şahidiyê de çi tişt mezintir e?” Bêje: “Di mabeyna min û we de (bo pêyxyembertîya min) Ellah Te‘ala şahid e. Ev Qur’an ji min re hatiye wehîkirin da ku ez we û herçî kesên ku (hinarîya wê) bigîje wan bi wê hiş-yar bikim. Ma bi rastî hûn şahidiyê didin ku digel Ellah Te‘ala hinek îlahên din jî hene.” (Ya Nebî!) Tu bêje: “Ez şahidiya vê nakim.” Bêje: Ew her îlahek yekta ye. Ez ji wan tiştên ku hûn dikin şirîkê wî bêrî me. (Sûretê En’am: 19)

• (Ya Nebî!) Bêje: De ka baş bifikirin; Eger Ellah Te‘ala guhên we kerr, çavên kor û qelbê we jî mor bike vêca gelo ma ji bil Ellah Te‘ala kî dikare wan li we vegerîne! De ka (bi çavê hîkmetê) baş bimêzî-ne bê ka em bi çi rengî ayetên xwe bi tewrên cûr-

becûr beyan dikin. Bes hê jî ew (ji ayetên me) rû difetilînin. (Sûretê En’am: 46)

• (Ya nebî! Dîsa bo wan) bêje: De ka baş bifikirin;

eger ‘ezabê Ellah Te‘ala nişkave bi dizî weyaxud bi awayeke aşîkar (bi ser we de) bê, vêca gelo ma dê ji qewmê zalim pê ve kî helaq bibe? (Sûretê En’am; 47)

• (Ya Nebî!) Bêje: “Ez nabêjim ku xezîneyên Ellah Te‘ala li nêk minin. Ji xwe ez bi xeybê jî nizanim. Ez nabêjim ku ez melek im. Ez her dibim bibin ta-bi‘ê wê wehya ku bo min hatiye.” Bêje: “Gelo ma kesê kor û kesê dîtbar dibin yek? Ma qey hûn hîç nafikirin?” (Sûretê En’am: 50)

• (Ya Nebî!) Bêje: Nehya min hatiyekirin ji wan tiştên ku hûn ji bil Ellah Te‘ala perestîya wan di-kin. Ez nabim tabi‘ê hewa û hewesa we. (Eger ez bibim tabi‘ê hewa û hewesa we) wê çaxê ez dê biçim ser delaletê û nebim ji ehlê hîdayetê. (Sû-retê En‘am: 56)

• (Ya Nebî!) Bêje: Bêgûman ez ji teref Rebbê xwe ve li ser delîlekî aşîkar im. Lê belê we ew (delîlê aşîkar) derewdêrand. Ew (‘ezab) ê ku hûn bi lez-gînî hatina wî dixwazin jî ne di dest min de ye. (Lewra di warê her tiştî de) hukum her ê Ellah Te‘ala ye. Ew her heqqîyê dibê je. (Ji xwe) bixêr-tirê jihevveqîtîna (heq û batil) her ew e. (Sûretê En‘am: 57)

• (Ya nebî!) Bêje: Eger (pêkhatina) wî tiştê ku hûn bi lezgînî dixwazin di dest min de ba, nûha karê di navbera min û we de ji zû de qediya bû. Ellah Te‘ala herî çêtir bi zaliman dizane. (Sûretê En’am: 58)

9Bihar2019

Page 10: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Kurd û Kurdistan Çira Derman e?✍ Şerîf EMÎN

Di pişt dewlet a ‘Usmanîyan, îro sed sal e um-met cîhanê de -taybetî jî- Şerq a Navîn de mexdûr e; Kurd û Kurdistan hem mexdûr hem mehkûm e.

Heqîqet ev e; sedema çar û naçarîya ummetê; cehalet a millî û hîsabên ecnebîyan yên kûr e, yên Kurdan jî birayên wanê musilman in.

Heqîqet a ewwil; zanîna wê pirsgirekê re kera-met lazim nîne; bi aqlê selîm nêrandin û dîtin wê kula herêmê yên qedîm re bes e. Çareserî û der-man a ewwil jî ev e. Heqîqet a duyemîn; bo vê kul a qedîm, tu caran gotin a rastî nehatîye gotin, nayê gotin. Sedem a negotina rastî jî du şaxin.

1-Yên hinekan gotinê wam tunin, nizanin. Gelek zanyar, lêkolînêr, camêr, mêr û mêrxwas bo vê bahsê xwedî derd nînin, bê derd û xem in; xwê-ya wan ziwaye.

2-Hinek jî naxwezin an jî nikarin bibêjin. Bo Enwa’ê tirs û menfîatên beyhûde, bahs a Kurd û Kurdistan nakin, wê meseleya giring naynin holê, serî por dikin, derî li ser vê behsê digrin; bi girtinê jî nasekinin girêka kor lêdixin. Her kes, pirsgirêka Kurdan jî çareserîya wî jî baş dizane lê belê gotin; mêranî, kezeb û ferasetê dixwezê.

Kurd û Kurdistan; pir zêde xwedî alîkar nînin lê belê Xudayê Alemê, kesê bêkesan e. Herçî derî li ser mesela bêkes û bindestan tê girtin, Rebbê Jorîn derîyek daha mezin, daha teş-vîş û daha belkêş li ser doz a bêxwedî vedîke. Her wekî Filistîn, wekî Kurd û Kurdistan; wekî meqamên qudsî yên Hîcazê û wekî her mese-leyên meçhûlên dîrokî.

Zulm û bêdadîyên li ser erdê; wekî xewnên xof yên şevên giran in; meriv naxwazê lê belê, her şev tên xewnên merivan. Kurdistan jî ev e; ummet ji bîrdike lê belê her şev tê xewn a ummetê û bi-rayên mey ê Musilman. Pirsgirek a herêma me yên herî mezin Pirsgirêka Kurda ye lê belê dewletên herêmê, li ser vê “birîna mezin û vekirî gotin û şuxil” nake; nabîne û nabêje.

Mesela Kurd û Kurdistan, di cepheya zordarên

cîhanê de wisa nîne. Ew, hem ji me xweştir dibî-ninn, hem ji me baştir deng û behs a wê dikin. Em-peryalîst şev û roj li ser vê mesela kar û xebat di-kin. Kurdistan, bo wan erazîyek munbît, menba’ek balkêş e.

Çare; bi cesaret behskirin a Kurd û Kurdistan e; bi çavê heqîqetê dîtin, bi terazîya dad û ‘edaletê pî-vandin a vê derd û kul a biratî yên qedîm e.

Meydan a zimanşorîyê de wexta ku behs a Kurdistan dibe; temamên lêkolînêr û zanayên dunyayê, li ser wê mexdurîyetê îttifaq dikin; di-bêjin; lê belê meydan a sîlahşorî û Îcraatê de tu tiştek tune.

“Kurdistan di herêmê de; gerek bi “hiqûqek herêmî an navnetewî bête naskirin.” Temamên sîyasetmedar, rîsipî û aqilmendê ehlê wîcdan; yên Tirk, ‘Ecem û ‘Ereb; heqq û hidûdên Kurdistanê qe-buldikin.

Behs a Kurd jî, xeyrî “daxwezîyên Kurdistan” tiştek nîne. Gelê Kurd; li herêma Rojhilata Navîn; qewmek muqîm, dîrokî û şerîkê erda xwe ye. Kurd; ji welatek dûr û xerîbîyan nahatine wî erdî. Şaîr û zana çi xweş gotÎye:

“Hûn axa û dewlemend lê em kolew bende ne;Ma ne rest e, em şerîkbin hûn dizê malê mene?”

Dema ku feth a Îslamî li Kurdistanê ava dibe; birayên me yê ‘Ereb, Tirk û ‘Ecem; li ser axa Kurdis-tanê, pêş her milletan Kurdan nasdikin; dibin he-val, biratîya li ser Îslamîyetê bîna dikin.

Biratîya Kurdan; tevê tamamên ummetê li ser dîn û îman, li ser însaf û îzanê domkirîye. Tucaran, îxanet, bira firotan û bêbextî ji Kurda hasil nebîye.

Îbnî Esîr dibêje; “Îslamîyet, bi şûr û mertal na-hatîye Kurdistanê..”

Bi navê xîlafetîya Îslamîyetê, her kî “âla Îs-lamîyetê” bilindkirîye; gelê Kurd, esl û cinsê wan nepirsîye, temamên pirsgirekan de, ceng û cîdalan de alîkarîya wê qewmê kirîye. Ji vana re jî dîroka

10 Bihar2019

Page 11: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

dinê şehîd e.Veya jî heqîqetek dîrokîye; “qewmêk ala Îslamê

bilindkirine, bîlaîstisna naskirina Kurd û Kurdistan bîla-qeyd û şert qebûlkirine.” Herêm a Kurdistan; dewra ‘Ereban, Selçûqî û ‘Usmanîyan, heta 23 Awrêl 1920an jî her herêmê zêdetir îstisnayên xwe hene; wekî herêmên azad têne naskirin; hiqûqa wî müstesna ye; navê herêmê re jî “Kurdis-tan” hatîye gotin; navê mebûsan re, “Meb’ûsên Herêm a Kurdsitan’e.”

Bi vî avayî em dibêjin Kurdistan derman e.Bo her hakîmîyetên mezin, yên Îslamî bûye

sedem a yekîtîya devletê, bînakirina asayîşê, temîn û komkirin a şervanên dewletên Îslamî yên herêmê. Dewletên pêş Cumurîyet a Ke-malîst; îksîr a biratî û aşîtîyê; dermanê serbilindî û serfirazbûnê daîm di Kurdistan û gelê Kurd de dîtine. Bo wî jî gelê Kurdistanê, “herêm a azad” qe-bûlkirin e; Kurd jî birayên vefakar, cefakar û çavreş naskirine.

Milletê zana, mîlletê Kurd tucaran dujmin nezanîne; heta dewra sekularîzma kamalîsta dec-calî; neyartî û redd û înkar a Kurdan nehatîye ki-rin. Bo çi? Esalet û vefakarîya wî milletî; mîna arê ocağê da bo roja dî tê vîsandinê, mîna wî zanîn e. Ev agira tevnedan e, heq û hiqûqên wî, goranê ze-man dane.

Meclîs a Netewî ya Tirkîyayê ya yekemîn (23 Avrêl 1920), li ser biratîyû wekhevîyê hatibû avakirin. Li dû wî re Meclîs a netewî ya duyemîn li ser qewmîyeta Tirk hate avakirin; xeyrî netewa Tirk; redd û înkarîya temamên “netewan; mezhe-ban, bawerîyan, zimanan..” hate kirin.

Qiyam a Şeyx Saîd Palevî, bo evan înkarîyan; bo betalbûna xîlafet a Îslamîyetê bû. Merkeza Das-tana Şeyx Seîd de her çiqas gelê Kurd hebe jî ev teşmîlê ummetê ye. Cîhada Şeyxan, mela, axa û begên wî ezmanî, bo qanûnên xeyrî Îslamî bû. Ser-hildanên Kurd û Kurdistan yên heta Se’îdeyn; temamî ji bo zulma devletê, bo tecavuz a hidûdên Dînê Îslamê bû.

Îro; li Kurd û Kurdistanê heqîqetek dî jî heye; ev jî dused (200) salî şundatir îdî hereketên Kurd yên millî, yên li ser qewmîyetê avabûne

hene. Evan hereketên Kurd û Kurdistanê; wekî hereketên her milletê, hinik bi çekdarî û çekbazî mucadele didin; hinik jî bêçekdarî, bi disturên dî-mokratîk dimeşin.

Hal û hereket, dustûr û qanûn yên esasî yên dewletên herêma Kurdan; sed sal e Kurdistan în-kar kirine, Kurd ji heq û hiqûqên millî de red kirin e. Ev redd û înkarîya Kurd û Kurdistan; hem bo herêmê, baxisûs ji bo Kurdan gelek birînên kûr peydahkirîye, ji mexdurîyetên herî mezin re bûne sebeb.

Daha muhîm û xeter a mezin jî ev e; gelek Kurd, ji rîya heqîqetê dûrxistin, hîssîyata Kurdan yên cahîlî şîyarkirin, ecenebî ji Kurdan re kirin he-val.. Belkî gelek çîya û zozan xirab kirin lê belê deşt û bajar dest xwe derxistin; bend a bihes û qelban yên biratîya Îslamî birîn kirin...

Zimanê Kurdan înkarbû, qedexebû. Navê herê-ma “Kurdistan” gelek cî û caran înkarbû. Ev nava sebeba hereketên çekdarî û komkujîyê hat zanîn.

Mehabed; derdorê Barzan; Zîlan; Palo, Der-sîm; Agirî hvd.. delîl û şahidên dîrokî ne. Bi destê dewletan terorîzm û komkujî çêbûye. Hestîw goristan qise nakin lê belê nîşan didin. Îro li her alîyê Kurdistanê; nalîn û gazîna evan pir-sgîrekên dilsûz tê dîtin, tê bihîstin. Keramet şert nîne; kesên xwedî însaf û îz’an, ji dirama Kurdistan re hemû şahid in.

Bîlxasse serokwezîrê Tirkîyayê Receb Tey-yîb Erdoğan îqrar kir ku; “li Dersimê 13 hezar kes bi destê hukumeta wî zemanî hatî qirkirin, komkujî bûye.” Sorakvezîr, got; “eger ‘izr û bexşandin îcab dike, ez serokkomar li vir; ‘uzr a xwe beyan dikim...”

Komkujîyên ‘Ecem û ‘Ereban jî nayên behskirin, refê ‘edaletê de hatî veşartin. Cînayet, faîlî meçhûl û komkujî her çi li Kurdistanê çêbûye, dosyayên wan, temamî rakirine refên tozînî, ên bilind. Tu-caran kesek bo cînayetên mazîyê bahsa edalatê nake, nabîne. Cehaletên li meseleya Kurd û Kur-distan tê kirin, temamên nijadên herêmê mexdur dike.. Mexdurîyet ev e: Milletên xwedî hêz û quwwet zulmê dikin, zilimkar dibin. Destê wan dikeve xwîn a birayên wan.

11Bihar2019

Page 12: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Mesulîyet û cirm a birakujî herdû cîhan de tê ser wan, tê pirsîn. Milletên bê hêz û quwwet, bi destê birayên xwe yên Misulman mexdûr dibe. Umîda wan tê şikandin.Çavê birayên mexdûr tarî dibe, aqlê selîm diçe. Aqlê selîm çû şûndatir, aqlê şeytanî, halê elîm tê.Aqlê şeytanî; bo xelasî û çareseîya pirsgîrekan, dikeve rîya rast û çep.Xebat û gunehên mezin, herî ecêb tê kirin ku; îro musîbeta me yî mezin jî ev e.

Feca’eta herî mezin, tehlûka giran jî ev e; Kurd û Kurdistan her çi ji ummetê sîlle bîxwe, herçî kuştin û mirinê dibîne; alîyê ecnebîyan diçe; dibe aletê emperyalîstan. Ehlê xaç û senem, bo çareserîya bîdadîya herêmê, bi çek û sîlehên xwe, bi leş-kerên xwe yên zordarî gav davêje herêmê.

Zordestên dinê; nîyeta şeytanî dibin welî û wekîlê bindestan, mexdûr û mehkûman. Îro li Kurdistanê, tiştêk dibe jî ev e. Her kes bila xwar rûne lê belê bi rastî qezî bike. Gotinên mezina ye; “meriv ket çem, (bo xelasbûn a xwe) dest davêje mar. Merivê ku dixeniqe dest davêje kefê.”

Dewletên herêmê, gerek evan tiştan baş û xweş bizanin, bihesibînin. Milletê Kurd, nava koma ummetê de gerek bê pergal û bê umîd nebe. Ge-rek birayên Musulman, alîkarî heq û hiqûqên Kurdan bikin. Bi rastî, bi cesaret û ‘edaletê; hiqûqên Kurd û Kurdistan bibêjin, ji hukû-metên xwe bixwazin.. lê kanê? 50 mîlyon gelê Kurd, bi tirs û tehdîdan; bi top û tanq û firokên şer zeft nabe, tunne yeqîn nabe. Her ta’de û zulm -baş bê zanîn û bihîstin- te’deya hember tîne mêracê, tîne holê.

Kurd û Kurdistan, îro roj êdî bûye dermanê xelasîya herêmê. Milletên ser axa Kurdistanê hukum dikin, axa û dewlemend bûne, heta dewleta xwe avakirine, gerek evan tişta bizani-bin. Xelasîya herêmê ji emperyalîstan, asayîşa Şerq a Navîn, ba xisûs jî asayîş a dewletên çar alîyên Kurdistanê, avatîya biratîyê; temamî li ser tesîskirina heqq û hiqûqên gelê Kurd û Kur-distan e.

Dewletê xerbî, yên emperyalîst; Kurd û

Kurdistan ji çire derman e, çi dererd û êşê re îlac in xweş dîtine. Temamên qeyd û bendê xwe, te-mamên hesabên xwe yên îstixbarî, nijadî, dek û dolabên xwe li ser gelê Kurd, li ser erda Kurdistan dom dikin. Elbette sedem a mexdûrbûn a Kurdan, ewil dewletên emperyalîst in. Beg û hamîyên dew-letên Musilman jî ev in. Ew “bes” bibêjin, zulm û zor a herêmê xilas dibe lê belê naxwezin. Dewletên li ser pişt a gelê Musliman avabûn e, ew jî her çi millî û yerlî bên dîtin, -di nezer a heqîqetê de- temamî zulimkarê gelê xwe, xulam û beglerê emperyalîs-tan in.

Dewletên musliman zînhar wan heqîqetan bibînin:

Kurdistan, heqîqetek cîhanîye, pirsgirek a herêmî, êdî pirsgirekek cîhanî ye.

Dewletên li ser axa Kurdistan hukum dikin; gerek çavên xwe vekin. Tirs û xewfên xwe yên qedîm, yên ku bav û kalê wan, bi cehalet û xeflet kûr nivîsandine; bi cesaret, feraset û ‘edalet herne ser van tirsê cahîlî.

Eger neçin ser evan tisrên cahîlî, tirs dibe distûra esasî, ew jî dibe maşeya zilm û zordarîyê.

Îro Kurdistan înkar nabe, Kurd êdî bi dek û dola-bên şeytanî tesellî nabe.

“Tefrîqe, fitne û fesadî; kerîbûn a ummetê hwd…” bi Kurdistan peydah nebîye û nabe jî. Jixwe temamên evan tiştan pêş Kurdistanê drust bûne. Nêziktirê deh dewletên TuranÎ (Tirk); bi dehan dewletên Erebî.. wexta ku avabûn ummet ji xwe wê wextê kerkirî-bû. Xîlafet a Îslamî jî bi destê Kurd û Kurdistan betal nebû. Payîtextê Stambolê, bi destê birayên meyê Tirk talan bû; zav û zêçên Osmanîyan jî sirgûn (mişextî) bûn li çar alîyên cîhanê.

Kurdistanê re, gotin kerîbûn a ummetê”, kêmasî ye, bêferasetî ye. Qe nebe bêdadî ye. Ev ji heqîqetê re nîne, faşîzm û esabîyet a herêmê re xizmet dike. Bo gotina S. Riza; “eyvo, şermo, guneho, cinayeto!”

Nava ewqas dewletên li ser qewmîyetê avabû-ne; “otonomî, eyalet an jî muxtarîyeta Kurdis-tan re” daxî tehemmul nekirin; bi yek gotin; faşîzm e! Şert nîne Kurdistana Azadî, belkî lazim jî nîne.

Gora distûrên Koma Ewlehî, bi distûrên Îs-lamî an jî însanî; tesîskirina “otonomî, eyalet an

12 Bihar2019

Page 13: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

jî muxtarîyeta Kurdistanê” şert e. Kurdistan îro çar pare; gelê Kurd bi destê

brayên xwe yên hezar û sêsed salî birîndar e. Li axa Kurdistanê; kêmasî sed sal e, li lser “biratî, vekhevî û kultura ummeta Îslamî” texrîbatek mezin dom dike. îman hedef e, Îslam hedef e, îz’an hedef e; distûrên Îslamî û însanî tamamî hedef in. Heq ev e; gerek her xwedî îman, însaf û îz’an bipirse; gelo ev çi hal e, çi hewal e? Şair bi tirkî çi xweş gotîye:

“Bu akl u fîkr île Mevlâ bulunmazBu ne yâredîr kî merhem bulunmazYusuf’um yîtîrdîm Ken’an îlîndeYusuf’um bulunur Ken’an bulunmaz”

Ummetê; ‘aqlê selîm wendakirîye, bîrîna bê derman girtîye; Yûsifê xwe wendakirîye. Xetera herî mezin jî ev e; bi wê ‘aql û fikrê, heqîqetên rêya Mewla nayê dîtin, belkî bela tê dîtin.

Birayên Hz Ûsif (a); bo serî wendakirinê, ew avêtin bîrek kûr lê belê hate dîtin. Bi xulamî hate fi-rotan lê belê axir bû siltanê xezîneyên Misrê; ji Mis-rîyan daha sadiqtir, daha serkeftî, daha jî serfîraz bû. Ev Ûsivê bîr a kûr, îro Ewladê Selahaddîn gelê Kurd e.

Pirsgîrek a Kurdan jî, mîna Ûsifê Ken’an e. La-zim e ku aqilmendê ummetê; birayên meyê ‘Ecem, ‘Ereb, taybetî jî birayên meyê Tirk; Ûsif ê Xem Keş-te ji bîrê derxînin. Eger dernexînin; ji ehlê xaç û seneman pir dewletên xwedî hêzên mezin; tiştê ku li her derê kirine, ewê li Kurdistanê jî bo “edalet, dîmokrasî û mafên mirovan(!)”bikin, ji xwe dikin jî.

Bo wê şeytanîya xwe gelek kemîn danîne. Yanî bo herêma Îslamî, bo gelên mezlûm “koçkirin, xulamî, kuştin û komkujî…” tesîs dikin. Wê karên elem re; rejim û îqtidarên herêmê, gelên bê pergal jî dikin alet. Ajan û casûsan li herêmê dawdişînin û diweşînin.

Xulase, kes ji kesî lome meke. Me bi dest ê xwe mala xwe xirab kirîye. Lazim ev e; her kes, her nijad; pêş mehkûmkirin û înfazkirina birayên xwe, sûc û xeta, şexsê xwe de bîbîne û bo Xuda, li ser însaf û îz’anê mûhakeme bike.

Kurd muhacîr nîn in, li ser erd a xwe yên he-zar salî muqîm û şerîkê milkê xwe ne. Şerîk, diz nîne, gerek wekî xwedîyê malê muamele bibîne, bi hiqûqa biratî bête zanîn.

Birayê me yên herêmê, vîna xweş bizanin; vexta ku dad û edalet, meşruîyet, vekhevî tesîs bibe; Kurdê Kurdistana Rojhilat, an jî Bakûr… tuca-ran nabe tehdît bo tu dewletî. Kurdên Kurdista-na Bakûr; Tirkîya yên mamûr û xwedî ‘edalet tucarî terk nakin, ev tirsa beyhûde cehalet e, faşîzm e.

Eger li hember Kurd û kurdistan, destûra Şerqa Navîn û herêmê bibe; “zilm û zor, tedîp û tenqîlki-rin, komkujî..” wê çaxê ji nava Kurdistanê jî dengê “îstiqlal û azadî; Kurdistan a Îslamî..” bilind dibe. Bi-ratî lê belê li ser rastî u wekhevîyê!

Tirkîya, gerek ji Kurdistanê re hamîtîyê bike, pêş USA û dewletên Koma Awrupa, Kurdistanê re xwe-dî derkeve. Musulman birayên hev in, tirs a Kurd û Kurdistan beyhûde ye. Naçarîya însanan cehalet e, neçarîya ‘eql û fikr e.

Li Tirkîyayê jî pir kesên bi vê awayî fikr dikin henin lê belê her çi sebeb e nizam bo tesîskirin a heqîqetê nayên holê.

Dîrok ev tişta, xweş daye dîtin û naskirin; kesêk bi ‘edalet li Kurdistanê hakim bûye, wan kesan hakîmîyet a herêmê, hakîmîyet a navnetewî Jî bîna kirîye. Her wekî Selçukîyû ‘Usmanîyan..

Kurdistan, bo her milletên dîrokî baxçeyê paşîn (arka bahçe)’e. Ev baxçeya wextakî bi eda-letê tenzîm bûye; yekîtîya ummetê jî, meznayîya dewlata herêmê jî tesîs bûye.

Bo def’kirina emperyalîstan, bo tesîskirina îstiqrar û nîzama herêmê, naskirin û îmara Kurdis-tanê her daîm şert bûye.

Dermanê biratîyê, tedîb û tenqîlkirina em-peryalîstan, silametîya herêmê, bi sukûnet û selametîya Kurdistanê ye. Silametîya Kurdistanê jî bi komkujîyê; bi redd û înkarî, bi tedîb û tenqîl a hiqûqên Kurdistanî tucar nabe.

Xudayên Barî; di Quran a Pîroz de reçeteya sila-metî û biratîyê daye. “Mu’mîn tenê bira ne” dîsa ferman kirÎye; “me hûn qewm qewm xuliqan-din (bo înkarî nîne, tenê) bo ku hûn hevdin nas-bikin.” Wesselam.

13Bihar2019

Page 14: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

SERHILDANABEDLÎSÊ

✍ Mehmet BARAN

Ji bo ku Mesela Bedîûzzeman baş bê famê lazime em behsa serhildana wîlayeta Bedlîsê

jî bikin û bidin zanîn. Lewra ew hedîse her çiqas di wexta îqtîdara Osmanîyan da pêk hatibe jî, hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê -ku giranîya wan xwedênenas, xerbperest, xefîfmeşreb û ehlê zewq û sefayê bûn- li ser bû. Zeman jî nêzî zemanê herba cîhana yekemîn bû, dunya li nav hev ketibû û geremoleke fikrî di zihnê gellan de hebû.

Ji serhildana Bedlîsê re sê şexsîyetan pêşvantî kiribûn. Ew her sê şexsîyet jî ‘Alimên Medresa Xeyda bûn. Navê wan şêx û ‘Aliman; Mele Selîmê Dimilî, Şêx Şahabeddîn û birê wî Seyîd ‘Elî bû. Mele Selîm di sala 1913an da bo îttîfaqê li ser navê Şêx Şahabeddîn li temamê ‘Alimê herêmê gerîya. Mebesta vê gerrê lidarxistina serhildana li hember hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê û xweserî ya Gelê Kurd, baxusûs xweserîya wîlayeta Bedlîs a li ser îdare û hesasîyeta dînê Îslamê bû. Lewra di wê wextê de îdeologên hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê fikrê neteweperwerîyê derxistibûn pêş û ji xeyrî xwe kes qebûl nedikirin. Her roj hinkî din ji dînê Îslamê dûr diketin û noqî zewq û sefayê dibûn. Di

wê wextê de dibe ku Mele Selîm bi xwe çûbe ba Ûstad Bedîûzzeman û wî jî ji wan re ew qene’et û fikrê xwe ê di derbarê biryara serhildanê de gotibe.

Di zemanê Îdrîsê Bedlîsî de li ser biratîya Îslamê xweserî dabûn gellê kurd û ew mûtabeqet 300 sal domîya. Ji ber ku Osmanî li ser qewlê wê biratîyê sekinîn; li dunyayê hukum kirin bi tevî Kurda gihaştin sînorê xweyê fire. Di serî da li nav xwe ‘edalet tesîs kirin, paş re li temamê cîhanê ‘edalet bela kirin. Bi rastî Mele Selîm û hevalê xwe tiştekî xerîb nedixwestin. Di nezera neteweperwerîya Îttîhad û Teraqqîyê de ew tişt xerîb û cûda dihat dîtin. Mesela Îdrîsê Bedlîsî meselekî cûda ye, lazim e bi nivîsek taybet li ser bê sekinandin. Meqseda me di vir da ferqlî ye, em bizvirin ser hedîsa xwe.

Pêşîvanên serhildana Bedlîsê, li ser qanunê şer’î dixwestin ku hukûmetkî Kurda bi serê xwe li Bedlîsê ava bikin. Li ser wê meqsedê bi navê “Rêxistina Îrşad” hereketek ava kirin û li ser wî navî dest bi xebatek berfireh kirin. Wekî çewa wê di paş da li hember qiyama Şêx Se’îd bi pîlan û zanîn li Pîranê provaqasyonek çêkin û nehêlin ku hereketa Şêx Se‘îd bighê meqseda xwe, di destpêka wîladetê

14 Bihar2019

Page 15: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

de bifetise, bo zulm û bêînsafî û qetliamên wan bibe behane û qoz; ‘eynî di serhildana Bedlîsê de jî pirovaqasyonek wisa kirin. Hê hereketa “Rêxistina Îrşadê” ne gihîştibû meqseda xwe Mele Selîm bi provaqasyon û tehrîkek mezin hat girtin.

MELE SELÎM HATE GIRTIN Û HEQARETKÎ MEZIN LÊ HAT KIRINSerhildana Bedlîsê di 8ê Adara sala 1914an

da dest pê dike. Leşkerê hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê, Mele Selîm li Hîzanê binçav dikin. Leşker Mele Selîm digrin û ji bo bibin Bedlîsê bi rê dixin. Lê belê ew ‘alimê ku di herêmê de ewqas biqîmet e, bi qemçika hespê ve girê didin û dixwazin ku heta Bedlîsê wî wûsa bivin. Provaqatoran bi vê hereketê xwe di şexsê wî ‘alimî da heqaret li temamê Kurda dikirin. Ew sîyaseta Îttîhad û Teraqqîyê bû li hember tamamê Kurda. Xeber zû bela bû. Serîyek ji şervanên Kurda girtin pêşîya wan leşkera û hezîmet dan wan, hê Mele Selîm ne gihandibûn Bedlîsê ji dest wan derxistin û xelas kirin. Êdî mecbûrîyet hasil bûbû. Xeyr ji serhildanê tu rêkî din nema bû. Loma Mele Selîm derbasî serê şervanê xwe bû û di 12ê Nisanê de Bedlîs bi dest xist. Hukûmeta Îttîhad û Teraqqîyê li ser sitendina Bedlîsê pir tirsîya û ‘ecele kir. Qolordîya leşkera a nehemîn şand herêma serhildanê. Ji alîyekî din va jî însanên ku di herêmê de qedrê wan tên zanîn û serekê ‘eşîrane xwestin bikşînin ba xwe yan jî wan bêteref bihêlin. Ev jî exlaqê wanê her gav û zemanan bû. Di encama vê siyasetê de hereketa Bedlîsê jî hê ne gişîştibû mexseda xwe tefandin.

Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ji bo ku serhildan pir bela nebe, Îdare-î Örfîye (sikiyönetim) î’lan kir. Bi tevî Qolordîya nehemîn ji wîlayetê der û dor jî leşker anî ser Bedlîsê. Walîyê Bedlîsê Mazhar Beg, ji ber ku li hember serhildanê bêçare mabû ji wezîfê girtin û mutasarrifê Sêrtê Mustafa Abdulxalik anîn şûna wî. Însanên ku hê neketine sefê serhildanê sîlihê destê wan tev civandin. Li hember artêşa nîzamî, ji serokê serhildanê Seyîd ‘Elî bi tevî leşkerê di bin emrê wî de bûn vekişîn gundê Xaydayê. Di zemankî kin da jibo zayîat pirr çênebe teslîmî leşkerê hûkumetê bû. Pirr şexsîyetên serhildanê yên bi nav û qîmet

hatin girtin. Mele Selîm, îltîcaî konsolosxana Rûs a li Bedlîsê kir. Leşkerê Hûkumetê dor li konsolosxanê girtin û bazara teslîmkirina Mele Selîm bi Ûris ra kirin. Wezîfedarê konsolosxana Ûris li ser berdana ajan û hinik leşker û merivê wanê bi qîmet ê ku li wîlayeta Trabzon girtîbûn, bazara xwe dikirin. Li ser berdana merivê wan wê Mele Selîm teslîmî wan bikirina. Serokên serhildanê ê ku îltîcaî konsolosxana Ûris kiribûn, bazara nav herdû terefa fêm kirin û li firseta çareserîyê geriyan. Şêx Şahabeddin bi tevî hinik hevalên xwe firseta revê dîtin û ji wir revîyan lê belê dîsa bi tevî hevalê xwe li sînorê Qafkas car din hatin girtin. Kesên ku ew dîl girtin wan anîn Bedlîsê û di konsolosxana Ûris a Bedlîsê da zeft kirin. Piştî ku herba Cîhanê ya yekemîn dest pê kir di nav Împeretora Osmanî û Ûris da herba fî’lî destpêkir. Li ser wê, leşkerên Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ketin hundurê konsolosxanê, Mele Selîm û hevalê wî yê ku pê re mabûn qetil kirin. Şêx Şehabeddîn, birê wî Seyîd ‘Elî û pirê ‘Alim û rêzanê vî milletî dalqandin û kuştin.

Wexta wan bo daleqandinê bi bal sêdaran ve dibin, Seyid ‘Elî di ber xwe da digrî û hêstira dibarîne. Şêx Şehabeddin li ser birê xwe Seyîd ‘Elî dizvire û jê re wiha dibêje; “Birê min qey ti ji mirinê ditirsî ku ewqas hestirên çawan dibarînî.” Seyîd ‘Elî bi dilkî şewat, bi hêstirên çavan û bi hesretkî kûr li rûçikê kekê xwe yê mubarek dinhêre û weha dibêje: “Kekê! Wellahî ez ji mirinê natirsim. Û ez jibo xwe histira nabarînim. Lê belê qedrê te nehat zanîn, miletê me wê ji ‘alimekî wekî te mehrûm bimîne, loma ez mehzûn bûm û hêstira dibarînim.”

Zaliman herdû birayên ewladresûl bi hevra xeniqandin. Xelkê herêmê pirr mûteessîr bûn û ketin şoqê. Tesîra vê bûyera hezîn bi salan domîya. Gelê herêmê ti car wan ‘alima jibîr nekirin û xwe wek sûcdarê kuştina wan dîtin. Lewra bi hevra hevaltîya wî bikirina, dibû ku ew netîce çê nebûya. Bi wê mehcûbîyetê heta zemanê qiyama Şêx Se’îd man. Çi wexta qiyama Şêx Se’îd despê kir, jibo ku gunekarîya li hember Şêx Şehabeddîn ji ser xwe rakin hevaltî bi qiyamê re kirin. Li ser Seyîda xelkê herêmê şê’r û sitran gotine. Emê li vir ji wan şê’ra du heba di vir da binivîsin.

15Bihar2019

Page 16: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

“QEWLÊ ŞEX ŞAHABEDDIN1

Hey felekê, sed car hawar felekê, Hawar dikim tu dey nakî Hey felekê, sed car hawar felekê

Ehle romê li hev civîyane Xwendin fermana seyîdane Dayika Şêxa tu bilezîne Xurca zêra bi xwer’ hilîne Her Stembolê li têla xîne;

Têla li ser têla tu bişîne Hedîkê ji waliyê re bişîne; Belki hefwa mala Xewis bîne; Van seyîda neşeniqîne;

Ez çûm Bedlisê gelî bi gelî Jê derxistin cotik welî Girtin Şêx Şahabedîn Seyid Elî

Avêt bi darê de. Şerît qetîya ji alî Xwedê de Xîret ne ma di Îslamê de. Hey felekê, sed car hawar felekê

Çûm Bîtlîsê gelî bi gelî Çûm Xeydayê gelî bi gelî Jê derketin cotek welî Jê derketin cotek welî Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî

QEWLÊ ŞÊX ŞEHABETTÎN2

Birin birin şêxêm birin Birin birin kekêm birin Birin şêxêm bi dar da kirin Birin xewsêm bi darda kirin

Çûm Bitlîsê di kortê da Dara qetlê di ortê da Çûm ‘Xeydayê di kortê da

1 Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi s. 261-2622 Arşîva Cevdet Karaman a taybet

Dara zulmê di ortê da Îdam kirin Şêx bi darê da Îdam kirin Şêx bi darê da

Çûm Bîtlîsê çiya bi çiya Çûm Xeydayê çiya bi çiya Bi darda kiribûn cot ewlîya Ji ba Xwedê kindir qetiya Go bimbarek hew bi qete Emrê Xudayêm qediya

Birin birin şêxêm birin Birin birin kekêm birin Birin şêxêm bi dar da kirin Birin kekêm bi darda kirin

Ji Bîtlîsê çûm Tetwanê Wey xewsê min li Hîzanê Rêberê dîn û îmanê Rabûye ji Kurdistanê Serhildaye jibo Qur‘anê

Birin birin şêxêm birin Birin birin kekêm birin Birin şêxêm bi dar da kirin Birin kekêm bi darda kirin

ŞÊX SE’ÎD Û HEVALÊ XWE MEHKEME DIBIN

Ji ber ku hevdîtina me bi malbata Şêx, nexasim bi ewladê wî yê paşî ku tenê li heyatê mabû re çêbû, em dixwazin ku ji celsekî mehkema Şêx û hevalê wî di vir da binvîsîn. Û ji xeyrî Şêx ew 46 kesê ku li meydana Dax Qapî hatin daleqandin kî ne navê wan di vir da bi rehmet û minnet zikir bikin.

Heyeta mehkema ku Şêx û hevalên wî mehkeme kir, bi navê (Şark Vilayetleri İstiklal Mahkemesi) kî bûn, navê wan û wezîfa wan çi bûn:

Reîs: Mazhar Müfît (Kansu) (Denizli)Müdde-i Umum (Savci): Ahmed Süreyya

(Örgeevren) (Karasi)Endam: Ali Saip (Ursavaş) (Urfa)

16 Bihar2019

Page 17: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Endam: Lütfi Müfit (Kirşehîr)Endamê yedek: Avni Doxan (Bozok)

ŞÊX SE’ÎDÊ PALEWÎ26ê Gûlanê, sala 1925an roja sêşemê di cîhê

sinema Dîyarbekir da, li hember qelebalixkî zêde, heyeta mehkemê derbasî cîyê xwe bû. Şêx û hevalê wî jî derbasî cîhê wan kirin. Reîsê Mehkemê Mazhar Mufit fetilî ser Şêx û dest bi pirsên xwe kir:- Navê we çîye?- Muhemmed Se’îd.- Navê bavê we çîye?- Şêx Mehmûd.- Hun ji kû ne?- Bi eslê xwe em ji Palo ne, lê belê nuha em li

Xinûsê rûdinin.- Ti çend salî yî?- ‘Ûmrê min ji şêstî derbas bûye…

Lêpirsîna Reîs bi wî hawayî ji bo temamê girtîya berdewam kir. Paşê Mudde-î Umum Sureyya îddaanameya xwe xwend û wiha got:

“Li hember dewleta Tirka, di hinik wîlayetên şerqê de, bi hawakî ku temamê dunyayê bihîst hedîsa serhildanê çêbû. Ew serhildan bê şek û şuphe di hundir da yan jî di dervayê herêma serhildanê de, bi hinik telkînat û tasawwuran pêk hatiye û bi derketina hereketê eşqîya derketine meydanê. Hedîsa serhildanê hawê ku di îddîanamê de jî derbas dibe, guya di bin perda bilindkirina dînê Pêxember da derdikeve meydanê. Lê belê bi meqseda ku hinik erdê mû’eyyen ji dewleta Tirka biqetînin û yekbûna dewletê ji hev bela bikin ev hereket lidar xistine. Ev mehkûmê ku anha di hizûra we da ye bi navê Şêx Se’îdê Xinûsî ye. Wî bi sedan, bi hezara leşker kuştine. Hereketa wî ewlehîya mal û canê xelkê û muslumana ji holê rakirîye. Ew îdarevan û serokê eşqîyayan e. Ew keseke serhişk û xayîn e.”

Mudde-î Umum Sureyya, piştî ku gotin û de’wa xwe qedand dîsa reîs ket pêş û dest bi mehkeme û sualên xwe kir. - Rabin pîya. We li kûr xwend?- Min li medresê xwend.- Di medresê de we çi xwend?- Min Bediî, Îstîare, Usul-î Fiqih, Sarf û Nehw

xwendin.- Çima we serhilda? Wexta artêşa Yunan

merkeza Îslamîyetê binpê kir û di bin pîyê xwe da ‘eciqand, we çima ew dem ferzîyeta cihadê bi cî nanî?

- Ew çax em muhacir û perîşan bûn.- Lawê we ‘Elî Riza çû Îstenbûlê?- Belê çû.- Çi wext çû?- Mehkî berya hedîsê.- Li Îstenbûlê ji kê fikir sitend?- Ji kesî fikir nestend, li malê Kurda bî mêvan û bi

Seyîd ‘Ebdulqadir ra hevdîtin kir. (Seyid ‘Ebdul-qadir ew çax hatibû şehîdkirin ji teref Hûkumetê ve û hevdîtina wî û ‘Elî Riza ketibû çapemenîyê. Hewceyî înkara tiştekî ku ketibe çapemenîyê nedikir û ji xwe Seyîd ‘Ebdulkadir şehîd kiribûn, ne li heyatê bû.)

- Bi çi meqsedî çû Îstenbûlê?- Bi meqseda ticaretê. Em ji 30 sala û vir da bi

ticaretê re meşxul dibin.- Piştî lawê we ji Îstenbûlê vegerî hat we li kur wî dît?- Li gundê Şavşarê, girêdayê bi navçeya Gêncê ye.- Ti dibêjî ku sebebê derketina serhildanê

cendirme ne, Eger cendirme nehatina û ne-hatina kuştin ewê serhildan çê nebûya?

- Minê ev îş bi nivîsê hel bikira.- Ewçax çi bûbû ji te ku tu ketî nav vî îşî?- Mehkûmên ku xwe sipartibûn gund qetil bûn.

Min nesîhet kir, rica şand. 8 mehkûm derxist û teslîm kir. Ez ji gund derketim. Paşê gundî ketin navê de û serhildanê despêkir, car din em ji navê derneketin.

- Tu çima wî tiştî wûsa tabi’î dibînî?- Ez nizanim, ançax Xweda bizanibe.- Meqseda serhildanê, cendirme hatine, mehkû-

ma girtine, ji van tişta çê nabe?- Ne ji cendirma ba, minê bi nivîs û beyanatê vî

îşî hel bikira, îdî di şeş mehan salkî me netîce digirt ez nizanim. Teqdîra Xweda bi awayeke din tecellî kir û ew çêbû.

- Ti îrada însana tineye?- Îrada însana jî heye elbet…- Ev serhildan ez zen nakim ku te bi serê xwe kir.

17Bihar2019

Page 18: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Hinik însanê ku berhevdan kirine di nav îş de hene.- Di nav vî îşî de ti kes tuneye, ne di hindir da ne

di derva da……

- We Dîyarbekir bistenda ewê çi bibîya?- … Meyê dunyayeke xweş ava bikira gerçê bi

qasî zemanê Pêxember jî nebûya.- Hun te’bîra fethê bi kar tînîn û di mektûbê xwe

da li ser îmza xwe “Emîrûl Mûcahîdin” dinvîsîn, bi vîya hun çi qest dikin?

- Ji wî navî paşê min îstîkrah kir û poşman bûm. Di şûna wî da, “Hadîmûl Mûcahîdîn” nivîsand.

… - Piştî ku we Dîyarbekir bistenda, we dixwest ku

hûn Qirallixa Mûsteqîl Kurdîstan ava bikin?- Qirallixê em nizanin. Meqseda min bi tenê ev

bû ku em Hukûmeta dîn tatbîq bikin. Kurdis-tankî xweser hîç nehat hişê min.

… - Kesê li Îslamê şûr dikşîne ew ne Îslame. Ji vê

hedîsê xebera te heye?- Wana dev ji hûkmê Îslamê berdabûn.

… Mehkemê bi vî awayî dewam kir. Şêx Se’îd digel

47 havalên xwe, li gorî rojnamê roja 29/06/1925an “Rojek berê si’et di 2:00yê de ya bi qerara mehkema Şerq Îstîklalê hatin daleqandin.3”

Wekî ku di jor de jî derbas bû, di îfadê Şêx de tiştnê hatine zanîn di heqê qiyamê de ew qebûl dike. Wekî din di heqê qiyamê û kesê ku piştevantî jê re kirîne de agahîyan nade mehkemê. Lewra parastina şêx siyasî ye. Loma mehremê qiyamê veşarî dimînin. Qebûlkirina hevdîtina Seyîd ‘Ebdulqadîr û Şêx ‘Elî Riza ya li Îstenbûlê hatibû zanîn, ketibû çapemenîyê. Ji xwe Seyîd ‘Ebdulqadîr di wî zemanê kin da hatibû bindestkirin û digel Xalid Begê Cîbîrî pir bi ‘ecele hatibû ‘îdamkirin. Ew şehîdê wê de’wa mûbarek yên ‘ewil bûn. Xweda me ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.

3 Hasan Hüseyin Ceylan, Cumhuriyet dönemi din-devlet ilişkileri, Cilt 1, S. 390-395; 28 temmuz 1925, Şark Îstiklal Mahke-mesi karar defteri.4 Değersiz dallarda asılmama pervam yoktur benim, Muhakkak ki Mücadelem Allah ve din içindir.5 Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet ilişkileri, Cilt 1, s1. 395; Hakimiyet i milliye, 2 temmuz 1925

6 Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi, s. 283

GOTINÊN ŞÊX SE’ÎD YÊN DAWÎYÊ Daleqandina 46 hevalên Şêx li ber çavê wî

temamkirin. Dixwestin bi vîya jî ‘ezab bidin Şêx. Di dawîyê de Şêx birin ber sêdarê û celada jê pirsî; “Gotinekî ku tu bêjî heye?” Şêx li hember wê pirsê gotina xwe ya paşî bi dev negot. Xwest ku bikeve tarîxê û ew kesê ku di pey wî ra werin heqîqeta de’wa wî bi ifade û gotina wî bizanin. Lewra di dirêjîya mehkemê da fam kiribû ku hukumet dixwaze meqseda de’wa wî ya mûbarek veguherine. Kâxiz û qelem xwest û wiha nivîsî:

“Ji daleqandina bi van gûlîyên bêqîmet de tirsa min nîne

Mûheqqeq mucadela min her jibo Xweda û dîn ê.4” (28 Hezîrana Sala 1925ê Miladî, Muhemmed Se’îd Palewî el-Amedî5)

GOTINÊN DAWÎ YÊN SALIH BEGÊ HÊNÎ Li ber sêdarê gotina dawî ya Salih Begê Hênî

bi şi’rekî pirr bi me’ne derbas dibe. Em wê şê’ra wî li jêr teqdîmî xwendevanan dikin ku ew şi’r weha ye:

“ Gerçi enzar-i ehibbadan dahi dûr olmuşuz, Rahmeti mevlaya yaklaşmakla mesrur olmuşuz.

Hak yolunda müflis u hane-harab olduksa da, Bu harabiyetle biz manada ma’mur olmuşuz.

Ehli hakkiz, korkmayiz idamdan berdardan, Çünkü te’yidi ilahi ile mensur olmuşuz.

Hâkimi Mübtil yedinden madrubin olduksa da, Emri Hakla şarri gara hakkini ifaya memur olmuşuz.

Kul bize zulmen mucazat etse de perva etmeyiz, Şüphemiz yoktur ki, indillahta me’cur olmuşuz.Salih’im, ehl-i salahim, dine can kildim feda, Lütfü hakla taşnegan-i ab-i Kevser olmuşuz.6”

18 Bihar2019

Page 19: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

KESÊ HATIN DALEQANDIN NAVÊ WAN EV IN“Di şeva ku 28ê Hezîranê bi 29ê Hezîranê ve

girê dide de li ber destê şeveqê Şêx Se’îd û 46 hevalên wî li Meydana Dax Qapî hatin daleqandin. Navê wan kesan digel bernavkê wan bi temamî di qeydên sawcîyê mehkema Îstîqlala Dîyarbekir da derbas dibin. Bi şeklê ku di wan qeyda da derbas dibe emê li jêr navê wan kesan binvîsin

1- Reîsê serhildankara, Şêx Se’îd.Qûmandanê cephê Varto û Muşê, Şêx ‘Ebdullahê Melekanî.2- Reîsê ‘eşîrê kurê Halit, Kamil beg Toklîyanî, di

hûcuma Vartoyê de cîh girtîye.3- Birê Kamil Beg, Baba Beg.4- Qeymeqamê milîsên kevn, qûmandanê cephê

El’ezîzê, Şêx Şerîf.5- Qûmandanê înzibata Darahênê û amirê hiz-

met apaş, Faqî Hesen Fehmî. (Zanyarê Fiqhê)6- Ji reîsên serhildana navçeya Gêncê, Hecî Sadiq

Begê Valerî.7- Xebatkarê cephê Palo, El’ezîz û Çabaxçûr ewê

ku li ser navê dijrabera îdara Çabaxçûr bi dest xist, ji reîsa Şêx Îbrahîmê Çanî.

8- Xebatkarê cephê Xerpûtê, Şêx ‘Elî, li ser dijra-bera giranîya wî hebû.

9- Xebatkarê cephê Xerpûtê, Şêx Celal, li ser di-jrabera giranîya wî hebû.

10- Şêx Hesen.11- Qûmandanê milîsê ku çûn ser Dîyarbekir û

navçeya Licê Muhemmed Begê ‘Îzzet Beg, ji Xerîb.

12- Mustefa Begê Hênî.13- Salih Beg.14- Şêx ‘Ebdullahê Çanî15- Şêx ‘Ûmer.16- Şêx Ademê Hênî, di tekya xwe da ji bo ser-

hildanê hevcivîn kir.17- Qûmandanê înzibatê navçeya Madenê, Qedrî

Begê Madenî.18- Ji Pîranê Mele Mehmûd, temsîlkarê dijrabera.19- Şêx Şemseddinê ji navçeya Farqînê.

7 Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet İlişkileri, Cilt 1, S. 373-375

20- Şêx Îsma’îlê Termilî, propagandekarê dijrabera.21- Şêx ‘Ebdullatîfê Termilî22- Melle Emîn ji Belîkan.23- Hesen Begê Kurê Salîh Begê Hênî.24- ‘Ereb ‘Ebdî.25- Muhemmedê Xelîlê Qargapazarî, bi tevî sed

sûwarîyê xwe girt ser Vartoyê.26- Kurê Hesen Suleymanê ji Şînîk, heval û kâtibê

Şêx Şerîf.27- Mamostê gund Mele Cemîlê ji ‘eşîra Musyanê28- Suleymanê Umerê Hesinkar, reîsê ‘eşîra Az, bi

tevî ‘eşîra xwe tevlî serhildanê bû.29- Kurê Şerîf Sûleyman30- Kâtibê Faqî Hesen, Tahir31- Mehmud Begê Kurê Mistefa Begê Hênî32- ‘Elîyê Şêx Musa, li Vartoyê bi Şêx ‘Ebdullah re

dişixulî33- Hacî Xalitê Bolikan34- Tîmur Axayê Dîyadîn35- ‘Ebdulletîfê Kamil Begê Xinûsî36- Muhemmedê Mûşî37- Sûleyman Beg38- Behrî Beg39- Şêx Cemîlê Zorabad40- Yusûfê kurê Suleymanê Çebexçûrî. 41- ‘Elî Babanê ji ‘eşîra Yamaç42- Xalitê Qargapazarê. Bi Şêx ‘Edullah re Xebitî43- Tahirê kurê Muhemmed44- Teyîb ‘Elî, midurê Nehyê45- Huseyîn Hîlmî, Qeymeqamê Çebexçûr.46- Çerkes Cendirme Hemîd, kurê Ûsivê xizmet-

karê Şêx Se’îd.47- Hesenê kurê Salih, ‘Umrê wî hê 11 sal bû. Ji ber

biçûkîya wî cezayê ‘îdamkirinê ji ser wî rakirin, 10 sal cezayê hepsê danê de.7”

Xweda rehm û kerema xwe li teva ke û me jî ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.

19Bihar2019

Page 20: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Bi Nêrînek Din Li Efsana

KAWA Û DEHAKÊ ZALIM✍ Abdulbaqî BOTÎ

20 Bihar2019

Page 21: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Şevên zivistanê tarî û sar bûn. Belê gundiyan şevên xwe bi çîrok, hîkaye, sitran û helbestan ronî û germ dikirin. Ji xwe çaxê yekî xerîb li mala gundi-yekê dibe mêvan, paş şîvê tevê zilamên gund li wê malê dicivîyan û dixwestin ji mêvanê malê çîrok, hîkaye, stran û helbestên nû guhdarî bikin.

Gundê me li ser rêya karwan û bazirgana bû. Bi vê rêyê bazirgan ji hidûdê binxetê dihatin û gund bi gund diçûne ta hidûdê serhedê. Ew kesên bazir-gan, pirrê wan Torî û Ristaqî bûn.

Payiz bû, hewa sar bû. Zilamekî bazirgan ji hêla serhedê ve dihat li gondê me, li mala axayê gund bû mêvan. Cardin zilamên gund li mêvan civîyan da ku çîrok û hîkayeyên nû guhdarî bikin. Ev zi-lamê bazirgan jê re digotin Hesenê Etar. Hesenê Etar zilamekî zana û serwext û serpêhatî bû. Pirr geriya bû û pirr jî çîrok dizanîn.

Ev hîkaye û çîroka “Gêwoyê pêlewan û Zehakê Zalim” wê çaxê bavê min ji Hesenê Etar guhdarî dike. Belê paş hingê çend cara ev hikaye min jî ji bavê xwe guhdarî kiriye.

Bi rastî ev çîrok carna bi sitranî, carna bi sirûdên qehremanî û carna jê bi kul û kovan dihate ziman.

Hikaye bi kurtahî eve:GÊWOYÊ PÊLEWAN Û ZEHAKÊ ZALİMWelatekî şên û xweş, xwedî çiya û zozan û deşt;

xwedî robar û çem û kaniyên sar. Li zozan û deştên welêt, kerî û celebên pez lê diçêrîn. Welatekî aram, herkes li ser îş û karê xwe. Û her yek ji yê din êmin.

Li wî welatî ciwanekî maldar û zana hebû, navê wî Darab bû. Darab bonî bazirganî û tîca-retê karwanê xwe radike û welat bi welat digere. Şevekê li rê de cerdevan êrişê didine ser karwên û hevalên wî tev têne kuştin, mal û talanê wî jî tevê hildidin dibin. Darab tenê bi zorê canê xwe xelas dike û bi rev berê xwe dide çiyê. Şev tari ye belê çaxê ji cerdevanan êmin dibe, rûdine û bêhna xwe dide û ji xwe re dibê “ev çibû hate serê min?”

Darab sibehê radibe û bi dilekî kul berê xwe dide mal. Belê ji birçîbûnê, bê mecal dikeve. Li derûdorê digere, rastî gundekê tê. Li gund ava-hiyek mezin dibîne û diçe destê xwe li derî dixe. Ciwanekî derî vedike ew jî dikeve hundir. Dibîne ku

zilamekî îxtiyar çend ciwan li dorê kom bûne. Ew jî selamê dide û li cem wan rûdine. Zilamê îxtiyar pir-sa halê wî dike, ew jî serpêhatiya xwe jê re dibêje. Paş hingê dibê ez birçî me ji kerema xwe xwarinekê bidine min. Paş xwarinê dixwaze here, belê zilamê ixtiyar dibê na; tenê nabe tû herî. Çend roja sebir bike, karwan di vê deverê re derbaz dibin; çaxê karwanek hat, digel wan tû jî vegere welatê xwe.

Zilamê îxtiyar, her roj ji sibehê heta êvarî ders û nesîhet li civaka xwe dikir. Darab jî rûdinişt guhdarî ders û şîretên zilamê ixtiyar dikir. Zilamê ixtiyar ji Xuda, ji Peyamber, ji Cennet û Cehennemê behs dikir. Ji başî û xerabiyê behs dikir. Gotinên vî zilamê ixtiyar, tev xweş û bi hikmet bûn.

Darab ji vî zilamê ixtiyar pirr hez dike û bawerî bi gotinên wî tîne û bi baweriyek qewî dibe bawer-mend.

Paş çend roja karwanek li wê deverê datîne. Zi-lamê ixtiyar dibêje: “Darab; eva karwanek hat û bi bal welatê te ve diçe, vêca tû dixwazî here.”

Darab, ji zilamê ixtiyar re dibêje; “min ji te pirr hez kir. Te rêya min ronî kir. Ez kor bûm te çavên min vekir, ez dixwazim tim di xizmeta te de bim.”

Belê zilamê ixtiyar dibêje; “na, ger dixwazî xiz-metê ji min re bikî, xizmetê ji vê baweriyê re bike. Çaxê tû gehiştî welatê xwe, li wê derê baweri-ya xwe aşkere bike û însanan da’wetê riya heq û baweriyê bike.”

Darab çaxê ji zilamê ixtiyar xatir dixwaze, zi-lamê ixtiyar çend rûpel ji nava pirtûkekê derdixe û têxe destê Darab de. Û dibêje; “evana ferman û emrên Xudane, ji Peyamberê me re hatine şandin. Kesên bawermend lazime gorê van emr û fer-manên Xuda jiyana xwe bidomîne.” Darab, radihê-le wan rûpela, maçî dike û datîne li ser serê xwe û wiha dibêje; “ez soz û peyman didime ger serê min jî here ezê bonî vê baweriyê xebat bikim”...

Darab çaxê vedigere welatê xwe însana bi vî dînî haydar dike. Ji ciwanên feqîr û bindest heval jê re çêdibin û dibine bawermend. Ji xwe eşkere îş û karê xwe bi rê dibirin, belê hinek xêrnexwaz li bal hikumdarê welêt gilî û şikayeta wan dikin. Hi-kumdar evan bawermenda teva dicivîne û ji wana vî dînê nû û baweriya wan pirs dike. Darab, hikum-

21Bihar2019

Page 22: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

dar bi vî dîn û baweriyê haydar dike û dixwaze ew jî baweriyê bîne û bibe ji bawermenda. Belê hikum-dar, quretiyê dike û hêrs dibe û evê tevgerê jî ji xwe re bêrêzî dibîne û teva hepis dike. Hinek giregirên welêt mehdera van ciwanan dikin û Zehak jî bi şertê dev ji dînê xwe berdin, teva ji hebsê derdixe. Belê çaxê ji hepsê dertên, cardin dicivin û dest bi karê xwe dikin, belê bi dizî û xef. Bivî awayî roj bi roj bawermend zêde dibin. Û Zehak jî ji bonî selteneta xwe vê tevgerê xeter û talûkeyekî mezin dibîne.

Zehak giregirên welêt kom dike û ji wana ça-reseriyê dixwaze. Kesên zana û bi aqil ji Zehakî re wiha dibêjin: “Em bawerin tu zirara wan ji me re nîne û bihêle bilanî bi baweriya xwe bijîn.” Belê çawan li her deverê ewan û fesad henin, li wê derê jî fesad henin û bi gotinên xwe serkeftî dibin û Ze-hak tînine xezebê. Yek bi yek bawermend hepis dikin û kesên ji baweriya xwe venedigeriyan, serê wan jê dikirin. Bi vî awayî her roj yek bi yek bawer-mend, dihatine qetilkirin.

Her çi bawerîanîn talûke be jî belê her diçe bawermend zêde dibûn, lewra êdî herkes bawerî di-kir ji zilma Zehakî ev bawerî tenê wê wan xelas bike.

Gêwo, pêlewanek jîr û jêhatî bû. Û serleşker û şêwirmendekî Zehak bû. Ê herî dijmintî ji vê bawerî û dînê nû re dikir jî, yek jê Gêwo bû. Belê Gêwo di mala xwe de bê hizûr bû. Lewra lawê wî jî bi vî dînê nû bawerî anîbû. Bi rojan Gêwo li ber lawe xwe dide, belê lawê wî ji baweriya xwe venagere. Gêwo diza-ne ku Zehak ji baweriya lawê wî haydar bibe, ji bona wan talûke û xetereke mezin e. Bi vê tirsê Gêwo bi xwe gilîya lawê xwe li cem Zehak dike. Zane ku Ze-hak rewşa wan ji yekê din haydar bibe wê çaxê talû-ke mestir dibe û rêya mehderê jî namîne.

Belê çaxê Zehakê zalim guhdarî Gêwo dike, zêde hêrs dibe û cîda lawê wî derdest dike. Gêwo jî tenê ev law heye. Her çi mehdera lawê xwe bike jî belê Zehak qebûl nake û serê lawê wî jî jê dike, lewra ji baweriya xwe venagere.

Ev bûyer li Gêwo zêde giran tê û roj bi roj kîn û xezeba wî ji Zehak re zêde dibe. Dixwaze tol û hey-fa lawê xwe ji Zehakê zalim bistîne. Bi vê sedemê bi dizîkî têkiliyên wî bi bawermenda re çêdibe û ew jî bi baweriyek qewî dînê wan qebûl dike. Belê lazim

e destê xwe sivik bigre eger na paşê wê nekare tiş-tekî bike. Lewra eger Zehak bi baweriya wî haydar bibe, wê serê wî jî jêke. Ji xwe ji bilî Gêwo kesek din jî nikare nêzî Zehakî bibe ji bawermendan.

Gêwo bi bawermendan dişêwire û li ser vê pî-lanê biryar dide.

îşev hûn tev sîlehê xwe hildin û ji malên xwe dernekevin. Çaxê we dî herkes sîleh hildan û ji bajêr dûr ket, wê çaxê hûn jî sîlehê xwe hildin we-rin derûdora seraya Zehak. Û hinek ji we herin li ser vî çiyayê pêş bajêr çend devera agir pêxin û ji wê derê dûr kevîn. Ezê herim li cem Zehak û jêre bêjim; li gorî min agahî hildaye, ew kesên ji dînê te derketine û dijmintiya te dikin, niyeta wan heye êrîşeke mezin li te bikin. Ger tû destûra min bidî ez dixwazim hê wana êriş ne dayî ser me, em êrîşê bidine wan û wana yek carî ji holê rakin.

Gêwo bi vê pîlanê tê cem Zehak. Çaxê Zehak vê gotinê ji Gêwo dibihîse pirr kêfxweş dibe. Û dibê tû çawan dixwazî destûr ji te re. Gêwo dibêje; “li gor agahiyên min bihîstî, evana dil hene îşev tev li çiyê bicivin û derengê şevê yek carê êrîşê bidine ser bajêr û me teva bikujin. Vêca ez dixwazim tû ferman bike îşev her yek bi sîlehên xwe li derveyê bajêr amadebin. Û emê beriya wan êrîş bibine ser wana û wana ji holê rakin.”

Bi fermana Zehak her yek radihêle sîlehê xwe û li derveyê bajêr dicivin. Gêwo jî wana dike du beş. Her beşekê têxe bin emrê fermandarekê. Û ji bonî êrîşê amade dike.

Çaxê li çend devera agir dixweyê, Gêwo emrê hicûmê dide, belê dibê beşa ewil herin di paş çiyê de werin ser wan û beşa du jî di pêş de êrîşê bidin ser wana da ku kesek ji wana nekare bireve.

Bi vî awayî kesek karibe li hember Gêwo û çend kesên bawerî anîne bisekine û Zehak biparêze, di bajêr de namîne. Gêwo û çend bawermend ên bi sîleh hicûm didine ser Zehak û Zehakê zalim ji holê radikin.

Leşkerên Zehak jî li çiyê di tarîtiyê de hevûdu nasnakin û her du beş hatanî sibehê bi hevre şer dikin. Kuştî û birîndar pirr çêdibin. Çaxê derdor ronî dibe dinêrin ew bixwe bi hevûdu re şer dikin.

Paş hingê Gêwo rûdine ser textê Zehakê zalim û bi edalet hukum dike...

22 Bihar2019

Page 23: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

dîrok

dîrok bîrek e bi şikêrên tagirtî terman dihembêje pirî caran dema ku ahenga nalên hespan kur lê vedideçavê axîneke bi tiraf diterife diçê digel rûbareke ji xwînê olan dide di navîskeke tarî de

şikêr

şikêr û talan devî di devî de li termekî çalkirî digerin di wê mecdemînê de

hespên xwe dibezînin li ser nexşa êşêpîkol e her gavli kîjan şikêrê vegerim xwîsî dimîne di gewrîyê debrîn

û şopa xwînê xwe dighînê singûwêndi paxila keçeke xama de

û li berbejna jinên wan diçirisê hovîtîya wan

û xwîn hêjî ji qiloçên dehhakan dinuquteû diçê li dargerînka êşê divedê di vî nizarî de.

gelîyê zîla

sê çiq e dibêjinçiqek jê bekiran e û yek jê hemoyanû ê dî jî hecî dêran eû dayê dêran e û ne emane ji me re

ji talan û ker-manekê bi şûnde dibêjin her şikêr gornek e vedayî ye li ser dilê me dikelê di vî gelî deD

îrok

, şi

kêr,

brî

n û

gelîy

ê zî

lan

Jibo

ked

a m

ehm

et b

ara

n

23Bihar2019

Page 24: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

DI DEWRA HEMDANÎYAN DA

MEYYAFARQÎN✍ Hêvîdâr SE’ÎD

Ehmedê kurê Îsayê kurê Şêxê ji qebîla Şeyban, berî wefata xwe bajarê Amîdê kir bin hikumdarîya xwe. Û kurê xwe Muhammed kir walîyê Amîdê. Piştî mirina Ehmedê kurê Îsa, Xelîfe Mu’tezîd girt ser bajarê Amîdê. Bajar bi herbê zift kir. Lê Meyyafarqînê bi sulhê girt (h 286/m 899). Xelîfe Mu’tezîd, Fadilê kurê Îmran kir waliyê herêmê. Piştî mirina Xelîfe Mu’tezîd, Muktefî ket şûna wî. Piştî mirina Muktefî jî Razî bû xelîfe. Xelîfe Razî di sala 934an (h 322) da Se’îdê kurê Asim kir waliye Meyyafariqînê. (İbni Şeddad; 1, 160)

Dewleta Bîzansîyan, ev guhertina li ser herêmê, wek firsetek dît û zordestî û hicûmê xwe zêde kirin li ser herêma Meyyafarqînê.

DEWRA HEMDÂNÎYAN (H;292-394/M;905-1004)Di dewra Hemdanîyan da girîngîya siyasî ya

Meyyafarqînê çiqas diçû, zêde dibû. Xelîfe Muqtedîr di sala 318an a hicrî da (m 930), jibo îdarevantîya rojavayê Diyâr û Rabîayê û Nisêrbîn, Şengal, Xebûr, Meyyafarqîn û Erzenê, Nasîruddewle vezîfedar kir. Piştî ku Mûnis xelîfe Muqtedir kuşt, Qahîr Bîllah bû xelîfe û wî jî Nasîruddewle kir walîyê Mûsilê (320/932) (Gûner; “Nâsiruddewle”, TDVİA, XXXII, 402) Meyyafarqîn û Amîd jî bi Mûsîlê va girê dabûn. Di sala 333an a hîcrî da, Nasiruddewle birayê xwe Seyfuddewle ‘Êlî, kir îdarevanê Amîd û Meyyafarqînê. (Îbnî Şeddad, I, 161; Yınanç, “Diyarbekir”, İA, III, 608).

Seyfuddewle ‘Elî el-Hamdanî li Meyyafarqînê hatibû dinyayê. Li Helebê jî wefat kir. Cenazê Seyfuddewle birin Meyyafarqînê û li tenişta dayik û xwenga wî veşartin. (İbn’ul Esîr(1),IV,44; İbn Asakîr,II-III,24; İbn Tağriberdî,I,394; İbn’ul-‘Adîm,I,28; İbn Kesîr,XI

Seyfuddewle ‘Êlî ji sala 333an a hicrî hetanî

367an a hicrî wezîfedar ma li Amîd û Meyyafarqînê. Seyfuddewle ehemmîyet û hezkirineke bi taybet nîşanî Meyyafarqînê dida. Seyfuddewle sûrên wê tamîr kir, kelha kevin nûjen kir. Di zemanê wan da heşt (8) derê kelha Meyyafariqînê hebûn. Derîyê bi navê Meydan ji terefê Seyfuddewle da hatibû çêkirin. Hemdanîya nêzî derê Babul-ferah wel-xem, qesrek ji xwe ra çêkirin. Ev derîyê ku me behs kir li ser goşeyê wê yê ji qible va du hejmar fîgurê xem û ferahîyê hebûn. Fîgura kêf u ferahîyê ku temsil dikir, “zilamekî çepik lê dida” Fîgura hizn û xemmê jî ku temsîl dikir, “zilamekî tehtek dabû serserê xwe” (İbn Şeddâd, I, 156-163). Seyfuddewle ku gava dihate serdana bajêr, li wê derê dima. Seyfuddewle bi anîna şebekeyek nû av li bajêr bela kir.

Meyyafarqîn di dewra Seyfuddewle da ji aliyê çand û edebiyat û huner û ‘îlm û îrfanê va jî gelek pêşda çûbû. Ye’nî di dewra wî da bajar bû navenda zanist û çandê. Meyyafarqîn bûbû qonaxa gelek şa’îr û ‘alîm û wa’izê navdar. Ji vana yên navdar ‘Ebdurrehîmê kurê Nubate, Qadî Ebûbekirê kurê Qarîa, el- Mutennebî û Ebû Fîras bûn. Ev kes ji civata Seyfuddewle yên li Meyyafarqînê bûn. El- Mutennebî helbestek şînê li ser ‘Ebdullahê kurê Seyfuddewle nivîsand bû. Ew helbest di nav lîteratur û edîban da meşhur bû. ‘Ebdullahê kurê Seyfuddewle di sala 338/949an de li Meyyafarqînê wefat kiribû û li vir kiribûn goristanê. (İbn Ezrak;113-İbn Şeddad 77-78)

Di dema îdareya Seyfuddewle de Cizîr misêwa di bin êrîşên Bîzansiyan de bû ku bergeha axa wê digihîşt heta Amîdê. Mislumana jî li hember van hicûmê Bîzansiyan bersiv didan. Lê belê jiber ku yekîtîya Mislumana tunebû, ev bersiv ji êrîşan re bêqîm bû. Bîzansiyan gelek car êrîş dan ser herêma Meyyafarqînê. Seyfuddewle di sala 345an a hicrî di

24 Bihar2019

Page 25: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

meha Recebê da girt ser welatê Rûman. Bi hêz û quweteke mezin. Bi vê seferê gelek xewf û tirs kire

dilê wan û bi xenîmeteke mezin zivirî Meyyafarqînê. (İbn Esir(1), IV,27; İbn Kesir,XI,261)

Bizansîyan di sala 346an a hicrî de êrîşek birin ser herêma Meyyafarqînê. Herêmê talan û tajan kirin. Seyfuddewle li dijî van êrîşê Bîzansiyan sekinî û bersivek bi hêz û quwet da. Gelek leşkerê Bîzansiyan kuştin û gelekî dîl girtin. Bi serê Bîzansiyan da tiştê ku xeyal nedikirin anîn. (İbn Tağrîberdî,I,397; Tokuş,s,63)

Xwînmij û pozneşewîtiyê Bîzansiyan di sala 354an a hicrî de dîsa êrîşek birin ser herêma Amîdê. Der û dorê Amîdê talan û tajan kirin û piştra bi ser Meyyafarqînê da meşîyan. Lê belê pêlewanê Meyyafarqînê Seyfuddewle berya Bîzansî werin herêmê, wî tedbîra xwe girtibû. Seyfuddewle bi artêşa xwe li cîhekî ku Bîzansî texmîn nedikirin, kemînek li pêşîya wan danîbû. Wexta artêşa Bîzansê hat, wek teyrê baz êrîşî ser wan kirin. Artêşa Bîzansê tarûmar kirin. Bîzansî bi êş û elem mecbûrî zivirîn welatê xwe. (İbn Haldûn,IV,241; Yinanç, “Diyarbekir”,İA,III 609; Tokuş, s, 69)

Îdarevanê Mûsilê birayê Seyfuddewle bû. Navê wî Nasiruddewle bû. Nasiruddewle li ser dana qezanca bacê, bi emîrê Buweyhîya ra bey’at kiribû. Di sala 347an a hîcrî, di meha Muharremê da ji ber Nasiruddewle qezanca bacê nedabû, emîrê Buweyhîya Muizzuddewle jî girt ser Mûsilê. Nasiruddewle jiber êrîşê revîya û çû Meyyafarqînê ba birayê xwe Seyfuddewle. Serokê Meyyafarqînê digel pêlewanîya xwe, sîyasetmedar bû jî. Di

navbeyna birayê xwe Nasiruddewle û emîrê

Buweyhîya Muizzuddewle da navbeynçîtîyê kir. Di

salê da bi qasî 2.900.000 dirhem Nasiruddewle wê

bide Muizzuddewle di nav wan da silh çêkir. (İbn Kesir, XI, 264)

Piştî mirina Seyfuddewle, Meyyafarqîn bû

perçeyek ji Diyarbekir û ket destê walîyê Mûsilê

Ebû Texlib el-Xezenfer. Di demekî da Ebû Texlib

di şerrê di nav Buweyhîya da jibo padîşahîyê

li hember ‘Edûduddewle alîkarî û piştvanîya

Bextîyar kir. Di vî şerrî da ‘Edûduddewle biser ket

û Bextîyar hat kuştin. Jiber ku Ebû Texlib alîkarîya

Bextîyar kiribû ‘Edududdewle bi ser Mûsilê ve girt.

Ebû Texlib bi hatina Edududdewle malbata xwe

hilanî û revîya. Di ser Nisêrbînê ra çû Meyyafarqînê

û ji wir jî bi alîyê Bedlîsê va çû. ‘Edûdudewle

fermandarekî xwe bi navê Ebûl Wefa Tahirê kurê

Mihammed bi dû xist. Ebûl Wefa wî neqefalt û zivirî

hat Meyyafarqînê dorpêçk kir. Ebûl Wefa bajêr zeft

kir û sûr û kelha bajêr nûjen kir. Li ser sûr û kelha

bajêr navê ‘Edûdudewle nivîsand û Ebû ‘Elî Hesenê

kurê ‘Elî kir walîyê bajêr. (İbn’ul-Esîr(1),IV,78-79; İbn Kesîr,XI,330; İbn Şeddâd,I,163; Minorski, “Meyyâfâriqîn”, İA,VIII,198; Savran, “Meyyâfâriqîn”, TDVİA,XXIX,511

Di nivîseke din da emê bixêr behsa Merwanîya

bikin. Bimînin di xêr û xweşîyê da.

25Bihar2019

Page 26: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Cevdet KARAMAN

Gelî xwendevanên delal! Eger Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê nivîsa xwe de bi kurtî behsa jiyana Feqîyê Teyran bikin û du wersîyonên sitrana wî ya bi navê Sînemê teqdîmî we bikin ku ev sitran di warê dengbêjîya wî de wek mînakek balkêş e.

Her wekî ku tê zanîn Feqîyê Teyran di nav hel-bestvanên Kurd ê serdema kilasîk de kesekî herî berbiçav e ku helbestên wî di nav gelê Kurd de herî bêtir belav bûne. Ji ehlê medresê bigre hetta den-gbêj û civatên gunda helbestên wî di her meclîsî de hatine xwendin. Hinek ji wan li ser zarê gel gu-herîne. Gelek menqibe û xatiratên Feqî ta nuha di meclîsan de tên xwendin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku xeyr ji Feqîyê Teyranê kilasîk me Feqîyeke folklorîk û dengbêj jî heye. Lê herdû jî heman ke-sin. Kurtejîna Feqîyê Teyran wihareng e:

Feqîyê Teyran teqrîben di navbera salên 1561-1563yê miladî de li bajarê Miksê li gundê Werozûzê hatiye dinê. Navê bavê wî Şêx ‘Ebdullahê Miksî ye. Digel ku hinek kesan nîsbeta wî bi bal mîrektîyê ve kirine jî halê hazir di vî warî de agahîyên bi delîl li ber destê me nînin.

Li gorî hinek çavkanîyan Feqîyê Teyran ji ehlê Hekarî ye. Malbata wî ji wir hatine li Werezûzê bi cîh bûne. Ji xwe Werezûz di wê demê de bi Hekarî ve girêdayî bû. Kesên ku nîsbeta wî bi bal Hekarî ve kirine leqeba ku Feqî di helbestên xwe de wek “Mîm û Hê” bikar anîye wek delîl qebûl kirine û go-tine ku di vir de mebest ji “Mîm û Hê” Muhemmedê Hekarî ye.

Di çavkanîyan de hatiye beyankirin ku Feqîyê Teyran cara ewil li Miksê di medresa Mîr Hesenê

DENGBÊJÎYA FEQÎYÊ TEYRAN ÛDU WERSİYONÊN SITRANA SÎNEMÊ

26 Bihar2019

Page 27: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Welîya de xwendiye. Paşê çûye Finika Botan û li wir xwendiye. Ji wir jî çûye Cizîrê xwendiye. Li Cizîrê wî û Melayê Cezerî hev nasikirine û bi hev re helbest xwendine.

Feqîyê Teyran di helbestên xwe de mexlesa “Feqî, Feqîyê Teyran, Mîm û Hê, Meksî, Muksî, Mik-sî, Mihemmed” bikar anîye. Ji bil van mexlesan wî di helbesteke xwe de jî leqeba Hemzo bikar anîye. Ji bo ku bêtir ji Teyran hes kiriye û di helbestên xwe de bi teyran re şitexiliye di nav gel de herî bêtir wek Feqîyê Teyran hatiye naskirin û mexlesa wî ketiye pêş navê wî. Di vî warî de di folklora Kurdî de ge-lek menqibeyên Feqî hene. Rîwayeteke efsanewî ew e ku di wexta xwe de Teyrek hebûye, kî ku biba hevnasê wî teyrî digîha evîna heqîqî. Hem dibû welîyek kamil û ji zimanê hemî ruhberan fêm dikir, hem dibû hevalê teyran. Feqî jî rojekî rastî vî teyrî tê û heyata wî diguhere. Elametê welîtîyê lê peyda dibin, di heman demê de ji zimanê teyran fêm dike û bi wan re diştexile. Dîsa piştî dîtina vî teyrî Feqî fêrî zimanê tebîetê jî dibe, bi tebîetê re nexasim bi avê re diştexile û helbestan li ser dihûne.

Em ji berhema Feqîyê Teyran a bi navê Şêxê Sen‘an fêr dibin ku ew di warê tesewufê de li ser şopa Ferîduddîn ‘Etarê Nîşabûrî meşîyaye. Wî di vê berhema xwe de diyar kiriye ku kes bê murşîdekî nagîje mexseda xwe welew pêncî car çûbe hecê, weyaxud şev û roj bi îbadet ve meşxûl be.

Feqîyê Teyran di berhemên xwe de zimaneke herikbar û sade bikar anîye. Ev jî bûye sebeb ku hem helbestên wî di nav gel de belav bibin, hem jî bên fêmkirin. Em dikarin wî wek dengbêj, çîrokbêj, dîrokzan û destnûs bidin wesifandin. Lewra wî di van babetan tev de berhem hûnandiye.

Di warê dengbêjîyê de Sitrana Sinemxanê bi bal Feqîyê Teyran ve tê nîsbetkirin ku ev sitran bi naveroka xwe dişibhe helbesta wî ya bi navê “Îro Werin, Lêzim Werin Cîran Û Xelqê Hêşetê”

Rîwayet ew e ku Feqîyê Teyran ev sitran û ev helbest li ser wefata evîna xwe hûnandiye. Dîsa di nav helbestên kilasîk de helbestek bi navê Beyta Sînemê weyaxud Çerxa Felekê heye ku naveroka wê zêdetir dişibhe sitrana Sînemê. Weyaxud sitra-na Sînemê dişibhe Beyta Sînemê. Feqî di vê beyta

Sinemê de wihareng wesfê Sînemê dide:Sînem heyva nûrîn e, şewqê daye ummetêGerden şûşa hêşîn e, noxte noxte xal ketêHer kî Sînem bibîne, bê şek diçit cennetêJi van beytan û sitrana Sînemê tê fêmkirin ku

Feqî gelek evîndarê Sînemê bûye. Di warê evîna Feqî û Sînemê de di nav gel de rîwayeteke efsa-newîya wihareng heye:

Tê gotin ku Feqîyê Teyran di xortanîya xwe de ji bo xwendinê tê bajarê Hîzanê. Dema ku Feqî diçe serê kanîya Hîzanê di nav avê de silueta destê ke-çekî dibîne. Şewq û şemala wî destî zêde bala Feqî dikşînin. Tîra eşqê li dilê wî dixe. Tîrojên evînê dilê wî diqerqilînin. Dema Feqî diçe mala Mîrê Hîzanê ê bi navê Cîhangîr Axa keçeke li wir avê bo Feqî tîne. Ecêbeke giran li wir çê dibe. Destê ku şewq û şemala wî li avê dabûn destê vê keçikê bi xwe bû. Edî Feqî ji hiş diçe. Evîna xwe diyar dike. Sînem jî dibe aşıqê Feqî. Lê mîr naxwaze keça xwe bide Feqî. Loma ji bo ku serê Feqî di oxira evînê de win-da bike berê wî dide riya çûn nehatê. Mîr ji Feqî re dibê:

-Eger tu dixwazî bi keça min re bi zewicî lazim e tu biçî Misir û ji wir kiraseke mirwarî bo keça min bînî wek diyarî. Naxwe xeyr ji vê ne mimkûne ku tu bighê mexseda xwe. Ji ber vê yekê ye ku Feqî di beyta Sînemê de dibê:

Ez Hîzanê dihebînim zêde taxa QenterêAlim, Mela li medresê hezar mal dane defterêÎsal sala xêrê bû miraz hatibû hasil bûnêFelekê çerxek lê da mîr berê me da seferêMexseda mîr a bi emrê seferê di rê de miri-

na Feqî be jî Feqî naçar berê xwe dide xurbetê. Rêwîtîya Feqî çend roj û çend meh domîya ye em nizanin. Piştî çûna feqî derdê evînê dilê Sînemê di-helîne, roj bi roj Sînem dihele. Heta ku Feqî kirasê mirwarî peyda dike û vedigere bajarê Hîzanê, Sî-nem ji derdê evînê wefat dike. Dîtina feqî û Sînemê a li vê dinê li ser dîtina yekcarî dimîne.

Dema ku Feqî tê Hîzanê ewil rastî xort û ciwa-nan tê. Feqî ji wan pirsa hal û ehwal û hewadîsên piştî çûna xwe dike. Xort jê re dibêjin ku Sînemê wefat kiriye û nuha hewarîyên wê tên û diçin. Li ser bihîstna vê hedîsê aqil ji serê Feqî dipeke, Feqî di

27Bihar2019

Page 28: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

nîvê şevê de raste rast diçe ser meqbera Sînemê, her du destên xwe li kêlikên meqberê radipêçe, ji êvarê heta ber destê sibê beyt û sitranan di nuhurî-ne. Li gorî rîwayeteke efsanewî ya di nav gel de gula bi navê Sînem bi ava hêstirên çavê Feqî vedikşê û şîn dibe. Lewma gel îdî navê gulê dike Gula Sînem.

Nalîn û zarîna Feqî bi meha didome. Rojek ji ro-jan di ber destê sibê de Feqî di xew re diçe. Di xewê de derwêşek wî agahdar dike ku hevgihîna evîn-darên heqîqî li ser ‘emelê salih li axretê mimkûne. Li ser vê xewnê dilê Feqî vedipesire û Feqî Terka Hîzanê dike diçe Cizîra Botan dighê Melayê Cezerî.

Hevaltîya Feqî û mela li wir bi sala didome. Piştî wefata Sînemê gelek beyt û sitran li ser

Sînemê ji Feqî li paş dimînîn. Hinek ji wan beytan li ser devê dengbêja diguherin hinek jî wek xwe dimînin. Lê em nuha nizanin kîjan guherîne, kîjan jî wek xwe mane.

Li vir em dixwazin du wersîyonên sitrana Sî-nemê ji zarê du dengbêjê serhedê teqdîmî we bi-kin. Yek ji wan Mihemedê Canşa, yê din jî dengbêjê navdar Reso ye. De kerem kin em bi hev re guh bi-din dengbêjê xwe bila bo me evîna Feqîyê Teyran bi nuhurînin.

1. WERSÎYONA YEKEM

Sîneee….mDi riya Xwedê deGidî çuqas qewax heneTemam hîkmetê di Xweda ne

Sînem rabe Ez bi heyran tu sêr bike ca li van qewaxaHeya êvarê kokê wan di erdê daSerê wan bi şêrge neEz îro çendik û çend roye Çavê xwe digerînimDi bajarê Miksê de Bejna te nabînimTu gazin û loma ji min nekîHer çi li jêr têne serê canik û camêraTemam li jor nivîsî neYazî w qedera Xweda ne Sîneeee….m Gidî Sîneeee….m

Sinem îroJi bona te dihebînimEw bajarê Miksê Mehella ku salê carek lê dibe biharLe di bextê we da me Gidîno rabin sêr bikinJi êvar da ba lê dixePelê binevşa werdigerîne

Davêje ser pelê darEz digerim bejna Sînema xwe nabînimSînem gere tu gazinû loma ji min nekîMin nizanîbû feleka min û te xayîneDîtina min û sînema min kire yek car

Di rêya Xwedê SînemJi bona te dihebînimEw bajarê MiksêMehella ku min herfeke dîyeHerfa Hîm û Cîm li naveGele malî gundînoDi bextê we da meGerdenlixa Sînema minBala xwe bidê bi zîv û zêr kil daneJi êvar de xwe berda ser sedrêGirt perde û xunav eÎro çendik û çend ro yeDi bajarê Miksê da Digerim nagerimSînema ha haaaaaa…. Xwe nabînim

Sîne…mTe nego Feqî gune yeMala te mîrat be Yeka te di bajarê Miksê de Anîye serê minGune be mînanî masîyê di binê behra de

28 Bihar2019

Page 29: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Salê carek ax bike Ji bonî xatirê qurçek ave

Bê Sîneeee…mÎro ji bona te dihebînim Ew bajarê MiksêMehella ku salê carek bist û şeş eGelî malî gundînoSibe bû di derê hucra feqîyan re derbas bûmMin dî ji gavê din deJi xwe re dinvîsî cotek kêlik û ferş eMin nizanibûSînema min ewqas bedhal û pirr nexweş eEzê rabim herim ji bona Sînema delalLi bajara Miksê da Xwe bavêjim ber bextê mişkan û maranBibêm ez di bextê we da meDi qebra reş û tarî daJi boy xatirê minXirab nekin bejna Sînema delalÇavê belekHeywax li miii…n biryê reş e

Sînem hey mal mîrat Îro sal ku heye donzde meh e

Ji wan donzde meha Di hebînim herdû royên ‘ErefatêMin dî ciwabek ne bi xêrê dane minGo lo malmîrat rabe Sînema teDi bajarê Miksê nexweş e Ketiye sekeratêEz hatim ji bona Sînema xwe ya delalMin bala xwe da bejnêEzê korayê bi herdû çava da hatîMin dî çavê reş u belek ketî ber wefatê

Sîneee….mWele tu şêxê min îEz mirîdê te meTu seydayê minî ez suxteyê te meDi meha Remezanê deBizanibe ez fitra ber serê te meÎro çendik û çend royeDi bajarê Miksê de Sînema xwe nabînimGazin û loma ji min nekinEz rebenê Xwedê bi şevê li dû Sînema xwe ya delalDaîm şîwar û situxwar imHeywax li min Ez şerpeze me

2.WERSÎYONA DUYEM

Sînee…mHe hûyî hûyî hûyî…Heyran sibe yeEz narim bajarê Hîzana bira bişewite Ji dilê min û te raBajarekî çiqasî xweşe

Reben eziii… mA hay hûyî hûyî hûyî…Sibe ye min dîDigotin du gul sor bûne Di baxçê mala bavê Sînemxana min daXwedê Rebîyo Gelo li ser rengê vê menekşê

Reben eziii… mBelkî Xaliqê ‘alemê Li dewrana dinyayêXera bike xizaniyêTunebûna dinyalikêBerê min kete welatê xerîbê xerîbistanaEz evdalê XwedêHeta ku jêlî vegeryam dihatimHeval û hogirê minHatin pêşiya minJi min ra di gotinLo lo te xêr ji bazara xwe nedîtoWeyla bêje gelo te bê qederoHewar XewdêHeyla îro di kavilyê gunda da çendeDîsa Sînemxana te nexweş e

29Bihar2019

Page 30: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Ez evdalêêê… XwedêJi wê derê vegeriyamRabûm çûme derê hucra melan feqîyaMin go ez ketime ber bextê we û XwedêHûnê niviştekî bikinJi Sînemxana min raJi cuzya ‘EmayêJi sûretê Îlafê Qureyşê

Reben ezim Temmamê melan û feqîyanQuran û kitêbê Xwe girtinDane ber xwe Tê da dixwendinGelo erş bi erş eEz evdalê XwedêDi xemê da bûmMin bala xwe dayêXeberçîya ji min ra Xeber anînDigotin heyla bibêje malmîratoTe xêr ji bazara xwe nedîtoSînemxana te wefat kir

Reben eziiii… mJi min ra digotin Sînemxana te wefat kirMin go kullû nefsû zaîqatul mewtMirin emrê Xwedê yeSînemxana min Dane ser tenşoyê dişûştinKirne nava kefen Dane ber şimêlaHewara xwedêDane ser daran û darpiştaBirin çûn dahiştin qebreke reş û sara jê di tarîTelqîna mele xelas bûTemmamê musulmana Ji ser meqbera Sînemxana min ku vegerîyanEzê li ser mezelê Sînemxana xwe sekinîmReben ezim min bala xwe dayêMin dî du milyaketê rehmêJorda dihatin xwarêLe min go ez ketime ber bextê we û XwedêHûnê temînkî bikin li mişkan û mara

Bira xirav nekinQedd û qametê bilindê jê di temamVê sibengê cot eqrebê jê di reşe Rabe Sînem

Hela rabeeee…Sînem heyran rabeÎro ez di bextê te meHewara Xwedê ca bêjeGelo tû dîwanîEz çubuxçê li ber te meTu baxî ez bilbilê li nava te meHewara Xwedê ca bêjeTu seydayê minî ez Feqîyê te meAxir sonîyê da gelo ca bêjeÎro dîsa tacê li ser serê Sînemxana xwe meRabe hewû ca ra beHa hî ha ha …

30 Bihar2019

Page 31: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Tu kukîlka l-gulistanaTu xezala li zozanaTej bîr nakim tu zemanaÎslama min tu gula min

Tu perçek ji kezeba minTu gurmîna ser dilê minWer dermanke birînê minÎslama min tu gula min

Şevê dirêj nayê razanDikşînim ax û keseranWere li min bike emanÎslama min tu gula min

Nav şêrîn e ziman xweş eLi ser dilê min dimeşeGelo çima bextêm reş eÎslama min tu gula min

Wer li dilêm bib mêvanWarê xerab dibe zozanJi eşqa te ez bûm hozanÎslama min tu gula min

Ji nav gula min te neqandJi nav yara min te hebandMin ev dil li ser te helandÎslama min tu gula min

Ey delalê heb hinarêXwîn şêrînê lê kubarêGulyê te new’ek biharêÎslama min tu gula min

Rû li kenê rewşena minBê te sar e jiyana minTuyî xemla ber mala minÎslama min tu gula min

Tu weke navê xwe gulîHim rihanî him simbilîDi nav gula da sorgulîÎslama min tu gula min

Kolan bi kolan digerimNizanim bi kîder herimLi sorgula xwe digerimÎslama min tu gula min

Navête l-ser zimanê minHezkirna te li dilê minDîsa tev rabûn kulê minÎslama min tu gula min

Hey lê gulê gula minêŞêrîna ber dilê minêGulê nadim b-malê dinêÎslama min tu gula min

Gula min weke kevokêŞamşekirê şêrînokêŞêrîn û xemrevînokêÎslama min tu gula min

Jibo te hêsra dirjînimDil bijan û dil birîn imEz sebra xwe bi te tînimÎslama min tu gula min

Ji gulîstana dilê minNêrgiz çîçek rihanê minBi te xweş in birînê minÎslama min tu gula min

Tuyî yara ber vî dilîDa’w û doza hezar salîBi xortanî heta kalîÎslama min tu gula min

Leyla û Zîna min tuyîEşq û evîna min tuyîBer dil şêrîna min tuyîÎslama min tu gula min

Ez dibêjim qey tu gulîNa na belki tu jî dilîYan şê’ra devê bilbilîÎslama min tu gula min

Dengê ‘Elyê Herîrî yeXeyala Şêxê Xanî ye‘Eşqa Melê Cizîrî yeÎslama min tu gula min

Helbesta Feqiyê TeyranNalîna Tahirê ‘UryanYan Mela Mizgîn û diwanÎslama min tu gula min

Ji Adem û heta EhmedHezkirna te da bi sermedBite xweş in her kul û derdÎslama min tu gula min

Wek kaniya ava zelalWeka çira şîrê helalLi ber dila tuyî delalÎslama min tu gula min

Edalet bingeha te yeXelasî l-ber sîya te yeSeadet fêkîyê te yeÎslama min tu gula min

Navê tey xweş aşîtî yeSelamet û biratî yeSitara xelkê ketî yeÎslama min tu gula min

Tu rehmeta îlahî yîJi bindestar xelasî yîMizgîn û kêf û şahî yîÎslama min tu gula min

Gula heqîqî her tuyîYara herî delal tuyîDilê Ezîz de yar tuyîÎslama min tu gula min

ÎSLAMA MINTU GULA MIN✍ Ezîz MEZRAQENTERÎ

31Bihar2019

Page 32: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Hêmin Omar AHMAD

HelbestvanekJi Kurdistana Rojhelat

Herîq Û Sê Helbestên Wî

Navê wî Salihê kurê Mela Nesirullayê Zêwê ye û di sala 1851an de li gundê Zêwê ê nêzî bajarê Silêmanî ji dayik bûye. Herîq di destpêkê de li ba babê xwe dest bi xwendinê kiriye, piştî xwendina li cem babê xwe çûye Qeredax, Biyare, Pêncwên û Mukriyan, li Mukriyanê çûye bajarrê Mihabadê û li Xaneqaya Şêxî Burhan xwendina xwe domandiye. Herîq li wir jî diçe nav terîqetê, li mizgefta Seyid Hesen a li Mihabadê dibe mela û her li wir jî dizewice. Herîq di sala 1909an de oxira dawî dike û li gorsitana Mela Camî li Mihabadê tê definkirin.

Herîq helbestvanekî sofî bûye .Helbestên wî pirr bihêz in û tesîra Nalî û MeHwî bi ser wî diyare .Xezelên wî jî xezelê ter û nazik in û bêhn û sîmaya’ îrfan û tesewufê jê têt. Ew gelek şeyda û ‘aşiqê şêxê xwe bû ye û di helbestê wî da agirê evîn û evîna xudanasî û mirovperwerî pirr zêde tê dîtin.

Dîwana Herîq ta niha çar caran hatiye çapkirin, cara yekem ji aliyê Kurdî Merîwanî ve di sala 1936an li

Bexdayê hatiye çapkirin, cara dûyem jî ji aliyê MeHmûd Xakî ve li Kerkûkê hatiye çapkirin, cara sêyem jî ji aliyê Seyîd Necmedîn Enîsî ve di sala 1368ê şemsî de li bajêra Mihabadê ya Rojhelata Kurdistanê hatiye çapkirin. Cara dawî jî ji aliyê Newzad Kelhûr ve li Hewlêrê, di sala 2011an de ji aliyê weşanxana Tefsîr ve hatiye çap kirin.

Helbestên Herîq bi9 beHrên cuda yên’ erûzî hatîne nivîsandin ,digel vê du helbestên wî jî li gor kîteyan bi awayê mesnewî hatine nivîsandin .Ji aliyê şeklî jî ve, helbestên wî ji 2 qesîde47 , xezel 2 ,mesnewî 8 ,dubeytî û 8 tekbeytîyan pêkhatiye.

Eve çend mîsal in ji helbestên Herîq;

32 Bihar2019

Page 33: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

1. Bew nûr e1 ke zahîr bû le ser rûyî MuHemmed‘Alem hemû aşufte2 bû wek mûyî MuHemmed3

Mexcûl4 û serefkende5 ye Nesrîn û Wenewşe6

Bo mûyî semenbûyî7 du gîsûyî8 MuHemmed9

Meczûb10 e hemû kes be rimûz11 û be îşareMecbûre le des sa’îd12 û bazûyî MuHemmed13

Serwî14 çemenîş15 pêy le gill16 û xarî17 xemayeLerzane le Hesret qedî dilcûyî18 MuHemmed19

Laleş20 wekû min sîneyî pirr Hesret û dax eTa dîwyetî21 ruxsareyî gulbûyî22 MuHemmed

Burhane le ser nefîy munafatî şew û rojMûyê ke perêşan e le ser rûyî MuHemmed

’ Alem wekû min cergî birrawe be nîgah ûRemkirdin û îstadenî ahûyî MuHemmed

RoH û dill û dînit heye hersêkî HerîqîSerfî ke le rêy wesf û senacûyî MuHemmed23

1 Bew nûr e: bi vî nûrê2 Aşüfte: tûş bû, sexit, zehmetî3 Ew nûr û ronakiyê ku liser rû û çavê pêxember derket, xelk naçar ma ku di jiyana pir zehmetiya xwe da naçarê nûrê wî bin.4 Mexcûl: şerminde, kesek ku fedî bike5 Serefkende: serê wî tevlîhev be6 Nesrîn û Wenewşe: navê du gul in7 Semen: navê darekî bêhn xweş e.8 Gîsû: perçem, por9 Wate: gulê Nesrîn û Wenewşe deme wan rûyê pêxember dî, wan fedî kir û şermezar bûn ji ber xoşkiya rûyê wî.10 Meczûbe: Hatiye kemendkêşkirin11 Rimûz: Pirhejmara remz û sembolan12 Sa’îd: Dest13 Wate: Her kes ‘aşiqê muhemmed be, naçar hewcê bi dest û hêzê wî dike, eger bi îşaretekê wî jî be.14 Serwî: Dara serwîyê15 Çemenîş: Çemen jî16 Gill: Ax17 Xar: Sitrî, dirrî18 Dillcû: Ew tiştê ku dil dixwaz e19 Darê serû ku çi qas bilind e û lingê wan di nav avê da ye, her gav rûyê pêxember dibînin, dilerizin û dest bi hereket û livînê dikin.20 Laleş: Lale jî21 Dîwyetî: Dîtiye22 Gullbûyî: Bêhn xweş a mîna gulê, gulbêhn23 Ey Herîqî! Madem roh û dil û dînê te heye, tu wan her sêyan di rêka wesf û senayê muhemmed de xerc bike.

33Bihar2019

Page 34: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

2. Be qurban êste24 hîcranit denasimKe narî fîrqetit bote25 lîbas im26

Bebê dûkanî Husnit muddetêkeLe bazarrî rewaca min kesas im27

Muşewweş bû wekû kakollekey toLef û neşrî xeyalatî qiyas im28

Be tabûrî bilûkî nûkî mujganŞika tertîb û nîzamî Hewas29 im

Be tîrêkit ke cergit pare kirdim30

Meke bew bare her min bû xelas im

24 Êste: Niha25 Bote: Bûye26 Lîbas im: Lîbasê min27 Wate: Muddeteke, çunkî dukanê xoşikiya te tune, ji ber hindê ez kesas û bê lîbas im.28 Xeyal û hizrê min mîna porê pêç pêçkiriya te xera bûye û tevlîhev maye.29 Hewas: Îhsas, his30 Bi tîrekê te ku cergê min parçe parçe kir31 Dema xalê lêvê te bibe rehberê min, êdî hewcêya min bi alîkariya Xidrê zînde nîne.32 Rûyê te hebe, ez hewcedarî gulê laleebas nînim.33 Ez guh nadime lome û te’nê xelkê ‘ewam, çûnkî ez evîndarê tiştê taybet im.34 Bi hemî ew xoşikîyey ku li ruxsarê we xuya ye, ez te baş nas dikim û ew bayê ku ji teref we jî tê ez wî jî dinasim.

Ke xallî le’lî lêwit rehber im bêLe Xidrî zînde nabê îltîmas im31

Ke şik nabem gullî rûy lale rengitEwa muHtacî rûy lale ‘Ebas im32

Le ber te’neyi ‘ewam endêşe nakemKe min ‘aşiq be gullxunçey xewas im33

Be şem‘î cem‘î ruxsar it Herîq imNesîmî îltîqay to denasim34

3. Çawerrêy35 mujdey nesîm im ta le gullşen dêtewe36

Bellke fermayiş bika gull, bulbul im ba bêtewe37

Wa we‘îdî befrî zistanî fîraqit38 kewte dill Mer be bay we’dey wîsalit39 kêwî dill reş bêtewe

Mîrwehey40 zulf it le dewrî ateşî rût bê, çilon41

Agirî ‘îşq it be awî çawî min dekûjêtewe?42

35 Çawerrêy: Ez li bendê me, çav li bendê36 Dêtewe: Vedigere37 Ez li bendê hatinê ba me ku li nav gulstanê vegere, bel kû gul emir bike ta bulbulê min jî vegere û li ser gulan bixwîne.38 Fîraq: Cudabûn, veqetîn.39 Wîsall: Dîdar, gehîştina hevdû40 Mîrwehe: Perwane, panke.41 Çilon: Çewa42 Zülfe te mîna perwane/panke ye û li derdora rûyê te digere, rûyê te jî mîna agir e, ew perwane agir zede xoş dike. Wate rûyê te zêde-tir geş dibe û dibiriqe. Eger wisa be çewa agirê evîna te bi rondikê çavê min vedimre?43 Guneh û xetayê zulfê te bû ku li ser çavê te derket û rû nîşanê min da, ji ber hindê dilê minê ku mîna perwane ye berê xwe da rûyê te, rûyê te jî mîna çira ye û dile min jî perwane ye û bûye evîndarê çirayê te, ew çira jî bi şevan xuya dike, ez jî li benda şevekî din im ku ew dîdar pêk bê.44 Xet û muhra evînê ketiye nav dile min, ev muhr jî bi tu awayî jê naçe.45 Dil ji tirsa çavê te berê xwe da aliye bi royê, ku mîna mîhrabê mizgeftan kewan e, niha min bihistiye ku di nav zulfan de cihê wî tune ye.

Suçî zulf it bû ke perwaney dill im rûy kirde rût Agirî wesllî şem û perwane şew degrrêtewe43 Xett û morî zulf û xall it huccetî mullkî dill e Neqşî ew more be awî xurrxurre naçêtewe44

Dill le tirsî çaweket rûy kirde mêhrabî birot Êste bîstûme le çînî zulif cêy nabêtewe45

34 Bihar2019

Page 35: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Kêwî46 hîcrit47 xiste ser şanî dill im pêy xistuwe Ta nega destî be zulf it zehmet e hestêtewe48

Sed keret xistimte gêj û mehlekey behrî fîraq Axirî mujganî qullab it derim dênêtewe49

Mezre’e50y mîhir û mihebbet tuxmî wesllî şîn nekird Gull be şadî dadeçênim xarî xem derrwêtewe51

Xot52 dezanî muddetêke gerdî pamallî cefam Key wekû neqşî qedem serdênime jêr pêtewe53

Dill ewa kewtote zîndanî xem it qurbanitim Tayekî zulf it binêre bellke bom derbêtewe54

To xuda takey le tarîkî şewî hîcranî to Destewejno dabinîşim, rebbî key roj bêtewe55

Bê îşarey hîkmetul’eyn56î şîfat nayê şîfa im Xot dezanî zam57î dûrî sext e xoş nabêtewe 58

Fikrî min çunke deqîqe ‘aşiqî qeddî ewe Mû le mû gîrawe çibkem lêk ciwê nabêtewe59 Zexmî dill bê merhemî wesllî benasorr kewtuwe Ey Herîq basî meke tuxwa ba nekulêtewe60

Jêder: Dîwanî Herîq, amadekirdinî Newzad Kelhûr, weşana Tefsir, Hewlêr, 2011.

Dîwana Herîq, amadekirdinî Seyd Necmeddîn Enîsî, weşanî Muhemmedî, Mihabad, 1368.

46 Kêw: Çiya47 Hîcr: Hîcret, koçkirin, oxirkirin.48 Çiyayê cudabûn û fîraqa te ketiye ser şan û milê dilê min, heta destê wî negehîje zulfê te, nikare careke din rabe ser pêyan.49 Sed caran te min xiste nav deryaya fîraq û cudabûnê, lê di dawiyê de qulabê birjangê te min rizgar dike û min li behre derdixa.50 Mezre’e: zewî, kêlge, cihê kêlanê51 Zewiya mihr û evînê toya wîsal û dîdar û hevdîtinê şîn nekir, ez gul bi keyfxoşî diçînim, lê sitiriyê xem û nexweşî şîn dibe.52 Xot: tu bi xwe53 Tu bi xwe dizanî ku gelek lemêje ez zehmetî dikşînim, nizanim kengî serê min dikeve bin linge te?54 Dil niha ketiye zîndanê xemê te, ez qurbana te bim hebek zulfê xwe bişîne belkî ez bikarim bi zulfa te dil ji wê zîndanê derxeme derve.55 Koç û dûriya te ji bo min mîna şeva teri ye. Xudaya, heta kengî di tarîyê şeva hîcret û koçbariyê de ez bi bêhêzî rûnêm û li bende sipêdê bim û bêjim kengî sipêde tê?56 Hîkmetul’eyn: hîkmeta çav57 Zam: birîn58 Bi bê îşareya çavê şifaya te naye, çunkî tu bi xwe dizanî birîna dûrî birînekê kûr e û bi sanayî naye îlac kirin.59 Hizra min gelekî hûr e û her tim ew di fikra min da ye, ez ‘aşiqê qedd û bejnê wî me û ew evîn mîna dû mûyan bi hev ra hatine girê-dan û bi sanayî ji hevdû naqetên.60 Birîna dil bê dîdar çê nabe, ey Herîq tu Xuda êdî bes e behs meke, bila ew birin nû nebe.

35Bihar2019

Page 36: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Ahmet AKTAŞ

JÎYANA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ-1PÊŞGOTIN

Li medreseyên Kurdistanê yên wekî ‘Elî Herîrî, Mewlana Xalid, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî, Îsmaîl Bazîdî, Şerefxanê Hekarî, Seyîd ‘Eliyê Findikî hwd. mitesewifên Kurdan yên mezin gihîştine û bandora wan jî li ser gelek helbestvanan çêbûye. Di vê çarçoveyê de tesewûfê îlham daye gelek helbestvanan û di wêjeya klasîk ya kurdî de bandora tesewûfê peyda bûye.

Seyîd ‘Eliyê Findikî jî mirovekî mitesewif û ehlî terîqet e. Di malbateke ‘alim û sofi de hatiye dinyayê. Di wêjeya klasîk a Kurdî de nirxekî girîng û giranbiha ye. Di edebiyata klasîk a Kurdî de cihekî wî yê taybet heye. Berhem û helbestên xwe bi Kurdiya Kurmancî û bi tîpên ‘Erebî nivîsiye. Di pênûsa xwe de serkeftî ye. Di temenê xwe yê bi bereket de gelek berhem amadekirine. Lê belê ji xeynî dîwana wî tu berhemên wî nehatine weşandin û çapkirin.

Dema mirov li diwana Seyîd ‘Eliyê Findikî dinihêre mebesta wî baş fam dike. Di helbestên xwe de bi piranî li ser rewşa dinyayê û peywirên mirovan disekine. Di berhemên xwe de herî pir li ser “Fanîbûna dinyayê, Qebir, Axret, Mirin, Dostanî, Şêx, Seyda, Mela û hinek kesayetên mitesewif radiweste. Ev mijarna yên sereke ne.

Gorî biraziyê wî serpêhatiya Seyîd ‘Eliyê Findikî ragihandiye ku em dibînin seyda ne miovekî dewlemend e. Jiyana xwe ya rojana em karin bêjin wekî mirovekî zahid borandiye. Ji ber ku cilekî wî tenê hebû, çaxa cilên xwe bişuştaya ji cem mala apê xwe ji bo demekê cilek distend ku heta cilê wî yê şuştî zuwa bibe. Heta zuwakirinê bi vî cilî îdare dikir. Dema Seyîd ‘Eliyê Findikî li Farqînê feqetî dikir feqeyan ji bo temînkirina debara xwe li gunda zikatê digeriyan. Lê belê Seyîd ‘Eliyê Findikî tu caran ji gundiyan zikat berhev nedikir û perwerdehiya xwe didomand. Ev helwesta Seyda ya rast mixabin îro pir kêm tê dîtin. Ji ber vê yekê ‘alim, sofî û melayên vê demê bê nirx bûne û êdî

ji wan re rêzdarî nayê girtin. Li hember vê rewşa hanê em dizanin ku ‘alim, sofî û melayên hêja û qedirbilind jî hene. Em van kesên binirx derveyî vê rewşê digrin.

Dîsa ji aliyê biraziyê wî tê gotin ku daxwaz û miraza Seyîd ‘Eliyê Findikî ya mezin ew bû ku berhemên xwe bide çapkirin. Lê belê ji ber bê derfetiyê berhemên xwe nikaribû bide çapkirin. Ji ber vê sedemê di saxbûna wî de berhemên wî nehatine çapkirin. Heta ku cara ‘ewil dîwana wî hatiye çapkirin.

Mirovê ku ji wêjeyê ne haydar be jî dema behsa” ‘Elî rabe! ” tê kirin teqez dizanê ku ev helbesta Seyîd ‘Eliyê Findikî ye. Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin ” ‘Elî rabe! ” ye. Tê gotin ku Seyîd ‘Eliyê Findikî sibehekê ji xew radibe û li xwe hay dibe ku wexta nimêjê derbasbûye. Ji ber vê yekê pir xemgîn dibe û piştre li ser vê rewşa hanê helbestekê dinivîse. Di vê helbestê de nefsa xwe ji xwe re dike muxetab û bi vî awayî helbesta xwe dixemilîne.

Seyîd ‘Eliyê Findikî piştî temenekî bibereket di sala 1967an de wefat dike. Li Cizîrê li taxa Qelê li cem Tirbeha Şêx Seyda tê definkirin. Li ser tirba Seyîd ‘Eliyê Findikî ev beyta wî ya binavûdeng hatiye nivîsandin:Di dunyayê heçî rabe Feqîr û şeyx û axa be Ji ber mirnê xilas nabe Di şerq û hem di xerbê da (Seyid Elî, Dîwan)

BEŞA YEKEM1. JIDAYIKBÛN Û MALBATA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ

Wêne 1. 1.

36 Bihar2019

Page 37: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Seyîd ‘Eliyê Findikî, di sala 1309ê Hîcrî (1892ê Mîladî) de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiya Dihê ya qeza Sêrtê ye. Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Suleymanê kurê Seyîd Îbrahîmê kurê Seyîd ‘Umerê kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.

Dema ku Tataran bi ser Bexdayê de girtin û işgal kirin, kalikên Seyîd ‘Elî koç kirin, hatin li Erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin “Xirabbajar. ” Ev gund dikeve navbera Misircê (Kurtalan) û Qubînê (Beşîrî). Piştî demekê ji Erzenê re “Xerzan” hatiye gotin. Seba vê, dema qanûna paşnavan derket, mezinên me, ji me re paşnavê “Erzen” bijartine, da ku ev nav neyê jibîrkirin.1

Findik li cihekî bilind hatiye avakirin û di êvaran de ji derûdora xwe ve xweş tê xuyanîn. Bi taybet dema çira û ceryanên gund tê pêxistin, gund ji dûr ve weke mûmekê xuya dike. Ji xwe navê xwe jî ji vê rewşa xwe sitendiye.2

2. KESAYETIYA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ Kesekî zana û teb’etşair bû. Jêhatî û bixîret bû.

Evîndarê xwendin û kitaban bû. Ji biçûkên xwe re heziyar, ji mezinên xwe re hûrmetkar û siyanetnas bû. Ehlê terîqet bû. Rîayetî heq û hiqûqê dikir. Xwarin, vexwarin û lixwekirinê de her dem bi qa’îde bû. Haya paqijiya bi ser û cilên xwe hebû. Şaşîtiya însanan ti carî li rûyên wan nedida. Kesekî rûken, beşaş û zehrxweş bû. Di baxçê xwe de dixebitî. Li hemberî heywan û tebîetê pir baldar

1 Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî, Nûbihar, Stenbol, 2012, Çapa 6. , r. 7.2 Necatê Zivingî: Stêrkên Edebiyata Kurdî, Weşanên Banga Heq, Stenbol, 2014, r. 325.3 http://komanubihar. org/kurmanci/?p=9264 Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî, Nûbihar, Stenbol, 2012, Çapa 6. , r. 8.

bû. Kesekî alim bû, bes nûktedan jî bû.3

Seyîd ‘Elîye Findikî çawa ku alimekî mezin bû wisa şa’îr jî bû. Qesîdeyên wî di nava xelkê de gelekî bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Ev dîwana wî zimanê wê gelekî hêsan e, herkes jê fêm dike. Bi piranî qesîdeyên wî şîret û we’z in. Zimanê wî gelekî şîrîn bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin. Ji deveran xelk dihatin cem da ku dersekê ji bo teberukê li ba wî bixwînin.4

3. PERWERDE Û XIZMETÊN SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ Seyid Elî zarokatiya xwe li Findikê derbas

kiriye, pêşî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre weke adetên zeman ji Findikê derketiye û çûye Harûnan. Harûnan ‘eşîreke cîranê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kiriye. Piştre li gundê Bafê, li cem Mela Îsmaîl, li Kercosê li cem Mela Necmeddîn, li Bişêriyê li cem Mela Îbrahîmê Korikî xwendiye. Piştre Seyid ‘Elî çûye Farqînê.

Li Mizgefta Behlûl Beg li cem Miftî Seyid ‘Ebdurrehman û Mela Huseynê Kiçik, li cem Mela Yaqûb û Mela Hemid heft salan (ji 1333an heta 1340î) xwendiye. Di van salan de dersa feqiyan daye. Dersa Farisî li cem Hecî Fettahê Hezroyî xwendiye, herwisa Seyid ‘Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) dayê. Seyid ‘Elî îcaza xwe ji Seyid ‘Ebdurrehman standiye.

Piştî ku vegeriyaye Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî xwendiye û îcazeyek ‘ilmî ji wî jî standiye. Piştî îcazê, Şex Hesenê Findikî

37Bihar2019

Page 38: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

keça xwe Rehîme daye wî, êdî Seyid ‘Elî bûye zavayê Şex Hesenê Findikî. Ev îcaza ku sitandiye ji hêla hukumetê ve tehsîla mezin hatiye qebûlkirin û leşkerî nekiriye.

Seyda muddetekê li Findikê melatiya gund kiriye û dersa feqiyan daye. Fetwayên Findikê û derdora wê, wê demê li hêviya wî mane. Li ser teklifa Şêx ‘Ebdullah kurê Şêx Mihemed Nûrîyê Derşewî, muddetekê li gundê Senatîyê ders daye feqiyan.

Di sala 1927an de Şêx Seydayê Cizîrê, jibo dersdayinê, ew dawetî cem xwe kiriye. Li Serdehlê ku gundê Şêx Seyda bû, demeke dirêj ders daye zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan. Li ser xwestina ehlê Cinibrê, Şêx Seyda destûra wî daye, çûye Cinibrê. Cinibrê gundekî Cizîrê ye. Seyda 25 salan li Cinibrê maye, ders daye û bi fetwan meşxûl bûye. Şêx Seyda hem îcaza ilmê, hem jî ya xelîfetiyê daye Findikî. Findikî xelîfê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî jî îcaza xelîfetiyê daye Findikî.5

4. BERHEMÊN SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ Ji xeynî Dîwana Seyid ‘Eliyê Findikî gelek

berhemên wî yên din jî hene. Mixabin bêyî dîwana wî berhemên wî yên din çap nebûne. Berhemên Seyid ‘Eliyê Findikî ev in:

1- Dîwan2- Der’uş-Şubuhat Fî Nezm et- Terehat (Erebî ye û li ser fikr û ramanê ye) 3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Li ser tefsîrê ye)4- Rîsalet el- Lem’e Fî Î’adetî el-Cumû’e (Li ser fiqhê ye) 5- Rîsaletun Fi Necatî Ebeweynî en-Nebiyyî (Li ser bawerî û jiyana pêxember e) 6- Rîsaletun Fî Cewazî def‘i ez-Zekatî Îla Benî Haşim we Benî el-Mutt’Elîb (Li ser zekatê) 7- Zulfeqarê ‘Elî ‘ela Reqebetî Munkîr el-Îstimdadî Mîn Nebyyîn ew Welî (Li ser ‘Eqîdêyê) 8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî ( Li ser Dîwana Cizîrî hatiye nivîsandin)6

5 Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî, Nûbihar, Stenbol, 2012, Çapa 6. , r. 9.6 Findikî, h. b. , r. 9.

Bena HolŞew bena rojKard bena tujÇar nono pojTay mend vijeno roj İte ra pey bena hol

Destonê xu héne bıkerVerê berê xu pak bıkerKınconê xu newo paykerXaliya sur rakerSıba bena hol

Werz pay çı roşenoEyr ‘Erefat sıba roşon oÇerçi kınco roşonoPalı ra erjo donoInkay bena hol

Dınya fani ya nibena holHeg roj bena khonMa hewaley Ella(h)y kenYa dınya’d bena hol

Zımıston serd o emnon germ oNêzono bıhuy nêzono bıbermoNê heya zono nê şerme zonoSıba nê beyr bena hol

Perdon pençronê xu akerSolon rındo paykerVej meydonı’d kay bıkerTı holı’b ya zi bena hol.

✍ Muhammet ORMAN

38 Bihar2019

Page 39: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Sîbxetullah navê şa’irek me yê klasîk

e. Me zêde agahî di derbarê wî de nînitin.

Tenê şi’reka wî me di destnivîseka kevin da

dîtîye ku keşkoleke gelek şi’rên Kurmancî

tê da hene wekî şi’rên Herîrî, Xanî, Bateyî

û…hwd. Çend şi’rên farisî jî di evê keşkolê

da hene. Dîroka nivîsîna vê keşkolê dî-

yar nîne lê bi nîşanan em dikarin bêjin ku

despêka eve destnivîsê bo sedsala nozdê

zayînî yan berî hingê dizivirit. Lew em di-

bêjîn, ev şa’irê me her çu nebit berî dused

salan jîyaye. Mimkûne ku ev şair Seyyît Si-

bxetulllahê ‘Erwasî bit.

Sîbxetullah di vê şi’ra xwe da dibêjit:

✍ Tehsîn Îbrahîm Doskî

Şa‘irek Me Yê KlasîkSibxetullah û Helbesteke Wî

39Bihar2019

Page 40: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Îro li ser belgê gulêZulfan ji ‘enber dav vedaHer ro xîyalek tê milêBayê şemal lê kir belav

Bayê şemal belav kirîMe’şûq ji ber winda kirîGerden bi ‘enber werkirî‘Aşiq dibû lê pir belav

‘Aşiq dibûme lez li narDunya digirtî çar kinarXem lê dibûne sed hezarLi-zulfan dibit sêsed silav

Tayê di nazik sunbul inSerdarê xalan fulful inQumrî di burcan xulxul inZaxan li baxan girtî dav

Zaxan li bax dav girtineMe’şûq ji rengê sosin eDunya li min bû dujmin eSeb xatirê gerden zirav

Baxê binefş û sorgulanSosin li dora sunbulanAwaz û dengê bilbilanDayîm hizar deng tên ji nav

Dayîm dikim şukrê XwudêMin xew nekir hetta subêLewra dibe carek ji bêEw nazika bi xûbî bi nav

Wax şîn û bî Mecnûn kirimAy dê û vê mehzûn kirimAh dal û bê ez dîn kirimWellah nîhayet min şefav

Dayîm hezar deng tên ji dilSed deng û deng min tên ji dilFiryad û ahîn tên ji dil‘Işqê li min suhtin hinav

‘Işqê bi min sewdakirîMe’şûq ji min cuda kirîEw des li ser me dakirîEw nazika ehkel bi nav

Min her bi nar û pêhte dilBerqek ji palan rête dilGava disot hinav û dilEw qameta bejna zirav

Ew qameta bejna tenikHûrî û wildan bêne nikFîlhal di ber da bin jinikŞox û şepala ser zirav

Şox û şepala surrperîEbrû sîyeh leb şekkerîDêm zuhre ye ez muşterîHer telbekar im weqt û gav

Her telbekar im gav û weqtLeb şekkera şirînsifetCarek li min şefxûn biketPêlek biçim gavek silav

Pêlek zîyaret çin tewafŞibhê wê nînin qaf bi qafZemzem ji yaqûtê şefafCan dê bibexşim şubhî av

Can dê bibexşim dilberanGer dil bidet ber xenceranJi destê zîv û esmeranBirîn di dil da man tevav

Ji destê şirîn û nazikêRimbaz û tîr endazekêKuştîme gerden gazikêMin şikestî ye ejn û gav

Min şikestî ne gav û qedemDûsaxê ‘işqê la ceremGulçîçeka Baxê ÎremYek yek kirin misk û gulav

Zulfêt ji lewnê sosinêAlal û beybûn in binêMawerd û nesrîn in tinêJi kupkan girtin xunav

Zulfêt sîyeh mawer kirinHem tîj wekî xencer kirinHem misk û him ‘enber kirinHem jî civandin nav nav

Derya û qaf û qulzemînDil cewhera cama mubînÎro melaik jî emînEw bû û vê hatin bi nav

Ew “sad” û “bê” ismê me yeEw “xeyn û “tê” pêra “he” yeMuttesilî bi cismê xwe yeHêvî heye ew sîne sav

Hêvya wî Rebbê ‘alem e Tek rabe ceyş û heşem eEw res bibe ser ‘Ecem eJorda bike ji hev tar û mar

Wê hatî Îbnû Esfer eEm gerîyan der bi der e Himmet bike Pêxember eJorda melaik bêne xar

40 Bihar2019

Page 41: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Can ji ter min anî, ey yâr, çi xweş qurban im ez!Fêm nake kes ji halê min, pir ğerîban im ez!

Min dîn dibînin, kesê dane pey dinya derewNadim vê dînîtyê bi ‘eqlê wan, Heqzan im ez!

Agrê hâr, cerg û hinav sotin di derûnê min;J-hesreta dîtna te, wek nayê pir nalân im ez!

Behs û qala te dikim, sibh û şamê bê westan;Nakim wunda şopa te, xwendeyê Qur’an im ez!

Nadim ber ti bazara, ‘eşqa xweyî li ser te;Kes ne cerbîne bera, li rêza merdan im ez!

Girêdayî me ji dil, bi te ra me her demîSadiqê ‘eşqa te me, wek Memê Âlân im ez!

Hezar asteng avêtin pêşîya wesleta min;Nav dirrî-w sitrîyan de, mislê sorgulan im ez!

Min dixwazin dûr bikin ji rê yû derîyê te;Lê nikarin ew bi min, dor te sergerdan im ez!

Ger ‘alem xwe bike yek, were ser min bi hev re;Na revim qet ji ber wan, pêşrevê meydan im ez!

Dost û xwedîyû heval, tenê me bi hêle ger;Yâr ji mer Xuda ye bes, hew bi wî şâdan im ez!

ÇI XWEŞQURBAN IM EZ✍ M. Mustefayê Melâ ‘Elîyê Êzdarî

41Bihar2019

Page 42: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Ji Sî

yera

Pêx

embe

r-2 Ji Mekkehê dengê de’wa Îslamê

Li herêmê bela bûye ta Şamê

Muşrik hatin civyan li hev bi komaGotin sebir ji vî halî-r qet nema

Qesda mala Ebû Talib dikirinWî tirsandin fortê giran lê kirin

Jê re gotin her Mûhemmed vegerînYan na ji şertê jî pêra xwe bistîn

Ebû Talib go ey lawê birê minLi min neke zêdetirî barê min

Resûlûllah jê re gotî ey ‘emmahEz sûnd dixum hem dibêjim bi Ellah

Ger muşrikê ehlê Mekkê roj bîninBikin xilat di destê rast wê dînin

Hîvê têxin destê çepê ji bo ezDev ji de’wa heqyê berdim lez bi lez

Heta bimrim wê bernadim ez tucarYan wê de’wam li cîhanê bib rizgar

Piştî vêya Resûlûllah giriyaBi lez ji cem Ebû Talib meşiya

Ebû talib go birazê wer vegerHer de’wa xwe serbest bêje li her der

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat Ji can û dil hûn bibêjin esselat

*********

Berî hicret bi sê sala derd û kulLi pê hev hat birîndar kir can û dil

Ebû Talib hem Xedîce wefat kirQureyşiya ezyeta xwe zêde kir✍

M. S

alih

AKA

Y

42 Bihar2019

Page 43: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Di vê salê ew gelekî bûn hezînLewra ev sal bi kedera tê zanîn

Belê piştî wefata van herduyaNema te’ma kêf û şahîw ‘îdîya

Bi hêvya ku Seqîfî bib musulmanResûlûllah Zeyd bi xwer bir çû cem wan

Ew ji Mekkê birê ketin meşîyanÇûn Taîfê çûn welatê Seqîfan

Sê bira bûn ew meznê SeqîfîyaBi de’wa heq ew çûne cem hersîya

Jibo werin Îslamê ew de’wet kirHersîya jî de’wa Îslamê red kir

Wecih tirş û peyvê ta’lîn pir nexweşBêedeb û bêheya bûn ew rûreş

Nezanê xwe herişandin bi ser wanBi xeber û bi kevira dan pê wan

Ketin nav rez revyan ji ber nebaşaÛtbew Şeybe li wan kirin temaşa

Resûlûllah bi dilşewat dest vekirBal Xwedê ve ‘erzîhalek birê kir

Ya Reb bi te gazinê xwe ez dikimQelsiyû bêçaretiyê ‘erz dikim

Ya Reb tu yî rehman û hem dilovînEnte Rebbî we rebbul musted‘efîn

Tê me bispêr kîde Rebbul ‘AlemînMa yekî dûr bi şiddet me biqewrîn

Yan dujminkî pir ğeddar û bêîmanLi dunyayê ma qey tê min bispêr wan

Ya Reb eger tu ji mi neğeydî beGuh nadimê hema çid be bera be

Ez bi nûra wechê te xwe d-parêzimTarîtî çû pê ronayî bû lazim

Bi wê nûrê karê dunyaw axretêPê ‘edilîn şewqê berda zulmetê

Xwe d-parêzim ji ğezeb û ğeyda teXwe d-parêzim ez bi nûra zatê te

Lekel ‘utba hetta terda rebbenaJi te re bin hemd û pesin hem sena

Em in bêhêz bêqewet û hem bêçarYa Reb ger tu ji mer nebe alîkar

Ûtbew Şeybe vî halê wan dibîninĞemgîn dibin ew dilê xwe d-şewtînin

Hinek tirî ji bona wan diçîninĞulamê xwe ‘Eddas pê re dişînin

Resûlûllah go bîsmîllah tirî xwar‘Eddas go vê peyvê nabêj ev bajar

Mûhemmed go tuj kî derê yî ‘esil‘Eddas digo ji Nînewa ji Mûsil

Ma ji gundê nebî Yûnûs bin Meta‘Eddas şaş ma fikirî ket heyreta

‘Eddas digo kê da zanîn ew kî ye Muhemmed go ew jî wek min nebî ye

‘Eddas xweb ser Mûhemmed ve xwar dikirDest û nigê wî herdû jî maç dikir

Ger dixwazin hûn ji agir bin beratJi can û dil hûn bibêjin esselat

43Bihar2019

Page 44: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Aşiqê Dîwane Me✍ Recep KIRTAY

Selatullahî ‘eleyk

Ey resûlê ekreme

Selamullahî ‘eleyk

Ey ‘hebibê e’zeme

Ey rehberê rehbera

Xatemê pêxembera

Ez qurban im ji te ra

Aşîqê diwanê me

Tû resûlê ekrem î

Ji qelba re merhem î

Tûyî qeptanê gemî

Dinya axret ‘hewce me

Şev û roj-l te di gerim

Selman im Ebûzer im

Ji dil û can bawer im

Can fida canê te me

Resûl ez musted’ef im

Bi te bi şan û şeref im

Li dû te-b rêz û sef im

Ji dil ez ‘hizba te me

Wexta dikim su’hbetê

Di barî wek re’hmetê

Ez jî ‘eşq û mu’hbetê

Serxweşê meyxane me

Bilbilê ahûzar im

Bi şev û roj di zarim

Li ser te dîn û har im

Dil kul im wîrane me

Wê roja qiyametê

Ji rehberê ummetê

Dixwazim şefa’etê

Li dor te perwane me

44 Bihar2019

Page 45: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ İbrahim ÇEBAKÇURİ

Kutiko ZeğerMeclisê Meşrutiyet dı yo wekilê Malatya bıbı.

Nomeyê ıno wekili Ehmed Ağa bı. Ino merdum, partiya İtihad u Teraqi ra bıbı wekil. Ey meclis dı biyê sond wendışê wekilon çırrê yo qal nikerdı bi.

Talat Paşa zi tıma xu bı xu vatên ‘Ino merdum, herhal mıxalif o. Ayra qal nikeno.’ Talat Paşa, waze-no ıno Ehmed Ağayi dı mıjuli bikero u fıkrê ey cı cısno bımuso. Talat Paşa, ruecêk Ehmed Ağa ri xe-ber şıraweno u vono:

- Wa biyero qafeyê meclisi, ma uca yobinon dı bınêk suhbet biker.

Badi çend seati Talat Paşa u Ehmed Ağa, qafeyê meclis dı yeni tica. Talat Paşa, vercu hal u keyfê ey ra perseno u dıma vono:

- Ehmed Ağa, mı ra êseno tı çendêk ıno meclis dı bımoni tı qal nikeni. Helbet hediseyonê welat ser yo fıkrê tu zi esto. Tı, çı fıkıriyenê u hediseyon seni tehlil kene? Ez wazeno ini çiyon tu ra gueşdari bikeri.

Ehmed Ağa, wazeno qal kılm bıbırno u vono:- Paşa, ez yo şone wo. Welatê xu dı ağa yo, hegayi

u pesi mı esti. Ez hediseyonê welat ra zaf fom nikeno! Talat Paşa, ıno vatê ey qebul nikeno u i’tiraz keno:- Nê, ıno gure hına niyo! Eger, hediseyonê şari ser

yo eleqayê tu çin a, çı ra embazoni ma tu uca dı nam-zet muet ra. Çı ra paşt dayo tu u tu vicnayo tı biye wekil. Bıon, tı pê çımoni xu vinenê ma nêeşkeni gu-reyonê dewlet dı verê suistimalon biger. Merdumê ki baweriya ma enon dı esta ma vineni çı wext ê omeyi gure ser ê zi menfıetê xu dıma şıni. Ma ra yo çare vac, ma seni verê ini gureyon geni?

Mebusê Malatya Ehmed Ağa vono:- Paşa, bıon mı ra! Eg her çi ri yo çare esto, qey ver-

guretışê ıno gureyi zi yo çare esto! La, ez ıno çare tu ra vaci tı nêeşkeni bikeri!

Talat Paşa, zaf ısrar keno ki wa Ehmed Ağa, ıno çare tera vaco. Ehmed Ağa zi daymiş nêbeno u vono:

- O wext, ez yo tecrubeyê xu ra behs bikeri. Ina tec-rube, mı a hedise ra gureta ki sareyê mı ra viyerta. La çıma gueş noni ser u ani ca şıma xu ri zoni.

Ino vateyê xu dıma Ehmed Ağa, dest pê keno u vono:

- Mı qıctiya xu dı şoneti kerdên. Dıma ez zaf xebı-tiyayo u biyo waharê yo pesi. U eka zi şıma vineni ez hini biyo extiyar. Mı, qıci xu kerdi gure ver u mı xu da kışt. Beynate ra dı hiri aşmi ya viyert ya nêviyert. Laci mı omeyi mı het u mı ra pers kerd:

- Bawo! Vergi, çırrê tu het ra mueşna berdên?Mı va, nê! Çımki pesi ma şew verardê yo kuyi dı

mendên. Enon va:- Verg, her şew yo dı mueşnayê ma beno! Mı enon ra va:- Hele, mı ra vacên, şıma, çik cayê xu ra bedılnayo?Yın va ki:- Tı yo merdumo zonaye yê. Tıma çar hebi zeğeri(-

kutıki) pesê tu dıma biyen u tı pê ini zeğeron pesê xu vergon u cınawıron ra pawıtên. Ma zi qerer da u ma va ‘Çar hebi zeğeri tayi ma dıyna zeğeri gureti u kerdi pesi ver.’ Rına zi her şew, verg yo dı hebi mueşna beno.

Mı, laconi xu ra va:

45Bihar2019

Page 46: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

- İni dı hebi zeğeri ki şıma newe gureti diqet çı bikerên u bıonên şıma çı vineni?

Çımê enon a şew heta sersıbayi ê wırdi kutıkon sera bı. Ê, o sıbayer omeyi u mı ra va:

- Bawo, ma emşu zey tu kerd u eg ma nimeyê şew dı çı bıvin! Yo verg, ome dehla cêrin u uca dı zurra. İni wırdi kutıki ki ma newe gureti enon ra yo ıno zurrayiş ser sercêr bı u şı a dehl. Mevac, vergê ma del a! Ino zeğerê ma a del dı kay keno. Vergo bin zi heto pêy ra yeno kono miyonê pesi u yo mueşnaya xu geno beno.

Ino weziyet ser, mı laconi xu ra va:- Herhal, ıno zeğer u a del vercu ra yo-

binon şınasneni u yobinon dı kay kerdên. Ê zeğeri bıkışên!

Laconi mı, vateyê mı kerd u kutıko zeğer kışt. Labelê a şewa bin çı bıvinên o zeğero bin zi a del dı ho kay keno! Wext, hayeyê mı bi mı yın r ava:

- Ê zeğerê ki şıma newe gureti hemınê enon bıkışên!

Laconi mı, rına vateyê mı ard ca. La-belê rına her şew verg yo dı mueşna beno. Mı hini fom kerd ki ê zeğerê ki neweyi enon zeğeri ma verin zi berdi ına dela verg. Yı zi dela verg dı kaykeni u ınay ra beni teres. Mı laconi xu ra va:

- Eseno ki, çendêk zeğeri ma esti ıno gure musayi. Newe ra çar hebi zeğeron bi-gerên. İni zeğeron u zeğeroni verinon me-yarên tica. Ê zeğeroni verinon bıkışên u ini zeğeroni neweyon bıkerên pes ver. Ino çare ser ma hıni mueşnayi xu vergon ra xelısnayi. Ez texmin keno ki idareyê peson u idareyê welati zêpi yo. Ez ıno tecrube ra ınay musayo. İta ra pê teqdir ınê şıma wo!

Talat Paşa, ına hedise weş a weş gueş-dari keno u tesbitê Ehmed Ağayi zi weşê ey şıno; labelê Ehmed Ağayi ra vono:

- Mı meraq kerd u tı ına hedise mı ra va! Nêbıbo eg padişah vendo tu u tı ına hedise ey ra zi vaci!!

✍ Cîhad GUZEY

Dest Bavêjin Quran

Ki dixwaze heq bibîneHeqqê mezlûma bistînePişta zalima bişkîneBira dest bavêje Quran

Kî ku dixwaze azadî‘Edalet û heqperestîŞahiya di vî welatîBira dest bavêje Quran

Kengê ji Quran dûr bûneRezîl û perîşan bûneÊ-J riya Resûl dûr bûneBira dest bavêje Quran

Kî dixwaze tobe bikeXu-j guneha safî bikeBixwaze rastî hîn bikeBira dest bavêje Quran

Gaziya me-l hemî kesanNedin li dû xelkê nezanWek talibê Huseyn RêzanBira dest bavêjin Quran

46 Bihar2019

Page 47: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

والفتح ﴿١﴾ ورايت الناس يدخلون ف دين الل اذا جاء نص الل

ابا ﴿٣﴾ ه كن تو مد ربك وا�ستغفره ان افواجا ﴿٢﴾ ف�سبح ب

Pê nomeyê Homayo Rehman û Rehimi (ma dest pê wendişi keni).

1. Wexto ki nusret u fethê Homayi omı

2. Û tı di insoni hê qefle qefle yeni dinê Homayi ser

3. O wext Homayi xu ri hemd biker u ey ri istiğfar biker.

Sureya Nesr✍ Yusuf ARİFOĞLU

47Bihar2019

Page 48: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Yusuf ARİFOĞLU

Ina sure, nomeyê ayeta yoyın dı kelimeya ra gena. İbn ‘Ebas vono, ına sure, sureya peyin a. İbn ‘Umer zi vono, ına sure Hecê Xatırwaştışi dı ru-ecê tekbironi teşrikon Mina dı nazil biya.

Qasê ıni wırdi riwayeton fom bena ki beynatê omayişê ına sure u wefatê Peyğamberi ma hiri aşm ra çend ruec zêd yo wext viyerto. İbn ‘Ebasi ra riwa-yet biya: “Wexto ki ına sure nazil bi, peyğamberi ma sılomi Homayi ey sera bi va, ‘Ina, wefatê mı ra xeber dona. Wextê mı omeyo.”

Dadiya mu’minon ra Ummu Hebibe hına vatı’b:“Dema ki ına sure nazil bi Peyğamberi ma

va, ‘Ez emserr wefat keno.’ Ina qalê ey ser Hz. Fatıma berma. Peyğamberi ma keynaya xu te-sel kerd u ay ra va, ‘Keyeyê mı ra vercu tı resena mı!’ Ina qalê ey ser Hz. Fatıma huya.”

İbn ‘Ebas, vono: “Hz. ‘Umeri (yo) suhbet dı ê ki Herbê Bedir dı herb kerdo enon ra persa; ‘Şıma, derheqê sureya Nesr çı voni?’ Tayın hına va: ‘Homa-yi, pê ına sure ma ri fermon keno ki çı wext Allê ra ardım u fetih omı hemd u istiğfar bıkerên!’ Tayın va; ‘Inay ra mırad, fethê bajaron u qelayon o.’ Tayın zi çik nêva. Dıma ‘Umeri, mı ra va; ‘İbni ‘Ebas, tı zi hına fıkıriyenê; tı vonê se?’ Mı va; ‘Nê! Inay ra mırad, ecelê Resulullahi yo. İta dı omayişê ardım u fetihi, wefatê Resulullahi ri yo ‘elemet o. Dıma, hemd u is-fiğfar kerdış ser fermon esto.’ Ina qala mı ser ‘Umeri va; ‘Ez zi, vateyê tu ra vet çik nêzono!’

Ma ini riwayeton ra fom keni ki Homa, ına sure dı hem xeber hem zi mijdon dono. Xeber dono ki, wa hayê şıma bıbo nızdi ra İslom her hetê ‘Erebis-ton dı beno vıla u hukumran. Mijdon dono ki, in-soni qefle qefle yeni dinê Homayi ser, Muhammed aleyhi selam zi wezifeyê xu ınê ına dınya keno te-mom u reseno rehmê Rabê xu.

Peyniyê ına sure dı Homa; qey hemd, tesbih ker-dış u istiğfar ardış fermon dono Peyğamberi xu yo Muhammedi. Çımki, Muhammedi pê ardım u lutfê Homayi mesuliyete xu ardo ca, wezifeyê xu kerdo

temom u heta dest ra omiya dinê Homayi tebliğ kerdo. Bêla bena ki ca ardışê wezife dı yo kemi vıra-ziyawa, yo sısti biya seba ay zi Homayi ra efu waştış lazım o. İta dı ma hına yo ders eşkeni bıvecı:

İta dı muhim yo nuqta esta. Beynatê Peyğam-beri u rayberiya dınya dı ferqêko pil esto. Eg yo ray-ber, ına dınya dı yo inqılab bıvırazo pê merasimon serfiraziya xu ilon keno, ıno serkotış xu ra zono u pê ına serfirazi xu wesıfneno. Labelê peyğambe-ri hına niya. Eg yo peyğamber; bıreso yo ni’meti, serfirazı bo u nusretê Homayi ey ri biyo wı hemınê ini çiyon Homay ra zono. Zerşenıki ser Homayi xu ri hemd u şıkır keno. Peyğamberi ma zi pê xebat, de’wet u sebır zerreyê 23 serr dı ‘baweriya, fıkrê, ehlaqê, kulturê, medeniyete, muameleye, siyasete u kurmê’ yo qewmi ser ra cer, keye ra kuce u runış-tış ra wırıştış bedılneno. Şarê Meke, Medine u mın-tıqayonê binon nêzoni u cahilti ra xelısneno. İni insoni a ruec ra heta rueca qıyom hemınê insonon ri holi, cumerdi u ehlaq ser beni nımuneyi.

Hz. ‘Eyşa hına vatıbı: “Peyğamberi ma wefatê xu ra ver tıma hına vatên:

Mı, ey ra va; ‘Ino seni yo zikir o, tı tıma wuneni?’ Ey -sılom Allê ey sera bo- va; ‘Ino zıkır, elemetêko mı sureya Nasr dı di seba ay o!’

Zey Ummu Seleme u İbn Mes’ud sahabeyi riwa-yet keni ki Peyğamberi ma kelimeye ki tede ‘hemd, istiğfar u tobe’ esto zaf wendên!

• Ina sure dı ‘fetih’ ra mırad, serfıraziya yo her-bi’ niyo. İta dı o wext ra behs esto ki dışmeni hıni nêeşkeni Bısılmonon ver bıveciyen u zaferê İslomi her hetê ‘Erebiston dı ‘ilon biyo. Tayi mufesiri voni ‘Ina sure dı fethê Meke ra behs esto.’ La raşt hına niya. Meke, hicret 8 serr pê fetıh biyo, ına sure hic-ret ra 10 pê nazil biya. Riwayetê İbn ‘Umer u ibn Nebhani ra yeno fom kerdış ına sure dı qesdê fethê Meke çin o. Fethê Meke ra pê zey Taif tay cayon dı muşriki hema bıbi. Çı wext herbê Taif u Huneyn ra

Sureya Nesr

48 Bihar2019

Page 49: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

pê İslom her hetê ‘Erebiston dı hukum guret xu dest, fetih bı temom. Her het ra insoni qefle qefle omeyi dinê Homayi ser.

• Çı wext Bısılmonon Meke feth kerd dıma herbê Taif u Huneyn qezonç kerd hıni lu-ekê ‘Erebiston dı yo dışmen nêmend. Hin o wext ome ki insoni yo dı teni nê qefle qefle beni Bısılmoneyi. Ino weziyet sare serra 9. ra heta serra 10. dewom keno. Her hetê ‘Erebis-ton ra insoni qefle qefle yeni dinê İslomi qebul keni. Seba ınay ra ına serr, tarix dı ‘serra heyeton’ yena zonayiş. Wext zeg Peyğamberi ma şıno Hecê Xatırwaştışi u uca dı a xutbe-ya menşur dono hemınê ‘Ere-bistoni bınê beyrağê İslom dı ome bi yoca u welatê bısılmo-non dı tek muşrik nêmendı bı.

• “Hemd” ra meqsed, Ho-mayi ri hemd u şıkır kerdış u pê nomeyonê Ey wesıfnayış o. “Tesbih” ra meqsed ına wa; Homa, her kemi u qısur ra dur o. İta dı Homa, vono ‘Eg Allê yo ni’met da tu, tu yo zuari ra xelısna, ardımê ey her het ra resa tu Ey ri pê zerrweşi hemd biker u pê nomeyonê Ey ê rın-don Ey tesbih biker!’ Hemd yeno ına me’na:

Ri ‘erdo çendêk weşi, rındi, ni’met, serfirazi u holi esti Ho-may ra yi. Eg hına wa, wesıf-nayış u wesıfdayiş teyna Ey ri beno. Hemd, teyna qey Ey o. Ey inson, tı zi qey ini bexşişon u ni’meton ey ri şıkır biker; pê qelbê xu ınay tesdik biker u pê fekê xu ınay vac!

• Ey Muhammed u şexsê ey dı ey Bısılmoneyi! Gera şıma tıma Rabi xu ri dua bıkerên! Bela bena ki a gıroni ha şıma mıl da u a mesuliyeta ki ha şıma sera wa ca ardışê enon dı şıma sıst mendi, şıma yo heta kerd dua bıkerên ki wa Homa şıma efu bıkero. Dua u istiğfar, beynatê insonon dı qey terbi-ye yo wesile yi. Yo inson, ına dınya dı çendêk zuari vineno wa bıvino, qey dinê Homayi çı zehmet onceno wa bıonco ge-raka wa ınay nêvaco; ‘Wıllê, mı zaf zuari diya u mı zaf zehmet onto. Mı heqê Homayi ardo ca. Bilaeqs gera inson tıma vaco, ‘Verê nimetonê Homayi dı ez çı bıkeri tay o. Gera her tım ez Ey ri şıkır bıkeri. Bêla bena ki ca ardışê mesuliyete xu dı mı ra hetayi peyda biyi, yo qısur vıraziyayo u mı yo xeta kerda seba ınay gera ez Homayi ra efu bıvazi, ez Ey ri dua bikeri.’

Peyğamberi Homayi Hz. Muhammedi ra zêdyer tuı kes nêeşkeno rayırê Homayi dı xebat bikero u zuari u zeh-met ver tehammul bikero. Eg wı, verê piltiya u ni’metoni Homayi dı xu kêm u xetakar vineno istiğfar keno geraka insoni bini her tım verê Ho-mayi dı kemiya xu bızoni u is-tiğfar bıkeri. Yo ‘ewdi ser heqê Homayi endêk zaf o yo ‘ewdı zi nêeşkeno heqê ey bıdo. La kom tıma Homay ri hemd bikero, ni’metonê ey ver şıkır bikero, xetayoni xu ra tobe bikero Homa waharê rehm u şıfqe yo.

وتواصوا بالحقبر وتواصوا بالص

49Bihar2019

Page 50: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Fexreddîn ŞEMREXÎ

DEVOKA ŞEMREXÊ-2DI DEVOKA ŞEMREXÊ DE HINEK KURTKIRIN

1. Di piranîya navan de herfa “n”yê nabêjin. Hinek mîsal:

Çû ber dewara. (ne dewaran) Jibîr nake rêya bav û kala. (ne rêyan, ne kalan)

Li nav erda pez diçêrand. (ne erdan) Bi kera gêre kir, bi hespa şêğre anî. (ne keran, ne hespan)

2. Gava piştî cînavka “ez”ê, peyvek bi nedeng-dêr bê, herfa “z”yê davêjin. Lê peyvek bi dengdêr bê, “z”yê navêjin. Di demên borî de bi piranî dibê-jin “ez” Hinek mîsal:

E dibêm. (yanî ez dibêjim) E dinêrim kes ne xuya ye. Ez hatim. Ez çûm (hinek jî dibên “e çûm”)

Ez êşîyam. E ne aşê hewarê me. Ma e ji dêmaryê me? Ez ‘ellimîm.

3. Gava cînavka “min”ê bikar tînin, carna herfa “n”yê nabêjin. Hinek mîsal:

Mi nedne peyvê. Şi mi re dibêje go wê sibê bê vir. (yanî ji min ra) Te mi anî ser êlağê.

4. Di peyva “roj”ê de herfa “j”yê davêjin, lê gava “roj”ê di îzafiyetê de bikar tînin, herfa “j”yê navêjin. Her wiha di demên niha û bê de gava di fiîlê de “j” hebe, carna wê jî davêjin. Hinek mîsal:

Ro derket. Her ro karê xwe dike. Ro bi ro xwezî bi do (jibo yextîyaran tê gotin).

Ro lê gerîyaye. Rojê çend cara tu diçe çarşîyê? Roja te bixêr xalê hecî!

Rojîya xwe bigre, guhnede karê giran.Dibê (yanî dibêje), dibêm (dibêjim), davên (dia-

vêjin), dimê (dimêje) 5. Di şûna “meriv” de “mere” dibêjin, peyva

“meriv”ê jibo eqreba dibêjin. Hinek mîsal:Mere here seydê û destvala bê! (yanî meriv biçe

nêçîrê û tiştekî bi dest nexe), Mere başîyê bixwaze û bike, başî tê pêşîya me. Tu çi dibê? Mere xwe bi qurbana pêxember

dike. (yanî jibo xatirê pêxember serçava, sersera)Gelo mervê we kengî tên gund? Xatirê mervê

1 Mustafa Aydoğan, www.nefel.com, Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”?, 02.01.2008

xwe zanibin.Mala Xwedê ava! Mervê me çi însanê baş in.

Mervantî heqqê we.Hinek herêm, mîsalen Diyarbekir û Farqîn, lê-

kera “bazdan”ê wek negerguhêz bikar tînin û dibê-jin “Ez bazdam” Lê hêla Şemrexê, vê fiîlê wek ger-guhêz bikar tînin û dibêjin “Min baz da”

JI ALÎYÊ FONETÎKÊ VE XISÛSÎYETÊN CÛDA1. Di çend peyvan de di şûna “diy”ê de herfa

“c”yê dibêjin. Ev weke min got tenê di çend pey-van de xuya dibe. Hinek mîsal:

E çûm Carbekir. (ne Diyarbekir, Carbekir). Ca min nizane bi Tirkî bipeyîve. (ne diya min, ca min)

Evan her du mîsal meşhûr in. Ev mîsal jî heye. Mircaq da bin dara xwe. (ne mirdîyaq, mircaq)

Li hinek deveran dibêjin mirdiyaq an jî mirciyaq jî. Lê ji ğeyrî van mîsalan, mînakên din nayên bîra min.

Mustafa Aydoğan di nivîsa xwe ya bi navê Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”?1 de kûr û dirêj li ser guherî-na peyvan û vê guherînê rawestîyaye. Lê ne bi qasî sîstematîk dike ye. Bi qenaeta min, ev tenê di çend peyvan de maye û lokal e, hêla Şemrex û Dêrik û hêla çîyê ya Qoserê tenê dibêjin. Di hemî şûna “di-y”ê de jî “c” nayê gotin.

2. Peyva sivik û kurt dikin û dibêjin. Li gorî hinek şîweyên din rihettir peyva derdixin. Hinek mîsal:

Nok (hêla torî dibêjin nehk), Tirî (hêla torî dibê-jin tireh),

Rêvî (hem navê heywanekî hem jî azayê însên. Hinek devok dibêjin rovî),

Kîrgo (navê heywanekî. Di hinek şîweyan de kîroşk, kevroşk e)

3. Di hinek peyvan de herfa “j”yê dikin “ş” Ev bi piranî di daçeka “ji”yê de pêk tê. Hinek mîsal:

Şi min re bêje (ne ji min re bêje), şitalî min bike (ne ji te alî min),

50 Bihar2019

Page 51: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Şidand (ne jidand), Şi hev ket (ne ji hev ket)4. Herfa “h”ya ku ji qirikê der tê tam dirdixin û vê

herfê zêde bikar tînin. Herfa “h”ya tenik tînin serê hinek peyvan jî. Hinek mîsal:

Helbet (ne elbet), Herê (ne erê), Hewqasî (ne ewqasî),

Şi hewşê derket, Şi nuşka ve hiloz bû, Li heft gunda geriya.

Hespê wî di nav herîyê de ma. (axa ku bi avê ro’n bûye),

Hebîbê Neccar, rakeve wek her car, dergah yek e, derî hezar,

Xwe ji erdê hol kir, (xwe berjor ve bilind kir, ne di me’neya meydanê de)

Bi hemd û hêla ta’t kir du şek. (qawet, ne di me’neya terefê de),

Heyfa wî lê dihat, destê wî lê negerîya (zikê wî pê şewitî),

Zivistana hişk berxên hilî di ber mîhan de. 5. Herfa ‘eynê xurt û eşkere bikar tînin û meriv

dikare bêje ku hema bi hemî herfên dengdêran herfa ‘eynê bikar tînin. Hinek mîsal:

Ew ‘alim û ‘aşiq e. ‘Ar bi ‘erdê ket, dûman wek ‘ewran, ‘ezman tarî kir.

‘Ebra ‘elba xwe, jê daxe. ‘Ûre ‘ûra zikê wî ye. Şi‘ûra xwe wenda nekiriye.

‘Ore ‘ora heywên tê. Belengaz e, ‘irqê wî nepirse. Mela, mubtelayê ‘işq û şi‘îrê ye.

Bi‘îvê rezê we xweş in, ne ta’lin. Hespê xwe yê ki‘êl ajot.

6. Herfa “t”ya tûj tam derdixin û bi gotinê ferqa me’neyê nîşan didin. Hinek mîsal:

Ta bi derzî veke. (ta jibo bennik hatiye gotin) Di hewşa we de dara tûyê heye?

Ma tu neketiye taya sikratê. (ta jibo nexweşîyekê hatiye gotin)

Agir bi çîyê dikeve, ter û hişk tevî dide ber xwe. Ketibûn bin termê wî. (laşê mirî, ne peyva ter-

ma fîlolojîyê), Çi heywanê tor û bitirîye. (yanî serserîye, ne di

me’neya tora masîyan de), Mastê wan pir tîre, ne ro’ne. (ne di me’neya tîra

kevan de), Tûr û cuher avêt pîyê xwe û çû ber pez.

7. Herfa “k”ya tûj, tam derdixin û dîsa bi gotinê me’neyê diyar dikin. Hinek mîsal:

Porê xwe kur kir (kur di me’na jêkirin û qusand-inê de ye, ne di me’neya ewlad de ye)

Yekî bikêr e. (bi meharet e, ne di me’neya kêra jêkirinê de ye)

Kêra te ko ye. (yanî ne tûj e) Ka li ku derê ye? (pirsa jibo cî)

Ma mîha te ker e? (yanî deng naçê? Ne di me’neya heywan de ye)

Ew kîjan kal e? (yanî kîjan yextîyar e, ne di me’neya fêkîyê negihaştî de ye)

Ne kesekî kûr e. (kesê nabîne, ne di me’neya nizm de)

Kaya xwe avêt kadînê. (Ka, pûşa hûrkirî ya za-dan)

Ji kanîya kendêl av diherikî nav gund. (kanî, de-vera ku ji ber xwe ve av jê derdikeve)

Kanî, çima nehat? (pirsa di me’na li ku derê de)8. Herfa “ğ”yê (ğeynê) tam derdixin. Ev herf ji

herfa “x”yê cûda ye. Hinek mîsal:Tu çima ğeyidîye? Ğeyrî te, kesî ğar kir? (êrîş kir)

Pez li ser êlağê meğel bike. (li ser meydanê) Sağ û silamet hern û vegerin. Canê wî bi şîşa

sorkirî dağ kiribûn.Bi doxîna derpîyê xwe girt. Qağê tûya xweş in.

(yanî tûyên hişkkirî), Qerejdağ hênik e. Kes ne ğulamê te ye? Ağa

baş e. (ağa kesek e) Axa baş e. (erda jibo çandinîyê) Bağ û baxçe çi şîn in. A soğîn te bi a xwe kir

(soğîn belkî ji “son”a Tirkî guherandine, di me’neya nîhayetê de ye)…

9. “Ku”ya şertî dikin “go” Li jor hatibû îzahkirin.Go bihata, minê jê re bigota. Go xweşik û baş

be, ezê bikirim.

HINEK XISÛSÎYETÊN DIN1. Mezin û biçûk tev ji hev re dibêjin “law”. Heta

jin carna ji mêrê xwe re jî dibêje “law” Di vê bi-karanînê de “law” ne di me’na “ewladê kur” de ye, jibo lava û gazinê dibêjin. Hinek mîsal:

Law ma min çi kiriye? Law tu çima ranabî? Law wer neke. Law bese, wun çi dixwazin?

Law ma wanî dibe?

51Bihar2019

Page 52: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

2. Ji ‘inîşkê û berjor de ji dest re dibêjin “pî” Di hinek zaravayan de jê re “mil” dibêjin. Lê xisûsen hêla Şemrex dibêjin “pî” Hinek mîsal:

Tûrê xwe bavê ser pîyê xwe. Pîyê xwe hilke û bêje ya Allah û dest bi kar bike.

Tu dibê qey pî bi te ve nemanin.3. Hêla Şemrex, peyva “seba”yê wek hokerê di

cumleyan de bikar tînin. Dibe ku “sebeb”a ‘erebî guherandibin, dibe ku peyveke xas kurdî be. Lewra di zazakî de jî tê bikaranîn. Sebebê diyar dike. Di me’neya “ji ber”ê de ye. Hinek mîsal:

Seba te ez hatim vî warî. Seba çi tu pê re ğeyîdî? Seba baranê, em hinekî dereng man.

Di devoka Şemrexê de peyva “soma” jî, ew jî me’na “wesîle”yê dide. Hinek mîsal:

Bi soma te ez hatim vê der. Bi soma çi tu hewqas jêhatîye?

Bi soma çûna camîyê, em li hevdu rast hatin.4. Di navbera devoka torî (hêla Kerboranê) û

Şemrexê û Farqîn û Bismilê de qiyaskirina hinek peyvan. Peyvên hêla Kerboranê, ji devê Reşadê ji gundê Gêrace’fera Kerboranê hatine stendin. Reşad niha li Şemrexê dijî. Peyvên hêla Farqîna Diyarbekirê, ji devê Mehmet Baranê Farqînî hatine stendin. Peyvên hêla Bismila Diyarbekirê jî ji devê Abdussamed Yalçin (Qoğî) hatine stendin.

Kerboran Şemrex Farqîn Bismilamê min apê min apê min apê min ban serxênî serxanî serxanî bangor gundor bangeran gundor bapîr kal kal kal berq birûsk birûsk birûsk bêvil poz poz poz bihîv bi‘îv bi‘îv bi‘îv bişkok qumçik bişkok qumçik cirn curm conî /cirn curn coht cot cot cot dahl/avî cinên/bexçe baxçe bexçe fistaq fistiq fistiq fistiq gustîlk hungulîsk gustîrk hungulîsk gwîz gûz gûz gwîz heyv hêv hîv hîv jinmam amojin amojin jinap Kelê bêxwê bêxwê bêxwê kîvroşk kîrgo kîroşk kîroşk kuleh kulî kullî kulî kurap pismam kurap/ pismam pismam mêşin mîh mêşin mîh mil pî mil mil/pî mîro gêrik kurmorî mûrîstanik mixaltî bixaltî bilxatî binxaltî nêçîr seyd nêçir seyd nehk nok nok nok neynûk nenûk neynok nenûk perîstank pinpinîk minminîk minminîk pî nig pî nig

52 Bihar2019

Page 53: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

HINEK PEYVIK Û PEYVÊN PÊŞÎYAN ÊN LI HÊLA ŞEMREXÊ TÊN GOTIN

1. Bira zikê têr be, bira ji çulê dêr be.2. Rêvî têr e, tirî tirş e.3. Birînê bi dijmina bike, pêçanê bi dosta bike.

(jibo karê rezan)4. Darê nav reza, gurê nav peza. (darên di nav

reza de zirarê didin reza)5. Dewleta bilez, bi rez û pez. (zengînîya zû, bi

rez û pez peyde dibe)6. Tenê sibatî, kewê ribatî (bizr û teneyê di

sibatê de bê çandin, zirarê nabîne, wek kewê ri-batê hêjaye)

7. Mere bi pirsê, diçe Xursê (Xurs gundekî Qos-erê ye)

8. Derdê qeraş, av her ser aş.9. Go ceh ket, kewarê vala ke; go genim ket,

kadînê vala ke. (ceh bikeve simbilê wî zirarê nabîne, pûç nabe. Lê gava genim bikeve xwarê, simbilê wî pûç dibe, tenê ka jê derdikeve.)

10. Zor zane Zanqirt li ku ye. (Zanqirt gundekî Şemrexê ye)

11. Kero nemir bihar hat, pîrê nemir pel û pin-car hat.

12. Ro’n dike nan dere, tîr dike dan dere. (Çi bike tiştekî bi dest naxe)

13. Xeta xwar, ji gayê pîr de ye.14. Bi xêra hevala, gîha gîharê mala.15. Kitana jina wî li serê wî be. (kitan kincekî

pîreka ye li hêla Şemrexê. Me’na wê yanî ew ne mêr e)

16. Na lo herê! (Peyvikek e, me’na wê: Na, ne wek tu dizanî)

17. Wechê te jî xweş e û li te nayê şikandin. (peyvikek e, jibo qerf û girgirê tê gotin)

18. Wek çêleka xizana ye. (peyvikek e, jibo tiştê dereng tê gotin, lewra çêleka feqîra dereng dizê)

19. Kurmanc têr e, xew jêr xêr e.20. Kakinîya ca xwe dike. (Bêrîya diya xwe dike)21. Cirrê (lîstikek e, li hêla Şemrexê bi du grûba

tê lîstin.) 22. Qelîsêrk (Xwarinek e, li ser êgir, di sêlê de

goşt û pir hindik îsot û bacanê sor bi rûn tên kelan-din)

pora min (mê) porê min (nêr) porê min porê min qetik qitî bejik qitî qidemgeh/uznemre daşir daşra uznemre/qidemgehqinika mirîşka pînika mirîşka koxika mirîşka koxa mirîşka qiştik niftik kifrît kufrît rohnî ronî ronî ronî rovî rêvî rovî rêvî sa kûçik kûçik kûçik serguh sergo sergo sergo sikak kuçe kuçe kuçe şêlim binerdik binerdik binerdik şibake pace şivak pace şirik şurik çirik mezrîb şitexalî peyvîn xeberdan xeberdan tev giş/tev tev giş/tev teyrok terez /zîpik zîpik/teyrok terez vêga îcar/îjar îcar îja virr derew virr virr werz bîstan bostan bîstan westîn ‘ewarebûn/betilîn rehtbûyî betilîn zarok sêlek/zarok sebî zarok/sêlek

53Bihar2019

Page 54: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

LI SER TIŞTÊN NÛHATÎYAN BERTEKA HINEK ŞEMREXÎYAN

a) Gava nû behsa televîzyonê dikin, hê nehati-ye Şemrexê: Li hêla Tarîna gundê Şemrexê, şivan li bin darkî mazî ê pir mezin kom bûne. Apê Huseyn (pismamê bavê min) jî di nav wan de ye. Yên gun-dî dibêjin “li qezê çi heye, çi tuneye?” Huseyn û ên ji qezê dibêjin “Zibêr (însanekî hinekî xwendî) perçeke qezete xwendîye. Dîtîye ku di qezetê de dibêje: Wê di nêzîk de tiştek derkeve. Ewê li Enqerê pîrekek bistirê û emê jî li mala xwe, di taqikê xwe de lê seyr bikin.” Ji gundîyan yekî yextîyar wê gavê dibêje: “Law birevin! Dar ket” (yanî ji ber vê derewa mezin, ewê dar bê xwarê) Heta hinek ji wan baz didin jî.2

b) Li Şamê trên nû derketiye. Li ‘Êsilmanê (gun-dekî Şemrexê) merivek hebûye. Di wê demê de timî diçe Şamê û tê. Piştî ku trên tê Şamê, ev gundî vedigere gund. Gundî dîsa li dora wî dicivin û jê re dibêjin “Ka li Şamê çi heye çi tuneye, ji me re behsa wir bike” Ew jî dibê: “Law tiştek hebû, hesin bû. Li ser hesina dimeşîya. Û hundirê wî tije însan dibû. Navê wî jî TIRRIN bû.” Jê re dibêjin “Wey mala te neşewite law. Mere derewê wanî mezin dike law” û ji wî çaxa de navê wê malê ma “mala tirrin”3

c) Berê li welêt çay tune bû yan pir hindik pêde dibû. Hew li malê ağa û bega tenê pêde dibû. Pis-mamê bavê min, rehma Xweda lê be wanî digo: Em li gund rûdiniştin.4 Me bihîstibû ku çay şêrîn e û qehwe jî ta’l e. Jiber ku li ba me peyde nedibûn, me nizanîbû çay û qehwe çawa ne. Rojekî ez ha-tim qeza Şemrexê. E çûm qehwê, cîyê ku însan lê rûdinin. Qehwecî hat şi mi re go: “Xalê mi! Tê çay

2 Ji Şemrexê ji devê Hecîyê Xurdecî3 Ji Şemrexê ji devê mamoste Farûq4 Gundê Xirbê Hînder, niha tu kes û mal tê de nemane.

vexwe yan jî qehwê?” Mi jî go “Xwarzê! Şi mi re çay-ikî bîne.”

Çayik anî. Lê ji ber mi nizanîbû mere şekir davê-je navê, mi çay werê bêşekir vexwar. Mi lê nêrî ku ne şêrîn e. Mi ba qehwecî kir û jê re go: “Xwarzê! Erê em gundîne. Lê em hewqas ne ehmeq in. Mi çay xwest, te qehwa ta’l anî. Ma qey nizanim ku çay şêrîn e û qehwe jî ta’l e?” Wî jî şi mi re go: “Xalê min! Hela vî şekira bavêje nav çaya xwe û li hev xe.” Mi jî were kir. Tê bêje çiqas xweş bû.

ENCAMWeka hemî şîweyan, devoka Şemrexê jî ji xwedî

xisûsîyetan e. Ev di mîsalên li jor de eşkere ye. ‘Îqlîm û coğrafya, li ser fonetîk û peyivîna wê tesîr kiriye. Ehlê Şemrexê, fonetîka herfên vê devokê tam der-dixin. Ferqa fonetîka herfên nêzî hev, eşkere dikin. Her weha peyvan, li gorî rihetî û hêsanîyê, li gorî kinbûn û ziravbûna herfan dibêjin. Di gotin û pey-vikên pêşîyan de, bandora erdnîgarîyê diyar dibe. Pirê gotinên pêşîyan ên vê hêlê, li ser çandinî û rez û pez hatine gotin.

Devokan li ser hev bandor kirine. Hinek herf li gorî devoka xwe guherandine û di hinek cî û pey-van de jî kurtkirin pêk anîne. Devoka Şemrexê, her çiqas di zaravaya Silivî de be jî, bi xisûsîyetên xwe hinekî cûda ye. Hinek qaîdeyên rêzimanê, li gorî xwe ava kirine. Bi vî şeklî jî dewlemendîya zaravaya kurmancî nîşan daye. Bêşek her devok di nava xwe de gelek dewlemendîyên din dihewîne. Heger li serê xebat bên kirin, ewê bêne kifşkirin. Hêvî heye ku ev xebata bi ser re, ne kûr û hûr û îstatîstîkî, ji lêkolînên akademîk ên di vî warî de re bibe piştek.

54 Bihar2019

Page 55: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

ÇEND DERBÛ MESEL ✍ Îsma’îl FURQAN

DERWÎŞ Û PERERojekê paşa hinek pere dide xulamê xwe û dibêje wî, “here vî perî li derwîşê bajêr bela bike.”

Xulam pera digre diçe li bajêr digere, mişwerek derbas dibe tevlî perê xwe vedgere cem paşê. Kîsê pera

datîne ber wî.

Paşa: - “Xulam te çima pere li derwîşa bela nekir?”

Xulam: - “Paşayê min ez li nava bajêr gerîyam bes min derwîş nedît!”

Paşa: - “Çawa çêdibe bajarekî wiha mazin ma qey derwîşek tenê jî têde tueneye?”

Xulam: - “Ezbenî min pere da derwîşa qebûl nekirin, min pere li yê ne derwîş jî bela nekir.”

ALİM Û ZAROKAlimek bi rê da dimeşe, leqayî zarokekî dibe. Zarok li ser dîwarekî dimeşîya, Alim gazî wî dikê dibêje; “Kurê

min dîqqat bike tê bişemite, wê derekî te bişkê.”

Zarok wiha bersivê dide: “Seyda ez bişemitim tiştek nabe, lêbelê tu bişemite dê ummeta Muhemmed bike-

ve, ji ber vê di meşa xwe de tu dîqqat bike.”

HARÛN REŞÎT Û BEHLÛLXelîfê Ebbasîya Harûn Reşît Rojekê di meha Remezanê de mulidekê çêdike gazî birayê xwe Behlûl dike,

dibêje wî: “Behlûl! Mexrib here Mizgeftê yê tên nimêjê biezibîne xwarinê.”

Azan tê xwendin Behlûl diçe mizgeftê, piştî cemaat nimêja xwe diqedîne Behlûl 6-7 mirova dide pêy xwe

dibe mala Harûn ser xwarinê.

Harûn: - “Behlul ma evqas kes hatibûn mizgeftê?”

Behlûl: - “Ezbenî te ji min re go yê werin nimêjê Bi’ezîbîne. Piştî Seyda nimêja xwe qedand ez li ber derîyê

mizgeftê sekinîm, min ji cemaate yek yek pirsî, min gote wan; Mela di ser nimêjê de kîjan sûret xwend. Yê bersi-

va min dan hew ev bûn. Ezbenî yê hatibûn mizgeftê pirbûn lê yê hatibûn nimêjê hindik bûn.”

TU NİMÊJA XWE JÎ QEZA BİKEMirovekî gelek Zahid hebû, lê rîyakar bû. Rojekê diçe mêvanê Paşê.

Paşe xwarinek rewşedar îkramî mêvan dike. Mêvan diqedime ser sifrê, lê hindikî duxwe. Dema nimêjê tê

mêvan nimêja xwe dirêj dike, ji bo paşe qîymetê bidyê û wî teqdîr bike.

Mêvan lehzakê dimîne diçe mala xwe, ji Kevanîya xwe re dibêje ez birçîme ji min re xwarinê bîne. Kurê wî

dibêje; “bavo ma tu mêvanê paşê bû çima te têr xwarin nexwar?”

Bav: - “Kurê min paşe ji bo min nelomîne min hindik xwar.”

Kur: - “Bavo te pêwiste tu nimêja xwe jî qeza bike, çimkî te li mala paşê nimêja xwe dirêj kir.”

55Bihar2019

Page 56: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Bizar✍ Mustefa RÊZAN

Li dû şahiya payîzxêrekê dest bi bizarê kiribû bav. Ga û nîrê xwe serrast kiribû. Tov û toximê xwe ji deb-ra sala borî neqandibû. Li sirra sibeyeke cotmehê wî û kurê wî pî dabûn hev. Û rêya erda êlaxê girtibûn.

Li rohilatê erd sekinîn. Mijeke nermîn ji sirra si-beyê girtibû rûyê axê. Gayê xwe li tûma gûhîjkê girê da. Û roniya çavê xwe li ber kîsên genim danî. Toximê xwe xiste dawa xwe û çû serseda erd. Li serseda erd, rast û çep direşand genimê sorgul. Ji aliyekî hîskehîs-ka bîna wî ya derneketî û wîtewîta kewên govenda payîzê, ji aliyê din dengê kurikê ber dilê wî...

Tûmên xuşîl û guhniyan çi darên mezin bûn li ber çavên kurik. Wîtewîta kewên ribatî yên payîzê bala wî kişandibû. Û her ku dengê kewan dihat, ku-rik digot: “Bavo! Ev dengên çine?” Bav bêyî ku acis bibe, her demê bersiva ber dilê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên gozel in.” Bav, heta serseda xwe bire ser, bi dehan car bersiva ro-niya çavê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên gozel in. Ferxên salê ne. Li hevalên xwe digerin.” Heta bizara erd qediya bi heman pirsê kurik dipirsî. Û bav jî bi xweşiktirîn bersiva roniya çavên xwe dida.

Bizar qediyabû. Bav, li ber kurê xwe rûnişt. Û bî-neke ji lingan heta serî westiyayî kişand. Lê carde jî pirsên zarok neqediya bûn. Û zarok bi heman şêweyê dipirsî: “Bavo! Ev dengên çine?” Bav bi ser vê rewşa westiyayî de jî carde bersiva kurê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên go-zel in. Ferxên salê ne. Li hevalên xwe digerin.”

Bav, cûherê xwe vekir. Ji xwarinê tenê çend gur-şî tirî û şûşeyeke dew anî bû. Ji ber meşa gê, hebên tirî weşiyabûn û dewê wan jî kiliya bû. Bav, gurşi-yeke tirî rahişt û ji mehûj û hebên perçivî neqand û gurşiya tirî da roniya çavê xwe. Dew, ji ber payîzxêrê piçeke tîr û bîna zêrçinê dihewand. Baş kiliyabû ji ber meşa gê û rûnê wî li ser şûşeyê kom bû. Qurtek du li dewê ji mîhên hillîzane xist. Kefa rûna dew, li simbêlên ji dûxana cixarê zer bûne di-

geriyan. Û li ser lêvê ekleke cuda dida. Bav qutiya xwe ya cixarê ragirt. Bi her du tiliyên

girdik û şahidê yên her du destan tûtina pelê gilover dikir. Û bi lêvên ji dewê mîhên hillîzane kêleka pelê cixarê kurisand û şil kir. Û paşê li pelê tûtinê pêça. Carek, du, sê kevir û heste li hev xist. Û agirê sor û şîn li kujê cixarê da. Bi hilmek du, heta hêl tê de bû, mîna teyreke bazî li sûlavê xwe bera êlaxê de, dûxa-na cixarê ji ser simbêlan de bera jêr da. Û xelekên dûxanê li simbêlên zerîn digeriyan mîna çerxa felek û zemanê. Her xelek li tayekî simbêlan asê ma.

..........................Û dewr û zeman, geriya û geriya. Kurik mezin

bûbû û xeftanê mirinê li bêv girtibû. Êdî kar û bizar ketibû stûyê kurik. Dema bizara kurik bû.

Kurik, bavê xwe hildigire û dibe nav erd. Êdî tûmên xuşîl û guhniyan mezin nedihat. Tenê gûhîj-ka girêdanê mezin bûbû. Û heta nav re gûhîjan jî digirt. Kurik mezin bûbû. Êdî ne di bala wî de bû dengê çivîkan.

Xeyal û bîranînên di bin xelekên dûxana sim-bêlên zerîn, hêdî hêdî şemitîn. Û bi ser ava hişê wî ketin. Lê carde jî tevlihev dibûn û mîna xewnên şevan jibîr dibûn. Bav, bûbû mîna zarokekî. Hişê wî nema, roniya wî tarî, guhê wî giran bûbû. Ba li ber guhê wî diket û ji roniya çavê xwe dipirsî: “Kurê min te got çi?” Kur mîna bavê xwe ne bînfireh bû. Carek du bersiva bavê xwe da û got: “Min tiştek ne-got bavo! Heye tune ba li ber guhê te ketiye.” Lê ji ber ku hişê wî nemabû, carde ji kurê xwe dipirsî û digot:“Kurê min te got çi?” Kur, êdî hew debar kir. Û got: “Ma tu kerr î! Tu fêm nakî! Wehew! Bes e law! Ezê çend caran bibêjim, min tiştek negotiye!?”

Belê, jê hebû rast digote kurik. Lê belê tiştek ji bîr kiribû. Ji sibê heta êvarê wî jî ji bavê xwe pir-sîbû. Lê bavê wî qet acis nebûbû. Û bi xweşiktirîn bersivê bersiv dabû wî. Lê wî debar nekiribû û hêrs bûbû. Û xwe ji xêr û bereketa bizarê kiribû. Ji xêr û duayên bavê..

56 Bihar2019

Page 57: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

mehmed yavûzEy zanayê qedirbilind

Ey muminê tim serbilind

Ji nava me te zû bar kir

Mehmed Yavûz însanê rind

Ji te em têr nebûn emîn

Em bi çûna te bûn hezîn

Lê teqdîra Xweda yeqîn

Rehmet li te însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz

Mamostê me Mehmed Yavûz

*****

Ğedarên fikra zorbatê

Yê Bîst û Heştê Sibatê

Kiribûn qesda heyatê

Êşandin te, însanê rind

Wê îşkencê li zindanê

Birîn kir gurçik û canê

Ta devê ‘îda qurbanê

Bi wê can da însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûz

Xwey sebr û soz Mehmed Yavûz

*****

Mîna kîtab, ji nav kîtab

Xeber dida bi xweş xîtab

Dikir qani’ pêş muxetab

Li ser Îslam însanê rind

Tu bûyî dengê mezlûmaHewar û rengê mehrûmaLi pêşber zalim û şûmaSerferaz bû însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûzQenc û feyrûz Mehmed Yavûz

*****

Nîşan da durust sîyasetKişand ala heq ‘edaletBi xweş berdevkîw belağetEy rûgeşê însanê rind

De’wa ummet li meydanaDerdê millet, di ekranaDigel Yûsifên zîndanaBeyan kir te însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûzDostê merdan Mehmed Yavûz

*****

Li ser biratîyû ummetSebr û xizmeta bo milletDikir şîret, dixwest cennetTev salihan însanê rind

J-te razîn dost û nasê teCennetxwazin bo xasê teAllah ji te b-îxlasê teTim razî be însanê rind

Ey xetîb û ey qilavûzSelam li te Mehmed Yavûz

57Bihar2019

Page 58: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

✍ Kelhaamed

JI DEVÊ DU REWŞENBÎRANXEBATÊN ÎSLAMÎ LI KURDISTANÊ

HEVPEYVîN

İMAD KERİM:KELHAAMED: Seyda hûn bi xêr hatin. Em

dixwazin ewil we nas bikin. Keremkin xwe bidin naskirin.

İMAD KERİM: Navê min Îmad Mûhammed Ke-rim. Ez xelkê devera Germiyan im ji bajarê Kelar. Kelar berê bi Silêmaniyê ve girêdayî bû lê niha ew bixwe bajar e.

Gelek tişt hatine serê me di Kurdistana başûr de. Sala 1960î de mala me bû penaberî Îranê. Sala 1967an de ez li Îranê hatime dinyayê. Di salên heftêyan de dema ku îttifak di navbêna Kurdan û ‘Iraqê de çêbû em vegeriyan ‘Iraqê. Di sala 1974an de bi sebeb nelihevkirina Kurdan û hukûmeta ‘Iraqê em dîsa penaberî Îranê bûn. Piştî vê bi salkê yanî sala 1975an de em dîsa vegeriyan ‘Iraqê. Di wê demê de ew kesên ji Îranê veigeriyan hukûmeta ‘Iraqê wan li navçeyekê bi cî dikir. Me jî li qezayek ku girêdayi ser bi nahiya Letîfe bû, ew jî girêdayî

ser bi nahiya mahmudiye ye. Piştre zemanek derbas bû. Di sala 1975-1976an

de min dest bi mektebê kir. Min li wir mekteba îbtî-daî (ilkokul) xelaskir. Min mekteba amadeyi (lîse) jî li nahiyek din temam kir. Piştî wê min xwest ez herim kulliya şerî’etê li zankoya Beğdayê. Min viya ji bavê xwe re got. Rehma Xweda lê be wî jî kêfa xwe anî û got Xweda te di her dû dinya de serbi-lind bike.

Ez di sınıfa 4an de bûm sala 1991ê de herba xelîcê dest pêkir. Min wê çaxê bi Bizutnawa Îslamî re peywendî kir. Ji ber vê îdî min nikaribû ez li Beğ-dayê dewam bikim. Min di sala 1995-96an de li Duhokê kulliya xwe temam kir. Pişt re min li Tirab-lûsê mastira xwe temam kir. Paşê min doktora xwe li zankoya Koysancakê temam kir. Di sala 2007an de min yekem car leqeba ‘ilmî sitend. Sala 2017yan de min leqeba profesortiyê wergirt.

KELHAAMED: Maqale, pirtûk û berhemê we çi

İMAD KERİM: YASÎN EHMED ZENGENE

58 Bihar2019

Page 59: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

hene?İMAD KERİM: Bi navê “Hurriyeturre’yî wette’bîr”

(Azadiya Fikr û Îfadekirinê) kitêbek min heye. Kitê-bek min din heye bi navê “Delîlul abaî wel umme-hat Fî keyfiyetî Îstîxdamî Feysbûk” (Kilawuza Dayk û Bavan ji bo bikaranîna Feysbûkê) Çar kitêbên min hatine çap kirin. Nêzîkî şazde kitêbên minî din jî hene hê nehatine çapkirin.

KELHAAMED: Hûn niha çi xebatên Îslamî dikin?İMAD KERİM: Bi navê enstîtûya jiyar muessese-

yek me heye, komelek medeni ye. Em ne girêdayî bi hîzbeke siyasî ve ne. Em bi giştî meşğûlin bi kar û barê perwerdeyî, ‘ilmî, akademî û pêgihandina şexsî ve. Li gelek bajarên Kurdistanê şu’bên me hene. Tevde heşt şu’ubene. Ez endamê birêvebe-riya wê me.

KELHAAMED: Xebatên we li ser malbatê û za-rok û ciwana çi hene?

İMAD KERİM: ji bo me eviya meseleke gelek girîng e. Ji bo ku li ser xortan bi xebitin heyeteke me ya taybet heye. Pêgihandina şexsi, konferans û semîner gelek fêdê didin xortan, xort ji van we-sailan îstîfade dikin. Semînerên ziman, semînerên ‘ilmê şerî’etê, seminerên ‘ulûmê muxtelîfe.

KELHAAMED: ji bona xwendevanên me hûn çi şîretan dikin?

İMAD KERİM: Şîreta minî yekem ev e ku xwen-devanên me gerek pir bixwînin. A duyem, lazim e qîmeta weqt pir zanibin. Zemanê xwe her daîm tije derbas bikin. Teblîğ û îrşad û xwendin û muta-le’e, rûniştina di meclêsên ehlê fikir de, sertêdana seydayan û zanayan lazim e her daîm di bernama wan de hebe.

YASÎN EHMED ZENGENEKELHAAMED: Seyda hûn bi xêr hatin. Em

dixwazin ewil we nas bikin. Keremkin xwe bidin naskirin.

YASÎN EHMED: Elhamdu lîllah wesselatû wes-selam ‘ela Resûlillah.

Navê min Yasîn Ehemd, bi Yasîn Zengene meş-hûr im. Mudûrê giştiyê muesseseya Dar’ul-Beyanê me. Dar’ul-Beyan muesseseyeke karê îctîma’î dike û resmi ye. Ji bo pêgihandin û kar û berê civakî

dixebite. Komeleke civaka medeni ye li herêma Kurdistanê. Di warê perwerdeyî de di warê te’lîmî de di warê çanda Îslamî de şuğul dike.

Di bajarên Kurdistanê de çalakiyên me hene. Alîkariya jar û feqîran jî dike. Ji bo aîlê semînerên me hene. Li Kurdistanê gelek sazî hene, a me jî yek ji wan e. Çalakiyên xwe em di medyaya civakî de jî pexş dikin. Min tehsîla medresê kiriye û dokto-ra min li ser huqûqê ye. ‘Ulûmê Îslamî, fiqh û ûsûl û ‘ulûmê Quranê li ba mamostayan min xwendi ye. Îxtîsasa min huqûqî û qanûni ye. Yanî îxtîsasa lêkolînê. Ez berê muwezzef bûm, gihaştim seviya mudûrê‘am. Anha ez teqa’ud bûme. Karê minî se-reke anha mudur’amtiya darul-beyanê ye. Ez karê perwerdî, de’awa Îslamî dikim.

Nêzî pazde kitêb û meqalê min hene. Gelek ji wan hatine çapkirin. Kitêbik min heye li ser jiyana Pêğember sellahû ‘eleyhî wesellem, bi zimanê Kur-dî. Kitêbik min heye li ser cîhada bi nefsê re. Kitêbik min heye bi navê fiqhu’d-de’we, ji bo dawetvanên Îslamê. Bi zimanê ‘Erebî mecmû’ek meqalên min hene.

KELHAAMED: Hûn ji bo hevdîtina ‘aliman hatin Diyarbekir. We ev konferans çewa dît?

YASÎN EHMED: Ez sipasîya Îttîhad û Medarisên Îslamî dikim. Ji alî îdarî û hûnerî ve çalakiyên wan baş bûn. Xwedayê Mezin wan muweffek bike û serkeftî bike. Pir bi îxlas in van mamostayan ji bo ku xelk Îslamê fêm bike. Di tarîxê de roleke mezin heye ji bo ‘alimên Îslamê.

Ev hevdîtina li Diyarbekir bi rastî pir muhîm me. Hem naskirin hem jî heskirin çêdike di navbêna ‘alimên çarparçeyê Kurdistanê de. Di ‘eynî weqtê de yekîtî û biratiyê saz dike di nav wan de.

Lazim e ku ‘ulema di xizmeta milletê xwe de rola xwe, dewra xwe bibînin. Lazim e milletê xwe hişyar bikin bi adab û qîmet û tezkiya nefse û xweşkayiya Îslamiyetê.

Komelek ‘alim me nas kir bi vê wesîlê li hemî çar parçeyê Kurdistanê. Mesûliyetek mezin di keve sutwê ‘alimên me. Lazim e her ‘alim li bajarê xwe de’wa Îslamê bela bike. Lazim e xizmetê bikin ji bo pirsgirêka cehaletê, ji bo pirsgirêka Kurdayetiyê, ji bo pirsgirêkên ciwanan.

59Bihar2019

Page 60: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Em di havînê de gerîyan, em çûn ser erd û baxçeyan. Me zad çinî,

paleyî kir, çûn ser bêndera. Me avdana hewq û dexlan, baxçe û avîyan kir.

Em çûn camîyan jibo dersa Qur’anê. Em ‘elimîn nimêj û xwendinê. Me

carna kîtab xwendin. Me carna lîst û carna xebat kir. Carna pir germ bû,

me xwe avêt hewd û çema. Carna jî hênik bû li ser xanîyû bin dara.

Min jibîr nekir. Me îda qurbanê jî pîroz kir. Wun hinek li ser boraqan

sekinîn. We goştê boraqan belav kir li cîran û feqîran, we nas û meriv jî

zîyaret kirin. Jixwe we hinekan goşt jî sor kir li ger û ser agir. Afîyeta

canê we be. Ji we hinek çûn li bajar û cîyên tûrîstîk jî geryan. Di heqê

tarîx û kes û deveran de hûn hînî gelek tiştan bûn. Lê we hew nêrî ku

hat û hat û hat û sê meh tatîla we ya havînê bidawî hat. Belê ez jî za-

nim ku qedîna tatîlan ne bi dilê we ye. Lê tim tatîl nabe. Tatîl jibo hazirîya

kar û tevgerek nû ye. Yan na tim tatîl ba, wê heyat tim seknî ba û bêqî-

met ba.

ZAROKÊN DELAL!

60 Bihar2019

Page 61: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Niha em ketin mewsîma payîzê. Wun jî zanin, payîz hezra zivistan e.

Bi kar û baran e. Li alîkî çûna ser reza ye, çêkirina dims û bastêq û kes-

mew mewîj û bennîya ye. Gava yek di ber rez re derbas dibe, ji ehlê ma-

serê re dibêje: Qawet be, bereket be. Ew jî dibên rehma Xwedê li dê û

bavê te be, wer ser bereketê. Bîna dimsê ji mahserê difûre. Li alîkî dan-

kutan e, ta’ma dano çiqas xweş e. Li alîkî çêkirina ava tirşê yanî salçeya

malê ye. Li ser xanîya bîna ava tirşê jî pir xweş tê. Li alîkî din li ber pacew

ser têla, hişkirina îsot û bacanê sor û bacanê reş e. Niha zêde nema ye, lê

berê hevîr distran, dikirin şehîre û şehîreyên li ser xanîya hişkkirî, dixistin

soba li ser agir, tê de diqemirandin. Şehîrê tu febrîqeyê weka wan xweş

nedibû.

Li alîkî jî firrê xistina bafirok û teyara ye. Sê çitên li hev edilandî, bi

hev girêdayî, naylon û şemedana li dora wan pêçandî, bi mêzîn û terrî…

Gava li hewayê perîkên dora wê ba lê dixe û terrîya xwe kil dike û bilind

dibe, meriv tayê wê berdide û li hewa ji meriv dûr dibe çiqas xweş e ne

werê? Ê de haydê xeyal û dinya dilê xwe bi bafirok û teyara xwe bilindî

ezmanan bikin.

Payîz e, kar û bar barîz e, lê hun jî zanin ku êdî mekteb dest pê

dikin, çûna mektebê ye, xwendina kîtêb û sinifeke bilindtir e. Dîtina he-

val û mamoste û meellima ye. Çentew û defter û kinc û eşyayên we

hazir bûne! Gelek baş e. Ji niha de Xweda zihna we qewî û zîrek bike.

Lê mekteb dest pê bike, bila neyê hişê we ku hûnê dev ji dersa Qur’anê

berdin. Dersa Qur’anê, çûna mizgeft û camîyê, kirna nimêjê, hînbûna

dînê xwe û xwendina heyata pêxemberê me hz. Mûhemmed (selat û

selamên Xweda li wî û li al û eshabên wî bin), her dem û weqt e. Ne jibo

havînê yan jî dema zarokîyê tenê ye. Ji niha û pê de emê di her hejma-

rekê de qismekî heyata pêxemberê me têxin kovarê. Wunê bixwînin, ji

xwe re bikin nimûne û jê ders û îbret derxin. Niha em qismê ewil didin.

61Bihar2019

Page 62: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

WÎLADETA PÎROZEllahumme sellî ‘ela seyyîdîna Mû-

hemmedîn we ‘ela alî seyyîdîna Mû-

hemmed.

- Mizgîn li te be ‘Ebdulmuttelîb! Mizgîn!

- Ebdulmuttelîb! Amînê lawek anî!

Ebdulmuttelîb, li ber sîya Kabê, bi

hevalên xwe re rûniştibû. Li ser vê

mizgînê gelekî kêfxweş bû. Rûyê wî li

ken vebû, hizûr hate dilê wî. Bi kele-

can rabû, çû mala kurê xwe ‘Ebdullah.

Nevîyê xwe xiste himbêza xwe, ew

ramûsa, maçî kir, bêhn kir û got: “Ev

nevîyê min, ew dê bi navûdeng be.”

20ê Nîsana 571ê Mîladî bû. Bi heyvê,

12ê Rebîulewwelê, ji rojan duşem bû.

Amînê, kurekî weke hêyvê anîbû din-

yê. Tew lawik, sunnetkirî bû jî. Ev rewş,

pir kêm dihate dîtin.

Amîne, di şeşemîn meha ducanî ya

xwe de, di xewna xwe de ditibû ku

merivekî ji wê re wisa digot: “Amîne!

Bizanibe ku tu, bixêrtirînê ‘aleman hil-

digre. Dema te ew anî, navê wî deyne

Mûhemmed!”

Amînê, ev xewna xwe ji ‘Ebdulmut-

telîb re got. ‘Ebdulmuttelîb gelekî ji vî

navî hez kir. Di heftrokîbûna Pêxem-

berê me de, kalê Wî zîyafetek danî.

Xwarinek ecêb zêde da. Merivek ji

mêvanên zîyafetê pirsî û got:

- ‘Ebdulmuttelîb! Gelo te navê nevîyê

xwe çi danîye?

- Min kir Mûhemmed.

- Gelo çima te ji bav û bapîrên xwe

navê yekî lê nekir û te kir Mûhem-

med?

- Mim kir Mûhemmed. Lewra ez

dixwazim ku li jor Xweda, li erdê jî în-

san, Wî bipesinînin, methê Wî bikin.

Şîret-Pêxemberê me,

pêxemberê dawîn e.

-Ê ku herî zêde la-

yiqî navê Mûhemmed,

Pêxemberê me ye.

-Pêxemberê me, bisêwîtî

hate dinyê.

-Nûr û ronahîya vê

alema ha, Pêxemberê

me ye.

-Baş e, wekî din me-

riv dikare çi şîretan jê

bigre?

EVÎNA PÊXEMBER - 1

62 Bihar2019

Page 63: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Hûn zanin dê ji zarokên xwe pir hez dikin. Li ser wan pir bi şefqet û mer-hemet in. Dikarin jibo zarokên xwe her tiştî bikin. Gava gedên biçûk ên heta du sê salî, ya digrîn, ya rihet nasekinin, yan derekî wan diêşe, yan jî jibo ji wan hez bikin, dayik wan datînin hêmêza xwe, weya bi herdû destê wan digrin, wan li ser pîya disekinînin û wan bi vî alî bi wî alî ve şipyanî kil dikin û bi ahengê ji wan re hinek lorîk û nînnîyan dibêjin. Hem jibo gedên xwe aş û sakîn bikin, hem jî bi vî awayî ji wan hez dikin. Gede jî bi vî şeklî ji dîyên xwe pir hez dikin, êşek wan hebin jibîr dikin, derek wan biêşe êdî nayê bîra wan.

Wun biçûkanîya xwe bînin bîra xwe, ewê wan lorîkên dayikên xwe jî bên bîra we. Li jêr hinek ji wan jibo we hatine nivîsandin.

Xort xeyîdî neçû cotBavo rabû ga firot

De wer de wer mala meDe wer de wer para meDe wer de wer debra meDe wer de wer sebra ma

Dev bi masto dev bi mastoKuçikan dora devê wî alasto

Çakêtsor û çakêtzerHela wer û hela wer

Çepikan bikut baba hatKer firot û vala hat

Dev bi girêzoKuçik li dorê bûne rêzo

Şivanan mar nakim, şivan genî neDaw û dêlê wan, bi herî ne

Berhevkar: Zîzanok

Zarokên Delal!

63Bihar2019

Page 64: Xwendevanên hêja! “(Ellah) temamê navan hînî Adem kir.”...Zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Latînî û herwekî din yek ji ayetan e. çewa ku ayetên

Ezîzên dila, niha jî em lîstikekê bi‘elimin.

Lîstikên Me: Bizna KejikEv lîstik bi grûbekê, li kuçê tê lîstin. Di vê lîstikê de kesek dibe mele, yek dibe bizin, yên din jî diz in. Mela bekçîtî û mihafiztîya bizinê dike. Kesê bizin be, li erdê rûdine. Werîs bi lingê bi-zinê ve girê didin. Yên diz ji hawêrdor xwe li bizinê radikşînin daku werîsê wê bigrin û bizinê li paş xwe ve kaş bikin. Kesê ku werîs bigre, bizinê kaş dike. Mela jî berra wan dide, wan diqewrîne. Mela xwe bighîne kê, bi pihîna lê dixe. Mela, ji dizan kîjan zevt bike, êdî ewê girtî dibe bizin, yê/ya bizin jî dibe mele. Û lîstik bi vî şeklî dewam dike heta ku ji lîstikê aciz bibin û dev jê berdin.Gelî ezîzan! Temî li we, gava we bi vê lîstîkê lîst, hevdu neêşînin, te’de li hevdu nekin. Yan na hûnê dilê hev bihêlin. Meqseda me ew e ku em bi hevre bilîzin, kêf bikin. Madem weha ye, deka îjar bi vê meselokê hinekî jî bikenin. Kesê ku haya wî ji dinyê tune be, bê hewsela hişê wî çiqas e.

Milkê UsmanîZêdetirî sed sal berê, yekî gundî cara ewil ji gundê xwe derdikeve. Ewê biçe eskerîyê. Heta wê çaxê bajarên derûdor jî nedîne û haya wî ji tirên û çûnûhatinê jî tune ye. Radibe ji gund diçe Carbekirê yanî Dîyarbekirê. Diçe li îstasyonê li tirên siwar dibe. Tirên dike tiretir û cû-fecûf û bi hêla Erğanî ve bi rê dikeve. Ji Dîyarbekirê heta Erğanî erd tev rast û dûz e. Yanî jibo ajotin û çandinîyê hew dibe. Tirên li ser rêya hesin diçe û diçe û hey diçe. Mêrkê gundî di pacê re li derûdor dinêre ku her der ripîrast û dûz e. Girik û newal tune nin. Tirên her ku diçe, erda dûz jî dewam dike. Her der deşt û erda fireh e û her der jê xuya dibe. Carna li pêş û carna jî li paşya xwe dinêre ku erda dûz bêserî û bêdawî ye. Bi wê meraq û ecêb-mayî û heyretê diçe heta ku dighêje îstasyona Erğanî. Li wê derê li dora xwe dinêre, destê xwe dide ber serê xwe û weha dibêje: Way li min bavooo! Milkê Usmanî çiqas fireh e law…

Delalên hêja!Deka em me’na van peyv û gotinan bi‘ellimin:

Ji german wehş diteqin: Ev peyv ji rewşa pir germîyê re tê gotin. Ewqas germ e ku êdî meriv nikare li derve bin tavê bisekine. Di germa weha de heywan jî nikarin zêde li ber tavê bimînin. Gava însan, yan jî heywan di hewa pir germ de, tî dimînin, ji wan re dibêjin, behirî ye. Germa weha zêde tesîreke mezin li însan û heywan dike. Jibo vê rewşa pir giran îfade bikin, dibên wehş jî diteqin. Yenî heywanê ku zêde li ber zehmetan xurt wehş e, ew jî li ber vê germa zêde, zêde xwe nagre.Ji hebek tirî ma’serekek serrast dibe: Ev gotina pêşîya, behsa destpêka kar dike. Jibo meriv tirî, çi hindik çi pir, bike dims û bastêk yan jî kesme û bennî, lazim e ewilî bê ‘esirandin, şîra wî bê kewidandin, bê kelandin. Û gelek tiştên din yên li ser ma’serê pêk tên jî bên kirin jibo bibe xwarin. Bi vî awayî tiştekî biçûk jibo biqîmet bibe û feyde jê bê dîtin, hewce bi gelek tişt û karan heye. Destpêka van karan bi vê gotinê tê îfade kirin. Heta hejmareke din li xwe baş miqatebin, xwendinê jibîr nekin. Emanetî Xwedê bin. Bi xatirê we.

64 Bihar2019